293 sal piştî derketina rojnameya yekem, di sala 1898‟an de kurd bûn xwediyê rojnameya xwe ya yekem. Rojnameya bi navê “Wettliycke Tiddinghe” ku ji hêla Abraham Verhoeven ve, di sala 1605‟an de, li Anversa Belçîkayê bi periyodên 15 rojî û bi zimanên fransizî-flamanî dest bi weşana xwe kir, wekî yekemîn rojnameya di dîrokê de hatiye qeydkirin. Herçî yekemîn rojnameya bi kurdî “Kurdistan” e, di “Çapxaneya El-Hîlalê”, di 22‟yê Nîsana 1898‟an de li Kahîreya Paytexta Misrê, ji hêla Mîqdad Mîdhet Bedirxanê yek ji endamên bijare yê malbata Bedirxaniyan ve hate weşandin. Rojnameya ku ji 15 rojan carekê dihate weşandin, bi giştî 31 hejmar derketiye. Piraniya hejmarên rojnameya ku 10‟ê Nîsana 1902‟yan dawî li weşana xwe anî, li Kahîreyê; hinek ji wan li Cenevreyê, hinek ji wan jî li Folkstonê hatine çapkirin. Li ser berga hejmara pêşîn a rojnameyê wiha hatiye nivîsîn: “Kurdistan 1315, Kurdlerî îkad we tehsîl, sin’et teşwîq îçûn şimdiliq on beş gunde bir neşir olunur kurdçe xeztedir.” Di sala 1973‟yan de, bi gotineke din 75 sal piştî weşandina rojnameya Kurdistanê, li Kurdistana Îraqê 22‟yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hatiye pejirandin û ji wê rojê heta niha gelek rêzeçalakî têne kirin. Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistanê ku kar û barên xwe li derveyî welat berdewam dike, di salên derbasbûyî de, bi biryareke weha, 22‟yê Nîsanê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” heband. Rojnameya “Welat” ku di destpêka salên 90‟î de, bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir û yek ji hîmên bingehîn ê rojnamegeriya kurdî tê hesibandin, di 22‟yê Nîsana 1992‟yan de dest
bi jiyana xwe ya weşanê kiriye. Rojnameya Welat, ji ber sedemên cuda pêşî bi navê “Welatê Me”, paşê jî bi navê “Azadiya Welat” weşana xwe berdewam kiriye. Rojnameya Azadiya Welat ku li Stenbolê, bi periyoda heftane dest bi weşana xwe kir, paşê cih guhest Diyarbekirê. Rojname, ji 15‟ê Tebaxa 2006‟an ve, bi awayeke rojane diçe ber destên xwendevanên xwe. Di 100 salan de 1200 weşan Ji rojnameya yekem bigire heta niha, ligel tevahiya zehmetî û bêderfetiyan Kurdan ji 1000‟î bêhtir weşan derxistine û ev hejmar, di 10 salên dawî de her diçe zêdetir dibe. Rojnamegerê Kurd Mehmûd Lewendî ku jiyana xwe li Stockholma Swêdê –ev çend sal in li Parîsa Fransayê ye- berdewam dikir, vê yekê bi lêkolîna xwe ya ku pêşkêşî çalakiyên sebaret “100 Saliya Rojnamegeriya Kurdî” kiriye diselmîne: “Di maweya 100 salên di navbera 1898-1998‟an de Kurdan 1200 rojname, kovar û belavok/bulten derxistine. 730 hebên ji wan, ji hêla partî û rêxistinên cihê cihê ve hatine derxistin. Ji vê hejmarê bi tenê 295‟ê wan bi kurdî bûne ku piraniya wan bi zaravayê soranî, paşê jî bi kurmancî û dimilkî ne. Weşanên mayî tirkî, erebî, farisî; qismek ji wan jî, bi tirkî-kurdî, erebî-kurdî ronahiyê dîtine. 35 weşan jî bi zimanên biyanî ango ingilîzî, almanî, swêdî, yewnanî, rûsî û fînî derketine. Ji van weşanan 630 hebên wê bi awayê îllegal jiyana xwe ya weşanê berdewam kirine…” Rojnamegeriya Kurdî peywireke îdeolojîk hilda ser milên xwe Rojnamegerî ji bo Kurdan, ne tenê bû qadeke pîşeyî. Her wiha wê peywireke girîng a îdeolojîk û siyasî jî da ser milên xwe. Lewre jî dibe ku ji ber vê sedemê, Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê pîşeyî ve bi têra xwe bi pêş neket û negiha cihê ku heq dike. Ligel tevahiya zehmetî, çewisandin, pest-kotekî û sansûrê, rojname û kovarên bi navê Rojî Kurdistan, Hetawî Kurd, Rojî Kurd, Kurdistan, Helale, Hawar, Ronahî, Niştiman, Gelawêj û Hîwa di dem û dewrana xwe de merhaleyên baş bi dest xistine, di qadên çand, ziman û siyasetê de barên ketiye stûyên wan bi layiqî hilgirtine û pêşengiya ronakbîriya Kurdan kirine.
