Rojnameger û Nivîskarê kurd ê eyan Emerîkê Serdar, di sala 1935‟an de ji dayik bûye. Li gundê Sîpanê ya dorhêla Elegezê hatiye dinyayê. Pêşiyê wan jê re "Pampa Kurdan" digotin. Ev çend sal in navê gund guhertine û kirine Sîpan. 170180 sal berê kal-bavên wî, ji dorhêla Qersê hatine Ermenîstanê. Ew ji eşîra 'Saniyan' e. Serdar, piştî kutakirina 'Mekteba Elegezê' di sala 1954‟an de li 'Fakulteya Zimên û Dîrokê ya Enstîtuya Ermenîstanê-Beşê Pedagojiyê' de hatiye qebûlkirin. Di sala 1959‟an de xwendina xwe diqedîne. Sê salan li gundê Elegezê, dersdarî kiriye. Ew dersdarê Ziman û Edebiyata Kurdî û Ermenî bûye. Serdar, paşê dikeve nava xebata Radyoya Erîvanê Para Kurdî. Di dawiya sala 1959‟an de dest bi vî karî dike, heta sala 1962‟yan, wekî bêjer kar dike. Dîsa di sala 1962‟yan de dikeve nava xebata Rojnameya Riya Teze û heta sala 2006‟an bênavber 46 salan vî karî dimeşîne. Emerîkê Serdar ji Erîvana Ermenîstanê pirsên me bersivandin… *** S.K.: Ezbenî rewşa tendirustiya te çawa ye? Rojên teçawa derbas dibin? E.S.: Hema bêje temamiya rojê di mal de me. Çavên min xerab dibînin. Lingê min jî diêşin. Zehf kêm ji mal derdikevim. Guhdariya radyoyê dikim. Keça min Nurê ji min re pirtûkan dixwîne. S.K.: Gelo civat li te diqeside an na? Dost, heval û hogirên te yên berê têne serdana te?
E.S.: Bawer bike na! Ez diçim cem wan. Heftê carekê bi qasî saetekê du saetan diçim cem hevalan. Lê gelek caran ji derveyî welat telefonê min dikin, li halê min dipirsin. Ji Ukraynayê, ji Rusya û Ewropayê pirsa min dikin. S.K.: Mamê Emerîk ev çend sal in te dev ji rojnamê berdaye? E.S.: Ev bûn sê sal. Rewşa rojnamê ne baş e. Sê çar mehan carekê jî dernakeve. Serkariya rojnameyê baş karê xwe nake û rewş xerab e. Hejmarên derdikevin jî, naçe nava gel. S.K.: 80 sal in ku rojnameya Riya Teze heye. Nêzîkî 50 sal in ku keda te di nav xebata rojnamê de heye. Bi rastî jî gava behsa Riya Teze bê kirin, navê cenabê te di nava sê-çar kesan de ye. Keda te gelek mezin e. Gelo tu bêriya xebata li nav rojnamê dikî? E.S.: Salih can tu hatî cem me û bi rewşa min baş dizanî. Tiştê ez bêjim, dibe ku ji aqilan der be! Gelek caran ez di xewna xwe de dibînim ku ez li rojnamê kar dikim, dixwînim, dinivîsim. Ev xewna min a sereke bûye. 46 salan bênavber min li rojnamê kar kir. Ez bûme ewledê wê rojnamê, rojname jî bûye ewledê min. Rojname ketiye dilê min û rûhê min, lê heyf ku niha rojname ne li cihê ku heq dike ye. Ev tişt gelek li min çetin tê, ez gelek li ber xwe dikevim. S.K.: Gelo tê bîra te gava nivîsa te ya ewil di rojnamê de derket. Kîjan sal bû, nivîs li ser çi bû? Piştî wê nivîsê hest û ramanên çawa li te peyda bûn? E.S.: Li ser vê pirsê keneke biteqil dike, paşê berdewam dike- Salihê bira spas bo vê pirsê! Baş tê bîra min. Sala 1955, meha sibatê bû. Min helbestek nivîsî bû. Li ser aştiyê bû. Min dixwend, lê min ji çavên xwe bawer nedikir ku navê min di rojnamê de hatiye nivîsandin. Min li kuçe û kolanan, li her derê nivîsa xwe nîşanî hevalan dida û digot va ye nivîsa min di Riya Teze de derketiye. S.K.: Ji wê demê heta niha hejmara nivîsar-makaleroportajên te yên di rojnamê de derketî gelek in ne wisa? E.S.: Erê lê çawa? Rastî ji birayê xwe re bêjim, hema ji
