Hevpeyvîn bi Perwîz Cihanî re

Perwîz Cihanî

Rukiye OZMEN:.Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cihê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Perwîz Cihanî: Ez dixwazim bersiva pirsiyara te ya yekem, bi êşek giran weha bidim: Rewşa tore wate edebiyata her neteweyekê li pileya yekem de bi reşwa wê ya ramiyarî û desthelatdarîya wê ve girêdayî ye. Dema ku mirov berê xwe dide rewşa kurdistanê û bindestîya wê, mêjûya wê, cênigarî û sînorên wê yên destkir û rewşa sazîyên wê yên ramiyarî ji bo mirovî baş ronahî dibe, ku ne tenê li pêvajo û rewenda pêşeketina toreyê de, - ku yek ji pişkên wê yên here giring ya îroyîn roman e,- em ji gelek „îzman“ qut bûn û me gelek îzm û îsm „nav“ jî wende kirine. Gava ku neteweyek bê dewlet û hukûmet be, dema ku neteweyek li nav pênc, şeş sînorên destkir de ji hevdu biqete, dema ku zimanê gelekî di hemû waran de hatibe berbendkirinê, dema ku zaraveyên curbecurên zimanekî ji ber hegerên nebûna navendeke ramîyarî û toreyî, nebûna hukûmetekê, nebûna perwerdeya bi wî zimanî roj bi roj ji hevdu dûr bikeve, dema ku ji sedî nod û pêncê wî gelî nizanibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, dema ku zimanê sazî û desthelatderên wî gelî ne zimanê xoyî be, hînga em nikarin çavnihêrîya wê hindê bikin, ku em di tore û zimanê xwe de xudanê hemû „îzmên“ toreyî bin. Ev êşa ne tenê li romana kurdî û toreya îroyîna kurdî de li ber çavan e, belkû li toreya kilasîk de jî, ew kêmasî bi curekî zeq xwe dinimîne. Li toreya me ya kilasîk de jî tenê çend mesnewî û hindek xezel û qesîde gihane destên me. Li qalibên dî yên toreyî de hema hema bêje, destê me

vala ye. Ehmedê Xanî çendsed salî berî niha ev êşa ku em îro jî dikişînin, bi reh û pehên xwe ve hest kirîye. Dema ku li dijî mîrê kurd de dibêje: mîrê me ku navê wî Mîrza ye, dikare bi avirrekî sed bar paryên qelp û misên sor bike zêrrên zer, lê nîvavirrek neda me û toreya me. Eger ewî he nîavirrek jî bida min, minê alaya toreya kurdî bigehanda asta asimana. Ew rewşa kambax ya gûna Xanî ta roja me jî her berdewam e. “Namûse li hakim û emîran, tawan çîye şair û feqîran” Toreya bêxudan û torevanên bê piştîvan nikarin li asta cîhanî de hebûna xwe binecî bikin. Dema ku hukûmetek me ya dilsoz û serbixwe çêbû, dema ku zimanê me bû zimanê saziyên me yên ramiyarî û neramiyarî, dema ku zimanê me bû zimanê debistan û xwendingeh û zanistgehan, dema ku xwênerên romana me peyda bûn, hînga ne tenê bextê me, belkû bextê romana me jî dê ji xewê hişiyar bibe û emê bikaribin nebûna wan îzmên toreyî, ku neçarîya mêjûyê li me bar kirîye, ji nû de biafirînin. Rukiye OZMEN: Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Perwîz Cihanî: Gelek kesan li bara romanê de û çawanîya dariştin û vehûnana wê de babetên cur be cur nivîsîne û hindek merc denîne. Ez naxwazim wan gotinane wek destûrekê li vir de dupate bikim. Ez bixwe romanê diwekînim saxtuman yan xanîyekî mucellel, ku peyv kevir û kelpûçên wê ye. Herkes dizane ku xanîyekî mucellel tenê bi kevir yan kelpûçan ava nabe. Roman jî tenê bi rêzkirina peyvan û hevokên nexemilandî pêk nayê. Bi dîtina min xîm û şengistê her toreyekê û roman jî di nav de, li pileya yekem de ziman e. Romana ku zimanê