Ev lêkolîn li ser wan xebatan e ku derheqê jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî de hatine kirin. Lêkolîn xebatên ji destpêkê heta sala 1995-ê (pîrozbayî û bibîrqanînên bi minasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zînê) digre nav xwe. Ev nivîsar cara yekê di kitêba min de ya bi nave Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de hat weşandin.
***
Heke meriv li gor milletên cîhanê û xebatên wan ên li ser nivîskar û navdarên wan bifikire, xebatên li ser Ahmedê Xanî gellek hindik in. Lê heke em li gor xebatên xwe yên li ser nivîskarên xwe bifikirin, Ahmedê Xanî cardin ew kes e ku li ser wî, bîr û baweriyên wî û berhemên wî ji herkesî pirtir hatiye rawestandin.
Lê her çendîn kitêb û meqaleyên ku behsa wî û eserên wî kiribin ne hindik bin jî, lêkolînên ciddî yên ku li serê hatibin kirin ji hejmarên pêçîkên du destan nabihurun.
Cara pêşîn sala 1730-ê Ahmet Faik Mem û Zîna Ahmedê Xanî wergerand ser zimanê tirkî û ev werger di 1969-ê de li Tirkiyê hat çapkirin1.
Di sala 1858 -ê de Aleksandre Jaba hin beşên Mem û Zînê kirin fransî û ev, di cildê 3-yê ê kovara Mèlanges Asiatiques de(r. 242-255) li St. Petersbourgê hatin weşandin2. Di 1859-ê de Peter Lerch di kovarekê de behsa vê wergera A. Jabayî kir, agahdarî di heqê xebatên wî yên vî warî de da xwendevanên xwe3. Li ser Ahmedê Xanî cara pêşîn em di kitêba Alexandre Jaba(1801-1894) de rastî hin agahiyan tên ku navê wê kitêbê Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ì la connaissance de la langue, de la littèrature et des tribus du Kurdistan (1860, St. Petersburg) e. Ev agahdarî ji nav wan notan hatine girtin ku Alexandre Jabayî di wextê xwe de li Erzurumê ji Mela Mehmûdê Bayezîdî û hin kesên din stendibûn4 û şandibûn ji bo Akademiya Zanistan a çariyê a li St. Petersbourgê Piştî ku Alexandre Jaba vegeriya Rûsyayê hin ji wan tekstên li Kurdistanê berhevkirî di kitêba li jorê binavkirî de berhev kirin û kitêb sala 1860-ê ji alî Akademiya Zanistan a Çariyê ve hat çapkirin.
Ew kurte agahiya Mela Mehmûdê Bayezîdî wiha ye: “Şairê pêncê jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî jî ji taîfeya Hekariyan ji `eşîreta Xaniyan e, bi xwe hatiye Bazîdê. Di tarîxa hezarî da tewetun kiriye. Di zimanê kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek luxatê jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê [kitêbê] Nûbihar e û zarokê di Kurdistanê hemû piştî Qur‟anê dixûnin û zehf jî xezaliyat û eş‟aran û beyt bi zimanê kurmancî gotiye û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî disan xezeliyat û eş‟aran û ebyat zehf gotiye û di ulûmê funûnan jî qewî mahir û sahib îrfan e û ji şuerayêd Kurdistanê hemuyan jî meşhûr û faîq e, belkî ji hemû şueran meqbûl û memduh e û di hezar û şest û sê jî merhûm bûye û di nêv Bazîdê da mizgevtek jî bi navê xwe bînakiriye û bi xwe jî li kenarê mixgevtê medfûn e. We Ellahu‟l alem.”
Aleksandre Jaba[^5] bi xwe jî û piştre, Peter Lerch[^6] û Martin Hartmann[^7] gellek bi kurtî be jî cih daye jiyana Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî. Lê ew agadariyên ku wan li ser jiyana wî dane, yên A. Jabayî ne û ji alî tarîxê ve şaşîtiyên wan hene.
Di sala 1894-ê de Yûsuf Zîyaeddîn Paşa el-Xalidî, di dawiya ferhenga xwe de, ya ku navê wê El Hedîye’l Hemîdîyye fî el-luxe’l kurdîyye ye, cih daye hin tekstên piçûk ên kurdî û şiîrên hin şairên kurd, pişt re maneyên wan bi erebî diyar kirine.
Di nav van helbestan de Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî hatine çapkirin. Piştî Nûbara Ahmedê Xanî Yûsuf Ziyaeddîn Paşa di beşa Xanî de cih dane sê şiîrên din jî ku yek jê navê wê “Fî Beyanî Erkan-l Îslam” e, ya duduyan navê wê “Fî Beyanî-l Îman ” e. Ya sisiyan nav lê nehatiye danîn nîvê wê kurmancî û nîvê wê erebî ye[^8]. Şiîra sisiyan a erebî û kurmancî ne ya Xanî, lê ya Melayê Cizîrî ye. Di şiîra duduyan de jî şika min heye. Îhtîmal e ku ji du şiîran jî pêk hatibe. Nîvî ya Ahmedê Xanî, nîvî ya Melayê Cizîrî be. Me ev herdu şiîr heta niha ji bilî vê kitêbê, di tu cihên dî de nedîtine û kesê jî behsa wan nekiriye. Bes nîvê pêşîn ê şiîra duduyan; beşa ku ez dibêjim ya Ahmedê Xanî ye, di berhevoka A. von Le Coq a bi navê Kudische Texte de jî heye, nîvê dawiyê û heta beytek ji dawiya nîvê pêşîn jî di vir de cîh negirtiye. Di (kitêba Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî, Mûrad Ciwan, Doz, 1997, Istanbul de) di beşa şiîrên Ahmedê Xanî de me cîh daye van her du şiîran û em berfirehtir li ser wan rawestiyane. Piştî wê, Mîqdad Mîthet Bedirxanî di hejmara 2-yê (14 Zulhîcce 1315 - 6-ê gulana 1898-ê) a rojnama Kurdistan de ku li Qahîrê derdixist, dest bi weşana Mem û Zîn a Ahmedê Xanî kir.
Di pêşiya Mem û Zîn ê de Mîqdet Mîthet Bedirxanî pêşgotinek kurt nivîsîbû ku bi vî awayî ye:
"Rehma Xwedê lê be, Xwedê gunehê wî bixefirîne, sala hezar û sed û pêncê de, Cizîrê Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye; navê wê kitêbê kiriye -Mem û Zîn-. Ev kitêb hemî beyt û şê‟r in; eşkare hîkata eşqa du ciwana ye, batin gelek meqsed û hîsse û hîkmet jê tên fehmkirin. Loma divê mirov bi dîqet bixwînitin. Her cerîdekê de ez ê ji wê kitêbê hinê binivîsim, heta xilas bibe.
Ew kitêb berî du sed û deh sala hatiye nivîsandin, hin derê wê heşifîne, nayên xwendin, înşellah ez ê bikarim bi xwe temam bikim. Hekî ji vê kitêbê destê yekî de hebitin, ez hêvî dikim ji min ra rêket, da ez ya li destê xwe de rast bikim; paşê ez ê dîsa kitêba wî jê re rêkim. Niyeta min, ez ê wê kitêbê tebi‟ jî bikim. Heçiyê vê, bila niho ve ji min re binivîse.
Ehmedê Xanî, rehmetullahî eleyhî, li wê kitêbê de ewil dike. Min ev kitêb carna hin ulemayên tirk û ereba re xwendiye û tercume kiriye, hemîya jî gotiye ku "vê rê de ji vê kitêbê çêtir me nedîtiye."[^9]
Di 1903-ê de A. von Le Coq bi navê Kurdische Texte kitêbek daye çapkirin ku ji çîrok û metelokên bi kurmancî û zazakî (dimilî, kirdkî, kirmanckî) û şiîrên hin şairên kurd pêk tên. Di nava van tekstan de Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê ya menzûm û Eqîdeya Îslamê ya menzûm û ya nesir a Ahmedê Xanî jî cih digrin. Ev her çend berhem ji ber destnivîsarên Mela Muhemmedê kurê Mela Ahmedê Wanî hatine wergirtin ku wî bi xwe ev di meha Zîlqa‟deya 1305- ê(1887) de nivîsîne[^10].
Mem û Zîn cara duduyan di sala 1906-ê de ji bal Abdulaziz Halis Çıkıntaş(1867-1937)[^11] ve hat wergerandin ser zimanê tirkî, lê mixabin ku ev bi tu awayî wekî kitêb nehat çapkirin. Şevket Baysanoğlu di 1960-ê de nivîsiye ku nusxeyeka destnivîsa wê, li nik keça wî Meliha Xanimê ye. Nivîskarî, her wiha pêşgotinek jî ji vê wergerê re nivîsiye ku tê de wiha gotiye: "Mem û Zîn, ku fîdanên nûgîhayî yên gulîstana Kurdistanê, mîsala berbiçav a Mecnûn û Leylaya newala derd û belayan in". Ev wergera Mem û Zînê 131 rûpel e[^12].
Wergereka din a Mem û Zîn ê bo ser zimanê tirkî ji alî Sırrı Numan Bilge hatiye kirin.. Ev sala 1957-ê di hejmarên 124 û 125-ê ên kovara Bilgi de wekî 57 beyt hat weşandin ku ev kovar organa resmî ya Türkiye Muallimler Birliği(Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê) bû 13. Mem û Zîn ji bal memûrê telgrafa Sîlvanê (Farqînê) Zülfikar Fethi jî bi awayekî menzûm hatiye wergerandin ser zimanê tirkî, lê pişt re, wî gotiye ku ev ji ‟ewraqê muzirr‟ e û ji tirsa xwe ew şewitandiye[^14].
Di hejmara 3-yê a Rojî Kurd de M. Salih Bedirxanî meqaleyek bi navê "Berî Şîrî Qelem" nivîsiye, li dawiya meqalê jî nivîsîye.
"Qesîda Hezretî Şêx Ahmedê Xanî" û perçeyek ji Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye çapkirin[^15]. Her di wê jimarê de M[odanî?] X[elîl?] jî bi navê "Bextreşî û Mehrûmiya kurdan" meqaleyek nivîsiye û wî jî parçeyek ji Mem û Zîn a Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye weşandin.[^16] Heta em tên sala 1919-ê kurdiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî (çend beşên wê yên ku di rojnameya Kurdistan de hatine weşandin ne tê de) bi metbeê peyda nebûye, her ji dema Ahmedê Xanî û heta 1919-ê, bi destxetî li nav mela, feqî û xwendayên din ên Kurdistanê belav bûye. Lê cara pêşîn bi tevayî wekî kitêbekê ji alî komeleya kurdan a bi navê "Kürd Tamim-i Maarif ve Neşrîyat Cemiyetî (Komeleya Belavkirina Zanînê û Weşanan ya kurdan) bi tîpên erebî hatiye çapkirin. Hemze Begê Muksî pêşgotinek ji vê çapê re nivîsîye ku tê de behsa wê yekê dike ku ziman û edebiyat ji bo milletan çend girîng in. Ew pişt re di vê çarçewê de rûmeta Mem û Zîn ê û mezinayiya Ahmedê Xanî tîne zimên. Agahiyên ku li ser jiyana Ahmedê Xanî di vê pêşgotinê de tên dayin, ew in ku Ahmedê Xanî bi xwe di Mem û Zînê de diyar kirine.[^17] Bi minasebeta çapbûna Mem û Zîn ê, Memduh Selîm Beg di hejmara 16-ê a kovara Jîn ê de pîroznameyekê dinivîse û qîmeteke bilind dide Mem û Zîn ê, wê dike îsbata hebûna zimanê kurdî di derceyeka bilind de.[^18] Esas Hemze Begê Muksî ji hejmara 1-ê heta ya 20-ê serkarî û berpirsiyariya kovara Jîn ê jî kiriye. Piştî wî, berpirsiyariya kovarê û pişt re ya rojnama Jîn ê ketiye ser milê Memduh Selîm Begî[^19].
Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî, piştî ku di ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paşa de û di kitêba A. Le Coq a bi navê Kurdische Texte (1903) de, bi hin berhemên din re çap bû, vê carê sala 1919-ê li Îstanbûlê bi serê xwe wek broşurekê hat weşandin.[^20]
Sala 1925-ê Pîremerd(Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî) piyeseka Mem û Zîn ê bi soranî ji ber Mem û Zîn a Ahmedê Xanî hazir kir û ev, bi navê Serguzuştey Mem û Zîn li Silêmaniyê di nav weşanên Jîn ê de hat çapkirin.
Eser ji 24 rûpelan pêk tê[^21].
Mamosta Alaeddîn Seccadî dinivîse ku "di El Qediyye‟l-kurdiyye de Bileç Şêrko dibêje: „Şêx Ahmed destana Mem û Zînê di 1591-ê de daniye û di sala 1652-ê de miriye‟. Di Muhît el Mearîfî Îslamiyye de tê gotin ku [Ahmedê Xanî]di navbera 1000 û 1063- yê hîcrî de jiyaye.
Emîn Zekî Beg jî di Tarîxî Kurd û Kurdistan û Meşahîr’l Ekrad de her bi pê van tarîxan dikeve. Her wiha ji rojhilatnasên wekî A. von Le Coq, Oskar Mann, Hugo Makas û Roger Lescot her yekî ji wan tiştek gotiye, hemûyan jî bi texmîn dane navê. Ne dûr e ku di vê babetê de lêkolîneka ilmî ya bi tevayî nehatiye kirin, loma jî hemû jî ji hev dûr in, hevdu nagirin."[^22]
Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de dinivîse ku di serê sedsala me de cara pêşîn Mem û Zîn ji bal Rojhilatnas Orbelli (1887-1961) ve ji nuh ve hate keşifkirin. Çimkî vî akademîsyenê bi nav û deng heyraniya xwe ya li hemberê vê destanê misêwa aniye ser zimên û bi vî awayî di nav aliman de meraqek peyda kiriye. Orbellî cara pêşîn gava di sala 1911-ê de li nehiya Muksê a qeza Gevaşa bi ser Wanê ve hin lêgerîn dikirin hay ji destana Mem û Zîn ê bû û hin xebatên berhevkirinê kirin.
Piştî mirina Orbelli bi gellekî, lêkolîna wî ya bi navê Li Muksê Jiyan û Folklor sala 1982-yê hat weşandin ku tê de hin tesbît hene. Bi taybetî mesela tebdîlê qiyafetkirina kur û keçan di şahî û ahengan de gellekî bala wî kişandiye. Ew, di xebatên xwe yên din de jî li ser aliyên cuda yên Mem û Zîn ê rawestiyaye, balê dikşîne ser wekheviyên navbera destana Mem û Zînê û evîndariya li Ewrûpayê naskirî ya bi navê Trîstan û Îsolde. Alakom dinibîse: “Em ji maqala J. Mûsaelyan a bi navê „Akademik Yusuf Orbelli û Edebiyata Klasik a kurd‟ hîn dibin ku Orbelli dixwest Mem û Zîn ê wekî kitêbeka bêrîkan çap bike û bigihîne hemû kurdan. Rudenko teleba wî bû, wî ew teşwîq kir ku li ser Mem û Zîn ê teza xwe ya doktorayê bide” 23.
Di sala 1942-yê de, Roger Lescot kitêba xwe ya bi navê Textes Kurdes weşand. Di cildê duduyan de di beşê Memê Alan de pêşnivîsarek ji bal wî ve hatiye nivîsandin ku li gel tiştên din ew li ser ferqa navbera Memê Alan a folklorî û Mem û Zîn a edebî ya Ahmedê Xanî jî radiweste[^24].
Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî kurdî de dinivîse ku çapa duduyan a Mem û Zîn ê di sala 1947-ê de li Helebê li ser hîsabê Beşîr Şêx Hesen Haşîmî li çapxaneya Aras hatiye çapkirin[^25]. Li ser vê yekê M. Emîn Bozarslan jî dinivîse ku "çapa Stanbolê ya 1919- ê, di sala 1947-ê da li Helebê, di çapxana Aras da jî hatiye ducarkirin; wisa tê zanîn ku klîşa çapa Stenbolê wek ayînek hatiye girtin û li Helebê eynî wek çapa Stenbolê hatîye çapkirin"[^26].
Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-ê a Hawar ê de, bi navê "Klasîkên Me" maqaleyek nivîsîye ku bi piranî agahiyên wê ji kitêba Alexandre Jabayî ne ku li ser hin şairên kurd hatine nivîsîn. Di wir de agahiyên A. Jabayî yên li ser Ahmedê Xanî jî hene ku Celadet Alî Bedirxanî wekî çavkaniya van agahiyan navê "Melayê Jaba" (dibe ku di vir de qesda Celadet Alî Bedirxanî ew mela be ku yê agahdarî dabe Jabayî û ev jî Mela Mehmûd Bayezîdî ye) jî dayê.[^27] Celadet Alî Bedirxan, di vê maqala xwe de behsa çapa Hemzeyê Muksî jî dike û tarîxa hicrî ya jidayîkbûyina Ahmedê Xanî jî ji beyta wî rast dide, lê bi hesabekî şaş dinivîse ku Ahmedê Xanî beriya niha bi sêsed û neh salan rabûye. Yê ku rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî yek jê jî Celadet Alî Bedirxan e ku Mem û Zîn a wî bi navê "kitêba milletê me" binav kiriye. Celadet Alî Bedirxan, di hejmara 45-ê a Hawarê de ya ku di hezîrana 1942-yê de derketiye, beş bi beş dest bi weşandina Mem û Zîn ê jî kiriye. Di vê jimarê de pêşnivîseka Celadet Alî Bedirxan bi xwe li ser eserê û li ser xwediyê wê Ahmedê Xanî heye. Di nivîsa xwe de, Bedirxanî cîh daye şiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku Hacî Qadirî bi xwe li ser nusxeyeka destnivîs a Mem û Zîn ê nivîsîye,
paşê ev ji alî Mîqdad Mîthet Bedirxanî ve di hejmara 3-yê a rojnama Kurdistan ê de hatiye weşandin[^28]. Weşandina Mem û Zîn ê di Hawar ê de heta hejmara 57-ê (ku ev hejmara dawîn bû) dom kiriye. Bedirxan di vir de li ser varyanta Memê Alan jî radiweste.[^29]
Cara pêşîn agahiyên heta dereceyekê fireh, berbiçav, rast û durust, sala 1952-yê di kitêba Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de hatine weşandin. Alaeddîn Seccadî di vê berhema xwe de beşek veqetandiye ji bo jiyan û berhemên Ahmedî Xanî û bi taybetî li ser bîr û baweriyên wî yên millî rawestiyeye. Çavkaniyên zanînên Alaeddîn Seccadî, eserên berî ya wî ne. Mem û Zîn a Ahmedê Xanî ye û bi taybetî kesek e ku navê wî Mela Salih e, ku bi xwe ji xelkên Bedlîsê ye, tevî Şoreşa 1925-ê a Şêx Seîd bûye, piştî şikestina şoreşê, çûye li Iraqê li gundekî Amediyê bi cîh bûye[^30]. Gava meriv vê çîrokê û agahiyên li ser jiyana Ahmedê Xanî ji nivîsa Alaeddîn Seccadî dixwîne, pirtir qenaeta meriv diçe ser wê yekê ku ew agahiyên ku Alaeddîn Secaddî li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zîn ê nivîsîne ji devê vî melayî hatine girtin. Çimkî diyar dibe ji bilî van agahiyan Alaeddîn Seccadî bi xwe zêde li ser Mem û Zînê kûr ranewestiyaye, heta Mem û Zîn bi xwe baş nexwendiye. Di rûpelê 201-ê yê kitêba xwe de dibêje ku du keçên Mîrî hebûne bi navên Sitî û Zîn. Her wiha gava behsa hersê birayan, Tacdîn, Çeko û Arif dike; li şûna Arifî dibêje Hîfo. Eger wî Mem û Zîn baş bixwendaya wê ev şaşîtî nekira û bizanibûya ku Sitî û Zîn ne keçên Mîr in, lê xwişkên wî ne. Tevî şaşîtiyên wekî vê jî lêkolîna Alaeddîn Seccadî, nivîsara herî pêşîn a ciddî ye û yek ji wan berçavtirîn û birûmettirîn agahî ye ku heta niha di heqê Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî de hatiye dayîn.
Piştî wî tu kesî agahiyeke konkret li ser jiyana Ahmedê Xanî nedaye ku di nivîsa wî bi xwe de nebe. Heta gellekan agahiyên di nivîsa wî de û gellek caran jî bi kurtkirin û herimandin girtine, di kitêb û meqalên xwe de nivîsîne û hinekan navê wî jî nedane.
Alaeddîn Seccadî piştre di kitêba xwe de ya bi navê Edebî kurdî w Lêkolînewe Le Edebî kurdî da jî li ser Ahmedê Xanî rawestiyaye. Ew di vir de Ahmedê Xanî dike pêşrewê şeqa edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-ê de destpê kiriye[^31].
Gîwî Mukriyanî, di sala 1954-ê de, li Hewlêrê Mem û Zîn tevî pêşgotineka xwe da weşandin. Ji bo ku Gîwî Mukriyanî, çapa Îstenbûlê a 1919-ê çapa yekê û çapa 1947-ê a Halebê ya duduyan hesab dike, ya xwe jî kiriye çapa sêyem[^32]. Her ev çapa wî, di sala 1968-ê (li gor hinekan 1967-ê[^33] ) de cara duyê dîsa li Hewlêrê hatiye weşandin.
Lê li gorî meqaleya bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" ya ku di 1971-ê de di Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de hatiye weşandin ya balkêş ew e ku wî ji bo vê çapa xwe jî gotiye "çapa sisiyan". Li gor meqaleyê, di vê çapê de Gîwî Mukriyanî êdî çapa Îstenbûlê ya 1919-ê û ya Helebê ya 1947-ê nake bingehên çapên xwe, lê ji dêlva vê ve behsa wê yekê dike ku wî di sala 1915-ê de cara yekê li Helebê li çapxaneya Kurdistanê 1000 nusxe dane çapkirin, lê dinivîse ku wî ji bîr kiriye ku ew di çapa pêşîn a Hewlêrê de behsa vê çapê bike.
