Destpêk: Gelê Kurd di her perçeke Kurdistana mezin de, li gor derfetên ku jê re afirîne, di hemû warên siyasî, civakî û çandî de pêngavên pêşdeçûnê avêtine. Yekemîn rojnameya Kurdî di Rojhilata Kurdistanê de di çaxê serhildana lîderê navdarê Kurd Simkoyê Şikak de li paytexta desthilatdariya wî (bajarê Urmiyê) hat weşandin. Hinek jêder didin diyarkirin ku sala 1908´an çaxê ku agirê şoreşa Simkoyê Şikak li dijî desthilatdarên Îranê germ û gur bû, Ebdulrezaq Bedirxan rojnameyek bi her du zimanên kurdî û tirkî ku navê wê (Kurdistan) bû, li bajarê Urmiyê diweşand. Lê piştî ku Ebdulrezaq Bedirxan ji aliyê Rusan ve bi dîlî ber bi Rusiya Qeyserî ve hat dûrxistin, serokê Kurd Simkoyê Şikak ji rewşenbîrê Kurd (Mihemed Turcanîzade) dawakir ku weşandina rojnameya Kurdistan berdewam bike. Weşandina rojnameya Kurdistan heya sala 1914´an li bajarê Urmiyê berdewam bû. Hinek jêderên din jî didin xuyakirin ku Kurdistan ziman halê rewşa şoreşa Simkoyê Şikak bû û di hemû hejmarên rojnamê de xeber û nûçeyên wan şerên ku di navbera şervanên Kurd û artêşa dewleta navendiya Îranê de diqewimîn, di nava rûpelên rojnamê de cih digirtin. Li gor bÎranînên Mihemed Turcanîzade, Simko berevajî wê hindê ku hinek PanÎranîstên nifşparêz û pênûsfiroş wî mîna mirovekî rêgir û xwînrêj didin nasandin, mirovekî pêşkeftinxwaz bû ku ji netewa xwe re azadî û dewletek serbixwe dixwest. Mihemed Turcanîzade dide diyarkirin dema ku Simko yekemîn hejmara rojnama Kurdistanê dibîne, lîreyekî zêr davêje ser rojnamê û mîna xelat pêşkêş dike, ji bo ku hemû giregir, axa û begên derdora wî jî vî karê dîrokî yê
nivîskarên Kurd teşwîq bikin û biqedrînin. Wê rojê di rûyê Simko de şahî û dilxweşiyek mezin dihat dîtin û mirov pêdihesiya ku ew di karekî dîrokî de pîroz bûye. Herwiha Simko û şoreşa wî bû sedem ku yekemîn xwendingeha bi zimanê kurdî jî sala 1913´an de li bajarê Xoyê bê damezrandin û zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê zikmakî têde dersê bixwînin.(1) Di Rojhilata Kurdistanê de li gor jêderên dîrokî derketina rojnama Kurdistan pêngava yekemîn e ku piştî derxistina rojnama Kurdistan(ya Mêqdad Bedirxan) di sala 1898´an li Qahirê daye weşandin, hatiye avêtin. Rewşa Çandî û Karê Rojnamevanî Beriya Damezrandina Komarê û Di Çaxê Komara Demokratîka Kurdistan Da. (22.01.1946 li Mihabadê) Pêşewa Qazî Mihemed mirovekî rewşenbîr û li gor pîvanên rewşenbîriya wê demê di warê civakî û siyasî de şehrezayekî pir hosta bû. Dema ku di dîroka azadîxwaziya netewekî de serokekî şiyar û agehdar li ser rewşa cihanê, kar û barê welatê wan bigire destê xwe, civak jî bi hizir û ramanên wî, tê avdan û dikare ji hemû aliyên xwe ve bipêş bikeve. Ji bona wê jî di çaxê yazde meh û çend rojên ku komarek demokratîk bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed li pareke axa Rojhilata Kurdistanê hat damezrandin, li rex pêşkeftinên siyasî, aborî û civakî nûjeniyeke dîrokî jî ket nava canê rojnamevaniya kurdî. Pêwîst e bê gotin ku berî damezrandina komarê li nîvê sala 1943´an kovara (Nîştiman) ku bîr û rayên Komeley Jiyanewey Kurd(J.K) belav dikirin bi awayekî nihênî li bajarê Tebrêzê hat weşandin û li herêma Mukrîyan di nava endamên J.K da dest bi dest digeriya. Nîştiman kovareke edebî, civakî û siyasî bû ku mehê carekê dihat weşandin. Mamosta Ebdulrehman Zebîhî û Mihemed Şapesendî ji nivîskar û birêveberên kovarê bûn. Heya Februarî sala 1943´an an jî di serdema çalakîyên Komeley Jiyanewey Kurd de 9 hejmarên vê kovarê hatine weşandin û piştî têkçûna komara Kurdistan, mamosta Mihemed Şapesendî li gundê (Sîtek) yê girêdayê bajarê Silêmaniyê hejmara 10 mîn jî daye çapkirin.(2)
