Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cihê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bigihîne wan? Diyar Bohtî: Di baweriya min de bi qasî dîroka civakê dîroka romanê jî kevin e. Civak ti caran bê roman nemane. Çima? Lewre roman jiyan bi xwe ye, rastiya jiyanê ye. Di roja me ya îro de hinek tiştên di nava du bergan de hatîn nivîsîn, ji wan re tê gotin roman. Ji bo îro dibe ku rast be. Lê ji bo her demê ne rast e. Bi sedê salan heta bi hezarê salan roman, geh bi navê efsaneyan, geh bi navê destanan, geh bi navê ceng û şeran, geh bi navê çîrokan, geh bi devkî, geh bi nivîskî civak, jiyana civakê û serhatî û serboriyên civakê hatine ziman. Heta carna roman bûne stiran jî. Derbarê xwegihandina rastiya romanê de, bi ku qasî şansê civakên Mezopotamya, -di serî de gelê Kurd- heyî şansê ti civakê ewqas nîne. Çima? Eger qonaxa neolotîk, li vê herêmê dest pê kiriye û li vê herêmê rûniştiye, eger civakê li vê herêmê dest bi jiyana rûniştî kiriye, eger li vê herêmê şaristanî li derdor belav bûye, wê demê ev herêm bûye dergûşa nirxên miriovatiyê yên din jî. Erdê Mezopotamya, ji bûyerên dîrokî, şer û ceng, xweşî û nexweşî, eşq û dildarî, serhatî-serborî, pêşketina civakê û bûyerên di nava civakê de diqewimin, tijî ye. Çawa ku stiranbêj dikare ji vê kaniyê para xwe bigire, dîroknas li vê herêmê li rastiyan bigere û bibîne, senarîst senaryoyên xwe ji vir bigire, romannivîs jî dikare vê herêmê bike çavkaniya romanên xwe. Eger îro romannivîsên Rojavayî çavkaniya romanên wan yên binavûdeng ev herêm e, ne bêsedem e.
Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin. Diyar Bohtî: Ji bo romaneke serkeftî di serî de pêwîst e berhem ji felsefeya civakê ne dûr be, ji çanda civakê ne dûr be. Eger roman dîrokî ye, divê ji rastiya dîrokê ne dûr be û ew dîrok jî ne li gora zêhniyeta serdestan be. Lewre dîroka heta niha hatî nivîsîn dîroka serdestan e û bi navê serdestan hatiye nivîsîn. Eger roman çandî ye, divê çanda civakê neyê berûvajîkirin, ka rastî çi ye wisa werê ziman. Eger roman serhatiya kesekî ye, divê derdora serhatiyê ji her alî ve bê ronahîkirin. Eger roman berhemeke xeyalî ye, romannivîs dixwaze xeyalên xwe bi derdorên xwe re par ve bike, xeyalî jî be divê ne xeyalên ziwa bin. Romaneke serkeftî divê ne sirf ji bo nivîsandin û zemanderbaskirinê be, pêwîst e tiştekî bide xwendevanê xwe. Divê romaneke serkeftî bikare hem nivîskarê xwe hem xwendevanê xwe biguherîne. Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awureke bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Diyar Bohtî: Ji bo romanê dibe ku mirov bêje dereng maye, lê ji bo çîrokê mirov nikare heman tiştî bêje. Lewre civaka Kurd weke xezîneya çîrokan e, bi sedan sal, bi hezaran sal şevên zivistanan tev bi çîrokan derbas bûne. Eger ne li gora pîvanên romana îro bin jî, di heman demê de ev çîrok roman in jî. Çîrokên Kurdî hem çîrok in, hem dîrok in, hem roman in. Roman xwe bi xwe pêş nakeve. Bi pêşketina civakê roman jî pêş dikeve. Civakek çiqas azad be, çiqas pêşketî be, çiqas bi dîroka xwe ve girêdayî be, çiqas ji bo paşerojê bi hêvî be û çiqas bi nirxên civakê ve girêdayî be, ewqas pêş dikeve. Eger civakek bi dîroka xwe, bi çanda xwe, bi baweriya xwe, bi hêviya paşrojê pêş dikeve, romana civakê jî bi heman nirxan pêş dikeve. Û xala herî girîng jî bi heskirina civak û jiyanê roman pêş dikeve. Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîrok e an jî roman e, tê kirin cudahiya romanê ji, çîrokê çi ye.? Diyar Bohtî: Di serî de ez dixwazim vê bêjim: Bêguman çîrok û roman ji hev cuda ne. Eger ji hev ne cuda bûna wê navê yekê ne çîrok, navê yekê ne roman bûya. Efsana, çîrok, dîrok, destan, serhatî, serborî, roman li gora naverokê têkiliya tevan jî bi hev ve heye, xalên tevan jî yên hevbeş hene. Lê ka çawa xalên hevbeş hene, wisa xalên ku wan ji hev
cuda dikin jî hene. Bi taybetî xalên çîrok û romanê ji hev cuda dikin zirav in. Xalên hevbeş ji xalên cuda pirtir in. Xala cudabûnê ya li ber çavan tê dîtin ew e ku çîrok serhatiya kesekî an çend kesan e û sînorê wê ji yê roman tengtir e. Roman hem ji aliyê kesan ve piralî ye, hem ji aliyê naverokê ve, hem ji aliyê mijaran ve. Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astê ye? Diyar Bohtî: Bêguman pêwendiya destan û romanê bi hev re heye. Çawa ku xalên wan yên ji hev nagirin hene, her wisa xalên wan yên hevbeş jî hene. Di her duyan de jî dîrok heye, leheng hene, zeman û mekan girîng in, di her duyan de jî çand heye, wêje heye, hûner heye. Mirov dikare wiha jî bêje; roman berfirehiya destanê ye. Destan dibe çavkaniya romanê, dibe bingehê wê, destan cewherê romanê ye, roman jî xemla destanê ye. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike çi ne ev qonax? Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van katgoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Diyar Bohtî: Di baweriya min de li şûna ku mirov bêje romana kurdî di kîjan qonaxê de ye, ku mirov bêje nivîskarên Kurd û Zimanê Kurdî di kîjan qonaxê de ne, dibe ku rasttir be. Eger roman bi zimanê nivîskî ve girêdayî ye û eger nivîs jî bi nivîskar ve girêdayî ye, wê demê divê mirov li ser bikaranîna ziman û nivîskar raweste û li gora wan diyar bike ka roman di kîkan qonaxê de ye. Çawa di bersiva pisên borî de jî hatî diyarkirin, romana Kurdî ji nû ve nayê destpêkirin, romana Kurdî jixwe bi hezarê salan e heye. Eger nehatiye nivîsîn, eger bi devkî hatiye gotin, eger bi rengê çîrok, stiran û destanan hatiye gotin, eger bi teknîka îro ya romanê nehatiye gotin ev nayê wê wateyê ku heta niha Kurd bê roman bûne. Çîroka Rostemê Zal di heman demê de roman e, destana Mem û Zînê di heman demê de roman e, Derwêşê Evdê, Siyabend û Xecê hem destan in hem roman in. Û gelek berhemên din yên wisa hene. Kurdistan çavkaniya romanê ye. Xezîneya romanê ye. Kî bixwaze dikare têra xwe jê bigire. Li şûna romanê mirov dikare bêje nivîskarê Kurd nû dest pê dike.
