Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Fêrgîn Melîk Aykoç: Rast e, çawa çîrok berhemeke koçberiyê bû û li Rojhilata Navîn destpêkir, ji ber ku roman vegotin û berhemeke civaka dema bajarwanî û endustirîyê ye, wê jî li Ewropê destpêkir. Bêguman ji dema Balzac ê realîst, Emile Zolo yê Natûralîst, B. Andre yê suralîst hetanê Joyces James ê modernîst bêhejmar roman hatine weşandin. Di vê pêvajoyê de hima bigire tu dengê me tune. Sebebên vê tê zanîn, bi kurtî egera wê; welatê me yê parçe û dagirkirî, zimanê me yê qedexekirî û nebûna bazara zimanê me ye. Her çendî hin kesên dixwezin her tiştî di xwe de bidin destpêkirin, bi gotinên vala wêjeya tunebûnê derdixin pêş û seriyan tevlihev dikin jî, di vê dema me de gelek romanên kurdî bi taybetî kurdî-kurmancî hatine weşandin. Bi dîtina min di nava van romanan de romanên serkeftî gelek in. Eger em bikanin sentêza mînakên cihanê û dewlemendiya çand û jiyana kurdî pêk bînin, dê emê bikanin di romanê de rêya hizir û hestên hê geştir û dewlementir vebikin. Lema her çendî dereng mayîn di qada navnetewî de hin dezavantajan jî derxe pêş me, Avantajeke azmûnên cihanî jî dide me. Di rastiyê de pirsgirêka herî mezin serketina polîtîka kurdî û bi wê ve girêdayî bazara kurdî-kurmancî ye. Li başûrê Kurdistanê tenê bazareke ji
bo zarava soranî û bi tipên aramî-erebî heye. Ev jî sudeke mezin nade me. Dema mirov behsa bêşansiyê bike. Bêşansî tenê ev e. Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serkeftî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Fêrgîn Melîk Aykoç: Serkeftina romanê ne bi forma romanê, ango, realîst, natûralist, sûralîst û modernîzmê ve girêdayî ye. Serkeftin, bi tevn, ziman, mijar û ristina romanê, hest û hizrên ew roman dide ve girêdayî ye. Pirr frotina romanekê jî ne pîvaneke serkeftina romanê ye. Lewra gelek caran frotin bi reklam, derûdor û popelîzmê ve girêdayî ye. Di nava me kurdan de hin pirsgirekên taybet jî hene, wek hembajarîparêzî, meyla polîtîkî, nebûna dezgehên belavkirinê, nebûna rexnegiriyeke bijûn û hwd. Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awirike bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Fêrgîn Melîk Aykoç: Ji ber ku çîrok îro di du wateyan de tê bikaranîn, divê mirov berê van wateyan ji hev cûda bike. Yek çîrokên bav û kalan, çîrokên pîrikan, yên pêkhatina wan derê rastiyê ne, xwedanê hêzên ser xwezayê re ne. Ya duyem jî çîrokên dikane di rastiya jiyanê de pêk werin. Yan jî kêliyeke jiyanê vedinivisîne ne. Di nava gelek gelan de ev cuda ne, wek mînak; di almanî de, ji bo çîrokên bav û kalan „Märchen“ ji bo yên momenteke jiyanê vedinivisîne jî „geschichte“ yan jî „novel“(ev peyv italî ye) tê gotin. Mirov dikane hin navan li forma ku hûn dipirsin bike. Wek mînak û pêşniyar „nûrok“ (dîrok> çîrok> nûrok) yan jî „jînborî“ bibêje. Dibe naveke din jî were bikaranîn, yan jî wek çîrok bimîne. Belê rast e, nûroka (çîroka) kurdî jî dereng maye. Lê dîsa jî gelek serkeftî ye. Bêguman pîvana serkeftinê li gor vejînêr û nirxandêran diguhere. Lê gava ez nûrokên kurdî bi yên almanan re dirûberînim, dibînim ku ji yên almanan ne kêmtir in. Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin, carna nîqaşa ew berhema çîrok e an jî roman e, tê kirin cudahiya romanê ji çîrokê çi ye? Fêrgîn Melîk Aykoç: Min di bersiva pirsa berê de gotibû; nûrok kêliyek, yan jî momenteke jiyanê ye. Lê roman jiyan bi gişti ye. Yan jî, gava mirov bersiveke kilasîk bide. Roman wekî darekê ye, nûrok (çîrok) jî wek şaxên wê darê ne.