Li Tehranê bi destûra PanÎranîstên ku dilê wan ji bizava netewîya Kurdan dilerizî, kovarek bi navê Kohistan hat weşandin ku durist li dijî (hemberî) kovara Nîştiman bû û pênûsfiroşên mîna Dr. Mistefa Erdelan(ji Kurdên Sinê bû) kovara Kohistan amade dikirin. Di “Kohistan”ê de li dijî cudayîxwazî, Kurdayetî û azadiya Kurdistanê gotar û nivîs dihatin weşandin. Herwiha li dijî kovara Kurdistan ku Hizbî Demokratî Kurdistan li bajarê Mihabadê dida weşandin, li Tehranê kovareke din jî bi navê Kurdistan ku ji aliyê Kurdan bêtir bi nave (Kurdistanî Taran) dihat nasandin, dihat weşandin. Dr. Sidîq Moftîzade û Reşîd Yasimî di vê kovara rejîma Îranê de dinivîsandin û dixwestin Kurdan mîna Îranî bidin nasandin û damezrînerên komarê xiyanetkar dihesibandin. Navê kovareke din ya binavê ( Dîyarî Lawan ) ku bi zimanê kurdî hatiye weşandin jî beriya damezrandina Hizbî Demokratî Kurdistan (KDP) û komara Kurdistanê heye ku yekemîn hejmara wê di pirtûkxaneya (Siwas) li Ingilistanê hatiye parastin.(3) Beriya damezrandina komara Kurdistan, di sala 1945´an de kovareke 30 rûpelî bi navê (Hawarî Kurd) jî hatiye weşandin, lê nayê xuyakirin ka ji aliyê kê û çawa hatiye amadekirin!!. Ji roja 25´ê Gelavêja sala 1945´an heya têkçûna komara Kurdistan ev kovar û rojnameyên jêr hatin weşandin ku piraniya wan li paytexta komarê (bajarê Mihabad) dihatin weşandin: Kovara Kurdistan Rojnama Kurdistan Kovara Helale Kovara Girûgalî Minalanî Kurd Kovara Awat Kovara Hawarî Nîştiman Kovara Kurdistan bîr û ramanên hizbî demokratî Kurdistanê (KDP) didan xuyakirin û kovareke edebî, civakî û siyasî bû ku her 15 rojan carekê dihat weşandin. Di kovara Kurdistan de gelek endamên komela J.K û endamên HDK bi navê nehênî nivîsên xwe diweşandin. Ev kovar li serhev 16 hejmar
jê hatine weşandin û hejmara yekemîn di 6´ê Kanûna sala 1945´an de li weşanxana Kurdistan li bajarê Mihabadê hatiye çapkirin. Berpirsyar û rêveberê kovarê nemir Mela Qadir Muderisî bû ku piştî têkçûna komarê jî carna kovar bi awayekî nihînî hatiye weşandin. Rojnama (Kurdistan) organa fermîya Hizbî Demokratî Kurdistan bû û herwiha rojnama resmîya Komarê jî bû. Êdîtorê kovarê Seyîd Mihemd Hemîdî bû û rojname bi awayekî rêkûpêk hemû rojên şemî, duşem û çarşemê dihat weşandin. Di serdema jiyana komarê de ti rojname, kovar an jî pirtûk bi qasî rojnama Kurdistan nehatine weşandin. Carna bi rêya Kurdên ku hatin û çûyîna Başûrê Kurdistanê dikirin, ev rojname digihişte nava Kurdên başûr jî. Rojnameya Kurdistan jî mîna siyasetmedarên Kurd gelek derbiderî kişandine, lê jiyana xwe heya roja îro jî didomîne. Roja 10´ê Çileyê sala 1946´an yekemîn hejmara vê rojnamê hat weşandin û heya çaxê ku komara Kurdistan hat hilweşandin, li serhev 116 hejmar jê hatine weşandin. Piştî wê hinek ji endamên HDK ji zivistana sala 1948´an bi qasî 14 salan rojnama Kurdistan di rûpelekê de bi rojnama Azerbayican (organa fêrmiya Firqa Demokrata Azerbayicana başûr-Îran) re li bajarê Bako didan weşandin. Yanî rojnameya “Azerbayican” di çar rûpelan de derdiket ku rûpelek jî tê de bi navê rojnama Kurdistan dihat weşandin. Li Bakoyê jî di wan 14 salan de 1337 hejmar ji rojnama Kurdistan hatin weşandin. Sala 1954´an li Îranê derbeyek leşkerî çêbû sedem ku desthilatdariya Dr. Mihemed Musediq û azadiya bîr û ramanên serbest bê berbendkirin û desthilatdariya Mihemed Riza şahê Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî careke din bê bi cihwarkirin. Hizba Tode û hemû partiyên din yên siyasî hatin yasaxkirin. Ji ber van astengên siyasî yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan di 25´ê Avrêla sala 1954´an de bi awayekî nehênî li bajarê Tebrêz û di weşanxaneya Firqeya Demokrata Azerbayicanê de hat çapkirin. Lê di wê salê de tenê 4 hejmar jê derketin û hejmara 5mîn berî ku bigehe destê xelkê, tev ketin destê polîsên rejîmê.