Rukiye Ozmen: Di nava romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwên û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Diyar Bohtî: Ji romannivîsan pirtir, ez romanan hildibijêrim. Di nava romanan de jî yên bala min dikişînin romanên dîrokî ne. Ji romannivîsên Kurd ez naxwazim navekî, an çend navan tenê nîşan bidim. Lê ez dixwazim vê bêjim, her ku ez dibihîzim romaneke Kurdî derketiye, çawa ku min xezîneyek dîtibe ewqas keyfa min xweş dibe. Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Diyar Bohtî: Werger weke şûrê du dev e. Eger rast bi kar were, werger ji du aliyan ve sûdê dide. Ya yekê, civakên dinyayê, jiyana civakên cuda, çandên cuda bi xwendevanê xwe dide naskirin. Xwendevanê xwe ji mala wî, ji gundê wî, ji bajarê wî, ji welatê wî dertîne û bajar bajar, welat welat digerîne. Dinyayê pê dide naskirin. Ya duduyan, ziman dewlemend dike. Romannivîs neçar dibe li peyvan bigere. Bi riya gera xwe rasta gelek tiştan tê û peyvên hatîn jibîrkirin, peyvên tenê li hinekî dever tên bikaranîn, dikevin ferhenga Kurdî. Lê aliyekî wê yê bixeter jî heye, eger baş neyê bikaranîn, dibe ku ziman xira jî bike. Lewre gelek caran hinek wergêr li gora qalibên wî zimanî qalibên Kurdî jî ava dikin û ev jî dibe sdemê xirabûnê. Rukiye Ozmen: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radib? Diyar Bohtî: Di vê mijarê de ji ber ku romanên hatîn wergerandin ne pir in û di vê mijarê de ti lêkolînên min jî çênebûne ezê nikaribim bersiva vê pirsê bidim. Bêguman ev jî kêmayiyeke min bi xwe ye. Rukiye Ozmen: Werger çiqas cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê? Diyar Bohtî: Jixwe navê wê li ser e; em dibêjin werger. Ji sedî sed pirtûka hatî wergerandin ne ew bi xwe ye. Ne Zimanê Kurdî tenê, roman bi kîjan zimanî bê wergerandin bila bê wergerandin, hinek ji cewherê wê dikeve. Ew jî li ser xurtbûna zimanê wergerê û li ser hosteyiya wergêr e. Ka çiqas wergêr û zimanê wergerê xurt be, ewqas nêzîkî cewherê wê dibe. Rukiye Ozmen: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikî, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî wê fireh be, wê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardî jî meyla mirov
zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînî, nêzîkî kîjanê ye ji wan? Diyar Bohtî: Min bersiva vê pirsê li jorê daye. Rukiye Ozmen: Roman rolekî çawe ji bo civakê dileyîze? Diyar Bohtî: Ev pirseke pir girîng e. Destpêkê mirov dikare bi pirseke wiha bersivê bide: Ma çi dike û çi nake? Bêguman eger romaneke baş be. Ji ber ku piralî û rengîn e, bi qasî ku roman bandore li mirovan dike ti tişt ewqas bandorê nake. Lewre di romanê de dîrok heye, zanebûna xwendevan zêde dike; çand heye, çandên cuda bi xwendevan dide naskirin; wêje heye, di warê ziman de pêşketinê bi xwendevanê xwe re çêdike; felsefe heye, fikir heye, bawerî heye, şîret û perspektîf hene, peyam hene; ev tev dibin sedem ku xwendevan xwe di ber çavan re derbas bike û xwe biguherîne. Roman xeyalên xwendevan xurt dike, mejiyê xwendevan dide xebitandin. Lê bi qasî ku roman xwendevanê xwe diguherîne ewqas jnivîskarê xwe jî diguherîne. Bi kurtayî mirova dikare bêje ji civakê re rêbertiyê dike. Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Diyar Bohtî: Bi qasî ku ez bikarim şîroveyeke baş bikim, di wî warî de derfetên min yên fireh çênebûne. Bêguman ev jî kêmayiyek e. Rukiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bi demê re diguhere gelo? Diyar Bohtî: Bêguman form û qalibên romanê jî weke her tiştî tên guhertin. Ji ber ku roman nivîs e, nivîs bi ziman ve girêdayî ye û ziman jî weke heybereke zindî ye, çawa ku her zindî tê guhertin, roman jî li gora demê û li gora pêwîstiyan tê guhertin. Çawa ku guhertina her tiştî li gora demê û li gora pêwîstiyan e, eger li gora demê û li gora pêwîstiyan roman xwe neguherîne wê ji qîemetê xwe bikeve. Lê em bixwazin nexwazin wê xwe biguherîne. Çawa ku nivîskarê wê û xwendevanê wê xwe diguherîne. Ti tişt weke romanê bi jiyanê ve ne girêdayî ye. Ji ber wê çawa ku jiyan her tim bê sekin û bê rawestan di nava guhertinê de ye, romana heta niha hatî jî her tim xwe guhertiye. Roman bi serhatî û serboriyan, bi qalibê efsaneyan derketiye; xwe guhertiye bûye çîrok, bûye dîrok, bûye stiran, bûye şano, bûye filîm û herî dawî xwe gihandiye qalibê ku em niha jê re dibêjin roman. Dibe ku li gora demê û li gora pêwîstiyan naveroka wê jî, navê wê jî û form û qalibên wê jî bên guhertin. Û pêwîst e, bên guehertin jî.
Rukiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin bibe dora me jî mikun e, pêşbîniyên we, fantaziyên we? Diyar Bohtî: Weke her tişta biserkeftî roman jî layîqî xelatê ye. Xelatdayîn tişteke pîroz e. Nirxdayîna kedê ye. Ji ber ku di serê pîroziyan tevan de ked tê, xelatkirina kedê cihê rûmetê ye. Lê ez dixwazim li ser xelatdayînê vê jî bêjim: Xelatên di roja me ya îro de tên dayîn, ne tenê yên di warê romanê de, yên di her warî de bi giranî xelatên siyasî ne, ji zêhniyeta hêzên serdest ne dûr in. Weke din kesên xelatê heq dikin, ne şert e ileh xelata Nobelê bistînin. Di baweriya min de pêwîst e, yên ji zêhniyeta hêzên serdest dûr, ew jî bikarin di nava xwe de bi navên cuda xelatan bidin. Weke din xelat ne malê bavê ti kesî ye, xelat bi kedê ve girêdayî ye. Kî dibe bila bibe yê kedê bide, xelat heqê wî-wê ye. Romannivîsên Kurd; nikarin demjiyanên Robinson Crusoe bijîn. Robinson Crusoe, têkoşîna mirovekî bi serê xwe ye. Têkoşîna di himbêza xweza de... Di kesayetiya mirovekî de, ji bo tevahiya mirovahiyê têkoşîna serdestiya xweza. Alavên Robinson Crusoe, li girava bi tenê încil û çend alavên biçûk in. Mirov dikare berxwedana Robinson Crouse ya di nava 4 salan de wek macera jî bi nav bike. Lê cîhana global, demjiyana teknolojiya pêşketî, derfetên wiha nadê Robinson Crouseyan. Ji ber ku fatura jiyaneke kifş û plankirî radestî me nake. Fatura bihatir û girantir e. Bêhtirîn lîstik, bêhtirîn dîplomasî, bêhtirîn aborî û kolektivîzmê derdixe pêşiya me. Tenêtiya Robinson Crouse, nebûna jinê, nebûna evînê, nebûna lîstik û qîr teşqeleyên cîhanê, şer, kuştin, dagirkirin, kar û xebata romannivîs hêsa kiriye. Lê car din mirov dibîne ku, rojavayî, bi Robin Crouse fêrî xwendinê bûne. Bi xwe hatine. Hêviyên çînê burjuwazî bi hêz kirine. Di cîhaneke ku her şev, bi dehan stêrikên ezmanê gelê nivîskarên Kurd têne rijandin, mirov nikare behsa şans û avantajan bike. Belkî aliyekî avantajê heye, lê ji bo ku nivîskar dikarin avantajên demê û rijandina stêrikên ezmanê xwe bikarbîne. Alavên ku zarokên Kurd parçe dikin, ji încîl û çend alavên Crouse giringtir in. Rukiye Ozmen: Pirsên me ev in. Zor sipas! Diyar Bohtî: Spas xweş!