Hevpeyvîn bi Lokman Polat re

Lokman Polat

Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Lokman Polat: Romana kurdî ji bo ku nû ye, îzm û ekolên edebî yên navnetewî hêj nû bandora xwe danîne ser edebiyata kurdî. Derengmayin bi xwe re dezevantaj aniye. Şans û bêşansiya kurdan jî ji ber konjuktura welat û rewşa civakî ye. Heger dewleta kurdan heba, kurd azad bana û di dibistanan de bi kurdî perwerde pêk bihata, dê rewşa edebiyata kurdî cudaba û dê gelek pêşketî ba. Îzmên curbecur di nav edebiyata kurdî de bi şêweyeke xurt bi cih nebûne. Lêbelê berhemên kurdî yên edebî herweke çîrok, helbest û romanên kurdî li gor ”îzmên” edebî hatine afirandin. Wek mînak, romanên kurdî yên li gor realîzmê, romantîzmê, modernîzmê, post-modernîzmê, sembolîzmê, naturalîzm û hwd, hatine afirandin hene. Ji bo xwe gihaştina wan, pêwîst nake îla em bigîşin wan. Weke hejmar weşandina hejmara çîrok, helbest û romanên kurdî nemimkûne ku bigîşe wan. Lê, wek naverok, kalîte û hemû cure nirxên edebî, berhemên ku nivîskarên kurd diafirînin bi qasê gelekên wan hene. Rûkiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Lokman Polat: Edebiyat bi hemû şaxên xwe ve dewlemendiyek e. Çawa ku gelek şaxên edebiyatê hene, herweha gelek cureyên romanê jî hene. Gelek roman li gor ekolên edebî yên navnatewî têne binavkirin. Di nav hemû ekolên edebî de romanên baş û serketî jî hene û yên qels jî hene. Başî û serketina romanan ji alî rexnegirên edebî ve li gor zanîstiya wêjeyî

têne nirxandin. Ji bo romaneke baş û serketî nêrîna xwendevanan cuda ye. Romaneke ji bo xwendevanekî baş be ji bo yekî din nebaş e. Hinek xwendevan ji romanên realîst û hinek ji romanên post-modernîst hez dikin. Pîvanên ferz yên ji bo başî û serketina romanê, di encama nirxandin û analîza rexnegirê edebî de derdikeve holê. Zimanê romanê, lihevûdu honandina wê, skruktur û estetîka wê, teknîka nivîsînê û asta berhemê tê ravekirin û encama başî û serketina berhemê derdikeve holê. Rûkiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awureke bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Lokman Polat: Edebiyata kurdî ya devkî kevnare ye, qedîm e û gelek dewlemend e. Çîroka kurdî a devkî jî xwedî dîrokeke dûrûdirêj e. Lê edebiyata kurdî a nivîskî û bi taybetî roman û çîroka kurdî ya modern a nivîskî hêj nû ye. Ji bo pêşketina romana kurdî di serî de kar û xebat û keda nivîskaran pêwîst e. Hebûn û pirbûna xwendevanan pêwîst e. Di hêla aborî de jî pêkanîna rewşeke baş pêwîst e. Heger nivîskarên kurd berhemkar bin, pir bixebitin û baş bixebitin, berhem biafrînin, heger weşanxaneyên kurd bikaribin romanên romannivîskarên kurd biweşînin û heger xwendevan romanên kurdî bikirin û bixwînin, dê rewşa romana kurdî baş bibe û pêş bikeve. Rûkiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîrok e an jî roman e, tê kirin, cudahiya romanê ji çîrokê çiye? Lokman Polat: Di navlêkirina berhemên edebî yên kurdî de hinek tevlihevî heye. Ez bawerim ew jî dê di pêşerojê de ji holê rabe. Belê hinek pirtûkên kurdî neroman in, lê li ser berga wan wek roman hatiye nivîsîn. Hinek roman in, lê nivîskar cesaret nekiriye û li ser bergê tiştek nenivîsiye û pirtûk çi ye, çi nîne, li benda xwendevanan hêştiye ku xwendevan wê binav bikin. Hinek pirtûk jî hene ku roman in, lê li ser novel hatiye nivîsîn. Di pirtûkên teorîk yên li ser edebiyatê de, di analîz û nirxandina pirs û pirsgirêkên edebiyatê de cudahiya roman û çîrokê hatine ravekirin. Di van pirtûkên analîza peyv û berhemên edebî de roman çi ye? Çîrok çi ye? Û hwd, bi zanistiyeke edebî ji xwendevanan re hatine pêşkêşkirin. Her çiqas bi kurdî pirtûkên weha tunebin jî, di zimanên din de gelek pirtûkên weha hene. Divê kurd van pirtûkan bixwînin û fêr bibin bê cudahî çi ne.

