Lêkolîn 19 – Bihar 2015

Cover Kovara Lêkolîn 19 – Bihar 2015
Bihar 2015
Number
19
PDF
lekolin-19.pdf (1.74 MB)

Merheba xwînerên hêja! Em bi hejmareke nû û mijareke nû dîsa bi hev re ne. Wek tê zanîn, Kovara Lêkolîn ji hejmara xwe ya 12´an û vir ve dest bi rêze hejmarên xwe kiribûn. Di her hejmareke taybet de me cih dabû navdareke/î Kurd a/ê ku mohra xwe li çand, wêje, huner û dîroka Kurd û Kurdistanê xistibû. Her wiha me dîsa cih dabû mijarên sereke yên wek perwerdeya kurdî, çapemeniya kurdî, roman kurdî û yd. Di vê hejmara xwe ya Lêkolîn 19´an de jî em cih didin mijareke gelek girîng û aktuel, ango em ê di vê hejmara xwe de li ser rewşa Êzdî û Êzdiyatiyê rawestin. Di vê hejmarê de hûn ê bi heşt lêkolînên curbecur û lêkolînerên hêja yên ku her yekê wan li ser mijareke Êzdî û Êzdiyatîyê rawestiyane û gotarên têr û tijî ji bo we xwînerên heja amade kirine, re bin û hûn ê gelê me yê Êzdî û baweriya wan a koka xwe ji bawerî, felsefe û rewîşta kevnare û kevneşopiya Mezopatamyayê ya ku beriya bi hezar salan ji aliyê bav û kalên Kurdan ve hatibû afirandin, ji nêzîk ve hîn bibin û nas bikin.

Gotara yekem bi navê "Fermanên Qirkirinê, ji bo Çi bi Taybetî li ser Êzîdiyan Pêk Tê?" ji aliyê Ahmet Aktaş ve hatiye amadekirin. Gotara Prof. Dr. Îlhan Kızılhan ya bi navê "Ola Êzdiyatiyê" li ser reh, riçal û dîroka Ola Êzdiyatîyê rawestiyaye. Nivîskar û lêkolîner Alî Husein Kerim gotara "Etimolojiya Nav û Navlêkên Êzdiyatiyê" amade kiriye. Fevzi Özmên li ser "Êzdiyatî û Zimanê Kurdî" rawestiyaye. Mecîd Heso "Tiwafên Êzdiyan, Dîrok Rewişt û Tîtal" vegotiye. Loqman Bariş "Di Şerê bi Riya Ragihandinê de Rola Medya Êzdiyan" nirxandiye. Omer Ali li ser "Cih û Warên Kurdên Êzdî" nivîsiye. Dokumantera Ronahî Tv ji karesata Şengalê vediguhêze. Mîrhem Yigît "DAÎŞtî Wek Zihniyeteke Kevnar" digire dest. Hetanî hejmareke din bimînin di xweşiyê de. Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist – li Almanyayê