Ji ber ku ev salên dirêj in ez di nava vî karê televîzyonvaniyê de me, ji xwe re wî mafî dibînim ku, li ser tv´yên Kurd biaxivim. Dîsa ji ber van salên dirêj ên xebata xwe, ez baş dizanim ku damezrandin û xebitandina kanaleke tv´yê çawa zehmet e. Ev kanalên hene bi kedeke gelekî mezin hatine damezirandin û pereyekî xwediyê mîqtareke hêja li van diçe. Helbet li gorî vê kedê, mirov dil dike ku ev kanalên hanê baş bin. Bi xwe ez ne tenê başbûna kanala jê re dixebitim ROJTV dixwazim, daxwaza min başbûna giş kanalan e. Ji bo vê yekê jî îhtiyacî bi rexneyan heye, ku min ev yek ji xwe re kiriye mijara vê nivîsê. Sedema îhtiyaca van rexneyan jî ew e ku, di van demên dawî de baweriyek bi min re çêbûye li ser tv´yan. Ez gihiştime wê qineetê ku van salên derbasbûyî yên duhezaran li medyaya Kurd nehatiye. Baş dizanim ku ji serî ve em ne xwediyê medyayeke têkçûyî bûn, vê medyaya me ya îroj di destpêkê de baştir bû. Ne tenê ji aliyê televizyonên Kurd ve, ji aliyê hemû organên weşangeriyê ve, em demên gelekî nexweş dijîn. Ji ber ku min jiyaye, ez dikanim bi dilrihetî bêjim ku, salên nodî xweştir bûn. Ne ku ez nostaljiyê dikim, na! Ji wê nostaljiyê zêdetir, ji bêrîkirina hevalên wê demê zêdetir tiştek heye. Di rojên pêşîn ê karê televîzyonvaniya Kurd de xebitîm. Min coşa destpêka televîzyona Kurdî, li welêt jiya, ji xwe beriya wê jî, min ya rojnameya rojane jiyabû. Îcar ji bo min şans bû ku di dema jîna wê coşê de ez yek ji xebatkarên wan bûm. Belkî jî ew coşa wî nifşî ye, niha vê rexneyê bi min dide
gotin, lê ez dîsa bêjim, ez bi xwe nizanim. Lê ez behsa çimanî û çawaniya gihîştina xwe ya vê qeneatê bikim. Ji ber ku karê ez dikim vê dihundirîne, ez piraniya rojnameyên Kurdan dixwînim, li´tv yan temaşe dikim û ji hemûyan zêdetir jî, li malperên li rûyê cihana înternetê mêze dikim, ji ber rewşa heyî ya weşangeriyê bêmoral dibim! Bi taybetî jî, ji ber ew malperên girseya wê ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk têne de. Yên bi tîpên latînî. Vana ji sibê heta êvarê dijûnan diweşînin û di têbiniyên mijarên nivîsandî de –ku dijûn in- çêrî hev dikin. Mixabin navên van malperan jî, bi Kurd û Kurdistanê hatine nivîsîn. Ev çend meh in, ne ji mecbûrî be, ji bo agahdariyê (!) ez nema vana dixwînim, ku vê helwesta hanê niha hinekî psîkolojiya min baştir kiriye. Lê vêcarê kanalên televîzyonên xwedî nasnameya Kurd û ji bo gelê Kurd weşanê dikin, min gelekî nerehet dikin. Ez ne yekî wisa me ku bi hêsanî nerehet bibim. Min nerehetiya ji weşana heyî ya siyasî, terikandiye. Rewşa çand û hunerê, nêzikatiya kanalên tv yên Kurd a giştî jî min nerehet dike. Û di encamê de rexneyên min bi xwe re tîne. Kanalên xwediyê navên `Kurd û Kurdistan`ê ji nûçeyên protokolê zêdetir karekî nakin û ciddiyeta wan a siyasî tenê ji rêxistina wan damezrandî re ye. Di bernameyên wan ên civakî de, çanda populer tê bi pêşxistin û