Bedîûzeman û Mele Ebdulmutelîbê Gorandeştî

Gernas Koçer

Ji bona hemû civak û gelan, bextereşîya herî mezin yek jê ew e ku dema çarenûsa nivîsandina dîroka gelan, yan jî ya civakan bi destê dijminê wan bête nivisandin. Mixabin gelek dîroknasên bê wijdan û nijadperest, li hemberî rastîya dîrokê xîyanetên mezin kirine û dîrok berûvajî nivîsandine. lewra kesên li dîrokê bêbextîyê bikin, ew dikarin li hemî nirxên mirovahîyê jî bêbextîyê bikin. Pêwîst bû ku her dîroknasek mînanî doktorê sonda hîpokrasîyê xwarî, çawa ku pêwîst e, ew bi peywîra xwe re tu caran xîyanet û cudatîyê neke. Dîroknas û lêkolînvan jî pêwist e, li hember pênûs û wijdana xwe, nirxên dîroka kîjan gelî dibe bila bibe, lê tu caran bêrêzîtî û xîyanetê neke û rastîyê binivîse. Bedbextîyek ya me Kurdan jî ew e ku gelek nirxên me yên dîrokî bi destê dijminê me hatine nivîsandin. Her wiha çarenûsa nivîsandina dîroka gelek navdarên me Kurdan jî bi destê dijminê me hatine nivîsandin. Mixabin ji ber vê çendê em hê jî rastîya kesayetîya navdarên xwe baş nasnakin. Wekî tê zanîn, piştî wefata (Bedîûzeman)Seîdê kurdî cenazeyê wî, ji devera ku lê hatibû definkirin, bi dizî ve hate revandin. Heta niha jî gora wî, li kîjan derê ye nedîyar e. Çawa ku dijminê vî gelî Cenazeyê Seîdê Kurdî ji ber gelê wî veşartin, her wiha ewan xwestin ku nirx û babetên kesayetîya wî jî bi tevahî li ber gelê wî beruvajî bikin. Ta îro jî dixwazin, bi Gelê Kurd bidin bawerkirin ku (Bedîûzeman) xwedî kesayetîyeke bê hempa bû ye û fîlozefekî bawermendê Ola Îslamê bûye. Lê ne xwedî kesayetîyeke kurdperwer bûye. Ji bo azadîya Gelê Kurd jî tu caran nefikirîye. Girêdayî van nêzîkbûnên bi dijminane ve, wekî em dizanin di berhemên Bedîûzeman de jî gelek hevok û gotin hatine xerakirin(tehrîfkirin). Bi van tehrîf û lihevguhertinan hê jî dixwazin serê gelê me tevilhev bikin. Ne tenê li hember cenazeyê (Bedîûzeman) her wiha li hember fikr û ramanên wî jî bêrêziyeke ku mirovahî jê şerm bike heta niha jî didin berdewamkirin. Ew Cemaeta bi navê Nûr ku ew Bedîûzeman ji xwe re qaşo wek pêşengê tevgera xwe dibînin, lê armanca wan ya bingehîn ew e ku di bin navê îslamê de naveroka hemî nirxên

