Penaberên wargeha Mexmûrê di sala 1993-94 an de ji ber zordariya dewleta Tirkiya faşîst, zordar û dagirker mal, milk û her tiştê xwe di cih de hêlan û neçar bûn penaberî başûrê Kurdistanê bibin. Yan diviya bû cerdevaniyê bipejirînin, yan jî cih û warê bav û kalên xwe li cih bihêlin û bikevin rêya ku kes nizane bi kûve diçe. Lê gelê Kurd yê qehreman, fedekar û welatparêz cerdevanî nepejirand û neçarbûn penaberî başûrê Kurdistan’ê bibin. Bi vî awayî jî pêl bi pêl gelê Kurd dest bi penaberiyê kirin; hinek ber bi metrepolên Tirkiyê ve çûn û hinekên din jî neçar bûn derbazî başûrê Kurdistanê bibin... Piraniya penaberên ku li wargeha Mexmûr dijîn, ji herêma Botan û Colemêrgê ne. Rawestgeha yekem ya penaberan herêmên di bin kontrola gerîlayên azadiyê, herêmên Şeraniş û Bihêrê bûn. Ji bo ev gel ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî penaberên siyasî bên pejirandin, hejmarek penaber di 12.06.1994 an li Dewera Barzan (taxek ya Zaxo) ketin gireva birçîbûnê û di encama gireva birçîbûna 28 rojan de daxwazên wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin qebûl kirin û weke penaberên siyasî hatin pejirandin. Li vê derê jî dewletê destê xwe dirêjî gelê Kurd kir û neçar bûn di 12.09.1994 an de ji Şeraniş û Bihêrê koçî deşta Bêsivê hatin kirin. Di nava zorî û zehmetiyên jiyanê de sê heyvan li deşta Bihêrê man. Piştî vê yekê ji aliyê NY î ve di 11.11.1994 an de ji Bêsivê hatin rakirin û li dû wargehên cûda yên bi navê Geliyê Qiyametê û Etrûşê hatin bicihkirin. Piştî bicihbûna penaberan ya li wargehên Etrûş û Geliyê Qiyametê ji sala 1994-97 an hejmara wan giha 15 hezarî û bi awayekî
rêxistinî jiyana xwe ya penaberî berdewam kirin. Di 14.04.1997 an de li wargeha Etrûş parçe parçe hat valekirin; hinek ji wan li wargehên wekî; Qesrok û Sêmêlê bi cih bûn. Penaberên kû mayîn jî ji wargeha Etrûşê bi piyan derbazî herêma Nînova bûn. Penaber di 13.02.1998 an di şeva tarî de ji Nînovayê koçî Nehdarê kirin û ji wir jî 23-24-25.05.1998an ji aliyê rejîma Seddam ve derbazî cola Mexmûr hatin kirin. Dîrok û Rewşa Perwerdeyiyê Penaberên wargeha Mexmûrê di dîroka xwe ya penaberiyê de yek ji xalên herî giring ku bi wê yekê navê xwe li dîroka Kurd û Kurdistanê bi tîpên zêrîn nivîsandî; di aliyê xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê de gavekî mezin avêtin. Bi vî awayî ji rawestgeha yekem bigre heya bicihbûna li cola Mexmûrê, her tim di nava gel de herî zêde tiştekê rola xwe dileyîst xwendin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî bû. Zarokên penaber di nava şert û mercên herî zor de fêrî xwendina bi zimanê dayîka xwe bûn û parastin. Ji tûnebûnê hebûn afirandin, bi pênûsekê pirtûkên zêrîn nivîsandin. Li wargehê sê dibistanên seretayî, dibistaneke navîn (orta okul), dibistaneke amadeyî (lise) û sê dibistanên dayikî (ana okul) hene. Mirov dikare dibistanên li wargeha Mexmûr ê bi vî awayî rêz bike; a- Dibistanên Seretayî: Ev dibistanên Seretayî despêkê di salên 1994 an de li wargehên wekî Bihêrê û Şeranişê dest bi perwerdeya Zimanê Kurdî kiribûn. Di wê demê de derfet kêm bûn, ders li ser keviran dihat dayîn, ne defter, ne pênûs û ne jî pirtûkên wan hebûn. Piştî hatina penaberan ya Etrûşê, Neteweyên Yekbûyî dibistan avakirin û hinek derfet dan zarokên wargehê. Niha li Mexmûr sê dibistanên seretayî yên bi navê Dibistana Ş. Saleh Kendal, Ş. Mihemed Karasungur û Dr. Mihemed Nûrî Dersimî hene. Mamosta bi xwe ji wargehê ne, bi xwe bernameyan amade dikin û xwendevanan dikin xwedî zanîn.
