Hevpeyvîn bi Mamoste Muharrem Ayalp re

Muharrem Ayalp

Pirs 1: Em neteweyekî kevin in, ev bêgoman e. Rojhilatnas û kurdnas vê dibêjin. Belê rewş û statuya me ne li gora vê kevnayiyê ye. Bi hinek aliyên xwe em mane li doh, em ne bi wext û ne bi zemên re ne. Hê em di qonaxa xwenaskirin û lixwekolînê de ne. Bi sedan mefhûm, têgîn û navlêkên wek abeceya felsefê, wêjeyê, hûner û perwerdeyiyê ji bo me nezelal, giravî, muxlaq û di nav xumamê de ne. Pedagojî, Perwerde û perwerdekarî jî di nav van têgîn û mefhûman de ne. Pedagojî çi ye, perwerdekarî çi ye, li ku dibin yek û cihê ji hev diqetin, ji hev cihê dibin di ku de ye ? Tê wek mamoste, hîndekar û perwerdekarekî çi bêjî ji xwendevanên me re? Bersiv1: Li ser kevnarîya me tu guman ne mewzubahîs in. Ew kevnarîya di lêkolînên dîrokzan û arkeologan de defetên dîyar in. Heta kevinbûna Kurdan a li warê zagrosan û mezopotamyayê gorî hinek cavkanîyan digêhîje 6.000, li gorî hinek cavkanîya jî digêhîje 9 000 hezar salan. Lê belê radeya hebûna şaristaniya em îro tê de dijîn ne li gor vê kevinbûnê ye.Va Pirsa mihtacî lêkolîneke kûr û dirêj e. Pirs 1. Ku Kurd ewqas ne qedîm û bi bingehin bûna çawa karibûn hetanî îro bijiyana. Pirs 2. Li gorî qedîmîya xwe di şaristaniyê de çima îro ewqas bi şun ve mane. Ew Pirsên li dij hev, ji dema ku ez bi Kurdeyitîya xwe hesîyam û vir ve bala min kişandine. Pedagojî tê wateya zanyarîya metod û sîstemên perwerdeyiyê. Armanca perwerdeyiyê întibak û entegrebûna jîyanê ye. Her ekoleke pedagojîyê xwedîyê fîlozofîyeke taybet e. Perwerdekarî bi têgîhîn û formasyonê pîşeyî watedar e. Ku

her çiqas di nav lîteratura nivîskî de li ser perwerdeyiyê tu navdarîya Kurdan tuneye jî, di nav civaka me de qeîde û rusmên bingehîn yên perwerdeyiya civakî mewcut in. Ez baver dikim, yên ku Kurd parastine û gîhandine roja îro jî, ew qeîde, rusm û edetên perwerdeyiya civakî ne. Malûm di têgihîştina kesayetîyê de sê faktor rol dilîzin; Kapasîtêya mêjû, perwerde û tesîrên ji derdorê tên girtinê, ne. Pirs 2: Em di wê bahweriyê de ne ku bi qasî termînolojî û têgînên dibin zimanê pedagojî û perwerdekariyê, wuha jî gelekî kurt û şematîk be jî, agehdarî û naskirineke dîrokî, awureke bilez jî ewçendî tê xwestin, Em di çend paragarafan de be jî çavekî bavêjin vî alî. Diyar û heşkere ye ku ev perwerdeya îro heye, ji destpêka xwe de ne wuha bû, heta hatiye vir di gelek qonaxan re derbas bûye, ew encamek e. Ersiv 2: Elbet jîyan û cîhan ne tiştên di cih de sekinîne ne. Sibe ji îro, dusibe ji sibe tim pêştetir e. Her ku mirovahî bi xwezayê re jîyaye xwedî azmûn bûye, têgîhanên zanyarîyê bi kar aniye û di her warî de xwe nûjen kiriye. Her ciqas ku tê gotin, sîstemên dibistanên pedagojîk ji yewnanîyan de dest pê kirine jî, bê îddîe bingehên sistemên perwerdeyiyê digihêne heta ruhbanên Sûmeran. Pirs 3: Tê zanîn ku girêdayê pedagojî û hîndekariyê di sedsalên derbasbûyî de, li Ewropa, li Emerîka û li Sovyeta kevin gelek dîtin û teorî pêdebûne, geh ev geh yeke din derketiye pêş, ketiye rojevê. Ji van teoriyan hinek bi serketine, îro jî têne pesinandin û hin jî bi serneketine, piştî salan bûne dabaşên rexneyan. Pirsa me wuha ye: Ev teoriyên zemanekî ji rastiya wan tu şik tunebû û bipesin behs û qala wan dibû, piştî ku bêotorîte û bêprestîj dibin, şikekê li ba dê û bavan çênakin ? Heger wuha be çi ne, çend prensîpên bingehîn, heger mirov bixwaze girêdayê analîza teoriyên hatine û çûne ku bikêrî mirov bên, standart bin û kêm zêde bi kêrî her qonaxê bi nisbetekê bên?