Bi zimaneke din mirov dikane bibêje: Roman ji berhema ku li ser bingehên xewneroşk yan jî rastiya jiyanê hatiye ristin, tê de rawestana mirovan, hawîrdor û karekterên wan bi kûrahî tên nirxandinê, serguzeştiyên wan bi zimaneke herikbar vedibêje, li ser veristina hest û hizrên wan karekteran kûr dibe, re tê gotin. Di nûrokan (çîrok) de çalakî ne zêde ne, li pey hev rêz nabin, bi giranî li dora çalakî, rûdan û rawestanekê kûr dibe. Lê di romanê de çalakî û rûdan wek xelekên çorozê li pey hev rêz dibin. Bêguman ji mijara bingehîn jî qut nabin, tim bi mijara bingehîn ve girêdayî û di nava yekitiyê de ne. Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astêye? Fêrgîn Melîk Aykoç: Destan; vegotineke helbestî ye, ji çend çarekan, yan jî beşan pêk tê. Bi şêweyekê bi coş serenceyên gernasên xwedanê hêzên yêzdanî bi awayekî delîndezî vedinivisîne. Tê de kûrbûna romanê nîne. Li aliyê din roman ne helbestî ye, pexşanî ye. Destan formeke gelek kevn e. Mirov dikane wek pêpilika yekem ya helbest, nûrok û romanê jî bibîne. Lê di warê form, tevn, naverok û ristinê de ji hev cûda ne. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de bi nav bike çi ne ev qonax? Fêrgîn Melîk Aykoç: Di vî warî de ta niha tenê nirxandinên kesî hene. Hîna bi awayekî hûrkolînên zanistî ev qonax ji hev nehatine cûdakirin. Çend berhemên kevin hene. Wek mînak; Romana gorbihuşt Erebê Şemo „Şivanê Kurmancan“ (1935) Ji wê demê hetanê salên heştêyî tenê çend romanên bi kurdî (zaravayên cuda) derketine. Ji salên heştê heta nodî jî hejmara romanên kurdî bi qasê hejmara tiliyên destan e. Lê ji nodî û pê ve, her çû zêde bûn. Ji wê mirov nikane wek qonaxên bingehîn ji hev cûda bike. Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde, belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin, mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Fêrgîn Melîk Aykoç: Bêguman em di nivisandin û pêşxistina forma romanê de li gor gelên din dereng mane. Romanên kurdî ji salên nodî û vir
ve zêde bûne. Ji bo me diyardeyeke nû ye. Dibe qelsiya hin romanan, bandora devokan, hikariya romanên biyanî lê hebe, lê disa jî li gor romanên dagirkerên wek tirk, faris û erebên ku welatên me dagirtine, ne kêm e, ji yên wan çêtir nebin jî, xirabtir nînin. Di nava me kurdan de hin hobûnên gelek şaş hene, wek mînak „wêjeya tunebûnê.“ Tu ji kîjan kurdî bipirsî, hima dibêje; „filan tiştê me tune, bêvan tiştê me tune.“ Hin rewşenbîr jî ji bo ku bikanin hin tiştan di xwe de bidin destpêkirin, bi wêjeya tunebûnê dest pê dikin. Mixabin ku ev jî kêşeyeke derûniya me ye. Li hin welatan ji sed salî zêdetir e ku roman tên nivisandin, yê me di van bîst salên dawiyê de berfireh bû. Ji ber wê jî mirov dikane bibêje ku romana kurdî ciwaniya xwe dijî. Wê hê bi awayeke gelek bihêz û xwirt bikemile. Lewra mijareyên li welatê me bê mînak in. Rukiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwîn û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Fêrgîn Melîk Aykoç: Ji ber ku ez nexweşekî xwendinê me û ji salên şêst û şeşan vir ve bê navber dixwînim. Di salên heftîyî de jî me wek pêşbirk roman dixwandin, me ji giştan jî hez dikir. Ji nivisakarên firansiz bigire ta yên rûs min xwendine. Wer rasterast nikanim bibêjim, ev zêdetir bala min dikişînin. Li gor mijare û herikbariyê diguherin. Di nav nûserên kurdî de ez tu cudahî nakim. Min bi dehan romanên kurdî jî xwendine. Ha yên bi destên min ketine, ha yên min li ser E-pirtûk xwendine. Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Fêrgîn Melîk Aykoç: Her ziman bi serê xwe di proseseke pêşveçûnê re derbaz bûye, lema jî mirov dikane bibêje; her ziman li gor rastiya xwe nirxandin û têgihiştineke cihanî ye. Ji ber vê karekterê jî her ziman xwedanê form, têgîn û peyvên cûda ne. Di wergerandinan de venivisandina van cudahiyan bi serê xwe dewlemendiya form, têgîn û peyvan bi xwe re tîne. Ji bo van venivisandinan asoyên ziman berfireh dibe, rê ji bo awayên din a bikaranîna peyv û têgînan re vedike. Ji ber vê egerê jî werger di peşxistina zimanan de roleke gelek girîng werdigire. Lê hinek xeteriyên wergerandinan jî hene. Divê kesên karê wergerandinê dikin, haya xwe ji rastiya ziman hebe. Bi serê xwe, li gor mantiqa xwe peyvan neafirîne. Peyv afirandin jî bi serê xwe zanyariyeke taybetî
dixwaze. Divê ev tenê karê komisyonên zanistî be. Yan jî divê mirov peyvan ji zaravayên kurdî yên din werbigire. Wek mînak; hin aqilpîjan peyveke bi navê „metirsî“ afirandine. Ev wergerandina peyva tirkî „korkular(imiz)“ de ye. Ji bin ve şaş e, ser û binkirina rêzimana kurdî ye. Pêşgîna „me“ berlêkera nerênî ya fermanê ye. Gava mirov bibêje „metirse“ yanê „netirse!“ tirkiya wê „korkma“. Ango gava mirov bibêje „Metirsiyên me hene.“ Bi tirkî tê wateya „korkmamalarimiz var“ Kurdiya peyva tirkî „korkular“ Jêtirsîn e. Ev mînak jî gelek baş zelal dike ku xeteriyên wergerandinê çi ne. Rukiye Ozmen: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe? Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser mijara wergerandinê gelek nîqaşên berfireh çêbûn. Ji zimanê orjînal wergerandinê bigire, hetanê ji zimanê duyem wergerandinê, gişt hatin nîqaşkirin. Ez naxwazim careke din têkevin nava wê nîqaşê Mijara pirsa we jî mijara lêkolîneke kûr û berfireh e. Ji ber ku min ta niha lêkolîneke wiha nexwendiye, û bê çend wergerandinan, yên din di destê min de tunene, ezê nikanibim, bersiveke têr bidim. Rukiye Ozmen: Werger çiqasî cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê? Fêrgîn Melîk Aykoç: Dema kesê wergerê pêktîne, bi azmûn be, herdû zimanan di warê wêjeyê de baş têbigihîje. Naverok û wateyê bi her aliyê ve fêm bike, dikane wergereke gelek baş pêkbîne. Wê naverok û cevhera romanê jî di zimanê lê tê wergerandin de bide. Ango ev kareke azmûn û pisporiyê ye. Rukiye Ozmen: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikin, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî wê fireh be, wê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardî jî meyla mirov zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînim, nêzîkî kîjanê ne ji wan? Fêrgîn Melîk Aykoç: Ezê nikanibin rasterast bersiva vê pirsa we bidim, ji ber ku çîrokbêjî û dengbêjiya Serhedê ji romanên cihanê zêdetir bandor li min kiriye. Di zarokatiyê de tûrikê bîra min bi wan hatiye dagirtin. Her formên romanê jî xwedanê taybetiyên xwe ne, Lewma ez bi hez û xweşdiliyê dixwînim. Bi baweriya min ez hinek realîst im. Kesên din min çawa dibînin, ez wê nizanim. Ez bi xwe jî gelek forman, gelek caran jî, gelekan li gel hev bikartînim.