Di meqaleya "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" de hatiye nivîsîn ku çapeka bi vî awayî qet nehatiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin û ev agahdarî ne rast e. Her wiha ew meqale îdîa dike ku Gîwî Mukriyanî di çapa xwe ya Hewlêrê de beyteka Ahmedê Xanî jî guhertiye, li ciyê ku Ahmedê Xanî nivîsiye:
"Ecnasê milel mutî‟ û munqad
Nesla wî ereb, emîrê ekrad",
Gîwî Mukriyanî nivîsiye:
"Ecnasê milel mutî‟ û munqad
Fexrî Mîdiya, emîrê ekrad"[^34]
Muhemmed Seîd Remezan Botî, Mem û Zîn bi awayekî nesir wergerandiye ser zimanê erebî û ev werger di 1957-ê de li Şamê hatiye çapkirin[^35]. Lê mixabin, Muhemmed Seîd Remezan Botî ew qismên Mem û Zîn ê yên fikrî, millî, felsefî û tesewwufî wernegerandine, tenê beşên çîroka evîndaran wergerandine[^36]. Pişt re, ev, çend carên din jî hatiye çapkirin.
Ji wan çend kesên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîn a wî xebatên hêja kirine yek jî mamosta Hejar Mukriyanî ye. Cara pêşîn wî Mem û Zîn bi wezin wergerandiye ser zaravayê Mukriyanî û ev, di sala 1960-ê de li Bexdayê li çapxaneya Necah hatiye çapkirin. Di vê çapê de Hesen Qizilcî û Hejarî her yekî pêşgotinek nivîsîye ku ya Qizilcî, li ser jiyana Ahmedê Xanî û giringiya Mem û Zînê ye.
Lê agahiyên ku di vî warî de ew dide pirtir xwe dispêrin yên Alaeddîn Seccadî bêyî ku navê wî bê dayîn. Mamosta Hejar pişt re careka din vegeriyaye ser xebata li ser Mem û Zînê, vê carê orîjînalê Mem û Zînê bi şîrovekirina gotinên erebî, farisî, tirkî û yên felsefî û tesewwufî amade kiriye. Bi navê "Mem û Zînî Xanî çiye?" pêşgotineka lêkolînî ya hêja jê re nivîsiye ku li vê derê behsa giringî û maneya Memû Zîn ê dike, wan fikrên Ahmedê Xanî yên di Mem û Zîn ê de diyarkirî destnîşan dike û payeberziya fikrên wî radixe ber çavan. Ji bo ku mamoste Hejar hem şair, hem jî zanayekî ilmî û dînî yê kurdan bûye ku bi erebî, farisî, tirkî û herdu lehceyên kurdî; kurmancî û soranî baş zanibûye, hem di jêrenotên xwe de ku ji bu orîjînala Mem û Zîn ê hatine amadekirin, him jî di wergera xwe ya menzûm de pir bikêrhatî bûye, şerheka gellek bi qîmet pêşkêşî xwendevanan kiriye. Ev xebata wî ya duduyan ji alî Enstîtuya Kurd li Parîsê sala 1989-ê hatiye çapkirin. Di vê çapê de berê pêşgotina Hejarî tê, pişt re orîjînala Mem û Zîn ê li gel têbiniyên wî tên. Dûvre pêşgotina Hesen Qizilcî û ya Hejarî a sala 1960- ê tê, di dawiyê de ji wergera Hejarî ya manzûm a bi ser Mukriyanî cih digre[^37].
Margareth Borisova Rudenkoyê(1926-1977) sala 1954- ê li ser Mem û Zîn ê doktoranameya xwe amade kir. Ev doktoraname bi navê "Destana Mem Û Zînê ya şairê kurdan ê sedsala 17-ê Ahmedê Xanî" ye, 131 rûpel in û hê nehatiye çapkirin[^38]. Kurdologa hêja Margareth Borisova Rudenkoyê, Mem û Zîn a Ahmedê Xanî jî bi herfên erebî û bi tercumeya wê ya rûsî amade kir, ev kitêb sala 1962-ê li Moskovayê hat çapkirin[^39]. Pêşgotineka Rudenkoyê ya lêkolînî ya bi Rûsî û yeka Prof. Qanatê kurdo ya bi kurdî jî di vê çapê de cîh digre. Rudenkoyê neh nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê dane berhev û tekstê orîjînal tekûztir daye çapkirin. Me bi xwe ev xebata Rudenkoyê nediye, lê tiştên ku heta niha li ser vê hatine nivîsîn ji gellek aliyan didin nîşandan ku heta îro xebata herî hêja ya ji derveyî welêt hatiye kirin ya Rudenkoyê ye. Gellek mixabin ku ev xebat heta îro jî bi rûsî maye, kurdên rûsînezan ji vê bêpar mane.
M. B. Rudenko her wiha ketiye nav destnivîs û berevokên Aleksandre Jaba ên ku li Kutubxana Lenîngradê(ku niha navê wê Kutubxana Millî ya Rûsyayê ye û li Petersbourgê ye) hatine parastin, hemû ji hev derxistine, kontrol kirine, naveroka wan tesbît kiriye û ev lêgerîn û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade kiriye.
Ev kitêb sala 1961-ê li Moskovayê hatiye weşandin[^40]. Di vir de reqemên arşîvên kutubxanê, nav û naverok, nivîskar, berhevkerên tekstan, tarîx û ciyê berhevkirina wan diyar in. Bi vî awayî, agahdarî li ser Mem û Zîn, Nûbar û hin şiîr û xazelên Ahmedê Xanî jî di vê kitêbê de hene.
Di hejmara 1-ê a kovara Ronakbîrî de ku di adara 1995-ê de çap bûye meqaleyeka Rudenkoyê bi soranî hatiye weşandin ku navê wê "Edebî kurdîy sedeyî hevdeyem" e. Li vê derê ne diyar e ku Rudenko ev meqale kengê nivîsiye û ew li ku derê çap bûye. Her wiha ne diyar e ku kê ew wergerandiye jî. Meqale behsa edebiyata kurdî dike ku beşekî mezin ê wê li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî ne. Rudenkoyê di vê meqala xwe de jî rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî. 41
Gellek mixabin ku di nava kurdan de hetta îro lêkolîneke ciddî û berfireh li ser xebatkareke weka Rudenkoyê nehatiye kirin û kurd wê qenc nasnakin. Ji bilî van, diyar dibe ku Rudenkoyê hin lêkolînên hêja yên din jî li ser şiîrên Ahmedê Xanî yên nav tekstên A. Jabayî kirine.
Şevket Baysanoğlu, sala 1960-ê, di kitêba xwe de ya bi navê Diyarbakırlı Fikir ve Sanat Adamları, cîh dide jiyan û xebata Abdülaziz Halis Çıkıntaşê şair ê diyarbekirî, di vê navberê de behsa wê yekê dike ku vî şairî di sala 1906-ê de Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi awayekî wezin wergerandiye ser zimanê tirkî. Baysanoğlu dide diyarkirin ku ev werger nehatiye çapkirin û di kitêba xwe de cîh dide muqedîma Abdülaziz Halil Çıkıntaş a ku wî ji bo wergera tirkî ya Mem û Zîn ê nivîsiye, di pey re jî cîh dide hin beytên wergera tirkî ya Mem û Zîn ê[^42]
Musa Anter, sala1962-yê, di hejmara 2-yê a rojnameya Dicle-Firatê de bi îmza "Rahşan" nivîsek li ser Ahmedê Xanî nivîsîye ku navê wê "Şêx Ehmedê Xanê" ye[^43].
Ubaydullah Ayyubiyan, di sala 1962-ê de kitêbek bi zimanê farisî amade kir ku navê wê Çirîkey Mem û Zîn: kurdî-farisî ye. Di vir de bi navê "Bar-rasî-i tahqîqî-i -çirîkeh-i Mam û Zin va shahkar-i Ahmad-i Khanî-i Mam û Zin" beşek heye ku Ayyubiyan Mem û Zîn a folklorî û ya Ahmedê Xanî hemberî hev dike[^44].
Abdal Hamid Husayni[Abdulhamîd Huseynî], sala 1963-ê meqaleyek bi navê "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin," di nav Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va -Ulûmî Însanî-yî ew Tabrizê de weşand[^45]. M. L. Chyet, rexneyeka tûj li vê meqaleyê digre û dibêje ku ferqekê naxe navbera versiyona edebî ya Ahmedê Xanî û yên devkî û pişt re îddîa dike ku yên devkî ji ber ya Ahmedê Xanî hatine girtin, lê di esasî de bi eksê wê ye[^46].
M. Emîn Bozarsalan, Mem û Zîn wergerand tirkî û ev werger sala 1968-ê li Îstenbûlê bi kurmanciyeka bi herfên latînî re hat çapkirin.
Ji bo ku qanûnên Tirkiyeyê rê nedidan, M. Emîn Bozarslanî beşên kitêbê yên li ser kurdîtiyê û bîr û baweriyên millî yên Ahmedê Xanî jê derêxistibûn û bi vî awayî ew dabû çapkirin.
Ev nusxe li ber çapa Îstanbûlê ya 1919-ê û li ber nusxeyeka destnivîs a bavê Bozarslanî hatiye amadekirin. Ev çap bi wê kêmasiya xwe li Îstenbolê cara duduyan di 1975-ê de (li ser çapa sisiyan nivîsandiye ku çapa duduyan di 1973-ê de bûye), cara sisiyan di 1990-ê de hat çapkirin[^47].
Bozarslanî, piştî van çapan jî xebata xwe ya li ser Mem û Zîn ê ranewestand. Dest pê kir bi awayekî menzûm ew wergerand ser kurdiyeka xwerû, piştre pêşgotineke lêkolînî ya dirêj a hêja bi navê "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" li ser jiyana Ahmedê Xanî, bîr û baweriyên wî yên li ser kurdîtiyê û gellek warên din û li ser Mem û Zîn ê bi xwe amade kir û bi vî awayî hem orîjînalê wê hem jî kurdiya xwerû li rex hev, sala 1995- ê li Upsalayê da çapkirin. Ev çapa nuh a keda Bozarslan ji bo ku xebatên heta wê rojê yên li ser Mem û Zîn ê bi taybetî tecruba xwe ya wergera tirkî û xebata Hejar li ber çav girtiye, fêde ji wan girtiye, gellek tekûztir bûye û xebata herî pêşkeftî, berfireh û cidîtir a heta îro ye.