Bersiv 3: Rast e, li gor demên dîrokê di metod û şêweyên perwerdeyiyê de tim guhertîn pêk hatine. Ew guherînana bi şert û mercên xwezayê, bi fîlozofîya wê demê û bi îmkanên alav û materyalên wê demê ve girêdayî ne. Zêdetir perwerdeya berê bi dîsîplînên hişkezorîyê hatine kirin. Zêdetir bi armancên eskergîhandinê, yan jî bi armancên oldarî hatîye organîzekirin. Tê gotin ku Komara Isparta, Yewnanî şagirtên ku ji bo eskerîyê dihatin perwerdekirin, bi lêdanê coyan dicêribandin. Her ku mirovahî di warên teknîkî û demokrasîyê de pêş ketîye, sîstem û metodên perwerdeyiyê jî hîn modern bûne. Di dema îro de perwerde bi komplemetodan, bi perspektifên pir alî tê meşandin. Di destpêkê de jîyan bitûn tê dîtin .Têgîhan di dûre wek parçeyê temamekî li ser biranşan tên veqetandin. Pirs 4: Her kesayetî bivê nevê hinekî jî ber û berhemê perwerdeya serdem û zemanê xwe ye. Perwerdekariya zarokan di zemanên buhurî de li ser sê tiştan ava dibû: Îtaet, disiplîn û lêdan. Çendî mirov ber bi doh de dire ewçendî mirov hişkayîyê, guhnedan û sersariyê dibîne. Di vê derbarê de li ser qonax û demên berê belge û wesîqeyên hene ne kêm in. Gelo stûnên perwerdeya îro çi ne? Bersiv 4: Hustûnên perwerda îro bi qeneeta min di sêrî de; Teşwîq û motîvasyon, eleqe û daxwazîyên ferdî û hezkirindana berpirsîyarîyên pêşerojê ne. Pirs 5: Di perwerdeyiyê de qonaxa bi dibistan û profesyonel binispeta b dibistan û malbatî kin e. Belê roj hat ku qonaxa bidibistan jî nema têr kir û hewcedariya bi perwerdeyeke pêşdibistanî jî kete jiyanê. Ev qonax gelek salan hate nîqaşkirin, pedagogên navdar li ser sekinîn û di vî alî de kitêb û berhemên xwurt li pey xwe hiştin. Heta cîh û rola wê hate fêmkirin û naskirin gelek sal buhurîn. Şîroveyên we ji bo girîngiya vê qonaxê ci ne? Bersiv 5: Perwerdeya pêşdibistanî berê di nav malbatê de

