|
§1 Navê Înstituyê 
1. Navê Înstîtuyê: Înstitûya Kurdî ya Zanist û lêkolîn .
2- Înstîtû li gora zagona
sazgehên ji bo chalakî û berjewendiyên gishtî (e.V.) hatiye tomarkirin
.
3- Ciyê navenda Înstîtûtyê
:Almanya Fedral bajarê Berlînê .
4- Înstîtu ji bo xebata xwe
ya salane, salnameyê bingeh digire.
§2 Armanc 
Armancên Înstîtuyê : Lêkolîn û xebata zanist ya gishtî .
A)Kar û barên lêkolînî :
1- Înstîtu; li ser ziman ,chand ,wêje û hunera Kurdî lêkolînan chêdike .
2- Lêkolîn û xebatên zanistî
ên li ser pirsgirêkên dîrok û civaka Kurdî diweshîne .
3- Lêkolînan li ser pêshvechûnên
ramyarî û civakî yên li Rojhilata Navîn û, pirsgirêkên gelê Kurd chêdike
.
4- Li ser Kapîtalîzmê ,Sosyalizmê,
Pazara Aboriya Serbest, Aboriya Plankirî, hilbirrîn ,dan-standin, pêdiviyên
civakê, lêkolînan pêk tîne.
5- Li ser polîtîkayê, sosyolojiyê,
dîn, hikûmet û shêweyên demoqrasiyê, hilbijartin û parlamento, sîstema
partiyên pir, shoresh, zor, dadmendî, di civakê de cihê dîn ....û hwd. lêkolînan
chêdike û pishtgiriya lêkolînên di van waran de werin kirin dike.
B) Kar û barên zanist :
Înstîtu ; ji fona (hatina) lêkolînên zanistî, pishtgiriya kesên ku
xebata doktorayê dikin. Ji pêshxistin û nifshên zanyar re dibe alîkar. Ji
bo pêshkêshkirina vê alîkariyê jî, divê (shert) yek dibistanên bilind, bi
kêmanî (8) Somister, Universîte yan jî beramberî wê dibistaneke bilind
qedandibe û bawername standibe . Bi firehî girêdayî vê babetê, sîstema
(nîzam) doktorayê tê amadekirin .
C) Xebatên gishtî :
Înstîtu ; ji bo ku xwe bide naskirin, semîneran, konferans û civînan li
dar dixe.Weshanan diweshîne .
§3 Serxwebun 
Ji aliyê ramyarî
ve Înstîtu serbixwe ye . Hatinên wê yên aborî ji bêsh û alîkariyan xwe
fînanse dike .
§4 Înstîtuyê

Eger jêderên
diravî garantî kiribe,kadroyan dixebitîne.
§5 Bacdayîn 
Înstîtuya
Kurdî ya Zanist û lêkolînê (e. V.), tenê dikare ji bo berjewendiyên gishtî
bixebite .Ji bo ku "baceke normal " bide mercên "bacdayîna normal " dinase
.Ne ji bo sûd û berjewendiyên maddî, ji bo ku xwe fînanse bike, dixebite.
Îmkanên komeleyê tenê li gora armancên di destûrê de têne xerckirin. Kesek
nikare îmkanên înstîtuyê ji bo armancên din ên biyanî mesref bike .
§6 Endamên Înstîtuyê
1) Kesên unîversîte
qedandibin, xebatên zanistî dikin yan jî xwediyên bawernameyên doktorayê
akademîk in, hemwelatiyên kîjan welatî dibin bila bibin, kes yan jî grûp
dikarin bibin endam .
2) Ên ne endam,
mafê wan ê dengdayînê nîne.
3) Endamên
sherefê (fexrî) bi biryara kongreyê têne hilbijartin . Heya dawiya temenê
xwe dikarin endam bimînin .
§7 Xebatkarên Înstîtuyê 
1) Ên ku li
gora maddeya 6 an ji benda 1 ê heya 3 an xwedî kapasîte û sixlet bin .
2) Ên ne endam
bin jî dikarin bi daxwaza xwe di înstîtuyê de bixebitin .
