Rojnamegeriya kurdî li Rojhilata Kurdistanê — pêr, duh û îro

Kakşar Oremar

Yekemîn çapxaneya ku karê rojnamegeriya kurdî kiriye li bajarê Urmiyê bûye jê ra “Çapxaneya Xêyret“ digotin. 1913‟an li bajarê Xoyê „Rojnameya Kurdistan‟ dest bi weşanê kir. Di dîroka rojnamegeriya Kurdistanê de pişt M. Bedir-Xan ew rojanameya duyemîn bû ku li ser axa Kurdistanê ji dayik bû. Kakşar OREMAR Bi qasî ku bê bîra min benda 15‟an ji daxuyaniya cihanî ya mafê mirovan wiha dibêje: a) Herkes mafdar e ku xwedî miliyet be. b) Kes nikare tu kesekî bi daxwaza xwe (an jî bi îrade û tena serê xwe) ji miliyeta xwe an jî mafê guherandina miliyetê bêpar bike. Ev zagon li Îranê xwedî biçûktirîn biha jî nîn e. Çima? Li gor piraniya nasyonalîstên Iranî tenê „Fars‟ netewe ne û yên din jî wek „qewim‟ têne binavkirin. Ji 75 milyon nifûsa hemû Îranê, rêjeya nifûsa Farsa ji sedî 48 in û ya neteweyên din jî Azerî, Kurd, Belûç, Ereb, Tirkmen û hwd ji sedî 52 ye. Di ferhenga siyasî a Iraniyan da „qewim‟ ê komên biçûk ên etinîkî ku hejmara wan pir kêm û di dirêjahiya dîrokê da ne xwedî dewleteke serbixwe bûne û ne jî zimanê wan ê xwendin û nivîsandinê hebûye. Ev siyaseta şovenîst û mezhebî ji çaxê Sefewiya dest pêkir û heya roja îro jî berdewam e. Ji bo bidestxistina nasnama xwe ya neteweyî, siyasî û belkî di cih da be ku mirov bêje li Îranê Kurdan zêdetirîn kar û xebat kirine. Bêguman zêdetirîn fîdakarî û xwîn jî di vê riya dirêj da Kurdan pêşkêşî doza azadîxwaziyê neteweyên Iranî kirine.

Li dijî vê siyaseta Sefewiyan cara yekê mîrê Kurdan „Emîrxanê Lebzêrîn‟ bi dirustkirina kela Dim-Dim şerekî dijwar da meşandin. Bi hatina Qacariyan ra Şêx Ubeydulahê Nehrî konferansa serok eşîret û mezinên Kurdan çêkirin û şerekî dijwar di navbera kurd û Qecera de, destpêkir. Hevgirtina her du imparatoriyên Osmanî û Qacarî li dijî şoreşa Kurdan nehişt ku Şêxê Şemzînî bigehe armancên xwe. Herçiqas ku siyaseta înkar û îmhakirina Kurdan dijwartir dibû, siyaset jî li rojhelatê Kurdistanê germtir dibû. Cefer Axayê Şikak doza Şêx Ubeydulahê Şemzînî domand, lê ew jî mîna ên berî xwe hate xapandin û teror kirin. Cihê wî serokê Kurd ê naskirî „Simkoyê Şikak‟ girt. Wî şoreşeke nû û berfirehtir da destpêkirin, lê xala balkêş ew bû ku vê carê ji bo zindîkirina kesayetiya Kurd a tehqîrkirî, pêngavên mezintir hatin hilanîn. Bi destûra wî çapxane kete karê çapkirinê û yekemîn çapxana ku karê rojnamegeriya kurdî kiriye li Urmiyê bû ku jêra „Çapxaneya Xêyret‟ digotin. Di sala 1913‟an de li bajarê Xoyê „Rojnameya Kurdistan‟ dest bi weşanê kir. Di dîroka rojnamegeriya Kurdistana mezin da piştî “Kurdistan”a M. Bedirxan ew rojanameya duyemîn bû ku li ser axa Kurdistanê ji dayik bû. Komela bi navê „Cihandanî‟ hate damezrandin û ji her karekî girîngtir bo yekemîn car di Rojhilata Kurdistanê da xwendingehek li bajarê Xoyê hate çêkirin û xwendevanên kurd dest bi xwendina dersên bi zimanê kurdî kirin. Serkêşê tevayî van karên dîrokî Ebdulrezaq Bedirxan bû ku bêguman piştgîrî û teşwîqa lîderê Kurd Simkoyê Şikak li pişta van pêşdeçûnên mezin bû. Jiber ku li gel Simko endamên malbata „Bedirxaniyên Cizîra Botan‟ xwedî qedrekî bilind bûn. Ger ew nebûya Ebdulrezaq Bedirxan bi wê peymana hevkariyê a ku di navbera Iran û Tirkiyê da hebû, li nav sinorên Iranê hatibû girtin û dirustkirin di çaxê ku eskerên Iranî ew ber bi sînor dibirin ku teslîmî rayedarên Tirk bikin, siwar û mêrxasên Simkoyê Şikak bi şerekî giran ew ji destê wan rizgar kirin. Ferman û pêşniyarên ku wî ji Simko re dikirin, zû dihatin pejirandin. Ji wir û şûnda E. Bedirxan heya roja ku hate şehîdkirin, di jiyanê de xwe gelekî deyndarî Simko dizanî.

Pêngava mezintir li rojhelatê Kurdistanê wê demê hate avêtin ku li pey şerên dijwar zêdetir ji nîva axa rojhelatê Kurdistanê hate rizgarkirin û Simko li paytexta desthilatdariya xwe Urmiyeyê dest bi dirustkirina çapxane û weşandina rojnamekê bi navê „Kurd‟ kir ku sernivîserê wê „Mela Mihemed Turcanîzade Qizilcî‟ bû. Di rûpelê yekê yê rojnamê da hertim wiha dihate nivîsandin: „Meqalatêk menfitî Kurdanî têda bî, werdegîrê…‟ Xetên telefonê hatin kişandin û îdarên dewletî dest bi karê xwe kirin. Mezintrîn destkefta wê rêxistina siyasî ew bû ku şexsiyeta Kurd a şikestî, sivikbûyî û tehqîrkirî careke din mîna gulekê bişikvî. Kurd pêhesiyan ku ew jî xwedî ziman û ferhenga xwe ya netewî ne û ger derfet jî ji wan ra hebe, dikarin layêqbûna xwe a desthilatdariyeke dadmendane li ser axa xwe bidene meşandin. Dirûşma Riza Pehlewî jî mîna a Kemalîstan: „Yek netewe, yek ziman û yek hakim‟ bû. Lê bi ked û xebata Kurdan ew proja wî li Kurdistanê rastî şikestê hat. Kesên ku ji wan ra wek“ Qewim“ dihatin hesibandin, weke miletekî xwedî ziman û çanda xwe a milî hebûna xwe bi wan da selmandin. Di serdema Komara Kurdistan 1946‟an da rewşa rojnamegeriya kurdî derbasî qonaxeke zêrîn bû. Ji derveyî weşandina rojname û kovaran, êdî çapkirina pirtûkan, hebûna şano, sînema û radioya herêmî jî bûn sedem ku dewlemendiya ziman û çanda kurdî rûyê xwe yê rastîn baştir derxîne pêşberî ronahiyê. Dîroka edebiyata kurdî a nivîskî eşkera bû û li piraniya mala diwanên Ehmedê Xanî, Hacî Qadirê Koyî, Wefayî û Melayê Cizîrî ketin kêleka pirtûkên pîroz. Helbestvanên milî Hejar û Hêmin, marşa netweî (Ey Reqîb), kovara zaroka „Helale‟ û çêkirina xwendingehan bi şêweyên moderin jiyana Kurda ji her hêlekê ve gûherand. Wê demê li Tehranê hakimên Fars û Kurdan wek: „xayîn, cudayîxwaz û xûlamên Rusya‟ binav dikirin û bi rêya hinek Kurdên xwefiroş li dijî bizava Kurdan a siyasî dest bi tevgerekê kirin ku biser neketin.

Di çaxê selteneta Mihemed Riza Pehlewî da rojnamegeriya Kurdî tunebû. Ger destûra çapkirina rojnameyek weke Kohistan jî dabûn, tenê li Tehranê bû û nedihiştin ku bi rihetî di nava gel da belav bibe. Ew rojname wek organa fêrmiya rejîma Pehlewî bi kurdî û farsî dihate weşandin. Dema ku şoreşa Kurdên başûr di bin serokatiya nemir Mistefa Barzanî da geş bû, ji bo vemirandina „agirê bin xuliyê‟ li Tehran, Kirmaşan û Urmiyê radyoyên kurdî dest bi belavkirina nûçe, şano û stranên kurdî kirin. Di hemû bernameyan da propaganda “Iranî bûnê” mercekî bingehîn bû û herkes jî nedikarî di wan saziyan da kar bike. Her tişt ji sedî 100 di bin kontroleke dijwar da bû. Êdî wê demê ji ber rewşa siyasî a Kurdan wek: „Îranîyên herî esîl, Arîyên herî kevnar, mêvanperwer û…‟ dihatin binav kirin, lê ger kesek ji Kurdan li dijî eskerekî rejîmê fîşekek biteqanda, li Kurdistanê bi operasyonên mezin ter û hişk bi hev re dişewitandin. Terora wan heya Başûrê Kurdistanê jî çû. Ger name bi zimanê kurdî bihata nivîsandin, li postxanê berî ku bigehin destê xwediyên xwe dihatin vekirin û xwediyên nama dihatin girtin û heta di bin îşkenceyên giran da dihatin kuştin jî. Ger li malekê an jî di destê kesekî da belavokek bi zimanê kurdî bihata dîtin, qedera xwediyê malê tenê mirin bû. Wê demê miletê serdest û bilind tenê „fars‟ bûn û bi fardî axaftin îftixareke mezin bû!!. Li wilayetên Kirmaşan, Îlam û Sine siyaseta asîmîlekirinê hêdî hêdî biser diket. Lê bextewerên şoreşa gelên Iranê li sala 1979‟an rê li ber vê armanca Pehlewî ya gemar girt. Rejîma îslamê bi ked û xwîna gelên Iranê hate ser kar. Kurdistan azad bû, lê tenê nêzî du sala ew azadî berdewam bû. Atmosfêrê tijî reşahî û serkûtkirina gelan şikest, lê kişandina tama azadiyê zêde nedomî. Wê demê pirtûk, kovar, heftename û rojanameyên bi zimanê kurdî hebûn, lê piraniya wan ên rêxistinên siyasî bûn ku wê demê ên herî aktîv „HDK.Iran, Komele, Çirîk Fedayî û hwd‟ bûn. Şerê di navbera Iran û Iraqê de ji hêlekê û şerê di navbera partiyên rojhelatê Kurdistanê û komara îslamî da jî bi sedem

ku ji bo bêdengkirina Kurdan sê kovar li Tehran û Urmiyê dest bi weşanê bikin: Li Tehranê Amanc û Awêne, li Urmiyê jî kovara Sirwe. Lê weşandina van kovara di bin çavdêriya wezareta ferheng û êtlaata Iranê da bû û gotarên ku biçûktrîn bêhna kurdîniyê û mesajên siyasî têda hebûna, diketin goristana arşîvê. Radio jî xwedî rewşeke wiha bûn. Wê demê Seher TV‟yê jî çend saeta di rojê da bi zimanê kurdî weşan dikir, lê dema li sala 1988‟an şerê du dewletan bidawî bû, ew bernamên kurdî jî êdî neman. Piştî ku Mihemed Xatemî ji Tebaxa sala 1997‟an heya Tebaxa 2005‟an bû serokkomarê Iranê, di jiyana rojnamegeriya kurdî de jî bizavayek nû dest pêkir. Li wilayetên Urmiye, Sine, Kirmaşan, Loristan, Îlam û Kurdistana Xurasanê bi sedan rojname û kovar ji aliyê rewşenbîr, komele, saziyên çandî û xwendekarên zanîngeh û zankoyan de dest bi weşanê kirin. Ew germahiya ku di bizava siyasî a Bakurê Kurdistanê da hebû, li rojhelatê Kurdistanê jî kete nava gel. Riheke nû kete ber jiyana rojnamegeriya kurdî û teşwîqa ji bo xwendina zimanê kurdî jî sal bi sal zêdetir bû. Kurdan di çarçova zagûna Iranê a bingehîn de daxwaz kirin ku zimanê kurdî jî bi awayekî fermî li xwendingeh û zanîngehan bê xwendin. Ji hêla din jî hinek Farsên şovenîst û PanÎranîstên faşîst ev daxwazên Kurdan wek „pêngavên destpêka cudaxwaziyê‟ binav dikirin û bi tundî li dijî dewleta M. Xatemî disekinîn. Kar û xebata rojnamegeriya kurdî di rojên destpêka serokkomariya Mehmûd Ehmedînejad rastî qedexekirinê hat. Sal bi sal ew meydan li ber karê rojnamegeriya kurdî tengtir kirin. Bi awayekî ku niha heta yek rojname jî bi zimanê kurdî li Iranê nayê weşandin!!. Ehmedînejad çendîn cara li parlmana Iranê bi aşkira ji fraksioyna parlmenterên kurd ra gotiye: „Vira ne Tirkiyeye û heddê xwe bizanîbîn…‟ Niha rewşa ragehandin û siyaseta Kurd li Iranê tirajîk e. Piraniya rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan li rojhelatê Kurdistanê hatine girtin û tawana wan a herî mezin jî: „mirovên empiryalîzimê, hevkarîkirina partiyên dijberî şoreşa îslamîya Iranê, şerê bi Xudê ra, casûsî û hwd‟ bûne. Kesên wiha li gor zagûna Iranê rastî şikenceyên ruhî fîzîkî, zindanên domdirêj û heta îdamê jî tên.

Di roja îro da mirov rihet dikare bêje ku heta „rojnamegeriya nîv azad‟ jî li Îranê tune û kesên ku bixwazin di vê qadê de bixebitin jî, neçarin berê bîr û ramanên xwe sansûr û piştre jî pênûsa xwe bêxin gerê. Gotarên ku berjewendiya Kurdan têde hebe, tên pejirandin. Ji herêmên Kurdan li wilayeta Xurasanê ra „Kurdistana Xurasanê‟ jî tê gotin.