Asîmilasyon yan jî pişaftina 85 salan birîneke kûr di derûnî û nasnameya kurdî de vekiriye. Rehên vê birîna reş heta gundan belav bûne. Vê birîna mêrat bawerîya Kurdan ya bi ziman û kurdbûna wan şikandiye. Ez behsa takekesan ya jî di nav bi dehan milyonan Kurdan de grûbeka elît nakim, ez behsa bi miljonan Kurdan dikim. Ji alîyekî ve dewlet çerxa asîmilasyonê ya hovane bi hemû hêz û dezgehên xwe dizivirîne ji alîyê din ve Kurd bi xwe bi rêya bikaranîna tirkî palpiştiya vê çerxê dikin û dibin hevşirîkên kuştina pêşeroja xwe ya kurdî. Binêrin, ez salê çend caran têm welêt. Carinan bi mehan carinan bi hefteyan dimînim. Li gelek cihan digerim. Bêyî hin gundan, ez hîn pêrgî zarokan nehatime ku bi hev re bi kurdî dipeyivin* û bi kurdî dilîzin. Min li kolanan kêm kesên ”bajarî”, bi taybet jin dîtine ku bi zarokên xwe re bi kurdî diaxifin. Ez pêrgî berber, qesab, karkerên aşxane/lokanta, rojnamefiroş, şofêr û mahwînên otobus û minîbusan, karmendên şaredarî û dewletê û yên din nehatime ku bi min re ya jî bi muşteriyên din re bi kurdî dest bi dîalogê bikin. Lê dema ku ez bi kurdî tiştekî ji wan diPirsim ya jî bersiva wan didim, ew jî bi kurdî dest bi axaftinê dikin. Tu dibêjî qey polîtîkaya asimlasyonê serê xelkê otomatîk li gor tirkî program kiriye. Pirs ew e ku em ê vê programkirina otomotîkî çawan xirab bikin? Lê ku min cilên/kincên kurdên gundî li xwe bikira, mimkun e, piranîya wan kesên ku min pîşeyên wan hejmartin dê bi kurdî bi min re deng bikirana. Ev tê çi wateyê? Ev encama serketina polîtîkaya ”kurd gundî ne, nezan in, zimanê
kurdî zimanê gundîyan e, lê tirkî zimanê bajariyan e. Ji bo ku mirov bibe tiştek divê mirov tirkî hîn bibe. ” Hele hele jineka ku cilên/kincên ”bajarî” wek ku li hemû welatan jinên ”bajarî” li xwe dikin, li xwe bike, kes pê re bi kurdî napeyive, ta ku ew bi xwe bersiva wan bi kurdî nede. Lê dema ku jinên weha bi kurdî dipeyivin jî yên li derdorê diheyirin. DiPirsin, ”hûn ji ku ne?” ku tu bêjî ez ji Amedê me, dibêjin ”na, kurdiya te ”degişik e.” Ango bawer nakin ku jineka amedî ya ”bajarîya normal” jî bi kurdî dipeyive. Rojekê ez û Sabîha em ji çarşiyê dihatin malê. Dema ku em ê biketana avahiya ku mala me tê de bû, ez ”tê de bû” dibêjim, ji ber ku me sê hefte berê mala xwe ji wir bar kir bir Dîcle Kentê, jineka amedî li ser derenceyên derve rûniştibû. Wisa dixuya ku karekî wê li IHD (Komela Mafên Mirovan) hebû. Wê demê mala me û IHD di heman avahiyê de bûn. Çawan ku jinikê bihîst ku em bi kurdî bi hev re dipeyivin, got ”çiqas xweş e, ku sosyeteyên wek we bi kurdî xeber didin.” Min û Sabîhayê me li hev mêze kir û wek ku em bêjin ”sosyete ku çi sosyete”. Helbet wê jinikê sosyete” di wateya bajarî de bi kar anî. Ew mînak nîşan dide ku li bajarên kurdan, bi taybetî keç û jiniên ”bajarî” yên ku bi kurdî dipeyivin pir hindik in. Loma yên ku dipeyivin bala gel dikşînin. Li Bakur, di warê nasnameya kurdî de, hişmendîyeke siyasî ya mezin çêbûye. Bi ya min ku ev hişmendî bi ziman û çanda kurdî neyê têkûzkirin dê mayinde nebe. Hema hema li her derê, xelk ji kesên ku, bi taybet bi zarokên ”bajarî” yên ku bi kurdî dipeyivin hez dike, lê Pirsgirêk ew e ku bi xwe napeyivin. Di qada siyasetê de rewş xirabtir e. Di xebata siyasî de zimanê kurdî pir hindik tê bikaranîn.. Di vê qadê de, ber bi paşiyê ve, hin pêşdeçûn hebin jî, karekterê pêvajoyê otoasîmilasyon e. Min di nîvîsa xwe ya berî vê de di xebatên DTPê de rewşa zimanê kurdî anîbû zimên. Loma ez naxwazim carek din dubare bikim. Yên ku wek Osman Baydemir û hin siyasetmedarên din cidiyeta vê meselê fêm kirine divê pirtir bin.
