Karîgeriya Mîr Celadet Bedirxan û Kovara Hawar li Başûrê Kurdistanê

Musediq Tuvî

Mîr Celadet Bedirxan; tîpên latînî, kovarên Hawar, Ronahî û kitêbxana Hawarê, çend navekên diyar ên dîroka bizava rizgarîxwaz a kurdî, rewşenbîrî û rojnamevaniya kurdî ne di nîva yekem de ji sed saliya bîstê. Her yek ji van navan giringiya xwe, rengvedana xwe û karîgeriya xwe di vê qunaxê da heye. Ji ber ku Mîr Celadet hêmayekê xebata siyasî-rewşenbîrî ya kurdî ye, di nîva yekê ji sedsaliya bîstê da, tîpên latînî yên Mîr Celadetî destpêka qunaxeke nû ye di dîroka ziman û rewşenbîrîya kurdî da. Ev tîp berhemên mandûbûn, dûvçûn û vekolîna Mîr Celadetî ya 13 salan e li 15´ê Gulan a 1932´an bi derçûna kovara Hawar re ketine di warê pê xwandin û nivîsînê da. Berî wan û piştî wan jî çend bizav ji bo danana şêwazekê din yên tîpên latînî yên kurdî hatine kirin. Lê belê çi ji wan nekarîne cihê tîpên latînî yên Mîr Celadetî bigirin û ev tîp bûyîne tîpên serekî yên xwandin û nivîsîna zimanê kurdî li cem pişkek mezin ji gelê Kurd. Her bi vî rengî jî kovarên Hawar û Ronahî pertûkên Hawarê, ne tenê yekemîn berhemên kurdî ne ku bi van tîpan hatîne çapkirin, belkî jêderên dewlemend ên ziman û rewşenbîriya kurdî ne û ji destpêka dehsaliya sîhan, ji sedsaliya bîstê heta niha bi dehan hezar Kurd bê xwandingehên resmî di rêka van tîpan ra fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bûyîne, wisa jî li dîrok û rewşenbîriya kurdî aşna bûne. Heya îro bi sedan babet û vekolîn li ser hatîne nivîsîn û bûne babetên çendîn nameyên xwendinên bilind. Kurt û kirmancî: Mîr Celadet û berhemên xwe şoreşek rewşenbîrî bûn, ev şoreş berdewamiya şoreşên netewayetiyên

gelê kurd bû di sed saliya nozdeh û bîstê da. Vê şoreşê li 15´ê Gulana 1932´an bi belavbûna yekemîn hejmara kovara Hawar û daneniyasîna tîpên latînî yên zimanê kurdî li Şamê dest pê kir, di demeke kurt de tîşkên vê şoreşa rewşenbîrî sînorên destkirdên nêvbera parçên Kurdistanê da şikandin û seranserî welat vegirt. Dibît pirsyarek bête kirin: Gelo çima ev karê Mîr Celadetî bi şoreş dihête binavkirin? Di bersivê de, dê bêjîn; şoreş guherîn e yan gorankarî ye ji qunaxekê bo qunaxeke baştir? Ev karê Mîr Celadetî jî şoreş bû, belê şoreşek rewşenbîrî û kurd ji qunaxeke paşvemayî di warên rewşenbîrî da beref qunaxek ronîtir birin. Ji ber ku piştî bi dawî hatina şerê cîhanê yê yekem û dabeşkirna Kurdistanê li ser çiwar dewletên dagirker û piştî ku Kemal Ataturkî komara Tirkiyeyê damezirand, li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne tenê yek peyva kurdî nehati bû çapkirin, belkî peyivîn jî bi zimanê kurdî qedexe bû. Li rojhelat û rojavayê Kurdistanê û devera Bahdînan a Başûrê Kurdistanê kawdan her nêzîkî vî rengî bû. Tenê li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk û Hewlêrê li hindek xwendingehên seretayî zimanê kurdî dihate xwandin, li van bajaran û Bexda bi rengekî berteng hindek çapkirinên kurdî derdiketin. Di vê demê da Mîr Celadet Bedirxanî li 15´ê Gulana 1932´an dest bi şoreşa xwe ya rewşenbîrî kir. Dema kovara Hawar (15´ê Gulana 1932 – Hejmar 57 l5/8/ 1943) li Shamê belavkirî û bi kovara (Ronahî 1942-1945) û pertûkên Hawarê û kovarên Mîr KamÎranî (Roja Nû û Stêr 1943- 1945) li Bêrûtê berdewamî bi vê şoreşê da, texeka nivîskar û xwendevanên Kurd bi tîpên latînî peyda bûn û binwaşek bi hêz ji bo rewşenbîriya kurdî li vê parçê hate danan. Sereray hindê ku ji nîva duwê ji salên çilan ve û piştî ku rêgezperestên ereb li Suriyeyê desthelat girtiye dest û hemû çalakiyên rewşenbîrî û çapkirinên kurdî li Suriyeyê hatine qedexekirin, ev binwaşeye hindê bi hêz û karîger bû. Her delîveke ji bo kurdên vî welatî helketî her li ser vê binyatê ya Mîr Celadetî danayî ya dest bi çap û weşana berhemên kurdî kirî û ji salên heştêyan ji sedsaliya çûyî ve serhildanek rewşenbîrî ya kurdî li Suriyeyê dest pê kiriye û binyata wê jî heman şoreşa Mîr Celadet Bedirxanî ye.

Hindî peywendî bi Bakurê Kurdistanê ve heye ku pişka mezin a Kurdistanê ye, ev şoreşa Mîr Celadetî bi xwe berdewamiya bizava neteweyî û rewşenbîriya kurdî bû. Ewa li despêka sedsaliya bîstê li Stenbola paytexta Osmanî dest pê kirî û her wesan berdewamiya şoreşên netewayetî yên Bakurê Kurdistanê bû. Piştî sala 1921´an ev bizave hatîne kipkirin. Helgirên xetîr ên berahiyê yên vê şoreşa Mîr Celadetî heman serkirde û şoreşger û rewşenbîr bûn ên li Stenbolê û Bakurê Kurdistanê dest pê kirî . Piştî mişext bûyîna rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê li Shamê ser ji nû dest pê kiriye, lewma jî berî her parçeka din ev şoreşe ya arastekirî bûye ji bo Bakurê Kurdistanê. Di vê serdemê de û dê wê kawdana Bakurê Kurdistanê tê de dijiya; agir û asnî hukim lê dikir, ne tenê çapkirinên kurdî û xwendina kurdî qedexe bûn, belkî ji wê serdemê û heta berî çend salekan jî peyivîn bi zimanî kurdî û xwe bi kurd daneniyasîn li dûv yasayên dewletê gunehên mezin bûn û sizayên giran li ser dihatine dayîn. Jêderên berdest diyar naken, kanî kovar û çapkiriyên Mîr Celadetî di wê çaxê de digehiştine Bakurê Kurdistanê yan ne? Eger digehiştin çawan digehiştin û belav dibûn? Belê ya xuya û diyar e, vê şoreşa rewşenbîrî karîgeriyek giring li Bakurê Kurdistanê kiriye û ji sala 1932´an ve heya îro her bizavek rewşenbîriya kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibîte kirin yan revendên wê parçê li derveyê welatî kiribît, li ser wê binyatê hatiye kirin, yê Mîr Celadetî li sala 1932´an danayî û her berhemeke bi kurdî belav kiribît, bi tîpên latînî yên Mîr Celadetî çapkiriye. Bo nimûne; em dikarîn amaje bi kovara Dengê Kurdistan urgana lawên Kurd li Ewropa bikeyin ku ji aliyê Kurdên Bakurê Kurdistanê li EwropaSwîsra li sala 1949´an hejmar jê hatine belavkirin, dihate belavkirin, her wesan kovara Dîcle û Firat ku heşt hejmar li salên 1962- 1963´an li Stenbolê hatine belavkirin, her wesan kovara Deng ku li sala 1963´an tenê du hejmar li Stenbolê jê hatîne belavkirin, bikeyin.(1) Wek destpêk ji bo bizavên rewşenbîrî û rojnamevaniyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê bikeyin û bi hizra min ev serhildana rewşenbîrî ya serê bîstê salekane Bakurê Kurdistanê û welatê Tirkiyeyê û revenda vê parça welatî li Ewropa vegirtî û gehiştiye astê belavbûna