Bedîûzeman ji Netewa Kurd dûr bikin û bidin bawerkirin ku tu têkilîya wî bi mesela kurdperwerîyê ve tunebûye. Di vê mijarê de rola vê tevgerê gelekî mezin e. Lê divan salên dawî de enîya rewşenbîr û nivîskarên Kurd ketine nava hewldan û lêkolînan. Nirxandin, nivîs û agahîyên gelekî grîng derêxistine ber çavan. Ez bawer dikim ta niha jî, ji gelek alîyan ve kar û xebat li ser kesayetî, nirx û rûmata (Bedîûzeman) berdewam e. Ez di wê hêvîyê de me ku di rojên pêşde di vê mijarê de kar û xebat wê wisa pêş bikeve, heta ku li ser Bedîûzeman bîranîn, semîner û konferansên netewî jî çêbibin û her wiha berhemên wî jî di nava xwendevanân Kurd de di beşên olî û felsefê de, di astên herî bilind de bêne xwendin. Da ku bibe bersivek jibo wan misilmanên qelp ew ên ku Bedîûzeman ji xwe re wekî pêşeng dibînin, lê li dijî fikr û ramanên Bedîûzeman yên kurdewarî û li diji azadîya Gelê Kurd in. Her wiha da ku bibe rengînîyek ji bo arşîv û lêkolînên di derbarê Bedîûzeman de hatine berhevkirin, min jî xwest çend agahîyên ku tucaran nehatine nivîsandin û çapkirin û her wiha di nava gel de tucaran nehatine bihistin di vê nivîsê de bidim eşkerekirin. Li gor sistema perwerdeya medreseyan cara pêşîn min li cem Mamoste Mele Ahmed dest bi xwendina beşa bi zimanê `erebî kirîye, her wiha bavên me jî birayên hev in. Mamoste Mele Ahmed niha li Tirkîyê sekreterê perwerda giştî yê Sendika bi navê DİVES´ê ye. Ewî jî piranîya xwendina xwe ya medresê hetanî asta bilind li cem Seydayê Mele Fexruddîn, li gundê Govkana ku girêdayî şaxa Wanê ye, xwendîye. Mamoste M. Ahmed gelek caran behsa wan salên di 1970´î de dema ku li gundê Govkanê dixwend dikir. Pir bi girîng û balkêşî ji me re behsa Mele Ebdulmutelîb dikir. Mele Ebdulmutelîb alimekî gelekî xwurt bûye. Ew li gundê Gorandeştê yê girêdayî şaxa Wanê dijîya. Paş navê wî digotin Mele Ebdulmutelîbê Gorantaş. Ew ji malbateke bi eslê xwe seyîd bû. Mamoste Mele Ahmed pir caran ji me re wiha behsa Mele Ebdulmutelîb dikir. Digot: „M. Ebdulmutelîb; her dû çavên wî hafiz bûbûn û di nava demsalên kaltîyê de dijîya. Lê hişmendî û zekaweta wî gelekî xwurt bû. Di navbera gundê Govkan û Gorandeştê de bi piyan kêm zêde saetek rê hebû. Em pir caran diçûn gundê Gorandeştê. Çiqas em biçûna gund, ji bo zîyareta Mele Ebdulmtelîb em diçûn mala wî û me li sohbeta wî guhdarî dikir. Sohbet û civata wî gelekî

xweş bû. Bi rastî destê mirov ji axaftinên wî ne diqetîyan. Zekaweteke ecêb li ser bû. Heta ku carînan li ser mijarekê ku em hemî jê agahdar bûn nîqaş derdiket, ji me re digot: ´Kurên min, ka filan pirtûkê bînin.´ Me jî pirtûk dianî û wî digot: ´De filan rûpelê vekin û li filan rêzê binêrin.´ Me jî pirtûk vedikir û lê dinêrî û bi rastî jî wekî wî digot wisa derdiket. Em li hember heş û bîrên wî matmayî diman. Lê taybetmendîya wî ya herî girîng ne ev tenê bû. Lewra ew telebê Seydayê Bedîûzeman bi xwe bû. Û bi salan li ber destê wî xwendibû û bi wî re hevaltî kiribû.“ Mamoste Mele Ahmed digot: „Em gelek caran dema em biçûna mala Mele Ebdulmutelîb, me ji wîre digot: ´Seyda ka ji me re behsa Seydayê Bedîûzeman bike.´ Bêhtirîn ji me re behsa wan salên dema ku li Wanê li cem Seydayê Bedîûzeman dixwend dikir. Digot: ´Rojekê Seyda gote min Ebdulmutelîb; navê te Ebdulmutelîb çênabe. Bi kurdî ango Koleyê Mutellib. Bila ji niha û pê ve navê te Abduşemed be.´ Kêfa min jî gelek pê hat û min got: ´Seyda dizane.´ Heta ku ez li cem Seyda Bediûzeman bûm, wî û feqeyan hemûyan ji min re Abduşemed digotin. „ Mamoste Mele Ahmed di derbarê Bedîûzeman de çi agahîyên balkeş û girîng yên ku wî ji devê Mele Ebdulmutelîb bihistibûn û ji min re gotibû, ez jî bi seranser li vir dinivîsim. Mele Ebdulmtelîb dibêje: „Carekê min ji Seydayê Bedîûzeman pirsî.Min got: Seyda; dinava gelde dibêjin,xizir pêxember tif kirîye ser zimanê Bedîûzeman, ji ber vê jî derîyê gencîne (xezîne)ya ilmê li ber wî vebûye û bûye xwedîyê vê seqafet û irfanê. Min got: ´ Seyda, gelo ev rast e?´Seyda Bedîûzeman li min nihêrî û keniya û Got: ´Xweda şahid e, tiştekî wisa çênebûye. Heger qenciyeke Xweda bûbe wesîle ku derîyê gencîne(xezîne)ya ilmê li ber min vekiribe, ew jî Şêx Ahmedê Xanî ye. Lewra dema ku min li Bazîdê dixwend, her car ez diçûm ser gora Şêx Ahmedê Xanî û min pişta xwe disipart kêla wî û min dersên xwe mitale dikirin. Heta ku min li Bazîdê dixwend, her tim karê min ev bû û min gelek pirtûk li ber gora Şêx Ahmedê Xanî xwendin û qedandin. Min xwendina xwe bi vî awayî li wir berdewam dikir. Ez her demî di alîyê manewî de, xwe deyndarê Şêx Ahmedê Xanî dibînim. Ez dibêjim ev ilmê min hemî bereketa wî ye.´“ Dîsa mele Ebdulmtelîb dibêje: "Rojek ji rojên biharê bû. Ez û birek Feqe li gel Seyda Bedîû-

