Ragihandina Başûr navgîna populîzmê ye

Serbest Rêzan

Neteweya Kurd bi kesayeta ronakbîr Mîqdat Mîdhat Bedirxan 112 sal berî niha li Qahîreya Misrê bi navê Kurdistan hîmê rojnamegeriya kurdî avêt. Piştî 112 salan, li ser vî hîmê ku hatiye danîn niha bi dehan televîzyon, radyo, rojname, kovar û ajans û malperan weşana xwe dikin. Her wiha di warê ragihandina dengê kurdî ya ji bo raya giştî ya cihanê jî xwedî erkek mezin e. Li aliyê din gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşa vejînê ya PKK‟ê re şorşeke din ya çandî, Ronakbîrî di kevneşopiya rojnameya Kurdistan de bi pêşxist û di mercên zehmet de bi dehan rojname û kovarên bi zimanê dayikê kurdî derxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi hilweşandina rêjîma Baas re li seranserî Herêma Kurdistanê derfetên ku amûrên ragihandinê zêde bibin çêbûn. Bi sedan dezgehên ragihandinê weke rojname, kovar û TV‟ên herêmî û neteweyî hatin avakirin. Xilasbûna ji rejîma Bass‟ê weke di hemû qadan de di qada ragihandinê de jî li Herêma Kurdistanê pêşveçûnek bi xwe re aniye. Lê dema em vê yekê tînin ziman nayê wê wateyê ku em neyînî û kêmasiyên di ragihandina kurdî de li Başûrê Kurdistanê rexne nekin û weke rojev negirin rojeva xwe. Başûrê Kurdistanê piştî raperîna sala 1991‟an dema xwe a herî baş jiya, ji ber cara yekemîn bû Kurd di dîroka başûrê welêt de derfeta saziyên çapemeniyê di bin sêwana rêvebiriya Kurdan de dîtin û jiyan, lê mixabin ji ber bêtecrûbetiya partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê di warê ragihandinê û cûdahiyên di navbêra partiyên li başûr, asta tê xwestin di warê ragihandinê de nehat girtin. Di sala 1991‟an û vir ve bi sedan Rojname, Kovar û bi dehan TV‟ên herêmî û esmanî dest bi weşanê kirin. Helbet ev cihê şanaziya civaka Kurdane.

Ragihandin di Destê Desthilatê de ye Qûnaxa rojnemegeriyê li Herêma Kurdistanê, pişti Raperîna sala 1991‟an bi rêveberî û aliyên siyasî ve hate pêşxistin, lê mirov dikare ji bo Başûrê Kurdistanê vê weke despêkekê bi nav bike. Her çiqas bi têkçûna rejîma Baas re li Herêma Kurdistanê hin dezgehên ragihandinê ên serbixwe hatibin damezrandin jî lê di bingeha xwe de rojnamegeriya kurdî li başûr ji bin siya desthilatdariyê bi awayekî klasîk heya roja îro jî berdawam dike. Li Herêma Federal a Kurdistanê du xalên sereke ên di ragihandinan de hene, her gav xwe didin der. Xala yekemîn nebûna sansûra li ser ragihandinê ye. Nebûna sansûra tund, her çend tê wateya ku li Başûr azadiya ragihandinê heye, lê ev di wetayeke din de jî, em nikarin bêjin rojnamevan li Başûr azad in, ji ber vê xalê dema nirxandin li ser sansûrê tê kirin mirov matmayî dimine, hem sansûr nîn e, hem jî azadiya ragihandinê nîne. Ev nakokiya ku derdikeve ji ber ragihandina Herêma Kurdistanê serbixwe nîn e û ragihandineke girêdayî hêzên siyasî û partiyan heye. Raginadin li Herêma Kurdistanê bûye ragihandinên hizbî, rojname û kovarên derdikevin hemû weke kirasê partiyan e, ev şêwazê ragihandinê nikare bibe hilbijêr û nikare ragihandina muxalîf derxin. Xala duyemîn heya demekê nebûna zagoneke ragihandinê bû. Zagona ragihandinê ya ku ji aliyê Perlamana Herêma Kurdistanê ve di sala 2009‟an de hatibû pejirandin jî, ji aliyê sendîkaya Rojnemavanên Kurdistanê ve û ji aliyê gelek rojnamevanan ve nehate pejirandin. Ji ber ku di nava zagonê de xalên bi nakok hebûn. Xala rastî nerazîbûnên rojnamevaniyê hat, xala 4‟an bû ku rojnamevan bi xalên terorê tê darizandin. Dema rojname yan rojnemevan agahiyên şaş yan nûçeyên xelet di derbarê rayedarên Başûrê Kurdistanê de çêkin û bi armanca siyasî bi kar bînin yekser xala 4‟an a darazê dikeve meriyetê. Herwiha zagona ku ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve mafê mîsogerkirina jiyan û pêşeroja rojnamegeran nîn e. Ev mijar rastî nerazîbûnê hat.