Rêje û îstatîstîkên heyî bi me didin nîşandan ku halîhazir li hûndir û derveyî welat bêhtirî 200 kovar û rojnameyên Kurdan têne weşandin. Bi tenê li Başûrê Kurdistanê behsa 140 kovar û rojnameyan tê kirin. Kurdistanî Nwe, Birayetî, Xebat, Raman, Sixurme û Gelawêj ji wan bi tenê çend nav in. Li bakurê welêt, Azadiya Welat, Zend, Nûbihar, Rewşenname, Tîroj, Vesta, Çirûsk, Hinar, Nûbîn; li rojhilat ango li Kurdistana Îranê Zirebar, Sirwe, Awêne; li Kurdistana Suriyeyê Pirs, Zanîn; li derveyî welat jî Kurd, Peyam, Hîwa, Seko, Kurdistanî İmro, Amara çend navên girîng in ku çend nav ne di nav de, piraniya wan heta niha jî weşana xwe berdewam dikin. Tevahiya weşanên min li jorê navên wan da, bi latînî an jî bi alfabeya erebî lê bi zimanê kurdî têne weşandin û dihatin weşandin. Dihatin weşandin dibêjim, ji ber ku çendek ji wan weşanan îro dernakevin. Rûdaw û Le Monde Dîplomatîk Kurdî. Şayanê gotinê ye ku em di vê nivîsara xwe de behsa du hîmên bingehîn ên rojnamegeriyê bikin ku nêzî salekê ye bi heyecaneke baş navên wan tê hildan: Rûdaw û Le Monde Diplomatique Kurdî. Rojnameya Rûdawê ku li Hewlêra Paytexta Kurdistana Federal ronahiyê didît, bi vê hejmara di destên we de, ev 41 hefte ne, bi çapa xwe ya Ewropayê ku li Kolnê derdikeve, ji çar parçeyên Kurdistanê, Ermenîstan, Gurcîstan, Qefqasya, Rûsya, Australya, Kanada û Amerîkayê deng û behsên Kurdan, tevî siyaset, çand, edebiyat û magazîna wan tîne nêv mala me. Rojname 16 rûpel bi alfabeya latînî, 16 rûpel jî bi alfabeya erebî, bi giştî 32 rûpel e. Herçî Le Monde Diplomaique Kurdî ye, di sermaweza 2009‟an de hejmara xwe ya yekem belav kir. Rojnameya ku li Kurdistana Federal çapa xwe bi zaravayê soranî dike, li Ewropayê bi zaravayê kurmancî xwe digihîne ber destê xwendevanên xwe. Her wekî Rûdawê, Le Monde Diplomaique Kurdî jî 32 rûpel xwerû bi kurdî derdikeve. Şayanê gotinê ye ku rojnameya navdar a fransî, zimanê kurdî jî di nav de, li 46 welatan bi 25 zimanan tê weşandin û tîraja wê li dor 2 milyon û nîv e.