wê lawaz û rêzimana wê çewt be, li yekimîn avirê de xwênerê xwe dilsar dike, bila afirînerê wê li pileya mezintirîn romannivîsan de be jî. Ji bilî ziman û dariştian toreyî, ev xalana jî ji bo romanekê pirr pêdivîne: Roman debê vegotina rastîya nerast be. Di romanê de weke wateya navê wê debê nûbûn û xemil û ciwanîya toreyî hebe. Roman debê xwênerê xwe ber bi pirsiyaran biajo. Çimayî û çirayî ku xîmê felsefê ye, debê li romanê de jî hebe, dena romana ku xwênerê xwe nehizirîne û pirsiyaran li mejîyê xwênerên xwe de neçîne, romanek serketî nîne. Roman debê neynûka jîyana rasitîn be, lê xîmê wê li ser derewê ava bibe. Gotina Nizamîyê Genceyî ya li bara helbestê de, li bara romanê de jî durust e. Nizamî dibêje: “Baştirînê helbestan, derewtirînê wan e.“ Roman jî wisan e. Roman debê derewek logik ji ispêneya jîyana rasitîn be.

Rukiye OZMEN: Romana kurdî û çîroka kurdî jî herdû dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awurike bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Perwîz Cihanî: Pişkek ji bersiva vê pirsiyarê li yekimîn bersivê de hatîye. Digel wê hindê ku zimanê me zimanekî berbendkirî ye û ji hêza ramîyarî bêpar e jî, lê gava ku mirov roman û çîroka kurdî digel roman û çîrokên gelên dewr û berên me dide ber hev, mirov dibîne, ku roman û çîroka kurdî digel hemû astengîyên afirîner û xwênerên xwe, eger li ser yên gelên hevhêsî ra nebe jî, ji wan kêmtir nîne. Em nikarin romana neteweyek bindest, ku hê zimanê wê neteweyê nebûye zimanê debistan û xwendingeh û dengeberên giştî, ku hê nivîskarên wê bi zimanê xoyî perwerde nebûne, bi romanên gelên serdest ra bidin ber hev. Min li jorê got yekimîn pêdivîtî û şengista toreyê, çi roman, çi kurteçîrok yan helbest û dîtir celebên toreyî, bi zimanî têne afirandinê. Dema ku afirînerê romaneke kurdî, bi kurdî perwerde nebûbe, dema ku firşkê xwe yê toreyî bi toreya xwe venekiribe, çi demê ew nikare, berhemek toreyî ya serketî bi wî zimanî binivîse. Ez kude badidim, dîsan têm ser xala yekem, ya nebûna hêza ramîyarî, nebûna dewlet û hukûmeta kurd. Nebûna dezgehên kurdî yên netewî û serbixwe û azad. Rastîyeke tal ya dî jî heye. Eger mirov baş dîna xwe bide rewşa afirînerên toreya kurdî, mirov dibîne, ku pişka here zore nivîskar û aferênerên toreya me li rewşeke pir aloz de dijîn û jîyan e. pişka zor ji bilî nivîskarîyê bi neçarî karên dî, karên ku hîç mafên wan bi tore û torevanîyê ve tuneye, dikin. Ma mirovek çendê dijî? Mirovek şeverojekê çend demjimêran dikare bixebite? Pişka zor ji vê qata civata me, nivîskarî karê wan yê duwem e. Ew ji bo jîyana xwe ya rojane, ji bo bijîva xwe karekî dî dikin, û dema xwe ya vehesiyan û gerîyan û agdarîdestvehînanê didin nivîsînê. Ne tenê hîç destmizdek ji bo karê nivîsînê nagîje nivîskarên me, lê nivîskarên me pişka zor ji berîka xwe pareyekê jî didine weşanxaneyan, daku berhemên wan biweşînin. Ca nivîskarekî/e weha belengaz û xudêlêxistî, ku ne dema wî/ê heye pirtûkên toreyî bixûne û ne dema wî/ê heye li ser mijarek toreyî baş bihizire, ne dema wî/ê heye bi bêhnek fire binivîse, ne sûdek madî û meinewî ji karê xwe bi dest dîxne, berhemên wî/ê debê çi bi??? Nizanim ev cure nivîskara yê çawa bikaribe berhemek cîhanî biafirîne?