xwendin û nivîsîna kurdî. Belavbûna rojnamên rojane û heftiyane û vekirina kanalên radîo û têlefziyonên kurdî berdewamiya wê şoreşa rewşenbîrî ya Mîr Celadetî li 15´ê Gulana 1932´an li ser berperên kovara Hawar li Shamê ragehandî. Hindî peywendî bi Başûrê Kurdistanê û Kurdên Îraqê ve heyî di wê serdemê de li wê parça welatî heta astekê kawdan pirtir ji parçên din ji bo ziman û rewşenbîriya kurdî yê harîkar bû. Destûra wê serdemê yê Îraqê bawerî bi hindek mafên rewşenbîrî yên Kurdan îna bû. Li hindek cihan, li qunaxa seretayî xwandin bi zimanê kurdî bû. Rê li ber çapkirina hindek berhem û çapkiriyên kurdî vekirî bû. Komeke nivîskar û zimanvan û rojnamevanên Kurd di vî warî da kar dikir. Lewma her zû Mîr Celadet û kovara Hawar, berhemên wî, tîpên latînî yên wî cihê xwe li vê parça welatî kir. Berhemên nivîskarên vê parçê di kovara Hawar de hatin weşandin. Naveroka Hawar ê û tîpên latînî yên Mîr Celadetî serinca rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê rakêşa û hindekan dest bi fêrbûn û bikaranîna van tîpan kirin. Li vê rê dibît pirsyarek bête kirin: Erê Mîr Celadetî berî 15´ê Gulana 1932´ê têkelî û peywendî di gel rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne? Ku wesan bi berfirehî Hawar gehandiye vê parça welatî û ji hejmar 3´yan ya Hawarê ve dest bi belavkirina berhemên nivîskarên vê parça welatî kiriye. Di 22 hejmarên berahiyê yên kovarê de 26 berhemên nivîskarên Başûrê Kurdistanê tê de hene.(2) Ji bo bersiva pirsyara çûyî pêdiviye pêda çûnekê bi jiyan û çalakî yên Mîr Celadetî de bikeyn. Mîr Celadet li 26´ê Nîsana 1893´an li Stenbolê hatiye ser dinyayê, (15/7/1951 miriye), Wê çaxê malbata wan ji aliyê dewleta Osmanî ve hatibû dûrêxistin û li vî bajarî dijiyan. (3) Vê malbatê di nêv nêvendên rewşenbîrî û neteweyî sengek mezin hebû. Di heman dem û di wê serdemê da Stenbol navenda rewşenbîr, welatparêz û navdarên Kurd ên hemû Kurdistanê bû. Ji sala 1908´an ve Mîr Celadet wek kesayetiyek rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd hatiye niyasîn (4) û di vê qunaxê da peywendî di gel Kurdên hemû Kurdistanê ji wan jî Başûrê Kurdistanê hebûn. Di wê demê de hêj welat bi vî rengî nehatibû parçekirin.

Piştî şerê cîhanê yê yekem Mîr Celadet di gel bab û mamên xwe pişkdariyê di damezrandina komela pêşketina Kurdan û paştir komela rêkxistinên civakî yên kurdî diket. Li sala 1919´an di gel Mîr KamÎran, Ekrem Cemîl Paşa, Fayîq Tufîq û Mîcer Noêl geşteka Bakurê Kurdistanê diken. (5) Her wekî me amaje pê kirî, di vê qunaxê de Stenbol navenda xirvebûna kesayetî û rewşenbîrên hemû Kurdistanê bûye. Guman tê de nîne ji encama bi hev re karkirina Mîr Celadetî têkelî û peywendî di gel rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne. Ev peywendî piştî zivirîna wan ji bo Îraqa nû damezirandî di berdewam bûn. Piştî ragehandina Komara Tirkiyeyê li sala 1921´ê Mîr Celadet wek piraniya malbata xwe mişext dibît li Almanya û Misrê û li Libnanê dijît, li 5/10/1927´an pişikdariya di damezirandna Xoybûnê de diket û wek yekem serokê wê dihête helbijartin. (6) Li vê rê qunaxek nû ji jiyana Mîr Celadet û peywendiyên wî di gel Başûrê Kurdistanê dest pê diket. Sînorê karê Xoybûnê wek partiyek yan civateke siyasî ya kurdî seranserê Kurdistanê bû. Her zû liqên wê li parçên din yên Kurdistanê hatine vekirin. Li dûv belgenaman liqekê mezin ê Xoybûnê li çiriya yekem 1928´an li Silêmaniyê hebû û hejmareke rewşenbîrên kurdperwer tê de endam bûn. (7) Mîr Celadet wek serokê Xoybûn di navbera salên 19271932´an mijûlî serperiştiya rêkxistinên Xoybûnê bûye. (8) Guman tê de nîne, di encamên van peywendiyên rêkxistinî de, dê peywendiyên wî bi her rengekî hebît. Di gel rewşenbîrên ser bi rêkxistnên xwe ve hebin û dê agahdarî serûberê rewşenbîriyê wan deveran bît yên wan rêkxistin lê heyîn. Li vê rê em dikarîn amaje bi belgenameke wezareta derve ya Birîtaniya bikeyn ku di ya daştanamekê de Mîr Celadet Bedirxan bi navê Komîta Navîn a Xoybûn li 17´ê Nîsana 1931´an ji bo Komela Netewan hinartî û tê de piştevaniya Xoybûn ji bo daxwazên Tufîq Wehbî diyar diket. Yên wî ji Komela Netewan û komîsyona bilind a întîdabê li dûr mafên gelê Kurd li Îraqê kirîn. (9) Ev e bi xwe nîşana peywendiyên bi hêzên Mîr Celadetî ye di