Azmûna Sovyetê û Rojnameya Riya Teze Helbet gava em behsa deverên ku Kurd lê niştecih bûne bikin, em nikarin berê xwe ji Ermenîstan û Gurcistanê bidin alî. Bi taybetî Kurdên ku piştî salên 1915‟an ji dorhêlên Agirî-Qers-Bedlîs-Sason û Wanê, berê xwe dan aliyê din ê Çiyayê Araratê, Çemê Arasê û herêmên Erîvan û Tiblîsê bi cih û war bûn, bi piştevaniya Sovyeta Sosyalîst di warê çand, huner, edebiyat û zimên de gavên mezin avêtin û karên hêja pêk anîn. Ligel ku dema wê ya weşanê kurt jî bûye, “Beşê Kurdî yê Radyoya Erîvanê” ji sala 1955‟an heta niha pêlên xwe digihîne nav malên Kurdan. Li hêla din Rojnameya “Riya Teze” ku tevî çerçirandin, tunebûn û zehmetiyên giran, ji sala 1930‟yî heta niha 80 sal in weşana xwe berdewam dike, divê ji bo Kurdan nîşaneya rûmetê be! Lê hezar mixabin ku sazî-dezgeh û serpereştên Kurdan dest navêjin vê rojnameyê, heye ku rojnameya li ber girtinê deriyê xwe heta hetayê dade!.. Riya Teze ya ku heta sala 1937‟an bi alfabeya latînî weşana xwe kir, paşê bi alfabeya kîrîlî weşana xwe ya kurdî berdewam kir. Dema ku min di salên 2001 û 2002‟yan de li Erîvanê serdana rojnameyê kiribû de, kedkarê 40 salan ê rojnameyê Emerîkê Serdar diyar kiribû ku ev salek e ew derbasî alfabeya latînî bûne. Ligel ku Salvegera 112 saliya Rojnameya Kurdistanê ye, her wisa jî îsal 80 saliya Rojnameya Riya Teze ye. Ji ber vê yekê dixwazim behsa serpêhatiya vê rojnameya giranbiha bikim. Divê bidim zanîn ku min beşek ji van agahdariyên li ser Riya Teze di qismek weşanên Kurdan û kitêba xwe ya bi navê “Gera Pênûsê” de jî weşand. Em vegerin ser serpêhatiya Rojnameya Riya Teze. Di sala 1929‟an de Erebê Şemo û Îsheq Maragulovê aşûrî bi tîpên latînî dest bi xebata nivîsînê dikin; di dibistan û gundên Kurdan de perwerdehiya kurdî didin. Hinek cudahî di navbera alfabeya wan û ya Celadet Bedirxan de heye. Ji ber ku xwendin û nivîsandin wê gavê di nav Kurdan de kêm e, pêwîstî bi rojnameyekê heye. Salek şûnde, ango di sala 1930´î de, di bin banê dewletê de Rojnameya Riya Teze li Erîvanê dest bi weşana xwe dike. Ji ber ku ji nav Kurdan
kesên serwerî bikin nîn in, heta sala 1934‟an rojname di bin rêveberiya ermeniyên bi navê Gevork Parîs, Hraçya Koçar û Harûçî Migirdiçyan, ên ku fermalûyên Anatolî û Mezopotamyayê ne û baş bi kurdî dizanin, derdikeve. Piştî berpirsiyariya her sê kesên Ermen, êdî ji sala 1934‟an û pê ve berpirsiyarî dikeve destên Kurdan. Ji sala 1934‟an heta 1937‟an Cêrdoyê Genco berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Di sala 1937‟an de, dema Stalîn e û şev û roj li Kurdan herimî ye. Bi navê kurdî tiştek nayê kirin. Her tişt tê qedexe kirin. Heta 1955‟an rewş wisa kambax e, ji bo Kurdên Ermenistanê. Di sala 1955‟an de li gel Radyoya Kurdî û gelek sazî û dezgehan, Riya Teze dîsa ji xwendevanên xwe re dibêje 'Merheba'. Ji sala 1955‟an heta 1989‟an Mîroyê Esed bi qasî 34 salan berpirsiyariyê dike. Piştre bi qasî sal û nîvekê Tîtalê Efo dibe berpirsiyar. Ji sala 1991‟ê heta du-sê sal beriya niha jî Emerîkê Serdar berpirsê rojnameyê bû. Lê ji ber sedemên tendirûstiyê, Emerîkê Serdar cihê xwe spartiye Grîşayê Memê. Emerîkê Serdar di sala 1959‟an de wekî spîker (axaftvan) dikeve radyoyê û 2 salan karê spîkeriyê berdewam dike. Di sala 1962‟an de dikeve nav xebata Riya Teze û nêzî 50 salan xebata xwe berdewam dike. Riya Teze di dema Yekîtiya Sovyetê de, li Ermenistanê yekem rojnameya kurdî bû. Heta sala 1994‟an, di hefteyê de du caran derdiket. Lê niha ji ber sedema aborî ji du-sê mehan carekê derdikeve. Rojname 4 rûpel e. Heta sala 1990‟î, ku Sovyet hilweşiya 4 rojnameyên sereke yên Ermenistanê hebûn. Ew jî bi ermenkî, rûsî, azerî û kurdî bûn. Rojnameya bi kurdî Riya Teze bû. Wan çaxan Riya Teze ne tenê li Ermenistanê, her wisa li seranserê Sovyetîstanê belav dibû; diçû Ewropa, Emerîka û Kanadayê jî. 4000 heb çap dibû û bi riya abonetiyê hemû jî belav dibûn. Rojname piştî hilweşina Sovyetê bi tenê li Ermenistanê tê belavkirin û tîraja wê jî daketiye 500‟î. Emerîkê Serdar di serdana me de diyar dikir ku ew vê hejmarê jî bêheq li nav gundên Kurdan belav dikin. Li odeya biçûk a rojnameyê hîn bibûm ku nûçegihan, ango li gorî bilêvkirina Kurdên Erîvanê miqaledar, ango nûçegihanê 50 salî Mirazê Cemal yek bi yek li gundên Kurdan digere û