Di saziyên me yên çandî de jî rewş kêm-zêde eynî ye. Dema ku ez diçim serdana wan, bi min re bi kurdî, lê gelek ji wan bi hev re bi tirkî dipeyivin. Ez wê rojê li şaredariyeka me bûm. Şaredariyeka ku ji bo kurdî bedelên mezin dane. Du karmendên herî nêzî şaredar, li ba min, bi hev re bi tirkî, bi min re bi kurdî axifîn. Piştî hişyarkirina min, axaftina xwe zivirandin kurdî. Heman tişt li Navanda Çandê ya Dîcle û Firatê jî qewimî. Ez carinan xwe wek mufetîşê kurdî hîs dikim û pê nerehet dibim. Ev hemû mînak diyar dikin ku me ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij nekiriye. Gelo mirov çawan dizane ku mirov ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij kiriye ya na? Krîterên vê yekê çi ne? Min li gor serpêhatî û tecrubeyên xwe hin xal destnîşan kirine. Kesên ku li gor van xalan tevdigerin dikarin bi dilekî rehet û serbilîndî bêjin ku min xwe ji asîmilasyonê paqij kiriye ango şuştuye û ez bi nasnameya xwe ya kurdî dijîm. Ka werin em hemû xwe test bikin. Pîvanên xwe ji asîmilasyonê paqijkirinê 1. Ku mirov li seranserê Kurdistanê, li her derê, bi hemû Kurdan re bi kurdî (kurmancî ya zazakî) dipeyive. Wek mînak: di otobus, mînîbus, texsî, aşxane (loqente), otêl, qehwexane, market, sertraş (berber), terzî, dermanxane, maxaze, banqe, şaredarî, polîs jî têde hemû daîreyên dewletê, saziyên Kurdan, balafirgeh û hwd de. 2. Bi zarokên xwe re her dem û li her derê bi kurdî dipeyive 3. Îbadeta xwe bi kurdî dike, ango bi kurdî gazî xwedê dike, wek ”ya Rebî tu me ji xezeba vê dewletê star bikî, tu quwetê bidî xebatkarên azadiyê û hwd. 4. Navên kurdî li zarokên xwe dike 5. Ji zarokên xwe re pirtûk û CDyên kurdî dikire û ji wan re dixwîne
6. Zarokên xwe dişîne kursên ziman û çanda kurdî( muzîk, wêne, şano û hwd.) 7. Di telefon, MSN, SMS, Facebook de bi Kurdan re bi kurdî dipeyive ya jî dinivîse 8. Nimreya telefona xwe bi kurdî dibêje 9. Qîmetê dide hemû zarave û devokên kurdî. Tinazên xwe bi kurdîya kesî nake 10. Cesaret dide Kurdên ku hindik kurdî dizanin û wan teşwîkî peyivîna kurdî (kurmancî-zazakî) dike 11. Her roj rojnameya Azadiya Welat, an jî ku hebe, kovar ya jî rojnameyeke din ya ku xwerû bi kurdî ye dikire û hewl dide ku bixwîne 12. Dema ku di partî û saziyên Kkurdan de bi tirkî tê peyivîn pê nerehet bibe û vê nerehetiya xwe bi awayekî maqûl diyar dike. 13. Bes bi Tirkan û Kurdên ku ji ber sedemên cuda bi kurdî (kurmancî û zazakî) nizanin re bi tirkî dipeyive. 