Di nav welatên Ewropayê de welatê ku Kurd baştir mafê perwerdeya zimanê zikmakî bi kar tînin Swêd e. Lewma modela Swêdê hêjayî dûr û dirêj li ser rawestandinê ye. Li Swêdê di qanûna dibistanan de madeyek weha heye: “Ku dê û bav û zarok bi hev re, yan jî yek ji wan, wek zimanê zikmakî, bi zarokê/a xwe re, bêyî swêdî, bi zimanekî din bipeyive/in, û wî zimanî wek zimanê rojane bi kar bînin, mafê wan heye ku ji zarokê/a xwe re perwerdeya zimanê zikmakî bixwazin. Belediye berpirsiyar in ku vê perwerdeyiyê organize bikin”. (Qanûna dibistanan, made 5, paragraf 4) “Ku pêwîstîya şagird hebe, dê bi zimanê xwe yê zikmakî alîkariyê bigire”. Li gor îstatîstîkên dewletê yên sala 2008/09ê, li Swêdê, di polên 1-9an de, 164.183 şagirdên ku bi awayekî koka xwe ji welatekî din in û bi 146 ziman û zaravayên cihê dipeyivin hene. Ev rêjeyeka ji %18 ya hemû şagirdan e. Ji wan, ji %53ê beşdarî perwerdeya zimanê zikmakî dibin. Li gor îstatîstîkên fermî yên daîreya îstastîstîkan, SCB, yên sala 2007ê, li Swêdê, di dibistanê de, ji pola 1-9 de, 9614 şagirdên Kurd hene. Ji wan 6279 beşdarî perwerdeya kurdî dibin. Ev rêjeyek ji %65 e. Hejmara şagirdên pêşdibistan, lîse, dersên alîkarîyê û salmezinan ne di nav vê hejmarê de ye. Ku mirov wan jî bihesibîne, hejmara şagirdên kurdî digihê derdora 10.000î.
Bi kurtî dîroka modela Swêdê Di destpêka salên 1960î de munaqeşeyên li ser zimanê zikmakî dest pê kirin. Alîkî digot ji bo ku zarokên biyaniyan bibin “mirov”, divê bên asîmilekirin. Ango ziman û kultura xwe ji bîr bikin û xwe biguherin bibin swêdî. Aliyê din jî li dij vê polîtîkayê entegrasyon diparast. Aliyê asîmlasyonê bi ser ket û polîtîkaya asîmlasyonê hat meşandin. Bi gelek navgînan, propagandeya “qezenc” û “başbûna” swêdîbûnê hat kirin. Li malbatên zarokên biyanî şîret hatin kirin ku bi zarokên xwe re bi swêdî bipeyivin. Vê politîkaya asîmlasyonê encameka xeter nîşan da. Bi hezaran zarok û xortên biyanî ketin derveyî civakê. Ji dibistanan reviyan, di kolanan de bûn diz, eroînman, şerkir. Zimanê xwe ji bîr kirin lê zimanê swêdî jî baş hîn nebûn. Bi kurtayî zarok û xortên biyanî li serê civakê bûn bela. Vê rewşê, rê li guftûgoyên nû vekir. Îcar aliyê entegrasyonê bi ser ket û dewlet ji polîtîkaya asîmlasyonê vegeriya. 1975an de parlamana Swêdê reforma perwerdeya zimanê zikmakî pejirand. Ev maf di programên perwerdeyiyê yên 1980ê, 1994an û 2000î de jî hat parastin Îsal li Swêdê qanûna dibistanan tê nûkirin. Di pêşniyarqanûna ku ji aliyê hikumatê ve hatiye amedekirin û ji bo nêrînên wan ji hemû saziyên alaqedar re hatiye şandin, mafê zimanê zikmakî bi awayekî gelek vekirî hatiye nivisîn. Skolverket (Daîreya Giştî ya Dibistanan) piştgiriya vê pêşniyarqanûnê dike. Di programa dersê ya ku Parlamana Swêdê pejirandîye de armancên dersa zimanê zikmakî weha hatine destnîşankirin: Bi perwerdeya zimanê zikmakî dê zarok bibin xwediyê kesayeteke pêserbilind. Zarok ê koka xwe nas bikin.
