Bi kurtî mirov dikare têkiliya ol û zimên wiha diyar bike. Hemû ol vê diyardeya ziman wek diyardeyeke herî pêş û pîroz dinirxînin. Em dikarin li mîtolajiya vejînê ya ‘Gilgamêş‘ û yên din binêrin. Di hemûyan de hêza Xwedayî bi mirovan re bi alikariya zimanekî di nav diyalogê de ye. Di vî warî de mirov dikare mîtolajiya ‘Birca Babîlê’ wek mînakeke herî balkêş şanî bide. Di kitêba pêşî ya Tewratê de serpêhatiya Birca Babîlê wiha ye: Piştî tofana Nuh, mirov ji zarokên Nuh dîsa li ser dinyayê zêde bûn. Di wê demê de zimanê hemû mirovên dinyayê yek bû û axaftina wan jî yek bû. dema ku wan ber bi Rojhilatê ve koç kirin, li herêma Şînarê deştek dîtin û li wir cî û war bûn. Wan ji hev re got: «Werin, em ji xwe re bajarekî û birceke ku serê wê bigihîje ezmên, ava bikin, da ku em nav û dengê xwe derxin; nebe ku em li ser rûyê hemû erdê belav bibin. Werin, em kelpîçan çêkin û em wan baş biqelînin.» Wan weha kir û dest bi avakirinê kirin. Di şûna keviran de kelpîçên wan û di şûna xercê de jî zifta wan hebû. Xweda Mardûk bi niyeta wan dizanî û li wî bajarî û li wê birca ku mirovan çêdikirin, nêrî. Wî ji xwedayên din re got: «Ew hemû yek nîjad in û zimanê wan hemûyan yek e. Wan dest bi vê yekê kiriye û êdî tu tiştê ku bixwazin bikin, ji wan re ne zehmet e. Werin, em dakevin jêr û zimanê wan tevlihev bikin, da ku ew zimanê hev fêm nekin.» Xwedayên din bi ya wî kirin û daketin jêr. Mirovan zimanê hev fêm nekirin, devjenî derket û wan zû dev ji avakirina bajêr berdan û li ba hev neman. Bi wî awayî Xwedêyan mirov li ser rûyê hemû erdê belav kirin. Ji ber vê yekê ji bajêr re "Babîl" hat gotin, çimkî Xudan zimanê hemû mirovan li wir tevlihev kir û bû "bile bila" wan.
Berî hatina Mesîh di sala 586'an de, qiralê Babîlê Nebûxadnezar bi ordiya xwe ve hat û Orşelîm wergirt. Wî sûra bajêr û Perestgeha Xwedê ya ku Silêman padîşah ava kiribû, xera kir, şewitand û gelek mirov hatin kuştin. Nebûxadnezar jî gelek Cihû sirgûn kirin, anîn herêma Babîlê. Cihû li wê derê 70 salî man. Di wê demê de, li Babîlê Zebûr 137 rûpel hat nivîsîn. Heta Zanyar û fîlozofê Grêkî Platon jî di berhema xwe ya bi navê ‘Protagoras’ de qala çîrokeke yan jî mîtolojiyeke afirandinê dike, Di wê mîtolojiyê de li ser ziman wiha dibêje; “Ji ber ku Prometheus nîv mirov bû, bi alikariya hêza xwe ya afirîner dengêkî ku mirov dikare pê derd û kulê xwe bireşîne, da mirovan; piştre jî ji wan dengan gotin pêk anî…” Dema em li pirtûkên pîroz dinêrin, di wan de jî gotinên pêşîn û pîroz li ser ziman in. Heta ziman kilîta baweriyê ye. Mînak, di Quran´ û Încilê de bi dehan ayetên li ser ziman hene. Li aliyê din em awirekê bavên ser ola