zeman li keleha Wanê digerîyan. Seyda li peşîya me dimeşîya. Em çûn ser cihekî gelekî bilind û xeternak. Me hew dît ku ji nişka ve lingên Seyda ji ber wî xijikîn. Dilê me hate berdevê me. Di wê sanîyê de Feqeyekî hevalê me yê bi navê Mele Seîd, hema pêre bi Seyda Bedîûzeman girt û nehişt bikeve jêr. Piştî vê em bi Seyda re hatin cihekî hêsan, hema li wir du rik´at nimêj kir û piştî nimêjê, bi rengekî devliken ji me re wiha got: ´Ez di jîyana xwe de heta niha du caran bi xetereya mirinê re rû bi rû mame. Yek jê, ev ketina min ya niha bû. Yadin jî, dema ku ez leşker bûm, dîsa dewlet li hember kurdan di nava fikar û gumanan de bu. Komutanekî Leşkerî rojekê ji me pirs kir û got: ´di nava we de Kurd hene?´ Min û zabitekî, me destê xwe rakir û got: ´Em kurd in.´ Komutan bi kîn li me nihêrî lê tiştek ji me re negot. Paşê di demeke gelekî nêzik de ew zabitê Kurd bê ser û şûn winda bû. Dor hatibû min. Min her tim ji xwe re digot: wê niha min jî bibin bikujin. Lê ez bi tesaduf ji nava wê xeterêyê rizgar bûm." Mixabin Seyda Bedîûzeman çawa ji nava wê xeterîyê rizgar dibe, ji me re şîrove nekir. Dema ku em li wanê bûn, me li cem Seyda dixwend, ez û Mele Seîd timî bi Seyda re bûn. Em ne ku tenê wek feqeyên wî bûn, her wiha em ji wî re wekî hevalan bûn. Lewra fikra me ya Kurd perwerî yek bû. Em herdu jî di xwendina xwe de jêhatî bûn. Û bejna me herduyan jî wekî ya Seyda bilind bû. Ji ber vê jî Seyda bi ku ve diçû, dixwest em tim li gel wî bin. Seyda ew yek kiribû mina hinbûnekê. Bi taybetî dema ku ji derve hewa xweş ba. Her roj du caran, sibeh û êvaran me hersîyan wê şal û şapikê xwe yên netewî li xwe bikirana û Seyda jî wê xencera xwe ya di kalan de bixista ber pişta xwe û em ê bi hev û din re li nava sûka Bajarê Wanê bigerîyana. Ji bo ku şal û şapikên me gelek sipehî bûn û bejna me jî wekî hev û din bilind bû. Birastî jî bala bajarîyên Wanê em gelekî dikişandin. Dema ku em bi hev re digerîyan, gelek caran Seyda ji me re wiha digot: ´Armanc lixwekirina van şal û şapikan yek jê ew e ku em bala gel û bajarîyan bikşînin ser xwe û ew jî van şal û şapikên sipehî û cindî li xwe bikin.´" "Dîsa rojekê ez di civata Seyda Bedîûzeman de runiştîbûm, mijara me hate ser neteweyan û kesên baş û nebaş. Min ev ji Seyda pirs kir, min got: ´Seyda, gelo hûn li rewşa Kurdekî Fasiq û Tirkekî Misilman çawa dinêrin?´ Seyda Bedîûzeman

eynî wiha bersiva min da. Got: ´Ez hezar Kurdên fasiq bi qurbana Tirkekî Misilman dikim.´ Dema ku Seyda Bedîûzeman ev gotin got, berîya çûyîna wî ya Stanbolê bû. Piştî hingê dixwaze ji bo hindek daxwazan da ku bi raydarên osmanîyan re hevdîtinan pêk bîne, diçe Stanbolê. Piştî hewqas tengî û tehlî û her wiha ew rewşên aloz yên ku tê de jîyayî, ji serdema Osmanîyan heta bigihîje serdema komara Tirkîyê ka çi bi serê wî tê, piştî van dem û dewranan dîsa Seyda Bedîûzeman vegerîya Kurdîstanê û hate bajarê Wanê. Em wê demê bi sedan telebeyên Seyda Bedîûzeman diçûn serdana wî. Bi dîtina me gelekî dilşad dibû. Rojekê li dora Seyda em gelek kes rûniştîbûn. Seyda jî li ser nijadperestîya gelê Tirk ku çawa li hember kurdan in, diaxivî û her wiha behsa ji hev cudatîya rêwiştê (exlaq)ê Kurdan û Tirkan dikir. Bi taybetî ez rabûm ser çokên xwe û min ev ji Seyda pirsî. Min got: ´Seyda çend salan berî niha, min ji we ferqa di navbera Kurdekî (Fasiq) û Tirkekî Misilman de pirs kiribû. We jî hingê gotibû ku ez hezar Kurdên Fasiq bi qurbana Tirkekî misilman dikim. Gelo niha hûn çi dibêjin?´ Dema min wiha pirs kir. Xwedê şahid e, Seyda hema pêre pêre bersiva min da û got: ´Piştî ku hemî tişt min bi çavê serê xwe dîtin, Ez niha dibêjim, ez hezar Tirkên bisilman bi qurbana Kurdekî fasiq dikim! Dîyar bû ku Seyda derdê nîjadperestan gelekî kişandibû. Wisa ji wan tijî bûbû ku di wê civatê de ev gotin bi vî awayî bikar anîn." Rojekê em û Seyda Bedîûzeman dîsa li gel hev bûn. Min ji wî pirs kir. Min got: ´Seyda di nava civaka der û dorên me de, dibêjin her ku Seyda çûye alîyê rojava û hatî, ew mîna berê, li ser Kurdîstan û kurdperwerîyê naaxive.´ Seyda wiha bersiva min da. Got: ´divê ku mirov tu caran gotinên sebokeran ji xwe re esas negire. Bila mirov Ayetên qurana xweda ji xwe re esas bigire.´ Û Seyda wiha berdewam kir. Got:´Ma di qur´anê de nabêje, (Lîme teqûlûne ma la tefe`lûn). Ango; çima hûn dibêjin, tişta ku hûn nakin? Tişta ku mirov bibêje pêwîst e, mirov wê bike jî. Li gora vê ayetê min li ser Kurdîstan û kurdperwerîyê çi gotibe, ez li ser gotina xwe me.´ Her wiha Mele Ebdulmutelîb digot: „Min Seyda Bedîûzeman, piştî serhildana şêx Seîd jî dît. Di wan demande rewşa Kurdan gelek ne baş bû. Dîsa hêvîyên Kurdan hemî şikestîbûn.“ Seyda Bedîûzeman bi xwe jî ketibû nava rewşekî gelkî aloz. Rojekê ez li cem Seyda bûm û min rewşa wê pêvajoyê hingê ji wî pirsî. Vê gotina Seyda ya hingê bandoreke gelekî mezin li min kir û tu

caran ji bîra min naçe. Gote min Abduşemed; „êdî lingê me ketîye ser sêla sincirî, sed mixabin, min bi ya Şêx Seîd nekir û lewra ev yek hat serê min. Heger min bi ya wî bikira, rewşa me wê pir cuda bûya. Lê ez çi bêjim, êdî feyde nake. 02.03.2012 -Siwisre