Lê gellekî balkêş e, ku M. Emîn Bozarslan di vê lêkolînê de hema hema qet cîh nedaye bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî. Em dizanin ku bîr û baweriyên di vî warî de aliyên girîngtirîn ê Ahmedê Xanî ne.[^48]
Abdulreqîb Yûsuf, sala 1970-yê, li Kurdistana Îraqê bi navê Dîwana Kurmancî kitêbek da weşandin ku tê de li gel hin şiîrên şairên kevn, lêkolînek li ser rastî û tarîxa jiyana Mem û Zînê û şiîreka Ahmedê Xanî jî cih girtibû. Ev şiîr bi çar zimanan hatiye nivîsîn; erebî, farisî, tirkî û kurdî. Her rêzeka qitayeka wê bi zimanekî ye. Ev şiîr pişt re di hin ciyên din de jî derketine. Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî yê vê xebatê de me ev şiîr dane ber yên pişt re çapbûyî û weşandiye. Dîwana Kurmancî ya Abdulreqîb Yûsuf sala 1988-ê li Swêdê, li Uppsalayê bi navê Şairên Klasîk ên Kurd di nava weşanên Jîna Nû de hat weşandin[^49].
Cemal Nebez tercumeyeka kurtkirî ya Mem û Zîn ê bi zimanê Almanî ya bi navê Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der kurden: Übersetzung Vorwort und Kommentare, sala 1969-ê li Almanyayê da çapkirin[^50].Kemal Fuad di kitêba xwe ya bi navê Kurdische Handschriften de li gel destnivîsên kurdî yên din behsa gellek nusxeyên destnivîs ên Mem û Zîn ê û yên Nûbara Biçûkan dike ku di kutubxanên Almanyayê de hene. Mesela ew (di r. 86-ê de)behsa destnivîseke Nûbar ê dike ku yek ji wan sê nusxeyan e ku di Kutubxana Marburgê ya Dewletê de ne, di sala 1121-ê Hîcrî de (1709-1710-ê mîladî de) an go du sê sal piştî mirina Ahmedê Xanî li Hîzanê hatiye nivîsîn[^51].
Sala 1978-ê, di Govarî Korrî Zanyarîy Kurd de lêkolîneka Qanatê Kurdo ya bi navê "Derheqa şovêd Mem û Zîna Zargotî û şova Mem û Zîna Ahmedê Xanî," hat weşandin.[^52] Prof. Dr. Îzzedîn Mustafa Resûl di dema amadekirina nameya xwe ya doktorayê de li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Moskovayê xebateke hêja li ser bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî kiriye, ev xebat paşê bi navê Ehmedê Xanî, Şaîren we Mufekkîren, Feylesûfen we Mutesewwîfen di sala 1979-ê de li Bexdayê ji alî çapxaneya El Hawadîs hatiye weşandin. Tiştên ku li ser vê eserê hatine nivîsîn, destnîşan dikin ku ev jî yek ji wan lêkolînên hêja ye ku li ser Ahmedê Xanî hatine kirin. Ciyê mixabiniyê ye ku ev berhem heta niha nehatiye wergerandin ser zimanê kurdî û bi taybetî xwendevanên Kurdistana Tirkiyê jê bêpar mane. (Wergera tirkî ya vê kitêbê di 2007-ê de li Îstanbulê ji bal weşanxaneya Avestayê hat çapkirin. –Murad Ciwan-) Meqaleyeka Prof. Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl ya bi navê "Mem û Zînî Pîremêrd û Mem û Zînekanî tir", di hejmara 3-4-ê a Ronakbîrî de hat weşandin. Di wê derê de ew li ser Mem û Zîn a piyes a Pîremêrd radiweste û dinivîse ku her çendîn Pîremêrd îlham ji Mem û Zîn a Xanî û yên folklorî wergirtibin jî ev ne wergêran an teqlîda yekê ji wan e, lê berhemeka serbixwe ya Pîremêrd e ku li gorî nasyonalîzma sedsala bîstan a kurdan hatiye tefsîrkirin û hûnandin.
Di 1971-ê de, Hafiz Mustefa Qazî, di Rojî Kurdistan \ Şemsî Kurdistan de bi navê "Ahmedê Xanî" meqaleyek nivîsiye[^53].
Di hejmara 5-6-ê a kovara Rojî Kurdistan/Şemsî Kurdistan de di 1971-ê de bi navê "Çapekanî Mem û Zînî Xanî" meqaleyek hat çapkirin ku tê de li ser hin çapên Mem û Zîn ê tên rawestandin, di nav re rexne li çapa 1968-ê a Gîwî Mukriyanî tê girtin 54.
Mehemmed Enwer Elî ku ji kurdên Kurdistana Sûriyeyê ye, sala 1972-yê bi navê Ahmed el Xanî Felsefetu-l-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û -Zîn" li Beyrûdê nama we ya lîsansê ya ji bo beşê edeba rojhilatî ya Unîversîta Qedîs Yûsif li Lubnanê li ser felsefe û tesewwufa Ahmedê Xanî daye. Ev xebat 201 rûpel in, bi erebî ye û mixabin ku heta niha nehatiye çapkirin[^55].
Asker Şamîlov, Mem û Zîn wergerand ser zimanê azerî û ev werger, di 1976-ê de li Azerbaycanê hat weşandin[^56]. Kasim Kasimzade jî jê re pêşgotinek nivîsiye û tê de gotiye ku Mem û Zîn ansîklopediya jiyana kurdan e. Ew pirtir li ser aliyên humanist ên Mem û Zîn ê radiweste û li ser vê, tefsîrên xwe dike.
Ew beşên dînî yên ku di beşên pêşîn ên Mem û Zîn ê de hatine, ji bal wergêr ve nehatine wergerandin û bi îddîa ku pêwistî bi wan nîne di wergera azerî de nehatine weşandin[^57].
Ji bilî vêö di kovara Azerbaycan (10/1971) de ku li Bakuyê weşiyaye, lêkolîneke Asker Şamîlov a bi navê "Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê" derket. Asker Şamîlov di vê lêkolîna xwe de îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarî yê nav Azerbaycanê ye58.
Dr. Nûreddîn Zaza, gava berhevoka Memê Alan a ji bal Roger Lescotî ve di 1942-yê de hatiye weşandin xwerû dike û ji nuh ve dide ber weşanê, pêşgotinekê jî jê re dinivîse ku di wê pêşgotinê de ji hin aliyan ve Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî hatine raberîhevkirin. Memê Alan a bi pêşgotina Dr. Nûreddîn Zaza bi nasnavê çîroknivîs cara pêşîn di nava weşanên Bahozê de hat weşandin. Cara duduyan, ev kitêb di 1978-ê de li Tirkiyeyê ji bal weşanên Özgürlük Yolu (Riya Azadî) ve tevî wergera wê ya tirkî hat weşandin.
Cara sisiyan bi navê Weşanên Riya Azadî di 1990-ê de li Almanyayê bêyî wergera wê ya tirkî hat weşandin[^59]. Sadiq Bahaeddîn Amedî di kitêba xwe de ya bi navê Hozanvanêt Kurd ku sala 1980-yî li Bexdayê ji alî çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq (Akademiya Zanistî ya Îraqê) hatiye çapkirin cihek ji bo jiyan, berhem û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî jî veqetandiye û yek du şiîrên wî jî çap kirine[^60]. Agahdariyên ku Sadiq Bahaeddînî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane, ew agahiyên Alaeddîn Seccadî ne ku Amedî carina rasterast ji wî bi xwe û carina jî di riya Hesenê Qizilcî re (ku ev pêşgotina xebata Hejar Mukriyanî ye) ji wî girtine. Sadiq Bahaeddîn Amedî, her wiha cih daye çîrokeka gelêrî ku di heqê têkliyên Ahmedê Xanî de ye bi mîrê Cizîra Botan re. Amedî cîh dide nameyeka kurdekî ji Hekariyan ku di wextê xwe de şandiye radyoya kurdî li Bexdayê û gotiye ku „Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye.‟ Sadiq Bahaeddîn Amedî, di vê derê de dinivîse ku E. B. Soane, di kitêba xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Language, (London, 1913) de dinivîse ku "Ahmedê Xanî yê Hekarîyê ku kiryarêt wî yêt zor(gellek) çi ji kurdperweriyê yan ji layêt dî ve ji hemiya binavûdengtir e li Kurdistanê û ji derve. Xanî xwendingehek vekir li Bayezîdê digel mizgeftekê".[^61] Ji meqaleyeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" ku di sala 1980-yî de hatiye nivîsîn û hîn nehatiye weşandin, tê fahmkirin ku di salên 1970- yî de Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê daye çapkirin[^62].
Albayê teqaudbûyî yê hêzên jenderman Nazmi Sevgen, di Akademiya Herbê de (Akademiya Eskerî ya Tirkiyê) konferansek bi navê "Doğu‟da Kürt Meselesi" (Li Rojhilatê Pirsa kurdî) da, pişt re di sala 1970-yî de ev konferans di nava weşanên Akademiya Harbê de hat çapkirin. Nazmi Sevgen di vê nivîsara xwe de behsa Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û behsa gorra Mem û Zînê jî dike. Di mesela gorrê de wiha dinivîse Nazmi Sevgen: "Gorra Mem û Zînê li Cizîrê, li gorristana Camiya Emîr Abdullah e. Ev ji alî dostê min Abdullah Cîzre ve hatiye tesbîtkirin. Her du bi hev re di bin kêla gorrekê de ne"[^63].
Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî, li hin cihan; bi taybetî jî di wî beşê lêkolîna xwe de ya bi navê "Tarîxa Lêgerîna Edebiyata kurdî li nav kurdan da û Rûsistanê da" û di wê beşa taybetî de ku li ser Ahmedê Xanî, jiyan, berhem bîrûbaweriyên wî ne, behsa xebatên Aleksandre Jabayî û yên M. B. Rudenkoyê jî dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî kirine û bi vî awayî behsa wî û eserên wî jî dike[^64].
Qanatê Kurdo dibêje ku wî han daye da Rudenko vê xebatê amade bike. Loma jî ew her wiha bûye redaktorê kitêba Rudenkoyê ya li ser Mem û Zîn ê û hem jî pêşgotinek jê re nivîsiye. Tiştekî balkêş ew e ku tevî ku M. B. Rudenkoyê Mem û Zîn hemû wergerandiye rûsî û di Mem û Zîn ê de Ahmedê Xanî bi xwe gotiye ku ew kengî hatiye dinyayê jî, Prof. Qanatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî de, nivîsiye ku Rudenkoyê di pêşgotina kitêba xwe de nivîsiye ku "Ne eyan e kîjan salê A. Xanî ji dayika xwe bûye..."[^65] Pişt re ji şîrovekirinên Prof. Qanatê Kurdo diyar dibin ku wî bi xwe jî Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi dûr û dirêjayî lênekolaye û ew Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî têkilhev dike, navên qehremanên Mem û Zînê şaş dinivîse (Ji dêlva Arif re Erfan) û hin navên qehremanên destana folklorî jî wekî yên qehremanên berhema Xanî destnîşan dike ku bi rastî ev qehreman tenê di destana folklorî de hene (wekî Qeretajdîn)66.
Di kovara Ronahî de ya ku sala 1961-ê li Iraqê derket bi navê "Ahmedê Xanî û berhemên wî" meqaleyeka Qanatê Kurdo derket.
