Tevî ku kurdî zimanê herî qedîm yê Rojhilata Navîn e, xwedî hêz û feyzeke xurt e jî ji ber polîtikayên mêtînger, siyaseta tinehesibandin, biçûkxistin û asîmilasyonê di hişê Kurdan bi xwe de jî têkildarî dewlemendî û asta bilind a zimanê kurdî şik û guman hatibûn afirandin. Li Tirkiyeyê ji ber siyaseta înkarê heta salên 1970'yî dikare were gotin ku di biencamkirina vê siyasetê û jiholêrakirina ziman, çand û dewlemendiyên Kurdan ên kevneşopî de êdî demeke dirêj nemabû. Lê belê di noqteya ku hema hema hêvî bi dawî bûbûn û êdî herkesî ev yek mîna çarenûsekê qebûl kiribû de çirûskek pêket. Navê vê çirûskê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Şoreşeke mezin a bi sedan ji şoreşên biçûk pêk tê. Bi vê destpêkê re bi berdêl, ked û xwêdanê hemû hebûnên Kurdan ên hatibûn desteserkirin yeko yeko bi paş de hatin zivÎrandin. Ji afirandina kesayeteke azad û berxwedêr bigire heta bi afirîna hestên netewî, ji serobinokirina pêşhûkmiya derbarê Kurdan de bigire heta bi rûxandina statuyên ji aliyê cihana 'modern' ve li ser wan hatiye ferzkirin, ji naskirin, jiyîna çand, hûner û kevneşopiyên Kurd heta bi raxistina ber çavên herkesî ya dewlemendiya zimanê kurdî. Bêgûman bi dehan şoreşên ku di nava şoreşa mezin de pêk tên û di roja me de jî em di qonaxeke hebûn û tinebûnê re derbas dibin xwedî bekgrawdeke berfireh e. Berdelên hatin dayin, fedakarî û keda pîroz ya di vê rêyê de hêjayî wî nirxî ye ku mirov di her kêliya jiyanê de di hişê xwe de bihêle, mirov tim di nava liv û tevgereke layiqî vê pîrozweriyê de be. Bi pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê û xwe gihandina van rojan de ji eniya rojnamegerî ve jî Kurd bûne xwediyê
destkeftî û çeperên giranbûha. Ji demên tarî ku bajar, eşîr an herêma cÎran piştî mehan, salan ji serhildan, tevkujî, nefîkirin û dek û dolabên pêk dihatin heydar dibûn em gihiştine cihekî ku bi hemû sazî û dezgehên xwe yên ragihandin û çapemeniyê li tekel, holdîngên hêzên navnetewî û mêtîngeran mîna alternatîfeke ku ji her eniyê ve dikare bibe bersiv. Di roja me de bi dehan hejmarê televizyonên bi kurdî weşanê dikin, radyo, rojname, kovar, ajans û bi sedan malperên înternetê. Heger ji nifşên nu bigihin re heger em qal bikin ku beriya 30 salî bi navê ragihandina kurdî saziyeke bi tenê jî tune bû dê matmayineke çawa bijîn diyar e. Lê belê di serî de Rêber û Tevgera Azadiya Kurdistanê, pakrêwanên ku ji bo azadî û mafên Kurd canê xwe kirin qurban, xabatkar, kedkarên ragihandin û çapemeniya Kurd, gelê Kurd ê têkoşêr bi xwe hem şahîd hem jî afrînerê vê asta ji tinebûnê em gihiştinê ye. Heger niha bi serbilindî em dikarin bêjin em jî hene û serî ji hevkarî, hêz û artêşên bêhempa re natewînin bê gûman ev tev tê wateya daneheviya vê keda pîroz. Rojnamegeriya nivîskî Heta çend salên dawî jî tevî televizyonên kurdî ên 24 saetan weşanê dikin, radyo, kovar û rojnameyên heftane yên xwuru bi zimanê Kurdî hebûn jî rojnameyên rojane tim di rojev, girtînameyên nivîskî ên komcivîn, kongre û konferansan de diman. Têgihiştin û pêşhikmiya ku deshilatdar, mêtîngeran li ser me ferz kiribû bandorên wê beyî em bizanibin di helwest û tevgera me de jî xwe dida der. Di derxistina rojnameyeke xwurû kurdî a rojane de hem xwestek hebû, hem fikar ên ka emê karibin biser bikevin an na di zik hev de dihatin jiyîn. Têgihiştina derbasdar a dabûn qebûlkirin bi rengê, 'Zimanê kurdî zimanê gundiya ye, hin aliyê xwezayî xurt in lê belê di
