Hevpeyvîn bi Adîl Zozanî re

Adîl Zozanî

Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di hembêza xwe de digre, ji vî cihê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Adil Zozanî: Beriya her tiştî em gelekî ku bi derengî balixbûyî ne. Em derengî haydar bûn ku zimanê me yek ji gencîneyên herî mezin ên lîteratûra/wêjeya cîhanê ne. Heta îro jî haydarbûn û têrnehaydarbûn jî mijara dabaşeyê ne. Kêmasî be jî tekstên ku bendava peyvên kurdî li ber wêjeya cîhanê vedikin hene. Êdî em dikarin vê yekê bi rehetî bêjin. Meseleya derengmayînê, ji bo çu qewman nabe ku wekî awantaj bê binavkirin. Lewre her derengmayînek di vî warî de windabûneke. Windabûnên me piralî ne. Beriya her tiştî, me gelek pênûsên xwe yên nazdar ji bo zimanên serdestên xwe bexşandine. Bi kurdî nivîsîn di encama înadeke siyasî de pêkan bû ye. Ji ber hindê jî teksên destpêkê yên kurdî serdema nûjen siyasî ne. Tam û çêşa serdema klasîk di wêjeya kurdî de nîn e. Mînak, em hêj jî hewl didin ku bi qasî Ehmedê Xanî bibin melevanê Zimanê Kurdî. Hêj jî reqsa me ya bi peyvan û hevokan re dûrî reqsbaziya Ehmedê Xanî ye… Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Celale Xanim… hêj jî melevanên serkêş ên Zimanê Kurdî ne. Kevnaretiya wêjeya kurdî di heman demê de; dibe ku wekî awantajekê jî bê dîtin. Lê rastî ew e ku xîmê wêjeya kurdî qedîm e, dîwarê tê honandin di warê keviyên goşeyan de qels e. Mesela Celale Xanima Loristanî ku Meryemaya wêjeya kurdî ye, heke hayê me jê hebûya niha li ser navê wê stargehên wêjeyê ji bo wêjeya cîhanê hatibûna bexşandin.

Wisa bifikirin ku gelek wêjevanên kurd îro jî cara yekemîn e ku navê Meryemaya wêjeya kurdî Celale Xanima Loristanî dibihîzin. Celale Xanima di sedsala 9‟an de dîwanên êl û eşîrên Loristanê de helbest xwendine, di heman demê de bîjê xwe „Şa Xweşîn‟ wekî zarokê rojê bi civakê daye qebûlkirin. Gelo di çend zimanên ku xwedî wêjeyeke giranbûya de mînakeke bi vî rengî heye. Ji ber hindê, em derengmayî ne, ji ber derengmayîna xwe dûrî bingehê wêjeya xwe bûne û avjeniya me ya di nava pêlên ziman de qels bûye. Zimanê me zêr e, zêr jengarî nabe. Bi hewldanên Kurd piştî demeke din ev zêr dê dîsa bibiriqe. Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi cûreyekî din, postmodern û hwd, çend pîvanên ferz hûn dikarin bi nav bikin? Adil Zozanî: Ez di wê baweriyê de me ku wêjeya kurdî qonaxa vê pirsê borandiye. Gelek romanûsên Kurd ên xwedî qalib hene. Xîmek ji bo xwe danandiye. Dem, têgeh, ziman, tevn û terz ji bo gelek romanûsên me bûne qalib êdî. Di vî warî de serkeftinek çêbûye. Lê pirsgirêkeke me heye. Romana me li ser kîjan bingehî ava dibe? Zelal nîn e. Romanûsên me piraniya wan terzê jiyanê bajarvaniyeke biyanî Kurdistanê li romanê tînin. Lezgîniyeke ji bo hevşibîna romana pêşketî ya cîhanê heye. Dema fikara hevşibîna romana pêşketî ya cîhanê derdikeve pêş, stûn û qanonên esasî yên wêjeya kurdî tên jibîrkirin. Romanûsiya kurdî ji ber ku li dîasporayê dest pê kir, xwedî dezawantajekê ye. Romana li dîasporayê hatiye nivîsîn, ji bilî ku bi kurdî hatiye nivîsîn avjeniyekê di nava jiyana kurdî de nake. Ne ku romanûsên Kurd ên li dîasporayê bidim ber pêla dabaşeyê. Bêşik ev tercîha wan jî nebû. Rastiya me ev e. Kolanên Swedê û yên Amedê heman têgehan li ser tevnê romanê nadin rûniştandin. Rukiye Ozmen: Roman û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji aiwreke bervaja û belkî hevdu temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Adil Zozanî: Derengmayîn ne bi destê me ye. Di serdema 21‟an de hê jî di warê netewebûnê de em balix nebûne. Nû, ber bi zîpikên biharê ve diçin. Av di giyanê neteweya me digere. Xwe nas dikîn. Vebêjiya giyanê me yê nû teşe digire, dê di nava şevûrojekê de pêk neyê. Heta ez dibêjim, em pir lezgîn gelek tiştan bi hev re didin ber xwe. Ev lezgîniya me çu fayde nade me... Jixwe em derengî mane. Telafîbûna vê derengmayînê bi destsivikiya wêjeyê ne pêkan e. Wêje ji hêmayên destgiran pêk tê.

Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîrok e an jî roman e, tê kirin cudahiya romanê ji çîrokê çi ye? Adil Zozanî: Erê gelo, em çima dikevin nava dabaşeya ji hev cudakirina roman û çîrokê? Pirsa ku bersiva wê bê dayîn ev e. Ji salên 70‟yê şûnde li Kurdistanê dabaşeya „Kurdistan îlhak e‟ yan jî „mêtîngerî ye‟ da destpêkirin. Sedemê vê dabaşeyê teza Lenîn a „qewmên şivan‟ û „qewmên cotkar‟ bû. Li gorî Lenîn qewmên şivan nikarin erkdariya xwe bikin û divê bêne îlhakkirin. Qewmên cotkar dikarin erkdariya xwe bikin û ji ber hindê jî dibe ku serbixwe bin. Heta îro jî şopên vê dabaşeyê hê jî di nava me de mane. Romanûs û çîroknûsê kurd divê biryarekê bide. Ji bo ku bikaribe biryarê bide jî divê sosyolojiya civaka xwe bizane. Ji bo nimûne bêjim, tevnê sosyolojiya civakên rojhilatê li ser xîmê çîrokbêjiyê hatiye danîn, tevnê sosyolojiya civakên rojava jî li ser xîmê destanbêjiyê hatiye danîn. Ev du çandên ji hev cûda ne. Lê sosyolojiya civaka kurd li her du cureyan jî nayê. Çavkaniya me ya sereke dengbêjî ye. Formê dengbêjiyê ne tam çîrok e, ne jî destan e. Senteza herdu cûreyan e. Ji ber hindê jî formên me yên çîrokî û yên destankî tevlihev in. Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astêy? Adil Zozanî: Destan ji bo romana me singê dîwar e. Lê qetareya me kin e. Tozgevizka wêjevanê Kurd a li ber dîwarê wêjeyê qels e. Wêjenasê Kurd di nava demê de dê biryara xwe bide û li gorî biryardariya xwe dê qetareya xwe ya di nava tozgevizka wêjeyê kurdî de destnîşan bike. Lê beriya wê divê em tev biryarekê bidin. Gelo serekaniya romana me ji ku ye. Li gorî min ligel tespîta ji bo „romana yekemîn a kurdî‟ me serêkaniya xwe şolî kiriye. Erebê Şemo kesayeteke nazdar e ji bo Zimanê Kurdî. Lê romana destpêkê ya Zimanê Kurdî wî nenivîsandiye. Dema Erebê Şemo wekî bavê romana kurdî tê navkirin, neheqî li kurdî tê kirin. Gelo dibe ku teksteke nediyar e ku destpêka wê ji avjeniya Zimanê Kurdî ye, wekî maketeksta Zimanê Kurdî bê qebûlkirin? Dem, têgeh, ziman, tevn û terz… heke hêmayên esasî yên romanê bin; wê demê Erebê Şemo ji bo romana „Şivanê Kurdan‟ vê pênaseyê heq nake. Li gorî tevahiya van hêmayan „Mem û Zîna‟ Ehmedê Xanî vê pênaseyê heq dike. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike çi ne, ev qonax?

