Bi helkeftina salvegera 112´mîn a rojnamegeriya kurdî. Bi boney derçûna yekemîn rojnameya kurdî bi navê „Kurdistan“ ewa ku mûma xwe ya pêşin di 22ýê Nîsana sala 1898´an de, bi pênûsa Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîre, paytexta Misrê pêxist. Me xwest danasînek zor kurt bi rojname û kovarên Rojavayê Kurdistanê yên li ser kaxezê; çi yên xurû bi kurdî, û çi yên bi kurdî û erebî weşîne û diweşin, ji xwendevanên kovara "Lekolîn" ya Instituta Kurdî pêşkêş bikim. Me baştir dît ku nivîsa me, li ser du xelekan were dabeş kirin. Di xeleka yekem de, emê kovar û rojnameyên ku li welêt weşîne û diweşin, bidin nasîn. Û di xeleka duhem de, yên ku li dervayî welêt weşîne bi xwendevanan bidin nasîn. Hêjayî gotinê ye, ku wê gelekî baş biba, ger me karîba li ser kovarên ku dîroknivîs û rojnamevanê Kurd ê navdar Husên Hiznî Mokiryanî; ewên ku di navbera sala 1915-1925´an, li bajarê Helebê diweşandin: „Çiyayê Kurmanc“, „Dîyarbekir“, „Soran“, „Botan“, „Kurdistan“ rawestiyana, lê sed mixabin ev kovarên hanê li tu cihî nayên dîtin.
Weşanên li welêt derçûne û derdiçin KOVAR: 1- Hawar: Piştî têkçûna gelek serhildan û şoreşên kurdî, mîr Celadet Bedirxan û birayê xwe Kamiran digihên wê baweriyê ku Kurd û Kurdistan tenê bi hilgirtina çekan ji nîrê bindestî û nezaniyê rizgar nabin. Li rex mêrxwasiyê pêdiviya Kurdan bi
şoreşeke çandî û zanînê heye, loma mîr Celadet dest bi weşandina kovara „Hawar„ ê kir. Di sergotara hejmara yekê de weha hatiye: (Hawar dengê zanînê ye. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e). Helbet wek em tev dizanin ku berî çapkirina Hawarê bi çend salan mîr Celadet mijolî Alfebeya kurdî bi tîpên latînî kiribû û bi weşandina Hawarê re belav kir. Eva han jî cara yekemîn bû ku Kurda dest bi nivisandina tîpên latînî kir, ku roja îro sêçarîkên gelê Kurd van tîpan bikar tîne. Hejmara pêşin ya vê kovarê di 15 Gulana 1932´yan de, ronî dît. Xwedêgiravî ev kovar du hefteyî ye. Hejmara dawî (57) di 15´ê Tebaxa 1943´yan de, derçûye. Hemî hejmarên vê kovarê di bin serpereştiya mîr Celadet û li bajarê Şamê li „ Çapxana Kerem„ çap bûne. Ev kovar li Şam, Cizîr, Efrîn û Kobaniyê bi giştî belav dibû. Hejmarin hindik jî li Başûrî welêt û Bexdadê, û hin dewletên din dihat belavkirin, wek Urdin û Misirê. Celadet Bedirxan bi gelek navan di Hawarê de nivîsên xwe belav kirine. Herweha nivîsên Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn û gelekê dîtir cihê xwe di kovarê de girtine. Pirtirî carekê hemî hejmarên kovara „Hawar„ ê li Ewropayê ji nû ve hatine çapkirin. Çapa dawî ya kovara „Nûdem„ ê, sala 1998´an bû; ku hejmara 1-23´an, di cildê 1´ê de, û ji 24-57´an di cildê 2´yan de hatine çapkirin. Li rex çapkirina kovarê, 13 pirtûkên curbicur bi navê weşanên Hawarê hatine çapkirin. 2-Ronahî: Kovara duwemîne ya ku mîr Celadet Bedirxan derxistiye. Hemî hejmarên wê jî di bin çavdêriya wî de li Şamê çap bûne. Hejmara pêş di roja Çarşemê 1´ê Nîsana sala 1942´yan de, derçûye, û ya dawî 28´ê di Adara 1945´an de derketiye. Du tiştên balkêş di vê kovarê de peyda dibin. Ya pêşîn, ku xurû bi kurdiya latînî derçûye, û ya duhem, naveroka wê bi giranî li ser bûyerên cenga cihanê ya duwem, ligel wêneyan e. Hemî hejmarên vê kovarê di yek cildî de, ji lay weşanxana
„Jîna Nû„ li Swêdê di sala 1985´an de, hatine çapkirin. Lê, wekî me li ser zimanê hevjîna wî Rewşen Bedirxan bihîstiye, herweha di hin cihan de xwendiye, ku sedema rawestandina „Hawar„ê tenê diravî bû. Heya tê gotin ku carekê mîr Celadet neçar dibe tiştên mala xwe bifroşe da Hawarê çap bike. Ne tenê hew, belê wekî tê gotin; da ku C. Bedirxan kovara xwe derîne, neçar dibe here li dora Şamê çandinêyê bike, û wekî em hemî dizanin li wir di 15.7.1951´ê de, di bîrê wer dibe û diçe ser dilovaniya xwe. Vêca pirs li vir ew e: Gelo eger wisa be, ma çima Celadet Bedirxan wê di salekê de du kovaran bi hev re derîne?. Çima nivîsên Ronahî bi giranî li ser çenga cihanê ne? Bi dawîbûna cenga cihanê re, Rohanî jî hat rawestan? Gelo tu girêdan di navbera wan de heye?? 3-Agahî: Piştî rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan “Hawar û Ronahî”, yekemîn kovar derçûye. Hejmara pêşin di sala 1966´an de, hatiye weşandin. Hejmara dawî 19´ê, dîroka derçûna wê bi dest me de nîne. Kovareke serbixwe bû. Mele Hesenê Kurd (Hesen Hişyar) bi tenê diweşand. Li ser eniya wê wisa hatiye: „Kovareke Siyasî, Tarîxî, Edebî ye. Bi daxuwazek xuser dertê“. Li gorî xwediyê wê dibêje, ku: „armanc ji derxistina vê kovara nihênî, ya ku li ser tîpnivîs çêbûye; wekî diyare ji rewşenbîr ve, û bi sedema zor û sitem li Rojhilata Navîn; hînkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li Kurdistanê, tiştekî tawanbar e, bi qasî tawanbariya bazirganiya bi muxedîrat, belê jê bêhtir.“ Em Kurd ji bo xwe ne, ne dûvikê Rohilat û Roava ne, berî her tiştî girîng e, baweriya me bi me hebe. Ebada hejmara yekemîn (20-40) bûye. Rûpelên wê di navbera (14-34) bûn. Gotarên ku tê de dihatin weşandin jî, hemû ji nivîsên xwediyê wê bûn. Tenê du helbest û nameyek ne yên wî bûne; helbestek ya helbestvan Ehmedê Palo bûye, û ya dinê ya Hemze Beg bû. Name jî ya Profîsor Qanatê Kurdo bû, ewî ev name di sala 1956´an de, ji “Komela Zanistî û Hevkariya Kurd“ re şandibû. Lê belê, gelek kes ji rewşenbîr û hevdemên Hesen Hişyar dibêjin ku ev kovar di nav Kurdan de, belav nebûye, heger ewqas hejmar jî nivisîbin, ewî hemû li ba xwe hêştine. Lê pirs ew e: Gelo ji bo çi mirovekî wek H. Hişyar wê hejmarên
kovarê binivîse û li mal veşêre? Ez wer guman dikim ku ewî newîrîbû kovara xwe bi firehî belav bikira, ta ku ew neyê girtin. Mirov vê encamê ji gotina kurê wî “Gorgîn“ jî bîhn dike, gava dibêje: “Agahî “ di derfeteke rêzanî zor-zehmet de derdiket... 4-Gulistan: Yekemîn kovar, bi şêweyekî giştî derçûye û hatiye belavkirin di nav Kurdan de. Hejmara pêşin di Nîsana sala 1968´an de, derçûye. Ya dawî (28) di sala 1996´an de weşiyaye. Gulistan xwe wisa dide nasîn: „Kovarek torevanî û civakî ye.“ Di bin çavdêrî û rêveberiya “Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê ” ew derdiçû û dihat belavkirin, bê ku navê partiyê li ser hebe. Helbestvanê Kurd yê gewre Cegerxwîn sernûserê wê bû. Piştî koçbarkirina seydayê Cegerxwîn, di bin serpereştiya Ezîz Dawid de, derdiçû, lê dema (PDPKS) bû du qet, nivîskar Ferhad Çelebî bû sernûserê wê, û sê hejmarên dawî bi çapeke orcînal ciwan, bi ebada (14/20) weşandin. Çend tablowên, rengîn xweşik ji rex çend hunermendên Kurd ve hatine nîgarkirin, di hejmara dawî de, hatine. Sala 1997´an tevî kovara „Bihar„ê bû û nema diweşe. Hêjaye em bêjin ku kovara “Gulistan” bi kesayetiya Cegerxwîn hemû rewşenbîr û nivîsevanên wê demê li dor xwe civandin û roleke wê ya payebilind di pêşxistina çanda kurdî de hebû, bi taybetî di hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî de. Seydayê Cegerxwîn bi va malikan, “Gulistan”ê pêşkêşî xwendevanan kir: Ev kovar kovara te ye Ev bax û gulzara te ye Têde darek xweş biçîne Ev dar nivîsara te ye Wekî têbîn, hin hejmarên dawî yên kovara “Gulistan“ê bi navê “Gulîstan“ hatine weşandin, ango li şûna (i) bûye (î). Eva han şaşiyeke gewre ye, çimkî cudahiyek mezin di navbera herdu wişan de heye. 5- Pêşeng: Rêxistina “Girêdana Marksîstên Kurd”, kovareke bi navê “Pêşeng“ di bin serpereştiya mamoste Menanê Qenterê li Efrînê (Çiyayê Kurmênc), dihat diweşandin. Li ser