b- Dibistana Navîn Ya Ş. Jiyan: Ev dibistan di sala 1996 an de li wargeha Etrûşê ji aliyê mamostayên wargehê bi xwe ve hat avakirin. Navê xwe ji Şehîd Jiyan digre, Şehîd Jiyan di encama êrişeke li ser wargehê de hatibû şehîdkirin c- Dibistana Amadeyî Ya Ş. Koçerîn: Ev dibistan di sala 2000 an de li wargeha Mexmûre hat avakirin. Navê xwe ji mamostaya bi navê Şehîd Koçerîn digre. Ji dervey wan hersê dibistanên seretayî, yeke ya navîn û yek jî ya amdeyî, niha li wargeha penaberan a Mexmûrê sê dibistanên dayikê (ana okulu) yên bi navê dibistana Şehîd Nûjîn, Şehîd Çîçek û Şehîd Mizgîn hene. Ji berî ku xwendevanên ku nû tên wergirtin derbazî refa yekem ya seretayî bibin, li van hersê dibistanan ji aliyê mamostayan ve tên perwerdekirin û piştre jî derbazî dibistana seretayî dibin. Bi giştî hejmara xwendevanên dibistanên Mexmûrê 2 hezar û 819 kes in. Ji van xwendevanan nîvek xort û nîva din jî keç in. Yanî mirov dikare bêje di aliyê hejmarê de hevsengiyek di nava xwendevanên keç û xort de heye. Bi vî awayî xwendevanên ku niha amadeyî bidawî kirine û wê îsal derbazî zanîngehê bibin, ji 80 kesan zêdetir in. Her wiha hejmara xwendevanên ku li zanîngehên başûrê Kurdistan’ê jî dixwînin, 212 ne. Ji dervey vê hejmarê nêzî 30 xwendevanên wargehê mezûn bûne. Ji van xwendevanên mezûn bûyîn çendek ji wan li wargehê wekî mamosta bûne xwedî erk. Tê texmînkirin ku di perwerdeya 2009-2010 an de nêzî 20-25 xwendevanên din ji zanîngehên Başûrê Kurdistanê ji beşên cûda cûda dê mezûn bibin. Li zanîngehên Başûrê Kurdistanê xwendevan li hemû beşan hene. Herî zêde jî xwendevanên wargehê li beşên wekî; beşa hiqûq, ramyarî, bijîjkiya giştî, bijîjkiya didanan, kimya, fîzîk, biyolojî, ragihandin, sosyolojî, Zimanê Kurdî, îngizî adab, înglîzî binyat, înglîzî perwerde, derûnasî (pîskolojî) û coxrafya bicih bûne. Dema nû xwendevanên wargehê derbazî zanîngehê dibin bi
zoriyên pir mezin re jî rû bi rû dimênin. Hinek ji van zoriyane jî tênegiştina ziman, çand û alfabeyek cûda ye. Dîsan jî di çûyîna xwendevanan ya zanîngehê jî zorî tên jiyandin û ev jî dibe sedem ku di xwendevanan de paşketinek çêbe. Ew jî ewe ku dema zanîngeh despêdike, hinek salan du meh jî derbaz dibin, lê hîna navê xwendevanên wargehê ji wezareta perwerdeyiyê nehatine. Dema mirov temaşeyî wargehê jî dike, ji dervey dibistanên taybet, di heman demê de dibin navê dibistanê de ji kesên temen mezin û yên ku xwendin û nivîsandina wan tûnene re ji dewreyên perwerdeyiyê kursên cuda cuda tên vekirin û ew kes li van deran fêrî xwendin û nivîsandina Zimanê Kurdî dibin. Ev dewre jî li gorî dem, derfet û pêwîstiyan tên vekirin, hejmara xwendevanan jî li gorî pêwîstiyan tê destnîşankirin. Tevlîbûnek gel ya zêde jî ji van dewreyan re çêdibe. Herwiha di konferansa mamostayan ya ku di sala 2009an de hate çêkirin de biryar hat girtin ku dewreyên bi vî awayî hîn zêdetir çêbibin û bên domandin. Li dibistanên wargehê tevahiya pirtûkan ji aliyê mamostayên wargehê ve tên amadekirin. Lê mixabin di dema çapkirin û zêdekirina van pirtûkan de zoriyên teknîkî yên pir mezin tên jiyandin. Ji ber li wargehê çapxaneyek nine ku ev pirtûk lê bên zêdekirin û derfetên malî jî rê nadin ku ev pirtûk ji aliyê dibistanê ve bên zêdekirin. Li dibistanan zoriyên herî mezin jî di aliyê dersên coxrafya, kîmya, fîzîk, biyolojî û dersên kompîterê de tên