Nivêsîn li ser diyarde û her livînek a civakî, evca ew diyarde çi di wêjeyî, civakî, ramyarî, olî, felsefî û sincî de bin. Gereke mirov li sedem û binwaşên wan bikole, da mirov bikarit, kevaleke xweşik û tekoz bo bikêşît, eger ne mirov dê kevit pêla tem û mijiya mijarê û rastî wê berze bibin û mafê wan afrandkaran û bilîmetan wê hinda bibit. Ji ber hindê gelek ya fere, ku mirov li sedemên bûyne palder û hander bigerhit. Wêjeya Kurdî, mîna wêjevaniya cîhanê, di nawskên perestgehan da şaperên xwe lêkdane û beref asmanê afrandinê firîne. Sewdaliyên peyvên nazik û dilveker li ber kiziya çira yên perestgehê peyvên xwe li hev anîne û helbestên nazik vehûnanadine, kirine diyarî bo dilgermên evînê û kela dilî pê hêwir kirine. Her li ber kiziya çirayê mizgeftê bû, mîrê helbestvaniya Kurdî Melayê Çizîrî, helbest vehûnanandiye û paşî bûye diyarde û li her aliyakê Kurdistanê, mela û şêxên Kurdan keftine ser rêça Melayê Çizîrî û mala wêjevaniya Kurd avakirine. Helbestê ciheke pîroz bo xwe di nav qada çanda Kurdî da girtiye, û heta radek baş kariye, derbirînê ji hest û nestên mirovê Kurd biket û gelek diyarde û rûdanên dîrokî, civakî bo me nemir biken û mîna dîdevanek bîrtûj, wan rûdanan û werçerxên dîrokî bo nivşên paş xwe bihêlît. Ji wan rûdanên dîrokî, rûdana Kela Dimdimê ya ku helbestvanê Kurd yê mezin Feqiyê Teyran nivêsî û ev lehengiya azadîxazên Kurd yê tucarî nîrê zordariyê nepejirandî û napejirînît, beramaberî leşker kêşiya Şah Îsmaelê Sefewî. Kanê çewan wan şêre mêran di Kelê da li ber xwe dida û ta dûmahiya dilopa xwîna xwe berxwedan kirin û şûrhe û dîwarên Kelê bi xwîna xwe nexşandîn û bi çi awayî radestî nepejirandî. Ew êş, azar û kovan Feqiyê Teyran bi awayek lîrîkî (strankî) vehûnandiye û gelek bi hêsanî dihêt xwendin û ezberkirin û deme evro jî mirov dixwînît, kele girî henasa mirovî dibirit û çav dibin
kaniyên firmêskan û rû dibît zevyeka bêav ya qeşavî. Bivê soz û hest saziyê helbestê kariye bo xwe cihek taybet li cem Kurdan biket û mirovên helbestvan mîna mirov çak û xweştiviyên Xwedê dihatin niyasî û xwedî rêzek gelek giran bûn di nav civaka Kurdî da, her jiber vê yekêye helbestê kariye heta evro jî cihekê taybet bo xwe dinav qada wêjevaniya Kurdî da bigrît û hêj ev dil germî û rû soriya xwe ji dest nedaye û teşiya wê hêj gelek ya şaryaye û libaye, eger çî gelek guhertin û werçerxên bi bahoz keftine tevnê jiyarê û xolkê hertiştî nemîna caran hêlaye û gelek hizir, boçûn, diyarde, ol, sincên civak, rewiş, tîtal… hd, di kotela wan bahoz û guhertinan da berba kirine. Xortiya pêla van guhertinan bûye sedem ku wêjevanên Kurd di nav van gêleşokan da li hindek alavên din bigerin, da bikarin serederiyê di gel van mijarên ku heta dûhî li civaka Kurd de havî bûn, biken. Ew alav jî rojname bû ku bûye penageha wêjevanên(rewşenbîrên) Kurd. Helbet, mirovî ew şiyan nînin ku gişt laperên rojnamê bi helbestkî dagirît û serderî di gel lêşawa mijaran biket, ji lew rêk bo pexşanê hate raxistin û ew baladestiya helbestê ku heya wê rojê hebû û gişt koçkên malan, mizgeftan pê rewşen kiribûn, ala ji dest hate daxistin û pexşan bo mîra alava derbirînê û cihê xwe di nav qada wêjevaniyê da bi şengistên qayîm û xwerist danan. Serkêşê ev guhertine anîn nav qada çanda Kurdî û li gor dîtina gelek zana û bisporên Kurd ku eger em destpêka çerxê hişyarbûn Kurd û modernizim di çarçovê kultorê