Her ev meqale di hejmara 13. 5. 1962-yê a rojnama Riya Teze de jî hat weşandin. Wî her wiha sala 1969-ê di du hejmarên kovara Çiya de ku li Almanyayê dihat weşandin, bi navê "Fikrên qewmî di eserên Ahmedê Xanî de" lêkolîneka xwe da weşand. Qanatê Kurdo di sala 1978-ê de jî di hejmara 6-ê a Govarî Korrî Zanyarîy Kurdî de meqaleyeka xwe ya bi navê "Derheqa Şovêd -Mem û Zîn-a Zargotî û şova -Mem û Zîn-a Ahmedê Xanî" da çapkirin ku tê de Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û varyantên devkî yên gelêrî dide berhev 67.
Esas li gora ku ew bahs dike, ev meqale ji wê pêşgotina bi navê "Peywendiya Folklor û Lîteratura kurdî" hatiye wergirtin ku wî ji bo kitêbekê amade kiribû û ê di demên pêş de bihataya weşandin. Naveroka vê kitêbê ew bû ku gellek varyantên devkî û ya edebî ya Mem û Zîn ê dida berhev. Lê ev kitêb heta îro jî nehatiye weşandin. Bi munasebeta ku Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê da weşandin Prof. Qanatê Kurdo di sala 1980-yî de meqaleyek bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" nivîsî û şand ji Berbangê re ku bê çapkirin. Lê ev meqale tiştê ku ez dizanim heta niha nehatiye çapkirin û di arşîva Mahmûd Lewendî de peyda dibe[^68].
Di ansîklopediya tirkî de ya bi navê Yurt Ansiklopedisi, di beşê Hakkari de kurteparagrafek li ser Ahmedê Xanî jî heye[^69].
Ferhad Şakelî lêkolîneka hêja ya zanistî li ser jiyan û bîrûbaweriyên Ahmedê Xanî yên kurdayetîyê û ciyê wî di nasyonalîzma kurdan de bi îngilîzî amade kiriye û di 1983-yê de ev bi navê Kurdish Nationalism in Mem u Zin of Ehmedi Xani pêşkêşî Beşê Zimanên Îranî yê Unîversîteya Uppsalayê ya Swêdê kiriye. Ev xebat pişt re ji alî Birgitta Nelander hatiye wergerandin ser zimanê Swêdî û ji alî Mekteba Bilind ji bo Hîndekariya Mamostan li Stockholmê (Högskolan För Lärarutbildning i Stockholm) di 1985-ê de hatiye weşandin[^70].
Feryad Fazil Umer, di 1986-ê de kitêbek bi navê Edebî Kurdî li Almanyayê weşand ku tê de beşek jî li ser Ahmedê Xanî ye. Ew Ahmedê Xanî wek nimûneyeka şairên kurmanc di berhema xwe de dide û bi kurtî li ser jiyan û berhemên wî radiweste[^71]. Ev beş kurtebahsek e ku ji hin berhemên berê hatiye komkirin.
Perwîz Cîhanî jî xebatek hêja li ser Mem û Zîn ê kiriye, gellek nusxeyên çapkirî û yên destnivîs dane ber hev û bi jêrenotên şerhê carna jî bi şerheka fireh a beytan li binê rûpelan danîye, pêşgotinek li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zîn ê jî amade kiriye, pişt re jî, metnê kurdî yê orîjînalê xebata Rudenkoyê jî daniye pişt vê xebatê û bi vî awayî daye çapkirin. Ev berhem sala 1988-ê li Urmiyê ji alî Navenda Weşanên Ferheng û Edeba Kurdî (Intîşaratî-l Selaheddîn Eyyûbî) ve hatiye weşandin. Divê em destnîşan bikin ku ne di beşê teksta Rudenkoyê de, lê di wî beşî de ku Perwîz Cîhanî, ji hin çap û destnivîsan daye ber hev û amade kiriye, beytek heye ku di tu çapên berî wê de nînin. Pişt re di beşê teybetî de yê li ser Mem û Zîn ê (Ev beş di kitêba min a bi navê Ahmedê Xanî, jiyan, berhem û bîrûbawerî û wî, weşanxaneya Doz de ye – Murad Ciwan) em ê vê beytê pêşkêş bikin û li ser rawestin[^72].
Perwîz Cîhanî her wiha di nav weşanên her wê weşanxaneyê de di sala 1367-ê de bi pêşgotineka xwe ya li ser nasandina Ahmedê Xanî yeka li ser Nûbar ê daye weşandin, ku jêrenotên şîrovekirinê jî jê re dane bin rûpelan. Mixabin ku wî navê kitêbê guheriye û kiriye Ferhenga Nûbar73.
Amir[Emîr] Hassanpour- Aghdam, sala 1989-ê li Unîversita Illinoisê nameya xwe ya doktorayê ya bi navê The Language Factor in National Development: The Standardization of the Kurdish Language 1918-1985 da. Di vê doktorenamê de beşê çaran li ser dialektên edebi yên kurdi ye ku ji sedsala 15-ê dest pê dike hetta Şerê Cîhanê tê. Di vê beşê de rola Ahmedê Xanî jî bi awayekî qenc hatiye destnîşankirin[^74]. Dr. Emîr Hesenpûr, lêkolîneka din a rexnegirî li ser dewra Ahmedê Xanî, kurdperweriya wî, daxwaza wî ya hukumraniya siyasî a kurdan kiriye ku ev, bi navê "Gelî kurd û destelatî sîyasî le Mem û Zînî Xanî da" di hejamara 12-ê a Gzîng ê de hatiye weşandin. Diyar e ku meqale di wê hejmarê de xelas nebûye ê dewam bike[^75].
Namûk Açıkgöz ê tirk ê ku bi xwe sentezîstekî tirk- îslamî ye, sala 1990-î bi navê "Ahmed-i Hani‟nin Mem u Zin adlı Mesnevisi ve Klasik Edebiyattaki Yeri" (Mesnewiya Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û ciyê wê di edebiyata klasîk de) meqaleyek di kovara Türk Dünyası Araştırmaları de daye weşandin.
Açıkgöz wekî nîjadperestekî tirk di vir de fikra Ahmedê Xanî ya kurdeweriyê bi tevayî veşartiye û ew wekî şairekî îslamî yê şerqî daye nasîn.
Ew ji wê teza tarîxî ye ku dibêje „kurd jî bi eslê xwe tirk in‟ hareket dike û Ahmedê Xanî wekî şairekî tirk qebûl dike, pirtir jî ji alî edebî û hunermendî ji alî forma mesnewiyan li ser Mem û Zînê radiweste[^76].
Mehemed Emînê Osman, li Kurdistana Iraqê, Mem û Zîn bi şîrovekirin û vekolînekê û bi daneberheva çend nusxeyên çapkirî û destnivîs amadekiriye û ev berhem li Bexdayê di çapxaneya Cah‟iz de hatiye çapkirin. Li ser kitêbê ne diyar e ku kitêb kengî hatiye çapkirin, lê Mehemed Emînê Osmanî bi xwe tarîxa 18-ê meha 1-ê ya 1990-ê li bin pêşgotina xwe daniye û berî çapê muwafeqa Wezareta Seqafê û îlamê di 14-ê meha 2-ê a 1990-ê de jê re derketiye. Mehemed Emîn du lêkolîn xistine pêşiya vê çapa Mem û Zînê. Di ya pêşiyê de ew Mem û Zîn a Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî dide ber hevdu, wekhevî û cudayiyên wan destnîşan dike, piştre jî navê wan çavkanî û berheman dide ku heta niha varyantên Memê Alanî çapkirne, an li ser wan lêkolîn kirine.
Di lêkolîna duduyan de, Mehemed Emînê Osman li ser jiyana Ahmedê Xanî, li ser naveroka Mem û Zînê radiweste, behsa wê yekê dike ku wî ev xebat çawa amade kiriye.
Her wiha wan çapên berê yên Mem û Zîn ê jî destnîşan dike. Xebateka hêja ye. Tiştekî din ê balkêş di xebata wî de ew e ku di Mem û Zîn a wî de du beyt hene ku ev di tu çapên din de yên heta niha ketine ber dest nînin. Em ê di behsa taybetî de ya li ser Mem û Zînê (her di wê kitÊba min ya binavkirî de Mûrad Ciwan) van her du beytan pêşkêş bikin û firehtir li ser rawestin. Sidîq Borekeyî (Safîzade), di wê kitêba xwe de ya bi navê Mêjûyî Wêjeyî Kurdî ku ji du cildan pêk hatiye, cîh daye Ahmedê Xanî jî. Lê bi xemgînî divê em li vir diyar bikin ku bi awakî ciddî hê em li ser beşên din ê kitêbê ranewestiyane, loma jî em nizanin çawa ye, lê beşê li ser Ahmedê Xanî ji zanistî, rastî û ilmiyetê dûr e. Wî agahiyên xwe yên li ser Ahmedê Xanî pirtir ji Alaeddîn Secadî wergirtine, lê gelek caran bêyî ku navê wî bide. Di ser re jî hin agahiyên çewt atfî Alaeddîn Secaddî û M. Emîn Bozarslanî kirine ku wan welê nenivîsiye. Tiştên ku wan rast nivîsîne jî bêyî ku navê wan bide wekî zanîna xwe pêşkêş kirine[^77].
Sidîq Borekeyî(Safîzade), her wiha dinivîse ku di Daîre’l Mearif el-Îslamiyye de ya ku te-„îfa Muhemmed Ferîdûcdî(?) (Qahîre 1918) ye behsa jiyana Ahmedê Xanî tê kirin lê tarîxa jidayikbûna wî şaş hatiye dayîn. Ew her wiha dinivîse ku di kitêba Çend Şairek di Herêma Behdînan de ku ji alî Dr.
Nafi Akreyî hatiye amadekirin, behsa Ahmedê Xanî heye. 78
Baba Merdûx Rûhanî, di kitêba xwe de ku bi farisî nivîsiye û navê wê Tarîxê Meşahîrê Kord (Tarîxa Navdarên kurd) e di cildê ewwel de behsa jiyan, berhem û baweriyên Ahmedê Xanî dike. Ev agadarî jî diyar e ku ji Alaeddîn Seccadî hatine 79.
Zeynelabidîn Zinar, cara pêşîn Nûbar a Ahmedê Xanî wergerand ser tîpên latînî û bi pêşgotinekê li ser kurtejiyana Ahmedê Xanî û li ser çapên Nûbar ê sala 1986-ê di nava weşanên Roja Nû de li Stockholmê da weşandin. Li vir, ew, her wiha behsa wê yekê dike ku Nûbar sala 1903-yê li Stenbolê çap bûye û nusxeyeka din jî ku bi destê Mele Mihemedê Wanî hatiye nivîsîn li her eynî salê li Berlînê çap bûye. Zeynelabîdîn Zinar destnîşan dike ku wî ev herdu nusxeyên çapkirî dane ber hev û çapa latînî ji ber wan amade kiriye[^80].
Zeynelabidîn Zînar, Eqîdeya Îmanê (ku menzûm e) û Eqîdeya Îslamê (ku nesir e) ya Ahmedê Xanî bi tîpên latînî cara pêşîn di Kovara Nûbiharê de di hejmara 13-ê ya çiriya Pêşîn a 1993-ê de weşand.
Ev her du berhem jî di 1887-ê de bi destxeta Mele Mihemedê Wanî hatibûn nivîsîn û A. von Le Coqî ew di sala 1903-ê de bi navê Kurdische Texte de li Berlînê dabû çapkirin.
