Gava mirov bixwaze li ser çand, wêje û çapemeniya Kurdên me yên li Qefqasyayê lêkolîneke berfireh bike, dê mirov bi hêsanî bibîne ku guncantirîn cih ango dever Ermenîstan û paytexta wê Erîvan e. Bi rastî jî Kurdên me yên li wî aliyê „Arasê‟, piştî nefî û fermalîbûna fileh û êzidiyan, di warê kurdewarîbûnê de gavên berbiçav avêtin û di vî warî de xwe „qerase‟ kirin. Weşana „Mala Kurdan, „Welatê Rojê‟ ji sibata 1999´an û vir ve derdikeve. Di destpêkê de rojnameya ku 15 rojî bû, niha mehane derdikeve. Berê bi 4 rûpelî bû. Piştre bû 8 rûpel niha jî wekî 16 rûpel derdikeve. Her çiqas du rûpelên dawî bi kurdî û tîpên latînî bin jî, giraniya rojnameyê bi ermenkî ye. Serkarê Giştî yê Rojnameyê Akademîsyen û Nivîskar Çerkezê Reş sedema vê yekê wiha diyar dike: „Me xwest gelê Ermenî çand, dîrok û edebiyeta me binase...‟ Heger mirov behsa naveroka rojnameyê bike mirov dikare bibêje ku çandî, wêjeyî û siyasî ye. Lê Çerkezê Reş dibêje ku ew rojnameyeke îdeolojîk û siyasî ye û nikarin xwe ji rewşa tevgera gelê Kurd bişon. Li gorî îdîaya berpirsiyarê rojnameyê, çara ewil li Ermenîstanê „Edebiyata Kurdan a Qirna Navîn‟ di rojnameya wan de hatiye nivîsîn. Wekî mînak jî dibêje ku wî cara ewil di dîrokê de helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Elî Herîrî tercûmeyî ermenîkî kirine û di rojnameyê de weşandine. Niha jî rojname li ser Nîzamî Gencewî disekine ku di sedsala 12‟an de wekî fikirdar û helbestvanekî mezin tê hesibandin. Çerkezê Reş diyar dike ku li aliyekî azerî, li aliyê din faris li Gencewî xwedî derdikevin, lê ew bixwe Kurd e û bixwe ji Gencê bûyê ku wê demê di destê Kurdên Şidadî de bûye. Bi tevahî 3 kes xebata rojnamayê dimeşînin: Çerkezê Reş,
Derya Botan û Karîne Usubyan. Berê tîraja rojnamayê 1200 heb bû, niha tîraj daketiye 700‟î. Lê xebatkara rojnameyê Karîne Usubyan diyar dike ku ev tîraj têrê nake, lewre pêwîst e ku ew tîrajê zêde bikin. Dema me xwest ku Usubyan behsa nêzîktêdayîna gelê Ermenî ji me re bike wiha dibêje: „Gelê Ermenî bi kêfxweşî li rojnameya me mêze dike. Ji ber ku giraniya zimanê rojnameya me bi ermenikî ye, hê bêhtir aleqa nîşan didin. Çend kes ji gelê Ermen hene ku tên li rojnameyê dipirsin... Rojname di varê teknîkê de di nava kêmasiyan de ye. Pêdivî bi kompîtûr û skaynerekê heye. Her wiha Çerkezê Reş dibêje ku ew di warê bernameya zimanê kurdî ya li ser kompîtûrê de jî zehmetiyê dikişînin. Berpirsiyarê rojnameyê Çerkezê Reş xwediyê portreyeke cihêreng e. Ew di sala 1955‟an de li nehiyeya Ecmîedzînê ya Erîvanê hatiye dinê. Li Znîngeha Erîvanê Fîlolojiya ermenkî qedandiye. Di 24 saliya xwe di li heman zanîngehê dibe mamosteyê dîroka edebiyata Ermeniyan. Çerkezê Reş teza xwe bi navê; „Têkiliya Kurd û Ermeniyan di nava dîroka wêjeya Ermenî de‟ pêk aniye. Ew 22 sal in ku dersê dîrok û zimanê ermeniyan nîşanî kurd û Ermeniyan dide. Sê kjitêbên Çerkezê Reş hene: „Şoreşa Xebera‟ „Du pa eşqê qîza şevîn‟ û „Veçêkirinên Zargotina Kurdan di nav edebiyata Ermeniyan de‟ Nêzîkî 150 gotar û nivîsarên wî di Radyoya Erîvanê û Rojnameya Riya Teze de hatine weşandin. Çerkezê Reş, li Moskovayê 4 salan di redaksiyona Kovara Kurdistan Report de xebitiye. Berfanbar 2002. Erîvan- Ermanîstan