Mûsevîtiyê. Dema Mûsa li Misrê bû, ola Mûsewîtiyê bi zimanê sembolî yê keşeyên Misrê bû. Ji ber vê egerê zêde kesî ji wan sembolên hiyeroglîfê fêm nedikirn û her wiha jê serwext nedibûn. Paşê di serdema Silêman Pêxember de Tekvîn ji nûve hat sererastkirin û ew jî bi Zimanê Fenîkî bû. 800 salî piştî Mûsa keşeyekî bi navê Ezra Tevratê ji nû ve dinivisîne. Ji wê demê û pê ve zimanê olî yê Îbraniyan dibe aramî. Her wiha heya niha berdewam dike. Wek tê zanîn, yahûdî ji hêla Roma, xiristiyan û misulmanan ve gelek caran ji cî û warên xwe hatin qewitandin. Lê belê yahûdiyan di diasporayê de ziman û çanda xwe bi riya olê berdewam kirin. Dema ku sirgûnê Babîlê jî dibin, ew bi zimanê xwe dinivîsin û wî pêşve dibin. Wek mînak; piştî zayînê di sala 1200´î de li Îspanyayê bi navên ‘Zohar” û “Seferitsire” du şaheserên olî hatin nivisandin. Her çiqasî ew pirtûkên olî bin jî, lê belê bi zimanê yahûdiyan hatibûn nivisandin. Ji ber vê egerê bi dirêjahiya gelek çerxan wan bi saya van xebatan hebûna xwe ya zimanî, çandî û olî heya niha karibûn bidomînin. Disa piştî Îslamiyetê ji dema desthilatiya Emewiyan bigire hatanî xwe bigihêjîne dawiya desthilatdariya Ebasiyan, Ereban bi saya dînê Îslamê piraniya gelên Bakurê Afrîkayê yên wek Qiptî, Dom û Berberi û yd. asîmile kirin û kirin Ereb. Ango bi kurtî em dikarin vê bejin:
1. Dîroz, sirûd û perestiş bi kîjan zimanî be ew ziman baştir xwe diparêze û pêş dikeve. 2. Eger gelek dîroz û perestişê bi zimanên biyanî bike, ew gel ziman û çanda xwe nikare bi pêş ve bibe. 3. Eger li welatekî û di nava gelekî de perwerde bi zimanê dayîkê nebe, an jî perwerdeya zimanê dayîkê tunebe, ew gel nikare xwe ji pişavtin û xwebişavtinê(otoasimilasyonê) bifilitîne. ÊZDÎTÎ Û ZIMANÊ KURDÎ Êzdiyan ziman û gelek nirxên Kurdan yên neteweyî parastine û heta îro anîne. Ji ber ku şêweya jiyana Êzdiyan, ziman, çand, huner, wxarin, cil û berg, dawet, govend, stranên govendê, hemû stran û zargotinên Êzdiyan bi kurdî ne. Kesên ku Êziditiyê diparêzin, di heman demê de nirxên Kurdan yên neteweyî jî diparêzin. Zimanê Kurdî jî, ji bo parastin û pêşdexistina Êzidîtiyê merceke sereke ye. Ji ber ku piraniya qewl, diha û beytên baweriya Êzidîtiyê ango dîroz, sirûd û perestişê Êzidîtiyê bi kurdî ne. Êzidîtiyê mirov dikare tenê bi kurdî bijî. Bi hatina Îslamê li Kurdistanê pergala perwerdeyê jî hat guhertin. Dibistanên wek medrese tên zanîn, bûn cihê perwerdeya bingehîn a ola îslamiyê. Rêzimana Erebî, mercên Îslamê, felsefeya Îslamê, arîtmetîk û hemû dersên din, bi Erebî dihatin xwendin. Xwendina kitêba Pîroz Qur´an bingeh dihat girtin. Nimêj, merasîmên olî hemû bi ´Erebî bûn. Zimanê Kurdî ji bo