Rukiye Ozmen: Roman rolekî çawe ji bo civakê dileyîze? Fêrgîn Melîk Aykoç: Bêguman roman dikanin di guhertin û pêşketina civakan de hin rolên girîng bilîzin. Lê rastiya civaka me ji civakên din gelek cûda ye. Berê her tiştî ji sedî nod û nehê civaka me nikane romana kurdî bixwîne, lew re xwendin û têgihiştina romanê jî bi polîtika perwerda netewî, serdestbûna ziman û bazara ziman ve girêdayî ye. Ev derfetê gelê me nîne. Di warê politikî de di nava xetereyeke hebûn û nebûnê de ye. Azadiya li başûrê Kurdistanê jî tu sûdekê nade romana kurdî-kurmancî. Li aliyê din çanda xwendinê jî, di nava civaka me de gelek melûl e. Divê berê derfetên rûniştina çandeke wiha werin afirandin. Di vê dema me de romanên kurdî li gor gotinan (ji ber ku statîstîk nînin) li dor 300 hetanê çend hezaran tê firotin. Heta li gor hin nêrînan ev ji sêsedî jî derbaz nabin. Wê bandora romana kurdî jî li gor xwendina wê be. Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Fêrgîn Melîk Aykoç: Du alfabeyên cûda tên bikaranîn, ev jî, ji bo me kurdan pirsgirekeke mezin e. Bi giştî em ji hev bê hay in. Belê di destê min de du sê romanên bi soranî hene, lê ji ber wê alfabeya aramî-erebî min hîn bi giştî nexwendine, Ez wê alfabê gelek giran dixwînim, lewma gelek xemgîn im. Ji ber xetereyên wê alfabê carnan hinek peyvan çendbare dikim ku bikanim rast bixwînim û têbigihîjim, lema cardin datînim. Lê yên kirmanckî(zazakî) xwendin ne pirsgirêk in, ji ber ku kirmanckî (zazakî) ji zarava soranî zêdetir nêzîkê kurmanci ye û bi alfaba latînî hatine nivisandin, mirov dikane bi hesanî bixwîne û têbigihîje. Xwendina kirmanckî (zazakî) jî çêjeke taybetî dide mirovan. Wek mînak romana Munzûr Çem ya bi navê “Hotay sera Usivê Qurkizî”. Lê soranî gelek zehmet e. Pir peyvên li gor semantîka erebî hatine çêkirin û ji ruhê kurdayetî hatî dûrxistin, têda hene. Zimaneke çêkiriye. Rukiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bi demê re diguhere gelo? Fêrgîn Melîk Aykoç: Bêguman her tişt di nava pêşketin û pelvedanê de ye. Hin hewldanên cûda hene. Ev mijareyeke polemîk e. Ya duyem jî mijareyeke siberojê û dahatû ye. Mirov nikane ji niha ve tiştek zelal bibêje.
Rukiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin bibe dora me jî mimkun e, pêşbîniyên we, fantaziyên we? Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser mijara Nobelê nirxandinên cûda hene. Hin derdor vê wek xelatkirineke di xizmeta pergalê de dibînin. Wek mînak ji bo çi xelata Nobelê ya Aşitiyê dan Barak Obama, ne zelal e. Xelata dan Orhan Pamûk jî ne ji ber berhemên wî, ji ber helwesta wî ya polîtiîkî bû. Eger Yaşar Kemal jî kanîba ew helwest nîşandayîba, dê bidana wî jî. Yanî di nava vê mijara Nobelê de berjewendiyên pergalê heye. Lê dîsa jî mirov dikane bibêje, dibe ku sibe li gor berjewendiyên xwe nivisakareke/î kurd jî layîqê wê xelatê bibîn. Lê di vê rewşê de ji ber têkiliyên bi dewletên dagirker tirk, faris û ereb re wê xelatê nedin kurdan. Xeyaleke wiha ne realîst e jî. Rukiye Ozmen: Pirsên me evin. zor spas! Fêrgîn Melîk Aykoç: Spas xweş!