Hevpeyvîn bi Ömer Dilsoz re

Ömer Dilsoz

Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Ömer Dilsoz: Bersiva vê pirsê her di nav pirsê de bi xwe ye. Her qonax, bi serê xwe bi tecrûbe û serhatiya salan, xwedan serborî û ceribandinên kûr û dirêj e. Her qonax, di heman demê de, bi dawîhatin an jî bi sentez hin gavan jî, wekî antîteza rewta pêşiya xwe hatiye pê. Ango, her qonax di agirê xwe de keliyaye, dûre di xweliya xwe de xewiniye û piştre jî gihîştiye û xwe daye der. Helbet, em, wek tecrûbe û ezmûn, di vê gerdûna nivîsandinê de, di hemû qonax û pêpelingên vê pramît û derenca wêjeyê, yanî, di vê meydana hiş û jêrhişa kulturî-çandî ya nivîskî de, gelek û gelek dereng mane. Meydana edebiyata me xirt û xalî maye ji nivîsê, di kîsê me çi berhev bûye, hema bêje ew du sê dilopên devkî ên zargotinî ne. Helbet, di ber vê bagera guherîn, pêlavêtin û rewtvedana jiyana medeniyet û şaristaniyê de, ji dûr ve dûr ve be jî, “edebiyata me ya devkî” bi tîna wan “izman” hesiyaye û di pêvajo û heyamên kemilîna binhişîna neteweyî û giştî de, ez dibêjim qey binaxe dagirtiye, lê pirs ew e ku çu rêzedîwar li ser vê binaxê nehatine danîn/nijinandin/nimandin. Ez, gel hindê me ku di van meseleyên weha de, li şûna ku mirov tûkê birînê hilxepêre û wê bixurîne, çêtir e, ku mirov guhê xwe bide gotina pêşiyan a ku dibêje, “Tişta çû nede dû”. Ango, heke îro, me, ji ber bêşansiya tarîxa xwe, nikaribe ji xwe edebiyateke nivîskî ya xwedan kevneşopiya bi sedan salan bi dest bixin (ku tunebe) gelo, ma qey em rabin

benzînê bi serê xwe dakin û ji qehra xwe bişewitînin. Ma hema em rabin, vê valahiya ku encama bi sedan salan e, û di vir de, çu guneha me nifşê nû nîne, ma qey em, hemû hêviyên xwe binax bikin û ji ber ku tune(bû)ye, qey xwe jî tune bikin?! Li gorî min, pirsa me ya sereke ev e. Helbet, em ê zû bi zû nikaribin bi xelkê re qayişa edebiyatê bikêşin û rabin “berhemên” xwe, bi yên wan re, li gorî giraniya wan, biwezinin. Ev, ji binî de, xwetunekirin e, xwepûçkirin e, û a herî kambax jî, xwe avêtina nav lepên bêhêviyeke bêdawîn e. Ji bo wê ye, ez dibêjim; hûner, edebiyat, an jî hêza peyvê, şiyana gotinê ji wê derê dest pê dike, gava tu ji (tu)nehiyê bibînî heyiyê... Pirs, ew e ku çu zeman, ji bo çu tiştî dereng nîn e, hindî ku di wê cuhê de, av-jiyan biherike... Belkî, em ê nikaribin, dîrokê biqulipînin û hemû qonaxan bi hemda xwe bijîn û tê de tovê edebiyata xwe li zeviya hişê milletê xwe bireşînin, erê, jixwe ev ne mimkûn e jî, lê em dikarin tiştekî bikin... sibe, bo sibê û îro, îroya xwe, li cihê ku edebiyata cîhanê gihîştiyê, ji xwe re çalekê, derzekê, kulekekê vekin û tê re biçin ber bi asoyên ronak ve... Ango, di nav van çend dezavantajên mezin de, a rastîn em hinekî jî bi avantaj in, ku ew jî, îro, em li ser behr û deryaya nekeşfkirî ya nivîsê ne... xelkê, zeviya xwe çandiye û berê xwe jî hilaniye lê zeviya me beyar e, em dikarin, tovekî wisa lê bireşînin ku li ser (tu)nebûnê, bibin xwedan hebûneke bêhempa... Ango, mesela me bikaranîna potansiyelê ye, ji bo vê jî divê berî her tiştî em bi wê bihesin... Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Ömer Dilsoz: Ez dibêjim qey ev mijar, ji min pirtir a mamosteyên edebiyatê ye. Ez, çu pîvanan destnîşan nakim, ji ber ku, pîvana ku ez ê li ber dilê xwe bikin pîvana “serkeftinê” tenê dê encama qenaeta min a di vî warî de be. An jî, divê ez vegerim nav teknîka vî karî, ji şareza û pisporên edebiyatê yên cîhanê, çend gotin û „pîvanan‟ neqil bikim, bi ya min, ez şêwe nêzîktêdayîna ku nivîskar, gelek caran bi palpiştan ve dadikeve meydana gotarê, meydana axaftin û analîzê, nêzîktêdayîneke gelekî bixwebawer, jixwepiştrast û xweser nîn e. Ev şêwe nêzîktêdayîn, pirtir karê akademisyenan e, pisporên edebiyatê, jixwe pîvanên hema bêje “giştî” destnîşan kirine.

