Di nava doh û îro de perwerdekarî: Lêkolîna vê care, hejmar 14 li ser perwerdeyiyê ye. Bi giranî wek sê hejmarên berî xwe vê carê jî naverok ji Pirs û bersivan pêk tê. Mijar û navçeyên lêhûrbûnê çendek in. a. Aliyekî giştî û kurteagehdariyek li ser dîroka perwerdeyiyê û azmûna cîhana rojava. b. Perwerdeya di bin desthelatdariya dewletên desthelatdar de li Kurdistanê. c. Perwerdeya li diyaspora û nimûneyên perwerdeya bi kurdî li Siwêd û li Almanyayê. d. Di perwerdeya klasîk û kevin de cih û rola perwerdeya medreseyên li Kurdisanê. e. Xwendina li Mexmûrê ku bi serê xwe azmûn û fêrgeheke xweser e û nimûneyeke nadîr e, di dîroka perwerdeya Kurdistanê de. Em di wê bahweriyê de ne ku Pirs û bersivên li der û dora van çend xalên binavkirî ji bo ku xwendevan li ser diyardeya perwerdeyiyê bi giştî û ya bi kurdî bi taybetî bibe xwedî fikrek, wê têr û bes bin. Kesayetiyên di bersiva Pirsan de beşdar bûne, şareza û serwext in. Bêj hema gişan bi salan mamostetî kiriye û ji aliyê raya giştî ve têne naskirin. Ji Pirs û bersivan derdikeve ku şerê di nav gelê Kurd û dewletên serdest û desthelatdar de li herêma Rojhilata navîn salên li pêşiya me wê bi giranî dagere aliyê perwerdeyiyê. Hedefa dagîrker û zordaran pişaftin û asimîlekirina me ye.
Maddî û manewî giş îmkanên xwe, mekanîzmeyên xwe, medya û burokrasiya xwe xistine kar û bi israr xwe nadin ber perwerdeya bi zimanê kurdî. Çendî ji destên wan tê perwerdeya bi kurdî li paş dixin, taloqan didinê. Ji bo kuştina zimanê kurdî, tengtirkirina erd û coxrafya wî û derxistina wî ji jiyana rojane, xwedî stratejî û projeyên fikirlêkirî, bi pîlan û bi program in. Ev diyar û heşkere ye, tê dîtin, tê zanîn. Perwerdeya dewletên Tirk, Ereb û Faris ne bi tenê asimîlekar e, her wuha çendewendî jî li dijê wekheviya nav cinsan, kultur û olan û antîdemokratîk e. Li hember vê, pêwist e em jî bi her awayî li welat û li derveyî welat ji bo perwerdeyeke alternatîv, neteweyî, demokratîk û humanîst zend û bendên xwe vemalin û ji bo ku em karibin hedefeke wuha jî têxin piratîk û jiyanê, objektîf û subjektîf îmkan hene û em têra xwe dikin. Çawa ji bo her cebhî tê gotin ku „Kurd ne Kurdên berê ne“, ji bo Kurd di eniya perwerdeyiyê de jî di bin barê xwe de rabin û bê ku xwe hewcedarê tukes û tuhêzê bibîninin, zemîn heye. Ev ji awura hejmara mamosteyên xwedîazmûn, pirtûkên dersê û medya berdest jî wuha ye. Ev ji bo naverokê. Bila evê bê jî wek pêşgotin be. Bismilaha pêşgotina me bila bi çend peyvên pêşiyan be. Çend peyvên di bîr û hişê Kurdan de qar bûne. Kurdên di nav feza û dormedoreke kurdiyane, kultur û civakeke bi kurdî de çavên xwe vekirine, xwe nas kirine, ne carekê bi dehan û bi sedan car ev peyv ji dê û bavên xwe, ji sohbetên rojane û di nav xwe de bihîstine: „Kurmê şîrî heta pîrî“, „ tu çi têxî beroşê, tu dê wî derxî“, „Li dê binêr, dotê werîn“ û hwd. Ev peyvên pêşiyan tu li eslê wê binerî, her yek bi serê xwe tesbîtek e, encam û destnîşankirinek e ku perwerde û pedagojiyê têkildar dikin.