Zarok ê zimanê xwe hîn bibin ku karibin bi merivên xwe yên nêzîk û grûba ku jê tên re peywendiyan deynin û bi vî rengî karibin pêş bikevin. Zarok ê bibin mirovên duzimanî û xwediyê kesayetiyeke duçandî. Li hin welatên Ewropayê bi hejmaran perwerdeya kurdî Ji ber sedemên ku tên zanîn, mirov nizane li kîjan welatê ewropî çiqas kurd dijîn. Gelek zehmet e ku mirov hejmareka ku jê piştrast be bide. Lê dîsa jî ez dixwazim hejmarekê di derbarê Swêd û Almamyayê de bidim. Helbet ev hejmar texmînî ne. Li Almanyayê nifusa kurdan di navbera 650 hezar û milyonekê de ye. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin 1200 e. Lê li Swêdê nêzî 70 hezar kurd dijîn û hejmara zarok û ciwanên ku beşdarê perwerdeya zimanê kurdî dibin li derdora 10.000an e. Ango hejmara zarok û ciwanên Kurd yên ku li Swedê beşdarî perwerdeya zimanê kurdî dibin ji hejmara hemû zarokên Kurd ku li hemû welatên ewropî beşdarî perwerdeya kurdî dibin qat qat zêdetir e. Çima li hemû welatên Ewropayê 3000 hezar û li Swêdê 10.000? 1. Li Swêdê mafê perwerdeya zimanê zikmakî bi qanûnê hatîye misogerkirin. 2. Perwerdeya zimanê zikmakî beşek ji sîstema perwerdeyiyê ya dewletê ye. Di nav sîstema dewletê de ye. 3. Dewletê bi rêya şaredarîyan hemû çûyinên perwerdeyiyê girtine ser xwe. Ango, dewlet heqê materyalên dersê, maeşa mamosteyan û hemû çûyinên dibistanan yên din dide. 4. Ji bo kompetensbilindkirina mamosteyan kursên cihê cihê amade dike.
5. Dereceyên (not) ku şagirdên lîseyê di dersa kurdî de werdigirin, li ser pûanên ketina zanîngeh û xwendegehên bilind tesîrê dikin. 6. Her weha kesên ku beşdarî perwerdeyiyê dibin dikarin bibin tercuman, mamoste, rojnamevan û karmendên din. Hin taybetmendîyên sîstema Swêdê: Li Swêdê him perwerdeya bi zimanê zikmakî him jî perwerdeya zimanê zikmakî heye. Her weha polên perwerdeya bi zimanê zikmakî jî hene (fînî, yewnanî û erebî) Di hin Pirsên pratîkî yên perwerdeya zimanê zikmakî de di navbera şaredarîyan de ferq hene. Ji bo destpêkirina perwerdeyiyê grûbeka ji 5 şagirdan pêkhatî tê xwastin.. Şagirdên lîseyê di hefteyê de 2,5 dixwînin- 250 pûan . Ji karûbarên perwerde û hîndekarîyê şaredarî berpirsîyar in. Perwerdeya zimanê zikmakî ne mecbûrî ye. Lê ku malbat bixwazin ji bo şaredarîyê dibe mecbûrî. Wane/ders di dibistanan de ne, lê piranî li derveyî şemayê ne. Hemû mamosteyên zimanê zikmakî karmendên şaredarîyan in. Di navbera Tirkîyê û Swêdê de peymana kulturî tune. Lewma mamosteyên hemwelatîyên Tirkîyê yên ”fermî” li Swêdê tune ne. Şagird, ji pola 8an pê ve dereceyan/not digrin. Qîmeta dereceyên zimanê zikmakî wek dersên din e.
