Jiyana bê hûner rij e (Pêşgotina Înstîtuyê)

Înstîtûta Kurdî

Jiyan ne bi tenê şer û berxwedan e, herwiha ne bi tenê xwarin, vexwarin û xew e jî. Gelek caran hewcedariya însên bi guhdarîkirina çîrokeke xweş, xwendina romanekê, temaşekirina fîlmekî, şanoyekê, guhdarkirina parçemuzîkekê û hwd. jî çêdibe. Jiyaneke biwate, dewlemend, bisewiye, bitehm û layiqê navê jiyanê, bê pirtûk, bê wêje, bê muzîk û hûner nabe. Carna mirov bêhnek û çend kêliyan be jî dixwaze ji nav teqûreqa serêşên jiyana rojane derkeve, bêhna xwe hinekî berde, wensa xwe bîne û demeke aram, bê stres derbas bike, biçe cîhaneke din, xwe bi nav xeyalan de berde, ”çend bêhnekan ji felekê bidize”. Di demên wiha de, wêje û edebiyat, hûner û muzîk bi hewara mirov de tên. Şovalyên zemanê xwe, kubar û hezjixwekirî ji devê gerok û çîrokbêjan li destanên kevin, destanên qehremanî û evînan, li helbestên şaîran guhdarî dikirin. Guhdarîkirinê, hewcedariyên wan yên rûhî dikewandin, di vî alî de valahiyên çêdibûn dadigirtin, taqet û hewesa jiyanê binûve dikir li ba wan. Tebeqe û komelanên xelkê jî li meydan û li gasînan şano temaşe dikirin, li ode û dîwanxaneyan li çîrokan, fabl û stranên corecor guhdarî dikirin. Li Ewropa şaîrên sazbend û ozan di nav şatoyan û xelkê de diçûn û dihatin, xelk diwenisandin, kêfxeş û dilşa dikirin. Qirdik û qerfvanan xelk dikenandin, ji west û betla karên giran dadiweşandin, dilên wan avreşandî dikirin. Berî televizyonên îro derkevin, xelkê westa xwe di ode û dîwanxaneyan de bi riya wêjeya devkî, stranên dengbêjan, dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Şakiro, Semawî, Fermanê Buroyê Kîkî, Birê Fermano û Hwd. dia5

nîn. Kurt û kin, ji roja mirovayetî pêde bûye û bi vir de, tim ademîzad li rê û rêbazekî derxistina bêhna xwe, anîna westa xwe û ji bo buhurandina wexteke xweş fikiriye, afrêneriya xwe bi kar aniye û di sedsal û hezarsalan de, ev profesyoneltiya wêjeyî, kulturî ku îro ewçendî bi şax û per bûye, bêsekin bikar aniye. Wêje; devkî û nivîskî Dema mirov bixwaze li ser wêjeya neteweyekî lêkolînekê bike, berî her tiştî mirov serî li berhem û çavkaniyên devkî û nivîskî dide. Di vî alî de wêjeya kurdan ya devkî dewlemend e, kevin e, bi şax û per e, ji efsane û mîtolojiyên çendamarî, çendrengî, ji diyardeyên astrolojîk, kozmografîk, ji destanên mîna Gilgamêş, Mem û Zînê, Xecê û Siyamed, Zembîlfiroş û hwd. bixwedî dibe. Heçî wêjeya Kurdî ya nivîskî ye, ne dewlemend be jî, dînamîk e, ciwan e, xwedî îdîa û hewildar e. Temenê helbestê ne di bin hezar salan re û yên pexşanê û rojnamgeriyê jî di ser sed û pêncî û di ser sed û diwanzde salan re ne. Sedemên dewlemendnebûna wêjeya nivîskî tên zanîn. Gilalekirinek: 1. Statuya Kurdan ku dirêjayî û dewama perçebûneke çendcarî ye û di asta yekem de qedexeyîyên ji bo Zimanê Kurdî ku bi taybetî sedsala dawî li gora perçan hinekî bê guhertin jî, heta tu bêjî bes, pêsîr li peyv û gotina kurdî teng kiriye û wêjeya bi vî zimanî xistiye asêgehê. 2. Nivîsandin şiklek şahid bû, ne li xêra xwediyê xwe bû. Bi nisbet welatên din yên cîhanê em rewşeke bervaja û bi nakok dibînin. Bi giştî rûmet û payeyeke nivîskariyê heye, belê li Kurdistanê bervaja nivîskar ji ber zimanê nivîskariya xwe dihate cezakirin. 3. Enstîtû, pirtûkxane û çapxaneyên Kurdan dereng ji diya xwe bûn, yên hebûn jî lewaz bûn. Îmkanên madî têr nedikirin. Em zanin bê ka Mîqdat û Evdirehman çendî li vî alî û li wî alî ketine da ku rojnameya xwe biweşînin. Rewşa Celadet, Kovara wî Hawar û coreyê fînansekirina wê jî tê zanîn. 4. Wêje û bi taybetî jî roman, zimanekî dewlemend û bihêz dixwaze. Zimanê Kurdî mabû di gundan de. Li her aliyê cîhanê navendên ziman bajar in, ziman li bajaran bi pêş dikeve, bihêz û dewlemend dibe. Bajarên ne di destên Kurdan de binecîhên bajêr asimîle dikirin û girêdayê vê coxrafya Zimanê Kurdî, çendî sal dubhurîn, ewçendî

tengtir dibû. Alfebe jî pirsgirêkek bû, ne yek çendek hebûn; kirîlî, aramî-erebî û latînî. 5.

Tiştê dihate nivîsandin jî ne her bi tenê kêm bû, belê bi sed dijwariyan piştî ku çap dibû jî, ne dighişt xwendevanên kurd. Romana Erebê Şemo piştî derketina xwe bi 40-50 salan hê nû dighe destên beşek ji xwendevanên Kurd, yên Rehîmê Qazî û gelek nivîskarên din jî wiha.

