27´ê Gulanê, roja damezrandina Radyoya Dengê Mezopotamyayê ye. Radyo wek îro berî bi 9 salan ji diya xwe bû û bi gotinên dê û bavên zarwên nûxurî, sala 2001´ê çavên xwe li jiyanê vekirin. Bi Radyoya Dengê mezepotamya li saziyên neteweyî yeke din zêde bû û ew jî wek hejmarek saziyên din mohra Tevgera rizgarîxwazî hildigre ku wek xizmeteke dîrokî kete lîsteya projeyên sînornenas û sînorqevêz. Di van 25–30 salên dawî de tevgera rizgarîxwazî li Kurdistanê bi giştî û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê çendalî bi qevzên mezin bi pêşket. Di van salan de Kurdan guhertin û pêşketinên di sedsalan de nedîtibûn, nas nedikirin, bi dest nexistibûn berlep kirin û ber bi qonaxeke berhemdartir, hişmendanetir ketin rê. Kurd ji rewşeke gelekî lipaşmayî, jihevketî, bêtifaq û li dijê xwe derketin cihekî pirr cihê. Kurdan di mêjî û dilê xwe de navçegerî, malbatperestî, ezbetperestî û bavikperestî şikenand û li ser asteke berz û neteweyî xwe di her aliyê jiyanê de ji nû ve avakirin. Kultureke siyasî, neteweyî, demokratîk û xwebirêvebirinê anîn pê. Bi gotineke din, Kurd, bûn xwedî serokayetî, xwedî rêxistin, medya satelîtî, radyo û butçyeke neteweyî. Di vê demê de hejmarek Instîtû, yekîtî û hejmarek saziyên civakî, kulturî, hunerî, federasyonî û medyayî, girêdayê cebhê weşan û çapemeniyê çêbûn. Kurdan nas kir û di nav ketin û rabûnê de bi bedêleke giran
dîtin ku hêz û xurtiya neteweyekî di derece û nisbeta organîzebûyîna wî û xwedîmedyabûna wî de ye. Şik û gomana wan nema ku bi qasî medya xwe tu heyî û xwedî gotin î. Giş dîroka siyasetê dide qebûlkirin ku neteweyek çendî xwe bi rê bixe û ev rêxistin jî çendî heralî be û giş aliyên jiyanê bigre, herwuha çendî vê organîzebûyînê, xwe bi medya û derfetên medyayî, dariştibe, çendî heralî û bikêr be, hemdem û bi teknolojiyeke pêşketî xwe rapêçabe, ewçendî çarenûs û siberoja netewe jî garantî û ewle dibe û ewçendî jî netewe li dijê êrîşên ji derveyî xwe, dibe xwedî karîn, da ku xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne. Zemanekî awe û şêweyê xwebirêxistinkirina Kurdan gelekî tiradisyonel, ne bi zeman û hevçerxê xwe re û kevnarane bû. Kurd bê rojname, bê radyo û bê televizyon bûn. Li aliyê din ev şêwerêxistinên hebûn jî yekalî, teng û gelekî bisînor bûn, ne li gora demê û ne li ser asta xelk û welatên hemdem bûn. Îro rewş bi temamî bi awayekî din e. Kurd bûne xwedî komele, enstîtu, akademî, federasyon, Konfederasyon, sazî û heralî xwe bi rêxistine û çerx û aşê medya di destên Kurdan û di xizmeta wan de jî ne kêmî ya hinek xelkên xwedîdewlet e. Di serî de Med Tv û piştre hejmarek televizyonên din yên ezmanî ketin jiyana weşanê. Hejmara televizyonên ezmanî îro di nav 15-20 kanalan re ye û hê jî di nav zêdebûnê de. Cardî ev 20-30 salên mijara gotinê ji ber jidaykbûna ewqas saziyên neteweyî ku gelek ji wan cara ewil di dîroka Kurdan de ketin jiyanê, ev sal bi cebhe û rûyekî xwe jî bûn salên salvegeran. Salvegera rojnamegeriya kurdî, salvegera festîvala ewil, salvegera mihrîcana ewil, salvegera yekemîn parlamentoya Kurdistan li derveyî welat, salvegera damezrandina Kongra Neteweyî, salvegera PENa Kurd, salvegera yekemîn satelîta kurdî, Radyoya Dengê Mezepotamya û Hwd. bi tenê çend nimûne ne. Yek ji van salvegerên girîng di dîroka me de salveger û salroja Radyoya Dengê Mezepotamya ye.