14. Bi kes yan jî heyetên biyanî re bi kurdî dipeyive, ku werger pêwîst be, ji kurdî bo zimanê biyanî, ji zimanê biyanî jî bo kurdî tê kirin. Her xal 10 pûan in. Li gor pûanan dê encamek û fikrek di derbarê bandora asimlasyonê ya li ser mirov derkeve holê. Ez hêvîdar im kesekî/a ku ji teknîka komputerê fêm dike van Pirsan bi pûanên wan program bike ku em daynin ser înternetê jî. Kesên ku van xalan di jiyana xwe ya rojane de tam bi cî tînin û 140 pûanan bigirin, ez ji we re ji %100 garantî didim ku xwe ji asîmilasyona zimanî û derûnî baqij kirine. Nasnameya kurdî di kûrahîya ruh û mêjîyê wan de hatiye nexşkirin. Bi pêşeroja jiyaneka kurdewarî bawer in û rêza wan hem ji wan bi xwe re hem jî ji ziman û çandên din re heye. Di jiyana rojane de bicihanîna van xalan ne zehmet e. Min û bi sedan hevalên din me ev xal ceribandine. Ev xal li Kurdistanê, nêzî
ji %100 bi cih tên. Ji bo ku mirov xwe ji asîmilasyona siyasî jî tam paqij bike divê mirov hem van xalan bi cî bîne hem jî li gor hêza xwe di nav hewldan ya jî tevgereke siyasî ya ji bo misogerkirina pêşeroja nasnameya kurdî de cih bigire. Ev cihgirtin dikare ji dengdanê heta berpirsiyariyeke siyasî ya mezintir bê guhertin. Hem xwedî ji nasnameya kurdî derketin hem jî dûvikê partiyên sîstemê bûyin bi hev re nabe. Li vir ez dixwazim pêşniyarekê bikim. Divê hemû komelên KURDÎ-DERê, TZPKurdî û saziyên din yên ku bi ziman û çanda kurdî ve mijûl dibin, li her bajar û bajarokî sertifîqa bidin kesên ku ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij kirine. Mumkun e, ev pêşniyar ji bo miletên din sosret be, lê ji bo rewşa Kurdan guncav e. Van sertifîqayan mirov dikare di roja cejna zimanê kurdî de belav bike. Tu tiştek wek ziman bandorê li ser man û nemana miletekî nake. Kesên ku dixwazin bi çand, ziman, dîrok û erdnîgariya xwe wek Kurdên serbilind bimînin û bijîn divê ruhê xwe ji asîmilasyonê paqij bikin. Ev ziman yê me hemûyan e. Berpirsiyarîya parastin û pêşvebirina wî jî dikeve ser milê me hemûyan. Ez dizanim, çareseriya rastî ya parastin û pêşvebirina zimanê me (kurmancî û zazakî) ji zarokxaneyê heta zanîngehan perwerdeya bi kurdî ye. Heta ku em vî mafî bi dest bixînin, werin em her yek bibin çalakvanê parastin û pêşvebirina zimanê xwe. Li Bakurê Kurdistanê nexşeya esasî ya çareserîya Pirsa perwerdeya kurdî: Pirsa zimanê kurdî ya sereke Pirsa qedexebûna perwerdeya di dibistanan de ye. Heta ku ev Pirs çareser nebe û ji pêşdibistanê heta zanîngehê kurdî neyê xwendin dê kurdî pêş nekeve. Ev çend sal in ku ez ji nêz ve Pirsên perwerdeya kurdî dişopînim. Ez ji nêz ve beşdarê xebata TZPKurdî jî dibim. Girêdan û hezkirineke min e teybet ji bo vê tevgerê û çalakvanên
wê heye. Ez heta niha başdarê hin civîn û konferansên wê jî bûme. Wek mînak ez beşdarê konferansa yekem bûm. Asta amadekirin û nîqaşên konferansê gelek bilind bû. Di konferansê de êdî kesî girîngî û pêwîstîya zimanê zikmakî nîqaş nedikir. Di wê de, nîqaş li ser “mirov çawa dikare sîstemeke nûjen a ji bo perwerdeya kurdî biafirîne” dihat kirin. Piraniyeke mezin a beşdaran û hemû kesên ku mijar pêşkêş dikirin xwedî