6. Wekî din pirsgirêkên zaravan û hemfêmkirinê jî hebûn. Wêje, çavkaniya xwenaskirinê ye Ji bo em xwe nas bikin em kî ne, çi ne, doh çi bûn, em ji ku hatine, pişta me li ku ye, li cîhekî çawa ye ? Ji bo bersiva van pirsan pêwist e em dîrok, kultur û wêjeya xwe nas bikin. Stendhal gelekî di cihê xwe de û bi îsabet gotiye: wêje awêne û neynikeke gerok e ku civat xwe tê re dibîne. Bi her şaxên xwe wêje; bi helbest, çîrok, roman, şano û Hwd. ji her şaxekî din yê hûnerê zêdetir serçaviyeke ku azadiyê dixwaze, di nav şert, merc û li ser zemînên azad bi pêş dikeve. Gava li ser ziman û wêjeyê zilim û qedexeyî hebin, ji ziman û hûnerê re sînor bêne danîn, ziman nebe zimanê xwendinê, perwerdê, zimanê sûk û bazarê, zimanê birêvebirinê, zimanê zanist û keşfan û dawiya dawî zimanê wêjeyê, ew ziman bi pêş nakeve û di nav zeman de dimire, winda dibe, nimûneyên wiha hene û ne kêm in. Wêje mana li jiyanê ye, nîşan û delîla herî xwurt e ji bo man û nemana neteweyekî, qelsî û xwirtiya wî. Di wêjeyê de temenê netewe dirêj dibe, dîrok, rabûn û rûniştina netewe, karekter û tîpên wî nemir dibin, arşîv dibin. Mirov dikare ji çend aliyan de dîrok û rewşa wêjeya kurdî bigre dest, nîqaş bike. Heger ji awira lêkolîn û gotarên li ser wêjeya kurdî mirov dest pê bike, divê mirov bêje ku xebatên di vî alî de hatine kirin, gotar û lêkolînên di malper û di medya Kurdî de cîh girtine, digrin, têne weşandin, ne hindik in. Ji bo mirov bibe xwedî fikrek têr dikin. Li tenişteke din, îro di kitêbxaneyên me de hejmarek lêkolîn hene bi vî zaravayî yan jî bi zaravayê din. Wek, Dîroka Edebiyata Kurdî ji Prof. Qanadê Kurdo, Antolojiya Feqî Huseyn Sagniç, du cildên Mehmet Uzun, Antolojiya Çîrokên Kurdî ji Firat Cewerî, Berhemên Ferhad Şakelî li ser Dîroka Çîrokên Başûr,

xebatên Elaedîn Secadî, Xelîl Dihokî û Hwd. Yanî em di vî alî de zêde ne xezan û ne bêreferens in. Li ber destên me û bi awayekî mirov bi hesanî kare xwe bighîne wan serçavî hene. Ji wêjeya kurdî çend bêhnek: Dîroka wêjeya kurdî têra xwe kevin e. Behsa zemanekî bi qasî hezar salan dibe. Di vê derbarê de li ser tekst, nivîskar û berhemên ewil dîtin hene. Li gora dîtina serdest û pişta xwe dide qebûla piraniya kesên pêwendîdar, Baba Tahirê Uryan di destpêka vê eniyê de cîh digre. Ango, ber bi doh de şopên wêjeya kurdî heta bi Baba Tahirê Hemedanî diçin û ji wir û pêde bi kêmanî ji bo îro êdî şopa bi nivîskî nexwiya dibe. Em dibêjin ji bo îro, ji ber ku lêgerînên di nav Kurdan de, tim îmkan û mecala Kurd, tiştekî nû tap bikin, li belge û dokûmanên hene dokûmaneke din zêde bikin, li belgeyeke nû rast bên û ev jî bibe faktorê guhertina dîtin û encamên qebûlbar, tim heye. Naxwe ji bo îro em vê bêjin ku xebat, beyt û xezelên Baba Tahir, wek yên ewil û ew jî mîna şaîr û nivîskarê destpêkê qebûl dibe. Ji xwe piraniya antolojiyên hene jî bi vî pîrê wêjeya me dikevin rê, wî dikin bismilaha sedsalên bi dû xwe de. Ev jî çend sed salan piştî hatina îslamiyetê ye. Jê û wirdetir bi nivîskî tiştek heye tune ye naye zanîn. Li gora Celadet Bedirxan, “ji eserên beriya îslamê hesêb tiştek nemaye. Piştî îslamiyetê ji nav Kurdan gelek şaîr, edîb û peyayên zane rabûne. Lê eserên xwe bi piranî bi Erebî, bi Farisî an bi Tirkî nivîsandine û ji wan milet û edebiyata wan re xizmet kirine. Herçî şaîrên Tirkan yên mezin yên ko serê Tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî hersê jî kurmanc in” (Hawar hej.33.) Baba Tahirê pêşeng Em kurt be jî hinekî Baba Tahirê Uryan yan jî Hemedanî nas bikin, Baba Tahir ji Hemedanê ye. Li gora agehdariyên berdest û gelek ji wan jî rîwayet in, di nav salên 928940 î de ji diya xwe bûye. Sala 1010´an jî miriye. Ji bo çima navê wî bû ye Baba Tahirê Uryan hin dîtin hene. “Baba” ji ber ku mezin û rêberê Terîqeta Ehlil heq e.”Uryan” ji ber ku tu pûte û nirx nedaye bi kincan û lixwekirinê.

Ew bi vî awayê xwe dişibiya Diyojenesê navdar. Diyojenesê, li ser gotina Skenderê Meqedonî ka ew jê çi dixwaze, bersiva wî kurt û hişk e: „Ez ji te tiştekî naxwazim, xwe ji ber tava min bide alî!“ Diyalogeke ne dûr ji ya di nav Skender û Diyojenes de, di nav Baba Tahir û Ertugrul Begê Selçûkî de jî derbas dibe. Baba Tahir di nav kurdên Ehlil Heq de mîna pêxemberekî ye. Bi taybetî ev bahwerî di nav Kurdên Rojhilat de; li herêmên Senendej, Hemedan, Loristan û Ilamê zêde ye. Helbestên Baba Tahir di nav Yarsaniyan de wek beyt û sirûd hatine xwendin û xwediyê popûlarîte û pîroziyeke payebilind in. Baba Tahir li ser sal û sedsalên piştî xwe bandêreke şopdiyar hiştiye. Kesên Kurd mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Farisên mîna Omer Xeyam, Mewlana Celaledînê Romî, Yunus Emre, Ehmed Yadewî di bin bandêra wî de mane. Ji sala 1444´an û pêde destnivîsên beyt û xezelên wî pêde dibin. Li Tehran, Stenbol û li Ewropa, li Rûsya hatine çapkirin, zêdekirin û parastin. Cara dawî du beytên Baba Tahir bi wergera Sabah Kara sala 1998´an di bin navê Weşanên Nûbihar de hatin çapkirin. Ew yekemîn şaîrê Kurd e ku helbestên wî gihiştine me. Ew ji bo wêjeya kurdî „hîmeke xurt, bingeheke qewîn, kokeke neriz e“. Û piştre Sedsalên piştî Baba Tahir hejmarek nav derdikevin pêş. Wek Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Ismaîlê Bazîdî, Şerefxanê Heqarî, Miradxanê Bazîdî û Hwd. Ev şaîr giş ji medresan derketine û bi xwe jî bi giranî dersdarên medreseyan in. Wan perwerdeya xwe bi Farisî û Erebî dîtine, belê bi kurdî nivîsandine. Herwiha ev şaîr bi giştî ji tesewufê tên, xwendayên serdema tesewufê ne. Di sedsalên jiyanên wan de tesewif serdest e, wek beşek ji kilasîkên me têne binavkirin. Helbet ev divê bê gotin ku rola nivîskarên kilasîk û zimanê nivîskî xwediyê rol û girîngiyeke bênîqaş e. Ji bo ku Zimanê Kurdî bibe zimanekî zindî, berz û entelektuelî van kilasîkan xebatên hêja kirine.

