Romana kurdî her diçe bi hejmar zêde dibe û bi naverok dewlemend dibe. Ev pêşveçûn keyfa min tîne. Dema ez dibînim li romannivîserên kurd yekî din jî zêde bûye, ez zûbizû romana wî romannivîserê kurd dikirim û dixwînim. Li bakurê Kurdistanê hêj yek romannivîsera jin tune, ev jî ji bo min xemgîniyeke û herweha ji bo edebiyata kurdî kêmaniyeke. Bi hêviya ku roj were xwendevanên kurd romanên kurdî yên romannivîserên jin jî bixwînin. Romannivîserê nû Hesen Huseyin Denîz bi romana xwe ya bi navê ”Hêvî her dem heye” ket nav refên romannivîserên kurd. Dema min navê Hesen Huseyin Denîz li ser romana kurdî ”Hêvî her dem heye” dît, rojnamevanê kurd ku her tim bi kurdî dinivîsî û navê wî Huseyin Denîz bû hate bîra min. Di salên nodî de Huseyin Denîz di rojnama ”Welat” de tim bi kurdî dinivîsand. Di wan salan de kuştinên qesasên nediyar (lê ji alî kurdan ve diyar bû) gelek pêk dihat. Bi sedan kurdên welatparêz, rewşenbîr, siyasedmedar, rojnamevan, nivîskar, bazirgan û hwd bi destê hêzên dewleta kûr –herwekî ”tît”, ”jîtem”, ”ergenekon”, ”xizbûllah” û yd) ve hatine kuştin. Rojnamevanê kurd Huseyin Denîz jî bi şêweya qesasê nediyar hate kuştin. Ew şehîd ket, lê navê wî û nivîsên wî dijî. Hesen Huseyin Denîz birayê wî ye û ew ji bo navê wî bide jiyandin vî navî li xwe daniye? Baş kiriye. Xwezî kurtejiyana anku jînegeriya romannivîser Hesen Huseyin Denîz di pirtûkê de hebana. Weşanxaneyên kurdan hêj jî bi şêweyeke amatorî û bêzanîna pîvanên weşangeriyê û bêzanîna karê bazirganiyê, bazirganiya weşangeriyê dikin. Dema weşanxaneyeke kurdî pirtûkeka nivîskarekî kurd a yekem diweşîne, divê kurtejiyana nivîskar jî li pêş yan li paşiya pirtûkê, yan jî weke ku xelkên din dikin li paşiya berga pirtûkê biweşîne. Divê di pirtûka yekem a nivîskarekî de kurtejiyana nivîskar û wêneya wî/wê hebe. Min di nivîseke xwe yê derbarê romanê de gotibû nivîskarên kurd yên romannivîser gelek in, lê yên ku rêzeroman dinivîsin hindik in. Wek hej131
mar rêzeromanên kurdî jî hindik in. Romana nivîskarê kurd Hesen Huseyin Denîz weke rêzeromanê ye. Ew dê çend cîld be nediyare. Di dawiya romanê de hatiye nivîsîn ”dawiya berga yekem”. Yanî ew dawiya cîlda yekem e û berdewama wê heye. Weşanxanê yan jî nivîskar di şûna cîld de peyva berg bi kar aniye. Yanî di şûna ku bibêje ”cîlda yekem” yan jî ”pirtûka yekem” gotiye ”berga yekem”. Berg navê kapaxa pirtûkê ye, lêbelê diyare dibe ku li şûna cîld jî bê bikaranîn. Navê romanê jî navekî balkêş e. Ev pirtûk romane, ceribandin –deneme – yan jî vegotin – anlatî – nîne. Herweha gotarên siyasî jî nîne. Navê ”Hêvî herdem heye” ji bo pirtûkeka ceribandinê, gotarên siyasî, vegotinên rojane û bîranînê navekî baş e, lê ji bo romaneke edebî ev nav lê naqunce. Xwezî navê vê romanê weke sernavê vê nivîsa min bana. Yanî navî ”hêviya birîndarekî çekdar” yan jî ”hêviya çekdarekî birîndar” bana. Ji xwe naveroka romanê û bûyera ku di romanê de tê ravekirin li vî navî diqunce. Beriya ku ez behsa naveroka romanê bikim û romanê bi xwendevanên kurd bidime nasîn, ez dixwazim bi çend gotinên gelemperî bala xwendevanan bikşînim ser şerê çekdarî ku ev bîst û pênc, sî salin bi şêweya şerê gerîllatiyê û bi metoda çalakiyên partîzanî tê meşandin. Ev şerê çekdarên – gerîllayên – kurd ku 25, 30 sal in bi hezar zor û zahmetiyan dimeşe û heta niha hatiye domandin. Şer hêj jî didome û diyare heta ku pirsgirêka doza netewî a kurd çareser nebe dê şer her berdewam be. Çekdarên – gerîllayên – kurd canfîdan e, fedekar in, xwedî bîrûbawerî ne û vîneke wan a bêpayan heye ku ewqas sal li serê çîyan, di jiyaneke zor û zahmet de, tî û birçî, di sar û sermayê de dijîn û li gor îmkanên xwe