Eqîdeya Îslamê careka din ji bal Zinarî ve di îlona 1995-ê de di hejmara 3-yê a Çira yê de bi tîpên latînî hatiye weşandin ku wî pêşnivîsek jî jê re nivîsiye.[^81] Her di vê nivîsa xwe de Zeynelabidîn Zinar, behsa çapa Îstenbolê ya Eqîda Îmanê dike, lê behsa tarîxa vê çapê nake. Her wiha, behsa wê yekê dike ku Mele Ehmedê Qoxî şerheke kurmancî ji vê berhemê re nivîsiye û bi navê Rêberê Sanî, Şerha Eqîdeya Ehmedê Xanî di 1984-ê de daye çapkirin. Ev çap li Tirkiyeyê bûye. Hem berhem, hem jî şerha wê bi herfên erebî ne. Zeynelabidîn Zinar ev berhem tevî şerha wê kiriye latînî û bi vî awayî di sala 1990-ê de li Almanyayê ji alî weşanxaneya Dengê Yekîtiyê hatiye weşandin[^82]. Min ev kitêb dîtiye. Li ser bi erebî wiha dibêje: Kîtabu Rehberê Sanî, telîf: Ehmed Hilmî Qoxî el Diyarbekirî, îla Şî-rî -Eqîde. Bi kurmancî jî li ser qapaxê wiha hatiye nivîsîn: Şerha -Eqîda Şêx Ehmed bin Îlyas el Xanî.
Şerha ku ji Eqîda Îmanê re hatiye kirin şerheke fireh e û dînî, felsefî û tesewufî ye[^83].
Zeynelabidîn Zinar, Eqîdeya Îmanê ya Ahmedê Xanî careka din di kitêba xwe de ya bi navê Xwendina Medresê daye weşan din[^84].
Zeynelabîdîn Zinar, kitêba xwe ya bi navê Nimûne ji Gencîneya Çanda Qedexekirî di sala 1991-ê de li Stockholmê weşand ku li ser hin şair û nivîskarên kurd e. Bi taybetî giraniya xwe daye ser jiyan û şiîrên şaîrên kurmanc, zêdetir jî yên dema berî sedsala me. Di vê berhemê de beşê li ser Ahmedê Xanî jî heye, ku kurtebahsek e li ser jiyana wî û heşt şiîrên wî pê re ne ku ya bi çar zimanan ne tê de, hemî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û tên çapkirin. Zeynelabidîn Zinar, li cihê ku pêwîst dîtiye, jêrenotên şerhkirinê jî ji wan re nivîsîne.
Ferhad Şakelî, sala 1991-ê, di kovara Mamostay Kurd de cih da çar şiîrên Ahmedê Xanî. Ferhad Şakelî di wê pêşnivîsarê de ku wî ji bo wan şiîran amade kiriye, dinivîse ku ew ji nav wan tekstan hatine berhevkirin ku di wextê xwe de ji bal Aleksandre Jabayî ve hatine berhevkirin û niha li Lenîngradê di Kutubxana Lenîngradê (Petersbourga niha) ya dewletê de ne, li ser navê M. Y. Saltikova-Şerdirîn hatine parastin.
Ew dibêje di nava wan destnivîsan de bi tevayî 25 şiîrên Ahmedê Xanî hene û kopyeyên hemûyan li ber destê wî ne85. Lê heta niha Ferhad Şakelî ew neweşandine. Ev çar şiîrên ku di Mamostay Kurd de hatin weşandin pişt re ji alî Şefîk Kaya ve hatin wergerandin ser tîpên latînî û di hejmara 4 (162)-yê a Armancê de hatin weşandin[^86] Me di beşê şiîrên Ahmedê Xanî de di vê xebatê de (Qesd jî kitêba min a binavkirî ye - Mûrad Ciwan) cih daye van her çar şiîran.
Her di vê hejmara Mamostay Kurd de lêkolîneka Tewfîq Wehbî hatiye çapkirin ku ji kovara Dengî Gîtî Taze, hejmar 2 a sala 1943-ê hatiye wergirtin ku li Bexdayê derdiket. Navê meqalê "Yek dû Wêne le Şiîr û Felsefeyî Berzî Ehmedî Xanî" ye[^87].
Di hejmara duduyan a kovara Gzîng ê de hevpeyivînek li gel Dr. Ebbas Welî hatiye kirin ku tê de fikrên Ahmedê Xanî yên li ser kurdeweriyê jî tên munaqeşekirin. Di vir de Dr. Abbas Welî wê fikrê diparêze ku goya meriv nikare Ahmedê Xanî wekî neteweperwerekî kurd, lê wek nîştimanperwerekî hesab bike[^88].
Mahmûd Lewendî, sala 1992-yê di kovara Dîdar de bi navê "Ehmedê Xanî" meqaleyek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî nivîsiye[^89].
Meqaleyeka N. Hêcibî a bi navê "Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de Astronomî", di hejmara 8-ê a 1993-yê a kovara Nûdem ê de hatiye weşandin[^90].
Di hejmara 2-3 ya kovara Aso de ku sala 1993-yê ji bal hin ronakbîrên Kurdistana Sûriyeyê hatiye derxistin, Hejarê Darî, gotarek bi navê "Niştimanperweriya Xanî" li ser jiyan û berhemên Xanî nivîsiye[^91]. Her di eynî hejmara vê kovarê de, şiîreka Ahmedê Xanî jî bi sernavê "Çardehê Nîsan" hatiye weşandin[^92]. Ev şiîr pişt re di hin cihên din de jî hatiye belavkirin. Me bi ravekirin ew di beşê şiîrên Xanî de di vê xebatê (Kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) de weşandiye.
Li ser 18 varyantên Mem û Zîn a folklorî yan jî bi awayekî din Memê Alan, sala 1991-ê, li Berkeleyê, li Unîversîta Kalîforniyayê nameyeka doktoraya felsefê ya Michael L. Chyet amade bû bi navê "And a thornbush sprang up between them": Studies on "Mem û Zîn", a kurdish romance. Name pişt re ji alî UMI Dissertation Service ve her di eynî salê de dektîlokirî wekî du cildan hatiye amadekirin, yanî xebat wekî kitêb hîn nehatiye çapkirin. Ev doktorename, xebata herî zanistî, ciddî, berfireh û piralî ye ku tê de hîjde varyantên vê destanê li berhev hatine danîn, ji gellek aliyan ve lêkolîn û tehlîl li ser wan hatine kirin. Di vê navberê de têkiliya wan bi Mem û Zîna Ahmedê Xanî re hatiye pêşkêşkirin û rola wê di nava wan de li gorî zanîn û qenaeta lêkoler hatiye diyarkirin[^93].
Heyder Umer, li Sûriyeyê sala 1991-ê li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî bi erebî kitêbek daye çapkirin ku navê wê Ahmedê Xanî Fî’l’Melheme’l- Şî’rîye Mem û Zîn e[^94].
Vazgal Bazîdî, di kovara Roja Nû de ya ku li Stockholmê tê weşandin di du hejmaran de li ser hev hin şiîrên Ahmedê Xanî dane weşandin ku ji destnivîsarên Mele Îbrahîmê Zivingî hatine wergirtin.
Vazgal Bazîdî, di pêşenivîsa xwe de, diyar dike ku Mele Îbrahîmê Zivingî birayê Mela Ehmedê Zivingi ye yê ku Dîwana Melayê Cizîrî bi erebî şerh kiriye. (Ev eser vê paşiyê wekî du cildan li Şamê hat çapkirin. - Mûrad Ciwan) Vazgal Bazîdî, destnivîs li Sûriyê ji cem hin kesan peyde kirine, anîne, dane M. Emîn Bozarslanî, wî jî gellek jêrenotên şerhkrinê ji wan re nivîsîne û ev, bi wan jêrenotan di du hejmarên kovarê de hatine weşandin. Tev de neh şiîr in, hin ji wan berê hatine çapkirin, lê hin jî cara pêşîn ji destnivîsariyê xelas dibin û di rûpelên vê kovarê de çap dibin[^95].
Her wiha di hejmareka din a vê kovarê de 6 şiîrên Ahmedê Xanî derketin ku ev ji alî Zera Ûsiv ve ji Vazgal Bazîdî re hatine şandin da di kovarê de bi tîpên latînî bên weşandin. Esas wekî ku Zera Ûsiv destnîşan dike, ew, cara pêşîn ji alî Dr. M. B. Rudenkoyê ji nav tekstên destnivîs ên A. Jabayî hatine derxistin. Wê, sala 1961-ê di kovara Narodî Asîî î Afrîkî nr; 3-yê de bi herfên erebî dane çapkirin[^96]. Li gorî ku Z. Ûsiv dinivîse ev 7 şiîr bûne, lê di Roja Nû de şeş ji wan derketine. Heta ji wan şeşan jî hin ne ew in ku Rudenkoyê dane çapkirin.
Çimkî gava ev şiîr ketine destê Vazgal Bazîdî, wî jî verêkirine ji M. Emîn Bozarslanî re ku şerha wan bike. Wî ev şerh kirine, lê ji ber ku hin ji wan berê di eserên Bozarslanî û hin derên din de derketine, wî pêwîst nediye ku tekstên waryanta bi amadekariya Rudenkoyê bên çapkirinê û têkevin ber destê xwendevan, ji dêlva wan ji Bazîdî re nivîsîye ku ew dikarin yên di eserên din de careka din çap bikin. Wî jî bi ya Bozarslanî kiriye û mixabin ku ji wan şiîrên ku Zera Ûsiv şandine, hin çap nebûne. Ev şiîrên ku bi lêkolîna Rudenkoyê di wê kovara Rûsî de hatibûn çapkirin di 1995-ê de di hejmara 9-ê a kovara Gzîng ê de derketin[^97]. Min ew û yên Bozarslanî dan berhev, min dîtin ku ferq di navbera wan de hene û heta yek ji wan li ba Bozarslan qitayeke wê kêm e, li ba Rudenkoyê temamtir e. Baştir ji min re diyar bû ku bi vê tewra nezanistî, çawa em xebatên însanên alim texrîb dikin û carna jî, ji karê pirtir em zerarê digihînin tarîx û kultura xwe.
Di beşa şiîrên Ahmedê Xanî ya di vê xebatê de (Kitêba min a inavkirî – Mûrad Ciwan), me ew dane ber hev, kêmasî temam kirine, ferqiyeta navbera wan diyar kirine û pişt re dane weşandin.
Ew hejmara kovara Gzîng ê ya ku li jorê hat binavkirin dikare hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî bê hesabê ku gellek maqale tê de hene ku lêkolînên di heqê Ahmedê Xanî, berhemên wî û bîrûbaweriyên wi de ne.
Dr. Emîr Hesenpûr ku li Kanadayê, li Montrealê li Zanistgeya Konkordiyayê kar dike, maqaleyeka rexneyî li ser kitêba Ferhad Şakelî nivîsîye ku navê wê kitêbê Kurdish Nationalism in Mam û Zin of Ahmad-i Khani ye. Me ev kitêb berê binav kiribû. Di vê meqalê de Dr. Emîr Hesenpûr bi awayekî zanistî hin agadarî û bîrûbaweriyên Ferhad Şakelî yên li ser dîroka gel û ya edebiyata kurdî, yên li ser lêkolînên Ahmedê Xanî û bîrûbaweriyên wî rexne dike[^98].