Wan asta ziman rakirine, ziman ji asta zimanê rojane derxistine, kirine zimanekî wêjeyî û nivîskî. Zimanek bi nivîsandinê dikeve ser riya standardîzebûnê. Zimanê nivîskî gava ewil û herî saxlem e, ber bi zimanekî neteweyî, berz û akademîk de. Em dikarin ji vê qonaxê re qonaxa yekemîn ya kilasîkên kurdî bêjin. Bi xetên stûr ev qonax heta bi salên piştî 1800´î û derketina Mele Mehmûdê Beyazidî fera giran e, di mêzênê de. Berî Mele Mehmûdê Beyazidî gelek şaîr û nivîskar derdikevin. Em li vir pêwist nabînin yeko yeko behsa jiyan û berhemên wan bikin. Ev ne armanca vê pêşgotinê ye. Em dê bi kurtî behsa du kesan ji wan bikin. Ew jî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî ne. Jixwepiştrast û bixwebahwerê kurd, Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî, di nav salên 1570-1640´î de jiyay e. Jiyanek ku li zemanê Mîr Şerefxanê duhem rast tê. Têkiliyên Cizîrî û Mîr baş in, ewçendî ku di nav goristana malbata Mîr de hatiye gorkirin ku ne bûn û nimûneyeke ji rêzê ye. Ev hinekî payeya Lordiyê li Ingilîstanê tîne bîra mirov. Kesê vê payeyê digre derdikeve kategoriyeke din ya civakê. Wek nimûne gurûbê salên 60 û 70´î Beatles ku ev paye girt li Ingilîstanê. Di dema feqetî û şagirtiya xwe de Cizîrî di nav Amed û Colemêrgê de çûye û hatiye, li Medresa Sora navdar li Cizîrê, li der û dora Amedê û li Eskîfê ders dane. Li gora Ferhad Şakelî ji % 70-80 yê nivîskarên kilasîk di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Feqe û şagirtan dîwana wî wek ders xwendine, qesîdeyên wî di nav xelkê de belabûne, hatine jiberkirin, di dîwanxane, mizgeft û hucreyên feqiyên Kurdistanê de olan dane. Li ser Mîr helbest nivîsandine, wî jî mîna Ehmedê Xanî xwe ji siltan û deshelatdarên Faris û Osmanî dûr girtiye. Bi giranî helbestên wî li ser evîna xwedayî ne. Di dîwana wî de navê Selma ku derbas dibe li gora hinek lêkolînerên Kurd mîna Jan Dost, navekî sembolîk e û di cîhana îslamî de şairên heman nav bikar anîne zehf in, ango ev nav hevbeş e, yê cara ewil bikar tîne ne Cizîrî ye, berî wî jî

şaîrên Ereb û Faris bikar anîne. Cizîrî çend ziman zanîbûn û ji helbestên wî derdikeve ku mirovekî kûr û bikapasîte ye, serdestê dem û wêjeya hevçerxên xwe ye. Destnivîsên dîwana Cizîrî, gelekî belabûne, bi riya şagirt û medreseyên Kurdistanê hatine parastin. Di nav xelkê de li ser Mela gelek çîrok û efsane hene. Ji awira hûnerê, hêza bikaranîna Zimanê Kurdî û metaforan de Cizîrî xwurt e. Bandêra şaîrên Faris û bi taybetî Hafiz û Seedî li ser Cizîrî diyar e, têra xwe xwurt e. Belê di nav salan de ewçendî Cizîrî mentehî, bixwe û hêza xwe ya hûnerî bahwer dibe ku di helbesteke xwe de bêje: Dev ji Hafiz û Sadî berdin werin helbestên Cizîrî bixwînin. Çend alim, kesayetî û siyasetmedarên kurd jî di mesela bahweriya bi xwe de, ev şopa Cizîrî her yekî bi awayê xwe û dema cihê wê hatiye di konteksteke din de binûvekirine, domandine. Çend nimûne: 1. Me ji navserên Kurdan bihîstiye ku rojekê li goristaneke Şamê alimekî Kurd û yekî Ereb dikevin qirika hev. Yê Ereb li cîhekî hêrs dibe û ji yê kurd re „ji kurdan welî çênabin“ dibêje. Hê gotina wî di devê wî de ye ji gorekê ji yên di bin çengên yê Ereb de lingek ji gorê bilind dibe û pê re jî qîrek: ”kî dibêje ji kurdan welî dernakevin.” 2. Nimûneyeke din ya Ehmedê Xanî ye dema dibêje Kurd ne bêmarîfet û ne bêkitêb in, ew xwedî hûner û îrfan in. 3. Nivîsa Seîdê Kurdî li ser deriyê otêla Beyazida Stenbolê ku bi xwe lê dimîne jî bi heman bahweriya Cizîrî hatiye gotin : ”Li vir pirs nayên kirin, bersiva pirsan tê dayîn.” 4. Û dawî nivîsa li ser deriyê Akademiya Mehsûm Korkmaz hatiye nivîsandin jî hêjayê binavkirinê ye: ”li vir ne bêhnik, belê dîrok tê analîzkirin û jihevderxistin.” Mêjiyê neteweyî Ehmedê Xanî: Di sedsala jiyana Xanî de zimanên serdest sê heb bûn: Erebî ku zimanê pîroz, zimanê quranê bû, Farisî ku zimanê edebiyatê, destan û şehnameya Firdewsî bû û dawî jî Osmanî ku zimanê Fizûlî, Nefî û Baqî û giş şairên desthelatdariyê bûn. Xanî bi van hersê zimanan jî zanîbû, belê bi kurdî nivîsand, ala kurdî

