Rastiya „Dede korkut“ Yanê „Çîrokên Gor-gud“

 

 

Çima ev mijar? Ji ber ku etîmologên Tirk berê dema bingehê peyvekê nedîtana, yan digotin „yêrlî dîl“ yan jî „eskî dîl“  Niha jî dema bingehê peyvekê nebînin, yan jî dibe têkiliya peyvê bi kurdî re hebe, ya wê gotinê dibin bi gotineke çîrokê Dede Gorgud (Korkut) ve girê didin, yan jî bi Uygurî ve dizeliqînin. Uygur li ser çanda Taxoriyan runiştine, herî kêm ji %50 gotinê uygurî peyvê Taxorî ne. Taxorî devokek zimanê Arî /Îranî ye û bi zanistî hatiye îspatkirin ku ew gela ji dora derya Hezarê çûne wir, lema zimanê wan herî zêde nêzîkê kurdî ye. Di nexşeya zimanê Îndo-German de cihê Taxoriyan bi rengê şîn xuya dike.

Nexse

Çîrokên Gor-gud çawa bû çîrokê „Dede Korkut“?

Navê rast: Çîrokên (Dede) Gor-gud e. Tirkan navê wê kiriye „Dede Korkut“ yanê „getürkt“, em bi kurdî bêjin; peyva bi fend û fûtan tirkkirî. Di rastiye de ti têkiliya peyva „Gor-gud“ bi peyva „Korkut“ re tine, tenê şibandin heye. Mijara şibandinê jî azîneke xapandina serkarên Tirkan e. (Ji min) Dibe ku „Gor-gud“ ji peyva „gor gotinê“ hatibe. Wek li „gor gotinên kalo /Dede!“ Ji ber ku di hin devokên kurmanciya Azerî de li cihê forma lêkerê „got“  bilêvkirina „gud“, heta di devoka Behdînan de jî cih bi cih bi vê formê tê bikaranîn, ev form di hin devokên din de jî heye. Bila şaş neyê fêmkirin, rika min ne ew e ku ew çîrok bi kurdî ne (pêdiviya kurdî bi wan çîrokan tine), bes tenê hewl didim ku navê wê zelal bikim, da em lîstikên bêbav ê ku bi alîkariya Almanan bi cihanê dane pejirandin, bibînin, lema min ev mijar vekir. Ev pirtûka çîrokan ya li Azerbeycanê hatiye dîtin, niha li Muzeya Dresdenê /Almanyayê ye. Hin çîrokên din, tê bawerkirin ku ew jî ji qelemê hemen nivîskarî derketiye, niha li Vatîkanê ye. Ew jî wek beşa dudyan ya çîrokên Dede Gor-gud tên zanîn.

Gorgut

Kengê hatiye nivîsandina

Ev li Azarbeycanê bi aliyê yeke nenas, yanê anonîm ve di sala 1585 an de bi tîpên aramîya alfabeya farisî hatiye nivîsandin. Di rûpela pêşin ya pirtukê de roja mirina Osman Paşa yê ku Azerîstan dagirkiriye, bi salnameya hîcrî „993“ hatiye nivîsandin, bi mîladî dibe 1585. Mirov bi hêsanî fêm dike ku kesê ev çîrok nivîsandiye û ew mejû nivîsandiye, heman kes e. Her wiha nivîsandina wê mejûyî û nivîsandina çîrokan di heman demê de ye. Kaxizên wê jî wê demê destnîşan dike. Zimanê wê ji % 40 bi peyvên Arî /Îranî, ji % 30 erebî dagirtiye. Yê mayî jî ji Tirkîya Azerî û zimanên din pêk tê.

Lê Tirk dîroka nivîsandina „çîrokên Gor-gud“ ne tenê dibin bi sala 1000 – 1200 ve girê didin, her wiha navê çîrokên Oguzan lê kirine. Wisa derbasê almanî jî kirine.

Bi derewên wan bawer nekin.

Peyva „Oguz, Oguzlar“

Ji ber ku çîrokên Dede „Gor-gud“ wek çîrokên Oguzan nîşan dane, divê em rastiya vê Peyva OGUZLAR jî li ber çavan raxinin.

