Lêkolîn 12 – Bihar 2008

Bihar 2008
Number
12
PDF
lekolin-12.pdf (816.5 KB)

Xanî: tovê zexim, hestep, di sêsedsaliya xwe de Sala 2007 an, sêsedsaliya Ehmedê Xanî mohra xwe li salê xist. Xanî li tevahiya salê belabû, nivîskar, lêkolîner xistin nav tevgerê, bû dabaşa konferans û semîneran, di rojeva rojname, televizyon, radyo û weşan û çapeniya kurdî de wek xaleke navendî cihê xwe girt. Ne bi tenê ev, belê dageriya sala piştî xwe jî û di “Festîvala Ehmedê Xanî “ de li Amedê gulana 2008 an derkete asta ji bo îro hew jê jortir. Di salvegera sêqirnî de Ehmedê Xanî, Mem û Zîna wî, berhemên wî, bûn materyalên analîz û lêkolînan, axaftin û teblîxatan, meqale û hevpeyvînan. Kesên şareza, gotinên xwe gotin, pisporan şîroveyên xwe pêşkêş kirin, weşanxaneyên kurdî, di pirtûkên yekcildî de Xanî çapkirin. Kitêbxaneya kurdî bi vê Salvegerê, ber û encamên wê, neteweyîtir, dewlemendtir û xaniyanetir bû. Ji xwe 15-20 salên dawî bi aliyekî xwe jî bûne salên salvegeran, pîrozbahî, şev, mitîng, konferans, kongre, festîval û çalakiyan, televizyonên çendzaravayî, radyoyên coxrafya fireh û weşan û çapemeniya hercoreyî. Ji van salan re hinek ronesansa kurdî, hinek rabûna Kurdan û sedsala Kurdan dibêjin. Ev çendî rast e yan

na ew dabaşeke din e, belê şik û guman tune ku têkiliya vê bi xwurtbûna tevgerarizgarîxwazî re, hişyarî û organîzebûyîna kurdan û medya satelîtî re dîrekt heye. Salvegerên me zêde dibin. Salên me, meh bi meh bi watetir dibin. Her sala dubihure bi awayekî didexise sala piştî xwe. Her sala tê li salên berî xwe meznahiyekê zêde dike, tiştekî bi ked û bi kêr dixe ser, jê re dibe saxlemî û qewîniyek, dibe gerantî û demanek, zewr û xelekeke nû li ser riya berdewamiyê. Em Kurd êdî ne bi awayê berê, belê bi reng û bi coreyekî din dijîn. Bi çavekî din dibînin û guhên me jî ji yên bav û kalên me ferq dikin. Hişyartir, miçtir û liserxwetir in. Li welatê me û di nav Kurdan de îro, zeman û çerxa felekê bi celebekî din digere. Doh û îro ev ger ne mîna hev e. Ger li aliyê me ye, li xêra me ye û em ji doh zêdetir serdestê wê ne. Îro bi leztir e û tu ji kîjan alî de lê binerî mohra Kurdan hildigre, şeqleke kurdreng lê dixwiye, dibiriqe, lê tê kolan, lê tê nivîsandin. Mîna ku Kurdan jiyan bi qubale girtibe û heyfa hezarên salan hilînin, mîna gêrikên moristanan bi şev û rojan dixebitin û çendî ji dest wan tê, hêz û taqeta wan dighiyê, zemên û salan bar dikin mîna ku wuha bêjin ji zemên re: soz û ahd li me be ku em dê her bêhnik û kêlîka te tije, mişt û li dev derbas bikin. Roja tiştekî biked nekeviyê, bi xwe re ji bo me û li dijê dijmin tiştekî neyîne tune, nemaye.

Kesê û kesa, hinekî bi baldarî dijî, çavên wî, wê, ne şelbitîne û nan ne bi guhê xwe belê bi cihê rast dixwe, reş û sipî ji hev derdixe, zane doh êvarê çi xwariye, bi vê rastiyê dihese, dibîne. Di nav vê rastiyê de em radibin û rûdinin, zarokên welatê me mezin dibin, cîlên nû û siberojê mezin dibin, roj li me derdikeve û diçe ava. Berê, rojên me salvegerên wan bibîr dianîn, em bi hatina wan dihesiyan gelekî kêm bûn. Kêmbûn li aliyekî. Bibîranînên ewên hebûn jî bêreng, bêdeng û heta tu bêje bes, bi rebenî bûn. Çarçeweya wan teng, coxrafya wan lokal, herêmî, deverdeverî û belekbelekî bûn. Ne welatgîr û ji awura neteweyî bikêmanî û biqusûr bûn, korik û bêşewq bûn, zêdetir sembolîk bûn. Bibîranîn û pîrozbayîyên îro li giş perçên welat û li her cîh û devera Kurd hene, li welat û li derveyî welat têne bihîstin, di lêdana bi milyonan dilên Kurd de geş û gurr dibin. Rojên di jiyana me Kurdan de şopên dîrokî çêdikin, giranî û wezneke wan heye ne çendek, belê bûne bi dehan û pîrozkirina wan, beşdariya di wan de, berfirehî û seranseriya vê beşdariyê jî ne bi tenê li Kurdistan, belê di nav gelên cîran û dûr de jî deng didin. .. Her şahî û her salveger nîşana guhertinên mezin, destkewtên dîrokî, zindîbûn û balixbûna neteweyî û jiyaneke bi hiş û hişmendane ye. Tiştên heta îro kêm bûn, lewaz, netemam û nîvrêbûn, îro temam dibin. Kurd balixtir in, hişyartir û serwextir