rojnameyê belav dike. Di destpêka salên 2000‟î de Rojnameya Riya Teze xebata xwe bi çar kesan berdewam dikir: Emerîkê Serdar (Berpirsiyarê Giştî-Redaktor), Grîşayê Memê (Cîgirê Redaktor), Rizganê Cango (Katibê Cabdar) û Mirazê Cemal (Nûçegihan). Sebaret vê nivîsarê min xwe gihand Dîrokzan-Nivîskar Celîlê Celîl û Şaîr-Nivîskar Eskerê Boyîk û hîn bûm ku niha bi tenê Grîşayê Memê û Mirazê Cemal mane li rojnamê. Heta hilweşîna Sovyetê, Riya Teze weşana Partiya Komûnîst bûye. Lewma jî wan salan rewşa rojnameyê baş bûye. Grîşayê Memê li avahiya rojnamê diyar kiribû ku di salên Yekîtiya Sovyetê de, ji 14 qatên avahiya ku ew tê de ne, bi qasî qatekê ango 11 ode ji bo wan hatibû terxankirin, lê niha ew di nav du odeyên biçûk de hewl didin ku bijîn. Di heman hevdîtina me de, Emerîkê Serdar jî diyar kiribû ku di dema Sovyetê de 25 xebatkarên wan ên kurd hebûne, lê ew niha mane 4 kes. Helbet ji bilî vê rojnameyê, Kurdên Qefqasyayê bingeha gelek rojname û kovarên din jî avêtine. Bi taybetî di dawiya salên 90‟î û destpêka salên 2000‟î de çend weşanên Kurdan derketine ku navên wan ev in: Welatê Rojê, Mezopotamya, Dostanî û Axîna Welat a ku li Moskovayê derdiket. Sê hîmên bingehîn Bi awayeke giştî em dikarin Rojnamegeriya Kurdî di bin banê sê xalan de kom bikin. Rojnamegeriya Kurdî ya demên dawî yên Împaratoriya Osmanî û salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê: Di vê serdemê de, bi taybetî piştî kar û xebatên rewşenbîrên Kurd ên li Stenbolê gelek kovar û rojname hatine weşandin. Çend kovar û rojnameyên girîng ên wê demê ev bûn; Şark ve Kurdistan 1908, Rojî Kurd 1913, Kurdistan 1918, Jîn 1918. Serdema ku li Kurdistana Suriyeyê bi “Hawar” û “Ronahî”yê pêk hat: Hawar‟a ku ji hêla Celadet Bedirxan ve hate weşandin, di navbera salên 1932-1943‟yan de li Şamê weşana xwe berdewam kir.
Serdema piştî 1990‟î ku Tevgera Siyasî ya Kurd lez da xebatên xwe: Bi gotineke din, kevneşopiya “Çapemeniya Azad” ku li Tirkiyeyê bi pêş diket. Di vê serdemê de, di serî de Yenî Ulke ya heftane, paşê jî rojnameyên bi navê; Özgür Gundem, Yenî Polîtîka, Demokrasî û Ozgur Bakiş yên rojane rastî pestkotekî û çewisandinên giran hatin. Nûçegihan û nivîskarên van rojnameyên Kurdan ku bi tirkî derdiketin, ji hêla hêzên tarî ve hatin qetilkirin, gelekên wan birîndar bûn, îşkence dîtin, seqet man, cezayên giran xwarin, an jî terkeserê dinyayê bûn û bûn penaber. Rojnameyek ji wan hate bombekirin. Tevahiya rojnameyên ku min navên wan da, hatin qedexekirin, cezayên giran xwarin û hatin girtin. Li hêla din kevneşopiya rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat ku di sala 1992‟yan de destpê kir û min bixwe jî bênavber 8 salan ked lê daye, peywira xwe ya bi navê “Dibistana Kurdî” heta îro jî bi şanazî meşandiye û dimeşîne. Ligel tevahiya van geşedan û pêşketinan, Rojnamegeriya Kurdî tu caran ji nîrê “sirgunê” rizgar nebû. Rojnameyên ku di dîroka çapemeniyê de nav dane, bi piranî li Kahîreyê, Şamê, Stockholmê, Erîvanê, Moskovayê û Stenbolê bang li xwendevanên xwe kirin. Bi hêviya ku Rojnamegeriya Kurdî li Diyarbekirê, Li Silêmaniyeyê, li Mehebadê û li Qamîşloyê gur û geş bibe… Bi hêviya gelek salên din... rojnameger@hotmail.com