Pirs 1: Perwerdeya kurdî ev çend sal in li Bremenê heye, kîjan sal dest p kir? Bersiv 1: Ev 16 sal in perwerdeya kurdî li Bremenê heye, di sala 1993an de dest pêkir. Pirs 2: Ji kerema xwe çend mamosteyên ewil bi nav bikin! Bersiv 2: Ji destpêkê ve ez û mamoste Suleyman Gulpinar dersên kurdî didin. Ji xeynî me mamosteyên din nehatine tayînkirin. Pirs 3: Dijwariyên salên ewil çi bûn, ev dijwarî îro piştî ewqas sal bi çi nisbet hatine çareserkirin? Bersiv 3: Hemû kar û xebatên nû dest pêdikin bi sanco û Pirsgirêk in. Li herêma Bremenê di destpêkê de piçûk mezin ev kêmasî derketin: 1. Mamoste ji bo dana dersên kurdî tam ne amade bûn. 2. Amadekariyên dersên kurdî tûne bûn. 3. Alavên dersdanê kêm bûn. 4. Bernameyeke salane ya perwerdeyiyê di dest de tune bû. 5. Gelek malbat ji bo nivîsandina zarokan û şandina wan ya dersê, bi tirs û fikar bûn Me di nav demeke kin de Pirsgirêkên mijara gotinê wiha çareser kirin:
1. Em tevlî kursên Însîtuta Perwerdeyiya Mamosteyan yên di derbarê dersdayina li dibistanên seratayî de hatin dayin, bûn. 2. Ji bo danûstandina agahdariyan em herheftî civiyan û me rewş nirxand. 3. Ji bo pêşdexistina zanîna xwe ya kurdî em hîn xurttir tevlî kursên kurdî ku ji aliyê birêz Dr. Haco ve li Zanîngeha Bremenê dihatin dayin, bûn. 4. Me ji tecrûbe û pêşniyarên mamosteyên Alman yên mîna Prof. Dr. Anje Katrin Menk, Yvonne Müller û Angela to Roxel yên ji aliyê senatora Bremenê ya perwerdeyiyê ve hatibûn kifşkirin, sûd wergirt û zanîna xwe ya amadekirina alavên dersan pêş de bir. 5. Me bi malbatan re pêwendiyên xwe xurtir kirin û her wiha me tevlî berpirsiyarên senatoriya perwerdeyiyê, li dibistanan civîn li dar xistin, bersiva Pirsên malbatan dan û bi vî awayî tirs û fikarên wan ji holê rakirin. 6. Me bi saziyên kurdistanî yên li Bremnê re pêwendiyên xwe xurt kirin. 7. Me bi mamosteyên li Swêd dersên kurdî didan re pêwendî danîn, ji bername, alav û tecrûbeyên wan yên dersdayinê sûd wergirt. Pirs 4: Di navberê berê û îro de, di warê ders û dersdariyê de çi gûhertin çêbûne? Bersiv 4: Di hemû qadên jiyanê de gûhertin çêdibin. Gava mirov xwe li gorî pêvajoya nû amade neke, mirov wê nikaribe bersiva pêvajoyê bide. Gava ez rewşa me ya destpêk ya sala 1993an û ya îro tînim ber hev, ferqeke mezin dibînim. Mînak: 1. Berê me alîkariya bernameya perwerdeyiyê ji mamosteyên xwedî tecrûbe dixwest, îro em bernameya ku me bi xwe amadekiriye, bi kar tînin û gelek mamoste ji bernameya me sûdê werdigirin.