Hê ez gerrîyan û seferên zanistî û nasiyarîya digel tore û ferhenga civakên curbecur ku li rêka gerr û rêbwarîyên zanistî destve tên, nedîtî digirm. Rewşa her toreyekê ne tenê bi afirînerên wê ve girêdayî ye, belkû bi rewşa bazara wê û bikirbirên wê ve jî girêdayî ye. Ez bawer nakim li seranserî kurdistanê de, hejmara romanxwanên kurmanc li ser 300- 400 kesî ra be. Lê li nav vê hejmara romanxwanan de hejmara romanxwanên kûrbîn, dûrbîn, rewşenbîr û torevan belkî hind kêm be, ku mirov fedî dike, hejmarek wisan biçûk destnîşan bike. Hejmara romanxwanan ji tîraja romanên kurmancî ra dîyar e. Ji bilî van kêmasîyên ku min destnîşan kirin, tiştekî zor tal, xemhîner û pêkenî jî heye, ku gotina wê zor pêdivî ye. Gava ku em bera xwe didin rewşa teblîxat wate ragehandin û agadarîyên li ser toreya kurdî, em dibînin ku her kom û sazî û partîyek kurdî tenê li ser berhemên hevalbend û endamên xwe agadarîyan didin. Eger li nav civaka kurdî de nivîskarekî/e bêalî û serbexwe hebe, êdî malik lê çol û hol bûye. Ne tenê hîç sazî û partîyek li ser berhemên wê çi agadarîyan nadin, belkû dana agadarîyan jî li ser wê berhemê berbend dikin. Yanê bi gotinek dî em hê li êwirgeha eşîretî û partîtîyê derneketine. Hê sazîyên me berjewendîyên gel gorîyê berjewendîyên partî û sazîyên xwe dikin. Hê hizra netewî li nav sazîyên me de çê nebûye. Hemû li ser berjewendîyên sazîyên xwe dihizirin. Kes di hizra netewî de nîne. Min romanek wek Bilîcanê nivîsî. Ez nabêjim ew romanek çawa ye. Lê çunku ez ser bi hîç sazî û partîyan nebûme û nînim jî, hîç sazîyekê agadarî li ser wê romanê nedan civaka kurdî. Lê tenê du kes têkoşîn, ku li ser wê romanê agadarîyan bidin. Ew jî agadarîyên wan weha bûn. Karimendekî Kurdistan TVyê xwest li ser wê romanê bi min ra hevpeyvînekê saz bike, lê ji layê Sero Qadir berpirsê giştîyê dengeberên Başûrê kurdistanê ve gefê ji karderêxistênê lê hate xwerinê û belengazî hew karî bi min re peywendîyê danê. Yekî jî nivîsî: „Romana Bilîcan, romana kurdî ya here qalind (istûr) e. Wate pîvaneya wî ya helsengandin û toreyî istûrî û ziravîya romanê bû. A, em li rewşeke weha kambax de dijîn. Emê li vê rewşa kambax de çawa bikaribin berhemên toreyî yên li asta toreya cîhanî da biafirînin. A eve ye rewşa me û romana me. Rukiye OZMEN: Dema ku berhemek tê weşandin carina nîqaşa ew berhema çîroke an jî romane tê kirin, cudehiya romanê ji çîrokê çiye?