Radyoya Dengê Mezepotamya berî bi 9 salan, sala 2001´ê di 27´ê meha Gulanê de dest bi weşana xwe ya tecrûbeyî kir. Di van salên buhurî yê hezarsala nû de vebûna Radyoya Dengê Mezepotamya bi serê xwe jî yek ji bûyerên helî bibandêr û xwedîşop e, di dîroka medya Kurdan de. Radyoya Dengê Mezepotamya di nav van 9 salan de ketiye jiyana milyonan... Hejmara guhdarên radyo sal bi sal zêdetir dibe û ev jî ji telefon û ji bernameyên coceror tê dîtin. Coxrafya guhdarîkirinê firehtir e îro ji hercar. Radyo ketiye zîndanan, bi sedan name ji zîndanên Kurdistan û Turkiye tên ji radyo re. Herwuha tê zanîn ku di nav şervanên azadiyê de jî weşanên radyo bi germayî û dilovaniyeke bêpayan tê guhdarîkirin. Radyoyeke di nav çend salan de guhdarên wê ewçendî zêdebibin, wuha bibin bi milyonan, ewçendî ji bo Kurdên cihanê bibe navnîşana hevbeş, çênebûye. Bi vê minasebetê, bi minasebeta nehemîn salroja Radyoya Dengê Mezepotamya me pêwist dît em vê roja pîroz, hinekî li ser dîroka vê radyoyê, rola wê, coxrafya xîtabkirin û xwegihandina wê, bername û hejmara zaraveyên wê û gelek aliyên din ku ji bo guhdarên me cihê meraqê ne, bisekinin. Lê berî wê em dixwazin bi çend gotinan û gelekî bi kurtî be jî çavekî bavêjin dîrok û pêşketina radyo û radyoyên kurdî û dawî jî bên ser Radyoya Dengê Mezepotamya. Çend gotin li ser dîroka radyo: Radyo bi nisbet telegiraf û telefonê derengtir ketiye jiyanê. Tu li eslê wê binerî keşfa telgiraf û telefonê du gavên wiha ne ku yek ji ya din ji diya xwe bûye, yek ji ya din re bûye dayik û pîrik û herduwan jî bi hev re çêbûna radyo han dane. Ji ber ku gelek ji prensîpên wan yên xebatê hevbeş in. Ligora agehdariyên li ser dîroka radyoyê ber bi dawiya salên 1800´î û li dora 1900´î li Mecarîstanê bi navê “Budapeşt register” radyoya bi qeblo pêde bûye. Telefon heta bi demekê wek navgîneke ragihandina di nav kesan de rola xwe lîstibû û di encamê de tiştê ji telefonê
dihate xwestin û gerek bianiya cih jî ev têkiliya di nav kesan de bû. Ev teknîk û teknolojî di nav 15- 20 salan de çend gavên din bi pêş dikeve û bi her pêşketinê re fonksiyonên ev teknolojî tîne cih, bihêztir, kamiltir û pratîktir dibin. Û Ji cihekî û pê de telefon dest pêdike fonksiyonên tîne cih zêdetir, dewlemendtir û bihêztir bîne cih. Ku ew jî ew e ku wek navgîneke ragihandina muzîkê û nûçedayin û nûçeragihandinê ye. Hêjayê gotinê ye ku kesên xwedî telefon bûn, telefonên xwe bi sentiraleke navendî û hevbeş ve girêdidan û di dema weşanê de, bi hev re guhdarî dikirin. Belê di wateya temam de weşana radyoyî sala 1920´an li Emerîka li Pittsburgê çavên xwe vedike. Salên piştî 1920´an şîrketên navdar RCA û Marconi şarezayî û îmkanên alimên mîna Maxwell û Hertz Tesla jî dixin xizmeta teknolojiya heye û bi saya lembeya navdar û efsûnî yan jî aletê ku jê re “Tupê Vakum” tê gotin û ji aliyê Forest hatiye bipêşxistin, dibe xwediyê dereceyek berztir ber bi kamilbûnê de. Hewcedariya bi radyo û xwesteka civakî çêkirina hejmara stêner û dayendeyan han dide û ev jî bi pêşketinên din yên temamker û kamilkir, coxrafya guhdarên xwe firehtir dike. Siyasetmedar bi hêza radyo dihesin: Hemle û qevzeke din wê wextê tê, dema ku siyasetmedar bi hêza civakî û rola ev hêz kare bilîze dihesin tê avêtin. Ev aliyê radyo bala siyasiyan û bi taybetî di dema Şerê Duhemîn yê Cihanî de bala Naziyan dikşîne û radyo bi awayekî heta wê rojê nebûye, nehatiye dîtin bi kar tê anîn. Her ji ber vê bikaranîna fireh û bi şev û roj e ku navekî vî şerî jî dibe şerê di nav radyoyan de. Salên piştretir wek dirêjayî û dewama van hemleyên berî xwe, radyoya BBC World Service, Dengê Emerîka /VOA/ Radio Moscow û Hwd. Bipêş dikevin.