2. Berê me ji pirtûk û alavên hevalan sûd werdigirt, îro em bi xwe pirtûk û alavên xwe çêdikin, pirtûkan çap dikin û gelek heval ji van pirtûk û alavên me amadekirine, sûdê werdigirin. 3. Berê me ji mamosteyên Alman yên dibistana xwe alîkarî dixwest, îro gelek ji wan di gelek waran de ji me alîkariyê dixwazin. 4. Berê derfetên me yên teknîkî yên mîna komputer û înternetê tinebûn, îro hemû derfetên teknîkî yên ji bo peydakirina alavên perwerdeyiyê û danîna pêwendiyan li ber destên me nin. 5. Berê me bi metodên klasîk ders didan, îro em bi gelek metodên nû dersan didin. Pirs 5: Ji awura pirtûkên dersê, rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 5: Pêwîstî herdem bi pirtûk û alavên perwerdeyiyê û her wiha nûjenkirina wan heye. Ji aliyekî ve hin pirtûkên dersan yên berê hatine amadekirin, ji dana bersiva dersdayina îro gelekî dûr in; ji aliyekî din ve jî heroj bi şêwe û metodên nûjen pirtûkên kurdî ji bo dersdayinê tên amadekirin. Mirov dikare bêje ku pirtûk û alavên vê gavê li ber destan in, ji bo dersdayina dersên kurdî li Bremenê têr dikin. Lê belê nayê wê maneyê ku ti pêwîstî bi pirtûk û alavên perwerdeyiyê nemaye. Dervayî wê divê em hewldanên xwe yên amadekirina pirtûk û alavan berdewam bikin. Pirs 6: Tê gotin ku li gor qanûna dibistanan a Bremenê, ji bo ku dersa zimanê zikmakî bê dayin, bi tenê hejamareke heşt kesî têr dike. Ev bi çi nisbet rast e? Bersiv 6: Di derbarê hejmara gruba şagirtan de, tiştekî nivîskî nîn e. Lê belê bi devkî hat xwestin ku her grûbek bi hindikayî ji heşt kesan were pêkanîn. Heta roja îro, di warê pêkanîna grûban ji heşt kesan pêkhatî de, Pirsgirêk derneketine. Pirs 7: Dewleta Alman ji bo çapkirina pirtûk û materyalên bi ziman kurdî alîkarî dike an na?
Bersiv 7: Wek dewleta Alman, an jî hikumeta navendî na! Di salên berê de hikûmatên hin eyaletan yên mîna Bremenê û NRW alîkarî kirin. Lê belê ji ber sedemên aborî wan jî rawestand. Pirs 8: Materyal û pirtûkên dersan ku li gora şertên zarokan li Almanyayê têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistanê bi kar bîne? Bersiv 8: Zarokên li Kurdistanê jî dikarin ji van pirtûkan sûdê wergirin. Gava di navbera saziyên Kurdan ên perwerdeyiyê yên li Almanya û yên li Kurdistanê de pêwendiyên xurt werin danîn, heman pirtûk û alav dikarin hîn erzantir, li Kurdistanê jî werin çapkirin. Pirs 9: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman tê amadekirin û ev plan çawa dikeve pratîkê û jiyanê, li vir însiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 9: Me wek YMK, li gor rewşa Almanya bernameyeke salane ji bo pêngavên ji 1ê heta 10an amade kiriye û xistiye xizmeta mamosteyan. Daîreya perwerdeyiyê di derbarê naveroka bernameyê de agahdar e. Hin mamoste vê bernameyê ji xwe re mînak digirin û li gorî rewşa şagirtên xwe bernameyeke taybetî derdixin. Hin jî, li gor bernameya ku wan bi xwe amade kirine dersê didin. Bi şertê di nav çarçoveya ji aliyê daîreya berpirsiyar ve hatiye kifşkirin de bimîne, însiyatîva amadekirina bernameyê ya mamoste ye. Pirs 10: Dersa zimanê zikmakî di hefiyêt de çend saet in, îmkana mirov saetên deran zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye yan li derveyî wê ye? Berisv 10: Dersa zimanê zikmakî di heftiyê de 1-2 saet in. Ji ber ku mamosteyên nû êdî nayên tayînkirin, îmkana mirov saetên dersan zêde bike tune. Dersên zimanê zikmakî li gor derfetên dersxaneyên vala û hwd. li hin dibistanan di nav şemaya giştî de ye, li hin dibistanan jî li derveyî wê ye.