tegihîştina naveroka van pirtûkên tevlihev dihat bikaranîn. Ango kurdî bûbû zimanekî navgînî î alîkar. Di perwerdeyê de xwendin û têgihîştina pirtûkên kurdî gelekî zor bû. Tenê ji bo têgihîştina zimanê Erebî pêwîstî bi kurdî hebû. Di nav pirtûkên kurdî yên herî têkûz de, pirtûka Meleyê Batî ya ku jiyana pêxember tîne zimên, „Mewlûda Kurmancî“, Ferhenga Ehmedê Xanî ya bi avê „Nûbihar“´ku Kurdî-´Erebî ye, û pirtûka gramera érebî ya bi navê „Tesrîf, Zurûf û Terkîb“´a Mele Yunus bûn. Bi derketina pirtûkên kurdî yên ku Îslam vedigotin û şîrovekirin, re kurdî bû zimanê alîkar ê perwerdeyê. Li gel vê yekê pirtûkên pîroz ên ola Êzidîtiyê ku bi tevahî malê Kurdan in, hema rasterast bi kurdî hatine nivîsîn û hetanî roja me ya îro hatine xwendin û parastin. Kitêbên Pîroz Yên Ku bi Kurdî hatine nivîsîn: Kitêba Cîlwe û
Mishafa Reş in. Rêgezên Êzidîtiyê yên bingehîn di van pirtûkên pîroz de hatine nivîsîn. Herdu Pirtûk jî bi kurdiya kevin û bi alfabeyên kurdî yên taybet hatine nivîsin. Kitêba Cîlwe: Ji aliyê Melek Şêxsîn(Melekê Tawis) ve bi qelema wî û bi alfabeyeke taybet a kurdî û bi zimanê kurdiya kevin hatiye nivîsin. Pirtûka wehyê ye. Nûsxeya wê ya tê zanîn 8 rûpel û 109 rêz in. Dîsa tê texmînkirn ku ev pirtûk B.Z. di navbera 4200 û 2700 salî de hatiye nivîsin. Ev pirtûk zêdetirîn mijarên li ser dustûrên xwedayî û axretê digire dest. Mishafa Reş: „Mishefa Reş“ jî, ji aliyê Şêx Hesen ve hatiye tomarkirin û nivîsandin. Di „Mishefa Reş“ de rêzik û rêgezên ola Êzidîtiyê û avabûna cîhanê, rê û rêbaza bingeha mirovahiyê, hatin afirandina pêxamberê bi navê Adem û Hewayê vedibêje. Ji 152 rêzan pêk tê û bi Alfabeyeke kurdî a bi şîfre, bi zimanê kurdiya kevin hatiye nivîsîn. Di awayê tomarî de ye û zêdetirîn mijarên cihanî di xwe de vedihewîne. Bi kurtasî em di derbarê vê mijarê de dikarin van tiştan bibejîn: 1. Her çiqas dîroz; sirûd û perestişa Êzdiyan bi zimanê kurdî be jî, ji ber ku Êzdîtî ola mîsyoneriyê nîne, nikaribûye bandora xwe li ser hemû Kurdan bike. 2. Ji ber ku beşeke piçûk ji Kurdan li ser ola xwe ya neteweyî Êzidîtiyê mane, hikariya wan li ser girseya mezin a Kurdan nebûye. 3. Dîsa Kurdên misulman perestiş, dîroz û sirûdên xwe bi Erebî pêk tînin. Ji ber vê egerê haya wan ji rastiya Êzidîtiyê nîne.. QEWLÊN ÊZDIYAN Diyaneta Êzdiyan jî wek diyaneta Mezopatamyayê û Hindo-Îranî, diyaneteke kevin e. Lê qewlên Êzdiyan yên ku îro li ber destan in, ji sedsalên 11-13´an û vir ve, li ser bingeha bir û baweriyên kevin, li gor reformên Êzidîtiya vê serdemê hatine amadekirin. Ji tekstên curbecur yên ku bi şêweyekî wêjeya helbestî hatine amadekirin û zedetirîn naveroka xwe ji mijarê olî