Demeke dirêj e, Kurd û Tirk Seîdê Nûrsî nîqaş dikin. Piştî ku Îslamiya Siyasî li Tirkiyeyê serweriya xwe bidest xist, ev nîqaş her çiqas carinan ji bo rûbirûhatina rabirdûyê were rojêvê jî, zêdetirîn armanca bihêzkirina Îslamiya Siyasî di xwe de vedihebîne. Îslamiya Siyasî, ji pişta Nûrsî cebilxana bibandor û neferên nû dişîne eniya têkoşînê! Ceme´eta Gülen jî, li vir serkêşiyê dike. Yê ku alaya Seîdê Nûrsî jê dewr girtiye û di çarçova armancên xwe yên nijadperestî de bênder kiriye û ger gotin di cihê xwe de be, ´ji nû ve afirandiye´ Fetulah Gulen e. Ji aliyê Fetulah Gulen ve îstîsmarkirina Seîdê Nûrsî nîvsedsal e, didome. Mînaka vê îstîsmarê ya dawî jî, fîlma bi navê „Mirovê Azad“ a ku tê de jiyana Seîdê Nursî tê vegotin, e. Bi vê fîlmê di eslê xwe de dixwazin Seîdekî din derxînin pêşberî Gelê Kurd. Li vir portreya mirovekî ewliya, ango portreya oldarekî tirkîparêz û dewletparêz xêz dikin. Ji xwe ev Seîdê ku ceme´et dixwaze wiha bîbîne û wiha şanî bide, ye. Di eslê xwe de aliyê rasteqîn ê vê yekê jî heye. Ew Mele Seîdê ku demekê Saîdê Kurdî bû, li gundê Norsa Xîzanê hatiye dinê. Ew Mele Seîdê Norsî ye. Nors, ji gelek Gundên Ermeniyan ên Xîzanê yek e. Wateya wî ya bi ermenî jî „nû“ ye. An go tê wateya „Gundê Nû“. Mele Seîd, ev Paşnavê Norsîtiyê wek hemû Kurdan, ji kevneşopiya malbatî, eşiretî û herêmtiyê girtiye. Lê Navê Gundê Norsê di demekê şûn de, nemaze di kuliyata ´Rîsale î Nûr“ de wek `Nurs´ hatiye guhertin. ´Gundê Nû´ yê Ermeniyan bi derba qelemekê re bûye ´Gundê Nûrê´ Mele Seîd li ser vexwendina waliyê Wanê, hatiye li Wanê bi cih bûye. Ji bo wî xaniyek û ji bo wazên wî jî mizgeftek(Mizgefta Norşîn) hatiye terxankirin. Mele Seîdê Meşhûr ê xwedî rewanbêjiya bihêz, qapasîta darazî, jîr û hazircewab, ji bo ´propogandaya şerê pîsîkolojîk ê di navbera Tirkan û Ermeniyan de, hatibû vexwendin. Ji bo şkestina
hêza propoxandeya neteweperst û nemaze papazên Ermeniyan a bi bandor ku di dêrên Ermeniyan de xwe birêxistin dikirin, kêmtirîn be jî, bi armanca gelê bisilman ji vê propoxandayê were dûrxistin, ev erk dabûn Mele Seîd. Û meleyê ciwan ev erka xwe bi layîqî jî anîbû cih. Xutbeyên wî di demeke kurt de li bajêr rojev afirandin û gel kirin bin bandora xwe. Meleyê ku gelekî mêla wî li ser xwendin û lêkolînan bû, di salên ku ji Hîzanê nû hatibû, de, di mistewayeke dexesî de parast, ev li hemû qadên jiyanê belav kir û di wê demê de xwe wek Mele Seîdê Kurdî da nasîn. Bi rastiya ku nezanî û parçebûnî dijminê gelê Kurd ên herî mezin in, tevgeriyabû û giringiyeke taybet dabû hîşyarbûn û yekîtiya gel. Ji ber vê hîndê daxwaz kiribû ku zanîngehek bi navê “Zehra“yê li Wanê were damezirandin. Dîsa daxwaz kiribû ku divê hemû Kurd li dor Xelifeyê Îslamê li