Lêkolîn

Mûrad Ciwan

Ev lêkolîn li ser wan xebatan e ku derheqê jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî de hatine kirin. Lêkolîn xebatên ji destpêkê heta sala 1995-ê (pîrozbayî û bibîrqanînên bi minasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zînê) digre nav xwe. Ev nivîsar cara yekê di kitêba min de ya bi nave Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de hat weşandin.

***

Heke meriv li gor milletên cîhanê û xebatên wan ên li ser nivîskar û navdarên wan bifikire, xebatên li ser Ahmedê Xanî gellek hindik in. Lê heke em li gor xebatên xwe yên li ser nivîskarên xwe bifikirin, Ahmedê Xanî cardin ew kes e ku li ser wî, bîr û baweriyên wî û berhemên wî ji herkesî pirtir hatiye rawestandin.

Lê her çendîn kitêb û meqaleyên ku behsa wî û eserên wî kiribin ne hindik bin jî, lêkolînên ciddî yên ku li serê hatibin kirin ji hejmarên pêçîkên du destan nabihurun.

Cara pêşîn sala 1730-ê Ahmet Faik Mem û Zîna Ahmedê Xanî wergerand ser zimanê tirkî û ev werger di 1969-ê de li Tirkiyê hat çapkirin1.

Di sala 1858 -ê de Aleksandre Jaba hin beşên Mem û Zînê kirin fransî û ev, di cildê 3-yê ê kovara Mèlanges Asiatiques de(r. 242-255) li St. Petersbourgê hatin weşandin2. Di 1859-ê de Peter Lerch di kovarekê de behsa vê wergera A. Jabayî kir, agahdarî di heqê xebatên wî yên vî warî de da xwendevanên xwe3. Li ser Ahmedê Xanî cara pêşîn em di kitêba Alexandre Jaba(1801-1894) de rastî hin agahiyan tên ku navê wê kitêbê Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ì la connaissance de la langue, de la littèrature et des tribus du Kurdistan (1860, St. Petersburg) e. Ev agahdarî ji nav wan notan hatine girtin ku Alexandre Jabayî di wextê xwe de li Erzurumê ji Mela Mehmûdê Bayezîdî û hin kesên din stendibûn4 û şandibûn ji bo Akademiya Zanistan a çariyê a li St. Petersbourgê Piştî ku Alexandre Jaba vegeriya Rûsyayê hin ji wan tekstên li Kurdistanê berhevkirî di kitêba li jorê binavkirî de berhev kirin û kitêb sala 1860-ê ji alî Akademiya Zanistan a Çariyê ve hat çapkirin.

Ew kurte agahiya Mela Mehmûdê Bayezîdî wiha ye: “Şairê pêncê jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî jî ji taîfeya Hekariyan ji `eşîreta Xaniyan e, bi xwe hatiye Bazîdê. Di tarîxa hezarî da tewetun kiriye. Di zimanê kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek luxatê jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê [kitêbê] Nûbihar e û zarokê di Kurdistanê hemû piştî Qur‟anê dixûnin û zehf jî xezaliyat û eş‟aran û beyt bi zimanê kurmancî gotiye û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî disan xezeliyat û eş‟aran û ebyat zehf gotiye û di ulûmê funûnan jî qewî mahir û sahib îrfan e û ji şuerayêd Kurdistanê hemuyan jî meşhûr û faîq e, belkî ji hemû şueran meqbûl û memduh e û di hezar û şest û sê jî merhûm bûye û di nêv Bazîdê da mizgevtek jî bi navê xwe bînakiriye û bi xwe jî li kenarê mixgevtê medfûn e. We Ellahu‟l alem.”

Aleksandre Jaba[^5] bi xwe jî û piştre, Peter Lerch[^6] û Martin Hartmann[^7] gellek bi kurtî be jî cih daye jiyana Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî. Lê ew agadariyên ku wan li ser jiyana wî dane, yên A. Jabayî ne û ji alî tarîxê ve şaşîtiyên wan hene.

Di sala 1894-ê de Yûsuf Zîyaeddîn Paşa el-Xalidî, di dawiya ferhenga xwe de, ya ku navê wê El Hedîye’l Hemîdîyye fî el-luxe’l kurdîyye ye, cih daye hin tekstên piçûk ên kurdî û şiîrên hin şairên kurd, pişt re maneyên wan bi erebî diyar kirine.

Di nav van helbestan de Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî hatine çapkirin. Piştî Nûbara Ahmedê Xanî Yûsuf Ziyaeddîn Paşa di beşa Xanî de cih dane sê şiîrên din jî ku yek jê navê wê “Fî Beyanî Erkan-l Îslam” e, ya duduyan navê wê “Fî Beyanî-l Îman ” e. Ya sisiyan nav lê nehatiye danîn nîvê wê kurmancî û nîvê wê erebî ye[^8]. Şiîra sisiyan a erebî û kurmancî ne ya Xanî, lê ya Melayê Cizîrî ye. Di şiîra duduyan de jî şika min heye. Îhtîmal e ku ji du şiîran jî pêk hatibe. Nîvî ya Ahmedê Xanî, nîvî ya Melayê Cizîrî be. Me ev herdu şiîr heta niha ji bilî vê kitêbê, di tu cihên dî de nedîtine û kesê jî behsa wan nekiriye. Bes nîvê pêşîn ê şiîra duduyan; beşa ku ez dibêjim ya Ahmedê Xanî ye, di berhevoka A. von Le Coq a bi navê Kudische Texte de jî heye, nîvê dawiyê û heta beytek ji dawiya nîvê pêşîn jî di vir de cîh negirtiye. Di (kitêba Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de) di beşa şiîrên Ahmedê Xanî de me cîh daye van her du şiîran û em berfirehtir li ser wan rawestiyane. Piştî wê, Mîqdad Mîthet Bedirxanî di hejmara 2-yê (14 Zulhîcce 1315 - 6-ê gulana 1898-ê) a rojnama Kurdistan de ku li Qahîrê derdixist, dest bi weşana Mem û Zîn a Ahmedê Xanî kir.

Di pêşiya Mem û Zîn ê de Mîqdet Mîthet Bedirxanî pêşgotinek kurt nivîsîbû ku bi vî awayî ye:

"Rehma Xwedê lê be, Xwedê gunehê wî bixefirîne, sala hezar û sed û pêncê de, Cizîrê Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye; navê wê kitêbê kiriye -Mem û Zîn-. Ev kitêb hemî beyt û şê‟r in; eşkare hîkata eşqa du ciwana ye, batin gelek meqsed û hîsse û hîkmet jê tên fehmkirin. Loma divê mirov bi dîqet bixwînitin. Her cerîdekê de ez ê ji wê kitêbê hinê binivîsim, heta xilas bibe.

Ew kitêb berî du sed û deh sala hatiye nivîsandin, hin derê wê heşifîne, nayên xwendin, înşellah ez ê bikarim bi xwe temam bikim. Hekî ji vê kitêbê destê yekî de hebitin, ez hêvî dikim ji min ra rêket, da ez ya li destê xwe de rast bikim; paşê ez ê dîsa kitêba wî jê re rêkim. Niyeta min, ez ê wê kitêbê tebi‟ jî bikim. Heçiyê vê, bila niho ve ji min re binivîse.

Ehmedê Xanî, rehmetullahî eleyhî, li wê kitêbê de ewil dike. Min ev kitêb carna hin ulemayên tirk û ereba re xwendiye û tercume kiriye, hemîya jî gotiye ku "vê rê de ji vê kitêbê çêtir me nedîtiye."[^9]

Di 1903-ê de A. von Le Coq bi navê Kurdische Texte kitêbek daye çapkirin ku ji çîrok û metelokên bi kurmancî û zazakî (dimilî, kirdkî, kirmanckî) û şiîrên hin şairên kurd pêk tên. Di nava van tekstan de Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê ya menzûm û Eqîdeya Îslamê ya menzûm û ya nesir a Ahmedê Xanî jî cih digrin. Ev her çend berhem ji ber destnivîsarên Mela Muhemmedê kurê Mela Ahmedê Wanî hatine wergirtin ku wî bi xwe ev di meha Zîlqa‟deya 1305- ê(1887) de nivîsîne[^10].

Mem û Zîn cara duduyan di sala 1906-ê de ji bal Abdulaziz Halis Çıkıntaş(1867-1937)[^11] ve hat wergerandin ser zimanê tirkî, lê mixabin ku ev bi tu awayî wekî kitêb nehat çapkirin. Şevket Baysanoğlu di 1960-ê de nivîsiye ku nusxeyeka destnivîsa wê, li nik keça wî Meliha Xanimê ye. Nivîskarî, her wiha pêşgotinek jî ji vê wergerê re nivîsiye ku tê de wiha gotiye: "Mem û Zîn, ku fîdanên nûgîhayî yên gulîstana Kurdistanê, mîsala berbiçav a Mecnûn û Leylaya newala derd û belayan in". Ev wergera Mem û Zînê 131 rûpel e[^12].

Wergereka din a Mem û Zîn ê bo ser zimanê tirkî ji alî Sırrı Numan Bilge hatiye kirin.. Ev sala 1957-ê di hejmarên 124 û 125-ê ên kovara Bilgi de wekî 57 beyt hat weşandin ku ev kovar organa resmî ya Türkiye Muallimler Birliği(Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê) bû 13. Mem û Zîn ji bal memûrê telgrafa Sîlvanê (Farqînê) Zülfikar Fethi jî bi awayekî menzûm hatiye wergerandin ser zimanê tirkî, lê pişt re, wî gotiye ku ev ji ‟ewraqê muzirr‟ e û ji tirsa xwe ew şewitandiye[^14].

Di hejmara 3-yê a Rojî Kurd de M. Salih Bedirxanî meqaleyek bi navê "Berî Şîrî Qelem" nivîsiye, li dawiya meqalê jî nivîsîye.

"Qesîda Hezretî Şêx Ahmedê Xanî" û perçeyek ji Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye çapkirin[^15]. Her di wê jimarê de M[odanî?] X[elîl?] jî bi navê "Bextreşî û Mehrûmiya kurdan" meqaleyek nivîsiye û wî jî parçeyek ji Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye weşandin.[^16] Heta em tên sala 1919-ê kurdiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî (çend beşên wê yên ku di rojnameya Kurdistan de hatine weşandin ne tê de) bi metbeê peyda nebûye, her ji dema Ahmedê Xanî û heta 1919-ê, bi destxetî li nav mela, feqî û xwendayên din ên Kurdistanê belav bûye. Lê cara pêşîn bi tevayî wekî kitêbekê ji alî komeleya kurdan a bi navê "Kürd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemiyetî (Komeleya Belavkirina Zanînê û Weşanan ya kurdan) bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Hemze Begê Muksî pêşgotinek ji vê çapê re nivîsîye ku tê de behsa wê yekê dike ku ziman û edebiyat ji bo milletan çend girîng in. Ew pişt re di vê çarçewê de rûmeta Mem û Zîn ê û mezinayiya Ahmedê Xanî tîne zimên. Agahiyên ku li ser jiyana Ahmedê Xanî di vê pêşgotinê de tên dayin, ew in ku Ahmedê Xanî bi xwe di Mem û Zînê de diyar kirine.[^17] Bi minasebeta çapbûna Mem û Zîn ê, Memduh Selîm Beg di hejmara 16-ê a kovara Jîn ê de pîroznameyekê dinivîse û qîmeteke bilind dide Mem û Zîn ê, wê dike îsbata hebûna zimanê kurdî di derceyeka bilind de.[^18] Esas Hemze Begê Muksî ji hejmara 1-ê heta ya 20-ê serkarî û berpirsiyariya kovara Jîn ê jî kiriye. Piştî wî, berpirsiyariya kovarê û pişt re ya rojnama Jîn ê ketiye ser milê Memduh Selîm Begî[^19].

Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî, piştî ku di ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paşa de û di kitêba A. Le Coq a bi navê Kurdische Texte (1903) de, bi hin berhemên din re çap bû, vê carê sala 1919-ê li Îstanbûlê bi serê xwe wek broşurekê hat weşandin.[^20]

Sala 1925-ê Pîremerd(Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî) piyeseka Mem û Zîn ê bi soranî ji ber Mem û Zîn a Ahmedê Xanî hazir kir û ev, bi navê Serguzuştey Mem û Zîn li Silêmaniyê di nav weşanên Jîn ê de hat çapkirin.

Eser ji 24 rûpelan pêk tê[^21].

Mamosta Alaeddîn Seccadî dinivîse ku "di El Qediyye‟l-kurdiyye de Bileç Şêrko dibêje: „Şêx Ahmed destana Mem û Zînê di 1591-ê de daniye û di sala 1652-ê de miriye‟. Di Muhît el Mearîfî Îslamiyye de tê gotin ku [Ahmedê Xanî]di navbera 1000 û 1063- yê hîcrî de jiyaye.

Emîn Zekî Beg jî di Tarîxî Kurd û Kurdistan û Meşahîr’l Ekrad de her bi pê van tarîxan dikeve. Her wiha ji rojhilatnasên wekî A. von Le Coq, Oskar Mann, Hugo Makas û Roger Lescot her yekî ji wan tiştek gotiye, hemûyan jî bi texmîn dane navê. Ne dûr e ku di vê babetê de lêkolîneka ilmî ya bi tevayî nehatiye kirin, loma jî hemû jî ji hev dûr in, hevdu nagirin."[^22]

Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de dinivîse ku di serê sedsala me de cara pêşîn Mem û Zîn ji bal Rojhilatnas Orbelli (1887-1961) ve ji nuh ve hate keşifkirin. Çimkî vî akademîsyenê bi nav û deng heyraniya xwe ya li hemberê vê destanê misêwa aniye ser zimên û bi vî awayî di nav aliman de meraqek peyda kiriye. Orbellî cara pêşîn gava di sala 1911-ê de li nehiya Muksê a qeza Gevaşa bi ser Wanê ve hin lêgerîn dikirin hay ji destana Mem û Zîn ê bû û hin xebatên berhevkirinê kirin.

Piştî mirina Orbelli bi gellekî, lêkolîna wî ya bi navê Li Muksê Jiyan û Folklor sala 1982-yê hat weşandin ku tê de hin tesbît hene. Bi taybetî mesela tebdîlê qiyafetkirina kur û keçan di şahî û ahengan de gellekî bala wî kişandiye. Ew, di xebatên xwe yên din de jî li ser aliyên cuda yên Mem û Zîn ê rawestiyaye, balê dikşîne ser wekheviyên navbera destana Mem û Zînê û evîndariya li Ewrûpayê naskirî ya bi navê Trîstan û Îsolde. Alakom dinibîse: “Em ji maqala J. Mûsaelyan a bi navê „Akademik Yusuf Orbelli û Edebiyata Klasik a kurd‟ hîn dibin ku Orbelli dixwest Mem û Zîn ê wekî kitêbeka bêrîkan çap bike û bigihîne hemû kurdan. Rudenko teleba wî bû, wî ew teşwîq kir ku li ser Mem û Zîn ê teza xwe ya doktorayê bide” 23.

Di sala 1942-yê de, Roger Lescot kitêba xwe ya bi navê Textes Kurdes weşand. Di cildê duduyan de di beşê Memê Alan de pêşnivîsarek ji bal wî ve hatiye nivîsandin ku li gel tiştên din ew li ser ferqa navbera Memê Alan a folklorî û Mem û Zîn a edebî ya Ahmedê Xanî jî radiweste[^24].

Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî kurdî de dinivîse ku çapa duduyan a Mem û Zîn ê di sala 1947-ê de li Helebê li ser hîsabê Beşîr Şêx Hesen Haşîmî li çapxaneya Aras hatiye çapkirin[^25]. Li ser vê yekê M. Emîn Bozarslan jî dinivîse ku "çapa Stanbolê ya 1919- ê, di sala 1947-ê da li Helebê, di çapxana Aras da jî hatiye ducarkirin; wisa tê zanîn ku klîşa çapa Stenbolê wek ayînek hatiye girtin û li Helebê eynî wek çapa Stenbolê hatîye çapkirin"[^26].

Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-ê a Hawar ê de, bi navê "Klasîkên Me" maqaleyek nivîsîye ku bi piranî agahiyên wê ji kitêba Alexandre Jabayî ne ku li ser hin şairên kurd hatine nivîsîn. Di wir de agahiyên A. Jabayî yên li ser Ahmedê Xanî jî hene ku Celadet Alî Bedirxanî wekî çavkaniya van agahiyan navê "Melayê Jaba" (dibe ku di vir de qesda Celadet Alî Bedirxanî ew mela be ku yê agahdarî dabe Jabayî û ev jî Mela Mehmûd Bayezîdî ye) jî dayê.[^27] Celadet Alî Bedirxan, di vê maqala xwe de behsa çapa Hemzeyê Muksî jî dike û tarîxa hicrî ya jidayîkbûyina Ahmedê Xanî jî ji beyta wî rast dide, lê bi hesabekî şaş dinivîse ku Ahmedê Xanî beriya niha bi sêsed û neh salan rabûye. Yê ku rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî yek jê jî Celadet Alî Bedirxan e ku Mem û Zîn a wî bi navê "kitêba milletê me" binav kiriye. Celadet Alî Bedirxan, di hejmara 45-ê a Hawarê de ya ku di hezîrana 1942-yê de derketiye, beş bi beş dest bi weşandina Mem û Zîn ê jî kiriye. Di vê jimarê de pêşnivîseka Celadet Alî Bedirxan bi xwe li ser eserê û li ser xwediyê wê Ahmedê Xanî heye. Di nivîsa xwe de, Bedirxanî cîh daye şiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku Hacî Qadirî bi xwe li ser nusxeyeka destnivîs a Mem û Zîn ê nivîsîye,

paşê ev ji alî Mîqdad Mîthet Bedirxanî ve di hejmara 3-yê a rojnama Kurdistan ê de hatiye weşandin[^28]. Weşandina Mem û Zîn ê di Hawar ê de heta hejmara 57-ê (ku ev hejmara dawîn bû) dom kiriye. Bedirxan di vir de li ser varyanta Memê Alan jî radiweste.[^29]

Cara pêşîn agahiyên heta dereceyekê fireh, berbiçav, rast û durust, sala 1952-yê di kitêba Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de hatine weşandin. Alaeddîn Seccadî di vê berhema xwe de beşek veqetandiye ji bo jiyan û berhemên Ahmedî Xanî û bi taybetî li ser bîr û baweriyên wî yên millî rawestiyeye. Çavkaniyên zanînên Alaeddîn Seccadî, eserên berî ya wî ne. Mem û Zîn a Ahmedê Xanî ye û bi taybetî kesek e ku navê wî Mela Salih e, ku bi xwe ji xelkên Bedlîsê ye, tevî Şoreşa 1925-ê a Şêx Seîd bûye, piştî şikestina şoreşê, çûye li Iraqê li gundekî Amediyê bi cîh bûye[^30]. Gava meriv vê çîrokê û agahiyên li ser jiyana Ahmedê Xanî ji nivîsa Alaeddîn Seccadî dixwîne, pirtir qenaeta meriv diçe ser wê yekê ku ew agahiyên ku Alaeddîn Secaddî li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zîn ê nivîsîne ji devê vî melayî hatine girtin. Çimkî diyar dibe ji bilî van agahiyan Alaeddîn Seccadî bi xwe zêde li ser Mem û Zînê kûr ranewestiyaye, heta Mem û Zîn bi xwe baş nexwendiye. Di rûpelê 201-ê yê kitêba xwe de dibêje ku du keçên Mîrî hebûne bi navên Sitî û Zîn. Her wiha gava behsa hersê birayan, Tacdîn, Çeko û Arif dike; li şûna Arifî dibêje Hîfo. Eger wî Mem û Zîn baş bixwendaya wê ev şaşîtî nekira û bizanibûya ku Sitî û Zîn ne keçên Mîr in, lê xwişkên wî ne. Tevî şaşîtiyên wekî vê jî lêkolîna Alaeddîn Seccadî, nivîsara herî pêşîn a ciddî ye û yek ji wan berçavtirîn û birûmettirîn agahî ye ku heta niha di heqê Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî de hatiye dayîn.

Piştî wî tu kesî agahiyeke konkret li ser jiyana Ahmedê Xanî nedaye ku di nivîsa wî bi xwe de nebe. Heta gellekan agahiyên di nivîsa wî de û gellek caran jî bi kurtkirin û herimandin girtine, di kitêb û meqalên xwe de nivîsîne û hinekan navê wî jî nedane.

Alaeddîn Seccadî piştre di kitêba xwe de ya bi navê Edebî kurdî w Lêkolînewe Le Edebî kurdî da jî li ser Ahmedê Xanî rawestiyaye. Ew di vir de Ahmedê Xanî dike pêşrewê şeqa edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-ê de destpê kiriye[^31].

Gîwî Mukriyanî, di sala 1954-ê de, li Hewlêrê Mem û Zîn tevî pêşgotineka xwe da weşandin. Ji bo ku Gîwî Mukriyanî, çapa Îstenbûlê a 1919-ê çapa yekê û çapa 1947-ê a Halebê ya duduyan hesab dike, ya xwe jî kiriye çapa sêyem[^32]. Her ev çapa wî, di sala 1968-ê (li gor hinekan 1967-ê[^33] ) de cara duyê dîsa li Hewlêrê hatiye weşandin.

Lê li gorî meqaleya bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" ya ku di 1971-ê de di Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de hatiye weşandin ya balkêş ew e ku wî ji bo vê çapa xwe jî gotiye "çapa sisiyan". Li gor meqaleyê, di vê çapê de Gîwî Mukriyanî êdî çapa Îstenbûlê ya 1919-ê û ya Helebê ya 1947-ê nake bingehên çapên xwe, lê ji dêlva vê ve behsa wê yekê dike ku wî di sala 1915-ê de cara yekê li Helebê li çapxaneya Kurdistanê 1000 nusxe dane çapkirin, lê dinivîse ku wî ji bîr kiriye ku ew di çapa pêşîn a Hewlêrê de behsa vê çapê bike.

Di meqaleya "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" de hatiye nivîsîn ku çapeka bi vî awayî qet nehatiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin û ev agahdarî ne rast e. Her wiha ew meqale îdîa dike ku Gîwî Mukriyanî di çapa xwe ya Hewlêrê de beyteka Ahmedê Xanî jî guhertiye, li ciyê ku Ahmedê Xanî nivîsiye:

"Ecnasê milel mutî‟ û munqad

Nesla wî ereb, emîrê ekrad",

Gîwî Mukriyanî nivîsiye:

"Ecnasê milel mutî‟ û munqad

Fexrî Mîdiya, emîrê ekrad"[^34]

Muhemmed Seîd Remezan Botî, Mem û Zîn bi awayekî nesir wergerandiye ser zimanê erebî û ev werger di 1957-ê de li Şamê hatiye çapkirin[^35]. Lê mixabin, Muhemmed Seîd Remezan Botî ew qismên Mem û Zîn ê yên fikrî, millî, felsefî û tesewwufî wernegerandine, tenê beşên çîroka evîndaran wergerandine[^36]. Pişt re, ev, çend carên din jî hatiye çapkirin.

Ji wan çend kesên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîn a wî xebatên hêja kirine yek jî mamosta Hejar Mukriyanî ye. Cara pêşîn wî Mem û Zîn bi wezin wergerandiye ser zaravayê Mukriyanî û ev, di sala 1960-ê de li Bexdayê li çapxaneya Necah hatiye çapkirin. Di vê çapê de Hesen Qizilcî û Hejarî her yekî pêşgotinek nivîsîye ku ya Qizilcî, li ser jiyana Ahmedê Xanî û giringiya Mem û Zînê ye.

Lê agahiyên ku di vî warî de ew dide pirtir xwe dispêrin yên Alaeddîn Seccadî bêyî ku navê wî bê dayîn. Mamosta Hejar pişt re careka din vegeriyaye ser xebata li ser Mem û Zînê, vê carê orîjînalê Mem û Zînê bi şîrovekirina gotinên erebî, farisî, tirkî û yên felsefî û tesewwufî amade kiriye. Bi navê "Mem û Zînî Xanî çiye?" pêşgotineka lêkolînî ya hêja jê re nivîsiye ku li vê derê behsa giringî û maneya Memû Zîn ê dike, wan fikrên Ahmedê Xanî yên di Mem û Zîn ê de diyarkirî destnîşan dike û payeberziya fikrên wî radixe ber çavan. Ji bo ku mamoste Hejar hem şair, hem jî zanayekî ilmî û dînî yê kurdan bûye ku bi erebî, farisî, tirkî û herdu lehceyên kurdî; kurmancî û soranî baş zanibûye, hem di jêrenotên xwe de ku ji bu orîjînala Mem û Zîn ê hatine amadekirin, him jî di wergera xwe ya menzûm de pir bikêrhatî bûye, şerheka gellek bi qîmet pêşkêşî xwendevanan kiriye. Ev xebata wî ya duduyan ji alî Enstîtuya Kurd li Parîsê sala 1989-ê hatiye çapkirin. Di vê çapê de berê pêşgotina Hejarî tê, pişt re orîjînala Mem û Zîn ê li gel têbiniyên wî tên. Dûvre pêşgotina Hesen Qizilcî û ya Hejarî a sala 1960- ê tê, di dawiyê de ji wergera Hejarî ya manzûm a bi ser Mukriyanî cih digre[^37].

Margareth Borisova Rudenkoyê(1926-1977) sala 1954- ê li ser Mem û Zîn ê doktoranameya xwe amade kir. Ev doktoraname bi navê "Destana Mem Û Zînê ya şairê kurdan ê sedsala 17-ê Ahmedê Xanî" ye, 131 rûpel in û hê nehatiye çapkirin[^38]. Kurdologa hêja Margareth Borisova Rudenkoyê, Mem û Zîn a Ahmedê Xanî jî bi herfên erebî û bi tercumeya wê ya rûsî amade kir, ev kitêb sala 1962-ê li Moskovayê hat çapkirin[^39]. Pêşgotineka Rudenkoyê ya lêkolînî ya bi Rûsî û yeka Prof. Qanatê kurdo ya bi kurdî jî di vê çapê de cîh digre. Rudenkoyê neh nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê dane berhev û tekstê orîjînal tekûztir daye çapkirin. Me bi xwe ev xebata Rudenkoyê nediye, lê tiştên ku heta niha li ser vê hatine nivîsîn ji gellek aliyan didin nîşandan ku heta îro xebata herî hêja ya ji derveyî welêt hatiye kirin ya Rudenkoyê ye. Gellek mixabin ku ev xebat heta îro jî bi rûsî maye, kurdên rûsînezan ji vê bêpar mane.

M. B. Rudenko her wiha ketiye nav destnivîs û berevokên Aleksandre Jaba ên ku li Kutubxana Lenîngradê(ku niha navê wê Kutubxana Millî ya Rûsyayê ye û li Petersbourgê ye) hatine parastin, hemû ji hev derxistine, kontrol kirine, naveroka wan tesbît kiriye û ev lêgerîn û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade kiriye.

Ev kitêb sala 1961-ê li Moskovayê hatiye weşandin[^40]. Di vir de reqemên arşîvên kutubxanê, nav û naverok, nivîskar, berhevkerên tekstan, tarîx û ciyê berhevkirina wan diyar in. Bi vî awayî, agahdarî li ser Mem û Zîn, Nûbar û hin şiîr û xazelên Ahmedê Xanî jî di vê kitêbê de hene.

Di hejmara 1-ê a kovara Ronakbîrî de ku di adara 1995-ê de çap bûye meqaleyeka Rudenkoyê bi soranî hatiye weşandin ku navê wê "Edebî kurdîy sedeyî hevdeyem" e. Li vê derê ne diyar e ku Rudenko ev meqale kengê nivîsiye û ew li ku derê çap bûye. Her wiha ne diyar e ku kê ew wergerandiye jî. Meqale behsa edebiyata kurdî dike ku beşekî mezin ê wê li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî ne. Rudenkoyê di vê meqala xwe de jî rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî. 41

Gellek mixabin ku di nava kurdan de hetta îro lêkolîneke ciddî û berfireh li ser xebatkareke weka Rudenkoyê nehatiye kirin û kurd wê qenc nasnakin. Ji bilî van, diyar dibe ku Rudenkoyê hin lêkolînên hêja yên din jî li ser şiîrên Ahmedê Xanî yên nav tekstên A. Jabayî kirine.

Şevket Baysanoğlu, sala 1960-ê, di kitêba xwe de ya bi navê Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cîh dide jiyan û xebata Abdülaziz Halis Çıkıntaşê şair ê diyarbekirî, di vê navberê de behsa wê yekê dike ku vî şairî di sala 1906-ê de Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi awayekî wezin wergerandiye ser zimanê tirkî. Baysanoğlu dide diyarkirin ku ev werger nehatiye çapkirin û di kitêba xwe de cîh dide muqedîma Abdülaziz Halil Çıkıntaş a ku wî ji bo wergera tirkî ya Mem û Zîn ê nivîsiye, di pey re jî cîh dide hin beytên wergera tirkî ya Mem û Zîn ê[^42]

Musa Anter, sala1962-yê, di hejmara 2-yê a rojnameya Dicle-Firatê de bi îmza "Rahşan" nivîsek li ser Ahmedê Xanî nivîsîye ku navê wê "Şêx Ehmedê Xanê" ye[^43].

Ubaydullah Ayyubiyan, di sala 1962-ê de kitêbek bi zimanê farisî amade kir ku navê wê Çirîkey Mem û Zîn: kurdî-farisî ye. Di vir de bi navê "Bar-rasî-i tahqîqî-i -çirîkeh-i Mam û Zin va shahkar-i Ahmad-i Khanî-i Mam û Zin" beşek heye ku Ayyubiyan Mem û Zîn a folklorî û ya Ahmedê Xanî hemberî hev dike[^44].

Abdal Hamid Husayni[Abdulhamîd Huseynî], sala 1963-ê meqaleyek bi navê "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin," di nav Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va -Ulûmî Însanî-yî ew Tabrizê de weşand[^45]. M. L. Chyet, rexneyeka tûj li vê meqaleyê digre û dibêje ku ferqekê naxe navbera versiyona edebî ya Ahmedê Xanî û yên devkî û pişt re îddîa dike ku yên devkî ji ber ya Ahmedê Xanî hatine girtin, lê di esasî de bi eksê wê ye[^46].

M. Emîn Bozarsalan, Mem û Zîn wergerand tirkî û ev werger sala 1968-ê li Îstenbûlê bi kurmanciyeka bi herfên latînî re hat çapkirin.

Ji bo ku qanûnên Tirkiyeyê rê nedidan, M. Emîn Bozarslanî beşên kitêbê yên li ser kurdîtiyê û bîr û baweriyên millî yên Ahmedê Xanî jê derêxistibûn û bi vî awayî ew dabû çapkirin.

Ev nusxe li ber çapa Îstanbûlê ya 1919-ê û li ber nusxeyeka destnivîs a bavê Bozarslanî hatiye amadekirin. Ev çap bi wê kêmasiya xwe li Îstenbolê cara duduyan di 1975-ê de (li ser çapa sisiyan nivîsandiye ku çapa duduyan di 1973-ê de bûye), cara sisiyan di 1990-ê de hat çapkirin[^47].

Bozarslanî, piştî van çapan jî xebata xwe ya li ser Mem û Zîn ê ranewestand. Dest pê kir bi awayekî menzûm ew wergerand ser kurdiyeka xwerû, piştre pêşgotineke lêkolînî ya dirêj a hêja bi navê "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" li ser jiyana Ahmedê Xanî, bîr û baweriyên wî yên li ser kurdîtiyê û gellek warên din û li ser Mem û Zîn ê bi xwe amade kir û bi vî awayî hem orîjînalê wê hem jî kurdiya xwerû li rex hev, sala 1995- ê li Upsalayê da çapkirin. Ev çapa nuh a keda Bozarslan ji bo ku xebatên heta wê rojê yên li ser Mem û Zîn ê bi taybetî tecruba xwe ya wergera tirkî û xebata Hejar li ber çav girtiye, fêde ji wan girtiye, gellek tekûztir bûye û xebata herî pêşkeftî, berfireh û cidîtir a heta îro ye.

Lê gellekî balkêş e, ku M. Emîn Bozarslan di vê lêkolînê de hema hema qet cîh nedaye bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî. Em dizanin ku bîr û baweriyên di vî warî de aliyên girîngtirîn ê Ahmedê Xanî ne.[^48]

Abdulreqîb Yûsuf, sala 1970-yê, li Kurdistana Îraqê bi navê Dîwana Kurmancî kitêbek da weşandin ku tê de li gel hin şiîrên şairên kevn, lêkolînek li ser rastî û tarîxa jiyana Mem û Zînê û şiîreka Ahmedê Xanî jî cih girtibû. Ev şiîr bi çar zimanan hatiye nivîsîn; erebî, farisî, tirkî û kurdî. Her rêzeka qitayeka wê bi zimanekî ye. Ev şiîr pişt re di hin ciyên din de jî derketine. Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî yê vê xebatê de me ev şiîr dane ber yên pişt re çapbûyî û weşandiye. Dîwana Kurmancî ya Abdulreqîb Yûsuf sala 1988-ê li Swêdê, li Uppsalayê bi navê Şairên Klasîk ên Kurd di nava weşanên Jîna Nû de hat weşandin[^49].

Cemal Nebez tercumeyeka kurtkirî ya Mem û Zîn ê bi zimanê Almanî ya bi navê Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der kurden: Übersetzung Vorwort und Kommentare, sala 1969-ê li Almanyayê da çapkirin[^50].Kemal Fuad di kitêba xwe ya bi navê Kurdische Handschriften de li gel destnivîsên kurdî yên din behsa gellek nusxeyên destnivîs ên Mem û Zîn ê û yên Nûbara Biçûkan dike ku di kutubxanên Almanyayê de hene. Mesela ew (di r. 86-ê de)behsa destnivîseke Nûbar ê dike ku yek ji wan sê nusxeyan e ku di Kutubxana Marburgê ya Dewletê de ne, di sala 1121-ê Hîcrî de (1709-1710-ê mîladî de) an go du sê sal piştî mirina Ahmedê Xanî li Hîzanê hatiye nivîsîn[^51].

Sala 1978-ê, di Govarî Korrî Zanyarîy Kurd de lêkolîneka Qanatê Kurdo ya bi navê "Derheqa şovêd Mem û Zîna Zargotî û şova Mem û Zîna Ahmedê Xanî," hat weşandin.[^52] Prof. Dr. Îzzedîn Mustafa Resûl di dema amadekirina nameya xwe ya doktorayê de li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Moskovayê xebateke hêja li ser bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî kiriye, ev xebat paşê bi navê Ehmedê Xanî, Şaîren we Mufekkîren, Feylesûfen we Mutesewwîfen di sala 1979-ê de li Bexdayê ji alî çapxaneya El Hawadîs hatiye weşandin. Tiştên ku li ser vê eserê hatine nivîsîn, destnîşan dikin ku ev jî yek ji wan lêkolînên hêja ye ku li ser Ahmedê Xanî hatine kirin. Ciyê mixabiniyê ye ku ev berhem heta niha nehatiye wergerandin ser zimanê kurdî û bi taybetî xwendevanên Kurdistana Tirkiyê jê bêpar mane. (Wergera tirkî ya vê kitêbê di 2007-ê de li Îstanbulê ji bal weşanxaneya Avestayê hat çapkirin. –Murad Ciwan-) Meqaleyeka Prof. Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl ya bi navê "Mem û Zînî Pîremêrd û Mem û Zînekanî tir", di hejmara 3-4-ê a Ronakbîrî de hat weşandin. Di wê derê de ew li ser Mem û Zîn a piyes a Pîremêrd radiweste û dinivîse ku her çendîn Pîremêrd îlham ji Mem û Zîn a Xanî û yên folklorî wergirtibin jî ev ne wergêran an teqlîda yekê ji wan e, lê berhemeka serbixwe ya Pîremêrd e ku li gorî nasyonalîzma sedsala bîstan a kurdan hatiye tefsîrkirin û hûnandin.

Di 1971-ê de, Hafiz Mustefa Qazî, di Rojî Kurdistan \ Şemsî Kurdistan de bi navê "Ahmedê Xanî" meqaleyek nivîsiye[^53].

Di hejmara 5-6-ê a kovara Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de di 1971-ê de bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" meqaleyek hat çapkirin ku tê de li ser hin çapên Mem û Zîn ê tên rawestandin, di nav re rexne li çapa 1968-ê a Gîwî Mukriyanî tê girtin 54.

Mehemmed Enwer Elî ku ji kurdên Kurdistana Sûriyeyê ye, sala 1972-yê bi navê Ahmed el Xanî Felsefetu-l-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û -Zîn" li Beyrûdê nama we ya lîsansê ya ji bo beşê edeba rojhilatî ya Unîversîta Qedîs Yûsif li Lubnanê li ser felsefe û tesewwufa Ahmedê Xanî daye. Ev xebat 201 rûpel in, bi erebî ye û mixabin ku heta niha nehatiye çapkirin[^55].

Asker Şamîlov, Mem û Zîn wergerand ser zimanê azerî û ev werger, di 1976-ê de li Azerbaycanê hat weşandin[^56]. Kasim Kasimzade jî jê re pêşgotinek nivîsiye û tê de gotiye ku Mem û Zîn ansîklopediya jiyana kurdan e. Ew pirtir li ser aliyên humanist ên Mem û Zîn ê radiweste û li ser vê, tefsîrên xwe dike.

Ew beşên dînî yên ku di beşên pêşîn ên Mem û Zîn ê de hatine, ji bal wergêr ve nehatine wergerandin û bi îddîa ku pêwistî bi wan nîne di wergera azerî de nehatine weşandin[^57].

Ji bilî vêö di kovara Azerbaycan (10/1971) de ku li Bakuyê weşiyaye, lêkolîneke Asker Şamîlov a bi navê "Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê" derket. Asker Şamîlov di vê lêkolîna xwe de îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarî yê nav Azerbaycanê ye58.

Dr. Nûreddîn Zaza, gava berhevoka Memê Alan a ji bal Roger Lescotî ve di 1942-yê de hatiye weşandin xwerû dike û ji nuh ve dide ber weşanê, pêşgotinekê jî jê re dinivîse ku di wê pêşgotinê de ji hin aliyan ve Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî hatine raberîhevkirin. Memê Alan a bi pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza bi nasnavê çîroknivîs cara pêşîn di nava weşanên Bahozê de hat weşandin. Cara duduyan, ev kitêb di 1978-ê de li Tirkiyeyê ji bal weşanên Özgürlük Yolu (Riya Azadî) ve tevî wergera wê ya tirkî hat weşandin.

Cara sisiyan bi navê Weşanên Riya Azadî di 1990-ê de li Almanyayê bêyî wergera wê ya tirkî hat weşandin[^59]. Sadiq Bahaeddîn Amedî di kitêba xwe de ya bi navê Hozanvanêt Kurd ku sala 1980-yî li Bexdayê ji alî çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq (Akademiya Zanistî ya Îraqê) hatiye çapkirin cihek ji bo jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî jî veqetandiye û yek du şiîrên wî jî çap kirine[^60]. Agahdariyên ku Sadiq Bahaeddînî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane, ew agahiyên Alaeddîn Seccadî ne ku Amedî carina rasterast ji wî bi xwe û carina jî di riya Hesenê Qizilcî re (ku ev pêşgotina xebata Hejar Mukriyanî ye) ji wî girtine. Sadiq Bahaeddîn Amedî, her wiha cih daye çîrokeka gelêrî ku di heqê têkliyên Ahmedê Xanî de ye bi mîrê Cizîra Botan re. Amedî cîh dide nameyeka kurdekî ji Hekariyan ku di wextê xwe de şandiye radyoya kurdî li Bexdayê û gotiye ku „Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye.‟ Sadiq Bahaeddîn Amedî, di vê derê de dinivîse ku E. B. Soane, di kitêba xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Language, (London, 1913) de dinivîse ku "Ahmedê Xanî yê Hekarîyê ku kiryarêt wî yêt zor(gellek) çi ji kurdperweriyê yan ji layêt dî ve ji hemiya binavûdengtir e li Kurdistanê û ji derve. Xanî xwendingehek vekir li Bayezîdê digel mizgeftekê".[^61] Ji meqaleyeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" ku di sala 1980-yî de hatiye nivîsîn û hîn nehatiye weşandin, tê fahmkirin ku di salên 1970- yî de Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê daye çapkirin[^62].

Albayê teqaudbûyî yê hêzên jenderman Nazmi Sevgen, di Akademiya Herbê de (Akademiya Eskerî ya Tirkiyê) konferansek bi navê "Doğu‟da Kürt Meselesi" (Li Rojhilatê Pirsa kurdî) da, pişt re di sala 1970-yî de ev konferans di nava weşanên Akademiya Harbê de hat çapkirin. Nazmi Sevgen di vê nivîsara xwe de behsa Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û behsa gorra Mem û Zînê jî dike. Di mesela gorrê de wiha dinivîse Nazmi Sevgen: "Gorra Mem û Zînê li Cizîrê, li gorristana Camiya Emîr Abdullah e. Ev ji alî dostê min Abdullah Cîzre ve hatiye tesbîtkirin. Her du bi hev re di bin kêla gorrekê de ne"[^63].

Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî, li hin cihan; bi taybetî jî di wî beşê lêkolîna xwe de ya bi navê "Tarîxa Lêgerîna Edebiyata kurdî li nav kurdan da û Rûsistanê da" û di wê beşa taybetî de ku li ser Ahmedê Xanî, jiyan, berhem bîrûbaweriyên wî ne, behsa xebatên Aleksandre Jabayî û yên M. B. Rudenkoyê jî dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî kirine û bi vî awayî behsa wî û eserên wî jî dike[^64].

Qanatê Kurdo dibêje ku wî han daye da Rudenko vê xebatê amade bike. Loma jî ew her wiha bûye redaktorê kitêba Rudenkoyê ya li ser Mem û Zîn ê û hem jî pêşgotinek jê re nivîsiye. Tiştekî balkêş ew e ku tevî ku M. B. Rudenkoyê Mem û Zîn hemû wergerandiye rûsî û di Mem û Zîn ê de Ahmedê Xanî bi xwe gotiye ku ew kengî hatiye dinyayê jî, Prof. Qanatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî de, nivîsiye ku Rudenkoyê di pêşgotina kitêba xwe de nivîsiye ku "Ne eyan e kîjan salê A. Xanî ji dayika xwe bûye..."[^65] Pişt re ji şîrovekirinên Prof. Qanatê Kurdo diyar dibin ku wî bi xwe jî Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi dûr û dirêjayî lênekolaye û ew Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî têkilhev dike, navên qehremanên Mem û Zînê şaş dinivîse (Ji dêlva Arif re Erfan) û hin navên qehremanên destana folklorî jî wekî yên qehremanên berhema Xanî destnîşan dike ku bi rastî ev qehreman tenê di destana folklorî de hene (wekî Qeretajdîn)66.

Di kovara Ronahî de ya ku sala 1961-ê li Iraqê derket bi navê "Ahmedê Xanî û berhemên wî" meqaleyeka Qanatê Kurdo derket.

Her ev meqale di hejmara 13. 5. 1962-yê a rojnama Riya Teze de jî hat weşandin. Wî her wiha sala 1969-ê di du hejmarên kovara Çiya de ku li Almanyayê dihat weşandin, bi navê "Fikrên qewmî di eserên Ahmedê Xanî de" lêkolîneka xwe da weşand. Qanatê Kurdo di sala 1978-ê de jî di hejmara 6-ê a Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de meqaleyeka xwe ya bi navê "Derheqa Şovêd -Mem û Zîn-a Zargotî û şova -Mem û Zîn-a Ahmedê Xanî" da çapkirin ku tê de Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û varyantên devkî yên gelêrî dide berhev 67.

Esas li gora ku ew bahs dike, ev meqale ji wê pêşgotina bi navê "Peywendiya Folklor û Lîteratura kurdî" hatiye wergirtin ku wî ji bo kitêbekê amade kiribû û ê di demên pêş de bihataya weşandin. Naveroka vê kitêbê ew bû ku gellek varyantên devkî û ya edebî ya Mem û Zîn ê dida berhev. Lê ev kitêb heta îro jî nehatiye weşandin. Bi munasebeta ku Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê da weşandin Prof. Qanatê Kurdo di sala 1980-yî de meqaleyek bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" nivîsî û şand ji Berbangê re ku bê çapkirin. Lê ev meqale tiştê ku ez dizanim heta niha nehatiye çapkirin û di arşîva Mahmûd Lewendî de peyda dibe[^68].

Di ansîklopediya tirkî de ya bi navê Yurt Ansiklopedisi, di beşê Hakkari de kurteparagrafek li ser Ahmedê Xanî jî heye[^69].

Ferhad Şakelî lêkolîneka hêja ya zanistî li ser jiyan û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî yên kurdayetîyê û ciyê wî di nasyonalîzma kurdan de bi îngilîzî amade kiriye û di 1983-yê de ev bi navê Kurdish Nationalism in Mem u Zin of Ehmedi Xani pêşkêşî Beşê Zimanên Îranî yê Unîversîteya Uppsalayê ya Swêdê kiriye. Ev xebat pişt re ji alî Birgitta Nelander hatiye wergerandin ser zimanê Swêdî û ji alî Mekteba Bilind ji bo Hîndekariya Mamostan li Stockholmê (Högskolan För Lärarutbildning i Stockholm) di 1985-ê de hatiye weşandin[^70].

Feryad Fazil Umer, di 1986-ê de kitêbek bi navê Edebî Kurdî li Almanyayê weşand ku tê de beşek jî li ser Ahmedê Xanî ye. Ew Ahmedê Xanî wek nimûneyeka şairên kurmanc di berhema xwe de dide û bi kurtî li ser jiyan û berhemên wî radiweste[^71]. Ev beş kurtebahsek e ku ji hin berhemên berê hatiye komkirin.

Perwîz Cîhanî jî xebatek hêja li ser Mem û Zîn ê kiriye, gellek nusxeyên çapkirî û yên destnivîs dane ber hev û bi jêrenotên şerhê carna jî bi şerheka fireh a beytan li binê rûpelan danîye, pêşgotinek li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zîn ê jî amade kiriye, pişt re jî, metnê kurdî yê orîjînalê xebata Rudenkoyê jî daniye pişt vê xebatê û bi vî awayî daye çapkirin. Ev berhem sala 1988-ê li Urmiyê ji alî Navenda Weşanên Ferheng û Edeba Kurdî (Intîşaratî-l Selaheddîn Eyyûbî) ve hatiye weşandin. Divê em destnîşan bikin ku ne di beşê teksta Rudenkoyê de, lê di wî beşî de ku Perwîz Cîhanî, ji hin çap û destnivîsan daye ber hev û amade kiriye, beytek heye ku di tu çapên berî wê de nînin. Pişt re di beşê teybetî de yê li ser Mem û Zîn ê (Ev beş di kitêba min a bi navê Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîrûbawerî û wî, weşanxaneya Doz de ye – Murad Ciwan) em ê vê beytê pêşkêş bikin û li ser rawestin[^72].

Perwîz Cîhanî her wiha di nav weşanên her wê weşanxaneyê de di sala 1367-ê de bi pêşgotineka xwe ya li ser nasandina Ahmedê Xanî yeka li ser Nûbar ê daye weşandin, ku jêrenotên şîrovekirinê jî jê re dane bin rûpelan. Mixabin ku wî navê kitêbê guheriye û kiriye Ferhenga Nûbar73.

Amir[Emîr] Hassanpour- Aghdam, sala 1989-ê li Unîversita Illinoisê nameya xwe ya doktorayê ya bi navê The Language Factor in National Development: The Standardization of the Kurdish Language 1918-1985 da. Di vê doktorenamê de beşê çaran li ser dialektên edebi yên kurdi ye ku ji sedsala 15-ê dest pê dike hetta Şerê Cîhanê tê. Di vê beşê de rola Ahmedê Xanî jî bi awayekî qenc hatiye destnîşankirin[^74]. Dr. Emîr Hesenpûr, lêkolîneka din a rexnegirî li ser dewra Ahmedê Xanî, kurdperweriya wî, daxwaza wî ya hukumraniya siyasî a kurdan kiriye ku ev, bi navê "Gelî kurd û destelatî sîyasî le Mem û Zînî Xanî da" di hejamara 12-ê a Gzîng ê de hatiye weşandin. Diyar e ku meqale di wê hejmarê de xelas nebûye ê dewam bike[^75].

Namûk Açıkgöz ê tirk ê ku bi xwe sentezîstekî tirk- îslamî ye, sala 1990-î bi navê "Ahmed-i Hani‟nin Mem u Zin adlı Mesnevisi ve Klasik Edebiyattaki Yeri" (Mesnewiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û ciyê wê di edebiyata klasîk de) meqaleyek di kovara Türk Dünyası Araştırmaları de daye weşandin.

Açıkgöz wekî nîjadperestekî tirk di vir de fikra Ahmedê Xanî ya kurdeweriyê bi tevayî veşartiye û ew wekî şairekî îslamî yê şerqî daye nasîn.

Ew ji wê teza tarîxî ye ku dibêje „kurd jî bi eslê xwe tirk in‟ hareket dike û Ahmedê Xanî wekî şairekî tirk qebûl dike, pirtir jî ji alî edebî û hunermendî ji alî forma mesnewiyan li ser Mem û Zînê radiweste[^76].

Mehemed Emînê Osman, li Kurdistana Iraqê, Mem û Zîn bi şîrovekirin û vekolînekê û bi daneberheva çend nusxeyên çapkirî û destnivîs amadekiriye û ev berhem li Bexdayê di çapxaneya Cah‟iz de hatiye çapkirin. Li ser kitêbê ne diyar e ku kitêb kengî hatiye çapkirin, lê Mehemed Emînê Osmanî bi xwe tarîxa 18-ê meha 1-ê ya 1990-ê li bin pêşgotina xwe daniye û berî çapê muwafeqa Wezareta Seqafê û îlamê di 14-ê meha 2-ê a 1990-ê de jê re derketiye. Mehemed Emîn du lêkolîn xistine pêşiya vê çapa Mem û Zînê. Di ya pêşiyê de ew Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî dide ber hevdu, wekhevî û cudayiyên wan destnîşan dike, piştre jî navê wan çavkanî û berheman dide ku heta niha varyantên Memê Alanî çapkirne, an li ser wan lêkolîn kirine.

Di lêkolîna duduyan de, Mehemed Emînê Osman li ser jiyana Ahmedê Xanî, li ser naveroka Mem û Zînê radiweste, behsa wê yekê dike ku wî ev xebat çawa amade kiriye.

Her wiha wan çapên berê yên Mem û Zîn ê jî destnîşan dike. Xebateka hêja ye. Tiştekî din ê balkêş di xebata wî de ew e ku di Mem û Zîn a wî de du beyt hene ku ev di tu çapên din de yên heta niha ketine ber dest nînin. Em ê di behsa taybetî de ya li ser Mem û Zînê (her di wê kitÊba min ya binavkirî de Mûrad Ciwan) van her du beytan pêşkêş bikin û firehtir li ser rawestin. Sidîq Borekeyî (Safîzade), di wê kitêba xwe de ya bi navê Mêjûyî Wêjeyî Kurdî ku ji du cildan pêk hatiye, cîh daye Ahmedê Xanî jî. Lê bi xemgînî divê em li vir diyar bikin ku bi awakî ciddî hê em li ser beşên din ê kitêbê ranewestiyane, loma jî em nizanin çawa ye, lê beşê li ser Ahmedê Xanî ji zanistî, rastî û ilmiyetê dûr e. Wî agahiyên xwe yên li ser Ahmedê Xanî pirtir ji Alaeddîn Secadî wergirtine, lê gelek caran bêyî ku navê wî bide. Di ser re jî hin agahiyên çewt atfî Alaeddîn Secaddî û M. Emîn Bozarslanî kirine ku wan welê nenivîsiye. Tiştên ku wan rast nivîsîne jî bêyî ku navê wan bide wekî zanîna xwe pêşkêş kirine[^77].

Sidîq Borekeyî(Safîzade), her wiha dinivîse ku di Daîre’l Mearif el-Îslamiyye de ya ku te-„îfa Muhemmed Ferîdûcdî(?) (Qahîre 1918) ye behsa jiyana Ahmedê Xanî tê kirin lê tarîxa jidayikbûna wî şaş hatiye dayîn. Ew her wiha dinivîse ku di kitêba Çend Şairek di Herêma Behdînan de ku ji alî Dr.

Nafi Akreyî hatiye amadekirin, behsa Ahmedê Xanî heye. 78

Baba Merdûx Rûhanî, di kitêba xwe de ku bi farisî nivîsiye û navê wê Tarîxê Meşahîrê Kord (Tarîxa Navdarên kurd) e di cildê ewwel de behsa jiyan, berhem û baweriyên Ahmedê Xanî dike. Ev agadarî jî diyar e ku ji Alaeddîn Seccadî hatine 79.

Zeynelabidîn Zinar, cara pêşîn Nûbar a Ahmedê Xanî wergerand ser tîpên latînî û bi pêşgotinekê li ser kurtejiyana Ahmedê Xanî û li ser çapên Nûbar ê sala 1986-ê di nava weşanên Roja Nû de li Stockholmê da weşandin. Li vir, ew, her wiha behsa wê yekê dike ku Nûbar sala 1903-yê li Stenbolê çap bûye û nusxeyeka din jî ku bi destê Mele Mihemedê Wanî hatiye nivîsîn li her eynî salê li Berlînê çap bûye. Zeynelabîdîn Zinar destnîşan dike ku wî ev herdu nusxeyên çapkirî dane ber hev û çapa latînî ji ber wan amade kiriye[^80].

Zeynelabidîn Zînar, Eqîdeya Îmanê (ku menzûm e) û Eqîdeya Îslamê (ku nesir e) ya Ahmedê Xanî bi tîpên latînî cara pêşîn di Kovara Nûbiharê de di hejmara 13-ê ya çiriya Pêşîn a 1993-ê de weşand.

Ev her du berhem jî di 1887-ê de bi destxeta Mele Mihemedê Wanî hatibûn nivîsîn û A. von Le Coqî ew di sala 1903-ê de bi navê Kurdische Texte de li Berlînê dabû çapkirin.

Eqîdeya Îslamê careka din ji bal Zinarî ve di îlona 1995-ê de di hejmara 3-yê a Çira yê de bi tîpên latînî hatiye weşandin ku wî pêşnivîsek jî jê re nivîsiye.[^81] Her di vê nivîsa xwe de Zeynelabidîn Zinar, behsa çapa Îstenbolê ya Eqîda Îmanê dike, lê behsa tarîxa vê çapê nake. Her wiha, behsa wê yekê dike ku Mele Ehmedê Qoxî şerheke kurmancî ji vê berhemê re nivîsiye û bi navê Rêberê Sanî, Şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî di 1984-ê de daye çapkirin. Ev çap li Tirkiyeyê bûye. Hem berhem, hem jî şerha wê bi herfên erebî ne. Zeynelabidîn Zinar ev berhem tevî şerha wê kiriye latînî û bi vî awayî di sala 1990-ê de li Almanyayê ji alî weşanxaneya Dengê Yekîtiyê hatiye weşandin[^82]. Min ev kitêb dîtiye. Li ser bi erebî wiha dibêje: Kîtabu Rehberê Sanî, telîf: Ehmed Hilmî Qoxî el Diyarbekirî, îla Şî-rî -Eqîde. Bi kurmancî jî li ser qapaxê wiha hatiye nivîsîn: Şerha -Eqîda Şêx Ehmed bin Îlyas el Xanî.

Şerha ku ji Eqîda Îmanê re hatiye kirin şerheke fireh e û dînî, felsefî û tesewufî ye[^83].

Zeynelabidîn Zinar, Eqîdeya Îmanê ya Ahmedê Xanî careka din di kitêba xwe de ya bi navê Xwendina Medresê daye weşan din[^84].

Zeynelabîdîn Zinar, kitêba xwe ya bi navê Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî di sala 1991-ê de li Stockholmê weşand ku li ser hin şair û nivîskarên kurd e. Bi taybetî giraniya xwe daye ser jiyan û şiîrên şaîrên kurmanc, zêdetir jî yên dema berî sedsala me. Di vê berhemê de beşê li ser Ahmedê Xanî jî heye, ku kurtebahsek e li ser jiyana wî û heşt şiîrên wî pê re ne ku ya bi çar zimanan ne tê de, hemî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û tên çapkirin. Zeynelabidîn Zinar, li cihê ku pêwîst dîtiye, jêrenotên şerhkirinê jî ji wan re nivîsîne.

Ferhad Şakelî, sala 1991-ê, di kovara Mamostay Kurd de cih da çar şiîrên Ahmedê Xanî. Ferhad Şakelî di wê pêşnivîsarê de ku wî ji bo wan şiîran amade kiriye, dinivîse ku ew ji nav wan tekstan hatine berhevkirin ku di wextê xwe de ji bal Aleksandre Jabayî ve hatine berhevkirin û niha li Lenîngradê di Kutubxana Lenîngradê (Petersbourga niha) ya dewletê de ne, li ser navê M. Y. Saltikova-Şerdirîn hatine parastin.

Ew dibêje di nava wan destnivîsan de bi tevayî 25 şiîrên Ahmedê Xanî hene û kopyeyên hemûyan li ber destê wî ne85. Lê heta niha Ferhad Şakelî ew neweşandine. Ev çar şiîrên ku di Mamostay Kurd de hatin weşandin pişt re ji alî Şefîk Kaya ve hatin wergerandin ser tîpên latînî û di hejmara 4 (162)-yê a Armancê de hatin weşandin[^86] Me di beşê şiîrên Ahmedê Xanî de di vê xebatê de (Qesd jî kitêba min a binavkirî ye - Mûrad Ciwan) cih daye van her çar şiîran.

Her di vê hejmara Mamostay Kurd de lêkolîneka Tewfîq Wehbî hatiye çapkirin ku ji kovara Dengî Gîtî Taze, hejmar 2 a sala 1943-ê hatiye wergirtin ku li Bexdayê derdiket. Navê meqalê "Yek dû Wêne le Şiîr û Felsefeyî Berzî Ehmedî Xanî" ye[^87].

Di hejmara duduyan a kovara Gzîng ê de hevpeyivînek li gel Dr. Ebbas Welî hatiye kirin ku tê de fikrên Ahmedê Xanî yên li ser kurdeweriyê jî tên munaqeşekirin. Di vir de Dr. Abbas Welî wê fikrê diparêze ku goya meriv nikare Ahmedê Xanî wekî neteweperwerekî kurd, lê wek nîştimanperwerekî hesab bike[^88].

Mahmûd Lewendî, sala 1992-yê di kovara Dîdar de bi navê "Ehmedê Xanî" meqaleyek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî nivîsiye[^89].

Meqaleyeka N. Hêcibî a bi navê "Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Astronomî", di hejmara 8-ê a 1993-yê a kovara Nûdem ê de hatiye weşandin[^90].

Di hejmara 2-3 ya kovara Aso de ku sala 1993-yê ji bal hin ronakbîrên Kurdistana Sûriyeyê hatiye derxistin, Hejarê Darî, gotarek bi navê "Niştimanperweriya Xanî" li ser jiyan û berhemên Xanî nivîsiye[^91]. Her di eynî hejmara vê kovarê de, şiîreka Ahmedê Xanî jî bi sernavê "Çardehê Nîsan" hatiye weşandin[^92]. Ev şiîr pişt re di hin cihên din de jî hatiye belavkirin. Me bi ravekirin ew di beşê şiîrên Xanî de di vê xebatê (Kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) de weşandiye.

Li ser 18 varyantên Mem û Zîn a folklorî yan jî bi awayekî din Memê Alan, sala 1991-ê, li Berkeleyê, li Unîversîta Kalîforniyayê nameyeka doktoraya felsefê ya Michael L. Chyet amade bû bi navê "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. Name pişt re ji alî UMI Dissertation Service ve her di eynî salê de dektîlokirî wekî du cildan hatiye amadekirin, yanî xebat wekî kitêb hîn nehatiye çapkirin. Ev doktorename, xebata herî zanistî, ciddî, berfireh û piralî ye ku tê de hîjde varyantên vê destanê li berhev hatine danîn, ji gellek aliyan ve lêkolîn û tehlîl li ser wan hatine kirin. Di vê navberê de têkiliya wan bi Mem û Zîna Ahmedê Xanî re hatiye pêşkêşkirin û rola wê di nava wan de li gorî zanîn û qenaeta lêkoler hatiye diyarkirin[^93].

Heyder Umer, li Sûriyeyê sala 1991-ê li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî bi erebî kitêbek daye çapkirin ku navê wê Ahmedê Xanî Fî’l’Melheme’l- Şî’rîye Mem û Zîn e[^94].

Vazgal Bazîdî, di kovara Roja Nû de ya ku li Stockholmê tê weşandin di du hejmaran de li ser hev hin şiîrên Ahmedê Xanî dane weşandin ku ji destnivîsarên Mele Îbrahîmê Zivingî hatine wergirtin.

Vazgal Bazîdî, di pêşenivîsa xwe de, diyar dike ku Mele Îbrahîmê Zivingî birayê Mela Ehmedê Zivingi ye yê ku Dîwana Melayê Cizîrî bi erebî şerh kiriye. (Ev eser vê paşiyê wekî du cildan li Şamê hat çapkirin. - Mûrad Ciwan) Vazgal Bazîdî, destnivîs li Sûriyê ji cem hin kesan peyde kirine, anîne, dane M. Emîn Bozarslanî, wî jî gellek jêrenotên şerhkrinê ji wan re nivîsîne û ev, bi wan jêrenotan di du hejmarên kovarê de hatine weşandin. Tev de neh şiîr in, hin ji wan berê hatine çapkirin, lê hin jî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û di rûpelên vê kovarê de çap dibin[^95].

Her wiha di hejmareka din a vê kovarê de 6 şiîrên Ahmedê Xanî derketin ku ev ji alî Zera Ûsiv ve ji Vazgal Bazîdî re hatine şandin da di kovarê de bi tîpên latînî bên weşandin. Esas wekî ku Zera Ûsiv destnîşan dike, ew, cara pêşîn ji alî Dr. M. B. Rudenkoyê ji nav tekstên destnivîs ên A. Jabayî hatine derxistin. Wê, sala 1961-ê di kovara Narodî Asîî î Afrîkî nr; 3-yê de bi herfên erebî dane çapkirin[^96]. Li gorî ku Z. Ûsiv dinivîse ev 7 şiîr bûne, lê di Roja Nû de şeş ji wan derketine. Heta ji wan şeşan jî hin ne ew in ku Rudenkoyê dane çapkirin.

Çimkî gava ev şiîr ketine destê Vazgal Bazîdî, wî jî verêkirine ji M. Emîn Bozarslanî re ku şerha wan bike. Wî ev şerh kirine, lê ji ber ku hin ji wan berê di eserên Bozarslanî û hin derên din de derketine, wî pêwîst nediye ku tekstên waryanta bi amadekariya Rudenkoyê bên çapkirinê û têkevin ber destê xwendevan, ji dêlva wan ji Bazîdî re nivîsîye ku ew dikarin yên di eserên din de careka din çap bikin. Wî jî bi ya Bozarslanî kiriye û mixabin ku ji wan şiîrên ku Zera Ûsiv şandine, hin çap nebûne. Ev şiîrên ku bi lêkolîna Rudenkoyê di wê kovara Rûsî de hatibûn çapkirin di 1995-ê de di hejmara 9-ê a kovara Gzîng ê de derketin[^97]. Min ew û yên Bozarslanî dan berhev, min dîtin ku ferq di navbera wan de hene û heta yek ji wan li ba Bozarslan qitayeke wê kêm e, li ba Rudenkoyê temamtir e. Baştir ji min re diyar bû ku bi vê tewra nezanistî, çawa em xebatên însanên alim texrîb dikin û carna jî, ji karê pirtir em zerarê digihînin tarîx û kultura xwe.

Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî ya di vê xebatê de (Kitêba min a inavkirî – Mûrad Ciwan), me ew dane ber hev, kêmasî temam kirine, ferqiyeta navbera wan diyar kirine û pişt re dane weşandin.

Ew hejmara kovara Gzîng ê ya ku li jorê hat binavkirin dikare hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî bê hesabê ku gellek maqale tê de hene ku lêkolînên di heqê Ahmedê Xanî, berhemên wî û bîrûbaweriyên wi de ne.