rakir. Bi berhemên xwe, bi Memûzîna xwe, qalibên kevin, serdest û degel şikenandin, guh neda bendên wan, bi xwe û hêza zimanê xwe bahwer bû, berê keleka xwe da jor, da ya dijwar û dîrokî. Wî binmaye û „girika binê piyalê neda bi şerbeta xelkê“. Ne xwe kêmî kesî qebûl kir û ne jî gel û zimanê xwe. Wî ji bo Zimanê Kurdî esasek danî. Bi xwe gotiye min zaravayên kurdî têkel kirin. Naxwe yekemîn hewildarê standardîzekirina Zimanê Kurdî ye Xanî. Helbet berî Xanî jî ciwamêrên bi kurdî nîvisandin hebûn, ev tê zanîn. Belê naverok, mesaj, bang, şîret, pêşniyaz, rêpêşanderî û awe û şêweyê destavêtina pirsgirêkên civaka kurdî, riyên çareseriyê, enerjî, navtêdan û hêza di berhemên Xanî de, Xwedê heye, îro dinya sibe axret e, cihê ye û çendqatan di ser yên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Eliyê Herîrî re ne. Xanî serwext û şarezayê zemanê xwe, dil û mêjiyê Kurdên bindest, şûrkêş û betlê siberoj û diwarojê bû. Ji roja hazir zêdetir ew, sal û sedsalên piştre difikirî, dûrbîn û pêşbîn bû, anten û frekansên wî nadir, nişmî û xweser bûn. Rehên wî kûr, damarên wî zerdeştiyane, çendçiqulî û zêdeşaxî bûn. Ew bi qasî ilmê olî û tesewufa îslamê, ewçendî jî haydarê felsefeya Yewnaniya kevin bû. Mirovekî mentehî, geryayî, dinyadîtî, bi gotineke hedefbîntir, qudbê zemanê xwe û qonaxên piştre bû, tovekî zexim û hestep bû, zêrekî helandî, kapasîteyeke çargurçikî, ji weqî û ji ritilê bû. Kurd çendî bi Xanî serbilind bin, mafê wan e, hêja ye. Ew mîna Shakespeare, Firdewsî û Fizûliyê ye. Mem û Zîna wî jî ne kêmî Romeo û Juliye, Leyla û Mecnûn û Şehnameya wan e. ji bo me gelekî ji wan binirxtir e û di serwaretir e. Tiştê ji bo Xanî gerek bêne gotin ne bi tenê ev çend tişt in. Xanî bi Mem û Zîna xwe projeya wêjeyeke berz û bilind, ji awura naverokê dewlemend, pirralî û serketî daye destpê kirin. Çerxa wê bi ger xistiye. Bi xebatên xwe û bi tyabetî bi Nûbara Biçûkan, yekemîn ferhenga kurdî û erebî pêşkêşî gelê Kurd û kitêbxaneya wî, şagirt û xwendayên wî kiriye. Kesê ewil e ku ne zaravayek belê çend zarava; Mihemedî, Silîvî û Bohtî bikaranîne û gava herî cidî û dîrokî li ser riya lihevnêzîkkirina diyalektên kurdî xistiye rê, coxrafya bikaranîna Zimanê Kurdî fireh kiriye. Pêşeng û têkoşerê fikra kurdîtiyê ye. Ew rih û mêhdiyê li dijê tecalên

serdest e ku Kurdistan di nav xwe de perçekirine û li ser navê pêxember, gotina bêesil ku guya nifir li Kurdan kiriye ku “nebin dewlet”. Wî ev sefsete, ev sefseta xelkê bihêl li aliyekî, yekî wek Şerefxanê Bedlîsî bi xwe jî bêj hema bahwerî anîbû pê, çawa Lutherê Elman beyanameya papayê Roma li ber deriyê dêrê agir pê ve kir, wî jî bi awayê xwe ew pûç û vala derxist, nasnekir û da nav lingan. Xanî ji awura metod û pedagojiya perwerdekariyê jî gelekî li pêşiya zemanê xwe bû, hêjaye lêkolînên taybet û ew di asta pedgog û alimên mina Pestalozzi, Komenskî û Hwd din e. Ew avakarê çanda pirsê ye, tije bang û mesaj e, di wateyeke xwurt de ew niwênerekî aqil û rohnîdariyê ye, rewşenbîr û rexnegîrekî zeman û deshelatdarên tirk, faris, ereb û mîrên Kurd e. Ne bi tenê bi kurdî nîvisî, belê bû kesê ewil ku îmzeya xwe avêt binê fikra dewleteke kurdî û neteweyî jî Kêmaniyên Kurdan, derd û êşên wan, di nav xwe de hevnegirtin û bêtifaqiya wan, berî herkesî dît û ji bo çareseriya wê, rê û rêbaz çi ne û li vir hewcedariya bi serokekî Kurd çendî pêwist e zelal û sayî destnîşan kir. Wî baş zanîbû û kûr fêm kiribû ku gelê bêserok wek pezê bê şivan e. Serokê ew dixwaze divê zana û bîrbir be, têgihiştî û bibiryar be. Ji vê awurê li ser serokayetiyê û serokê ew dixwaze nêzîkayê li Pilaton dike. Li gora Pilaton jî gerek fîlozof û zanan dewlet birêve bibirana. Xanî hêrs e ji gotinên mina ku “kurd nezan in, cahilin û bêkitêb in”. bêkitêbûnê qebûl nake. Sebebeke dest davêje berhemeke wuha mezin mina Mem û Zînê jî ev hers e. Em vê hêrsê îro li ser ast û bi sewiyeke din li ba birêz Ocalan jî dibînin. Cara ewil tiştekî wuha diqewime li cîhanê ku girtiyekî siyasî, rewşenbîr, entelektuel û xwedîqelemekî dozê, li himberê dadgehên jiserxweçûyan, ne bi parêznameyekê belê bi hejmarek parêzname Ii pey hev, xwe û gelê xwe biparêze. Li ba her Kurdê hinekî navika xwe dibire, mûyekî dumûyan ji xwe çavziwa û razî ye, ev hêrs divê hebe û bibe tiradisyon û çandek. Em Kurd bi Xanî serbilind in, ew ji bo me hêz, taqeta çogan û bahweriya bi xwe, gel û serokayetiyên xwe ye. Şik tê de tune ku Xanî ji ber ku gelek ji daxwaz û hêviyên wî hatine cîh û têne cîh, îro ji hercar zêdetir di gora xwe de rehet e. Bila di nav erkên me de mestirkirina rehetiya Xanî û bicîhanîna daxwa13