Vê carê berpirsiyarên Hizbî Demokratî Kurdistan cihê rojnama Kurdistan vegûhaztin Ewropa. Şehîdê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo bi hevkariya çend hevalên xwe di Sibata sala 1965´an de li bajarê (Pirag) rojnama Kurdistan belavkirin. Lê vê carê Kurdistan bi navê organa navendiya Hizbî Demokratî Kurdistan (Îran) nedihat weşandin. Ji sala 1965´an heya Îlona 1970´an 26 hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin ku di rûpelên mezin de dihat weşandin. Di roja îro de li rex rojnama Kurdistan gelek kovar û rojnameyên din bi rêya HDK-Îran tên weşandin. Rojnama Kurdistan di roja îro de him li Kurdistanê û him jî li Ewropa bi du zimanên Kurdî û Farsî tê weşandin ku organa komîteya navendiya Hizbî Dêmokratî Kurdistanî Îran e. Heya 22´ê Gelavêja sala 2006´an 443 hejmar ji Kurdistanê hatine weşandin. Heya beriya kongira 13mîn ya HDK-Îran hertim li ser bergê yekemîn yê rojnama Kurdistanê bi tîpên Erebî wiha dihat nivîsandin:"(Dêmokrasî bo Îran, Xudmoxtarî bo Kurdistan)". Lê ji kongira 13´an û pêda bi tîpên Erebî û zarava Soranî gotineke wiha tê nivîsandin:” Dabînkirdinî mafe netewayetîyekanî gelî Kurd le çiwarçêwey Îranêkî dêmokratîkî fîdîral da”. Rojnama Kurdistan niha bi rêya enternetê di malpera (www.kurdistanmedia.com) jî tê weşandin. Kovara " Awat " sala 1945´an bi rêya mamosta Mihemed Şapesendî hatiye weşandin û êdîtorê kovarê jî ew bi xwe bû. Awat kovarek civakî, wêjeyî û zanistî bû û tenê sê hejmar jê hatine weşandin. Di March (mars)a sala 1946´an de komîta HDK li bajarê Bokan kovara " Helale " daye çapkirin. Sernivîserê wê çîroknivîsê Kurd mamosta Hesen Qizilcî bû. Helale kovarek siyasî, çandî û giştî bû ku di warê siyasî de bîr û rayên HDK didan weşandin. Tenê sê hejmar ji kovara Helale hatine weşandin. Di vê kovarê de bêtir babetên edebî tên dîtin. Kovara "Girrûgalî Minalanî Kurd" ji aliyê karkerên çapxana Kurdistan li bajarê Mihabad hatiye weşandin. Birêveberê giştiyê çapxanê nemir Qadir Muderisî bû ku dixwest li rex weşandina rojnama Kurdistan, ji bo zarokên Kurd jî kovara Girrûgalî Minalanî Kurd biweşînin. Li jêr navê
kovarê di rûpelê yekemîn de wiha hatiye nivîsîn:" Bîrî kargeranî çapxaney Kurdistan". Di hejmarên du û sê yên vê kovarê de çend dersên erdnigarî û ziman hatine belavkirin ku têde bi zimanekî sade coxrafiya Kurdistanê bi zarokên Kurd didin hînkirin. Ev cara yekê bû ku heya wê demê di nava weşanên Kurdî de ji bo zarokên Kurd jî kovareke taybetî dihat weşandin. Ev di halekî de ye ku heta di roja îro de jî rewşenbîr û nivîskarên Kurd ji bo karekî wiha girîng hê jî xemsar in û bihayekî giran nadin mediya zarokan. Kovara" Hawarî Nîştiman " di 21.03.1946´an de li bajarê Mihabad ji bo ciwanên Kurd hatiye weşandin. Li ser rûpelê kovarê yê yekemîn wiha hatiye nivîsandin:" Bilawkerewey bîrî yekîtî cewananî dîmokrat". Birêveberê kovara Hawarî Niştiman Sidîq Encîrî bû û tenê hejmarek jê hatiye weşandin. Di naveroka vê kovarê de bîr û rayên Marksîstî tên dîtin û li jor navê kovarê wiha hatiye nivîsandin:" Basewad bixêwênêtewe bo bêsewad".(4) Di rewş û çaxekî de ku komara Kurdistan di hemû war û aliyan de hatibû dorpêçkirin, desthilatdarên komara Kurdistan di coxrafiya xwe de atmosfereke gelek azad afirandbûn. Bîr, hizir û raman azad bûn û hemû çînên civakê xwe di nava maleke azad û serbest de his dikirin. Derfet û îmkan ji bo weşandina kovar û rojnameyan di çaxê komara Kurdistan de pir kêm bûn, lê birêveberên komarê bêtir li ser çêkirina bingeha şoreşek rewşenbîrî û zanistî disekinîn. Di 330 rojên temenê komarê de zimanê Kurdî bi awayekî fermî zimanê birêvebirina destgehên komarê bû û xwendin û nivîsandin jî bi zimanê Kurdî bû. Di qada nasandina dîrok û wêjeya Kurdî de şehreza, nivîskar û helbestvanên Kurdan dest bi karê vejandina dîrok, ziman, wêje û folklora Kurdî kirin û bo yekemîn car koma şanoyê jî hat damezrandin. Herwiha istasyona radioyê jî li bajarê Mihabadê hat damezrandin û hemû rojê karê radiyoyê bi marşa netewî" Ey reqib her mawe qewmî Kurdziman..." dest pê dikir. Bizava rewşenbîrî di çaxê komarê de riheke nû girt ber xwe. Çimkî li her du bajarên Mihabad û Bokanê çapxaneya bi navê