Tevliheviya navlêdana pirtûkên kurdî yên curbecur bi fêrbûnê, bi zanînê dikare ji holê rabe. Bêşansiya edebiyata kurdî yek jê ev e ku; Bi qasê ku ez zanim di nav edebiyatzanên kurdan de li ser edebiyata kurdî a nivîskî û di derbarê tesnîf û hilçinandina berheman de, kîjan berhem romane kîjan nîne? Kîjan çîrok, helbest û şano ne, kîjan nînin? Analîzekî zanîstî nehatiye kirin û di derbarê vê mijarê de şîroveyên berfireh nehatine weşandin. Şîroveyên ku li ser berheman hatine kirin, analîzên edebî nînin. Lewre jî di nav edebiyata kurdî de û di navlêdana berhemên edebî de keyfiyeteke pêk hatiye. Dilê kê çi xwestiye ew tiştî bi berhema xwe ve kiriye. Nivîskarekî ji xwe re çîrok nivîsiye û li ser berga wê gotiye roman e. Yekî roman nivîsiye û li ser berga wê gotiye novel e. Yekê çend diyalogên di navbera çend kesan de nivîsiye û bê beş, bê perde, bê sahne, navê şanoyê lêdaniye û gotiye ev şano ye. Yekê pexşan nivîsiye û li ser berga pirtûkê gotiye helbest. Hinek pirtûkên şanoyê şano nînin, lê wan gotine şano. Gelek nivîsên nivîskarên helbestvan, gelek pexşan wek helbest hatine pêşkêşkirin, lêbelê helbest nînin. Zilam satîr dinivîse, yan jî bi şêweya ceribandinê vegotin û gotar dinivîse û dibêje ev helbest e. Xwezî rojeke edebiyatzanekî yan jî lêkolînvanekî jîr derbiketana û tasnîfa berhemên edebiyata kurdî bikirana. Hinek xwendevanên kurd dizanin ku bi rastî kîjan berhem roman e, kîjan çîrok e, kîjan helbest e û kîjan şano ye. Lêbelê ew vê zanebûna xwe nanivîsin. Loma jî divê lêkolînvanekî edebiyathez û edebiyatzan dest biavêje vê mijarê. Rûkiye Ozmen: Di navlêdana berheman de jî tîştên seyr hene, ne wisa ye? Lokman Polat: Belê, wisa ye. Hinek navên pirtûkan ecêb in. Hinek nav bala mirov dikşînin. Min li Stenbolê romaneke xwerû bi kurdî kirî, navê wê” Mandalîn bû.” Di navlêdana navê pirtûkan de carna tiştên ecêb derdikevin holê û navên ecêb li pirtûkan datînin. Nivîskar yan jî weşanxane navekî li pirtûkê datîne, ew nav yan herêmîye yan jî navekî wisa ye ku kes bi maneya wî navî nizane. Li navê pirtûka Serkan Birûsk binêrin. Navê wê ”Mextel” e. Mextel çi ye kes nizane. Min ji deh nivîskar û bîst xwendevanên kurd pirsî ku peyva ”Mextel” çi ye û tê çi maneyê? Wan nizanibûn. Min bi xwe jî ev peyv qet nebihistibû. Ez çûm di nav behra zanîstê de, an ku di înternetê de, min li malpera ”Ferhenga Kurdî” mêze kir, di ferhengê de jî peyveke weha tûnebû. Di Ansiklopedia Wîkîpediyê de jî ev pirtûk weke roman hatibû binavkirin. Lê min ev pirtûk xwendibû û li gor min ew roman nebû. Di naveroka pirtûka ku navê wê ”Mextel” e