digirin re, qewl tê gotin. Ji sedî nod û pêncên qewlan bi zaravayê kurmanci hatine amade kirin. Ew ji wek zargotinên kurdî yên din, nifş bi nifş ji aliyê dindarên Êzdiyan ve bi devkî tên ezberkirin, ji bavan derbasî kuran, ji kuran derbasî neviyan, ji neviyan jî derbasî neviçirkan, ... hwd. dibin û hetanî roja îro hebûna xwe bi devkî didomînin. Ji ber vê hindê ew jî wek kilamên Kurdan, hindik be jî hatine guhertin. Di van salên dawîn de li gel tomarkirina qewlan,
tekstên din yên wek beyt, di´a, dîroz, qesîde, xizemok, payîzok, lawij û xerîbî jî tên tomarkirin û hê tomarkirin berdewam e. Her çiqas mijar û naveroka qewlan bi şêweyekî giştî li ser mijarên olî, ango li ser Xwedê, Ferîşte, Başî û Xasiyê bin ji, lê ev tekst mirov, ajal surişt û gerdûnê jî digirin naveroka xwe û dibin sîstemeke hizir û birê ya taybet. Ji aliyê ziman ve, bi gelemperi zimanê kurdî, zaravaya kurmanciya Şengalê tê bikaranîn. Ev tekst di heman demê de dewletmendiyeke xurt didin pirtûkxane, wêje û muzîka kurdî. Mînakek ji bo qewlan: QEWLÊ OMER XALA Û HESIN ÇINÊRÎ ŞAXA DUYEM131 Ev Qewl ji devê Feqir Kalo ku ji mala Pîrên Omerxali tê, ji aliyê Xanna Omerxalî li bajarê Soltau (Almanyayê) hatiye nivîsandin. Feqîr Kalo ew Qewl ji bavê xwe Fegir Heso girtiye. Feqir Heso ji ji bavê xwe Fegîr Piçî, ku `ilmdarê mezin bû Ii welatê Xalita, girtiye. Ev Qewl ji 36 sebeqan pêk tê. 1.
Çendî li dinê me Ez li ber ferwara Xwedê me Dê em bidin medhê Omer Xala û Hesin Çinarî bidêne.
2.
De em bidin medhê Omer Xala û Hesin Çinarî Ew in şemalê şevê te`rî Ji hesna wan nûr dibarî.
3.
Hesin Çinarî û Omer Xala Ew in mêrên xudan kemale Gel Şîxadî avakirine mezel û mal e.
4.
Ew in mêrên xudan çave Şîxadî kirine silave Şîxadî go: O xoş Mala Babanî.
5.
Mala Baba maleke bi dewlet e Jê diçin keramete Şîxadî Omer Xala kiriye mErebiyê xelîfete.
Xanna Omerxalî & Kovan Xankî-Analîza Qewlên ezdiyan-Weşanên Avesta2009
6.
Mala Baba maleke bi nedîr e Lê diêwirin coqete û feqîre Havênê wê malê ji mala Melek Şerfedîn e.
7.
Mala Bava maleke `enzelî ye Havênê ji Kaniya Spî ye Ev heca Şuqênî ye.
8.
Ez aşiqekî çê me Ezî me`rîfet û rê me Dê em bidin medhê wan şêre swarên bidêne
9.
Dê em bidin medhê wan şêre swara Ew in mêrên xudan kemale Li pêşberî Lalişê disekinîn, go: Heqe war e.
10.
Ez aşiqekî Nûrîn im Ezî me`rîfet û Nasîn im Şîxadî dibê: Ez rêya mêra bi heq dibînim. Melik Şêxisin dibê: Ez ne mehbê xelqê derewîn im.
11.
Derewîna nelomînin Tuyî ji rêya heqiyê nafêhmînin Xasê Xwedê li kul û `emelê wan bigazinînin.
12.
Belgî hene û zovaser in Ciyê wan berf û bager in Cîranên wan neqenc in û teter in Li vê dinê û li wê dinê ji Rebê mine bêxeber in.
13.