formasyoneke pedagojîk ya gelek bilind bûn û ji kodên hevûdu fêm dikirin. Mirov dikare bêje ev konferans ne tenê konferanseke axafinê ya plankirin û bicîhanîna xebatên nû yên parastin û pêşvebirina zimanê me bû. Di vê wateyê de ev konferans konferanseke dîrokî bû. Pîştî wê konferansê, çend civîn û konferansnên din jî hatin lidarxistin û kampanyayê dest pê kir. Min di wexta xwe de kursên kurdî yên Amed, Batman û Ruhayê jî zîyaret kirin û bi şagird, mamoste û rêvebirên wan re peyivîm. Li Enqerê jî beşdarî sempozyuma EGITIM SENê bûm û min dîtinên xwe anîn zimên. Piştî vê şopanndina nêzîk ya li welêt ya vê Pirsê ku mirov bi çavên pedagogekî li vê Pirsê binêre, divê ev xalên li jêrê bi cih bên. Ku nebe, tu Pirseke zimanê kurdî çareser nabe. Hele hele bi demagojiyên AKP qet çareser nabe. Ev pêşnîyarên min yên nexşeya rêya çareserîya Pirsa perwerdeya kurdî : • Divê di qanûna esasî û hemû qanûnên din de, madeyên ku kurdî qedexe dikin, bên betalkirin. Ji zarokxaneyê heta zanîngehan hemû astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bên rakirin. • Divê zimanê kurdî, di herêmên ku kurdîaxêf di piranîyê de ne, bibe zimanê yekem. Di herêmên din de bibe zimanê duyem. •. Divê perwerdeya kurdî, ne bi awayê kursên taybetî, lê perçeyek ji sîstema perwerdeyiyê ya giştî be û di bin berpirsîyarîya şaredarîyan de be.
• Divê hemû mesrefên perwerdeya zimanê zikmakî ji butçeya dewletê bên dayin. • Ji bo gihandina mamosteyan û amadekirina materyalên perwerdeya zimanê zikmakî, ji nûnerên Wezareta Perwerdeyiyê, nûnerên Kurdî-Derê, Nînerên Enstîtuyên kurdî, EGITIM SENê û pisporên din yên ku bi vê Pirsê ve mijûl dibin komusyonek bê avakirin. • Hemû karmendên ku li vê cografyayê kar dikin, çi yên şaredarîyan çi jî yên dewletê, divê kurdî bizanibin. Yên ku nizanin, divê neyên tayinkirin. • Biryara ku Meclîsa Şaredariya Sûrê girtibû, divê hemû Şaredariyên DTPê bigirin û di pratîkê de bi cih bînin. • Hemû anonsên ku li balafir û balafirgehan tên kirin, divê ji niha de, bi tirkî, kurdî û îngilizî bin. Di warê zanyarîyên pedagojîya kurdî de li Swêdê hebûneke 30 salan heye. Bi qasî 200 mamosteyên kurdî li wir kar dikin. Gelek pirtûk û materyalên dersê hene. Ji bo avakirina sîstemeke perwerdeya kurdî ya demokratîk mirov dikare ji vê hebûnê sûdê wergire. Lê hebûn û kompentensa ku li welêt heye di her warî de ji ya Swêdê û welatên Ewropayê yên din pêşdetir e. Divê di warê perwerdeya kurdî de hesab li ser wan kadroyên welêt bê kirin. Di vî warî de Enstîtuya Stenbolê, Kurdî-Der û TZPKurdî xebatên gelek hêja dikin. Ez jî bi hemû hêza xwe piştgiriya wan dikim. *Peyivîn: xeber dan, axaftin, qise kirin, şor kirin, mijûl bûn, qezî kirin, ştexilîn, deng kirin, gilî kirin Têbinî: Ev nivîs di rojnameya Azadiya Welat de hatiye weşandin.