hasbelqeder çi ba, qeneet pê dihat. Lê dema niha êdî perçeyekî ji perwerdeya dibistanê ye. Ev der wek baxçêzarokan hatî navkirin, di van deran de bi rêk û pêk ji dibistanan re zarok têne amadekirin. Heta ku di testên dayîk û bavan, mamoste û doktorên hazir de bi ser nekevin, nikanin dest bi dibistanê bikin. Di van testan de têgîhanê koordînasyonê lasî zarok, hîs û hişmendîyên zarokan têne pîvandin. Di vî warî de bişûndemayîn wendakirina parçeyê jîyanê tê qebûlkirin. Pirs 6: Perwerde demeke dirêj jî dibe navendeke şer di nav kilîsê, şah û melekan de, di nav deshelatdariya cîhana oldar û dinyayî de jî. Di destpêkê de mafê ders û dersdariyê di destên dêr û mizgeftan de ye. Ku ev bi aliyekî xwe jî dibe duberekî û nakokiya di nav hînbûn û hîndekariya oldarane û sekûler de jî. Çend gotin di vê derbarê de jî wê nebêcîh û ne bêkêr bin, ji awura serwextiyeke baştir ev ne pêwiste? Bersiv 6: Pir dîyar e ku her sîstemê her tişt li gor xwe ava û organîze kirîye. Temamên sîstem û rejîman berê jî bingeha stratejîya perwerdeyiyê esas girtine. Hîn jî werg e, va realîte ye. Yê ku millet û devletan didin jîyandin, stratejîya wan a perwerdeyiyê ye. Lê mixabin gelê me yê ku îro di bin berpirsîyarîyên giranda ye, di vî warî de hîn jî ne xwedî nirx e. Tê gotin ku pedegogê mezin Jean-Jacques Rousseau bi nirxên xwe yên pedagojîk bingeha îhtîlal a Fransayê avakirî ye. Pirs 7: Dema mirov li ser dîroka xwendin û dibistanê rûpelên pirtûkên têkildar diqulpîne û dide pey şopa perwerdeyiyê, mirov dibîne ku di destpêkê de zarwên deshelatdaran, bi dû de hejmarek malbatên xwiya û giregiran, hê piştretir ber bi sedsalên me de ji bo her welatî mirov nikaribe bêje jî li welatên pêşketî, bêj hema herkes dixwîne û ji cîhekî û pêde xwendin û çûna dibistanê mecbûrî û oblîgatoriyane bûye. Bi gotinên din, di sedsala me de perwerde, bûye mafekî giştî ji bo giş kategorî û beşên civakê. Ev maf îro li

welatên pêşketî û lê yên mayî bi çi nisbetê tê cîh, çendî dikeve jiyan û pratîkê, çendî cêbecê dibe? Bersiv 7: Her çiqas di qanûn û zagonan de wer hatîye nivîsandin jî, pratîka jîyan û cîhane ne werg e. “Di mafê perwerdeyiyê de her kes bi wekhevî xwedî derfet û îmkan e“ Hele li welatên mîna Tirkîyê ew gotinekî fasiq e, li gelê belengaz hekaretkirin e. Hele ji bo Kurdan bi qasî ku nayê hesab, rîyakarî ye. Pirs 8: Aliyekî din, merkezîbûn û sentiralîzebûna perwerdeyiyê ye. Perwerde di nav sedsal û hezarsalan de merkezî dibe, li cîhekî li ser asta helî jor xwe bi rê dixe, roj tê dibe xwediyê wezaret û burokrasiyeke xweser. Di vê qonaxê de giş sîstemê perwerdeyiyê ji meqamekî, ji destekî, bi heman pirtûkên dersê û bi heman şemaya xwendinê têne birêvebirin. Perwerde bişax û per dibe. Rola vê merkezîbûnê ji awura avakirina nasname û hişmendiyeke hevbeş, kolektîv û neteweyî û li aliyê din ji bo standardîzekirina ziman? Bersiv 8: Belê merkezîbûnek zêde her diçe li temamê cîhanê belav dibe. Teknîk, metod, têgihîstinên zanînê li her derê hevbeş dibin. Dewletên dewlemend hema hema nîvê budçên xwe ji perwerdeyiyê û projeyên lêkolînan re vediqetînin. Nûjenî û aktualî di pêsbirkê de ye. Zimanên di zanyarî û ticaretê de pêşketî, her diçin zentralîze dibin û zimanê milletên din qels dikin. Pirs 9: Haya Kurdan çendî kûr e di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 9: .Komara T.C li ser esasê yekneteweyiyê, yekzimaniyê, yekolî û yekalayê hatîye avakirin. Ji bo xwe bigihêjîne van armancên xwe, çi îcab kiriye, rêz kirîye, îmha û inkar daye ber xe. Ji bo asîmîlasyona Kurdan û gelê din „Qanûna Tewhîd-î Tedrîsat“ derxistîye. Xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî li her aliyê jîyanê qedexe kirîye. Ji bo vê yekê jî desthilatdarên Tirk her cure şiddet û ceza bi kar anîne. Li ser Kurdan jenosîda spî meşandine û hîn jî