in ji her car. Êdî kes nikare pişta Kurdan deyne. Kurd li xwe, li hev, li rojedîrokiyên xwe, li kesayetî û mezinên xwe, serok û rêberên xwe; çi rewşenbîrî û fikrî û çi jî siyasî û leşkerî, xwedî derdikeve û ev çendî pêwist û jiyanî ye dibîne, his dike û bi roj, meh û sala derbas dibe re serwextir dibe. Sêsedsaliya Xanî, çalakî û bîranînên li der û dora wê, li welat û li derveyî welat, wek faktorekî yekîtiya Xanî dixwest, tifaqa Xanî hesretmayê wê bû, rola xwe lîst û piştî sêsed salan jî be, kesek çendî dikare girîng be, piştî mirina xwe jî çendî kaniya jiyanê, serbilindayê, xerc û çimentoyê neteweyî be, careke din di kesayetiya Xanî û vê salvegerê de hate peyitandin. Kes û netewe Vê jî em li rastiyeke din nêzîk kirin. Rastiya ku hinekî jî kes in, yên neteweyekî dikin netewe. Gava pirs tê ser kes û rola kesan, cîh û wezna wan ji bo neteweyekî, pircaran bivê nevê, hinek pirs dinuqutin dilê mirov: Gelo bi qasî ax, dîrok, folklor, ziman û ekonomiya hevbeş ku çend stûnên bingehîn in di çêbûn û avabûna neteweyekî de, nisbeteke kesayetiyên mezin; kesayetiyên mîna Xanî, Mîqdat, Hecî Qadirê Koyî, Celadet, Cegerxwîn, Emîn Batû, Mezlûm, Necmedîn Buyukkaya, Egît, Zekiye, Sema, Wedat û Mûsa jî ne pêwist in, ne faktorekî pêncem bin gelo ? Ji bo ku netewe neteweyekî temam û hemdem be, gelo hinekî jî ne kesayetî ne, yên ku neteweyekî dikin netewe?

Gelo bê rewşenbîr û zanayên têkoşer, kapasîteyên mîna Xanî, neteweyek çendî dikare netewe be, çendî navê netewetiyê heq dike ? Kesayetiyên mîna Xanî bi hesanî çênabin.. Ji çend sed salan carekê tên. Kesên wuha êdî ne herkes in. Ew jî wek herkesî di aliyê fizîkî de seriyek, du çav, du guh û dilek bin jî, di wan de damarên jiyana siberojê bilaş û gewd dibin. Çarenûsa welat û milyonan bi wan ve tê girêdan, jiyan, rûmet û serbilindayî di wan de dijene. Kesên wuha, dipekin derveyî zeman. Zeman hew kare bi wan, ji wan re serî datîne, ji wan re kar dike, ji bo wan diherike. Ne zeman li wan, belê ew li zemên siwar in. Zemanê mûtîh û sernerm, destên xwe ji wan re datîne ser hev û dema pêjna wan tê, xwe dide teniştê, rê dide wan, “kerem bike” dibêje, “êdî tu fenafîlahî yî, mertebe û rutba te ya kilasîkan e, tu azad î, êdî tu di nav sînorên welat û gelê xwe de hilnayî, tu malê cîhanê yî, wîzeya te heta heta ye, baweriya bi te temam e, tu hevtayê pêxemberan û ji qencên xwedê yî. Fermana ji bo te ji jor de ji me re hatiye ev e, belê ne kêm ne zêde ev e. “ Kesayetiyên wuha xwe bi xwe parêzerî û berdevkiya xwe dikin. Ew ji bo gel û welatê xwe û bi dereca xizmet û kirinên xwe ji bo timamê cîhanê nejbîr dibin, abadîn û hetahetayî dibin. Zeman bi wan biqîmet û hêja dibe, navê xwe duguhere, dibe dîrok, ango zemanê bihiş, ronak, diyar, sayî û qeydkirî. Ku wuha bû, êdî tim çav, guh û bal li ser wan in. Şair wan dikin helbest, peykertiraş wan nemir dikin,

lêkoîner wan dikin pirtûk û arşîvan. Her kes ji aliyê xwe dibe pale, xizmetkar û berdevk ji wan re. Jiyana wan dibe filîm, navê wan xelkê radike, dadixe kolan û meydanan, tîne ba hev, dike yek. Mirov ji wan re temene dibin, îbadetê dikin, diçin sucdê. Gel ji bo wan dikeve şer, posterên wan meydanên navdar dixemilînin, di bîr û hafize xelkê de, xwendevan û kategoriyên gel de, qar dibin. Navên wan li cîhên bilind diçirisin, dibin nivîs û reklam. Di bang û qêrînên sedhezaran de dibin “ bijî !”, dibin silogan, dibin gotinên ji awura wate û naverokê barkirî, biteqil û mîna risas. Helbet her kes gotina “bijî” heq nake. Ev gotin ne ewçendî erzan e. Belê yê ku heq kir jî divê jê re !”bijî !” bê gotin. Xesîstî û quretî ne pêwist e, parsûstûrî bikêr naye. Tu dixwazî ev kes siyasî be, nivîskar yan şervan be, sportmen yan jî hunermend be. Bijî mafê herkesî ye ku di karê xwe de bi ser dikeve û li gora misyona xwe rola xwe dilîze.Ji xwe ku heq kir jî kes nikare jê bistîne, rê li gotina wê bigre, ew dibe hêzeke madî. Êdî ew ne bi tenê gotin û helwestek e, hêz û enerjiyek e, motor û handayînek e jî. Di gotina “ bijî “ de teqdîrkirin heye, nirxandin û helsengandin heye. Miletê cihê wê hat û nizanibe bêje “bijî !”, wê mîna sturehên keran biqele. Kesê nizane bêje bijî ne li dinyayê ye, baş û xerab ji hev dernaxe, lipaşmayî, bêhest, bêpîvan û bêmêzên e. Ji ber ku teqdîrkirin hişmendî ye, cesaret e, bi fikirkirina li ser

siberojê ve girêdayî ye, meseleyeke wîjdanî û mirwetê ye jî. Gelê kurd di van salên dawî de gelek mirovên mezin û bikêrhatî derxistin, li hêja û gewreyên xwe, li xwedîşop, ciwamêr û ciwanikên xwe xwedî derket, xwe ji wan re kire mertal, kir çembera ji agir li dora wan û bi bedêlên giran ew bi tenê ne hiştin. Destkewt û encameke din: Ev peryoda salên li jor hate binavkirin bi taybetî salên nav 1995 û 2008 an ji awura lêkolîneriya li ser Ehmedê Xanî jî salên afrêner û angaje ne. Lêkolîneriya Kurd di gelek şax û waran de, çi bi hejmar be û çi jî ji awura kûrayî û berfirehiya dabaşan be ne mikun e bala her kesê vê eniya xebatê dişopîne, nekişandibe. Di konferans, panel, semîner û bernameyên televizyon û radyoyan de, li zanîngeh, înstîtût û akademiyan de axaftin, teblîxat, pêşniyaz û dersên hatin pêşkşêkirin bûne pirtûk û di refên pirtûkxaneyên me de bûne dewlemendiyeke nû û ketine ser yên berî xwe. Bi gotinên Celadet Bedirxan “ tovê berî bi 300 salan hatibû çandin” şîn tê, bi ser erdê dikeve, êdî ne bêparastin û ne bêxwedî ye, geş dibe, gurr dibe. Ew rojên me dîroka xwe, jiyana kesayetî û serokên xwe, berxwedanvan û serhildêrên xwe ji pênûsên biyanî, mîna yên Garzoni û Moltke, A. Le Coq, Oskar Man, Hugo Makas û Roger Lescot, Nikîtin, Rambot, Roswelt, Lazaryev, Hesretyan, M, Fanny, Robert Olson û hwd. nas dikir, bi temamî nebe jî bi rêjeyeke

xwiya li pey me dimînin. Cihê lêkolînerên me bi her sala dubihure re xwiyatir, hejmara berhemên îmzeyên wan hildigrin jî zêdetir dibe. Ev jî baweriya netewe bi xwe û zanayên xwe xurt dike, dibe dilxweşî, serbilindayî jê re. Ji vê awurê divê mirov Lêkolîna hejmar 12 bigre dest. Ev hejmar li ser Ehmedê Xanî ye û ji du xebatên binirx û bikêr hatiye pê: Ya yekê hevpeyvîneke dirêj bi Jan Dost re ye û ya duhem jî biyografiyeke berfireh e ku ji aliyê Murad Ciwan ve hatiye amadekirin. Destên herduwan jî xweş û terr be, temenê wan dirêj, tendurustiya wan baş û jiyana wan berhemdar û afirêner be. Redaksiyona Lêkolînê