Mirov dikare ji ferheng û kultura kurdan, li ser perwerdeyiyê, cîh û rola wê, bi dehan hukmên wuha, ravekirinên wuha hilçine û bi dû hev de bike rêz. Mecal û riyên mirov ji gelek aliyan de perwerdekariyê bigre dest, tecrûbe û azmûnên di vê eniyê de; neteweyî û navnetweyî, ji doh ber bi îro ve biparzinîne, li moxil û bêjinga jihevderxistinê bide, çendalî û fireh, bi xwe re nîqaş bike, ji hev bijene, veçire û li gora dilê xwe ava bike, zehf in. Materyal pir e, kitêbxane tije û dagirtî ne û ji bo dîtina vê bi tenê çavavêtineke çendbêhnikî li Internetê, bes û têr dike. Perwerdekarî, sîstem û metodên perwerdekariyê, ast, sewiye û qonaxên wê ji kevin ber bi nû de, ji destpêk û seretaytiyê ber bi kamilbûn û sitewyayîtiyê de, bi temen û salên xwe, xwediyê dîrokeke ne kêmî temen û salên civakê ye. Bêj hema ew û civak biracêwiyên hev in, libên heman gwêşîyan jî em bêjin gwêşiyên heman darê, heman mêw û bedenê ne. Bi hev re ji diya xwe bûne, bi ser piyan ketine, bûne hevalên rê û heta bi roja me dane di ber hev re, ji hev neqetiyane. Xurtiya aliyekî ji aliyê din re jî dibe xurtî û qelsiya yekê ji wan, ya din jî bi xwe re qels dixe. Ewçendî girêdayê hev in, ji hev bixwedî dibin û ewçendî bêyî hev netemam û ne mimkun in. Civak, perwerdekarî, erk û fonksiyonên wê: Civak jiyan e, zindî û bi bizav e. Perwerdekarî jî riya jiyanê, xwîn û damarên vê jiyanê ye. Bi gotinên din perwerdekarî, şêweprosesek e ku di nav de civak cîl û nifşên xwe ji awura exlaqî, rabûn û rûniştinê, cîhanbînî û hwd. de bi firê dixe, li qalib dide, dihûne ji jiyanê û siberojê re amade dike. Guhertin û pêşketina civakî perwerdekariyeke afirêner û ew jî berdewamiyeke bêsekin, baştir û di ser baştir re dixwaze. Perwerdekarî qabiliyetan derdixe. Di nav perwerdekariyê de û bi saya perwerdekariyê, şareza, kesên bikêr, xwedî hûner û
bi behre ji diya xwe dibin. Şareza û hosteyên pîşeyî, pispor û çeknas derdikevin. Her wuha perwerdekarî li dijê cehalet, nezanîn û dicihêxwedehejmartinê, çeka helî bêrdar, encamgîr û bi îsabet e. Di riya vê çalakiya girîng re û bi alîkariya rol û fonksiyonên wê, mirov xwe nas dikin, dibin xwedî nasname û li ser xweserî, taybetmendî û cihêyîyên xwe dibin xwedîfikrek. Civak di riya perwerdeyiyê re ne bi tenê tecrûbe, kelepor, pêzanîn, destkewt û berdestiyên xwe; çi kulturî û çi civakî, her wuha giş dewlemendî û berdestiyên xwe, belê yên gel û welatên din jî vediguhêze, pêşkêş û berpêyî ferd û komên xwe dike. Jiyan perwerdeyeke berdewam û bêdawî ye: Jiyan perwerdeyeke berdewam û bêsekin e. Li dora çend stûnên bingehîn û bi sedan stûnên biçûktir ava dibe. Hêz û xwegiriya civakê, Rewş û asta wê, girêdayê van stûnan e. Stûn çendî pihêt, rûniştî û seqamgîr bin, ewçendî jî civak saxlem û tekûz, hemdem û bikêr dibe. Faktorên perwerdeyiyê, hedefên wê; kes, endam û kategoriyên civakê ne, mextel û qada wê jî komelanên gel, cîl û nifşên roja li dar û siberojê ne. Bi riya perwerdeyiyê û di nav perwerdeyiyê de civak, xwe avadike, dadrêşe û ji awura nirxên koletkîf û neteweyî xwe dihûne. Her qonaxa civakî, erk û fonksiyonên xwe, perwerdeya xwe dixwaze. Bi nisbet û dereceya ev daxwaz, çendî li gora demê û bi awayê bersivdar têne cîh, civak û netewe jî ewçendî distewin, serwext û şareza dibin, rola xwe dilîzin, bi xwe serbilind dibin. Fonksiyon û erkên perwerdekariyê zehf in: yek ji wan jî jiyandina kulturê, bixwedîkirin û geşkirina wê ye. Ne ev bi tenê çendekî din:
Perwerdekarî prosesekî xwebikulturkirin, xwezanakirin û xwegihandinê ye. Xwekûrkirin û xwebipêşxistina li ser babetekî, kûrbûna di şaxekî jî de ye. Kurt û kin, nasname û kesayetiyeke tekûz û tebût, saxlem û bixwebahwer, jixwepiştrast û serbilind, bê perwerdekariyeke azad, biserûber, afrêner û hemdem ne gengaz e. Ji vê awurê mekanîzmeya perwerdekariyê ji ber şertên bindestiyê, statuya gelê Kurd û welatê wî Kurdistan û ji ber rêveberiya perwerdekariyê ne di destên Kurdan de ye, perwerdeya bi kurdî perçê başûr ne tê de li perçên mayî qedexe ye, baş nagere, rawestiyaye, bûye aşê asimîlasyonê, giş perwerdeya Kurdan maye di stûwê malbatên Kurd, rêxistin û saziyên neteweyî de. Çend qonax: Diyar e ku ev perwerdeya îro heye, doh ne bi rengê niha bû. Tiştê îro em dibînin, dijîn, encamek e. Heta perwerde hatiye vir, gihiştiye vê sewiye û asta îro, gelek qonax li xwe badane, di gelek zaboqan re derbasbûye û wek her şaxekî din ji şaxên ilim, pedagojî û sîstemê hîndekariyê jî, ber û berhemê berxwedaneke sedsal, hezarsal û xizmetên subjektên bikêr e . Çend heyam û bedêlan, monopolê perwerdeyiyê di destên keşe, kardînal û papayan de, di destên mizgeft û sînagogan de bû. Ya hebû jî bisînor û çarçewe teng bû. Xwendin û perwerde, îmtiyazek bû, nehmet û awantajek bû ku bi dest herkesî û herkesê nediket. Civak du birr bû, mabû du cîhanên dûr ji hev: Yeke biçûk, serdest, xwenda û elîtane û yeke nezan, cahil û di ser ji sedî notê civakê re. Civak qerimî, emirmende, kevnar û di nav stagnasyoneke tîr, tarî û kûr de noq bûbû. Perwerde demeke dirêj jî dibe navendeke şer di nav kilîsê, şah û melekan de, di nav desthilatdariya cîhana oldar û dinyayî de jî.