Dr. Emîr Hesenpûr ku li Kanadayê, li Montrealê li Zanistgeya Konkordiyayê kar dike, maqaleyeka rexneyî li ser kitêba Ferhad Şakelî nivîsîye ku navê wê kitêbê Kurdish Nationalism in Mam û Zin of Ahmad-i Khani ye. Me ev kitêb berê binav kiribû. Di vê meqalê de Dr. Emîr Hesenpûr bi awayekî zanistî hin agadarî û bîrûbaweriyên Ferhad Şakelî yên li ser dîroka gel û ya edebiyata kurdî, yên li ser lêkolînên Ahmedê Xanî û bîrûbaweriyên wî rexne dike[^98].

Kovarê her wiha cih daye soraniya meqala Joyce Blau a ku wê di konferansa Stockholmê de pêşkêşi beşdaran kiribû. Meqale li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî ye ku di vê xebatê de em li gelek ciyan tên ser vê meqalê. Yê ku ji îngilîzî kiriye soranî Hêriş e[^99].

Meqaleyeka Kemal Mîrawdelî jî di vê kovarê de çapbûye ku navê wê "Axawtinêk li gel -Xanî- da " ye[^100] Meqaleyeka din a ku derketiye "Dêmenî Jin le - Mem û Zîn -î -Xanî- da" ye û ji bal Teyfur ve hatiye amadekirin[^101].

Her wiha, Şakirê Xudoyê Miho[^102], Kerîmî Husamî[^103], Rehmanî Sofî[^104] û Hêdî[^105] jî kurtenivîsarek di vê hejmara Gzingê de weşandine. Kovarê beşeka kurt ji lêkolîna Alaedîn Seccadî[^106] weşandiye ku li ser jiyana Ahmedê Xanî ye. Û her wiha wê meqala Rudenkoyê jî tê de cih girtiye ku me li jorê behs kir.

Nivîsara Hêdî li ser danasandina broşurekê ye ku li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî ye û bi farisî hatiye nivîsîn. Hêdî wiha dinivîse "Birêz kak Ezîzî Îbrahîmî, di broşureka 24 rûpelan de ku navê wê Mierifî Şexsiyetê Ehmedê Xanî -Şairê Mihenperestê Kord(Nasandinî Kesayetîy Ahmedî Xanî -Şairî Nîştimanperwerî kurd) e. Ew Xanî û berhemên wî bi farisîzimanan dinasîne"[^107].

Di konferansa Ahmedê Xanî de ya ku di 27-ê gulana 1995-ê ji alî Komeleya Nivîskarên Kurd, Federasyona kurdan û ABF-a swêdiyan hat amadekirin, Martin van Bruinessen gotarek bi navê "Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola wî ya di neteweperweriya kurdî de" pêşkêş kir ku ev gotar pişt re di hejmara çaran a Çirayê de hat weşandin[^108].

Sala 1985-ê, kovara Svensk-kurdisk Journal bi Bruinessen re roportajek kiribû ku di wir de jî hin tehlîlên wî li ser Ahmedê Xanî hatine diyarkirin[^109]. Bruinessen her wiha di kitêba xwe de ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de cîh daye rola Ahmedê Xanî ya di civak û dîroka kurdan de[^110].

Lêkolîneka Rohat Alakom, di heft hejmarên Özgür Politika yê yên navbera11-17ê Îlona 1995-ê de bi zimanê tirkî hat weşandin. Navê vê lêkolînê "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında" ye. Ev meqale bi zimanê tirkî ye. Yek ji wan lêkolinên berbiçav û piralî yên li ser Ahmedê Xanî ye ku bi munasebeta 300 saliya Mem û Zîn ê li hundur û derveyî welêt hatin kirin. Ew di vê lêkolîna xwe de, li ser jiyan, xebat û berhemên Ahmedê Xanî bi kurtebirî dinivîse, wan xebatên ku heta niha li ser Ahmedê Xanî û eserên wî hatine kirin destnîşan dike, cardin bi kurtî têkiliyên navbera Mem û Zînê û varyanta gelêrî rê dide, bi vê munasebetê behsa xebatên li ser varyantên gelêrî jî dike. Ew li ser giringiya Mem û Zînê û tesîra wê di nava alim, zana û xelkê kurd de radiweste, bibîr dixe ku di 300 saliya bibîranîna Mem û Zînê de barê ser pişta kurdan e ku deynê xwe ji Ahmedê Xanî re îfa bikin û bi awayekî zanistî, fireh û navnetewî konferansan bicivînin, lêkolînên akademîk hazir bikin û gellek aliyên Ahmedê Xanî zelal bikin ku heta îro di tarîtiyê de mane[^111].

Dilbixwîn Dara, lêkolînek li ser jiyan, berhem, bîr û bawerî, zanîn û xebatên Ahmedê Xanî, ciyê wî di civak û tevgera kurdî de amade kiriye. Bi giranî jî li ser Mem û Zînê rawestiyaye. Ev xebat, ji alî Înstîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanînê di tebaxa 1995-ê de bi navê Felsefeya Ehmedê Xanî weka pirtûkekê hatiye çapkirin[^112].

Li Tirkiyê, Faik Bulut, di hezîrana 1995-ê de bi navê Ehmedê Xanê’nin Kaleminden Kürtlerin Bilinmeyen Dünyası kitêbek da weşandin ku tê de li ser dewra Ahmedê Xanî, şairî mutefekirî, fîlozofî û mutesewwufiya wî, jiyana wî, baweriyên wî yên civakî siyasî, baweriyên wî yên li ser jinan û evînê radiweste[^113].

Di kitêba Ismet Alpaslan de ya bi navê Her Yönüyle Ağrı (Bi hemû aliyên xwe ve Agirî) ku di 1995-ê de li Tirkiyeyê hatiye weşandin, beşekî kurt li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Di vir de Ismet Alpaslan Ahmedê Xanî ji malbata Arwasiyan nîşan dide[^114]. (Li ser vê yekê agahiyên zêdetir di beşê "Jiyana Ahmedê Xanî" de (kitêba min a binavkirî de – Mûrad Ciwan) hene.)

Eskerê Boyik, di hejmara bi tarîxa 17-23-yê Eylula 1995-ê ya rojnameya hefteyî ya Azadî de ku li Istenbolê tê weşandin û ya dewama wê de maqaleyek bi navê "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî" nivîsiye. Ew, tê de behsa xebatên A. Jaba, Qanatê Kurdo, I. Orbeli û M. B. Rudenkoyê dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî hatine kirin. Pişt re cîh dide lêkolîneka M. B. Rudenkoyê ku "çend salan berê" ji bo rojnama Riya Teze nivîsîbû û bi munasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zîn a Ahmedê Xanî careke din ev lêkolîn di Riya Teze de hatibû çapkirinê. Eskerê Boyik ev lêkolîn ji tîpên krîlî wergerandiye ser tîpên latînî û ew di rojnamê de hatiye weşandin. Navê meqalê "Çend gilî derheqa Ahmedê Xanî da" ye[^115]. Eskerê Boyik, di meqala xwe de, gava behsa Orbelî dike, cîh dide wê tesbîta wî ya meşhûr a li ser Ahmedê Xanî ku di wê pêşgotina wê kitêba xwe de ya bi navê Heykelên Zemane Şaîrê Gurcan Rustaveli dinivîse: "Wextê em dibêjin şair di nivîsara xwe da nêzîkî millet e, bi millet û xelqê ra girêdayî ye, hingê em bêhemdî xwe, lazim e navê sê şairên mezin ên rohilatê wek hev bikin û beramber bikin. Ew her sê şair ev in: Yek Fîrdewsiyê îranî ye; yek Rustavelliyê gurc e; yek jî Ahmedê Xanî yê kurd e."[^116]

Felat Dilgeş, meqaleyek lêkolînî amade kiriye û ew bi navê "Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî" di hejmara 15-ê a Nûdemê de hatiye weşandin. Ew, di vê lêkolînê de bîr û baweriyên Xanî û yên Platonî (bi taybetî di warê hukumdariyê de) dide berhev[^117]. Pêşîn(oktober) a 1995-ê kir hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî. Di vê hejmarê de nivîsarên Mahmûd Pakdemîr[^118], Rojnama Armancê hejmara xwe ya 4(162)-ê a Çiriya Emîn Narozî[^119], Joyce Blau[^120], Nîhad Elî[^121] û Mûrad Ciwan[^122], gotûbêjek bi M. Emîn Bozarslan[^123] re û axaftineka Prof. Dr. Îzzeddîn Mustefa Resûl[^124] cîh digre.

Emîn Narozî, di nivîsara xwe de li ser xebatên van kesan rawestiyaye û bi kurtî behsa wan kiriye: xebata Gisbert Jacke ya ku wekî pêşgotin ji kitêba drama ya bi navê Mem och Zin[^125] re nivîsiye, ya Bazil Nikitin ku dinivîse „Ahmedê Xanî Fîrdewsiyê kurdan e‟, ya

Martin van Bruinessen ku di kitêba xwe ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de destnîşan kiriye û ya V. Minorsky ku di Ansîklopediya Îslamê de li ser beşa kurd û Kurdistanê de nivîsiye.

Prof. Joyce Blau di kitêba xe de ya bi navê Mèmoire du Kurdistan cihek daye Ahmedê Xanî jî[^126]. Meqaleyeka Mehemed Alî Qeredaxî ya bi nave "Xiştîyekem le saxtimanî binaxeyî /Dîwanî Xanî/ da be bûneyî sêsed saleyî Xanîyewe" di hejmara 80-yê a kovara Rengîn de hate weşandin ku li ser hin şiîrên destnivîs ên Ahmedê Xanî ne û ew şiîrên destnivîs jî di dawiya meqalê de hatine çapkirin. Hemî heşt şiîr in ku çar ji van ji bilî vê kovarê di tu cihên din de nehatine çapkirin û ji vanên li cihên din neçapbuyî dudu ji wan di nava arşîva destnivîs a Aleksandre Jabayî de hene lê her duyên din li wê derê jî nînin. Me ev her çar şiîr di beşê şiîran de dane weşandin û em zelaltir li ser wan rawestiyane[^127].

Her di eynî hejmara vê kovarê de Mehemedê Mela Kerîm meqaleyeka bi navê "Le pêşwazîy bîrewerîy sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî da; Bozerslan giyanêkî tazeyî kirdewe be bewrî em şakareyî edebî kurd da" amade kiriye ku li ser nasandina kitêba M. Emin Bozarslan e ku ji esl û kurdiya xwerû ya îroyîn a Mem û Zînê pêkhatiye 128.

Kovara Pirs a ku ji bal hin kurdên rewşenbîr ên Kurdistana Sûriyê tê derxistin, hejmara xwe ya 7-8-ê zivistana 1995-ê - buhara 1996-ê bi tevayî veqetandiye ji bo lêkolînên li ser Ahmedê Xanî bi munasebeta 300 saliya xelasbûna Mem û Zîn ê. Dêrsim/Memo bi navê "Ehmedê Xanî şoreşger û têkoşerê çerxa xwe bû"[^129], Hişyarê Kohî bi navê "Ramana E. Xanî"[^130], Tengezarê Marînî bi navê "Nav û nîşanên (Mem û Zîn)a M. E. Xanî"[^131], Berzo bi navê "Xanî û zimanê kurdî" 132, Hewarê Gundî bi navê "Durvê Hunerî yê çîroka Mem û Zînê"[^133], Rezo, bi navê "Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurdîye kevnar de"[^134] meqale nivîsîne.

Dilovan, çar şiirên Ahmedê Xanî, ji nav destnivîsên hin melayan dane ber hev û ew di vê hejmarê de weşandine. Ew şiîr di sala 1995-ê de di Roja Nû de jî derketine. Me dane ber hev û di vê xebatê de (kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) jî ew dane weşandin. Dilovanî pêşenivîsek jî ji wan re nivîsiye û bi xwe nav li wan kirine ku ev in:

1- Xanî Pir gotiye,

2- Nexoş im ez,

3-Derê meygedeê,

4-Bes e ah û esef.

Li gorî pêşnivîsê, wî, di wextê xwe de heşt şiîr ji defterên destnivîs ên çend melayên kevn û hêja ên wekî Mele Remedanê Seyyid Sulêman, Evdiyê Kurumî, Ahmedê Seyda nivîsîne û dane ber hev û dîtine ku hemî wek hev in. Li gorî wî yek ji wan wê şiîra çar zimanî ye ku berê di Dîwana Kurmancî a Abulreqîb Yûsifî de hatiye weşandin, yek ya bi navê "Çardeyê Nîsan" e ku di hejmara 2-3 a 1993-yê a Aso de hatiye weşandin, loma cîh nedaye van her duyan û her çarên li jorê binavkirî weşandiye[^135]. Dudu di destên wî de mane ku hêvî dike demeka dinê wan jî biweşîne. Ji ber ku ne navê wan ne jî naveroka wan ên neçapbûyî dîyar dike em nizanin ku heta îro ew çap bûne an na.

Kitêbek bi navê Kurdistan’lı Fîlozof Ehmedê Xanî di 1996-ê de li Ankarê hat weşandin ku nivîskarê wê Medeni Ayhan e. Nivîskarê kitêbê li gora ku ew dinivîse ev xebat di zîndanê de di bin şertên dijwar de amade kiriye ku ji du sê çavkaniyan pê ve tu tişt li ber destên wî tunebûne. Meriv vê bêîmkaniyê di rûpelên kitêbê de dibîne. Her çendî kitêb li ser jiyan, dewr, berhem, bîr û baweriyên siyasî, felsefî û tesewufî yên Ahmedê Xanî ye jî bi kil û kêmasiyan dagirtiye. Gava meriv wê dixwîne dibîne ku nivîskar ne ku karibûye van aliyên Xanî deyne ber çavên xwendevanan, lê di serê xwe de berê dinyayek xeyalî ava kiriye û Ahmedê Xanî li wê dinyayê aniye. Loma jî gellek fikr û baweriyên ku têkiliya wan bi Xanî re tunene wek ên wî hatine nîşandan. Heta gellek caran hin fikr wek ên Ahmedê Xanî hatine destnîşankirin ku Ahmedê Xanî bi eksê wan difikire. Piştre diyar e ku nivîskar xwestiye hemû wan zanînên xwe yên di warê siyaset, dîrok, edebiyat, felsefe û tesawwufê de birêje nava rûpelên kitêbê û têkiliyên Ahmedê Xanî bi wan re deyne[^136]. Loma jî mixabin hinde kedeka mezin a di bin şertên dijwar de berhemeka bi kil û kêmasî daye.

Her wiha em ji vê kitêbê tê digihîjin ku girtiyên ji doza PKK-ê ên zîndana Sağmalcılarê a Istanbulê xebateka kollektîf kirine û bi navê Mücadele Tarihimiz Ehmedê Xanî’yi Anlatıyor broşurek derxistine ku metnê Eqîda Îmanê jî pêre ye[^137]. Heta nivîskar di kitêba xwe de perçeyek ji vî metnê Eqîda Îmanê dide weşandin lê hema hema di her misrayeka wê de şaşîtî hene. Helbet meriv nizane gelo ev şaşîtî yên broşurê ne lê yên çapa kitêbê ne.

Di hejmara 29-ê a Mamostayî Kurd de ku di buhara 1996-ê de derketiye, meqaleyeka Farhad Şakelî ya bi navê "Sêsed Saleyî Mem û Zînî Xanî"[^138] hatiye weşandin. Ferhad Şakelî bi munasebeta sêsed saliya Mem û Zîn ê, behsa wê yekê dike ku Ahmedê Xanî bi taybetî û kurd bi giştî ji alî medeniyet, kultur û edebiyata xwe di nav miletên cîhanê de nayên nasîn, kurd jî ciddî xebatekê nakin ku medeniyet, kultur û edebiyata xwe nas bikin û bi xelkê bidin nasîn. Ew her wiha rexne li wê yekê digre ku siyasetmendên kurd ronakbîr û edîbên kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar diînin. Di vê navberê re Ferhad Şakelî li ser tarîxa ronahîdîtina Mem û Zînê jî radiweste û îdîa dike ku ne rast e ku meriv sala 1995-ê bike sêsed saliya Mem û Zînê. Li ser van îdîayên wî me zêdetir agahdarî di beşê jiyan û berhemên Xanî de (di kitêa min de ya binavkirî –Mûrad Ciwan) nivîsiye ku hin agahî û îdîa li ser jiyan û malbata Xanî hene ku di cihên din de ez rastî wan nehatime. Di beşê jiyana Ahmedê Xanî de me cih dane van agahiyan jî.[^139]

Bibiranînên 300 saliyê

Sala 1995-ê ji alî komele, enstîtu, rojname, hin dezgeh û kesên rewşanbîr ên kurdan ve wekî sêsed saliya ronahîdîtina Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi semîner, konferans, civîn, sohbet û lêkolînên di vî warî de hat bibîranîn. Pîrozbahî û bibîranîneka wiha cara pêşîn di salên 1992 û 1993-ê de ji alî M. Emîn Bozarslan ve hat pêşkêşkirin. Bozarslan di 21-ê Adara 1992-yê de nameyek şand ji UNESCO-yê re û daxwaz kir ku UNESCO sala1995-ê bike sala Ahmedê Xanî û bi vî awayî piştgirîyekê ji kultur, edebiyat û hebûna kurd re bike. Wî, her wiha ji hin rêkxistinên nivîskaran û dezgeyên zanistî yên wekî unîversîtan re jî nameyek şand û hêvîkir ku piştgiriya daxwaza wî bikin. Her çendî ji bal hin rêxistinên nivîskaran ve piştgirî lê hat kirin jî UNESCO-yê ne ku daxwazek wiha qebûl nekir, bersîva nameya wî jî neda. Wî di 21-ê Îlona 1993-yê de jî nameyek ji rêxistinên kurdan re rê kir û daxwaz kir ku kurd sala 1995-ê bikin sala Ahmedê Xanî û bibîr bînin. Ev daxwaza wî bicîh hat û kurdan di 1995-ê de bi awayên cuda ev salveger bibîranîn[^140].

Di 1995-ê de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sê civîn li dar xistin. Civîna yekê di roja 26-ê sibata 1995- ê de li Stockholmê hat lidarxistin tê de Mehemed Enwer û nivîskarê vê xebatê beşdar bûn û li ser jiyan, dewr, bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên millî, siyasî, civakî, felsefî û tesewwufî rawestiyan. Cara duduyan di 27-ê Gulana 1995-ê de, li Stockholmê bi navê Konferansa Ahmedê Xanî civîn hat lidarxistin. Vê carê li gel komeleya nivîskaran, Federasyona Kurdan û ABF-a Swêdî jî amadekarê vê civînê bûn. Prof. Joyce Blau, Martin van Bruinessen û nivîskarê vê xebatê bi gotarên xwe beşdarî vê konferansê bûn, ji gellek aliyan de li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî rawestiyan. Civîna sisiyan cardin li Stockholmê di 8-ê meha dehan a sala 1995-ê de pêk hat ku tê de Prof. Îzzeddîn Mustefa Resûl li ser maneya ronesansê û têkiliyên wê bi Ahmedê Xanî re gotarek da.

Bi amadekirina Komkarê, M. Emîn Bozarslan li 11 bajarên Almanyayê û li Swîsreyê konferansên li ser Ahmedê Xanî pêşkêş kirin[^141] Komkar (Federasyona Komelên Karkerên Kurdistanê) di navbera 20-22-yê çiriya pêşîn(oktober) a 1995-ê de li Almanyayê li bajarê Meckenhaimê bi alîkariya Xaça Sor a Alman(DRK) û Weqfa Heinrich Böll(Heinrich Böll Stiftung) bi navê "Konferansa Navnetewî ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî" civînek amade kir. Kesên wekî Prof. Îzzedîn Mustefa Resûl, Prof. Şakirê Xudoyê Miho, Dr. Husên Hebeş, Sabah Kara, M. Emîn Bozarslan, Ahmed Aras, Prof. Celîlê Celîl û Mihemmed Enwer beşdarî vê civînê bûn û teblîxên xwe pêşkêşî vexwendiyan kirin. Teblîxa Prof. Îzeddîn Mustafa Resûl, "Di heqê Ehmedê Xanî de bi giştî agahiyeke bi rêkûpêk" bû. Li ser Mem û Zîn ê Prof. Şakirê Xudoyê Muho ji aliyê dîrokî, Dr. Husên Hebeş ji aliyê zimên, Sabah Kara[^142] ji aliyê dîn, M. Emîn Bozarslan ji aliyê hizra netewî, Ahmed Aras ji aliyê edebiyat û folklorê, Prof. Celîlê Celîl li ser berhevkirina nivîsara Mem û Zîn a Ahmedê Xanî tevî şaxên zargotinê û Mihemmed Enwer li ser rewşa îroyînî de pêwendî û bandûra Ahmedê Xanî û Mem û Zîn ê li ser kurdan dazanînên xwe pêşkêş kirin. Teblîxeka Perwîz Cîhanî jî -herçî ku wî îmkan nedîtibû beşdarî civînê bibe- a ji aliyê civakî û fîlozofî hat pêşkêşkirin[^143]. Komkarê pişt re dokumentên vê civînê di nava kitêbekê de çapkirine.

Enstîtuya Kurd li Berlînê di navbera 24-26-ê meha 11- ê a 1995-ê de li Berlînê konferansek bi navê "Konferansa çand û hunera kurdî -Ahmedê Xanî-" li dar xist ku tê de li gel hin pirsên çanda kurdî li ser Ahmedê Xanî jî hat rawestandin[^144]. Hin lêkolîn û meqalên ku di vê konferansê de hatin pêşkêşkirin di hejmara 2-yê a kovara Lêkolîn de ku ji bal vê enstîtuyê tê weşandin hatin belavkirin.

Mîrhem Yîgît

DAÎŞ yan jî IŞID, ji çêbûna xwe û ber bi îro de gelek nav guhertine. Destpêka wê heta bi Efgansitanê diçe, cihê lê lingên wê erd digre Iraq e û di qonaxa dawî de jî li Sûriye bilaş û gewd dibe. Bi rê de qonax bi qonax dibe rêxistina "Cemaat el-Tevhid vel-Cihad" û sala 2004 an di navekî bi navê "Tanzim Kaidat el-Cihad fi Bilad elRafidayn" de kincên xwe dughere ku bi navekî gulovertir dibe " El Qaîda Iraqê". Navguhêrî yek ji xisletên vê pêkhateyê ye. Du salên piştre vê carê bi çend gurûbên biçûk re dibe yek û di bin navê "Konseya Şûraya Micahîdînan" de xwe bi rê dixe. Ev di meha çile de dibe û di çiriya heman sala 2006 an de navê "Dewleta Îslamî ya Iraqê" li xwe dike. Nîsana 2013 an bi navê " Dewleta Iraq û Şam ya Îslamî" li navê îro nêzîk dibe û hinekî piştretir navê xwe kurtir û ji awira coxrafîk ve sînornasnekir dike û bi tenê dimîne ID, ango Dewleta Îslamî ( Hezîran 2014). DAİŞ, ev demeke ku ji awira dagîrkirina rojevê û wek diyardeyeke kêmnimûne bûye "pizika ser zimanan", bi qasî pêşbinî tê kirin, hêz û xofa xistiye dilan, serêşa ji gelên herêmê û cîhanê re çêdike, di nav serberjêrbûn û şikestinekê de be, ji şervanên gelê Kurd derbên giran xwaribe û li Kobanê pozfirkandî bûbe jî, wê hê demeke din jî cihê xwe di rojevê de bernede û raya giştî bi xwe mijûl bike. DAÎŞ -IŞID çi ye û ne çi ye ? DAÎŞ xwe wek tevgereke îslamî binav dike û li ser axa Iraq û Sûrî di nav hewla avakirina dewleteke Îslamî de ye. Ji awira îdeolojîk û cîhanbîniya xwe jî ji malbata El Qaîde ye û ew jî mîna El Nusra, Hizbulah û hwd. mezhebî û wehabî-selefî ye. DAÎŞ, li gora siyasetmedarên AKP, Dawidoglu û beşek mezin ji nivîskar û medya ser bi hikûmetê, rêxistineke ku ji aliyê misilmanên Ereb û sunî hatiye avakirin. Ereb û sunî ji ber zilma Malikî li ser sûniyên Iraqê û ya

Esed li Sûrî, rêxistineke mîna DAÎŞ avakirine û ev jî di esas û bingehê xwe de bertek û hêrseke kombûyî ye. Kesên kategorîzekirina DAÎŞê ne mikun dibînin, ev girûh ji xwe pêve naşibe tu pêkhateyeke din û di dîroka dirindeyî û xwînrêjiyê de, nimûneyeke mirov bikaribe DAÎS ê pê re miqayese bike û bi alîkariya wê DAÎŞ ê bide nasandin tune ye, dibêjin jî hene. Bi nerîna van kesan DAÎŞî ne mirov in. Ew kesên di şer de dîl digrin mîna tu pez û dewaran ser jêbikî, serê wan jêdikin, keç û jinan jî wek cariye û objeyên seksê bikar tînin. Ev nerîn Îşîdî û DAÎŞiyan dişibîne cinseke meymûnên şempanze û wan wek mexlûqat û bûnewerên tebayî, nîvmirovî binav dikin. Dema di nav qebîle û refên şempanzeyên cihê de şer derdikeve, aliyekî ji van qebîleyan giş meymûnên nêr ji qebîleyên din dikujin, jinên wan tevlî qebîleya xwe dikin û tecawizî wan dikin. Wa diyare ev mexlûqatên IŞÎDî-DAÎŞî hê di vê qonaxê de ne. Hin hê jî bi wirdetir de diçin û dibêjin miqayesekirina DAÎŞîyan bi lawir û sewalan re, bi xwe jî neheqî û heqareteke li lawiran. Lewra DAÎŞî bi hest, wîjdan, mirwet û bi fikirkirina xwe li ser encamên kirinên xwe gelekî di bin heywanan re ne. Wek nimûne mirov di televizyonan de dibîne ku dema dayikek li zaroka xwe dixe segê malê nahêle, qijaka birîndar ku ketiye avê ji aliyê hirçekê ji avê tê derxistin. Pilingekî meymûnê dikuje, dema dibîne ku çêlîka wê heye wê digre ba xwe û pê şa dibe. Mirov dibîne ku ne hestê seg, ne yê hirçê û ne jî yê piling û meymûnan jî tune li ba IŞÎDî û DAÎŞîyan. Daîştî, guhertin û jihevdexistina usûlan, nasnekirina usûl û wacibên hene û ferzkirina yên nû û bi temamiye li ser xelkê. Daîştî coredirakulayîtiyeke serdema me ye Çawa ne bi tenê dixwaze xelk jê bitirse, belê bibizde, bi xwe de bimîze, ji ser hişê xwe bikeve, kezebqetandî bibe, ji desthilanîn bikeve, biricife, birehele, devê wî/wê têkeve hev, hew karibe biaxive, zimanê wî/wê negere û ew jî vê bi çavên xwe bibîne, dema ev giş dibin di çav xwe keve, zewqê jê bigre Li vir em li damar û meylên sadistî jî nêzîk dibin û rast tên. Di heman demê de di ber zewqên sadîstî re mirov pêjna lebtên psîkopatî jî dike, lewra mirov kêfxweşiya ji şikencê, bêwîjdanî û bêdiliyê jî di her qetlîam û kuştinên DAÎŞê de wek demareke xwur dibîne. Ev zihniyetek

e, divê ji hinek cîhan bi xwedî bibe, vala çênabe DAÎŞ- IŞÎD Dijminê Kurdan e . DAÎŞ di destpêkê de wek rêxistineke Erebên sunî, li dijê şiîyan, nîzama li Bexdê, dagîrkeriya Emerîka û dewletên mîna Israîl dihate naskirin, belê di encama pratîka wê de derket ku ew di esas û bingehê xwe de rêxistineke nîjadperest û li dijê Kurdan e. Xwiya bû û bê ku cîh ji şikê re bimîne zelal bû ku DAÎŞ siftbûn, tîrbûn û bilaşûgewdbûneke antîkurd, zêderewiyeke kilerîkal û li dijê jinan e. Ismeîl Beşikçî jî bi pirsên li jêr balê dikşîne ser vî aliyê DAÎŞê: Heger rast e, DAÎŞ mîna niwênerên hikûmeta AKP dibêjin "bertek e li dijê Emerîka û Malîkî" wî çaxî çima êrîşî Kobanê dike ku ne têkiliya wê bi zilma şiîyan re, ne jî bi ya Emerîka û dagîrkeriya Iraqê re heye ? Çima DAÎŞ davêje ser Kurdên ku rejîmê elewî-Ereb nasnameya wan xesp kiri ye, nade wan. Çima davêje ser Kurdên misilman û Êzdîyên mezlûm? IŞID-DAÎŞ, bi vê êrîşkariya xwe ya bi nakok, tiştekî îtîraf dike û dide dest. Ew jî ew e ku li dijê Kurdistanê li ser hesabê dagîrkerên Tirk şer dike. Dawî li gora pisporên mafê mirovan, DAÎŞ rêxistineke terorîst e û hevkariya pê re her core alîkariya wê, vekirî yan sergirtî, li gora hiqûqê navneteweyî sûc û tawan e. Bi gotinên rojnamevan Abdulkadir Gok, DAÎŞ “bêhna goştê şewitî, bêhna xwîna kizîrî û jiyana kuştî ye” Û nimûneyeke DAÎŞî di kirinên fermandar û milîtanên DAÎŞê de: Di nav tekbîran de DAÎŞî, êrîşê dibin ser pêşmergên Kurdistanê û di encama şer de 3 pêşmerge dikevin destên êrîşkaran. DAÎŞî kincên zer yên Guantanamoyî ku pirteqalî ne li dîlên di destên xwe de dikin û bi destên kincreşên ji çavên wan pêve tiştekî wan yê din nexwuyaye, serê wan jêdikin. Dema serê wan jê dikin jî milîtanekî DAÎŞê bi van gotinan ban Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî dike: " Ey Berzanî em miletekî wiha ne ku hez ji xwînê dikin. Ji bo me jî xwîna herî bedew ya pêşmergeyan e". Paşmêrê DAÎŞ - IŞID ê Tirkiye ye. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Dijminekî bênavcî, keysperest, bêbav û

xwedênenas e. DAÎŞ û Işida ku baskekî El Qaîdeyê ye, pişta xwe dide Tirkiye, Siûd û Qetarê. Li pey Işidê û bêperwayîya wê li himberê Kurdan rasterasta Tirkiye, hikûmeta Erdogan û Dawidoglu hene. Dewleta Erdogan bi du mebestan piştgirî da IŞID ê. Ya yekê ji bo xistina Bişar Esed û ya din jî ji bo rê li şoreşa Rojava bigre, ji re paşmêrî kir. Îspatek ji îspatên di vê derbarê de jî hejmara Tirkên di nav DAÎŞ ê de ne. Li dora 2000 hizbilahên destbixwîn û qatilên ji salên 90´î li Bakur, motorek ji çend motorên DAÎŞ´ê ne. Serokê neteweyî ev rêxistin wek Jîtema Rojhilata Navîn bi nav kir. Sebeba harbûn û çavsoriya li dijê Kurdan bi aliyekî xwe jî li vir vedigere, ji vir bixwedî dibe. Li gora hin çavkaniyên Rojavayî, nisbeta Tirkên di nav DAÎŞ´ê de li dora ji % 10 an e û bi gotinên nivîskarên mîna Cengîz Çandar pîrika jidayikbûna DAÎŞ´ê bi xwe jî Tirkiye ye. Bi gotineke din DAÎŞ - IŞÎD di himbêz û sînga Tirkiye û hikûmeta AKP de mezin bûye. Dîsa çavkanî radigihînin, ku di nava vî çeteyê navneteweyî û jiserxweçûyî de, kêm be jî jirêderketî û raxeritiyên Kurd jî hene, heta yek ji wan bi navê nizanim çi „Elkurdî“ ku wê ne dûr be ji Huda Parê yek ji bombeçêkerên vê şebekê ye. DAÎŞ Vekirî Ye ji Her Core Pêlîstin û Bikaranînê re? Ewil û berî herkesî hêzên navneteweyî ji bo ku li Sûriyê û li Iraqê meramên xwe bînin cîh û bighin hedefên xwe, DAÎŞ bikaranîn û bi kar tînin Rejîma Beesiyên Sûriyeyê ji bo mixalifên xwe lewaz bike û bi ihtîmala belkî xwe ji wan rizgar bike, çavên xwe li kirinên DAÎŞ ê girtin. Heta tê zanîn ku gelek qerargehên xwe dewrî DAÎŞ´ê kirin, ew bi hêz kir û di ser DAÎŞê re û bi alîkariya faktorê DAÎŞî deshelatdariya xwe da qebûlkirin. Emerîka jî hat cihê ku vê bibêje: tercîha me îro ne Esad belê IŞÎD e, û ev dîtin îspat kir. Esadê ku kesî nikarîbû wî rizgar bike, Tirkiye ew rizgar kir. Tirkiye û rejîmê behsîyê Sûrî ji heman amanca hevbeş re xizmet kirine. Niha Tirkiye û sûriye jî di ser DAÎŞ´ê re siyasetên xwe dimeşînin. Yek bi riya DAÎŞ´ê hebûna xwe li ser piyan radigre û yê din siyaseta xwe li Rojhilata Navîn dimeşîne. Siyaseta perçe bik û birêve bib di şertên nû de dewam dike, çember û xelekên ji şidetê têne avakirin. Ev xelek û çember jî di encamê de dikevin xizmeta sermayê, Emerîka û endûstriya

çekdarane ya yekîtiya Ewropa "Tu Çi di Beroşê Xî Tu dê Wî Derxî" DAÎŞ, ber û berhemeke beroşa Rojhilatanavînî ye, bi esil û feslê xwe zaroka vê herêma bi kirîz, nexweş û bi pirsgirêk e. Pirsgirêk û serêşên herêmê li qirikê ne, ketine ser hev û bûne zemîn ji derketina her core kom û çeteyên jiserxweçûyî. Ne îslama deshelatdar û ne jî netewdewletên li ser kar, ji vê kirîza mezin û kûr re; exlaqî, civakî û îdeolojîk re nabin çare , nikarin bibin çare û ev jî dibe zemîna pêdebûna rêxistinên mîna DAÎŞ´ê û her rêxistineke din ji vê malbatê û bi heman zihniyetê. Helbet di tenişta lewaziya dewletên herêmê de, nebûna îrade, mixalefeteke alternatîf û hewleke avakirina nîzameke demokratîk û di vê eniyê de, di têrnekiriyên navxweyî de, hesabên Rojava ji bo midaxelekirina di Rojhilata Navîn de û ji bo vê jîhewcedariya bi rêxistineke mîna DAÎŞ´ê jî pêwist e, bêne bibîranîn. Kurt û kin têkiliya vê kirîzê bi pirsgirêk û problemên cîhana îslamî, bêçaretiya îslama tiradisyonel, deshelatdar û gerdîşiyane re û ji cîhekî û pêde bi xitimîn û navnobûna El Qaîde re jî heye. Ne ecêb e ku DAÎŞ ne dûr nav û kincên xwe bughere û heman kadro bi navekî nû careke din Elqaîdetiya xwe dewam bikin. Nav Nû Ye, Belê Zihniyet Çend Hezar Sal Emirmende ye Zihniyeta DAÎŞ´î ne nû ye, di bin navên corecor de wek demareke berdewam hebû, di coxrafya îslamê de rêxistinên mîna DAÎŞ û bi amancên Panarabîzim û Panîslamîzmê tim hebûn. Doh BAAS´î bûn, Ixwanilmislimîn bûn, El Qaîde bûn, îro jî DAÎŞ in sibe jî navekî din in. Gotin jê re navê ku DAÎŞ - IŞÎD dirêjayî û dewama zihniyeteke emirmende bi navekî nû ye. Temenê wê du salan derbas nake. Taliban, El Qaîde, Hizbulah, El Nûsra, Huda Par, Boko Haram û IŞÎD çend navên jihevzayî, jihevveketî û ber û berhemên heman navçeya cîhana îslamî û Rojhilata Navîn în. Giş rêxistinên olî û mezhebî ne, bi navê îslamê kar dikin, hêrs û kefbidevketî, tije xezeb û devgerm in, ji desttêwerdanên derve re vekirî ne û ji awira zihnî sentezekî giş zêderewiyên neyênî, bêtoleransiyên herêmî û navneteweyî ne. Heger em binavkirinên li DAÎŞ´ê û dîtinên li ser faktorên li pey çêbûn û derketina wê careke din gilale bikin, wê di çend xalan de rêzkirineke wiha ne dûr be ji rastiyê:

DAÎŞ, cenewarekî binhiş û di xew de bû ku destekî xwurt ew ji zîndanê berda. Hêzên midaxela Rojhilata Navîn dixwazin hewcedariya wan bi hêzeke wek DAÎŞ´ê hebû. Ew nexweşiyeke weba û kuleke serdema me ye, ew cenewareke binerdê û di şibhetê însên de ye, Decal û Frankeştaynek e. Barbariyeke bê nimûne ye DAÎŞ, di nav nimûneyên hovîtiyê de nimûneyeke vê rêxistinê bide nasandin û tarîfkirin tune, her şibandin gelekî kêm û sivik dimîne. Ew mîqrobeke, berhemeke laboratuwarî ye û ji kesên xwediyê pirsgirêkên rûhî, mirovên psîkopat, sadîst, şikencekar û ji zewqgirên ji wehşetê hatiye pê. Rêxistinek e ku dixwaze dewleteke îslamî ava bike ku elemanên wê ji şervanên Efganîstan, Çeçenistan û Bosna-Hersek têne pê ku profesyonel û di nav hereketeke berdewam de ne. Rêxistineke destkird e ku Emerîka ji bo ku Rojhilata Navîn ji nûve ava bike, çêkiriye. Bi çavên nîjdperest û deshelatdarên çar welatên dagîrker, Emerîka hem DAÎŞ´ê birêve dibe û hem jî dike mahneyek ji bo avakirina Kurdistana Mezin. Rojava ji bo xwe ji giş qirêj û gemara selefiyên li Ewropa rizgar bike, cîhadîstan li deşta Sûrî û Iraq dicivîne da ku wan îmha bike. DAÎŞ ji bo ewlekariya Israil hatiye çêkirin ew hespekî troya û lîstikeke emperyalîzma rojava ye. IŞÎD zaroka kirîza netewdewletên li Rojhilata Navîn e û ji nav valahiya îdeolojîk û siyasî ku di encama vê kirîzê de hatiye pê çêbûye. Li gora dijminên Kurdan û nîjadperestên Tirk û hwd. ji bo avakirina "Kurdistana Mezin" ji aliyê Emerîka tê bikaranîn. Û li gora pêşverûyên herêmê, ji bo hilweşandina alaternatîv û modelê Şoreşa Rojava bi sernekeve çêbûye. Medya civakî bikar tîne û li gora xwe îslameke kêfî tetbîq dike. Di çarçeweya pilanekî 6-7 qonaxî de behsa dewleteke Îslamî dike û ji bo vê dewletê jî Bihuştê garantî dike. Mîna Endulujansa qirnê navê. Bi vî aliyê xwe dişibe afarozkerên serdemên berî reform û ronesansê li Ewropa. IŞÎD- DAÎŞ, rêxistineke wiha ye ku herkesê mîna wê nafikire wek kafir îlan dike, ku kafir jî îlan kir qetla wî/wê, malê wî/wê, jin û zarokê wî/wê helal dibe. Ji her aliyên cîhanê heydûtan berhev dike, wek gurên devbixwîn tu berdî

nav keriyên pez berdide nav xelkê bê guneh, sifîl û bêçekan ketûber dikuje. DAÎŞ´a îro ku di sedsala dawî de serê mirovan li ber kameran jê dike, bi riya medya civakî li her aliyê cîhanê bela dike, bi saxî însên binerd dike, diçîne, diricimîne, bombeyan bi stuwê pîr û mezinan daldiqîne wan diteqîne, mêrên nexweş, zarokên berşîr û bêtaqet tî û birçî dihêle, di nav îşkenceyan de ola xwe bi dîl û esîrên di dest xwe dide qebûlkirin wan biçûk dixe, telef dike, ne mikun e, bi alîkariya çend binavkirinên wek psîkopat, sadîst û kesên dilkevir bête tarîfkirin. Tarîfkirineke wiha ne ku di xwe de rastiyê nagre. Di DAÎŞê de ev damar û ev xislet xwurt in û di asteke serdest de jî xwedîrol in. Belê bi bahweriya me wê rastir û bîcîhtir be ku mirov DAÎŞ´ê û Daîştiyê wek zihniyet û mentalîteyekê bigre dest û di çarçeweyeke wiha de li vê dilkevirî û dilzingariyê bikole. DAÎŞ xelekek ji xelekên zincîreke dûr û dirêj û ya herî dawî ye ji vê mentalîte û zihniyetê. Ji Doh Ber bi Îro vee Zihniyetên Daîştî û Yên Mîna Wê Her zihniyet xwediyê reh û rîşeyên xwe, derbasbûn û dîroka xwe ye. Di nav vê derbasbûn û dîrokê de ji diya xwe dibe, distewe, diqebile, dibe çand, rê û şêwazekî birêvebirina civakê û çareserkirina pirsgirêkan. DAÎŞ, encam û sentezeke wiha ye. Sentezeke ku ji zihniyetên neyênî, zêderewiyên mîna, dogmatîzim, sadîzim, psîkopatî û bêtoleransiyên çend hezar salên dawî hatiye pê. Ji hejmarek damarên olî, baviksalarî, deshelatatdarîperest, çandî û leşkerî bixwedî dibe, Di vê lêkolînê de em dê zêdetir têkevin pey şopên vê zihniyetê, em dê çavekî bavêjin dîroka têkiliya wê bi deshelatdariyê û çavsorî û zilma deshelatdariyê re. Ewil li ser Zihniyetê Çend Gotin û pê re Jî Çend Nimûne Zihniyet li derekê dikeve rê, tov û bizreke ku rasterasta têkiliya wê bi însên re, bi rewş û şertên civakî, çandî û eskerî re heye. Encam û berhemeke ku di nav sedsal û hezarsalên dirêj de çavên xwe vedike, dibe bahwerî, şêwenerîn, cîhanbînî û dawî exlaq û karekterek. Awe û şêweyekî hiskirin, pêjinkirin û pirr tiştên din e zihniyet, aliyên wê yên dînî, sosyolojîk, manewî û hwd. hene. Rengvedanek e unsur, damar û faktorên madî û manewî ye. Şêwefêmkirin, liberketin û tesewirkirinek e. Rêyeke fikirkirin û ramanê ye zihniyet. Corejiyaneke, têgihiştin û

tevahiyeke zewq, sitîl û hestên eskerî û sivîl e. Coreyê çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan û rengvedana wan di jiyanê de ye. Term û têgeheke sosyo-psîkolojîk e zihniyet. Avahî û saziyeke ku girêdayê civak û çandan dibe xwediyê xweseriyên xwe û li gora kulturan û zeman tê guhertin. Bi şax û perbûnek e zihniyet. Şetekî bifikirin ku bi sedan best, rûbar û avên hûr û mezin tên ser û giş bi hevre tiştekî komplîketir ava dikin, tînin pê. Zanyarî behsa zihniyetên destpêkî û seretayî, dayiksalarî û baviksalarî, dogmatîk û lîberal, erênî û pozîtîf, zihniyetên nûjen û hemdem, deshelatdarîperest û faşîst, demokratîk û hwd. dike. Ji bo naskirina zihniyetekê pêwist e, mirov têkeve pey damarên zihniyet ji wan bixwedî dibe, pêwist e, mirov referensên zihniyetê nas bike, bala xwe bide palik û piştekên wê. Li giş xislet û dirûvên wê binere û dawî yeko yeko li wan bikole. Wek nimûne recma jinan, çandin û binerdkirina jinan, firotin û tecawizkirina jinan, Jêkirina guh, poz, derxistin yan jî mîlkirina çavan /Koroglu/, zora li însên ji bo guhertina ol û mezhebên xwe, serjêkirina rojnamevanan û bi riya televizyonan belakirina wan li cîhanê, hûrkirina rojnamevan û siyasetmedarên Kurd li kolanên Amedê bi satoran, şewitandinên di zîndanên Tirkiye û di otêlên mîna Madimak de, kuştinên bi dar û qelasan, hêrtina bedenên sax di patozan de, ji guhên gerîlayên kuştî çêkirina tizbiyan, girtina wêneyên xwe li ser bedenên serjêkirî û pesnê xwe dayîna bi hovîtî û dirindeyîyê, kuştina Ozgecan Aslana Dêrsimî, her yekê bi serê xwe damarek ji damarên Daîştiyê ne. 1. Daîştî, di dîrokê de carna di sezarekî mîna Neron û Kalîgula de, carna di deshelatdarekî mîna Cengîz Xan de, di kuştina zarokên di nav lingên hespan de, di fermanên siltanên mîna Yawuz Siltan Selîm û Kuyucu Murad Paşayê bi hezaran jin, mêr û zarok bi saxî di bîr û çalan de dirizandin û hinek caran jî di nîjadperestî û şêtayetiyên ferdî de mîna yên cenewarê sedsalê Anders Breivikê Norweçî û qetlîama Timothy McVeighê Emerîkî ku wek " bombekarê Oklahoma" kete dîroka qetlîaman jiserxwe diçe. 2. Her wiha Daîştî, carna di dîroka deshelatdariya Ereb de, di bi sedan nimûneyên wek yên ji bin de birîn û vemrandina zarwên Hz. Elî û 12 ê Îmamên Ehlilbeytê de, di çavsoriya li Îmamên Mîna Ebû Henîfe de, her core wîjdan bin pê dike: Xelîfe Mensûr Îmam Ebû Henife, davêje zîndanê. Temenê wî 65 e. Xelîfê Îslamê Ferman dike ku rojê 10

qamçiyan li serê wî bidin û bi her roja derbas dibe re 10 qamçiyên din jî li yên roja berêtir zêde bikin. Roja 11 an ku hejmara qamçiyan derkete 110 an, Imam Henîfe nexweş dikeve, êdî hew kare biaxive. Ser û çavên wî di nav xwîn û birînan de dimînin. Çavên wî diwerimin, guhên wî bi derbeyên qamçiyan diçirin, lêvên wî diterişin, diteqin. Di zîndanê de tî û birçî maye, qirika wî ziwa bûye, hew kare xwêziya xwe daqurtîne. Li gora rîwayetekê di zîndanê de û li gora yeke din piştî ku ji zîndanê derdikeve, sala 767 an dimire 3. Daîştî, carna di Voyvodayê ku mixalifên xwe li qazoxê dixist, di kirinên paşayên Osmanî de ku serhildêrên Kurd bi saxî davêtin nav distên avên kelandî, yan jî di cînayetên milîtarîstên mîna Enwer Paşa de ku Kurd, Ermenî û Asûrî li Sariqamişan, li ser riyan bi komikî û bi pilan û proje dikuştin de, carna di kesayetiyeke mîna qatilên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Mereş, Sêwas û Roboskî, fermanên Kurdên Êzdî de û gelek caran jî di kesayetiyên siyasetmedarên mîna Sedam û enfalên wî, di kirinên Agar, Çiler, Gureş û Erdogan de û bi taybetî di îdamên bêrawestan ji aiyê rejîmê Îranê de birih dibe. 4. Carna di şewitandina metin û berhemên bi nivîskî yên mîna Awesta de dikeve ber qeydên dîrokê. Wek nimûne Avesta di sê qonaxên dîrokî de ji aliyê sê deshelatdariyan ve hatiye şewitandin. Du caran B.Z nê di zemanê Akamenidan û Skenderê Meqedonî de û yek jî P.Z ê di zemanê Xelîfê Ereban Omer Bin Xetab de. Emer wiha ferman kiriye : Ekrad zerdeştî ne, kafir in, kuştina wan, mal, milk, jin û keçên wan helal in. 5. Carna masakir û jenosaydeke Osmanî ye li girava CIHIOS sala 1822 an li dijê Yewnaniyan. 6. Carna barbarî û hovîtiyeke ku mîna sala buhurî berê xwe ketûber li Şingalê dide Kurdên Êzdî û jiyanê li komelanên bêsûc û bêguneh, bêçek û destvala bi hûr û mezinên xwe dike dojeh, dike qesabxane. Yên vê dikin ne bi tenê Daîşiyên milîtan û destbiçek in, belê Erebên cîran û kirîv bi xwe ne . Bala xwe bidin gotinên Kurdên Êzdî ku ji nav lep û pencên qetlîama DAÎŞ´ê filitî ne: "Yên herî zêde em kuştin û xwîna me rijandin, li hêsirên çavên me nenerîn, dilê wan bi me neşewitî kirîvên me bûn. Bepisiyarên herî mezin ev kes bûn ku me zarwên xwe di dawên wan de sinet kiribûn, cîranên me bûn. Kirîv û dostên me yên Ereb bi DAÎŞ´ê re bûn yek. Xayintiya mezin wan bi me kir. Me ev hêvî ji wan nedikir". Wiha behsa tirajediya xwe kirin. "Me ji çavên xwe bahwer nekir dema bi DAÎŞ´ê re êrîş kirin ser me. Me tiştekî wiha tehmîn nedikir, wan çogên me şikenandin. Malên me bi

ser me de hilweşandin, mal û milkê me di malên me de çi hebû talankirin, jin û zarokên me revandin, kuştin, şikence û tecawiz kirin. Dost û cîranên me yên kevin û sedsalan, Erebên em û ew bi salan di nav hev de, malên me nehîb kirin, xwîna me herikandin mîna ku me qet hev nasnekiribe, em ne dost û kirîvên hev bin, me nan û av bi hev re venexwaribe." 7. Carna Daîştî di rengê dijminayetiya çandan de derdikeve pêş wek hilweşandina peykerên Bûdhayên Bamiyan li Efganistanê, hilweşandina dêrên li Mûsilê û perçekirina peykerên çendhezarsalî bi balyozan, talankirina muzexaneya Bexdê, bêhurmetî û rêzdarî ji pîrozgehên mîna Laleş re û hwd. rû dide. - Li Himûsê keleheke ji kelehên serdema xaçparêzan, ji sedsala 12 an. - Cardî li heman bajarî û heman herêmê serobinhevkirina Kemera Dayika Meryem û Dêra Ümmü El Zünnar. - Îbadetgeha Bel Palmîra. - Li Helebê Mizgefta Bilind. - Li Şamê û li derdora wê Mizgefta Emewiyan, Keleha Şamê, Keleha Ibnî Maal û bajarê Entîk ji serdema Roma Busra. - Xerabkirina mizgeft û medreseyên li Xizna û li Tilmehrûf li Rojavayê Kurdistanê DAÎŞ Wek Xelekek ji Xelekên Zincîra Qetlîamên Berî Xwe Ev dîrok heta tu bêjî bes kevin e û di lêkolîna dawî û encama encamê de, têkiliya wê bi deshelatperestîyê, hewila bindestkirin û kolekirina qewm, ol, mezheb û cinsekî ji aliyê qewm, ol, mezheb û cinsê din e, ango nasnekirina qanûnên xwezayê bi ferq û cihêyîyên xwe û xwezaya xwe ye. Ev damara DAÎŞ´î ji vê awirê nasnekirina qanûnên xweza û Xwedê ye û heger kufrek hebe jî wê ev bi xwe be. Ji vê awirê kufra herî mezin e Daîştî. Dîroka encamên vê nexweşî û belaya hegemonîk dirêj e, tije tirajedî, nîjadkujî û xwênawî ye û heta vê bêhnikê DAÎŞ dûnde û ewladê wê yê dawî ye . Tiştên DAÎŞ dike û doh li Şingalê, li Tilhemîs, li Rojava li dijê eşîrên sûniyên ne bi xwe re û li Kobanê kir, ango kuştina kes û komên bêparastin, kuştinên bê dilrehmî û ji ber sebebên nîjadî, olî û ferq û cihêyîyên siyasî, dikeve kategoriya jenosayd û qetlîaman. Ji xwe kuştinek jî dema bi mebestên qelandina nîjad yan jî etnîsîte, mezheb yan jî

neteweyekî be dibe qetlîam. Cardî li gora heman daneyan DAÎŞ, li cihê kiristiyan, Êzdî, Tirkmen, şebek, Ehlil Heq, Saba û gurûbên Şîî dibîne avê li wan venaxwe û wan bi barkirin û kuştinê tehdît dike. Ji Mûsilê 500 hezar kes koçber bûn, bê ku bi xwe re bigihin tiştekî xwe bi xwe re birevînin. Ji Arşîv û Zihniyeta DAÎŞ´î Hejmarek Nimûneyên Îro Ketine Ber Qeydên Dîrokê: 1. Tê gotin ku Skenderê Meqedonî sala 334´an B.Z 250.000 hezar kes kuştiye ji ber ku li dijê wî derketine û jiyana wî xwestiye nepejirandine. 2. Sala 1099´an ewropayîyên kiristiyan piştî ketine Qudsê li dora 70.000 misilman û Yahûdî kuştine. 3. Cengiz Xan bi qetlîamên xwe navdar e û kesên avê li destê wî bikin di vê derbarê de kêm in. Sala 1220´an dema bajarê Semerkantê dagir kir 75.000 hezar û li bjarê Heratê jî li dora 600.000 hezar mêr, jin û zarok kuştine. 4. Sedsala salên 1400´î Draculayê III mîn ku bi navê /voyvodayê bi qazox/ ketiye dîrokî 10. Hezar mêr, jin û zarok li qazoxê xistine. Dîlên digirtin bi eziyet û bi şikenceyên gelekî bi êş dikuştin. Qetlîamên Emerîka û Ingilîstanê li Dijê Çermesor û Aborjînan Qetlîama ewil li dijê Çermsorên Bakurê Emerîka, li herêma Filorîda îro, sala 1539 an ji aliyê Spanyoliyan tê kirin. Lisêdarêxistin û şeniqandin bi 200 kesan dest pêkiriye, ev çerxa xwînrêj biger ketiye û sedsalên piştre ji awira hejmarê zêdetir û xwîna rijyaye jî bêhtir dewam kiriye. Hernando de Soto kesê ev herêm û dever keşif kiriye qatilê serekî ye. Hernandoyê carekê destên xwe xistiye xwîna ewqas kes vê carê sala bi dû de li herêma Alabama hejmara binecîhên kuştiye deh qat û nîvan zêdekiriye û çardî ji çerme sorên Çoktawî 2500 kesên din daye ber gule û agir. Di zikhev de û li ser hev ji sala Kiristof Kolomb Emerîka keşif kir û pê ve li dijê çermeSoran di ser 65 qetlîmên DAÎŞ´î hatine qeydkirin. Li ser axa Emerîka qetlîama dawî sala 1911 an hatiye pê û navê vê qetlîamê jî wek qetlîama dawî (Last Massacre) ketiye dîrokê. Qetlîam û qirkirinên ku Spanyolî û Emerîkiyan li Emerîka û Emerîka

Latînî kirine bêhesab in. Dema Kristof Kolomb dikeve Emerîka ku sala wê 1492 ye, nifûsa binecîhên Arawaksî 8 milyon e, di nav 22 salan de ev hejmar dadikeve 28 hezaran. Melektiya Ingilîstanê bi awayekî sîstematîk û bi proje salên di nav 17881938 an de 250 salan Aborjîn îmha kirine. Nexweşî xistine nav wan, jehir xistine nav xwarinên wan û ji 750 hezar aborjînên reşik bi tenê 31 hezar filitîne. Elman li Rojavayê Efrîka Sala 1891´ê Elman li Rojavayê Efrîka li Namibya qetlîam kirine. Ketine welatê wan ji bo madeyên xam, êrîşî ser xelkê kirine, bê ferq û cihêyîya di nav temen û cins de qetlîam kirine. Ma Erdogan jî berî bi çend salan di sedsala 21´ê de nabêje zarok be, jin be, kî dibe bila bibe wê li ber çav neye girtin. Li Namîbya, yên ji qirkirin û qetlîaman xelas dibûn jî, bi şikenceyan dikuştin. Ji 132 hezar xelkê binecî 15 hezar ma. Norweç Salên di Nav 1920-1930´an de Welatên îro ji awira demokrasî û toleransê di serê lîstê de tên wek nimûne welatekî wek Norweç bi xwe jî ne ji zûde hê doh pêr di nav salên 1920-1930´î de hin gurûbên etnîkî bi mebestên homojenkirinê, ne bi tenê kuştine, belê bi qanûnên derxistine keç û jinên wan bi zorê xesandine, stewir kirine. Ew wiha difikirîn ku bi vî awayî ew nîjadên xwe diparêzin. Ev di serdemên avakirina dewletneteweyan de li giş Ewropa û li welatên mîna Firensa, Ingilîstan û hwd. din hatine kirin. Daîşiyên Hîtlerî û Elmanya Salên di nav 1933-1945 an de Elmanan ji gurûbên etnîkî yên corecor bi dehhezaran kes bi komikî û bi rêz kuştin, di kempên corecore de şewitandin, di odeyên gazê de jehir dan. Rêveberiya Elmanya Hîtlerî giş nîjadên ku ji xwe nedihesibandin bi herfan îşaret dikirin û di encama vê kampanyê de ji %94 ên qereçiyan xesandin. Wek hedefa duhem cihû hatin hilbijartin. Li Elmanya û li welatên Elmanya dagir dikirin, bi milyonan cihû hatin gulebarankirin, dalqandin, şeniqandin, şewitandin û bi jehrê kuştin. Ev Qetlîam di Çend Qonaxan de Têne Naskirin: Ewil jidestgirtina giş mafên cihûyan ji wan û dûrxistina wan ji erk û meqamên berz, piştre Destdanîna ser mal û milkê wan û naçarkirina wan ji bo jiyana di getoyan de. Û çareseriya bi temamî û nîhayî jî komkirin û

civandina wan di kempên mirinê de û kuştina wan di odeyên gazê de yan jî kuştinên bi awayên din Di 15´ê Îlona 1935 an de dewleta Hitler "Qanûnên Nurnbergê" derxistin. Li gora vê qanûnê kesên ne ji nîjadê arî, mirovên ji sinif û polên jêrîn in û zewaca wan bi kesên ji nîjadê arî re qedexe kir. Di Teşrîna 1938´an de sînagogên cihûyan, dikanên wan, mal û milkên wan hatin şewitandin û êdî ji vê salê û pêde bi deh hezaran cihû xistin kempan. Heman tişt faşîstan li Mereşê kirin. Di van kempan de bi dehhezaran cihû di getoyên Polonyayê de ji nêza, ji ber sermê û nexweşiyan mirin. Dr, Yosef Mendelê navdar di febrikên mirinê de bi sedan ceribandin li ser bedenên cihûyan kirin. Doktorê Himmler Felix Karsten digot ku fermana Hitler e, gerek heta dawiya şer yek jî ji yahûdiyan nemîne. Li gora lêkolînerên Holokostê ango jenosayda li dijê Yahûdiyan, hejmara yahûdiyên hatine kuştin di reqemên cihê de bilaş û gewd dibin. Li gora dîroknasê Ingilîz Gerald Reitlinger hejmara yahûdiyên mirine di nav 4,24,7 milyonan de ye, belê bi kitêba dîroknasê Emerîkî Raul hilberd ku piştî 8 salan çap dibe û ji raya giştî re heşkere dibe, ev reqem derdikeve 5,1 milyonî, dîrokansekî din yê Ingilîz bi navê Martin Gilbert sala 1982 an vê hejmarê derdixe 5,7 milyonan. Sala 1990 î arşîva Sovyet ji bo dîroknasan hatiye vekirin. Bi alîkariya van belgeyan careke din ji nû ve hejmara kuştiyan hatiye hesabkirin. Ev hesab berdewam bi derketina belgeyên nû tê guhertin Jenosayda li Dresdenê. Emerîkî û Ingilîzên piştî şikestina Elmanya, welatê Elmanya dagîr dikin îca ew bi xwe qetlîaman dikin. Emerîkî û Ingilîzan 3 rojan bê navber bajarê Dresden ji ezmên û ji erdê bombebarkirin ku koçberên Elman xwe avêtibûn wir. Ev bombebaran bi hêrsa tolhildanê hatin kirin. 3 900 ton bombeyên hêza wan yan xerakirinê zêde û 200 hezar bombeyên napalm li bajêr barandin. Di encama vê herekata tunekirinê de 200 hezar kes ku bi piranî zarok û jin bûn hatin kuştin. Dema mirov dizane ku hejmara japoniyên di encama bombeyên atomî de li Hiroşîma û li Nagazakî hatin kuştin 135 hezar bû, mirov dikare bibe xwedîfikrek li ser meznahiya jenosayda Dresdenê. Danîmerqî Çi Tînin Serê Penaberên Elman. Dema Artêşa Sor, Artêşa Sovyetî dikeve Elmanya, 250 hezar Elman

direvin Danîmerka, xwe davêjin bextê cîranê xwe li Bakur. Ji sisya yek ji wan koçber û xwêniyan zarokên di bin 15 salan de bûn. Gişan di kempên dorpêçkirî de kom dikin. Bi hezaran zarok û mezin di encama nexweşiyên tîfûsê, îltîhaba roviyan û zikêşê de jiyana xwe ji dest didin. Qetlîama Firensa li Cezayirê Di nav salên 1832-1839 an de bi hezaran mirî bûn xelata Firensa ji bo gelê Cezayir. Sedsalekê piştre sala 1945´an di serhildana Sedifê de 45 Hezar kes hatin kuştin. Tablo û encamên salên di nav 1954-1962 an de jenosaydek ji mestirîn jenosaydên serdemê bû. 1,5 milyon mirî, 2 milyon û 800 hezar esîr û girtî û piştî serbixwebûnê jî di şerê navxweyî de ku ew jî dirêjayî û dewama kolonyalîzma Firensî bûn 100.000 hezar cezayîriyên din ji mirin. Nîjadkujiyên Rûsya li Dijê Teter û Azeriyan ku Kurd jî Para Xwe Jê Digrin Di dema Şerê Cîhanî yê II. de, di serdema Stalîn de bi behaneya ku " bi Elmanan re hevkarî kirine" gelek azerî hatin kuştin, yan jî ji ax û erda xwe hatin qetandin û sorgonî Sibîrya hatin kirin. Qetlîama li Kirimê ne di bin çend milyonan de bû. Di van salan de gelek tehde li Kurdan jî hate kirin û hejmarek kesayetiyên Kurd mîna romanivîsê navdar Erebê Şemo jî bûn sorgoniyên li ser riya Sîbirya. Dewleta Bulgar, Tirk, Pomak û Qereçî Salên di nav 1970 î û 1989 an de hikûmeta Bulgar bi projeya bulgarîkirina etnîsîteyên cihê li dijê 1,5 milyon Tirk, Pomak û Qereçiyan kampanyake asimîlasyonê li dar xist. Dewletê navê 310 hezar Tirkên li Bulgarya bi zora polis bi navên kiristiyanî û bulgarî guhertin. Dibistanên dersên zimanê Tirkî didan, beşên Fîlolojiya Tirk li Zanîngehan, rojnameyên bi Tirkî derdiketin û mizgeft bi fermanên dewletê hatin girtin. Ji ber navên bi Tirkî li ser goran, gor hatin xerab kirin. Li xwekirina bi motîfên Tirkî hatin qedexekirin. Kesên ev qebûl nekirin sorgon kirin, girtin û di kempên mîna kempa Belen de kom kirin. Di encama van zext û zoran de zêdeyî 300 hezar Tirkî barkirin Tirkiye. Nîjadkujiya li Dijê Boşnaqan Di şerê di nav 1992´an û 1995´an de di nav 3 salan de 200.000 mirov hatin kuştin. Li gora danayên Xaça Sor ya Navneteweyî li Bosna û Hersekê 312 hezar mirov hatin kuştin û li dora 2 milyonan jî cîh û warên

xwe bicîh hiştin. Qetlîama Emerîka li Felluce Di dema şerê li Iraqê de Li felluce 1500 sifîl hatin kuştin, cesedên kuştiyan man li meydanan û li rastê genî bûn, segan goştê wan xwar û 250 hezar kes ji herêmê hatin dûrxistin. Di bin navê anîna azadiyê de Emerîka li Iraqê di ser 100 hezar kesî re kuşt. Çend nimûne jî ji etnîsîtekujiyên deshelatdarên Tirk di dema Osmanî û Komara Kemalîstî de. Qirkirina Ermenî û Suryanî-Asûriyan Salên di nav 1914-1920 an de li Bakurê Mezepotamya û li Başûrê Rojhilata Enedolê, yekîneyên Osmanî bi zorê xelkê Ermenî, Asûrî û Kurd koçber kirin, kuştin û li ser riyan di nav serme û berfê de telef kirin. Li gora hesabên sazî û rêxistinên, Ermenî, Asûrî- suryanî hejmara kuştiyên Ermenî li dora milyon û nîvekê û yên Asûrî-Suryanî jî di nav 270-300 hezaran de bû. Belê nîjadkujiya li dijê Suryaniyan ji ber ku bi nisbeta pêwist nebû dabaşa lêkolînan ev qetlîama çendsedhezarkesî di bin siya lêkolînên li ser qetlîamên Ermeniyan de ma. Sala 2007´an li gora Komela Navneteweyî ya alimên nîjadkujiyan, di nav van salên jor de harekatên li dijê mînorîteyên kiristiyan wek Ermenî, Asûrî, Pontusî û Rûmî hatin lidarxistin, di wateya temam de qetlîam û nîjadkujîyeke mezin bû. Li ser ku qetlîam û jenosayd bû giş alim gihiştin heman mitabeqatê. Her wiha sala 1990´î "Genocide Watch" ragihand ku ew reda hikûmeta Tirkiye ku qetlîamên li dijê Asûrî, Ermenî û Roman qebûl nake, tesdîq nekir û nasnekir. Çi hate serê Pontûsên Derya Reş li Bakurê Tirkiye Ji bîranînên Roman em dizanin ku hejmara Pontûsan bi gotineke din rûmên Derya reş, ji 90 hezaran dakete 1700 kesan. Di nav 18 mehan de her ji 3 Roman 2 wan Stenbol terk kir. Gelheya Roman dakete 30 hezarî û îro ev hejmar maye 1700. Ev rûm jî çendî mane rûm ew jî bi nîqaş e, ev nîjad li ber qelandinê ye. Fermanên Kurdên Êzdî kirine hedef bi serê xwe dîrokek e Yek ji qirkirin û fermanên herî mezin li dijê Kurdên Êzdî sala 1221´ê dema Moxol dikevin Kurdistanê dicire. Salên di nav 1257-1258´an de Moxol her aliyê Kurdistanê di nav agir û xwînê de dihêlin. Şêx Şerefedînê ji malbat û bavikê Şêx Adî ye di şerekî li dijê Moxolan de şehîd dikeve.