dimeşîne. Ji bo ku di asîmîmîlasyonê de serkevtî bûne, asîmîlasyon wergeriyaye otoasîmîlasyonê. Îşte ew qonaxa niha em tê de ne, qonaxa ji holêrabûna me ye. Dilê laşê Kurdan, yanê zimanê wan bi sekinandinê re rû bi rû ye. Kurd di vê demê de jî li zimanê xwe xwedî dernekevin, êdî tamarên wan yên heyî jî wê hişk bibin. Em mecbûr in ku zimanê xwe wek zimanê perwerdeyiyê bidin qebûlkirin, yan jî têkçûyînê qebûl bikin û dev ji jîyandina her îdîayên xwe berdin Pirs 10: Em derbasî Bakurê Welat bibin. Siyaseta tirkandina Kurdan bi damezrandina Komara Turk re ber bi salên piştre de giş sînorên girêdayê mafên mirovan derbas dikin, Di dîroka siyaseta asimîlekirina Kurdan de salên 1960 î ji bo kultura tirkî bide zarokên Kurd, wan fêrî tirkî bikin û kurdî bi wan bidin jibîrakirin, kurdî di çav wan de biçûk bixin, wan têxin bin kontiroleke asê, têkiliya zarokên Kurd bi malbatên wan re bibirin, dewlet dibistanên mecanî vedike. Mîna ku yên din ne nebes bin, ev jî tê wateya bilezkirin û zewirandina çerça asimîlasyonê. Sala 1977 an hejmara van dibistanan li Kurdistanê derkete 77 an. Di van dibistanan de 29.940 şagirtan perwerde dîtiye.Van dibistanên ku bi mehan zarok ji dê û bavê wan diqetandin, li ba wan bi dehan gengeşiyên rûhî çêkirine. Zarok biyaniyên gund û dormedora xwe kirine û di nav zarokan û malbatên wan de dijberiyeke kulturî çêkirine. (Rohat Alakom, heman berhem). Mebest tirkandin, asimîlekirin û biyanîkirina ji gelê xwe, arqozkîkirina kesayetiya zarokên kurd û bênasnamekirina wan bû. Ji zarokan çêkirina eskerên li dijê esil û welatê xwe ye.dewlet di vê siyaseta xwe de çendî bi ser ket? Bersiv 10: Komara Tirk bi hovîtîyake bêpîvan hîn jî asîmîlasyona Kurdan didomîne. Ew rastîya me gîştan, di jîyana xwe de tahm kirîye û jîyaye. Ji ber vê tesîrê jî mejûyê me rast naxebite, Di kesayetî û psîkolojîya me de, netendrustî

heye. Ji bo mejû û ruhê me hatîye derbekirin û kesayetîya me birîndar maye, ji me rêjeyeke bilind di îrade û ramana xwe de, ne serbixwe ne, tim xwe bi Tirkitîyê ve girêdayî dibînin. Ji xwe û xwe bi tirsin. Hanî gotineke gelerî heye „mîna bi arê cinan keve“ dibên. Yanê mîna ku ne bi xwe û xwe re be. Pirs 11: Yek ji wan tirkên timamê jiyana xwe di ber kurdan û mafê wan de buhurand jî mirovhezê mezin Ismeil Beşikçi ye. Ismeil Beşikçî ji Yekîtiya netewyan re li ser perwerdeya Tirkiye sala 1981 ê nameyek dirêj şand û di vê nameyê de rexneyên biheq li sîstemê perwerdeya asimîlekar girtin. Her wuha Beşîkçî, qedexeyîya ziman çendî û ji ber çi bi siyaseta kulturî ya UNESCO re dijber e, bandêra wê li ser kesayetî û cîhana zîhnî û derûnî ya zarokên kurdan çawa dibe, digre dest. Kampanyak li der û dora nameyekê wek ya Beşîkçî û careke din bi awayekî xwurt û bi hezaran îmze hewleke n kişandina bala heman saziya UNESCO wê bandêrekê neke? Bersiv 11: Serlêdaneke bi helwesteke anî bi dîtina min pir di cî de ye û pêwîst e. Li dij asîmîlekarîya Tirkan em Kurd heta îro bi kampanyayên berfireh li ser vê mijarê nesekinîne. Di eslê xwe de reaksîyoneke li dij jenosîda me ya spî ne tenê ji aliyê birêz Bêsikci ve, lazim e ku ji teref temamê Kurdan ve bê raber kirin. Eger em kanibin xwe bi kampanyayên berfireh bi cîhanê bidin fehmkirin, ne mimkûne ku ew tewanbariya mirovahîyê li ser me bê pêkanîn. Çi ecêbe ku em Kurd li ser wan mafên xwe yên bingehîn ne hişyar û bi tevger in. Em mecbûr in ku berê ew mafên bingehîn ku yên hemû mirovahîyê ne, lê xwedî derkevin û têkin armanca polîtikayên xwe. Ew mesele her ciqas di civîn û konferansên me de hatine ziman jî, hîn jî tu carê kampanyayên reaksîyoner bi rêxistinî nehatine meşandine. Em giş dizanin ku jiholêrakirina zimanê me jiholêrakirina Kurdan û Kurdayetîyê ye. Pirs 12: Dîroka pirtûkên dersê jî têra xwe kevin e. Perwerde bi pirtûkên dersê dikeve qonaxeke bikêr û bi temamî cihê ji qonaxên berî xwe. Pirtûk bi giştî di