Perwîz Cihanî: Li zimanê me de çîrok tê bi du wateyan. Em hem ji çîrokên gelêrî yên ku afirînerên wan dîyar nînin, wate yên anonym ra çîrok dibêjin, hem jî ji kurteçîrokên toreyî, yên ku nivîskar û afirînerên wan dîyar in ra çîrok dibêjin. Lê li lêre mebesta me ji çîrokê ya toreyî ye. Bi gişî tişta ku romanê ji celebên dî yên çîrokan vediqetîne, bi zimanekî sade mezinî û pirnaverokî û dirêjîya wê ye. Li toreya nûjen ya îroyîn de, gava ku axiftin tê ser veqetandin û celebên toreya çîrokî, çar celebên çîrokên toreyî tên binavkirinê: 1.çîrçîrok (kurtîleçîrok), 2. kurteçîrok 3. nowel yan çîroka dirêj, 4. roman. Evana hemû jî çîrok in. Ne naverok, ne hejmara qehremanan, ne şêweya vegotinê, ne cîh û dem, ne darêjk û tewina wan, lê tenê kurtî û dirêjîya wan sînorê wan destnîşan dike. Lê eger mebesta me lêre ji çîrokê, çîrokên gelêrî be, li pileya yekem de, tişta ku çîrokê ji romanê vediqetîne, ewe ku roman çîrokek nivîskî, lê çîroka gelêrî çîrokek nenivîskî yanê zarkî ye. Ji bilî wê hindê ku naveroka çîrokên gelêrî sade û dariştina wan hind toreyî nînin, lê roman berewajî wê ye. Em ji bîr nekin hindek çîrokên me yên gelîrî hene, ku ji gelek romanan dirêjtirin û çîrokbêjan bi şevan ew li ode û dîwanxaneyan de vedigêrran û li bara bîr û hizr û qehremanbazî yê de jî çi ji romanan kêmtir nînin. Tiştên ku romanê ji wan vediqetîne, nivîskîbûna romanê, hizr, nûbûn, ciwankarîyên toreyî ye. Bi kurtî roman babetek nivîskî ye, mijara wê wek navê wê nû ye, kesekî/ê bi navê romannivîs ew nivîsîye, wate xudan û afirînerê/a wê dîyar e. Xudanê pileyek toreyî ya bilind e. Lê çîrokek gelêrî ji pişkeke zore van pesnan bê par e. Rukiye OZMEN: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astê ye? Perwîz Cihanî: Çunku destanê gelek wateyên xwe yên dî jî hene, eger mebesta me ji destanê çîrokên hemasî wate çîrokên qehremanîyê yên nivîskî yên weke Îliad û Odysse ya Homer û Şahnameya Firdewsî be, mirov dikare peywendîya roman û destanê weha şirove bike: Herdu jî çîrok in, wate xîmên wan li ser derewan hatine avakirinê. Em ji bîr venekin, roman gêraneweyek derew e li ser jîyana qehreman yan qehremanan. Li herduyan de jî du hêzên dijber li hember hevdu de radiwestin. Li hindekan de jî du hêzên hevber yên ku herdu jî hêzên xoyî ne, li ber hevdu radiwestin, ku dijberîya wan tirajêdîyekê diafirîne. Lê du tişt hene ku wan, wate roman û destanê (çîrokên qehremanîyê) ji hevdu vediqetînin. Hemase yan jî destan debê li qalibê helbestê de hatibe vehûnanê, ku roman helbest nîne û piroze ye. Roman celebek ji celebên çîrokî, toreyî ya

serdema me ye û temenê wê ji 300 salî nabihore, lê hemase pir kewnin û temenê wan û dema peydebûna wan dîyar nînin û li binêşa xwe de zarkî bûne, li dû ra kes yan kesanekê ew di qalibê helbestê de vejandine. Li destanan de hêz û qehremanên derveyî suruştê wate dêw û pîrhepok û cin û perî hene û qehremanên destanan xudanê hêza derveyî suruştê ne. Lê di romanê de wisan nîne, qehremanê romanê mirovên asayî ne. Em ji bîr venekin ku reh û rîşeya romanê jî diçe ser destanan, çi destanên qehremanî, çi jî yên evîndarî, civakî