Teknîka Fm û radyo: Sala 1933´yan teknîka FM û di salên 1960´î de jî teknîka stereo hate dîtin û têkiliya di nav radyo, muzîkê û endustriyê de kete rojevê. Sala 1948´an li Emerîka di laboratûwarên Bell de îcadkirina tiransîstorê hem radyo erzantir kir û hem jî karekterekî bi hereket dayê. Êdî radyoyên bêrîk û ereban derketin. Adetên guhdarîkirina li radyoyan hatin guhertin. Êdî li her der û her cihî îmkan û mecala guhdarîkirina li radyo çêbû. Piştre bazirganî û qezenc kete weşanên radyo. Li himberê radyoyên pişta xwe bi tenê didan alternatîvên bazirganî, radyoyên lokal, mikro radyo, radyoyên binerdîn wek alternatîv pêde bûn. Radyoyên bi zimanê kurdî a- Radyoya Êrîvanê: Di nav salên 1939´an û salên piştre gelek radyoyên kurdî vebûn. Heta salên dawî ev radyo bi piranî çend radyo, ne têde ev radyo ne serbixwe bûn û ne di bin destên Kurdan de bûn. Sala 1958'an Radyoya Bexdadê dest bi weşana Kurdî kir, wê wextê Soranîaxêfan jî fersend û mecal dîtin ku bikaribin guhdarîya Kurmancî bikin. Di 1948'an de Radyoya Hayfa jî bi Kurmancî program diweşandin û ji bo pêwendî û lihevnêzîkbûna lehçeyan kêm be jî feydeyek wê hebû. Salên 1930´î Sovyet, bi mebestên propegendeyî û ji ber dijberiyên bi Emerîka re û hinekî jî ji bo Turkiye bikşîne aliyê xwe Radyoya Êrîvanê Beşê Kurdî vekir. Ji xwe piraniya radyoyên ewil ku beşek ji weşana xwe bi zimanê kurdî dikirin ne yên Kurdan bûn, ne Kurd, belê dewlet li pey wan bûn yan jî ew birêve dibirin û mebest jî ne xizmet ji Kurdan re, dîrok û zimanê wan re bû, ji van zêdetir ji bo mebesteke siyasî û îdeolojîk bûn û wek navgînên zextê li ser wan welatan bû ku Kurd di nav xwe de perçe kirine.