Adil Zozanî: Romana kurdî hêj jî di qonaxa bûyînê de ye. Divê gelek tenûrên din bêne hilkirin û nanpêjên xurt pêdivên. Mînak, di romana kurdî de hêj jî jin nebûye serbaza nivîsê. Çend romanûsên jin hene?.. Helbestvanên hene lê romanûsên jin nîn in… Romana kurdî ya di bindestiya zilam de. Dibe ku bê gotin, li tevahiya cîhanê ev qad pirtir, bûye tozgevizka zilaman. Lê heta destê jinê nekeve nava vî karî, qonax nayên derbaskirin. Bi gîştî çend romanên kurdî hene. Hêj jî îndeksa wan jî nîn e. Di demên dawî de hejmar tên dayîn. Lê ev hejmar jî nehatine pesendkirin. Lewre dema qala romana kurdî tê kirin, romanûsiya bi alfabeya latînî tê bîra herkesî. Li gorî min di romanûsa kurdî de hêj jî bingehê qonaxa bûyînê tê avêtin. Lê nivîskarên Kurd ên rikberiya romana nûjen bikin hene. Bes ev nayê wateya ku romana kurdî qonax derbaskirine. Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hêj bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde belê dema rewşa romanê bi îfade û tespîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Adil Zozanî: Wa ye ez jî dibêjim romana kurdî di qonaxa bûyînê de ye. Dema vê gotinê dibêjim, ne ku romana kurdî kêmast dikim. Berovajî hindê, nêrîna min ew e ku romana kurdî di asta xwe ya heyî de Zimanê Kurdî ji sikratê derxistiye û gav bi gav ber bi deriyê mezin ê wêjeyê ve dibe. Bitenê mînakê bidim. Zimanê Kurdî yek ji zimanên ku bi paşek û pêşekan tê avakirin e. Wêjevanekî Kurd ê li ser peyva „hil‟avjeniyê bike; dikare çend peyvên nû ava bike? Hil… hilbûn… hilgirtin… hildan… hilnebûn… hilatin… serhildan… pêdaherin, peyvek bitenê çiqas avjeniyê bi mirov dide kirin. Zimanê Kurdî ev e. Ji bo wêjeyê gencîneyeke wisa dewlemend e. Ev rast e. Lê ev rastî rê nade me ku tiştên ku me nenivîsandiye wekî ku nivîsandî qebûl bikin. Li gorî min meylkariyeke bi vî rengî hebe; divê bê terikandin. Rukiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwîn û evîndarê romanan çend nav dê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Adil Zozanî: Yaşar Kemal, Tolstoy, Dostoyevskî, Balzac… Li gorî min hemû romanûsên Kurd divê serpişkên romanhezên Kurd bin. Xwende89

vanê romana kurdî ji ber ku herî kêm bi du zimanan wêjeyê dişopîne, heke romanûsê Kurd bixwîne û vegerê li romanûs bike, dê bandoreke mezin li ser pêk bîne. Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonanê bi pêş dixe? Adil Zozanî: Wergêrên ji zimanên biyanî bo Zimanê Kurdî hatine kirin nîşandaye ku Zimanê Kurdî kêmî zimanên din nîn e. Lê wergêr kêm in. Ligel wergêra ji zimanên biyanî bo kurdî, ji kurdî bo zimanên biyanî jî divê wergêr çêbibin. Ligel vê yekê em ê ji ziman, stîl û tevnê hev sûdewer bin. Ji bo her zimanekî wergêr bo pêşxistina ziman, stîl û tevnê romanê sûdewer e. Rukiye Ozmen: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe? Adil Zozanî: Ji bo min bersiva vê pirsê hinekê zor e. Lewre, yên ku bersiva vê pirsê dide di heman demê de divê li ser teknîka wergêrê xwedî fikrekê be. Ez bitenê bi çavê xwendevanekî dikarim nêrîna xwe bêjim. Ji bo min teksta ji zimanên biyanî wergêrandî kurdî bûye, beriya her tiştî, herî kêm herikbariya zimanê tekstê yê resen bide mirov. Bila yên li ser teknîka wergêrê pispor bersiva vê pirsê bidin. An jî bila gotina wan esas bê girtin. Rukiye Ozmen: Wergêr çiqasî cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê? Adil Zozanî: Berhemeke wêjeyî ne mimkûn e ku ji sedî sed heman tam û çêşê bi zimanekî din bide mirov. Lewre avjeniya nivîskar a di nava peyvan de; têkildarî xusletên ziman in. Ê ku wergerê dike, çiqas serkeftî be jî ev rewş naguhere. Tu romana îngilîzî, fransî, rûsî dema werdigerînî kurdî, bi her awayî tu wê berhemê dikî aydê kurdî. Loma di wêjeyê de hêmaya esasî ziman e û heta ku mirov serdestî ziman nebe, nikare berhemeke wêjeyî ya xurt biafirîne. Madem gotin li pey hat, li vir li ser mijareke hêjayî dabaşeyê nêrîna xwe bêjim. Wêjekariya du-zimanî mimkûn e gelo? Li gorî nêrînekê mimkûn e. Li gorî min ne mimkûn e. Nivîskarek di heman demê de nikare di nava têgehên du zimanên cuda de avjeniyê bike. Nivîskarek dikare bi du zimanan tekstan binivîse. Wisa jî be hevsenga di nava her du zimanan de dê çawa li astekê bigire, hêjayî nirxandinê. Em Kurd ji bo ku kul û derdên xwe bêjin, xwe didîn ber çeperê vê dabaşeyê. Lê ne mimkûn e. Zimanê wêjeyê yek e. Ew jî ew ziman e yê wêjevan têde serdest e.

Rukiye Ozmen: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikin, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî dê fireh be, dê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardin jî meyla mirov zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînin, nêzîkî kîjanê ji wan in? Adil Zozanî: Em di nava ceribandineke mezin de ne. Ji bilî romana post-modern hemû cureyên din bala min dikişînin. Ez li pey sentezekê me. Ahengsaziya diyalog û vebêjiyê kêfa min xweş dike. Dema xwe di qalibekî de sînorkirî hîsnakim, dibînim ku melevaniya min a ji bo wêjeyê xurttir e. Ez di wê baweriyê de me ku ji romana kurdî ya ku çiyayên Kurdistanê hembêz dikin; dê cureyekî xweser derbikeve. Rukiye Ozmen: Roman rolekî çawa ji bo civakê dileyîze? Adil Zozanî: Roman li ser kesê ku romanê naxwîne jî xwedî bandor e. Ji ber ku roman vebijêrka jiyanên xweser ên ku bandora wan li ser jiyana kolektîf e, bandorê li kesê ku di heyata xwe de qet roman nexwendiye jî dike. Lewre wî vedibêje. Ew kesê hezkirineke wî ji bo wêjeyê neyî jî yek ji aktorên bingehîn ên wêjeyê ye. Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Adil Zozanî: Nizanim, çend nivîskarên kurd dê tiliya xwe danin ser birîna me hemû nivîskaran. Mînak min ji bilî çend berhemên wêjeyî yên zaravayên din ên kurdî hatine wergerandin, derfetê xwendinê nedîtiye. Bitenê pirsgirêk zarave bitenê jî nîn in. Di heman demê de pirsgirêka me ya alfabeyê jî heye. Heta pirsgirêka me ya herî bingehîn e. Mînak tekstên soranî bi alfabeya latînî bêne weşandin, dê wêjenasên ku biyanî alfabeya erebî ne jî jê sûdê bigirin û hewlbidin ku bixwînîn. Lê mixabin ev pirsgirêk ketiye ber qada siyasî ya kurdistanî û zûbizû çareser jî nabe. Heta çareser dibe wêjenasên Kurd ên bi zaraveyên xwe dinivîsînin jî bi ber hev ve bîne. Rukiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bi demê re diguhere gelo? Adil Zozanî: Ji bilî hewldanên dejenerekirina romanê, form û tevnên romanê yên klasîk hê jî serdest in. Jiyanên dikevin ber romanê ji kîjan serdemê bin, bandorê li ser terz û vegotina romanê jî dike. Mînak di romana îro de pirtir teknolojî heye. Romana îro bivênevê dê li gorî rewşa îro tasfîrekê pêk bîne. Îro jî yek rabe, şert û mercên sedsala 19‟an a Rûs91

yayê bîne berçavên xwe û binivîse, bivênevê dê li gorî wê serdemê bifikire. Rûsyaya wê demê bîne berçavên xwe. Rukiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê misrî, Orhan Pamûkê tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin gelo bibe dora me jî mimkûn e, pêşbîniyên we, fantaziyên we? Adil Zozanî: Wêje ji bo xelatgirtinê neyê kirin. Mixabin, vê dabaşeyê zend û bendên hin nivîskarên Kurd dan badan. Hûr û kûr lêbinêrin, nivîskarên me yên ku îro li ser vê îhtîmalê rikberiyê dikin hene. Nabe ku em Kurd xelatgiriyê ji bo wêjeya xwe bikin hedef. Necîp Mehûzê misrî û Orhan Pamukê tirk xelat girt; çiyê me ji yê wan kêmtir e? Ez vê dabaşeyê wekî xemilandina kirasê nîjadperestiyê teşe digire, dibînim. Pêdiviya Zimanê Kurdî bi vê dabaşeyê nîn e. Li dewsa em vê dabaşeyê bimeşînin, em xwe bidin ber afirenêriya wêjeyê baştir e. Belê yekî ereb û yekî tirk jî xelata Nobelê girtibe, lê heta niha çu romanên ne hatine nivîsîn xwediyê xwe nekirine wezîrê qadê… Ji ber hindê jî wêjevanê me divê li dewsa lezgîn tevbigere, xwe bi nas e. Wisa bifikirin ku em hêj jî serdema balixbûnê dijîn, lê hestên me yên serdema pîratiyê ne. Di xeyalên nejî de avjeniyê dikin. Hê jî zewaca bi peyvê re çênebûye, em pîr bûne, neviyên me çêbûne û heta hinan ji me derazîna deriyê mezin ê wêjeyê jî bezandiye. Xeyalên me ewqas dewlemend in ku em li ser romana nehatiye nivîsîn dabaşeya Xelata Nobelê jî dikin... Rukiye Ozmen: Pirsên me ev in. Zor sipas! Adil Zozanî: Spas xweş!