Kovarê her wiha cih daye soraniya meqala Joyce Blau a ku wê di konferansa Stockholmê de pêşkêşi beşdaran kiribû. Meqale li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî ye ku di vê xebatê de em li gelek ciyan tên ser vê meqalê. Yê ku ji îngilîzî kiriye soranî Hêriş e[^99].
Meqaleyeka Kemal Mîrawdelî jî di vê kovarê de çapbûye ku navê wê "Axawtinêk li gel -Xanî- da " ye[^100] Meqaleyeka din a ku derketiye "Dêmenî Jin le - Mem û Zîn -î -Xanî- da" ye û ji bal Teyfur ve hatiye amadekirin[^101].
Her wiha, Şakirê Xudoyê Miho[^102], Kerîmî Husamî[^103], Rehmanî Sofî[^104] û Hêdî[^105] jî kurtenivîsarek di vê hejmara Gzingê de weşandine. Kovarê beşeka kurt ji lêkolîna Alaedîn Seccadî[^106] weşandiye ku li ser jiyana Ahmedê Xanî ye. Û her wiha wê meqala Rudenkoyê jî tê de cih girtiye ku me li jorê behs kir.
Nivîsara Hêdî li ser danasandina broşurekê ye ku li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Ahmedê Xanî ye û bi farisî hatiye nivîsîn. Hêdî wiha dinivîse "Birêz kak Ezîzî Îbrahîmî, di broşureka 24 rûpelan de ku navê wê Mierifî Şexsiyetê Ehmedê Xanî -Şairê Mihenperestê Kord(Nasandinî Kesayetîy Ahmedî Xanî -Şairî Nîştimanperwerî kurd) e. Ew Xanî û berhemên wî bi farisîzimanan dinasîne"[^107].
Di konferansa Ahmedê Xanî de ya ku di 27-ê gulana 1995-ê ji alî Komeleya Nivîskarên Kurd, Federasyona kurdan û ABF-a swêdiyan hat amadekirin, Martin van Bruinessen gotarek bi navê "Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Rola wî ya di neteweperweriya kurdî de" pêşkêş kir ku ev gotar pişt re di hejmara çaran a Çirayê de hat weşandin[^108].
Sala 1985-ê, kovara Svensk-kurdisk Journal bi Bruinessen re roportajek kiribû ku di wir de jî hin tehlîlên wî li ser Ahmedê Xanî hatine diyarkirin[^109]. Bruinessen her wiha di kitêba xwe de ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de cîh daye rola Ahmedê Xanî ya di civak û dîroka kurdan de[^110].
Lêkolîneka Rohat Alakom, di heft hejmarên Özgür Politika yê yên navbera11-17ê Îlona 1995-ê de bi zimanê tirkî hat weşandin. Navê vê lêkolînê "Kürt Ulusal Manifestosu 300 Yaşında" ye. Ev meqale bi zimanê tirkî ye. Yek ji wan lêkolinên berbiçav û piralî yên li ser Ahmedê Xanî ye ku bi munasebeta 300 saliya Mem û Zîn ê li hundur û derveyî welêt hatin kirin. Ew di vê lêkolîna xwe de, li ser jiyan, xebat û berhemên Ahmedê Xanî bi kurtebirî dinivîse, wan xebatên ku heta niha li ser Ahmedê Xanî û eserên wî hatine kirin destnîşan dike, cardin bi kurtî têkiliyên navbera Mem û Zînê û varyanta gelêrî rê dide, bi vê munasebetê behsa xebatên li ser varyantên gelêrî jî dike. Ew li ser giringiya Mem û Zînê û tesîra wê di nava alim, zana û xelkê kurd de radiweste, bibîr dixe ku di 300 saliya bibîranîna Mem û Zînê de barê ser pişta kurdan e ku deynê xwe ji Ahmedê Xanî re îfa bikin û bi awayekî zanistî, fireh û navnetewî konferansan bicivînin, lêkolînên akademîk hazir bikin û gellek aliyên Ahmedê Xanî zelal bikin ku heta îro di tarîtiyê de mane[^111].
Dilbixwîn Dara, lêkolînek li ser jiyan, berhem, bîr û bawerî, zanîn û xebatên Ahmedê Xanî, ciyê wî di civak û tevgera kurdî de amade kiriye. Bi giranî jî li ser Mem û Zînê rawestiyaye. Ev xebat, ji alî Înstîtuya Kurdî ji bo lêkolîn û zanînê di tebaxa 1995-ê de bi navê Felsefeya Ehmedê Xanî weka pirtûkekê hatiye çapkirin[^112].
Li Tirkiyê, Faik Bulut, di hezîrana 1995-ê de bi navê Ehmedê Xanê’nin Kaleminden Kürtlerin Bilinmeyen Dünyası kitêbek da weşandin ku tê de li ser dewra Ahmedê Xanî, şairî mutefekirî, fîlozofî û mutesewwufiya wî, jiyana wî, baweriyên wî yên civakî siyasî, baweriyên wî yên li ser jinan û evînê radiweste[^113].
Di kitêba Ismet Alpaslan de ya bi navê Her Yönüyle Ağrı (Bi hemû aliyên xwe ve Agirî) ku di 1995-ê de li Tirkiyeyê hatiye weşandin, beşekî kurt li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Di vir de Ismet Alpaslan Ahmedê Xanî ji malbata Arwasiyan nîşan dide[^114]. (Li ser vê yekê agahiyên zêdetir di beşê "Jiyana Ahmedê Xanî" de (kitêba min a binavkirî de – Mûrad Ciwan) hene.)
Eskerê Boyik, di hejmara bi tarîxa 17-23-yê Eylula 1995-ê ya rojnameya hefteyî ya Azadî de ku li Istenbolê tê weşandin û ya dewama wê de maqaleyek bi navê "Rohilatzanayê Urisetê û Ahmedê Xanî" nivîsiye. Ew, tê de behsa xebatên A. Jaba, Qanatê Kurdo, I. Orbeli û M. B. Rudenkoyê dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî hatine kirin. Pişt re cîh dide lêkolîneka M. B. Rudenkoyê ku "çend salan berê" ji bo rojnama Riya Teze nivîsîbû û bi munasebeta 300 saliya ronahîdîtina Mem û Zîn a Ahmedê Xanî careke din ev lêkolîn di Riya Teze de hatibû çapkirinê. Eskerê Boyik ev lêkolîn ji tîpên krîlî wergerandiye ser tîpên latînî û ew di rojnamê de hatiye weşandin. Navê meqalê "Çend gilî derheqa Ahmedê Xanî da" ye[^115]. Eskerê Boyik, di meqala xwe de, gava behsa Orbelî dike, cîh dide wê tesbîta wî ya meşhûr a li ser Ahmedê Xanî ku di wê pêşgotina wê kitêba xwe de ya bi navê Heykelên Zemane Şaîrê Gurcan Rustaveli dinivîse: "Wextê em dibêjin şair di nivîsara xwe da nêzîkî millet e, bi millet û xelqê ra girêdayî ye, hingê em bêhemdî xwe, lazim e navê sê şairên mezin ên rohilatê wek hev bikin û beramber bikin. Ew her sê şair ev in: Yek Fîrdewsiyê îranî ye; yek Rustavelliyê gurc e; yek jî Ahmedê Xanî yê kurd e."[^116]
Felat Dilgeş, meqaleyek lêkolînî amade kiriye û ew bi navê "Ehmedê Xanî û Ramana Dewletî" di hejmara 15-ê a Nûdemê de hatiye weşandin. Ew, di vê lêkolînê de bîr û baweriyên Xanî û yên Platonî (bi taybetî di warê hukumdariyê de) dide berhev[^117]. Pêşîn(oktober) a 1995-ê kir hejmareke taybetî ya li ser Ahmedê Xanî. Di vê hejmarê de nivîsarên Mahmûd Pakdemîr[^118], Rojnama Armancê hejmara xwe ya 4(162)-ê a Çiriya Emîn Narozî[^119], Joyce Blau[^120], Nîhad Elî[^121] û Mûrad Ciwan[^122], gotûbêjek bi M. Emîn Bozarslan[^123] re û axaftineka Prof. Dr. Îzzeddîn Mustefa Resûl[^124] cîh digre.
Emîn Narozî, di nivîsara xwe de li ser xebatên van kesan rawestiyaye û bi kurtî behsa wan kiriye: xebata Gisbert Jacke ya ku wekî pêşgotin ji kitêba drama ya bi navê Mem och Zin[^125] re nivîsiye, ya Bazil Nikitin ku dinivîse „Ahmedê Xanî Fîrdewsiyê kurdan e‟, ya
Martin van Bruinessen ku di kitêba xwe ya bi navê Agha, Sheikh and State - on the social and political organization of Kurdistan de destnîşan kiriye û ya V. Minorsky ku di Ansîklopediya Îslamê de li ser beşa kurd û Kurdistanê de nivîsiye.
Prof. Joyce Blau di kitêba xe de ya bi navê Mèmoire du Kurdistan cihek daye Ahmedê Xanî jî[^126]. Meqaleyeka Mehemed Alî Qeredaxî ya bi nave "Xiştîyekem le saxtimanî binaxeyî /Dîwanî Xanî/ da be bûneyî sêsed saleyî Xanîyewe" di hejmara 80-yê a kovara Rengîn de hate weşandin ku li ser hin şiîrên destnivîs ên Ahmedê Xanî ne û ew şiîrên destnivîs jî di dawiya meqalê de hatine çapkirin. Hemî heşt şiîr in ku çar ji van ji bilî vê kovarê di tu cihên din de nehatine çapkirin û ji vanên li cihên din neçapbuyî dudu ji wan di nava arşîva destnivîs a Aleksandre Jabayî de hene lê her duyên din li wê derê jî nînin. Me ev her çar şiîr di beşê şiîran de dane weşandin û em zelaltir li ser wan rawestiyane[^127].
Her di eynî hejmara vê kovarê de Mehemedê Mela Kerîm meqaleyeka bi navê "Le pêşwazîy bîrewerîy sêsed saleyî Mem û Zînî Xanî da; Bozerslan giyanêkî tazeyî kirdewe be bewrî em şakareyî edebî kurd da" amade kiriye ku li ser nasandina kitêba M. Emin Bozarslan e ku ji esl û kurdiya xwerû ya îroyîn a Mem û Zînê pêkhatiye 128.