û ayînî. Wate roman li jêr kartêkirina destan û çîrokên gelêrî de peyda bûne, lewra gelek kes hene, ku ji destanên vehûnandî ra, çi qehremanî (hemasî) û çi jî evînderî û civakî û ayînî, helbesteroman dibêjin. Rukiye OZMEN: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike, çi ne ev qonax? Perwîz Cihanî: Mirov dikare romana kurdî li sê êwirgehên demanî û cîhanî (zemanî û mekanî) de parveke. Yekimîn êwirgeha peydebûna romana kurmancî Sovyêta berê û bi taybetî Ermenistan e, ku li saya şorişa Oktobrê û peydebûna Sovyetê berbendî li ser gelan û zimanan rabû û Zimanê Kurdî jî wekî zimanê dîtir gelên li nav sînorên sovyêtê de serbest bû û nivîskarîya kurdî jî ji kurdan ra bû karek ji karên pêjîyanê û bû karekî dîwanî. Evê derfendê hêla, ku xîmê romana kurdî bête danan û yekimîn romana kurmancî bi qelema Erebê Şemo çav li cîhana ronahî vekir. Evê êwirgehê ta belawbûn û jêkweşiyana Sovyêtê dewam kir. Li vê êwirgehê de ne tenê yekimîn, belkû baştirîn romanên kurmancî bi wateya ku romanê bi hemû hel û mercên wê şirove bike, hatin afirandinê. Li dû vê êwirgehê û digel wê, êwirgeha penaberîyê ye, ku li salên heftêyî ra dest pê dike. Gelek kurdên me, ku ji welêt helatibûn û weke penaber li Awropayê de dijîyan û hindek ji wan hê jî dijîn, li saya serbestîya li wan welatan de, hel û merc ji wan ra saz bû, ku hem Zimanê Kurdî hîn bibin û hem jî bikaribin bi kurdî binivîsin. Li wan welatan de bi giştî û li Swêdê de bi taybetî ew bext ji kurdan ra çê bû, ku dest bi nivîsîna romanê bikin. Lê mixabin pişka here mezin ji van nivîskarên me, yan qet kurdî nizanîn û bi kurdî perwerde nedîtibûn û li dervaî kurdistanê Zimanê Kurdî fêr bibûn, yan jî kurmancîya wan hind aloz û lawaz û têkepêkel bû, ku têra nivîsîna romanê nedikir. Lawaztirîn romanên kurmancî (du sê roman jê der) li vê êwirgehê de hatine nivîsînê. Sêyemîn êwirgeha romana kurdî, ez êwirgeha welatî nav lê dikim. Ew jî li salên heştêyî ra li hindek pişkên kurdistanê de azadîya nivîsîna bi kurdî dest pê kir û muxabin ev azadî bi formalîte be jî, li pişkên dî yên kurdis119

tanê li salên 90 î ra mirov dikare bêje dest pê bûye. Romanên vê êwirgehê ji yên êwirgeha duwem baştirin, lê hê jî negehîştine êwirgeha yekem. Bi giştî dema ku mirov van hersê êwirgehan dide ber hev, mirov dibîne ku hê jî digel hemû kêmasîyan, dîsan jî romana kurmancî li dîtir êwirgehan de negehîştîye romana êwirgeha yekem, wate êwirgeha Sovyêta berê. Ew jî ho û hegerên xwe hene. Ku serekîtirîn heger dizivire ser rewşa jîyana romannivîsan. Em ji bîr nekin, ku em bi curekî giştî diaxivin. Hebûna romanek yan du romanên baş li dîtir êwirgehan da nabe sedema başbûn û serratîyan. Bi gotina pêşînan, “bi gulekê buhar nayê/ bi gulekê nabe buhar”. Rukiye OZMEN: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde, belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Perwîz Cihanî: Bi giştî wek dîyardeyekê romana kurdî heye û eve demeke xurt e ku roman bi vî zimanî hatine nivîsînê. Lê gotinek heye, ku dibêjin: bihîster axêverî dihîne coşê. Yek ji kêmasîyên romana kurdî nebûna xwênerên wê û nebûna bazara