Rojnamevaniya Kurd bi rojnameya Kurdistan ya di 22‟yê nîsana 1898‟an de li paytexta Misrê Qahîreyê ku ji hêla Mîqdat Mîdhat Bedîrxan ve hatiye derxistin dest pê dike. Ev 112 sal in digel hemû zorî û zehmetî, astengî, girtin û kuştinan rojnamevaniya Kurd didome. Rojnamevaniya Kurd cara yekem di 22‟yê nîsana 1898‟an de li Qahîreyê rojnameya Kurdistan, bi tîpê erebî derkete ser sahneya dîrokê. Rojnameya ku ji hêla Miqdat Mîdhat Bedirxan ve dihate derxistin ji ber zextên Osmaniyan piştî hejmara 6‟an, ji hêla kurê Bedirxan ê din Abdurrahman Bey ve li Cenevreyê weşana xwe domand. Hin hejmarên Kurdistan bi tevahî kurdî bûn hinek jî bi kurdî û tirkî bûn. Rojname heya sala 1902‟an li cihê wek Qahîre, Cenevre, Londra û Folkston weşana xwe domand. Rojname ji ber ku ji hêla rêveberiya Osmaniyan ve hatibû qedexe kirin bi riyên veşartî li Kurdistanê, li herema Edene, Şam û hwd. li Ewropa dihate belav kirin. Rojnameyên di navbera salên 1908,1914'an de Di dema II‟yemîn Meşrûyetê de ji hêla Cemiyeta Kurd Teavun û Terakkî ve bi heman navî ji hêla şairê Kurd Pîremerd ve rojnameyek hate derxistin. Rojnameya ku di sala 1908‟an li Stenbolê dest bi weşanê kir ji ber ku legal bû, bi hêsanî li van deverên din jî dihate belavkirin. Vê rojnameyê bi lehçeyên kurmancî û soranî weşana xwe dikir. Di heman salê de rojnameya Şark û Kurdistan jî dest bi weşanê kir û rojnameya Kurdistan ku li Qahîreyê derdiket jî di vê salê de li Stenbolê weşana xwe domand. Salek şûnda di sala 1909‟an de rojname hate girtin. Di heman salê de li Stenbolê bi zimanê tirkî rojnameya Ameda Reş ku tenê 6 hejmar derket û li Amedê jî rojnameya Peyman ku piştî hejmara 47‟an hate
girtin, dest bi weşanê kirin. Di 6‟ê Pûşber‟a 1913‟an de jî ji hêla Cemiyeta Hêvî ve kovara Rojî Kurd hate derxistin. Piştî hejmara 4‟an ji ber ku rojname ji hêla hukûmeta demê ve hate girtin ev car kovarê bi Hetawî Kurd navê xwe guherand û weşana xwe domand. Di seferberiya şerê 1914‟an de, ji ber ku rewşenbîr û ciwanên mensûbê Hêvî neçar man çûn leşkeriyê weşana kovarê jî rawestiya. Di sala 1913‟an de her wiha li Stenbolê rojnameya Yekbûn ku tenê 3 hejmar derket, jî dest bi weşanê kiribû. Piştî sala 1918’an Piştî 1‟emîn Şerê Cihanê rojnamevaniya Kurd jî bi riya weşanên cûr be cûr domiya. Di sala 1918‟an de weşana Cemiyeta Kurdîstan Tealî, Kovara Jîn derket. Di kovara ku li Stenbolê 25 hejmar derket de digel kurmancî û soranî her wiha nivîsê tirkî jî hebûn. Di heman salê de bi heman navî rojnameyeke heftane jî bi zimanê kurdî û tirkî hate weşandin. Di sala 1919‟an de li Stenbolê di pêşengiya Mehmet Mîhrî de bi zimanê tirkî rojnameya Kurdîstan ku 19 hejmar derket dest bi weşanê kir. Li Amedê jî di heman salê de ji hêla Şaxa Cemiyeta Kurd Teavun û Terakki ve rojnameya Gazî hate derxistin. Demên despêkê yên Komara Tirkiyeyê Demên destpêka Komara Tirkiyeyê ku serhildanên kurd, rêxistin û weşanên muxalif dihatin fetisandin de rojnamevaniya Kurd jî, bi piranî herêmî ma. Di 22‟ê Nîsana 1923‟an de li Sîwerekê rojnameya Îrfan, di 1929‟an de rojnameya Agirî, di 1948‟an de li Stenbolê Dicle Kaynagi, dîsa di 1950‟ê de li Stenbolê Şark Mecmuasi ku tenê yek hejmar derket, di heman salê de rojnameya heftane Şarkin Sesi û Demokrat Doğu, di 1953‟an de li Enqerê Kovara Agirî, di 1954‟an de li Amedê Şark Postasi, di 1955‟an de li Enqerê kovara Henek, di 1956‟an de kovara Cudî, di 1957‟an de li Enqerê kovara Dêrsim, di heman salê de li Stenbolê Rojnameya Cerîde-î Dêrsim, di 1959‟an de li Amedê kovara Mezopotamya, dîsa di heman salê de rojnameya Îleri Yurt rojname û kovarên ku di destpêka komarê de hatine weşandin û bi piranî herêmî mane ne.