daxwaza me, Dr. Ebdilmecîd Şêxo (ew bi xwe endamekî Girêdanê bû), ev agahî dan me: Hejmara yekem di sala 1976´an de, derket. “Pêşeng” kovareke rêzanî, çandeyî, wêjeyî û civakî bû. Ta sala 1982´an (6) hejmar jê derketin, rûpelên wê derdora (40-50) rûpelî bûn. Piştî cidabûnên rêzanî têkel di nav endamên rêvebiriya (GMK) li Ewropa çêbûn; sedemên wê jî, bi du xalan têne kurtkirin: 1- Helwesta Girêdanê ji Sovyet û siyaseta wê li hundir û derve. 2- Helwesta Girêdanê ji hêzên Kurdistana Bakur û bi taybet ji (PKK), ango, „Girêdan„ ligel şoreşa nû, ji bo serxwebûnê ye, lê na? Beşekî digot erê, em ligel in û pêwîst e em piştvaniya vê baweriya nû di kovarê de bikin. Û beşa din, digot na; ji ber ku, ev rêxistina nû, partiyeke çeprewe û nikare şoreşeke pêşverû bike. Û ta ku “Girêdan“ ne be du girêdan û hejmarên partiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê pirtir nebin, hevalên Girêdanê bê şer û devavêtinên vekirî, karê xwe rawestandin, û nema “Pêşeng“ derket . 4- Rêk: Kovara “Partiya Sosyalîsta Kurd li Sûriyê” bû. Di bin serpereştiya nivîskar Miherem Hesen (Cankurd) de, diweşiya. Li gor Cankurd dibêje, ku li ser sîngê wê weha nivisîbû: „Xebat ji bo pêkanîna Sosyalîstê li welêt. -Xudmixtarî (El-Îdare El-Miheliye) ji bo gelê Kurd li Sûriyê„. Kovara “Rêk“ bi zimanê erebî û kurdî diweşî. Beşê bi zimanê kurdî, tenê ji bo çanda kurdî hatibû terxandin. Rûpelên wê derdora (30) rûpelî, bi ebada (14/20) bû. Sernûserê wê Cankurd ji me re got: “Kovara me “Rêk“, li gor texmîna min (67) hejmar ta sala 1979´an, derçûn”. Lê em jî texmîn dikin, ku kovara “Rêk“ piştî sala 1979´an, ji ber sedemên rêzanî, nehat weşandin. 5- Gelawêj: Hejmara yekem di sala 1979´an de derçûye. Hejmara dawî (27-28) di sala 1996´an de, weşiye. Gelawêj xwe weha dinasîne: “Kovareke rewşebîrî giştî ye”. (Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê -El-Partî-) diweşand û belav dikir. Çend hejmarên pêşî navê partiyê li ser hebû, lê pê re nav ji ser hate hilanîn. Pirê hejmarên wê bi ebada (21/29) li ser daktîlo hatine çapkirin, lê hindikên dawî bi ebada (17/25) weşîne. Di sala 1997´an de, ew jî tevlî kovara “Bihar“ bû. Ji rêdaksiyona wê: Mecît Haco hebû.
Lê piştî parçebûna dawî ya partiya “El-Partî“, sala 1999´an ku El-Partî, baskê bi rêveberiya Nezîr Mustefa çend hejmar weşandin û ya dawî derçûye (33) ê, di sala 2007´an de bû. 6- Gelawêj 2: Belê piştî hejmara (10)´ê, kovara “Gelawêj” li gorî parçebûna PDKS-El-Partî- bû du “Gelawêj”. Yek wekî me li jor nîşan kir ku -El-Partî- diweşand. Û ya dinê ji hejmar (11-19) “Partiya Kar ya Demoqrata Kurd li Sûriyê”, li ser daktîloyê diweşand, hîngê navê partiyê bi tîpên pêşin li ser hebû. Ebada wê (21/29) bû. Helbet P.K. pêre li tevlîbûnekê bû “Partiya Yekbûyî“, evê partiyê jî (5) hejmar Gelawêjê, ji hejmara (20-24) bi kirasekî bedew, ango bi çapeke ciwan û xweşik, bi ebada (17/25) derxist, bê ku navê partiyê li ser were dayîn. Li ser eniya wê wisa hatibû dayîn: “Kovareke çandî, torevanî û serbixwe ye, her sê mehan hejmarek dertê”. Ev dûrişme jî li ser bergê pêşin hene: “Armacên kovarê ev in: A- Fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê dê. B- Parastina folklora gelê me ji wendabûnê û danasîna wê. C- Hezkirina aştî, dostanî û merovperestiyê”. Pêre wekî tê zanîn Gelawêj ligel kovara „Rê„ ya Partiya Pale ya Kurd li Sûriyê, ya ku bi zimanê erebî derdixist, û „Stêr„ (hejmara sêwî), ya Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê – Baskê Hesen Salih û Fuad Elîko, tev lihev bûn, û kovareke din bi navê “Pirs” li şûna wan derket. 7- Stêr: Hejmara yekem di serê sala kurdî de; Newroza 1983´an de derçûye. Li ser sîngê wê wiha nivisîye: “Kovara wêjeyî û çandî”. Û di pêşgotina jimara yekê de weha hatiye: “… hemî şaxên xebata mirovanî ya gelê me pêşveçûneke diyar dibînin. Meyzênin li saz û stranên kurdî, weke kulîlkên biharê li her derê Kurdistanê şîn û tên. Pirtûk, ferheng, helbest, çîrok, wêne–carna tiyatro û sîneme jî– karên kûltûrî yên din, tevlî pêwendiyên çetin roj ji ya din bêhtir dibin û digihin pêpelûkê bilintir. Rewşa siyasî ya gelê me çetintir dibe, lê tegiştinên kûrtir ji vê rewşê re peyda bûne û pir rêkxirawên Kurd çareyên rêyal di xebatê de sipertî xwe dikin. Ji bona guhertina vê rewşa ne dirist.” Ev Kovara dinav destê we de jî, netîcek mezinbûna vê xebata mirovanî, kûltûrî yê gelê me ye. Ji alîkî ve hijmara xwendevanên zimanê kurdî û yên xweşiya wî nasdikin bêhtir bûne, ji
aliyê dinve jî nivîsên bi kurdî bêhtir bûne, xweştir û giranbihatir bûne. Bê goman, em pir kêfxweş û şan e bi derxistina kovara “Stêr“ di destpêka sala kurdî nû de -Newroza 2595´an-. Komîta kovarê hemî pîr û kal, jin û mêr, keç û xortên miletê xwe bi baq û gurzên gul û beybûnan pîroz dikin, hêvîkariya xweşî û geşî û pêşveçûna wan dikin. Cejna we pîroz be.” Hejmara dawî (25) di sala 1994ê de, derketiye. Her çendê navê partiyê li ser bergê wê nehatiye, lê ji hemû rewşenbîr û cemawerê kurd ve diyar bû, ku “ Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê ” wê diweşîne û belav dike. Ji rêdaksiyona wê: Nivîskarê rastgo Rezo Osê yê ku di 4. 3. 2010´an de çûye ser dilovaniya xwe û Zagrosê Haco (Bilorvan) hebû. Ebada pirê hejmarên wê (21/29) li ser daktîlo çap bûne, ji bilî çend hejmarên dawî bi ebada (17/25) derçûne. Ew jî sala 1997´an de, tevî kovara “Bihar“ bû, û nema derket. Pêwîste em bidin nîşankirin ku bi hejmara 21ê, du “ Stêr “ derketin. Ya cuda baskê kêmanî ya (PHGK) bi çapeke orjînal, weşand, piştî wê tevlî kovara “Pirs“ bû, ango hejmareke sêwî bû. 8- Xunav: Hejmara pêşî di Tebaxa 1986´an de, derçûye. Hejmara dawî (18) di Payîza 1995´an de, weşiye. “Partiya Demoqrata Kurd a Sûrî ”ew diweşand. Navê partiyê jî li ser bergê kovarê hebûye, ango ji nav kovarên kurdî yên ku partiyan diweşandin, tenê kovara Xunav û Roj bi wêrekî navê partiya xwe ta hejmarên dawî nîşan kiribûn. Li ser daktîlo dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (21/29) bû. Ji rêdaksiyona wê: Bavê Narîn (Mehmûd Dawid), yê ku niha li Almanyayê dimîne, û Evîndarê Xemgîn (Mehmûd Sebrî) hebû. Di sala 1997´an de, ew jî tevlî kerwanê kovara “Bihar“ bû. 9- Gurzek gul: Hejmara yekemîn ji vê kovara serbixwe di Adara 1989´an de, derçûye. Ya dawî (15) di Bihara sala 1992´an de, derçûye. Wisa li ser eniya wê hatibû: “Kovara folklorî û çandeyî”. Piştî wê nema derket. Hejmara pêşin Konê Reş bi tenha derxist. Lê paşdemê Ebdilbaqî Huseynî jî wekî rêdaksiyon tevê bû. Fotokopî dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (12/17) bûye.