Di destpêkê de mafê ders û dersdariyê di destên dêr û mizgeftan de ye. Ku ev bi aliyekî xwe jî dibe duberekî û nakokiya di nav hînbûn û hîndekariya oldarane û sekûler de jî. Qonaxa bi nîqaş û rexne: Ber bi destpêka qirnê nû de, li hin welatên Ewropa, nemaze çarsed salên dawî, di nav entelektuelên li derveyî saziyên oldarane û desthelatdar de, bi giranî dogmatîk û ne li gora dem û qonaxê, di bin navên humanîzim, ronesans û reformasyonan de meylên dijber, guhertinxwaz û nûtîxwaz pêde bûn. Humanîzim, ronesans û reformasyon, bi mebest û hestên rizgarbûna manewî, hesreta derketina ji bin nîrê kilîsê, di nav hewla firehkirina coxrafya perwerdeyeke dadmendanetir, neteweyîtir û ber bi jêrtir de, bûn mizgîniya damezrandina civake nû û qonaxeke bixêrtir. Li vir û li dera han dengên cihê, li xêra gel bilind bûn. Deng ketin ser hev, kenalîzeyî nivîsandin û jiyanê bûn. Komelanên xelkê xwe li xwediyên dengan girtin, li dora wan civiyan. Di nav demeke ne dirêj de, niwêner û berdevkên hersê tevgerên dîrokî, dînamîk û ciwan, rengê xwe dan her aliyê jiyanê û pê re jî raman û dîtinên pedagojîk û perwerdekariyê. Şika ji neheqî û hewedariya perwerdeya desthilatdar; emirmende, ne pedagojîk, hişk û xedar, bi lêdan û bi qamçî, bê ku temenê zarokan; psîkolojî, rexlî û naşîtiya wan li ber çavan bigre, di nav salan de mezin û çencaran li xwe bû. Hêdî hêdî metod û perwerdeya kevin ji îtîbarê de ket, bêprestîj û bêotorîte bû. Bi taybetî di serdema ronesansê de dîtinên zarokan baştir nas dikin, ji zaroktiyê re bihurmetir bûn, ku di formûlasyon û vegotinên mîna ” zarok bîr nabin, bêguneh in, kesê bi zaroktî dimre naçe dojehê, Xwedê wan ji ber kirinên wan berpirsiyar nagre ” û ji ber vê, doza perwerdeyeke nermtir, barbuhêrtir û bi bêhneke firehtir kirin, wek alternatîveke baştir ketin jiyanê.
Perwerde ket qonaxeke bi nîqaş û rexne. Her aliyê ders û dersdariyê, mafê mamostan, têkiliyên di nav wan û şagirtan de, pirtûkên dersê, bi vê nisbetê yan jî bi nisbeteke din, bûn hedefên nirxandinan. Ber bi perwerdekariyeke bêlêdan û bêceza de: Hinek nîqaşan bi salan û dehsalan dewam kirin. Wek nimûne nîqaşa li ser lêdan û cezakirina zarokan. Di derbarê lêdanê de, salên 1500´î dîtineke wuha hebû: Dema mirov naçar bibe li zarokan bide gerek mirov li her derê wan nede, di van cîhan de berî her tiştî gerek serî û ruwê zarokan li derveyî navçeya lêdanê bimîne. Ne cop û qamçî belê şivên zirav û bêgirêk bêne bikkar anîn. Dîroknas Olaus Magnus di dîroka xwe ya li ser gelên Bakur de salên 1550´î yan behsa van metodan li Siwêd û li Almanyayê dike. Erasmûsê Roterdamî û Martin Lutherê Alman jî li dijê lêdanê ne û ji bo metodên nerm in. Ew du niwênerên humanîzmê ne û perwerdeya dê û bavan, perwerdeya di nav malbatê de jî girîng dibînin. Salên dawiya 1800´î û yên destpêka salên 1900´î bi aliyekî xwe jî bûn ”Salên Zarokan”. Li Emerîka û li Ewropayê li ser pedagojiyê, metod û perwerdeyiyê bi sedan lêkolîn û pir tûk ketin weşanê. Di vê navê de ji her car zêdetir dîtinên pisîkolojîk û berçav berşefeq bûn. Pedagojiyê xwe nû kir û zarok wek navenda pedagojiyê kete serê lîsteya rojevê. Nîqaşa li ser lêdana zarokan çendî kevin be jî heta lêdan û cezakirina zarokan wek metodekî hate qedexekirin, çend sedsalên din jî gerek derbas bibûna. Li gelek welatên cîhanê hê jî lêdan û lêxistina zarokan ranebûye. Li welatên mîna Tirkiye destên zarokên Kurd têne şikenandin û îro di ser 3000´an re zarokên Kurdan di zîndanên dewleta Tirk de û li ber dadgehan in.