Salên 1960’an Piştî Makezagona 27‟ê Gulanê ji hêla Kurdan ve gelek weşan hatin derxistin. Li Stenbolê di 1962‟an de rojnameya mehane ku 8 hejmar derket Dicle-Firat, Bariş Dunyasi ku 7 hejmar derket, li Farqînê Sîlvan Sesî, di 1963‟an de li Enqereyê Keko, li Stenbolê Deng ku 5 hejmar derket, Roja Newê ku yek hejmar derket, Rêya Rast, di 1965‟an de li Enqereyê Kormişkan, Çira ku 3 hejmar derket, di 1966‟an de li Enqereyê Yeni Akiş ku 4 hejmar derket, li Stenbolê Dengê Taze, li Enqerê Havar, di 1967‟an de li Enqerê Uyaniş, Çikiş, Diyarbakir Kultur, di 1968‟an de li Stenbol‟ê Siverek, li Enqereyê Hinistan Sesler li Dêrsimê Ezilenler, di 1969‟an de li Stenbolê Karakoçan, li Enqerê Diriliş-Mardinin Sesi, li Stenbolê Doğu, Dengê Sêrek, Mezra Botan, di 1970‟ê de li Bazidê Şêresiyar, li Enqerê Gimgim, li Stenbolê Adiyaman, li Enqereyê Bultena Nuçeyan a DDKO û Bazalt Kent hatin weşandin. Salên 1970’an Piştî darbeya 12'ê Adara 1971‟ê rojnamevaniya Kurd carek din neçar dimîne û radiweste. Di 1975‟an de li Stenbolê bi rojnameyên wek Doğu Notları, Ozgurluk Yolu, weşana THKO Heval/Yoldaş û rojnameya Azad ku 44 hejmar derket û heya sala 1979‟an derket rojnamevaniya Kurd carek din derkete sehneyê. Di 1976‟an de weşana TKDP‟ê Xebat, di 1979‟an de Rizgarî ku 9 hejmar û 10 pêvek derket, li Sêrtê Son Soz, di 1977‟an de li Enqerê Rêya Sor, Pêşeng ji bo Şoreş, Roja Welat ku 12 hejmar bi kurdî û tirkî derket, Li Agirî Demokrasi, di 1978‟an de Xebat ji bo Rizgariya Kurdistan, li Stenbolê Kawa, Devrimci Demokrat Gençlik ku 11 hejmar derket, di 1979‟an de li Enqereyê Dengê Kawa ku yek hejmar derket, li Bismil Haber Bulteni, li Stenbolê Ala Rizgarî, Şoreş, li Wanê Jîna Nû, li Colemêrgê Ozgurluk Şafagi ku 2 hejmar derket, li Îzmîrê Ozgurluk û Tîrêj, li Dîlokê weşana PKK‟ê Serxwebûn, weşana Tevgera Têkoşîn Têkoşîn, li Êlihê Sesleniş, li Amedê Yekbûn di dîroka rojnamevaniya Kurd de cihê xwe girtin.