de çîrok, helbest, vegotin, pexşan û hwd, tişt hene. Pirtûk bi naveroka xwe tevlihev e. Di berhemek de helbest, çîrok – novel – û nexşên kurteromanê hebin, ew berhem dibe çi? Pirtûka bi navê ”Mextel” jî dibe ew tişt. Rûkiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astêye? Lokman Polat: Di edebiyata kurdî ya devkî û ya nivîskî de destan kevn e. Destana Mem û Zîn sêsed sal berê hatiye nivîsîn. Çîroka Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Derwêşê Evdî, Şêxê Senan, Adûle û gelekên din jî di nav zargotina kurdan a gelêrî de weke çîrok û weke destan jî têne gotin. Edebiyata kurdî a nivîskî ya nûjen ji edebiyata kurdî ya klasîk sûd werdigre. Romannivîser dikarin ji ber destanên kurdî romanên baş û serketî biafirînin. Hinek nivîskarên kurd romana Derwêşê Evdî, Siyabend û Xecê, Ker û Kulîlk, Binevşa Narîn û yd, nivîsîne. Dema mirov li edebiyata cîhanê jî dinêre, gelek romanên modern li ser bingeha naveroka destanên qedîm yên cîhanê hatine afirandin. Bi min divê kurd jî destanên kurdî – ku hinek jê gelek varyantên wan hene – weke roman binivîsin. Rûkiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike çi ne ev qonax? Lokman Polat: Romana kurdî di çend qonaxan de derbas bûye? Heger mirov romana kurdî ya bakurê Kurdistanê, ya li Swêdê û ya kurdê Kafkasyayê bi hevre bigre û binirxîne dikare behsa sê qonaxan bike. Di derbarê rewşa romana kurdî ya li başurê Kurdistanê û ya li rojhilatê Kurdistanê de zêde zanîna min û agahdariya min tune. Bi qasê ku ez zanim li van herdu parçeyên Kurdistanê jî romana kurdî qels e. Niha jî romana kurdî li bakurê Kurdistanê ji hersê parçeyên din yên Kurdistanê pêştetire û wek hejmar jî ji wan pirtir e. Digel ku li başurê Kurdistanê rewşeke azad pêkhatiye û ji berê ve bi soranî di dibistanan de perwerde pêk hatiye jî, romana kurdî bi qasê bakur pêş neketiye. Wek hejmar jî romanên bi zaravayê soranî bi qasê yên kurmancî tunin. Destpêka romana kurdî di nav kurdên Kafkasyayê de (Sovyeta berê) dest pê kiriye. Romana kurdî a yekem jî romana Arebê Şemo ye. Digel Arebê Şemo, gelek nivîskarên kurd yên li Ermenîstanê û tevahiya welatên Kafkasyayê bi kurdî roman nivîsîne û hêj jî dinivîsin. Dema min bersîva van pirsên Xanim Rûkiye Ozmenê dinivîsand ez pê hesiyam ku nivîs44

karekî kurd ê Azerbeycanê bi kurdî romaneke nivîsiye û weşandiye. Roman û pirtûkên nivîskarên kurd yên Kafkasyayê, herweke roman û pirtûkên Areb Şemo, Eliyê Evdirahman, Eskerê Boyik, Heciyê Cindî û gelekên din li bakurê Kurdistanê ji nûve hatine weşandin û hinekên din jî li dorê ne ku werine weşandinê. Li Swêdê jî gelek romanên kurdî hatin weşandin. Bi dehan romannivîserên kurd yên ku li Swêdê bi cih û war bûne, her yek sê, çar heta hinekan heft, heşt roman nivîsîne. Hêj jî wek hejmar piraniya roman, çîrok û cure pirtûkên kurdî ji alî nivîskarên kurd yên ku li Swêdê ne, têne nivîsîn û weşandinê. Di van deh, panzdeh salên dawîn de romannivîserên kurd yên li Kurdistanê û Tirkiyê jî gelek romanên kurdî nivîsîne û dinivîsin. Niha her diçe hejmara romannivîserên kurd yên li welêt zêde dibe. Bi min qonaxa yekem a romana kurdî weşandina romanên kurdî yên li Sovyeta berê ne. Qonaxa duyem weşandina romanên kurdî yên li Swêdê ne. Qonaxa sêyem jî weşandina bi sedan romanên kurdî yên li Tirkiyê – Stenbolê – û bakurê Kurdistanê –Amedê– ne. Niha em di vê qonaxa sêyem de ne. Rûkiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde, belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Lokman Polat: Di pêvajoya edebiyata cîhanê de jî diyare ku hinek nivîskar di bin bandora nivîskarên din de dimînin û teqlîda wan dikin. Hinek nivîskarên kurd jî di bin bandora nivîskarên cîhanê de dimînin û teqlîda wan dikin. Teqlîda ku hinek nivîskarên kurd dikin, teqlîdeke beloq e. Ew bi teqlîdeke nebaş dibine wek karîkatur û kopîyeke xirab. Dema ew bi ser nakevin, zimandirêjiya berhemên kurdî dikin û romanên kurdî naecibînin heta bi êrişeke heqaretî romanên hinek romannivîserên kurd bi sîfetên nebaş tawanbar dikin. Heqareta herî dawî ya ji bo hinek romanên kurdî, navlêkirina “romanên beredayî” bû. Helbet herkê li gor xwe rewşa romana kurdî dinirxîne. Hinek wê dikine zarok, hinek dikine ”beredayî” û hinek jî dikin mirî û dibêjin romana kurdî tune. Wana nirxandinên zanîst û objektîv nînin, nirxandinên tewş in. Psîkolojiya wan a nebaş û ruhiyeta wan a hest û ruhê koletiyê, menta45