Balkêş e ku li welatekî mîna Siwêdê bi xwe jî ku weletekî di mesela mafê zarokan de pirr li pêş e, heta sala 1952´an û gelekî piştre jî bi şertê temenê zarokan li ber çavan bê girtin, mafê dê û bavan hebû ji bo lêdanê. Berî bidawîkirina vê xalê wek encam mirov dikare vê bêje: heta fikir û ramanek dikeve jiyanê, dibe rastî û perçeyek ji jiyana rojane, serdest û degel dibe, ji jor ve ber bi jêr de û berevaja ji jêr ve ber bi jor de giş civakê radipêçe, dibe qanûn û kultur, zemanek derbas dibe. Dijayetiya lêdana zarokan, mehkûmkirin û şermezarkirina wê, nivîsandin û lêkolînên li ser, kevin û berî bi çend sed salan bin û îro bi qanûnan hatibin qedexekirin jî, hê lêdana zarokan hem li malê, hem li dibistanan û rojane jî li vir û li dera han, li welatên mîna Tirkiye bi awayekî xwiya û berçav tê dîtin û dewam dike. Naxwe çendî mirov ber bi doh de dihere, ewçendî mirov hişkayîyê, guhnedan û sersariyê dibîne. Ber bi îro de; mezinkirin û guhdana zarokan, dersdarî û perwerdekariya wan pedagojîktir û pisporanetir dibe. Perwerdeya doh ku li ser sê stûnan ava dibû û ji sê lingên mîna îtaet, disiplîn û lêdanê dihate pê, îro li timamê cîhanê nebe jî li piraniya welatên pêşketî nema qebûl dibe. Ji awur û çend ruwên din perwerde: Ji awura qonaxa bi dibistan, bêdibistan û pêşdibistanî jî mirov dikare li dîroka perwerde û pedagojiyê bikole. Qonaxa bi dibistan û profesyonel bi nispet ya bê dibistan û malbatî kin e. Demekê jî hewcedariya bi perwerdeyeke pêşdibistanî kete serê rojevê. Têkiliya vê bi endustriyalîzebûna civakê re dîrekt hebû. Bi taybetî piştî mekîne û febrîke bi rengekî fireh dikevin jiyanê, burokrasî bi hejmar zêde dibe û profesyonelî serdestê jiyana civakî dibe, qonaxeke pêşdibistanî jî dibe xelekeke ji xelekên zincîra perwerdeyiyê. Kireşên pêşdibistanî çêbûn. Dê û bavên li kar, di febrîke û buroyan de erkdar, di saetên li kar de, zarokên xwe danîn van kirêş û zarokxaneyan.
Vê qonaxê jî kat û dema pedagogan girt, ew kişandin nav nîqaş, lêkolîn û pêşniyazan. Bi sedan pirtûk li ser pêwistî û giringiya vê qonaxê jî hatin nivîsandin. Heta cîh û rola wê hate fêmkirin gelek sal buhurîn. Perwerde û xwendina yekzayendî û xebatên ji bo mafê keçan: Demeke dirêj jî bi şêweyekî fireh û giştî perwerde ji zarokên keç re girtîbû. Ew li gora cins û jinbûna xwe ji bo rola dayiktiyê bi awayên xweser dihatin perwerdekirin. Di serdema entîkê de zarokên kur ji şer re dihatin amadekirin. Lewra hewcedarî bi zarokên zinde û berxwedanvan hebû. Keç jî gerek bedew û rindbûna. Heger spartayîbûna hinekî jî gerek ji bo sporên giran bihatina amadekirin. Li gora hinek dîtinan, navenda bi tenê ji bo perwerdeya keçikan di serdema entîk de rengek dibistan bûn ku ji wan re Heteren dihate gotin ku ev jî dibistanên fahîşeyî bûn. Ne tesaduf e ku gelek fîlozofên jin ji van dibistanan derketine. Fîlozofa jin Apasiya ji bo keçan jî dibistanên mîna yên kurikan dixwestin. Rewş û statuya jinê girêdayê ecib û kêfa mêr bû. Jina ku ecba mêrê wê ji bo wê nedima êdî giş mafên xwe wunda dikirin. Me çavek avêt hin damar û hin aliyên dîroka perwerde û pedagojiyê. Me riya xwe bi hinek qonax xist. Di çend paragrafan de be jî em dikarin çend kesên di vê eniyê de xwedîgotin, xwedîwezin û giranî bi bîr bînin û çend gotinan jî bi taybetî ji bo pedagogê navdar Johann Heinrich Pestalozzi (1746-1827) bêjin: Johann Heinrich Pestalozzi (1746-1827): Di dîroka perwerdekarî û pedagojiyê de Johann Heinrich Pestalozzi ne bi tenê ji bo gel û welatê xwe, belê ji bo giş gel û welatên cîhanê bûye serbilindayî, meqamê pesnê û malavayîyê.