gel Kurdên Îraqê û agahdariya wî ye li ser kawdanên wan. Ji aliyekê dive piştî ku Mîr Celadet di encamê pişkdariyê di şoreşa Agrî da li sala 1930´ê mişextî Îranê dibît. Paştir şahê Îranê wî desteserkirî dihnêrîte Îraqê, li Îraqê jî desthelatdarên înglîzî ber pên wî teng diken û wî naçar diken bilez vegerîteve Suriyeyê. (10) Li vê rê diyar nîne kanê Mîr Celadet çend li Îraqê maye, kanê peywendî digel rewşenbîrên Kurdên Îraqê kirîne yan ne? Di encama vê pêdaçûnê da, em dkarîn bêjîn Mîr Celadet çi wek kesayetiyek ji malbateka rewşenbîr û kurdperwer, çi wek serokê partiyeke neteweyî, çi di encama geşt, geryane û mişextiya wî li çendîn bajêr û welatên cuda çendîn rengên peywendiyan digel kesayetî û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê hebûne? Ev peywendiye jî bûyîne eger her zû kovara Hawar bi berfrehî gehiştiye rewşenbîrên Kurdên Îraqê û her di hijmarên berahiyê yên vê kovarê da van rewşenîran pişkdariyeke xurt di berperên wê da kiriye. Chespandina peyva „kovar“ ji hijmar pêncê kovarê ve ku heta hijmar çiwar peyva komel li şûna (alimcle) ya 'erebî dihate bi karînan, berhemê vê peywendî û pişkdariyê ye. Bo pitir selmandna van peywendiyan dê amaje du ji van peywendiyan bikeyn: Di namekê da ya ku Mîr Celadetî li 3´ê Tîrmeha 1932´an bo Husên Huznî Mukiryanî hinartî, anku di heman rojda ya ku hijmara çiwar ya Hawarê derketî, diyar dibît ku berî vê rojê bi 13 salan anku di nêvbera 1919- 1920´an de digel Mukiryanî gehiştîne hev û di vê hevdîtinê da derbarey rewşenbîriya kurdî û belavkirina rojnameka kurdî da peyivîne. Di vê namê da diyar dibît ku name guherîn nêvbera wan da hebûye û wê serdemê Mîr Celadet agahdarî kovara zar kirmancî bûye ku di wê serdemê da ya rawestiyayî bû. Mukiryanî ser ji nû berhevî bo dubare belavkirina wê dikirin û di hijmarên paştir yên vê „Hawar“ê da amaje bi vê çendê hatiye kirin. (11) Her di vê nameyê da Mîr Celadetî daxwaz ji Mukiryanî kiriye ku navûnîşanên wan kesan bo bihnêrît yên Hawarê divêt da bo wan bihnêrît. (12) Her wesan berî derketina Hawar ê Mîr Celadetî digel zanayê navdar Tufîq Wehbî: (1891- 1984) peywendî hebûne û dîdar

kirîne, berî 15ê Gulana 1932´an bi du salan herwekî Mîr Celadet dibêjît: „Pêrar li Shamê hevdu dîtine.“ Herduyan tîpên xwe yên latînî (wî çaxî Tufîq Wehbî jî hindek tîpên latînî bo zimanê kurdî berhev kirbûn) hevber kirîne û Mîr Celadetî viyaye van du tîpan bigehînin hev û yek şêwaz tîpên nû û hevgirtî jê bibijêrin, belav biken. Belê herwekî diyar e Tufîq Wehbî li dûv vê çendê nehatiye û gîrubûna belavkirina Hawarê her bo vê çendê dizivrîteve, çinku Mîr Celadetî li 16´ê çiriya yekem 1930´an muleta wê wergirtiye û berheviyên çapkirina wî li şubata 1932´an bi dawî hatîne. Belê bi hêviya bersivên (di binyat da nehinartî) Tufîq Wehbî, belavkirna Hawarê heta 15´ê Gulana 1932´an vekêşaye. (13) Di vê pêdaçûnî diyar dibît peywendiyên Mîr Celadet Bedirxanî digel xelkê Başûrê Kurdistanê nemaze rewşenbîran di astekî da bûne ne tenê zû kovar gehandiye wan, belkî di demekê kurt da berhemên hijmareka zor ji nivîskarên Başûrê Kurdistanê gehiştîne Hawar ê û li ser ber perên wê belav bûyîne. Pêdivî ye bêjîn egerekê dî yê harîkar bo vê çendê ew bû, di wê salê da ku Hawar tê da derketî rojnamevaniya kurdî li Îraqê di kawdanekê lawaz da bû. Kovara Zar kirmancî Adara 1926- Temuza 1932) ya rawestiyayî bû. (14) Take rojnama kurdî Jiyan a heftiyane ku li Silêmaniyê dihate belavkrin, di encama kawdanê siyasî bi taybet raperînî berderkî seray Silêmanî ya îluna 1930 an pitir pûte dida. Babetên edebî û civakî (15). Lewma Hawar dibîte sekuyek rewşenbîrên Kurdên başûr lê kom dibin û berhemên xwe yên derbirînê ji hesta wan ya neteweyî diken, tê da belav diken. Herwesan navdariya Mîr Celadetî û malbata wan bi şoreşgerî û kurdperweriyê faktorekê dî yê xirvebûna rewşenbîrên Kurdên başûr bû li Mîr Celadetî û kovara Hawarê, ku wan berê xwe dida Mîr Celadetî wek serkirdekê cihê hêvî û umêdan. Eve jî di çendîn babetan da diyar dibît yên ev rewşenbîre tê da pesna Mîr Celadetî û malbata wî diken. Hamd Ferec yekemîn rewşenbîrê Kurdên başûr e yê bi nameka pîrozbayê pişkdariyê di hijmara 3´ê ya Hawarê da diket û bi navê gişt lawên Kurdên Îraqê ve di pîrozbayiya vê kovarê da dibêjît:“Le paş dest guşîn. demêk bû çawerwanî

sitareyeke gelawêjî Kurdman dekird. Ta ku diwênê be çawî xoman dîman, ke ewîş kovarî Hawar e ke çawî hemû Kurdekî ronkirdewe, hîwaman waye ku be tînî pirîşkî gişt Kurdistan ronak katewe û hemû Kurdêk be dem Hawarewe biçê ta bikewête ser rêgay bo yekêtî Kurdan hewl bideyn.“ (16) Hawar; li cem Shakir Fetahê şehîd 19- 198 di çavên hemû Kurdan da dihête xwandin. dengê lê qewmayên Kurd e, gaziya guristanên nemrên Eyubî û Bedirxaniyan e heta dibêjît:“Hawar nemamêke be destêkî zana le zewiyekî be pîta nêjrawe, belam bo emey beru bom bida debê çawdêrî bikrê ta gewre debê.“ Paştir ev şehîde nemre hawara xwe dibete ber gişt Kurdan yên paredar, nivîskar, zana û xwandevan xo li Hawarê bikene xudan. çunke em kovare her pîtey (qiseyey) be destî yekêkî zana û têgeyiştû nûsrawetewe, her qisey le dilêk hatûte derewe, be naskî wek perey gol, be qayîmî bo parastinî xuşewîstî Kurd wek sinuqî pula weha ye. Her bîrey le mêşkî yekêk hatûte derew e, Kurd û Kurdistan wek heykelêkî gewre û bilind hemîşe le pêş çawiyaye, le xewda bewewe xerîke, le bêdarîş da her be wewe xerîke.(17) Her bi vî rengî Mîr Celadet û kovara Hawar bûyine îlham bexşên şa'îrên Başûrê Kurdistanê. Helbest bi helketa derketina wê vehandîne ji wana jî mamosta navek, li 28´ê HezÎrana 1932´an di pesna Hawarê da dibêjît: Herdem be demî hawar pêk de kuş û hawar Huşyar debna Kurdan ladeben şîna welat Ez guriya bangê te me. (18) Sha'îrekî dî yê Sharezurî bi navekê xwazraw (Aptîn) di pesna Mîr Celadet û malbata wî da û rolê wan di bizava rizgarîxwazî û rewşenbîriya kurdî da dibêjêt: Emîrî muhterem ey fexrî milet Mîr Celadet beg Newey mîrî Cizîr û qehremanî mullkî Botan î Be rastî xanedantan layîqî te'zîm û tebcîl e Le ser Kurd lazm e daîm biken 'erzî sena xwanî Le naw qelbî hemû lawêkî Kurd em şê're nûsrawe Ke şayestey supas û şukre famîlyayî Bedirxan î. (19) Gêncekê Kurd bi navê (Lawêkî Kurd 'Ewnî) li 24 Kanûna duwê 1933´an ji bajarê Koyê ve di dastane helbestekê da