zên wî tim di rojevê de be û garantîkirina wan jî sozek ji sozên me yên berdewam, bêetlahî û bêyefş be. Ji aliyekî din serdema kilasîk Ev qonaxa kilasîk bi aliyekî xwe jî qonaxa mîrekên Kurdan e. Di vê qonaxê de, li Kurdistanê deshelatdariyên navendî, ne serdest in, deshelatdariya wan teng û bi sînor e. Emaret û mîrekiyên Kurdan, li ser bingehê peymana bi Siltan Yawûz re ji salên 1500´î yan hatiye îmzekirin, xwediyê nisbeteke serbixwetî ne. Di tenişta wêjeyên bi erebî, farisî de, bi nisbeteke kêm be jî wêjeyek kurdî jî heye. Ber bi nîvê dawiya salên 1800´î de emaretên Kurdistanê, di bin zexta împeretoriyên dualî de, lewaz dibin û bi taybetî piştî emaretên Bedirxaniyan, Şêx Ubeydullah û yên din yek li pey ya din hildiweşe, di enî û cebhê wêjeyê de bêdengiyek li welat qar dibe. Dengên hene kiz dibin, çend dengên mina yên Mele Mehmûdê Beyazidî û Hecî Qadirê Koyî jî nabin bersiveke xwurt û têra şikenandina vê bêdengiyê nakin. Deng û berhemên wan jî mîna yên Xanî û Cizîrî dibin tovek ne ji bo roja têdeyî şîn bê, belê zêdetir ji bo siberojê dikevin erda Kurdistanê ku piştre dizeqitînin, bi ser axê dikevin. Ji bo vê jî çend dehsal divên. Çend nimûne ji nesrên vê qonaxê 1. Aqîday Kurdî. Mewlana Xalid Neqşibendî Şarezûrî. Bingehên îslamê. 2. Mewlûdname. Şêx Huseyin Qazî 1790-1869. Jiyan, ceng û jidayikbûna pêxember 3. Adet û Risûmatnameyê Akradiye. Mele Mehmûdê Beyazidî 17971889 4. Tewarîxî Qadîmî Kurdistan. Ev beşek ji wergera Şerefnamê ye 1543 -1604. Teslîmê Jaba kiriye Mele Mehmûd. 5. Peymana Nû (Incîl) ev wergera Incîlê bikurdî ye. Sala 1872´an li Stenbolê, bi alfebeya Ermenî hatiye nivîsandin û weşandin.. Ev jî yek ji wan damaran e ku alfebeya kurdî bi tîpên ne erebî tê nivîsandin. Îtîraza ewil li alfebeya bi erebî û hişyarkirin û jixewrakirina hestê ku kurdî bi alfebeyeke ne îslamî û ne erebî dikare bê nivîsandin.

Aliyekî vê yê sekûler, rojavayî jî heye helbet. Li vir divê mirov lê bikole ka gelo hayê Celadet yan jî berî wî bi salan, yên birayên wî Mîqdat û Evdirehman hebû ji vê alfebê yan na. Weşaneke bi naverok kurdî û bi alfebe ermenkî, şikenandina tabûyekê ye. Belê ev tabû ne Kurd, Ermenî dişkînin û ji ber vê jî, şikenandin çendî dibe ya Kurdan bi nîqaş e. wêjeya li sorgonan Êdî ji vir û ha de, mirov divê hinekî behsa wêjeya li sorgonan wêjeya li derve, ne li ser axa welat, li diyaspora bike. Siyasetmedar, nivskar û xwedîpênûsên Kurdan li derveyî welat li riyên mana li jiyanê digerin. Êdî di nav wêje, weşan û çapemeniya Kurd û xwendevanên Kurd de dûrayîyek mezin heye. Demekê çarçeweya wêjeya kurdî, bi hejmarek weşanên ne biserûber, gelek caran temenkurt, piştî çend hejmaran diesekinin li ber xwe û li ber rih dide. Du bira Mîqdat û Evdirehman hêjayê bibîranîn û binavkirinê ne. Ev herdû bira sala 1898´an berî sedsal bidawî bibe, dagere sedsala piştretir, rojnameya Kurdistan li Qahîre derdixin. Çîrok û serpêhatiya vê rojnameya ewil û birayên Bedirxanî dirêj e, bi serê xwe karê semînar û lêkolînekê ye. Em kurt bibirin. Mîqdat piştî 5 hejmarên ewil xwe li ber tehdît û gefên Siltan Evdilhemîd nagre û bi qasî em agehdar in dev ji rojnamê berdide vedigere Stenbolê. Evdirehmanê bira jî hejmarên mayî li çend welatên Ewropa mîna Siwîsre û Ingilîstan derdixe û piştî hejmara 31 ê taqeta wî jî dawî diçilke, nefesa wî jî têra ewqasî dike û rojname bi gotineke di nav gel de „emir dide haziran“. Sal 1902 ye. Arşîva neteweyî Mela Mehmûdê Beyazidî Berî em derbasî salên 1900´î bibin bi çend gotinan be jî em Mela Mehmûdê Beyazidî jî bibîr bînin. Mela Mehmûdê Beyazidî wek kesê hê di salên 1800´î de dest bi nesra Kurdî kiriye qebûl dibe. Ew ji mirovên pêşeng, dûrbîn û li ser asteke bilind, xwe berpirsiyar dibîne beramber dîrok, civak, rastî û xweseriyên welatê xwe. Beyazidî di eniya sosyolojîk, arşîv û wergerê de jî pêşengek e. Ew li

Kurdistanê geriyaye, adet û teqalîdên Kurdan tap kirine, not kirine û piştre kirine berhem. Ji vê awirê mirovekî angaje ye, xwediyê çavdêriyên xwurt e. Bi van aliyên xwe kesekî din ku bikaribe lingên xwe li yên wî bide, bibe yek ji kilasê wî û xwediyê heman payeyê be, mirov nikare bi hesanî di nav hemdemên wî de bibîne Sosyolojiya ewil Xanî kiriye, dibe ku hinekî û bi nisbetekê jî Şerefxan kiribe. Li ba Şerefxan giranî dîrok e, belê li ba Xanî û Beyazidî aliyê sosyolojîk têra xwe diyar û serdest e. Ji awira çîrokên gelêrî de jî ew di nav pêşengan de ye. Hejmara çîrokên dane Aleksander Jaba ku salên dawî ji aliyê Alî Şêr hatine weşandin binerin. Di mesela wergerê û hilanîna nirxên welat û gelê xwe de jî li pêş e, di ser derûdora xwe re ye, li pêşiya hevta û hawzemanên xwe ye. Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî wergerandiye Kurdî. Mixabîn hê nehatiye dîtin. Ew kesekî çendalî, bîrbir, sexî û berhemdar e. Çend zimanan zane, di vî alî de jî ne kêmî Xanî ye. Ji zarwên Kurdan re mamostetî kiriye. Li ser wêje, Zimanê Kurdî û rêzimana kurdî kar kiriye. Ew pîr û pêşiyê arşîva kurdî ye. Helbest wergerandine ji zimanên din. Ew kesekî xwedîproje û bernameyeke xebatê ye, wa xwiyaye kesekî bi disiplîn e. Ji awira dîrokê, ew berdewamkirê Şerefxan û ji awira ziman, netewiyet, rastnivîsê û îspatkirina hêza Zimanê Kurdî, xwe wek şagirtek Xanî dibîne û bi wergervanî û arşîvgiriya xwe jî, di herduwan de jî dubihure,wan derbas dike, di ser wan re ye. Naxwe Pêşengiya dîroknisvîsandinê Şerefxan, ya netewiyet, felsefeya siyasî û edebî, Ehmedê Xanî û ya arşîvgirtin û wergerê jî Mele Mehmûdê Beyazidî dike. Salên berî çarperçebûna Kurdistanê Sala 1900´î malbata Babanzadeyan li Misrê û li Ewropa du rojname bi navê Kurdistan û Umîd derxistine. Lê zêde deng nedane, heta salên dawî jî hayê kesekî zêde ji wan tunebû.