qadên zanist, rojnamegerî, teknolojî û aboriyê de ne derbasdar e´ di her helwestê de xwe dida der. Asta herî pêşketî ya derbarê zimanê kurdî de nirxandina, 'Kurdî zimanê wêjeyê ye' bû. Rojnameya rojane û Yenî Ozgur Polîtika Lê belê dema Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka li Ewropayê hate damezirandin rêzecivînên ji bo konsept û naverokê bi guftugoyên tund derbas dibûn. Rojanevanên Kurd ên herî zêde dixwestin rojnameyeke bi kurdî hebe jî, dema mijara rûpelên kurdî dihate rojevê bi fikar tevdigeriyan û tim pêşniyara 'bila pêvekeke hefteyî were amade kirin' bû. Lê di wir de hişmendî bixwe û bi hêza zimanê kurdî nebawerî serdest bû. Rojnameya Yenî Ozgur Polîtikayê di 16'ê Çile yê 2006'an de dest bi weşanê kir. Bi rojane veqetandina 2 rûpelan a tevahî ji nûçe û aktualîteyê di demeke kin de pêşhukmî û fikarên heyî ji holê rakirin. Bi vê gavavêtinê me hem ji xwe re hem jî ji tevahiya serdestên ku li pey rêbaz û tezên 'lawaz', 'tune' hesibandina kurdî re îsbat kir ku kurdî zimanê rojnamgeriyê ye, zimanê ragihandinê, zimanê aborî û teknolojiyê û zimanekî wisa qedîme, ji destpêka dîrokê hatiye û heta dawiya dîrokê jî dê karibe hemû pêşketin û astê himbêz bike û bipêş bikeve ye. Bi sala ye em rojane 2 rûpelên kurdî diweşînin û em dibînin ku kapasîte û potansiyela me ya rojane derxistina rojanemeyeke 12-16, heta 20 rûpelî xwuru kurdî heye. Şoreşa Zimanê Kurdî Rojanebûna Azadiya Welat Piştî vê ceribandin û gavavêtina serkeftî ya li Frankfurt a Almanyayê hate destpêkirin ne bi gelekî, proje û niyeta li dilê Kurdistanê Amedê derxistina rojnameyeke rojane ya xwurû kurdî bi lez û bez kete pratîkê. Komek rojnavanên Kurd ên dilsozên ziman û çanda xwe bi kedeke bêhempa tevî hemû bêderfetî, zext û astengiyan jî tecrûbe û xabata ku bi salan mîna rojnameya hefteyî berhem dida wergerandin karê rojnameyeke rojane.
Di 15'ê Tebaxa 2006'an de Azadiya Welat rojnameyeke xwuru kurdî ya ji 12 rûpelan pêk tê dest bi weşanê kir. Ji nûçeyên civakî heta bi sporê, ji pêşketinên teknolojîk heta bi çand, hûnerê, ji polîtîkayê heta bi rojeva cihanê ji wê demê ve li Amedê rojane rojnameya Kurdî tê çapkirin. Ev pêngava dîrokî ku dikare mîna şoreşeke ziman û rojnamegeriya kurdî were navlêkirin, di heman demê de jî tê wateya valaderxistin, pûçkirina hemû tez û spartekên siyaseta înkarê. Kurdiya ku heta beriya çend salan tûne bû di derfeta herî bûçuk de mîna rojnameyeke 12 rûpelî li Amedê derdikeve û li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyê belav dibe. Heger ev aliyê wê li ber çavan were girtin, sedema hevqasî bi çavsorî êrîşkariya li hember Azadiya Welat û xabatkarên wê jî were fêmkirin. Her wiha rol û mîsyona ragihandinê ya di pêşketina gelê kurd û berfirehbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê de heger baş werê dîtin dîsa herkes dê têbigije ka çima desilatdar û hêzên mêtînger beriya her tiştî êrîşî ragihandina Kurd dikin. Rojnamegeriya Kurd berhemek ji yê ku ji aliyê têkoşîna azadiyê ve hatiye afirandin e. Her wiha di pêşketina têkoşînê, rohnîbûna gelê Kurd û civakê de xwedî rol û mîsyoneke diyarker e. Lewra parastin û xwedîderketina ragihandin û çapemeniya azad a Kurd tê wateya xwedîderketin û parastina hemû nirxên gelê Kurd.