Kovara Pirs a ku ji bal hin kurdên rewşenbîr ên Kurdistana Sûriyê tê derxistin, hejmara xwe ya 7-8-ê zivistana 1995-ê - buhara 1996-ê bi tevayî veqetandiye ji bo lêkolînên li ser Ahmedê Xanî bi munasebeta 300 saliya xelasbûna Mem û Zîn ê. Dêrsim/Memo bi navê "Ehmedê Xanî şoreşger û têkoşerê çerxa xwe bû"[^129], Hişyarê Kohî bi navê "Ramana E. Xanî"[^130], Tengezarê Marînî bi navê "Nav û nîşanên (Mem û Zîn)a M. E. Xanî"[^131], Berzo bi navê "Xanî û zimanê kurdî" 132, Hewarê Gundî bi navê "Durvê Hunerî yê çîroka Mem û Zînê"[^133], Rezo, bi navê "Xwedîkirin û guhdana zarokan di civaka kurdîye kevnar de"[^134] meqale nivîsîne.
Dilovan, çar şiirên Ahmedê Xanî, ji nav destnivîsên hin melayan dane ber hev û ew di vê hejmarê de weşandine. Ew şiîr di sala 1995-ê de di Roja Nû de jî derketine. Me dane ber hev û di vê xebatê de (kitêba min ya binavkirî – Mûrad Ciwan) jî ew dane weşandin. Dilovanî pêşenivîsek jî ji wan re nivîsiye û bi xwe nav li wan kirine ku ev in:
1- Xanî Pir gotiye,
2- Nexoş im ez,
3-Derê meygedeê,
4-Bes e ah û esef.
Li gorî pêşnivîsê, wî, di wextê xwe de heşt şiîr ji defterên destnivîs ên çend melayên kevn û hêja ên wekî Mele Remedanê Seyyid Sulêman, Evdiyê Kurumî, Ahmedê Seyda nivîsîne û dane ber hev û dîtine ku hemî wek hev in. Li gorî wî yek ji wan wê şiîra çar zimanî ye ku berê di Dîwana Kurmancî a Abulreqîb Yûsifî de hatiye weşandin, yek ya bi navê "Çardeyê Nîsan" e ku di hejmara 2-3 a 1993-yê a Aso de hatiye weşandin, loma cîh nedaye van her duyan û her çarên li jorê binavkirî weşandiye[^135]. Dudu di destên wî de mane ku hêvî dike demeka dinê wan jî biweşîne. Ji ber ku ne navê wan ne jî naveroka wan ên neçapbûyî dîyar dike em nizanin ku heta îro ew çap bûne an na.
Kitêbek bi navê Kurdistan’lı Fîlozof Ehmedê Xanî di 1996-ê de li Ankarê hat weşandin ku nivîskarê wê Medeni Ayhan e. Nivîskarê kitêbê li gora ku ew dinivîse ev xebat di zîndanê de di bin şertên dijwar de amade kiriye ku ji du sê çavkaniyan pê ve tu tişt li ber destên wî tunebûne. Meriv vê bêîmkaniyê di rûpelên kitêbê de dibîne. Her çendî kitêb li ser jiyan, dewr, berhem, bîr û baweriyên siyasî, felsefî û tesewufî yên Ahmedê Xanî ye jî bi kil û kêmasiyan dagirtiye. Gava meriv wê dixwîne dibîne ku nivîskar ne ku karibûye van aliyên Xanî deyne ber çavên xwendevanan, lê di serê xwe de berê dinyayek xeyalî ava kiriye û Ahmedê Xanî li wê dinyayê aniye. Loma jî gellek fikr û baweriyên ku têkiliya wan bi Xanî re tunene wek ên wî hatine nîşandan. Heta gellek caran hin fikr wek ên Ahmedê Xanî hatine destnîşankirin ku Ahmedê Xanî bi eksê wan difikire. Piştre diyar e ku nivîskar xwestiye hemû wan zanînên xwe yên di warê siyaset, dîrok, edebiyat, felsefe û tesawwufê de birêje nava rûpelên kitêbê û têkiliyên Ahmedê Xanî bi wan re deyne[^136]. Loma jî mixabin hinde kedeka mezin a di bin şertên dijwar de berhemeka bi kil û kêmasî daye.
Her wiha em ji vê kitêbê tê digihîjin ku girtiyên ji doza PKK-ê ên zîndana Sağmalcılarê a Istanbulê xebateka kollektîf kirine û bi navê Mücadele Tarihimiz Ehmedê Xanî’yi Anlatıyor broşurek derxistine ku metnê Eqîda Îmanê jî pêre ye[^137]. Heta nivîskar di kitêba xwe de perçeyek ji vî metnê Eqîda Îmanê dide weşandin lê hema hema di her misrayeka wê de şaşîtî hene. Helbet meriv nizane gelo ev şaşîtî yên broşurê ne lê yên çapa kitêbê ne.
Di hejmara 29-ê a Mamostayî Kurd de ku di buhara 1996-ê de derketiye, meqaleyeka Farhad Şakelî ya bi navê "Sêsed Saleyî Mem û Zînî Xanî"[^138] hatiye weşandin. Ferhad Şakelî bi munasebeta sêsed saliya Mem û Zîn ê, behsa wê yekê dike ku Ahmedê Xanî bi taybetî û kurd bi giştî ji alî medeniyet, kultur û edebiyata xwe di nav miletên cîhanê de nayên nasîn, kurd jî ciddî xebatekê nakin ku medeniyet, kultur û edebiyata xwe nas bikin û bi xelkê bidin nasîn. Ew her wiha rexne li wê yekê digre ku siyasetmendên kurd ronakbîr û edîbên kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar diînin. Di vê navberê re Ferhad Şakelî li ser tarîxa ronahîdîtina Mem û Zînê jî radiweste û îdîa dike ku ne rast e ku meriv sala 1995-ê bike sêsed saliya Mem û Zînê. Li ser van îdîayên wî me zêdetir agahdarî di beşê jiyan û berhemên Xanî de (di kitêa min de ya binavkirî –Mûrad Ciwan) nivîsiye ku hin agahî û îdîa li ser jiyan û malbata Xanî hene ku di cihên din de ez rastî wan nehatime. Di beşê jiyana Ahmedê Xanî de me cih dane van agahiyan jî.[^139]
Bibiranînên 300 saliyê
Sala 1995-ê ji alî komele, enstîtu, rojname, hin dezgeh û kesên rewşanbîr ên kurdan ve wekî sêsed saliya ronahîdîtina Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi semîner, konferans, civîn, sohbet û lêkolînên di vî warî de hat bibîranîn. Pîrozbahî û bibîranîneka wiha cara pêşîn di salên 1992 û 1993-ê de ji alî M. Emîn Bozarslan ve hat pêşkêşkirin. Bozarslan di 21-ê Adara 1992-yê de nameyek şand ji UNESCO-yê re û daxwaz kir ku UNESCO sala1995-ê bike sala Ahmedê Xanî û bi vî awayî piştgirîyekê ji kultur, edebiyat û hebûna kurd re bike. Wî, her wiha ji hin rêkxistinên nivîskaran û dezgeyên zanistî yên wekî unîversîtan re jî nameyek şand û hêvîkir ku piştgiriya daxwaza wî bikin. Her çendî ji bal hin rêxistinên nivîskaran ve piştgirî lê hat kirin jî UNESCO-yê ne ku daxwazek wiha qebûl nekir, bersîva nameya wî jî neda. Wî di 21-ê Îlona 1993-yê de jî nameyek ji rêxistinên kurdan re rê kir û daxwaz kir ku kurd sala 1995-ê bikin sala Ahmedê Xanî û bibîr bînin. Ev daxwaza wî bicîh hat û kurdan di 1995-ê de bi awayên cuda ev salveger bibîranîn[^140].
Di 1995-ê de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sê civîn li dar xistin. Civîna yekê di roja 26-ê sibata 1995- ê de li Stockholmê hat lidarxistin tê de Mehemed Enwer û nivîskarê vê xebatê beşdar bûn û li ser jiyan, dewr, bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên millî, siyasî, civakî, felsefî û tesewwufî rawestiyan. Cara duduyan di 27-ê Gulana 1995-ê de, li Stockholmê bi navê Konferansa Ahmedê Xanî civîn hat lidarxistin. Vê carê li gel komeleya nivîskaran, Federasyona Kurdan û ABF-a Swêdî jî amadekarê vê civînê bûn. Prof. Joyce Blau, Martin van Bruinessen û nivîskarê vê xebatê bi gotarên xwe beşdarî vê konferansê bûn, ji gellek aliyan de li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî rawestiyan. Civîna sisiyan cardin li Stockholmê di 8-ê meha dehan a sala 1995-ê de pêk hat ku tê de Prof. Îzzeddîn Mustefa Resûl li ser maneya ronesansê û têkiliyên wê bi Ahmedê Xanî re gotarek da.
Bi amadekirina Komkarê, M. Emîn Bozarslan li 11 bajarên Almanyayê û li Swîsreyê konferansên li ser Ahmedê Xanî pêşkêş kirin[^141] Komkar (Federasyona Komelên Karkerên Kurdistanê) di navbera 20-22-yê çiriya pêşîn(oktober) a 1995-ê de li Almanyayê li bajarê Meckenhaimê bi alîkariya Xaça Sor a Alman(DRK) û Weqfa Heinrich Böll(Heinrich Böll Stiftung) bi navê "Konferansa Navnetewî ya Mem û Zînê û Ehmedê Xanî" civînek amade kir. Kesên wekî Prof. Îzzedîn Mustefa Resûl, Prof. Şakirê Xudoyê Miho, Dr. Husên Hebeş, Sabah Kara, M. Emîn Bozarslan, Ahmed Aras, Prof. Celîlê Celîl û Mihemmed Enwer beşdarî vê civînê bûn û teblîxên xwe pêşkêşî vexwendiyan kirin. Teblîxa Prof. Îzeddîn Mustafa Resûl, "Di heqê Ehmedê Xanî de bi giştî agahiyeke bi rêkûpêk" bû. Li ser Mem û Zîn ê Prof. Şakirê Xudoyê Muho ji aliyê dîrokî, Dr. Husên Hebeş ji aliyê zimên, Sabah Kara[^142] ji aliyê dîn, M. Emîn Bozarslan ji aliyê hizra netewî, Ahmed Aras ji aliyê edebiyat û folklorê, Prof. Celîlê Celîl li ser berhevkirina nivîsara Mem û Zîn a Ahmedê Xanî tevî şaxên zargotinê û Mihemmed Enwer li ser rewşa îroyînî de pêwendî û bandûra Ahmedê Xanî û Mem û Zîn ê li ser kurdan dazanînên xwe pêşkêş kirin. Teblîxeka Perwîz Cîhanî jî -herçî ku wî îmkan nedîtibû beşdarî civînê bibe- a ji aliyê civakî û fîlozofî hat pêşkêşkirin[^143]. Komkarê pişt re dokumentên vê civînê di nava kitêbekê de çapkirine.
Enstîtuya Kurd li Berlînê di navbera 24-26-ê meha 11- ê a 1995-ê de li Berlînê konferansek bi navê "Konferansa çand û hunera kurdî -Ahmedê Xanî-" li dar xist ku tê de li gel hin pirsên çanda kurdî li ser Ahmedê Xanî jî hat rawestandin[^144]. Hin lêkolîn û meqalên ku di vê konferansê de hatin pêşkêşkirin di hejmara 2-yê a kovara Lêkolîn de ku ji bal vê enstîtuyê tê weşandin hatin belavkirin.