Rukiye Ozmen: Di dîroka romanê de qonax hene ku bi „îzmên“ corecor têne binavkirin û ev qonax ji destpêka xwe ber bi îro de bi hezaran roman di himbêza xwe de digre, ji vî cîhê derengmayî awantaj û dezawantajên me, şens û bêşensiya me, îro mirov rehet dikare xwe bighîne wan? Tengezar Marînî: Qonaxên ku roman tê re derbas bûne, ji xwe piraniya nivîskarên me, yên romanivîs dinasin û pêdiviye binasin. Şêwe avakirin, hûner û konseptên romanê jî pêdiviye binasin. Rast e me kurdan bi zimanê xwe nexwendiye, lê em bi zimanên çi serdest û çi zimanên rojavayî serwextê edebiyatê bûne. Ev jî tê wê wateyê, ku qonaxên têne behskirin, pêdiviye nivîskarên kurd gelekî li ser ranewestin û berê xwe bidin ciwanî û hûnera romanê ya ku dikare asoyan li ber vî zimanê qedexekirî û parçekirî veke. Rukiye Ozmen:.Ji bo romaneke baş û serketî bê ku em bêjin dîrokî, psîkolojîk yan jî bi coreyekî din, postmodern, çend pîvanên ferz binav bikin? Tengezar Marînî: Ji bo romaneke serketî –çi şêweyê romanê be- dive, dîrokî, simbolîk, derûnî, kultûrî tbd. Pêdivî bi zimanekî rewan, bihêz, aso li ber vekirî heye. Ji bilî wê jî, pêdivî ye, di konsepta nivîsa romanê de, yekaneyên biçûk û mezin bêne pîlankirin, leheng û kesayetî, dem û cih, marîfet û şêweyê hûnandinê, û bikaranîna teknîkê bête berçavkirin û tevdîr bo wan bêne girtin, beriya dest bi nivîsa romanê bibe. Bêguman, eger dîrokî be, divêt belgeyên dema roman tê de dibe, bêne peydakirin. Bo nimûne (Orhan Pamuk û romana Berf)
Rukiye Ozmen: Romana kurdî jî û çîroka kurdî herdû jî dereng ketine, sedemên dernegmayînê û heman pirs ji awurike bervaja û belkî hevdû temamkir, roman çawa bi pêş dikeve? Tengezar Marînî: Pexşan bi giştî, çîrok û roman bi taybetî pêdivî rewşeke stabil û aram e, pêdivî rewşeke, ku derfet bo pêşkeftina zimên vekirî bin. Em dizanin, zimanê me, nasnameya me û kultûra me bi giştî ta demeke nêzîk qedexe bû. Di van çend sal ên dawî de, hinek derfet peyda bûne, em dibînin, roman û pexşana kurdî di geşebûnê de ye. Sedemeke din jî heye, ku nivîsîna kurdî–berê bi 3 tîpên/niha 2 tîpên cuda- kartêkirineke neyêne li rewşa nivîsîna romanê û çîrokê kiriye. Ji xwe em dizanin, dema şer, ceng, ne azadî, û ne aramî li deverekê hebe, tenê helbest rola xwe dikare bilîze û dibe alavekî xwederbirînê. Ew helbest jî bo guhan tête nivîsîn, daku zû rola xwe bibîne û bête ezberkirin. Rukiye Ozmen: Dema ku berhemek tê weşandin carna nîqaşa ew berhema çîroke an jî romane tê kirin cudahiya romanê ji çîrokê çiye? Tengezar Marînî: Çîroka kurt xwe nêzîkî romanê dike, karekî wêjeyî pexşan e, ji çend rûpelan pêk têt. Kesayetî û lehengên wê hindik in. Buyer jî di demeke kurt de ye, dikare flaş be, an jî ji nişka ve bêt. Ev curewêje kevintirîn cure ye ji şêwazên wêjeyî, ku 3000 salan berya zayînê mîna çîrokên faronan û an jî yên Vîdan „hezar û yekşev“. Lê çîroka dirêj jî heye, ku ew jî buyerek e, leheng ên wê jî kêm in û di tevna xwe de, bi vebêjerekî ve girêdayî ye. Roman, berhemkî encama bajarvaniyê ye, wate keça bajêr e. Berhemkî pexşanî dirêj e. Ev curewêje, xwedî hêzeke mezin e, bo vekêşana xwendevanî bi ser xwe de. Roman, gelek çîrokan hêmbêz dike û bi şêweyên cuda wan vedibêje. Nivîserê Romanê di rêya lehengên xwe re, babetên hizrî di giriftarên civakî, felesefî, zanistî, rewişt û sincî de pêşkêş dike, bi mebesta guherînan di wan waran de. Roman ên xeyalî, bo çêj û xweşiyê jî hene. Romanên realîte hêza xwe berdidin li ser bikaranîna kesayetiyên heyî wek xwe, buyerên heyî dokumente dikin. Romanên derûnî bala xwe berdidin li ser raman û hestên lehengên xwe. Çend sîma û xeslet ên romanê hene, ku wê ji zayendên toreyê yên din cuda dike. 1. Şêwazekî toreyî vebêjeyî ye. 2. Dirêj e, ji 50rûpelî dest pêdike. Dema wê dirêjtir ji ya çîrokê ye û kesayetî û lehengên wê pirtir in. 3. Zimanekî pexşaneyî ye.