Belê sala 1415´an Kurdên Êzdî vê carê ne li dijê Moxolan belê li dijê artêşeke hevbeş ku ji misilmanên herêmê hatiye pê, naçar dibin xwe bi parêzin. Di vî şerî de gelek Kurdên Êzdî têne kuştin, mal û milkê wan talan dibe û gora Şêx Adî jî bi erdê re dibe yek. Wekî din bi awe û şêweyekî bênavber, Ji dawiya salên 1700´î û heta bi sala 1840´î li Kurdistanê Kurdên Êzdî têne kuştin. Di nav salên 1810 1840´î de ji Meletya heta bi Silêmaniyê xwîna bi sedhezaran Kurdên Êzdî hatiye rijandin. Di van salan de kesên têne kuştin ji asûrî û ermeniyan zêdetir Kurdên Êzdî ne. Di salên 1820´an de li Deşta Garzanê, heta bi Sêrtê li herêmên Qurtelan, Eruh, Beşîrî, Batman û Kozlukê 360 gundên Êzdiyan têne hilweşandin. Kurdên Êzdî çendî karîbûn û ji dest wan dihat ji leşkeriya Osmanî direviyan. Lewra ji bo Êzdiyan leşkeriya ji Osmaniyan re derketina ji ola xwe û xayintîbû. Her wiha tê zanîn ku dewletê bi alîkariya Alayên Hemîdiye jî gelek caran Şingal dane ber top û guleyan. Çend qetlîam û ferman jî wiha didin pey hev: Qetlîama Waliyê Amedê Ehmed Paşa (1640-1641), ya salên di nav 1647-48´an li Şêxanê, ya 1715´an, qetlîama Silêman Paşa salên 1752-1754 li Şingalê, ya Emîn Paşa salên di nav 1767-1768´an de û heta salên 1800´î bi sedhezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin. Belê qetlîama di zemanê Bedirxan Paşa de sala 1832´an mezin e û êşa wê çend qat e. Gelek ji van qetlîaman jî ji ber wê bû ku Kurdên Êzdî ola xwe nedughertin û çanda xwe terk nedikirin. Dawî jî li Şingalê Kurdên Êzdî ketin ber şapeya DAÎŞ´ê. Li Şingalê çiqas nirxên mirovatiyê hene tev hatin perçiqandin; biçûk, mezin, jin mêr, bi hezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin,bi sedhezaran mirov, tî, birçî ji warên wan hatin koçberkirin. Di riyan de zarokên li ber pêsîran fetisîn, dê nikarî li weledê xwe bibe xwedî, ji tirsa, keç û bûkan xwe di zinaran de avêtin. Welatek bi pîrozgehên xwe ve hat dagîrkirin û wêrankirin. Bi kurtayî DAÎŞiyan her tiştê Xwedê heram kiriye tev li xwe helal kirin û ev giş jî li ser navê Îslamê kirin. Şerên li dijê Ereban, êrişên Moxolan misilmankirina bi zorê, hejmara Êzdiyan sistematîk kêm kiriye. Bi pêşdarazên ku Êzdî tariqeteke îslamîmuawîyeyî ne û baweriya wan bi melekên xirab heye, Êzdiyan gelek neheqî dîtine û ev jî bûne sebebên bêtoleransî, dilkevirî û her core mubahî li himberê Êzdiyan. Ji bo şerê desthilatdariyê li Kurdistanê ji aliyê împeratoriya Osmaniyan û Farisan ve teqrîben 1.2 milyon Êzdî heta îro hatine kuştin û 1.8 milyon bi

zor û kotek kirine misilman. Ji ber van sedeman û sedemên din Êzdiyan xwe li gund û çiyayên Kurdistanê ji dinyayê heta sedsala 20´an îsole kirin ku di encama vê de jî dinya û di nav de gelek Kurd jî li ser bîr, bawerî û civaka Êzdiyan ne xwedîyê agahdariyan beş in. Ebû Siêrd El Îmadî : Miftiyê dijminê qewmê xwe Ebû Siêrd El Îmadî bi eslê xwe Kurd e. Navê wî yê eslî Ehmed bûye, lawê Mistefa, ji Kurdên Amediyê ye. Sala (1472) ji dayîk bûye, 86 salan jiyaye. Di nav hiyerarşiya dewleta Osmanî de derketiye cîhekî pir bilind. Ji Siltanên Osmanî re, ji Sultan Qanûnî û Sultan Slêmanê Duyemîn re miftîtî kiriye. Şaîrekî naskirî û ji navdarên serdema xwe ye. Bi fetwa xwe ya li dijê beşek ji qewmê xwe ketiye dîrokê. Di fetwa wî de ev rêzên li jêr jî hene. Ferqa wî ji Ebûbekir Bexdadî û emîrên DAÎŞê nîne. Ew jî niwêner û damareke zihniyeta DAÎŞî ye. Çend rêz ji fetwa vî xwedênenasê DAÎŞî: Yê wan (Êzdiyan) bikuje xazî ye, yê bi destê wan bê kuştin jî şehîd e. Şerkirin li dijê wan, cîhad e. Ji ber ku Êzdî kafir in, ji kafiran jî kafirtir in. Kuştina wan di her çar mezheban de jî helal e. Cîhada li dijê wan ji îbadetê jî xêrtir e. Ji hev qetandina wan, pirt û belavkirin û kuştina wan û serokên wan, ji erk û ferzên olî ne . Hakim û walî gerek piştgiriya şerê li dijê Êzdiyan bikin. Heq heye mêrên Êzdiyan bêne kuştin û jin û zarokên wan wek yên giş kafiran li sûk û bazaran bêne firotin û jinên wan helal in li misilmanan. /Eskerê Boyik/ DAÎŞtiyeke ku Siltan Fatihê Osmanî kir qanûn: qetla kur û biran wacib e Qetla kur û bira bi Yildirim dest pê kir, bi Fatîh bû qanûn û di serdema Yawuz Siltan Selîm de wergeriya qetlîama kur, bira, Elewî û Kurdan. Ev qanûn, ango qanûna kuştina kur û biran salên dawî li Tirkiye girêdayê filmê "Muhteşem Yuzyil" demeke dirêj bû dabaşa nîqaşan û ev nîqaş hê jî bi temamî bi dawî nebûye. Bi taybetî xeniqandina Şehzade Mistefa kurê Qanûnî Siltan Silêman li ber çavên bavê wî û bi fermana wî ji aliyê heft celadên kerr û lal, her mirovê hinekî xwedî dil, hejand û kêm zêde li cem bû sebeba hêrs û nerehetiyekê. Li gora dîtin û zihniyeta dîroknasên di bin bask û perên dewletê de kuştina kur û biran ji bo mayîndetî û jiyana dewletê pêwist bû. Li gora vê nerîn û mentalîteyê dewlet, berî her kesî û hertiştî tê, dewlet di ser her xelk, etnîsîte û koma civakî re ye. Zihniyeta dibêje "ewil dewlet û piştre însan" îro jî di nav piraniyeke mezin ji siyasetmedar,"rewşenbîrên" Tirk de zihniyeta serdest e.

Li gora vê zihnyetê ev fedekariyeke mezin bû ji aliyê siltan û paşayên Osmanî. Li tu welatên din yên cîhanê bi vê nisbet û hişkiyê kuştina kur û bira nehatiye dîtin ku xanedanek wiha ji bo berjewendên deshelatdarîyê, text û tacên xwe kur û birayên xwe feda bike. Ev "fedekarî "bi tenê siltanên Osmanî krine”. Bi gotineke din ev kuştin meşrû ye, aqlane ye, di cîhê xwe de ye û evên wiha difikirin hejmara dikevin ber qetla wacib zêde dikin. Li gora wan, lidijderketina dewletê guneh û qedexe ye. Ev qanûn ji aliyê deshelatdarên Ereb û Osmanî hatiye danîn. Dualî bi Piştgiriya hedîsên corecor û biryarên deshelatdaran hatiye teqwiyekirin û bûye mîna tabûyeke qirnê navê. Dewlet jiyan û mayindetiya dewletê di asteke zêderew û fenatîk de heye. Wezîfa bikaranîna zorê karê dewletê û mafê dewletê ye. Rîayetnekirina ji vî mafê dewletê re guneh e, serîrakirina li himberê Xwedê, quran û hedîsan e. Piştre ev zihiyet di sedsala XX an dibe faşîzm û li seranserê Ewropa bela dibe ku dibe sebeba 40 milyon kuştî û bi tirilyonan dolar xesara madî. Cardî li gora piştgirên vê qanûnê û niwênerên heman zihniyetê, ji ber ku berî Osmaniyan dewletên din yên Tirk erda dewletê di nav zarwên xwe de par vedikirin piştî demekê perçe dibûn û ji navê radibûn. Rewşa dewletên Selçûkî û yên din wiha bû. Wek nimûne ji ber ku piştî mirina Skenderê Mqedonî Selûkiyan erda xwe de di nav zarwên xwe de beşkiribûn împeretoriya wan zêdeyî 200 salan dirêj nekir. Belê bi alîkariya vê qanûnê Osmanî 621 salan man û sebeb jî ev biryarname û qanûnama birakuj û kurkuj bû. Li gora vê zihniyetê, Siltan ne ji ber kîneke şexsî, kur û birayên xwe dikuştin belê ev bicîhanîna erkekî olî û dewletî bû. Heger di dîroka Osmaniyan de mîna ku di dîroka miletên din de dihate dîtin şerên mezin yên navxweyî û şerên navxanedanî nehatine pê,bi saya vê qanûnê bûye. Di hiqûqê Osmaniyan de welîahtî û sîstemê werasetê tunebû. Kî wê bê şûna Siltan ne diyarbû, meseleyeke bi rîsk û şêwequmarek bû, girêdayê şens bû, her kesî xwe ji text re amade dikir. Li Ingilistanê û li Firensa weraset hebû. Beşek ji şerên li Ewropa jî şerên di nav malbatên xanedanan de li ser werasetê û text û tacê bû. Di dîroka îslamê de jî tiştên wiha hebûn. Ev mesela siyasetê ye, piştî pêxember jî nakokî derketin û xelîfe Ebûbekir ne tê de belê hersê xelîfeyên din ango Emer, Osman û Elî bi kuştin çûn. Yên herî baş ev pirsgirêk çareserkirin Osmanî ne li gora dîroknasên Tirk. Gelek ji zana, alim û dîroknasên îro bi vê qanûna qetla bira û kuran wacib kiribû serbilind in. Di esas û bingehê xwe de ev canîtî ye. Belê li vir guneh û sûcê aliman mezin û

giran e, kesên fetwa dane ew in. Zarokên di pêçek û dergûşan de jî di nav de dema hatine kuştin û xeniqandin pişta xwe dane fitû û destûrên Sêxulîslam û ulemayên li derdora wan. Dewleta Osmanî ji serpêhatî û perçebûnên împeretorî û dewletên berî xwe ders derxistine û di encama dîraset û lêkolîneke berfireh de gihiştiye biryara ku di zemanê Fatih Siltan Mehmet de kiriye qanûn. Ev qanûn pêwistbû bihata derxistin yana wê împeretoriya Osmanî ewqas qirn dewam nekiriba. Girêdayê mezinbûn û firehbûna deshelatdariyê, zihniyta Daîştî jî ewçendî bêperwa û sînornenas dibe Deshelatdarî çendî mezin û freh bûye, ewçendî jî hêrs, xezeb û nexweşiya deshelatdariyê jî mestir bûye û girêdayê vê jî bi heman nisbetê xwîna zarok û biran ku bi destê deshelatdarê li ser kar hatiye rijandin jî wiha zêde bûye, bûye mîna lehiyê. Qanûnî Siltan Silêman ku xwe mîna siha Xwedê li ser erdê binavkiriye ji bo xatirê deshelatdariya xwe zarokên xwe bi xwe yeko yeko dane kuştin. Ewil Mistefayê şehzade kurê Mahidevran , piştre bi fikara ku dibe ku rojekê tola xwe hilînin kurê Mistefa yê biçûk û jina wî jî kuştine. Bi dû wî de Cîhangîr kurê Hurem Siltan ji ber êşa birayê xwe Mistefayê ku hate xaniqandin û ji qehra wî re ew jî behecî ye. Vê carê di nav kurên wî Selim û Beyazit de li ser kî têkeve şûna bavê xwe şer derketiye. Di şer de zora Beyazit çûye û Beyazit reviyaye Iranê, xwe avêtiye bextê Şahê Iranê Tahmas. Qanûnî kurê xwe ji Iranê daye anîn û piştre dawî li jiyana wî aniye. Bi dû de jî neviyên xwe Orhan, Osman û Abdullah dane xeniqandin. Berî Qanûnî Jî qetlîamên navxweyî navmalbatî bûne. Osman Gazi damezrênerê împeretoriyê, apê xwe Dundar Beg, Muradê I ê Hudagenivar kurê xwe Savci û du birayên xwe, Yildirim Beyazit çar kurên xwe, Mehmet Çelebi birayên xwe, Muradê II. Ap û sê birayên xwe Beyazidê II. birayê xwe Cem Siltan û kurekî wî, Fatih Siltan Mehmedê ku Tirkiye ewçendî pesnê xwe pê dide birayê xwe yê dusalî bi navê Ehmed û herdû wezîrên xwe Çandarli Xelil Paşa û Mehmûd Paşa kuştin. Qanûnî kurê din yê Cem Siltan, Yawuz Siltan Selim bavê xwe, du birayên ji xwe mestir, 6 birazî û 3 wezîrên xwe kuştine. Muradê III. Derdikeve ser text û bi derketina xwe re 5 birayên xwe dide xeniqandin û fetisandin. 100 zarokên wî çêbûne 53 ji wan hê dema ew sax e mirine.

Ji xwe Mehmedê III. ( 1595 -1603) Naye hesêb bê çend bira kuştine. Dema tê ser text ji 47 xwuşk û birayên xwe 19 an ji wan dixeniqîne. Her wiha kurê wî Şehzade Mehmûdê 16 salî jî hatiye kuştin. Osmanê II. Birayê xwe, Mehmedê IV. pîrka xwe Kosem siltan û Osmanê III. jî biraziyê xwe kuştine. Encam û gotina dawî Ev bi tenê çend nimûne ne ji DAÎŞtiya deshelatdarên Osmanî û bapîrên Kemal, Evren û Erdogan. Zihniyeta ji bo deshelatdariya xwe, kuştina kur û biran jî di nav de her kuştinê wacib û mubah dibîne û vê dike qanûn, wê çi neyîne serê gel, etnîsîte, çand, ziman, mezheb û olên di bin destên xwe de!! Kesên, ji pêçekê heta bi mirinê di nav petaxeke wiha de û bi dîrokeke wiha perwerde bûbe, ne mikun e ji ferq û cihêyîyan re, ji deng û rengên cihê re rêzdar û bi tolerans be. Ne ecêb e ku Erdogan ji êzingên Iblîs naye xwarê û her "êzingên min " dibêje. Kesên dibe serwextê ewqas qetlîam û xwînrêjiya zarok, nevî, ap û birazî bivê nevê di serê wî/ wê de pirseke wiha çêdibe: Deshelatdarên împeretoriyeke 6 qirnan deshelatdarî kiriye li cîhanê, gelo siltanên wê li vê dinyayê ne qatîl û li dinyaya din jî ne cehenemî ne ? Ev pirs bila li bendeyî bersiva xwe be, lê yeke zelal û diyar heye ku hêrs û nexweşiya dewlet û deshelatdariyê dema bi hezkirina bira, ewlad û civakê re tê miayesekirin di mêzênê de fera giran deshelatperestîye. Kultura dirêjayî û dewama kultura siltanên Osmanî bi biryara rakirina wê bi dawî nebû. Wek çand û gerdîşek ma. Ji xwe Kultur tevahiya exlaq, hiqûq, huner, gerdîş û tiradisyonane û di nav zeman û qonaxên derbasbûyî û îro de zincîrek e, şêwe û awayekî çareseriya pirsgirêkane. Xelekek ji xelekên vê zincîrê jî Itîhad û teraqî ye ku dirêjayî û dewameke heman çandê ye. Paşayên bi navê Enwer,Talat û Cemal, zarwên biyolojîk nebin jî dûndeyên Fatîh, Qanûnî, Yawûz û hwd. din in. Ji xwe pesnê xwe bi wan didin. Jîtemî, Turk Intikam Birligi Teşkilatî, Hizbulahî û hwd. din jî , kujeên failên wan ne diyar jî neviyên heman zihniyetê ne. Kesên zarwên xwe dikujin wê çawa avê li ermenî û Kurdan, suryanî û pontûsan vexwin. Li welatên zihniyet û perwerde xwediyê dîrok û derbasbûneke wiha li dora 600 salan e, lidarketina qetlîamên Ermeniyan, Asûrî-suryaniyan, Kurdan li Dêrsimê, Geliyê Zîlan, Sêwas, Mereş, Gazî, Helebçe, Roboskî, Şingal û hwd.wê bûyerên ji rêzê bin.

Û qetlên wacib jî ne yek û dudo û bi tenê doh belê îro jî wê zehf bin. Li cihê qetla kur û biran wacib bûbe, kinêsa ehlilbeytê ji binî de hatibe birîn, vampîrên mîna Hindê kezebên xav xwaribin, enfalên çendsedhezarkesî hatibin pê, wê qetla mixalif û cihêfikran jî, elewî û Êzdiyan jî , ermenî û suryaniyan jî, kesên limêj nakin. Ji " dîn derdikevin", koletiya mêr qebûl nakin jî wacib û helal be. Wê eskerek jî li eskeriyê eskerekî din ji ber ku elewî ye bikuje, mamosteyek ji aliyê mamosteyên din bê hermolokirin û afarozkirin ji ber ne sunî ye, wê li ser deriyê hin malan jî îbareyên wiha bêne nivîsandin: "elewiyên kafir werin rê". Wê li Adiyemanê û Erzînganê mîna li Mereşê bû malên elewiyan bêne îşaretkirin û wiha wê bê nivîsandin:" elewiyên kafir werin ser rê, yana em dê we bişewitînin"

Ronahi Tv

Ev dîmen ne yê Şerê Cîhanê yê Yekem e û ne yê duwemin e. Ev dîmen ne ji zikê dîroka mirovatî ya veşartî hatine kişandin. Ev dîmen berdewamiya jiyana hovane ya mirovatiyê ye. Her ev dîmen yê Şengala wêrankirî ye. Dîmenê sedsala 21´an e, ya ku mirovatî şehnaziyê pê dike. Dîmenê ku riwê mirovatiya pêşketî reş dike. Ev dîmen ê ku kîn û hêrsa di dilê zikreşan de derdixe. Hem jî bêbextiya biratî û mirovatiyê nîşan dide. Her ev dîmen berdewamiya fermanên hovane ne. Ev dîmenên 73. mîn fermana Kurdên Êzidî ne. Bê guman mirovê xwedî ûjdan bêyi ku hêsran bibarîne, nikare temaşeyî van dîmenan bike, hêsran ne tenê li ser vê qirkirinê, lê belê li ser bê şermiya mirovatiyê bibarîne. Ev der herêma Şengalê ye. Ya ku careke din bû şahidê bûyerên dirindane. Bû şahidê fermana Kurdan. Şingal ew jî weke xûşkên xwe(Kobanê – Serêkanyê – Efrînê – Qamişlo – Tiltemirê – Hesekê – Tilkoçerê – Mexmûr) û tevahiya Kurdistanê derbasî nava şerê hebûn û tunebûna Kurdan dibe û bi ber şepa êrîşên hêzên bi kirasên kin û rihên dirêj dikeve. Yê ku bê poşmanî seriyan ji gewdan hildiqetînin. Û jinan li bazarên rûreşiyê difroşin û wan ji bo gankirinê li xwe mar dikin. De bila mirovayetî ji xwe fedî bike û de bila serê xwe têxe bin xweliyê û laşê xwe yê tazî ji derve bihêle.... (TÊ KİRASEKÎ ŞÎN Lİ BER XWE BİKE YAN TÊ ZÊREKÎ FERÎQ PAŞA BÎNE) Ev gotin hîna di bîra Kurdan de ye. Ferîq Umer Wehbî Paşa di sala 1893 de İSLAM li ser Kurdên Êzdî ferz dikir û digot çi kesê bibe bisilman wê kirasekî şîn û zêrekî bidiyê, lê yê razî nebe, wê bê kuştin û hertiştê wî wê ji dest here. Evî paşayê ji Kurdan dixwest ola xwe bi kirasekî û zêrekî bifroşin, beramberî jiyana xwe rizgar bikin. Bi rengekî pir erzan Kurd stûxar dikirin, lê diyar e ku xwesteka paşa pêk nehat. Lewra Kurd di berxwedana xwe de berdewam bûn. Bê gûman şer ne li ser serê Kurdên Êzidî tenê dihate birêvebirin. Şer li hemberî Kurdan bi giştî dihate kirin û ti xwestekê Kurdan nedihate erêkirin, ji hêla hêzên desthelat dar ve. Lê Kurdên Êzidî şerekî dualî bi ser wan de dihat. Yek ji ber ku Kurd in, dido ji ber ku ne bisilman in. Ji

ber vê operasyonê bi ser wan de dihatin, di bin ala ola isalmê de bûn. Lewra Kurdê bisilman jî tê de beşdar dibûn, ji bo parastina berjewendiyên xwe bi deriyê bilind re. ÊZIDÎ KÎNE? Piraniya nivîskar û lêkoliner dibêjin ku navê Êzdiyan ji gotina EZDA hatiye. Ew jî di wateya Xweda de ye, yanî kesê ezda me. Ew jî Xweda ye. Ezdan navê xwedayê ku Kurdan perestina wî dikirin. ÊZIDÎ ola herî kevnare di dîroka olê cîhanê de û ew bingeha tevahiya olaye. EZÎDİYET ji Mezopotamya derketiye û bi taybet ji nava Kurdan. Ji ber vê em dikarin bêjin ku EZÎDİYET ola Kurdên kevnar yê ku li ciyayê zagrosê dijîn û ber bi deşta Dihokê ve herikîn û li wira li herêma Şêxan û di nava çiyan de peresgeha LALEŞA hate avakirin. ADEM li laleşê hatiye dunyayê. Her weha nûh geştiya xwe li ser axa EZÎDİYAN li cem kaniya sipî ava kir û jiyana giyaneweran li ser çiyayê Cûdî parastiye. Ev hinek ji baweriyên ola EZÎDİYAN e. Her weha roj – heyv – stêrk - kewkeb û her heft perî jî pîroz in. Horî yan horê yekem dayik a EZÎDİYAN e û kesayetiyên mîna Zerdeşt BirahÎm Xelîl ji kaniya EZÎDİYETÊ zanestiyê xwe wergirtine.. Pir kesan xwestin, dîroka ola EZÎDİYAN ya ku di bengeha xwe de ola Kurdan e berovajî bikin û ji rastiya wê dûr bixin. Bi taybet piştî dagirkirina Erebên di bin navê ola Îslamê de yê ku êrîşê xwe anîn ser herêma Kurdistanê, ne tenê di aliyê olî de her weha di aliyê netewî de jî rastî nerastiyan û derewan hatin. Hin kesan gotin ku ew Asûrî ne û hinkesan jî gotin ew Ereb in û her weha li gorî berjewndiyê hêzên desthelatdar dîroka Kurdên Êzdî dihate guhertin. Hewildanê bi vî rengî, di rastiya xwe de ew bû ku Êzdiyan ji Kurdan dûr bixin û wan wenda bikin. Hem jî ola EZDA ji holê rakin û çandeke dîrokî qır bikin. Bi hatina ola Îslamê li herêma Kurdan ola EZÎDİYAN kete metirsiyeke pir mezin. Ji ber ola Îslamê xwe bi rêya dagerkirina welat û miletan û bi şûr belav dikir, her weha şerê olî û yê netewî dest pêkir û di bingehê de Ola Îslamê di bin navê xwedê de di bingeha dewleta neteweperest ava dikir, lê ola Êzîdiyan ne tebşîrî bû û ne jî siyasî bû, ji ber vê belav nebû di nava miletan de, her weha di ola Êzdiyan de pêxember jî nebû, ji ber di baweriya wan de, nabe di nava mirov û Ezdan de kesekî dîtir hebe, di encamê de û piştî berengariyên pir dûr û kûr Kurd bûne bisilman, lê beşek ji wan li ser ola xwe man û ketin çiyan ji ber ku xwe ji êrîşan bi parêzin.

Tevî hemi fermanên ku bi ser serê Kurdên ola xwe parastin de hatin û di nava pir cînosayd û qirkirina re derbas bûn lê Êzidî qir nebûn û heta niha li herêma Şengal û Şêxan û pir cihên din dijîn. Di nava van Kurdan de pir kesayetiyên bi nav û deng derketin. Wek: Hisên Begê Dasinî yê go mîrîtiya mîrneşîna Soran – Hewlêr û Duhokê di kir. Di wê demê de ev herêm bi welatê dasinya bi nav di bû. Her weha Mîrze Paşa – Nemir Simo – Sifûkê Mito – Mehme Evdê Hebabî - Erebê Şemo – Biroyê Şerqî – û Derwêşê Evdî. Ji şeveqa dîrokê û heta niha her dem mirovan ji bo azadî û baweriyên xwe tekoşîn kiriye. Li cihê zilm û zor lê hebe, wê berxwedan û tekoşîn jî peyda bibe. Şer, bi hezarê salan dibe û heta niha wekheviya civakî pêk nehatiye. Ji ber bengeha hemi şeran desthilatdarî bû. Dîmenê Roma (Şoreşa Sipartakus) Li Roma kolan biryara serhildanê li hember koledar û efendi yê xwe bikin dan. Di wê demê de ku kole çi jin û çi mêr di nava bazaran de dihatin kirîn û firotin û her koleyek milkekî taybet ye efendiyekî bû. Her tişt bi serê wan de dihate kirin. Jin ji bo kêfê û mêr ji bo kar û xizmetkariyê dihatin bikaranîn. Sipartakos kesekî li cem efendiyekî Roma kole bû, lê ewî şoreşek rakir û zincîrê koletiyê qetand û dest bi rizgarkirina kolan kir. Yek bi yek ew dane ser hev û bi Romiyan re ket şerekî giran. Ewî Roma ser binî hev kir. Kole şiyar dikir û dikarî bû heta dawiya jiyana xwe di şoreşa rizgarkirina kolan de bi bawerî be û bi şoreşa xwe karî bû bîreweriyên Roma biguhere. Romiyan bi rengê herî hovane êrîş li ser serhildana koleyan kir û didîtin ku ne ji mafê kolan e ku li hemberî desthelatdariya wan ya ku ji hêla xwedawendan hatiye pîrozkirin, rawestin, ji ber wê yasayê wan li ser vê bingehê dihate avakirin, û ji bo berdewamiya misogerkirina desthelatdariya xwe ya ku ji xwedawendan hêz digirt, kole bi qedera wan razî dikirin. Lê Sipartakos ev yek ne pejirand û ji Romayê re nîşanda ku ti têkiliyên xwedawendan bi kiryar û yasayê wan re nîne. Li Rojhelata Navîn jî rewşeke bi wî rengî hate jiyankirin, mirovan xweda kirin amûreyek ku di bin wî navî de deshelatdariya xwe avabikin û ji boy wê pir xwîn rijandin. Tekoşîna li hember zilm û zoriyê netenê li Romayê bû, her weha li Kurdistanê jî dihate birêvebirin.

(dîmenên Şengalê) Şengal di 46 fermana de debas bûye Ev 768 salin ku Kurdên Êzidî di nava operesyonên qirkirinê de derbas di bin. Yekem car neyarî li hember Kurdên Êzidî hatiye kirin ji aliyê xwedanê Mûsilê Bedreldîn Lûlû a di sala 1246´de bû. Bedreldîn Lûlû a Şêx Hesenê oldar yê Êzdiyan kuşt û mîrneşîna wî tar û mar kir. Her weha berdestê wî jî kuştin û xelek koçber kirin. Di wê demê de ev Kurdana di Şam Û Helebê re derketin. Piştî vê rûdanê Kurdên Êzidî di nava karîsata û wêraniyan re derbas bûn. Ji sala 1246´anheta 2014´an ferman li dûv fermanê hatin pêkanîn bi tayebet di serdema Xilafeta Osmaniyan de û hejmara wan gişte 73 fermanan. Bi giştî ferman di bin navê olî de encam didan û ji ber ev beşê Kurdên ÊZIDÎ ne. Dunya bê deng dima, her weha Kurdê bisilman jî bê deng diman. Di van sedsalan de Kurdên Êzidî bi 10 hezaran hatin kuştin û bi 100 hezaran penaber bûn. Hin ji wan gihiştin ermînyan – corciya û hin jî gihiştin çiyayê Kurmênc û deşta cûmê (li herêma ku îro jêre tê gotin Efrîn) Wekî dîrok dibêje Kurdên Êzidî di nava 73 fermana de derbas bûne. 27 ferman li dijî herêma Şêxan bûn û 46 ê din li dijî çiyayê Şengalê bûn. Di nav van fermana de carna operasyonên qırkirinê bi ser herdû herêman de bi hevre li dar diket. Heger em li van dîmeman temaşe bikin, wê rewşa fermanên berê jî bê ber çavên me. Di nava rûpelan de hatiyê nivîsan din kû dema êrîşî Kurdan dihate kirin, kom kujî pêk dihatin. Jin û zarok dihatin dîlkirin û li nava bazara Mûsil - Bexda û Strnbolê de di hatin firotin, jin rastî destdirêjiyan dihatin û ji bo kêfxweşiya efendiyan amade dibûn . FERMANÊN Dİ SER DEMA SULTANÊN OSMANİYAN DE Fermana 1 – 6 di serdema sultanê Osmanî Silêman Xanê Qanûnî de bûn, di sala 1570 de Ebû Siûd al Aradî ku ew muftiyê dewletê bû, fetweyek derxist û tê de kuştin û firotna Kurdên Êzidî yasayî kir. Ev êrîş bi giştî li ser devera Şêxan pêk dihatin. operesyona qirkirinê ya heftan li ser Şingaliya pêk hat di sala 1607 de bû, elî paşa canpolat biryara wê da bû. Lê Şengalî bi serketin û 7 hezar leşkerê Osmaniyan hate kuştin. Her weha opersyonê qirkirinê berdewam kirn, netenê Osmanî, Sefewiy –

Ereb û Kurdan jî êrîş dibirin ser Şengal û Şêxan. Tiştê balkêş ew e ku kurd di 7 fermanê Êzdiyan de başdarbûne. di nava van 7 fermana de, 3 ji wan mîrê Kurdan weki mîrê Erdelanê Ehmed Xan û mîrê Badînan Qubad Beg û Mîrê Kor ê Soran (Mihemed Beg) pê radibûn. Ev mîr û begên Kurdan ji bo parastina mîrtî û mîrneşînên xwe milkeçi ya xwe ji sultan re diyar dikirin, û amad ebûn êrîşî her kesekî bikin. Êzidî îro jî dibê jin mîrê Badînan yê nû em firotin û destê xwe ji nava me kişand û em rû be rû li hember amîreya kuştinê hiştin bê parastin. Ji ber vê herêma Şengalê vala bûye û xelkên wê jê direvin. Ev yek jî hejmara fermanên ku hatine kirin radike fermana 74 ran. SB: ÇEND HEVPEYVÎN Fermana dawî di sala 1917´an de li hember Şingaliyan pêk hatibû. Her çend di vê serdemê de biryara perçebûna Kurdistan jî hatibû girtin û Şerê Cihanê yê Yekemîn dihate jiyan û Împeratoriya Osmaniya li ber ji hevketinê bû ku navê wê bi bû (peyayê nexweş), lê tevlî hemû rûdanan Osmaniyan hîna dixwestin ku Kurdên Êzidî qirbikin û belkî ev yek ji karê xwe yê dawî didîtin, tevlî ku 400 salî şerê Kurdên Êzidî kirin lê nekarî bûn wan tune bikin, lê di sala 2014´an de hêzeke cete ya bi navê (dewlet al îsalm li îraq û şamê DAİŞ) ya ku pir cavdê dibêjin ku bi dewleta Turk re di nava têkiliyan de ye. Vê rewşê di de pêş, tiştê di dilê sultanên Osmanî de mabû û pêk nehatibû, sultanê nuha yê Cimhûriyeta Turkiyê dixweze wê hêviya qirkirina Êzdiyan pêk bîne. Ji ber ku tenê Kurdên Êzdî di nava wan 400 salî de li hemberî desthelatdariya Osmaniyan şer kirin û teslîm nebûn, nexasim di bir operesyona de derbeyên giran li artêşa Osmaniyan didan. Şengal bajarekî kurdan e ku niha li Başûrê Kurdistanê dikeve û li Bakurê İraqê ye. Bajar di hêla rêvebiriyê de girêdayî parizgeha Neynewa ye. Şengal ji di gotinên kurdî pêk hatiye ŞENG û AL di wateya ala xweşik, yan jî aliyê xweş. Li Şengalê Kurdên Êzidî û yê şî'a jiyan dikin, û di demên dawî de Ereb û Kurdên sûnî jî li wira bi cih bûn... Basiyên iraqê û di encama birêvebirina siyaset erebkirina Şengal, pir êl û eşîretên ereb ji başûr û orta Iraqê anînîn û li derdora navenda Şengalê bi çih kirin, her weha bi hezaran Kurd ji herêma Şêxan penaberkirin û ew li derdora Şengalê di nava kombûnên niştecîbûnê de bi çih kirin. Li derdora Şengalê pir gundên girîg hene wek: Sinûnê – Tel Albenat –

Tel Qaseb – Dihola – Borik Weriye –Xana Sor – Dugirê – Xerab Bazar – Zorava – Kihêl – Tel Ezîaz – Sîba Şêx Xidir – Girzok – Gir Ezêl ....û bi dehan gûndê din. Bi hilweşandina imperatoriya Osmaniyan de Kurdên Êzidî reha nebûn û vê carê rastî êrîşên artêşa Iraqî heatin. Ji sala 1921´ê heta 2003´an hikûmetên Iraqê li ser koçkirin û erebkirina Kurdên Êzidî pir xebat anin birêvebirin. Ermanca Bexdayê ne tenê guhertina demografya herêmê bû, lê belê erebkirina wê jî bû, hem jî bidawîkirina dîrok û çanda Kurdên Êzidî bû. Di sala 1925´an de hêzên leşkerî yê iraqê operesyonek berfireh li dijî Kurdan li çiyayê Şengalê li dar xistin, armanca wê pêkanîna pirojeya bi navê (Cezîrê) bû, ev piroje armanc ji bicihkirina Ereban bû. Şengaliyan di bin serokatiya Dawûd Dewad de serî rakirin û li ber xwe dan, lê serhildana wan şikest û 9 kes ji serkirdeyên serhildanê hatin îdamkirin. Hikûmeta îraqî birengekî fermî Kurdên Êzidî di sala 1977´an de wekî Ereb tomarkirin, û xwest bi vê gavê peywendiyê wan bi yek carî bi Kurd û dîroka wan re bibire. Û di bin desthilatdariya Baasiyan de zêdeyî (215) gundên Êzdiyan hatin wêrankirin, her weha zimanê kurdî li Şengalê hate qedexekirin. Kurdê Êzidî di 73 fermanan de derbas bûn, Sefewiyan – Osmaniyan û Ereban, bi rengekî hovane êrîşê xwe tanîn ser Kurdên Şengalê û Şêxan, ev êrîşana di bin navê Xwedê û Îslamê de dihatin kirin. Li gorî tê xweyakirin di bingeha xwe de ev ku Kurdên Êzidî bi taybet desthelatdariya ti kesî li ser xwe qebûl nedikirin. Ji ber vê şer dikirin û ne di bûn xulamê ne Osmaniya û ne jî Ereb û Eefewiyan û heger şer tenê di çarçoveyeke olî de ba, bê guman olên din jî hebûn, wek ola xiristiyanan û ya cıhûya, her çendî êrîş li dijî bawermendên wan olan jî pek dihatin, lê ne wek operesyonên bi ser bawermendên ola Êzidî bûn, ev yek ji diyar dike ku Êzidî mêr û mêrxas bûn. Şengal 2014 fermana 74 Di 3/8/ 2014 de rêxistina bi navê (DAİŞ) piştî kontirolkirina Mûsil, berê xwe da herêma Şengalê û êrîşî Kurdan kir... Ji ber hêza leşkerî ya Şengaliyan nebû, û hêza pêşmergeyan ya ku li Şingalê bi cih bûbûn, li ber xwe nedan û bi şûn ve vekişiyan. Şengalî rû be rû li hember kuştin – wêrankirin – talankirin – destdirêjiyên seksî li hember jinan man. Di 3 yê tebaxê de Kurdan bi çekên sevik yê ko di dest wan de li ber xwe

dan, lê hêza wan têrê nedikir kû li hember êrîşên (DAİŞ) rawestin. Ji ber vê ber bi çiyayê Şengalê de kişiyan. Bi sedan hatin kuştin, lê hêzik di bin rêvebiriya Qasim Şeşo berê xwe da mezarê Şerefdîn, û xwe li wira bi cih kirin, vê hêzê ji bo parastina mezar xwe amade dikir. Bi taybet piştî (DAİŞ) kete bajarê Şingalê û mezara (Sîtî Zeyneb) yê şî'a teqanin. Weki em di van dîmenan de dibînin zarok – kal – jin – mêr bi çol û çiya ketine û ji ber hovîtiya (DAİŞ) ê direvin û hawar dikin... SB: hevpeyvîn Diyar e ku ev xelkana ne siyasetê nas dikin û ne DAİŞ – Yekîtiya Netewan – hêzên nav netewî. ev milet diyare ku tenê dixwest jiyan bibe û dûrî dûr ji hevsengiyên siyasî di gotinê wan de diyar e ku xwestekê wan tenê yê jiyanî ne. Av – nan û derfetê jyanê, lê hin kesan hikûmeta MALİKÎ û PARTİYA DEMOKRTA KURDİSTANÊ TAWANBAR DİKİRİN û dibêjin ku ew berpirsiyarin li hember rewşa ko tê de derbas dibin SB: Di nava van çiyayê rût de û di nav xaçerêkan de bi hezaran kes bi piyan û di bin tîrêja roka tebaxe germ de bê av û bê nan birêketine. Nezanin ber bi ku derê vê diçin, lê li dûv xwe nanerin. Her tişt hêlan tenê dixwazin giyana xwe rizgar bikin. Çavê wan hêsiran dibarîne, dilê wan tije birîne, hewara xwe dighînin Tawûsê Melek û Partiya karkerên Kurdistanê û Serok APO. Li vira û li ser çiya piştî 6 rojan tangeke av digihêje wan, zarok li dora wê kom dibin û dixwazin tîbûna xwe avbidin, lê avê çavê wan yê zuha bûbû careka din şilkir û agirê di nava sînga wan de gorkir. Di vê demê de serokê EMERÎKA BARAK OBAMA got em ê destê alîkariyê dirêjî Kurdên Şengalê bikin û em ê êrîşên ezmanî li dijî (DAİŞ) ê bi kar bînin, lê ev kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, teştekî din dibêjin û qala xiyanetê dikin: SB: Ev zarok li ser van çiyan ji dayik bûye, zarokekî çavê xwe li dunyayê veke û bibîne ku ew direve. Li çolan e. Bê av û nan e, dayik perîşan e, nedikare wî ji sînga xwe şîr bide, wê ev zaroka çawa jiyana xwe berdewam bike.

Zerdeşt Şingalî endamê tevgera azadî û demokratî a Êzdîya ye. Ew jî weki hezaran kes panaber bû ye , me ew li vira dît û wî digot: SB: ZERDEŞT ŞİNGALÎ Hin Kurdên ŞÎ'A jî di nava penaberan de hene, lê nikarin bi axivin. Li vira komek jin û zarok civiyane. Ew tev de birîndar in. Ne derman û ne textor. serê wan di nava xwînê de mane, serê wan diêşe û digrîn, lê tu çara wan nîne. Yan wê hêdî hêdî bimrin yan jî wê hinek bi hawara wan ve bên. Di dema ev kesana di otompîla xwe de bûn û direviyan, moşekek hawinê hat û li nêzî wan ket, û di enca mê de otompîla wan qulipî û ev tev de tê de birîndar bûn. Me ev kesana jî li dûv xwe hiştin û me berdewam kir. Li vî cihî hin malbat rawestiyane û ji bo xwe ji tîna rokê bi parêzin, konên bi çûk çêkirine. Peyayên bı temen digrîn, û ew jî qala partiya Demokrata Kurdistanê dikin û di bêjin: SB: Penaberên Şengalê rastî maleke koçer têne. Xwedanê vê malê her tiştê xwe da van penabera. av – xwarin û genim, tevlî ku tiştekî wî jî zêde nebû. Ev Gırûp a penaberan ev çar roj in bi rê ketine, jin digrîn û wan jî qala derdê xwe ji me re kirin SB: Dema em li vira bûn komek ji şervanên YPG jî gihiştn vî cihî, ew bi xelkê re axivîn û soz dan kû wan bighînin rojavayê Kurdistane, her cend ev yek bi dilxweşiya penaberan bû, lê ewan rewşa rojavayê Kurdistanê jî baş dinasîn. Lê tevlî hemi tiştî piştî rakirina hink genim careka din bi rê ketin ber bi rojava. Li ser rê hindek otompîl yê ji rojavayê Kurdistanê bi rê ketibûn gihaştin penaberan. Di destpêkê de kesê nexweş – zarok – pîr û kal . bi xwe re birin û çûn. Me jî rêya xwe berdewam kir û em ber bi bilindahiyên çiyayê Şengalê ve çûn. Her ku em diçin xelek zê de dibin û rewş xerab dibe. Di vê newalê de komek ji xelkê tê de rawestiya ye. Yan jî behn vedanekê distînin û xwe ji bo birêcûnek dirêj amade dikin. Di vê newalê de weki diyar dibe kaniyek

avê heye. Zarok – jin – û her kes li ser wê kom bûne. Hin ava xwe dadigrin, jin jî cilûbergên zarokên xwe dişon û kal û pîran jî xwe dane aliyekî û temaşe dikin. Zarok bê şîr mane. Hindek jin jî bi sebreke mezin rûniştîne û li benda paşerojeke ne diyarin. Ev kesa jî ji bo birayê xwe yê seqet daran çêdike, dixweze alîkariya wî bike, birayê wî nekare birêve biçe, ji ber vê ew derdê wî dikşîne. Li vira jî peyakî bi temen axivî û got: SB: Gera me berdewam kir di nava van penabera de hewara wan gihişte her derê. Li ser van çiya em rastî hêza parastina gelê kurdistan hatin. Ev hêz ev şeş roje ji bakurê Kurdistanê bi rê ketine heta gihaştine Şingalê. Her weha hêzên yekîneyên parastina gel ypg jî ji roja yekem de di nava şer de û bi hemi giraniya xwe xelkê Şengalê ji karesateke mirovatî rizgar dike. Hin ji endamên HPG ji me re axivîn û gotin: SB: Di nava 10 rojan de YPG – HPG di karîbûn zêdeyê 100 hezar kes ji nava çiyayê Şengalê rizgar bikin û wan derbasî rojavayê Kurdistanê bikin. Ji Şengalê heta Sêmalka kerîdoreke oleyî vekirin û milet tê re rizgar kirin. Her weha van her dû hêzan ciwanên Kurd yê Şengalî bi rêxistin kirin û careka din li Şengalê vegerandin, di bin navê yekîneyên berxwedana Şengalê bi sedan kes tev lê bûn û berê xwe dane Şengalê. Xelkê ji ber êrîşên daişê reviyan, qala berxwedana QASİMÊ ŞEŞO dikirin. Qasimê Şeşo parastina mezarê Şerfedîn dike. Me xwe gihand wê deverê û Qasimê Şeşo ev ji me re got: SB: Wekî tê xuyakirin, fermana 74´an ya di ser Kurdên Êzidî de hat, di roja 3´yê tebaxa 2014´an de Kurd kirine yek. Ne weke 73 fermanên berê bûn, bi taybet wekî ku xelkê Şengalê gotin, hêzên HPG- YPG ew bûn xemîreya yekbûna Kurd. Û hetanî niha hêzên Kurd yê di binê ala Koma Civaka Kurdistan KCK de tevdigerin, li Şengalê – Mexmûr – Kerkûk – Rebi'a- û bi dehan cihên din belav bûne û wanderan diparêzin, her weha şer di navbera wan û çekdarên rêxistina DAİŞ´ê de berdewam e. Bê gûman hêzên pêşmerga jî li dijî heman rêxistinê şer dikin û serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî piştî hêzên HPG Mexmûr ji DAİŞ rizgarkir, çû seredana wan û ew pîroz kirin.

Omer Alî

Ka gelo wê gelê me li welêt û derveyî welêt xwe çawa biparêze

Ligora vekolînên arkolojîk, etmolojîk û dîroknasî tê payin ku Kurd yek ji komikên Ariyanî yên berî niha 12 hêzar sal li mesapotamya jî bûn. Van Komikên Arîn çandinî û kedîkirin pêş xistin û bûn pêşengê afrêneriya civakbûnê. Kurd yek ji van komikên arîn e. Li derdorê ciyayên zagrosan bi cî bûne û çandinî û lawirvanî pêş xistine. Ligora şundewarnas û dîrokzanan hatiye hişkerekirin ku kurd çandeke mezin afirandine û bingehê şaristaniyên mezin amada kirine.

Numûne çanda thelxelef a ku li navanda walatên huriyan derketiye çandeke mezin û bi bandor e. Çanda Thelxelef şoreşa pîşeyî ye. Nû afîreneriya hacatan e û di her aliyê jiyanê de guhertinan çêdike.

Pêla duyemîn, derketina hizira Zerdeşt e. Şoreşeke zihnî, birdozî û exlaqî ye. Li ser têkîlî û pîvanên mirovan li berenberê civak û xwezayê, ango li beranberî kes û lawiran, li beranberî jin û zarokan diyar dike.

Zerdeşt feylezofe, hizirkarê serdemêye. Ligora hizra wî her tim şerê başî û xerabiyê heye û di encam de başî bi serdikeve.

Berîya zayinê di derdorê 700 de mesapotamyaya jor bawerî bi Zerdeştiyê tînin. Kurd tevayi vê baweriyê dipejirênin. Ev sê hezar salan baweriya Zerdeşt li welatê Kurdistanê dijî û tê şopandin. Her ola derket berê xwe da Kurdistanê, lê bi serneket. Hata derketina Îslamê zerdeştî bîr û baweriya herî bi bandor bû. Însanê Kurd bi vê baweriyê dijîn û paşarojên xwe Amada dikirin. Feleketa mezin artêşên Eraba rakir. Li ser navê Îslamê bi şûr ketin Kurdistanê û dagir kirin. Gund û bajarén ku ola îslamê ne pejirandin, di qirkirinê re derbas bûn. Kurdan bi rihetî Îslam qabul nekirin. Şer kirin, li berxwedan û bezîne çiyayên asê. Heta roja îro Kurdên ku misilman nebûn, hin jî li berxwe didin. Kurdên Êzdî ew Kurdên ku Îslam nepejirandine û di ciya û gundên xwe de xwe parastine. Heftê û du ferman çêbûne, lê raxmê van îşkence û qirkirinan Êzdîyatî tune nekirine.

Cih û warên Kurdên Êzîdì Kurdistan e, her tim warên xwe parastine û bernedane. Yek ji sedemên berdewamiya jiyan û bawariya êzîdiyan bi vê berxwedana parastina cih û waren xwe ve girêdayî ye. Baweriya Kurdên Êzdî li ser hîmê bawerî û felsefa Zerdeştiyê meşiyaye. Bawariya Zerdeştî ne bes baweriyeke oldarî ye, felsefeya jiyanê ye.

Zerdeştî yek ji wan baweriyên mezopotamyayê ya herî kevnar e. B.z. di navbera salên 700 û 600´î de derketiye û belav bûye. Yêzdayetî li gora lêkolînvanan di demeke piştî belavbûna Îslamê de derketiye holê. Piştî ku hêzên Ereban li ser navê Îslamê Kurdistan dagirkirin û Kurd bi zora şûr misilman kirin û bi şûn ve, baweriya Zerdeştî li ber xwe daye û li gora şert û mercan xwe ji nû ve bi nav kiriye. Li Rojhilata Kurdistanê weke Yarasan, Alevî, li Bakur û Başûrê Kurdistanê wek Êzdî û Alewî bûne û bi baweriya xwe felsefeyeke jîn û vejînê çêkirine. Di van baweriyan de roj û agir her pîroz e, gelek kevneşopiyên Zerdeştiyê yên weke pîrozdîtina nirx û rêgezên civakê û hevsengiya di navbera ajal, şînayî ango xwezayê de. Di civaka Kurdan de roj û agir ji despêkê ve pîroz e û giring e.

Piştî ku artêşên Ereban Kurdistan dagirkirin, bi zorê, bi kuştin û qirkirinê pergala hizrê civakê, pergala baweriya civakê ya sed salan şikand. Bi zorê baweriya civakê dan guhertin. Ya mirin ya teslimgirtin û bi zorê misilmankirin bêguman di zihin û giyana civaka Kurd de birînên kûr û xeter çêkir. Di sêrî de bawariya wejîn û jiyînê, ziman û çand hate xerakirin, bişavtin û belavkirin. Civaka Kurd bê parastin ma. Yên ev rewş ne pejirandin bi çiyan ketin û xwestin xwe bi çiyan bi parêzin. Heta îro ev feraset berdewane. Hîn jî Kurd xwe bi çiyan di parêzin. Bêguman Kurdên Êzdî dubare rû bi rûyên êrîşan mane, ji sedêmên bawerî û olî. Zêdetirin fermanên li ser Êzdiyan li herêma Şengalê û derdorê Geliyê Laliş çêbûne û Kurdên Êzdî di ciyayê Şengal û yên derdorê Lalişê de xwe parastine û li ber xwe dane.

Laliş wargeheke kevnar û pîroz e Êzdatiyê ye . Warê gelek şêxên Êzdiyan e, sereke ya gora Şêx Adî ye. Şêx Adî di navbera salên 1173 û 1162'an de jiyaye. Rûberê Perestgeha Lalişê dorên 4500 m² (metre çargoşe) ye.

Li ser navê Laliş gelek pênase hene, yek ji van jî ev e. Laliş an jî Lalişa Nûranî (bi zimanê hûriyan; "la-la-aš-ha-ri…/. Lālašha[1]), cih û warê pîroz û perestgeha Êzdiyatîyê ye ku dikeve Geliyê Lalişê yê devera Şêxan a ku raserî deşta Nînowaye, 10 km li başûrê rojhilata Duhokê, li herêma başurê Kurdistanê ye. Ziyaret û cihê heca hemû Êzdiyan e û cihê Kaniya Spî, kaniya pîroz e ku bi ava wê Êzidî zarokên xwe mor dikin.

"Kurdên li Qafqasyayê (Ermenistan û Gurcîstanê) jî bi piranî Kurdên ji ola Êzdiyatiyê ne. Ev Kurdên ku ji heremên Bakurê Kurdistanê koç kirine, hatine van deran; hîn jî bi çand û kevneşipiyên cîhên ku jêhatî bi xwe re anîbûn, dijîn. Di warê cil û bergan de jî ew yek wisa ye û hemahema di vî warî de jî hîn tişteke wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê derbas dibe; ji ber ku cil û bergên mêran(zilam) hatine guhertin, lê jin hîn li ser kevneşopiyên xwe yên Kurdewarî dimeşe.

Kurdên Êzdî yên ku li Qafqasyayê dijîn; bi pirahî li bajarên wekî Qers, Wan Bitlîs û bajarên din hatine. Wan çand û cil û bergên xwe jî li sînoran derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîn jî cil û bergên wekî kesên li aliyê sînor ên din, ên ku qet nedîtine li xwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê dahol, zirne, dawet, stran û çekan guhdarî dikin û xeyalên rabirdû û pêşerojê dikin. Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku cudatiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de hebe jî, lê mirov dikare bêje ku kelepûr û awayê jiyana wan ya civakî wek hev in. Ev jî derdixe holê ku cilên jina Kurd-Êzdî ya Qafqasyayê, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ew cilên neteweyî ne. Ji xwe cilên jineke Kurd(misilman) ya li Qersê dijî, weke ya jineke Kurd (Êzdî) ya ku li Elegezê dijî ye. Di heman demê de, dema ku mirov mêze dike, dibîne ku cilên jina Kurd-Êzdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Kurd-Êzdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhtir, bi hêmanên aborî, xaknîgari û şêwazê jiyanê re girêdayî ye."

Li gora lêkolînen dawî Kurdên Êzdî li van herêman e. Li Nînowa û derdorê Nînowayê, li gelîyê laliş û devera Şêxan û derû dorê wê. Li devera herema Şengal û Sinûnê tevlî gundên derdorê zêdeyî nivmilyon Kurdên Êzdî dijîn.

Li Başurê Rojavayê Kurdistanê Kurdên Êzdî li herêma Cizîrê û li herêma Afrînê dijîn. Haya salên1980´yî hejmara wan zêdeyî 20 hezaran bû.

Li Rûsyayê, li Ukraniyayê û Estonyayê Kurdên Êzdî hene û hejmara wan zêdeyî 100 hezarî ye. Ji ber belav dijîn, gelek zor û zahmetiyên çandî û civakî dibînin.

Li Qafkasyayê hejmara Kurdên Êzdî zêdeyî 200 hezarî ye. Piraniya wan li Gurcîstanê û Li Ermenîstanê dijîn. Di milê aborî de jiyana wan jiyaneke bê derfet û jar e û wek kêmneteweyekê ne xwediyê maf û nasnameya olî û neteweyî ne. Raxmê serdestî û desthilatiya dewletan Kurdên Êzdî yên li Kafkasyayê ziman û çanda xwe parastin e û bi kevneşopiyên xwe jiyane.

Li Bakurê Kurdistanê Kurdên Êzdî li sê herêman dîjiyan. Li Bişêriyê, Wêranşahrê û li Merdînê-Midiyadê.

Ji sedêmên fekîrî, jarî jî tê da zilm û zordariya dagirkeriyê Kurdên Êzdî ji sala 1980´yî û bi şûn ve berê xwe dane kocbetiya ber bi welatên Ewrupayê ve. Bi tamamî nebe jî piraniya gundan valabûn û hejmareke pir kêm li şûna waran mane. Ji herêmên Bakurê Kurdistanê nezî 100 hezar Kurdên Êzdî cih û warên xwe berdan û derbasî welatên ewrupa bûn. Niha li van herêman ango li Bişêrî, Midyad û li wêranşarê hejmara Kurdên Êzdî di rêjeyeke pir kem de ye. Kurdên Êzdî ji her çar parçan koçberî ewrupayê bûne. Zêdetir ji Bakur û Başur di van salên dawî de ji rojava koçbefiyek heye. Piraniya Kurdên Êzdî yên koçber li Elemanyayê û Belçîqayê dijîn. Hejmara Kurdên Êzdî tenê li Elmanyayê nezî 100 hazarî ye. Ya rastî Kurdên Êzdî ji sedemên baweriya xwe li her aliyên dunyayê balavbûne. Ji bo vê sedemê rastiya hijmaran wan nayê zanîn. Lêkolînên hatine kirin li ser taxmînan rêjeya hijmara Kurdên Êzdî dane ku ev rêje bi giştî nezî Milyonekê tê dîtin.

Bêguman piştî karesata Şengalê zêdetirîn dixeteriya tekçuyinê de ne. Di dîrokê de 72 ferman hatine ser Kurdên Êzdî, lê raxmê komkujî û talanan li ber xwe dane, cih û warên xwe bernedane û nirx û baweriya xwe domandine.

Baweriya Êzdatiyê û çand û kevneşopiyên Kurdên Êzdî dewlemendiya gelê Kurd e û nirxê tevahiya Kurdistanê ye. Lêxwedîderketin û parastina Kurdên Êzdî parastina Kurd û Kurdistanê ye, parastina nirxên gelên Rojhilata Navîne.

Kurt û dubere girîng e û pêwîst e ku Kurdên Êzdî cih û warên xwe bernedin. Hêza wan qeweta wan ji axa wan tête. Parastina cih û warên xwe, parastina Êzidîtiyêye, parastina xwe yê.