10- Torevan: Zor mixabin me bixwe, tu hejmar ji vê kovarê nedîtine, tenê me pê bihîstiye. Ev kovar di bin serpereştiya Dilbixwîn Dara de, dihat weşandin. Nivîsevan Jan Dost û Hekîm Sefkan jî alîkariya wî dikirin. Li gorî agahiyên me ji sernûserê wê girtine: „Ku hejmara pêşin di sala 1989´an de, derketiye û hejmara dawî ya sêhem, bi bergekî rengîn di sala 1990´î de, weşiye.“Torevan” kovareke toreyî, giştî serbixwe bû“. Lê, em dizanin ev kovar bêhtir di nav alîgirên PKK´ê de, li Başûrê Rojavayê welêt bi destan dihat belavkirin. Hunermendê şêwekar Yahya Silo jî, derxistina wê ya hunerî bi rêve dibir. 11- Zanîn: Hejmara yekem di Tîrmeha sala 1991´an de derketiye. Xudiyê wê Ebdilbaqî Huseynî weha kovara xwe daye nasîn: „-Zanîn, kovareke serbixwe û azaye, çi berhemên ku têde belavdibin, ramanên nivîskara ne. -Zanîn her du mehan carekê dertê. –Zanîn, berhemên hemî torevan û xwendevanan hembêz di“ Di sergotara jimara pêşin de, Zanîn xwe wisa pêşkêşî xwendevanan dike: „Zanî, mîna peyaleke av e, ji bo têhinşikestina her qirikek ziwa, … Zanîn, ji ber gelek rewş û sedemên kurdî hatiye damezrandin weke. - Hin ji azadiya ku em pê hest dibin. - Valebîna meydana toreyî li nik me. - Hembêzkirina xortên torevan. - Pêşxistina tore û çanda kurdî. - Parastina zargotinê ( folklorê ) û nivîsandina wê.” Hejmara dawî (12) di Havîna 1997´an de, ji (128) rûpelan derçûye. Li ser eniya hejmarên pêşin wiha nivisîye: „Kovara torevanî û çandeyî”: û li ser çend hejmarên paşin wiha hatiye nivîsîn : “Kovara tore û çanda kurdî.” Navê herdu berpirsiyarên wê: E. Huseynî û F. Çelebî, û navnîşan, ligel telefona wê jî aşkere di rûpela pêşin de, di hejmarên de dawî hatiye.“ Zanîn ” Kovareke serbixwe bû. Çend hejmarên pêşîn nivîskar E. Huseynî bi tenha diweşand, pêre Ferhad Çelebî jî tevlî berpirsyariya wê bû. Ebada hemû hejmarên wê (14/20) bûye,
bi çapeke ciwan û orcînal diweşî. E. Huseynî roja îro li Nerwicê dimîne. 12- Roj: Hejmara yekemîn di Çileya sala 1991´ê de, derçûye. Di bin serpereştiya Qado Şêrîn û Ehmed Silêman Icê de, hejmara pêşin ronî dîtiye. Li ser eniya wê weha hatiye nivisîn: „Roja keleporî, torevanî û çandî“. Li gorî nivîskar Qado Şêrîn, ji me re gotî: „Ku di sazkirina wê de, divyabû kovareke serbixwe be, lê piştî hejmara pêşin derçû û navê ´Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê´ li ser hatibû nivisîn, min xwe ji rêdaksiyona wê vekşand“. Bi boney derçûna kovara “Roj“, di pêşgotina wê de wisa hatiye nivisîn: „ … Bê guman kovara ´Roja´ wê xurtiyek nû, pencereke nû, ji tevgera torê kurdî re vedike. Êş û derdên torevanan bi xwe dibêje, wêjeyekî nû dide zayîn, wêjeyekî li gor, dema roja îro. Ku ji miletê Kurd re, pêwîst û girîng e. .. derketina kovara ´Roja´ xebatek rist û manî ye û piştgêr e ji daxwaz, û armanca miletê Kurd re parastin û pêşxistina ziman û foloklorê kurdî û rêcberê wî bibe…. Kovara ´Roj wê bibe armanca azadiyê û êş, derdên miletê Kurd bide nasîn „ Hejmara (12-13) di sala 2000î de, derçûye. “Roj“ bi ebada (14 /20) dihat weşandin. 13- ASO: Jimara pêşî di sala 1992´an de, derçûye. Xwe bi va gotininan pêşkêşî xwendevanan dike: “…. Paşî bêhtirî salekê ji vekolînin hûr em kovara ´Aso´ didamezrînin mîna parçekî ji erkê meyî niştimanperwerî ko em dikarin pê rabin bi giyanekî hevaltî bi kovarên din re û ber beriyek durust bi bal pêşxistina ziman û toreya kurdî de.” Karê Kovarê di her çar xalên jêrîn de kom dibe. 1- Parastina folklorê kurdî ji wendabûnê û danasîna xwendevanên Kurd bi berhemên kilasîkên wan. 2- 2-Bendewariya bi dahênan û afirandinên nivîskar û hinermendên Kurd. 3- 3- Danasîna xwendevanan bi toreyên biyanî. 4- 4- Sayîkirin û pêşxistina zimanê kurdî. … hêviya me dimîne ko kovara Aso karibe asone nû û fireh li ber nivîskar û torevanên kurd veke … “.