Bûyereke sosret Li Swêdê di sala 1984ê de ji bo zarokên Kurd zarokxaneyek vebû. Mirov dikare bêje di dîrokê de ji bo zarokên kurmancîaxif ev zarokxaneya yekem bû. Di gulana sala 1985ê de Tirkiyê li dijî vê zarokxaneyê bi protestoyekê nerazîbûna xwe diyar kir. Konsolosê Tirkiyê Haluk Özgül ev protestoya hikumeta xwe gihand hukumata Swêdê û Şaredarîya Tenstayê. Di protestoya Tirkiyê de bi kurtî weha hatibû nivîsîn:” Li gor qanûnên me, li Tirkiyê bi tenê zimanek heye, ew jî tirkî ye. Dê û bavên zarokên ku diçin wê zarokxanê hemwelatiyên me ne. Lewma divê di zarokxanê de bes bi tirkî bê peyivîn, ne bi zimanekî din.” Lê swêdîyan guh neda wan. Şaredariya Tenstayê ji wan re gotibû li vir qanûnên Swêdê derbas dibin. Îcar ji rayedarên şaredariyê re gotibûn “ku laz û çerkez jî vî mafî bixwazin hûn dê çi bikin?” Swêdiya gotibû ku em mamosteyan peyda bikin em ê ji bo wan jî zarokxaneyên weha ava bikin. Wek hûn jî dibînin, Dewleta Tirk hewl daye ku qanûnên xwe li Swêdê jî li ser Kurdan ferz bike! Em dizanin ku Dewleta Tirk di wextê xwe de destwerdana weşanên Radyoya Erîvanê jî kiriye. Mamoste û materyalên perwerdeya kurdî Di Pirsa materyalên dersê de jî rewşa perwerdeya kurdî li Swêdê ji ya welatên din gelek baştir e. Di destpêka salên 1980ê û bi vir de ye ku pirtûkên dersê tên amadekirin. Li Swêdê di 1985î de pirtûka dersê ya yekem, “Em Bixwînin” derket. Di 1986ê de pirtûka “Em Binivîsin” ev pirtûka yekem taqîb kir. Piştî van pirtûkan gelek pirtûkên din derketin. Piranîya pirtûk û materyalên dersê bi alîkarîya aborî ya dewletê ve hatine amadekirin û weşandin. Hin pirtûk li ser navê dewletê jî hatina weşandin. Wek nimûne pirtûka ”Dergûşa Nasnameyê” ku ji bo lîseyê ye û pirtûka “Şagird diçin dibistanê” ku ji bo polên 1-3ê ye li ser navê dewletê hatin weşandin. Di ”Dergûşa Nasnameyê” de li gel dîrok, erdnîgarî û edebiyata kurdan ala û nexşeya Kurdistanê jî heye.
30 pirtûkên zarokan yên din jî bi alîkariya aborî ya dewleta Swêdê hatin çapkirin û bi hevkarîya Şaredarîya Sûrê ya Amedê bêpere li Amedê û bajarên din li zarokên Kurd hatin belavkirin. Li Swêdê bi sedan pirtûk û kovarên din jî hatine weşandin. Bo nimûne: Di navbera salên 1936-1999an de 847 pirtûk û 74 kovarên xwerû kurdî hatine weşandin. Pirtûka “Destpêka Zimanê Me” û çapa sêyem ya pirtûka “Zimani min 1” ji pirtûkên dersê yên ku di vê sala dawiyê de derketine ne. Li Swêdê Sîstem di nav hewildanên xwenûkirinê de ye Li Swêdê, sîstema perwerdeya zimanê zikmakî her tim di nav hewildanên xwenûkirinê de ye. Ev nûkirin, li gor rola mamoste, şagird û dêûbavan ya serdema nû, hem ji alîyê bilindkirina kompentese mamosteyan, pêşvebirina programên dersê, amadekirina materyalên nûjen û hem jî ji alîyê berfirehî û ji nûve birêxistinkirina perwerdeyiyê ye. Wezîrê Dibistanan yê kevn Îbrahîm Baylan dibêje: ”Divê mirov ji hemû zarok û ciwanan re, bêyî ku li koka wan binêre, bingeheke bi hêz amade bike ku karibin di pêşerojê de li ser lingên (piyên) xwe bisekinin. Divê tu zarokek başde nemîne.” Li gor encamên hin lêkolîn û projeyan, sedema girîng ya paşdemayîna zarok û ciwanên biyanî tênegîhiştina wan ya zimanê swêdî ye. Divê hin ders bi zimanê zikmakî yê zarokên biyanî bên dayin ku zarok fêm bikin. Di perwerdeya zimanê zikmakî de teknolojîya agahî û ragihandinê (IKT) Li Swêdê nirxeke girîng ji bo bikaranîna teknolojîya agahî û ragihandinê tê dayin. Kurd di vî warî de ji grûbên herî çalak in. Me di destpêka sala 2000î de, bi navê “Dibistana Kurdî”