Kurdistan hat damezrandin û di wê dema kurt da gelek kovar û pirtûk hatin weşandin. Mamosta Hêmin Mihabadî ku ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve mîna helbestvanê millî hatiye bi nav kirin, derheqê bizava rewşenbîrî de wiha dinivîse: " Min di komisyona propagandeya hizbê(HDK) de dest bi kar kir. Di hemû weşanên hizbê(partiyê) de min dest bi nivîsînê kir. Di rojnameya Kurdistan, kovara Kurdistan, Hawarî Kurd, Hawarî Nîştiman, Girûgalî Minalanî Kurd û kovara Helale da min gotar û helbest belav dikirin û di mîtîngên hizbê de beşdar dibûm. Di komekê de ku ji bo danana pirtûkên Kurdî ji xwendingehên Kurdistanê re kar dikirin, endam bûm. Endamên vê komîtê weke ku di bîra min de mane, Ebdulrehman Zebîhî, Hejar, Birayîmî Nadirî, Dilşad Resûlî û ez bûm. Pêşewa bi xwe û çend mamostayên şehreza jî hevkariya me dikirin. Herçend tukes ji me di vî karî de bispor nebûn, lê ji ber ku me pir bi dilsojî kar dikir, ez di wê baweriyê deme ku pirtûkên amadekirî ku mixabin nehatin weşandin, xirab nebûn...." (5) Rewşa Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Komara Kurdistan: Piştî ku komara Kurdistan têkçû, rojname û kovarên jêr bi awayê nehênî an jî bi izina dewletê hatine weşandin: Rojnama Rêga 1949: Sala 1949´an mamosta Hesen Qizilcî rojnama (Rêga) bi awayekî pir nehênî da weşandin û bi navê nehênî yê ( Pênaw) û Xenî Bilûryan jî bi navê nehênîyê (Teymor) gotar têde nivîsandine. Rêga mîna organa komeley jiyanewey Kurd hatiye weşandin. Belavoka Rawêj 1952: Bi awayekî nehênî ji aliyê komeke siyasî ve dihat weşandin û nasnama vê belavokê xuya nîne. Rojnama Xornişîn 1951: Heftename bû û bi zimanên kurdî û farsî li bajarê Tehranê dihat weşandin. Birêveberê vê rojnamê Dr. Wekîlî Kurdistanî bû û ji aliyê hinek rewşenbîr û dilsojên ziman û çanda Kurdistanê piştgîrî jê re dihat kirin. Ev rojname bi awayekî fêrmî û azad dihat weşandin. Kovara Bixistan 1952: Ev kovar ji aliyê îdara radiyoya Îranê ve dihat weşandin û Dr. Mihemed Mûkirî berpirsyar û
birêveberê kovarê bû. Rojnama Roj 1967: Mîna ku mamosta Cemal Xeznedar dide diyarkirin, Roj rojnameyek siyasî bûye û şehîdê nemir Silêman Moînî serokê nivîsînên rojnamê bûye. Tenê du hejmar ji vê rojnamê hatine weşandin. Belavoka Tîşk 1966 û 1967: Sekerterê giştiyê KDP-Îran birêz Ebdulah Hesenzade di bÎranînên xwe de derheqa vê belavokê de dibêje:" Komîta şoreşê ya hizbî demokratî Kurdistan ku kek Silêman Moînî jî endamê wê bûye, pirtûkek biçûk bi navê Tîşk weşand ku ji ber nebûna destgehê çapkirinê tenê çend hejmar jê hatine weşandin.(6) Rojnama Kurdistan 1959: Birêveber û berpirsyarê giştiyê vê rojnamê Ebdulhemîd Bedîûlzemanî bû. Desteya nivîskarên vê rojnamê jî: Dr. Mihemed Sidîq Miftîzade(êdîtor), Ebdulrehman Moftîzade, Ehmed Moftîzade, Şukrulah Baban, Abid Siracedînî, Xosiro Şêx Kanloyî Mîlanî bûn. Rojname her heftê carekê dihat weşandin û naveroka wê siyasî, wêjeyî, civakî û zanistî bû. Weşana vê rojnamê heya sala 1964´an berdewam bû. Kovara Têkoşer 1972: Hejmara wê ya yekemîn di sala 1972´an de hatiye weşandin. Weşaneke KDP-Îranê ye ku niha ji aliyê komisyona siyasî-leşkerîya vê partyê ve bi awayê werzî tê weşandin. Rewşa Weşana Kurdî Piştî Têkçûna Rejîma Padişahî (Pehlewîyan): Piştî ku hemû gelên Îranê bi hevre li dijî rejîma Pehlewî serî hildan, piraniya axa Rojhilata Kurdistanê ket destê her du partiyên Kurdan KDP-Îran û Komelê (şaxê Hizbî Komonîstî Îran li Kurdistan). Kovar û rojnameyên ku PDK dane weşandin wihane: Kovara Pêşewa 1979: Organa KDP-Îran li bajarê Mihbadê bû. Kovarek mehane bû û tenê 26 hejmar jê hatine weşandin û piştî sala 1983´an ku artêşa komara îslamî Kurdistan dagirkir, nehatiye weşandin. Kovara Dengî Jinanî Kurdistan 1979: Li bajarê Mihabdê ji aliyê şaxê yekîtiya jinên Kurdistanê li vî bajarî hatiye