kalîteya wan ji ya tirkan jêrdetir e. Televîzyona ez tê de dixebitim jî di nav de, tu kanalek nîn e ku, ji bo zarokan bernameyeke hêja çêkiribin. Medtv û Medyatv ji vî alî ve, ji hemû kanalên heyî baştir bûn û bi qasî hemû kanalên heyî bernameyên wan ên ji bo zarokan hebûn. Herçiqasî navê PKK`ê li ser hebû jî, ji hemû tv yên niha zêdetir neteweyî bûn. Alîkariya pêşxistina sînema, muzîk û şanoya Kurd dikirin. Ev jî ne wekî ku hin kanal aniha dikin, tenê çêkirina du klîban bû û tenê ji hunermendên rêxistina xwe re... Îcar çareserî jî ne ew e ku, hin kesên bi îddiaya li dervî rêxistinan in, rabin kanalan damezrînin. Çare ne ew e ku, kapîtalîstên Kurd dest biavêjin vî karî. Lewra wê hesabên wan ji partiyan zêdetir zirarê bide civakê. Hin kes hene wisa bi îddîaya lîberalîzekirina medyaya Kurd derketine pêş. Lê gereke mirov xwe ji vana biparêze. Bi ya min çareserî ew e
ku rêxistinên li pişta van kanalên tv´yan, bêtir neteweyî bifikirin ji bo weşanên xwe û bi taybetî zarok, pêşxistina civakê ya ji aliyê perwerdehiyê bikin armanca xwe. Eger ew nekin ewê hin kesên din bikin. Hina ji vana ji niha ve dest pêkirine! Di Tvyên Kurdan de çand û huner Wekî televîzyoneke neteweyî kanaleke Kurd a xwediyê weşana giştî –ne tematîk-, bi famana berfireh a çandê kar dike. Vê famana berfireh jî awayê jiyanê, kevneşopî, avadanî, xwarin, şert û awayê xebata mirovan, têkelî û danûstandinên di nava mirovan de, ol û baweriyên gel û hwd. dihundirîne. Ji bo ragihandina vana ya ji gel re jî rêbaza li pêş, divê famana teng a çandê be. Ev famana teng a çandê jî, wekî heft hunerên xweş mirov dikane kurteber bike. Vana jî wekî tema ji bo her kanalên giştî pêwistiyek e. Lê rewşa Kurdan ne ew rewş e, ku kanalek bikanibe bibe xwediyê bersiva ji bo vê pêwistiyê. Kanala tv´yê medyûmek e, ku tiştê li nava jiyana rojane heye, ji xwe re dike tema û bi programên cihê diweşîne. Bi wî şertî ku ne tv´yeke li ser temayekê be. Lewra di roja me de ev kanal wisa zêde bûne ku, êdî tenê kanaleke muzîkê jî ji bo Kurdan heye. An jî kanaleke tenê ya nûçeyan. Mijara me kanaleke giştî ye û awayê peydakirina mijarên xwe ye. Ji ber vê jî mirov mecbûr dimîne, ku li nava civakê binêre û tiştên heyî bi kirina mijarên bernameyan bi kar bîne. Ji vî alî ve îhtiyacî bi hunerê heye, ku hin mirov vî karê bernameçêkirinê jî wekî huner dihesibînin. Lê kanala tv´yekî mediyûmeke ku dikane tenê di destên hin kesan de bibe huner. Tenê di rewşeke wisa de dikare wan heft hunerên xweş, bi xweşahiya hunerê tv´çêkirinê re bike yek û ji gel re ragihîne. Gava ku mirov li tv´yên heyî yên Kurdan dinêre, kanalên gelekî bi îddîa jî di nava wan de, hunera xweş tenê wekî huner girtine dest. Yanî bi gotina` bila di kanala me de ev jî hebe` mirov dikare rewşa wan îzah bike. Di kanala ez lê dixebitim de, di Kanala Rojtv`yê de, belkî ji aliyê îdeolojiyê ve nêrîneke sererasttir a li çandê heye, him ji aliyê famana berfireh û him jî ji aliyê famana teng ve, çand û huner ji bo