Loqman Bariş

Peyva Medya geljimariya gotina Latînî Medium e û wateya wê navîn an jî navend e. Her weha weke navgîn jî tê bikaranîn. Mîna roja me, di dîrokê de jî ev gotin di wateya navgîna danûstandinê ango ragihandinê de hatiye bilêvkirin. Wateyên cûda yên vê gotinê hebin jî, ji ber mijara xwe emê bahsa gotina Medya di wateya navgîna ragihandinê de bikin. Ji bo ragihandinê navgînên tên bikaranîn televîzyon, radyo, rojname, kovar uhw. ne. Di dema dawî de facebook, twitter, youtube ûhw. jî bi navê Medya Civakî (Sosyal Medya) cîhekî girîng di warê ragihandinê de girtine. Di nava sîstema dewleteke demokratîk de hêza dewletê li sê beşên serbixwe tê parvekirin. Ev jî rêveberî ango hukûmet (Exekutive), Qanûndayîn ango Meclîs (Legislative) û Daraz ango Dadgeh (Judikative) in. Ji ber ku ev hêzên dewletê ne, Medya jî weke hêza raya gelemperî di rêza çaremîn de tê hesibandin. Bi gotineke din ew hêza gel e. Di sîstemeke demokratîk de nûnerê gel e. Bi navê gel çavdêriyê dike. Herweha ew dengê legal ên nêrîn û daxwazên siyasî ye. Lê belê di rastiyê de derdorên bi hêz weke hukûmet, kargehên mezin, partiyên siyasî ûhw. wê weke navgîneke ragihandinê bi awayekî profesyonel bi kar tînin û bi vî rengî bandora xwe li gel dikin. Çi bi dizî û çi eşkere bandorê li nûçeyên wê dikin û bi vî rengî nêrîna gel li gor daxwazên xwe diguherin, an jî çêdikin. Kes ango derdorên ku Medyaya wan xurt be, hêz û bandora wan jî xurttir e. Ew dikarin rastiyan li gorî daxwazên xwe berovajî bikin. Mînaka herî balkêş a di vî warî de nûçeyeke televîzyona Emerikî CNN´ê ye, ku di sala 1991´ê de di dema şerê Kendavê de weşand. Di vîdyoya nûçeyê de ordekek di nava petrolê de dihat nîşandan. Xwedêgiravî Serokdewletê Iraqê yê wê demê Saddam Husen Kuweyt bombebaran kiribû, petrol ketibû nava deryayê û Ordeka di nava Petrolê de ewordeka ``reben`` jî di navê de

mabû. Bi vî awayî şerê li dijî Saddam hat sorkirin gel ji bo. Paşê derket holê ku ev vîdyo li bajarê Kanada Halifax´ê di dema qezayeke tankera petrolê de hatiye tomarkirin. Heman Medya wexta ku Saddam Husen di 16´ê Adara198´an de gelê Helepçe bi gazên kîmyewî qetil kir, ji ber berjewendiyên welatê xwe demekê li ber vê karesata mirovahiyê bêdeng mabû. Mînakeke din a di vî warî de fîlmên Lîstikvan û komedyenê sînemaya Tirkiyê Kemal Sunal (Şaban) in. Hema hema her êvar di kanaleke cûda ya Tirkan de fîlmekî Şaban tê weşandin. Fîlmên herî zêde tên weşandin û temaşekirin ên wî ne. Ev fîlm bandoreke mezin li civakê dikin. Şaban bi xwe jî bandora fîlmên xwe Komedyên Kemal Sunal (Şaban ) ya li ser civakê baş dizane. Di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Tirkiyê Zaman re dibêje; ``îqtîdar (hukûmet) bi xêra min li ser lingan in. Ne wisa be mirovê biteqin. Ez îlaceke pîskolojîk im. Ew (kesên pirsgirêkên wan ên aborî hene) her êvar wê îlacê dixwin û rehet dibin. Roja din dîsa dikevin nava şerê jiyanê.`` Medya helbet bi qasî vê rola negatîf dikare roleke posîtîf jî bilîze. Mînaka herî baş a di vî warî de fotografê derbarê şerê li Vîetnamê de ye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) demeke dirêj şerekî qirêj li vî welatî dimeşand. Raya giştî ya DYA û ya gelemperî ji vî şerê qirêj bê xeber bû. Lewma ev şer dikarîbû bi awayekî hov bihata meşandin. Lê belê mirov dikare bêje ku tenê fotografekî qedera vî şerî guhert. Roja 01.02.1968´an, di dema herî dijwar a vî şerê qirêj de rojnamevanê Emerîkî Eddie Adams ji bo ajansa nûçeya Associated Press fotografek kişand. Fotograf dema ku Fermandarê Polîsên Saigon (piştî şer navê vî bajêrî bû Bajarê Ho Chi Minh) Nguyen Ngoc Loan gerîlayê Vietkongê Nguyen Van Lem, ku dîl ketibû dest wan, li kolanê bi dabançeyê înfaz dike, hatiye kişandin Dema Fermandarê Polîsên Saigon gerîlayê Vietkong Înfaz dike

Vî fotografî û hovîtiya tê de tê dîtin, cîhan û bi taybet jî welatiyên DYA`yê rakir ser lingan. Herkes bi qirêjiya vî şerî agahdar bû û dengên

dijberiya şerê qirêj gurtir derketin. Her çiqas piştî vî fotografî şerê li Vietnamê çend salan dewam kiribe jî, lê vî fotografî gelek tişt guhert. Hîn jî dema bahsa şerê li Vîetnamê tê kirin, ev fotograf tê bîra piraniya mirovan. Ev mînakên hatin dayîn û gelek mînakên din, bi taybet jî mînakên ku mirov dikare di beşên fîlm, rêzefîlm ûhw. de tê dîtin ku Medya me tenê ragihandine. Ew her weha navgînê şer e jî. Her alî, çi dewlet, çi sîyaset, çi hêzên cûda, çi partî, çi karsazên mezin ji bo bandora xwe li raya giştî bikin, Medyayê bi kar tînin. Bi gotineke din her kes şer ango têkoşîna xwe bi riya Medyayê dike. Ev şer car caran eşkere, car caran jî veşartî û bêyî ku mirov pêbihise tên kirin. Di cîhaneke wisa de em çavekî jî bavêjin Medyaya Êzdiyan. Rewşa Medyaya Êzdiyan Girîngî û bandora ku Medya dikare li gel bike, Êzdiyan jî zû fêm kir. Dema mirov bahsa Medyaya Êzdiyan bike, li gor min divê bahsa Radyoya Dengê Êrîvanê, rojnameya Riya Teze û televîzyona Med TV jî were kirin. Bi taybetî Radyoya Dengê Êrîvanê, ku di 1´ê Çile 1955´an de vebû, bi qasî Êzdiyan bandoreke mezin li tevahiya gelê Kurd kir. Di demekê de ku Kurdistan parçe bûbû, sînor ketibûn nava Kurdan, asîmîlasyon li ser wan dihat meşandin, Radyoya Dengê Êrîvanê bû nefesek ji bo tevahiya gelê Kurd. Wê dengê Kurdan gîhand hevûdin û ji bo zimanê Kurdî zindî bimîne bû bingeh. Vê radyoyê hunera dengbêjiyê xurttir kir. Klamên dengbêjên weke Casimê Celîl, Karabetê Xaco, Eslîka Qadir, Aram Tîgran, Şeroyê Biro, Kawis Axa ûhw. gîhand her devera ku dikarîbû lê bihata guhdarîkirin û bû bingeha pêşxistina hunermendiya kurdî. Her weha ruhê netewebûnê di nava gel de bi pêş xist. Hejmara yekem a rojnameya Rıya Teze di sala 1930î de bi tîpên latînî hat çapkirin

Rojnameya Riya Teze jî, ku di Adara 1930´î de li sowyeta berê hat weşandin, yekem rojnameya Kurdan e ku bi alfabeya kurdî, bi tîpên latinî hatiye çapkirin. Ev rojname herçiqas weke organeke ideolojiya komunistiyê derketibe pêş jî, di warê pêşxistina çand, ziman û edebiyata gelê Kurd de bû çavkaniyeke berhemdar. Her weha di warê ola Êzdî de

xebatên hêja kir û danûstandina di nava civaka me de bi pêş xist. Bîrewariya gelê me di warê dîrokî de zindî hîşt û jiyana Êzdiyan li Ermenîstanê gîhand deverên din ên Kurd û bi taybet Êzdî lê dijiyan. Televîzyona Med TV jî (paşê bû Medya TV, MeTV, Roj TV ûhw.), her çiqas weke yekem televizyona Kurdî ya netewî dest bi weşana xwe kiribe jî, di weşanên xwe de cih da jiyan û ola Êzdiyan jî. Bi nûçe, dokûmenter û bernameyên xwe yên derbarê Êzdiyan de jiyan û ola me bi gelê Kurd da nasandin. Pîrozbahiyên cejnên Êzdiyan bi bernameyên zindî hatin weşandin, urf û edetên civaka me hatin nîşandan. Dua, qewl û beytên me hatin vegotin. Bi riya vê/van televîzyonê/an dijîtiya li hember gel, ol û civaka me hat şikandin û empatî û sempatiya ji bo ola me hat xurtkirin. Her weha girêdanek di navbera Êzdîyên li her devera cihanê çêkir. Ji bili van, Êzdiyan hewl da li gelek welatan bi riya rojname, kovar, malper, pirtûk û broşûran ol û jiyana civaka xwe, pirsgirêk û kêfxweşiyên xwe, dua û qewl û beytên ola xwe ragihînin. Lê belê gava herî bandor ya di vî warî de vekirina yekem televizyona Êzdiyan Çira TV bû. Ev televizyon di 14´ê Tebaxa sala 2012´an de, ku 7. salvegera komkujiya li Şengalê (Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir) bû, dest bi weşana testê kir. Piştî salekê jî dest bi weşana asayî kir. Televîzyona ku niha çend saetan weşanê dike, ji bilî jiyan, urf û edetên Êzdiyan bahsa ola wan û vizyona wan ji bo pêşerojê jî dike. Vê televîzyonê di serî de dengên Êzdiyan gîhand hevûdin, her weha bû dengê Êzdiyan çi li qada neteweyî, çi jî li qada navnetewî. Televîzyona Çira Tv bi weşanên xwe yên di dema fermana li Şengalê de bêhtir derket pêş. Girîngiya wê zêdetir hat fêmkrin. Bi riya wêne û vîdyoyan, her weha bi roportajên li qadê ango yên bi Êzdîyên mexdûr re hatin kirin, êş û azara wan gîhand hemû cîhanê. Bi taybet jî, di serî de Êzdî, dengê wan gîhand hemû cîhanê. Bi vî awayî bala raya giştî ya navneteweyî kişand ser Êzdiyan û dilrehmiya ji bo wan zêdetir kir. Wêneyekî ku Çira Tv ji bo alîkariya Şengalê weşand

Eger mirov Medyayê tenê weke navgînê ragihandinê bigre dest wê demê

mirov dikare bahsa hebûna Medyaya Êzdiyan bike. Ji ber ku çi televizyon, çi radyo be, çi rojname, çi kovar be, çi malper, çi sosyal Medya be, Êzdî van alavan bi kar tîne. Mirov dikare gotûbêj bike, ka ev Medya bi fonksiyona xwe têr dike an na, bi kêr tê an na. Lê belê mirov dikare bibêje ji bo ragihandinê Medyayeke Êzdiyan heye. Ev Medya bahsa jiyan, çand, urf, edet, pirsgirêk û kêfxweşiya Êzdiyan dike. Ya herî girîng bahsa ola Êzdiyan dike. Lê belê eger mirov Medyayê weke qewet, weke hêz bigre dest, ewqas bi hêsanî nikare bahsa hebûna Medyaya Êzdiyan bike. Ji ber ku mîna me bi mînakên nûçeya CNN, fotografê ku înfazkirina gerîlayê Vîetnamî nîşan dide û hevpeyvîna Şaban dît, Medyaya Êzdiyan nikare rolekî wisa çalak bilîze. Ew nikare rojevê diyar bike, bêhtir li dû rojevê direve. Bûyeran radigihîne, lê nikare bi rêxistin bike. Di nava hewldanan de ye, lê nikare diyarker be. Dema mirov vê rastiya Medyaya Êzdiyan dibîne û rola Medyayê ji bo civakan li ber çavan digre, pêwîstiya xurtkirina vê yekê jî ji xwe ber derdikeve pêş. Ji bo civakeke weke ya me, ku her sê hêzên me ango hukûmet (Exekutive), Qanûndayîn (Legislative ) û Daraza (Judikative) me nînin, girîngiya Medyayê ji bo Êzdiyan ji ya hemû gelên din zêdetir diyar dibe. Medyaya Êzdiyan pêwîst e, bibe hêz. Ew bi wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ye. Ji bo karibe vê wezîfeya xwe ya dîrokî pêk bîne, pêwîstî bi kadroyên profesyonel, bi ezmûn, xwedî fikrên modern û karibin siyasetê ji bo civaka xwe bikin, heye.

Rê dûr be jî, rêveçûn bi wî alî ve ye. 05.10.2014

Mecîdê Heso

Di dîroka dêrîna mirovahiyê da rojên pîroz, cejin û mehrecanan watayeke taybet hebûye, gelek caran jî hêvîyên wê salê hemû bi şêweyê sazkirin, encamdayîn û lidarxistina rêwresmên cejnan ve girêdayî bûn. Di mîtolociya miletên kevin da derbasdibe ku heke hat û bona helkeftek yan bîreweriyek xwedawendane admadekariyên baş bên kirin û pûtepêdanek taybet hebe eve dê li ser temamiya salê karîgeriyek baş hebe, bervajî wê heke ew salroj bê giringîpêdan û bêamadekarî û bêcoş borî, dê ew sal bi bedbextî û werçerxanek xirab karîgeriyê li jîn û jiyar, mal û milkê nişteciyên deverê bike. Baweriya bi hêza mîtafîzîkî û nepenî yekser pêwndiya wê biguhrînên admosfera werzên salê ve hebû, mohra xwe li jînenîgara mirovan jî dixist. Baweriyên dînî û dinyayîyên Miletên kevnar û bitaybet miletên cihê mijara me li Mezopotamiyayê girêdayî admosfera werzên salê ango yên xwezayê bûn, ji her alementekî gerdûnî ra xwedawendek destnîşan dikirin, û ji her nexweşyekê ra jî xwedawendek berpirsiyar dikirin. Berî dîrokê mirov û mirovayî bi xweza (sirûşt) û elementên xwezayê ve girêdayî, diharmoniyek berdewam da bûn, carna jî dema terazûya pêwendiyên vê harmonîyê tevlîhev dibû kêşe dirustdibûn, û werdigeriya nakokî û hevrikîyê û bandora xwe li ser jiyanê dikir. Bi werara pila hişmendiyê ra, mirovan hestpêkir ku ew dikarin bi rêya bilindkirina rolê pîrozê xwedwendên ji van guherînan perpirsiyar, kartêkirinê li ser awayê guherîna avûhewayê û şêweyê qewimîna bûyeran bikin û bi van hewlan rê li ber karesat û felaketan bigirin. Di qûnaxên pêşketîyên dîrokê da, mirovan di kevlê xwedawenda da guherînên gerdûnî şirovekirin. Anana û Iştar wek dû Xwedawendên dayîk bona biberbûn, evîn, xweşewîstî û zazêça Mirovan, Heywanan û ya darûbaran hatin binavkirin, di heman dem da winda bûna xwedawendê Bav wate xwedawend Temûz (Demûz) ji bêberbûn, xirişbûn û xizaniyê

berpirsiyar girtin. Ev yek di dîroka kevnara mirovayîyê da bi efsaneya mirina xwedawendîya li cîhana jêrîn tê zanîn, ev mirin jî bona demsalekê dihat gotin, lê bi borîna demî ra mirina li cîhana jêrîn bû rewişteke komelgehê û li wî demê salê tevaya civakê bona mirina Xwedawend Temûz hizin û şîn girêdida. Di nav mij û dûmana nepeniyên gerdûnê da, werara fikira mirovan tim hêviyên asoyên geş didan. Hêza bûn û mirinê, bergirtin û xirişbûnê, cardin vejîn û berdewamiya gera ayasyî a gerdûnê, girêdayî hêza Xwedawendên dayik Anana û Îştar û xwedawendê bav Demûz (Temûz) in, bona vêya sal bi sal fikira seremoniyên piroz ku bi zewaca pîroz tê zanîn derketin pêş. Çîroka hezkirin û viyana van xwedawendan ku bi zewaca piroz encam dibe, wateya xwe dibaweriyên xwedawendane da digire, komelgeh di wê baweriyê da bû, bihevra jiyana van xwedawendan jiyanê geş û xweş dike, û bervajî vêya jiyan xemgîn û mirûdayî dibe, bi zewaca pîroz ra sala nû destpêdike, li cem Babiliyan destpêka nîsanê cejina AKÎDO ye û ev cejin 12 rojan li derdora peristgeh û mezargehan tê pîrozkirin. Serê Sala Êzdiyan: Serê sala Êzdiyan li gorî salnameya rojhelatî dikeve çarşema yekemîn ji meha Nîsanê ( salnameya rojhelatî bi 13 rojan piştî salnameya rohjavayî –Zayinî- dest pê dike), Êzidî wekî miletên dîyên berî xwe û yên paşî xwe jî bi helkevta destpêkirina sala nû dilxweşî û kêfxweşiya derdibirin. Her miletek bi şêweyekî û bi rêwresmên li gorî baweriyên xwe yên dînî pêşewaziyê li hatina sala nû dike, dibe ev rêwresim paş derbasbûna çendîn sedsalan bi egerên pêşkevtinên civakî û kawdanên dîrokî guherîn bi serda hatibin, lê cewherê wan, ango mebesta helkeft û li darxistina wan heman wateye. Her çawa Babiliyan roja zewaca xwedawendan li yekemîn roja meha nîsanê destpêka salek nû destnîşnkiriye û weke yekemîn roja cejnê ragihandiye, di mîtolociya Ezdayetiyê da jî sersal li yekemîn roja Nîsanê tê pîrz kirin û bi roja Tawisî Melek tê binav kirin, Êzidî weke Sûmerî, Babilî û Asûriyan jin û jinxwaziyê di nîsanê da nakin û dibêjin ev meh meha zewaca mêr û milyaketên ber salê ye. Bûna Xwezayeke Nû: Ezdayetî dîneke ku bi hebûn mîtolociya xwe girêdayî xwezayê(sirûştiye), ev yek difelsefeya dînê wan da kifş û zelale, tevaya cejnên Êzdiyan di werçerxan û guherînên admosfera avûhewayê gerdûnê ve girêdayî tên lidarxistin, mînak:

 -cejnên çilê havînê û çilê zivistanê ku şeş meh di navberê da ne, li van herdû cejnan seqa avûheyê gedûnê tê şikandin, wate ji havînê ber bi zivistan yan bervajî, ango ji nîvê salê bo nîva dî.  Cejna bêlinde ev cejin li gorî salnameya rojhelatî li sêyemîn Îna maha kanûna yekem tê lidarxistin, ev cejin girêday werzê çandinê ye û ango yekser piştî binaxkirin û veşartina dendika dexl û daniye, di vê cejnê da, wate di roja seremoniya mirina dendikan da, Êzidî bigiranî miriyên xwe bibîrtînin nanê miriyan derdixin û goristanan ziyaret dikin. Wisa jî hemû cejnên dîyên Êzdiyan cîrokên xweyên bi xwezayê ra hene, çarşema Sor ku bi serê sala Êzdiyan tê binavkirin heman wateya xwe ya xwezayî heye: 

guherîna seqa avûhewayê gedûnê bi xwe re tîne, admosfera hewayê beharê destpêdike.

dirêjaya roj û şevan dikeve asteke wekheviyê.

Avisbûna erdê digehe asta zanê, weke cejna bûna dendikên nû ji xwezayek nû tê naskirin.

Tiwaf Berdewamiya Pîrozbahiyên Sersalê Ne: Êzidî mîna mehricanên Babilî û Asûriyan bi rêya lidarxistina tiwafên herêmî sala xwe ya nû pîroz dikin. Peyiva Tiwaf di zimanê aramî da wateya lidor zivirîn, li dor fitilîn yan li dor geriyan dide, ji ber ku hemû tiwafên Êzdiyan li derdora aramgehên pîroz tên li darxistin vêca nedûre ew peyiv ji Erebî hatibe wegirtin û ketibe nav ferhenga kultûrê kurdî, her çawabe ez di wê baweriyê da me ku Êzdiyan li jêr navek dî ev rêwresim digêran. Her yekser roja dûyem pîştî cejna sersalî ango roja Înê Êzidî Dest bi werzê Tiwafan dikin, herêm li dû herêmê û gund bi gund amadekariyên tiwafan tên kirin. Heke em li dû koka tiwafên Êzdiyan biçin û berawirdiyekê di gel şayî û mîhrecanên ku 2500 sal berî zayîna îsa, li serdema Babiliyan û Asûriyan û berî wan ya Sûmeriyan dihatin li darxistin da bikin, dê derkeve holê ku baweriyên bi xwezayê, jîngeh û cugrafiya hevbeş ve, yên miletên Mezopotamiya ku girêdayî babetê mehricanên bajaran ku niha Êzidî Tiwaf binav dikin gelek aliyên wek hev hene: 1. Roja Çarşemê li cem Babilî û Asûriyan roja Xudawend Nabo ye, li serdemê her dû Împeratoriyan çarşem roja bihinvadanê bû, li cem

Êzdiyan jî Çarşem roja Tawisî Meleke, rojeke pîroze, kar û bar, rê û rêbarî nayên kirin û encamcadan, 2. Sersala Babiliyan û Asûriya Akîdo û ya Sûmeriyan Zag mak li destpêka meha nîsanê ye û bi helkefta hatina sala nû mehrecan yan mehregan li dora mezargehan dihatin sazkirin, di eynî dem da sersala Êzdiyan Çarşema Sor li gorî salnama rojhelatî dikeve çarşema yekê ji nîsanê. 3. Di meha Nîsanê da zewac (jinanîn û mêrkirin) li cem Babilî û Asûryan qedexe û heram bû, ji ber ku meha zewaca milyaketa ye, berî wan baweriya sûmeriyan jî ew bû ku xwedawend Nencirso rojekê ji rojên meha nîsanê bi xwedawenda jin Baw ra li bajarê Cerso zewiciye, Êzidî heyanî roja îroyîn jî di nîsanê da jin û jinxwaziyê nakin û li dora mezargehan temamî meha nîsanê şahî û govendan lidardixin. Niha jî Êzidî dema bûkan vediguhêzin berî qesta mala zavayî bikin bo ziyaretbûnê (Tiwafkirinê) qesta mezargeha xwe dikin. 4. Di nîsanê da miletên Babilî û Asûrî avahiyên peristgehên xwe nûjen dikirin, di heman dem da Êzidî heya roja îroyîn jî van rêwresman berdewam dikin, bi darxistina çendîn rêwresmên taybet aqid û qubehên mezargehên xwe nûjen dikin. Wate ew jîngeh yan ew herêma ku miletên cihê têda bi hev ra jiyan dikin gelek caran rewişt, tîtal, dabûnerît, fikir û bîrwbaweran ji hev digirin carna zehmet dibe mirov tê derxe ka rastiya rewiştekê ji kîjan kokê hatiye. Li rasthatin û wekheviya çendîn Cejin û seremoniyên Êzdiyan digel yên miletên Sumerî, Babilî û Asûrî da ne li hevhatineke tesadufiye belkî eve tekuzkirina dêrînî û reseniya Êzidî û Ezdayetiyê dertêxe holê, eger na çawa dibe ku Cejna Ekîdo ya Sumriyan û sersala Babilî, Asûrî Êzdiyan di heman rojê da û bi heman wateyê be. 

Meh: Nîsan, roj: yekemîn roja nîsanê, ji heftiyê: Çarşem.

Cejna Mêr û Miliyaketên ber salê, roja Tawisî Melekele li cem Êzdiyan û salroj yan salvegera Zwaca pîroz a Miliyaketaye di mîtolociya miletên Mezopotamiya da.

Bala xwe bidinê li ser demê Hemorabîyê Babilî gotina neviyên Ezîda yaxud Neviyên Ezda ketibû nav lîtratûra babiliyan. Xwedayê Îsakîla û Êzîda jî Merdoxe li bajarê Por sîpa dijiya, piştî Merdox jî Nabo tê heybetê dide ciyên pîroz li Porsîpa û peykerekî dide Îsakêla û navê wî peykerî dike Êzîda.

Babilî çarşema serê nîsanê jî dikin destpêka salê û her sal li ber peristgehan û bitaybet peristgeha Êzîda seremoniyên cejna sersalê dihatin sazkirin û bo maweyê 12 rojan şayî û xweşiyan berdewam dikirin. Heya roja îroyîn jî Êzidî vê cejnê bi coş û xiroş pîroz dikin û şayî û şadî ji mehekê dirêjtirin, Êzidî ji van şayî û seremoniyan ra dibêjin Tiwaf û bi vî rengîne. Cî

Navê Tiwafê

Roj

Berwar

Tiwafên Hevbeş

Başîka

Melkê Mêran

Çarşem

08.05

Başîka

Melik Şêx Sin (Şêx Mihemed)

În

10.05

Başîka

Nasirdîn

Yekşem

15.05

Başîka

Derb al Musil

Pêncşem

17.05

Behzan

sê´ad

În

29.04

Behzan

Şêxwbekir

În

06.05

Sîna

Kerecal

Çarşem

20.04

Sîna

Şemsê Pîra

În

27.05

Êsivin

Şêx Enzelût

Şemî

09.04

Êsivin

Şêxalê Şemsa

În

22.04

Êsivin

Şêx Hecî Alî

În

29.04

Êsivin

Şemsê Pîra

Çarşem

18.05

Li Sîna roja Înê 27.05

Xetar

Şexsê Badê

În

13.05

Di heman rojê da li Bapîrê

Xetar

Hekîm Fêris

În

22.04

Xetar

Êzî

Şemî

15.05

Xetar

Milik Fexredîn

Yekşem

17.04

Xetar

Babê Şehîdê nav gundî

Çarşm

18.05

Xetar

Babê zexam

În

17.06

Xetar

Babê Nebî Nûh

În

27.05

Baadir

Hecî Ali

Çarşem

13.04

Şehîdê

Li Daka - Pêncşem 19.05 Li Kerkê -Pêncşem 15.05

Li Êsivnê roja çarşem 18.05

li Doxata roja Şemî 25.05

Sirêçka

Şêx Badir

Çarşem

13.04

Li Xewşaba roja Çarşem 27.04

Xewşaba

Şêx Badir

Çarşem

27.04

Li Sirêçka roja Çarşem 13.04

Xanik

Bazîd

În

29.04

Kebertû

Babê Çawîş

În

29.04

Tilxiş

Pîrafat

Ji ber ku Êzidî li wê derê nemane, nayê kirin

Teftiya

Şêx Enzelût

Çarşem

04.05

Di heman rojê da li xerşeniya

Xerşeniya

Şêx Enzelut

Çarşem

04.05

Di heman rojê da li Teftiya

Nisêrî û Cerehî

Qedîb Al-Ban

Çarşm

11.05

Bêban

Şa Siwar

Pêncşem

12.05

Xanik

Şêx Mend

Pêncşem

12.05

Mem Şivan

Memê şiva

În

13.05

Bapîrê

Şexsê Badê

În

13.05

Di heman rojê da li Xetarê

Girêpan

Şêşims

În

13.05

Li Boza roja Înê 20.05

Şêxidir

Şêxidrê Şemsan

În

13.05

Daka

Şêxwbekir

Pêncşem

19.05

Li Behzanê roja Înê 06.05 Di heman rojê da li Kerkê

Keran (Kerkê)

Şêxwbekir

Pencşem

19.05

Li Behzanê roja Înê 06.05 Di heman rojê da li Daka

Bozan

Şêşims

În

20.05

Li Girêpanê roja În 13.05

Şêxka

Êzdîne Mîr

Sêşem

24.05

Doxata

Skêx mehmed

Çarşem

11.05

Doxata

Êzî

Çarşem

25.05

Êsiyan

Memê Êsiya

Çarşem

08.06

Xêrava

Şêx mamendê Cindar

Çarşem

08.06

Basik

Pîrê cerwa

În

24.06

Cerehî

Pîr Mend

În

24.06

Şengal

Şêbil qasim

Pêncşem

14.07

Mehetê

Mehmed Reşan

Çarşem

20.07

* Berwarê Tiwafan li gorî sala kite, û heke sersal li 13.04 be.

Li Xetarê roja Şemî 15.05

Tiwafên Hevbeş: Şêxwbekir Cî

Roj

Berwar

Behzan

În

06.05

Daka

Pêncşem

19.05

Keranê (Kerkê)

Pêncşem

19.05

Şemsê Pîran: Cî

Roj

Berwar

Êsivin

Çarşem

18.05

Sîna

În

27.05

Êzî: Cî

Roj

Berwar

Xetar

Şemî

15.05

Doxata

Çarşem

25.05

Roj

Berwar

Sirêçka

Çarşem

13.04

Xewşaba

Çarşem

27.04

Şêx Badir:

Şêx Enzelût: Cî

Roj

Berwar

Teftiya

Çarşem

04.05

Xerşeniya

Çarşem

04.05

Şêşimis: Cî

Roj

Berwar

Girêpan

În

13.05

Boza

În

20.05

Tiwfên di heman rojê de tên kirin: Cî

Navê Xasî

Roj

Berwar

Teftiya

Şêx Enzelût

Çarşem

04.05

Xewrşeniya

Şêx Enzelut

Çarşem

04.05

Bapîrê

Şexsê Badê

În

13.05

Xetarê

Şexsê Badê

În

13.05

Daka

Şêxwbekir

Pêncşem

19.05

Keran

Şêxwbekir

Pêncşem

19.05

Berê tiwafa Êzî li Boza jî dihat kirin û rojekê berî ya şêşims wate li roja pêncşemê bû. Tiwafa Bozan li ber Şêşims tê li darxistin lê jê ra tiwafa Mêrên Bozan jî dibêjin. Bi baweriya min ji ber ku gelek mezargeh, qub û nîşangehên xas û bavçakan li Bozan hene vêca bona ev tiwaf (tiwafa Şêşims) gistî be, xelkê Bozan ev nav lêkiriye. Gelo çima Tiwafek xwe li ciyek dî dûbare dike? Bi baweriya gelek lêkolînvanan, di koka xwe da her Tiwafek tenê carekê dihat pîrozkirin, ji ber ku her xasekî di salê da tenê rojekê oxlema wî heye, ew roj ji hêla pîroziyek dînî, kultûrî û mîtolociya komelayetî ve wateya xwe heye, yaxud roja kirasguherîna bavçakek yan xasekî Êzidiyaye. Lê heye tiwafek pitir ji ciyekî û pitir ji carekê tê pîrozkirin eve jî cî guhorîn û koçberiya Êzdiyan a berdewam tekez dike, wate xwe parastin ji ferman û hêrişan malbata Êzidî tim di rewşeka neasayî da jiyan kiriye, dijwariya dîroka Êzdiyan kartêkirinek xirab li ser hemû biwarên jiyanê kiriye, serdem hatine Êzidiyên herêmekê take xêzan yan bi komel mecbûrmane koçberî herêmeke din bibin, mîna Şêxan û Şêxanbegiya, qayîdî û Nêrweyîyan, hewêriyan, serkend û binkendiyan û ….htd.

Tenanet li dehsala 1980án rejîma Îraqê piraniya Êzdiyan ji cî û warên wan dan barkirin û bi darê zorê di komelgehan da bine cî kirin. Bi veguhastina ciyê niştecêbûnê awareyan rêwresmên xwe yên herêmî jî bi xwe ra birin, ji ber vêya em dibînin bo nimûne tiwafa xasekî ji carekê û ji ciyekî zêdetir tê pîrozkirin. Mixabin pir caran rewş ber teng bûye awarebûyan dêv ji dînê bav û kalên xwe jî berdaye, wekî mînak tiwafa pîrafate li Tilxişê. Me li serî da zanîn ku van seremoniyan dîrokek dêrîn heye, wate li gorî çavkaniyên dîrokî reh û rîşeyên tiwafên Êzdiyan digihin 2500 sal berî zayînê, li vêder tiştê herî balkêş ewe ku her tiwafek li ser navê xasekî yan bawermendekî tê kirin ku ew hemû jî dinavbera 800 salên dawiyê da jiyane, li vêder pirsek tê pêş, gelo Êzdiyan berî hatina Şîxadî yan berî qonqxa bûn û mirina van bawermendan çawa û bi çî navî ev rêwresim digêran? Bersiva vê pirsê ji lahûtiyê û aliyê bawermendiyê zêdetir girêdayî dîrokê ye, gelo berî dema Şîxadî miletê ku îro jêre dibêjin Êzidî li jêr çî navî û bi çî awayî jiyan dikir. Mixabin ew mêjû ji ber kawdanên biser Êzdiyan da hatine zelal nayê kifişkirin, çespandina her rûdanek dîrokî bê piştbestin bi dekumentan dibe ciyê gumanê, belgeyên dîrokî yên wî serdemî gelek dikêmin, em mecbûr dimînin pir caran pişt bidin nivîsên nivîskarên miletên derdorê Êzdiyan yên piştî hatina Îslamê, mixabin ji ber nakokiyên civakî û dînî gelekan ji wan rastî negtine yan bervajîkirine. Tiwafên rastîn û yên senbolîk: Çaxê em basê tiwafan dikin pêwîste em wê jî bidin zanîn ku çend tiwaf hene bi rengek senbolîk tên lidarxistin, ango aramgeha wî xasî yan wî bavçakî li ciyek dine, tenê ew Tiwaf li ber nîşangeha wî tê gêran. Mînak: Şêx Mend li Şengalê kirasguheriye û li ser darbestê anîne Lalişê, aramgeh û mezargeha wî li Lalişê ye, lê tiwafa Şêx Mend li Êsivinê li ber nîşangeha wî tê pîrozkirin. Tiwafa Êzî ku bi şêweyek senbolîk li Doxata û Xetarê tê pîroz kirin berê li Boza jî dihat kirin, wate ne li Doxata û ne li Xetarê û Bozan xasek yan bavçakek bi vî navî jiyaye, tiwaf jî li ber nîşangehekê tê pîrozkirin, bi baweriya min ev tiwaf biserê xwe oxlema pîroziyek xudawendaneye, û berdewamiya seremoniyên miletê Babiliyaye ku li der dora peristgeha Êzîda dihat pîrozkirin.

Tiwafa Şêxalê Şemsan li Êsivinê ev tiwaf bona oxlema kesayetiyek dîndar tê li darxistin, Şêxalê Şemsan li Êsivinê hat kuştin û li wêder hat veşartin, wate aramgeha wî li Êsivinêye. vêca bona nişteciyên Êsivinê û derdoran dûbare dilsoziya xwe bi wî ra parvebikin, roja kirasguhrîna wî kiriye tiwaf, lê piştî çend nifşan vê tiwafê dû têgeh bi xwe ve girtin, yekem: zîndî hiştina rêwresmên kultûrîyên kevnareye û resen, dûyem: li roja kirasguhrîna Şêxalê Şmsan dubarekirina disoziyê. Hekîm Fêris Xelkê Xetarê bû û li Xetarê jiyaye û li wêderê kirasguheriye, Şaswar jî xelkê Bêbanê bû, ku jêre dibêjin şaswarê deşta Bêbanê, ev her dû jî li ser aramgeha xwe tên li bîranîn û em dikarin van tiwafan wekî mînaka tiwafên rastîn li qelem bidin. Rêwresmên Tiwafan: Çend rêwresim hene li hemû tiwafan hevpişk û wekhevin: 1. Li hêvariya tiwafê micêwrê gundî bangdidet, Êzidî dibêjne vî bangî dawetnevî yan dawetnebîya xasê gundî, bi vê hewla xwe micêwir (Nevîçirik yan xizmetkarê xasîye) bona roja dahatî (ayinde) daxwaza pişo û bihindanê li niştecîyên gundî diket. 2. Rûsipî û dîndarên Êzdiyan jî li ber wan zîyaretgehan qewl û beyt û duwa dibêjin û hinek caran jî qewal def û şibaban lê dixin wekî tiwafên Başîk û Behzanê, Micêwirê wan zîyaretgehan, di wan rojan (wate di rojên tiwafan da) da xwarineke teybet, ku dibêjinê „Simat“, bo tiwafîkeran çê dikin. 3. Hemû xûk wate mirîdên wî xasî tevlî tiwafêdibin. 4. Çend roj berî Tiwafê xelkê gundî xizim û kesûkarên xwe bo tevlîbûna tiwafa xudanê xwe vedixwînin, ku ew hatin û tevlî tiwafêbûn dibêjinê tiwafîk yan tiwafîker. 5. Her nişteciyekî/a gundî mecbûre wê rojê (roja tiwafê) here ber beristgehê wate quba xasê ku tiwafa wî, hem tiwaf bike û hemjî fitoyê xwe (xêra xwe) dane ber deriyê peristgehê. 6. Şahî û dîlan dihên gêran, bi her awayî xweşî û dilşadî li ber derê her malekê dibe mêvan, li ber dendê dahol û zirnê her kes kêfxweş dibe. 7. Her kesê/a derbasî hundirê peristgehê bibe hindek axê li eniya xwe dide. 8. Her malek bi xêra miryên xwe qurbanê dide.

9. Li gişt tiwafan şazek (awazek) taybet heye, jê ra dibêjin şaza Muhter ku bi def û şibaban yan bi dahol û zirnê tê jenîn, ev awaz tenê li rojên tiwafan tê bîstin. 10. Perî yan peroyê hilêlên bi serên quban ve tên nûkirin, dibe ev rewişt ne tam diroja tiwafê da bê encamdan, lê bi oxlema tiwafê çend roj berê yan jî hêvariya tiwafê bi rêwresimek girseyî tê encamdayîn. Çima tenê Tiwaf li Başûrê Kurdistanê hene: Êzidî Li Bakûr, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û dewletên sofiyeta berê dijîn ji bilî Êzidiyên li sofiyetê hersê perçeyên dîyên Êzdiyan xwe bi xwediyên axa ku ew li ser dijîn dizanin û wilo jî xwe nasdikin û hestpêdikin, ew ji destpêka tarîxê û ta niha li ser wê beşa gerdûnê, wate li Mezopotamiya jiyandikin, mebesta min ji vê pêşgotina sivik û kin ewe, bêjim ji bilî Êzidiyên nişteciyên Başûrê Kurdistanê ti beşên dîyên Êzdiyan tiwafan lidarnaxin, bi dîtina min du egerên sereke ji boy vê meselê hene. Yekemîn: her ji destpêkê navenda Êzîdxanê (êzidî û ezdayetiyê), wate navenda dîn û canda Êzdiyan wilayeta Musilêbûye, Musil jî ango Nînewa paytexta Împeratoriya Asûriyanbûye, vêca normale heke ji destpêka dîrokê da dû milet ewqas sal li kêlek hev û carna jî dinav hevda bijîn wê ji rewişt û tîtalan, zanîn û marîfetê, tiştên feleknasî û bawermendiyê ji hev hînbin û bidin hev. me di beşa dazanîna dîroka tiwafên Êzdiyan da bi kurtî basê paşmayên dabûnerîtên miletên Mezopotamiyan, yên mîna sûmeriyan, Babilyan û Asûriyan kir, ku çawa wan miletan jî bi vî terzî û bi helkefta hatina sala nû şahî seremonî lidardixistin. Mînak seremoniyên destpêka sala nû li ba miletê Asûrî û Kildanî 12 rojan dixayand û her rojekê programê xwe hebû bi kinî wisa bû: 

roja yekemîn hayenî roja sêyemîn, jêre digotin heyama pakkirina derûnê mirovan, û divan rojan da Keşîş (kehene) yê Îsagêla wate keheneyê mala Merdox bi keşîşên dêrên dî ra duwa û dirozên xemgîn digotin, bona ku Merdox Babil û Imperatoriya Babilyan bi parêze. Roja çaremîn amadekariyên roja pêncemîn dihatinkirin, ji bilî duwa û dirozên bi roj, bi şêvê dastana afirandina gerdûnê (Ilîna Îliş), yekbûna hêza xwedawendan di Merdox da û çawaniya pêkhatina her çar werzên salê dihat vegotin. Roja pêncemîn roja kirnoşbirina padîşahê Babil bû li hember Xwedawenê mezin Merdox.

   

 

Roja Şeşemîn saxkirina roja gehiştina Xwedawend Nabo ye, dema ew û hevalbendên xwe ji Nîbûr Ûrûk, Kîş û Erîdo li hawara Xwedawend Nabo hatibûn, ev roj bi roja rizgakirina kalê dîl tê binavkirin. Roja Heftemîn roja rizgarkirina Xwedawend Nabo ye, piştî ku ew sê rojan desteser û dîlmayî. Roja heştemîn peykerê gişt xwedawendan li ciyekî tên komkirin, ew jî tê wateya wê rojê, ya ku wan piştevanî li Xwedawend Merdox hatîkirin. Roja nehemîn meşa serkeftinê ber bi mala Akîtî ve dikeve rê, ew cîyê Xwedawend Merdox li destpêka cîhanê li hemberî Xwedawendê ava jêrîn Tenîn Tiyamat serkeftî. Roja dehemîn digehin Mala Akîtî û dinava bajar da Xwedawend Merdox bi amadebûna xwedawendên cîhana jor û jêrîn ahenga zewaca xwe bi Îştarê ra radgehîne, ew xweşewîstiyeye ya ku li gorî mîtolociya Asûrîyan ku beharê bixemil û xÊzdîke. Roja yazdehemîn Her dû xwedawend Merdox û Îştar verdigerin wê malê ya ku yekemîn car li roja heştemîn lê civiyayin, vê rojê çarenivîs û aqûbeta miletî tê destnîşankirin. Roja diwazdehemîn, roja dawiyêya cejna Akîdo ye xwedawend Îştar vedigere peristgeha Merdox, peykerê xwedawendên ku beşdarî Akîdo kiribûn şûnde digerînin û jiyan li Babil û Aşûr cardin normal dibe.

Pêwîste bêjîn ku Kiristiyanênên li parêzgehên Musil û Dihokê bi rengek cihê (cuda) ji kiristiyanên welatên dî, her sal li mehên nîsan û gulanê şahiyan li derdora dêr û mezargehên xwe lidardixin, ji van rêwresman ra dibêjin Şanedêr. ew jî bi seremoniyên dînî, bi derxistina xêra miriyan û bi şayî û govendê pêşewaziya nîsanê dikin. Asûrî roja azadbûna Xwedawendê mezin Merdox ji dozexê û zewaca wî Bi Xwedawend Îştar re, û Rabûna îsa ji aramgeha xwe li destpêka nîsanê bi hev ra girêdidin, ev sê bûyer li cem miletê Asûrî egerên kêf û xweşîyên beharê ne. Balkêşe her sal diheman dem da ji temamî parêzgehên Îraqê tenê parêzgeha Musilê, Mehrîcana Beharê lidardixe û bi awayek cihê pêşewaziyê li meha nîsanê dike. Bêguman dema mirov van tevaya dide ber hev wê ji dîroka 3000 salan bersivê derxe. Dûyemîn: li gorî baweriya min ji ber ku piraniya mezargehên xasû

bavçakên Êzdiyan li başûrê Kurdistanê ne, tiwaf jî pêwîste li der dora mezargehan bê lidarxistin dibe ku eve jî yek ji egeran be ku tiwaf tenê li başûr derdora lalişê hene, dema em dibêjin nêzîk Lalişê em Şengalê jî ji darxistina tiwafan dûr dixin û ew jî raste ji ber ku tiwaf bi giranî li welat Şêxin ango mîrgeha Şêxan, lihfa Qayidiyan û li herêmên Dinan tên kirin. Cêwaziya di rêwresimên tiwafan da: Heke mirov programê rêwresmên tiwafan bide ber hev wê cêwazî û cihê rengiya dabûnerîtan di şêwe û awayê pîrozkirina wan da bibîne, li gorî baweriya min her tiwafeke ku programê xwe yê dînî nebe ji bilî çavlêkirineke bê wate, ti bingeh û senga xwe ya dîrokî jî nîne. Hind tiwaf hene bi şêwe û awayê lidarxistina seremoniyên xwe, ji tiwafên dî cihêye, mînak: 

Perîsiwarkirin: Perî ji qimaşî (peroyê) reng sipî, sor û kesik pêk tê milet beşek xêra xwe ya salane ku qimaşe, dibene ber xasê xwe, micêwrê xasî serperiştiya karûbarê birîn û dirwarê dike, pêwîste carekê di salê da qimaşê li ser gora xasan bê nûkirin û li rojên tiwafan ev kar tê encamdan. Roja tiwafê hijmareke rûsipî û extiyarên gundî qestdikine mala micêwrî û ew yekî jê dibijêre, carna bona xêrbexşînê diber hev da radibin ka kê zêde da, dê wê salê patê rengîn (Êzidî bona pîroziya wî dibêjn perî) datîne ser serê xwe (bi watayek dî micêwir dê wê periyê dane ser serê wî) ev seremonî ji mala micêwrî ber bi xasê gundî ve diçin û dema digehin ber xasî mêvanên amde bi rêz dibin, ber bi pêriyê ve diçin û ziyaretî dibin(maç dikin), piştî ku hemûyan ew tewafkirî derbasî aqidê dibin û periya kevin ji ser gora xasî hildidin û ya nû li şûna wî radixin, paşî micêwir periya kevin dibe mala xwe û li ciyek taybet ku jêre bibêjin stêrik diparêze, û piştî dû hefteyan dibe Lalişê, li wêder joreyek taybet bona gişt periyên xasan hatiye amadekirin. Bo nimûne perîsiwarkirin li van Tiwafan heye, Hekîm Fêris li Xetarê, Êzî li Doxata, Şah Siwar li Bêbanê, Pîr Mend li Cerahiyê, Şexsê Badê li Bapîrê. Li gorî lêkolînvanan berê perî li tiwafa Kerecal jî dihat siwarkirin, lêkolînvan dibêjin dibe ku dema milet yan êşîkkêş li dawiya êşîkê pişt û pitşt vedigerin gund xeleka winda ya vê rêwresmê ango ya periyê be. 

Êşîk tenê li tiwafa Kerecal li gundê Sînaya devera qayîdiyan tê li darxistin ( Kerecal navê xasekî Êzidiyaye ku aramgeha wî li ser çiyayekî bilinde, serê sibê tiwafîker karê xwe dikin û dikevin ser rêya jêheliya besarê çiyayekî asê), êşîk jî ew rêwresmeye dema

tiwafîker ji çiyayî bilind dadikevin jêr piştî ku her yekî/ê tayek biçûk ji tayên darên ber mezargehê Kerecal jêkirî biserê xwe yan bi cilên xwe venayi û hindek axa ber derazînka mezargehî ku nîşana pîrozî, zodarî û wefadriyêye li eniya xwe dayî tê encamdan. Dema ku êşîk yan ew rêrewa miletî digehe binê geliyê kerecal li silavgehê şêlkeke guleyan ji bal çend xortan ve tê havêtin û li pêşewaziya tiwafîkeran miletê ku derfetê çûna serê çiyayî nebû heye û li pêşiya wan jinên bi taweyên tijî agir û bihna bixûrê hene, dinuqteya hevgirtinê da beşek ji êşîkkêşan piştûpişt vedigerin heyanî digihin navenda gundî. Êşîk berî 3000 salan li cem Sûmeriyan jî hebû, jêre Îşîş yan (Êşêş) digotin, wan jî ev seremonî di şayîyên serê sala xwe da lidardixist. 

Hêvara tiwafa Bozan periyên hilêlên bi serê quban ve li ber dengê dahol û zirnê tên nûkirin, bi dor ya Êzî, şêşim, Melik şêx Sin, Xefûrê rêya û bilêle. Peryên kevin di bene mala Şêxê Wezîr ku di heman dem da ew micêwrê Şêşimse, paşî micêwir wan periyan dibe lalişê.

Dev û şibaban û semakêşan tenê li tiwafên Başîk û bahzanê tên encamdan.

Jêder: 

Gundiyatî aliyekî Enthropolojî ji komkirina Xidirê Silêman 1985, Bexdad.

Dengê me, Kovareke toreyî û rewşenbîriye, jimara 3, 1987, Dihok, rûpel 90, nivîsa Mecîd Heso.

Hevpeyîvîn bi lêkolînvan Bavê Azad re. ٨٧٩١ ،‫ بغداد‬،‫ طە ب اق ر‬،‫ م قدمة ف ي ت اري خ ال حظارات‬٨٧١٧ ،‫ بغداد‬،‫ ترجمة و تعليق عسين علوان حسين‬،‫ جورج رو‬،‫ العراق القديم‬8811 ،‫ الطبعة االولی‬.‫ المعتقدات الدينية في العراق القديم‬.‫ سامي سعيد االحمد‬.‫ االحمد‬‫ جامعة‬،‫ خليل جندي محاضرة الى مركز الدراسات اآلسيوية األفريقية‬.‫ د‬،‫ خليل جندي‬.‫ د‬‫كيل‬ 7008/6/ 72 ‫في‬ 8812 ‫ دمشق‬،‫ فريديريك ديلليتش – ترجمة إيرينا داوود‬،‫ بابل والكتاب المقدّس‬8861 ،‫ طهران‬،‫ كتيب احتفاالت االول من نيسان رأس السنة االشورية‬-

Lêkolîn di fîstîvala kultûrîya Mala Êzdiyan li Oldenburg 20.11.2011 hat pêşkêş kirin.

Fevzi Özmen

Bi kurtî mirov dikare têkiliya ol û zimên wiha diyar bike. Hemû ol vê diyardeya ziman wek diyardeyeke herî pêş û pîroz dinirxînin. Em dikarin li mîtolajiya vejînê ya ‘Gilgamêş‘ û yên din binêrin. Di hemûyan de hêza Xwedayî bi mirovan re bi alikariya zimanekî di nav diyalogê de ye. Di vî warî de mirov dikare mîtolajiya ‘Birca Babîlê’ wek mînakeke herî balkêş şanî bide. Di kitêba pêşî ya Tewratê de serpêhatiya Birca Babîlê wiha ye: Piştî tofana Nuh, mirov ji zarokên Nuh dîsa li ser dinyayê zêde bûn. Di wê demê de zimanê hemû mirovên dinyayê yek bû û axaftina wan jî yek bû. dema ku wan ber bi Rojhilatê ve koç kirin, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cî û war bûn. Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên, ava bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin, em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.» Wan weha kir û dest bi avakirinê kirin. Di şûna keviran de kelpîçên wan û di şûna xercê de jî zifta wan hebû. Xweda Mardûk bi niyeta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî. Wî ji xwedayên din re got: «Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu tiştê ku bixwazin bikin, ji wan re ne zehmet e. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.» Xwedayên din bi ya wî kirin û daketin jêr. Mirovan zimanê hev fêm nekirin, devjenî derket û wan zû dev ji avakirina bajêr berdan û li ba hev neman. Bi wî awayî Xwedêyan mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re "Babîl" hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû "bile bila" wan.

Berî hatina Mesîh di sala 586'an de, qiralê Babîlê Nebûxadnezar bi ordiya xwe ve hat û Orşelîm wergirt. Wî sûra bajêr û Perestgeha Xwedê ya ku Silêman padîşah ava kiribû, xera kir, şewitand û gelek mirov hatin kuştin. Nebûxadnezar jî gelek Cihû sirgûn kirin, anîn herêma Babîlê. Cihû li wê derê 70 salî man. Di wê demê de, li Babîlê Zebûr 137 rûpel hat nivîsîn. Heta Zanyar û fîlozofê Grêkî Platon jî di berhema xwe ya bi navê ‘Protagoras’ de qala çîrokeke yan jî mîtolojiyeke afirandinê dike, Di wê mîtolojiyê de li ser ziman wiha dibêje; “Ji ber ku Prometheus nîv mirov bû, bi alikariya hêza xwe ya afirîner dengêkî ku mirov dikare pê derd û kulê xwe bireşîne, da mirovan; piştre jî ji wan dengan gotin pêk anî…” Dema em li pirtûkên pîroz dinêrin, di wan de jî gotinên pêşîn û pîroz li ser ziman in. Heta ziman kilîta baweriyê ye. Mînak, di Quran´ û Încilê de bi dehan ayetên li ser ziman hene. Li aliyê din em awirekê bavên ser ola Mûsevîtiyê. Dema Mûsa li Misrê bû, ola Mûsewîtiyê bi zimanê sembolî yê keşeyên Misrê bû. Ji ber vê egerê zêde kesî ji wan sembolên hiyeroglîfê fêm nedikirn û her wiha jê serwext nedibûn. Paşê di serdema Silêman Pêxember de Tekvîn ji nûve hat sererastkirin û ew jî bi Zimanê Fenîkî bû. 800 salî piştî Mûsa keşeyekî bi navê Ezra Tevratê ji nû ve dinivisîne. Ji wê demê û pê ve zimanê olî yê Îbraniyan dibe aramî. Her wiha heya niha berdewam dike. Wek tê zanîn, yahûdî ji hêla Roma, xiristiyan û misulmanan ve gelek caran ji cî û warên xwe hatin qewitandin. Lê belê yahûdiyan di diasporayê de ziman û çanda xwe bi riya olê berdewam kirin. Dema ku sirgûnê Babîlê jî dibin, ew bi zimanê xwe dinivîsin û wî pêşve dibin. Wek mînak; piştî zayînê di sala 1200´î de li Îspanyayê bi navên ‘Zohar” û “Seferitsire” du şaheserên olî hatin nivisandin. Her çiqasî ew pirtûkên olî bin jî, lê belê bi zimanê yahûdiyan hatibûn nivisandin. Ji ber vê egerê bi dirêjahiya gelek çerxan wan bi saya van xebatan hebûna xwe ya zimanî, çandî û olî heya niha karibûn bidomînin. Disa piştî Îslamiyetê ji dema desthilatiya Emewiyan bigire hatanî xwe bigihêjîne dawiya desthilatdariya Ebasiyan, Ereban bi saya dînê Îslamê piraniya gelên Bakurê Afrîkayê yên wek Qiptî, Dom û Berberi û yd. asîmile kirin û kirin Ereb. Ango bi kurtî em dikarin vê bejin:

1. Dîroz, sirûd û perestiş bi kîjan zimanî be ew ziman baştir xwe diparêze û pêş dikeve. 2. Eger gelek dîroz û perestişê bi zimanên biyanî bike, ew gel ziman û çanda xwe nikare bi pêş ve bibe. 3. Eger li welatekî û di nava gelekî de perwerde bi zimanê dayîkê nebe, an jî perwerdeya zimanê dayîkê tunebe, ew gel nikare xwe ji pişavtin û xwebişavtinê(otoasimilasyonê) bifilitîne. ÊZDÎTÎ Û ZIMANÊ KURDÎ Êzdiyan ziman û gelek nirxên Kurdan yên neteweyî parastine û heta îro anîne. Ji ber ku şêweya jiyana Êzdiyan, ziman, çand, huner, wxarin, cil û berg, dawet, govend, stranên govendê, hemû stran û zargotinên Êzdiyan bi kurdî ne. Kesên ku Êziditiyê diparêzin, di heman demê de nirxên Kurdan yên neteweyî jî diparêzin. Zimanê Kurdî jî, ji bo parastin û pêşdexistina Êzidîtiyê merceke sereke ye. Ji ber ku piraniya qewl, diha û beytên baweriya Êzidîtiyê ango dîroz, sirûd û perestişê Êzidîtiyê bi kurdî ne. Êzidîtiyê mirov dikare tenê bi kurdî bijî. Bi hatina Îslamê li Kurdistanê pergala perwerdeyê jî hat guhertin. Dibistanên wek medrese tên zanîn, bûn cihê perwerdeya bingehîn a ola îslamiyê. Rêzimana Erebî, mercên Îslamê, felsefeya Îslamê, arîtmetîk û hemû dersên din, bi Erebî dihatin xwendin. Xwendina kitêba Pîroz Qur´an bingeh dihat girtin. Nimêj, merasîmên olî hemû bi ´Erebî bûn. Zimanê Kurdî ji bo tegihîştina naveroka van pirtûkên tevlihev dihat bikaranîn. Ango kurdî bûbû zimanekî navgînî î alîkar. Di perwerdeyê de xwendin û têgihîştina pirtûkên kurdî gelekî zor bû. Tenê ji bo têgihîştina zimanê Erebî pêwîstî bi kurdî hebû. Di nav pirtûkên kurdî yên herî têkûz de, pirtûka Meleyê Batî ya ku jiyana pêxember tîne zimên, „Mewlûda Kurmancî“, Ferhenga Ehmedê Xanî ya bi avê „Nûbihar“´ku Kurdî-´Erebî ye, û pirtûka gramera érebî ya bi navê „Tesrîf, Zurûf û Terkîb“´a Mele Yunus bûn. Bi derketina pirtûkên kurdî yên ku Îslam vedigotin û şîrovekirin, re kurdî bû zimanê alîkar ê perwerdeyê. Li gel vê yekê pirtûkên pîroz ên ola Êzidîtiyê ku bi tevahî malê Kurdan in, hema rasterast bi kurdî hatine nivîsîn û hetanî roja me ya îro hatine xwendin û parastin. Kitêbên Pîroz Yên Ku bi Kurdî hatine nivîsîn: Kitêba Cîlwe û

Mishafa Reş in. Rêgezên Êzidîtiyê yên bingehîn di van pirtûkên pîroz de hatine nivîsîn. Herdu Pirtûk jî bi kurdiya kevin û bi alfabeyên kurdî yên taybet hatine nivîsin. Kitêba Cîlwe: Ji aliyê Melek Şêxsîn(Melekê Tawis) ve bi qelema wî û bi alfabeyeke taybet a kurdî û bi zimanê kurdiya kevin hatiye nivîsin. Pirtûka wehyê ye. Nûsxeya wê ya tê zanîn 8 rûpel û 109 rêz in. Dîsa tê texmînkirn ku ev pirtûk B.Z. di navbera 4200 û 2700 salî de hatiye nivîsin. Ev pirtûk zêdetirîn mijarên li ser dustûrên xwedayî û axretê digire dest. Mishafa Reş: „Mishefa Reş“ jî, ji aliyê Şêx Hesen ve hatiye tomarkirin û nivîsandin. Di „Mishefa Reş“ de rêzik û rêgezên ola Êzidîtiyê û avabûna cîhanê, rê û rêbaza bingeha mirovahiyê, hatin afirandina pêxamberê bi navê Adem û Hewayê vedibêje. Ji 152 rêzan pêk tê û bi Alfabeyeke kurdî a bi şîfre, bi zimanê kurdiya kevin hatiye nivîsîn. Di awayê tomarî de ye û zêdetirîn mijarên cihanî di xwe de vedihewîne. Bi kurtasî em di derbarê vê mijarê de dikarin van tiştan bibejîn: 1. Her çiqas dîroz; sirûd û perestişa Êzdiyan bi zimanê kurdî be jî, ji ber ku Êzdîtî ola mîsyoneriyê nîne, nikaribûye bandora xwe li ser hemû Kurdan bike. 2. Ji ber ku beşeke piçûk ji Kurdan li ser ola xwe ya neteweyî Êzidîtiyê mane, hikariya wan li ser girseya mezin a Kurdan nebûye. 3. Dîsa Kurdên misulman perestiş, dîroz û sirûdên xwe bi Erebî pêk tînin. Ji ber vê egerê haya wan ji rastiya Êzidîtiyê nîne.. QEWLÊN ÊZDIYAN Diyaneta Êzdiyan jî wek diyaneta Mezopatamyayê û Hindo-Îranî, diyaneteke kevin e. Lê qewlên Êzdiyan yên ku îro li ber destan in, ji sedsalên 11-13´an û vir ve, li ser bingeha bir û baweriyên kevin, li gor reformên Êzidîtiya vê serdemê hatine amadekirin. Ji tekstên curbecur yên ku bi şêweyekî wêjeya helbestî hatine amadekirin û zedetirîn naveroka xwe ji mijarê olî digirin re, qewl tê gotin. Ji sedî nod û pêncên qewlan bi zaravayê kurmanci hatine amade kirin. Ew ji wek zargotinên kurdî yên din, nifş bi nifş ji aliyê dindarên Êzdiyan ve bi devkî tên ezberkirin, ji bavan derbasî kuran, ji kuran derbasî neviyan, ji neviyan jî derbasî neviçirkan, ... hwd. dibin û hetanî roja îro hebûna xwe bi devkî didomînin. Ji ber vê hindê ew jî wek kilamên Kurdan, hindik be jî hatine guhertin. Di van salên dawîn de li gel tomarkirina qewlan,

tekstên din yên wek beyt, di´a, dîroz, qesîde, xizemok, payîzok, lawij û xerîbî jî tên tomarkirin û hê tomarkirin berdewam e. Her çiqas mijar û naveroka qewlan bi şêweyekî giştî li ser mijarên olî, ango li ser Xwedê, Ferîşte, Başî û Xasiyê bin ji, lê ev tekst mirov, ajal surişt û gerdûnê jî digirin naveroka xwe û dibin sîstemeke hizir û birê ya taybet. Ji aliyê ziman ve, bi gelemperi zimanê kurdî, zaravaya kurmanciya Şengalê tê bikaranîn. Ev tekst di heman demê de dewletmendiyeke xurt didin pirtûkxane, wêje û muzîka kurdî. Mînakek ji bo qewlan: QEWLÊ OMER XALA Û HESIN ÇINÊRÎ ŞAXA DUYEM131 Ev Qewl ji devê Feqir Kalo ku ji mala Pîrên Omerxali tê, ji aliyê Xanna Omerxalî li bajarê Soltau (Almanyayê) hatiye nivîsandin. Feqîr Kalo ew Qewl ji bavê xwe Fegir Heso girtiye. Feqir Heso ji ji bavê xwe Fegîr Piçî, ku `ilmdarê mezin bû Ii welatê Xalita, girtiye. Ev Qewl ji 36 sebeqan pêk tê. 1.

Çendî li dinê me Ez li ber ferwara Xwedê me Dê em bidin medhê Omer Xala û Hesin Çinarî bidêne.

2.

De em bidin medhê Omer Xala û Hesin Çinarî Ew in şemalê şevê te`rî Ji hesna wan nûr dibarî.

3.

Hesin Çinarî û Omer Xala Ew in mêrên xudan kemale Gel Şîxadî avakirine mezel û mal e.

4.

Ew in mêrên xudan çave Şîxadî kirine silave Şîxadî go: O xoş Mala Babanî.

5.

Mala Baba maleke bi dewlet e Jê diçin keramete Şîxadî Omer Xala kiriye mErebiyê xelîfete.

Xanna Omerxalî & Kovan Xankî-Analîza Qewlên ezdiyan-Weşanên Avesta2009

6.

Mala Baba maleke bi nedîr e Lê diêwirin coqete û feqîre Havênê wê malê ji mala Melek Şerfedîn e.

7.

Mala Bava maleke `enzelî ye Havênê ji Kaniya Spî ye Ev heca Şuqênî ye.

8.

Ez aşiqekî çê me Ezî me`rîfet û rê me Dê em bidin medhê wan şêre swarên bidêne

9.

Dê em bidin medhê wan şêre swara Ew in mêrên xudan kemale Li pêşberî Lalişê disekinîn, go: Heqe war e.

10.

Ez aşiqekî Nûrîn im Ezî me`rîfet û Nasîn im Şîxadî dibê: Ez rêya mêra bi heq dibînim. Melik Şêxisin dibê: Ez ne mehbê xelqê derewîn im.

11.

Derewîna nelomînin Tuyî ji rêya heqiyê nafêhmînin Xasê Xwedê li kul û `emelê wan bigazinînin.

12.

Belgî hene û zovaser in Ciyê wan berf û bager in Cîranên wan neqenc in û teter in Li vê dinê û li wê dinê ji Rebê mine bêxeber in.

13.

Min vexwariye ji kasa helale Min vexwariye bi derhale Dê em bidin medhê Omer Xala.

14.

Min vexwariye ji kasa berê Min vexwariye bi qenteyê Dê em bidin medhê lawê Pîr Omerê.

15.

Min vexware ji kasa badiyê Min vexwariye ji şerê Kaniyê Dê em bidin medhê lawê Pîr Adiyê

16.

Min vexwariye ji kasa mîra Min vexwariye ji şaw dîwanê feqîra De em bidin medhê Lawê Pîra.

17.

Min vexwariye ji kasê rikî li-`Amê Min vexware û bi temamî De em bidin medhê Siltan Êzîdê mat li-Şamê.

18.

Şîxadî ji Şamê bû Omer Xala ji kefa be`rê bû Hesin Çînarî ji Sura dare bû.

19.

Şîxadî ji Şamê qest kir, hate mergehê Êwirî ciyê mayê li binî mayê Verê kirine pey Almê.

20.

Almê ji we ve tînin Çendî mêr pê ve dimeyzînin Navekî şîrîn î şerif ser datînin.

21.

Almê inane ji we ve Mêra mêyzandiye pê ve Şîxadî binasîbû ew sêv e.

22.

Sêv danane li bale Padişahî min î nûr şemale Nav danîne "Omer Xale."

23.

Padişahî min î hest e Lalişê rastî dîwan bi dest e Her êvarê îniya şibêbek ava `eyni beyda ji zêwa mîra ra dixweste.

24.

Min ji wire dît zor dîwane Mêr rûniştine bi şehdeya rêya Şîxadî kirine xeberdane Dive: Omer Xala û Hesîn Çinarî bira ne.

25.

Min li wire dît zor miclîse Mêr rûniştine bi şehdeya rêya Şîxadî kirine pirse Dive: Omer Xala bab e û Hesin Çinarî je ra pis e.

26.

Şîxadî divê: Gelî mêra, hûn vê yekê mekin Hûn ber rêya min kin, Omer Xala û Hesin Çinarî yek in.

27.

Omer Xala û Hesin Çinarî du mêrêt mezin in Li pêşberî Lalişê disekinin Şîxadî divêje: Ew jî navek, ji navêt min in.

28.

Padişayê min î heste Lalişê rastî dîwan bi deste Ewî daye pîra fitr û zikata

Daye şêxa bisk û meqese. 29.

Pedşahê min î li hukmê xwe yî rewaye Li ba `ezîzê min wek du`aye Ewî da şêxa bisk û meqese Da pîra fitr û zikayê. Dê hindekî ji dilê xerqey maye.

30.

Şîxadî go xerqe bî bi tewa bî Tu yî kinarê te nebî Sunetxane pêş terîqa dest da mala te bî.

31.

Çûme diwana Şêşimsê teter Li wêderê hene heftê hezar Xas û Qelender Kemberbest e xerqe reş e hile zer Xudan neder Şîxadî daye destê Omer Xala Şêx Alê Şemsa zincîra zer.

32.

Şêxadî divê: Gelî mêra, xerqe îman e Hencî der heqê xerqê Şîxadî bi şik e û bi guman e Hê bi şiklî bigrin, bavêjne nav sefê bêîmana.

33.

Ya me ev e, rast e û ne derew e Şîxadî daye destê Melek Şêxisin Celewe.

34.

Melek Şêxisin Celwê dixûne Ser xwe ra dimeyzîne Kesî ji xwe meztir nabîne.

35.

Ewa Xasa li hev dinihêrîn Dîwana Şîxadî we şûşe û coqê zêrîn Şerabe li-tiho van Mêra nobe nobe li hev û dû digerîn.

36.

Şerqî ye û xerbî ye Qublet e û şemalî ye Tev serkefa destê Tawûsî Melekê hesarî ye Dêrşê geliyê Lalişê Mele te`ela sunetê Banga me Rehmeta Rehma de û bavê hazira û guhdara.

Ji aliyê wêjeyî ve wek zargotina kurdî qewl jî, wek helbest hatine amadekirin û kêş û bêşawen serbest hatine bikaranîn. Ji aliyê kêşê(weznê) ve em risteyên benda li jêr dahûrînin. 10.

Ez aşiqekî Nûrîn im Ezî me`rîfet û Nasîn im

Şîxadî dibê: Ez rêya mêra bi heq dibînim. Melik Şêxisin dibê: Ez ne mehbê xelqê derewîn im. Rêz 1. Rez 2. Rêz 3. Rêz 4.

kîte ye kîte ye kîte ye. kîte ye.

Di vir de ziman bi tevahî gelerî ye û devoka Kurmanciya Şengalê berbiçav e. Wek her zargotinên kurdi, mirov nikare pivaneke rêzimanî tê de bibîne. Lê dişajî hîkara wan gelekî xurt e û watedar e. Ji aliyê wêjeyî de jî mirov bandora zargotina Kurdan a giştî di qewlan de dibîne. Ango ew ji wek zargotinê bi wate û bi bandor in. Ji aliyê formê de ji, li jor bi zelalî tê ditin ku di qewlan de kêş wek hemû zargotinên kurdî yên wek kilam, piraniya destanan û stranên din serbest e. Lê em bala xwe bidin hemû sebeqên(bend) qewlê li jor bi zelalî dibînin ku di her sebeqê de beşavend(kafiye) heye. Divê em saziyên çapemenî û medyaya Kurdên Êzidî yên ku di warê pêşketina zimanê kurdî û hişmendiya netewetiya kurdî de xebat û xizmetên mezin kirine û roleke girîng lîstine jî rawestin. Divê em li vir bi kurtî li ser Radyoya Êriwanê û Rojnameya Riya Teze rawestin. Radyoya Erîvanê:û rola wê ya li ser ziman, tegiha neteweyî û çand, wêje û folklora kurdî. Radyoya Êrîvanê di sala 1930 de li Ermenîstanê dest bi xebata xwe dike, heyanî 1937’an rojê pênç deqeyan weşana xwe didomîne. Di destpêka radyoyê de Heciyê Cindî û jina wî Zeyna Îbo tenê dixebitin. Di sala 1937´an de, di dema desthilatdariya Stalîn de weşana Radyoya Êrîvanê û ya Rojnameya Riya Teze tên rawestandin. Ev rawestîn hetanî pişti mirina Satalîn sala 1955´an didome. Radyoya Erîvanê beşa Kurdî di sala 1955´an de ji nû ve vedibe û bi xebat û kedên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov weşana xwe didomîne. Bi taybetî Xelîl Muradov, ji sala 1957´an heta 1981´ê ango 24 salan bê navber serokatiya radyoyê kiriye û piraniya stiran, awaz, meqam û pîyêsên kurdî di dema wî de û bi serokatiya wî hatine tomarkirin. Eznîva Reşîd, ku jina Xelîl Muradov e, piştî bêjeriya(spîkeriya) 24 salan, (ji sala 1955´an hetanî sala 1982’an), ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê kişandiye. Ango, Eznîva Reşîd li cihanê yekem bêjera Kurdan e.

