Rukiye Ozmen:.Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Hesenê Metê: Ev ekolên ku bi gotina te ya ku dibêje bi „îzman“ dest pê kirin... ew ne tenê qonaxên romanê, di her warê jiyana wan deman de rûdan: muzîk, resamî, edebiyat, rabûn û rûniştin... bi gotineke din, ekolên jiyanê bûn. Bêguman kurd û kurmanc jî di wan deman de jiyane, lê şop an jî bermayiyên lu em bibêjin di warê muzîk, resamî û edebiyatê de di kurmanciyê de ne zêde ne. Çend klasîkên me ne. Ev yek di edebiyat û jiyana me ya îro de têra me neke jî em wan ekolan dikanin ji zimanên din jî fêr bibin bê çi bûn, çawa bûn. Rukiye Ozmen: .Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Hesenê Metê: Naxwazim receteyek hebe, naxwazim bibe şîret jî lê çi di romanê de, çi di novelê de û çi jî di helbestê de... gotin xweş e ku ji dil be. Hîsên nivîskarekî weke hîs û ruhiyeta Mesîh e, samîmî û ji dil û can e. Dema ku nivîskarek berî hertiştî bi xwe re, bi gotinên xwe re, bi qehremanê xwe re samîmî be, tiştê ku were afirandin jî, di wê baweriyê de me ku ew ê tiştekî di asteke baş û bilind de be. Ez ê bahsa teknîk, stîl, hûnandin û zimanekî xas î nivîskar nekim, ne pêwîst e, ji ber ku nivîskarek baştir bi xwe û bi van tiştan dizane.
Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awurike bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Hesenê Metê: Ez di wê baweriyê de me ku pêşketina edebiyatê ne bi nivîskar û berheman bi pêş dikeve. Hinek xisûsiyetên cîvakî pêwîst in: civakek xwediyê kultureke xwendin û nivîsandinê, dezgeh û îdareyên qedir û rûmeta edebiyatê dizane... ev dikanin edebiyatê bikin pêwîsiyeke jiyana rojane. Lê ku xwendin weke pêwîstiyekê di civakekê de rûneniştibe, nivîskarekî çiqas jîr dibe bila bibe, roman û helbesteke di asta xwe de çiqas bilind dibe bila bibe, ew ê cîhê xwe di roja îro de nebîne. Lê ez di wê baweriyê de me ku roman jî, novel jî û helbesta kurdî jî bi têra xwe de asteke bilind de ye. Bi gotineke din me berhemên pêşketî hene, me nivîskarên serketî hene... lê di roja îro de ne serok û sîyaseta kurd, ne jî cemaata kurd rûmeteke pêwîst didin evê yekê. Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîroke an jî romane tê kirin cudahiya romanê ji çîrokê çiy? Hesenê Metê: Hinek xisûsiyetên roman û novelê, bi gotina te çîrokê heta salên 1800 diyar bûn. Weke ji aliyê struktura xwe ve, ji aliyê cîh û wexta xwe ve û nemaze li gor forma kurt û dirêjahiyê ve navê roman an jî novelê li berhemekê dikirin. Ji Giovannî Boccaccio 1350 heta salên 1800 welê hat. Lê piştî 1800 ev forma kurt û dirêjahiyê deforme bû, novelên bi qasî romanekê qelew û romanên bi qasî novelekî jî kurt çêbûn. Evê yekê ne tenê serê weşanger, rexnegir herweha nivîskar jî ji nav evê aloziyê derneketin, hîn jî welê ye. Lê tiştekî berbiçav heye ku hînandina novelê întensîv e, konsantre ye, tiştên ji bilî qest û mebesta niviskar zêdetir di novelê de çênabe. Ku di novelê de tiştên ji qest û mebesta nivîskar zêde hebe, ev tê wê maneyê ku novel bi ser neketiye. Lê di romanekê de gelek caran rê heye ku nivîskar tiştên ji qest û mebesta xwe zêdetir jî li mijar û qahremanê xwe bar bike. Belbî jî ferq ev be. Ku ez nimûneyeke weha bidim: Ji bo ku meriv darekê, kulîlkekê bibîne ne pêwîst e ku tu tevayiyê laşê xwe çerx bikî ji bo ku bibîn. Ji ber ku tiştê di laşê me de dihêle em wê darê an jî kulîlkê bibînin bînahiya çavê me ye. Têra me dike ku em tenê hustuyê xwe bizivrînîn, serê xwe çerx bikin an jî tenê di ser milên xwe re mêze bikin. Lê di gelek romanan de jî ev pîvanên întensîvîtet û konsantreya text heye ku em dibêjin nivîskar di qest û mebesta xwe de baş bi ser ketiye. An ne roman dibe romaneke sist. Û novel evê sistiyê qet nahebîne. Ev dîtina min e.
Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Hesenê Metê: Ez bi xwe nizanim qest û mebesta ji kategoriyên pirsê çi ne. Ez nizanim qest û mebest kalîteya berhem û niviskaran e an bi tevayî kultura nivisandin, xwendin û pêwîstiya edebiyatê ye. Lê tiştekî berbiçav heye: Heta nuha welatê me, dezgehên me, jiyana xelkê me ne weke wan dewlet û miletên din bûye. Ev rastiyek e. Ji aliyê kultura jiyanê ve weke kurd em di kîjan kategoriyê de ne bila herkes li gor xwe bipîve. Lê ku qest û mebesta ji pirsê kalîteya edebî be, me nivîskar jî û me berhemên gelekî baş û bi astên bilind jî hene. Rukiye Ozmen: Zor spas! Hesenê Metê: Spas xweş!