Pirs 11: Em di çend gotinan de jî ji awura pedagojîk, hejmar, kalîte, naverok, îlustrasyona pirtûkên dersan binirxînin! Bersiv 11: Ji bo pêkanîna perwerdeyiyeke bi qalîte, rola kalîte û naveroka pirtûkên dersan gelek mezin e. Pêwîst e, pirtûkên perwerdeyiyê di warê pedagojîk û naverokê de dewlemend û ji bo şagirtan balkêş bin. Pirtûk û alav çiqas balkêş bin, ewqas jî kêfa şagirtan bi perwerdeyiyê re tîne û hewesa wan a hînbûnê zêde dike. Gava naveroka pirtûk û alavan qels bin, bi medodên kevnare hatibin amadekirin, hewesa şagirtan ya fêrbûnê çênabe û çiqas herin wê ji beşdarbûna dersan sar bibin. Pirs 12: Ji piraniya Pirsên me yên heta niha jî xwiya dibe ku ziman û perwerde du lingên bedenekê, alî û riwên tevahiyekê ne. Heger mirov bêje mîna goşt û nênûkê ne wê ne bêcih û ne bimibalexe be. Hûn dersdarên zimanê kurdî ne, çeknas û şarezayê perwerdeyiyê ne. Her Kurd û her xwendevan ne xwediyê zanebûn, serdestî û serwextiya we ye. Em dixwazin berî her tiştî hûn ji xwendevanên me re bêjin, ka ew faktorên ilmî ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ew çendî girîng dikin çi ne? Bersiv 12: Ez dixwazim di bin çend xalan de û li gor şagirtên ez dersên kurdî didim wan, bersiva Pirsa we bidim: Rola perwerdeyiya zimanê dayîkê di pêşketina zarokan de çi ye? Çawa ji nav jî tê fêmkirin, ev perwerdeyî, perwerdeyiya bi zimanê diya mirov e. Perwerdeyiya bi zimanê dayîkê, di geşbûn û pêşketina zarokan, her wiha di warê hînbûna zimanên din de rolekî mezin dileyîze. Hemû mamoste û perwerdevanên cîhanê hemfikirin ku "zarokên zimanê diya xwe baş dizanin, dikarin zimanên din jî hesan hînbibin." Ango " zarokên zimanê xwe baş nizanin, nikarin zimanên din jî hesan hînbibin."
Ev yek ji me re diyar dike ku perwerdeyiya bi zimanê dayîkê çiqas pwîst e. Fêdeyên dersên kurdî ji bo zarokan çi ne? Zarokên Kurd yên ku bi zimanê diya xwe werin perwerdekirin: 1. Dibin xwediyê kesayetiyeke netewî. 2. Ew rastiya netewa xwe, rastiya gelê xwe, rastiya welatê xwe hîn dibin. 3. Ew li himberî asîmîlasyon û helandin tn parastin. 4. Baweriya wan bi wan zêdetir dibe. 5. Ew her tim xwe endamê/a civaka Kurd dibînin; bi vî awahî jî xwe li himberî civaka xwe berpirsiyar dibînin. Ya îro ji bo Kurdên penaber herî girîng û pwîst jî ev e. Armancên perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê çi ne? Armancên perwerdeyiya kurdî gelek in. Lê belê li Bremenê, di dana mafê perwerdeyiya kurdî de ev xal wek armanc li ber çav hatine girtin: 1. Temamkirina kêmasiyên zarokan, hînkirina xwendin û nivîsandina kurdî. 2. Danenaskirina çand, urf û edetên kurdî ji bo parastina rastiya netewî. 3. Xurtkirina zimanê kurdî ji bo hînbûna zimanê dûyemîn. 4. Tgihandina kesayetiyeke netewî. Pirs 13: Li eyalet û her wiha li welat hûn ders didin, zarok û ciwanên Kurdan, perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye,
Kurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina heye têr dike? Bersiv 13: Mixabin têr nake. Rastiyeke me kurdan heye. Em ji bo destxistina mafên xwe yên demokratîk û însanî, di gelek waran de tekoşînên giranbûha didin. Lê belê gava maf tên sitandin, lê xwedî dernakevin, û demdirêj naparêzin. Li Bremenê hê jî gelek malbat negihiştine zanebûneke fêdeyên dersên kurdî, di warê pêşketina zarokan de ew çi ne û di warê danepejirandina mafên kurdan yên netewî de çiqas bandor dike. Sedema sereke jî ew e ku saziyên Kurdan di warê perwerdeyiya bi zimanê dayikê de ne xwediyê polîtikayeke bi israr in. Nebûna polîtikaya saziyan ya perwerdeyiyê tesîreke nebaş li ser malbatan jî dike. Gava mirov hejmara zarokan li Swêdê û yan li Almanyayê miqayese dike, encameke mirov matmayî dike, derdixîne pêş çav: Li Swêdê bi qasî 8.000 zarokên Kurdan yên ku di çaxa dibistanan de ne, hene. Ji van bi hindikayî 4.200 kes serast beşdarî dersên kurdî dibin. Li Almanya, li 16 eyaletan, bi hindikayî 700.000 kurd dijîn. Ji 16 eyaletan tenê li 4an mafê dersdayînê hatiye sitandin. Lê li van her çar eyaletan bi sedhezaran Kurd dijîn. Li Bremenê tenê bi hindikayî 12-15.000 Kurd dijîn û ji wan bi hindikayî 3-4.000 zarokên di çaxê dibistanê de ne. Ji 16 salan ve dersên kurdî bênavber tên dayin, lê belê ti di salekê de hejmara beşdarên dersên kurdî ji 230 derbas nebûye. Zarokên hatine nivîsandin jî bi derfetên pêwendiyên mamosteyan yên kesanî bi malbatan re, hatine nivîsandin. Hin malbat bi mebesta xwedêgiravî li zimanê xwe xwedî derkevin, zarokên xwe dişînin dersên kurdî, lê belê li mal bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Bi hindikayî be jî, li hin deveran dersên kurdî tên dayin, hin malbat zarokên xwe dişînin dersên tirkî. Hin jî, him dişînin dersên tirkî him jî dişînin dersên kurdî.