cîhana însên de û bi taybetî di ya ders û dersdariyê de şoreşek e. Em çavekî jî ji vî alî bavêjin rêwîtiya xwe û hedefa em di pey de. Pirsa me dualî, duparsuwî ye: ya yekê li ser dîroka kitêbên dersê em agehdariyeke kurt dixwazin û ya duhem jî em ji bo miqayeseyeke ku nivîskarê navdar Mark Twains di nav zîndan û dibistanan de, dike, dîtinên we bigrin. Nivîskarê binavkirî wuha dibêje: “ferqa di nav dibistan û zîndanan de ev e ku li zîndanan kes mirov naçarê xwendina kitêbên xerab nake.” Diyare hêja Twains ne dijminê dibistan û kitêban e, belê bi van gotinên giran dixwaze bala xwendevanan bikşîne ser giringiya pirtûkên dersê. Mebest li vir kitêb çawa bêne amadekirin û nivîsandin ku bala şagirtan bikşînin, hezkirina beramber xwendinê çêbikin, mirov xwendinê sor bikin û di vî temenê bingehîn de têkiliyeke baş û tendurustiyane bi pirtûkan re çêbike. Baş e ji bo ku mirov ji bo pirtûkeke dersê bikaribe bêje baş e, çi tê xwestin, gerek çi û ne çi bicîh hatibin anîn? Berisv 12: Pirtûk gerege rengîn û balkêş bin, hêsan û vekirî hatibin nivîsîn, tê de şekl û wêneyên balkêş hebin, ne bi tîpên tevlîhev nivîsî bin, tekstên tê de ne dirêj bin û bi mijara dersê ve girêdayî bin. Kaxiza pirtûkê bi qalîte be. Pirs 13: Li gora pispor û şarezayên perwwerdê û bi taybetî zanayên welatên bindest, dibistana ku zimanê cıvata di nav de ye bikarnayîne nabe parçeyek ji wê civatê, tim dimîne mîna pîneyeke biyanî Ji vê awurê heger em perwerdeya dewleta tirk li Kurdistanê binirxînin gelo em dê bighin encamên çawa ? Li vir divê mirov rewşa mamosteyê ku romanivîsê tirkiyeyî Ferit Edgu di romana “ O “ ( Ew) de digre dest û piştre bi navê “li Heqariyê Demsalek” dibe filîmek bibîr bîne. Roman yek ji nimûneyên helî biîsabet e li ser dijwarî aloziyên komunîkasyona di nav mamostê tirk û zarokên kurd ku bi tirkî nizanin. Bersiv 13: Perwerdeya li ser qedexe û inkara zimanê dayîkê,

derbekirina mêjûyê mirov e. Ji bo ku ew şêweya mirov xwe bi xwe dixîne nav nakokîyê, jîyana wî ya ji bûyîna xwezaye pêkhatî, tune dike. Ji ber van sedeman jî ne berhemdar e. Li pêş hebûna xwezaye kostek e. Komînîkasyona mejû û laşî xirab dike. Bi sîstemekî asîmîlasyonîst mirov ji rastîya xwe dûr dikeve. Lê belê berhema we gotiye, ji ber ku min nexwendîye, ez nikanim li ser mijara wê şîroveyekê bikim. Pirs 14: Her zarok xwediyê nav û nasnameyekê ye. Ev mafeke serekî û stûnane ye. Di lîsteya mafê mirovan de ji xalên ewil û serlîsteyî ye. Ziman, zayend, rîşeyên etnîkî, rewş û poziyonên siyasî û olî çawa dibin bila bibin ev maf nabe ji kesekî/ê bê stendin, dibêjin peymanên navneteweyî û girêdayê mafê mirovan. Ji awura vî mafî em çavekî bavêjin perwerdekariya Dewleta Tirk li kurdistanê. Zarokên Kurd ji ber nav, ziman û nasnameya xwe heqaretê dibînin, têne mehkemekirin, heta şkencekirin û cezakirin. Zarokên navên xwe ji dê û bavên xwe girtine, zimanê ji malbatên xwe fêrbûne, dema wuha bi bêhurmetî û înkareke nedîtî, nebihîstî û bêbav re têne himber hev, têne qedexekirin, gelo şopên çawa di dil û mêjiyê wuha rexil û nazik de çêdike. Ev serobinhevkirina heralî, hilweşandina giş bingehê pêşdibistanî, bandêreke çawa li ser psîkolojiya sebiyên biçûk dike, li ba zarokê nabe faktorekî şerm û hêrsê, şika ji nav û nasnameya xwe, faktorê xwekêmdîtinê û kirîzeke ku bi dirêjaya temen dibe hevalcêwiyê jiyanê ?Bi gotin in din, zarok şaş namîne, nacefile, dest û pê lê lihevnagere, bêhizûr û nerehet nabe? Bersiv 14: Malûme her civakek taybetmendîyên xwe hene. Bi taybetmendîyan civak xemilîne û bûne xwedî esas û mantalîte ye. KT(Komara Tirk) a asîmilasyonker ji holê rakirina wan taybetî û fonksîyonên gelên cuda ji xwe re kiriye armanc. Hebûna xwe, li ser tunekirina çand û kulturên cuda ava kirîye. Mixabin em giş di wî dezgeh û çendereyê re derbas kirine. Stratejîya bingeha perwerdeya KT li ser

tunekirina çandên cuda, avakirina netewa Tirkitîyê ye. Ji bo ku bi çanda xwe nebawer e û di nav sendroma bixwe helîyanê de ye, erişî çand û berhemên gelên din kiriye û hebûnên wan ji xwe re kirine mal. Yên ku zêdetir ji van êriş û asîmîlekarîya wan derb û zerar dîtine jî Kurd in. Ji bo ku Kurd him bêdesthilatdarî ne û him jî bindestîyên wan in. Pergendebûn û bêînîsîyatîfîya sîyasîya Kurdan, daqultandina vê hazirmalîyê ji wan re hêsan kirîye. Îste bi van armancan ve girêdayî bi qanûn û dezgehên li ser şîddet û metazorîyê netewa xwe ava kirine. Helbet her faz û metodên asîmilekarîyê bi kar anîne. Ji van hinek evin; „Qanûna Tewhîd-i Tedrîsat“, qedexeya bikaranîn û axaftina zimanê Kurdî, Qanun û metodên cezakirinê, dibistanên taybet, nizimxistin û biçûkxistinên Kurd û Kurdayetîyê. Elbet di pey van pêkanînan re mentalîte û kesayetîya Kurdewarî serûbinî hev bûye. Pirsên ji perwerdeya li Ewropa; li Almanyayê: Pirs 15: Perwerdeya bi kurdî ev çend sal in heye kîjan salê dest pê kir? Bersiv 15: Perwerdeya Kurdî 16 sal in li Almanyayê dest pê kirîye. Pirs 16: Ji kerema xwe re çend mamosteyên ewil binav bikin! Bersiv 16: Yên ewil dest bi mamosteyîya kurdî kirine; di 1993 de Li Bremenê Emin Akbas, Süleyman Gülpinar û Li eyaleta Niedersachsenê Ali Beltir e. Pirs 17: Ji awura pirtûkên dersê, rewş çi ye, çawa ye? Bersiv 17: Pirtûkên di destên me de tenê ji bo fêrbûn, xwendin û nivîsandina bi kurdî ne. Pir ne lihev in. Li gorî taybetîyên pêngavan nehatine amadekirin. Li gorî bernamên salan nehatine hazirkirin. Ji ber vê egerê pir ne îdeal in. Pirs 18: Tê gotin ku li gor qanûna dibistanan ya Almanyayê, ji bo ku dersa zimanê zikmakî di dibistanekê de bê dayin, pêwistî bi çend şagirtan heye?