Salên 1980’an Di salên 1980‟an de jî ev kovar û rojname hatin weşandin: Di 1980‟ê de li Amedê weşana PKK‟ê ku 2 hejmar derket Yurttan Haberler, Beşiriye Uyaniş ku 15 hejmar derket, weşana KUK‟ê Têkoşer, di 1981‟ê de weşana PDK‟ê Xebat Ser Riya Barzanî ku 3 hejmar derket, di 1988‟an de li Stenbolê Medya Guneşi ku di 8 salan de 63 hejmar derket, di heman salê de li Enqereyê kovara Ozgur Gelecek ku 8 hejmar derket, di 1989‟an de li Stenbolê Vatan Guneşi ku 8 hejmar derket û biryara daneheva tevan hate dayin, li Enqereyê Seçmeler ku yek hejmar derket û her wiha Kovara Deng ku li Stenbolê dest bi weşanê kir û piştî 2005‟an li Amedê riya xwe domand. Salên 1990’an Di salên 1990‟i de jî gelek kovar û rojname dest bi weşanê kirin. Di 1991‟ê de li Stenbolê Newroz, li Rihayê Halay, li Stenbolê Rojname, Newroz Ateşi, di 1992‟an de li Stenbolê Serketin, Azadî, Nûbihar, di 1994‟an de li Stenbolê Jiyana Nû, Dengê Azadî, Zend, di 1995‟an de li Amed‟ê Govend, li Stenbolê Ronahî, Armanc, Roj, di 1996‟an de li Stenbolê Nû Roj, Hêvî, di 1999‟an de li Stenbol‟ê Roja Taze, Jin û Jiyan rojname û kovarên ku di salên 90‟î de hatine weşandin in. Salên 2000’an Di salên 2000‟an de jî weşanên cur be cur derketin. Di 2001‟ê de li Amedê Dema Nû, di 2002‟an de li Stenbolê Tîroj, di 2003‟an de li Stenbolê Nû Jin û Jiyan, Kovara zazakî Vate, di 2004‟an de li Stenbolê Mizgîn, di 2005‟an de li Stenbolê Esmer, li Amedê Kovara W, di 2008‟an de li Amedê Çirûsk, li Stenbolê Multîkulti, di 2009‟an de li Dêrsimê Newede Dersim, li Stenbolê Toplum ve Kuram, li Amedê Kelha Amed, li Wanê Nûpelda, li Îzmîrê Hinar, li Stenbolê Do-Jîn, di 2010‟an de li Stenbolê Dipnot jî kovar û rojnameyên ku di dîroka rojnamevaniya Kurd de cihê xwe girtine ne. Çapemeniya Azad Ji destpêka çapemeniya azad ku di 15‟ê HezÎran 1988‟an de bi Toplumsal Diriliş derkete rê û heya niha di ser 50‟î rojnameyî de weşan hatine derxistin. Ji bilî Toplumsal Diriliş
ku di demeke kin de hate îmha kirin, gava yekemîn di 22‟ê Nîsana 1990‟an de bi Halk Gerçeği ku tenê 9 hejmar hate weşandin û di bin pêşengiya derhênerê weşanê Huseyin Aykol de derket hate avêtin. Piştre Yeni Halk Gerçeği jî tenê 3 hejmar derket û ji hêla rêvebiriya rojnamê ve hate girtin. Di 20‟ê cotmeh 1990‟i Yeni Ulke dest bi weşanê kir û di roja ewil de buroya wê ya Amed‟ê ji hêla Rêxistina Îslamî Cihat ve hate bombe kirin. Di 30‟ê gulana 1992‟an de rojnameya rojane Ozgur Gundem dest bi weşanê kir. Ji 580 hejmarê rojnameyê der barê 486‟an de doz hate vekirin û 147 sal ceza li editor û rojnamevanê wê hate birîn. Rojnameya ku biryara rêvebiriya wê hate girtin di 26‟ê Nîsana 1993‟an de di pêşengiya Gurbetelli Ersoz de carek din dest bi weşanê kir. Di 10‟ê Kanûna 1993‟yan de bi sedan polîsan bi ser rojnameyê de girt û xebatkarên wê tev xistin bin çavan. Piştre Ozgur Ulke di 28 Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir. 3 buroyê vê rojnamê jî di 4‟ê Kanûn 1994‟an de di heman demê de hatin bombekirin. Di êrîşa bombeyî de Ersin Yildiz jiyana xwe ji dest da û 21 xebatkar jî birîndar bûn. Piştre bi belgeyan derkete holê ku emrê bombeyan Serokwezîra demê Tansu Çiller daye. Digel vê êrîşê jî rojnameyê navber neda weşana xwe. Piştî vê gelek rojname derketin û hatin girtin, lê seruveniya rojnamevaniya gelê Kurd her berdewam dike. Seruvena Rojnameya Kurdî Welat Rojnameya Kurdî Welat di 22‟ê Sibata 1992‟an de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawestand û pişt re jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996‟an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15‟ê Tebaxa 2006‟an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hate rawestandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24‟ê Adara 2007‟an de Dengê Welat, di Mijdara 2008‟de Welat, di 16‟ê Nîsana 2009‟an de Rojev, di 6‟ê Gulana 2009‟an de Hawar, di 13‟ê Mijdara 2009‟an de Rojev û herî dawî di 31‟ê Adara 2010‟an de carek din Rojev derket. Ji mudurê karê nivîsê Vedat Kurşun ku niha di girtîgehê de ye re 525 sal
ceza tê xwestin û herî dawî ji ber ku mudûrê karê nivîsê yê nû Mehdi Tanrikulu di dadgehê de xwest bi kurdî îfade bide hate girtin. Ajansên Kurd Rojnamevaniya Kurd her wiha di hêla servîskirina nuçeyan de jî di nava hinek hewildanan de ye. Bi vê armancê cara yekem di salê 1990‟an de bi navê DEM Ajans li Almanya ajansek hate damezirandin. Piştre navê xwe bi Mezopotamya Haber Ajansı (MHA) guherand. Di 5‟ê Îlona 2005‟an de polîsê Alman bi ser saziya MHA‟yê de girt û weşana wê rawesitand. Li ser vê yekê di 26‟ê cotmeha 2005‟an Ajansa Nuçeyan a Firat (ANF) hate damezirandin. Li Tirkiye‟yê jî di 4‟ê Nîsana 2002‟an de bi tirkî, kurdî û ingilîzî Ajansa Nuçeyan a Dicle (DIHA) hate damezirandin. Li Herema Kurdistana Federal jî di cotmiha 2008‟an de AK News hate damezirandin. Dîsa Payamner News Agency (PNA) û PUKmedia jî ajansên ku nûçeyan servîs dikin in. Rojnamevanên Kurd yên ku hatine kuştin Di 25‟ê Sibata 1992‟an de li Êlihê nuçegihanê Yeni Ulke Cengiz Altun, di 2‟ê HezÎrana 1992‟an de li Nisêbînê nuçegihanê Yeni Ulke Mecit Akgun, di 8‟ê HezÎrana 1992‟an de nuçegihanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemir, di 29‟ê Tirmeha 1992‟an de li Êlihê xebatkarê kovara Ozgur Halkê Çetin Ababay, di 9‟ê Tebaxa 1992‟an de li cotmiha nuçegihanê Ozgur Gundemê Yahya Orhan, di 9‟ê Tebaxa 1992‟an de li Serê Kaniyê nuçegihanê Ozgur Gundemê Huseyin Deniz, di 20‟ê Îlona 1992‟an de li Amedê nivîskarê Ozgur Gundemê Musa Anter, di 19‟ê Çileyê 1993‟an de li Wanê nuçegihanê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, di 18‟ê Sibata 1993‟an de li Rihayê nuçegihanê Yeni Ulkeyê Kemal Kiliç, di 28‟ê Tirmehê 1993‟an de li Bedlîsê nuçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 12‟ê Adara 1994‟an de li Sîwerekê nuçegihanê Gundemê Nazim Babaoglu, di 29‟ê Gulanê 1994‟an de li Êlihê nuçegihanê Ozgur Ulke Îsmaîl Agay, di 3‟ê Berfambara 1994‟an de li Stenbolê xebatkarê Ozgur Ulkeyê Ersin Yildiz, di 28‟ê Tebaxa 1995‟an de li Bedlîsê nuçegihanê Yenî Politikayê Seyfettin Tepe û dîsa Mehmet Şenol ji hêla kontrayan ve hate qetilkirin.
Belavkarên ku hatine kuştin Belavkarê rojnameyan yên ku hatine qetil kirin jî ev in: Di 21‟ê Mijdara 1992‟an de Halîl Adanir, di 31‟ê Berfambara 1992‟an de Lokman Gunduz, di 16‟ê Mijdara 1993‟an de Kemal Ekinci, di 5‟ê HezÎrana 1993‟an de Tegmen Demir, di 14‟ê HezÎrana 1993‟an de Haşim Yaşa, di 28‟ê Îlona 1993‟an de Zulkuf Akaya, di 9‟ê Mijdara 1993‟an de Adil Başkan, di 10‟ê HezÎrana 1993‟an de Yalçin Yaşa, di 19‟ê Mijdara 1993‟an de Kadir İpeksumer, di 27‟ê Mijdara 1993‟an de Adnan Işik, di 3‟yê Berfambara 1993‟an de Mehmet Sencer, di sala 1998‟an de Nihat Yakut, di 2003‟an de Hikmet Yakut, Mehmetcan ..., İhsan Yakut, Siraç Pençe, Yahya Yakut û herî dawî li Eden‟ê di 3‟ê Nîsana 2010‟an de Metin Alataş ji hêla hêzên tarî ve hatin qetilkirin.