Di dema Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Efoyê Esed, Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Seyadê Şamed, Memoyê Silo, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Mehmedê Mûsa, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Sûsîka Simo, Aslîka Qadir, Xelîlê Evdile, Şamilê Beko, Kubara Xudo û hwd... Ji muzîkvanan Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Wezîrê Usiv, Xelîlê Evdile, Taharê Emer û yên mayîn. Zanyar, rewşenbîr û nivîskarên kurd yên wek Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, M. B. Rûdênko, Emînê Evdal, Ordîxanê Celîl, Karlênê Çaçanî, Celîlê Celîl, Şekroyê Mihoyî, Şerefê Esir lêkolînên xwe yên li ser pirsgirêkên dîrok, ziman, etnografya, wêje û folklora Kurdan ji bo weşanê dişandin radyoya Êrivanê. Bi kurtî, Radyoya Êrîvanê di warê hişmendiya neteweyî, ziman, dîrok, çand, wêje, huner û folklora kurdî de xizmeteke girîng a dîrokî pêkanî û di vî warî de roleke sereke lîst. Radyoya Erîvanê beşa Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Radyo hetanî salên 1990´î rojê saetek û nîvê weşan dikir, lê niha ji ber sedemên aborî bi qasî nîv saetekê weşana xwe didomîne. Rêya Teze: Divê em rola Rojnameya Rêya Teze jî, ji bîr nekin. Erebê Şemo û Îshaq Maragulovê Sûryanî, di sala 1929´an de li Ermenîstanê bi Alfabeya Latinî xebatên xwe yên nivîsandinê didin destpêkirin. Li dibistan û herêmên Kurdan dest bi perwerdeya kurdî dikin. Di vê demê de ji bo pêşilêgirtina vê rewşa nerênî, pêwîsti bi rojnameyeke kurdî heye. Di sala 1930´î de, di bin banê dewletê de li Êrîwanê Riya Teze dest bi weşana xwe dike. Ji aliyê reveberiya Komunist a Sovyetê ve Kevork Paris, Hraçya Koçar v Haruçi Mıgırdıçyan wek reveberên rojnameyê tên tayînkirin. Ev hersê kesên Ermenî yên ku ji sirgûnên Mezopotamyayê bûn, bi hostetî Zimanê Kurdî bi kar dianîn. Piştî editoriya Ermeniyan ya çar salan rêveberî dewrî Kurdan dibe. Rêvebrê rojnameyê yê Kurdê yekem Cerdoyê Gênco ye.(1934-1937)

Di nav salên 1937´an û 1955´´an de, di dema desthilatdariya Stalinde de ji bo Kurdên Kafkasyayê demeke bextreş e. Di vê demê de bi nav ê Kurd û kurditiye çi hebû, hat rawestandin û qedexekirin. Helbete Riya Teje jî, ji vê pêlê para xwe wergirt. Ziman, çand û muzîka kurdî hat qedexekirin. Ji sala 1955´an û pê ve Riya Teze piştî 18 salan ji nû ve dîsa xwe gihand xwînêrên xwe. Ji sala 1955´an heta 1989´an Miroyê Esed bê navber 34 salan rojnameyê bi rê ve dibe. Pê re bi qasî sal û nivekê Tîtalê Efo dibe revebirê Riya Teze. Ji sala 1991´ê û pê ve jî, Emerikê Serdar dibe reveber û serredektorê Rojnameya Riya Teze. Riya Teze ji çar rojnameyên ku li Sovyeta kevin derdiketin, yek bû. Ew ne tenê li Ermenîstanê û li kafkasyayê li hemû welatên Sovyetê dihat belavkirin. Li aliyê din rojname li Ewropayê, li Kanadayê û li DYA´yê jî dihat belavkirin. Hin xebatkar û keddarên rojnameyê: Haciyê Cîndî, Keremê Seyad, Qaçaxê Mirad, Şekiroyê Xidoyê Mihoyan, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Eliyê Ebdilrehman, Mikayîlê Reşîd, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Emînê Evdal, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di rojnameyên kurdî de Riya Teze ya herî temen dirêjtir e. Her çiqas van salên dawî de rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navberê bide weşana xwe, lê Ji sala 1930´î hetanî îro jiyana xwe hê didomîne. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye. Riya Teze demekê bi Alfabeya Kirîlî weşana xwe didomand, lê di van salên dawî de bi alfabeya Latinî tê weşandin. Riya Teze ji bo hînbûn û nivîsandina zimanê kurdî xizmeteke bê hempa pêk anîye. Piraniya rêveber û xebatkarên Radyoya Êrivanê û Rojnameya Riya Teze Kurdên Êzidî ne.

Alî Huseyîn Kerîm

ÇEND GOTİN Ji bo Êzdiyatî çi ye û ji kengê ve heye bête zanîn, divê mirov berê xwe bide kaniyên curbecur yên ol û zimanan û bibe rêwingê bêwest yê dîroka dûr û dirêj. Ji bo bersivên rast yên navlêkên Ola Êzdiyatiyê peyda bikin, divê carcaran bikevin kirasên wan kesên ku beriya deh hezar salan li ser teht û latên Gevarûk û Tirşînê fotoromana jiyana xwe ya rojane kişandine. Heta digel wan di warê hestyariyê de em jî li ser zinarekî wêneyê rojê wek bûkek bi xêlî û delal binexşînin. Paşê ji wir berê xwe bidin şikefta Şanîdar û bibin mêvanê şivan û cotkarên beriya heftê hezar salan. Em pala xwe bidin diwarên şikeftê yên ku bûne şahidên çendîn bûyeran. Yan jî çêtir e, di işkeftê de digel Brahîm (Pîrê Hîm) rewşa vê gerdûnê ya ku arsaxê wê bilind û balay e, bavêjin ber aqilan. Her waha, bi mirovê sereta re bikevin empatiyê û bila pêyvên destpêkê ji nav herdu lêvên me derkevin. Ta ku hingê em bibêjin: “ax, îx, ox, offff, xwe”. Bala xwe baş bidin van dengan. Ew bi tenê çend peyvên yek kîteyî nînin. Ew tekekîte bingehê zimanên 72 miletan in. Ji wan nav û hizra çar enasiran (element) û nasname derketine holê. (ax ‘ax, xak, xwalî ango erd’, îx ‘hûx, hilm ango hewa’; ox ‘xor ango roj û agir’; off ‘av’; xwe ‘kesayetî, nasname’). Lê belê ya herî girîng ji van dengên tekekite sembol û nîşana nasnameyê, yanê pêyva ‘xwe’ ye. Diyar e, ev pêyva tekekite bingehê hizir û ramanê ye. Her wusa diyar e ku cînava ‘xwe’ bûye pêngava yekemîn ya şaristaniyê û lêgera rastiyê. Mijara vê xebata me jî li pey lêgera rastiyê ye. Ûmidwar im ku bi saya lêkolîneriyeke pozîtiv em ê bikarin etîmolojiya navlêkên (Termînolojiya) Ola Êzdiyatiyê şîrove bikin. ETÎMOLOJİYA NAVÊ ÊZDÎ Li ser koka navê Êzdî heya naha gelek gengeşî çêbûne. Lê belê navnîşana kahniya jê derhatiye hîna eşkere nebûye. Zanîna jêderka resenî ya navê Êzdî/yÊzdî ji bo Kurdan pir pewîst e. Ji ber ku çanda Êzdiyatiyê heman

dem bingehê tewrê hizirkirin û bawermendiya Kurdan ne. Pêderxistin û selimandina navê Êzdî mirov xwe dighîne rastiyeke pir girîng. Lewre, bi selimandina kahniya jêderk ya navê Êzdî re, di heman demê de beriya hezaran salan Gelê Kurd bi kîjan zimanî hizir dikir, eşkere dibe. Her waha: Êzdî/yÊzdî navekî Proto-Hînd-Ewropî ye. Heta têkiliya xwe bi Zimanê Horîkî re jî heye. Lê belê ji ber ku xweseriya wê ya olî û ayînî heye, ketiye nav hemû zimanên ku têkiliya wan bi Mezopotamya jorîn û jêrîn re hene. PHE *ieHg- ‘payebilind, bişeref, birûmet’ ; * ṷes- ‘cejin, ziyafet’; *ais‘hurmet, ewrar, perestiş’; PHE. yaj- ‘payebilind, birûmet, hebandin, perestiş’; ṷaz1- ‘hurmet, rêzgirtin, *di-, *die- ‘ronahî, roj, Xweda. Her waha: PHE *ais- ‘ewrar’ +*dî- ‘Xwedê’ = aisdi ‘Xwadayê Ewrar’ → azdî → Êzdî. Ev jî tê wateya kesên ku Xwedayê rojê, Xwedayê ewrar perestiş dikin. Hurr. A’aš/En-ḫazizizi ‘Yêzdanê jîrayî, YEzdanê hajêbûnê’, izzumî ‘wezîrê Xweda Ea’, eše- ‘erd, cih’, Kassidî u-zi-ia/uzi-e ‘ewê diparêze’, u-za-a-a ‘ew hate parastin’, yaš ‘welat’, hûza ‘Xwedê’, Hitt. siu‘YEzdan’, isiya ‘peydabûn, ji nehîniyê de dîtin, vahiy’, Lîdî tiuvali ‘yEzdan’, Luw. tiyaz ‘roj, Xwadayê rojê’, ewrar’; Etrûskî ais ‘YEzdan, Xwedê’, aisna/eisna ‘ayînî’; aisine ‘qurban’, Av. yaz- ‘qurbanî, perestiş, hebandin’, yazata ‘ferişte’, Farsiya kevn yad- ‘perestiş’, Farsiya Serdema Navîn yz- ‘perestiş, ewrar, pîrozî’, Partî yš- ‘ewrari, perestiş’, azdā‘xeber dayîn, agahî kirin, vahiy’, Khotanî gyaş- (jays-) ‘qurban dayîn’, Sogdî yz- ‘perestiş, ewrar’, İraniya Nû jašn ‘cejn, ziyafet’, Sarmatî ιαζαδαγος (izagados) ‘Xwedê, Yêzdan’, Osset Iron zaed, Osset Digor izaed ‘Xwedê, Yêzdan, Ferîşte’, Kurdî Yêzdan, Êzdî, yÊzdî, Êzdayetî. Gr. αγιος (agios) ‘pîroz, evrar’, Lat. iaiiūnus ‘rojî, cejn kirin’ Di lîsteya jorîn de bigoreyî zimanên kevn û yê nû peyv û navên bi dibetî yên ku bingehiya navê Êzdî dike hatine nivisandin. Eger bi goreyî kevnariya zimanan dest bi gerana vî navî bikin, dikarin xwe bighînin çend qonaxan. Ya yekemîn: peyvên mîna PHE *di- *die-, *deus- ‘ronahî, roj, xwada’, *ieHg- ‘payebilind, rêzgirtin, birûmet’; * ṷes- ‘cejin, ziyafet’; *ais‘rêzgirtin, ewrar, perestiş, homan’ in. Ev peyvên Proto-Hînd-Ewropî jederka seretayî ya navê Êzdî ne. Diyare ev nav ji hizra perestiş û ewrarê derketiye holê. Ji ber vê sedemê bi tewrekî dilrehetî dikarin bêjin ku koka

navê Êzdiyatiyê ji zimanên gruba Hînd-Ewropî ye. Ya duyemîn: Peyv û navên mîna Hurr. A’aš/En-ḫazizizi ‘Yêzdanê jîrayî, YEzdanê hajêbûnê’, Kassidî u-zi-ia/uzi-e ‘ewê diparêze’; u-za-a-a ‘ew hate parastin’; yaš ‘welat’, Hitt. siu- ‘YEzdan’; isiya ‘peydabûn, ji nehîniyê de dîtin, wehî’, Lîdî tiuvali ‘yEzdan’, Luw. tiyaz ‘roj, Xwadayê rojê’, Etrûskî ais ‘YEzdan, Xwedê’; aisna/eisna ‘ayînî’; aisine ‘qurban’, aisna ‘ayîn’ jî navê Êzdî/yÊzdî dest nîşan dikin. Her wusa, Horîkî A’aš ‘YEzdanê hiş, aqil û hizrê’ dibe sedema bilêvkirina az → îz → ez. Horîkî bi zimanekî şêwe fîtikî ye. Yanê peyvên ku dengên mîna s, ş, z, j pir tên bilêvkirin. Heta ev taybetiya xweser ji bo Zimanê Kurdî jî mîrat ma ye. (Ji bo gelek agahiyan bn. Pirtûka min ya “Destan, Helbest û Mîtolojiya Horiyan”, Enstîtuya Kurdî Ji Lêkolîn û Zanîst-Almanya 2014) Ya Seyemîn: Peyv û navên mîna PHA. yaj- ‘payebilind, birûmet, hebandin, perestiş’; ṷaz1- ‘homan, rêzgirtin, ewrar’, Av. yaz- ‘qurbanî, perestiş, hebandin’, yazata ‘ferîşte, yê agahiyan dide’, Yewnanî Zeûs, Farsiya kevn yad- ‘perestiş, homan’, Farsiya Serdema Navîn yz‘perestiş, ewrar, pîrozî’, Partî yš- ‘ewrari, perestiş’; azdā-‘xeber dayîn, agahî kirin, vahiy’, Khotanî gyaş- (jays-) ‘qurban dayîn’, Sogdî yz‘perestiş, ewrar’, İraniya Nû jašn ‘cejn, ziyafet’, Sarmatî ιαζαδαγος (izagados) ‘Xwedê, yêzdan), Osset Iron zaed, Osset Digor izaed ‘Xwedê, Yêzdan, Ferîşte’, Kurdî yêzdan, Êzdî, yÊzdî, êzdayetî. Qonaxa sêyemîn serdemên peydabûn û biserûber bûna navê Êzdî ye. Ango navê azd-, izd, ezd ‘Xwada, Yêzd, Êzdî, yêzidî’ derbîran dibe. Az, îz û ez çawa buye Êzdî, êzidî? Ji bo aidiyet diyar be bi Zimanê Horiyan daçeka –di hildaye dawiya xwe. Ev daçek îro jî di Zimanê Kurdî de wek –dî tê bilêvkirin. Di Zimanê Horiyan de daçek û pêvekên aîdiyet û navçêker yên durfa pêveka –dî, de, hî û -î ji bo Zimanê Kurdî mîrat mane. Çend mînak ji daçekên bi horîkî: –ade. (ammade ‘bapîr’, firade ‘zadegan’, hurade ‘cengawer’) -ti (keldi ‘silamet’, kumdi ‘birc, bilindahi’, hapti ‘xeleq’) -(i)thi/e (paššithe ‘peyamber, qasid, balyoz’ -(a)thi/e (hašulathi ‘peyam, bihîstina besta’, zalmathi ‘sifatekî Xwedayê

Nubadig’)28 -t/da/-u-da ‘di navê yek kiteyî de rewşa fermanî diyar dike’ (ašta ‘jin’, aštan ‘jinan’) Her waha, ez + dî → buye ezdî, Êzdî. Ango bi kesê ku baweriya wan az, ez, îz re heye dibêjin Êzdî. Navên Çend Xweda û Xwedawendan Yên kû Dişibên Navê Êzîd Azizos: Di Palmîra antîk de navê Xwedayekî ye û bi stêrka serê sibê hatiye binavkirin. Eos: Xwedawenda Ezmanan ya Hînd-Ewropî ye û navê wê bilêvkirina Yûnanî ye. Ew wek giyanê berbangê dihate perestin. Eostre: Xwedawenda biharê ya Anglo-Saksona ye. Esus: Xwedayê şer yê Avrupayê ye. Niviskarê Roma Lucian derbarê wî Xwedayî hin tişt nivisandiye. Nivisandiye û dibe ku Xwedayê daran be İsis: Navê Xwedawendeke Misrê ye. Izdubar: Di dîrok û teogoniya Kaldenan de navê lehengekî ye. Ji bilî vê navê şahekî Babîlê Îzdîharê Kurê Qûş e29 Etîmolojiya Navê Xwedê PHE *dei-, *deia-, *dī-, *diā- ‘birqok, rewnaq, roj, Xweda, Xwedawend’, Summ. dUtu ‘Xwedanê rojê’, *deu-, *dou-: *du- ‘ayîn, perestin, biqudret’30, Hitt. šiu-, Hurr. Hudana, Hudalera ‘Xweda û Xwedawenda çarenivîsê’, , Hînd-Aryanî dī-dē-ti ‘îşiq, ronahî, vexûyan’, dyāuh ‘Bihuşt’, dēva-h ‘Xwedê’, Av. daēva ‘demon’ Farsi Xwedavend, Kurdî Xweda, Xwedê. ChSl. bogŭ, SCr. bog, Russ. bog, Pol. bog, Boh. buh, Lith. dievos, Lett. dievs. Gr. θεός (theos), Zeus, Aides yan jî Hades, Lat. deus, İt. dio, Fr. dieu, Sp. dios, Rom. dumnezeu, zeu, Alb. zot.

Bi Horîkî zalmî ‘pêyker, pût’ H. P. Blavatsky, The Theosophical Glossary, The Theosophical Publishing Society, 2006, U.S.A Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü (karşılaştırmalı) Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst li Almanya, 2013; J. Pokorny, 218-19:2, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, 1959.

İr. dia, Nİr. dia, W. duw, Br. doue. Goth. guþ, ON goõ, tīvar, āss, Dan. gud, Sw. gud, OE god, ōs, NE god, Du. god, OHG got, NHG gott. Kurdî Navê Xwedê ji pêyvên PHE yên mîna *dei-, *deia-, *dī-, *diā-, deus- ‘birqok, rewnaq, roj, Xweda, Xwedawend’ maye. Dîsa pêyvên PHE *deu-, *dou-: *du- ‘perestin, ayîn, biqudret’ jî vê diselimînin. Paşê ev di Zimanê Horiyan de wek Huda û hudalera ‘Xweda û Xwdawenda çarenivîsê’ hatiye bilêvkirin. Jixwe li serdema Mîtaniyan Zimanên Horîkî û Hînd-Ewropî tevlîhev bûne û ji wê girêdaniyê bingehê Zimanê Kurdî hatiye avêtin. Mînakî: Ji Dîrozeke Horriyan Çend Rêz û Riste31 1. ḫur-li-li-ki-iš-ša-an me-ma-I32: dHebad m˹už˺ni 2. ḫaž-o-l-ēž33 dHebad dŠarruma ḫaž-o-l-ēž 3. dDaru dDagidum dḪodena dḪodellur(i)r[a(<na)]34 4. ḫaž-o-l-ēž en(i)-na ḫeyaronna ašt(i)-o-ḫḫe-na 5. wimmašš-i-až šalann-i-až ḫaž-o-l-ēž Analîza Dîrozê bi Zimanê Kurdî 1. (Ew Hurîkî dibeje): Hebat/Hewa (tu) Mezinî! 2. Hez û hesanî35 (ji bo) Hewa (Hebat) û Şero yê me! 3. Dara, Degidî (û) Xudeyan Xudaleran re!36

Ali Husein Kerim, Destan-Helbest û Mîtolojiya Hûriyan, Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst li Almanya, 2014; Dennis R. M. Campbell, Observation on the Lyric Structure of Hurrian Songs and the Fragment KBo 35.39., ChS ı/5 1 iii ḫur-li-li-ki-iš-ša-an me-ma-I ev herdû pêyiv bi Zimanê Hîtîtiyan e. Ji wêdatir bi Zimanê Horîkî ye. Di wateya bi rûn ve mesih kirine. Bi tekûz wateya rûnkirinê dide û di nav kiryarên kurdî de mina qijilandin, kizirandin bi kart e. Di niyazê de behsa rune ron ango qijilî hatiye kirinê. Îro jî kurd di niyaz û bergerên xwe de dibêjin xweda û xwedaleran. dḪodena d û Ḫodelluri, xwedawendên horiyan yên çarenivîsê ne. Tîpa d ya li jora pêyvan nivisî îdeograma Xweda yan jî Xwedawendan destnîşan dike. Ji Zimanê Somerkî ye û navê dîngîr ‘xweda‘ destnîşan dike. Min di vê babetê de bi zanetî biwêja hez û hesanî bi kar aniye. Ji ber ku mesihkirin tê wateya hez kirin û hesandinê. Mîna pişta yeki mizdin, sere zarokekî mizdin û hwd. Ça hebe Hesan di kurdî de nave kevirê rûni ye û pê metalan tûj dikin. Herwaha horî û hîtît di ayînê de rûn weke teberikê bi kar tînin.

4. 5. 6.

Hez û hesanî (ji bo) xiriyana37 êniyên38 sîti xanan!39 Hez û hesanî (ji bo) keştiya lê nîştinê! Hezî ji (bo) Wîmaş û Şalanayê.

Mirov di binehişî de Xwedê dişibîne bav, rêber û kesên desthilatdar. Jixwe pêyvên mîna PHE *tata-, teta- ‘bav, hezkar’40, Hurr. atta ‘bav’, Hint-Aryan tāta- ‘bav, kur, hezkar’, Gr. (Homerkî) τέττα ‘ho bavo, Alb. tatē ‘bav’, Lat. tata ‘bav’, Letonî teta, Litvanî tetis, tete, tetyis ‘bav’Russ. tata, Romen. tata, Kurdî tata ‘bav’ (bi Zaravê Hewremî) û hwd. jî destnîşaniya durf û ahenga bi navê Xwedê dikin. Dema mirov berê xwe dide navên Xwedê yên bi goreyî curbecur zimanan dibîne ku ji bilî ChSl. bogŭ, SCr. bog, Russ. bog, Pol. bog, Boh. buh ku silavonî ne, yên dinê û bi kurdî wek hev in. Ji ber ku jêderka wan pêyvên Proto-Hînd-Ewropî *dei-, *deia-, *dī-, *diā- ‘birqok, rewnaq, roj, Xweda, Xwedawend’ in. ETÎMOLOJİYA NAVÊ MELEKÊ TAWÎS/TAWÛS Navê Melekê Tawûs tê wateya Homanê Tavê, ango Îlahê Tavê/Rojê. Melekê Tawîs/Tawûs, navekî kurdiya resen e. Di pêşnêrîn û pêşdarazê de ji mirov wêtrê ev navlêk ji navê teyrê tawûs derhatiye. Lê belê ne wusa ye. Berewajiyê wê, navê teyrê tawûs ji wir tê. Beriya hemû galgal û gotinan ka em binêrin koka van navlêkan ji kîjan zimanî ne. Etîmolojiya Navê Melek Hurr. melku ‘îlah’41 bingehê navê melek e. Ev nav ketiye nav zimanên samiyan jî. Lê belê diyar e, reseniya xwe bi horîkî ye. Êzdî gelek caran navê “Mêrik” bi kar tînin. Jixwe ev pêyva xwerû ya melku yan ji melek e.

Ev nave xwedawendên horiyan yê çarenivîsê ne. Jixwe bi Zimanê Horîkî de hud-, xud- bi kurdî ‘pesin, hilovanî’ ye. Her waha Xwedê yê pesnê û hilovan e. Hur. deyari, Kurdî xir ‘hemû’, ḫeyaronna jî dibe xiranan ango hemuyan. Hur. Enî, ‘xweda’, eniya ‘xwedayan’. Kurdî enî, înî, ênî wateya pîroz, roja pîroz, roja îniyê derbîran dike. Pêyva en şûna paşeka -tir, -tirê dibe en bilind, en nizim, en xurt û hwd. Ango en di wateya ‘herî’ tê bi kar anîn. Herwaha ketiye nav Zimanê Tirkî jî. Hurr. ašti/ašte ‘jin’, di Zimanê Kurdî de buye sit, sitî, sîtê. Herwusa ašt(i)-oḫḫe-na di kurdî de weke sitî xanan, ango sitê xanan+sitî xaniman. Julius Pokorny, 1056. RS, 137 Iva 15; dIš-ku-uš= Milkuš, HT 14, 10; KUB XXXVIII 6 I 12, 15, 23, III 5, IV 11, 21. Saloxdar: Ali Husein Kerim, Destan-Helbest û Mîtolojiya Horriyan, 2014.

Di Zimanê Kurdî de pir caran dengên r û l, d û z, b û w, s û z bi hev re cîh diguherînin. Heta di Zimanê Kasîtî de malî tê wateya ‘meriv/mêrik’ û Ma-ra-taš jî ‘Xwedayê Şer’ e. Mînakî: merkû → melkû melik → mêrik hadî → hazî ab→ av, aw Serdema Mîtaniyan ya herî bi nav û dengtirîn ya dîroka Horiya ye. Hingê kasta mariyanû hebû. Mariyanû ‘zadegan, şovalye’ ji pêyva mêr ‘zilam, leheng, mêrxwas’ çêbûye. Ew di rewşeke taybet de bûye mêrik ‘tek mêr, yekemîn mêr, mêrek’ ango ‘zadeganê sereke’. Her wusa dengê r yê vê navlêkê bi hikara samiyan wek dengê l yê hatiye bilêvkirin û ji vî navî navlêkên mîna melek ‘ferîşte’, melik ‘şah’, malik ‘xwedî mulk’ hwd. peyda bûne. Mêrik, diyar e navê bavê Xweda û Xwedawendên Horiyan yê Kûmarbî ye. Bi goreyî kozmogoniya hîndûsan ya kevn Kumaras rewşa brût ya bûjenê ye û hebûna giyana paqiş e. Her waha tê wateya tişta ku qet caran dest lê neketiye. Ev nav bi hevedudaniya ji pêyva kû ‘dijwar’ û mara ‘mirok, yê dimire’ ve çêbûye û tê wateya ‘yê ku qet namire, kes nikare bikuje’ derketiye holê. Jixwe ev rêwş di “Destana Şahîtiya Ezmanan” û “Destana Îllîlûkûma” ya Horiyan de diyare. Her wusa di Zimanê Kurdî de mirov, merî ‘însan’ tê wateya ‘yê ku dimire, mirok’. Lê belê di nav ola Êzdiyatiyê de merî, him dibe melî, melik, melek him jî dibe mêrik. Çima Êzdî nabêjin merik, şûna wê dibêjin mêrik? Ji ber ku merik di wateya merivekî di rêzê de ye. Lê belê gava ku rewşa tewangê diyar dike û dibe mêrik, hingê tê zanîn ku behsa kesayetiyeke bijarte tê kirin. Her wusa ew jî Melekê Tawûs e. Her waha ji wate û hebûna navê Kûmarbî jî xûya dike ku birala (fîdana) navlêka Melek cara destpêkê di nav Zimanê Proto-Hînd-Ewropî de hatiye çik kirin û koka xwe berdaye bin wî zemînî. Ji ber vê egerê di nav Zimanê Kurdî de jî pir tê bikarînan. Kurdî ferîşte jî tê wateya melek. Lê belê di destpêka hizrê de melek wek mêran, ferîşte jî wek jinan hatiye sêwirandin. Paşê her çiqasî navên melek û ferîşte hevwateyî hatibin zanînê jî, cûdahiya wan bi lêkolîneke asayî tê dîtin.

Etîmolojiya Tawîs/Tawûs PHE *taus- ‘aram, aşîtîxwaz, bêdeng, aşbûyî’42, PHE dieûs ‘Xwedê’, Luwî û Palayî Tiwaz, Tiyaz ‘Xwedayê rojê’, Anglo-Sakson Tiw ‘Xwedayê ezmên û yê şerî’ ye. Ji bilî van hemûyan Pêyvên Hînd-Ewropî *diwos ‘ezman, roj’, *diwyos ‘homan, pîroz’, *dyews ‘Xweda, ezman’ Deva: Di Vedîk û Pûranîkê de navê gelempêrî yê Xwedayê hîndîya ye. Ji Rig Vedayê de 33 deva hatine destnîşan kirin. Deva di Avestayê de bûye navê ‘demonan’ Dievs: Xwedayê ezmanan yê Lîtvaniyan (beriya xiristiyaniyê) Dionysos: B.Z. 1500 Xwedayê şerabê yê Yonaniyan e. Hin caran jî jêre Deunysos jî tê gotin. Duzhî: Li Afganîstanê herêma Kafir navê Xwedayekî ye. Dyaus pîtar: Xwedayê afirînêr yê hîndûyan. B. Z. 1500, Dİ Sanskrîtê de navê wî Dyaûs’e. Roman Deûs, Yûnanî Zeûs. Eos: Xwedayê ezmên yê Hînd-Ewropî ye. Dema mirov bala xwe bide navên Xweda û Xwedawendên jorîn, dibîne ku têkiliya wan hemûyan bi ezmên û rojê re hene. Jixwe têkiliya Melekê Tawûs jî bi rojê re ye. Di zimanê Proto-Hînd-Ewropî de *dî-, *dîǝ-, *dîw- ‘rewnaq, roj’ bûye *dîeûs ‘Xwedê’ yanê roj wek Xwedê hatiye hizirkirin. Tekiliya vê bi Zimanê Kurdî re çiye? Pêyvên kurdî yên mîna tav- ‘roj, enerjî’, taw ‘hereret, germî’ ji PHE *dî-, *dîǝ-, *dîw- ‘rewnaq, roj’ mane. Hurr. tab-/taw ‘helandin, heraret’ jî meneya Tawîs diyar dike. Jixwe Zimanê Horîkî de paşekên mîna –ûš, -îš, -aš pir gelek in. Ji ber ku horîkî zimanekî fîtikî ye. Di dawiya pêyvan de dengên mîna s, ş, z, j, -îs, -îş, -îz hertim hatine bi kar înandin. Her wusa taw + ûs bûye Tawûs. Heta navê şahê Xwedayên Horityan jî Teššûb e. Bi Orartûyî jî Teîşeba ye. Di vî navî de Teššûb yan jî Teîşeba berê bûye Tesûv yan jî Teîsew. (Di Zimanê Kurdî de destûra dengê b bibe v heye) Her ji vê rêgehê re derbas buye û gihiştiye navlêka encamê ku ev jî Tawûs e. Tešš(ûb), Teîşe(ba) tîjikên rojê ne. Jixwe Teššûb di teswîrê xwe de li ser boxeyekî disekine û tîrêjên J. Pokorny1056-57, Agahdarî ji Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü (Karşılaştırmalı), Weşanen Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst li Almanya, 2013.

rojê yan jî tîrêjên berqwedanê di destê wî de ne. Ev çawa buye Kurdî? Zimanê Kurdî bi hev honandina zimanên Hînd-Ewropî û Horîkî bi ser û ber bûye. Kurdî tav + wîs/wûs → Tawîs/Tawûs → ‘yê tav ê, roj ê’. Melekê Tawîs jî dibe ‘Homanê Tavê’ ango ‘îlahê rojê’. Di vê mijarê de rola Teyrê Tawûs çiye? Ji nav hemû ajalan de yê ku pir dişibê rojê teyrê tawûs e. Dûvên teyrê tawûs wî mîna rojê guloverin û diteyisin. Ji aliyekî dinê li ser her pûrt û perên wî çavîkên sor û zer hene û ew jî dişibên rojê. Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê Kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê deûs (Xwedê). ETÎMOLOJIYA NAVÊ ŞÊX ADÎ Şêx Adî, di Ola Êzdiyan de kesayetiyek pir girîng e. Mîna ku Ew giyan û rûye zêrîn yê vê olê ye. Rastiya ola Êzdiyatiyê ji wir dibiriqe. Lê belê ji bilî Êzîdiyan kes wê nabîne. Derbareyê kesayetî, behremendî û felsefa Şêx Adî tiştên curbecur tên gotin. Êzdiyatî oleke xweser, tekûz û ser û ber e. Dîsa jî gelek lêkolîner, guhêzbar, teolog û dîrokzan hewildanên Şêx Adî bi musulmaniyê ve girê didin. Mixabin ew, di vê babetê de bi tenê ji sala 1100’î pê ve dinêrin. Ya rastî di dîroka ol û baweriyên Asya-Nêzik de bi sedan navên Adî (yên Xweda û rêberan) hene. Ev jî eşkere dike ku Adî ne bi tenê navek e, her wusa ûnwanekî dîrokî ye. Ji bo vê angaştê biselimînin, divê berê xwe bidin kahniya jêderka vî navî. Etîmolojiya Navê Adî/Hadî Di ola Êzdiyatiyê de pirsgirêka nasnameya Şêx Adî heye. Gelo kesayetiyek wusa hebû yan na? Eger hebû, îjar ew sofiyekî musulman yê sunnî bû yan Êzdî bû? Ew Kurd e, yan Ereb e? Derbarê van pirsan heya naha ti bersiveke tekûz nîne. Bi gorî agahiyên niviskarên serdema XII. Ew, şagirtê Gazalî, hevalê nêzik yê Şêx Abdulqadirê Gêylanî ye. Seranser ew wek alîgirekî tundraw yê Emeviyan hatiye danasîn. Heta dibêjin ku ew bi xwe ji binemala Emewiyan e. Dema mirov rewşa hingê ya Kurdên çiyayê Şengalê disêwirîne, bawer nake ku kesekî zimanEreb bikaribe hikareke wusa mezin li wê heremê bi asanî çêbike. Ji ber ku Kurdên li wê heremê ne hozên Efrîqî yên

wooddokar, ne jî wek seretayên li nav daristana Amazonê bûn. Ew gelê devereke ku şaristaniyên mezin lê hatine peydabûnê ne. Ji ber vê egerê mirov bawer nake ku Kurd hema wusa asanî mirovan bilindî asta homandinê bikin. Eger Şêx Adî nesebEreb bûya, diyar e ku wî kurdî nizanibû. Baş e, wî Gelê Kurd çawa serwext dikir? Beriya her tiştî, dema ku Şêx Adî weaz dida çend kesan jê fehem dikirin? Pirtûkên ku wî dinivisand, çend kesan dikaribû bixwînin? Ji ber van egeran mirov dikare bêje ku, hebûna vî navî û vê kesayetiyê di nav xumamê de ye. Divê perdeya mijê bê rakirin ta ku mirov rastiyê bibîne. Ji ber vê sedemê emê ji etîmolojiya, ango ji kahniya jêderk ya navê Adî dest bi mijarê bikin. Beriya ku em şîrovekirina jêderkên navê Adî bikin divê bê zanîn ku B.Z. 1175’an li Şengalê Welatek jê re digotin Kurda hebû û navê şahê wê jî Hamûrabî Kurê Aštamar Addû ye. Ev dewlet caracaran serbixwe û carcaran jî wasalê Babîlê bû. Navê Hamûrabî Kurê Aštamar di nivisarên şahê Marîyê Zîmrî-Lîm de wek Hamûrabî şahê welatê Kurdan hatiye nivisandin.43 Navê Lalleşê yê antîk jî Alşe ye. Dibe ku Aştamar Addû navê bav û bapîrê ew kesên ku welatê Kurdan avakiriye be. Her wusa ev nav bûye inwanekî gerdîşî. Bi Goreyî Zimanê Hînd-Ewropî Navê Adî Koka navê Adî, hewqasî ya mirovahiyê kevn e. Dema mirov bala xwe dide dîroka ol û baweriyan, gelek nav û navlêkên ji Ad-, Adî- dest pê dikin dibîne. Tu dibêjî qey ev nav bûye gerdîşa hemû ol û baweriyan (Navê Adem bînin bîra xwe). Pêyvên PHE mîna *ad- ‘ji’, *h2ed- ‘ji ... –yê’, *ant-s ‘berê’, Skt. adî ‘yê/ya destpêkê, resen, xweser’, ku navê Adî wateya ‘yê ji destpêkê’, ‘ji qal û bela yê’, ‘yê xwerû, resen, homan’ rave dikin. Jixwe kahniya jêderk ya navê Adem bi xwe jî ji van pêyvan derhatî ye. Grk. Adamas ‘bêhempa’; Bi Goreyî Zimanê Horîkî: Hurr. attai- ‘bav’, abîwî ‘destpêk’, edî/îdî ‘kes, bixwe’, heldî ‘hilovan, bilind’, hazzîzzî ‘jîr û zana, hajêyî’. Bi goreyî horîkî attai- ‘bav’, hingê wateya navê Adî dibe ‘bav, bapîr’. Her waha li ser vê analîzê Adî navê bapîr û sazkarê Êzdiyatîyê destnîşan dike. Serdema hîtîtiyan niviskar û zanyarekî mezin neseb horî li payîtext

Dominique Charpin, Hammurabi of Babylon, 2012, New York

Hatušša dijiya û tablêtên bi mixî dinivisand. Navê wî Mîtannamûwa bû. Ew niviskarê taybet yê şahê hîtîta ye. Pênc kurên wî hebûn û navê yekî ji wan Addûwa ye44. Bi Goreyî Zimanê Îbranî Di Zimanê îbranîkî de Adî tê wateya ‘gevher, cewahir’ e. Ado(nî) ‘efendiyê min, ez benî’. Navên Adî, Azî, Hadî û Hazî bilêvkirina heman navî ne. Di belgenameyên dîrokî de tê dîtinê ku piraniya pêyvên teknîkî yên olên Asya Nêzik bi horîkî ne. Hetta navê Jetro yan jî Letro yê kû xezûrê Mûsa Pexember e, bi horîkî ye û ji pêyva attayî ‘bavo’ hatiye honandin. Di nivisarên mixî de kurtepêyva lu îdeograma mirov e, et jî bi horîkî attai ‘bav’ e. Daçeka –ro diyare devoka Medyana li herêma kenaniya ye. Yanê Letro tê maneya pîr, bav û yhw. Lê diyare dema ku jina Mûsa Zîpûrahê xwîşkên wê gazî bavê xwe dikirin digotin Lo Attro ‘lo bavo’. Jixwe navê Zîpurahê jî horîkî ye. Bi Goreyî Baweriya Hînd-Aryanî: Adîtî navê Xwedawenda mezin ya Hînd-Aryana ye û mena navê wê jî ‘bêdawîti’ye45. Her wusa hîndûs wê wek Dîw jî nas dikin. Di çanda Hînd-Aryanan de Dîv û Sîmurg her yek in. Bi goreyî baweriya wan ev Sîmorg li ser hêka gerdûnî biqupî ye. Ev hêk jî tovê dunyayê ye. Piştî biqupandina Sîmurg ew bûye cîhan. Di nav olên mîna Sabiyîtî, Yahûdîtî, Manîhîzm, Xiristiyanî û Îslamê de navên hin kes yan jî ûnwanên mîna Adî, Addaî, Hadî, Ado(nî) hene. Di Tewratê de Navê Adî: Ev nav, di Ola Yahûdîtiyê de ji bo Yawhev ‘Xwada’46 hatiye bi kar înan û paşê derbirana vî navî hatiye qedexekirin. Wateya ‘Efendiyê min’, ‘ezbenî’ dide. Di tewratê de ev nav heye. ... Îbrahîm bersiv da: “Adonaî (efendiyê min, ez benî) Yehova (Xwedayo), tu yê çi bidî min? Ez bê

Shai Gordin, Scribal Families of Hattuša in the 13th Century BCE, A prosopographic Study, 2088; Mascheroni, L. M, bi hurriti a Boğazköy: una verifica prosopografica”, 1984:160; Bryce, T. R. The Kingdom of the Hittites (New Edition). Oxford, 2005:231 f. Masato Tojo, Mitraism, An Inrtroduction to the Simorghian Culture and Mitrahism in the Asia, Mitraeum Japan, 2009 Herwusa Yawhev bi xwe jî bi Zimanê Îbranîkî bilêvkirina navê Xwadê yan jî Ya Xweda ye.

zurriyet dimirim; û mîratgirê mala min jî Elîzerê Şamê ye.”47 Wek tê zanîn Îbrahîm bi xwe jî esil Hori ye. Adonaî tê wateya ‘bav, mezin û efendî’. Her wusa Îbrahîm piştî koçberê welatê kenaniyan kiriye jî ev gerdîşa Horiyan meşandiye. Di Încîlê de NavêAdî: Di Încîla Mateî 22:42-46 de behsa Adonaî tê kirin. Ji bilî vê ya herî girîng di destpêka Xiristiyaniyê de Doktirîna Addai ye. Addai yek ji nav 72 hewariyê Îsa ye48. Ew, kesê ku cara yekemîn paşayek û tevî bendeganê wî kiriye xiristiyan e. Navê vî paşayî Abgarê Reş e û navê dewleta wî jî Orhşana ye û payîtexta wê jî Edesa ango Ruha ye. Ev bûyer bi goreyî efsaneyekî hê ji dema ku Îsa dijiya rûda ye. Di Baweriya Sabiyan de Navê Adî: Di pirtûka sabîyan “Haran Gaveyta” yê de behsa navê Adonai hatiye kirin. “...û (ew) bi hêz û banga jiyana şahê rojê heya dawiya emrê xwe jiyan. Û wan hez ji Rebb, ango Adonai kirin.”49 Haran Gaveyta ji bo herêma Haran û çiyayên Amanosan re tê gotin (Deşta Heranê jî tê de). Gelek çavkaniyên dîrokî Haran Gavetya’yê wek heremeke Medyayê nîşan didin. Di Manîhîzmê de Navê Adî: Behsa navên mîna Addai, Adimantus, Ozeos û Îzdanbakth tê kirin. Lêkolîner dibêjin ev nav hemû jî, ji yê Adî derhatine. Ew hevalbendê Manî yê herî nêzik in û hizir û ramanên wî li Afrîka û Asya Navîn belav kirine. Di Pawlîkanîzmê de Navê Adî: Pawlîkanî xiristiyaniyeke hetorodoks e. Ango xiristiyaniyeke batini ye. Dibêjin ew di bin hikara hizrên Addaî yê Manîhîst mane û li dijî îkonan, lûksê û pêykeran bûn. Di Îslamiyetê de Navê Adî: Di Îslamiyetê ev nav wek Adî Bin Mîsafîr tê zanîn. (1075- 1162) Di Êzdîtîyê de Navê Adî:

Geneza 15:1-2 Benjamin Walker, Gnosticism, Its History and Influence, A concise survey of gnostic thought from its pre-Christian origins to its modern manifestations, The Aquarian Press, Wellingborough, Northamptonshire, 1983. Haran Gaveyta, r. 3; E. S. Drower, Haran Gawaita and the Baptism of Hibil Ziwa, Vatikan1953)

Bi gorî gelek lêkolîneran Şêx Adî, kesê ku bingehê Êzdîtiya îroyîn damezrandiye, ew bi xwe ye. Ji aliyekî dinê ve Ew tenasuha Melekê Tawûs e. Navên Xweda û Xwedawendan yên ku Durif û Dengvedana Navê Adî tê de Hene: Adad/Haddad: Xwedayê Babîl-Akkad yê av û hewayê (B.Z. 1900î heya B.Z. 200). Adanûs: Kurê Ûranûs, yê ku bajarê Edeneyê avakiriye. Adams: Li Anatoliyayê afiredeyê sereta yê ku du cinsiyet e. Adephagia: Xwedawenda ferexuriyê. Adhîmûktîcary: Navê Xwedayekî piçûk yê bûdîstan e. Adhimuktivasita: Navê Xwedayekî Bûdîst e. Adî: Di Hîndûyîzmê de navê demonekî dikeve şiklê mar yan jî teyrekî. Her wusa ev pêyv tê wateya resen, cevher, yekemîn û weke Adi-Bûdha jî tê bikaranîn.50 Adî-bûddha: Bûdhayê xweser. Adiharma: Xwedawendeka destpêkê ya Budaperestên Tîbet. Adikia: Xwedawenda dadweriyê ya Yonanan. Adîmûrtî: Xwedayekî Hîndûyan Adîtî: Xwedawendeka Hîndûyan e û weke dayîka Xwedayan tê zanîn. Ew heman demê de dayîka 12 Adîtyasan e. Adîtya: Navê hevbeş yê Xwedayên rojê (Vedîk-Pûranîk) Adonîs: Di Mîtolojiya Yunan de mirîvanê ku evîndarê Afrodît û Persephonê ye. Ew nûneriya buharê ye. Çîroka wî û ya Dûmûziyê Mezopotamya wek hev e. Adranus: Xwedayekî li Sîcîlya hatiye naskirin Athena:Xwedawenda Yonanan ya şerî û parastvana Atînayê ye. Hazzî: Xwedayî çiyan yê horî û hîtîtiyan Hades: Xwedayê cihana bin erdê ye. Îzates: Kurê şahê Adiabenayê ye. Wek Ezad û Azad jî tê zanîn. Azazel: Di ola Êzdiyatîyê de navê serekê ferîşteyan e. Di wêjeya olî ya Hînd-Aryanî de, Xwedayê hîndûyan re dibêjin Adî-Dev. Ji bo Xwedayê afirênêr Brahma Adi-Kartha, Ji bo Destana Ramayana Adî-, bo Îndra Adî-Kavya, Ji kosmîka sifte Adî-Pûrûşa, Ji bo dayîka Xwedawend re jî Adi-Şaktî tê gotin. Advaita: Yekbûn yan jî non-dualitiya (nedualîtî) fîlozofiya Vedenta.

Julien R. Fielding, Discovering World Religions at 24 Frames Per Second, Scarecrow Press, Inc. Amerika

Sedsala hivdemîn weke reforma Hîndûyîzmê tevgeriya ye.51 Cîh û Bajarên ji Navê Adî Derhatine: Adîabene: Adîabene navekî kevn yê bajarê Hewlêrê ye. Adrî: Bajarekî li ber derya Adrîyatîkê ye. Dibêjin navê împaratorê Romayê Adrîanûs yan jî Hadrîanûs jî ji wir tê. Heta dibêjin ev nav ji Zimanê Etrûşkî maye. Adana/Edene: Ji navê Adonîs der hatiye. Adrîyatîk: Navê Deryakî li rojhilatê Îtalya. Adîyeman: Ev nav ji pêyva horîkî attaiman ‘bavên me’ derhatiye. Hîtîtî ji vê derê re dibêjin Atîman/Etîman. Wateya hemû nav û unvanên ku ji navê Adî/Hadî/Hazî derhatine wekhev in. Ango Adî tê wateya ‘yê sifte, ‘yê jîr û zane’, ‘rêber’. Her wusa, Xwediyê herî nêzik’, ‘mafdarê yekemîn’ û navê Adî jî hevwate ne. ETÎMOLOJIYA NAVÊ ŞÊX ŞEMS Koka navê Şems ji Hurr. šimigi ‘roj, tav’ derhatiye. Navê Xwedawenda rojê ya Horian Šîmegî yan jî Šemîge ye. Dibe ku yekser notila Šemiš jî dihate gotin. Ev nav paşê di serdema Kasîtiyan de li Babîlê bûye Šamaš ‘Xwedayê parastvan yê Babîl’. Her wusa di Zimanê Erebî de bûye şems û tê wateya rojê. Ango ne diyar e, ev pêyv bi horîkî yan samîkî ye. Diyare bi Horîkî ye. Ji ber ku PHE *sem3- ‘havîn, germiyan’ taqetê dide vê hizrê. Pêyva bi horîkî šimige ‘roj’ di kurdî de gelekî berfireh tê bi kar înan. (şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pênşem) Di Encamê de diyar dibe ku: Malku/Meriaku bi Zimanê Horiyan ‘îlah, zadegan’ → Melek (pir caran dibe Mêrik) PHE dieûs ‘Xwedê’, Lûw Tiwaz ‘Xwedayê rojê’, Kurdî tav → Tawûs Her waha ev jî dibe Melekê Tawûs ‘İlahê rojê’ Adî yan jî Hazzî ‘Xwedayê çiya yê Horiyan’, ‘yê destpêkê, rêber’ → Şêx Adî

Roshen Dalal, The Religions of İndia: A Concise Guide to Nine Major Faith, Penguin Books India, 2006.

Her waha Şêx Adî ‘ rêberê Jîr û zana’ Şêx Şemş → ‘Jîr û zana û rêberê rojê’ ETÎMOLOJIYA NAVÊN ADEM Û HEWA Bi goreyî ol û hin mîtolojiyan navê bavê mirovahiyê yê destpêkê Adem û navê dayîkê jî Hewa ye. Heya naha ev nav bi kîjan zimanî ne û tên çi wateyê bi tekûz nahatiye selimandin. Ji ber ku ev navên şanaz ne bi Zimanê Samiyan, ne jî zimanên dinê bi wateyeke têra xwe nehatiye şîrovekirin. Adem û Hewa bav û dayîka mirovan yên despêkê ne. Ji ber vê sedemê jî mafê mirovan heye ku bizanibin ka ev nav bi kîjan zimanî ne û mena wan çi ye? Ji ber vê sedemê mijara vê gotara me ya vê carê li derbareyê Etîmolojiya navên Adem û Hewa’yê ye. Bi goreyî lêkolînan diyare ku navên Adem û Hewa bi Zimanê Horîkî ne. Her waha: Horîkî attayî ‘bav’; attayîarde ‘bav û kal’; Urartuyî ate ‘bav’52 -m ‘morfema/yeketeşeya kesê yekemîn, di Horîkiya kevn de jî –me ji bo kesê siyemîn tê bi kar anînê Mînakî: En(i)=n(a)=až=už attain=ve=n(a)=už ‘Xwedayê bav’ Atta(i)=ard(e)=iff=aš ‘bav û kalên me jî’ en(i)=na=aš=ta attan(i)=ne=va=NA=a š=ta ‘ji bo Xwedayên bavê te’ Her wusa: atta(y)î + m → ataîm ‘bavê min, bavê me’ derketiye hole û paşê jî bûye Adem ‘bavê mirovahiyê’ yan jî ‘bavê destpêkê.’ Pêyva attayî ne bi tenê di Zimanê Horîkî de heye. Ev pêyiv hemen dem di nav zimanên Hînd-Ewropî de jî bi tewrekî berfireh tê bi kar anînê. Mînak: Proto-Hînd-Ewropî *attos-, *atta- ‘bav, dayîk’53; Hînd-Îranî atta52

Jensen, ZA 5, 199; Speiser, IH 56; RS quadr. 130 II 9; E. Laroche, Glossaire de la langue hourrite (Reuve Hittite et Asianique, 34-35) Editions Klincsieck, Paris 1980; Arnaud Fournet & Allan R. Bomhard, The İndo European Elements in Hurrian, La Garenne Colombes, Cherleston, 2010 Pokorny, 71, WP. I 44, WH. I 77, Feist 62, 233, Trautmann 16

‘xwîşka mezin, dayîk’; Avestî āϑwya ‘unwanê zadeganiyê’; Grekî ἄττα (atta) ‘bavo’; Lattînî atta ‘bav, yê ku diafirîne’; Gothî. attta- ‘bav’, Tocharî A ātäl ‘mêrik, şû’; Etrûskî atî ‘dayîk’54, aterî ‘dêbav, bav û kal’55. Her wusa di gelek zimanên modern de jî ata û tata di wateya ‘bav’ de tê gotinê. Hetta di zaravayê Kurdî Hewremanî de jî tata ‘ bav’ e. Mirov Xweda yan jî Xwedawendan mîna bav û dayîkan dihizirin. Paşê jî rolên afirandinê didin wan û derbareyê wan de curbecur mîtolojî û serhewdeyan durust dikin. Wek mînakên jorê jî diyar dike ku navê Adem ji Zimanê Horîkî ye û wateya ‘bav’, yan jî ‘bavê destpêkê’ dest nîşan dike. Her wusa gelek deveran di nav nivisên Horiyan de pêyvên mîna ad-, ad-î- wateya yê yan jî ya destpêkê hatiye bi kar anîn. Ji ber vê egerê mirov dikare bi dilekî asûde biselimîne ku çavkaniya vî navî Zimanê Horîkî ye. Diyare ji Horiyan derbasî nav zimanên samiyan jî bûye. Asurî yan jî kenaniyan ev nav li Xwedayê bagerê jî kirine. Ango bi Xwedayê bagerê re gotine Addû, Addad yan jî Haddad. Navê Xwedayê bagerê yê horriyan Teşşûb e. Navê jina wî jî Heba(t) e. Ev herdu Xweda heman demê de mêr û jinên hev û du ne û jimarek Xweda jî kur û keçên wana ne. Ango dê û bav in. Di vê navberê de navê Heba(t)ê jî bala mirov pir dikişîne ser xwe. Ji ber ku Heba(t), serkeş û dayîka Xwedawendên Horiyan e û di belgenameyên dîrokî de di salên B.Z. 2000’i de behsa wê tê kirinê.56 Ev Xwedawenda Horiyan ji hêla Hîtîtiyan ve jî hatiye hebandin. Hetta ev nav gihiştiye nav qada perestişa Yewnanî û romanan jî. Navê Xwedawenda ciwaniyê ya Yewnanan Hebe ye. Di Zimanê Horîkî de: Anammi=tta ḫaž=i=mma Tado-Ḫeba=tta ‘her wusa hajê min be TadoHeba’57

Guiliano Bonfante & Larrisa Bonfante, The Etruscan Language. An Introduction, 214, Manchester University Press, 2002 Guiliano Bonfante & Larrisa Bonfante, The Etruscan Language. An Introduction, 214, Manchester University Press, 2002 Michel Jordan, Dictionar of Gods and Goddesses, 1941. Catsanicos 1996: 225 (ChS I/I 41 iii 63)

(9)

ḫbtd. Dqtd ‘ji bo Hebatê û Daqîtû’58

Diyar e, navê bav û dayîka mirovahiyê Adem û Hewa ji Zimanê Horiyan ketiye nav rupelên pirtûkên pîroz yên olên tek Xwedayî. Ji ber ku dîroz û dîrudên horriyan pir bi nav û deng bûn. Ji ber vê egerê pêyvên teknîkî yên di dema ayînan de, hetta amrazên perestgehên Horiyan, ji hêla hemû gelên antik yên Asya-Nêzik, Yewnan û Misrê ve hatine bikaranîn. Di nav olên tek Xwedayî de cara destpêkê di ola Yahûditiyê de behsa navên Adem û Hewayê hatiye kirin. Dema mirov têkoşîn û jiyana pêxember Mûsa lêkolîn dike, bi awayekî eşkere pêdihese ku çavkaniya navên Adem û Hewayê bi Zimanê Horîkî ne û Mûsa Pêxember ev nav ji wan wergirtiye. Mûsa pêxember dema ku ji Misirê direve diçe kuderê? Diçe Mediyanê. Navê Mediyanê bi goreyî dengên samî weke MDYN tê nivisandin. Eger ev nav ji demên pir kevin ve mabe û mirovan bi tenê nivisên samîkî xwandibin gelek caran bilêvkirina wê ya rastî nikarin vexûyînin. Ji ber vê egerê MDYN wek Medyan xwandine. Ya rastî dibê ev nav wek Mi-dta-a-nni ango Mitanni bête xwandin. Mirov vê rastiyê bi saya hinek navên wê hinge ve bi şêweyekî berfireh dikare biselimîne. Her waha: Navê Xezurê Mûsa YT-RW ango Yetro yan jî Jetro bi horîkî ye û ji pêyva attaî ‘bav’ derhatî ye. Diyare Horiyan bi keşeyên xwe re wek attta/tata ‘bavo’ yan jî ya atta ‘yabo’ bang dikirin. Îro jî xiristiyan bi keşeyan xwe re dibêjin ‘ya bo, yan ji bavo’. Her wusa Yetro jixwe him bavê Zipporah a jina Mûsa ye û him jî keşeyekî Horiya ye jî. Navê Zîpporahê ji Huppi ‘navlêkeke ji yê dayîka Xwedawend Hepayê’ derhati ye. Diyare hizir û ramana Adem û Hewayê hê ji hêyama Horriyan dest pê kiriye. Navê Zîpporaha keça Yetro ango nave hevsera Mûsa bi Zimanê horîkî û curbecur wateyan vî navî hene. Lê belê hemû jî nêzikî hev in. Mînakî: Horîkî zî ‘kuliçe’ + pe ‘işareta nave Hepatê) + puram59 ‘berdestî’ → zîpûra(h) ‘berdestiya ku nanê hepatê pêşkêş dike’. Ew nav li serhev dibe

Ayîna Atarû ya dayîna boraqê, RS 24.261. Ev riste bi goreyê elfabeya Ugarît3ı hatiye nivisandin. Ji ber vê egerê wek erebî bi tenê tîpên bêdeng hatine nivisandin. UR LUpura, puraa; RS 137 III 4; Ugar. V 244, 455; RS 137 III 4; Ugar. V 244, 455

‘ya ku zî(ppîni)yê60 dide Hepa’yê’. Piraniya navên keçên Horiyan bi – Hepat yan jî Hebat ‘ê dihate girêdan. Mîna Tadû-Hepa, Gilû-Hepa, Pudû-Hepa û Zîlu-Hepa û hwd. AZAZEL Ev navlêk ji Zimanê Horiyan maye. Bi goreyî nivisên olî yê îbraniyan Azazel endamê komek ji ferîşteyan e. Heft seriyê wî wek yê maran, çil rûçik û bîst baskên wî hene. Tê gotin ku ew Xwedayekî samiyan î kevn e. Her waha ferîşteyê cara despêkê ji ezmanan (Bihuştê) daketiye, ew e. Hazzî: Xwedayî çiyan yê horî û hîtîtiyan + Hurr. heldî ‘hilovan, bilind’ → Hazzîheldî → Hazîzeld → Hazazhel → Azazhel →Azazel ‘Xwedayê çiyan yê ‘hilovan û pîroz’ Hazzîzî/e ‘haj lê, jîr, bi hêz’, zalmî ‘pêyker’, heldî ‘hilovan, bilind’. Di kurdiya hevdem de tê wateya ‘hêza hil(ovan)’ yan jî ‘hêzê lez’. Ev navlêk, di nav Zimanê Îbranîkî de jî hatiye bikarînan û pêyiv bi pêyiv wateya ‘yê xurt, yê bilind’ destnîşan dike. Lê belê ji aliyê olî ve wateya wê hatiye guherandin û bûye dûlêr. Yan jî ew kesê ku mirovan ji dûlêran davêje. Beriya Îslamiyetê li Palmîrayê Xwedayek navê wî Azîzos hebû. Wek stêrka sibeh û êvarê dihat zanîn. Gorî baweriya mirovên wê hingê Azîzos rê nîşanî hesp û hêstiran dida. Navê Azazel û Azîmûn Xwedayê Sabiyan nêzikî hev in. Koka nêv Az- e û hevwateyê navê Adî ye. Her wusa wek rengdera azîm ‘hilovan, bilind, gewremend’ derbasî nav Zimanê Erebî jî bûye. Her wusa Di Quranê de behsa 99 navên Xwedê tê kirin û Azîm jî navek ji wan navan e. Azîm, pir caran wek adîm tê bilevkirin. Diyare pêyva Horîkî Ad- bi zimanên samiyan wek az- hatiye bilevkirin. (Ji ber pirsgirêka dengvedana dalîn û zalînê) Diyare koka navlêka Azazel jî wek Hazzî diçe li ser navê Adî. Navê Xweda û Ferîşteyên wek navê Azazel: Azael (Asiel): Ferîşte ye û Xwedê hêzekî mezin dayê. Yek ji wan ferîşteyên ku tevî jinên mirîvan raketibû . Azar (Azûr): Ferîşteyê nehê qanûnê ye. Azaradel: Ferîşteyê ku nehîniyên hîvê dabû mirovan. Azarguştasp: Yek ji herdû ameşa spentasên îraniyan e yê herî nêzik zippinni ‘kulîçe’ NINDA zi-ip-ipi-in-ni, KUB XXXII 129 I 21 Di serdema horiyan de ji bilî ajalan, nan jî wek boraqê pêşkêşî xwedayan dikirin.

Xwedê ye. Azariah: Navek ji yê Îsrafîl e. Di pirtûka Tabîtê de behsa navê wî tê kirin. Azarias: Ev jî navekî Îsrafîl e. Azariel: Ferîşteyê yek ji bîst û heyşt qesrên li hîvê ye. Her wusa ferîşteyê av û erdê ye jî. Azarxurdad: Yek ji ferîşteyên Îrana antîk e. Azdai: Ferîşteyekî Mandena yê perwerdê ye. Azer: Ferîşteyekî êgir yê Zerdûştiyan e. Azfiel: Parastvanê qata yekemîn yê ezman e. Azibeel: Ji ber ku bi jinên mirovan şabûye ji ferîştebûnê hatiye avêtin. Azkael: Serkêşê 200 kesên ji ferîştetiyê hatine avêtinê ye. Ji ber ku ew ji bi jinên mirovan şa bûbûn. Azliel: ji yek wan çardeh ferîşteyên ku bi navê Xwedê ayîn rêve dibirin. Azrael: Jê re dibêjin Azrail, Aşriel, Azriel, Gabriel. Şahê ferîşteyên koma dûpişkan e. Navê wî yê gelempêrî Azrail û Gabriel e. Fêrîşteyê mirinê ye û li qatê sisemîn yê ezmên dimîne. Azra’il: Bi goreyî Kabalayê ew li bakûrê Bihuştê dijî. Azza: Ji ferîştebûnê hatiye avêtin. Azzael: Jêre Uzza û Azza jî tê gotin. DERDAÎL Ji bilî Ezazel pêywirên alîkarên Yêzdan yê dinê zêde diyar nînin. Diyare Yêzdan kolektîvîzmê salix dide, lewma heft ferîşte afirandiye. Lê belê bi goreyî sîsteme afirandin û helwesta Ezazîl xweperstî û takekesî derketiye li pêş. Diyar e ku rewşa kolektîvîzmê berê hebû. Lê belê anegoreyî sîstema civakî ya qatqatan/kastan paşê hatiye guhorandin. Etîmolojiya navê Derdaîl: Ev nav ji Horî û Kasîtiyan maye. Dûr navê ‘Xwedayekî bin erdê’ yê Kasîtiyan e. Ev nav di Zimanê Horîkî de wek Enna Tûrîna ‘Xwedayên jêrê’ yê dojehê’ hatiye diyarkirin. Di Zimanê Hîtîtiyan de jî jê re dibêjin katteres siunes (katerres ‘jêrê’ bi kurdî dibe ketê re. Ango ji lêkera ketinê derhati ye). Xwedayekî Hurrî û Hîtîtiyan yê rewşa hewayê jê re digotin Tara û paşê jê re gotine Tarhûnt. Ev Tarhûnt bavê Telîpînû ye. Xwedavendekî Hîndiyan navê Tara jî heye, ew Xwedawend hêza daxwazê ye. Ji aliyekî dinê bi horîkî tûrûhî ‘zilam, nêr’ di Zimanê Kasîtiyan de bûye

durûg ‘mêr, nêr’61 Kasîttiyan ji ezmên re digotin i-lû-lû. Bi goreyî baweriya wan Bihuşt li ezmanan bû. Ji ber vê egerê ji Bihuştê re jî digotin i-lû-lû62. Bi Zimanê Horiyan ji bilî en, ji Xwedê re digotin Îllîl, ellîl. Jixwe ev nav ji bilindbûnê derketiye holê û kurdî hil wateya ‘jor’ û ‘bilindbûnê’ destnîşan dike. Diyar e ku ev nav, navlêk yan jî pêyiv bi samîkî ango babîlî nîne. Ji ber ku navê ezmên yan jî Bihuştê bi babîlkî šamū ‘ye. Diyar e, navê bajarê Şamê ji wir derhatîye. Ev nav û navlêk çawa bûne Derdayîl? Horîkî/Kassîdî Dûr ‘Xwedayê bin erdê’ + i-lû-lû ‘ezman, Bihuşt’ = Dûrilûlû ‘Xwedayê Bihuştê’ → Derdayîl; yan jî Hurr./Kass. turûh/dûrûg ‘zilam’ + i-lû-lû = Dûrdilûlû ‘dergevanê Bihuştê’ → Derdayîl derketiye holê. Mirov di Zimanê Proto-Hînd-Ewropî de jî dikare xwe bighîne jêderkên van nav, navlêk û pêyivên ku navê Derdayîl jê peydabûye. Her wusa: PHE *dhṷer-, *dhur- ‘derî’63 + PHE *dhel- ‘rewnaq, biriqî’64 = dhṷerdhel ‘dergevanê rewnaqiyê’ → Derdayîl ‘dergevanê Bihuştê, Dergevanê rewnaq’ derdikeve holê. Mirov dikare vê sentezê bi şêweyekî baweriya Êzdiyan ve biselimîne. Wek tê zanîn Êzdî pêle şîpaneka deriyan nakin. Başe, ji bo çi pêlî şîpanekê nakin? Diyar e, ji ber hurmeta Derdayîl, ango hurmeta ‘dergevanê rewnaq, pîroz’ pêlî şîpanekê65 nakin. Jixwe di nav pûranasên66 hîndûyan de jî rastî navê Derdayîl dibe. Navê Xwedayekî alîkar û piştevan yê Hîndûyan Dhara ye. Durfên wî lotûs, kotan, tizbiya sor û rim e. Eger Skt. Dhara ‘rim, ceryan’ û PHA *deiǝ‘Xwedê’ yekhev be dibe Dharadeia ‘Xwedayê rimê’ û her wusa, divê paşpirtika –il jî bê şîrovekirin. Ev paşpirtik mezinbûn û pîroziyê dide nav û navlêkan. Her waha navlêkê Dharadeia ‘Xwedayê rimê’ + -il = Dharadeiail ‘Xwedayê rimê yê hilovan’ → Kurdî bûye Derdayîl. Ango ew kesê ku rima Xwedê di destê wî de wateya Derdayîl destnîşan dike.