Heşkere û zelal e ku tim û berdewam di nav rewşa gelê Kurd û wêjeya Kurdî de girêdaneke organîk heye. Wêjeya kurdî girêdayê du faktoran bûye: 1. Ya yekê rewşa dewletên navendî û deshelatdar, xwurtî û lewaziya wan, kontirola wan û 2. Ya duhem jî rewşa Tevgerarizgarîxwazî ya Kurdan, partî saziyên Kurdan, hêza kurdan ya leşkerî, siyasî û rêxistinî bûye. Piştî 1902´an cardî deng ji Kurdan dibile, dengê wan nema tê. Bi taybetî di aliyê ramanî, hûnerî weşan û çapemeniyê de bêpêjniyek serdest dibe. Meşrûtiyeta II ango sala 1908´an careke din deriyekî nû vedike. Ji bo dem û peryodeke kurt be jî deshelatdariya dewletê dest dughere û di encama valahî û lewaziya kontirola navendî û hinek serbestiya nisbî de ku bi xwe re tine, destên di qirika kurdan de hinekî sist dibe. Sansûr radibe, bi dehan rojname û kovar derdikevin. Di vê navê de rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan ji sorgonan vedigerin, berê xwe didin welat. Kurdên vedigerin, komele û rêxistinan ava dikin, rojname û kovarên xwe derdixin. Wek nimûne: 1. Kurt Teavun ve Teraki Gaztesi. 2. Osmanli Kurt Ittihat ve Terakki Cemiyeti Diyarbakir 1908 3. Fukaraperver Cemiyeti li Amedê 1909. Rêxistineke civakî ye û hinekî dişibe Sarmaşika îro û Heyva Sora Kurdistanê. 4. Amidi Sevda 6 hejmar 1909 5. Peyman hevalbendê Ittihat û Terakkî ye, Ziya Gokalp jî nivîskarê wê ye. Salên nav 1912-13´an rêxistina Hêvî, Komela Xwendevan û şagirtên Kurd, çend kovaran derdixin, wek: 1. Rojî Kurd, organê rêxistina Hêvî ye. 2. Yekbûn 3. Hetawî Kurd. Em dibînin ku hinek nav bi zaravayî soranî ne. Di vê peryoda bikeys de çend berhemên mina pirtûk jî çap bûne. Wek: 1. Mewlûda Ehmedê Batêyî 1906 2. Elîfbêya Kurmancî ya Xelîl Xeyalî Beg û 3. Serf û Nehwa wî. Ev rewşa relativ bi ber û berhemdar teqrîben heta destpêka şerê Cîhanî yê

Yekem dewam dike. Bi dirêjaya 4 salên şerê Cîhanî yê yekem ango salên nav 1914-1918´an cardî bêj hema weşan û çapemenî disekine. Çalakiyên ramanî, rewşenbîrî û lêkolînerî, wêjeya Kurd, çapkirina pirtûkan, çalakiyên siyasî û rêxistinî diqerimin. Ev heta bi derketina kovara Jîn dewam dike. Jidayikbûna Kovara Jîn vê bêbereketî û sitewriyê ji bo demeke kurt be jî dide aliyekî û dibe kilîta saleke bibertir. Balkêş û karekterîstîk e ku ev peryodên wiha rohnî û li xêra Kurdan kurt in. Heger mirov dîrokî li wan binere, mina wê ye ku tu çavên xwe bigrî û vekî. Ya serdest û dirêj peryodên tarî, bêber û stewr in. Kovara Jîn, organê Kurd Tealî cemyetî ye, li ser hev 25 hejmar derketine. Ev kovar jî di valahiya ku piştî Şerê Cîhanî yê yekem de pêktê derdikeve. Di vê kovarê de mafê Kurdan yê kulturî, zimanî û wêjeyî, jiyana wan ya civakî, bi awayekî xwurt dihate bihîstin. Di coxrafyake ne fireh de be jî, dighe guhên xelkê û ji aliyê çavan ve tê dîtin, tê pêşkêşkirin. Sala 1919´an Mem û Zîna Ehmedê Xanî çap dibe. Xebatên li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî berî Kurdistan têkeve qonaxa çarperçeyî teqrîben berhema dawiye di jiyana wêje, weşan û çapemeniya kurdî de. Salên di nav çapa Mem û Zînê û sala 1923´an de dibin salên Peymana Sewrê, Lozanê, salên perçebûna Kurdistanê û statuya îro, statuya ji pola, mîna asêgeheke ku giş hewlên Kurdan ji bo derketina ji nav, bê encam dimînin û hê nû piştî şerekî 30 sale û bêrawestan, mirov dikare bêje hinek derz û terk lêdikevin. Sala 1923´an Mistefa Kemal li ser binaxe û kavilê împeretoriya Osmanî Komara Tirkiye îlan kir. 24´ê Tîrmeha 1923´an bi Peymana Lozanê sînorên Tirkiye hatin danîn. Kurdistan bû çarperçe, kete vê statuya îro, statuya di rengê “toqa lanetê” de. Çend gotin jî ji bo romana kurdî. Salên dawî hinekî jî bûne salên jidayikbûna romana kurdî û çavbelkirina romanivîsên Kurd. Ev pêşketinek e, kêfa mirov pê re tê, dilê mirov pê xweş dibe.