Di nav navên xwiya, navên di ser der û dora xwe re, Pestalozzi “ ne bi destêr, ji ritil û ji weqiyê” ye. Ciwamêr ne ji rêzê ye, ne yek ji yekan e, ji navên serê lîstê ye, çalak e, fedakar û sexî ye. Hoste û evîndarê karê xwe ye. Ferqa di nav gotin û teoriyê de radike. Ne bi tenê dibêje, li gora gotinên xwe dijî. Enerjî û zemanê xwe terxan dike, dixe xizmeta zarokan. Di nav ketin û rabûneke hevalrê, salxwur û mixalefe de, dîtin û teoriyên xwe dixe jiyanê, bi xwîn û goşt dike. Dersan dide, germa germa notan digre, teorîtîze dike, hiş û aqilê wî li ser karê wî ye, ne bi tenê bêhnik û kêlîka tê de, sal û sedsalên piştre difikire. Hişê wî zelal û sayî ye, zane çi dike, çima dike. Teslîmê dijberî û dijwariyan nabe, kevirên xwe di ber xwe re bernade, ji ser ya xwe nayê xwarê, bi biryar û yekdilî ye. Bi karê xwe û siberoja wî bahwer e. Hişê wî ne li ser nelibarî û astengên rojane, li ser encamên wê ye. Di nav bêîmkanî û berhelistên bêbav û bêhawe de, şev û rojên xwe dike yek şopekê, rê û resmekê ava dike. Azmûnên xwe di çend cildên nemir de bi laş û gewd dike, di hejmarek beş de hem mamostê xwe J. J Rouşeau rexne dike û hem jî wî derbas dike. Kurt û kin ew şêwemîladek e, kilît û vekroka qonaxên piştî xwe ye. Dibistan, dersdarî, pedagojî û bi giştî mirovayetî, gelek tiştan qerzdarê wî ne. Ew wek yek ji mestirîn pedagogên hatine û çûne ye. Impûls û dehfdarên wî ji bo pedagojî, dersdayin û dersdariyê xwediyê wateyên mezin in. Di beşê xwe de ew, bûye serçaviyeke îlhamê, handar û navtêderek e, ew. Bahweriya Pestalozzi bi perwerdeyiyê û hêza perwerdeyiyê xwurt e. Perwerde ye, ya ku civatê diguhere, ji nûve ava dike: her însan di esil û bingehê de xwe baş e, kes xerab ji diya xwe nabe. Xerabiya însên jî û başiya wî/wê jî, girêdayê perwerdeyiyê ye. Însanê xerab û baş tune, perwerdeya baş û
xerab heye. Her zarok gerek xwedî kesayetî û nasnameyekê be, ev ji mafên xweza, bingehîn û dernîqaş e. Di xalekê de ji Rouşeau vediqete, heq nadiyê û rexnegîr e: Rouşeau zarokê bi nav destên xwezayê de ber dide, aha tu û aha xweza dibêje. Serê we di zikê hev de. Fermo hûn hev rast û serast bikin, ya baş çi ye hilbijêrin, li xêra xwe û hev bin, bikêrî xwe werin û Hwd. Vê qebûl nake Pestalozzi: Zaroka bi serê xwe bimîne, bê rêber û bê perwerde, bê mamoste û destgirekî, wê çawa heq ji xwe derkeve, wê exlaqê civakî, pêzanîn û agehdariyên entelektuelî çawa û ji ku bigre. Ji bo ku zarokek behre û qabiliyetên xwe bi pêş bixe, rabûn û rûniştina xwe li qalibekî bide mûheqeq hewcedarê dê û bavên xwe û mamosteyan e, hewcedarê rêpêşander û perwerdekaran e. Bê perwerde û rêberî zarok dê nebe xwediyê roleke avakar û erênî di civakê de. Pestalozzi, li pêşiya zemanê xwe bû: Dê û bav, mamoste û perwerdekar dema ji zarokan tiştekî dixwazin, talîmatekê didin wan, pêwiste temen û azmûnên wan ji bîra nekin û ne bêmetod bin. Heta zemanê Pestalozzi dibistan di bin kontirola kilîsê de bûn. Di encama reformên wî de, hikûmet vê kontirolê ji destên kilîsê derdixe û ev jî dibe yek jî bikêrtirîn gavên ber bi perwerdeya sekûler û modern de. Hê di saxiya xwe de berî bimire deng pê ket. Ji her aliyê Ewropa û Emerîka xwedîentereseyan xwe lê girtin, serî lê dan û fikir, dîtin û pêşniyazên wî birin welatên xwe. Şagirt û xwenda, dan pey şopa wî, li gora teoriyên wî ders dan. Philipp Emanuel von Fellenberg, Fredrich Froebel, Johann Friedrich Herbart, Karl Titter çend kes ji wan in.