wê û nebûna rexnegirên wê yên bêalî ye. Eger em bi vê berçavkê dîna xwe bidin romana kurdî, belê ew taze çarlepîkan bi rê ketîye û gelek caran jî dilikume. Lê eger em li bara mêjûyî, li bara tewn û dariştina romanê li romana kurdî digel hemû kêmasîyên wê mêze bikin, erê romana me nêzîkî bi sedsalîyê kirîye û nêzîke bibe çiqek bitew ji çiqên dara toreya kurdî. Rukiye OZMEN: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwîn û evînderê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Perwîz Cihanî: Bersiva vê pirsa te pir dijwar e. Hem pir dijware ku mirov li nav wê deriyaya romanan de çend liban gulbijêr bike û hem jî ez naxwazim serbestîya helbijartinê ji xwêneran bistînim. Bihêle bila xwêner bixwe romana xwe ya here bijare, ji nava romanan de helbijêrin. Li kovar û rojnameyên toreyî de, gelek caran li ser romanên bi nav û bang yên cîhanê agadarî têne dan. Lê zewq û selîqeya mirovan nabe yek. Herkes xudenê zewqek taybet e. Diqewime ew romana ku ji bo min balkêş be, ji kes yan kesanên dî ra hind balkêş nebe. Yek jî çunku kes nikare

wan hemû romanên heyî bixûne, anîna navên çend romanên ku bala min kişandîye, dê bibe sitem ji romanên dî ra, yên ku min nexwendine. Li nav romanên kurdî de jî, muxabin li ber rewşa heyî li nav nivîskarên me de, mirov nikare romanekê wek nimûne bide dîyar kirinê, çunku li wê demê de debê mirov xwe ji şer û neyartîya yên dî ra amade bike. Lê gotinek me kurdan heye, em dibêjin,“ kurd zindîkujên mirdîperest in.“ Ez jî kurd im, bihêle ez bêjim, li nav romanên kurmancî yên ku min xwendine de, Dimdim ya Erebê Şemo li hemû baran de li ser hemû Romanên kurdî ra ye. Rukiye OZMEN: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Perwîz Cihanî: Werger li hemû baran de alîkarîya pêşdebirin û zengînkirina zimanî dike. Lê bi wî mercî ku wergêr bi herdu zimanan jî baş bizanibe. Kesek dikare îdia bike ku zimanekî dizane, ku agaderîya wî/ê li hemû baran de li ser wî zimanî hebe û li ser îdyom û gotinên pêşîya û biwîjên toreyî yên wî zimanî de zal be. Zanîna zimanî tenê peyv û rêziman nîne. Muxabin mirov vê kêmasîyê li pişka zore wergerên kurmancî de dibîne. Bi dîtina min Zimanê Kurdî ji nivîsînê zêdetir hewcedarê wergerê ye. Xwezî kes yan kesanek hebana, ku berhemên Şoloxof, Tolostoy, Destayoviskî, Balzak, Romian Ronald, Gabriel Garsîya Marks, Kafka, Necîb Mehfûz,Yaşar kemal, Sadiqê Hideyet, û yên dî, ji zimanê makê wergerandana ser Zimanê Kurdî. Rukiye OZMEN: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe? Perwîz Cihanî: Muxabin hejmarek pir kêm pirtûk ji zimanên bîhanî bi kurdî hatine wergerandinê. Ewên ku hatine wergerandinê jî, wergera wan pir lawaz û têkelpêkel e. Pişka here zore wergêrên ku min berhemên wan yên wergerandî xwendine, kurdî ne tenê zimanê wan yê perwerdê nebûye, lê kurdî zimanê wan yê yekem jî nîne. Ewan pêş de zimanekî dî hîm bûne, li dû ra kurdî ne ku li xwendixane yan zanistgehan de xwendine, belkû virde wêde hîm bûne. Ca ev cure wergêrana nikarin li bin barê girane wergerê da derkevin û karê wan jî nikare bandor û kartêkirineke baş li ser afirandina berhemên bilind bike. Di wan wergeran de can û kakilê Zimanê Kurdî pir lawaz û çewtomewto ye. Di wan wergerana de gewhera Zimanê Kurdî nehatîye parastinê. Mirov dibîne ku ew wergêrên me yên rêzder, ne tewanka zimanê me nas dikin, ne haya wan ji ergatîva kurmancî heye. Û gelek caran mirov dibîne ku herdu desteyên cînavên kurmancî jî ji hevdu dernaxin. Hê em li ser