Pirs 14: Haya Kurdan çendî kûr e di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 14: Hemû kes û saziyên Kurdan, kêm-zêde di mesela asîmîlasyonê de xwedî agahdarî ne. Ew bi xwe vê xeterê dibînin û dijin. Lê belê tiştên ji bo pêşîgirtina vê xeterê pêwîstin, pêk naynin. Pirs 15: Fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera hanê êl rast tê, gelekî dibihîze wuha ye: kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov dikare ji bo Kurd û Kurdistanê bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û pisgirêk e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke biziman çendî kare xwe biparze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku avê vedixwe, rîşiyên wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 15: Ev dîtin, dîtineke pir şaş e û ewqas jî xeter e. jixwe ev dîtin, komel ên me ku vê gavê di wan de zimanê tirkî serdest e, gihandiye vê rewşê. Him mirov jî û him sazî jî, çiqas ji zimanê xwe dûr bikevin wê ewqas ji netewa xwe jî dûr bikevin. Eger miletek bêje ez netew im û bi zimanê din bipeyîve, çiqas dikare ji aliyê netewn din ve wek netewê were pejirandin? Pirs 16: Ziman û perwerde biracêwiyên hev in, du aliyên tevahiyekê ne, mîna goşt û nênûkê bê hev nabin. Em zanin ku li welat û li derveyî welat, ne bi tenê li perçê Bakur belê bi nisbetekê li perçên din jî kesên ku hewcedariya wan bi perwerdeya bi kurdî heye, ne bi tenê zarok û ciwan in, her wuha mezin in, dê û bavin jî. Li hinek welatan seferberiyên perwerdeyî, seferberiyên fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê hatine li dar xistin. Silogan jî heta tu bêjî bes pratîk e. Kampanya û seferberiyeke wuha mimkun e di nav me de, hûn çi dibêjin?
Bersiv 16: Di van salên dawî de, gelek caran him li Welat him jî li Awrûpayê kampanya hatin vekirin. Ev hemû kampanya hêjayî pesindan û silavkirinê ne. Lê belê gelek caran di çarçoveyên propogandayên siyasî de man. Di navbera saziyên kurdistanî yên têkildarên mijarê de pêwendiyên xurt nehatin pêk anîn. Danûsitandinên agahdariyê nehatin danîn. Kampanya bi israr nehatin berdewamkirin. Gava mirov kampanyayên veke, divê mirov ji malbata xwe, komela xwe dest pêbike. Gava mirov kampanyayê veke, an jî piştgiriya wê bike, heta di vê rê de berdêan l bide, lê belê li aliyê din propoganda wê bi tirkî bike, di mala xwe de bi endamên malbata xwe re bi tirkî biaxive, di komelan de civînên ji bo kurdan bi zimanê tirkî li dar bixe, kampanya û seferberiyên wiha wê çiqasî serkeftî bigihijine armancê? Tevlî hemû kêmasiyan jî, kampanyayên tên vekirin, bi taybetî jî ya vê dawiyê ji aliyê TZP ve, li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin vekirin, gelekî bi wate ne û divê bi israr werin berdewamkirin.