hev bicivin. Îtîhat û Teraqiyê jî, çengel avêtibû Seîdê Kurdî yê ku li dij propogandaya Ermeniyan ji aliyê dewletê ve hatibû peywirdarkirin. Ew tevlî kongireya vê rêxistina xwînî ya ku di sala 1908´an de, li Selanîkê hatibû lidarxistin, bûbû û li wir bi wan re yekîtiya çarenûsê pêk anîbû. Tê îdîakirin ku ew bûye endamê Rêxistina “Teşkîlat-î Mahsûsa“, ya ku tevkujiya Ermaniyan pêk aniye. Ji xwe Selefiya Siwaran a ku bi xwe jî fermandariya wê kiriye, di tevkujiya Ermeniyan de roleke eşkere girtibû ser xwe. Mele Seîdê ku mêla welatparêziyê tê de hebû, di destpêkê de li gor ramana ku Ermenîstaneke mezin ji aliyê Rûsan ve dê were damezirandin û dê rêberiya Kurdistanê jî bidin destê Ermeniyan, tevgeriyaye, ji ber vê yekê, ji Osmaniyan re bidil xebitiye. Piştî Osmaniyan, Kemalîstan jî ev ramana, bi gotineke rastirîn ev tirsa bi kar anîn û Kurd dan cem xwe û piştî tûnekirina Ermeniyan, bi pêsîra Kurdan ve zelîqîn. Hatibû gotin ku piştî ´Zo zo´ yan dê dor were ´Lo lo´yan. Wisa jî bû. Lê Mele Seîd piştî têkçûna Osmaniyan û damezirandina Komarê, piştgiriya Komara nû ya ku dest avêtibû pêsîra „lo lo“yan, jî kir. Di serhildana Şex Seîd de bi awayeke diyar pişgiriya rejîmê kiriye.
Mele Seîdê ku di dema Osmaniyan de bûbû endamê gelek komelên Kurdan, di dema Komarê de li Wanê vekişiya înziwayê, lê Rejîmê dîsa jî ew şand ê. Mesela Rejima Kemalîstan a bi Mele Seîd re ne meseleyeke neteweyî bû, ji ber ku Mele ev nasnameya xwe êdî avêtibû. Pirsgirêka bingehîn, nebûna komarê a li gor esasên îslamiyê, rakirina Xelîfetiyê û dawîlêanîna Alfabeya erebî bû! Piştî re bi tevahî xwe dide ser xebatên olî û „Kuliyata Nûr“ê amade dike. Ji xwe di vê demê de wek „Nûrsî“ tê bibîranîn. Mele Seîdê ku wek Seîdê Kurdî dest bi jiyana xwe kir û jiyana xwe wek Seîdê Nûrsî bi dawî kir, bê guman mirovekî oldar î jiyana xwe ji bo Îslamê fedakirî, bi bawer, di vê rê de bi biryar û mirovekî rêzdar bû. Aliyên wî yê herî jar Osmanîtî bû. Wî ji dil bawerdir ku Tirk bi rastî ´Şûrê Îslamê´ne, ji ber vê yekê, bi dil û can piştgiriya Osmaniyan dikir. Berjewendiyên gelê Kurd jî di vê yekê de didît. Rastiya ku `di Osmanîtiyê de pir lîstîk hene´, nedixwest bibîne. Him ew, him jî piraniya pêşewayên Kurdên birêz ên di qirna wî de, bûn goriyên van qelsiyên xwe. Osmanî û Komara paşhatiya wê ku Kurdan pir pê bawer dikirin, di aliyê dijminatiyê de ji Rûsan kêmtir neman. Di eslê xwe de çîroka Mele Seîd îfadeya meqsed diberdemayîna gelek Kurdên saf ên ku di cihê mirov bi gelê xwe û bi hêza gelê xwe bawer bike, de, xwe dispêre dewletên desthilatdar ên dijminê Gelê Kurd û Kurdistanê, zihniyeta wan a tunekirinê û ji wan merhemet û edaletê hêvî dike, ye. Helbet divê mirov jê îbretê werbigire. Wergêr: Fevzi Özmen