Li rûpela pêşin jî weha hatiye nivisîn: “- Kovareke demsalî serbixwe ye. - Bendewariyê bi dahênan û afrandinên rewşenbîrên Kurd dike”. Hejmara (15)´an di sala 2008´an de derçûye. “Aso“ bi çapeke qeşeng û ciwan dertê, ji alî form û derxistina hunerî ve kovara herî bedew û sipehî ye, ji nav kovarên Rojavayî Kurdistanê. Car-caran hin rûpelên hundir jî rengîn tên weşandin. Rêdaksiyona wê ta hejmara (4)´an sê kes bûn: Siyamend Brahîm, Ebdilhefîz û Ebdilselam Darî. Derxistina hunerî jî ji rex hunermend Reşîd Hiso ve bû. Lê ji hejmara (5) û bi şûn ve, Siyamend Brahîm bi tenha serkêşiya wê dike. Ebada wê (17/25) e. Li ser sedemên derengmayîna derçûna kovara „Aso” xudiyê wê S. Brahîm, weha bersiva pirsa me da: “… ev bû du sal ez nikarim hejmara 16´ê, ji Aso çap bikim, gelek zext û guşar li ser min hene, ez neçar im biçim Beyrûtê da ku Aso çap bikim“. Lê, liger baweriya me, derengmayîna derçûna kovarê ne tenê zehmetiyên çapê ne. 14- Pirs: Hejmara yekem di Newroza sala 1993´an de, derçûye. Li ser sîngê wê wiha hatiye nivîsîn: “Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye”. Ebada wê (17/25) ye, hemî hejmarên wê bi çapeke ciwan derçûne. Hejmara (45-46) an, ya Bihar û Havîna sala 2009´an di sersala 2010´an de derket pêşberî xwedevanan. Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- wê diweşîne û belavdike. Hin nivîsevanên serbixwe jî di rêdaksiyona wê de, cî girtine. Li gorî dîtina me, ku „Pirs„ ji hêla naverokê de, kovara herî dagirtî û dewlemend e. Hêja ye em li vir bînin ziman, ku ji nav hemî kovarên bi zimanê kurdî, yên ku li welêt diweşin, tenê kovara “Pirs” ê, sala kurdî, ligel sala Zayinî bikar tîne. “Pirs” hê jî jiyana xwe ya weşanê dom dike. Ji rêdaksiyona wê: Berzo, Rezo, Dilawerê Zengî hene. Ta sala 1999´an Dr. Ebdilmecît Şêxo, Heyder Omer, Tengezarê Marînî, Merwan Osman, Azad Ehmed (Bavê Şihîn) û Kamêran Bêkes jî di rêdaksiyona wê de cî digirtin. 15- Bihar: Jimara pêşî di sala 1994´an de, derçûye. Di ser147
gotara jimara pêşin de, rêvebirên wê bi van gotinan kovara xwe pêşkêşî xwendevanan kirine: “… Ji ber ku pêşveçûna torevanî pêşenge ji xebata konevanî û rizgariyê re, Hevbendiya me li Sûriyê (Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê – daner) pêwîst dît ku pişkdariyekê di pêşvebirin û vejîna tore û pêmayê Kurd de bikin, û kovareke zanîstî û torevanî derînin, bi navê “Bihar”. Desteka berpirs umîdewar e ku ev kovar nimûneyek pejirandî be li nik gelê Kurd û xwendevanan. Ev desteka berpirs bi hêvî ye ku karibe bi erkê xwe yê bilind rabe, di pêşvebirina toreya kurdî de. Gelê me jî çavnêrê biharek geş e, û bendewarê azadiyê ye bi dilsozî û bi ûmîda ku roja biharê derkeve ji bin e’wrên zivistana bindestiya rûtirş….”. Hejmara dawî (7)´an, di Bihara 1999´an de, weşiye. Li ser sîngê wê weha hatiye nivisîn: “Kovara rewşenbîrî û folklorî ye“. Ebada wê (17/25) ye. Hemî hejmarên wê bi çapeke orcînal derketine. Di bin çavdêrî û rêveberiya “Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê” de dihat weşandin û belavkirin. Dema partiyên “Hevbendiyê”, (ji xeynî PYDS ), kovarên xwe (Gelawêj, Stêr, Xunav û Gulistan) dan rawestan, û ji dêvlî wan kovara “Bihar” weşandin: “Me kovarên xwe dan rawestan. ji bo du sedemên sereke; ya pêşin; ji bo em karibin kovareke dewlemend û xurt biweşînin. Û ya duwem, ji ber ku xwendevanên van hemû kovaran her yek in.” Lê zor mixabin di maweya (7) salan de, tenê (7) hejmar, bi naverokeke qels û gelek şaşiyên çapê derçûne. Lewra mirov dighê wê encamê ku rastiya rawestandina van kovaran ew bû; ku xudiyên wan nema karîbûn di weşandinê de berdewam bikin. 16- Rojda: Çi heyf e, ji vê kovarê jî, me tu hejmar nedîtine, lê li gor agahiyên me wergirtine, ku kovareke toreyî bû. Hejmara yekem ji vê kovarê di Bihara 1998´an de, derketiye. Hejmara dawî (13) di Gulan û Hezîrana sala 2000´î de, weşiye. Kovareke ji rex alîgirên PKK li Rojava dihat weşandin. Ebada wê (14/20). 17- Zevî: Kovareke rewşenbîrî serbixwe bû. Ligor nivîskar Arşevê Oskan ji me re gotî ku; biryara derçûna wê ji alî wî û nivîskar Xemgînê Remo ve hate standin. Îsa Oskan jî bi karê
teknîkî radibû. Hejmara yekem ji vê kovara demsalî piştî Newroza 2001´ê kete destê xwendevanan. Di pêşgotina wê de, weha hatibû nivîsîn: “.... Dema me da ber çavên xwe ku em ê zeviyeke çandeyî biçînin, .... da ku deriyekî serbixwe û bêsînor li pêşiya me vebe, da ku em derbasî zeviyeke rengîn bibin û keda xwe tê de bibînin....”. Abada wê 14 bi 20 bûye. Hejmara rûpelên wê di navbera 70 û 120´an de, bûne. Hejmara 10´an a dawî di dawiya sala 2003´an de derçûye. Eger em 10 hejmarên derçûne ji Newroza 2001´an û ta dawiya 2003´an, bidin ber hev emê bibînin ku «Zevî «yekemîn kovara demsalî li Rojavayî Kurdistanê sozên xwe bi xwendevanên xwe re bi cih anîne û di dema xwe de her deh hejmarên wê derçûne. Mixabin ji ber rewşa tendirustiya xwe, sernûserê “ Zevî ” A. Oskan tê Elmanya, û ev kovar jî bi hatina wî re tê rawestandin. 19- Hevind: Kovareke folklorî û rewşenbîrî bû. Hejmara pêşîn (1) di sala 2004´an de derketiye. Hejmara dawî (7) di dawiya sala 2006´an de derketiye û êdî nema derketiye. Em nizanin ji lay kê ve dihat weşandin. 20- Vîn: Kovareke rewşenbîrî serbixwe bû. Hejmara pêşîn di Buhara 2006´an de derketiye, ta niha bi tenê ev hejmar e. Her dîsa agahî bi dest me de nînin ku ji lay kê ve ev hejmar hate weşandin 21- Helez: Kovareke werzî, serbixwe bû. Li ser bergê wê wiha hatiye nivîsandin: “Kovareke rewşenbîrî û folklorî ye”. Hejmara pêşîn (1) di Havîna 2007´an de derketiye. Hejmara dawîn (2) di Payîza 2007´an de derketiye. Mixabin tu agahî li ser vê kovarê bi dest me de nînin. 22- Perwan: Kovareke bi zimanê kurdî û erebî dertê. Wisa li ser bergê wê hatiye nivîsîn: “Belavoka Komîta Ciwanên Kurd li Sûriyê“. Hejmara pêşîn (1) di Îlona 2001´an de hatiye weşandin. Hejmara dawîn (22) di Çileyê Paşî 2008´an de derketiye, hêjî berdewame. “Komela Ciwanên Kurd li Sûriyê“ vê kovarê diweşîne. Ev komele jî di bin serpereştiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) de ye.
23- Zar: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye. Ew jî, ji rex “Saziya Fêrbûna Zimanê Kurdî“ ve tête weşandin. Hejmara (0) di Adara 2008´an de derketiye. Hejmara (2)´an di Çileya Paşîn 2008´an de derketiye.
ROJNAME: 1- Dengê Kurd: “Zarê serkoma Partiya Demoqratî Kurd li Sûriyê“ weha li ser sîngê hejmara (32)´an hatiye nivisîn. Rojnameyeke siyasî, xwerû û bi kurdiya latînî bû. Zor mixabin agahî li ser vê rojnameyê di nav Kurdên Rojava de, zor kêm in. Em bi vê boneyê ji mamoste M. Mile Ehmed, yê ku berî çend mehan çû ser dilovaniya xwe, dipirsin; wiha ji mere got: “Dengê Kurd„ hîna di salên 1958´an de, xwerû bi kurdî dest bi weşanê kir, pê re di encama girtina pêşin ya rêvebirên partiyê sala 1960´î de hat rawestan“. Li gorî agahiyên bi dest me de, ku piştî serbestkirina serkarên partiyê careke dîtir “Dengê Kurd“ derket pêşberî hezkiriyên zimanê kurdî. Lê herwekî em dizanin ku di encama girtina duwem ya Bîroya Polîtiya “PDKS“, di Gulana 1964´a, li Helebê, hemû tîpnivîsên hatin girtin û nekokiyên ramanî û siyasî di navbera komîta navendî de, serî hildan. Pêre bi maweyekê, ango di sala 1965´an de, Partî bû du qet, û weha dîsa “Dengê Kurd“ hat rawestan. Ji nivîskarên wê Osman Sebrî, Dr. Nûredîn Zaza û Reşîd Hemo û ... Li gorî sergotara hejmara bi dest me de; hejmara (32ê) , sala 1969´an, gava dibêje: “Vê paşiyê serdariya partiyê xwastibû ku du rûpelan bi zarê Kurmancî di rex zimanê erebî de ji Dengê Kurd zêde bike. Vaye em ji vê jimarê de dest bi nivîsana vî birê han dikin. Em ji partîzanên ku di xwe de şîna nivîsandina Kurmancî dibînin hêvî dikin ku di nav sînorê siyaseta partiyê de ji me re nivîsarên xwe bişînin. Dîsa em ji wan partîzanan hêvî dikin gava nivîsarên ku şandine di Dengê Kurd de belav nebûn dilên xwe negirin ji ber ku çi nivîsana di warê ziman de qels be, an ji xeta partiyê bi derkeve belav nabe“.