Encam û perwerdeya îro: Her kesayetî bivê nevê hinekî jî ber û berhemên perwerdeya serdem û zemanê xwe ye. Ji roja dêûbavîtî çêbûye û ev çêbûn derketiye asta malbatî û bi vir de bi vî rengî yan jî bi rengekî din şêweperwerdeyek jî heye. Di dîroka perwerdeyiyê de qonaxa bimamoste, bidibistan, bisinif, binot û biqarne, li gora program û şemayekê gelekî piştre tê. Ya din di destpêkê de xwendin imtiyazeke ji bo zarwên desthilatdaran e. Bi dû de hejmarek malbatên xwiya û ji giregiran vê îmkan û imtiyazê bi dest dixin. Hê piştretir ber bi sedsalên me de ji bo her welatî, mirov nikaribe bêje jî li welatên pêşketî, bêj hema herkes dixwîne û ji cîhekî û pêde xwendin û çûna dibistanê mecbûrî bûye. Temenê dibistanê jî li gora welatan hinekî ferq bike jî kêm zêde 7 e. Perwerde merkezîbû ye, li ser asta helî jor xwe bi rê dixe, bûye xwediyê wezaret, burokrasî û mekanîzmeya xwe. Sîstemê perwerdeyiyê bi şax û per bûye û ji meqamekî, ji destekî, bi heman pirtûkên dersê û bi heman şemaya xwendinê tê birêvebirin. Di sedsala me de perwerde, êdî bûye mafekî giştî ji bo giş kategorî û beşên civakê. Ji cîhanê ber bi Kurdistanê de: Em berên projektorên xwe bidin aliyekî din, yan jî em ji pencere û zawiyeke din li dabaşê hûr bibin. Em ji azmûn û tecrûbeya cîhanê, tecrûbeya welatên pêşketî û hinekî jî dîrokî ketin rê. Em bên ser perwerdekariya li welatê xwe. Em neteweyekî kevin in, ev bêgoman e. Rojhilatnas û Kurdnas vê dibêjin. Lêkolînerên biyanî, mîna Bazil Nikîtîn di xebatên xwe de behsa medreseyên li Kurdistanê dikin, heta ji bo van medreseyan hejmarê jî didin. Agehdarî û naskirineke
dîrokî, bi lez be jî ji bo vî alî wê ne bêcîh be. Divê em ewil pêşeng û bavê perwerdeya bi kurdî Ehmedê Xanî û bi taybetî berhemên wî yên bi navên “Nûbara Biçûkan” û “Eqîda Îmanê” bi bîr bînin. Xanî di van berheman de li ser destkewt û qezencên fêrbûn û hînbûnê, durustî û pakiyê, erkên mamosteyan, kontirola li ser xwe û xwegirtinê, têkoşîn û liberxwedanê, yekirina zanebûn û pratîkê û gelek dabaş û Pirsgirêkên din şîretan dike. Ber bi sedsalên piştretir de li dora salên 1850 yan li hin bajarên Kurdistanê wek Amed û Bedlîsê em dibin şahidên perwerdekariyeke bi kurdî ku mamosteyên wê ne Kurd û alimên Kurdan, belê ermenî ne. Dawiya salên 1800´î û ber bi destpêka salên 1990´î de Kurdistan dikeve qonaxeke berhemdar. Rojnameya Kurdistan derdikeve. Pêşî di nav Kurdên li Stenbolê de û piştre jî li hejmarek bajarên Kurdistanê, komele ava dibin, weşan û çapemeniyek dikeve jiyanê. Rêvebirên kovar û komelan li ser perwerdekirina bi zimanê kurdî û hînkirina zarokan dîtinên xwe dibêjin, pêşniyaz û projeyên xwe pêşkêş dikin. Serdema Komara Kemalîstî û salên piştre: Jidayikbûna Komara Turkiye dibe darbeyeke mezin û kuşinde ji awura perwerdeya bi zimanê kurdî û her tiştê bêhna Kurd û Kurdistanê ji wan tê. Dewletneteweya tirk, nasyonalîst û antîkurd, sal bi sal zewrên li ziman û kultura kurdî badide, destên di qirika Kurdan de dişidîne û êdî qonaxa dijkurd, ne li xêra kurdan, jiserxweçûyî dikeve rê, dide çargavan. Di encama vê siyasetê de, siyaseta bi pilan û bi program asimîlekirina Kurdan û hejmarek êrîşên xwênawî li dijê Kurdan, bi sedan rewşenbîr û welatparêzên Kurd ji Perçê Bakûr derdikevin. Xebatên perwerdeyîya bi kurdî û bi kurmancî jî bi vê derketin û koçberiyê re dadikeve Başûrê Rojava, bi gotineke din dike17