Min vexwariye ji kasa helale Min vexwariye bi derhale Dê em bidin medhê Omer Xala.
14.
Min vexwariye ji kasa berê Min vexwariye bi qenteyê Dê em bidin medhê lawê Pîr Omerê.
15.
Min vexware ji kasa badiyê Min vexwariye ji şerê Kaniyê Dê em bidin medhê lawê Pîr Adiyê
16.
Min vexwariye ji kasa mîra Min vexwariye ji şaw dîwanê feqîra De em bidin medhê Lawê Pîra.
17.
Min vexwariye ji kasê rikî li-`Amê Min vexware û bi temamî De em bidin medhê Siltan Êzîdê mat li-Şamê.
18.
Şîxadî ji Şamê bû Omer Xala ji kefa be`rê bû Hesin Çînarî ji Sura dare bû.
19.
Şîxadî ji Şamê qest kir, hate mergehê Êwirî ciyê mayê li binî mayê Verê kirine pey Almê.
20.
Almê ji we ve tînin Çendî mêr pê ve dimeyzînin Navekî şîrîn î şerif ser datînin.
21.
Almê inane ji we ve Mêra mêyzandiye pê ve Şîxadî binasîbû ew sêv e.
22.
Sêv danane li bale Padişahî min î nûr şemale Nav danîne "Omer Xale."
23.
Padişahî min î hest e Lalişê rastî dîwan bi dest e Her êvarê îniya şibêbek ava `eyni beyda ji zêwa mîra ra dixweste.
24.
Min ji wire dît zor dîwane Mêr rûniştine bi şehdeya rêya Şîxadî kirine xeberdane Dive: Omer Xala û Hesîn Çinarî bira ne.
25.
Min li wire dît zor miclîse Mêr rûniştine bi şehdeya rêya Şîxadî kirine pirse Dive: Omer Xala bab e û Hesin Çinarî je ra pis e.
26.
Şîxadî divê: Gelî mêra, hûn vê yekê mekin Hûn ber rêya min kin, Omer Xala û Hesin Çinarî yek in.
27.
Omer Xala û Hesin Çinarî du mêrêt mezin in Li pêşberî Lalişê disekinin Şîxadî divêje: Ew jî navek, ji navêt min in.
28.
Padişayê min î heste Lalişê rastî dîwan bi deste Ewî daye pîra fitr û zikata
Daye şêxa bisk û meqese. 29.
Pedşahê min î li hukmê xwe yî rewaye Li ba `ezîzê min wek du`aye Ewî da şêxa bisk û meqese Da pîra fitr û zikayê. Dê hindekî ji dilê xerqey maye.
30.
Şîxadî go xerqe bî bi tewa bî Tu yî kinarê te nebî Sunetxane pêş terîqa dest da mala te bî.
31.
Çûme diwana Şêşimsê teter Li wêderê hene heftê hezar Xas û Qelender Kemberbest e xerqe reş e hile zer Xudan neder Şîxadî daye destê Omer Xala Şêx Alê Şemsa zincîra zer.
32.
Şêxadî divê: Gelî mêra, xerqe îman e Hencî der heqê xerqê Şîxadî bi şik e û bi guman e Hê bi şiklî bigrin, bavêjne nav sefê bêîmana.
33.
Ya me ev e, rast e û ne derew e Şîxadî daye destê Melek Şêxisin Celewe.
34.
Melek Şêxisin Celwê dixûne Ser xwe ra dimeyzîne Kesî ji xwe meztir nabîne.
35.
Ewa Xasa li hev dinihêrîn Dîwana Şîxadî we şûşe û coqê zêrîn Şerabe li-tiho van Mêra nobe nobe li hev û dû digerîn.
36.
Şerqî ye û xerbî ye Qublet e û şemalî ye Tev serkefa destê Tawûsî Melekê hesarî ye Dêrşê geliyê Lalişê Mele te`ela sunetê Banga me Rehmeta Rehma de û bavê hazira û guhdara.