Emmanuel Laroche, Glossaire de la langue hourrite 1980:274. (= Revue Hittite et Asianique, 34/35.) Paris: Éditions Klincksieck. Albert Tobias Clay, Personal Names from Cuneiform Inscriptions of the Cassite Period. Reprinted 2009:37, Biblio Bazaar Julius Pokorny, 278-79. Julius Pokorny, 246:2 Eşîga derî, şêmûg. Pûranas, nivisên derbareyê xweda û şahên hîndûyan yê demên antîk in. (Sanskrîtî pûrana)

ÎSRAFÎL Navê Îsrafîl bi Zimanê Horîkî ye. Bi Hurr. îsî ‘hesp’ + îw(i)ri/ewri ‘mîr, şah’+ hel(dî) ‘hilovan, sağ, pak, baş’ = Îşîewrîîl → Îsewraîl → Îsrawîl → Îsrafîl. ‘şah/mîrê siyarê bijîşk, siyarê ku nexwaşiyan pak dike’ biserûber dibe. Navê Rafael yê Îspanyolî jî di heman wateyê de ye û ji Hibranî ketiye lîteratûra xiristiyanan. Jêderka vî navî horîkî ye. Di seranserê cîhanê de navên Xweda û Xwedawendên ku bi koka îs- dest pê dikin zaf in. Ji nav wan yên herî nav û deng ev in: 1. Îsa: rûyekî Şîfayê ye. Navê di pûranayên hîndûsan de derbas dibe. 2. Îsa: Xwedawenda çem û rûbaran ya rojavayê Efrîqa. 3. Κara: Xwedawenda zewacê û çêbûna zarokan. 4. İsdes: Xwedawendeke Misiriyan ya dunya li bin erdê. 5. İsimud: Li Mezopotamya Xwedayekî pêyamber. 6. Îsîs: Dayîka Xwedayan ya Misirê ye. 7. Κkûe: Xwedayê bajarekî li Mezopotamya. 8. Îssakî: Xwedawendeke hîndûyan e. 9. Îstadevata: navê Xwedayekî hîndûyan e. 10. Κtanû: Xwedayê rojê yê hîtîtiyan e. 11. Îştar: Xwedawenda bereket û şer ya Mezopotamya ye. Stêrka Bihuştê ye. 12. Îsten: Beriya Xiristiyaniyê Xwedayekî afinêr yê macaran. 13. İsvara: Rengek ji yê Şîva ya Xwedawenda hîndûyan. 14. Κûm: Xwedayekî piçûk yê li Mezopotamya. Birayê Şamaş e. 15. Îûsaas: Xwedawendeka afinêr ya Misira jêrîn e. Dema bala xwe bidin navên jor navê Îsrafîl pîşadî nîne. Bingehê xwe yê hezaran salan heye. Demên berê ew navê Xweda û Xwedawendan e. Îsrafîl di ola Êzdiyatîyê de ferîşte û alîkarê Melekê Tawîs e. MİKAYÎL Navê Mîkayîl ji ola Yahûdiyan derbasî li Xiristiyaniyê û ji wir jî derbasî nav îslamiyetê bûye. Her wuha, diyar e ev nav yan jî navlêk di wêjeya olî ya Rohilata Nêzik de beriya Yahûdîtiyê heye. Ji ber ku bi horîkî navlêka melku ’îlah’ hebû û diyar e, ev nav wek mîkal ‘Xwedayekî cîwarî’ dihate parastin. Diyar e, ev nav paşê bûye navê yekî ji ferîşteyên sereke yên olên tek-Xwedayî. Bi goreyî Zimanê Îbranîkî Mikayîl tê wateya ‘yê ku dişibê Xwedê’ (Mi ‘yê’, ke ‘wek’, El ‘îlah, Xwedê’). Navê Mikaîl yan jî Mikayîl di Zimanê Kurdî de jî heman wateyê destnîşan dike. Her waha: Kurdî mînak ‘wek’

+ hil = Mînakhil → mînakhel → Mikahel → Mikayîl ‘yê dişibê êl’, ‘mînakê El’. Di vî navî de ‘El’ navê yê pîroz û hilovan e. Her wusa Kurdî hil, hêl tê wateya ‘yê di asta bilind de’, ‘pîroz û homan’. Ji bilî van nav û pêyvên hevwate, di Zimanê Medî de jî magî ‘rahîbên ola mîtraîzmê’ hene. Ev nav ji hêla babîliyan wek magûl dihate bilêvkirin. Magiyan ji bilî rahîbtiyê bi karên dadgerî û tenduristiya mirovan re jî mijûl dibûn. Navû şanaziya wan ji hemû hêlên cihanê belav bibû. Jixwe, li aliyê rojava învanên mîna μaγος (magos) ‘seherbaz’, medicus ‘bijîşk’ ji învana magî mane. Ev înwan hemen dem dibe koka navê Mikaîl jî. Di kurdiya nûjen de wek navlêka maqûl ‘hilaw, zanyar, mezinê deveran, aqilmend’ tê bi kar anîn. Kahniya Jêderka Navlêkên Maqûl/Mikaîl PHE *magh-: *māgh- ‘alîkar, dikare, xwedî xêz, erkdar û desthilatdar’67 + PHA *kai-lu- ‘rewnaq, bijûndar’= maghkailu ‘desthilatdarê rewnaq, bijûndar’ → Mikayîl ‘‘kesê hilovan’ Hînd-Aryanî magha- ‘deshilatdarî, bihêz, dewlemendî’. PHE *mag-no‘mezin, mekin’, Hitt. mekk-, mekki-, mekkai- ‘gelek, pir’, CLuw. maia ‘pir, gelek’, Skt. mahi- ‘fire’, mahant- ‘mezin’, Goth. mikils ‘fire, mezin’, İzlaniya Kevn mikill ‘mezin, fire’, Tokh. A māk, Tokh. B māk- ‘mezin, fire’. Di zimanên latînî de pêyvên mina maxim, maximus, Kurdî mekin68 jî di nav vê rêzê de ne. Ji van pêyvan jî navlêka Mekail derdikeve holê. Xweda û Xwedawendên hevenavên Mikaîl Mokos: Xwedayekî adan û bereketê yê beriya xiristiyaniyê. (Slavon) Molek: Xwedayekî samiyên rojava ye û sinonîmê Molokê hibriya ye. Mikal: Xwedayekî cîhûwar yê Fenîkiya ye. Milkom: Xwedayê wesayetê yê amorîtan. Milkastart: Li Umm el-Amedê Xwedayekî wesayetê piçûk e. Milqart: Xwedayê lehengiyê yê Fenîkiyan. Malik: Xwedayekî wesayetê yê Ereban. SEMAÎL Hurr. zamma(r) ‘kilam, helbest’ + El = Zamael ‘helbestvanê hilovan’ yan jî tê wateya ‘semazenê Hilovan’ û paşê bûye Semaîl. Ji wateya vî navî di Zimanê Kurdî de dibe ‘yê ku lawijên El ‘Xwedê’ dibêje’ yan jî ‘yê ku semaha el’ pêk tîne, derdixe hole. Her wusa têkiliya vî navî bi lawij,

Julius Pokorny, 695 Bi tenê aliyê Çiyayê Kurmênc û dor û berên wê tê bikar anîn.

semah û mûzîkê heye. Navên Xweda û Xwedawendên wek Semaîl: Sama: Xwedayekî lehengiyê nediyar yê li başûrê Hîndê ye. Samael: Xwedayekî afinêr e. Di Xiristiyaniya Gnostîkî de jê re dibêjin “Xwedayê kor”. Semele: Xwedawenda Tarako-Frîgyan e. Ew keça Kadmos ya mirîvan e û dayîka Dionysos e. Soma (puxte, essas): Xwedayekî piçûk yê hîndûsan e. CEBRAÎL Ji ber ku navekî sereke yê olên semavî ye, lêkolîneran wateya vî navî yekser di Zimanê Îbranîkî de geryane. Her waha dibêjin bi îbranîkî tê wateya ‘hêza min ji Xwedê ye’. Diyare ev nav jî ji Zimanên Horiyan derbasî nav îbranîkî bûye. Dema bi horîkî pêyva kewira-nna ‘gewre, maqûl’ û îlîl ‘îlah, hilovan, Xweda’ bi hevra bên çespandin navê Kewraîlî ‘mezinê Xwedê, hilbijartiyê Xwedê’ derdikeve holê. Bi goreyî Îslamê Cebraîl qasidê di navbera Xwedê û pêxemberan de ye. Wateya bi goreyî îslamê jî di Zimanê Horîkî de heye. Mîna ku: Bi yekheviya Pêyvên horîkî keb ‘şande’, arî ‘dayîn’, îlîl ‘îlah, Xwedê’ Kebarîlî ‘yê ku agahiyên Xwedê dide’ derdikeve holê. Paşê wek Gebraîl û Cebraîl hatiye bilêvkirin. Demên antîk li Mezopotamya û Yewnanîstanê bi vî navî Xweda jî hebûn. Wek nümûne: Gabija: Xwedawenda êgir ya lîtwaniyan. Ji bo gazî wê bikin diviya xowê bavêjin ser pêlên êgir. Geb (erd): Xwedayekî misriyan yê binerdê. Gibil: Xwedayê êgir yê Mezopotamyayê ye. Kurê An û Kî ye. Paşê dema Akkadian navê wî bûye Gerra. Jabrû/Jebrû: Xwedayê Ezmên yê Elama ye. Kabeiroi: Xwedayê hesinkar ê Yewnanan. Wek kurên Xwedayê hesinkar Hephaistos jî tê naskirin. Tê gotinê ku ev Xweda ji hêla etrûşkiyan hatiye

li herêma Yewnan û îtaliya. Beriya Yewnanan ev Xweda ji hêla gelên Anatoliyayê jî dihate zanîn. NÛRAÎL Ev nav di encama nêrîna pêşîn wateya Erebî nûra Xwedê destnîşan dike. Diyar e ev nav paşê hatiye amadekirin. Gelo jêderka pêyva nûr ‘ronahî’ bi samîkî ye yan na? Ev mijar hinekî bişik e. Ji ber ku tê de –ûr heye. Di Zimanê Kurdî de navên mîna ro, ronahî dibin sedema ku mirov di navbera navê nûr yê samîkî seredana hinek lêkolînan bide. Koka, ango jêderka ro, ronahî bi Hînd-Ewropî ye. Mînakî: Pêyvên PHE *leuk- ‘ronahî, biriqîn’69 (dengê l- di zimanên Hînd-Aryanî de bûye r-), Proto-Hînd-Aryan roc- ‘biriqandî, ronak’70, Proto-Îranî rauč ‘ronak kirin, teyisîn’, Xurde Avesta roac- ‘ronakbûn, teyisîn’71, medî û farsiya kevn raucah/r-u-c ‘roj’. Partî rwc ‘roj’, brwc- ‘vêxistin’, Khotaniya kevn rrûs- ‘rewnaqî, ronahî’, Sogdî rwc ‘roj’, Kurdî roj, ronahî, rûz, rûc û hww. mijarê eşkere dikin. Ango jêderka pêyva nûr ji Hînd-Ewropî ye û diyar e ji mîtaniyan derbasî nav zimanên samiyan bûye. Her wusa: jêderk û koka ronaîl û nûraîl her yek e. Ev nav ji despêka dîrokê pê ve heye û her wusa di lîsteya jêrîn de ji navê hin Xweda û Xwedawendan de jî xûya dibe: Nara: Enkarnasyoneke Vîşnû yê Hîndê ye. Narada: Navekî enkarnasyona Vîşnûyê hîndûsa ye. Naradatta: Keça Nara ye. Xwedawenda hînbûnê ya hîndûsa ye. Narasînha: Enkarnasyoneke (tenasûla) dinê ya Vîşnû ye. Narasînhî: Xwedawend. Dayîka komek Xwedayên hîndiya ye. Narayana: Xwedayê afinêr ê Hîndê ye. Nareu. Xwedayê afinêr e. Narisah: Xwedayê ronahiyê yê manîhîsta ye. Narkisos: Xwedayekî piçûk yê Yewnana ye. Nataraja: awayekî Şîva ya Hîndê ye. Nereus: Xwedayekî piçûk yê Yewnana ye û di deryayê de dimîne.

J. Pokorny, 687. Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü, benda Roj, 2014, Rîg-Veda û hwd. EWAia II:463 Xurde Avesta raocaiieiti (Yaşt 10.142)

Nergal: Xwedayê cihana binerdê yê Mezopotamya. Nîrtî: Xwedawenda taRomarkirin û tarîkbûnê ya Hîndê ye. Di RigVedayê de wek Xwedawenda êş, derd û kulê hatiye destnîşan kirin. ETÎMOLOJIYA NAVÊ ÎBRAHÎM - Horîkî. Appu ‘navê mirovan’; abi-bi/abiwi ‘despêk, ya/yê despêkê’; baban/papan ‘çiya, bilind’; Urartuyî baba ‘çiya’, Hittiti. pupuwahi ‘bê regez, mirovê bê zurriyet’, Sanskrit. abhjina ‘bîrbirina yekser’, Etrûskî apa ‘bav’, Latin appellare ‘ajotina keştiyeki bervî welatekî’. - Apo, di Zimanê Kurdî de wateya birayê bav tê gotinê. Sînonima wê, ango hemwateya wê jî mam e. Bi kurtî ap jî tê gotinê. Mam weke emî ketiye nav Zimanê Tirkî jî. Di ferhenga Divanû Lugati’t-Turk ya Mehmûdê Kaşgarî de di wateya ap yan jî mam ti bendek nîne. Ango ev jî eşkere dike ku tirkan peyvên mîna amca, emî ji kurdî welgirtine. Apo, weke pî ‘bav’ di Zaravayê Zazakî de cih girti ye. Herwaha pî ‘bav’, di Zaravayê Kurmanckî de buye apo ‘mam’. Ev jî wateya ’yê bav’, ‘kesê ji hêla bav’ destnîşan dike. - Tê gotinê ku Apo, di Zimanê Kurdî de kinasiya navê Abdullah e. Di kurdî de nav têne civitandinê yan jî ji bo giringiyê bidin navan dengê o tînin dawiya peyvê. Lê belê Apo kinasiya navê Abdullah nîne. Anegoreyî vedana mantiqî navê Abdulah di kurdî de weke Abdo dicive serhev. Herwaha ji ber van egeran Apo hemwateya Abdullah nîne. - Etîmolojiya Apo, bi Horîkî Appû ye. Di çîroka Appû û Du KurênWî de Appû navê lehengê sereke ye. Koka vî navî ji peyva horîkî abibi/abiwi ‘despêk, ya/yê despêkê’ derketiye holê. Herwusa ev jî wateya bav yan jî serokê hoz, êl yan jî deverekî derbîran dike. - Anegoreyî mîtolojiya Horiyan Appû kesekî dewlemend, xayê hemû tişta ye. Lê bitenê bê zarok e. Ne kur ne jî keçên wî hene. Mirovekî wusa ye ku, ew bi Xwedayan re diaxife. Heta mirov dikare bêje ku ew, pêxemberekî Horiyan e. Çîroka Appû û ya Îbrahîm pêxember nêzikî hev in. Herwusa: - Appû pêxemberê Horiyan e. Hz. Brahîm jî pêxember e. Herdu jî bi Xwedê re diaxifin. - Appû, ji Xwedayan daxwaza regezvanê (kur yan jî keç) xwe dike. Hz. Îbrahîm jî daxwaza kurekî dike.

- Xwedê du kuran didin Appû. Ew navê yê yekemîn datîne Xirabnav, navê yê dudemîn jî Xwaşnav. Di çîrokê de xûy û xesleta yê yekemîn xirabkarî, yê dudemîn jî weke xwaşkariyê hatiye diyarkirin. Xwedê du kuran dide Hz. Îbrahîm. Yek ji Hecerê ye û jê re dibêjin Îsmayîl, yê dinê jî ji Serayê ye û Îshak e. Îsmayîl bi peyvên Hurr. h/î-îš-šî ‘kur, ewlad’ û îlîl ‘Xweda, pîroz’ ve hevhatiye û ji vî navî meneya ‘kurê Xwedê, yê ku divê pêşkêşî Xwedê be’ derdikeve holê. Îshak jî dîsa bi serhevbûna pêyvên Hurr. h/î-îš-šî ‘kur, ewlad’ û xaigalli ‘qesir, seray’ peyda dibe. Hurr. xaigallî wateya mulk, padişahî, desthilatdarî jî tê danasîn. Îshaq di wateya ‘pisaxa, şahzade, yê ku piştî mirina bav li ser mulk dimîne’ de ye. - Appû, ji ber ku Xwedayan re diaxife, bi çavekî nizim li jina xwe dinêre. Hz. Îbrahîm jî, dema ku Hecer pêdimîne, çavekî nizim li jina xwe ya berê ango Sarayê dinêre. Piştî ku Sarê Îsheq tîne dunê, hingê Hecerê bi tevî Îsmayîl diqewitînin. Buyereke nêzikî wêna jî di Çîroka Appû de heye. Hevrikiyên Navxwaş û Navxirab hene û Xwedayên Horiyan piştevaniya Navxwaş dikin. - Hitt. pûpûwahî ‘bê regez, bê zurriyet’ ji Zimanê Horiyan hatiye welgirtinê û meneya wê ya bi rastî pêxemberê bê regez e. Diyare navê Appû bi vê peyvê ve xwe dighîne encameke berfirehtir. Bi Zimanê Hurrî ab-/ abi bi maneya ‘yekemîn, berê’; bûrn/pûr(û)li bi maneya ‘xanî, mal’, peyva hamrî jî tê maneya ‘mabed’’ ê. Ew sê peyv dema ku tên berhev peyva Abûrham der tê. Ew gotin di zimanê cihûyan de bûye Abraham, Zîmanê Erebî jî wekî Îbrahîm rû daye. Maneya navê Hz. Îbrahîm; yê ku yekemîn car perestgeh, ango kesê ku Mala Xwedê (Kâbe) yekemîn car awa kiriye. Jixwe anegoreyî Quranê yê ku Kabe awa kiriye jî Hz. Îbrahîm e. Heman mane ji kurmanciya îroyîn de jî der tê. Wekî: Ava +ber+hîm buye Ababerhîm, Aberhîm û Abrehîm ‘kesê ku hîmê perestgehê kola ye’; di nav kurdiya nûjen de jî wekî Brahîm tête bilevkirin û danezana ‘mal û hosteyê mabedê’destnîşan dike. Heta di zimanê Hûrrî de peyva pûr(û)lî ji bo ‘mal û mabedê’ tê gotinê ku ji wê peywê jî navê ’perestgehê’ der hatiye. Di Zimanê Horiyan de, peyva hamrî ji bêtirî navê mabedê bi maneya sanktuarê hatiye gotinê. Ew jî tê maneya mala kultê, ango mala ku dinyaya li bin erdê temsîl dike û di bin erdê de hatiye awakirin û bi hinek labîrentên çeşît û dirêj ve mirov xwe vedighînin heya li wê derê. Di Zimanê Kurdî de pêyva hîm ‘bingeh’ yanê dabeşa awahiya ku li bin erdê maye ye.

ETÎMOLOJİYA NAVÊN QASTÊN (QATÊN) OLA ÊZDIYAN MÎR Navlêka mîr ji invanekî Mîtanî-Horiyan mariyannû72 derhatiye. Ev unvan navlêka qatek ji zadeganên Horiyan e. Di destpêka dîroka Mîtaniyan de, hodaxên (ajotvanên) Erebeya cengê re digotin maryanû. Paşê kesên liyaqê xizmetên mezin jî ev invana werdigirtin. Ev invan mîna beramberî şovalyetiyê ye. Lê belê paşê bi mîrên herêman re jî gotine maryanû. Inwana mîr, bi kurdiya resen e û di Erebkî de wek emîr tê bilêvkirin. Diyare pêyva emir ango ferman, ji inwanê mariyanû peyda bûye. Etîmolojiya Navlêka Mîr: Kahniya jêderk ya navlêka mîr rêngdêra PHE *merio- ‘mirovê ciwan’73 e. Yekser ji pêyva Hînd-Aryan marya- ‘mirov, ciwan, evîndar, daxwazkar, hespê kihêl, mirîvan’, maryaka- ‘nêr, mêr’ ji bo Kurdî mîrat maye. Li nav Zimanên Hînd-Ewropî çend nimûneyên dinê jî ew in: Av. mairya ‘hîlebaz, rêbir, xapxapok, xayîn’. Ev di nav Rîg-Vedayê de navê deavaya ye. Di Rig-Vedayê de deava navê Xwedê ye. Lê belê di Zerdûştiyê de bûye navê sembola ‘yê xirab’. Gr. μειραζ (meiraz) ‘kur’, μειρακιον (meirakion) ‘keçik’, Lat. maris (mas) ‘nêr’, maritus ‘zewac, hevser’, Alb. şemere ‘cariye, hempa’, merkoş ‘nêr’, Lith. mergo ‘xulam, berdest’. Ev nav di Yewnaniya kevin de bûye βριτομαρις (bratomaris) ango Artemîs. Xweda û Xwedawendên Navên wan Dişibên Navlêka Mîr Mara. Xwedayekî bûdîsta ye. Di asta Xwedayê hîndûyan Kama ye. Marama: Wek Xwedayekî Polinezya tê naskirin. Maramalik: Xwedayekî binerdê yê Afganîstanê bû. Marduk: Xwedayê afinêr û netewî yê Babîlê bû. (B.Z. 2000-200). Navekî wî jî Merodaç e. Marî: Navê komek ji dharanîsên bûdîsta ne. Makedayîxa dravîdiyan e. Navê Xwedawendeke baskiyan jî Marî bû. Mari Mai (dayîka mirî): Xwedawenda kula vebayê ya hîndûya ye. Tamîlî jêre dibêjin Mariyamman.

Messerschimdt, Mit. St. 87; Speiser, IH 44, 84, 94 738-39; WP II 281; WH II 40 f.; Trautmann 170

Marici (birqok): Xwedawenda bûdîstan ya ezmanî ye. Marnas: Beriya Îslamê li bakûrê Erebîstanê Xwedayekî wesayetê bû. Mars: Xwedayê cengê yê Roma (B.Z. 400- P.Z. 400). Jêre Ares jî tê gotin. Martû: Xwedayekî wesayetê yê Mezopotamya. Car caran wek Xwedayê bagerê jî hatiye bi nav kirin. Marutgana: Xwedayê bagerê yê hîndûyan. Mercurius: Xwedayê qasid yê li Roma. Meretseger: Xwedayekî li binerdê yê misiriyan. Mirsa: Xwedayê ronahiyê beriya xiristiyaniyê li herêma Qafqas. Etîmolojiya Navlêka Şêx Şêx, di Kurdî de wek nav, inwan û navlêk tê bi kar anîn. Di rastiya xwe de ew cureyê rengdêrekî mirova ye. Her çendî carnan di Zimanê Erebî de wateya ‘kal, pîr’ tê gotinê jî, di rastiyê de ne wusa ye. Ji ber ku ev rengdêr ji ber ‘agahdarbûn’ û ‘ ezmûndariya’ mirovên temen dirêj tê gotin. Şêx di Zimanê Kurdî de hevwateya pîr e û ev herdu navlêk jî bi kurdî ne. Her waha: Rengdêrê PHE *ṷeik- ‘hêz, enerjî: yê bijarte, yê serkeftî’74 taybetiyên şêx destnîşan dikin. PHE *keHs- ‘perwerde kirin, selimandin, şaret kirin’75; Proto-Aryanî *saHh ‘yê dide fêrkirin, mamoste, perwerde’, Avesta Kevn sāh- ‘perwerde kirin, fêr kirin, mamosteyî kirin’76, Peh. sahîg ‘şayeste, liyaq’, Skt. Saktî ‘ji heft hêzên xezayê navê yekî ye’. Saktî enerjî û hêza gerdûnê ye. Av. saoka ‘tişta baş, sûd, bextewarî’, Skt. şaktî ‘hêzê afinêr, xulukdar’, Skt. sûkha (şûxa) ‘bextewar’, Luw. šahhan ‘serkirdayên feodalî’. Heya li vê derê pêyvên bi zimanê Hînd-Ewropî yên ku durif û wateya şêx dest nîşan dikin me li pey hev rêzkir. Naha jî emê yên anegoreyî bi Zimanê Horîkî diyar bikin: Pêyvên bi horîkî mîna asxû/ašxû ‘hilovan, bilind’, šehalî ‘zelal, paqiş’, šî-/šîhî ‘çav, dîtin’ bi şêweyekî tekûz danezana çawabûna şêx şîrove

J. Pokorny, 1128-29 *keHs - yan jî xeHs → SheX → şêx ‘perwerdkar, diyarker’ Avesta kevin sāhit (Yasna 50.6)

dikin. Bi kurtayî mirov dikare bêje ku: Şêx, kesê ku ‘hilovan, homan, serkeftî, dilpaqiş, her tiştî dizane û dibîne û jîr’ e. Ji ber vê egerê gel yan jî bawermend Şêxan derhozevan û xwayî keramet dizanin. Navên Xweda û Xwedawendên wek Şêx: Šakka(n): Xwedayekî keriyê ajalan li Mezopotamya. Sakra: Xwedayekî bûdîstan. Sakti (enerjî): Hêza afirandinê ya Xwedayên bûdîst, jaîn û hîndûya ye. Sakyamuni (Sakyasê jîr): Bûdîst-Lamaîst. Li Tîbetê hatiye perestin. Securita: Xwedawendek li împaratoriya Roma bû. PÎR Di Zimanê Kurdî de bi mirovê temen mezin, kal, rûsipî re dibêjin pîr. Lê belê ev hemû jî di wateya fîzîkî de ne. Wateya wê ya inwanî û derûnî jî heye. Ji ber vê egerê heman demê bi kesên xwayî ezmûn û rêberên olî re jî dibêjin pîr. Diyare navlêka pîr ji Kurdistanê derhatiye û gihiştiye wateya xwe ya derûnî. Ji wir derbasî hemû Anadolî û Yewnanîstan û hemû Ewropayê bûye. Ev pêyv di Kurdistan û Anadoliyê wek pîr, li Ewropayê jî wek prester, priast, presbyter, presbyteros, patriarch, patrik tê bilêvkirin. Di rûpelên dîrokê de rola pîran gelekî eşkere ye. Di Mezopoatamya, Anadolî, Misir, Yewnan û gelek deverên cîhanê de mirovên pîr, ango yên kal sembola sereke ya ezoterizmê (zanîsta nepenî) ne. Anegoreyî gelek ol û baweriyan pîr, sembola zanyariya komasî ya mirovahiya demên berê, yan jî binehişiya kollektif e. Ji ber vê egerê di dîrokê de navê pîr û yê şêwirdaran herdem bi hev re tê hizir kirin. Di jiyana rastî, xewn û xiyalan de rêzan û rêber hertim pîr in. Ew bûne sembola duristiyê. Her waha ji ber van egeran di Zimanê Kurdî de navê pîr û paqişiyê bi hev re tê bikar înan. Heta li dawiya sedsala şanzdehan li Ewropa mezhebekî bi navê pûrîtan jî derketibû holê. Bi latînî purus ‘paqiş, saf’, di Yewnanî de wek καθαρός (katharos) tê gotin. Katharos, heman dem navê pawlîkanên Serdema Navîn yên li Balkanan û Ewropayê ne. Etîmolojiya Nav û Navlêka Pîr: Kurdî pêyvên mîna pîr, pir, pûr di wateya ‘temen mezin, ezmûndar, bav,

gelek, tijî û paqiş, îlah, kesê hilovan, kesê bîr û bawer’ tê bi kar înan. Pêyvên mîna ber, berik, berê, buhurî jî di wateya ‘yê li pêş, dendik, tov, yê li ber, yê ji ezmûnan re derbas bûye’, bîr tê meneya ‘çala ku av lê kom dibe, hafize’ ye. Navê pîr wateya hevbeş yê van pêyvên jorê hemûya ye. Jêderka etîmolojîk ya vî navî gelekî eşkere ye. Mînakî: PHE *per- ‘ji sera derbasbuyî, berê’77, *pro- ‘sereta, berê’.78, PHA *pǝtêr ‘bav’, *prāi-, *prəi-, *prī, *pri- ‘hesta dostaniyê, hevsengî, ahengi’79, PHE *bher-ĝh-, *bhor-ĝh-, *bhr-ĝh- ‘bilind, hilovan, xurt: çiya, gir’80. Ev pêyvên Proto-Hînd-Ewropî jêderka navê pîr yê sereta ne. Her wusa, pêyiva pîr wek nav û rengdêrên jêrîn li gelek zimanên kevin hatiye bi kar înan. Wek nimûne: Skt. Brahma (bruhm) ‘Xwedayê afinêr, wek afinêrekî’, Brahman: ‘cevherê gerdûnî’, para (puraa) ‘hilovan, pîroz ji ser hemû kesan re’, param (purum) ‘metafizik’, pramata(r) (prumatur): ‘zanyar, kesê destnîşan dike’, prema ‘evîna îlahî’, priya ‘hezkar, eziz’, purana (puraan) ‘18 çîrokên kevn yê di Vyasayê de’, purva ‘destpêk, berê’, prātar- ‘zû, li subê de, roja tê’, Skt. brhant- ‘bilind, xurt’, pitri(s) ‘bav’, pra- ‘destpêk, sereta’, prana- ‘hilma destpêkê, jiyana destpêkê’, prûşa- ‘mirovê mengî, îdeal’.81 Av. be’rezô (berez)’ ‘berêz, homan, hilovan’, paurva yê/ya destpêkê, yê berê’, para ‘yekemîn, pêş’, fra- :‘destpêk’ Latin pro ‘destpêk’ Gr. pater ‘bav’, Lat. pater ‘bav’, πρωι (proi) ‘zû, subeh’, πρωμος (promos) ‘qumandar, leheng’. Hurr. bayri/wahri ‘bedew, ciwan’, burni/pur(u)li ‘perestgeh’, bur/wur ‘dîtin’, ‘buru: sağlam’, pal-/pa-li ‘zanîn’ purapši ‘rahib, keşe’, pu-u-ru ‘bi hêz, bi teqet’. Hitt. pariyan ‘ji wêdatir, pêştir, berê’, para- ‘durtir, wêdatir’, Hitt. parku-uš ‘bilind’, Luw. par(a)- ‘hodax (ajovan), diajo’, parran- ‘berê, destpêk, parra’, parî ‘dûrtir, wêdatir’, parkuwa(i)- ‘paqişî, zelalî’,

J. Pokorny, 810-16:2a. J. Pokorny, 846 J. Pokornu, 844. Pokorny, 140-41; Walde 172-72: Mann 74, 125. G. de Purucker Occult Glosary, A Compendium of Oriental and Theosophical Terms, Theosophical University Press, Pasadenia, California, 2011

pariyan- ‘pile, berê’, pāriyanala/i- ‘wêdetir, pêştir’, paray(a) ‘bilind’, purpurriyamman ‘bêgavîtî’, purulliyašši(ya) ‘ji bo mihrîcanê’ Kassîdî bûr-/pûr‘hêz’, bûrî ‘beg, efendî’, Etrûşkî prumts ‘kurê kuran’, purth(ne) ‘desthilatdar’. Ji bilî van pêyvên zimanên kevnar, gelek navên Xweda û Xwedawendên curbecur ku dişibên pîr hene. Wek mînak: Birdu: Li Mezopotamya Xwedayekî binerdê ye. Hevserê Manungal e û di asta Nergal de ye. Buriyas: Di demên şerî de Xwedayê parastvan yê Kasîtiyan e. Di tablêtên mixî de tê gotinê ku dema Kassîdî Babîl dagirtine vî Xwedayî ew parastin. (B.Z. sedsalên XVI.) Paramasva: Xwedayekî bûdîstan. Paramita: Îlahekî bûdîstan Filozofik Parasurama: Tenasuha Xwedayê Vîşnû Parcea: Xwedayê çarenivisê yê Greko-Roman. Parendi: Xwedawenda bextewarî û adanê ya hîndûyan. Pariskaravastita: Xwedawendeke piçûk yê bûdîsta ye. Parjanya: Di Vedîkê de Xwedayê baranê yê hîndûya ye û wek hemahenga îndrayê tê zanîn. Parna-Savari: Xwedawendeke bûdîsta ye û bi pelgên daran xwe poşandî ye. Parsva: Partula: Xwedayekî piçûy yê Romayê ye û bi karê zayînê re mijûl dibe. Parvati: MakeXwedawend ya hîndûsa ye. Perende: Xwedayê bagerê beriya xiristiyaniyê yê Arnavûtan e. Perkons: Xwedayê bagerê yê Litwanan beriya serdema xirisitiyaniyê. Perse: Xwedayekî binerdê yê Yewnanan e. Persephone: Xwedayê mirinê yê Yewnanan e. Wek Kore, Persephesa, Pherephatta û Roman jî wî bi nave Proserpina bîrtînin. Perun: Xwedayê bagerê yê slavonan. (Li serdema pêş xiristiyaniyê) Peruwa: Xwedayê hîtîtiyan yê ku hespan diparêze. D Pirwa: Xwedayekî Lûwiyan Portunos: Xwedayê derbasbûnê yê Roma. Prabhakari: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Prabhas: Xwedayê kar û bar yê hîndûyan. Pracanda: Awayekî Xwedawenda Dûrga ya hîndûyan. Pradhana: MakeXwedawendeke hîndûyan. Pradipatara: Xwedayekî piçûk yê ronahiyê (Bûdizm). Pradyuma: Xwedayê evînê li başûrê Hîndê.

Prajapati: Efinêrê sereta û rêzdar yê hîndûyan. Prajna: Xwedawendeke bûdîstan. Prajnantaka: Xwedayekî bûdîstan. Prajnaparamita: Navê Xwedawendeke bûdîstan. Prajnapti: Xwedawenda perwerdê ya hîndûyan. Prajnavardhani: Îlahê zanyariyê yê bûdîstan. Prakde: Îlahekî cîwarî yê Efganîstanê. Pramudita: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Pranasakti: Xwedawendeke hîndûyan. Pranidhanavasita: Xwedawenda bûdîstan. Prasuti: Xwedawenda hîndûyan. Keça Svayambhuva û hevsera Daksa ye. Pratibhanakuta: Xwedayekî bûdîstan. Pratibhana: Xwedawenda bûdıstan ya rewşê diyar fike ye. Pratisamvit: Navê gelemperî yê çar Xwedawenda ye (Budist). Pratyangira: Xwedawendeke bêd ya hîndûya ye. Pratyusa: Xwedayê refaqetê yê hîndûyan e. Prende: Xwedawenda evînê ya beriya xiristiyaniyê. Priapos: GrekoRoman bereket tanrısı Priapus: Xwedayê sîberê yê romanan. Priti: Xwedawenda hez û kêfxwaşiyê ya hîndûyan. Priyadarsana: Xwedawendeke piçûk ya bûdîstan. Prometheus: Xwedayê lehengiyê û afinêrê mirovan yê Yewnanan. Promitor: Xwdayekî piçûk yê kişt û kal li Roma. Pronoia: Di xiristiyaniyê de hebûna sereta ya gnostik. Proserpina: Xwedawenda mirinê li Roma. Proteus: Xwedayekî piçûk yê deryayê (Yewnan). Providentia: Xwedawenda besîretê li Roma. Proxumae: Navlêka gelempêrî ya komek Xwedawendên Roma-Kelt. Prsni: Xwedawenda sereta ya erdê (Hînd) Prthivi: Make Xwedawend ya rûyê erdê (Hind) Pryderi: Xwedayekî Keltan yê dojehê. Puranai: Li başûrê Hîndê makeXwedawend. Purandhi: Xwedawendeke adanê ya hîndûyan. Purusa: Afinêrê sereta (Vedik, Hind). Purvabhadrapa: Xwdawenda saman û sermalê ya hîndûyan. Purvaphalguni, Purvasadha: Xwedawendên sermalê yên piçûk.

QEWAL Qewal, ji piştî pîran qateke olî ya Êzdîya ne. Erka wan gerandina sincaqê ye. Lê belê erka wan ya sereke û herî girîng gotina qewil û lêdana def û bilûrê (qewal) ye. Jixwe navê wan ji qewilbêjî û bilûrwaniyê peyda bûye. Bi Zimanê Kurdî qewl soz û pêymanê, qal û gal gal jî gotina tiştên taybet destnîşan dike. Di warê oldariyê de soz û pêyman bi afinêr ango bi Xwedê re tê dayîn ku ev jî bi rêka lawijan pêk tê. Mirov derbarê hemû tiştan diaxife lê belê eger dixwaze axaftin bibe wek rêbaza jiyanê hingê qala wê dike. Gal galî jî heman tişt e û sohbetên olî, merîfetî û rewiştî dişamilîne. Kahniya Jêderka Navlêka Qewal: Pêyvên PHE *gēi-,: *gōi-: *gī- ‘girî, stran û lawij-‘82,*ghel- ‘qîrîn, bangkirin, girî û hawar’83 *gṷei- ‘girî, gazinc’84 jêderka navê qewal in. Navê qewal ji gotina qewil û lawijan peyda bûye. Her wusa gava destpêkê ya van gotinan jî pêyvên, ango gotinên PHE *gēi-,: *gōi-: *gī‘girî, stran û lawij’ in. Herwusa ji wir derbasî nav zimanên Hînd-Îranî bûne. Wek nimûne: Proto-Îranî gaH3 ‘istirandin, gazikirin’, Aryanî galbha-h ‘dilsoz’, gāyati-, gāti- ‘stran’, gātu-, gīti-, gatha- ‘melodi’, Av. pairi.gā.vacah ‘yê ku distirê’85, bǝrǝzi.gāthra- ‘stranên birêzî, hilovaniyê’86, , Skt. gā‘istirandin’, Kohtanî gāha- ‘ayet’ Bakûriya Kevn ‘gjalla ‘deng’, Goth. gōljan ‘silavdayîn, pêşwazî kirin’, Lith. giedu, giestu, giedoti ‘istiran, lawij, wîtina çivîkan’, gystu ‘istirandin’. Hurr. alilan ‘zêmar’, kad- ‘gotin’, kul/gul- ‘gotin’ kalite ‘wîtewît, çivîk’87, Kassîdî qa-ta-a-a ‘ew hat bêje’, al- ‘axaftin’88. Pêyivên jorê rêzbûyî jî tê dîtinê ku navê qewal bi kurdiya resen e. Ji ber ku him di zimanên Hînd-Ewropî him jî di yê horîkî de bingehê vî navî

J. Pokorny, 355, WP I 526 f., Trautmann 76, J. Pokorny, 428, WP I 628. J. Pokorny, 467:1. Yasna 57.20 Yaşt 10.89 Messerschimdt, Mit. St. 9; Speiser, IH. Jean Catsanicos, L’apport de la bilingue Ḫattuša à la lexicologie hourrite, Jean-Marie Durand (ed.), Amurru 1. Paris: Éditions Recherche sur les Civilisations, pp. 197-296., 1996.

gelekî zelal e. Her çendî di Erebkî de jî pêyvên mîna qul ‘bêje ku’, qal ‘behsê bike’, gul, gel ‘got’ û gotilî ‘gotê’ hebin jî ew ji Zimanê Mîtanî, Horîkî, Kasîdkî derbasî wir bûne. FEQÎR Navlêka feqîr bi zimanê bazarê tê wateya kesê hêjar, kesê bêmal û bêsaman, kesê derfetên wan yên aborî kêm, kesê belengaz. Lê belê wateyên vî navî yên derûnî jî hene. Kesên ku dev ji jiyana bûjenî berdane û bi tenê perestişê dikin re jî dibêjin feqîr. Erk û pêywirên feqîrên Êzdiyan jî wusa ne. Ango hemû hebûna xwe fedayî Xwedê dikin. Feqîrên Hîndê û yên Kurdistanê him di asta nav, him jî ya wateyê de mîna hev in. Di nav civakê de aşîtî û ahengê pêk tînin. Etîmolojiya Navlêka Feqîr: Vî navî yan jî vê navê mirov ji du beşan de dikare binirxîne. Ji ber ku du wateyên xwe yê sereke hene. 1. PHE *b(h)e-, *b(h)eĝ- ‘bê, derî wê,’89 + *kwer ‘kirin’ = b(h)ekwer ‘kesê derî wê, kesê bê hebûn’ ango kurdî b(h)êkwar → bêkêr → bêkar → wêker → fekêr → fekar → feqar û di dawiyê de bûye feqîr. Ji ber vê egerê dikarin bêjin ku feqîr jî pêyvek ji pêyvên kurdî ye. Ev pênasiya wateya ku kesên hêjar e.Wateya wê ya derûnî jî li nav Zimanê Horiyan de dikarin bibînin. 2. Hurr. wayrî/wayr ‘bedew, baş, fexir’90 paşê wek feqîr hatiye bi lên kirin. Bi taybet dema ku derbasî nav zimanên samîkî bûye hatiye guhorandin. Dîsa di Zimanê Horîkî de pêyva fahrî ‘baş, qenc’ heye ku ev pêyiv kurdiya bi zaravayê Hewremankî wek fexir tê bilêvkirin û wateya ‘başî’, ‘qencî’ û ‘pakiyê’ destnîşan dike. Diyar e, pêyva fexir yan jî fexrî ya bi zaravayê hewremanî bûye rengdêra bingehîn ya navê feqîriya ku di wateya derweşiyê de tê bikaranîn.

J. Pokorny, 112-13:1; WP. II. 137; Trautmann 28. André-Salvini, B. & Salvini, M. Un nouveau vocabulaire trilingue sumérienakkadien-hourrite de Ras Shamra. In: Studies on the Civilization and Culture of Nuzi and the Hurrians 22, 1998; E. Laroche. Glossaire de la langue hourrite. Paris, 1980;292; Jean Catsanicos, L’apport de la bilingue Ḫattuša à la lexicologie hourrite 1996:281; Salvini, M. & Wegner, I. Die mythologischen Texte (ChS 1/6). Roma, 2004:177; Richter, Th. Kleine Beiträge zum hurritischen Wörterbuch. In: Altorientalische Forschungen 32/1, 2005:27.

KOÇEK Ev qata jî mîna feqîran dev ji jiyana bûjenî berdide û bitenê bi perestişê re mijûl dibe. Pêywireke wan jî şîrovekirina xewnan e. Helbet wateya nav û navlêkan bi girêdayî erk û pêywir û rola wan e. Hin kes dibêjin navê koçek ji guçik ‘guh’ derhatiye. Lê belê ev nêrîneke li serasera ye. Wateya wê ya bingehîn ne wusa ye. Her waha: Hurr. kaššapte ‘afsûn, sêhr’91, kešše ‘kesê şanaz, kesê afsûnan dike, keşîş’, ag- ‘rêber, pêşeng’, eg=ušši ‚paqiş, zelal, dilpaqiş‘ pêyvên koksaz yê navlêka koçer in. Kešše + ag- = Keššeag ‘rêberê afsûnbaz’ → keššeg → koşek → koçek ‘keşîş yan jî rêberê afsûnbaz’. Jixwe taybetiyeke koçekan ji nepenîbûnê dîtina tiştan û şîrovekirina bûyera ye. MIRÎD Qata binî ya qasta Êzdîya ye. Endamên vê qastê mercên olî pêk tînin û alîkariya bûjenî didin qastên ser xwe û alîkariya derûnî ji wan werdigrin. Ji navlêka mirîd wateya ‘mirov, ê dimire, yê ku nexwaşê, ango heyranê hin kesa ye’ derdikeve holê. Ev navlêk bi kurdiya resen e û ji HîndEwropî û Horîkî mîrat maye. Wek nimûne: PHE *mer-, merǝ- ‘mirin, mirdin’, Skt. etî- ‘çû’, Lûw. i-ti- ‘çû’, Hîtt. i-it‘here’, Latt. eîtî ‘çûn’, Zimanê Kevn yê dêra Slavonî îdo-, îtî ‘çûyîn’92 Her wusa: Hurr. mar-al ‘kuştin’, îdd- ‘çûyîn’, îzzûrî ‘bezvan’ PHE *mer- ‘mirin’ + itî = ‘yên dimirin, diçin mirinê, mirîvan’; Hurr. mar- + îdd- = marîd ‘mirîvan, yê dimire’ Ji lêkerên jorê jî diyar dike ku têkiliya navlêka mirîd çûyîna bi mirinê re heye. Ev hizreke sereke ya olên antîk e. Demek ji deman Xweda û Xwedawend bê mirin bûn. Paşê desthilatdaran xwe wek nûnerê wan dan xwûyandin. Her wusa ew jî mîna nîv Xweda yan jî Xwedawend hatin pêşwazîkirin. Mirovên dinê jî mirîvan in. Her wusa mirîvan di bin xizmeta Xwedayan de ne. Bi goreyî hizra wan ew piştî dimirin diçin ba Xwedayên nemir. Ji ber vê egerê divê ew xwxdayan hêrs nekin. Li pêş

Nom. ga-aš-ša-ap-te-ne-e-a, KBo XI 19 Vo 18; ka(a)-aš-pa-a-ti-(il), KBo XIX 145 IV 41, 42, 47, 49; ga-aš-ša-ap-te, KBo XIX 141, 17; KUB XLV 21 Vo 8, 11; KUB XLVII 62, 5; KBo XXIII 23, 20, 51. J. Pokorny, 293, 297; Walde I:102, 105; Mann 234, Kloekhorst, 375-76.

wan çok vedin û ji bo jiyaneke aram û adan li ber wan bigerin. Piştî ku hizira mirovan pêşve çû şûna nîv Xwedayan, vê carê desthilatdar bûn siya Xwedayan. Ji pey re jî bûn maqûlê Xwedayan. Ji ber vê egerê sîstema qatqatî berdewam kir. Niha tê zanîn ku mirîd û yên dinê hemû jî mirîvan in. Lê belê yên dinê dîsa jî maqûlê Xwedê, mirîd jî kesên ku xizmeta wan dikin. SEMBOLÊN (DAWER) OLA ÊZDAYETİYÊ Ajalên Pîroz Di ola Êzdiyatîyê de hin ajal pîroz in. Heta ji van hinek bûne sembola vê olê. Ji van yê sereke Teyrê Tawûs e. Paşê teyrê Enqe (Sîmorg) heye. Jixwe tawûs wek nimayîşa teyrê Enqe li ser rûyê erdê hatiye pejirandin. Boxe, dîk, kevok û mar jî pîroz in. Teyrê Tawûs Bi goreyî gelek baweriyan teyrê Enqe li ezmên dimîne û dibêjin ku ew li erdê di bin şiklê teyrê tawûs xwepêşanî dide. Di efsaneyan de hatiye gotinê ku teyrê Enqe bêmirin e. Eger wî bavêjin nav êgir û bişewitînin, dîsa ew ji xwaliya xwe diveje. Roleke wusa dane teyrê tawûs jî. Dibêjin goştê teyrê tawûs xirab nabe. Li ser per û baskên tawûsê bi taybet li ser dûwa wê hezar çav hene û ew çav mirov ji qeda û belayê diparêzin. Her waha bi wan re dibêjin “çavên Xwedê”. Teyrê tawûs sembola çi ye? 1. Bêmirinî, 2. Şanazî û bedewbûn, 3. Duristî, 4. Hişyarî, 5. Serdestî, 6. Maneviyat, 7. Konetî (qurnazî). Ev heft taybetiyên sereke yên teyrê tawûs, li heman demê taybetiyên heft ferîşteyên ola Êzdiyatîyê jî destnîşan dikin. Heta ev heft taybetî di kesayetiya Melekê Tawûs de jî diyar dikin. Etîmolojiya Navê Teyr: Ji serdema mirovên sereta û pê ve mirov hin ajal û tiştên xezayî ji bo xwe wek sembolan destnîşan dikin. Ev ji hizrên totemî û yên anîmîzmê derhatiye. Heta îro jî li ser al û deverên şanazî yên mirovên hemdemî nîşan, sembol û wêneyên wusa hene. Teyr, “sembola bilindahiyê, giyanê rojê û weke prensîp sembola giyanê her tişî ye. Teyr, weke çivîka ku jiyaneke bi tîrêjên rojê dagirtî dijî, hatiye naskirin. Ew balindeyeke cewherê wî ji elemendên ronahiyê, ango ji agir

û hewayê serûber bûye. Tersê wîna jî kund e û ew jî sembola tariyê û mirinê ye. Teyr, bi rojê re hatiye naskirin. Ew bereketê dide erdê û rola bav dilîze. Herwusa nimûna cinsê mêran e. Ew bi leza bagerê difire weke sembola esalet û lehengiyê hatiye pênasînê.” “.... teyr di kevneşopiyên Vedîk’ê de qasidê Îndrayê ye û hilgirtê somayê ye. .... Teyrê bi mil yê ku li Suriya antîk hatiye dîtin, ew perestina rojê eşkere dike. Ango bi vê sembolê hizra giyana bêmirin destnîşan kirin e.”93 Bi goreyî hizrên ezoterîk teyr sembola bilindbûna giyanê ye. Her wusa giyan wek rojê bilind dibe û diçirûse. Teyr bi xwe balindeyeke ronahiyê ye û tijî enerjî ye. Enerjiya teyr ji êgir û hewayê pêk hatiye. Ango temsîla jiyanê dike. Balinda dijberê wê jî kund e û ew jî tarîbîn û mirinê temsîl dike. Ji ber ku teyr bi rojê re tê naskirin, kiryarên wê bi mêraniyê ve hatiye girêdan. Ji ber vê egerê teyr wek bav hatiye hizirandin.94 Ew bi leza firandina wî şibandine leza agir û brûskê. Ji ber van sedeman ew ketiye nav lehengiyên hilowan. Heta demên antîk teyr bi tevî Xwedayan beşdarî şer û cengan dibûn. Navê teyr ji Proto-Hînt-Ewropî ye. Lê belê di nav hemû zimanan de weke PHE cîh girtiyê. Wek mînak: PHE *er-, *or- ‘teyr’, Sumerî (ḫ)u-riin ‘teyr’, Hurr. erbuskî ‘teyrê Teşşêb yê bask zêrîn’, herari- ‘bask’, Hitt. ḫaran-, Gr. orneon, Bakûriya kevn ari-, Misiriya Kevin horus, hor ‘Xwedayê rojê’95, Bi kurdî navê tawûs, ji navê tav (roj) û Xwedê hatiye welgirtin. Ango ji ber pirengîbûnê û çawikên li ser perên wê şibandinê “tavê” û “çavên Xwedê”. Etîmolojiya navê tawûs: PHE *taus- ‘aram, aşîtîxwaz, bêdeng, aşbûyî’, PHE dieûs ‘Xwedê’, Luwî û Palayî Tiwaz, Tiyaz ‘Xwedayê rojê’, Anglo-Sakson Tiw ‘Xwedayê ezmên û yê şerî’ ye. Ji bilî van hemûyan Pêyvên Hînd-Ewropî *diwos ‘ezman, roj’, *diwyos ‘homan, pîroz’, *dyews ‘Xweda, ezman’ jî hene. Dema mirov bala xwe bide navên Xweda û Xwedawendên jorîn, dibîne ku têkiliya wan hemûyan bi ezman û rojê re hene. Jixwe têkiliya Melekê Tawûs jî bi rojê re ye. Di zimanê Proto-Hînd-Ewropî de *dî-, *dîǝ-,

J. E. Cirlot, A Dictionary of Symbols, second edition, Routledge, London, 1971. ENEL, La langue sacrée, Parîs 1952. Xwedayê rojê Horûs bi teyrekî dihate destnîşan kirin.

*dîw- ‘rewnaq, roj’ bûye *dîeûs ‘Xwedê’ yanê roj wek Xwedê hatiye hizirkirin. Tekiliya Tawûs bi Zimanê Kurdî re çiye? Pêyvên kurdî yên mîna tav- ‘roj, enerjî’, taw ‘hereret, germî’ ji PHE *dî-, *dîǝ-, *dîw- ‘rewnaq, roj’ ma ne. Hurr. tab-/taw ‘helandin, heraret’ jî meneya Tawîs diyar dike. Jixwe Zimanê Horîkî de paşekên mîna –ûš, -îš, -aš pir gelek in. Ji ber ku horîkî zimanekî fîtikî ye. Di dawiya pêyvan de dengên mîna s, ş, z, j, -îs, -îş, -îz hertim hatine bikarînan. Her wusa taw + ûs bûye tawûs. Heta navê şahê Xwedayên Horityan jî Teššûb e. Bi Orartûyî jî Teîşeba ye. Di vî navî de Teššûb yan jî Teîşeba berê bûye Tesûv yan jî Teîsew. (Di Zimanê Kurdî de distûra dengê b bibe v heye) Her ji vê rêgehê re derbas bûye û gihiştiye navlêka encamê ku ev jî Tawûs e. Tešš(ûb), Teîşe(ba) tîjikên rojê ne. Jixwe Teššûb di teswîra xwe de li ser boxeyekî disekine û tîrêjên rojê yan jî tîrêjên berqwedanê di destê wî de ne. Her çiqasî Teşşûb/Teşşûw wek navekî horîkî bê dîtin jî, koka xwe PHE *dî-, *dîǝ-, *dîw, dîeûs ‘rewnak, roj, Xwedê’ ye. Ango Te- = *dî-, *dîǝ-, -şûw = ûs û di encamê de bûye dîeûs û li dem û cihên cûda mîna Teşûw hatiye bilêvkirin. Ev Çawa Bûye Kurdî? Zimanê Kurdî bi hevhonandina zimanên Hînd-Ewropî û Horîkî bi ser û ber bûye. Kurdî tav + wîs/wûs → Tawîs/Tawûs → ‘yê tav ê, roj ê’. Melekê Tawîs jî dibe ‘Homanê Tavê’ ango ‘îlahê rojê’. Di vê mijarê de Rola Teyrê Tawûs çiye? Di nav hemû ajalan de yê ku pir dişibê rojê teyrê tawûs e. Dûvên teyrê tawûs mîna rojê guloverin û diteyisin. Ji aliyekî dinê li ser her pûrt û perên wî çavîkên sor û zer hene û ew jî dişibên rojê. Heta dibêjin ku ew her yek çavekî Xwedê diyar dikin. Ji ber vê egerê Kurdan navê tavê li vî teyrî kirine û jêre dibêjin teyrê tawûs ango ‘teyrê tavê’ yan jî teyrê Deûs (Xwedê). Eşkereye ku di baweriyên curbecur de cihekî girîng yê teyrê tawûs heye. Rola vî teyrî ya herî mezin di ola Êzdiyatîyê de tê dîtin. Ev helwest tiştekî ji xweber nîne. Têkiliyên vê yên taybet bi baweriyên kevnar re hene. Têkiliya wê ya sereke bi olên Mezopotamya re, bi taybet ol û mîtolojiya Horiyan re heye. Dema mirov li nav pelgên dîroka kevnar dinyêre, gelek caran rastî teyrê tawûs û teyrê Enqeyê tê. Xwedayê kişt û kalê Temmûz ê Babîlê wek

teyrê tawûs hogiriya Xwedawend Anatê dike. Li Yewnan û Romaya kevn tawûs sembola şahbanûya bû. Di Ola Xiristiyaniyê de jî tawûs sembola bêmiriniyê tê zanîn. Di ola hîndû û bûdîstan de tawûs şêweyê jiyana cîhanî destnîşan dike. Dayîkên Bûdha Mahamayurî-Vidyarajnî li Erebeyên ku ji hêla tawûsan dihatin kişandin sîyar dibûn. Etîmolojiya Temmûz/Dûmûz: Sûmerî Dûmûz, Akadî Temmûz, navekî Hînd-Ewropî û Hûrîkî ye. Ev nav bi hevedudaniya PHE *dei-, *deiǝ-, *dī-, diā- ‘rewnaq, roj, Xwedê’ û PHE *meĝ(h)-: meĝ(h)- ‘mezin, gir, hilovan, qerase, mega’96 ve çêbûye û wateya ‘Xwedayê Mezin’ dide. Diyar e sûmeriyan ev nav ji der girtine. Ev jî eşkere dike ku têkiliyên wan bi Hînd-Ewropiyan re hebûn. Yan jî berê ew û Horî di nav hev de bûn. Ji ber ku Horîkî Te- ‘destpêka navê Teşşûb’ + Horîkî mûz- ‘rast û durist’ = Temûz ‘Xwedayê rast û durist’. Yan jî Hurr. Te- + maz ‘alîkar’ = Temaz ‘Xwedayê Alîkar’ derketiye holê97. Têkiliya Horiyan bi teyr û rojê re gelekî eşkere ye. Heta li ser ala mîtaniyan resmê roja ku bi baskên teyran ve difire hatibû çêkirin. Ev nîgar di heman demê de mohra şahê mîtaniyan e. Teyr û roj digel dara jiyanê ji hêla Horiyan ve dihate homandin. Brahma, wek afinêrê hemû tiştên ji sereta û heya heyayê tê bawerkirin. Gerdûn bi dengê Aum (om) ve afirandiye û di bingehê her tişî de şopa vî dengî heye. Ew li teyrê Hamsa siwar e. Ev teyr carna wek qazê carnan jî wek qûyê tê şanîdan. Lê belê Hamsa bi Zimanê Sanskrîtî tê wateya “So Ham” ‘ez ew im’, yan jî “Aham Sa” ‘ez ew nînim’. Hevsera Brahma Saraswathî jî teyrê Tawûs siware. Teyrê Tawûs him bedew e him jî êrişî maran jî dike. Kuştina maran ji hêla wê, heman demê tê wateya kuştin û dûrxistina hewesên mirov yên xirab98. Di Brahmanî de gotinên sanskrîtî “So Ham” ‘ez ev im’, “Aham Sa” ‘ez ne ev im’ û axaftina Xwedê û Melekê Tawûs tîne bîra mirov. Ev gotin di nav ola Êzdiyatîyê de jî hene. Xweda ji Melekê Tawûs dipirse: “Tu kiyî, ez kî me?” Melekê Tawûs dibêje: “ez ezim tu jî tu yî.” (Misheba Reş)

J. Pokorny, 708-9. Îro jî di Kurdistanê de mirovên ku nave wan Temez hene. Kathryn Wilkinson, Kökenleri ve Anlamlarıyla Semboller & İşaretler, Alfa yayınları, 2010; Henrich Zimmer, Hint Felsefesi, İstanbul 1992.

TEYRÊ ENQER (SÎMİR) Sîmurg, teyrekî efsanevî ye. Di derbarê vî teyrî de li hemû deverên cihanê efsane û çîrokên curbecur hene. Di mîtolojiyên Yewnanî de jê re dibêjin fhoenix. Efsaneya sereke ya sîmurg ji jêderkên Hînd-Îranî dertên û jêre dibêbijin “mundane egg” ango “Hêk, yan jî tovê dunyayê”. Etîmolojiya Navê Teyrê Enqer: Navê Enqer bi heve dudaniya pêyva PHE *ank-99 ‘hêz, pêdivî’ û navê PHE *er *or- ‘teyr, teyrê deryayê100’ ve pêk hatiye. Mînakî: PHE *ank+ PHE *er- = anker- ‘teyrê xurt’ derketiye holê. Mirov dikare nimûnekî dîsa bide. PHE *egnis-101 ‘agir’ + *er-‘teyr’ = egniser- → egnier- → Enqer- ‘teyrê ji agir’. Etomolojiya Navê Sîmir (Sîmorg) Heya naha derheqê navê teyrê sîmir gelek şîrovekirin çêbûne. Lê belê piraniya lêkolîneran her tim li dora Zimanê Farisî hatine û çûne. Ji ber vê egerê negihîştine encameke tekûz. Ya rastî, navê teyrê sîmir beriya zimanê farisî ye. Ji ber vê egerê divê yekser di Zimanê Proto-HîndEwropî de lêbigerin. Her waha: PHE *(s)mer- ‘hizirandin, bîranîn’102 + PHE *er-, *or- ‘teyr’ = *smeer û dawiyê de bûye sîmir/sîmor yan jî sîmorg ango tê wateya ‘teyrê hizrê, teyrê bîrewar’. Jixwe, bi goreyî efsaneyek Îranî sê caran hilweşandina dunyayê dîtiye û ji ber vê egerê ew xwayî zanyariya hemû dema ye. Ango ji wê zanetir kes û tişt nînin. DÎK Dema behsa dîk tê kirin, banga wî ya dema elendê tê bîra mirov. Ango ew teyrê berbangê ye. Berbang yan jî elende dema hilatina rojê ye. Dîk jî agahdarê wê demê ye. Ji ber vê egerê dîk mîna dawerê rojê hatiye hizirkirinê103. Ji ber ku mizgîniya roja nû dide ew heman demê de sembola vehişyarî û vehereketê ye. Di ola Êzdiyatîyê de bûyerên bişibin temasûhê pîroz in û ji hêla Xwedê yan jî Melekê Tawûs ve pêk tên. Her wusa, dema ku dîk bang dike, mizgîniya tenasûhê dide. Ji ber vê egerê

J. Pokorny 25:1 J. Pokorny, 325-26:1 J. Pokorny, 293. J. Pokorny, 969-70 Harold Bayley, The Lost Language of Symbolism, London 1951.

ew pîroz hatiye pejirandin. Mîna ku: Ji PHE *dei-, *deiǝ-, *dī-, *diā- ‘roj, Xwedê’ + *iek- ‘axaftin’104 = *deik ‘yê ku agahdar dike105, wek Xwedê diaxife’ → diek- ‘Xwedê dibêje’ → dîk ‘banga Xwedê’ peyda dibe. Diyare navê PHE *digh- ‘bizin’106 jî her wusa maye. Ango dema totemîzmê ew û Xweda şibandine hevûdu. Xûyaye di nav mercên Mezopotamya de pirtika –il bi navê dîk ve hatiye çespandin û bûye dîkil. Ev tê maneya dîk- + -El ‘El şahê Xwedayan’ ‘dîkê şahê Xwedayan’ Her waha dîk, sembola ronahiya ku dawiyê dide tariyekê ye 107. Bingehê hemû ol û baweriyan li ser tekoşîna navbera qencî û neqenciyê hatiye avakirin. Wek sembola neqenciyê tarî, ya qenciyê jî ronahî hatiye pejirandin. Subehê zû ji banga dîk pê ve hemû hêz û bûyerên neqenciyê jî tune dibin. Dîk, ji kîjan ol û baweriyê dibe bila be, ji bo hemû Kurdan pîroz e. Lê belê vî teyrê nav malê di nav Êzdiyan de cihekî sereke wergirtiye. BOXE Boxe sembola hemû tiştên têra xwe xurt û jêhatî. Ew li Kosmosê hêza birûsk, berq û bagerê ye. Li erdê sembola bereket û zayînê ye. Di kesatiya mirovan de hêz, lezgînî, wêrekî û hêza navajoyî ye. Li serdema Horiyan Ajalê pîroz yê ku şahê Xwedayan Teşşûb lê siyare, boraqa Mîtra ye. Êzdî jî gerdîşa Mîtra pêk tînin û wek boraq boxeyan serjê dikin. Ango xwîna boxe dirêjînin. Bi goreyî Mîtrayîzmê ji xwîna boxe vejîn û tenasuh ango rekarnasyon pêk tê. Etîmolojiya navê Boxe: Diyar e PHE *bhēgh-: *bhōgh- ‘berxwedan, dij rawestan’108 jêderka navê boxe ye. MAR Li ser tirba Şêx Adî wêneyê marekî heye. Ji bilî vê kesên bi maran re mijûl dibe û wan re dilîze yan jî wan dihewîne ji hêla Êzdiyan mirovên

J.P. 503-4 J.P. 188-89 J.P. 222 Ivan Evseev, Dictionar de Simboluri şi Arhetipuri Culturale, Timişoara, 1994. J.P. 115

xwedî kerametan tên pêşwazîkirin. Bi taybet marê reş sembola cihana bin erdê ye. Ango ya xwaliya reş e. Gotina “xwaliya reş” wek hizir, navlêk û biwêj cara destpêkê ji hêla Horiyan bi ser û ber bûye. Ji wan jî belavî hemû hêlên cihanê bûye. Her wusa tê gotinê ku marê reş her tim seredaniya cihana binerdê, ango cihana xwaliya reş dike. Di lîteratûra kurdî de ji vêna re dibêjin erdê reş û tarî. Bi vê biwêjê dixwazin warê mirinê, devera ku ruhên miriyan diçine, destnîşan bikin. Heman biwêj wek “kara toprak” derbasî nav tirkî jî bûye. Mar, di gelek çand û gerdîşan de wek fîgurekî sereke hatiye pejirandin. Bi taybet mar buyê mijûldariyek mezin ya xwediyê baweriyên ezoterîk. Helbet çend sedemên girîng yê vê babetê hene. Ji van ya sereke awayê fîzîkî yê mar e. Zirav û dirêj e, dixuşxuşe bi dilopek jahr fîlan dukuje. Him li ser erdê him jî li bin erdê dijî. Ev jî bûye sedema ku mirov maran wek ajalên bi nehînî û razdariyê binirxînin. Ango ew agahdarê cihanên ser û binê erdê ye. Taybetiyek dinê ya mar jî guhortina kirasan e. Tê gotin ku mar parastvanên kahniya jiyanê, nemirinê û gencîneya mezin ya giyanê hilovan e. Diyar e, rola marî li ser diwarê tirba Şêx Adî jî parastvaniya wê tirbê, ava zemzemê ye. Ji bilî vejînî veciwaniyê mar sembola tirs û mirinê ye jî. Ango ji derbasbûna şêmûgê yan jî sînorên diyarkirî mar bi mirov vedide. Bi vî avayî mar dibe sedem û delîla ku mirov sînor bide ber hewesên dozînî. Her jixwe bi kurdî navê mar ji mirin û tirsê derhatiye. Di Ola Xiristiyanî û Îslamê de mar bûye sembola du rewiştan. Yek jê xapandina Hewa û Adem e ku ew jî bûye sedema ji Bihuştê bên avêtin. Ya dinê jî, dema tofanê qula keştiya Nûh dixitimîne û nahêle av têkevê. Dîsa, rola başiya mar di bûyera gopalê Mûsa de tê dîtin. Goplê Mûsa dibe mar û hemû marên sêhirbazên misrê duxe.109 Diyare olên yek Xwedayî jî xwe ji hikarên mar yên razdar rizgar nekirine. Zanîsta pozîtîf jî derbarê mar hinek şîrovekirin çêkirine. Ji nav hemûyan de ya Psihanalist Sigmond Freud pir balkêş e. Freud dibêje, mar sembola seksê ye110. Di binzanetiya mirov de gelek tiştên pelixandî hene. Her waha ji wan yek jî dozîna seksê ye û bi şêweyê maran ji warê zanîna binî xwe dighîne warê zanîna li ser.

Jean Chevalier & Alain Gheerbrant, Dictionar de Simbolluri, Bucureşti, editura Artemis, 1995. Doina Ruşti, Dictionar de Simboluri din Opera lui Mircea Eliade, Editura Coresi, 1997.

Etîmolojiya Navê Mar: Navê mar bi tenê Zimanê Îranî de tê bi kar înan. Ji ber vê egerê kok û jêderka vî navî Hînd-Ewropî ye. Her waha: PHE *nē-tr...., *nǝ-tr- ‘mar, marê reş’ di Zimanê Kurdî de wek mar tê bilêvkirin. Lê belê di kurdî de gelek pêyvên ku awa û rewiştiya mar destnîşan dikin hene. Mîna: PHE *mer- ‘ben, weris’111, PHE *mormo(ro)- ‘tirs, saw, erjeng’112), Gr. μορμώ, μορμών (mormo, Mormon) ‘heçepîl, tirsnak’, Lat. formido ‘tirs, rêz û hurmeta olî’, Lat. natrix ‘marê avê, penîs’, Îr. nathir ‘xişxişok, mar’, Kîmerî neidr ‘mar’, Îzlandî naor, naora ‘reşe mar’113, PHA *mer-, *merǝ- ‘mirin’114, *mer-, *mer-s- ‘gir û hêrs, xişim’115, *mer-, mor-(u)‘reşayî, rengê tarî’116, Hurr. mar-al ‘kuştin, mirin’. Pêyvên li jorê nivisî rêwiştê mar didin xûyakirin. Mar, mirovan dukuje; mîna ben û werisa ye; tirsnak û bi talûke ye; di Kurdistanê de piraniya rengê maran reş e. ROJ Di teogoniyê de117 roj lehengê serek e û di nav şewqa xwe de diçirûse. Ew yekser wek kurê Xwedayê ezmanan hatiye zanîn û her wusa rewişt û jêhatîbûna Xwedayî li ser e. Ew hemû tiştan dibîne û dizane. Li Hîndûstanê Surya çavên Varûna; li Îranê çavên Ahûra Mazda; li Yewnanîstanê wek Helîos çavên Zeûs yan jî Ûranûs; li Misrê çavên Ra; û di îslamê de yê Xwedê ye.(35) Hin caran roj û ezman şûna hev jî digrin. Roj sembola bav e. Wek zilaman şûr bi destan de çekdar e (bi êgir çekdar e). Ji ber karekterên rojê yê nêzikî yan jî wek Xwedayî ew di ola Êzdiyatîyê de pîroz e. DARA HERHERÊ Sembola Horiyan ya herî pir bi navûdeng, kompozisyona teyr, roj û dara jînê (Dara Herherê) bi hevra ye. Mircea Eliade dibêje: “Dar, sembola

J. Pokorny, 733:1 J. Pokorny 749; Walde-Pokorny, P II: 308; Walde-H I:532 Julius P. 767; Walde-P. II 327f.; Walde-Haust II: 147. J. Pokorny 735:4. J.P. 737-38:6 J. P. 734:3. Teogonî hizra çêbûn û daketina xweda û xwedawenda li gerdûnê.

jiyana bêmiriniyê ye.118“ Eger bi şêweyekî ontolojîk (zanyariya hebûnê) bête nirxandin bêmiriniya darê ‘rastiyeke mîsoger e.‘ Lewra ji bona ku dar tîk û dirêje weke sembola germiçankê dinyayê hatiye destnîşan kirinê. Ji bilî vê, bi rihên xwe ve dinya li bin erdê; bi şaxên xwe yên daketî û hilketî mîna pêlikan ve çiyan, ango bi dunya navîn, bi bilindiya xwe ve jî ezmên derbîran dike.“119 Bi goreyî mîtolojiya Babîl darek heye û ew navenda gerdûnê ye. Her wusa ev hizir ji hêla Sûmeriyan ve jî hatibû pejirandin. Di nivisaran de dibêjin: “Li Erîdû Keskanûyê Reş hêşîn bû; Ew devereke pîroz hatibû afirandin; şewq û şemala wê mina tîrêjên kevirên lacîwerd bûn û digihîştin heya ber Apsû. …” Di Avestayê de dara Gaokarana Haoma heye. Ev dar ji hêla Ahûra Mazda ve hatiye afirandin, dermanê hemû derdan e. Ev dar li gola Vourakaşayê ye û dibe sedema hêşînbûna ku bi hezaran curbecur gul û giyayan. Li ser şaxekî wê hêlîna teyrê pîroz Saena heye. Gaokarana dara bêmiriniyê ye. Ehrîman, li aliyê dine gumgumokek afirandiye taku ew hevsengiya Gaokarana xirab bike û hikara wê darê ya bi derhozeyî (mûcîze) nemîne. Dara Gaokaranayê şewq û şemala xwe daye li ser rûye erdê jî. Ew der çiyayê Haraiti ye. Li destpêkên afirandina erdê Haoma li wî çiyayî hatibû çandin. Li nav Vîkîngan û gelên Bakûr dareke pîroz heye û jêre dibêjin Yggdrasil. Ev dar deriyê navbera cihanan e. Kokên vê dare xwe berdide heya dilê cihana binerdê ku welatê mirinê yê Xwedayên binerdê ye. Ji kokên vê dare sê jêderk derdikevin hole. Ji van yek Pozoyê ji Juventûdê Mircea Eliade, Istoria Credintelor şi Ideilor Religioase, 2007, Polîrom, Bucureşti. . Black & A. Green, Mezopotamya Mitolojisi Sözlüğü-Tanrılar, İfritler, Semboller, Aram yayınları, İstanbul, 2003; Mircea Eliade, Dinsel İnançlar ve Düşünceler Tarihi, Kabalcı yay. 2007-İstanbul; Sigmond Freud, Dinin Kökenleri, Payel yayınları, 2002-İstanbul; Ebru Uncu, The Cult of the Sun in Mesopotamia, Anatolia and the Egypt Civilizatons, Volume 5, s. 349-366, 2013

(nefretê), ya dine Mîmîr e (jîrbûn û nasyarî), yek jî tişta ku hemû av û çemên cihanê jê dertê ye ku jê re dibêjin Hvergelmîr. Di kevintirîn nivisarên hîndûyan Athar Vedayê de tê gotinê ku cosmos teşeyê dareke mezin e. Bi vê dare re dibêjin Aşvatha. Vê dişibînin dara hêjîra fîcûsê. Dibêjin Bûdha ji nav ronahiya wê re derbas bûye. Di îlahîyên Bhagavad Gita120 de tê gotinê ku gerdûn mina darekî serobino ye. Di Kabalayê de jî behsa dara afirandinê hatiye kirin û jêre dibêjin Sefîrot. Li ser vê derê plana wêneyê afirandinê hene û bi goreyî wê gerdûn tê revebirin. Enerjiya human ji wê derê dadikeve ser cihana bûjenî. Di Xiristiyaniyê de behsa darên Bihuştê tê kirin. Ji aliyê rohilatê ezmên du dar tên xarê, ji wan yek ya rastiyê, ya dine jî ya jiyanê ye. Di Încîlê de tê gotinê ku Hewayê ji hêla mar ve hatiye xapandin û mêyveyên ji dara nasyariyê xwar û ew jî bûye sedema qewitandina wan ji Bihuştê. Li Misira kevnar dar pîrozbûn û mina Xwedayan ew dihomandin. Dibe ku ev hizir ji ber kêmaniya daran a li herêmê wusa bû. Digotin li aliyê rohilat dareke gêylazan ya kozmîk heye û Xweda li ser wê rûniştine. Li aliyê rojava jî dara Çinarê heye û Xwedawenda Hathor li wê derê gerdûn afirandiye. Her wusa dara çinarê pir pîroz e. Di mîtolojiya Yewnanan de jî her Xwedayek bi darekî hatiye temsîl kirin. Bi goreyî erk û kesayetiyên wan dar destnîşan kirine. Sembola Zeus dara berûyê ye. Di nav keltan de jî dara berûyê pîroz e û nîşana jiyanê ye. Heta di Ola Îslamê de jî behsa dara Hûmayê tê kirin ku dibêjin ew dara Bihuştê ye. Diyare nave herî baş û guncav yê kurdî ye. Ango Dara Herherê ye. DURR/MİRWARÎ Durr, elementê sereke yê Êzdiyatîyê ye. Ji ber ku Yêzdan gerdûn ji mirwarî çêkiriye. Bi goreyî Misheba Reş, Xwedê di heft rojan de heft ferîşte afirand. Durrekî spî çêdike û 40.000 salan di hundirê wî mirwarî de dikeve nav înzîwayê. Piştî van çil hezar salan durr şikand û jê derket. Bi parçeyên wî erd û ezman, av û stêrk çêkir. Belê ji bo çi durr ango mirwarî? Gelo ev hizir tiştekî pîşadî ye yan bi zanetî ketiye nav kozmogoniya Êzdiyatîyê? Helbet mirov bi asanî nikare bighêje encama resen. Lê belê, derfetên selimandina vê hizrê jî hene.

Bhavad Gita XV, 1, 4.

Mirwarî, tiştekî bi nîrx, hebûna wê kêm û bedew e. Çêbûna mirwar dişibê ya jîndaran. Ew di zikê îstiridya biqemûş û avê de çêdibe. Hemû ol û baweriyên berê devera ku teyrê tawûs wek sembol nîşan dane, mirwar jî dane ber wê. Yan jî teyrê Tawûs dane er mirwar. Ji ber ku ew wek sembola zelalî û paqişiyê hatiye naskirin. Mirovên antîk digotin mirwar wek sembola hîvê, afsûndar e; sembola cinsê mê, jiyan û zayînê ye. Îraniyên berê ji bo mirwar digotin “hêsrên çavên Xwedayan.” Ji rojhilatê heya rojavayê hemû gelên cîhanê durr madeyekî avsûndar ê ku hêza wî ya vejîndariyê heye. Hebûna mirwar/durr tiştekî pir girîng diselimîne. Warê ku durr lê çêdibe û dikemile av e. Ev jî tê maneya ku bi goreyî ola Êzdiyatîyê aferîdeyên zindî cara destpêkê di avê de çêbûne. Gelekî balkêş e ku behsa almas, yaqûd û zumrûdan nayê kirin. Ew hemû cure kevir ji durrê giranbuhatir in. Lê belê dîsa jî behsa dûrrê tê kirine. Dema mirov bala xwe bide formûla kîmyevî ya dûrr rastî elementên jînê yê bingehîn dibe. Dendikê durrê % 6 madeyên organîk, dora wê jî % 90 ji kalsiyûm karbonatê û %4 jî ji avê peyda bûye. Her waha karbon, kalsiyûm, elementên organîk û av bingehê jiyanê ne. Helbet mirovên beriya hezaran salan ev rastiya kîmyevî belkîm nizanibûn. Lê belê ji bo pakbûna ji hin cureyên nexwaşiyan derreyê hêrandî dixwarin. Diyar e kosmogoniya durr ya ola Êzdiyatîyê hizrek gerdîşî ye. Ji ber ku di vê babetê de behsa tov yan jî hêkekê tê kirin. Her waha di lîteratûra kozmogoniya gelek olên cîhanî de ji vê hêkê re dibêjin “ aNDakoza, mundane egg, Anguinum Ovum”121 ango ‘hêka cîhanî’ yan jî hêka ku dunya jê derketiye. Çêbûn û kemilandina durr, di hundirê wê de înzîwaya Yêzdan ya 40.000 salan, şikandina wê û ji parçeyên wê çêkirina cihanê, roj, hîv, dunya, av û stêrkan hemû jî dişibên çêkirina hêkê û jiyana ji wê derketî. Her wusa efsanaya teyrê sîmir û hêka cîhanê jî çêbûn û afirandina gerdûn û jîndaran dişibê ya efsaneya durr a Êzdiyan. (mîna Destana Kerr Kulik hêk) Navê durr, diyar e, ji Zimanê Horiyan maye. Hurr. du- ‘jêr’ + ûr- ‘rastî’ = duûr ‘rastiya jêrê’ ango ji van herdû pêyvan navê durr ‘rastiya bin avê’ peyda bûye. ŞEH Kesên ji Ola Êzdiyatîyê pêyva şeh bi Melekê Tawis re wek dijûnê

The Edinburgh Encyklopedia, Science and Arts, 1832, Philadelphia

dinirxînin. Lê belê li ser tirba Hesil Mameh û ji nav deqên Êzdiyan de gelek wêneyên şêh hene. Ka em lê binyêrin di bingeha vê helwestê de çi derdikeve holê. Şeh kevintrîn amrazekî mirova ye. Tê gotinê ku ji destpêka dema neolotîk û pê ve şeh heye. Ji hingê ve şeh wek sembola mêbûnê, yanê ya organê mehlikiyê hatiye pejirandin. Ji ber ku diranê şe por berhev dike û ev jî dibe sedema berhemdariyê, yanê zayîn, dewlemendî û adanê. Di ezoterîzmê de eger diran ber bi jorê bin, cinsê mêr û rojê, diran ber bi jêrê bin, yan jî dora wî av û nexş hebin, hinge dibe sembola mê bûnê (Xwedawend). Nexşê şeh yê li ser diwarê turbeya Pîr Hesil Memê diran li jorê, yên li wêneyê di pirtûka A. H. Layard, Nineveh and its remains de jî li jêr in.

Li Pîr Hesil Mame nexşêyên şeh122 Diranên şeyî wek tîrêjên rojê jî hatine selimandin. Bi tîrêj û bingehê wê yê diran jê dertên, yekheviya mê û nêr û dawiya kiryarên siruştî bûyera zayînê pêk tê. Di folklora kurdî de şeh diyariya sereke ya xortan ji bo keçan e. Di çîrokên kurdî de lehengê çîrokê şeh davêje erdê li pey wî deviyek mezin tiji sitirî çêdibe. Her waha dêw nukare xwe bighîne wî. Di wêneyê jêrê de yê deqên li ser laşê jinên Êzdiyan şeh çi diselimine gelekî baş diyar dike123

E. S. Drower, Peacock Angel, Being some Acount of Votaries of a secret Cult and teir Sanctuaries, London 1941 Ev wêne ji pirtûka E.S. Drower, Peacock Angel: Being some Accountof Votaries of a Secret Cult and their Sanctuaries, London, 1941

Hejmara 1: Cismê gilover hîv e. Hîv, hîjdemîn nepena Tarotê ye. Tarot ji pêyva kurdî terxan ‘cûda kirin, texsîs kirin, amade kirin’ maye. Ev pêyv wek tarh ‘derxistin, danîn, hîştin’ Erebkî, wek taraux fransizkî mîna tarocchi jî derbasî nav îtalkî bûye. Her çendî ji sala 1500 li Europa wek falê hatiye destpêkirin jî hebûna wê ji beriya mîladê dest pê dike. Diyare ji magiyên Mîtanî û medan pêve heye. Ji bo ayende bê zanîn ji cîsmên kosmîkî û cîhanî kelk werdigirtin. Ji van cîsman yek jî hîv e. Bi goreyî Tarotê hîv mîna pencereya ku ronahiya korik/loş jê dertê ye û ji wir keçeke ciwan bi harpê distirê. Di vê dîmenê de hîv destnişaniya mirinê, keçik jî ya giyanê/ruh e. Ji ber vê egerê pir caran di fala Tarotê de hîv pir caran mîna agahdarê bûyerên negatîf tê pejirandin. Di Mîtolojiya KurdÎ de rola hîvê nezikî ya Tarotê ye. Keçik û xemdariya wê mijara hevbeş e. Heta ronahiya hîvê ya korik jî hevbeş e. Bi goreyî Mîtolojiya Kurdî hîv û roj xwîşk û birane. Hîv xwîşk, roj jî bira ye. Hinek deveran hîv bira, roj xwîşk e. An goreyî efsanê bira wenda dibe xwîşk jî li wî digere. Her waha xwîşk piçûk û xemgîn e û digirî. Ev hemû jî bûne mijara Tarotê. Di îkonên horriyan de hîv û roj digel hev hatine çêkirin. Herdû jî wek Xweda hatine perestin. Hejmara 2: Diranên şeh in û tîrêjên rojê destnîşan dikin. Ji ber ku tîrêj diyar dibin û berê wê li jor e. Her waha bi vî avayî şeh nêrzatiyê diselimîne. Ango roj e. Di vê pozisyonê de yekheviya hîv û rojê derdikeve holê. Yanê Mîtolojiya Xwîşk û biratiya roj û hîvê şîrove dike. Di kompozisyona wêneyî ya deqkeşaniya jêrê de, hîv quncikê herî dûr cîhwar e û roj jî bi hemû şewqa xwe ve gerdûnê ronahî dike taku bikaribe xwîşka xwe bibîne. Hejmara 3: Deq yanê xal e. Xal sembola yekheviya jêderk û navendê ye. Ango tovê hebûnê ye. Ev wek hêka yan jî materyalê jêderka gerdûnê hatiye sêwirandin. Bi goreyî Mîtolojiya Kurdan ev Durrê YEzdan e. Wek di Mishefa Reş de jî tê gotin, jêderka Roj, hîv û cismên ezmanî hemûyan durrê kozmîk e. Hejmara 4: Ev jî xaç e. Xaç nûnêrtiya çar dem (buhar, havîn, payîz û

zivistan), çar enasir (hewa, erd, av û agir), çar taybetiyan mezin yê jîndaran (zayîn, jiyîn, mirin û tenasûh), çar şêweyên sereke yê jîndaran (yên digerin, yên difirin, yên dixuşxuşin û yên di avê de ne). Li goreyî Schneider di navbera şeh û kelekê de têkiliyeke pir nêzik heye. Ji ber ku herdû jî dikarin bibin dawêra av û agir 124. Lê belê şe, taybetiya semyanê, heyberên mê, Pîra Xapxapok125 û pêriya avê ye. Ji vê têkiliya di navbera şe û masî de jî eşkere dibe. Bi tenê dûva pêriya avê wek ya masiya ye. Her waha dûvên masiyan û bê goşt in. Organê bê goşt jî mirin û goristanê tîne bîra mirov. Şeh dişibê dûva masiyan û pir caran wek sembola tirb û goristanan jî hatiye nirxandin. Ji ber vê egerê Êzdî ji pêyvên ku şeh di serî de hebin, hers dibin. Lewre mirinê tînin bîra mirov. Her wisa hemû Kurd bi tewrekî bêxem û bêtirs behsa mirinê nakin. Dibêjin ku li kuderê mirov zêde behsa mirinê bike, hema li wê derê bûyerê mirinê pêk tên. Heta Kurd tirban bi tilî û destên xwe nîşan nadin. Eger tiştekî wusa bikin, tiliya xwe gezdikin û dixin bin nigê xwe. Diyar e, wateya razdar (mîstîk, batinî) ya şeh hatiye jibîrkirin, paşê jî ew weke dijûn li hemberê Melekê Tawîs hatiye nirxandin. Lê belê ji bîrnekin di wêneyê destkêşiya John Usher ya sala 1965 an de şeh jî heye. li ser diwarê tirba Şêx Adî wêneyên şeh hene. Dîsa li ser rûyê jinên Êzdî jî wêneyên deqî yên mîna şehî hene.

John Usher, A journey from London to Persepolis, 1865 Etîmolojita navê şeh: Di Zimanê Proto-Hînd-Ewropî de nave şeh nayê zanîn. Lêbelê lêkera

Marius Schneider, El origen musical de los animales-símbolos en la mitología y la escultura antiguas. Barcelona, 1946 Di mîtolojiya Yûnanan de jêre dibêjin Lamias ‘pîra ku zarokan duxwe’.

*skei- ‘jêkirin, traşkirin, ji hev cûdakirin’126 wateya tiştên ku bi şeh bên kirinê dide xuya kirin. Him dengvedana pêyvê him jî wateyên wê dibe ku jêderka kurdî nave şeh be. Ji bilî vê bi horîkî gelek pêyiv hene ku awayê şeh destnîşan dikin. Mînakî: Mirov Hurr. šahri ‘baxçe’ dikare asanî vegerîne şeh. Ji ber ku por û baxçe dişibên hevûdû. Dibe ku şeh ji bo amraza ku baxçeyan paqiş dike hatiye bikar înan. Lê belê horîkî nave šiš-i-he ‘bêr, tevir, tirmix’ jêderka etîmolojîk ya şeh avayekî pir zelal eşkere dike. Lewra şeh bi xwe dişibê neprûçkê (tirmixê). Ango bi wateya neprûçka por hatiye gotin. Bi Zimanê Elamî še-e tê wateya ‘por, pirç’ê. Her wusa diyare di hemû zimanên kevin yên yafestîk de wusa tê gotin. Helbet ev pêyiv di Zimanê Horîkî de jî hatiye bikarînan. Bi horîkî pêyiva šahri ‘baxçe’, ‘bax’ yan jî ‘devî, daristan’ jî teşeyê şeh tîna bira mirov. Di çîrokên kurdî de dema lehengê çîrokê şeh davêje li pey xwe devî û daristanên gur peyda dibin û hingê dêwê heftserî nikare wî bigre. Bê şik ev çîrok ji dema Horiyan ve mîrat maye. Ango di hizra Horiyan de porê mirovan mîna devereke bir rivêkan dagirtî ye û dişibê bax û baxçeyan. Yan jî navê por û pirçê li bax û baxçeyan kirine. Ji aliyekî dinê ve Diyare nav ê šahri ‘baxçe’, ‘bax’ yan jî ‘devî, daristan’ ji Hurr. pêyv eše ‘erd, xakê’ derhatiye. Her wusa di van nav û navlêkan de mirov dikare sedema hêrsa êzîdiyan ji bo bilêvkirina navê şeh bizanibe. Ji ber ku di gerdîş û şêweyê hizirandina kurdewarî de “xwalîserî” tiştekî nerênî ye. Dema dibêjin şeh, hingê “xwalîserî” tê bîra wan. Helbet vêga di Zimanê Kurdî de eše buye ax, yan jî xwalî. Lê belê wek şeh maye. Ango di hizra axa ku bax û baxçe lê hene hê tê bikar anîn. Lê belê wate û hafiza wê ya dîrokî hatiye guhêrtin û li bervî hêl û wateyên çewt hatiye kişandin. GOPAL Tiştekî pir balkêş e ku li ser turbe û peresgehên Êzdiyan wêneyên gopalan hene. Hinek kite kit hinek jî di destikê wê de çember heye. Diyar e wateyên girîng yê gopal hene. Beriya her tiştî amrazê desteg û alîkariyê ye. Ji bo mirov mîna piyekî sisemîn e. Mirov ji gopal hêz û desthilatdariyê werdigre. Ji ber van sedeman ew mina sembola kesatiya mezin û desthilatdar hatiye nirxandin. Bingehê hemû sembolên ol û baweriyan nivisa hiyeroglîf e. Bingehê sembolên ol û baweriyên li

J. Pokorny, 919-22

Kurdistanê hiyegrolîfa Enedolî û ya Mezopotamya jorîn e. Bêhtirê wê ji ya lûwiyan derhatiye. Bêşek hinekî hikara ya Misrê jî tê dîtinê. Lê belê taybetiyên ya Lûwiyan zêdetirin e. Bi taybet Lûwî di vê nivisê de pir pêşkeftibûn. Hîtît, Hûrî, Ûrarto û cînarên dor û ber ji hiyeroglîfa lûwiyan sûd wergirtine.

Sembolên Lûwîkî ‘kesekî girîng’ û Misirkî ‘rêber, şah’ wateya gopalên li ser turbeyên Êzdiyan eşkere dikin. Bi nîşandana gopalan dixwazin bêjin ku “li vê derê kesên girîng hene. Yan jî li vê derê turba rêberan heye. Semboleke bi taybet ya Êzdiyatîyê jî çerxa salê ya li nav destikê gopal e127. Gopal sembola desthilatdariyê ye. Mirov navê Gopal û çerxa Dem û Dewranê lê bike çêtir e. Bi vê sembolê dixwazin bêjin ku ev der cîhwarê Xwedayê ku dem û dewranê dughorîne, ye.

Jixwe ev sembol dişibê mohra Xwedayê rojê Şimîgê/Şimîjê yê Horiyan. Navê wî yê li Babîl Şamaş e. Xaça nivekê yanê milên nîvekê nûnêrtiya vegera demsalan diyar dike. Hata navê rojan bi kurdî ji nave rojê bi horîkî mane (şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, înî128). Jixwe demên antic hatina dema cotkariyê, çandin û dirûtina dexil, kişt û kal hemû bi goreyî vê salnameyê dihat durist kirin.

Çerx 1.

Çerx 2.

Çerx 3.

E.S. Drower: Peacock Angel, în/en bi horîkî navê Xwadê ye. Her wusa înî/enî jî dibe roja Xwadê.

Çembera yekemîn sembola gerîneya gerdûnê ye. Çar enasir, çar demsalan û mirin û vejînê diyar dike. Her waha ew cure çerx tegera kozmîk ya mîtolojiya Kurdan e. Xaça orta wê hêza îlahî, çembera dora wê ware hêzê îlahî; çembera duyemîn ware vejînê, ya der û mezin jî hemû vexuyanên li kosmosê ne. Çerxa duyemîn sembola roj û ronahiyê ye. Çerxa Sisemîn Kevintrîn sembola olî ya mirovahiyê ye. Çerxên xaç di navê de ji dema serete ya dîrokê û pê ve hene. Bi taybet demên neolîtîk û bironzê gelekî hatine çêkirin. Lê belê hinge dihate çi wateyê bi temamî nayê zanîn. Naha jî ji hêla baweriyên ezoterîst û ocultist tê bi kar înan û tê wateya erdê. Diyare baweriya Êzdiyatîyê dixwaze bêje ku çar hêlên cîhanê hene û devera ku ev perestgeh lê ye navenda cîhanê ye. Her wusa ola Êzdiyatîyê Laleşê wek navenda cîhanê dizanin. Her waha: Sembolên li ser peresgeh yan jî turbeyên ezdiyan rola nivisên hîeroglîfê jî pêktînin. Mîna:

→ mala Xwedayê Mezin e.

Ev der

Divê

mirov û

mirova mezin

vê dunê peyda bûne.

baweriya ronahiyê bikin.

yên

Ew ji çar enasiran

Her wusa koma van sembolan tê wateya: Ev der mala Xwedayê mezin e. Divê mirov û mirova mezin yên vê dinê baweriya ronahiyê bikin. Ew ji çar enasiran peyda bûne. ETÎMOLOJIYA NAVÊ LALEŞ Laleş devera pîroz ya Êzdîya ye. Mîtolojiya Êzdiyan Laleşê wek navenda cihanê dide xûyakirin. Her waha ew der devera perestgeha navendî û

hecê ye. Helbet her navek koka wî, her bajarek avakerên wî û her perestgehek perestvanên wê hene. Laleş kevintirîn perestgeha cihanê ya ku heya naha tê bikaranîn, e. Lê belê pir caran hatiye rûxandin û dîsa hatiye avakirin. Navê wê ji Zimanê Horiya mîrat maye û jê re digotin Alşe yan jî Alze. Ji hêla Horriyan hatiye avakirin û heya roja îroyîn hiker û gerdîşa wan li her deverên wê xûya dike. Alşe yan jî Alze navekî hevedudanî bi Zimanê Horiyan e. Bi horîkî Alla(nî) Xwedawenda rojê ya binerdê ye. Dîsa El yan jî Al versiyona kenani ya Teşşûb ‘Xwedayê bagerê’ yê Horiyan e. eşe/îzî129 jî navê erdê ye. Her waha Alla +eşe = Alaeşe ‘erdê Xwedê’, yan jî ‘erdê Xwedawendê’. Paşê ev bûye Aleş û Alşe. Di Zimanê Horîkî de pêyiv tu caran bi dengê l dest pê nakin. Diyar e, bi hikara mîtaniyan ev qeyde hatiye guhêrandin, ango bûye Laleş. Laleş tê wateya Erdê Xwedê yan jî Erdê Xwedawendê. Laleş, dema Horiyan navê heremeke mezin e. Heta dikarin bêjin ku ji hingê û pê ve rêvebiriyeke xwe ye taybet hebûye. Di nav konfederalizma Horiyan de rewşa wê bi tewrekî xweser bû.

Piştî hilweşandina deshilatdariya mîtaniyan navê Laleşê kêm hatiye bîhistin. Lê belê li serdema orartuyan dîsa perî çavan bû. Ji ber ku navê RS h. 2, 26; 16, 13;19, 164 r 5; iš-gi, h. 9, 7; 19, 6.; eš-ḫi, KUB XXIV 13 I 16; UR eši ‘erd’

Kumanû li wê derê pêş dikeve. Kumanû deverên navend yên oldariya Horiyan bûn. Ji wan yek li Gurgumê heye. Ya dinê jî Laleşê ye. Kummana cîhê perestgeha şahê Xwedayan Teşşûb e. Allani ango Hebat hevsera Teşşûb e. Diyare li Alşê şûna Xwedawendê, vê carê Xweda derdikeve asta pêşîn. KETİNA NAV ÇEMBERÊ Bi goreyî gerdîşeke Kurdan dema dora mirov çember bê kişandin ew bêyomî tê zanîn. (bi taybet dora Êzdiyan) û heya ew kesê çember kişandiye veneke, kesên dorkêş nikarin jê derkevin. Helbet di bingehê hemû gerdîşan de hizir û baweriyên nepenî hene. Ji bo mena çembera ku dora mirov tê kişandinê zanibin divê wateya mayîna navendê bête şîrovekirin. Beriya her tiştî divê wateya ketina li nav navinciyê çi ye wê zanibin. Orte, navincî, navîn: Ji bo çemberek hebe divê navendek jî hebe. Ev çember li dora navendê tê kişandin. Herwaha liv û beza çemberê ji derve bervî hundir, ya navendê jî ji hundir bervî derve pêk tê. Ango defdana hêza der bervî navendê dixuşxuşe û çeperekî dide li pêş hereketên navendê yên ku bervî derve dilivin. Ev bûyer zagona rikeberiya li navbera bizav û vebizavê ye. Ev tekoşîn ji armancê ber bî têşeyê ve yan jî hin caran ji têşeyê ber bî armancê ve; ji pircureyiyê ber bî yekbûnê ve; ji demkîbûnê ber bî hetahetayê ve berdewam dike. Dema ku li dora mirov çember tê kişandin rewşa derûnî çawa ye? 1.

Di hişê mirovên dorpêçkirî de hesta tenêbûnê peyda dibe. Gelek tirsên mirov hene û ji vana yek jî tenêbûn e. Çember hesta tenêbûnê di hişê mirov de diafirîne. Hesta tenêbûnê rê li ber hemû êş û eleman vedike. 130(Lynch, 1977:20). Mirov afinêrekî civakî ye. Ji ber vê sedemê kesên dorpêçkirî xwe derî civakê dihesibînin.

2.

Xwe wek zîndanî dizanin

3.

Bê desthilat û bê hêz in. Hesta kesên bêkêr di hişên wan de peyda dibe.

4.

Mîna ku li cîhwarekî tirsnak in û dê ji tehtan re bikevin xarê.

5.

Qey dibê ketine dojehê

6.

Xwe mîna boraqên ku pêşkêşî dêwê heftserî kirine dibînin

J. Lynch, The Broken Heart: The Medical Consequences of Loneliness, 1977, New York

7.

Hingê hê bêtir bi qedrê azadî, qencî û evîndariyê dihesin.

Ev jî dihêle ku mirov bi hayedarê gerdûnê be(29). Ango Gerdûn devereke bêser û bêber e. Lê belê di merkeza çemberekî de mayîn zebûnîtî ye. Derî çemberê mayîn jî azadî ye. Di navenda çemberê de mayîn dij-ajovanî ya ajoker e. Ajoker yê li navendê ye. Dixwaze bilive lê belê dora wî hatiye pêçandin. Çember rola dij-ajovaniyê dilîze û nahêle ew liva xwe ya azad pêk bîne. Liv ne bi tenê di warê fîzıkî de ye. Ew di warê hişî de jî hildipeke li peş. Ango asta hişî û ya fîzîkî bi hev re derdikevin li holê. Çember tiştekî wusa têkûze ku hemû wêne, form û durif ji wê derdikevin. Ji ber vê taybetiya wê ya sereke di hemû çand û hunerên de roleke gerdûnî dilîze. Dem, bi goreyî heyberên gilover yên kosmosî tê hesab kirin. Xwedê li navenda kosmosê de hatiye sêwirandin û devera ku Xwedê lê dimîne jî pîroz e. Her waha çember pîroz hatiye pejirandin. Çember nimûnerê him ezman him jî ebediyetê ye. Çember sembola rojê ye. Eger dora wê bi tîrêjan xemilî be cinsê nêr yanê Xwedê, naxwe eger dora bi av û xemlê ve hatibe pêçandin hingê cinsê mê eşkere dike ku, ew jî dibe sembola Xwedawendan. Çember bi hejmara 10 ve hatiye nûnêrandin. Sedema vê jî ev e: Di navendê de 1, li dorê jî 9 xal hene û bi goreyî baweriyên ezoterik piranî ber bî kêmaniyê ve yanê yekê çerx dibe. Bi goreyî doktrîna hîndûzmê Xwedê di navenda kosmosê de dimîne û ji wê derê ronahiyê diweşîne. Dora wî sîwaneke mîna behîvê heye. Herwiha ji wê siwanê tîrêjên ronahiyê ber bî erdê ve diweşin. Her wusa roj wek navenda kosmosê hatiye hizirandin. Ji ber vê egerê gelek deverên cihanê perestgehên gilover çêdikin. (Wek nimûne perestgehên Horiyan, malên Heranê, hundirê dêr û mizgeftan û hwd.) Di baweriyên nepenî de çember ango hevêrk di warê kozmîkî de sembola ezmên e. Ew hertim di nav liv û bizavek bêserî û bêdawî de ye. Di heman dem û mekanî de ew sembola demê ye jî. Hemû mîtolojî û destan çemberê mîna devera ku kaos lê nîne şîrove dikin. Dûrbûna hemû xalên dora wê, heya li navînciya nediyar wekhev in. Bi van nexasîmên xwe yên girîng ve çember nûnertiya Xwedê jî dike. Ji ber vê egerê gelek Xweda û Xwedawend bi çemberê ve hatine naskirin. Diyare di Êzdiyatîyê de ketina nav çemberê tê wateya mirin û vejînê. Eger dora kesekî çember bê kişandin ew tê wateya qedandina jîna wî. Yanê giyanê wî diçe ber destê hêza sereke ya Xwedê. Dema çember betal be, ev jî tê wateya vejînê, yanê tenasûhê (rekarnasyon).

Kurtenav: PHE HA Hitt. Peh. Hurr. Luw. Av. Skt.

Proto-Hînd-Ewropa Hînd-Aryan Hîtîtî Pehlewî Horîkî Luwîkî Avesta Sanskrîtî

Bibliografî: A. Walde – J. Pokorny, Vergeichendes Wösterbuch der indogermanischen Sprachen, I, Berlin-Leipzig, 1930 A. Walde- Hofmann, Lateinsches Etymologisches Wörterbuch, Heidelberg 1938. Albert Tobias Clay, Personal Names from Cuneiform Inscriptions of the Cassite Period. Reprinted 2009:37. Ali Husein Kerim, Destan-Helbest û Mîtolojiya Hûriyan, Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst li Almanya, 2014. Ali Husein Kerim, Kürtçe Etimolojik Sözlüğü (karşılaştırmalı) Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst li Almanya, 2013. Ali Husein Kerim, Hurriler, Khuritler, Kürtler, Enstituya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanîst, 2014 Ali Husein Kerim, Tarihte Balkan Yarımadasında Kürtler, 2011 Andre -Salvini, B. & M. Salvini, A new trilingual vocabulary from Ras Shamra and relationship between Hurrian and Urartian, 1999. André-Salvini, B. & Salvini, M. Un nouveau vocabulaire trilingue sumérien-akkadien-hourrite de Ras Shamra. In: Studies on the Civilization and Culture of Nuzi and the Hurrians 22, 1088. Anna Komnena, The Alexoid of Anna Komnena, Penguin Classics, London, 1979. Arnaud Fournet, A Tentative Etymological Glossary of Etruscan (article) Arnaud Fournet, The Kassite In a Comparative Perspective with Hurrian and Urartean (Article). Benjamin Walker, Gnosticism, Its History and Influence, A concise

survey of gnostic thought from its pre-Christian origins to its modern manifestations, The Aquarian Press, Wellingborough, Northamptonshire, 1983. Bryce, T. R. The Kingdom of the Hittites (New Edition). Oxford, 2005:231 f. C. Girbal, šummi im Boğazköy-Hurritichen. In: Altorientalientalische Forschungen 21/1, 1994. David Michel Weeks, Hittite Vocabulary, 1985. DENİSS Campbell, Mood and modality in Hurrian, The University of Chicago, 2007. Dennis R. M. Campbell, Observation on the Lyric Structure of Hurrian Songs and the Fragment KBo 35.39., ChS ı/5 1 iii Dila Baran Tekin, Mani ve Öğretileri, Hitit Ünüversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Felsefe ve Din Bilimleri Ana Bilim Dalı, Çorum 2014. Doina Ruşti, Dictionar de Simboluri din Opera lui Mircea Eliade, Editura Coresi, 1997. E. Laroche, Glossaire de la langue hourrite (Reuve Hittite et Asianique, 34-35) Editions Klincsieck, Paris 1980; Arnaud Fournet & Allan R. Bomhard, The İndo European Elements in Hurrian, La Garenne Colombes, Cherleston, 2010 E. S. Drower, Haran Gawaita and the Baptism of Hibil Ziwa, Vatikan1953), Haran Gaveyta, r. 3;. E. S. Drower, Peacock Angel, Being some Acount of Votaries of a secret Cult and teir Sanctuaries, London 1941. G. de Prucker, Occult Glossary, A Compedium of Oriental and Theosophical Terma Teheosophical University Press, California, 2011. Georggi Ostrogorsky, Bizans Devlet Tarihi, Ankara, 1981. Guiliano Bonfante & Larrisa Bonfante, The Etruscan Language. An Introduction, 214, Manchester University Press, 2002 H. Craig Melchert, Lexica Anatolica Voluma 2, Cuneiform Luvian Lexicon, Chapel Hill, N.C. 1993. H. P. Blavatsky, The Theosophical Glossary, The Theosophical Publishing Society, 2006, U.S.A Harold Bayley, The Lost Language of Symbolism, London 1951.

Ivan Evseev, Dictionar de Simboluri şi Arhetipuri Culturale, Timişoara, 1994. J. Catsanicos, l’apport da la bilingue de Hattusha a la lexicologie hourrite. Paris, 1996 J. Lynch, The Broken Heart: The Medical Consequences of Loneliness, 1977, New York J. Pokorny, 218-19:2, Indogermanisches etymologisches Wörterbuch, 1959. Jean Catsanicos, L’apport de la bilingue Ḫattuša à la lexicologie hourrite, Jean-Marie Durand (ed.), Amurru 1. Paris: Éditions Recherche sur les Civilisations, pp. 197-296., 1996. Jean Chevalier & Alain Gheerbrant, Dictionar de Simbolluri, Bucureşti, editura Artemis, 1995. Johny Cheung, Etymological Dictionary of the Iranian Verb, Leiden Indo-European Etimological Dictionary Series, Volum 2, Brill, 2077. Julien R. Fielding, Discovering World Religions at 24 Frames Per Second, Scarecrow Press, Inc. Amerika Kathryn Wilkinson, Kökenleri ve Anlamlarıyla Semboller & İşaretler, Alfa yayınları, 2010; Henrich Zimmer, Hint Felsefesi, İstanbul 1992. la escultura antiguas. Barcelona, 1946. M. Dietrich & W. Meyer, Hurritische Weihrauch-Beschwörungen in ugaritischer Alphabetschrift, 1994. Marius Schneider, El origen musical de los animales-símbolos en la mitología y Masato Tojo, Mitraism, An Inrtroduction to the Simorghian Culture and Mitrahism in the Asia, Mitraeum Japan, 2009 Michael Ferber, A Dictionary of Literary Symbols, Cambridge University Press, 1999. Michel Jordan, Dictionar of Gods and Goddesses, second edition 1941, New York Michiel de Vaan, Etymological Dictionary of Latin and ather Italic Langueges, Leiden – Boston, 2008, Brill. Mircea Eliade, Historie des Croyances et des idees reigiesus, Paris 1983. Raspandirea creştinismului in imperiul part, Revista Transilvania

Roshen Dalal, The Religions of İndia: A Concise Guide to Nine Major Faith, Penguin Books India, 2006. Salvini, M. & Wegner, I. Die mythologischen Texte (ChS 1/6). Roma, 2004:177 Shai Gordin, Scribal Families of Hattuša in the 13th Century BCE, A prosopographic Study, 2088; Mascheroni, L. M, bi hurriti a Boğazköy: una verifica prosopografica”, 1984:160. The Edinburgh Encyklopedia, Science and Arts, 1832, Philadelphia.

Prof. Dr. Îlhan Kızılhan

Desptêk Di lêkolînên dinyayê de cur bi cur navê Êzdiyan, wek „YÊzidî“, „Izdî“, Jesîdî“, „Yazidî“ û hwd. bi kar tînin. Lê ev civak û ol ji xwe re dibêje Êzdî, an go „Ez“ û Da”, tê wateya „Xwedê Da“.1 Êzdîyatî oleke Xwedê nas e û ji bilî Xwedê tu xwedayên din qebûl nakin.2 Piştî Xwedê heft melek (ferîşte) hene, ku kêm an zêde olên Cihû, Xiristiyan û Îslamiyê jî behsa wan melekan dikin. Ev melek herdem perçeyekî duhayên Ezdiyan in. Serokê herî mezin yê melekan Tausî Melek e. Li goreya baweriya Êzdiyan Xwedê erk û delamet daye Tausî Melek ku berpirsyarî li dinyayê, riya rast nişan bike û Êzdiyan biparêze. Ji xeynî Tausî Melek di nav ola Êzdiyan de mirovên pîroz wek Şêx Adî, Şêx Assin, Şêx Şems, Şêx O Bekir, Şêx Faxredin û Şêx Sicadîn hene.3 Roj û heyv li gel Êzdiyan pîroz in. Şêx Şems nîşana rojê û Şêx Assin (Sin) ya heyvê ye. Êzdî bawer dikin ku herdu elementên xwezayî, roj û heyv, ronî ya Xwedê xuya dikin. Ji bo her Êzdîyeki ferz e ku her sal sê rojan di meha kanûne de rojiyê bigirin. Ev rojî jî ji bo sipasiya afirandina dinyayê û ji bo bîranîna Xwedê û baweriya Êzdîyatiyê ye. Ji bo her Êzdîyekî/ê ferz e, di jiyana xwe de carekê here perestgeha pîroz ya Êzdiyan Lalişê, ku Êzdî jê re dibêjîn „Lalişa Nûranî“. Êzdîyatî xwedî baweriyeke bi prinsîpên gelemperî ye etîk, exlaq, rastî, heqîqetî, dirustî, hevgirtin, hestbar, rehm û evinî ye. Kurtecîroka Êzdiyan

Dîroka olî ya Êzdîyatiyê bi dîroka gelê Kurd re girêdayî ye. Koçberî, talankirin û fermanên li ser Êzdiyan bi qedera dîrok û gelê Kurd re dimeş e. Lê taybetiyên Êzdiyan li ser civak, ol û fermanên Êzdiyan li ser navê Îslamiyetê ji dîroka Kurdên misilman û olên din cudatir e. Ji ber sedemên ola wan Êzdiyan bi hatina Îslamiyetê ji sala 637´an heta îro gelek jenosîd û ferman li Kurdistanê derbas kirine. Şerê li dijî Ereban, êrişên Moxolan û bi zorbûna misilmaniyê hejmara Êzdiyan bi sistematîk hatiye kêmkirin. Bi pêşdarazen ku Êzdî tariqeteke Îslamî-muawî û baweriya wan ji melekên xirab heye, gelek neheqî dîtin e û ev yek bûye sedemeke asîmilasyon û fermanên li dijî Êzdiyan. Ji bo şerê desthilatdariyê li Kurdistanê ji aliyê împeratoriya Osmaniyan û Farisan ve teqrîben 1.2 milyon Êzdî heta îro hatine kuştin û 1.8 milyon bi zor û kotek kirine misilman. 4 Ji ber wan sedeman û sedemên din Êzdiyan xwe li gund û çiyayên Kurdistanê ji dinyayê heta sedsala 20´an îsole kirin ku lewra jî dinya û gelek Kurd kêm li ser bîr, bawerî û civaka Êzdiyan xwediyê agahiyan in. Dîroka Êzdiyan heta 50 salên borî jî bi devkî ji aliyên pîr, şêx û qewalên wan ji nifşekê derbasî nifşa din dibû û lewra jî kêm nivîs li ser Êzdiyan peyda dibin. 5 Tenê di sedsala 18´an de hinek lêkolînvan ji Ewropayê tişten rast û hinek tiştên xelet li ser Êzdiyan nivîsandin ku îro ji bûne bingeha nasandina Êzdîyatîyê. Minak di pirtûka enseklopediya Îslamê de di sala 1941´ê de li Almanyayê Êzdî wiha tên naskirin6: »Êzdî mirovên delal, bedenekî xweş û por dirêj in. Ew gelek bi xwe bawer in û bi gelemperî li çiya dijîn. Jinê wan wekirî û serbest in. Êzdî eşkiyatî û car caran karwanan talan dikin; ew bê tirs, şervanên baş û jêhatî ne. Êzdî li ser sozên xwe dimînin û lewra jî dijiminê wan ji wan re gelek rêz digirin. Ew baş û jehatî li ser erdê xwe kar dikin, baxce û bostanên wan bi nav û deng in. Her wiha ew gelek paqij in û xwedî li der, dor û malên xwe derdikevin. Ji gemariyê hez nakin û cilê spî li xwe dikin...« Di literatura dinyayê de navê „Yezdî” “Jesidî” û hwd. ji sedsala 7´an ve

peyda dibe. Heta vê demê Êzdî li Kurdistanê wek „Şemsanî“ an jî Rojperest dihatin naskirin. Her wiha di jêderan de behsa Şêx Adî Ibn Musafir (1161) tê kirin, ku di nava Êzdiyan de „sed û hed“, ango reform pêkanî ye. Li ser bingeha wan reforman îro jî Êzdî dijîn. Ferq û wekheviyên Êzdîyatiyê bi olên din re Rojhilata Nêzîk û Navîn her dem navenda afirandina bîr û baweriyan bû. Her dem ji dîrokê heta îro gelek komên etnîk û olî li vê derê kom bûn e û bandor li hev kirin e. Bêguman her wiha bandora Cihutî, Xiristiyanî û Îslamiyê jî li ser Êzdîyatiyê û beravojî jî cêbûye. Lê bi taybetî bandora olên beriya Îslamiyê, ya olên Îranî li ser Êzdîyatî cêbûye ku îro di duaha, şert û baweriyên wan de xuyaye. Lewra jî dixwazim bi taybetî li ser wekhevî û ferqên baweriyên Êzdiyan bi Yarasan (Ehli-Heqq), Mîtraizm û Zerdeştiyê rabiwestim. Êzdîyatî û Yarasan (Ehlî-Heqq) Wek tê xuyakirin, Tausî Melek ku li gel Yarasan navê Da’ud jî bikar tînin û sîstema wan ya melekan kêm zêde gelek nêzîkî hev e. Yarasan jî ji Xweda bawer in, heft melekê wan hene û bi kurdî, goranî, diaxivin.7 Herdu ol behsa melekan wek Cebraîl, Mikaîl, Ezraîl û Esrafîl dikin.8 Herwiha jî hinek melekên bi navên din û mirovên wan pîroz hene. Bê guman bandora alewîtî û şîî li ser yarasan li goreyî Êzdiyan zêdetir e. Lê herdu ol jî behsa çilmêr9 dikin, ku li goreyî Êzdiyan îro meclîsa ruhanî bi ya 40 mirovî heye. Meclîseke wiha li gel yarasan jî heye. Wek li gel yarasan li gel Êzdiyan jî du avên pîroz, „Kaniya Spî“ û „Zimzim“ peyda dibin. Yarasan ji wan re dibêjîn „Kaniya Buze (Buza) û „Kaniya Hanîta“.10 Lêkolînvan texmîn dikin ku ev herdu av beriya Îslamiyê ji demên ku „xwedayê avê“ hebûn û di nav wan herdu olan de man e. 11 Di Avesta de jî besha „Xwedayê ava binerdê“ dike. Li goreyî Windischman (1856) ev av nîşana „baqîşî û zelaliyê“ ye û wiha jî nîşana Ahura-Mazda,

Xwedayê baş e ku dinya û tê hemû nebat û giyanewer afirandine.12 Êzdî û yarasan bawer dikin ku jiyaneke piştî mirinê heye û rihê wan dîsa tê ser erdê û di laşê giyanwerekî de dijî. Lewra jî baweriya herdû olan ji bihuşt û dojeh (cinet û cehnem) tine. Herdu ol duha û zeremoniyên xwe bi muzîkê pêk tînin, wek def û şibab.13 Li ser afirandina dinyayê Êzdî û yarasan bawer dikin ku her jiyan, erd û ezman, av û erd ji dirrê derketiye. Li goriya wan olan dirr bi xwestina Xwedê teqiya ye û ji wiha dinya hatiye afirandin. Yarasan ji „dirr“ re dibêjin „dorr“. Di dîroka gerdûnê de wiha cara yekemîn giyan û materî ji hev cuda bûne. Têoriya dirrê li gel ol û milletên din yê îranî jî risteke mezin dileyize.14 Dirr wek sembola dayikbûn, bîrbûn û bakiriyê ye.15 Herwiha mîtolojîyên herdû olan behsa „Ga“ û Gamasî“ dikin, ku li goriya baweriyan wan dinya li ser qilocên gamasî rawestiye. Teoriyên li ser Adem û Hava jî ligel herdu olan gelek nêzîkî hev in.16 Êzdîyatî û Ola Mîtrayi Teoriyeke din dibêje ku Êzdî ji ola mîtra ye ne. Ola mîtra yek ji olên herî kevn li dinyayê ye û tarîxa wî ji 4000 sal kevntir e. Mîtra serokê heft melekan bû. Navê melekan „Yazata“ bû ku tê wateya melek an jî „alîkarîdar“. Pîrên kevn gelek duha li ser Mîtra çêkiribûn û ew wek xwedayê rojê nas dikirin. Bi derketina Zerdeşt rola Mîtra di nav olên îranî de kêm bû û AhuraMazda bû Xwedayê herî mezin. Lê dîsa jî di nav gel de tucar Mîtra an „Rojperest“ rolê xwe winda nekir. Li gel zerdeştiyê Mîtra bû hêzek di nav tarî û ronîyê de. Mîtra wiha bibû koka hemû giyanwerî li ser rû û binerdê. Bi kurtayî di nav ola zerduştiyê de Mîtra bû sembola rojê. Hinek ji wekheviyên di navbera Êzdîyatî û Mîtrayî ev in: − − −

− − −

Guman heye ku navê „Êzdî“ ji navê „yazata“ an jî “yazdan hatiye ku di ola Mîtra de tê wateya melek an jî xweda. Çawa di nav Mîtra de roj pîroz e, di nav Êzdiyan de jî roj pîroz e û bi navê Şêx Şems îro jî maye. Êzdî li rojhilata navîn beriya Şêx Adî wek „Şemsanî“ ango rojperest dihatin bi nav kirin. Cejna Êzdiyan ji „Ezdî“ bi sê rojiyan dikeve meha kanûn ê. Li vê derê agir tê pêxistin û semboleke giring e. Mîtrayî jî di meha kanûnê de rojbûna baweriya xwe û xwedayê xwe pîroz dikin. Li gel herdû baweriyan agir roleke mezin dileyize. Di baweriya mîtra de di pîroziya xwe ji bo bîranîna Mîtra de, ga dihat qurbankirin. Êzdî jî ji bo bîranîna Şêx Şems di demsala payizê de li Laleşê ga qurban (gayê spî) dikin. 17 Her wiha di baweriya Mîtra de dîk roleke dileyizt ku îro li gel komeke pîrên Êzdiyan jî heye. Grupeke jî pîrên Êzdiyan dîk pîroz dibînin. Her wiha perestgehên Êzdiyan û mîtra ji aliyê mîmarî ve wek hev in. Nêzîki Laleşê li Şengalê bajarokek bi navê „Baadra“ heye û bi zimanê aramî tê wataya „mala alîkardaran“, ango mala heft „yazata“, heft melekan, ku li gel Mîtra jî tê yek wateyê.

Navê Mîtra pêşî ne li Îranê ne jî li Hindistanê ji aliyê lêkolînvanan ve hat dîtin, na, ev li Kurdistanê hat dîtin. Gelek Êzdî îro jî dibêjin ku ev „rojperest“ in. Navê Mîtra di nav milletê bi navê „Mitanî“ ji bakûrê mesapotamiya di sedala 14´an de peyda dibe. Di heyama antîkê de li vê heremê gelek eşîrên Êzdiyan dijiyan.18 Di nav eşîrên êzidyan de ye eşîreke bi nav Xaltî hebû û di nav de jî qebilek xwe bi navê „Matinî“ di anî naskirin. Xaltî îro jî li herema Iloh, Qubîn û Sêrtê dijîn. Lê îro di nav Êzdiyan de navê Mîtra ne nas e. Mackenzic (1974) bawer dike ku Şêx Şems li gel Êzdiyan domandina navê Mîtra ye.19 Ola Mîtra di dema desthilatdariya yunanên (grek) Helios û Roma de bandoreke mezin leyistiye û heta sala 65 pîştî zayinê li Italiya ola herî mezin bû.20 Êzdîyatî û Zerdeştî

Teoriya herî balkeş ku îro jî gelek tê gengeşekirin ev e ku ka zerdeştî û Êzdî yek in an na. Li goriya vê teoriye Êzdî berê zerdeştî hebûne û navê wan jî „Yazdan“ bû ye. Yazdan jî di pîrtûka pîroz ya zerdeştiyan Avestayê de wek navê Xwedê tê naskirin.21,22 Ji xwe zimanê Kurdî û zimanê îraniyan ê kevn, pahlevî gelek nêzîkî hev e, ku milletê Med jî bi wî zimanî diaxivin. 23 Tê zanîn ku Zerdeştî di dema imperatoriya Sassanîd de ola fermî bû û heta hatina Îslamiyê baweriyeke heta Afghanistan, Pakistan û Hindîstanê bi bandor bû. Lê ola Zerdeştiyê li Çiyayê Zagrosê û li Kurdistanê bandoreke mezin neliyîst. Zerdeştî zêdetir li herêmên Îrana îro li Esfahan, Yazd û heremên rohilatê cihê xwe girt. Tenê hine olperestên zerdeştî bi peresgeha (ateşgeh) zerdeştiyan li der û dorên Kermanşahê peyda dibin. Lewra jî di ilmê îranîstîk de mirov behsa olên rohilhat û rojava dike. Li rojava bêguman Zerdeştiyê li ser miletan gelek bandor kiribû û bûbû ola herî mezin. Li Îraniya Rojava (ango Kurdistanê) olên wek Şemsanî, Yarasan û paşiyê Elewiyan cihê xwe di nav gel de girtibûn. Bi taybetî li herêma bi navê „Bakurê Mesopotamiya“ temamî Şemsanî bûn û pêwendiya wan ya olî zêde bi zerdeştiye re tunebû.24 Ola Êzdiyan ya îro bi hemî bawerî, melek û şertên jiyanê pîştî sed û heda Şêx Adî elementên Sofîzmê girtine û ji baweriya Avesta, Ahura-Mazda û Ehrîman, dûr e. Lê dîsa jî hinek şertên Êzdîyatiyê û Zerdeştiyê nêzîkî hev in: −

Li gel Êzdiyan û Zerdeştiyan agir pîroz e. Li gel zerdeştiyan agir di perestgehên (Zerdeştî dibêjin „ateşgeh“) wan de divê ti car venemire. Ji bo vê yekê pîrê parastina agir hene. Tiştekî wiha li gel Êzdiyan tune, an jî winda bûye. Lê Êzdî mînak di cejna cemjiyayê de agirê di destê pîr de bi destê xwe nêzîk dikin û li rûyê hembez dikin. − Êzdî û Zerdeştî wexta duhayên xwe berê xwe didin rojê. Roj ji li gel herdu olan pîroz e. − Tenê ji dayikbûna xwe mirov dikare bibe Êzdî an jî zerdeştî. Ji derva tu kes nikar e, bibe Êzdî an jî zerdeştî. − Cil û bergên spî li gel herdu olan sembola ola wan in. Kirasekî bi şeş quncik divê li her Êzdî û Zerdeştîyan hebe. Navê wî kirasî “garîban”

(zerdeştî) an jî “gêrîvan” (Êzdî) e. Bi wî kirasî diyar e ku ev mirov zerdeştî/Êzdî ne.25 − Cejan Cemayî ya Êzdiyan û cejna Al-Mihracan ya zerdeştiyan nêzîkî hev in. Billî hevqas nêzîkbûn ferqa herî mezin di dualizmê de ye. Zerdeştî du hêz, du alî didin ber hev: hêza baş, ango Ahura-Mazda û hêza xirab, ango Ehrîman. Ev herdû hêz herdem di nav şer de ne û zerdeştî bawer dikin ku rojekê hêza baş dê serkeve. Li gel Êzdiyan jî xirabî û başî heye, lê herdû hêz ji yek kokê, ji yek bîrê ne. Xweda li gel Êzdiyan himberî xwe tu hezeke din qebûl nake. Êzdîyatî û damezrandina “sed û hed” a Şêx Adî Şêx Adî li gel Êzdiyan wek Pêxember nayê naskirin. Ev mirovekî bi keramet bû û di sedsala 11´an de reformên bi nav “sed û hed” xiste nav Êzdiyan. Di nav Êzdiyan de jî bi salan e, gengeşiyên mezin li ser şexsiyeta Şêx Adî û nasnameya wî tên kirin. Di literatura heyî de Şêx Adî Ibn Musafir ji Libnanê, gundê Bait-al-Far (nave îro Hirbet Qanfaf) di dema 1050´î an jî 1075´an de hatiye dinyayê. Tê gotin ku ji malbata Ibrahim, lawê Abdul Mali, lawê Mervan Ibn AlHakam e. Şêx Adî bi temenê 90 salî jiyana xwe winda dike. Ev çûye Bexdayê û bi gelek îlimdarên sofiyan (wek El-Hallaj, El-Basrî û Abdulkadir Geylanî) re rûniştiye û ders dîtiye. Paşî Şêx Adî tê Laleşê û ji aliyên Şemsaniyan, ango Êzdiyan, wek mirovekî pîroz tê qebulkirin. Abdul Kadir Geylanî ku bi Şêx Adî re li Bexdayê li ser sofîtiyê xwendiye, li ser Şêx Adî wiha dibêje: „Ku mirovek bi keramet û mujadîn, bi zanêbûn û mirovatiya xwe heq kiribe, bibe pêxemberek, ev jî Şêx Adî ye“.«26 Di nav Êzdiyan de gelek teorî li ser Şêx Adî hene û ev bandoreke nakokî li ser ola Êzdiyan dike ku divê were zelalkirin. Bêguman ku mirov tebaxên Êzdiyan wek Mîr, Pêşîmam, Bavê Şêx, Pîr, Şêx, Mirîd, Qewal, Feqîr, Koçek û hwd. şirove bike, bandoreke sofizm xuya ye.27 Li aliyê din jî gelek elementên Mîtra, an jî yê Şemsanî di nav ola

Êzdîyatiyê de hevqas xurt in ku temamî nehatine windakirin. Wiha xuya dike ku Şêx Adî hinek taybetiyên sofizmê wek yên El-Basrî û El-Hallaj bi xwe re tine û bi baweriya Êzdiyan ya rojperestî bi hev re taman dike. Bi taybetî rola Tausî Melek xuya dike ku Êzdîyatî oleke kevnare ye û ji bilî hevqas astengiyan di nav Kurd û Kurdistanê de yek ji nasnameya resen ya Kurdan bixwe ye. Dawî Êzdîyatî oleke kevn e û dîroka wê xwe dirêj dike heta 2000 sal beriya zayinê. Êzdîyatî, wek Yarasan (Ehli Heqq) û Elewiyên Kurd ji olên iranî yê rojava ye. Zerdeştî bandoreke mezin li ser Êzdîyatiyê nekiriye û yek ji olên Îranî yê rojava ye. Lê olên Îranî yê rojava (Êzdî, Yarasan, Elewî) û olên rojhilat (Zerdeştî) wek xwîşk û birayên ducan in, ango ji dayik û bavekî ne, lê pêvajoya wan ji aliyê bawerî, etîk, exlaq, afirandina dinyayê û rista Xwedê û melekan cuda bû ye. Her wiha jî hêja ye were gotin ku di jiyana rojane de û pê re guhartinên li Kurdistanê di nav hezar salan de, bi hatin, cûyîn û mayina ol û milletan re bandora xwe li civak û olan kiriye. Lewra jî bandora olên Îbrahîmî (Cihûtî, Xirstiyanî û Îslamî) di nav ol û milletên Rojhilata Navîn de diyar e. Lê billî hinek helandina elementên olan di nav hev de, baweriya Êzdiyan ya Tausî Melek ji destpêka ola wan ve heta îro xwedî taybetiyeke mezin e. ***

Jêrenot

  1. Kizilhan, Ilhan: Die Yeziden, medico international, Frankfurt, 1997, S.9.
  2. Grant, Asahel: The Nestrians or The Lost Tribes, Philadelphia Press, Amsterdam, 1915, S. 31.
  3. Gotwald, Maria von: Die Jesiden«, Globus, V. 83, 1898, S. 181.
  4. Kizilhan, Ilhan, Verortete Vergangenheit. Das kollektive und religiöse Gedächtnis der Yeziden in der Türkei. Berlin: VWB Verlag, 2014.
  5. Kizilhan, Ihan. Die Gegenwärtigkeit der Vergangenheit. Funktionen des Erinnerns von außergewöhnlichen Ereignissen im Kontext der Gegenwart. Berlin: Regener Verlag.
  6. S.15-21, 2008. Handwörterbuch des Islam. A.J. Wensinck & J.H. Kramers (Hrsg.) Leiden 1941, S.806-811.
  7. Empson, R.H.W.: The Cult of the Peacock Angel, London, 1928, S.23.
  8. John, C./Edmond, A.: Pilgrimage to Lalish, Aberdeen, 1967, S.173; W.A. Pilgrim and Edgar T.A.Wigram: The Cradle of Mankind, (Life in Eastern Kurdistan), London, 1914, S.101.
  9. Edmond, A.: Pilgrimage...op. cit.., S.11.
  10. Afzali, Daftar/Doureh-ye Damyari/Mohamed Mokri: Le Chasseur de Dieu et le mythe du Roi-Aigle (Dawra-y Damyari), Wiesbaden, 1967.
  11. Hamzeh’i, Reza M. The Yaresan - A Sociological, Historical and Religio-Historical Study of a Kurdish Community, Klaus Schwarz Verlag, Berlin, 1990, S. 7-11.
  12. Fr. Windischmann: Die persische Anahita oder Anaitis, (Ein Beitrag zur Mythengeschichte des Orient), in: Abhandlung der phil.-philologischen Klasse der königlichbayrischen Akademie der Wissenschaften, Vol.8, 1856, S.113. B. Geranpaye: Yaristan – Die Freude der Wahrheit. Religion und Texte einer vorderasiatischen Glaubensgemeinschaft. 2006, Göttingen, S.12-23. P. Kreyenbroek: God and Sheikh Adi are Perfect. Göttingen. 2005, S.25-27. M. Mokri: Le Symbole de la Perle dans le folklore persan et chez les Kurdes Fideles de Verite (Al-e Haqq), in: Journal Asiatique, 1960, S.477.
  13. Moradi, Golmorad: Ein Jahr autonome Regierung Kurdistan, Die Mahabad Republik 1946-1947, Hochschule Bremen, 1992, S.32.
  14. Eigenes Interview mit den Yeziden in Lalish und Dihok im Nordirak, 1993/2006.
  15. Phythian-Adams, W.J.: Mithrasism, London: Constable and Company Ltd., 1915, S.11.
  16. Mackenzic, Donald A.: Mythos of Babylonia and Assyria, London: The Gresham Publishing Company Limited, 1974, S.54.
  17. Klaus, E. Müller: Kulturhistorische Studien zur Genese Pseudo-Islamischer Sektengebilde in Vorderasien, 1967. S.78.
  18. Avesta ist das heilige Buch der Zarathustra Religion.
  19. Empson, R.H.W.: The Cult of Peacock Angel, Witherly Press, London, 1928, S.225.
  20. Homes, Henry A.: ›The Sect of Yazidis of Mesopotamia‹. Biblical Respository and Classical Review, Series 2, Vol. 7, 1842, S.332.
  21. Dahman, Mohamed Ahmed: ›The Shamsiya in History, The Journal of Lughat alArab (arab.)‹, Vol.9, No.3, 1935.
  22. Murad, Jasim Elias: "The Sacred Poems of The Yezidis“, A Bell & Howell Company, Michigan, 1993. Ibn Khalakkan, Ahmed. Waffayat al-ayan (Arabic: The Deaths of Nobels), Editet by Ihsan Abbas, Dar Al-Thagafa, Beirut, Vol. 3., 1969, S.254.
  23. Fatemi, Narollah S.: Love, Beauty and Harmony in Sufism, New York, A.S. Barness and Company, 1978, S.55-56.
Ahmet Aktaş

Tê gotin ku bi dehan fermanên qirkirinê li ser gelê me yê ÊZDÎ pêkhatine, li goreyî gotinan vê fermana nuha ku di kesayeta ŞINGALÊ de li ser hemû gelê me yê ÊZDÎ tê meşandin jî ya 74´an e. 