Lê, ku pirs weha be, “gelo kêfa min, qinyata min bi romaneke çawa tê?” wê demê, ez dikarim, ji we re, behsa hin tiştên ku ji romanekê, tekstekê, çîrokekê, fîlmekê, şanoyekê, fotografekê, dîmeneke zindî, kêfê dide min û di hiş û dilê min de, velerzînên heyecanê tîne pê, darêjim. Heke di vê xelekê de, em romanê bidin ber tava nimûneyê; ez ê xwe li “kelecanê” bigirim. Ango, mesele, kelecanpêketin e, ma heke, berhem, wekî porteqaleke av jê dotî, sar û bêtehm be, heke zimanê wê wekî guveguva kermêşan li hişê min bilikume, heke karekterên wê, li ber çavên min zindî nebin û ez lê negirim li kolanan, heke ez nebin xemxurê dûvkêşa wê û tê de wekî surfkerekî ber bi şepol û pêlên wê wer nebim; heke, tişt û tiştine ji min, ji bo min, nasê min, tê de tune bin û dinyayek tê de – çi binasim çi nenasim- bi ber çavên min zindî û bi giyan nekeve, wê demê, ew roman, ne dibe mêvanê ramanên min ne jî xweşî û tehm, kelecan û aqilekî, hêviyekê, ji tecrûbeyan dersekê dide min... Wê demê, ez ê wê nexwînim... Ew, bi kîjan ziman û bi kîjan “etîketê” be jî, qet û qet ferq nake... Ji bo wê jî, berhemeke edebî, belkî di serî de, ji bo “navekî naskirî” tête kirîn, lê piştre ji bo “naverokeke petî” tête xwendin, naskirin û an herî girîng jî hezkirin. Jixwe heke te hezkirin ji navê rakir, çu tişt tê de namîne... Ez ji “divê”yan hez nakim, lê heke îla jî pêwîst be divêyekê bêjim; bo romanê, berî her tiştî divê Roman bi her awayê xwe bi HEZkirinê bête hevîrkirin. Bi zimanê xwe, bi karekterên xwe, bi narînî û spehîtiya xwe, bi nazikî û hûgiliyên xwe û bi HEZkiriyên xwe... Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awurike bervaja û belkî hevdû temam kir, roman çawa bi pêş dikeve? Ömer Dilsoz: Roman çawa paşve ma, ez dikarim bi vê pirsê bersiva we bidim. An jî, “romanek çima paşve dimîne?” Ez, dibêjim qey, gava em behsa romana milletekî dikin û wê radixe ser berika analîzê û didin ber kêş û neşteran, em, zikê tarîxa wî zimanî, wî milletî jî diqelêşin û pirsgirêkê di perspektîfeke gelekî berfirehtir û bi topyekûnî werdigirin nav lepên xwe... nexwe, em ê tê de bimînin û dê li şûna nirxandin û têgihîştina bi rastiya meseleyê, serûguhên hev bixwin û ji hev re bêjin, difna te xwar e. Roman, bi ronahîdîtina xwe pêş dikeve. Bifikire, tu di binê çaleke kûr de yî û hemû derî li ser te girtine, xwarina te hinde bi qasî ku tu pê nemirî, ma tu yê çawa bi pêş bikevî, helbet pêş nakevî... Ji bo wê, divê Zimanê Kurdî, ji çalên man-nemanê derkeve, di qatên perwerdehiyê ên bilind de

bikemile û bi bejn û bal bibe, bi dû re, romana me jî, ramana me jî, kultura me jî, dê “riya xwe” bibîne. Gelo ev rê, dê çend pahn û fireh be, ez bawer nakim bibe TEMa kurdî lê dîsa jî dê her cure barhilgir, mirovhilgir û ramanhilgir bikarin tê re bimeşin... Ango, romanek ji bo ku bi pêş bikeve, divê bi ser bikeve û bibe xwedan rû û siyanet, hela ji aliyê çend xwendevanan ve bête xwendin, nirxandin, rexnekirin (em kurd rexneyê carina wek rîxne têdigihin mixabin) piştre dê jixwe riya xwe bibîne, em hewl bidin rawestînin jî ew guhê xwe nade tu (çu) kesî. Ji bo wê jî, ez wisa bawer dikim, bi reşbînî û xwexuriyê, çu tişt bi pêş nakeve. Tiştek li ber me heye, zimanek, em di asoyên wî zimanî de li xewnên ronahî digerin. Ew, amûrê me yê derbirînê ye, em pê, tevn û tejê ramanên xwe dijenin û hêvî û xweziyên xwe dihûnin. Dinyaya me di wê derê de ye. Îro, divê em nekevin xema hindê ku ev ziman, va ye ber mirinê ye û ma ez çima xwe pê biwestînim û ew piçeka mayî bî, hema di yek carî de bikujin. Naxêr, a rast, berevajiyê wê ye, ne li ber mirinê, li ber zayînê ye û tarîx, ji bo me, ji îro ve dest pê dike... tarîx, belkî di qeydên me de, tenê deng e /dengbêjî ye, lê tarîx li ba me ZINDÎ ye. Her weha roman jî zindî ye. Belkî, wekî xeyalekê bê, lê ev ne xeyal e, pêşbînî ye belkî, ez berevajî her kesî dibêjim; Kurdî û edebiyata wê, li ber teqîneke mezin e... Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîrok e an jî roman e, tê kirin, cudahiya romanê ji çîrokê çiye? Ömer Dilsoz: Li gorî min, ev nîqaşên wisa gelekî beyhûde û pûç in. Roman, aşkere ye, çîrok jî... Lê dîsa, ji bo ku merema min bête fêmkirin, tasvîreke gelekî berbelav ez dixwazin parve bikim: Bifikire, tu di rê de diçî, te mirovek dît; di çîrokê de, tu wî kesî dibînî, diçî balê, silavekê didî, pê re dixwî, vedixwî, tişta bo te pêwîst jê distînî û di riya xwe de dewam dibî... Lê di romanê de, tu wî kesî, dibînî, diçî balê, pê re rûdinî, diaxivî, her liv û tevgera wî dinimînî, li wir dimînî, dikevî hişê wî, dibî tirs û fantaziyên û ji balê naçî... aha, ferqa roman û çîrokê ev e. Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astê ye? Ömer Dilsoz: Li gorî çejna wê ye. Roman, heke romaneke dîrokî be, jixwe dê ava xwe ji destanan vexwe, lê heke romaneke modêrn be, dibe ku qet çu têkiliyê bi destanan re çêneke.

Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike, çi ne ev qonax? Ömer Dilsoz: Bi rastî ez “miriyê” vê pirsê me. Çima? Ji ber ku em ne mecbûr in, îla rewşekê ji romana xwe re peyda bikin. Em ne mecbûr in, nîrekê deynin ser stûyê romana xwe û li ber “(ga) ya xelkê” dabênin. Nexêr, bihêlin, romanê neêşînin, wek di meseleya zimên de, em wê nekin xwêya her girarê. Romana me, bila di tu qonaxan de nebe û bila di teşta tu “izman” de nehatibe hevîrkirin, gelo, ma ku wisa ye, qey em rabin xwe bikujin!? Ez tênagihim, çima em zimanê xwe, ramanên xwe, romanên xwe, hestên xwe, jiyana xwe, “xwe” û dilê xwe, HEZkirina xwe, hinde/evçend tepeser dikin, ev çend diêşînin, ev çend diguvêşin û her wekî em li bendê ne ku xelkek bê, bo me çend gotinan li ser “me” bêje, da ku em bi ya xwe bawer bin, da ku em ji xwe Hez bikin, da ku em piştrast bibin ku “Em” bi ya xwe ve, HENE... Gelo, ev çi derûniyeke hinde li ser “Ne” yê sing kutane û hinde xwe bi “qenaetên yên derveyî xwe ve” radigire. Ma ku nava me vala, xelk hemû bibêjin tijî ye dê bibe çi, an jî berevajiya wê... Li gorî min, romana ku em wek “romana kurdî” dikarin behsa wê bikin, ji vir de, ji vê kaosa civakî mimkûn e, wekî volkanekê bi ser cîhana edebiyatê de biteqe. Bihêlin, bila biteqe... Ango roman, şoreşeke zihnî ye, ji bo wê jî, ne ji qenaetên derve ve, ji qenaeta xwe ve, li bûyerê, helkeftê, demê, jiyanê, hezkirinê, mirovî, jinê, şerî, mêrî, zarokan, mafan, îdeolojiyê, siyasetê, ramanê, cîhanê, xewnê, eşqê, fantaziyê, hevşabûnê DINÊRE... Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye,hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Ömer Dilsoz: Helbet, ev encamên hin qinyatan in. Ma nexwe, mirov çi, çawa dibîne, wê dide der. Di warê hejmar û reqemî de, ev tespîtên li jorî minkûn e bên pejirandin. Hema bêje ez jî di kategoriyên we diyar kirî de,