Gihandina Başûr û Helwesta Neteweyî Ji ber rewşa siyasî li Herêma Kurdistanê rojnamegeriya kurdî di warê yekîtiya netewî de xwedî hewlestên lewaz û cihê rexneyê ne, lê belê her çende ev yek cihê rexneyê be jî em dikarin bêjin ev yek hêdî hêdî tê rakirin û hêviya pêşveçûna rojnemegeriyê li Kurdistanê pêş dixe. Weke mînak çalakiya şiknandina ambargoya li ser Qendîlê, ku ji aliyê komek rojnamevanê Herêma Kurdistanê ve hatibû destpêkirin, dîsa piştgiriya ku ji aliyê rojnamevanê Başûrê Kurdistanê ji bo çapemeniya azad li Bakurê Kurdistanê û piştgiriya sendîkaya rojnamevanê Kurdistanê û xwedîderketina rojnamevanê Başûrê Kurdistanê li siyastmedarê Kurd Ahmed Turk di dema êrîşê û xwedî derketin li Leyla Zana û şandina nameya ji NY û saziyên navneteweyî re, pêngavên pîroz in. Xala din pêwîst e bê ziman erka rojnamevanê Kurd ên veguhestina bûyerên ku li perçeyên din ên Kurdistanê diqewimin ne. Li perçeyên dîn ên Kurdistanê û buyerên li Başûrê Kurdistanê di qewimin bi awayekî zindî ragihînin cihanê û civaka Kurd. Ji ber civak bi buyerên xwe ên xweş û nexweş dibine yek. Di vî derbarî de roleke pîroz dikeve ser rojnamegeriya Başûrê Kurdistanê, ger karibe vê rola xwe bilîze. Lê mixabin bi dengê kanalên Tv ne jî rojnameyê başûr ên bi taybet nêzî desthilatê li hember buyer û êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bi bêdengiya xwe parastin û di çarçoveya berjewendiyên xwe ên aborî bi Tirkiyeyê re, tu tiştê din nedîtin. Bûyerên Bakurê Kurdistanê tirajediya desthilatên başûr û ragihandina viya datîne holê. Dîsa propagandaya hilbijartina Iraqê a 7‟ê Adara îsal tabloyeke reş nîşanî raya giştî da. Ragihandina başûr bûye navgîna şerê di navbera aliyên siyasî û tasifiyekirina hesabên navxwe ye. Weke mînak dezgeha Xanda ragihandinê û rojnameya ASO ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Behrem Salih ve tê bi rêvebirin, li dijî Rojnameya Nêşîrwan Mustafa dinivîse û berovajî vê rojnameyê jî li dijî ASO bi şermezarkirinê dinivîsîne. Dîsa rojnameya Camawer ji aliyê Mele Bextiyar ve tê birêve birin li dijî dezgeha Aras ya çap û belav kirinê ji aliyê Bedran Hebîb ku yek ji endamê DPK‟ê ye dinîvîsîne û hrw.

Ragihandin Navgîna Reklamê ye Şêwazekî din yê ragihandina Başûr ew e ku berdewam partî û aliyên siyasî bixwazin rojnameyên serbixwe ava bikin, beriya her tiştî şirketê avadikin û di siwana şîrketê de rojnameyan derdixin. Ev rojname her çendê di dîtinê de serbixwe û di naverok de girêdayî aliya ne. Weke mînak rojnameya Hewlêr Post ku xwe weke rojnameyeke serbixwe nîşan dide. Lê ew ji aliyê Nêçîrvan Berzanî ve tê fînansekirin û bi hevkariya Fethullah Gulen û Ajansa CIHAN bi zimanê tirkî li Hewlêrê derdikeve. Rojnameya Berzan navê wê rojnameya serbixwe ye, lê di bingeh de a PDK‟ê ye. Ji wan rojnameyan hin nimûne: Rojnameya Hawalatî bi dengê muhalefetê tê naskirinê, hêza wê ya muhalefetê kêm e. Rojnameya Berzan ji aliyê Şîrketa Berzan ve derdikeve û xwe serbixwe nîşan didin. Rojnameya Rojname ji aliyê Şîrketa Wişe ve derdikeve rojnameya fermî a Tevgera Goran e Rojnameya Rudaw ji aliyê Şîrketa Rudaw ve derdikeve û fînansa xwe ji Hikûmeta herêmê digire. Her weke van rojnameyan bi dehan kovar û radyo hene bi vî rengî derdikevin. Ji derveyî mijarên ku li jorê hatine nîşandan, mirov di kare lawaziya ragihandinê di hin xalên din de jî rêz bike. Rojnamegeriya kurdî hîna negiştiye qalibê pisporiyê. Dibe ku hin saziyên ragihandinê li başûr çalak bin, lê di warê berhem girtinê de lewaz in. Di ragihandinê de rexne û perspektîf heye, lê ev dê çawa bê sererastkirin rêbaz nîn e. Di wateyeke din de li başûr rojnamegeriyeke seqet heye. Xala herî giring jî ragihandina Başûr hîna negihştiye asta ragihandineke berfireh. Berovajî vê yekê di bin navê ragihandina azad û ragihandineke alternaltîf de rêbazên ku civaka Kurd napejirîne didin jiyandin. Ji van rêbazan ji pirsgirêkên esas zêdetir bi pirsgirêkên dawî re mijûl bûn. Mêjiyê civakê tevlî hev kirin. Hevkariya bi ragihandinê welatên weke Tirkiye û Iran li ser hesabê hêz û