3) Ên ku li
gora maddeya 4 an di înstîtuyê de dixebitin .
4) Mirovên
peyamber (korespondent, xebatkarên ragihandinê) .
5) Kesên zanyar
û lêkolînger .
§8 Derxistin û derketina ji endametiyê 
1) Dema ku
endam bimire, were derxistin yan jî bi xwe bixwaze cuda bibe , navê wî
ji lîsteya endaman tê avêtin .
2) Yên ku
daxwaza derketina ji endametiyê bi nivîs bidin komîteya birêvebir, dawî
bi endametiya wan tê. Derketin yan jî derxistina ji endametiyê di dawiya
salê de pêk tê. Ji bo derketin û derxistinê divê (3) meh derbas bibin
.
3) Pishtî agahdarkirinê,
eger mafê endametiyê neyê dayîn endam ji endametiyê bi biryara gishtî tê
derxistin. Endam tê agahdarkirin .
4 ) Eger endamek
li hemberê berjewendî û armancên înstîtuyê sûcan bike ,bi piraniya dengên
endaman tê derxistin. Berî were derxistin, endam yan bi nivîs yan jî bi
devkî tê agahdarkirin, ji bo wî mafê xweparastinê tê dayîn. Komîteya Birêvebir
di kongreyê de agahdariyan li ser endamê hatî derxistin dide. Eger piraniya
endaman biryara derxistina endaman dan, bi nivîs sedema derxistina endam
jêre tê shandin .
§9 Mafê Endametiyê 
1) Endametî
salane tê standin .
2) Biryara
mafê endametiyê di kongreyê de tê dayîn. tesbîtkirin. Heya kongreyê endametiya
salane 120.- Markên Almanî ne (DM.) .
3) Endamên
sherefê endametiyê nadin, azad in .
4) Endametiya
endamên Komîteya Kargêr di rewshên taybetî de yan parek yan bi tevayî tê
hilanîn.
§10 Organên Înstîtuyê 
1) Komîteya
Birêvebir .
2) Kongre
§11 Komîteya
Birêvebir 
1)
Ji sê (3) kesan pêk tê : Serok, Cîgirê Serok û Berpiisyarê Maliyê. Serok,
birêvebirê înstîtuyê ye.
2) Tevî char
(4) endamên di Komîteya Birêvebir a fireh tê sazkirin .
3) Serok Înstîtuyê
temsîl dike, heke ew ne hazir be jî cîgirê serok cuhê wî digire.
§12 Erk û Berpirsiyariyên Komîteya Birêvebir 
1) Bi gishtî kar û barên
Înstîtuyê birêve dibe. Wekî din jî bi van karên li jêr radibe:
a) Amadekariyên
civîna endaman û kongreyê dike. Bang li endaman dike û rojeva civînê datîne
.
b) Biryarên
kongreyê derbasî praktîk dike.
c) Rapora
chalakiyên salekê amade dike. Plana fînansekirinê datîne û hesabê chûyîn
û hatinê distîne.
2) Bi alîkariya
ji Kongreyê ,li hemberê hemû biryaran berpirsyare .
§13 Demajoya wezîfeya Komîteya Birêvebir 
1)
Komîteya Birêvebir, ji roja hilbijartina wê di kongreyê de, ji du (2)
salan bi berpirsiyariyê hildigre. Heya hilbijardineke di bi wezîfeya xwe
radibe. Endamên Komîteya Birêvebir yek bi yek têne hilbijartin. Tenê kesên
ku mafê wan ê dengdanê heye, Komîteya Birêvebir hildibijêrin. Endamê ku
ji endametiyê bikeve ji endametiya Komîteya Birêvebir jî dikeve .
2) Eger endamekî
Komîteya Birêvebir ji endametiyê were derxistin, mafê komîteyê heye ku
endamekî nû hilbijêre.
§14 Civîn û biryarên Komîteya Birêvebir 
1) Eger serokê Komîteya
Birêvebir ne amade be, cîgirê wî ji bo civînê bang dike.
2) Jibo pêkanîna
cîvînê û standina biryaran divê char (4) endamên Komîteya Birêvebir amade
bibin.