Bedirxaniyan bi helgirên rêbaza netewayetî û xodan dîroka pirqurbanîdan û serifraziya Kurdan cihê hêvî û umêda wan di rizgarî û serbexweyê da didanît û di dawiya helbestê da dbêjît: «Ewî duşmin be kurdan e hîlakî jehrî maryan key Xuda ew qewm e nazdar e ke hefzî çawezariyan key Le dinya şad û xanedan û bilind û bextiyariyan key Xudaya kameran û serfîraz û payedariyan key Newey şêranî kurdan ye'nî xêzanî Bedirxanî» (20) Kurdên başûr bi vî rengî pêşwaziya Mîr Celadet û kovara Hawarê kir, ew kovar wek Dr. Kemal Mezher dibêjît: «Hawar take kovara kurdî bû di sê salên berahiyê yên jiyê xwe da mîna şemalkê di tarî şeva nezaniyê da disût û ronahî dida çiwar kinarê nixwe.» (21) Bi vê çendê Hawar wek mînbereka azad bû, çaktirîn rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê berhemên xwe yên şoreşgerî û netewayetî tê da belav dikirin. Ew berhemên di wê serdemê da ew nedikarîn li Îraqê belav biken. Derbareyê vê çendê Dr. Kemal Mezher dibêjît: »Dergay Hawar bo jimareyek nûser û şa'îrî be nawbangî Kurdî Îraq dekrêtewe û beşêkyan bo yekem car le ser laperekanî Hawar berheme benawbangekanî xoyan bilawkirdotewe û ewe bo te handerêkî niwê bo geşepêkirdinî edebî hawçerxî kurdî Îraqî.» (22) Ji wan berhemên kurdên başûr yên bo yekem car di Hawar da belavbûyîn, yan ji ber egerên siyasî di şiyanda nebû di wê serdemê da li Îraqê bêne belavkrin, em dikarîn amaje bi hindekan ji wan bikeyin: Helbesta «Wefdî Kurdistan» ya Pîremêrdê şa'îrê nemir, ewa bi raperînî berderkî seray Silêmanî ya eylula 1930´an gotî û egerên danana helbestê jî di kovarê da hatîne diyarkirin ku tê da dibêjît: „Wefdî Kurdistan weten firuşan Herze wekîlê şarî xamuşan Paşe berey bax wêran weten çun bayquş be halî weten xende zen...“ Heta li dawiya helbestê dibêjît: “Min bûye rengî surm xuş dewê

mijdey şefeqî lê derekewê.“ (23) Helbesta Sînûr ya şa'îr 'Ebdulxaliq Esîrî ku tê da dibêjît: Kurde dezanî le kiwê cêgîre xizmanî to gû gire bo tî bilêm cêge xêlanî tu Kêwî Toros û 'umqî hewzî Eskenderun xerbî ta Behrî Reş sinûrî meydanî tu.“ (24) Helbesta Yadî Weten ya şa'îrê mezin Bêkes, helbesta (sikalayek le girdî seywan) ya şa'îrekî dî bi navê Hêmin, pexşana (le Kurdistanî xwênîn), helbesta (bo xawenî Hawar) (25) û çend berhemên dî yên kurdên başûr giruvê vê rastiyê ne. Layenekê dî yê karîgeriya Mîr Celadetî û kovara Hawar li Başûrê Kurdistanê babeta zimanê kurdî, diyalektên zimanê kurdî, şêwazên li hevnêzîkirina van diyalektan û li hev nêzîkirina van diyalektan babetê peydakirina zimanekî yekgirtî bû. Bêguman destpêka edebiyata kurdî bi helbestê dest pê kiriye. Helbesta kurdî paştir hindek rengên dî yên edebî bi hemû diyalektên kurdî hatîne nivîsîn. Belê digel peydabûna rojnamevaniya kurdî li 22´ê Nîsana 1898´an bi taybet destpêka rojnamevaniya kurdî ya Stenbolê li sala 1908´ê û paştir anku qunaxa navbera 1908- 1920 herdu şêwe zimanên sereke yên kurdî kirmanciya bakur û başûr wek şêwe zimanên edebî û rojnamevaniyên kurdî diyar bûn. Di vê qunaxêda jî hindek caran hizir li zimanekî edebî yê yekgirtî hatiye kirin. Belê piştî şerê cîhanê yê yekem û damezirandina komara Tirkiyeyê û girtina hemû delîve û dergehên belavkirina ziman û rewşenbîriya kurdî li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê, bizavên rewşenbîrî û rojnamevaniya kurdî li Başûrê Kurdistanê, li Îraqê despêkirneve. Herçende ev despêke dizivirîteve sala 1914´an belavbûna Bangî Kurd û li belavbûna rojnama Têgeyiştinî Rastî li sala 1918´an li Bexda. (26) Ev qunaxe di dîroka rojnamevaniya kurdî û çapemeniyên kurdî da qunaxek nû bû. Gişt nivîskarên vê qunaxê yên başûr bûn û diyalekta wan kirmanciya başûr bû. Ne kesekî hizir li diyalektên dîtir û ne li zimanê yekgirtî dikir. Belê bi belavbûna kovara Hawar li 15´ê Gulana 1930´ê û gehiştina hijmarên wê bo Başûrê Kurdistanê û Îraqê, li ser berperên vê kovarê