aliyên din ê Kurdistanê, ev mijarên ku min anîne ziman li başûr kevneşopiya rojnamegeriya kurdî dide winda kirin û xwendekarên xwe winda dike. Gihandina Azad Civaka Azad e Weke encam li Herêma Federal a Kurdistanê ragihandineke xwedî pêşketinên teknolojiyeke dewlemend e, lê ev pêşketinên teknolojîk û derfetên madî nayên veguhestin, azmûneke pisporî, ku guhertineke zihnî û zanistî bi xwe re biafrîne. Li başûr ragihandin bi armanca berhevkirina sermayedariyê mijûl dibe, ji bo vê yekê weke ku ragihandin giringiyê dide Reklam û çanda populist, giringiyê nade çand û meseleyên neteweyî ên Kurdistanê. Feraseta ragihandina Herêma Kurdistanê, feraseta desthilatdariya kapîtalîzmê ye. Pêşxistina rojnamegeriya kurdî li başûr di riya pêşxistina ragihandineke sivîl û serbixwe re derbas dibe. Ji bo pêşxistineke azadiya ramanê di qadê civakî de, pêwistiya civakê bi ragihandineke azad heye. Bi ragihandineke azad û bi rojnamegeriyeke birûmet em dikarin xwe ji bandora ragihandineke bi dûvik û girêdayî desthilatê xilas bikin. Ji bo em karibin erka xweparastina ji asîmlasyona çandî pêkbînin û bigînin ragihandineke layîq gelê kurd û mirovahiyê. Divê em xwe bigihînin ragihandineke serbixwe û azad ku bingeha xwe ji Mezopotamiyayê bigre. Li Başûr Mîhrîcana Rojnamegeriya Kurdî Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê (KJS) Ferhad Awnî, 112 saliya çapkirina yekemîn rojnameya kurdî li rojnamegerên Kurd pîroz kir. Awnî diyar kir ku îsal bi mîhrîcanekê vê rojê bi bîr tînin û got: “ Şikefta Casane ya ku ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de rojnameya „Bangê Heq‟ lê hatîye derxistin tê ziyaret kirin.” Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Ferhad Awnî, ji ajansa me DÎHA‟ê re axivî balkişand ser Mîhrîcana 112 mîn saliya derketina Rojnameya Kurdistan di 22‟ê Nîsana 1898‟an de ji aliyê Mîqdat Mîdhed Bedirxan ev hatiye derxisin. Rojnamayê Kurdistan tenê 31 jimar jê hatiye belavkirin û heya niha tenê 30 hejmarên wê hatine dîtin û peydakirin. Awnî anî ziman ku Şikefta Casane ya ku ji aliyê

Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de rojnameya „Bangê Heq‟ lê hatîye derxistin tê ziyaret kirin. Şikefta Şêx Mehmûd rojname lê derxistî tê ziyaretkirin Awnî, derbirî ku ji ber di 22‟ê Nîsanê de yekemîn rojnameya kurdî hatiye belavkirin, ev roj wek roja rojnamegeriya kurdî hersal tê bi bîranîn û wiha got: “Di roja dûyemîn a mîhrîcanê de roja 22‟ê Nîsanê li Şikefta Casane mîhrîcan tê lidarxistin. Ev yek jî ji ber ku Şikefta Casane ya ku ji aliyê Şêx Mehmûd Berzencî di demê tengasiyê de, ku ji aliyê Inglîzan ve hatiye mecbûrkirin ku ji bajarê Silêmaniyê derkeve. Wê çaxê rojnameya „Bangê Heq‟ lê hatîye derxistin tê ziyaretkirin.” Yekemîn Çapxaneya Hatiye Başûr jî nayê jibîrkirin Awnî, derbirî ku di rojê 22-23‟ê Nîsanê de li bajêrê Hewlêrê gelek semîner û çalakiyên cur bi cur di derbarê rojnamegeriyê de tên birêvebirin. Awnî da zanîn ku yekemîn çapxaneya hatiye başûr jî nayê ji bîrkirin û wiha dom kir: “Ji ber vê roja 25‟ê Nîsanê jî mîhrîcan li Qezaya Rewandûz tê lidarxistin. Ji ber ku sala 1925‟an rojnameger Hûsên Hûznî Mukiryanî, bo cara yekemîn çapxane ji bajarê Heleba Rojavayê Kurdistanê aniye Başûrê Kurdistanê. Ev çapxane li Rewandûz bi kar anîye û rojnameya zaravayê kurmancî bi vê çapxaneyê çap kiriye.” Ferhad Awnî, silavê xwe ji bo malbatê Bedirxaniyan şand û destnîşan kir ku rola malbata Bedirxaniyan di çapmeniya kurdî de mezin e.