Dêmek mera tê digihê ku aligirên baskê ku bi rast hatiye nîşandan, ya ku mamoste Hemîd Derwêş serkêşa wê ta roja îro dike dest bi weşandina “Dengê Kurd” birê Kurmancî kiriye. Lê kes nizane çend hejmar weşîne. Baskê çep, nemaze piştî ku têkoşer û torevan Osman Sebrî dev ji serokatiya wê berda, nikarîbû “Dengê Kurd” bi zarê Kurmancî biweşîne. Dengê Kurd yekemîn belavoka siyasî, çandî li Rojavayî Kurdistanê bû. 3-Gel: Rojnameyeke siyasî, çandî bû. Orgena “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê“ parêzgeha Helebê bû. Di bingeha xwe de, wekî rojnameyeke bi zimanê erebî derçûye, lê piştî hejmara.... birekî zimanê makî jî, têde hat weşandin. Zor bidaxaza me kir ku bizanibin gelo ji kîjan hejmarê dest bi birê kurdî bûye, lê em bê sûd man. Belê li gor agahiyên bi dest me de, ku ev rojname ji sala 1987´an ta 1992´yan, weşana xwe kiriye. 3-NEWROZ: Rojname xurû bi zimanê kurdî ye. Hejmara pêşin di Nîsan û Gulana sala 1995´an de, weşiyaye. Di sergotara hejmara pêşin de, û bi sebaret derçûna xwe, û di bin navnîşana: “Newroz? çima rojnameya Newrozê?” weha hatiye: „ Mezinan gewrî li xwe ziwa kirine û her tim gotine, ziman kilît e, navnîşan e … lewra jî, zimanê me hatiye qedexe kirin, da ku Kurd weke milet xwe ji bîr bikin, xwe nas nekin, û hêdî hêdî di nav gelên dî de bêne pişaftin. Rêberê kurdîtî û miletperweriyê seydayê mezin Ehmedê Xanî, ji berî (300) sal tiliya xwe danîbû ser birînê, û bi dilşewatî gaziya xwe kiribû Kurdan, da ku, ew pêşî guh bidin zimanê xwe yê şêrîn, bi êş û xemgînî jî gote dora xwe û nivisî: ´ … lê ez çi bikim sûk kesade …´ yanê sûka xwendin û rewşenbîriyê sekiniye. Bila dilê seydayê me yê gewre rûne, û di gora xwe de şa bibe, di roja îro de sûk ne pir kesade ….. gelê me yê Kurd li Sûriyê, ser û ber bi zimanê xwe yê kurdî deng dike, lê pirsa me ya mezin, di fêrbûna xwendin û nivîsandina kurdî de ye, lewra jî derxistina vê rojnamê ji ber vê yekê bû, …. „. Hejmara dawî (90) di Sibata 2010´an de, derçûye. Rojnameyeke siyasî-çandî ye, xwedêgiravî her du mehan carekê dertê. Wêneyê herdû têkoşer û ronakbîrên kurd: Dr. Nûredîn Zaza û
Osman Sebrî li ser eniya wê hatiye. Ta hejmara (9ê), dengê komîta herêma parêzgeha Helebê ya “PYDKS” bû. Belê ji hejmara (10´an) û pê ve bûye: „Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-„. Ev silogan li ser eniya wê hene: Xebat ji bo: - Zordarî ji ser gelê Kurd li Sûriyê rabe. - Azadiya demoqrat û rêzgirtina mafên mirovan. - Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de. Sernûserê wê ta hejmara (12´an), rojnamevan Dr. Ebdilmecît Şêxo bû. Piştre li gor pêşniyaza wî, Dr. Kamêran Hacî Ebdo (K. Bêkes), sernûseriya wê dike ta hejmara (29´an). Li van salên dawiyê, Dr. Rozad Elî bûye sernûserê wê. Helbet ev navekî lexeme, em ji bo parastina wî naxwazin li vir navê wî yê rast bêjin. Bi vê boneyê em pêwîst dibînin ku, were diyarkirin, wekî keda Dr. E. M. Şêxo di derxistina û amadekirina rojnameya “Newroz”ê, de, berz û bilind de, û ewî bi navê Dr. Dilşad Sindî, di Newrozê de, nivîsên xwe belavkirine. Rojnama „Newroz„ bi (4) rûpelan dest pêkir, lê pêre giha (12) rûpelan, carna jî bi (16) rûpela dertê. Fotokopî çapdibe. Ebada wê (21/29) ye. Ji rêdaksiyona wê: Apê Osnebir, Sînorê Yekta (Şêx Alî), Dr. Rozad Elî, û Reşoyê Pîrê hene. 4- Hêvî: Hejmara pêşîn ji vê rojnameya xwendekaran di sala 1994ê de, hatiye weşandin. Rojnameyeke serbixwe bû. Bi zimanê erebî û kurdî diweşî, lê giraniya xwe bi zimanê erebî bû. Koşeya kurdî pirtir bo fêrbûn û hînbûna zimanê makî bû. Xwe wek; dengê xwendekarên kurd di zanîngeha Şam û Helebê dida xuya kirin. Hejmara dawî (7) di sala 1995´an de weşî û nema diweşe. Rêvebirê wê Behzad Îsmaîl bû. Ji (4) rûpelan dest pêkir ta giha (16) rûpelan. Ebada hejmarên pêşî (21/29) bûye, û wekî fotokopî dihat çapkirin, lê du hejmarên dawî bi ebada (29/60) bi çapeke orcînal derket. Rojnameya “Hêvî“ bi rastî cihê balkêşiyê bû, û hêvîne bilind tê de hebûn, lê belê zor bidaxawa alîkariya wê nehat kirin. Her partiyeke kurdî xwest wê di bin basikên xwe ke, ligel hinde problêmên sernûserê wê, weha beravêtî kirin.
5- Xwendevan: Hejmara pêşî (0-1) di sala 1997ê de weşiye. Xwe wek dengê xwendekarên Kurd di zanîngeha Heleb û Şamê dida nîşan. Her du mehan carekê derdiket. Ji weşanên “ Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- “ bû. Hejmara dawî (13) di sala 2001´an de, hatiye weşandin, û pêre rawestiya. 6- Delav: Hejmara yekem, ji 16 rûpelan pêk hatiye, di sala 1995´an de, weşiye. Hejmara duwem ya dawî di sala 1996 án de derçû û hat rawestan. Li ser sîngê wê wiha hatiye: „Rojnameyeke toreyî, çandeyî û serbixwe ye“. Ji rex hevalên “ Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ- “ yên herêma Serêkaniyê û Dirbasiyê ve dihat weşandin. Ebada wê (21/29), bi çapeke ciwan dihat weşandin. 7- Rewşebîr: Hejmara yekem di sala 1995´an de, weşiye. Hejmara dawîn (6) di sala 1999´an de derçûye. Her çiqas navê tu rêxistinan li ser eniya wê nîne, lê di rastiya xwe de, ji rex “Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê”, baskê Ezîz Dawid ya îro bi navê «Partiya Wekhevî Kurd li Sûriyê« ve, dihat weşandin û belavkirin. 8- Deng: Hejmara (0) di Tabaxa 1995´an de derçîye. Ya dawî (114ê) di Nîsana 2010´an de derketiye pêşberî xwendevanên xwe. Di sazkirina wê de, ku rojnameyeke mehaneye; siyasî û çandiye. “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê” ew diweşand û belavdikir. “Deng” bi çar rûpelan dest pêkir, ta giha 12 rûpelan. Ebada wê (21/29) ye. Destpêkê fotokopî dihat çapkirin, lê li va salên dawî bi çapeke ciwan û rengîn fermî tê der. Demekê hat rawestandin, lê piştî Partiya Hevgirtina Gel û Partiya Çepê Kurd bûne yek, û nav li xwe kir „Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê „, rojnama „Deng“ dîsa deng bi xwe xist û hê jî jiyana xwe ya weşanê berdewame. Li ser sîngê wê, ev silogan hatiye: „Demoqratî ji welêt re, û venasîna bi heyîna milletê Kurd wek netewa duwem di destûrê welêt de“. Herweha li dawiyê ev silogan hatiye: “Azadî ji girtiyên siyasetvan û girtiyên niherînê re, di welêt de“. Wêneyê Celadet Bedirxan li alîyekî û simbola Partiya Azadî ya Kurd li alîyekî “Deng”. Rojnameyeke giştî ye, ji
weşanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ye. Lê wekî têbîn li rex sala 2010 Z, 2710 ya kurdî hatiye. Û li ser rojnama “ Newroz ”ê, li rex sala Zayînî, 2621 K hatiye!??. Vêca li vir em tê nagînin, gelo çima Kurd du sal cuda ku navbera wan de (89) sal hene bikar tînin!!? (Emê duwarojê hewil bidin li ser vê babetê nivîseke xweser binivîsin ). 9- Siba: Hejmara pêşin ji vê rojnameya xwendekaran, ji 12 rûpelan pêk tê, di serê sala kurdî (Avdar) 2612´an de, weşiye, bê ku sala zayinî li ser were dayîn, (2612K. / 2000 Z). Weha li ser sîngê wê hatiye: „Rojnameyeke xwendekarî serbixweye“. Hejmara çarem ya sala 2000´î, di Berçileyê de, derketiye pêşberî xwendekaran, ji (20) rûpelan pêk tê. “Siba“, bi zimanê erebî û kurdî, wekî fotokopî dihat weşandin. Ebada wê (21/29), lê çi heyfe pirê rûpelên wê bi zimanê erebî ne. Herçiqas jî hatiye ku: Rojnameyeke xwendekarî serbixweye, lê di rastiya xwe de, xwendekarên “Partiya Yekîtî ya Demoqrata a Kurd li Sûriyê” yên zanîngeha Heleb û Şamê wê diweşandin. 10- Jîn: Rojnameyeke bi zimanê kurdî û erebî ye. Mixabin em nizanin kengî hejmara pêşin derçûye, lê hejmara dawî “102“di sala 2007´an de derketiye. Komîta herêma Şam ya Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê –El-Partî– vê rojnamê diweşîne. 12- Yekîtî: Weşana “Komîta Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî“ ye. Xurû bi zimanê kurdî ye. Hejmara “1´ê “ di Hezêrana 2008 z/2620 k de derketiye. Li ser sîngê wê ev diruşim hene: „-Xebat ji bo: - Rakirina zorê ji ser gelê Kurd. - Azadiyên demoqratî û rêzgirtina mafê mirovan. – Dirikandina destûrî bi gelê Kurd wek duwemîn netewe di welêt de. – Çareserkirina doza kurdî wek doza xak û gel. Hejmara 22´yan, di Avdara 2010 Z/ 2622 K ji 9 rûpelan, bi ebada 21/30´î, derçûye. Hêjî ev weşan berdewame. “Yekîtî“ weşaneke siyasî û çandî ye. 12- Dîmoqratî: Belavokeke siyasî, çandî ye. Hejmara „ 0 „
di dawiya Êlûna 2008ê de derketiye. Weşana Komîta Navendî ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya ye. Hejmara dawiyê „20„ di destpêka Gulanê 2010´an de derketiye. Xwedêgiravî rojnameke mehane ye. Xurû bi kurdî diweşe. Ji armancên wê: - Xebat ji bo azadiyên giştî û belavkirina dimoqratiyê. - Pêkanîna wekheviyê û mafên civakû. Pêkanîna mafên netewî ji bo gelê Kurd li Sûriyê. “ Dîmoqratî ”bi çapeke orcînal derdiçe. 13- Ziman: Wiha li ser hatiye nivîsandin: Belavokek Rewşenbîrî Mehane ye. Revebirî û amadekirin; Derwêşê Xalib. Ev belavok ji rex „Saziya Fêrbûna Zimanê Kurdî „ ve tê weşandin. Ev sazî di roja 15´ê Tîrmeha 2003´an de hatiye damezirandin ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve. Hejmara pêşîn «1´ê», ji belavoka “Ziman“, di 12´ê Avdara 2004´an de derketiye. Hejmara dawî «32» di Çilleya Paşîn 2008´an de derketiye 14- Roj: Destpêkê ev belavok xurû bi zimanê erebî ji aliyê rêxistina Cizîrê a Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) derdiket. Piştre ji hejmara .... hinek rûpelên kurdî bi ser ve bûne. Hejmara ( 100´î) di Çiriya Paşîn 2009´an, bi wêneyên rengîn xurû bi kurdî ji çar rûpelan pêkhatiye.
Weşanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa - Xeleka 2 Berî em li ser derçûna weşanên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa rawestin, divê em çend tiştan ronî bikin û bêjin ku derçûna weşanên kurdî li van welatan bi hebûna Kurdan, nemaze xwendekaran ve girêdayî ye. Li dawiya salên çelî ji sedsala bîstan xwendekarên Kurd xwastin kar û barê xwe bi damezrandina komelekê orgenîze bikin. Ji lewra di Çileya Paşîn sala 1949´an de, - li gor Dr. Nûredîn Zaza dibêje – (Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa ) li Lozanê – Swîsrê tê damezrandin û vê komelê dest bi weşandina kovara „Kurdistan“ kir, evê kovarê bi zimanên
kurdî, elmanî û îngilîzî li Firansa dest bi weşanê kir. Kovara „Kurdistan“ yekemîn weşana kurdî li Ewropa ye. Piştre di sala 1963´an de, nivîskar û têkoşerê navdar Hemreş Reşo kovara „Çiya“ weşand, û wisa zincîra weşanên kurdî kişiya. Ta sala 1975´an, xebat û tevgera xwendekar û siyasetmedarên Kurd bona avakirina Kurdistana yekgirtî û serbixwe bû. Lê piştî têkçûna şoreşa Başûrê Kurdistanê, ya ku serokê nemir Mustefa Berzanî serkêşê wê bû, ew bîr û bawerî hêdî hêdî qels û sist bû, û pê re jî yekîtiya xwendekaran têk çû; komele bû du parçe, û ew bi xwe jî, bûn sê û çar û … Wirde wirde Kurdên her beşekî Kurdistanê berê xebata xwe dan beşê xwe. Di vê xelekê de, emê dîsa zor bi kurtî kovar û rojnameyên Rojavayê Kurdistanê, yên ku agahiyên me li ser hene, didin nasîn. KOVAR: 1- DEM: Kovareke rêzanî û çandî bû, ew bi xwe berdewamiya rojnameya „Yekîtî„ ye; Orgena komela „Yekîtiya Kurdên Sûriyê„. Sernûserê “Demê” Cankurd bûye. Hejmara yekem ji vê kovarê di dawiya Gulana sala 1982´yan de, weşîye. Ji hejmara (1- 6) bi zimanê kurdî û erebî weşiye, lê ji wê pê ve hin gotar bi zimanê elmanî jî tê de cih girtine. Hejmara dawî ya (9)´an, di Çileyê Pêşin sala 1987´an de, tenê bi zimanê kurdî û elmanî weşiye. Ji hejmara (6)´an û pê ve ”Dem“ dibe orgena „Komela Demokratên Kurdistana Sûriyê li Elmanya Rojava“. Hemû hejmarên Dem ê fotokopî hatine weşandin. Belê bi boney rojnameya “Yekîtî“ ya me li jor bi nav kirî, Cankurd gote me; me 3 hejmar jê derxistin, pêre me ew kire kovar û nav lê kir “Dem“. Çendî bi giranî naveroka hemî hejmarên vê kovarê rêzanî li ser rewşa Rojavayî welête, lê xwe ji rewşa bêşên din yên welêt bêpar nekiriye. Nemaze Bakur û Başûrê welêt. Mirov dikare “Dem“ê kovareke kurdistanî bibîne. 2- Dengê Komelê: Weşaneke kulturî çandî û komelayetî bû, orgena “Komela Demoqratên Kurdê Sûriyê li Elmanya“