babeta zimanê yekgirtî û li yek nêzîkirina diyalektên kurdî hate vekirin. Hamîd Ferec wek yekem nivîskarê Başûrê Kurdistanê pişkdariyê di hijmar 3´ê ya Hawarê da diket û piştî pîrozbayiya Hawarê bi navê gişt gencên Kurdên Îraqê daxwaza bizavên yekirina diyalektên kurdî ji Hawarê diket:“Reca ekeyn lemewdwa hewl biden bo tewhîdî lehcat ta weku hemû Kurd wek yek îstifade li Hawar tan biken.“ (27) Mîr Celadet jî di heman hijmar da piştevaniya daxwaza wî diket û didet diyarkrin ku eve yek ji armancên kovarê ye di xala duwê ya bernamê kovarê da di yekem hijmara wê da hatiye belavkrin. Di babetekê dî da, li jêr navê (Eksî êeday Hawar) nivîskarekî dî yê başûr bi navê (Pîrut) dibêjît:“Bîrî duwemim le babet lehcey Kurdistanî xwaru û seru weweye, herweku carêk kovarêkî înglîsî nûsîbûy (tebî'etîş beramber miletî Kurd xedar e) û be mewan'î tebî'ye Kurdistanî be new'êk le yek cyakirdûtewe ke danîştwanî xwaru le giftuguy danîştwanî seru tê nagat...hitd)) û nivîskar arîşa ji hevdu negehiştnê di navbera herdu diyalektan da berçav diket û bi erkê xwandevanê Kurd dizanît bizavê bo (yekxistnî lehcekanî zimanî kurdî hewl biden) û paştir dibêjît:“Be lay minewe guvarî Hawar etwanê lem babetewe yarmetiyekî başî bikat,“ li dûvra çend nimûnek bo vê meremê berçav kirîne. Wek bikarînana peyvên hevpişk di herdu diyalektan da, bikarînana wan peyvan yên herdu alî bi sanahî têbigehin û paştir berhevkirina ferhengeke hevpişk bo peyvên herdu diyalektan, li dawiyê jî bi hêvî ye vê rêkê bigrîte ber bo peydakirina diyalekteka hevpişk. (28). Bi vî rengî babeta yekirina diyalektên kurdî pûte pêkirinek girîng ji aliyê kovara Hawarê ve heye û nivîskarên başûr pirtir ev babete azrandiye. ji wan nvîskaran yên girîngî bi wî babetî dayî (Hevindê Surî) ye di hijmar 16´an da babet azrandiye, sê pirsyar ji xwandevanan kirîne derbarey çawaniya pakirina zimanê kurdî, çawaniya ji yeknêzîkirina şêwezarên kurdî ku hemû Kurd le lehcekanî yektrî tê bigen û çawaniya pêşvebirina zimanê kurdî û daxwaz ji xwandevanan kiriye ku hizir û boçûnên xwe li ser van pirsyaran diyarken. (29)

Belê ji ber ku ji hijmar 14 ve belavkirina Hawarê li Îraqê hatiye qedexekirin; kovar negihiştiye rewşenbîrên kurdên başûr. Tenê bersiva (Lawêkî Kurd) di hijmara 21an da û bersiva (Ceger Xwîn) û (Lacê Hênî) di hijmara 23´ê da hatîne belavkirin. Hawarê di 23 hijmarên berahiyê da karîgeriyek dîtir di zimanê kurdî da kiriye. Ew jî bikarînana peyvên diyalektên kurdî yên cuda, dê bînîn nivîskarên başûr peyvên kirmanciya bakur bikarînane û yên bakur jî peyvên kirmanciya başûr bikarînayne. Li vê rê pêdivî ye amaje bi hindê bikeyn ku di Hawarê da çend nivîsîn bi kirmanciya başûr bi navê kovarê yan xwediyê kovarê hatîne belavkirin. Gelo ev nivîsîne Mîr Celadetî bi xwe nivîsîne? Erê Mîr Celadetî kirmanciya başûr zaniye? Eve jî babetek dî ye û pêdivî vekolîneke dî heye. Karîgeryieke dî ya Hawarê li Başûrê Kurdistanê kirî belavkirina tîpên latînî yên zimanê kurdî ye li vê parça welatî. Herwekî li berahiya babetî hatiye diyarkrin berî Mîr Celadetî û piştî wî jî hindekan bizavên danana tîpên latînî yên kurdî kirîne. Belê çi Ji wana mîna tîpên latînî yên Mîr Celadetî neşiyane cihê xwe bigirin. Hêja ye bêjîn digel berhev yên Mîr Celadetî bo ragehandina tîpên xwe yên latînî, Tufîq Wehbî jî li Îraqê şêwazekê dî yê tîpên latînî berhev dikirin, berî belavkirina Hawarê li 15´ê Gulana 1932´an bi du salan Mîr Celadetî û Tufîq Wehbî li Shamê hevdu dîtîne û tîpên xwe berawird kirîne, biryar dane tîpên xwe biken yek û elîfbayeka yekgirtî ragêhînin. Belê wek diyar dibît ji ber her egereke bîtin Tufîq Wehbî di vî warî da harîkar nebûye, eve jî bûye egera gîwbûna derçûna kovarê heta 15´ê Gulana 1932´an û her vê çendê pal bi nivîskar (Lawêkî Kurdperwer) ve naye li jêr navê (Kaxezî aşkra bo gewherî taqaney Kurdan Tufîq Wehbî beg)) di hijmar 15´ê ya kovarê da gazindeka dijwar ji Tufîq Wehbî biket ji ber ku di vî warî da neyê harîkar bûye digel Mîr Celadetî: (30) Paştir Tufîq Wehbî tîpên latînî yên xwe wek xwe li sala 1932´an di pertûkekê da belavkirin. Hêja ye bêjîn wan tîpên latînî ne li cihekî ne jî li çi serdemekî cihê xwe girtiye û ne pê hatiye xwandin ne jî nivîsandin. Girîng ew e bi derçûna kovara Hawar di demekê kurt da tîpên latînî yên Mîr Celadetî li Başûrê Kurdistanê dengvedan;

serinca rewşenbîran rakêşa xwe. ji nivîskarên başûrê Kurdistanî (Pîrut) di babetê ('eksî êeday Hawar)da piştevaniya van tîpên latînî kiriye û dibêjît: Ewey ziyatir hêwa ebexşêt û tîn edat be tiwana, ew rêgay tecedud û tazegiyeye ke kirdutane benîşane. hewel gewahî eme wergirtin û biawkirdnewey tîp (hiruf) î ferengî ye, ke berastî bo jiyandnewey Kurd û edebiyatî kurdî eme hengawêkî palewanane ye.(31) Hawar 10. Piştî belavbûna Hawar ê bi demeke kurt rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê bi erkekê neteweyî dizanî fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi van tîpan bibin. Zêdebarî vê çendê babetê bikarînana van tîpan bibû babetê danûstandinê li navendên rewşenbîriyên kurdî. Her bo nimûne kovara Gelawêj (1939-1949) di hijmara 9´an ya sala 1943´ê da pirsyarek ji xwandevanan kiriye (ke beşêweyekî rast û zanistî ray xoyan sebaret be nûsînî kurdî be elf û bêy 'erebî yan latînî derbirin). Di hijmarên paştir da çend rewşenbîrên wê serdemê bersiv dane û piraniya bersivan jî nivîsîna kurdî bi latînî pesend diken. (32) Ev gengeşe û danûstandine di navbera rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê derbarey tîpên latînî yên Mîr Celadetî berdewam dibin, heta li sala 1957 ê Cemal Nebez pertûkek taybet bi navê (nûsînî kurdî be tîpî latînî li Bexda çap diket û tê da tîpên latînî yên Mîr Celadetî bi baştirîn tîpên latînî yên kurdî pesend diket. (33) Piştî vê jî heta evro bi dehan pertûk û vekolîn li ser vê babetê li Başûrê Kurdistanê û li Îraqê hatîne belavkirin. Di qunaxa duwê ya jiyê Hawar da (Hijmar 27 Nîsana 1943Hijmar 57 Tebaxa 1944) karîgeriya Hawarê li devera Bahdînan ya Başûrê Kurdistanê pirtir lê hatiye, wek di çendîn dîdaran da yên me gel rewşenbîr û xwandevanên wê qunaxê kirîn, kovara Hawar di wê demê da bi handan yan bi rêka rêkxistinên komela Hîwa bi berifirehî li deverê belav bûye û nîmçe xwandingehên milî bo fêrkirina xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî li deverê hatîne vekirin. Herwekî Shehîd Enwer Mayî (1919- 1963) li xwandingeha mizgefta gundê Mayê devera Berwariyan li sala 1942´ê qutabiyên xwe digel dersên ayînî fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî dikirîn. Mihemed Ermexanî ji nivîskarên kovara Ronahî ya