hezarî zêdetir nivîsên min ên li ser edebiyata kurdî çap bûne. Di sala 1966‟an de, ilimdar û zanyarekî îngilîz li ser Edebiyata Kurdên Sovyetê pirtûkek çap dike. Tê de dinivîse ku Emerîkê Serdar di nav Edebiyata Kurdên Sovyetê de mirovê pêşin e ku bi rexnekirina edebiyatê ve mijûl e. S.K.: Siheta te xweş ezbenî. Bêguman Emerîkê Serdar di nava edebiyata Kurdên Sovyetê de navekî sereke ye û şayanê rûmetdayîn û xelatkirinan e. Te bixwe çend xelat jî wergirtine. Yek ji wan xelatan, te çendek berê wergirt. Gelo dikarî hinek behsa wê xelatê bikî? E.S.: Belê serçavan! Navenda Bîyografî ya Navneteweyî (International Biography Center) ku li Cambridge‟a Îngilîstanê karê xwe dimeşîne, bi navê “Profosyonelê Cihanê yê Mezin-2009” ez xelat kirim... S.K.: Xelat kete destê te? E.S.: Belê çawa? Ji min re şandin. Vê gavê ew xelat li mala min, li ber destê min e… Berê jî, di sala 1986‟an de ji hêla Hikûmeta Ermenistanê ve ez hatime rûmetkirin. S.K.: Wekî tê zanîn cenabê te xwediyê gelek berheman e jî... E.S.: Rast e! Heta niha 7 kitêbên min derketine. 5 ji wan bi kurdî ne. 2 heb ji wan li rûsî hatine wergerandin. Min bi qasî 10 kitêb jî, ji rûsî û ermenkî wergerandine kurdî. S.K.: Mamoste Emerîk ez dîsa vegerim ser Riya Teze. Gelo çi ye sedem ku rojname heta niha weşana xwe berdewam dike. Ev hêz ji ku tê? Piştî hilweşîna Sovyetê, di nava şert û mercên gelek dijwar de -ku ne av, ne elektrîk, ne gaz hebûye- te serpereştiya Riya Tezeyê kiriye. Gelo ev eşq û evîna mezin ji ku tê? E.S.: Meqseda te piştî salên 90‟î ye. Min ji sala 1991‟ê heta 2006‟an berpirsiyariya rojnamê kiriye. Gotinekî me Kurdan heye. Dibêjin; “min bi neynûkên destan kir!” Bi rastî jî min bi neynûkên tiliya xwe rojname xweyî kir û parast. Hikûmet nedibû xweyî, ez diketim gundan. Gund bi gund digeriyam û min karê rojnamê dimeşand. Te got eşq û evîn. Mamoste hebûn ku qirûş bi qirûş pere ji şagirtên xwe berhev dikirin,
dianîn didan me ku rojname nesekine û berdewam bike. Li hêla din neteweperestên ermeniyan û cehşên êzîdiyan hebûn li dijî min derdiketin. Sedem jî ev bû. Tu jî dizanî, rojname heta sala 2000‟î bi alfabeya kîrîlî derdiket. Min biryar girt ku bi tîpê latînî çap bikim. Lewre dijminatiya min gelek hate kirin. S.K.: Ezbenî fikir û ramanên te li ser 112. Rojnamegeriya Kurdî û 80 saliya Riya Teze çi ne? E.S.: Bi tenê ez dibêjim şikir ji Xwedê re ku 113 sal berê bi saya rojnameya Kurdistan, dinya bi me hesiya ku em kurd xwediyê rojnameyekê ne. Her wiha dibêjim rehma Xwedê li Mîthed Mîqdat Bedirxan be, cihê wî bihuşt be. Her wiha kovarên bi navê Hawar û Ronahî jî şanaziya edebiyata me Kurdan e. Zehf razî me ku kurd xwediyên wan kovar û rojnameyan bûne. Ew stêrkên geş in di asîmanên rojnamegeriya me de. Ez bêm ser Riya Teze. Rastî mala Xwedê, heta sala 2006‟an jî rojname karê xwe bi serfirazî kir. Heta wê salê jî, Riya Teze, neynika tevahiya Kurdên Sovyetê bû. Piştî min dev ji rojnamê berda, kesên li pey min, karên rojnameyê baş nameşînin. Ji ber ku kadroyên me yên sereke neman. Derketin û çûn! Berê kesên wekî Prof. Celîlê Celîl, Babayê Keleş û Eskerê Boyik hebûn. Gotinekî me kurmancan heye, dibêje; “dasa mêra, maye ji kundê dêra!” S.K.: Emerîkê Serdar careke din bihata dinyayê, cara ewil dixwest çi bike? E.S.: Ez careke din bihatama dinyayê, minê dîsa bixwesta karê rojnamegerî û nivîskariyê bikira. Li hêla din, ne tenê li nav gundên Ermenistanê, ezê li seranserê gundên Kurdistanê bigeriyama. Ev daxwaz, baristana dilê min e. S.K.: Ezbenî pirsa min a dawiyê ev e; tiştê di dilê te de maye û heta niha te nekiriye çi ye? Tiştek heye ku tu dibêjî, “xwezî min ew jî bikira çi dibû bila bibûya…” E.S.: Min dixwest heta roja mirinê min di rojnamê de kar bikira û di nava xebatê de bimama.
S.K.: Mamoste Emerîkê Serdar siheta te xweş. Xwedê qewet û tendirûstiyê bide. Fikra min ew e ku tu li rojnamê jî bî, ne li wir jî bî, tu yek ji sembolên Riya Teze û Rojnamegeriya Kurdî bixwe yî… Mala te ava be ezbenî… E.S.: Avatir birê min, zehf razî me…