C.Gorgut

1 - Şoreş Reşî di vê derbarî de wiha dinivîse: „Dema Oguzlar bû mijara gotinê, divê mirov bi pirseşanên agirî gelek caran li ser bifikire, hilîne û dayne. Ez vê mijara ku pir girîng e, pêşkêşê bala lêkolînerên ciwan dikim. Dîrokzanê Tirk yê navdar Prof. Faruk Sumer jî di nav de bi her awayî hewl didin ku Oguzan wek Tirk bidin pejirandin. Mînak jî destana Oguz ya Mehmûde Kaşgarî nîşan didin. Lê ev çîrokana di nava Kurdan de jî hene.... Wan ji peyvên „Bûxduz, boxduz, bixuz“ ku di kurdî de tê wateya înat û serhişkiyê, peyva „Oguz“ afirandine û dane pejirandin. Lê em dizanin ku ev navên pêşengên Saka ne (Ji min: Di belgeyên Çîn, Hînd, Rûs, Herodot, Îran û Afganîstanê de Saka wek gelekî Arî /îranî tên raberkirin.) Dîrokzanê Tirk yên Oguz dikin Tirk, bi xwe jî vê çîrokê dibêjin: „Oguz /Bixûz yekê qirase bûye û wek serokê heyetekê diçe ba Hz. Mihemmed: Dema Hz. Mihemmed jê dipirse: „Tu ji kîjan gelî yî?“ Ew jî dibêje: „Ez Kurd im!“

Em dizanin ku Tirk di her warî de li cihê navên orjîn navên qaşo tirkî / tirkkirî bikartînin. Mehmûdê Kaşgarî li ser wan eşîrên ku wek Oguz hatine nîşandan, dinivîse ku zimanê van êl û êlatan zimanekî din e, lê hin tirkî jî dizanin.“

2 – Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstê rojnameya Redîkalê bû, niha di rojnameya Arti de dinivîse, roja 01.03.2007 an di Yenîozgurpolitikayê de wiha nivisîbû: „Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada Tirk gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyê de me giştan pejirand ku bi navê Tirk, nijad û gelek tine, lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên (Yazitlar) dîrokî bi zanistî şaş hatibûn tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“

3 – Dema Macar (Ungarn) dest bi lêkolîna dîroka xwe dikin, Zanyarên xwe dişinin Asyayê. Piştî lekolînan digihîjin wê encamê ku ji 7 eşîrên Macaran pêktîne yak jî eşîra Kurd- Gyarmat e (Bi macarî:  Kurtu, Kirth, Kyurta) Lê dîrokzanên Tirkan peyva macarî ya bi kurdan re têkildar wiha wergerandiye tirkî:“Körtle“.

Li ser zinarê Elegeşê  ev nivîs hene: Li ser kevir 1 wiha dinivîse: „Ez Mîrê Kurdan Alp(o) Urango, Li pişta min kembera zêrîn. Neh ezbetên min hene, ez çilsalî me!“

Li ser kevirê dudyan jî wiha dinivîse. „Navê min Qarçûr, li zozanê me berf barî, Tev çûne, tenê heft ezbet û xwişka min maye. Qarçûr ji birayên xwe yê din qetyaye!“

Hê îro jî bi navê „Qarçûr“ êleke Kurdan heye.

4 – Dîrokzanê Tirk Sadî Koçaş ê demekê jî walîtî kiriye, li ser Navenda Asyayê wiha dinivîse: „Kurd li Rojavayê Gola Baykalê, li dor çemê Yênîsey û li zozanên Altay dijiyan!“

Ango bi navê Oguz êl, yan jî eşîrekî Tirk tine. Navê çemê dikeve ser gola Aralê jî ne çemê Oguz e, ev lihevanîneke Tirkan e. Du çem dikevin ser gola Aralê, yek „Amû Derya“, yek jî cih û warê pezkuviya Sur „Sur Derya“ ye. Çîrokên wek çîrokên Dede Korkût hatine nivîsandin, çîrokên gelên Arî bi giranî çîrokên êlên Saka ne. Lê mixabin ku Tirkan wek çîrokên xwe ev bi cihanê dane pejirandin.

Çavkanî:

a) Agahiyên muzeya Alman ya Dresdenê belakirine

b) Nivîsên Şoreş Reşî

Oguzlar I / II û nivîsên Elegaşê

https://www.kurdenanatolien.com/sores-resi/

c) Lêkolînên min