Ji xwe qasî ku em ji dîrokê zanin, gûmana herî xurt ew e ku olê gelê me, yê hemû Kurdan bi giştî yê despêkê ÊZDÎ ye. 

Lê mixabin ji ber ku di serê vî gelî de ewqas fermanên qirkirinê yên giran derbasbûne; him bi piranî ji olê xwe jî derketine û him jî ji çand û hiner û ziman û bi giştî ji nasnama xwe ya resen jî gelek cewherê xwe wenda kirine, an jî birîndar bûne.

Lê mixabin ji ber ku di serê vî gelî de ewqas fermanên qirkirinê yên giran derbasbûne; him bi piranî ji olê xwe jî derketine û him jî ji çand û hiner û ziman û bi giştî ji nasnama xwe ya resen jî gelek cewherê xwe wenda kirine, an jî birîndar bûne.

Li perçeyê Bakur, li çend bajarên biçûk, mînak li çend gundên derdora Bişêriyê, li Midyadê û li Wêranşarê mabûn. Ew jî him di bin zilma dewletê û misilmantiyê de dinaliyan û her roj derbe dixwarin. Heta salên ku Tevgêra Azadiyê derket, hinek bêhna wan hate ber wan, kêm be jî hinek bi aramî û azad karibûn nefes bistendana. Lê ev serdema jî dirêj nekişand, bi ser de faşîzma leşkerî ya 12´yê Îlonê hat, di nava salekê de, hema hema mirov dikare bêje ji sedî nod miletê me yê ÊZDÎ cih û warê xwe ji neçarî terk kirin; yên hatin girtin, yên hatin koç kirin û hwd.

Li perçeyê Rojava jî, eger ne weke Bakur be jî heman çarenivîs hate serê wan jî, ji xwe nufûsa wan hindik bû, hema hema mirov dikare bêje, piştî salên nodî hijmarek gelek kêm li Rojava ma, yê din li dor ji sedî nod hemû derketin Avrupayê.

Li Rojhilat, hema hema bi navê Êzdiyatiyê hejmarek berbiçav diyar nebû, lê bi navê olên nêzîkî Êzdiyatiyê, mînak Yaresanî, Elheq û hwd, hene. Lê evana jî di bin rejîma nijadperest û faşist de nikarin xwe bilivînin. Bêgûman bandora Tevgêra Azadiyê hinek li ser wan jî heye, kêm be jî tevlêbûnek an jî nêzîkbûneke sembolik heye.

Em nuha werin ser perçeyê Başûr û fermana qirkirina 74´an. Weke tê zanîn, li Bakur pêvajoyek nuh a çareseriya demokratîk dest pêkir, biçûk be jî hinek gav hatin avêtin. Lê pêngava herî mezin û bi bandor û çavê kevneperestiyê bi giştî; him ya herêmê û him jî ya cîhanê tirsand, ŞOREŞA ROJAVA bû.

Bêgûman di serê vê kevneperestiyê de jî rola herî mezin Dewleta AKP´ê hilda ser milê xwe. 

Hema ji nişka ve Dewleta Suriyeyê dujmin îlan kir û xwest hema bi lez û bez êrîş bike û bikeve xaka Suriyeyê. Lê konjoktura cîhanî destûr nedayê. Vê carê xwest hinek kes û komikan bide ser hev; bi navê Arteşa Azad a Suriyeyê rejîmê bixe. Her wiha li gel vana piştgirî da rêxistina IXWAN EL MISLIMÎN jî. 

Lê di demek kurt de, derket holê ku ji vê projeyeya buxçika çel pîne tiştek bi ser nakeve. Hema bi lez bi rêxistinên çekdar yên weke EL NUSRA´yê re kete nava hevkariyê û bi tundî evana ajotin ser Şoreşa Rojava. Lê bi rêya vana jî, ew encamên berbiçav ên ku ew dixwazin nikaribûn bi dest xista. 

Bi tenê çareyek wan ma, ew jî; bi navê DAÎŞÊ, komek ji EL QAİDE qetandin anîn, bi hemû hêza xwe û bi piştgriya kevneperestiya cîhanê hemû organîze û çekdar kirin û ajot ser ŞOREŞA ROJAVA. 

Di çend mehên despêkê de, erê gelek derbe li Şoreşê da û gelek zerar û ziyan jî gihand gelê me yê Rojava. Lê li himberî hêzên YPG û YPJ nikaribûn bi serketana û derbeyên giran xwarin û li ser stratejiyeke nuh xebitîn.

Stratejiya DAÎŞ’ê Ya Nuh

Di demek kurt de, plana wan a nuh derket holê û êrîş birin ser Musilê û bê şer ev bajar xistin destên xwe! 

Hema li pey vê destkeftiyê êrîşî Şingelê û Mexmûr û hinek bajarokên Asurî-Suryaniyan û yên Tirkmenên Şîa û paşê hedefên xwe yên dagirkeriyê zêdetir kirin û berê xwe dan ser Kurdên Kakeyî û derdorên Kerkûk û hwd. 

Êdî yek ji armanca wan a bingehîn eşkeretir bû ku ji bo karibin derbeya mezintir li ŞOREŞA ROJAVA bixin, divê ji alîkî ve xwe bi hêztir bikin, mînaka Musilê û pişt re derbê li reh/damara dîrokî ya gelê Kurd li navenda Kurdên ÊZDÎ, li ŞINGALÊ û paşê li LALEŞÊ bidin.

Wateya Lêdana Şingalê û Mexmûr Bi Hev Re!

Lêdana Şingalê û Mexmûr di heman demê de, gelek watedar e. Ji ber ku, Şingal û ÊZDIYATÎ temsîliya dîrokî ya Gelê Kurd dike. Mexmûr jî temsîliya pergala jiyana hemdemî ya XWESERIYA DEMOKRATÎK dike. Lewma lêdana van a herdu wargehan bi hev re tê wateya ku naxwazin û lewma hewl didin ku dîrok û îro negihên hev, her wiha dixwazin derbeyê li herdu cîh û deskeftiyan bidin û paşê bizîvirin ser serê Şoreşa Rojava.

Wan xwestin,bi giştî gel û bi taybetî Tevgêra Gelê Kurd, ji dîrokê yek kokek/rehek wê maye wê jî qir bike, ji wê jî qut bike, gel bê bingeh bihêle, lê na xêr, hesabê wan berovajî zîvirî, gelê me û şoreşa me û Tevgêra me, nuha hîn xurtir li ser koka xwe bi cîh bû û bingeha wê ya cewherî nuha bi hêztir bû.

Erê DAÎŞ’ê derbeyek mezin û giran li me xist, lê belê bi ser neket. Ji ber ku hema di roja yekemîn de YPG û YPJ ê li ROJAVAYÊ û HPG jî li QENDÎLÊ, di hewara gelê xwe de çûn. Berxwedana Şingalê nuha jî dewam dike.

Dîsa Vegera Ser Rojava û Bi Taybetî BERXWEDANA KOBANÊ

DAÎŞ’ê, bi wan çekên ku li Musilê bi dest xist, bû xwedî hêzek mezin û bi vê xurtiya xwe dîsa vegeriya ser Rojava û bi taybetî xistina KANTONA KOBANÊ ji xwe re kir armanc.

Bêgûman di van planan hemûyan da, Dewleta AKP’ê rola sereke dilîst û hîn jî dilîze. Ji xwe ew ne derxistina personelên Balyozxaneyê, gûmana raya giştî kişand ser helwest û siyaseta Tirkiyeyê. 

Weke tê zanîn li gel şehadetên giran û wêrankirina bajarê Kobanê, DAÎŞ’ê şikestineke mezin xwar, bêgûman di heman demê de ev şikestina Dewleta AKP’ê û hevalbendên wê jî bû. Her wiha serkeftin û qehremaniya YPG û YPJ û bi giştî berxwedana gelê me di cîhanê de deng veda.

Encam

Fermana qirkirina 74´na bi serneket, êdî dunya alemê hemû dît, an bihîst ku Gelê Kurd teslîmbûnê napejirîne, her çendîn mirin jî tê de hebe, dê berxwe bide heta ku bi serkeve.

Êdî divê, ne ew fermanên qirkirina me bidin, êdî divê ew nikaribin fermanan li me rakin, berovajî, divê êdî em karibin fermanên qirkirina dagirkeriyê li wan rakin û li welatê xwe em qira yên weke DAÎŞ’ê bînin û em vê zihniyeta reş ji welatê xwe paqij bikin.

Vê carê neyarên gelê me ne gihiştin mirazê xwe û ew ê êdî ticarî nikarin bigihên armancên xwe. Ji ber ku gelê me bi giştî bûye xwedî hişmendiyeke netewayî, welatparêzî û mirovperweriyê.

Gelê me yê ÊZDÎ jî, êdî hişmendiya xwe ya hemdemî ya li gel Tevgêra Azadiyê xurtir kiriye, êdî ne bi gotin tenê, bi kiryarî jî ev yek dît û hîn jî dibîne û bi xwe dijî û gav bi gav xwe ji nû ve bi rêxistin dike û jiyana xwe li ser pergala xweseriya demokratik ji nû ve ava dike.

HPG, YPG, YPJ û YBŞ bi hev re, ji bo Şingalê ji terorist û qatilên mirovahiyê DAÎŞ’ê paqij bikin, bi biryardariyeke mezin şer û cenga xwe didomînin.

Piştî ewqas berxwedan û keda mezin, ji bo rizgarkirin û hevgirtina Kurdistanê, her wiha ji bo jiyaneke hevpar bi hev re bi hemû gelên niştecihên Kurdistanê re, bawerî û qinyateke bilind bi gelê me re çêbûye.

Ez bawer dikim ku zemanê pêkhatina vê hêvî û hesret û armancê ne dûr e, nêz e.

M. Malmîsanij

Zilkîf Xweşhêvî: Birêz Malmîsanij hûn jixwe kesayetiîyekî

naskirîne ji ber wî ez naxwazim we ji we bipirsim; lê ez dixwazim bipirsim gelo Malmîsanij wek nîvîskar û rewşenbîrekî kurd dixwaze çi bike? Ji nivîskarîya xwe çi hêvî dike?

M. Malmîsanij: Berî deh salan min derheqê nivîskarên kurd ên li Swêdê de lêkolînek kiribû. Wê demê ez li ser vê pirsê jî sekinîbûm: Gelo nivîskarek çima dinivîsîne? Daxwaza wî/wê ji nivîsandinê çi ye? Bersiva van pirsan zehmet e. Nivîskar dikanin ji ber sebebên cihê-cihê binivîsin. Her kes ji bo eynî hedefê nanivîsîne. Gelek caran hin kes bi xwe jî nikanin sebebên nivîsandina xwe îzah bikin. Heke tu ji nivîskarekî/ê sebebên nivîsandina wî/wê bipirsî, dê bersivekê bide, lê carna dibe ku sebebên bingehîn ên nivîsandina wî/wê tiştinên din bin. Di binî de, di "background"ê de, dibe ku sebebên din hebin. Sebebên psîkolojîk, yan jî psîko-sosyal. Ji bo çi ez vana dibêjim? Nivîskarê kurd gelek caran dibêje ez ji ber welatperwenyê dinivîsim; ji bo welatê xwe, ji bo kurd û Kurdîstanê. Min berê jî li hin cîyan gotibû; di vîya de rastî heye, lê bi qenaeta min, ev bersiv bi serê xwe sebebê nivîsandinê îzeh nake. Bes nine. Sebeb ne tenê ew e. Ew faktorek e. lê sebebên cihê-cihê hene. Wek nimûne, hin kes dixwazin bibin navdar, bibin xwedî statûyeka baştir; hin kes ji nivîsandinê hez dikin, hin hene dixwazin mesajekê bidin civakê; hin kes dixwazin wextê xwe vala derbas nekin, bi tiştekî re mijûl bibin; ji bo hin kesan nivîsandin wek te repîyê ye, ji civakê îzolebûn e, bi nivîsandinê bi civakê re têkilî datînin û hwd. Hin kes ji bo peran dinivîsînin, lê li ba kurdan ez bawer nakim kesên wisa zêde hebin; çûnkî îro ji kitêbên kurdî pere nayê. Ez ya xwe bibêjim. Ez ji zaroktîyê de ji xwendinê hez dikim. Ya min hezkirineke gelek zêde ye. Yanê ez di bist û çar saetan de bist û çar saet dixwînim. Di bîst û çar saetan de meriv nikane bîst û çar saet bixwîne, bêguman ez vîya dizanim; lê ez radikevim, îhtîyacîyên xwe yên maddî dibînim, wekî din ez dixwînim. Ez dikanim bibêjim ku jîyana min wisa derbas

bûye. Êdî ez hin bûme. Ez dixwazim xizmetekê bikim; ev jî faktorek e. Di nivîskarîyê de tetmînbûneke manewî heye. Tesîra van tiştan dibe ku li ser min jî hebe lê ez bi xwe ji xwendin û nivîsandinê hez dikim. Heke ez jê hez nekim ez nikanim ewgas binivîsim. Ez ji berê de dixwazim ji bo miletê xwe hin tiştan bikim. Ew neheqîya ku dewleta Tirkîyê li me kirîye, ji xortanîya xwe de min his dikir, ez pirr aciz dibûm. Dema ku min di xwendegehên tirkan de dixwend, min xwe ji tirkekî kêmtir jî mezintir jî nedidît. Ew ne ji min bilindtir ne jî nizmtir in. Loma ew neheqîya ku li me bûye, ez dixwazim li hember wê bixebitim. Tiştekî ku ji destê min hatîye min kirîye, ez dikim. Zimanê me hatîye qedexekirin, nehiştine ku em kurdbûna xwe bibêjin. Min li dijî van neheqîyan nivîsîye. Dema ku min di lîseyê de dixwend, ne hemî dersên min lê dersa min a edebîyatê baş bû; kompozîsyona min pirr baş bû. Ji ber ku min jê hez dikir. Di wê demê de jî min nivîsandina hin tiştan ceriband, lê di destpêkê de min bi tirki dinivîsand. Min di 1969an de li Dîyarbekirê lise, 1973an de li Enqereyê Fakulteya Îlahîyatê qedand. Tu jî dizanî, dema ku meriv xort e, hîn romantîk e. Wê demê min tirkî dinivîsand, lê hin tiştên min ên xusûsî hebûn. Deftereka min hebû, min tê de rojane dinivîsand, lê tiştên ku min nedixwest kesên din fêm bikira min ew bi kurdîya kirmancî (zazakî) dinivîsandin. Di destpêkê de min alfabeya kurdî nedizanî. Tiştên ku min dinivîsandin min bi alfabeya tirkî dinivîsandin lê wê têrê nivîsandina kurdî nedikir. Piştî ku ez hînî alfabeya erebî bûm, carna min herfên latînî bi herekeyên erebî (zîr û zeber) dinivîsandin. Yanê min du "alfabe" têkel dikirin. Em bêjin herfa K ya latînî, bi zeber (fethe) ya erebî dibû KE; bi zîr (kesre) dibû KI. Heke min bi herfên latînî WR binivîsanda û zeberek danîna ser herfa W, zeberek jî li ser herfa R, dibû "were". Ev alfabeya min a taybetî bû. îcar gava ku min bi vê alfabeya taybetî û bi kirmancî (zazakî) dinivîsand, tu kesekî nikanibû jê fêm bikira. Wê demê ji ber ku kurdbûn û zimanê kurdî gedexe bû, em bêjin heke yekî gilî bikira yan jî polis nivîsên kurdî li ba meriv bidîta, serê meriv diêşand. Merivan jî li gor xwe tedbîr digirtin. Carna min tiştên kirmancî (zazakî) dinivîsandin lê ne bi awakî sîstematîk. Min li gor xwe, hin tiştên besît û

"zarokane" dinivîsandin. Min bi vî hawî dest bi nivîsandina kurdî kir. Tiştekî din heye ku min berê jî gotîye. Tu jî dizanî, dema ku meriv edebîyata osmanî dixwîne tê de rastî gelek peyvên kurdî tê. Vî tiştî bala min jî kişandibû. Paşê, dema ku min di îlahîyatê de dixwend, carekê camêrek hat yûrda Dîyarbekirê (Il Enqereyê). Yekî Dîyarbekirî bû. Got, ez hatime dîtina hemşehrîyên xwe. Ez piçek pê re eleqedar bûm, em bûn semîmî. Rojekê ez birim mala xwe. Min li ba wî ferhengeke farisî dît û jê stend. Min ew ferheng hemî xwend. Ez dinêrim hin gotin wek kirmancî ne; "ma, şoma" filan. Min li îlahîyatê farisî xwend. Min jê hez dikir. Di dersa farisî de nota min timî ji dehê deh bû. Hîn dema ku min ew ferheng xwendibû, fikra amadekirina ferhenga kirmancî (zazakî) di serê min de çêbûbû. Min di dilê xwe de got, madem di vê ferhengê de hin gotinên farisî wekî kirmancî ne, ez jî dikanim ferhengeke kirmancî amade bikim. Lê wê demê kitêb yan jî nivîsên kurdî peyda nedibûn. Li ser kurdan bi tirkî jî kitêbên baş tune bûn. Heke faşîstekî jî li ser kurdan tiştekî binivîsanda, heqaret jî li wan bikira, min ew peyda dikir û dixwend. Her ku min çîrokên, yanê teorîyên sexte yên ku dibêjin kurd tirk in, "kart, kurt" filan dixwendin ez aciz dibûm. Tê bîra min, li yûrdê, carekê hevalê min Behadîn (Bahattin), Dîwana Cîgerxwîn anî. Min bi heyecan jê deyn kir û bir nivîsî. -Behadîn ji Gimgimê (Wartoyê) bû. Min bihîst paşê bûye profesor. Wê demê min baş bi kurmancî nedizanî lê min ji edebîyatê, ji şiîrê hez dikir. Ji wezn û erûzê filan... Dema ku min ew şiîr dinivîsandin hem kurmancîya min baştir dibû hem jî min gelek ji wan şiîran jiber dikirin. Bavê min kurmancî dizanî û ji stran û şiîran hez dikir. Gava ez diçûm malê, min jê re dixwendin. Digot: "Ana ev li wê hene yan tu li ber xwe dibêjî?!" Bawer nedikir ku zimanê kurdî li ser kaxezê hebe. Carna min xelet dixwend, digot ne wisa ye; dema ku min dinihêrt, wek wî derdiket. Berîya wê kitêbê, dema ku min li Pîranê, li mekteba navîn (orta okul) dixwend, min kovara DîcleFiratê dîtibû. Tê de çend nivîsên kurt ên kurdî hebûn. Dîsa wê demê, rojekê hevalekî min gramera Kemal Badillî anîbû mektebê, min jê girt bir malê. Lê ez baş tênedigihiştim. Di dawîyê de ez xwe bi xwe fêrî alfabe û gramera kurdî bûm û min di kovaran de nivîsî, kitêb nivîsîn. Ji sebebên girîng ên

nivîsandina min yek jî ev e: Di warê ziman, edebîyat yan jî tarîxa kurdan de hin tiştên ku ez balkêş dibînim ez dinivîsim da ku xwendevan jî hay ji wan hebin. Zilkîf Xweşhêvî: eirêz Malmîsanij di vir de ez vê pirsê jî ji we

bikim. Çi lehçeyên kurdî bin çi jî zimanên bîyanî bin hûn bi çend zimanî dixwînin û dinivîsînin?

M. Malmîsanij: Ez bi kirmancî (zazakî), kurmancî, soranî û goranî dixwînim. Goranîya min pirr baş nine, carna ez bi zehmetî fêm dikim yan jî fêm nakim. Ez dikanim tenê bi kirmancî û kurmancî binivîsînim. Zilkîf Xweşhêvî: Û tirkî? M. Malmîsanij: Belê ez tirkî jî dinivîsînim. Zilkîf Xweşhêvî: Te kîjan ziman xwendine? M. Malmîsanij: Min tirkî, swêdî, fransî, erebî û piçek îngilizî xwendîye lê erebîya min û îngilizîya min ne baş in. Min li Unîversîteya Sorbonnê (li Parîsê), beşê "Etudes iraniennes" xwend. Li wir zimanên îranî lê bi giranî ziman û edebîyata farisî tên xwendin. Her-weha min li Unîversîteya Uppsalayê (li Swêdê) pehlevî û farisîya klasîk xwendin. Zilkif Xweşhêvî: Em bêne ser yekgirtina zimanê kurdî. Ez

pirsên xwe li ser hev bibêjim. Ewê munaqeşeya li Başûr hate kirin hûn çawa dibînin?Ji bo standartkirina zimanê kurdî fikrên we çi ne? Û yekgirtina zimanê kurdî de gelo hinek lehçeyên kurdî dê bêne perawêzkirin yan na? M. Malmîsanij: Meseleya standardîzekirinê, ya yekîtîya zimanê kurdî û meseleya lehçeyan meseleyeke komplîke ye. Helkirina van probleman gelek zehmet e. Bi qenaeta min lehçeyên me, em bêjin kirmancî, kurmancî, soranî û goranî herçiqas lehçeyên kurdî ne jî ji hev dûr ketine. Rastîya me ev e. Sebebên vê jihevdûrketinê gelek in. Niha em nikanin dûr û dirêj li ser bisekinin. Netîce ew e ku ew ji hev dûr ketine û kurdên ku bi wan lehçeyan dipeyivin ji hevûdin fêm nakin. Digel ku kurd miletek in, lehçeyên cihê-cihê dipeyivin. Dewleteke kurdan a mişterek a ku van lehçeyan bigihîne hev, çênebûye û ev lehçe heta îro hatine. Heke ez bi kurtî fikra xwe bibêjim, ez ji zû de çareya vîya wisa dibînim: Her lehçe divê heta mimkûn be bête axaftin, bête

nivîsandin, di komînîkasyonê de bête bikaranîn. Fersendeke demokratîk û azadane hebe ku her kes wek kurd bi hêsanî xwe îfade bike. Çarçova me kurdbûn e. Û digel vîya, polîtîkayeke zimanî hebe. Eger dewleta me tune be jî divê derheqê ziman de polîtîkayeke me hebe. Ew jî çi ye? Em dê giranî bidin alîyên mişterek ên van lehçeyan. Tiştên ku di nav lehçeyan de mişterek in divê em giranî bidin wan. Em bêjin heke çar-pênc formên cihê-cihê yên kelîmeyekê hebin, divê em a ku di lehçeyên din de heye tercîh bikin. Di tesbîtkirina termînolojîya îlmî de, divê ku meriv giranî bide tiştên mişterek û bala xwe bide ser hemî lehçeyan, ne tenê lehçeya xwe. Ji hemî lehçeyan îstîfade bike. Ne bi zihnîyeta navçegerî, bi perspektîfa millî li meseleyan binêre. Ji alîyê gramerê de jî divê ku meriv giranî bide alîyê formên mişterek. Bê ku tu lehçeyên din înkar bikî û bibêjî ez di ziman de şoreş çêdikim. Di ziman de şoreş nabe, evolusyon (evrim) dibe. Guhertin dê hêdî-hêdî, tedrîcî çêbibin, ne bi carekê. Ziman malê hemî milet e. Malê sinifên serdest e jî, yê bindest e jî; yê kurmanc e jî, yê kirmanc, soran û goran e jî. Ziman û lehçe bi hezar salan pêkhatine, di nav mehekê, salekê de ji ortê ranabin yan jî nabin yek. Heke kurd, bi taybetî zana, sîyasetmedar û xwendeyên kurdan polîtîkayeke wisa bimeşînîn dê lehçeyên me bere-bere nêzîkî hev bibin. Heke di televîzyon, radyo, rojname û kovaran de ev lehçe bên bikaranîn, kurd dê hêdî-hêdî ji hev fêm bikin. Heke îmkanên xwendinê hebin, her kurd dikane di xwendegehan de lehçeyên dinjî hîn bibe. Evjî me nêzî hev dike. Bi qenaeta min, li Kurdîstana Başûr, divê li herêmên kurmanc kurmancî, li herêmên soran sorani bibe zimanê perwerdeyê lê li her herêmê lehçeyên din jî bên xwendin. Bi vî hawî her kurd dikane di dema xwendina xwe de hînî lehçeyên din jî bibe. Gava bi vî hawî rewşeke demokratîk hebe, dê herkes xwe rehet his bike û hîşên biratî û hemwelatî dê xurttir bibin. Dema ku meriv tade û neheqî nebînin dê li civakê reaksîyonên li dijî hev çênebin û hem meriv hem jî lehçe nêzikî hev bibin. Yan na, dema ku hin beşên civakê nikanibin xwe rehet îfade bikin, dê di nava civakê de problem mezintir bibin. Zilkîf Xweşhêvî: Wek pirsa dawî em bêne ser wê kitêba

we ya bi navê "Said-i Nûrsî ve Kürt Sorunu" di vê kitêbê de jêderên we yek jê Necmettîn Şahîner e, yê dî jî Cemal Kutay e. Ev her du însan jî nêrîna wan a li mesela kurdî

dîyar e, negatîv e. Îca di vê kitêbê de hatîye ku têkilîya Seîdê Norsî yan jî Kurdî bi "Teşkîlat-i Mahsûsa" re ku rêxistina îstîxbaratî ye, heye, ev yek. A didiwan we di beşeke kitêbê de balê kişandîye ser wê yekê ku Seîdê Norsî "Serxwebûna Kurdîstanê nexwestîye" Îca pirs di vir de ev e. Ew her du jêder jêderên sehîh nînin. Gelo malûmatên ku we dane vedigerin ser wan jêderan yan jî hin jêderên dî jî hene? Derhegê endambûna Seîdê Norsî ya bi Teşkîlat-i Mahsûsa çi belgeyên muqnî hene? Û ya sisêyan gelo di dema Seîdê Norsî de çend kesan yan jî çend rêxistinên kurdî dawa serxwebûna Kurdîstanê dikirin? Yanî ew sernav neheqî nîne li Seîdê Kurdî? ji ber ku divê mirov çarçoveya sîyasîya wê demê jî li ber çav bigire. M. Malmîsanij: Çavkanîyên ku min ji bo nivîsandina wê kitêbê bi kar anîne, ne tenê yên Necmeddîn Şahîner û Cemal Kutay in. Di dawîya kitêbê de çavkanî hatine nivîsîn. Wekî ku li wir jî xuya ye, ji bo wê kitêbê herî kêm 60 çavkanî hatine bikaranîn. Di nava çavkanîyan de dibe ku yên xelet jî hebin. Min bi zanîn çavkanîyên xelet bikar neanîne lê heke bê ku ez bizanibim, çavkanîyên xelet hebin û kesek bikanibe xeletîya wan nîşan bide, ez dê gebûl bikim. Gava ku ez dinivîsim heta ku ji min tê ez hewl didim ku xeletîyan nekim. Digel vê hewlê, dibe ku min xeletî kiribin. Bi a min, xeletîkirin ne eyb e, ji ber ku em meriv in û em dikanin xeletîyan bikin. Lê heke meriv bi zanebûn, mexsûs tiştên xelet binivîse, ew eybeke mezin e. Ne tenê Necmeddîn Şahîner û Cemal Kutay, hin nivîskarên din jî dinivîsin ku têkilîya Seîdê Nûrsî bi Teşkîlat-î Mahsûsa re hebûye. Tê zanîn ku Seîdê Nûrsî tevî hin dilxwazên kurd ên din di Şerê Yekem ê Cihanî de hemberî rûsan şer kiribû. Ji ber ku şer di navbeyna Rûsya û dewleta Osmanî de bû, hêzên şer ji alî leşker û îstîxbarata Osmanî ve dihatin organîzekirin û îdarekirin. Li gor T. Özkanî, hêzên dilxwaz ên Cebheyê Qefgasê (Kafkas Cephesi gönüllü savaş birlikleri) ji alîyê Teşkîlat-î Mahsûsa hatibûn organîzekirin; Seîdê Nûrsî jî yek ji wan bû û di wî şerî de rutbeya "qaymegamê fexrî yê Alaya Suwarî ya Kurdên Dilxwaz" (Gönüllü Kürt Süvari Alayi'nin fahri kaymakami) dabûnê. Li gor Îhsan Işikî jî Seîdê Nûrsî di Teşkîlat-i Mahsûsayê de wezîfe girtîye. Eşref Sencer Kuşçubaşi lîderekî girîng ê Teşkîlat-î Mahsûsa bû. Li gor hin çavkanîyan ew damezrêner, li gor hin çavkanîyan jî

demekê serekê Teşkîlat-î Mahsûsa bû. Şerîf Mardîn dinivîse ku ev Eşref Sencer Kuşçubaşi dostê Seîdê Nûrsî bû û Seîdê Nûrsî di gonaxa bavê wî Mistefa Begî de sal û nîv mabû. Dîsa li gor Şerîf Mardîn, Seîdê Nûrsî piştî Serîhildana Bedlîsê (1914) tevî servîsa veşartî (gizli servis) bûye ku mebesta wî ji vê servîsê Teşkîlatî Mahsûsa ye (Li vê kitêbê binêre: Şerîf Mardîn, Bedîûzeman Said Nûrsî Olayi). Bi xebata Îttîhad-Terexî û Teşkîlat-i Mahsûsa, di dema şer de fetwaya cîhadê tê dayîn. Di heyeta amadekirina wê fetwayê de Şêxulîslam Xeyrî Efendî (Hayri Efendî) Û Seîdê Nûrsî jî hebûn. Ev Xeyrî Efendî mensûbê Îttîhad-Tereqqîyê bû û mason bû. Di dema şer de Rûsan Seîdê Nûrsî hêsîr girtibû. Paşê ji Rûsyayê revîyabû û xwe gihandibû Stenbolê. Wê demê (1918), li ser daxwaza wezareta herbîyeyê, bi îmzaya Şêxulîslam Mûsa Kazim, wek xelatekê, payeya "mexrec"ê dan wî. Ev şêxulîslam jî mason bû. Wê demê, wezîrê herbîyeyê û berpirsîyarê Teşkîlat-i Mahsûsayê Enwer Paşa bû. Lê Seîdê Nûrsî merivêkî dîndar û îslamîst (islamci) bû. Di sala 1908an de, di rojnameyên Şark ve Kurdistan û Kürt Teavvün ve Teraqî Gazetesîyê de nivisên kurdî û tirkî nivîsandibûn. Min ev nivîs wergerandin ser herfên latînî û di salên 1980yî de weşandin. Zilkîf Xweşhêvî: Û projeya wî ya Medresetuz Zehra heye.

Ji bo perwerdeya bi kurdî.

M. Malmîsanij: Rast e; lê li wê jî zimanê erebî li pêş e. Bi gotina wî, "lisân-i Arabi vacib, Kürdî caiz, Türkî lazim" (zimanê kurdî wacib, kurdî caiz, tirkî lazim) e. Wekî ku min got, ew merivekî îslamîst e. Di dema Cumhûrîyetê de li ser pirsa kurdan zêde nasekine. Bêguman ez dizanim ku wê demê şert giran bûn. Kemalîstan kurdbûn û zimanê kurdî gedexe kiribûn. Tade û neheqî zêde bû. Ew li surgunê bû. Her kes hatibû tirsandin. Zilkîf Xweşhêvî: Ew mesela tedbîrê ye, ne ji bo şêxsê xwe

û tirsê ye.

M. Malmîsanij: Tu jî dizanî, di jîyana wî de çend dewre hene. Seîdê Berê (Eski Said), Seîdê Nû û Seîdê Sisîyan. Di dema Seîdê Berê de, di nivîsên wî de kurdbûna wî zêdetir xuya dike lê piştî wê dewreyê ne wekî berê ye. Ji sîyasetê dûr dikeve.

Tiştekî din jî, ew bi xwe dibêje: "Benim gibi ... bin millîyetçi Türkçüler kadar Türk mîletine bilfîl hizmet eden ... bir insan". "... Türklere hizmet ettim ve yüzde doksan dokuz menfaatli hizmetim Türklere olmuş". Zilkîf Xweşhêvî: Bila xwêner şaş fêm nekin. Ev gotin li

mehkemeyê wek gazinc hatine gotin. Yan na Seîdê Nûrsî li dijî turkçîtî û turancîtîyê ye. Heta di mehkemeya Denizli'yê de wisa dibêje: "Evet, hakiki insanlik ve fazilet mefkureleri etrafinda toplanmiş olan bu müslüman camialari sebepsiz biribirine düşman yapacak kadar böyle dar bir düşünüşün ve koyu Etrakçiliğin fikren muhalifi olmak bu milete hîyanet midir?" M.Malmîsanij: Ji xwe nabêje ez tirkçî me, dibêje "min ji tirkan re xizmet kirîye". Ew merivekî karîzmatîk e, lê wekî her merivî ew jî dikane xeletîyan bike. Em bêjin, pesnê lîderên Îttîhad-Tereqqîyê yên wekî Enwer Paşa û Nîyazî dide. Em dizanin ku Îttîhad-Tereqqîyê di dema îqtîdara xwe de weşanên kurdî gedexe kirin, bi plan û program bi sed hezaran kurd ji Kurdîstanê derxistin şandin rojavayê Anadolîyê. Bona ku wan asîmîle bikin, bi plan û program ew ji hev bela kirin, şandin nava tirkan. Enwerê ku ew pesnê wî dide, yek ji qatilên herî mezin ê dinyayê bû. Zilkif Xweşhêvi: Di kitêbên Seîdê Nûrsî li cîyeki

pesnê Nîyazi Beg dide, lê li derhegê pesnê Enwer de min kitêbên wi de tişteki nedîye, gelo hûn li kû lê rast hatine?

M. Malmîsanij: Di "Âsâr-i Bediîyye" de, di beşê "Nutuklar ve Makaleler" de (rûpel 392) wisa dibêje: "Sen Selanik'te Îtîhat ve Teraqîile ittifak etmiştin, neden ayrildin?" (...) "Ben ayrilmadim. Onlarin bazilari ayrildilar. Nîyazi Bey, Enver Bey gibi adamlarla şimdi de müttefikim." Zilkîf Xweşhêvî: Ew pesnê ku tu dibêjî ji bo tu fikrên

xwe zelal bikî- gelo berîya wê qetl û qîtala ku Îttîhadçîyan kirine, hatîye kirin yan piştî wî?

M. Malmîsanij: Min behs kir, di dema şer de jî li dijî wan nebû. Xweşhêvî: 1908'an de yanî serdema damezrandina Meşrutîyeta Il. de gelek pesnê rewşa nû û meşrutîyetê dide û pesnê mumeşîlê meşrutîyetê dide. Lê tiştê hûn dibêjin qetl û qîtala ku Enwer û Îttîhadçîyan kirîye di pêvajoya Cenga Cihan a Yekemîn de ye û Bedîuzzeman di wê demê de Îttîhadçîyan rexne dike. Ew pesnê ku hûn dibêjin piştî won karên wan ên qirêj nîne, berîya won e. Û di wê demê de gelek rewşenbîrên ne tirk destekê didine Îttîhad Te reqqîyê û hêvîya tiştekî nû ji Îttîhad Te reqqîyê dikin. Yanî wan tiştan mirov wek xeletî şîrove bike yan li gorî wê demê şîrove bike baştir e? Zilkîf

M. Malmîsanij: Gelek kurdên xwende û sîyasetrnedar di destpêkê de bi Îttîhad-Tereqqîyê re bûn, paşê ji wan dûr ketin. Ev gotina te rast e. Lê Îttîhad Tereqqîyê hin di sala 1909an de weşanên kurdî gedexe kiribûn. Paşê jî rê neda ku kurd bi zimanê me bixwînin. Di dema şerî de kurd şandin rojavayê Anadolîyê. Bi kurtî Seîdê Nûrsî jî dikane xeletîyan bike. Zilkîf Xweşhêvî: Wek prensîb tabî her însan dikare xeletî

bike; lê ev tiştên hatin bahskirin gelo xeletî ne?

M. Malmîsanij: Ma Seîdê Nûrsî însan nine? Xeletîyan nake? Zilkîf Xweşhêvî: Ezbenî, ez dibêjim pesndayîna wî ya

îttîhad Te reqqîyê berîya karê won ê girêj e yan piştî wî? Eger tu bêjî piştî wî, tê wê maneyê ku Seîdê Norsî dibe terefdarê zulma Îttîhadçîyan ne wisa? M. Malmîsanij: Ez nabêjim ku Seîdê Nûrsî bi zanîn piştgirîya zulma wan kirîye, lê bi çi nîyetê dibe bila bibe, piştgirîya wan xeletî bû. Wekî ku min got, di dema şer de jî piştgirîya wan kirîye. Dawîyê çi bû? Rewşa kurdan li meydanê ye. Zimanê wan hat gedexekirin, hebûna wan hat înkarkirin. Heke zanayên kurdan, lîderên kurdan wê demê xeletî nekirine, berpirsîyarên tirkan çawa kurd xapandin? Kesê zana ew e ku pêşîya xwe bibîne. Heke ez piştgirîya xelkê din bikim û ew ji xwe re dewleta xwe vejînin, paşê jî zimanê dîya min gedexe bikin, bêjin kurd tune ye, miletê min bikin koleyê xwe; her

roja Xwedê, serê sibê zarokên vî miletî mecbûr bikin ku bibêjin "varliğim Türk varliğina armağan olsun", êdî alimî û lîderîya min li kû ma? Zilkîf Xweşhevî: Tiştekî dîbibêjim

1909an de dema Munazarata xwe dinivîsîne rexne li îttîhad Te reqqîyê digire. Wek malûmat dibêjim. M. Malmîsanij: Ez jî nimûneyeka din bidim: Di meseleya "merkezîyet" û "ademê merkezîyet"ê de Seîdê Nûrsî rexne li Prens Sebaheddîn digre û dijî "ademê merkezîyet"ê derdikeve. Lê "merkezîyet" teza Îtihat-Tereqqîyê bû û wekî miletekî bindest zerara kurdan tê de hebû. Zilkîf Xweşhêvî: Pirsa min a dawî. Di wê demê de wek

rewşenbîr yan wek komele ên ku dawa serxwebûna Kurdîstanê kirine hene yan na? M. Malmîsanij: Hene. Zilkîf Xweşhêvî: Kî ne, hûn dikarin bibêjin?

M . Malmîsanij: Tevgera kurdî, di destpêka sedsala bîstan de tevgereke kulturî û demokratîk bû. Di dawîya Şerê Yekem ê Cihanî de hin welatperwerên kurd gihîştin wê bawenyê ku divê kurd ji bin bandora tirkan derkevin, bibin xwedî dewleta xwe. Van kesan di nava Kürt Teşkîlat-i İctimaîye Cemîyeti de cî girtin. Kesên wekî Memduh Selîm, Kemal Fewzî, hin Bedirxanzade û Cemîlpaşazade. Seîdê Nûrsî serbixwebûna kurdan neparastîye. Zilkîf Xweşhêvî: Mesele ne serxwebûnê parastîye yan

na. Tiştê ez dipirsim divê mirov kesekî li goriî dema wî şîrove bike. Ji ber vî gasî kes nikare Seîdê Norsî tawanbar bike. Lewra civata kurd wê demê ji xwe wisa bûye. M. Malmîsanij: Ez kesî tawanbar nakim. Tu dipirsî, ez jî dibêjim wî serbixwebûna kurdan neparastîye. Zilkîf Xweşhêvî: Kitêba we de beşekî bi ser navê "Saîdî

Nûrsî Bağimsizliği lstememîştî" kurdan serxwebûnê xwestibe nexwestibe. Ev tiştekî rast e?

heye wekî û Seîdê

hemû Norsî

M. Malmîsanij: Di kitêba min de beşekî bi sernavê "Bağimsizliktan Yana Olmayişi" heye. Wî serbixwebûna

kurdan neparastîye, min jî ev nivîsîye. Min negotîye "hemî kurdan serxwebûn parastîye lê Seîdê Nûrsî neparastîye". Tiştekî din jî heye: Seîdî Nûrsî ne her kes e. Ne hemî kurdan, lê miletên din serbixwebûna xwe xwestin û konjonktura wê demê jî dest da, bûn xwedî dewlet. Iro zarokên wan, her serê sibê nabêjin "varliğim Türk varliğina armağan olsun". Yûnanîyan serbixwebûn xwestin, arnawudan xwestin, bûlgaran, sirpan, ereban, ermenîyan xwestin û bûn xwedî dewlet. Dewleta tirkan û farisan heye. Bê dewlet kî ma? Kurd man. Haya kurdên nezan û nexwende dibe ku ji wan miletan tune bû, lê haya zanayên kurd divê hebûya. Xuya ye ku hin kurdên wekî grûba Kürt Teşkîlat-i İctimaîye Cemîyeti jî wekî zana û lîderên miletên din wisa fikirîn: Serbixwebûn wekî hemî miletên din heqê me ye jî, em ne mecbûr in ji tirkan re xulamtîyê bikin. Lê bi piranî "alim" û giregirên me ji van re xwedî derneketin, yan xwe kerr kirin yan jî pişta xwe da van û ji koledarên xwe re xizmet kirin. Zilkîf Xweşhevî: Mesela Teşkîlat-i Mahsûsa we ji Necmetîn

Şahîner girtîye wî jî ji Cemal Kutay girtîye. Cemal Kutay mirovekî mutemed nîne. M. Malmîsanij: Min çi ji kê girtîye min nivîsandîye. Heke xeletî hebe jî min bi zanîn, mexsûs nekirîye.

Zilkîf Xweşhêvî: Tiştekî spesifîk em bipirsin we bi xwe

îlahîyat xwendîye; lê hûn di fraksîyonên çep de bûne. Ji ber çi?

M. Malmîsanij: Ez pêşî dîndar bûm lê min timî dixwend. Min nivîskarên îslamîst ên wekî Seyyîd Qutub, Muhemmed Qutub, Mewdûdî, Hesen el-Benna jî dixwendin. Ez li rejîmeke adilane û îdeal digerîyam. Min digot bila edalet hebe, wekhevî hebe, zulm tune be filan. Di netîceyê de ez gihîştim wê genaetê ku bi şerîeta îslamî rejîmeke adil ava nabe. Bo nimûne, di îslamê de bende (kole) û carîye hene. Azadîya jinan bi qasî mêran tune ye û hwd. Ez bûm sosyalî st. Zilkîf Xweşhêvî: Niha? M. Malmîsanij: Ez niha jî dîsa rejîmeke adil dixwazim. Di pratîka Sovyetan û Çînê de derket ku bi sosyalîzma yekpartîyî sosyalîzma rastîn çênabe. Avakirina rejîmeke adîlane ne hêsan e, lê digel wê jî divê meriv ji bo wê têbikoşe.

Gernas Koçer

Ji bona hemû civak û gelan, bextereşîya herî mezin yek jê ew e ku dema çarenûsa nivîsandina dîroka gelan, yan jî ya civakan bi destê dijminê wan bête nivisandin. Mixabin gelek dîroknasên bê wijdan û nijadperest, li hemberî rastîya dîrokê xîyanetên mezin kirine û dîrok berûvajî nivîsandine. lewra kesên li dîrokê bêbextîyê bikin, ew dikarin li hemî nirxên mirovahîyê jî bêbextîyê bikin. Pêwîst bû ku her dîroknasek mînanî doktorê sonda hîpokrasîyê xwarî, çawa ku pêwîst e, ew bi peywîra xwe re tu caran xîyanet û cudatîyê neke. Dîroknas û lêkolînvan jî pêwist e, li hember pênûs û wijdana xwe, nirxên dîroka kîjan gelî dibe bila bibe, lê tu caran bêrêzîtî û xîyanetê neke û rastîyê binivîse. Bedbextîyek ya me Kurdan jî ew e ku gelek nirxên me yên dîrokî bi destê dijminê me hatine nivîsandin. Her wiha çarenûsa nivîsandina dîroka gelek navdarên me Kurdan jî bi destê dijminê me hatine nivîsandin. Mixabin ji ber vê çendê em hê jî rastîya kesayetîya navdarên xwe baş nasnakin. Wekî tê zanîn, piştî wefata (Bedîûzeman)Seîdê kurdî cenazeyê wî, ji devera ku lê hatibû definkirin, bi dizî ve hate revandin. Heta niha jî gora wî, li kîjan derê ye nedîyar e. Çawa ku dijminê vî gelî Cenazeyê Seîdê Kurdî ji ber gelê wî veşartin, her wiha ewan xwestin ku nirx û babetên kesayetîya wî jî bi tevahî li ber gelê wî beruvajî bikin. Ta îro jî dixwazin, bi Gelê Kurd bidin bawerkirin ku (Bedîûzeman) xwedî kesayetîyeke bê hempa bû ye û fîlozefekî bawermendê Ola Îslamê bûye. Lê ne xwedî kesayetîyeke kurdperwer bûye. Ji bo azadîya Gelê Kurd jî tu caran nefikirîye. Girêdayî van nêzîkbûnên bi dijminane ve, wekî em dizanin di berhemên Bedîûzeman de jî gelek hevok û gotin hatine xerakirin(tehrîfkirin). Bi van tehrîf û lihevguhertinan hê jî dixwazin serê gelê me tevilhev bikin. Ne tenê li hember cenazeyê (Bedîûzeman) her wiha li hember fikr û ramanên wî jî bêrêziyeke ku mirovahî jê şerm bike heta niha jî didin berdewamkirin. Ew Cemaeta bi navê Nûr ku ew Bedîûzeman ji xwe re qaşo wek pêşengê tevgera xwe dibînin, lê armanca wan ya bingehîn ew e ku di bin navê îslamê de naveroka hemî nirxên

Bedîûzeman ji Netewa Kurd dûr bikin û bidin bawerkirin ku tu têkilîya wî bi mesela kurdperwerîyê ve tunebûye. Di vê mijarê de rola vê tevgerê gelekî mezin e. Lê divan salên dawî de enîya rewşenbîr û nivîskarên Kurd ketine nava hewldan û lêkolînan. Nirxandin, nivîs û agahîyên gelekî grîng derêxistine ber çavan. Ez bawer dikim ta niha jî, ji gelek alîyan ve kar û xebat li ser kesayetî, nirx û rûmata (Bedîûzeman) berdewam e. Ez di wê hêvîyê de me ku di rojên pêşde di vê mijarê de kar û xebat wê wisa pêş bikeve, heta ku li ser Bedîûzeman bîranîn, semîner û konferansên netewî jî çêbibin û her wiha berhemên wî jî di nava xwendevanân Kurd de di beşên olî û felsefê de, di astên herî bilind de bêne xwendin. Da ku bibe bersivek jibo wan misilmanên qelp ew ên ku Bedîûzeman ji xwe re wekî pêşeng dibînin, lê li dijî fikr û ramanên Bedîûzeman yên kurdewarî û li diji azadîya Gelê Kurd in. Her wiha da ku bibe rengînîyek ji bo arşîv û lêkolînên di derbarê Bedîûzeman de hatine berhevkirin, min jî xwest çend agahîyên ku tucaran nehatine nivîsandin û çapkirin û her wiha di nava gel de tucaran nehatine bihistin di vê nivîsê de bidim eşkerekirin. Li gor sistema perwerdeya medreseyan cara pêşîn min li cem Mamoste Mele Ahmed dest bi xwendina beşa bi zimanê `erebî kirîye, her wiha bavên me jî birayên hev in. Mamoste Mele Ahmed niha li Tirkîyê sekreterê perwerda giştî yê Sendika bi navê DİVES´ê ye. Ewî jî piranîya xwendina xwe ya medresê hetanî asta bilind li cem Seydayê Mele Fexruddîn, li gundê Govkana ku girêdayî şaxa Wanê ye, xwendîye. Mamoste M. Ahmed gelek caran behsa wan salên di 1970´î de dema ku li gundê Govkanê dixwend dikir. Pir bi girîng û balkêşî ji me re behsa Mele Ebdulmutelîb dikir. Mele Ebdulmutelîb alimekî gelekî xwurt bûye. Ew li gundê Gorandeştê yê girêdayî şaxa Wanê dijîya. Paş navê wî digotin Mele Ebdulmutelîbê Gorantaş. Ew ji malbateke bi eslê xwe seyîd bû. Mamoste Mele Ahmed pir caran ji me re wiha behsa Mele Ebdulmutelîb dikir. Digot: „M. Ebdulmutelîb; her dû çavên wî hafiz bûbûn û di nava demsalên kaltîyê de dijîya. Lê hişmendî û zekaweta wî gelekî xwurt bû. Di navbera gundê Govkan û Gorandeştê de bi piyan kêm zêde saetek rê hebû. Em pir caran diçûn gundê Gorandeştê. Çiqas em biçûna gund, ji bo zîyareta Mele Ebdulmtelîb em diçûn mala wî û me li sohbeta wî guhdarî dikir. Sohbet û civata wî gelekî

xweş bû. Bi rastî destê mirov ji axaftinên wî ne diqetîyan. Zekaweteke ecêb li ser bû. Heta ku carînan li ser mijarekê ku em hemî jê agahdar bûn nîqaş derdiket, ji me re digot: ´Kurên min, ka filan pirtûkê bînin.´ Me jî pirtûk dianî û wî digot: ´De filan rûpelê vekin û li filan rêzê binêrin.´ Me jî pirtûk vedikir û lê dinêrî û bi rastî jî wekî wî digot wisa derdiket. Em li hember heş û bîrên wî matmayî diman. Lê taybetmendîya wî ya herî girîng ne ev tenê bû. Lewra ew telebê Seydayê Bedîûzeman bi xwe bû. Û bi salan li ber destê wî xwendibû û bi wî re hevaltî kiribû.“ Mamoste Mele Ahmed digot: „Em gelek caran dema em biçûna mala Mele Ebdulmutelîb, me ji wîre digot: ´Seyda ka ji me re behsa Seydayê Bedîûzeman bike.´ Bêhtirîn ji me re behsa wan salên dema ku li Wanê li cem Seydayê Bedîûzeman dixwend dikir. Digot: ´Rojekê Seyda gote min Ebdulmutelîb; navê te Ebdulmutelîb çênabe. Bi kurdî ango Koleyê Mutellib. Bila ji niha û pê ve navê te Abduşemed be.´ Kêfa min jî gelek pê hat û min got: ´Seyda dizane.´ Heta ku ez li cem Seyda Bediûzeman bûm, wî û feqeyan hemûyan ji min re Abduşemed digotin. „ Mamoste Mele Ahmed di derbarê Bedîûzeman de çi agahîyên balkeş û girîng yên ku wî ji devê Mele Ebdulmutelîb bihistibûn û ji min re gotibû, ez jî bi seranser li vir dinivîsim. Mele Ebdulmtelîb dibêje: „Carekê min ji Seydayê Bedîûzeman pirsî.Min got: Seyda; dinava gelde dibêjin,xizir pêxember tif kirîye ser zimanê Bedîûzeman, ji ber vê jî derîyê gencîne (xezîne)ya ilmê li ber wî vebûye û bûye xwedîyê vê seqafet û irfanê. Min got: ´ Seyda, gelo ev rast e?´Seyda Bedîûzeman li min nihêrî û keniya û Got: ´Xweda şahid e, tiştekî wisa çênebûye. Heger qenciyeke Xweda bûbe wesîle ku derîyê gencîne(xezîne)ya ilmê li ber min vekiribe, ew jî Şêx Ahmedê Xanî ye. Lewra dema ku min li Bazîdê dixwend, her car ez diçûm ser gora Şêx Ahmedê Xanî û min pişta xwe disipart kêla wî û min dersên xwe mitale dikirin. Heta ku min li Bazîdê dixwend, her tim karê min ev bû û min gelek pirtûk li ber gora Şêx Ahmedê Xanî xwendin û qedandin. Min xwendina xwe bi vî awayî li wir berdewam dikir. Ez her demî di alîyê manewî de, xwe deyndarê Şêx Ahmedê Xanî dibînim. Ez dibêjim ev ilmê min hemî bereketa wî ye.´“ Dîsa mele Ebdulmtelîb dibêje: "Rojek ji rojên biharê bû. Ez û birek Feqe li gel Seyda Bedîû-

zeman li keleha Wanê digerîyan. Seyda li peşîya me dimeşîya. Em çûn ser cihekî gelekî bilind û xeternak. Me hew dît ku ji nişka ve lingên Seyda ji ber wî xijikîn. Dilê me hate berdevê me. Di wê sanîyê de Feqeyekî hevalê me yê bi navê Mele Seîd, hema pêre bi Seyda Bedîûzeman girt û nehişt bikeve jêr. Piştî vê em bi Seyda re hatin cihekî hêsan, hema li wir du rik´at nimêj kir û piştî nimêjê, bi rengekî devliken ji me re wiha got: ´Ez di jîyana xwe de heta niha du caran bi xetereya mirinê re rû bi rû mame. Yek jê, ev ketina min ya niha bû. Yadin jî, dema ku ez leşker bûm, dîsa dewlet li hember kurdan di nava fikar û gumanan de bu. Komutanekî Leşkerî rojekê ji me pirs kir û got: ´di nava we de Kurd hene?´ Min û zabitekî, me destê xwe rakir û got: ´Em kurd in.´ Komutan bi kîn li me nihêrî lê tiştek ji me re negot. Paşê di demeke gelekî nêzik de ew zabitê Kurd bê ser û şûn winda bû. Dor hatibû min. Min her tim ji xwe re digot: wê niha min jî bibin bikujin. Lê ez bi tesaduf ji nava wê xeterêyê rizgar bûm." Mixabin Seyda Bedîûzeman çawa ji nava wê xeterîyê rizgar dibe, ji me re şîrove nekir. Dema ku em li wanê bûn, me li cem Seyda dixwend, ez û Mele Seîd timî bi Seyda re bûn. Em ne ku tenê wek feqeyên wî bûn, her wiha em ji wî re wekî hevalan bûn. Lewra fikra me ya Kurd perwerî yek bû. Em herdu jî di xwendina xwe de jêhatî bûn. Û bejna me herduyan jî wekî ya Seyda bilind bû. Ji ber vê jî Seyda bi ku ve diçû, dixwest em tim li gel wî bin. Seyda ew yek kiribû mina hinbûnekê. Bi taybetî dema ku ji derve hewa xweş ba. Her roj du caran, sibeh û êvaran me hersîyan wê şal û şapikê xwe yên netewî li xwe bikirana û Seyda jî wê xencera xwe ya di kalan de bixista ber pişta xwe û em ê bi hev û din re li nava sûka Bajarê Wanê bigerîyana. Ji bo ku şal û şapikên me gelek sipehî bûn û bejna me jî wekî hev û din bilind bû. Birastî jî bala bajarîyên Wanê em gelekî dikişandin. Dema ku em bi hev re digerîyan, gelek caran Seyda ji me re wiha digot: ´Armanc lixwekirina van şal û şapikan yek jê ew e ku em bala gel û bajarîyan bikşînin ser xwe û ew jî van şal û şapikên sipehî û cindî li xwe bikin.´" "Dîsa rojekê ez di civata Seyda Bedîûzeman de runiştîbûm, mijara me hate ser neteweyan û kesên baş û nebaş. Min ev ji Seyda pirs kir, min got: ´Seyda, gelo hûn li rewşa Kurdekî Fasiq û Tirkekî Misilman çawa dinêrin?´ Seyda Bedîûzeman

eynî wiha bersiva min da. Got: ´Ez hezar Kurdên fasiq bi qurbana Tirkekî Misilman dikim.´ Dema ku Seyda Bedîûzeman ev gotin got, berîya çûyîna wî ya Stanbolê bû. Piştî hingê dixwaze ji bo hindek daxwazan da ku bi raydarên osmanîyan re hevdîtinan pêk bîne, diçe Stanbolê. Piştî hewqas tengî û tehlî û her wiha ew rewşên aloz yên ku tê de jîyayî, ji serdema Osmanîyan heta bigihîje serdema komara Tirkîyê ka çi bi serê wî tê, piştî van dem û dewranan dîsa Seyda Bedîûzeman vegerîya Kurdîstanê û hate bajarê Wanê. Em wê demê bi sedan telebeyên Seyda Bedîûzeman diçûn serdana wî. Bi dîtina me gelekî dilşad dibû. Rojekê li dora Seyda em gelek kes rûniştîbûn. Seyda jî li ser nijadperestîya gelê Tirk ku çawa li hember kurdan in, diaxivî û her wiha behsa ji hev cudatîya rêwiştê (exlaq)ê Kurdan û Tirkan dikir. Bi taybetî ez rabûm ser çokên xwe û min ev ji Seyda pirsî. Min got: ´Seyda çend salan berî niha, min ji we ferqa di navbera Kurdekî (Fasiq) û Tirkekî Misilman de pirs kiribû. We jî hingê gotibû ku ez hezar Kurdên Fasiq bi qurbana Tirkekî misilman dikim. Gelo niha hûn çi dibêjin?´ Dema min wiha pirs kir. Xwedê şahid e, Seyda hema pêre pêre bersiva min da û got: ´Piştî ku hemî tişt min bi çavê serê xwe dîtin, Ez niha dibêjim, ez hezar Tirkên bisilman bi qurbana Kurdekî fasiq dikim! Dîyar bû ku Seyda derdê nîjadperestan gelekî kişandibû. Wisa ji wan tijî bûbû ku di wê civatê de ev gotin bi vî awayî bikar anîn." Rojekê em û Seyda Bedîûzeman dîsa li gel hev bûn. Min ji wî pirs kir. Min got: ´Seyda di nava civaka der û dorên me de, dibêjin her ku Seyda çûye alîyê rojava û hatî, ew mîna berê, li ser Kurdîstan û kurdperwerîyê naaxive.´ Seyda wiha bersiva min da. Got: ´divê ku mirov tu caran gotinên sebokeran ji xwe re esas negire. Bila mirov Ayetên qurana xweda ji xwe re esas bigire.´ Û Seyda wiha berdewam kir. Got:´Ma di qur´anê de nabêje, (Lîme teqûlûne ma la tefe`lûn). Ango; çima hûn dibêjin, tişta ku hûn nakin? Tişta ku mirov bibêje pêwîst e, mirov wê bike jî. Li gora vê ayetê min li ser Kurdîstan û kurdperwerîyê çi gotibe, ez li ser gotina xwe me.´ Her wiha Mele Ebdulmutelîb digot: „Min Seyda Bedîûzeman, piştî serhildana şêx Seîd jî dît. Di wan demande rewşa Kurdan gelek ne baş bû. Dîsa hêvîyên Kurdan hemî şikestîbûn.“ Seyda Bedîûzeman bi xwe jî ketibû nava rewşekî gelkî aloz. Rojekê ez li cem Seyda bûm û min rewşa wê pêvajoyê hingê ji wî pirsî. Vê gotina Seyda ya hingê bandoreke gelekî mezin li min kir û tu

caran ji bîra min naçe. Gote min Abduşemed; „êdî lingê me ketîye ser sêla sincirî, sed mixabin, min bi ya Şêx Seîd nekir û lewra ev yek hat serê min. Heger min bi ya wî bikira, rewşa me wê pir cuda bûya. Lê ez çi bêjim, êdî feyde nake. 02.03.2012 -Siwisre