bûye. Bi zimanê kurdî û erebî hatiye weşandin. „Dengê Komelê“ wekî nîv kovarekê ye. Jimareke sêwî, di Tebaxa 1993´an de, derçûye. Endamên rêdaksiyona vê kovarê ji bawerên curbicur bûne, lewre jî ezîtî û partîtiyê zû di jiyana vê komelê û rêdaksiyona “Dengê Komelê” de, xwe daye pêş, û eva han bû sedema jihevketina komelê. 3- Hevgirtin: Berîpêş divê em bidin xuyanîkirin, û li gor Dr. Mehmûd Brahîm, yek ji endamê rêdeksiyona kovara“ Hevgirtin” e, ji me re gotî ku: „Rêxistina derve ya partiya me, di sala 1978´an de, li Berlînê kovareke bi navê “Şoreşgêr“ bi zimanê kurdî û erebî diweşand. Ji vê kovarê sê hejmar derçûne, û çend rûpel bi zimanê elmanî jî, di hejmara duwem de, hatibû weşandin.“ Hevgirtin, kovareke rêzanî û çandî, bi zimanê kurdî û erebî ye. Ew jî zimanê rêxistina derve ya “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê“ ye. Di derbarê hejmarên pêşin de, em dîsa ji Dr. Brahîm Mehmûd dipirsin, wiha ji me re, peyivî: „Sê hejmarên pêşin, ji vê kovarê bi navê “ Jîn “ li Bilgaryayê, di navbera salên 1986-1988´an, derçûne, lê hejmara 4´an û pêve, bi navê xwe yê jorîn weşîne.“ Ji hejmara yek´ê ta hejmara 14´an, “Hevgirtin“ fotokopî weşîne. Lê ji hejmara 15´an û ta ya dawiyê bi çapeke ciwan derçûne. Zor mixabin hejmara 38 û 39-40´î, ya dawiyê tenê bi zimanê erebî di Çiriya Pêşîn-Çileyê Paşîn 2002´an de, weşîye, pêre hat rawestan. 4- Lalişa Nuranî: Ev kovara hanê wekî, orgena “Navenda ola Êzdî/Zerdeştiya“ li bajarê Bonê – Elmanya bûye. Mijarên ku têde hatine weşandin tev li ser ola Êzîdî terxandîne. Her sê gotinên Zerdeşt: „Baweriya baş. Gotina baş. Berxwadana baş.“ Li ser sîngê kovarê cih girtine. Hejmara pêşin ji vê kovarê di 14. 04. 1993´an de, hatiye weşandin. Li gor pirsîna me ji şêx Derwêş Hiso ku: „8 hejmar ji ´Lalişa Nuranî´ hatine weşandin“. Belê bidaxeza dîroka derçûna hejmara dawî bi dest me de nîne. Dîsa li gor şêx Derwêş dibêje ku: „Kovara me bi zimanê elmanî û kurdî dihat weşandin. Lê di hejmarên dawî de, hin perçen kurt bi zimanê turkî û erebî jî weşîne, ji ber ku Kurdên Bakur jî di Navenda
me de, hevbeş bûn“. 5- Dugir: Kovareke çandî, wêjeyî, xwerû bi zimanê kurdî; kurmanciya jorîn weşîye. Hejmara yekemîn di Hezirana 1995´an de, weşiye. Hejmara dawî (10) di Nîsana 1999´an de, derçûye. Tiştê balkêş di vê kovarê de, ew e, ku herdeh hejmarên wê li gor alfebaya, vekît û rêzimana mîr Celadet Bedirxan weşîne. goranî pir nivîskarên me, li gor rêzimanên cuda cuda dinivîsin. Ta endamên rêdaksiyonên gelek kovar û rojnameyên me Kurdan, her yekî bi rêzimanekî dinivisîne. Divê em bêjin jî, ku herçiqas rast e, navê tu rêxistina li ser sîngê vê kovarê nehatiye, lê ji lay “Partiya Yekîtî a Kurd li Sûriyê“ ve dihat belavkirin. Sernivîserê vê kovarê Dr. Seîd Mele, yê ku ji zû de li Swêdê rûdine ye. 6- Hawar: Kovareke siyasî û çandî, bi zimanê kurdî û erebî ye. Tenê hejmarek di Tebaxa sala 1997´an de, weşiye, pêra rawestiya. Weha li ser bergê wê hatiye; “Hawar (hawara Kurdistana Sûriyê ye). Lê diyare nikarîbû di ber vê dirûşmê de raba. Xwediyê vê kovarê jî komela “Yekîtiya Demokrata Kurdistana Sûriyê bû. Ev hejmar di bin serperştiya nivîsevan Cankurd de derçûye. 7- Al-Îstîqlal “Serxwebûn”: Di bingeha xwe de, ev kovar wekî rojnameyeke siyasî û çandî, bi zimanê erebî diweşî. Organa “Partiya Îslamiya Kurdistanê“ bû. Lê ev hejmara tekane, ya (46) ´an, di Çileyê Pêşîn, sala 1999´an de, wekî kovar, bi zimanê kurdî û erebî weşiye, pêre hatiye rawestan. Sedema ku hêştiye em vê kovarê ji weşanên Rojavayî Kurditanê bihejmêrin ew e, ku rêvebirê wê nivîsevan Cankurd de. Pêre wekî “PÎK“ xwe partiyekî Kurdistanî didît. 8- Pênûs: Kovareke rewşenbîrî giştî ye. Jimara yekemîn “1“ di Çileyê Paşin - Sibata sala 1999´an de, derçûye. Ji weşanên Rêxistina Ewropa ya “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê –Yekît – bû. Hejmara pêşin di bin serpereştiya xudiye vê nivîsê (Elî Cefer) de weşiye. “Pênûs” bi zimanê kurdî û erebî diweşî. Lê giraniya wê bi
zimanê makî ye. Hijmara dawî (20) di Buhara sala 2006´an de weşiye. Zor mixabin hejmara (8) fotokopî hatiye weşandin, lê ji lay naveroka xwe ve ta radeyekê dewlemend de, nemaze piştî çend nivîsevanên rastgo mîna: Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Keça Kurd, Heyder Omer, Dr. Kamêran Bêkes û Cume Dawod derbazî rêdaksiyona wê bûn. Ji hejmara “1´ê ta 6´an“ bi ebada 21/30 derçûye. Ji hejmar “7´an ta 9´an“ bi ebada 14/20 derçûye. Ji jimar “10´an ta 20´an“ bi ebada 17/25 derçûye. Bidaxewe piştî hejmara dawî derçû, Rêxistina Ewropa ya PYDKS bê agahiya desteya rêvebir ya kovarê hay jê hebe biryara rawestandina vê kovarê dan bi behaneya ku em zirara diravî ji pişt weşana wê dibînin. Eva han jî nimûneke ku partî û rêxistinên me; di dema ku mafên gelê Kurd yê fêrkirina zimanê bavûbapîran bi taybetî û mafên çandî bi gelemperî ji dijminên xwe dixwazin, lê ew bi xwe wê mafî bin pê dikin. 9- Yekîtî: Piştî ku di sala 1985–1986´an de gelek xwendekarên me yên ji Kurdistana Rojava li Yoguslaviyaya berê gihane hev şaxeke UKSEY (Yekîtiya Xwendekar û Lawên Kurdistan li Ewropa) li wir damezrandin û kovareke bi zimanê kurdî û erebî, bi navê “Yekîtî“ derxistin. Piştî du hejmaran, ev kovara ligel hinde kovarên din ku li Yoguslaviya derdiketin dibe yek û kovareke hevbeş bi navê hemû komeleyên Kurd, bi navê “Çar Çira“ hate meydanê. Ew êdî kovareke Kurdistanî bû, ji ber ku di desteya wê de Kurdên beşên din jî cî girtî bûn. 10- Pêl: Kovara “Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan – Rojava – li Elmaniya“. Xurû bi zimanê zikmakî derketiye. Kovareke wêjeyî rewşenbîriye. Hejmara pêşin di Gulana 2002 de ronî dîtiye. Bi boney derçûna hejmara yekemîn û 105 saliya jidayîkbûna mîr Celadet Bedirxan û 70 saliya derçûna kovara wî “Hawar”, “YNKRE“ ahengek di 1. 6. 2002´an de li bajarê „Bielefeld-Elmaniya„ li darxist. Di wir de hejmara yekemîn ji kovara „Pêl„ hate belavkirin. Hejmara (2) ya dawî di Gulana 2003´an derçûye û nema diweşe, ji ber ku YNKE ji hev ket. 11- Rojhilat: Ev weşan di destpêkê de, belavokek xurû bi
zimanê erebî bû. Çendî ev weşan zimanê rêxistina „Partî Demoqratî Çepê Kurd li Libnanê„ û pêre dibe zimanê: „Hevgirtina Gelê Kurd li Libanên„. Lê di rastiya xwe de, ev rêxistin şaxê Libnanê yê „Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê„ ya ku têkoşerê navdar Selah Bedirdîn serkêşa wê dikir bû. Piştî hejmara ….. hin rûpelin bi zimanê kurdî bi ser ve bûn û pêre ji hejmara …. dibe kovarek mihane. Dema di sala 1982´an de, dewleta Israîl êrîşî Bizava Rizgarîxwaza Felestînî dike û bajarê Beyrûtê dagîr dike, ev kovar tê rawestandin. Hejmara dawî ya …. bû. 12- Rêber: Kovara “Komela Çandî û Civakî ya Kurdî li Libnanê“ bû. Ev komele jî girêdayî PHGK. li Sûriyê bû. 4 hejmar ji kovarê derçûne. Bi zimanê kurdî û erebî bû. Mixabin dema em li welêt hemî hejmarên vê kovarê li ba me hebûn, lê ji ber ku em ji zû de ji welêt koçber bûne dîroka derçûna wê bi dest me de nîne, lê bi teqez berî sala 1982´an bû. 12- Urkêş: Kovareke demsalî wêjeyî rewşenbîrî bû. Ji lay “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê“ derdiket. Hejmara pêşin (1) di sala 2006ê de weşiye. Ya dawî (2) di sala 2007´an derçûye, û nema dertê, çukê weha xuya ye, ku HRRK tevî ku nehatiye raghandin jî, hatiye sarkirin. Berpirsê giştî yê vê kovarê nivîsevan Zagrosê Haco bû, û gelek nivîsevanên navdar jî di desteya birêvebir de cihê xwe digirtin. Hêjayî gotinê ye ku “Yekîtiya Nivîskarên Kurd–Tayê Dihokê“ ev kovar fînense dikir. ROJNAME: 1- Riya Rast: Rojnameyeke siyasî û çandî, xwerû bi bi kurdiya jorîn derdiket. Orgena derve ya rêxistina “Girêdana Marksîstên Kurd“ bû. Hejmara yekem “1“ ji vê rojnameyê wekî daxuyanî hatiye weşandin, û dîroka derçûnê li ser nehatiye nivisîn. Lê hejmara “2“ duwem di sala 1977´an de, derketiye. Hejmara dawî “12“ di sala 1980´î de, derçûye. “Riya Rast“ rojnameyeke siyasî ye, bi rawestandina kar û