ve Biniyaxetê. Bipêşxistina zimanê perwerdeya bi kurdî li ser bingeha afebeya bi latînî û amadekirina alfebeya kurdî jî di vê qonaxê de çavên xwe vedike. Rewşenbîr, perwerdekar û alimên Kurd li dora 57 hejmarên Hawarê kom dibin û bi vî awayî bingeha perwwerdeya siberojê datînin. Çarçeweyên perwerdeya siberojê, îmkanên wê, form û naveroka wê têne diyarkirin. Kurs têne vekirin, buroşur û kitêbok çap dibin, alfebe û pirtûkên dersê têne amadekirin. Vê seferberiya perwerdeyiyê heta dawiya Şerê Cîhanê yê duhem dewam kir. Navçeyên vê pêlê, Sûriye û Libnan û pêşengên wê jî herdû birayên Bedirxanî Celadet û Kamûran û nivîskarên Hawar û Ronahî Osman Sebrî, Qedrîcan, Reşîdê Kurd, Hesen Hişyar, zarwên Mala Cemîl Paşa û hwd din bûn. 11 mehên Komara Mehabad: Demeke kurt û bi rengê ne saleke temam be jî, di dema damezirandina Komara Mahabad de mefer û bêhnikeke Kurd perwerdeya xwe bi xwe birêve bibin, bi dest dixin. Wezareta Perwerdekariyê yek ji wezaretên bingehîn e ku Wezîrê wê jî hêja Menaf Kerîm e. Di coxrafya Sovyeta kevin de perwerdeya bi kurdî: Sovyeta kevin derya û okyanûseke bi dehan ziman û perwerdeya çenddehzimanî bû. Nimûneyeke bi serê xwe û di kategoriya xwe de bitenê bû. li Sovyeta kevin bi kêmanî bi 100 zimanan axaftin dibû. Sala 1921´ê ji bo zarokên Kurdan, perwerdekirina mamostan, amadekirina materyalê dersê û Pirsgirêkên perwerdeya bi kurdî kurs hatin vekirin. Balkêş e ku kesên jii van kursan re pêşengiyê dikin Ermenî ne. Wê salê Hakop Gazaryan ku di nav Kurdan de wek Lazo
tê binavkirin ji bo amadekirina alfebeyeke kurdî tê wezîfedarkirin. Ev alfebe bi navê Şems tê naskirin. Alfebe, di heman salê de di nav Kurdan de tê çapkirin û belavkirin. Du salan piştre, sala 1923´an li Ermenistanê ji bo çareserkirina perwerdeya bi kurdî û bi dereceyekê sazîkirina wê, civîneke ku 50 kes tê de beşdar dibin li dar dikeve. Di nav van kesan de Hakop Gazaryan û xanima Nûra Rolatova, dersdara kurdî jî beşdar dibin. Hakop bi navê “di nav Kurdan de dibistan û rola çalakiyên kulturî “ teblîxatekê pêşkêş dike. Azmûn û tecrûbeyeke din ji Sovyeta kevin mohra sala 1920´an hildigre. Vê salê li bajarê Aştarakê di internatekê de (yurdekê de) zarokên sêwî ku di nav wan de yên Kurd jî hebûn, têne perwerdekirin. Piştre bi sedan kesên profesor, mamoste, rewşenbîr ji vê yurdê derdikevin. Peryoda nav salên 1930-1931´ê jî ji awura ders û dersdariya zarokên Kurdan û perwerdeya bi kurdî hêjayê bibîranînê ye. Di van salan de hejmara dibistanên kurdî zêde dibe û digihe 27 an. Bi giştî 1951 xwendevan û şagirt zimanê xwe û zimanê Ermenî fêr dibin. Ev Enstîtû bi sedan mamoste perwerde dike. Her wuha di nav vê atmosfer û hemleyê de, sala 1931´ê li Êrîvanê Enstîtuya Pedagojiyê ya Piştkafkafkasyayê tê damezrandin û bi sedan mamosteyên Kurd ji vê perwerdeya pedagojîk hêz û tecrûbê digrin. Li aliyê din Radyoya Êrîvanê ji sala 1957´an û pê de ku dest bi weşanê dike, ji bo zarokan programan çêdike ku ev jî şêweperwerdeyek e. Bakur ji salên 1960´î û pêde: Li Bakurê welat mîna me li jor jî îşaret pê kir, siyaseta Tirkandina Kurdan bi damezrandina Komara Turk re ber bi salên piştre de giş sînorên girêdayê mafên mirovan derbas
dikin, Di dîroka siyaseta asimîlekirina Kurdan de salên 1960´î ji bo kultura tirkî bide zarokên Kurd, wan fêrî tirkî bikin û kurdî bi wan bidin jibîrakirin, kurdî di çav wan de biçûk bixin, wan têxin bin kontiroleke asê, têkiliya zarokên Kurd bi malbatên wan re bibirin, dewlet dibistanên mecanî vedike. Mîna ku yên din ne nebes bin, ev jî tê wateya bilezkirin û zewirandina çerxa asimîlasyonê. Sala 1977´an hejmara van dibistanan li Kurdistanê ber bi 100 î de hildikişe. Mebest ji van dibistanan ew e ku zarok bibin biyaniyên gund û dormedora xwe, ji dê û bavên xwe biqetin, di nav wan û malbatên wan de dijberiyeke kulturî çêbibe, roj bê ku li hev nebanin, ji hev fêm nekin û tu têkiliya wan bi eslê wan, etnîsîte û dîroka wan re nemîne Kurt û kin mebest, tirkandin û asimîlekirinine, arqozkîkirina kesayetiya zarokên kurd û bênasnamehşitina wan e. TOB-DER, Komela Yekîtiya Mamosteyên Tirkiye û çend hewlên demokrat: Sala 1978´an saziya TOB-DER´ê ango Komela Yekîtiya Mamosteyên