Belê ev aliyek e, aliyekî din jî heye ku di dawiya dawî de Radyo bi mebesteke ne rasterasta girêdayê Kurdan ketibe kar jî, di nav sal û çend salan de, Radyoya Êrîvanê dibe kanaleke têkiliya Kurdan bi nasnameya wan re û li aliyê din jî dibe têkiliyek di nav Kurdên çendaliyên sînor de. Radyoya Êrîvanê ku di destpêka salên 1930´î de vebibû, di sala 1939´an de hate girtin, lê di salên 50´îyan de, piştî mirina Stalîn û hatina Kuruşov cardî hate vekirin. Demeke dirêj bi taybetî ji bo beşek ji Kurdan û di dereceya yekem de ji bo Kurdên li bakur Radyoya Êrîvanê mabû navgîna bi tenê di navbera Kurdan de. Radyo roleke çendalî dilîst. Mirov dikare behsa hejmarek xizmetên wê bike. Xizmetek ji xizmetên wê tomarkirina stranên kurdî, çîrok û destanên kurdî bû. U bêgoman û helbet derxistina dengbêjan û parastina dengbêjiyê ji mirinê jî divê di nav xizmetên vê radyoyê de bêne hejmartin. Ji ber ku bi taybetî li Bakurê welat piştî Komara Turkiye avabû, sal bi sal cih li dengbîjiyê û her kelepora kurdî teng bûbû, ji cihekî û pê de bûbûn mîna sûc û gunehekî û wek beşek ji kultura kurdî dengbêjî jî çilmisîbû, ji germ û guriya xwe ketibû û serberjêr diçû. Dengbêjiya di nav Kurdan de ku Kurdan bi saya Radyoya Êrîvanê careke din bi gelek stranên xwe re têkiliya xwe binûve kirin û bi taybetî cîlên nû û taze hayê wan ji van stran û kelepora dewlemend ya folklorîk çêbû. Piştre radyoyên Bexda, Kirmaşan, Libnan, Hayfa û hwd. yên bi zimanê kurdî weşan dikirin hatin vekirin. Îro jî bi dehan radyoyên herêmî û yên ne herîmî bi zimanê kurdî weşanê dikin hene. Herweha dengê Amerîka jî -her çiqas sedemê weşana wê ne kêmî sedemên weşandina radyoya Êrîvanê bi zimanê kurdî ye jî, her roj bi zimanê kurdî weşanê dike û li seranserê cihanê dikare were guhdarî kirin. Mirov dikare hejmara radyoyên bi heman misyonê hatine
avakirin zêde bike: Radyoya Dengê Mizgînî, weşana dêra protestanan e û her hefte bi kurdî weşana olî dike û weşana wê dikare li Elmanya, Tirkiye û li Kurdistanê li ser pêla navîn were guhdarî kirin. Niha gelek radyoyên Kurdan vebûne, yên karbidest û moderatorên wan Kurd in û bi zimanê kurdî weşanê dikin. „Dengê Mezopotamya“ rojê 16 saetan û heger mirov yên internetê jî hesab bike mirov kare bêje ku 24 seetan bi zimanê kurdî weşaneke zengîn û rêkûpêk dike. Ev radyo li Ewropa û tevayiya rojhilata navîn dikare were guhdar kirin. Herweha li ser înternetê Radyoya Azadî, Radyoya Zeyale, Radyoya Aştî, Radyoya Avustralyayê û hêjayî gotinê ye ku Dengê Mezopotamya jî bi rêya înternetê xwe digihînin Kurdên seranserê cihanê. Radyoyên herêmî: Li gelek bajarên Ewropayê û bi teybetî li Elmanya, li Siwêd radyoyên herêmî yên ku li ser wan mafê weşana bi zimanê zikmakî didin hene. Gelek ji van radyoyan bi tabetî yên li Stokholmê erda guhdarîkirina wan bi bajêr sînorkirî ye. Cara yekem ji berya 29 salan li bajarê Freiburga Elmanyayê radyoya herêmî a otonom bi navê Radio Dreyecland hate weşandin û niha li zêdeyî 12 eyalêtên Elmanya li bajarên cûre cûre radyoyên herêmî weşanê dikin. Radyoya Dengê Mezepotamya: Radyoya Dengê mezepotamya ber û berhemê guhertinên van 25-30 salên dawî ye. Di van salan de gelek proje ketin jiyanê. Ev sal salên xwedîsazîbûyîna Kurdan in. Ji bo gelê Kurd her saziyek ji van serketinek e li giş perçan û ji bo giş zaraveyan. Hewcedariya gelê Kurd bi radyoyeke wuha hebû. Dereceya hişyariya gel, asta siyasîbûn û hişmendiya gel, hest û ruhê yekîtiyê ku van salên dawî di hejmarek çalakî de bi laş û gewd bûbû, radyoyek wuha dixwest. Li aliyê din em dizanin gelê Kurd li her aliyê welat nikare li