gel e. Lê di encamê de, çand û huner tenê ji bo tv´yê heye. Min di hevoka xwe ya jor de gotina `belkî bi kar anî. Ne belkî ye, ez jê bawer im ku di aliyê îdeolojiyê de nêrîna rêveberên tv´yê ya li çand û hunerê, nêrîneke rast e. Lê tevî vê nêrînê di encamê de, mirov nikane bahsa cihêtiyeke wê ya ji kanalên din heyî jî bike. Kanalên heyî çand û hunerê wekî pergala reklama firotina malê xwe dibînin. Malê wan jî propagandayeke tund e. Ez nabêjim gereke propaganda neyê kirin. Na! Gelekî berovajî we, pêwistiyeke mezin a propagandayê heye. Lewra rewşa welatê Kurdan muhtacî vê yekê ye. Lê ne wisa bi tundî. Hin ji kanalan dest bi weşandina film û serîyên Holiwood û Boliwoodê kirine û bi vê yekê xwe wekî kanaleke pêşketî ya Kurdan dihesibînin. Yanî Kurd ji wana kêm bimînin ewê azad nebin. Bi dîtineke wisa derketine weşanê û wê bi van fîlm û seriyan gel perwerde bikin. Soap-serie`yên me gelekî zêdebûne û him jî bi zaravayê soranî, di kurmancî de hînê kêm in, lê ji bo kurmancî jî reality-show di rojevê de ne. Li kanala me hemkareke me xwediyê rexneyan bû, li ser bûyerên tacîz û tecawizê em kêm rawestiyane û wekî mîna bahsa bûyera li Sêrtê dikir. Lê awayê çêkirina programeke îdeala wê, di devê wê de bû û di demên bîhnvedanan de, ji herkesî re bahs dikir. Ne hewce ye mirov bahsa naveroka wê bike, lê awayê wê vedigot, ew awayê reality-show bû. Yanî wê mirov bidana axaftin, ew qurbanên bûyerê, li binê muzîkeke pirça mirov diweşîne û ji serê deqeyê jingle û hwd. Wê bixemilandiba li gorî famana xwe ewê wê mefhûma ku wekî çanda tecawizê tê navandin, bi çend programên wisa ji hole rabiba. Lê fikrekî din hebû, ku li ser bersiva vê pêşniyarê dihate axaftin, ji bo ji holêrakirina wê çandê, çanda tecawizê, diviyabû bi çanda tekoşînê hatiba dayin. Li ser bûyera li sêrtê çêkirineke stranekê û ji bo wê stranê jî klîbek pêşniyar dikir. Ev jî nêzîkatiyeke din a balkêş e, ji çand û hunerê re. Temam huner ne tenê ji bo huner e, ji bo gel e. Ji bo ragihandina çanda di famana berfireh de, ya ji bo nifşên dahatûyê huner amûra herî baş e. Gereke huner xwe bigihêjîne gel û gel bigihêjîne weşana kanaleke tv´yê, lê ne bi nêzîkatiyeke li ser
esasê bikaranînê. Jixwe hunermend endamekî civakê ye û ger mejî jî tevî hest pêre hebe ewê rewşa civakê bibîne û li ser wî esasî şikil bide hunerê. Ne hewce ye, ku kes an rêxistin û an jî kanaleke tv´yê bide sparîşkirin. Eger mirov ji famana teng a çandê dest pê bike û li rewşa Kurdan binêre di hemû hunerê me de wê mesaja `neteweyî` hebe. Yanî jixwe bi kurdî be ew mesajek bi xwe ye. Hin lîstikên dewletê di van demên dawî de li ser vê kurdîbûnê peyda bûne, ez vê nahesibînim! Lê ji bo min bi kurdîbûn wê mesaja neteweyî dide, yên ji vî alî ve bêtir dewlemend jî wê bêtir werin hebandin. Karê tv´yên Kurdan