Di serdemekê de ku cîhan ji her gav biçûktir bûye, haydariya li ser wêjeya neteweyên din qet bi sedsalên buhurî re miqayese nabe û mirovê ji xwe re bike kar, dikare di nav çend seetan de salê li kîjan welatê pêşketî, çend roman derdikevin nas bike, ev rewşa nû li welatê me, di nav nivîskarên me de li welat û li derveyî welat, ne zêde be û hinekî be jî bêhna mirov derdixe. Li welatê me roman jî di nav de, giş şaxên wêjeyî, hûnerî, şêwekarane û bi giştî lêkolînerî, girêdayê rewşa şoreşê û derece û nisbeta hişyarî û siyasîbûna gelê Kurd bi pêş dikevin, geş û gurr dibin, yan jî di cihê xwe dihejmêr in, diqerimin û di bin erd û di dehlîzan de, di nav toz û tirabêlkê de bêxwedî û bêxwedan, wek destnivîs û ne weşandî dimînin. Li çu der û li çu deveran berdewamiya jiyan û afrêneriya fikrî, rewşenbîrî û hwd. ewçendî bi berxwedana çekdarî, siyasî û rêxistinî ve ne hatine girêdan, ewçendî nebûne berê şoreşê û xebata siyasî. Ev jî tê wateya ku afrêneriya ramanî û hûnerî ne serbixwe ye û ji ber mercên bindestiyê nebûye meyleke berdewam û di nav ketinên dirêj û rabûnên kurtxayan de jiyana xwe domandiye. Ev aliyên giştî ne û kêm zêde ji bo herkesî, her parçe û her qonaxê ne. Ji ber vê, tim neqeb û dever ketinê, maye wek bêhnek û bîstikên dûr ji hev, xelekên qetyayî, bê girêdan, her yekê bi serê xwe, bê berdewamî, zarok, naşî û ecemî. Destpêk hene, belê bêpiştre, bê bidûdeyî, destpêkên qerimî, bêliv û bizav, dorpêçkirî, di asêgehên dagîrkeran de û li bendeyî destûra vê hêzê û hêza din. Dema rewş wiha be wê wêjeya kurdî bi giştî û roman bi taybetî çawa bistewe û li ser kîjan bingehî balix û kamil bibe? Bi gotinên din cardî ji ber heman çerx û heman nîrê jiyana siyasî û civakî, çirûsk û tîrêjeke afrêner ku rojekê ji rojan, di keys û derfetekê de, di nav terk û derzên deshelatdariyên total re çavên xwe vekiribe, lingên xwe avêtibe nav jiyanê jî, ji ber astengî, dijberî û nelibariyan, ya hê roja çavên xwe li dinyayê vedike tê qurmiçandin, yan jî ji bêmecalî ji pêjin dikeve û dimîne li bendeyî fersend, delîve û bayekî din. Her mirovekî bîrbir dikare vê bibîne û ji bo dîtina wê jî hinekî lêhûrbûneke diyalektîkî bes û têr dike. Serpêhatiya romana kurdî Romana yekemîn, romana Şivanê Kurmancan ku bi salan me wek Şivanê

Kurd zanîbû, heta salên bêj hema 1969´an jî li dora 35 salan bêpêjin bû, di 72´an de çap dibe û hayê Kurdên perçên din hê nû jê çêdibe . Tişt nemaye ku nehatiye serê nivîskarê wê Erebê Şemo, ketiye zîndanan, bûye mehkûmê Sibîrya û hê piştî mirina Stalîn û hatina Kuruşov, deriyekî xêrê jê re vedibe. Romaneke din ji romanên ewil, romana Rehîmê Qazî Pêşmerge ye. Pêşmerge jî piştî çapa yekem ku li dora 1958´an e û nivîsa wê jî gelekî berî çapa wê qediyaye, bi deh salan piştî çapê hê nû hayê xwendevanan çêdibe jê. Jana Gela Ibrehîm Ehmed ji tirsa girtin û sansorê û ji bo wîzeya çapê bigre, li derekê netgerpile, neteqine wek diyariyekê ji bo şervanên Cezayirê tê pêkêşkirin. Li Rojava piştî Hawar disekine bi gotinên Helîm ”heta 1969 an dema Gulîstana Cegerxwîn derdikeve, belavokek jî bi kurdî rûwê dinyayê nabîne”. Helbet yên hene jî qedexe ne û bi hesanî; bêgirtin, şikence û asaq, ji cihên xwe nikarin bilivin, di nav axê de veşartî ne. Bin erdê tije pirtûk, kaset û weşanên bi kurdî ne, gelek dê û bav heta niha jî pirtûkên zarwên xwe ji tirsa ku wê tiştek bê serê wan, dişewitînin, dilê wan bi bin axê jî rehet nabe. Li Bakur ji xwe rewş tê zanîn. Li Amedê ji bo her peyva bi kurdî karmendên dewletê di zemanê xwe de Kurd ceze dikirin û hê îro jî ev ranebûye. Berpirsiyarê Rojnameya Azadiya Welat 166 sal ceze xwarine, niha di zîndanê de ye. Rewşa Başûr hinekî ferq bike jî heman pirsgirêk bi reng û coreyên din be jî li vir jî serdest in û îmkana xebatên li vir hatine pê bigihe perçên din, di asta zana qantirê de ne ji tiştên asayî ye. Ji vê awirê sîh salên şoroeşa dawî, şoreşa PKK girîng in, bi aliyekî xwe jî bûn salên bidestxistina berdewamiyekê, ev wê bandêra xwe li her aliyê jiyana Kurdan û bêgoman li wêjeya kurdî û romanê jî bike. Ji niha ve mirov kare bêje kiriye û êdî em ji destên derveyî xwe derdikevin û xwe bi xwe dibin xwediyê çarenûs û siberoja xwe. Em li ser riya qonaxeke bi berhem, berhemên cidî û di asta yên wêjeya cîhanê de ne. Reng û şaxên afrêneriya fikrî zêde dibin Heta berî bi 20-25 salan çend istisna ne tê de, Kurdan bi şêweyeke giştî helbest dinîvisandin û ew jî bi giranî kilasîk û bikafiye bûn.

Îro cîhana wêjeyî girêdayê guhertin û pêşketinên salên ber bi îro de, di encama rengarengiya medyayî; televizyon, radyo, rojname û bi sedan malperên çalak, gelekî zindîtir û dewlemendtir e. Di vê eniyê de jî diyarde û berjengên qonaxeke bêrdartir, bi zareveyê me î soranî, xêranetir berçav dibin, gavên nû xwiya dibin û mirov pê dihese ku romana kurdî riya xwe girtiye û wa xwiyaye wê careke din jî bernede. Zêdebûna hejmara romanan û pênûsên ciwan, nûhatî û jixwe bahwer, bivê nevê bi xwe re hewcedariya bi rexnegîriyê jî rapaş dike, dixe rojevê. Rojev, xal bi xal serast dibe, distewe û ji bo bişibe rojevên dinya û alemê, hêviyek tê pê, mezin dibe û ev jî dibe faktorekî navtêdan û dilxweşiyeke nû. Lewra wêje bi giştî û roman û rexnegîrî bi taybetî, hevalcêwiyên hev in, bê hevûdû nabin, yek ya din dixwaze, bi ger dixe û wek libên tizbiyê nebe jî bi awayê xwe didin pey hev, didin di ber hev re û dualî bi hev bihêz û kûr dibin. Roman projeyeke mezin e Heçî roman e, projeyeke mezin e; beş û navçeyên wê hene, têkiliya nav van beşan, lihevxwarin û hevtemamkirina wan, ji serî heta dawî, avakirinek e; avakirineke aktîv e, birih e, civat e, têkîlî ne, dîrok e, sosyolojiye, qehreman in, bicîhkirina qehremanan e, erd û dema wê heye; teswîr in, nasandinin, diyalog in, aliyên fizîkî û derûnî yên aktorên wê hene. Bi hezaran peyv, bidehhezar û bi sedhezaran hevok dixwaze. Dawî projeyek e zimanî ye, ne mîna helbestê ye ku carna çend gotin jî têr dikin, yan jî çîrokeke ku mîna bezeke sedmetroyî be, roman meretonek e, înformasyon û agahdariyeke fireh û piralî dixwaze, di wêjeyê de ast û sewiyek e, azmûnek e, pişta xwe dide berî xwe, dawiya dawî ziman xwe di romanê de li mêzênê dike. Ji awira dabaşa me ziman, berî her tiştî hejmarek peyv e, ferhengek e, biwêj in, peyvên pêşiyan in, termînolojiyeke şax û baskên ilmî ye, materyaleke nivîsên berdest e, ango pirtûkxaneyek e. Ev aliyên giştî û ji bo herkesî ne. Aliyekî subjektîf jî heye. Ew jî tecrûbeya nivîskar, tehsîla wî/wê, têkiliya bi pirtûk û xwendinê re, serdestiya fikrî û ziman e. Zimanek bi çend tiştan bipêş dikeve û xwe ji romanê re amade dike: 1. Axaftin. Ziman zindî û sazkar radigre, dibe têkiliya ziman bi jiyanê re. 2. Nivîsandin. Ziman liqalib dixe, bedew û şeh dike, kapasîteya wî ya îfa21