4. Pala xwe dide xeyalê, li vir jî ji dîrokê û jînengeriyê cuda dibe. Roman dikare dîrokî an jî jînengerî be, lê şêweyê vebêjanê cuda ye. Rukiye Ozmen: Pêwendiya roman û destanê li ser çi astê ye? Tengezar Marînî: Romana nû dikare hemî coreyên toreyê himbêz bike û destan jî di nav de, lê xisletên romanê jiyawaz in ji wan zayendên din. Şêweyê avakirina romanê ku pexşaneyî ye, cuda ye ji şêweyê destana ku helbestî ye. di cih û demê de jî û di naverokê de jî, roman dikare zeviyên berfereh bide berxwe. Romana dîrokî dikare dema Destanê, an jî lehengê destanê bike bingeh û naverok, lê pêdivî ye, li wan belegeyan bigere, ku derfehê pirsan, an jî şiroveyan li ser demek an jî warekî veke. Rukiye Ozmen: Rewşa romana kurdî, heger mirov di qonaxan de binav bike çi ne ev qonax? Tengezar Marînî: Çi qonax be, negiring e, lê çawa tête avakirin û nivîsandin û dikare çi rolê bibîne giring e. Raste, ku nivîsîna romanê li def me kurdan nû ye, lê şêweyên cuda hatine nivîsîn. Piraniya romanên kurdî, balê dikşînin, li ser rewşa milet û gelê kurd di cih û dema tê de. Gelek romanên ku hatine nivîsîn jî, an li ser jiyana gundiyan, jiyana pêşmerge û têkoşeran û li ser jiyana kurdan ya penaberiyê. Nizanim, gelo dê rast be, eger em behsê qonaxan bo romana kurdî bikin! Lê ez dibêjim, Romana kurdî şopa xwe hêdî hêdî çêdike. Wate Romana kurdî ji zarokatiya xwe derbas bûye. Rukiye Ozmen: Dema gotin li ser romana kurdî ye, hinek behsa zaroktiyê dikin, hin dibêjin hê bi çar lepikan diçe, hinên din tenatena dibêjin, hinek jî êdî zarok hesab nabe, zaroktî di temen û di aliyê biyolojîk de tê zanîn kêm zêde belê dema rewşa romanê bi îfade û tesbîtên li jor tê diyarkirin mebest çi ye, hûn çi dibêjin, çawa dibînin, romana me di rewşa kîjan kategoriyê ji van kategoriyan de ye û kîjan li rastiyê nêzîk e? Tengezar Marînî: Di bersiva 7an de, destnîşan bûye, ka romana kurdî di çi qonaxê de ye, lê kategorîdanîn bo romana kurdî hîn zû ye. tenê dizanim, ku gelek ji wan nivîskaran, yên bi nivîsîna romanê ve mijûl in (M. Özun, Hesenê Metê, Helîm Yûsiv, I. Seydo Aydogan, Dilawer Zerraq, Sidqî Hirorî, Omer Dilsoz, Tehsîn Tavşkî û ..) serwextê romanê ne û pêzanînên wan jî hene. Eve bo min ya giring e, dema hostayê karekî ji karê xwe fehem bike.
Rukiye Ozmen: Di nav romanên cîhanê de tu hez ji kîjan romannivîsan zêdetir dikî, ji bo kesekî romanxwên û evîndarê romanan çend nav wê ne hesan be, belê herî zêde û di nav yên kurdî de? Tengezar Marînî: G.G. Marquez, Borxês, Heinrich Böll, Herta Müller, Pamuk, Yaşar Kemal, Hoşeng Gulşîrî, dariusz Morsza, Marcel Proust, Selîm Berekat, Seher Xelîfa, Selman Ruşdî, AlTaib Salih, Bin Celûn, M. Şukrî, Edwara Alxerat, Heyder Heyder. Û ji ber ku kurd jî li vê cîhanê ne, yên Kurd, Hesenê Metê, Bextiyar Elî, Helîm Yûsiv, Ibrahîm Seydo Aydogan. Rukiye Ozmen: Werger çendî ziman, stîl û formûlasyonêan bi pêş dixe? Tengezar Marînî: Bi wergerê mirov kêmasî û hêza zimanê xwe yê zikmakî dinase, ji bilî wê jî pêzanîn û serpêhatî yên nivîseran pirtir dikin. Werger pira di navbera çand û kultûran de ye. Bi wergerê şêwazê pêraman û pêzanînên xwendevanî pir û dewlemend dibin. Rukiye Ozmen: Romanên hatine wergerandin çendî serketî ne, Zimanê Kurdî çendî di bin barê wergerê de radibe? Tengezar Marînî: Em hemî dizanin, ku romanên hatin wergerandin kêm in, ji bo serketin û neserketina wan jî hîn zû ye.Lê ez vê bê şek û şubhet dibêjim, Zimanê Kurdî têra wergerê dikê, çunkî zimanekî nerim û guherbar û dewlemend e. Bo nimûne, romana navê Min Sor e, ya Orhan Pamuk, ku rêzdar Mustefa Aydogan wergerandiye, çêja kurdîniyê jê tê û mirov dikare bêtirs bibêje, ku wergervan di wergerê de bi ser ketiye û Zimanê Kurdî jî rewan û bi qalîteyeke toreyî bilind bi kar hatiye. Rukiye Ozmen: Werger çiqasî cewhera berhema ku tê wergerandin diparezê? Tengezar Marînî: Eger werger cehwera berhem neparêze, ji xwe newerger e. Pêdivî ye, ku em bibêjin, wergerandin, nivîsandineke nû ye. Pêdivî ye, di berhemên edebiyatê de, cewher, metod û çêja berhema bingehîn (orîgînal), neyête guhertin, lê hevok û idiomên civakî dikarin bibin, yên zimanê armanc. Rukiye Ozmen: Tu bi xwe hez ji kîjan celebê romanan dikî? Tengezar Marînî: Ez bi xwe hez ji wê romanê dikim, ku hêzê berde li ser ziman û bi ziman vebêjî û babetên xwe berbi asoyên nû ve bibe. Wate, ez nebendewarê romaneke bi babeteke giring im, belê ez bendewarê romanekê me, ku ziman babetê giring bike û neberovajî.
