Hevpeyvîn bi Mamoste Fêrgîn Melik Aykoç re

Fêrgîn Melîk Aykoç

Pirs 1: Ji kerema xwe re çend mamosteyên ewil binav bikin? Bersiv 1: Li Bremenê: Emin Akbaş, Silêman Torî. Li Nidersachsenê Ali Beltir Pirs 2: Dijwariyên salên ewil çi bûn, ev dijwarî îro piştî ewqas sal bi çi nisbet hatine çareserkirin? Bersiv 2: Dijwariyên wê demê yên bingehîn mirov dikane weha rêz bike: Nebûna bernameyên perwerdeyiyê, nebûna materyalan, azmûniya mamosteyan her wisa. Pirs 3: Guhertin û pêşketin ji awura coxrafya ders û dersdariyê ji doh ber bi îro de. Ji awura pirtûkên dersê rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 3: Di roja me de Bernameya perwerdeyiyê ji bo Almanya ku welat jî dikane jê sûdê werbigire hatiye amadekirin. Hima bigire ji bo hemû pêngavan pirtûkên dersê di bin insiyetiva Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewropa (YMK) de hatine amadekirin, piraniya wan hatine çapkirin, di vî warî de hîna jî xebat didomin. Pirs 4: Têkiliya di nav mamsoteyên hersê zaravayên kurdî de, hevdîtin, şêwra bi hev re çend e û di çi ast de ye? Bersiv 4: Bi salan e, em dixebitin ku YMK ne tenê wek saziyeke pîşeyî, yektiyeke mamoste û perwerdekaran, wek navendeke çareserkirina Pirsgirêkên mamostetiyê, ziman û

perwerdeyiyê jî bidin rûniştin. Ji bo vê jî gelek projeyên me hene. Pirs 5: Alîkariya dewleta Almanya ji bo çapkirina pirtûk û materyalan ji bo zimanê kurdî? Bersiv 5: Di warê çapkirina pirtûkên dersê de tu alîkariya wan nîne. Lê, ji bo dibistanan pirtûkên me dikirin. Dem dem alîkariya GEW (Sendiqaya perwerdeyiyê ya Almanya) dibe. Pirs 6: Materyal û pirtûkên dersê ku li gora şertên zarokan li Almanya têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistanê bi kar bîne? Bersiv 6: Ji ber ku di dema amadekirina pirtûkan de em rewşa welat û zarokên welat li ber çav digirin. Mirov dikane hemû pirtûkên YMKê li welat bi kar bîne. Pirs 7: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman tê amadekirin û ev plan çawa dikeve pratîk û jiyanê, li vir insiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 7: Li Almanyayê ev bername li her eyaletê, ji hêla berpirsiyar û şêwirmendên girêdayî wezareta perwerdeyiyê ve tê amadekirin. Li Nidersakchsena Jêrîn ji hêla wezaretê ve di bin navê „Kern Curiculum“ de bernameyeke perwerdeyiyê ji bo zimannê zikmakî hate amadekirin, niha jî li gor wê bernamê ders tên amadekirin. Pirs 8: Dersa zimanê zikmakî di heftê de çend saet in, îmkana mirov saetên dersan zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye, yan li derveyî wê ye? Bersiv 8: Ev li gor eyalet, cih û koman diguhere. Pirs 9: Pêşniyanzên we yên ji bo zarok û malbatan pirzimanî? Bersiv 9: Hetanî zarok bi çend zimanan neyên perwerdekirin, mirov nikane behsa pirzimaniyê bike. Divê zarok dersên zimanê zikmakî bibîne. Lewre her ziman xwediyê avahiyeke

xwerû ye. Di nava van zimanan de jî yên bingehîn zimanê dayîkê ye. Dema zarokek hîm û hêmanên zimanê zikmakî tênegihîje, di zimanên din de jî serkeftî nabe û, bixwebawerî melûl dimîne. Pirs 10: Em di çend gotinan de jî ji awura pedagojîk, hejmar, kalîte û naverok û îlustrasyonan, pirtûkên dersê binirxînin! Bersiv 10: Ev mijareke serbixwe ye. Divê her pirtûka di dersê de tê bikaranîn yek bi yek di warê pedagojîk de were nirxandin. Ji bo vê yekê di nava YMKê de komisyona redaksiyonê heye. Ew komîsyon ne tenê rastnivisandinê, warê pedagojîkê jî dinirxînin. Pirs 11: Em xwe hinekî din bi nav dabaşan de berdin: Têkiliya ziman û perwerdeya bi zimanê dayik bi xwenaskirin û nasnameyê re divê hebe, çiye ev hebûn û çawa dixuye di jiyana rojane û giştî de? Bersiv 11: Ziman bi serê xwe nasname ye. Bi perwerdeya ziman re ew baweriya bi xwe, bi dê û bav, nijad û rîçalên xwe tê kemilandin û peyîtandin, kesayetiya wê/î tê pejirandin. Gumana giyanî, derûnî û bi giştî kesayetî tê rakirin. Xwenasî di kesayetiyê de derdikeve pêş. Ev jî wê kesayetiyê di warên din de riya bi awayekî bixwebawerî, tevgerandin û têkilîdanînê vedike. Lema kesên bi zimanê xwe perwerde bûne, hem di fêrbûna zimannên din de û hem jî di dersan de serkeftî dibin. Pirs 12: Em di cîhaneke gilobal û têra xwe biçûkbûyî de dijîn. Li tu welatan perwerdeyeke yekzimanî bêje hema nemaye. Şagirtên her welatî di ber zimanê xwe yê dayikê û zikmakî re, zimanekî yan jî çend zimanên din wek ingilîzî, firensî, almanî û Hwd. hîn dibin. Bi hezar û dehhezaran zarok û ciwanên Kurdan jî li derveyî welaêt xwe di dibistanên em bêjin Alman, Swêd û hwd de dixwînin. Ji bo hînbûna zimanekî duhem hewcedariya bi serwextiya zimanê dayikê çend û çawa ye. Dîtinên we?