lîteya xwebiçûkbûnê wan dixe rewşeke nebaş û lewre jî di derbarê romana kurdî de nirxandinên nebaş û tewşomewşo dikin. Kurd ji neteweyeke vê cîhanê ne û ew jî wek însanên dinê insan in. Kêmaniya însanekî kurd ji yên din tune û wek însan, ne ji însanên din nizimtir e, ne jî bilindtir e, ji wan ne baştir e û ne xirabtir e. Nivîskarên kurd jî wek nivîskarên cîhanê nivîskar in û heryek li gor xwe berhem diafirîne. Çawa ku nivîskarên cîhanê berhemên edebî diafirînin, herweha nivîskarên kurd jî berhemên edebî yên li gor xwe diafirînin. Helbet hinek berhemên wan baş in, serketî ne û hinek jî qels in. Car heye nivîskarekî hem berhemeke baş û hem berhemeke qels diafirîne. Ev rewş ji bo nivîskarên cîhanê jî derbas dibe. Yanî bila kurd xwe biçûk nebînin û li pêşberê nivîskarên cîhanê xwe nizim nekin, xwe netewînin û nekevine haletê ruhiyeta mentalîteya xwebiçûkbûnê. Zilam heyranê ewropiyan e, teqlîda wan dike, li pêşberê hinek nivîskarên fransî diçe secdê, navê pirtûkek xwe dişibîne navê pirtûka nivîskarekî ewropî, navê pirtûkek xwe ê din weke navê rojnameyeke ewropî binav dike, teknîka nivîsîna hişmendiyê kopiye dike û berhemeke teqlîdî weke qarîkaturekî kopîyeyî ê xirab diafirîne, li ezameta berhemên nivîskarên ewropî dinêre û xwe li pêşberê wan ditewîne û di masmediya kurdan de pesnê wan dide û hinek romannivîserên kurd sucdar dike, wan bi gotinên bêedeb tawanbar dike. Nirxandinên kesan yan jî kesekî weha tu feydeyeke nagişîne edebiyata kurdî. Romana kurdî di rewşeke zaroktiyê de nîne, mezin e, temam e û her diçe dikemile. Bila kesên biçûk romana kurdî biçûk nebînin. Rûkiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwîn û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Lokman Polat: Ez ji berhemên romannivîserên klasîk yên cîhanê û bi taybetî jî ji yên Rusî û Fransî hez dikim. Herweha ez gelek pir ji şanoyên Shakespeare hez dikim. Min du pirtûkên Shakespeare bi wergera kurdî weşand. Min sê pirtûkên wî jî wergerandiye kurdî lê hêj neweşandiye. Herweha ez ji romanên Dostoyevskî, Tolstoy, Hugo, Zola û Balzac hez dikim. Di nav romannivîserên kurd de jî ez ji romanên gelek nivîskarên kurd hez dikim. Lêbelê ez naxwazim navên wan bidim. Ez navên hinekan bidim û yên din nedim, dibe ku dilê wan ji min bimîne. Loma jî pêwîst nake ez nav bidim. Lê, ez vê bibêjim, bi rastî jî ez ji gelek romanên kurdî hez dikim. Dema ez wek xwendevanekî romanên xwe dixwînim, ez ji wan jî hez