dikarim texterewana romanên “çavbelek” rakim û lê danim. Lê pirs ne ev e, texmîna min. Vêca qey, em ê heta çend salan li benda mezinbûna wê bisekinin!... An jî, gava ew romanê bi çarlepkî didin meşandin û hêdî hêdî diranên şîrî lê tînin, heta carina hinek di ber re dibêjin, “aaa wetttê” jî, ka serencama kîjan psikolojîyê derdibirin? Li gorî min pirs ev e. Dibe ku nexweşiyek be, hin xwe li “tunehiyê” radigirin, hin xwe li “çarlepkî” radigirin û hin jî di arafa xwe û xelkê de, ji qehra xwe dikujin. Ez, di vî warî de, gel hindê me dest ji êşandina vê romanê berdin. Çi be û li ku be, bila li wê derê be, bihêlin, bela xwe jê ve kin, nexwe hûn ê hem xwe û hem jî wê tune bikin. Rukiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwîn û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Ömer Dilsoz: Ji cîhanê gelek kes heyecanê didin min. Bi kurdî jî, hema bêje, çi romana Kurmancî bi destê min dikeve dixwînim. Hinek bêtehm in jî, hinek wek ziman, wek teknîk dibe ku zêde kavik bin jî. Yên me bi xwe jî dibe ku wisa bin. Serkeftin û serneketina wan, bi ser zimanê pê tê nivîsandin nîn e helbet, bi ser şarezayîya wî karî ye. Wekî nav, dostên min ên hêja hene ku gava ez wan dixwînim, tehmê didin min, Şener Ozmen, Mîr Qasimlo, Dilawer Zeraq, Jan Dost, Helim Yusif pirtir di çîrokên wî de min heyecan dît. Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Ömer Dilsoz: Helbet, lê ev mijareke cuda ye. Bi wergêrekî re baxivin dê çêtir be. Ez di wê hizrê de me, divêt her pirs li her kesî neyêne kirin. Nivîskar, dibe ku di karê xwe de baş be, lê ew nayê wê wateyê ku derbarê her pirsê de dê bersiveke wî hebe. Rukiye Ozmen: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikin, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî wê fireh be, wê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardî jî meyla mirov zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînin, nêzîkî kîjanê ne ji wan ? Ömer Dilsoz: Bawer ke ew jî li ser gavê ye. Li ser psîkolojiya min a wê demê ye, wê heyamê ye. Car tê, kêfa min bi romanên fantastîk tê, carina jî ez xwe li romanên dîrokî digirim. Te dît, hişê mirovî, ruhê mirovî wê pêlê, tîyê çi be, ew mirovî bi xwe re dibe. Lê wekî jênegerekê, romana ku

bi evîn û HEZkirinekê pehtî be, her tim, tercîha min a pêşîn e. Ji dema tê de hez dikim. Romanên dema me, serdema îro, ên herika hişîn hestên min xweş dikin. Rukiye Ozmen: Roman rolekî çawe ji bo civakê dileyîze? Ömer Dilsoz: Roman, danezanên siyasî nînin, belkî bi serve serve xwe gelekî têkilî civakê nakin, çimkî, civak bi xwe tê de ye. Roman, hespê troya yê binhişê mirovî ye, keleyê ji hûndir ve vedigire. Ji bo wê jî, roman, civakê na na, civakekê ava dike... (helbet heke ew roman raman be) Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Ömer Dilsoz: Dibêjin, di Soranî de hin hewldanên nivîsandinê hene, lê ji ber ku ez elfabeya wan nizanim, ez nikarim tiştekî bibêjim. Rukiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bidemê re diguhere gelo? Ömer Dilsoz: Helbet. Roman jî zindî ye, diguhere, belkî li formên nûtir digere, hûnandineke cudatir, lê, sînor hene. Çarçove û dîsîplîna ku romanê dike roman... Rukiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin bibe dora me jî mmikun e, pêşbîniyên we, fantaziyên we? Ömer Dilsoz: Tişta xwei ew e ku mirov dikare bi xeyalên xwe dinyayê biguherîne. Tişta nexweş jî ew e ku mirov bi guhertina xwe bawer neke. Helbet, xelatkirin, bo zimanekî cihê serfiraziyê ye, lê ez dibêjim derdê me yê nivîsê, ne bo xelatên nobelê ne, derdê derbirrîn û xwenasînê ye. Ez, dibêjim, Nobel bo me kurdan, belkî xeyalek gelekî zû be. Lê mimkûn e. Rukiye Ozmen: Pirsên me ev in. Gelek spas. Ömer Dilsoz: Ez jî gelek spas dikim.