jî hêsankirina vê hebandinê ye, ango ragihandina wê ya ji gel re ye. Ez dibêjim gereke tv´yên me bazara hunerê nekin, tenê piştgiriyê bidinê. Bi taybetî jî piştgiriya tiyatro, sînema û dansê bikin. Bêyî berhemên van beşên hunera xweş, jiyana kanaleke tv´yê ne mumkun e. Tabîî, her kanal niha ji aliyê xwe ve piştgiriyê dide, lê tenê piştgiriya wan kesan dikin ku, propagandaya wan a siyasî bikin. Vana ji bîr dikin ku, yên biryardar gel e. Ji me re MEDTV divê! Weke rojnamevanekî tv yê, min dixwest kanaleke hebûya ku, rûyê weşana wê, li aliyê pêşxistina gel û têkoşîna wê bûya. Lê mixabin kanalên tv´yên me, ne xwediyên rûyekî wisa ne. Hin kanal derketin, `xwerû bi Kurdî`, û xwedê giravî bêyî hesabên siyasî yên rêxistinî, lê di warê xwegihandina gel de qels man. Hesabên wan ên siyasî nîn bin jî, hesabekî wan î giran ê aborî heye. Ez bawer nakim ku, ticarî kanalek bikanibe xwe bighîne serkeftina siyasî û çandî ya MEDTV yê. Lewra ew rihê bi pîonerên vî karî re, ew pêşengên vî karî wê careke din neyên peyda kirin! Bersiva çimaniya vê yekê jî, famana hingê û ya îroj e. Ew pêşengên damezrendêrên MEDTV`yê xwediyê wê dîtinê bûn ku, dixwestin çanda Kurd biparêzin daku ji nifşên dahatûyê re ragihînin. Ji bo vê jî pêvajoyeke afirandine ku li ser berdewamkirinê ye. Domandina tv´yê armanca wan a sereke bû. Û ez niha bi hêsanî dikanim bibêjim ku ew gihaştine wê armanca xwe. Zimanê li ber sekratan bi saya wê gava wan bû zimanê medyayê. Herçiqasî ew çanda domînant, ku li ser serê Kurdan wekî şûrê demokles mabe jî, tiştê MEDTVyê
bi xwe re anî, rêlibergirtina wendakirina çandê bû. Cara pêşîn ji çarperçeyên welêt ewqas mirov gihaştibûn hevdû û fêrî pevrekarkirinê bûbûn. Emansîpasyona jina Kurd, ticarî bi qasî dema weşana MEDTV´yê ewqasî bipêşneketiye. Bixwehesîna ji Kurdan re ya ku MEDTV´yê daye îroj jî bingeha têkoşînê ye. Kurdên bi zimanên din xwe `enterteint` dikirin, niha li berhemên xwe xwedî derdikevin. Ez dubare bikim; bi ya min ji van aliyan ve ticarî ewê tv´yeke din bi qasî MEDTV´yê serkeftî nebe. Ev serkeftin herçiqasî ne di rojevê de be jî, kes bahsa wê neke jî, ji herkesî re eşkere ye. Ji aliyê din ve pêvajoya berdewamkirinê ango domandina tvya kurdî jî serkeftî ye. Zextên gelekî giran li dijî MEDTVyê hebûn. Di şertên gelekî zahmet ên hiqûqî de, weşan dikir. Kontrola li ser wê, li devereke din a cihanê tunebû. Cezayên pereyan yên li weşana wê dihatin birîn, bi qasî yên hemû dîroka rojnamegeriya kurd e. Tevî vê yekê xwe domand. MEDTV yê, xwedîlêderketina li organeke weşangeriyê kiribû çanda Kurdan. Di roja me de kurd gihaştine wê rewşê ku, ewê hertim xwediyên tv ya xwe bin. Operasyona dawîn a li dijî ROJ TV`yê îşareta vê yekê ye. Êdî wê armanca sereke ya ddomandina karûbarê tvyeke kurd, bûye veguhezandina civakê. Hemû tvyên Kurdan jî ketine nava hewldana veguhezandina bi aliyê xwe ve ya çand û hunerê.