Kurdistanê diyar û dest nîşan bikeyn, wî demî hemî derwaze û rêk diçine ber dergehê Rojnama Kurdistan (22.04.18981902) û binemala Bedirxaniyan. Bêgomane, ku Rojnama Kurdistan binwaşê rojnamegeriya Kurdî û nûjenkirina hizra Kurd kiriye û her ji ber wê yekêye ku roja 22.04 bûye, roja cejna rojnamegeriya. Piştî vê werçerxan a pir bi wate û şengiste qayîm a çanda Kurdî, nûjen bûn û moderenizimê hemî layên civaka Kurdî vegirtin û li pêşiya giştan jî wêje bû. Weke dihêt zanîn, berî derkeftina Rojnama Kurdistan, sîmayê çanda Kurdî helbest bû, û cihê pexşanê û texlîtên din yên derbirînê, gelek yê berteng bû, lê piştî rojnamegerî hatiye nav qada çandê, ev cihe, anku serkêşiya çandê ji helbestê hate wergirtin û sedemên nuh bû texlîtên din ên derbirînê hate cih û mewdayê derbirînê berfireh bû çanda Kurdî wekî ya piraniya miletên rojhelatî, kefte çerxa gohertinê, û birêka rojnamegeriyê rewşenbîr û wêjevan bihevre hatine girêdan û hay ji hev hebûn û pêk gohertina hizir û raman bû sîmayê kultorê Kurdî. Ev werçerxa ho gerim û tewjimdar heta dawiya şerê yekê ye Cîhanî, berdewam bû. Lê piştî Kurdistan ji layê hêzên kolonyalîstên Birîtanî û Ferensî ve hatiye
parve kirin li ser dewletên Îraq, Turkiya, Îran û Surya, ev gohartine hate singe pê kirin, û bivê yekê çanda Kurdî gorzek gelek giran xwar û rewşenbîrên Kurd ji hev hatine veqetandin û zêdebarî fermanên qedexekirina Zimanê Kurdî, ku van dewletên taze çêkirî bi hemû hêza xwe, pêkolên qerisandin, jinav birin, berteng kirin,keşefirêt kirin, bêtam kirin, hejar kirin... li dijî ziman, dîrok û wêjeya Kurdî dane xebitandin. Salên piştî şerê yekm yê Cîhanî, mirov dikarit bêjît, salên singepê ya çanda Kurdiye û şokek gelek mezin bi rewşen hizrên Kurd keft, ew dilgermî, vîn û hesta pêşvebirina miletê Kurd ji hemû layan ve, bi parve kirina Kurdistanê, hate xtimandin û dirbek giran bivê bizava moderinxaz keft. Beramberî vî gorzê ho yê giran, we ne bît, ku rewşenhizrên Kurd destdahêlay mabin û nîrê keftinê, pejirandibit! Nexêr, belku jiberê rijdtir keftine ser qada kêferatê û ew çirayê Mîr Mîqdad Bedirxanî helkirî, her ew çira Li Sûleymaniyê, Bexda, Beyrut û Şamê hateve helkirin û Hawar, Stêr, Ronahî, Jîn û Gelavêj û...helbûve û ew şevtarî kirine şevçira û baxê çanda Kurdî rewşenkirin. Roman li başurê Kurdistanê. Weke dihêt zanîn, ku Roman berhem û nîvişkê çerxê rewşengeriyê ye, û çerxê rewşengeriyê hê li Kurdistanê bala dest nebûye û sedemên vê yekê jî parve bûna Kurdistanê û ew qedexeyên li ser çand û Zimanê Kurdî, ku ji layê dagîrkerên Kurdistanê ve bi yasayê hatîne mohir kirin, wekiriye ku rêka moderenizmê bi awayek asayî nekvît rê, û werbike ku rewşenhizrên Kurd barapitir ji şiyanên xwe terxan bikin bo xebata ramyarî (siyasî) û tevî partiyên ramyarî bûn û sergermî xebata çekdarî bûn li dijî hêzên dagîrker. Me berî niho got ku piştî şerê yekê Cîhanê û parvebûna Kurdistanê li ser çar dewletên ji hev cuda, êdî xebatên çandî jî ji hev hatin veqtandin û xoseriyek taybet bo sîmayê her parçekê û peyvên Bakur, Başor, Başurê rojava û Rojhelatê Kurdistan hatine nav baxê çanda Kurdî, û her parçekê sîmayê xwe yê taybet yê wêjeyî girt, bivê yekê şokek mezin li rewşenhizrên Kurd keft û ev şoke bo sedem ku hinekî xebatên çandî li Kurdistanê bikevin kotel û zivrokan û renge xetimînek lê xûya bibit. Di ser van sedemên li jor anîn ziman, çerxê rewşengriya Kurdî li her parçek li gor mewday û derfetên hey eger bigavên kûsî be jî lê her ya berdewame û ew çirayê pêşengên vî karwanî helkirî maye geş û hel, Kurdistan bêy çevçira nehiştine. Li başurê Kurdistanê ev şevçira tim maye geş, heya evro jî hê yê geşe û çirîskênvî çirayî sinorên bixortî hatîne kişandin, diçirînit û silavî Meha138