3) Bi dengdana
hemû endamên Komîteya Birêvebir biryar bi nivîs têne standin.
§15 Kongre 
1) Kongre organa Înstîtuyê
ya herî bilind e. Mafê hemû endaman heye ku tevlî kongreyê bibin .
2) Erk û delametên
kongreyê :
a) Rapora
kar û barên salekê dipejirîne-napejirîne. Komîteya Birêvebir di bin chavan
re derbas dike.
b) Daxistina
endamên Komîteya Birêvebir û hilbijatina endamên nû .
c) Avêtina
endaman ji endametiyê û hianîna navên wan ji lîsteya endametiyê.
d) Tesbîtkirina
mafê endametiyê .
e) Guhertina
destûrê.
f) Pejirandina
endamên rûmetê.
§16 Liderxistina Kongreyê 
Eger
endam bi piranî bi nivîs daxwaza liderxistina kongreyê bikin, di nava
mehekê de rojev tê danîn û bi rojevê re dawetname ji endaman têne shandin.
Cih û dema kongreyê ji Komîteya Birêvebir ve têne tesbîtkirin. Her endamek
dikare berî hefteyekê pêshniyarên xwe li ser rojevê bi nivîs ji Komîteya
Birêvebir re bishîne. Serokê dîwanê pêshniyarên ji bo rojevê ji endaman
re pêshkêsh dike .
§17 Kongreya Awarte 
1) Bi daxwaza sisê ji
charan (3/4) ji endamên Komîteya Birêvebir kongreya Awarte tê lidarxistin
.
2) Bi hazirbûna
ji sisiyan yek (1/3) ji endaman kongreya Awarte tê lidarxistin. Armancên
civînê bi nivîs ji wan re tê shandin .
§18 Mafê Kongreyê di biryardayînê de 
1) Eger ji charan yek
(1/4) ji endaman beshdar bin, kongre dikare biryaran bistîne. Heke kongre
nigihêje encamekê, di hundirî char hefteyan de Komîteya Birêvebir amadekariya
kongreya Duwemîn dike. Ji bo vê kongreyê li ser tevlîbûna endaman tê sekinandin.
2) Di kongreyê
de tenê biryar bi piraniya dengan têne standin. Dengên nediyar nayên hejmartin.
Ji bo guhartina destûrê, ji dengên hatine dayîn gereke ji sisiyan dudu
(2/3) bi guhartinê re bin .
3) Ji aliyê
Komîteya Birêvebir ve kongre tê vekirin. Pishtre endam ji bo meshandina
kongreyê dîwanekê û serokê wê hildibijêrin. Dîwan heye dawiyê kongreyê
birêve dibe.
4) Hemû kar
û bar û biryarên kongreyê bi protokolê têne girtin. Nivîskar û serokê
dîwanê wê protokolê îmza dikin .
§19 Girtin û belavkirina Înstîtuyê 
1) Înstîtu bi biryara
kongreyê, ku ji bo girtinê dicive, tê girtin. Gereke ji sisiyan du deng
(2/3) pishtgiriya girtina înstîtuyê bikin .
2) Dema ku
înstîtu were girtin, hemû milk û malê wê ji berjewendiya gishtî yan jî
ji bo sazgeheke Kurd bi armanca ku bi shêweyekî rast berpirsiyariyên komeleyê
bi cih bîne, tê mesref kirin. Tishtên mayîn jî, bi destûra dîreya bacê
tê bikaranîn .
§20 Di rewshên awarte de guhartina destûrê 
Eger dezgehên bacê yên
dewletê bixwazin guhartinekê di destûrê de chêbikin, bêyî biryara kongreyê
Komîteya Birêvebir di charcheva parastina armancên înstîtuyê de, dikare
biryara guhartinê bide, însiyatîv di destê Komîteya Birêvebir de ye .
Ev destûra di mêjûya (22.04.1994) an de ji aliyê hîmdarên "ÎNSTÎTUYA KURDÎ
ya zanist û lêkolînê " ve hatiye pejirandin
Himdarên
Înstîtuya Kurdî 22.Nîsan 1994
|