Ji aliyê wêjeyî ve wek zargotina kurdî qewl jî, wek helbest hatine amadekirin û kêş û bêşawen serbest hatine bikaranîn. Ji aliyê kêşê(weznê) ve em risteyên benda li jêr dahûrînin. 10.
Ez aşiqekî Nûrîn im Ezî me`rîfet û Nasîn im
Şîxadî dibê: Ez rêya mêra bi heq dibînim. Melik Şêxisin dibê: Ez ne mehbê xelqê derewîn im. Rêz 1. Rez 2. Rêz 3. Rêz 4.
kîte ye kîte ye kîte ye. kîte ye.
Di vir de ziman bi tevahî gelerî ye û devoka Kurmanciya Şengalê berbiçav e. Wek her zargotinên kurdi, mirov nikare pivaneke rêzimanî tê de bibîne. Lê dişajî hîkara wan gelekî xurt e û watedar e. Ji aliyê wêjeyî de jî mirov bandora zargotina Kurdan a giştî di qewlan de dibîne. Ango ew ji wek zargotinê bi wate û bi bandor in. Ji aliyê formê de ji, li jor bi zelalî tê ditin ku di qewlan de kêş wek hemû zargotinên kurdî yên wek kilam, piraniya destanan û stranên din serbest e. Lê em bala xwe bidin hemû sebeqên(bend) qewlê li jor bi zelalî dibînin ku di her sebeqê de beşavend(kafiye) heye. Divê em saziyên çapemenî û medyaya Kurdên Êzidî yên ku di warê pêşketina zimanê kurdî û hişmendiya netewetiya kurdî de xebat û xizmetên mezin kirine û roleke girîng lîstine jî rawestin. Divê em li vir bi kurtî li ser Radyoya Êriwanê û Rojnameya Riya Teze rawestin. Radyoya Erîvanê:û rola wê ya li ser ziman, tegiha neteweyî û çand, wêje û folklora kurdî. Radyoya Êrîvanê di sala 1930 de li Ermenîstanê dest bi xebata xwe dike, heyanî 1937’an rojê pênç deqeyan weşana xwe didomîne. Di destpêka radyoyê de Heciyê Cindî û jina wî Zeyna Îbo tenê dixebitin. Di sala 1937´an de, di dema desthilatdariya Stalîn de weşana Radyoya Êrîvanê û ya Rojnameya Riya Teze tên rawestandin. Ev rawestîn hetanî pişti mirina Satalîn sala 1955´an didome. Radyoya Erîvanê beşa Kurdî di sala 1955´an de ji nû ve vedibe û bi xebat û kedên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov weşana xwe didomîne. Bi taybetî Xelîl Muradov, ji sala 1957´an heta 1981´ê ango 24 salan bê navber serokatiya radyoyê kiriye û piraniya stiran, awaz, meqam û pîyêsên kurdî di dema wî de û bi serokatiya wî hatine tomarkirin. Eznîva Reşîd, ku jina Xelîl Muradov e, piştî bêjeriya(spîkeriya) 24 salan, (ji sala 1955´an hetanî sala 1982’an), ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê kişandiye. Ango, Eznîva Reşîd li cihanê yekem bêjera Kurdan e.