barê “GMK” re, hatiye rawestan. 2- Avesta: Hejmara pêşin “1“ di Têrmeha 2000´î de derçûye. Avesta rojnameyeke mehane bû. Bi zimanê kurdî û erebî diweşî. Rêdaksiyona beşê kurdî herdu nivîsevan Dilbixwîn Dara û Jan Dost bûn û ya beşê erebî Husên Mihemed Hebeş bû. Mervan Dêrkî jî, derxistina hunerî dikir. Hêjaye em bêjin ku “Avesta” bi kirasekî qeşeng û bedew derdiket. Avesta di demeke kin de nav da û ta hejmara dawî “9“ bi xwedevanê xwe re li ser soza xwe bû, ango di dema xwe de derdiçû. Mercên rojnamevaniyê têde dihatin dîtin, çimkê herwekî em tev dizanin ku zorbey zorê rojname û kovarên me di dema xwe de dernayên. Avesta ne alîgirê tu rêxistinan bû, û li gorî hin agahiyên bi dest me de, ku li welêt bi şêweyekî baş dihat belav kirin. Lê sed heyf û mixabin hejmara “10“ di bin çapê de, rawestiya, ango ronî nedît. Li gorî rêdaksiyonê ku: „… Ji ber hinek astengiyên madî emê niha bêhnekê bidin Avesta …..“. Lê li gorî rastiya xwe; ku rawestandina Avesta ji ber hoyên ramanên cuda-cuda di navbera desteya wê de, bûn. Hin têbîn: Piştî me, kovar û rojnameyên Kurdên Rojavayî welêt bi kurtî rêzkirin, vê gavê em dixwazim zanibin kêmasiyên wan çine? Lê berî em wan kêmasiyan bêjin, pêwîst e, em bala xwendevanan bikşînin ser sê xalên sereke ku bi nerîna me ziyaneke gewre gihandine pêşxistin û bihêzkirina weşanên kurdî li vî beşî. Ew jî ev in: 1- Hemî rojname û kovar bi taybetî, û weşanên kurdî bi gelemperî li Rojavayî Kurdistanê û Sûriyê bi şêweyekî nihênî, ango bê rêdan û bi zehmetî tên çapkirin û bi destan tên belav kirin. Lê derçûna zagona çapemeniyê ya sala 2008´an çapkirina bê rêdan zor û zor zehmet kiriye. Vê lomê gelek nivîsevanên me, nemaze yên li welêt dimînin û rewşa siyasî dişopînin neçar dibin di bin navên lexem de (nerast) nivîs û berhemên xwe belav bikin. 2- Ligel ku di nav Kurdên Rojava de kesên bi şêweyekî pisporî û zanistî rojnamegerî xwendine kêmin û hejmara wan tiliya herdu destan derbas nake, lê mixabin zorbey zorê, ger
em nebêjin tevayî rêdaksiyonên rojname û kovarên kurdî ji van kesan bêpar in, ji ber ku piraniya van weşanan bi partiyan ve girêdayî ne û ewanan kesên pispor û serbixwe nikarin bipejirînin. Me nimûna çawaniya rawestandina kovara “ Pênûs “li jor da zanîn). 3- Partî û rêxistinên kurdî, ligel ku yek ji dirûşimên wan a sereke li Rojava parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî ye, lê bi dax û keserek mezin li erkên xwe xudî dernakevin. Bo nimûne, ewanan pirê caran bi hîç şêweyekî rojname, an kovarek serbixwe re nebûne alîkar. Ji wê wêdetir gelek caran di nav heval û alîgirên xwe de, li dijî belavok û weşanên kurdî ne. Ji lewra gunehê wan di rawestandina gelek rojname û kovarên kurdî heye. Kêmasiyên kovara û rojnameyan kurdî: 1-Ji bilî rojnameya “Newroz“, “Deng“, “Yekîtî“, “Demoqratî“, “Riya Ras “, naveroka hemî kovar û rojnamên kurdî wêjeyî ne. 2- Nivîsên rexneyî yên li ser mijarên curbicur di rojname û kovarên kurdî de pir kêm in. 3- Werger ji zimanê din bo zimanê kurdî di kovar û rojnameyên kurdî de zor kêm e, ger em nebêjin hema hema nayê dîtin. Ev jî bandoreke neyênî li ser pêşxistina wêje û zimanê kurdî dike. Nemaze gava em bizanibin ku piraniya kovar û rojnameyên me xwe wek weşaneke rewşenbîrî pêşkêşî xwendevanan dikin. 4- Kovar, an rojnameyên taybet bi dîrok, pirsgirêka zarok û mendalan, jin û xortan ta roja îro li ba Kurdên Rojava nîn in. Eva han dibe sedema dûrxistina beşekî gewre ji civaka kurd ji kar û barê kurdayetiyê, û berê vî beşî berve karên talûkê dide. Û li gor gelek agahiyên cihê baweriyê ku roja îro qutbûneke berbiçav di navbera nifşên yekemîn nîvsedsal bihurî û yên nû de heye. Ev bi xwe jî metirsiyek mezine giraniya xwe dide ser duwaroja nifşên nûhatî. 5- Ta berî çend salan, ji ber hindikbûna nivîsevanên zimanê kurdî. Nivîskarên kurd neçar dibûn destên xwe bavêjinn babetên curbecur, û eva han jî qelsî dixist berhemên wan, lê roja îro bi dehan û dehan nivîsevan di nav Kurdan de peyda
dibin, êdî divê berê nivîsevanên me berve pisporiyê here. Kî çi cureyê nivîsînê ji xwe re vedibrêje, divê xwe tenê di wir de mijûl bike, da ku berhemeke kêrhatî pêşkêşî civaka xwe û mirovatiyê bike, û guleke rengîn bi ser baxçê çanda kurdî ve bike. 6- Hîngî cihana me pir biçûk bûye, hêştiye hemî pirsgirêk bi hev ve bêne girêdan, ji lewre pêwîstiya me Kurdan bi zanîna bîr û boçûna siyasî ya biyaniyan beramberî pirsgirêkên cihanî bi giştî û pirsa rewa ya gelê me bi taybetî heye. Ev ton nivîs em di herçar rojnameyên li welêt jiyana xwe berdewam dike de nabînin. 7- Tu kovar, an rojname ku li gor rêbaza olî pirsgirêka dinirxînin (çi Îslamî, çi Êzîdî û ...) di nav weşanên kurdî nîn in, wek çawa kovara “Nûbihar“ li Tirkiyê û bakurî Kurdistanê, û “Laleş“ li Başûrê welêt. Loranî pirê, ger em nebêjin tevê kovar û rojnameyên me li gorî rêbaza çepîtiyê ne. Li gorî dîtina me, hebûna kovarên wisa, baxçê weşana kurdî dewlemend û rengîn dike, tevî ku metirsî ji geşkirina ola, - çi ol dibe bila bibe - heye. Li dawiya herdu xelekan, dibe ku me hin kovar, an rojname jibîrkiribin. Em pêşda lêborînê ji xudiyên wan lava dikin. Herwisa eger em li ser hin kovar, rojname bi aweyekî fireh nerawestîbin, belê, me li gor çavkaniyên ku bi dest me da hene, me nivisîye. Ez hêvîdar im, ku pênûsên çalak, di vê derbarê de, lêkolînên xwe raberî zanistiya rojnamegeriyê û çanda kurdî bikin, û valahiyên lêkolînên çapemeniyê tijî bikin. Pirsa ku em li dawiyê bikin ew e: Gelo li gorî pîvanên rojnamevaniyê, ango merc û stûnên wê, mirov dikare weşanên me di herdu xelekan de bi nav kirine, weko rojnamegerî bipijrîne, an na? Em bersiva vê pirsê ji pisporên rojnamegeriyê re dihêlin. Cejna rojnamegeriya kurdî li we û me hemiyan pîroz be.