Tirkiye di “Civaka Perwerdeya Demokratîk” de, li ser pêwistiya perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê kurdî disekine û dike biryar. Yek ji wan tirkên timamê jiyana xwe di ber Kurdan û mafê wan de buhurand jî mirovhezê mezin Ismail Beşikçi ye. Ism´il Beşikçî ji Yekîtiya netewyan re li ser perwerdeya Tirkiye sala 1981 ê nameyek dirêj şand û di vê nameyê de rexneyên biheq li sîstemê perwerdeya asimîlekar girtin. Her wuha Beşîkçî, qedexeyîya ziman çendî û ji ber çi bi siyaseta kulturî ya UNESCO re dijber e, bandêra wê li ser kesayetî û cîhana zîhnî û derûnî ya zarokên Kurdan çawa dibe, digre dest. Li gora pispor û şarezayên perwwerdê û bi taybetî zanayên
welatên bindest, dibistana ku zimanê cıvata di nav de ye bikarnayîne nabe parçeyek ji wê civatê, tim dimîne mîna pîneyeke biyanî. Perwerdeya dewleta Tirk li Kurdistanê jî wuha ye. Li vir divê mirov rewşa mamosteyê ku romanivîsê Tirkiyeyî Ferit Edgu di romana “O“(Ew) de digre dest û piştre bi navê “li Heqariyê Demsalek” dibe filîmek jî bi bîr bîne. Roman yek ji nimûneyên helî biîsabet e, li ser dijwarî aloziyên komunîkasyona di nav mamostê Tirk û zarokên Kurd de ku bi tirkî nizanin. Ji awura mafê mirovan cihê zarokan û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê: Her zarok xwediyê nav û nasnameyekê ye. Ev mafek e serekî û stûnane ye. Di lîsteya mafê mirovan de ji xalên ewil û serlîsteyî ye. “Ziman, zayend, rîşeyên etnîkî, rewş û poziyonên siyasî û olî çawa dibin bila bibin ev maf nabe ji kesekî/ê bê stendin”, dibêjin peymanên navneteweyî û girêdayê mafê mirovan. Zarokên navên xwe ji dê û bavên xwe girtine, zimanê ji malbatên xwe fêrbûne, dema wuha bi bêhurmetî û înkareke nedîtî, nebihîstî û bêbav re têne himber hev, têne qedexekirin, gelo şopên çawa di dil û mêjiyê wuha rexil û nazik de çêdike. Felsefe û stratejiya li pey perwerdeya desthilatdar: Pirsgirêk ne yek û dudo ne. Programê perwerdeyiyê bi xwe jî derdek e, xefk û kabûseke din e. Ev program bi xwe ne bi tenê bi zimanekî biyanî ye ku zarok jê fêm nakin û dibe reda zimanê 6-7 salan ku zarok ji dê û bavê xwe fêr dibe. Zarokê vedigerîne temenê sifrê. Mamsoteyên dersê didin jî şiklek cerdevanên bi qerewat in. Zalim û xedar in, berdevk û aşvanên aşê asimîlasyonê ne. Ne kesên dilovan, belê militarist in. Perwerdeya wan antîdemokratîk, nasyonalîst, li dijê gel û kulturên herêmê, rastiya
navçeyê ya dîrokî, sosyoojîk û struktuel e. Ne li xêra aştî û wekheviyê ye. Provokatîv, fanatik, derewîn û mizawir e. Pişta xwe dide teoriyên ergenekonî, bêbingeh û subjektîf. Ne di xizmeta jiyana bi hev re, hevbeş û kolektîv de ye. Encamên şerê Qirêj û rewşa perwerdekariyê: Ev çend dehsal in li Kurdistanê bi taybetî li bakur şer e. 24 saetan tank û top di nav çavên şêniyên Kurd de ne. Gelek ji dibistanên li Kurdistanê ji aliyên hêzên dewletê mîna baregehên leşkerî û îşkencexaneyan têne bikaranîn. Rez, bexçe, dar û daristanên welêt têne şewitandin. Dê û bavên bi hezaran zarok hatin kuştin, bi dehhezaran zarok sêwî man. Dest û serên zarokan hatin şikenandin û perçiqandin. Milyonên Kurdan tevî zarokên xwe revîn ji ax û erda xwe, ji îş û karên xwe qetiyan, bûne penaber û koçber, bi riyan de, li xerîbiyê di nav şert û mercên aboriyek e xerab û netendurustiyane de noq û xerq bûn, gelek ji wan têr nan naxwin, pirtûk, pênûs û defterên xwe nikarin bikirin. Em sazî û rêxistinên rewşenbîrî, pîşeyî û hûnermendane, bi taybetî em yên li derveyî welat, li Ewopa, li diyaspora, ji bo rewşa zarokên Kurd bê dîtin, ev rewşa neyênî ku di nav de ne bê guhertin û ji dewletên antîkurd re sînorek bê danîn, pêwist e çi ji destên me bê em bikin û li gora hêz û îmkanên xwe maddî, manewî em wan bêxwedî nehêlin. Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist li Almanya