Di dema Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Efoyê Esed, Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Seyadê Şamed, Memoyê Silo, Mecîdê Silêman, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Mehmedê Mûsa, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Sûsîka Simo, Aslîka Qadir, Xelîlê Evdile, Şamilê Beko, Kubara Xudo û hwd... Ji muzîkvanan Şamilê Beko, Egîtê Cimo, Wezîrê Usiv, Xelîlê Evdile, Taharê Emer û yên mayîn. Zanyar, rewşenbîr û nivîskarên kurd yên wek Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî, M. B. Rûdênko, Emînê Evdal, Ordîxanê Celîl, Karlênê Çaçanî, Celîlê Celîl, Şekroyê Mihoyî, Şerefê Esir lêkolînên xwe yên li ser pirsgirêkên dîrok, ziman, etnografya, wêje û folklora Kurdan ji bo weşanê dişandin radyoya Êrivanê. Bi kurtî, Radyoya Êrîvanê di warê hişmendiya neteweyî, ziman, dîrok, çand, wêje, huner û folklora kurdî de xizmeteke girîng a dîrokî pêkanî û di vî warî de roleke sereke lîst. Radyoya Erîvanê beşa Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Radyo hetanî salên 1990´î rojê saetek û nîvê weşan dikir, lê niha ji ber sedemên aborî bi qasî nîv saetekê weşana xwe didomîne. Rêya Teze: Divê em rola Rojnameya Rêya Teze jî, ji bîr nekin. Erebê Şemo û Îshaq Maragulovê Sûryanî, di sala 1929´an de li Ermenîstanê bi Alfabeya Latinî xebatên xwe yên nivîsandinê didin destpêkirin. Li dibistan û herêmên Kurdan dest bi perwerdeya kurdî dikin. Di vê demê de ji bo pêşilêgirtina vê rewşa nerênî, pêwîsti bi rojnameyeke kurdî heye. Di sala 1930´î de, di bin banê dewletê de li Êrîwanê Riya Teze dest bi weşana xwe dike. Ji aliyê reveberiya Komunist a Sovyetê ve Kevork Paris, Hraçya Koçar v Haruçi Mıgırdıçyan wek reveberên rojnameyê tên tayînkirin. Ev hersê kesên Ermenî yên ku ji sirgûnên Mezopotamyayê bûn, bi hostetî Zimanê Kurdî bi kar dianîn. Piştî editoriya Ermeniyan ya çar salan rêveberî dewrî Kurdan dibe. Rêvebrê rojnameyê yê Kurdê yekem Cerdoyê Gênco ye.(1934-1937)
Di nav salên 1937´an û 1955´´an de, di dema desthilatdariya Stalinde de ji bo Kurdên Kafkasyayê demeke bextreş e. Di vê demê de bi nav ê Kurd û kurditiye çi hebû, hat rawestandin û qedexekirin. Helbete Riya Teje jî, ji vê pêlê para xwe wergirt. Ziman, çand û muzîka kurdî hat qedexekirin. Ji sala 1955´an û pê ve Riya Teze piştî 18 salan ji nû ve dîsa xwe gihand xwînêrên xwe. Ji sala 1955´an heta 1989´an Miroyê Esed bê navber 34 salan rojnameyê bi rê ve dibe. Pê re bi qasî sal û nivekê Tîtalê Efo dibe revebirê Riya Teze. Ji sala 1991´ê û pê ve jî, Emerikê Serdar dibe reveber û serredektorê Rojnameya Riya Teze. Riya Teze ji çar rojnameyên ku li Sovyeta kevin derdiketin, yek bû. Ew ne tenê li Ermenîstanê û li kafkasyayê li hemû welatên Sovyetê dihat belavkirin. Li aliyê din rojname li Ewropayê, li Kanadayê û li DYA´yê jî dihat belavkirin. Hin xebatkar û keddarên rojnameyê: Haciyê Cîndî, Keremê Seyad, Qaçaxê Mirad, Şekiroyê Xidoyê Mihoyan, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, Eliyê Ebdilrehman, Mikayîlê Reşîd, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Emînê Evdal, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di rojnameyên kurdî de Riya Teze ya herî temen dirêjtir e. Her çiqas van salên dawî de rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navberê bide weşana xwe, lê Ji sala 1930´î hetanî îro jiyana xwe hê didomîne. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye. Riya Teze demekê bi Alfabeya Kirîlî weşana xwe didomand, lê di van salên dawî de bi alfabeya Latinî tê weşandin. Riya Teze ji bo hînbûn û nivîsandina zimanê kurdî xizmeteke bê hempa pêk anîye. Piraniya rêveber û xebatkarên Radyoya Êrivanê û Rojnameya Riya Teze Kurdên Êzidî ne.