Hevpeyvîn bi Yaqob Tilêrmenî re

Yaqob Tilêrmenî

Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi “îzmên“ curbecur têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de hewandine. Ji vî cihê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me çi ye? Yaqob TILERMENÎ: Ger dê mirov romana kurdî li gora dîroka qonaxa romana cîhanê binirxîne û ji vê nirxandinê weke parekê şens û bêşensiyê derxe, hingê pêdivî bi veçirandina armanca nivîsandina romannûsiyê derdikeve. Lewre nivîsandina romanê tenê ne afirandina cîhaneke xweser û nîgaşî ya nivîskêr e. Di heyama xwe de roman bûne pêngavên avakirina netew û civakên netewewariyê jî. Çinku mirov dikare ji romanekê gelek taybetiyên netew-dewletekê hîn bibe. Weke Moretti gotiye, “Netew-dewletê roman afirandiye; berovajiya wê jî rast e: Romanê jî netew-dewlet afirandiye.“ Îcar di vê destnîşankirinê de bêşensiyeke me kurdan heye ku em hîna nebûne xwedî dewleteke xweser û weke kurdên li çarnikarê dinyayê hişmendiyeke yekpar a netewîtiya kurdayetî jî bi me re çênebûye. Ji vê hêlê ve gelek bêşensiyên me hene. Rukiye Ozmen: Ji bo romaneke baş û serketî ku em bibêjin dîrokî, psîkolojîk an jî bi cureyekî din postmodern, em dikarin çend pîvanên ferz bi nav bikin? Yaqob TILERMENÎ: Ger dê mirov romanekê li gora rêbaz û rêçikên romana cîhanê li pîvanê bixe û jê re bibêje serketî an jî binketî, hingî pêdivî pê heye ku mirov ji pencereyeke gerdûnî li rabirdûya pêvajoya romana kurdî binihêre. Û destnîşankirinên romannûs û rexnegirên gerdûnî di ser guhên xwe re nevêje. Weke Henry James gotiye, roman “çeşnê nivîsînê yê herî serbixwe, herî vezelokî û herî baqilane ye.“ Weke H. G. Wells gotiye, roman “navgîneke fêmdariyê ye.“ Weke Michel Butor goti106

ye, roman, “teşeyeke vegotinê ya taybet e.“ Weke Schellinger gotiye, roman, “rêya herî guncav e ku jiyana nûjen dişayesîne.“ Îcar mirov ji van raveyan hin rastiyan derxe û romana kurdî binirxîne, dê bibîne ku îroj bi kêmasî be jî li ser bingeha jiyaneke nûjen romanên bi Zimanê Kurdî têne nivîsandin. Bêşensiya kurdan ew e ku ev romanên kurdî li erdnîgariyên cuda yên dinyayê têne nivîsandin û her kurdek nikare xwe bi hêsanî bigihîne hemû romanan. Ji ber hindê nirxandinên bi ‟hişmendiya giştî‟ ku tê gotin, ‟romana kurdî qels e, tuneye, bi çarpiyan dimeşe û hwd‟, ne nirxandinên di cih de ne û bê bingeh in. Lewre kesên ku vê nirxandinê dikin, ne gengaz e ku hemû romanên kurdî xwendibin jî. Rukiye Ozmen: Romana kurdî û çîroka kurdî her du jî bi derengî ketine. Sedemên derengmayînê -heman pirs ji awireke berovajî û belkî hevdu temam kir- çi ne û dê roman çawa bi pêş bikeve? Yaqob TILERMENÎ: Bi giştî pexşana kurdî li gora helbesta kurdî weke nivîskî derengmayî ye. Sedemên derengmayînê dîsa dixwazim bi nebûna dezgehên kurdî ve girê bidim. Dema ku li Ewropa û hin deverên din çîrok û roman serdemên xwe yên herî serketî dijiyan welatê kurdan di nava lepên netewên cuda de dinaliya. Kurdan bi tenê ji bo pesendkirina nasnameya xwe û parastina parçeyek axa xwe her û her li ber xwe didan. Lewre derfetên xwendin û xwepêşxistinê çênedibûn. Serdestan jî bi her awayî rê nedidan ku Zimanê Kurdî li qadeke berfireh were bikaranîn. Rojname û kovarên kurdî li Şam, Beyrûd, Qahîre bi hezaran kîlometre dûrî Kurdistanê dihatin çapkirin. Di rojnameya Kurdistanê (1898), Şarq û Kurdistan, Kurd Teavun û Terakkî de, di Jîn, Rojî Kurd, Yekbûn û kovar û rojnameyên berî sedsalekê de her û her nexwendewariya kurdan, tunebûna aboriyê, zext û zordariyên serdestan her wekî mijarên sereke dihatin nivîsandin. Em îro jî dinihêrin heman pirsgirêk bi tûmî nehatine çareserkirin û dibin mijarên pexşana kurdî. Weke nivîskarê kurd Helîm Yûsiv jî gotiye, ez jî heman gotinê diparêzim ku hewcedariyeke mezin pê heye ku divê welatekî yekgirtî û serbixwe yê aydî kurdan hebe. Bi vê minasebetê dê hemû rê li ber wêjeyeke netewî ku ji teref netewên din were pejirandin, li ber wêjeya kurdî vebin. Ji hêleke dîtir ve, digel heta îroj ew daxwaz pêk nehatiye jî, çîrok û romanên kurdî hatine/têne nivîsandin. Dema ku nivîskarên ku bi hişmendiyeke netewî hatin qebûlkirin û berhemên wan bi kêfwergirtineke kurdayetî hatin xwendin, hingê dê pexşana kurdî cihê ku heq dike bigihîjê. Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin, carna nîqaşa ku ew berhem çîrok e an jî roman e tê kirin. Cudahiya romanê ji çîrokê çi ye?

Yaqob TILERMENÎ: Di serdema ku em tê de dijîn çeşnên wêjeyî gihîştine qonaxên serbixwe û ciyawaziyên roman û çîrokê bi hêsanî têne zanîn. Hewcedarî bi peyitandin û binavkirinan nemaye. Kurteçîrok heye, dirêjeçîrok heye û roman heye. Rêbazên van çeşnan jî li gora teşe, dirêjbûn û şêweyê ji hevdu cuda ne. Ger hîna jî kesên ku çîrok û romanê ji hev dernaxin hebin, hingê em bihêlin bila ew kes lêkolînê li ser vê mijarê bikin û weke xwînerên pêşketî bersiva xwe bibînin. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de bi nav bike, çi ne ev qonax? Yaqob TILERMENÎ: Romanên kurdî –qesta min kurmancî- yên destpêkê li diyasporayê hatine nivîsandin. Mirov dikare vê diyasporayê weke du qonax bi nav bike. Serê pêşîn kesên weke Erebê Şemo, Eliyê Evdirrehman, Heciyê Cindî li Yekîtiya Sovyetê romanên xwe nivîsandine. Jê û pê ve piştî salên 1980‟yî li bajarên Ewropayê kesên weke Birîndar, Mehmed Uzun, Mahmûd Baksî roman bi Zimanê Kurdî nivîsandine. Hem ji hêla naverokî hem jî ji hêla serdemê ve qutbûneke dûdirêjî di navbera her du qonaxan de heye. Îcar piştî qonaxa li Ewropa, qonaxa sêyemîn -ew jî ne yekgirtî ye- derdikeve pêş. Ev qonax bi têkoşîna li dijî serdestên Bakurê Kurdistanê re dest pê dike, geş dibe û digihîje radeyekê. Qonaxa sêyemîn ne yekgirtî ye, çinku domana wê li Kurdistana Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê bi hev re dimeşe. Lê ji hêla geşedana romana kurdî ve mirov dikare weke qonaxeke biserketî bi nav bike. Çinku çi romanên li kû derê bi kurdî têne nivîsandin hebin, bi awayekî digihîjin ber destên xwîneran û di refikên pirtûkxaneya kurdî de cihê xwe digirin. Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çarpîkan diçe, hinên din tenatena dibêjin; li gora hinekan jî êdî zarok jî nayê hesêb. Dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jorê têne diyarkirin, mebest çi ye? Yaqob TILERMENÎ: Li gora fikra min, rave û nirxandinên bi vî awayî bê bingeh in û ji hişmendiya zanistî jî dûr in. Lewre heman gotin û biçûkdîtin di serê salên 1990‟î de jî dihatin dubarekirin û piştî salên 2000 ‟î jî. Ger dê li ser romana kurdî tesbît bêne kirin divê ev li gora rêçikên hûnerî û bi pîvan be. Tenê gotinên hamasetî çu tiştekî îfade nakin. Mirov dikare bibêje rexnegiriya wêjeyî ya kurdî qels e, lê mirov nikare bibêje rexne tuneye. Ji ber ku hin kes hene romanekê bi giştî dinirxînin û baş û qelsiyên wê li gora rêçikên rexneyê bi nivîskî araste dikin. Hin kes jî hene ku li ser malperên kurdî darê ji kokê de dibirin bêyî ku hemû romanên bi kurdî xwendibin. Ji hêleke dîtir ve mirovek bi navê Haşim Ahmedzade bi navê “netew û roman“ berhemekê amade dike û wêjeya

vegotinî ya zimanê farisî û ya Zimanê Kurdî beramberî hevdu dike; rêçik û rêbazên nirxandinî di ser guhên xwe re navêje, romana farisî ya ji zimanê dewletekê û romana kurdî ya bê dewlet dide ber hev. Mirov ji hêla objektîfî di vê berhemê de dibîne ku romana kurdî serdema çarpîkan û zaroktiyê berî bi salan li dû xwe hiştiye. Nirxandinên li ser tunehesibandinê bi hişmendiya oryantalîstên cîhanê nihêrîna li berhemên kurdî ye. Ji lewre oryantalîst bi armanca ku hemû pêşketinên mirovan aydî wan in van awiran didin rojhilat û xwendeyên kurd jî ku bi perwerdeya ewropiyan haşir û neşir bûne, hemû heyînên netewa xwe ji nedîtî ve tên. Ne wiha bûya qey dê romanên kurdî bi awayekî analîtik bihatana nirxandin û başî û qelsiyên wan bihatana kategorîzekirin. Hingê mirov dikarîbû ew gotinên mezin û berhewa cidî bidîta. Rukiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu zêdetir hez ji kîjan romannivîsan dikî? Ji bo kesekî romanxwîn û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, lê belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Yaqob TILERMENÎ: Helbet ez ji romanên cîhanê kîjan romannûsan bibêjim dê navên min negotine kêm bimînin. Vegotina Virginia Woolf, seqaya Kafka, derûniya Dostoyevskî, şêweya Paul Auster, naveroka Saramago, helwesta Don Delillo, zimanê Hasan Ali Toptaş, kurdewariya dîrokî ya Jan Dost, Beckett, Milan Kundera, Orhan Pamuk… Dema mirov nav dibêje jî, nayê wê wateyê hemû romanên wan ji bo min çêjdar in. Di kurdî de jî çi romanên ku xwe digihînimê dixwînim. Di serî de ji bo ku bi kurdî ne, bêyî ku ciyawaziyê di navbera wan xim, hemûyan dixwînim; dû re ji bo rêbaz û rêçikên romana cîhanê şopandine min romanên Hesenê Metê, Helîm Yûsiv, Jan Dost, Mehmet Uzun, Şener Özmen, Yunus Eroxlu, Şahînê Bekirê Soreklî, Dilawer Zeraq, Ereb Şemo, Heciyê Cindî, Eliyê Evdirrehman, Bavê Nazê, Firat Cewerî bi baldarî xwendine… Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne? Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe? Yaqob TILERMENÎ: Helbet pêwendiya zimanên cuda û têkîlîdanîna mirovên ji netewên cuda bi rêya wergerê pêş ketiye. Di serî de pirtûkên olî Încîl, Qûran û Tewrat li hemû zimanên cîhanê hatine wergerandin. Heman tişt ji bo romanên cîhanê jî karîger e. Ji lewre stîlên romanan ku weke 24-27 hatine diyarkirin dema nimûneyên wan di Zimanê Kurdî de hebe, dê teqez ji bo ew qas hejmar stîlan di kurdî de hewldanên nivîskarên kurd jî çêbibe û dibe ku stîlin cudatir jî werin nivîsandin. Lê ji ber ku hejmareke têr ji romanên cîhanê li kurdî nehatine wergerandin, kurdên li çarnikarê dinyê ji zimanên wekî dîtir wan romanan dixwînin û gelek

caran jî xwendineke bi kêrhatî pêk nayê. Her çiqas îro hin hewldanên wergerandinê hebe jî, ez nikarim bibêjim ev hewldan bi giştî û bi ser ketî ne; ji lewre ne sazî, bêtir kes bi karê wergerê re mijûl dibin. Ger ne wiha bûya, Zimanê Kurdî ji bo wergerê zimanekî têra xwe dewlemend e. Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên parçe û zaravayên din yên kurdan heye? Yaqob TILERMENÎ: Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê romanên destpêkê yên li Kafkasyayê heta niha hatine çapkirin û li ber dest hene. Romana Janî Gel, romana Pêşmerge, romana Viyan, romanên li Ewropayê hatine nivîsandin, romanên nivîskarên Başûrê Rojavayê Kurdistanê dîsa bi zaravayê kurmancî li ber destê me hene. Heta hin roman ku weke berhem negihîştiye me, li ser înternetê derfeta xwegihandina wan heye; weke romana tekane ya ji teref nivîskareke jin hatiye nivîsandin a Zerîfe Demîr‟ê. Rukiye Ozmen: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin. Gelo rojekê minkun e ku xelatgirtin bibe dora me jî; di vî warî de pêşbîniyên we, fantaziyên we çi ne? Yaqob TILERMENÎ: Ji bo wergirtina xelatên navnetewî yên wêjeyî, di serî de pêdivî bi xelatên netewî hene. Pêdivî bi dehan kovar û rojnameyên kurdî hene. Pêdivî bi mafdayîna telîfa nivîskêr heye. Pêdivi bi hezaran xwînerên Zimanê Kurdî heye. Pêdivî bi qîmetdayîna siyasetmedarên kurd heye û hwd… Yanî dam û dezgehên kurdan divê bi awayekî dirust û kurdewarî tevbigerin. Yanî divê hêzeke kurdan a navnetewî di nava welatên ewropa û cihên din ên dinyayê hebin ku bikaribe bazareke navnetewî ji wêjeya kurdî re ava bikin. Ger ev tiştên min jimart û gelek hêmanên dîtir bi cih werin, dê hin mirov jî rabin û romanên kurdî bikin berendamên xelatên fena Nobelê. Ez dixwazim ji xwe re hin xeyalan saz bikim ku rojekê romaneke min bibe xelatgira Nobelê ango xelateke dîtir; lê devjenî, pevçûn û nepejirandina hevdu ya nivîskarên kurd vê xeyala min di cih de sar dike û nahêle ez dilê xwe jî bibijînime. Weke pêşbînî dikarim bibêjim ku di deh salên pêşiya me de dê romana kurdî balê bikişîne ser xwe û dê li gelek zimanên cîhanê werin wergerandin. Rukiye Ozmen: Pirsên me ev in. Gelek spas. Yaqob TILERMENÎ: Ez jî gelek spas dikim.