malperek ava kir. Paşê me ev proje pêşkêşî rayedarên Dayraya Karûbarên Dibistanan kir. Wan ev projeya me wek projeyek pîlot pejirandin. Piştî ceribandin û nirxandina encamên projeya me, Daîreya Karûbarê Dibistanan biryar girt ku vê projeyê berfirehtir bike. Bi navê “Tema Modersmål”, ji bo heman armancê, sîteyek hat avakirin. Niha 28 ziman û zaravayên din di wê sîteyê de xwedîyên malperên bi zimanê xwe ne. Li gor rapora nirxandinê ya Daîreya Karûbarên Dibistanan, malpera me, di nav van 28 ziman û zaravayên din de, ya ku herî pir tê ziyaretkirin e. Perwerdeya Dîstans: Ji bo zarokên ku li şaredarîyên biçûk yan jî li bajaran dûr in û derfetên peydakirina mamoste tune ne projeya perwerdeya dîstans hatîye amadekirin. Vê projeyê di payiza 2004ê de dest pê kir û niha bi maddeyeka qanûna dibistanan tê garantîkirin.. Çima perwerdeya dîstans? Ji ber ku di qanûna dibistanan de hatîye nivîsîn, bêyî ku mirov ji zayend, mercên aborî û sosyal, ji cîwarbûnê binêre, divê mirov ji hemû hemwe latîyan re derfetên wekhev pêşkêş bike ku bikaribin xwe pêşve bibin. Îsal li Swêdê qanûneke nû ya dibistanan hatiye amadekirin û ji bo ku gikrên wan bê girtin ji saziyên alaqedar re hatiye şandin. Di wê pêşniyarqanûnê de perwerdeya dîstans wek maf hatiye nivîsandin. Îmkanên nû ji bo zarokên pêşdibistanê Li gor gelek lêkolînên ku li Swêdê û li welatên din hatine çêkirin, divê bingeha zimanê zikmakî di salên zaroktîyê yên destpêkê de bên avêtin. Ango ji dayikbûnê heta dema destpêka dibistanê. Hetta li gor hin zimannasan, ku mirov piştî balixbûnê dest bi zimanekî bîyanî bike, mirov çiqas bixwaze jî nikare wî zimanî wek kesên ku li wî welatî çêbûne bi lêv bike. Loma Hukumeta Swêdê bi wasitaya Daîreya dibistanan di vî
warî dê xebateka tund dimeşîne. Bi hevkarîya pisporên ji Zanîngeha Stockholmê, Enstîtuya Pêşvebirina ziman, Daîreya Karûbarên Dibistanan û malbatên zarokên duzimanî broşurek hat amadekirin. Broşur ji bo 11 zimanan hatîye wergerandin (albanî, erebî, bosnî, îngilizî, fînî, somalî, îspanyolî, kurdî, arlîyê-romanî, lovarîyî-romanî û tirkî) û li nexweşxaneyên ku jin zarokan tînin ev broşur tê belavkirin. Di broşurê de, bi şêweyê Pirs û bersiv, girîngîya zimanê zikmakî hatîye nivîsîn. Ji Pirsên ku bersivên xwe di broşurê de hatine nivîsîn, çend nimûne: 1. Gelo ma zarok dikarin, du yan jî pirtir zimanan di heman astê de hîn bibin? 2. Ku em dêûbav, bêyî swêdî, bi zimanekî din dipeyivin, emê kîjan zimanî hînî zarokên xwe bikin? 3. Gelo ma divê ku zaroka/ê min li dibistanê zimanê zikmakî bixwîne? Projeyên hevkarîyê yên Swêd û Amedê: Konferansa mamosteyên kurdî: Me heta niha li Swêdê bi hevkariya Skolverketê 6 konferansên mamosteyên kurdî pêk anîne. Konferansa dawiyê di 24-25ê îlona îsal de pêk hat. Belgeyên konferansan hemû di malpera www.dibistanakurdi.com de hene. Di çarçoveya bilindkirina kompetensa mamosteyên kurdî yên li Swêdê de em dixwazin konferansa mamosteyên kurdî ya 7:e li Amedê li dar bixin. Hem mamosteyên kurdî yên Swêdê hem yên welatên ewropî yên din hem jî mamosteyên kursên kurdî dê beşdarî vê konferansê bibin.