Shamê di hijmara 12 da amaje bi vê xwandingehê kiriye û dibêjît şêxê gundî şêx Mezher di jiyê pêncî salî da xwe fêrî van tîpan kiriye û piştevanî lê kiriye. (34) Her bi vî rengî li çend cihên dî wek Bamernê, Germava û Dihokê xelkî bi şiyanên xwe yên taybet xulên fêrkirna xwandin û nvîsîna kurdî bi tîpên latînî vekirîne. Her di vî warî da Mihemed Se'îd Miftî (1922- 2009) ku li dawiya salên sîhan û despêka çilan ji sedsaliya çûyî qutabiyê qunaxa navincî bû li Musilê dibêjît:“Di sala 1939 bi rêka seyda Salih îwisfî şaneka hizba Hîwa li Dihokê hate damezrandin. Paştir dibêjît: Belavok û kovar bo me ji Suriyê dihatin herçend rojekan carekê kesek bi navê Mistefa Botanî ji Suriyeyê dihat û bo me kovarên kurdî yên latînî dînan, her wî jî em fêrî tîpên latînî dikrîn. (35) Bi vî rengî eger aviryekê li xwandevan û rewşenbîrên devera Bahdînan yên salên çilan û pênciyan vedeyn dê bînîn gelek ji wan bi rêka nîmçe xwandingehên milî û rêkxistinên komela Hîwa û şiyanên xweyî û karîgeriya kovarên Hawar û Ronahî pertûkên kitêbxana Hawarê xwe fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî kirine. Li vê rê dê zivrîneve qunaxa berahêy ya jiyê Hawarê anku 23 hijmarên berahiyê, herwek hatiye diyarkrin her ji hijmarên berahiyê ve li Başûrê Kurdistanê pêşwaziyek mezin li Hawarê hatiye kirin û rewşenbîrên vê parçeya welat pişkdariyek berfireh di berperên wê da kiriye. Belê wek diyar gehiştina kovarê bo Kurdên Îraqê û karîgeriya wê ne bi dilê rejêma melîkî ya Îraqê bû lewma wek Dr. Kemal Mezher dibêjît: “Helbet bo karbedestanî rojgarî paşayî deste neda û zorî nexayand Hawar bûwe zadî raporte nehênyekan û (namey ême û namey berêztan) dest pê dekat û rojî 24 Kanûna duwe 1933´an fermanî wezîrî nawxo Nacî Shewket ke her bo xoyşî serok wezîran bû, bo qedexekirdinî Hawar derdeçêt.) , (36) anku rojekê berî belavbûna hijmar 15 li 23´ê Kanûna duwê 1933 û 24 rojan piştî derçûna hijmar 14 li 31 Kanûna yekem 1932´an ev biryare derdikevît. Eve dibîte egerê nîgeraniya xwandevanên kovarê li Îraqê û bi naman agahdariya Mîr Celadetî diken. Ew jî li 12 ê Adara wê salê nameka taybet bo wezîrê navxweyê Îraqê dihnêrît û tê da

diyar diket ku piştî hijmar 14 kovar negêhiştiye xwendevanên wê li Îraqê û hijmarên paştir jî dest bi ser da hatiye girtin. Her çende kovar kovareke edebî zanistî ye û bi çi rengan mayê xwe di siyaseta Îraqê da nekiriye û paştir dibêjît:“Eve du heyv li ser qedexekirina kovarê li Îraqê borîn û sê hijmar hatine belavkirin, wî hîç helwest beramberî vê çendê wernegirtîne, pêgîr bûye bi niyaz paqijiya xwe û neviyaye bi nehênî kovarê bigehînte Îraqê ku di şiyanên wî da bûye. Li dawiyê daxwazê diket: “Dubare hikumeta Îraqê muleta belavkirina kovarê bidet û ew hijmarên dest bi ser da hatiye girtin bigehînte xwandevanan. (37) Bi vê çendê xwandevanên başûrê ji Hawarê dihêne bêbeşkirin û ji hijmar 14 û paştir ve bi kêmî berhemên wan di kovarê da dihêne dîtin.(38) Ev qedexe kirine ya berdewam bûye, ne daxwaza Mîr Celadetî bo wezîrê navxweyê Îraqê maf daye û ne çend bizavên dîtir herwekî Mîr Celadetî bi xwe di hijmar 21´ê ya 5´ê HezÎrana 1933´ê da dibêjît: “Eve şeş meh in ku hikumeta Îraqê nahêle kovara me bikevît erdê Îraqê, heta nihu, ku bi hêvî ya ku hikumeta Îraqê emrê memnu'yetê rakit û wek berê destûra kovara me bidet me deng nekir, me çend caran merace'et kir, me ji wan ra da zanîn ku Hawar kovareka edebî ye û 'eleyhî darya Îraqê nekiriye û nakît jî. Paştir ne xwe û ne xwandevanên başûr bê hêvî diket û diyar diket ku dê helwestekê li ser vê çendê wergirît û dibêjît:“Me xwest, îro jî em dixwazin vê meseleyê bi qencî û dilxuşî safî bikeyin, bi hev mekevin, lê heke nebû hingî em jî fikir û gotina xo ser vê meseleyê bibêjin. Lê êdî bila li me negirin, me bihna xwe şeş mehan fireh kir, herwekî bi xwe dibêjin sûcê despêkerye (albadî avlim). (39) Herwekî di van peyvan da diyar dibît Mîr Celadetî viyaye bi her rengekî hebît kovar bigihîte xwandevanên wê li Îraqê, eger dewlet razî bû û mulet da eve baştir e û eger mulet jî neda eve wî hizra xwe li dergehekê dî kiriye bo belavkirina kovarê li Îraqê. Piştî vê hijmarê tenê du hijmarên 22 û 23 yên kovarê li tîrmeha 1933´an derdikevin û di wan hijmaran da jî nîşanek diyar nîne ku dergehên Îraqê li ber Hawarê hatibine vekirin. Hijmar 24 ya kovarê piştî şeş mehan anku yekê nîsana