Rukiye Ozmen: Roman roleke çawa ji bo civakê dileyîze? Tengezar Marînî: Di demên Kevin de, romanê kartêkirineke mezin, li civatê dikir. Bo nimûne, dema Goethe romana xwe “azariyên Werter yê genc= Leiden des jungen Werters” nivîsî, gelek xort û keçên nûgihayî xwe kuştin û bû diyardeyek û derûnnasan dest bi gera li sedemê bûn. Romana Selman Ruşdî, ya bi nave Ayetên şeytanî” hişt û ku cîhana older û ya ya sermiyandar li bin guhê hev bikev in. Ew civaka older û rojhilatî, bi emotion e û hiş bi kar naîne û civaka sermiyandar, ruh li def nemaye û civakeke li ber buhujînê ye. Lê bo me, berya hertiştî, bo me kurdan, rola romanê bo zimên giring e û dema zimanê me dewlend bibe, hişmediya kurdan bi kurdî mezin û dewlemend dibe, êdî kesayetî û nasnameya kurd bi hêz dibe. Dema ev peyda bibe, civateke saxlem ava dibe û dema civat saxlem be, dikare xalên bihêz û yê qels di xwe de (wek takekes û komel) binase. Civata xwe binase, dikare rêzê li xwe û li ya din bigre. xwe û yêdinnasîn pêşveçûnê bi xwe re tîne. Rukiye Ozmen: Hayê we çendî ji romanên perçe û zaravayên din yên kurdan heye? Tengezar Marînî: Ez li gor hêza xwe berhemên kurdî yên deverên cuda bi dest dixim û ta radeyekê –nabêjim gelek-, lê nexerab min agahî li ser berhemên toreyî yên bi zaraveyê kurmanciya xwar(soranî) hene Rukiye Ozmen: Demek dirêj di ser berhemafirîniya romanê re derbasbûye, roman jî form û hûnandina xwe bidemê re diguhere gelo? Tengezar Marînî: Eger nivîskar nikaribe xwe digel pêşkeftinên cîhanî bihûncîne û serwext bike, dê nikaribe afirandineke baş û serketî bike. Bêguman romana kurdî şêweyê xwe guhertiye, eger em li gundê Dono, Hêlîn, Yên perîşan û berî wan şivanê Kurd temaşe bikin û yên Nû, mîna, Bîra Qederê, Gava masî tî dibin, Leyla Fîgaro û Tofan binerin, dê baş bo me diyar bibe, ka çawa Romana kurdî qonax derbas kirine. Rukiye Ozmen: Xelata Nobel û dîroka destpêkirina wê gelekî ji dîroka romana kurdî kevintir e. ji romannivîsên gelên herêma Rojhilata Navîn Necîb Mehfûz ê Misrî, Orhan Pamûk ê Tirk xelat wergirtin, rojekê xelatgirtin bibe dora me jî? mikun e? pêşbîniyên we, fantaziyên we? Tengezar Marînî: Ez nizanim, ka dê Xelata Nobêl mercên wê bêne guhertin an na?, Lê Kurd jî divê jiyanê û wê meydanê de ne. Belkî kêmasiya me, ku bizava wergerê kêm e û cîhanê gelek agahî li ser toreya me nîn e. Me kurdan jî çu startîjî bo pêşvebirina toraya xwe nîne, ji bilî
wê jî me bi project û konsept kar nekiriye, daku em bikaribin toreya xwe bi cîhana derve bidin naskirin û xwendin. Eger derfet bibe û merc baştir bibin, bo çi wê nivîserê kurd xelat ên edebiyatê wernegerin? Rukiye Ozmen: Pirsên me ev bûn, zor spas! Tengezar Marînî: Spas xweş!