dekirinê bihêz dike, derdixe asta kodên hevbeş û kolektîf. 3. Perwerde. Ziman dewlemend, piralî û standardîze dike, ji milyonan re dike mal û di pirtûkên dibistan û xwendegehan de wek materyalekî neteweyî pêşkêş dike. Û dawî ev hersê diyarde bi hev re çend û çawa ne, bi kîjan nisbetê bi erkên xwe radibin, çendî li gora dem û zeman in, di romanê de xwe li mêzênê dikin, bejna xwe bi bejna wêjeya cîhanê re didin ber hev û xwe diceribînin. Di romanê de hêza ziman, hêza nivîskar heyaleselah,” hilînin ji ber min”,” xwe bidin alî, ez hatim” dibêje. Lehiya ziman di romanê de radibe. Romana kurdî heye Gotin jê re navê ku romana kurdî heye, qet nebê em ji hejmara romanên me xwendine, me nexwendine û bihîstine, şika me ji vê nemaye. Romanivîs û rexnegîrên me Bavê Nazê û Ibrahim Seydo Aydogan jî vê zanin, zêdetir nebe ne kêmtir. Wa xwiyaye birêzên me ku mala wan ava, bûn hander û sersebebê guftûgoya li ser romana kurdî, wek Helîm Usif dibêje, ”di îskanê de beşê vala dibînin” û bala wan di bêhnika nirxandin û destnîşankirinan de, ne li ser aliyê dagirtî, ne li ser awantaj û pêşketinan, belê li ser dezawantaj û berhelistan e. Dema şika me jê tune ku Bavê Nazê berî romanivîsiya Mehmet Uzun di romana ewil ”Tu” de bilaş û gewd bibe bi 6 salan, romana xwe ya ewil, bi navê “Stockholmê te çi dîtiye bêje” nivîsiye, keseke ku aliyekî wî yê akademîk heye û Seydo Aydogan jî hem romanivîs e û hem jî li cîhekî mîna Parîsê edebiyat xwendiye û em ji gotar û hevpeyvînên wî bi nivîskaran û yên rojnamevan û nivîskaran bi wî re zanin ku ji romana kurdî haydar e, wî çaxî dimîne ku em jî bifikirin ku herdû rexnegîrên me ji aliyê bervaja ji bo ku firk neye, çendî ji dest wan hatiye bitof avêtine û bi vê re xwestine bala giş partî, sazî û me herkesê hez ji Zimanê Kurdî û romana kurdî dikin bikşîne ser talûkeya bi rê de, bi vê mebestê dar ji binî de birîne. Helbet ev birîna darê bi gotin e, lewra darên hene di cihê xwe de ne, xem nake, ev dibîranînek e, îkaz û hişyarkirinek e, bikelk e. Raste, her roman naye xwendin, di nav romanan û romanivîsan de jî nemînahevî, diserhevreyî û dibinhevreyî hene. Ev ne bi tenê ji bo roma22

nên kurdî, belê ji bo roman û xelkên welatên din jî derbas dibe û bê dudilî dikare bê gotin. Ji sala 1901´an û bi vir de Xelata Nobelê tê belakirin û heta niha bi dehezaran û dibe zêdetir nivîskar hatibin û çûbin, lê hejmara kesên xwedî xelat, yek zêde yek kêm, li dora sedhebekî ye. Nîqaş baş e, pêwist e. Helbet wê Romana kurdî bê nîqaşkirin, belê ji mesela ”tune ye” ”heye” zêdetir ew bi xwe, rewşa wê ya îro û siberoja wê bê nîqaşkirin wê encamgîrtir be. Ya rexnê dixwaze zêdebûna tema û dabaşan û kêmbûna romanan e. Romanên baş û serketî, romanivîs, çîroknivîs û helbestvanên me yên serketî hene û em jî di heman bahweriyê de ne ku ”romana kurdî ji nirxandinên têne kirin, mezintir, bilindtir û cûdatir e”. Romana kurdî di nav agir û barûdê de, şikence û qedexeyan de xwegihandiye îro, rewşa îro gelekî ji doh baştir e û şika me tune ku sibe jî wê ji îro baştir û serketîtir be. Me kefen dirandiye, zîvarzîvarî kiriye, em êdî li ser piyan, zindî, bixwe bahwer û xwedî eşq û vîna jiyanê ne. Em bi idîa ne û îdia me mezin e. Hêzeke ji îro û pêde hewil bide me bêdeng bike, têkeve nav û me û zimanê me, nav me û pêşketina me û me bêinsiyatîv û destgirêdayî bike, wêje û romana me bend bike, gerek ne carekê sed caran kumê xwe deyne pêşiya xwe û bifikire. Du-sê gotin jî ji bo lêkolîna hejmar 16´an Lêkolîna me vê carê li ser romana kurdî ye. Naveroka vê hejmarê jî li ser pirs û bersivan ava bûye û hejmarek hevpeyvîn dihûndurîne. Hevpeyvînên ji aliyê endama rêvberiya Instîtûta me nivîskar Rukiye Ozmen hatine kirin. Pirs jî û bersiv jî têra xwe xwurt, bi sewiye û profesyonel in. Nivîskar û xwedîpênûsên bûne avakerên vê hejmarê, naskirî ne, xwedîpirtûk, roman, çîrok û gotar in û di cîhana me ya wêjeyî û afrênerî de ji kesayetiyên herî bi ezmûn in. Sipas ji bo herkesî û herkesa di vê hejmarê de keda wan çêbûye. Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist.