Lêkolîn 17 – Payîz 2012

Payîz 2012
Number
17
PDF
lekolin-17.pdf (959.2 KB)

Di vê kovara xwe ya vê carê de, me xwest li ser alimekî nasyar ê Kurdan lêkolînê bikin. Ev alim-zanyar Seidê Kurdî ye. Li ser vî alimî gelek gotin hatine gotin, pir nivîsandin hatine nivîsandin û pir lêkolîn hatine kirin. Di nava vanan da yên pozîtîf jî hene û yên negatîf jî hene, lê li gel van herdu aliyan, bi navdaniyek din eger were gotin, dibe ku baştir cihê xwe bigre; em bawer dikin gelek neheqî û bêbextî li vî însanî hatiye kirin. Li goreyî tê xuyakirin, hinek ji yên bi navê şopdarên wî tên nas kirin, ev neheqî û bêbextiya mezin li vî alimê Kurd kiriye. Yên serê vî karê xerab û qirêj dikişîne cemeata F. Gulen e. Bêbextî û xerabiya herî mezin ew e ku, berhemê mirovekî alim bi naveroka wê, bi orijinaliteya wê were lîstin; hinek gotin û têgîn jê were derxistin û hinekî din lê were zêde kirin. Dema mirov berhemên orîjînal û yên pê hatiye lîstin dide ber hev gelek eşkere dibe ku çendîn pê hatiye lîstin û hatiye xera kirin. Mijara herî giring jî ev e ku, di berhemên Seidê Kurdî de gotinên Kurd û Kurdistanê hema hema hemû jê hatiye derxistin. Şûna van gotinan, valatî bi gotinên olî an jî yên Tirkîtî hatiye dagirtin. Li gel qetlîamên din ên sor û sipî û hwd, ma gelo ji bona vêna jî mirov nikarê bêje qetliama ilim, komkujiya zanistî? Lewma me ev mijara gelek giring dît û me ev lêkolîn xiste nava yek ji karê xwe yê sereke yê Enstituyê yê aktuel. Em bi giranî gihiştin wê qenaetê û baweriyê ku, vî alimî, kar û xebat û xizmetek hêja û berfireh, him li ser dîndariyek rast û him jî li ser netewetiyek zanistî kiriye. Di vî warî de gelek êş û elem û zahmetî jî kişandiye, û heta roja miriye jî, ji vî kar û doza xwe gav paş ve neavêtiye. Bêgûman dewleta Tirka ya faşîst, eha ji ber vê bawerî û helwesta wî, êdî tehamula qebra wî ya li Kurdistanê jî nekirin,

laşê wî rakirin birin, hîn jî ne diyare ku li kuderê ye; weke yê Seyid Riza, Şêx Seid û gelek navdar, rêber û alimên din ên Kurd. Vêja ya mirova gelek aciz dike jî ev e ku; ev munafiqên F. Gulen û şagirtên wî Receb û cemeeta wî , bi navê vî alimê me yê hêja derbê lê dide û vî karê wî yê bi rûmet dixe xizmeta nijadperestiya Tirkîtiyê û dixe xizmeta faşizma dewletê. Hilbet divê mirov gelek nerihet bibe û mirov ji bo rastiyê, weke ku heye derxe meydanê û raxe ber çavan, bi vî awayî gelê me, yên bi van munafiqan hatiye xapandin bikişîne ser rêya rast û ruhê Bediuzzeman Seidê Kurdî jî şad bike. Me jî, rêvebiriya Enstituya Kurdî, ji bo zelalkirin û sererast kirina vê mijarê, weke karekî giring û pîroz da ser milê xwe. Li ser vê bingehê, me bi hinek nivîskar û lêkolineran ra hevpeyvîn kir; weke Mele Şafî, Ronî Alasor, M. Malmisanij û Medenî Ferho. Her wiha di kovara xwe da, me cih da hinek gotarên nivîskar û lêkolîneran jî; weke Mirhem Yîgît, Yusuf Serhat Faik, Zeynelabîdîn Zinar, Gunay Aslan û Gernas Koçer. Em hêvî dikin ku me di vî warî de xizmetek mirovahî pêk anîbe.