Bersiv 18: Li Almanyayê şertên grubê perwerdeya ziman kêmtirîn hewce bi 10 zarokan heye. Yanê ku li dibistanekê gruba zaroka ji dehan kêmtir be grub ava nabe û dersdayîna wî zimanî nayê pejirandin. Pirs 19: Ji awura standardîzekirina zaravayên kurdî rola perwerdeya li Almanyayê? Bersiv 19: Li Almanyayê tenê bi zaravayê kurmancî ders tên dayîn. Pirs 20: Alîkariya dewleta Almanyayê ji bo çapkirina pirtûk û materyalên bi zimanê kurdî? Bersiv 20: Li Almanyayê ji bo capkirina pirtûkên dersên kurdî berê kismî alîkarîyek hatibû girtin, lê di demên dawîyê de ew derfet jî tunene. Pirs 21: Materyal û pirtûkên dersê ku li gora şertên zarokên li Almanyayê têne amadekirin çendî îmkan heye mirov ji bo zarokên li Kurdistanê bi kar bîne? Bersiv 21: Pirtûkên ji teref YMKê ve hatine capkirin 10 hebin. Hemû ji dikanin li welêt bêne bikaranîn. Tu taybetîyên ewrupa tê de ne dîyar în. Pirs 22: Perwerdeya zimanê zikmakî li gora planekî dimeşe. Ev plan ji aliyê kê û kîjan meqaman tê amadekirin û ev pilan çawa dikeve pratîk û jiyanê, li vir insiyatîva, mamoste û dê û bavan çi ye? Bersiv 22: Li Almanyayê perwerdeya zimanê zikmakî li gor bernama salane ji pêngava 1 heta pengava 10 an ku ji aliyê YMKê ve hatîye amadekirin, bingeh tê girtin. Di vê bernamê de kismen standart û lihevbûnî heye. Pirs 23: Dersa zimanê zikmakî di heftê de çend saet in, îmkana mirov saetên dersê zêde bike heye yan na, dersên zimanê zikmakî di nav şemaya giştî de ye yan li derveyî wê ye? Bersiv 23: Li Almanyayê dersên zimanê zikmakî di hefteyê de hindiktir 2 saet in. Îmkana zêdekirinê vê gavê tune.

Pirs 24: Pişniyazên we ji bo zarokên malbatên pirzimanî ? Bersiv 24: Îro bixwazî nexwazî pirzimanî her diçe li rûyê cîhanê berfirehtir dibe. Eger zimanê zikmakî bingeh bê girtin û zimanên din lê bên zêdekirin, ji giştî baştir dibe. Pirs 25: Di malpera mamoste Heyder Diljen de behsa dersdariya zimanê zikmakî li gora modeleke nû tê kirin. Diljen dibêje ku bajarê ev model lê tê ceribandin bajarê Goteborgê, ye. Li gor vê modelê du mamosteyên zimanê zikmakî, grûbên xwe dikin yek û bi hev re dikevin heman dersê. Ev çawa dibe, ev hê heye, hebe bi çi nisbetê tê cîh û çendî bikêr e, çi ne awantaj û dezawantajên dersdariyeke wuha? Meqamên pilankirina perwerdeyiyê rê didin ceribandinên wuha? Bersiv 25: Ew metoda ji hinek xebatên kollektif baştir e. Lê daim lihevkirin rû dide tevilhevîyê. Pirs 26: Ji piraniya Pirsên me yên heta niha jî xwiya dibe ku ziman û perwerde du lingên bedenekê, alî û riwên tevahiyekê ne. Heger mirov bêje mîna goşt û nênûkê ne, wê ne bêcîh û ne bi mibalexe be. Hûn dersdarên zimanê kurdî ne, çeknas û şarezayê perwerdeyiyê ne. Her kurd û her xwendevan ne xwediyê zanebûn, serdestî û serwextiya we ye. Em dixwazin berî her tiştî hûn ji xwendevanên me re bêjin bê ka ew faktorên ilmî ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ewçendî girîng dikin çi ne? Bersiv 26: Bi gotinên pedagogan be perwerdeya zimên di zikê dayîkê de dest pê dike. Zarok dengan berê ji dîya xwe bibe hîs dike, dibîhîse û digre. Heta ku salên ewil di malê de jî, her tim di bin hilm û tesîra dê de ye. Di jîyana mirov de ew destpêka perwerdeya yekem e. Gavên din yên li ser wê bingehê watedar in. Ji bo vê nirxê jî prensîibên perwerdeyiyê li gor vê hatine qebûlkirin. Ji wan cendek ew in:

-Ji nêzikî ve bervî dûrîyê, Ji tiştên tên zanîn ve, bervî tiştên nayên zanîn, ji tiştên berbicav ve, bervî tiştên neberbicav in. Pirs 27: Em xwe hinekî din bi nav dabaşê de berdin: Têkiliya ziman û perwerdeya bi zimanê dayikê bi xwenaskirin û nasnameyêre divê hebe, çiye ev hebûn û çawa dixwuye di jiyana rojane û giştî de? Bersiv 27: Însanên ku nû tên jîyanê, elbet berê bi dengê dîya xwe dihesin û wî dengî dinasin. Di pey re di nav malbat û derdorên nêzî xwe de dikevin û radibin. Ango heyvanê jîyanê ji esl û aîdîyeta xwe digrin. Ew însanê ku bi zimanê xwe neyê perwerdekirin, ji hebûn û bingeha xwe tê qetandin. Mîna ku bi tenê û tazî bimîne. Bêguman dikeve nav alozîyeke lihevketî. Hela wek li Tirkîyê bi metodên asimîlekar re rû bi rû be, wê demê trawmayê mezin dijî. Ew kesayetîya dê her tim ji xwe bitirs û guman be. Ji xwe nebawer be. Di nav du kesayetîyan de bimîne. Pirs 28: Li welatê hûn dersê didin û zarok û ciwanên Kurdan perwerde dikin, di nav Kurdan de, hezkirina zimanê xwe û parastina wî di çi warî de ye,Kkurd çendî li zimanê xwe xwedî derdikevin, xwedîderketina heye têr dike? Bersiv 28: Mirovên li derveyê welatên xwe dijîn, bê quveta xwe, ji eslîyeta xwe her diçin bi dûr dikevin. Di nav demên dirêj de bi wendabûnê re rû bi rû dimînin. Dibin esîrên cand û coxrafyayê, li ser dimên dimînin. Gorî cavdêrî û zanînên me pir malbat ji hev de ketine û pergende bûne. Însanên ku di warê sîyasî de nehişyar in, hîn jî zêde dihelin û wenda dibin. Li zimanê xwe xwedîderketin jî ne pêş de ye Pitrs 29: Hayê Kurdan çendî kûr e di mesela asimîlasyonê de, çendî agehdar in ji xetera li ser zimanê xwe? Bersiv 29: Di vê mijarêde mixabin ecêbe ku Kurdên sîyasetê dikin jî ne serwext in. Pirs 30: fikreke ku gelek caran di komele û civînên me de mirov li vir û li dera han lê rast tê, gelekî dibhîze

wuha ye: kurdbûn esas e, xwenaskirin û hişyariya siyasî bingeh e, mirov bi kurdî nizanibe jî mirov kare ji bo kurd û kurdistanê bixebite, nezanîna kurdî ne faktor û mercek e, ne asteng û rêlêgirek e. Pirsa me ev e: Kurdbûneke bêziman çendî kare xwe biparêze, wê heta bi ku li ber xwe bide. Ev sersarî û bêxemiya ji bo zimanê xwe ji ku tê, çawa çêbûye, ji ku av vedixwe, rîşeyên wê yên dîrokî, olî, yên doh û yên îro çi ne? Bersiv 30: Ew sersarîya tesîra asîmîlasyon û oto asîmilasyonê ye. Xêra îdeolojîya sîyasetê tenê ruhek maye. Îrade û bandora ruhê pêşketî em hêvî dikin li xwe vegereke pozîtîf pêk bîne. Pirs 31: Ziman û perwerde biracêwiyên hev in, du aliyên tevahiyekê ne, mîna goşt û nênûkê bê hev nabin. Em zanin ku li welat û li derveyî welat, ne bi tenê li perçê Bakur belê bi nisbetekê li perçên din jî kesên ku hewcedariya wan bi perwerdeya bi kurdî heye ne bi tenê zarok û ciwan in, her wuha mezin in, dê û bavin jî. Li hinek welatan seferberiyên perwerdeyî, seferberiyên fêrkirin û xwendina bi zimanê dayikê hatine li dar xistin. Silogan jî heta tu bêjî bes pratîk e. Kampanya û seferberiyeke wuha mimkun e di nav me de, hûn çi dibêjin? Bersiv 31: Hêvîya min bi xwe seferberîyeke werge berfireh e. Kampanya û seferberîyên mezin ên bi piştgirîyên navneteweyî tenê dikanin zimanê me rizgar bikin û pêşeroja me ava bikin. Heta min bi xwe di nameya ku min ji serokê Yekitîya Ewrupayê re şandibû, de projeyeke weha daxwaz kiribû.