îdyomên zimanî, biwêjên toreyî, bikarbirina ciwankarîyên toreyî û zimanê toreyî naaxivin. Ew bila pêşkêşî wan be. Zimanê Kurdî yek ji zimanê herî zengîn yê rojhelata navîn e. Ne ku ez kurd im, ez wê hindê dibêjim, na. Ez ewê hindê bêy demargirî dibêjim û dikarim bi rê û destûrên zanistî ewê yekê binecî bikim. Zimanê kurmancî gelekî ji zimanê turkî û farsî zengîntir e. Di kurmancî de, di rêziman û peyvsazîya wî de hêzek heye, ku mirov dikare bi arîkarîya pirtikên (afixên) zimanî û rîşala navan û lêkeran bi dehan peyvên destûrhelgir biafirîne. Lê muxabin em û zimanê me, bêxudan û bêpiştevan in. Zimanê erebî ku eva çarde sede ye bûye zimanê dîwanî û dînî yê cîhana îslamê û bi sedan peyv ji sedan zimanên dî vergirtîye û li nav xwe de pişaftîye, û kurmancî ya ku ta roja îro jî nebûye zimanê dîwanî û zimanê perwerdeyê, dikare pê li pêyê wî ziman bide û ez dikarim bi dilnîyayî bêjim, eger kurmancî ji erebî zengîntir nebe, qet ji wî lawaztir nîne. Eger bi şêweyek zanistî li ser vî zimanî xebat bêne kirnê, ev zimana dikare bibe yek ji zimanên here zengîne cîhanê. „Lê çi bikim ku qewî kesade bazar, nînin ji qumaşî ra xerîder Kurmanc ne pir di bê kemalin, emm di yetîm û bê mecalin Fîlcumle ne cahil û nezanin, belkî di sêfîl û bêxudenin“ “Xanî” Rukiye OZMEN: Werger çiqasî cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê? Perwîz Cihanî: Çend cur û çeşnên wergerê hene. Ji wan wergerandina peyv bi peyv, û ya serbest. Wergerandina peyv bi peyv karê wan kesan e, yên ku tazekarin û kêmasîyên wan li herdu zimanan de, zimanê mak û zimanê wergerê de heye. Lê eger wergêr li ser herdu zimanan de zal be. Têra xwe haya wî/ê ji biwêjên toreyî yên herdu zimanan, gotinên pêşînan, îdyom û hevokên toreyî, toreya gelîrî û toreya nivîskî ya herdu zimanan hebe, wergera serbest serketîtir e. Durust e, kêm wergeranek dikare tam û mirç û çêja xwe ya binêşeyî bide, lê wergerandina romanê ne wekî ya helbestê ye. Çawa ku min got, eger wergêr bi hemû reh û pehên zimanî, li ser herdu zimanan de zal be, dikare kakilê babetê biparêze û babetek sedî sed wek binêşe jî nebe, sedî nod û neh wek xwe raberî xwêneran bike. Rukiye OZMEN: Hûn bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikin, nivîskarekî romanan bêşik hezkirina wî wê fireh be, wê bi kategorî û çend kategoriyan ne sînorkirî be, belê cardî jî meyla mirov