çalakiyên leşkerî pêk tînin. Yekî ku canê xwe dayne holê û mirina xwe bide berçav û biçe qada şer û di nav şer û têkoşînê de cihê xwe bigre, ji wî/wê fedekartir tune. Ew, anku çekdar digel min û digel gelê kurd bi qîmet û rûmet in. Niha ezê behsa naveroka romana nivîskarê kurd Hesen Huseyin Denîz ya ku navê ”Hêvî her dem heye” bikim. Her însan nikare bibe gerîlla. Gerîllatî pir zor e, zahmet e, karê herkesî nîne. Wek min berê jî gotibû, fedekarê herî mezin kesên ku bûne gerîlla û li çiyan dijîn û şerê çekdariyê dimeşînin û herweha jiyana herî zor dijîn. Mirin hergav li pêşberê wan e. Însanê ku mirina xwe bide ber çavên xwe û bibe canfîda, ji vî fedekartir tişteke din tune. Kesên ku bi riza dilê xwe, ji bo bîr û baweriya xwe, ji bo azadiya gel û rizgariya welatê xwe jiyana xwe dayne holê, bibe çekdar /pêşmerge, gerîlla-, mirinê bidin ber çavên xwe û bibine canfîdayê doza gel û welatê xwe, ew kesên bi qîmet û rûmet in û divê hurmeta herkesî,
ya tevahiya gel ji wan re hebe. Gelê kurd li bawermendên fedekar, canfîda anku li çekdaran xwedî derdikeve, piştgiriya wan dike. Min hinek pirtûkên bîranîn û serpêhatiyên çekdaran – gerîllan – xwend û min hem li ewropayê û hem li başurê Kurdistanê hinek gaziyên kurd –ku di şerê çekdarî de birîndar bûbûn – dît. Min bi çekdarên kurd ku li çiyan di şerê gerîllatiyê de birîndar bûbûn re xeber da, ez bi wan re axifîm. Wan behsa jiyana li çiyan û behsa birîndarbûna xwe kirin. Jiyana heryek çekdarek dikare bibe romanek. Di qalkirina wan gaziyên kurd de tişteke din ku bala min kişand ev bû ku; dema ew birîndar bûne, bi halê xwe î birîndar gelek zahmetî kişandine, di berxwede dane, bi rojan tî û birçî mane û weke mucîzewî xilas bûne. Bîrûbawerî, vîn û îradeyeke ewqas qihîm bi mirov re tunebe, mirov nikare ewqas diberxwede bide. Çekdarekî birîndar digot ”Ez birîndar bum, sê roj li ser piştê di nav cuwek –cuwa avê – de li erdê mam. Piştî heft rojan hêj hevalan ez dîtim û ez xilas bum. Di wan heft rojan de zor û zahmetiya ku min dît, tî û birçîbûnî, tirsa girtinê û mirinê û jiyandin wisa hêsan nebû.” Romana Hesen Huseyin Denîz jî bi ravekirina gerîllayekî birîndar dest pê dike. Di navbera leşkerên ordiya tirk a dagirker û çekdarên kurd de şer derdikeve. Lehengê romanê birîndar dibe. Ew ji alî halîkopterên kobra ve tê birîndar kirin. Gelek çekdar jî têne kuştin. Ji bo ku ew ji lingê xwe birîndar bûye, li erdê ye û nikare rê biçe. Ew du roj li erdê tî û birçî dimîne. Başe ku li erdê berf heye û ew berfê dixwe. Yê birîndar cixarekêş e, lê paşê tituna wî diqede. Birîna wî nêm digre. Ew birîna xwe – ku gelek diêşe – paqij dike û dipêçe, birînê girê dide. Lehengê romanê bi halê xwe ê birîndar li benda hevalên xwe ye ku bêne û wî bibine. Lê hevalên wî nayên. Xewa wî tê, ew dibe xilmaşê xewê. Hinek radize, xewn dibîne. Dîsa şiyar dibe. Xewn û xeyal dibine misaletê wî. Dilê wî diçe cixare kişandinê, lê titun, cixare tune. Birçîbûnê jî bandora xwe daniye ser. Ev şev jî wexta wî bi xewn û xeyalan derbas dibe. Piştî sê rojan du hevalên wî yên çekdar di wir de derbas dibin, wî dibînin. Lê, ji bo ku cihê ew li wire asê ye, nikarin wî ji wir derxin. Ew wî li wir dihêlin û jê re dibêjin”em ê di vegerê de bi gelek hevalan re bên û te ji vir derxin û bibin.” Lehengê romanê ê birîndar dîsa li erdê, li ser piştê, tî û birçî ye. Bi herdu hevalên wî re nan û cixare tunebû ku bidinê. Ew bê nan û bê cixare li wir di nav xewn û xeyalên xwe de dimîne. Naveroka vê romanê bi tevahî li derdora ê birîndar derbas dibe. Ji xwe
roman ji xêra meraqa gelo gerîllayê birîndar dê çawa xilas bibe xwe dide xwendin. Roman di atmosfereke monoton de bi zahmetî tê xwendin. Romaneke sekane ye, herîkbar nîne û ravekirina wê pir giran dimeşe. Mirov nakşîne nav xwe û xwe bi mirov bi hêsanî nade xwendin. Ji xeynê meraqê tişteke din ê balkêş têde tune. Xewn û xeyalên ê birîndar tiştên virde wêde ne û bala mirov nakşîne, mirov bi romanê ve nade girêdan. Roman di hêla taswîran de, di ravekirina cih û waran de, di qalkirina dar û beran de dewlemend e. Nivîskarê romanê di ravekirina taswîra xwezayê –natur, tabîat-, heywanên xwezayî, qalkirina kurm, dar û ber, devî û newal, birîn, xwîn, nêm û herweha taswîra gelek tiştan de biserketiye. Wî jî weke romannivîser Yaşar Kemal (nivîskarê zimanê tirkî ê kokkurd) taswîra tiştan gelek dirêj kiriye. Ji xwe diyare ku di hêla ravekirina taswîran de bandora Yaşar Kemal li ser heye. Wek mînak; taswîra ku birîn nêm digre, kurm dikeve birînê, paqijkirina wê û ji berfa mayî çawa kurm çêdibe, taswîreke gelek baş e û balkêş e. Tişteke din ku bala mirov dikşîne û mirov bi vî halî diêşe, birîndarbûna li serê çiyan e. Dema li serê çiyan leşkerên ordiya tirk birîndar dibin, helîkopter têne wan hildigrin û dibine nexweşxaneyê. Dema ku çekdarên kurd li serê çiyan birîndar dibin, gelek êş û zahmetî dikşînin. Rêxistina hêza çekdaran ji ber bêîmkanî, ji ber şert û şûtên zahmet, nikarin alîkariyekî lojîstîk pêk bînin. Çekdarên serê çiya bi rojan li çiyan tî û birçî dimînin, lêbelê ew xwedî bîrûbawerî û vîneke bêpayan in û lewre jî li serê çiyan wek şêran dijîn. Helbet her însan newekhev e û weke ku di romanê de tê qalkirin, hinek çekdar –gerîlla- ku nikarin di şertên zor û zahmet yên li çîyê de bijîn, direvin û diçine teslîmê hêza dijmin dibin. Di romanê de lehengê romanê ê birîndar, gelek fîgur, dixtor –bijîjk- û gelek çekdar – gerîlla – û fermandarên gerîllan hene, lê navên wan tunin. Ev roman weke romana bênavan e. Di nav hêza çekdaran de lehengên bênav pirin. Lê, xwezî lehengekî bi nav jî hebana. Ez hêvîdar im ku di cîlda duyem de, êdî lehengên binav jî derkevin holê. Bi xeyalî be jî, divê lehengên çekdar yên bi nav bêne afirandin. Hinek nivîskarên ku heta niha li ser çekdarên serhildêr –gerîlla- çend pirtûkên çîrok û roman nivîsîne, bi xeyalî be jî yek lehengekî bi nav –bi nav û deng – neafirandin. Heger wan weke Robîn û Vîyan – du lehengên rêzeromanên kurdî yên ku min nivîsiye û di van herdu romanên min ên bi navên ”Robîn” û ”Kod Nav Viyan” de serlehengin” – du lehengên çekdar biafirandana dê gelek balkêş bana. Belê, romana bi navê ”Hêvî her dem heye” ya nivîskarê kurd Hesen Hu134
seyin Denîz bi birîndarbûna çekdarekî dest pê dike, çekdarê birîndar hêj nehatiye xilaskirin cîlda wê ya yekem diqede û hêj jî çekdarê birîndar li şûna xwe ye û li benda hevalên xwe ye ku bêne wî bibin. Roman, romaneke ravekirina şer û têkoşîna çekdaran – gerîllan – e û rengê wê yê siyasî heye. Lêbelê di hêla siyasî, felsefî, metodên şerê çekdarî, ramanên îdeolojîk û polîtîkî û herweha ravekirina bûyerên sosyal civakî û jiyana gerîllatiyê ve romaneke qels e. (Ez hêvîdarim ku di cîlda duyem de qalsiya di van hêlan de ji holê bê rakirin û bi şêweyeke serketî bêne ravekirin.) Romanên siyasî, ramanî divê di hêla felsefî de xurt bin. Romanên şerê çekdariyê, têkoşîna gelêrî û xebatên rêxistinî û çalakiyên partîzanî divê bi hareket bin, tê de heyecan û macera hebe. Leheng û fîgurên romanên weha bî hareket bin, xwîngerm bin, di serê wan de macerayên curbecur derbas bibin, dê bi herikbariya xwe xwendevanan bikşînin nav xwe. Monotonî û gerîllatî bi hevûdu nakeve. Bi hêviya ku di pirtûka duyem a berdewama cîlda yekem de hareket, macera, heyecan, şer û pevçûn, xebat û têkoşîn û herweha lehengên bi nav hebin.