televizyonên hene temaşa bike, îmkanên temaşekirinê bisînor in. Aliyên qedexeyîyan heye, aliyê madî hene, bi roj bi taybetî mirov li ser kar û emelê xwe ne.Televizyon jî ji rojê zêdetir ji bo şevê ne. Belê Radyo zêdetir ji bo rojê û ewqasî ji bo şevê ye. Çima ev nav? Em ewil ji navê Radyo dest pê bikin û bi vê pirsa Çima ev nav, çima navê Radyoya Dengê Mezepotamya ? Mezepotamya Dayika şaristaniyetên ewil e, xwedî nav û rûmet e. Li ser vê axê kultur, ol û mezheb û meylên cihê, hatine û çûne û her yekê ji wan li xezîneya hevbeş tiştek zêde kiriye. Çêbûn û jidayikbûneke pirrdamarî, hezarûyeketnîsîteyî û xelkên herrengî rastiya serdest e. Ademîzad li vir çavên xwe vekiriye, xwe li vir naskiriye. Keşfên ewil reng û mohra vir hildigrin û ketine xizmeta mirovayetiyê. Beşek ji kultur û olên em û ew di nav hev de dijîn jî xelkên Mezepotamya ne.Wek Asûrî-Suryanî, Faris û hwd. Radyoya Dengê Mezepotamya dixwaze bi vî navê hevbeş bihevrebûyîn û dinavhevdejiyana xelkên binecih binûveke, ji nûve û li ser bingehekî din û bi karekterekî din ava bike. Û Kurd dixwazin bibin xeleka nav kulturên çi kevin ku derbasbûne û çi jî kultur, ziman û şaristaniyet û xelk û netewên ku îro li ser vê axê dijîn. Ev radyo vî karî dike û ev xelek bixwe ye. Radyoya Dengê Mezepotamya, hewil dide bibe dengê van kulturan, hurmeta ji kulturan re derxe pêş û vê yekê girîng dibîne. Bi ya me, kultur gerek ji hev re hurmetê bikin, dost û aşîna bin bi hev re, hevdû xurt û bihêz bikin, kêmaniyên hev temam bikin û valahiyên hev dagrin. Radyo ji bo bibe radyoyeke însanî û pira nav gel û kulturan,
ol û mezheban, ji bo demokratîkrina xelkên navçê û demokrasiyê dixebite. Deshelatdarên bi navên kultur, ziman û welat û neteweyên cihê li ser kar in di pey berjewendên xwe yên teng de ne, dîrokê bihewedarî û şaşî çêdikin, înformasyon û agehdariyên xerab didin. Medya û îmkanên di destên xwe de, ne li xêr û qenciya xelkên birêve dibin, bi kartînin. Medya gerek objektîf be û ji gelên li vir re bibe alîkar. Radyoya Dengê mezepotamya vê dike, di nav hewleke wuha de ye. Gelên herêmê gerek li ser derbasbûna xwe, li ser dîroka xwe, bibin xwedî raman û dîtineke rastir. Siyaset û sitratejiya Radyoya Dengê Mezepotamya: Li paş siyaseta R.D.M felsefeyeke însanî û neteweyî heye. Berî her tiştî radyo ji bo yekîtiya gelê Kurd kar dike, dixebite. Ji programê kurt û kin heta bi programê herî dirêj, ji programên kulturî, heta bi yên siyasî, heta bi yên hunermendî, her core û her kategorî program, vê felsefê ji xwe re dike bingeh. Yanî ji bo ku kurd li dora îdeolojiyekê, îdeolojiya parastina berjewendên xwe, xwedîderketina li berjewendên xwe, hezkirina ji hev, hurmet û rêzdariya ji hev re û ji bo ev çêbibin radyo kar dike. Ya duhem jî ji bo zarava û devokên kurdî lihevnêzîk bibin û têkiliyên Kurdan bi dîroka wan û bi zimanê wan re binûve be û kurd gav bi gav ber bi zimanekî standard de herin radyo kar dike. Çandina tovê hezkirina huner, folklor, zargotin û wêjeya kurdî jî di nav erkên radyo de ne û di nav xalên serekî de cih digrin. Herwuha radyo kursiyeke daxwaz û xwestekên gel e, xizmetkarê aştî û birayetiya nav xwe, pirş û belavbûna zimanê gel e, li dijê şerê navxwe û xwebixwe ye, dijberekî şerên wuha ye.