jiyandin. Sedemê wan jî nebûna amûrên teknîkî yên wekî; labaratuvar, kompûter, mikroskop û wekî din in. Berî sala 2005an Neteweyên Yekbûyî di aliyê çêkirina cil û bergên dibistanê, anîna defter, pênûs û amêrên din ên dibistanê de arîkarî li gel dibistanên wargehê dikir. Wekî din dibistanên wargehê yên niha ji aliyê NYî ve hatîne çêkirin. Lê mixabin di van 3-4 salên dawî de bi yekcarî ev arîkarî hatiye birîn. Ji xwe heya niha hikûmeta navendî ya İraqê di tû aliyan de arîkarî nedayîne dibistanên wargehê. Di heman demê de piştî 2005an Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hinek
aliyan de destê xwe yê arîkariyê dirêjî dibistanên wargehê kir. Ev arîkarî jî dayîna mûçeyek biçûk (mûaş) ya ji bo mamostayên wargehê, çûyîna xwendevanên wargehê ya ji bo zanîngehê û carnan jî zêdekirin a pirtûkên dersan e. Kêm jî be, lê dîsan Hikûmeta Herêmê arkariyekê li gel dibistanên wargehê dike. Bêgûman li dibistanên wargehê Pirsgirêkên perwerdeyiyê yên ciddî jî hene û mirov dikare wan Pirsgirêkan di dû xalan de wiha rêz bike; -Çêkirina dibistanan. Bi taybet jî cihê dibistana navîn û amadeyî biçûk e û hejmara xwendevanan jî zêde ye. Bi vî awayî di aliyê cih de zoriyên mezin çêdibin. -Di aliyê amûrên teknîkî yên wekî; labaratuvar, kompûter, zêdekirina pirtûkên dersan, nebûna parkek ji bo zarokan, nebûna pergalên ji bo xwendevanên dibistana dayikê, saheyên sporê, amûrên sporê, amûrên çandî û wekî din de zoriyên mezin tên kêşan. Li wargehê di aliyê tendirûstî de zoriyên pir mezin çêdibin û ev yek jî herî zêde bandorê li ser zarokan çêdike. Di aliyê civakî de li pêşiya xwendinê tû astengî ji aliyê malbatan ve nayên jiyandin. Ji xwe hevsengiya hejmara xwendevanên keç û xort vê yekê ji mirov re dide diyarkirin. Di heman demê de di konferansa gel û ya mamostayan de jî biryar hatiye girtin ku her xwendevan neçar e heya dibistana navîn biçe dibistanê û dest ji dibistanê ber nede. Kêm jî be di aliyê aborî de astengî tên jiyandin, ji ber ku di hinek malbatan de kes nîne bixebitin û ev yek jî dibe sedem ku hinek zarok dest ji dibistanê berdin û ji bo derbazkirina jiyana malbata xwe biçin kar û li gel aboriya malbatê bibin arîkar. Ev yek jî bandorekî mezin li ser xwendevanan dike. Bêgûman di aliyê ewlekariyê de bandorek mezin li ser wargehê çêdibe. Hertim wargeh hedefa dijminên gelê Kurde û her gotinek siyasî bandorê li ser wargehê jî çêdike. Bi taybet operasyonên dewleta Tirk yên ku ji dervey sînor tên çêkirin, dema wezîrek yê dagirkerên Kurdistanê tên İraqê û bi rayedarên İraqê re li ser
wargehê biryarekê digirin; bandorek mezin li ser wargehê û bi taybet jî li ser zarok û xwendevanan çêdibe. Li dibistanên wargehê ji dervey Zimanê Kurdî, dersên biyanî yên wekî tirkî û înglîzî tên dayîn. Ji dervey van herdû zimanên biyanî, li dibistanên navîn û amadeyî dersa bi Zaraveyê Soranî jî tê dayîn. Di konferansa mamostayan de biryar hat girtin ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd ên nû jî wekî ders bên dayîn û ev biryar jî bi erênî hat pêşwazîkirin. Herwiha di heman konferansê de biryara zêdekirina hinek dersan jî hat dayîn. Ev ders jî evin; çand û ehlaq, jinelojî û ekolojî ne. Ev ders jî tenê li dibistanên navîn û amadeyî tên dayîn. Têbinî: Sipasî ji bo arîkariya mamostayê wargeha Mexmûr birêz Hecî Kaçan ya di aliyê hinek zanyariyên derbarê dibistanê de ji min re daye