zêdetir bi ser hinan e, hûn xwe di kîjan kategoriyê de dibînin, nêzîkî kîjanê ye ji wan in? Perwîz Cihanî: Wekî hûn jî dibêjin dijwar e, mirov tenê çiqekê ji çiqên romanê wek romana balkêş helbijêre. Lê dîsan jî zortrir meyla min li ser romanên populism û mêjûyî de ye. Bêgotin romana ku romantîk û evînek jî tê de nebe, kêşişa wê kêm e. Rukiye OZMEN: Roman rolekî çewa ji bo civakê dileyîze? Perwîz Cihanî: Civakek pirtûkxwan, bêgotin li serdema me de û ew jî ji neteweyek wek netewa kurd ra, xewnek e. Bêguman xwendin bi her awayî û li her êwirgehê û her celebê de kartêkirinek mezin li ser komelê dike. Roman jî wek dîtir pişkên toreyê qenc û xirabên wê hene. Bi her cureyî xwendina romanê civakê hişiyar û agader dike. Di romanê de mirov rastî gelek hevraz û nişîvên jîyanê tê, ku diqewime mirov ew hevraz û nişîvî li jîyana rojane de neazimandibe. Roman dikare karî li ser çawayîya bîrkirinê, çawayîya jîyanê bike. Romana ku bi hostatî hatibe afirandinê, dikare hest û hizrên xwênrên xwe biguhore û rêyek nû bide ber. Rukiye OZMEN: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Perwîz Cihanî: Vê gavê li nav şeş zaryveyên Zimanê Kurdî de, tenê bi du zaraveyan roman hatine nivîsîn û têne nivîsînê. Eger bi zaraveyên dî hatibin nivîsîn jî, bêguman taze dest pê bûye û haya min jê nine. Lê bi zaraveyê soranî yekimîn carê Îbrahîm Ehmed Romana “Janî gel” ne li ser gelê kurd, lê li ser gelê Elcezayirê nivîsî. Ew yekimîn romana Soranî bû. Li dû wî ra gelek kesan romanên baş bi zaraveyê soranî nivîsîne, ku hanîna navê wan hemû romannivîsan dê bibe hegera dirêjdadirîyê. Lê tişta ku pêdivîye bête gotin, ewe ku, soranîyan berî nivîsîna romanê dest bi wergera wê kirin. Bo nimûne xudêlêxweşbûyî Şukur Mustefa bi dehan roman ji kurmancî û dîtir zimanan wergerande ser zaravê soranî û bi wan wergeran dergehekî nû li ser zaravê soranî vekir. Rukiye OZMEN: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bidemê re diguhere gelo? Perwîz Cihanî: Bêgotin her berhem û babetek toreyî bi bihorîna sal û deman ra form û şêweya xwe diguherr. Gava ku mirov li yekimîn romanê (Don kîşot) ê dinihêre û ewê digel romanên vê serdemê yên realîstên cadûyî dide ber hev, mirov dibîne ku roman çend hatîye guhortinê û çend bi pêş de çûye. Tinga (şêneya) romanê ya hînga, îro bûye derek bi hejal û pejal, ku bi dehan û sedan çiq û pelg jê çê bûne.

Rukiye OZMEN: Xelatata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûzê Misrî, Orhan Pamûkê Tirk xelat girtin, rojeke xelatgirtin bibe dora me jî mikun e, pêşbîniyên we, fantaziyên we Perwîz Cihanî: Berî her tiştî pêdivîye bêjim, wekî hemû xwêner jî dizanin, roja îro xelata Nobelê zortir ketîye jêr sîbera seyasetê. Belkû jî ew kesên ku xelata nubelê werdigirin ne hêjayî wê xelatê bin, belkû kes yan kesanek hebin, ku berhemên wan ji yên xelatgiran bilindtir bin, lê kar û barên sîyasî û saxt û paxtên seyasetmederan gelek tiştan diguhorin. Gelek caran zor hemû qebalan betal dike. Bo nimûne Yaşar Kemal ji bona nivîsîna Memedê Zirav berendamekî vegirtina xelatê bû, lê kar û barên ramîyarî ew maf ji wî istandin. Çima ku na? Tiştê nebûye nine. Rojekê ku ne dûr e, berhemên me jî dê bigehin wê astê. Rojekê emê jî bibin xudenê wî mafî û hemû mafên mirovanî yên dî. Lê berî her tiştî avakirina dewletek serbixwe ji me ra ji hemû tiştî, ji nan û avê jî pêdivîtir e. yanê xelata me jî bi hebûn û nebûna dewleta me ve girêdayê ye. Rukiye Ozmen: Pirsên me ev in. Zor sipas! Perwîz Cîhanî: Spas xweş!