Hewil dide bibe dibistan û xwendegeha xwenaskirin û bixwehesînê. Dixwaze û hewil dide bi şîrove û nûçeyên xwe bibe dengê agehdarî û çi dibe û çi diqewime. Hedefek din ew e ku radyo bibe cihê tolerans, diyaloga nav alî û baskên corecor. Hedef Alîkarbûyîn e ji bo ku kurd berjewendên xwe nas bikin, baş û xerab ji hev derbixin, ji bo ku bikaribin çi ji bo wan e, çi li dijê wan e bibînin. Herwuha radyo dixebite da ku Ji bo kûrtirbûna heralî, hunermendên perçeyekî li perçên din bên hez kirin, nivîskarên zaraveyekî ji aliyê xwendevanên zaravayê din bêne xwendin, bêne naskirin, ji bo ji nav qalibên lokal derkevin, ji bo ku şêwetêkilî û dayin standineke xurt çêbibe. Ji bo ku ev radyo bibe organek, bibe kursî û navendeke pêrgîhevbûyîna heralî kar dike. Ji bo siyaseta radyo giş zarava xoşewîst in, yek ne di ser yekî re ye. Ew zarawayê ku hejmara helî biçûk pê qise dike bi qasî zaravê ku hejmara helî mezin pê diaxive ji bo me binirx e. Her zarava, Ji bo me dewlemendiyek e, kanî û serçaviyeke xwebihêzkirin û jêbixwedîbûyînê ye. Ev e stratejî, siyaset û çarçewa Radyoya Dengê Mezepotamya. Ferqa vê radyoyê ji piraniya radyoyên me binav kirin di felesefeya li paş radyo de ye. Ev felsefe siyasîtir, neteweyîtir û Kurdîstanîtir e. Programên vê radyoyê pirr dewlemend in, bi giş zarava û teqrîben giş devokên kurdî ne.Yeke girîngtir jî ji gişan, fînansa radyo jî kurd bixwe dikin. Li vir em tên ser cihêyî û xweseriyek din ku ew jî siyaseteke serbixwe ye ku gelekî girêdayê vê fînansekirinê ye. Li gora vê felsefê çêkirina kurdê nû, kurdê hişyar, hemdem û bi zemanê xwe re jî, divê di nav stratejiyên vê radyoyê de bêne dîtin.. Cardî perwerdekirina guhdaran jî yek ji mebestên radyo ye, asta reaksiyonan, awayê reaksiyondiyarkirinê, Polîtîzekirin û demokratîkirina reaksiyonan jî di nav hedefan de ne.
Dawî: Bername heta bi cihekî diyar rûniştine, di kat û dema xwe de têne çêkirin û îro bi awayekî zindî û bi rengê pakêtan bi dehan bername heftê têne pêşkêşkirin. Weşan bi zarava û devokên Kurmancî, Soranî, Zazakî, Hewremanî û Kelhûrî dibe. Dibe ku bi vî aliyê xwe radyoyeke din ku bikaribe lingên xwe li yên vê radyoyê bide tune Muzîk û stran jî bi giş zarava û devokan in. Girêdayê cebhên zarava û muzîk û kilaman jî hewleke neteweyî, kurdîstanî û demokratîk xaleke serekî ye ji stratejiya radyo. Di vî alî de pêkanîna balanseke baş di nav perçên welat de, di nav zarava, di nav dengbêj û hunermendan de, di nav kilasîk û hemdem de yek ji çend lingên amancên radyo ye. Li aliyekî din radyo bi riya hinek bernameyên xwe ku bi taybetî berê wan li gerîla û li zîndanan e dibe xeleka di nav girtiyên zîndanan û çiyê, çiya û zîndanan, çiya, zîndan û malbatên wan de. Tiştekî din divê bê gotin ku radyo di nav salan de bi rengekî jî dibe mîna zanîngeh û unîwersîteyekê. Ne ji bo beşekî welat belê ji bo giş beş û diyalektan. Di nav 9 sal tecrûbe de hate dîtin ku her bername nebe jî beşek ji bernameyan bernameçêkerên xwe dixe nav lêkolînan û ne bi tenê ji bo guhdaran, belê ji bo programçêkeran bi xwe jî dibe faktorekî pêşketin û kûrbûnê. Radyo rengek dibistan û zanîngeh e. Kesê bixwaze li vir bi pêşbikeve sînor jê re tune ne. Di encamê de gelek ji daxwaz û xewnên Kurdan bi riya Radyoya Dengê Mezepotamya têne cih. Di demekê de ku radyo neh salên xwe temam dike û dikeve sala dehan em ji giş rêvebir, xebatkar û guhdarên radyo re silav û rêzên xwe pêşkêş dikin, salên bi ber, berhemdartir û programên serketîtir hêvî dikin ji wan