dikim. Piştî ku romaneke min tê çapkirin û belavkir in. Ez jî wek xwendevanekî kurd yekê dikirim û bi çavên xwendevanekî dixwînim. Di encama xwendinê de romanê –li gor zanîna xwe ya edebî – dinirxînim. Ji hêla hezkirinê ve jî, bi rastî jî ez ji romanên xwe hez dikim. Rûkiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Lokman Polat: Yê ku ziman û edebiyata nivîskî dewlemend dike, yek jî jê wergere. Ji bo pêşketina edebiyatê û dewlemendiya zimên werger xwedan roleke girîng e. Gelek zimanên qels, ji xêra wergerê re dewlemend bûn, pêş ketin. Li Tirkiyê piştê damezrandina komarê nivisîngehên wergerê yên fermî hatin damezrandin, bi navê “Tercume Burosu – Nivisîngeha Wergerê” vekirin û dest bi wergerê kirin, edebiyata cîhanê ya klasîk hemû wergerandin zimanê Tirkî. Hêj jî ji aliyê dewleta tirk ve her sal bi sedan pirtûkên klasîk û yên modern dihêne wergerandin. Tirkan ji xêra wergerê re zimanê xwe pêşve birin, dewlemend kirin. Rûkiye Ozmen: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe. Lokman Polat: Di serîde ez vê bibêjim, Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û bi hêsanî dikare di bin barê wergerê de rabe. Heger wergêr jîr be, zana be, erbabê karê xwe be û bi rastî hûnera wergerê bizanibe dikare romaneke bi hêsanî wergerîne kurdî. Hinek berhemên edebî yên ji edebiyata cîhanê li kurdî hatine wergerandin û ew werger gelek baş in. Wek mînak wergêra pirtûka Shakespaere ya bi navê “Romeo û Julîet – Weşanên Helwest” , romana Xelîl Cibran ya bi navê “Baskên Şkestî – Weşanên Helwest” û gelek pirtûkên din ku bi kurdî hatine wergerandin gelek baş in. Rûkiye Ozmen. Werger çiqasî cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê. Lokman Polat: Heger wergêr di berhema ku werdigerînê de tehrîfat çêneke, guhartinên biloq pêk neyne, dikare cewhera berhema ku werdigerîne biparêze. Lê, çi heyf ku hinek wergêr li gor dilê xwe di wergerê de guhertin çêdikin û cewhera berhemê naparêzin, wê xirab dikin. Ev jî tişteke nebaş e. Werger bi serê xwe hûnereke û yê ku vê hûnerê bizanibe dikare wergerên baş bike. Werger divê li gorî qaîde, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be. Xweşî û başiya wergerê û her weha pêdiviya wergerê gelek heye. Werger zanîna mirov zêde dike, zimanê mirov dewlemend dike.

Rûkiye Ozmen: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikin, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî wê fireh be, wê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardî jî meyla mirov zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînî, nêzîkî kîjanê ye ji wan ? Lokman Polat: Ez ji romanên evînî, romantîkî, dîrokî û kelecanî – macerayê – hez dikim. Wek qategorîya ekolên edebî jî ji berhemên realîst û surrealîst hez dikim. Navbera min û berhemên post-modernîst ewqas tune. Min xwendina gelek romanên post-modernîst nîvco hiştiye. Romanên post-modernîst zêde bala min nakşînin ser xwe û xwe bi min nadine xwendin, lewre jî ez nikarim xwendina wan temam bikim û ez nîvco dihêlim. Ez xwe di kîjan kategorî de dibînim? Yan jî berhemên min aîdê kîjan kategorî ne? Ez bi nav nekim. Ev karê analîzker û rexnegirên edebî ne. Bila ew bibêjin ku berhemên min aîdê kîjan kategorî ne yan jî nînin. Rûkiye Ozmen: Roman rolekî çawe ji bo civakê dileyîze. Lokman Polat: Roman û bi taybetî edebiyat roleke sereke ji bo guhertin û pêşveçûna civakê dilîze. Ziman, çand û edebiyata neteweyekî hebûna wî neteweyî ne. Neteweyek ku zimanê xwe, çanda xwe, edebiyata xwe wenda bike, ew bi xwe jî wenda dibe, di nav neteweyên din de dihele, asîmîle dibe. Yên ku neteweyan li ser lingan dihêle ziman, çand û edebiyata wî neteweyî ye. Di dema ronasansê û reforman de çanda gelên rojava bi romanê formeke nûh stend. Roman bi vê forma xwe ya nûh bû haceta guherandina civakê. Roman bû xwediyê fonksiyoneke girîng. Ev fonksiyona wê ya girîng hêj jî didome. Weke ku romannivîser Marîo Vargas jî dibêje: ” Hesasiyet û azadiya cîhana pêşerojê girêdayî edebiyatê ye. Edebiyat garantiya azadiyê ye, ji ber ku ew weke her tiştê din nikare were birêvebirin û kontrol kirin. Edebiyat bingeheke hem ji bo zindîhiştina rexneyan li hemberî rastiya cîhanê û hem jî ji bo nûkirin û parastina ziman e.” Rûkiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Lokman Polat: Ji bo ku li başurê Kurdistanê û li rojhilatê Kurdistanê alfabeya Mihemedî anku tîpên arebî / farisî bikar tînin û ez bi vê alfabeyê nizanim, lewre jî zêde hayê min ji romanên kurdên başur û rojhilat ewqas tune. Dema romanên wan bi kurmancî û bi alfabeya latînî/kurdî têne