bad, Amed ûQamîşlo diket. Di jiyara her miletek û netewekî de, hinek qonax didiyartir û bala berztir dixûyên û li başurê Kurdistanê jî ev yek gelek bi zeqî diyare, ew jî qonaxa salên 1930 heta destpêka şoreşea 11.09.1961ê ye ku bi qonaxa hişyariya netewî û çandî dihêt niyasîn. Ev qonaxe di dîroka çanda Kurdî de li başurê Kurdistanê bi qonaxa damezirandin a hîmên çanda Kurdî dihêt naskirin û nexisme piştî belavbûna Kovara Gelawêj (1.12.1939-1949)ê ya ku sernivîser wê nivîsevan û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed (1914-09.04.2000)bû. Kovara Gelwêj gelek pûte dida wêjeya Cîhanî û gelek berhemên nivîsevanên Cîhanî li wêjevanên Kurd aşina kirin û bandorek erînî li ser wan dihişt û ev diyarde gelek di berhemên wêjevanên wê demê da xûya dibit. Helbestvanên mîna Fayîq Bêkes, Abdullah Goran, Dildar, Şêx Nurî Şêx Salih û.... li ser laperên vê Kovarê berhemên belav dikirin. Îbrahîm Ehemedî çîrok û helbestên di Kovarê de belav dikirin, lê nahêt zanî kanê sedemên nebelav kirina ronama xwe ya yekê Awat û Nahumêdî ku li sala 1933ê nivêsîbû li ser laperên Kovara Gelawêjê belav nekir, dibe ku sedemên wê yekê ramyarî bin û wî nexstibe Kovarê bêxe tengezariyan, ewî berdewamiya Gelawêjê bi fertir dîti bit. Îbrahîm Ehmed ji nivîsevanên here bijartê yê wê demêye û gelek bi germî mijûlî xebatên wêjevanî bû û çîroknivês û helbetvanek desthel bû, lê mixabin xebata ramyarî ev şehsiwarê wêjeyî bo layê xwe rakêşaye û nivîsîn li ba wî bûye lawekî û tev şiyanên xwe êxistine warê ramyarî û Kurdperwriyê. Bo cara yekê roman xo Janî Gel li sala 1972ê belav kir û ev sale, sala ji dayîkbûna romana Kurdî li başurê welatî dihêt hejmartin û ev romane hatiye wergerandin bo gelek zimanan. Herçende berî romanên din jî hebûn ku berî Janî gel nivêsîbûn mîna romana Awat û Nahumêdî ku li sala 1933ê nivêsîbû, Dirk û Gul (Histî û Gul) sala 1961, Jiyan û Xebat sala 1961, Herzekarî û Hejarî sala 1972. Piştî van hewildanên Îbrahîm Ehmedî, hêdî, hêdî romanê cihê di nav mêrga çanda Kurdî li başur girt û ji salên 1980ê virde slane bireka baş roman dikevin piyasa wêjeya Kurdî navên mîna Hisên Arif, Mehemed Mewlud (Mem), Şêrzad Hesen, Heme Mukrî, Abdullah Serac û... ji salên 1990ê vidre jî mirov dikarit bêjit ku romanê li başur ser ji gişt texlîtên din yên wêjeyî standiye û bala destiya xwe diyar kiriye û navên mîna Bextiyar Alî, Ceza Çingiyanî, Muhsin Ebdulrehman, Sebrî Silêvaney, Hesen Silêveney, Tehsîn Navişkî û.... navên geşin li başurê Kurdistanê. Mirov dikarit pişt rast bêjit ku niha li başurê Kurdistanê roman û nivîsîna
romanê bûye diyarde, cihê hejiyê xwe di nav wêjevaniya Kurd de girtiye û ne bi awayek berdayî hatine nivêsîn û bûye diyardek xoser û xwediyê sîmayek Kurdewariye û ji layê têm û forman ve jî hîç ji romanên hevsû û Cîhanê kêmtir nîne û belkî mirov bê dudilî dikarit bêjit ku romana Kurdî ji ya hevsû yên me pêşdetire û yên gilyan dikin û kêlinciyên jehrîn li kêleka romannivêsên Kurd didin, kulewariya wan û kêmzanîna wan berû dibit, di der mafê romana Kurdî da.