weşandin û tenê 2 hejmar jê hatine belavkirin. Kovara Hawarî Nîştiman 1979: Organa rêxistina ciwanên PDK-Îran bû û tenê 3 hejmar jê hatine weşandin. Kovara Dengî Kurd: Komîta PDK li bajrê Tehranê dida weşandin. Ji bihara sala 1979´an Dengî Kurd bi awayekî nehênî li weşanxanên bajarê Tehranê dihat weşandin. Di Gelavêja sala 1979an de piştî ku bi çendîn şerên giran artêş û pasdarên Îranê nekarîn li hemberî Kurdan biserbikevin, dîktator û qesabê azadîxwazan Aytulah Xumêynî li dijî şoreşa netewa Kurd di 19.08.1979´an de cihad (zibare) da îlankirin û kovar jî piştî ku 5 hejmar jê hatibûn weşandin, ji weşandinê sekinî. Piştî vê biryara hovaneya Xumêynî, Sadiq Xelxalî mîna xûlamekî ku ji bo kiryarên hovane ti sinor ji xwe re nas nedikirin, bi hizaran keç, xort û azadîxwazên Kurd bêdadgehkirin, golebaran kirin. Kovara Şehîd 1979: Organa komîta bajarê Banê ya girêdayî KDP-Îranê bû. Heya sala 1981´an karê xwe yê weşandinê domandiye. Kovara Zaniyarî Pêşmerge 1979 û 1980: Ji aliyê komîta KDP-Îranê li bajarê Sine hatiye weşandin û tenê 4 hejmar jê hatine weşandin. Kovara Gelavêj 1980: Ji aliyê Yekîtî Lawanî (ciwanên) Dîmokratî Kurdistanî-Îran ve li bajarê Mihabadê hatiye weşandin. Kovara Dengî Lawan 1980: Kovarek mehane û Organa Yekîtîya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê bû û li Mihabadê dihat weşandin. Kovara Nekeroz 1981: Komîta PDK li bajarê Seqiz diweşand û nêzî deh hejmaran jê hatine weşandin. Kovara Kêleşîn 1981: Komîta PDK li bajarê Şino belav dikir. Hejmara wê ya yekemîn bi navê (Rendul) û piştre hemû hejmarên din bi navê Kêleşîn hatine weşandin. Kovara Yekîtî 1981: Kovarek mehane bû û komîta PDK li bajarê Nexede diweşand nêzî 10 hejmaran jê hatine weşandin.
Kovara Riwangey Lawan 1981: Organa Ciwanên Demokratî Kurdistanî Îran li bajarê Banê bû. Lê piştre li ser biryara PDK bi navê Lawan hatiye weşandin. Kovara Lawan 1981: Organa komîta birêveberiya Yekîtî Lawanî Dîmokratî Kurdistanî Îran diweşand. Heya sala 1993´an 56 hejmar jê hatine weşandin. Nûçenameya Piling 1982-83: Komîta PDK li bajarê Pîranşar belav dikir û tenê 6 hejmar jê hatine weşandin. Di vê nûçenamê de cinayetên rejîma îslamî li girtîgeh, bajar û gundên Kurdistanê û çalakîyên pêşmergeyên PDK.Îran dihatin weşandin. Kovara 26î Sermawez 1984-87: Kovarek werzî û organa komisyona Pêşmergeyên PDK-Îran bû. Piştî ku navê komisyonê bû komisyona siyasî-leşkerî, ev kovar jî bû organa komisyona siyasî-leşkerî ya PDK-Îranê. Namîlka Komel 1985-86: Di vê namîlkê (resalê) de raportên kar û têkoşana ew beşên girêdayî komisyonên civakî mîna para hînkirin, rewşa girtîgehan, nexweşxane, rê û jiyana şehîdan cih digirtin. Namîlka Ararat: Ji aliyê komîta Ararat ya PDK li bakurê Rojhilata Kurdistanê (herêma Kirmanc nişîn) dihat weşandin û tenê 4 hejmar jê hatine weşandin. Namîlka Terexe: Ji aliyê komîta bajarê Bokan ya girêdayî PDK-Îran hatiye weşandin û karê wê yê weşandinê zêde dewam nekiriye. Piştî ku Rêberayetî Şoreşger di bin serokatiya rêzdar Celîl Gadanî da ji Hizbî Demokratî Kurdistanî Îran cuda bûn, ji sala 1988an heya sala 1997an birêveberên vê partiyê jî rojnamek û du kovar di nava gel de belavkirin: Kurdistan Juyîya 1988 (dewra sêyemîn): Organa navendiya "Hizbî Dîmokratî Kurdistanî Îran, rêberayetî şoreşgêr" bû. Ji Hezîrana sala 1988´an bi awayekî mehane hatiye weşandin û heya Desembra sala 1996an 80 hejmar jê hatin weşandin. Piştî ku di Çileyê sala 1997an de her du bizav (PDK û PDK-Rêberayetî Şoreşgêr) bûn yek ev rojname jî sekinî.