Bersiv 12: Ev Pirs hinek tevlihev e. Di dema amadekirinê de du tişt hatine tevlihevkirin. Perwerdeya bi zimankî û perwerdeya zimanekî du tiştên cûda ne. Dema mirov ji baxçê zarokan bigire hetanî zanîngehekê diqedîne, ji matematîkê heta wêjeyê, ji nigarkêşîiyê hetanî muzîkê bi zimanekî perwerdeyiyê bibîne, ev dibe perwerdeya bi ziman, lê gava mirov fêrî zimanekî bibe, ev jî dibe perwerdeya zimanekî. Li Ewropayê zarokên biyaniyan bi zimanên xwe perwerdeyiyê nabînin, tenê fêrî xwendin, nivisandin, dîrok û wêjeya xwe dibin. Ev jî perwerdeya ziman e. Aliyê din bersiva vê Pirsê di nava bersiva berê de heye. Pirs 13: Li welat hûn ders didin û zarok û ciwanên Kurdan perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye, Kurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina ku heye, têr dike? Bersiv 13: Di her nîqaşê de ez mînaka Yunanan tînim. Dibêjin gava du Yunan tên ba hev, berê dibistanekê ava dikin. Lê em Kurd di vî warî de li paşiya hemû komar û netewên cihanê ne. Gelê me yê Êzidî ne têde, gelê me yê ji baweriyên din girîngiyê nade zimanê xwe. Mînaka herî balkêş Köln e. Li Kölnê bi dehezaran Kurd hene. Tenê sih çel zarok diçin dersa kurdî. Dersên kurdî yên li Dortmund û Bochumê ji ber ku Kurdan zarokên xwe neşandin, hatin rakirin, niha ew zarok bi dîn û îman, bi eşq û evîna dê û bavên xwe diçin dersên tirkî û dibêjin „Ez tirk im....“ Piraniya Kurdan (bakur) gava perwerde tê gotin, ber bi tirkî difikire. Mixabin ku rastiya me ev e. Hetanî em wek gel di warê ziman û perwerdeya ziman de bi ser nekevin, em ê di warê siyasî de jî qels bimînin. Pirs 14: Haya Kurdan çendî kûr e, di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 14: Bi yek gotinekê; di vî warî de piraniya Kurdan hay ji xwe tunin. Bi giyana xwe ve di xizmeta otoasimilatsiyonê de ne. Heta mirov dikane bibêje; êdî zimanê tirkî di

genên Kurdan de rûniştiye. Mirov newêre ji piraniya Kurdan re bibje; „bi min re bi kurdî bipeyive.“ Bi gotinê re êrişî mirovan dikin. Di vî warî de ankêtên min hene. Li hember Pirseke wiha helwesta Kurdên xwe ji her kesî welatparêztir dibînin, ji ya faşîst û nijadperestên Tirkan tuntir û xirabtir e. Kî çi dibje bila bibje. Rastî ev e. Pirs 15: Fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera han lê rast tê, gelekî dibihîze wuha ye: Kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov dikare ji bo Kurd û Kurdistan bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û Pirsgirek e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke bêziman çendî dikare xwe biparêze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku avê vedixwe, rîşen wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 15: Ziman bingeha her tişti ye. Ziman mirovbûn bi xwe ye. Mînakeke kurt: Eger zimanê kurdî neba, nejiya, bi navê Kurd, neteweyek û welateke bi vi navî, ango Kurdistan jî wê neba. Yan peyva „Kurd û Kurdistan“ bi hebûna zimanê kurdî ve girdayî ye. Partiyên bi vî navî jî hatine demezrandin, hêz û egera xwe ya hebûn û demezrandinê ji zimanê kurdî girtiye. Mînakeke din. Gelo çima îro bi navê panfîlî neteweyek û bi nav Panfilistan welatekî tune. Ji ber ku zimanê panfîlî têk çû, nema lema. Ji wê jî partiyên bi vî navî jî nehatine demezrandin. Ango ev nêrîn û gotin tenê parastina politîka asîmîlasyon, otoasîmilasyonê ye. Yan jî encama vê ye di mêjiyan de hatiye mixkirin, çav hatine korkirin, û guh hatine kerkirin, giyan hatine heramkirin.