weşandin ez dikirim û dixwînim. Bi qasê ku ez zanim di wan herdu parçeyên Kurdistanê de romana kurdî (çi soranî çi kurmancî) bi qasê romana kurdî (kurmancî û zazakî) ya li bakurê Kurdistanê pêş neketiye. Ji bo ku kurdên binxetê (başurê biçûk ê rojavayê Kurdistanê) bi alfabeya latînî/kurdî dinivîsin haya min ji hemû berhemên wan yên edebî û bi taybetî haya min ji romanên wir heye. Ez weke xwendevanekî kurd romanên Helîm Yusiv, Bavê Nazê, Jan Dost û yd, dikirim û dixwînim. Min ji başurê Kurdistanê romana Hesen Silîvanî û ji rojhilatê Kurdistanê romana Rehîm Qazî xwendiye. Rûkiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bidemê re diguhere gelo? Lokman Polat: Roman her diçe xwe nû dike. Form û teknîka romannivîseriyê tê guhertin, şêweyên nû derdikevin holê û di romanê de hertim pêşveçûn heye. Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Romanên Tolstoy, Dostoyevskî, Vîktor Hugo, Balzac û yên Susan Tamaro, Paulo Cuelho û Aleksandro Barîco ne wek hev in. Romanên berê her cîldê wê 300 - 400 rûpel bûn, yên niha bi piranî wek cîld nîn in û piraniya romanên niha ji 150 rûpelî nabûre. Hinek romanên nivîskarên Îtalî 100 rûpel in. Civak çiqas pêş bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêşketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çêbibe. Yanê pêşveçûnên di Fîzîk, Astronomî û hemû şaxên îlmê de pêk tên, li ser ramanên felsefîk û dîtinên edebî tesîreke mezin dike. Dîtin û ramanên felsefî û edebî jî li ser civakê tesîr dike. Rûkiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. Ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin bibe dora me jî mimkûn e, pêşbîniyên we, fantaziyên we? Lokman Polat: Di dayina xelata Nobelê de helwesta siyasî roleke girîng dilîze. Gelek xelatgirên cîhanê ji ber rewşa siyasî û konjuktura welatê wan bûn xwedî xelata Nobelê. Di xelatgirtina Orhan Pamuk de jî rola siyasî pêk hat. Heger li Tirkiyê li Orhan Pamuk doz nehatana vekirin, ji alî hêzên tarî ve bi mirinê nehataba tehdîtkirin, wî beyanê qetlîama ermenî û kurdan neaniyaba zimên, lobiya cihuyan piştgiriya wî nekirana, tenha ji bo berhemê xwe wî yê nikaribûya xelata Nobelê bigirta. Bi min ji Orhan Pamuk pirtir xelata nobelê heqê Yaşar Kemal bû. Îro jî ji Orhan

Pamuk pirtir heqê Ahmed Altan e. Heger ji ber rewşa siyasî û konjuktura nû ya rojhilata navîn nivîskarekî kurd jî xelat bigre, divê mirov qet şaş nebe. Dema ez li hemû xelatgirên Nobelê dinêrim – ku min heryekê miheqeq pirtûkek wan xwendiye – li gor rewşa wan a wê dema xelatê ya siyasî û civakî na, lê li gorê berhemên wan mirov binirxîne, çend nivîskarên kurd hene ku berhemên wan jî bi qasê yên xelatgiran bi nirx in û di asta wan de ne û wan jî xelata Nobelê heq kirine. Rûkiye Ozmen: Pirsên me evbûn, zor spas! Lokman Polat: Spas xweş!