Kovara 26´î Sermawez 1988: Di çaxê 9 salan de ku Rêberayetî şoreşger ji PDK-Îran cuda bibû, 20 hejmar ji vê kovarê hatin weşandin û hejmara wê ya yekemîn di Gulana sala 1988´an de hatiye belavkirin. Kovara Riwangey Lawan 1989: Bihara sala 1989an ji aliyê Rêberayetî Şoreşger ve hatiye weşandin û heya havîna sala 1993an deh hejmar jê hatine weşandin. Rojname û Kovarên ku ji Aliyê Hizbî Komonîstî Îran (Komele) li Kurdistanê Hatine Weşandin: Komele bêtir li başûrê Rojhilata Kurdistanê aktîve û li serhev kovarek û rojnamek weşandine: Rojnama Pêşrew 1984: Organa navendiya Komelê ye û her mehê hejmarek jê tê weşandin. Pêşrew niha jî tê weşandin û zêdetir ji 100 hejmaran jê hatine belavkirin. Weşandina wê niha jî berdewame. Kovara Pêşeng: Heya sala 1982´an ji aliyê para edebiyat û hunerîya karkerên Komelê ve dihat weşandin. Weşanên rêxistina (Xebat) û rêxistina (Xebatî Şoreşgêr): Kovara Têkoşan: Organa navendiya rêxistina Xebat (Rêxrawî Xebatî Netewayetî Îslamî Kurdistan) e û hejmara wê ya yekemîn sala 1985´an hatiye weşandin. Kovareke din jî dîsan bi navê Têkoşan li sala 1985´an hatiye weşandin, lê organa Rêxrawî Xebatî Şoreşgêr bûye û heya niha 45 hejmar jê hatine weşandin. Kovara Bêstan 1992: Kovareke siyasî, olî, çandî û civakîye ku ji aliyê komisyona weşan û propaganda rêxistina Xebatî Şoreşgêrî Kurdistana Îranê hatiye weşandin. Wisa xuyaye ku niha nayê weşandin. Rojnama Yekîtî 1992: Organa "Yekîtî Şoreşgêranî Gelî Kurdistan" bû. Hejmara wê ya yekemîn di Marda 1992´an de hatiye belavkirin û heya sala 1996´an 26 hejmar jê hatine weşandin. Kovara Helmet 1994: Organa navendiya Şiwra Merkeziya Kurdistana Îranê ye û heya sala 1998´an 17 hejmar jê hatine weşandin.
Kovara Tiroske 1979: Piştî ku şoreşa gelên Îranê li sala 1979´an pîroz bû, Kurdên bajarê Tehranê ev kovar dane weşandin. Kovarek mehane bû û bi zimanê Farsî û Kurdî gotar têde hebûn. Piştî şerê li dijî doza Kurdistanê ku Xumêynî li dijî Kurdan cihad da îlankirin, ev kovar jî ji weşanê ket. Kovar û Rojnameyên ku Di Çaxê Desthilatdariya Komara Îslamîya Îranê Bi Izina Dewletê Hatine Weşandin: Piştî ku rejîma Xumêynî bi awayekî dîktatorane li hemû Îran û Rojhilata Kurdistanê desthilatdariya xwe dasepand, kovar û rojnameyên jêr, dest bi weşanê kirin. Lê hejayî gotinêye ku tev li jêr kontrola beşa parastin (istixbarat)ê tên weşandin, hinek ji wan jî êdî hatin girtin: Kovara Girşey Kurdistan 1981: Mamosta Mela Mihemed Salih Îbrahîmî êdîtorê kovarê bû û naveroka wê edebî, dîrokî û olî bû. Ji ber sedemên siyasî û maddî tenê 9 hejmar jê hatine weşandin. Kovara Sirwe 1985: Kovarek wêjeyî û çandî ye. Bihara 1985´an mamosta Hêmin Mihabadî di weşanxana Selaheddînê Eyyûbî da êdîtorê wê bû û heya niha zêdetir ji 200 hejmarên wê hatine weşandin. Bi her du zaravên Kurmancî û Soranî tê weşandin. Êdîtorê kovarê niha mamosta Ehmed Qazî ye. Piştî ku Ehmedînejad bû serokkomarê Îranê êdîtor û nivîskarên kovarê Ehmed Qazî, Kafî Elewî, Siware Fitûhî û yên din li jêr zext û zehmetiyên ku dewletê ji wan re çêkirin, dest ji karê weşanxanê kişandin. Cihê weşandina Selahedînê Eyyûbî ji cihê xwe yê berê hate gûherandin ku pewendiya weşanxanê û gelê Kurd li herêmê kêmtir bikin. Kovara Girûgal 1979: Sala 1979´an bi xebata Mihsin Şasiwarî hatiye belavkirin û li bajarê Kirmaşanê tenê du hejmar jê hatine weşandin. Kovara Awêne 1989: Kovarek çandî, wêjeyî û civakî ye û du mehan carekê tê weşandin. Êdîtorê kovarê Seyîd Mihemed Elî Çawişî ye. Di hemû hejmaran de para dawiyê bi zimanê Farsî tê weşandin, lê babetên wê tev li ser dîrok, wêje û jiyana Kurdan in. Kovara Amanc: Kovarek bû ku ji aliyê Yekîtîya Birayên
Misilman bi herdu zaravên Soranî û Kurmancî dihat weşandin. Tê de ji bo zarokan jî kovareke biçûk bi navê (Amanca Zarokan) dihat weşandin. Rojnama Awyer 1996: Her heftê carekê bi zimanê Kurdî û Farsî li bajarê Sine tê weşandin û heftenameyek rewşenbîrî, hunerî û civakîye. Sernovîserê wê Behram Welîdbêgî bû ku niha li enstîtûya Kurdî li Tehranê berpirsiyarê giştîye. Ev heftename ji aliyê walîyê wilayeta Kurdistan li bajarê Sine tê weşandin. Kovara Tavge: Kovara encumena Mulewî Kurd e ku li bajarê Sine tê weşandin û bi hevkariya şiwra nivîskarên Kurd li bajarê Sine tê çapkirin. Heya niha çend hejmar jê hatine belavkirin. Kovara Zêwye 1997: Kovareke taybetîye ku encumena wêjeyî û çandîya bajarê Seqiz diweşînin û li jêr çavdêriya îdara ferheng û îrşadî îslamîya bajarê Seqiz di formê pirûkê de belav dibe.(7) Rewşa Kovar û Rojnameyên Kurdî Piştî Hatina Mihemed Xatemî(Serkkomarê Îranê yê Niha): Piştî ku Mihemed Xatemî di sala 1997´an de bi dirûşmên reformxwaziyê bû serokkomarê dewleta Îranê, Kurdan her pênc wilaytên Rojhilata Kurdistanê(Urmiye, Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristan) jî bi germî di hilbijartinan de beşdarî kirin. Lê Xatemî peymanên xwe bi cih neanîn û ji bona wê rewşenbîr û xwendevanên Kurd ji bo bilindkirina dengê xwe li zanistgehên hemû Îran û Kurdistanê kovar û mehnameyên cur bi cur weşandin ku hinek ji wan hê jî berdewamin û hinekên din jî ji ber sedemên siyasî, maddî û nebûna îmkanên belavkirinê, êdî nayên weşandin. Balkêşe ku di tevaya van kovar û rojnameyan de piraniya babetan li ser dîroka serhildanên her çar perçên Kurdistanê, rewşa siyasîya bizav û partiyên Kurdan li hemû Kurdistana mezin, rewşa zarokan bi giştî û zarokên Kurdistanê bi taybetî, civak û genc, hevpeyvîn bi nûnerên bajarên Rojhilata Kurdistanê re, daxwaza reforman, belavkirina narkotîk (tiryak, heşîş û hiroyîn) di nava ciwanên Kurd de ku para istixbarata komara îslamî vî karê dûr ji exlaqê mirovanetiyê dikin û hwd
têde hatine weşandin. Bi rêya van kovar û rojnameyan mirov pêdihese ku rewşenbîriya siyasî û civakî di Rojhilata Kurdistanê de gehiştiye pileyeke pir bilind. Pêwîst e bê gotin ku bandora şoreşa Bakurê Kurdistan û bizav û xizmeta ziman û rojnamevaniya Başûrê Kurdistan li ser van liv û lebatên Kurdên Rojhilata Kurdistanê diyar in. Hereketa Bakurê Kurdistanê karî di van 20 salên derbasbûyî de pirsgirêka Kurd bi raya hemû cihanê bide pejirandin û yekemîn bizava Kurdistanîye ku ji hemû deverên Kurdistana mezin endamên wê hene. Dewleta herêmîya Başûrê Kurdistanê jî di warê ragehandin, avedankirin û hemû warên din yên siyasî, civakî û rewşenbîrî de guherandinên bingehîn di vî perçê welatê me de pêkanîne û bandoreke rasterast li ser Kurdên Rojhilata Kurdistanê çêkirine. Navê kovarên ku hatine weşandin an jî hinek ji wan hîn jî tên weşandin, evin: 1. Pêyik- kurdî û farsî (Zanistgeha Îlam), 2. Rave(Zanistgeha Tehran), 3. Roja Nû (Zanistgeha Urmiyê), 4. Riwange (Kolêca nujdariyê-tib-li bajarê Tebrêz), 5. Çirîke(Zanistgeha Meşhed), 6. Tirîfe(Zanistgeha Erak), 7. Çiya(Zanistgeha Isfehan), 8. Jiwan(Kolêca nujdariyê li bajarê Sine), 9. Awat (Zanistgeha Ehwaz), 10. Kirmanc (Zanistgeha Meşhed), 11. Agirî (Zanistgeha Zabul), 12. Zîlan (Zanistgeha Urmiye), 13. Zayele (Zanistgeha Tebirîz), 14. Zirêbar-Kurdî(Merîwan), 15. Kovara Mihabad (Mihabad), 16. Sîrwan (Zanistgeha Sine), 17. Kurdistan (Enstîtûya Tehran), 18. Birûske (Kolêja nûjdariyê li bajarê Kirmaşan), 19. Beyan (Kolêca Ebu Elî Sîna li Hemedan), 20. Mûkriyanî (Zanistgeha azad li Mihabad), 21. Aso (Encumena edebîya bajarê Ciwanrud), 22. Sarêj (Kolêca nujdarîyê li bajarê Tehran), 23. Mange Şew (Zanistgeha Tebatebayî li Tehran), 24. Wêra (Zanistgeha Îlam), 25. Rawe (Zanistgeha Tehran), 26. Dahatû (Bokan), 27. Hejaran (Zanistgeha Sine), 28. Soma (Zanistgeha Sine ), 29. Sinor (Zanistgeha Peyamî Nur li Mihabad), 30. Mirgewer (Zanistgeha nujdariyê li Urmiyê) û ...hwd. Pêwîst e bê gotin ku di naveroka tevaya van kovar û weşanan de xwendevanên zanistgehan bi taybetî û gelê Kurd bi giştî dawakarên refirandomên e û komareke demokratîk dixwazin.
Hinek ji van kovaran jî li her çar perçên Kurdistanê digerin û bigiştî behsa wê xeleka windabûyî dikin ku di navbera dewlet û millet da wenda bûye. Ji van kovaran gişkan (Rave) kovarek akademîk û zanistîye û (Riwange) jî ji yên din Kurdistanîtir e.(8) Rewşa rojnamegeriya Kurdî di çaxê Ehmedînejad da Hemû azadî û destkeftên ku di çaxê serokkomariya Mihemed Xatemî da Kurdan di warê siyasî û ragehandinê da bidest xistibûn, piştî hatina Ehmedînejad hêdî-hêdî ji destê wan hatin standin. Piraniya rojnamevan û nivîskarên ku di vê qadê da xwedî kar û xebateke berçav bûn, niha an di girtîgehê dane an hatine îdam kirin an jî neçar ji Îranê derketine û li welatên Ewropî an jî welatên cÎran bûne penaber. Rejîma îslamî ji bo tirsandina xelkê û tevlînebûna wan ya di karê siyasî û kurdîniyê da herkesê ku li ser çapemeniya azad û mafê mirova biaxive, binivîse an jî xwedî çalakî be bi tawana „cudayîxwaziyê û peywendiya bi rêxitinên dij şoreşê“ digire û piştî şikencekirina cismî û manewî hukimê îdamê dide wan!!. Dersbêj Ferzad Kemanger, mafperwer Dr. Sidîq Kebûdvend, Hebîbulah Letîfî, Zeyneb Bayezîdî, Ronak Sefazade û bi dehan kesên din ji wan ciwanên Kurd in ku bi qedereke wiha ra rû û bi rû mane. Ev rewşa li dijî hemû zagûn û pirensîpên ragehandinê li Îran û girantir ji wê jî li rojhelatê Kurdistanê hêşta jî bi dijwarî berdewame. Di qada siyasî da jî Kurd çalak in, lê fraksoyna Kurda ya di parlmana Îranê da piştî mirina bi şubhe ya Mihendis Bihaedînê Edeb (ji bajarê Sine) ji hev belav bûye. Di roja îro da tevî ku Kurd bi hejmara xwe piştî Fars û Azeriya nêzî 17% nifûsa hemû Îranê pêktînin û di dereca sêyemîn da tên, lê piraniya girtiyên siyasî li hemû Îranê Kurd in. Ev jî nişaneke ji bo wê rastiyê ku Kurd bi çêbûna biçûkitirîn derfetê, dixwazin bigehin hemû mafên xwe yên netewî, siyasî û civakî.
Têbînî û Jêrnivîs:
1. - a: Urmiye di çaxê şerê cihanî ye yekemîn de (bi zimanê Farsî)_ Mihemed Temedun. M. Temedun herçend nivîskar nebû lê piştî têkçûna serhildana Simkoyê Şikak bÎranînên xwe nivîsîn û têde behsa rojnamegeriya Kurdî kiriye. b: BÎranînên Mihemed Turcanîzade bi nivîskî. 2. - Hevpeyvîn bi mamosta Xenî Bilûryan re. 3. - Hevpeyvîn bi mamosta Enwer Sultanî re. 4. - Yanî mirovê xwende ji yê nexwende re bixwîne. 5. - Le kiwê bo kiwê: Pêşgotina dîwana mamosta Hêmin ya bi navê (Tarîk û Ron) ku wî bixwe nivîsandiye. 6 .- Nêw sede têkoşan_ Mamosta Ebdulah Hesenzade. 7. - Rojnama Kurdistan hejmar 257( Organî Komîtey Nawendî Hizbî Dêmokratî Kurdistanî Îran). 8. - Çend hejmar ji van kovarên ku navê wan hatiye nivîsandin min bi rêya navûnîşanên wan yên înternetê xwendin û çend hejmar jî mudratorê bernameya Çiwar Çira birêz Hesen Qazî li Medya TV dan min ku bixwînim. Têbînîyek Taybet li ser armanca amadekirina vê nivîsê: Di Apirîla sala 2003´an da di Seher TV(Tvya sataleîta komara Îranê) de bernameyek li ser dîroka rojnamegeriya Kurdî di Rojhilata Kurdistanê de hat weşandin ku di wê bernamê de bi ti awayekî behsa rewşa rojnamevanîyê di çaxê serhildana Simkoyê Şikak û serdema damezrandina Komara Kurdistanê nehat kirin. Tenê behsa wê hindê hat kirin ku komara îslamî ji bo rojnamevaniya Kurdî wiha kiriye, wiha anîye û... tenê pesna xwe û rejîma dîktatora îslamî dan. Min ev nivîs ji bo wê hindê amade kir ku him bersivek be û him jî derewên wan bêtir bên kifşê û di çaxê satalît û înternetê de jî dîroka Kurdan bi şaşîyên wiha eşkera, neşêwînin û şaş nenirxînin.