1934´an dihête belavkrin. Di vê hijmarê da guherînek nû di Hawar ê da dirust bûye ku hemû berperên wê bûyîne latînî. Kovarê egera vê çendê diyar nekiriye, belê bi hizra min egera vê çendê ewe, 23 hijmarên berahiyê wek qunaxeka ezmûnî bûn bo tîpên latînî yên Mîr Celadetî, di van 23 hijmaran da ku kovar bi herdu tîpên 'erebî û latînî derdiket, tîpên latînî chê xwe girt û xwandevan lê aşna bûn. Nivîskar bi van tîpan hatine berhevkirin û ev qunaxe bi dawî hat, wisa jî dest bi rênivîsa nû ya tîpên latînî hate kirin. Piştî hijmar 24 tenê du hijmarên kovarê hijmar 25 li 19 Tebaxa 1934´an û piştî wê bi salekê hijmar 26 li 18 Tebaxa 1935´an hatine belavkrin. Êdî kovar bo demê nêzîkî şeş salan dirawestît heta hijmar 27 li 15´ê Nîsana 1941´an derdikevît. Paştir kovar berdewam dibît heta diwa hijmara wê hijmar 57 li 15´ê Tîrmeha 1943´an dihête belavkrin. Hindî peywendiya bi Başûrê Kurdistanê ve heyî, tenê yek babetê (Lawêkî Pişderî) di hijmar 24´an da bi navê (Mijde) û bebetekê Tufîq Wehbî di hijmar 26´an da bi navê (Mame Yare) ji berhemên nivîskarên başûr di van hijmaran da hatîne belavkrin. Ji vê qunaxê beref paş babetên nivîskarên vê parçeyê beref kêmiyê diçin. Dibît eve jî ji ber çend egeran bît. Ji wan jî: Nemana pişka rênivîsa 'erebî di kovarê da, negihiştina kovarê bi rêkûpêkî û berifirehî bo Îraqê. Derketina hindek kovarên dî li Îraqê wek kovara Gelawêj 1939- 1949´an ku ew valahiya nebûna cihekê belavkirinê li cem nivîskarên başûr pir kiriye. Di qunaxa paştir da anku qunaxa piştî nîsana 1941´an nivîskarên Başûrê Kurdistanê belê vê carê yên devera Bahdînan û yên bi diyalekta kirmanciya jûrî dipeyivin berhemên xwe li ser berperên Hawarê belav diken. Destpêka wan jî Seyda Salih îwisfî (1918- 1981) ye yê ku bi navê Salih Bamernî helbestek li jêr navê „Hêviya Me“ di hijmar 39 ya 15´ê şubata 1942´ê da belav kirî û piştî wî helbestvanên wek şêx Memduhê Birîfkanî û Enwer Mayî berhemên xwe tê da belav kirîne. Xwediyê kovarê di hijmar 24´an da bi navê (Name le bo lawanî kurd le 'Îraq) nivîsînek belav kiriye. Tê da diyar dibît ku qedexekirina Hawar ê li Îraqê hêj ya berdewam e. Belê ya

xwediyê Hawar ê di vê namê da lê digerît û pirsyar diket eve: Boçî lawanî Îraqî wek pêşu meqale û şê'ri bo Hawar nanûsin? Belê lew rojewe ke hikumete 'Îraq Hawar ê bo 'Îraq bendkirduwe. lawanî Îraqîş destî xoyan lê kêşawetewe. Ebwaye weha nebuwaye. Xwediyê Hawar di vê nameyê da didet diyarkirin ku berhemên nIvîskarên başûr nagehine kovarê Ji ber ku kovar nagehîte Îraqê û herwekî ew nivîskare di dilên xwe da bêjin: Nûsrawêk ke min le şiklî çap da neybînim boçî û bo kêy binûsim.(40) Paştir xwediyê kovarê rexnê li vê boçûnê digrît û daxwazê ji nivîskarên başûr diket berdewamiyê bi nivîsînê bo Hawar biden. Eger ew jî berhemên xwe yên çapkirî di Hawarê da nebînin dê neweyên (nivşên) paşerojê bînin. Piştî nêzîkî şeş salên rawestiyanê qunaxa duwê ji jiyê Hawar bi hijmar 27 li 15´ê Nîsana 1941´ê dest pê diket. Di van şeş salan da çend guherîn di kawdanê siyasî yê Kurdistanê û cîhanê da rûdiden. Li sala 1939 (Komela Hîwa) li Başûrê Kurdistanê dihête damezrandin. Rêkxistinên wê seranserî Başûrê Kurdistanê vedigrin, kadir û endamên Hîwa rolekê di rewşenbîrkirin û hişyarkirina xelkê, belavkirina kovara Hawar û çapkiriyên dî yên Bedirxan. Fêrkirina xelkê bi xwandin û nvîsîna kurdî bi tîpên latînî digerin. Di vî warî da hijmareke endamên komela Hîwa 1939- 1943 li Dihokê tekîd diken ku Hawar digehişte wan hemûyan, wan jî li deverê bi qutabî û cutyan dida xwandin. (41) Ji aliyekî dî ve destpêkirina şerê cîhanê duwê delîve li ber Mîr Celadetî vekirin ser ji nû li 15´ê Nîsana 1941´an dest bi belavkirina Hawarê biket û paştir kar di belavkirna kovara (Ronahî- Sham) Nîsana 1942- 1945 biket. Wesan diyar e di vê qunaxê da qedexekirina Hawar ê li Îraqê nemaye yan jî siviktir bûye û di vê qunaxê da kovar bi berfirehî digehişte Başûrê Kurdistanê û seranserî Îraqê. Lîsta aboneyên Hawarê ya nivîskar Dîlawer Zengî ji deftereka Mîr Celadetî wergirtî, belavkirî û bi pêdaçûna navên vê lîstê diyar e ev aboneye yên vê qunaxê ne. Li dûv serijimêriya me di vê lîstê da kirî 243 kesan li seranserî Îraqê pişkdarî di Hawar ê da hebûye. Ev pişkdare ne tenê li bajêr û bajarokên Kurdistanê bûne. Belkî li paytext û bajêrên naverast û jêriya Îraqê jî

bûne. Gişt tex û cuynên xelkê Başûrê Kurdistanê ji serkirde û kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar, rojnamevan, zanayên ayînî, şêxên terîqetê û serok 'eşîret, qutabî û mamosta û fermanber û kasbkar, dadwer û parêzer, efserên kurd di supayê Îraqê da, çend dezgehên rewşenbîrî û civakî yên kurdî, biyanî li Îraqî vegirtîne. (42) Eve jî nîşana hindê ye ku di vê qunaxê da Hawar bi berifirehî li nav kurdên 'Îraqê belavbûye û digehişte gişt tex û cuynên cuda cuda. Her divê qunaxê da wek pêştir jî hatiye diyarkirin bi karîgeriya Hawar û çapkiriyên dî yên Bedirxaniyan, bi handana komela Hîwa li Başûrê Kurdistanê bi taybet devera Bahdînan bizavên fêrkirina xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî bi rengekî baş belave bûye. Li vê rê hêja ye bêjîn pişkdariya nivîskarên Başûrê Kurdistanê ew ên di qunaxa êkê ya jiyê Hawar da bi berifirehî pişkdarî di berperên vê kovarê da kirî, di vê qunaxê da zor ya kêm bû yan jî ya degmen bû, bi hizra me eve jî dizivrîteve bo çend egerekan, ji wan jî: Di vê qunaxêd a Hawar ne tê bi tîpên latînî hatiye belavkirin û ew nivîskarên başûr yên di qunaxa êkê da pişkdarî kirî ew bûn yên bi tîpên 'erebî berhemên xwe belav dikirin. Di vê qunaxê da rojnamevaniya kurdî li Îraqê di kawdanekê baştir da bû, Pirtir delîve li ber nivîskarên başûr hebû. Berhemên xwe li kovar û rojnamên kurdî yên Îraqê wek (Gelawêj 1939- 1949) û rojnama (jîn) da belav biken. Belê di dawiya vê qunaxê ji jiyê Hawar ê da nivîskarên devera Bahdînan ya Başûrê Kurdistanê pêgihiştin û dest bi belavkirina berhemên xwe bi tîpên latînî di Hawar ê da kir, Eve jî despêkeke nû bû, Yekem car bû nivîskarên vê deverê pişkdariyê di rojnamevaniya kurdî da biken û pêşengê van nivîskaran jî (Salih îwisvî 1918- 1980) bû yê bi navê Salih Bamernî bi helbestekê pişkdarî di hijmar 39 ya 15 ê şubata 1942 ê da kirî, Piştî wî jî şêx Memduh di hijmar 50 da û Mela Enwer (Mayî) di hijmar 52´ê da û careka dî Salih Bamernî di hijmar 55´an da, paştir wan û hindek nivîskarên dî yên vê deverê pişkdarî di berperên kovara (Ronahî- şam :1942- 1945) da kiriye. (43) Li dawiya bebetî dêbêjîn zêdebarî karîgeriya Mîr Celadetî û kovara Hawar ê, çapkiriyên dî yên Bedirxaniyan li Başûrê

Kurdistanê eger kawdan bi vî rengî yê berdewam ba dê Hawar bi vî rengî berdewam ba û gehiştiba deverê. bizavên fêrkirina latînî di berdewam bane, em di wê baweriyê da ne sereray bê beşkirina devera Bahdînan di wê serdemê da ji xwandina kurdî bi rengekî resmî û bê beşkirina wê ji jêderên rewşenbîriya kurdî da bizaveke xwandevanî, rewşenbîriya kurdî ya xurt li deverê peyda bît. Chinku şûnewarên wê texa xwandevanan yên bi karîgeriya Hawar ê û berhemên dî yên Mîr Celadetî di wê qunaxê da fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi tîpên latînî li deverê bûyîn heta van salên çûyî jî ya diyar bû. Jêder û perawêz: 1.

'Ebdulla zengene û Refîq Salih, raberî Rojnamenûsî kurdî, kovara rojnamevanî, hijmar 11- 12, Hewlêr 2003, bip 144156. 2. Cemşîd Heyderî, kovara Hawar, kovara Rojnamevanî, hijmar 5, Hewlêr 2001. 3. Konê Reş, Alamîr Celadet Bedirxan (Hyate û fikre), Dîmeşq - 1992, bip 46. 4. Konê Reş, jêderê çûyî, bip 49. 5. Konê Reş, jêderê çûyî, bip 50. 6. Rohat Alakom, Xoybun û Pure Akrî,mrac'e:şkur mêgfî, (Arbîl:1999), bip290. 7. Dr. Kemal Mezher, çend lapereyek le mêjûy kurd, bergî duwem, (Hewlêr:2001), bip 209. - Hejiye li vê rê bêjîn liqekê Xoybun li bajêrê Musilê jî hebû. binêred. 'bdaliftah 'lî Botanî, alhyae alhizbye fî alimwêl,(Arbîl:2003), bip314 – 315 8. Rohat Alakom, heman jêder, bip24. 9. Kurdistanî 'îra qle bellgenamekanî wezaretî derewey Berîtaniya da, û: Selman 'Elî, (binkey jîn- Slêmanî: 2005), bip83. 10. Konê Reş, heman jêder, bip 5- 10. 11. Le Celadet Bedirxanewe bo Huznî Mukiryanî, û: Dr. Osman Reşîd Muftî, kovara rojnamevanî, (Hijmar 9: Havîna 2002),bip 108 .- Bo hemû hijmarên kovara Hawar me mifa ji çapa kombenda kawe, (Hewlêr:2001) wergirtiye û deqên me ji kovarê wergirtîn tenê me li dûv rênivîsa niha guherîne. 12. Heman jêder. 13. Xweyî yê Hawarê, kovara Hawar, (hijmar 10: çiriya berî 1932), bip 6- 8.

14. Kovara Zar Kirmancî ku hijmara wê ya yekem li 25/5/1926 derketî, ji hijmar 23 ya 4 ê HezÎrana 1930 ve rawestiyaye û dubare hijmar 24 li 23 tîrmeha 1932 derketiye, dubare li bo diwa car rawestyayeve. 15. Tîşkêk bo ser govara Rojnamevanî, (Hijmar: 5-sala 2001), bip 7. 16. Hawar, (Hijmar3:15 xzÎran1932), bip3. 17. Hawar, (Hijmar 6:8 Tebax1932), bip1- 2. 18. Hawar, (Hijmar 8: 21 îluna 1932), bip 8. 19. Hawar, (Hijmar14: 13 çileya berê 1932), bip 4. 20. Hawar, (Hijmar 22: yekê Tîrmeha 1933), bip 5. 21. DR.Kemal Mezher, jêderê çûyî, bip 353. 22. Heman jêder, bip 384. 23. Hawar, (Hijmar 22: Tîrmeha 1933), bip 4. 24. Hawar, (Hijmar11:10çiriya paşî 1932), bip 4. 25. Hawar, hijmarên 12 û 14. 26. DR. Kemal Mezher, heman jêder, bip. 27. Hawar, (Hijmar3: 15 HezÎran 1932), bip 3. 28. Hawar, (Hijmar 10: 23 chiriya berê 1932), bip 1- 2 29. Hawar, (Hijmar 11: şubata 1933), bip 1- 2. 30. Hawar, (Hijmar 21: 22 çileya paşî 1932), bip 2- 4. 31. Hawar, (Hijmar 10: 23 çiriya berê 1932), bip 1- 3. 32. D. Ewrehmanî Hacî Marf, nûsînî kurdî be elf û bêy 'erebî, (Bexda:1986), bip 15- 25. 33. Cemal Nebez, nûsînî kurdî be tîpî latînî, (Bexda:1957), bip 5. 34. Kovara Ronahî, (Hijmar 1: Sham- Adara 1943), bip 1011. 35. Kovara Dihok, dîdarek digel hêja Mihemed Se'îd Miftî, (Hijmar 17 - Tîrmeha 2002), bip 20. 36. DR. Kemal Mezher, heman jêder, bip 335. 37. Heman jêder, bip 354- 356, deqê namê bi 'erebye û hîçjayê Dr. Kemal Mezher ji badekên nvîsîngeha taybeta wezareta navixweya 'Îraqê wergirtiye. 38. Heman jêder, bip 358. 39. Hawar, (Hijmar 21: 5 HezÎrana 1933), bip 1. 40. Hawar, (Hijmar 24: 1 Nîsana 1933), bip 9. 41. Selah Hirurî, me endamên Hîwa ji bîr kirîne, rojnama Birayetî, hijmar 2289- 2290,Adara 1997. 42. Kovara Pris, (Hijmar15: Payîza 1988). 43. Musedeq Tovî: Ronahî Vekwaynek Dîrokî Rewşenbîrî, (Hewlêr: 2005), bip 18 - 19.