Di dîroka dêrîna mirovahiyê da rojên pîroz, cejin û mehrecanan watayeke taybet hebûye, gelek caran jî hêvîyên wê salê hemû bi şêweyê sazkirin, encamdayîn û lidarxistina rêwresmên cejnan ve girêdayî bûn. Di mîtolociya miletên kevin da derbasdibe ku heke hat û bona helkeftek yan bîreweriyek xwedawendane admadekariyên baş bên kirin û pûtepêdanek taybet hebe eve dê li ser temamiya salê karîgeriyek baş hebe, bervajî wê heke ew salroj bê giringîpêdan û bêamadekarî û bêcoş borî, dê ew sal bi bedbextî û werçerxanek xirab karîgeriyê li jîn û jiyar, mal û milkê nişteciyên deverê bike. Baweriya bi hêza mîtafîzîkî û nepenî yekser pêwndiya wê biguhrînên admosfera werzên salê ve hebû, mohra xwe li jînenîgara mirovan jî dixist. Baweriyên dînî û dinyayîyên Miletên kevnar û bitaybet miletên cihê mijara me li Mezopotamiyayê girêdayî admosfera werzên salê ango yên xwezayê bûn, ji her alementekî gerdûnî ra xwedawendek destnîşan dikirin, û ji her nexweşyekê ra jî xwedawendek berpirsiyar dikirin. Berî dîrokê mirov û mirovayî bi xweza (sirûşt) û elementên xwezayê ve girêdayî, diharmoniyek berdewam da bûn, carna jî dema terazûya pêwendiyên vê harmonîyê tevlîhev dibû kêşe dirustdibûn, û werdigeriya nakokî û hevrikîyê û bandora xwe li ser jiyanê dikir. Bi werara pila hişmendiyê ra, mirovan hestpêkir ku ew dikarin bi rêya bilindkirina rolê pîrozê xwedwendên ji van guherînan perpirsiyar, kartêkirinê li ser awayê guherîna avûhewayê û şêweyê qewimîna bûyeran bikin û bi van hewlan rê li ber karesat û felaketan bigirin. Di qûnaxên pêşketîyên dîrokê da, mirovan di kevlê xwedawenda da guherînên gerdûnî şirovekirin. Anana û Iştar wek dû Xwedawendên dayîk bona biberbûn, evîn, xweşewîstî û zazêça Mirovan, Heywanan û ya darûbaran hatin binavkirin, di heman dem da winda bûna xwedawendê Bav wate xwedawend Temûz (Demûz) ji bêberbûn, xirişbûn û xizaniyê
berpirsiyar girtin. Ev yek di dîroka kevnara mirovayîyê da bi efsaneya mirina xwedawendîya li cîhana jêrîn tê zanîn, ev mirin jî bona demsalekê dihat gotin, lê bi borîna demî ra mirina li cîhana jêrîn bû rewişteke komelgehê û li wî demê salê tevaya civakê bona mirina Xwedawend Temûz hizin û şîn girêdida. Di nav mij û dûmana nepeniyên gerdûnê da, werara fikira mirovan tim hêviyên asoyên geş didan. Hêza bûn û mirinê, bergirtin û xirişbûnê, cardin vejîn û berdewamiya gera ayasyî a gerdûnê, girêdayî hêza Xwedawendên dayik Anana û Îştar û xwedawendê bav Demûz (Temûz) in, bona vêya sal bi sal fikira seremoniyên piroz ku bi zewaca pîroz tê zanîn derketin pêş. Çîroka hezkirin û viyana van xwedawendan ku bi zewaca piroz encam dibe, wateya xwe dibaweriyên xwedawendane da digire, komelgeh di wê baweriyê da bû, bihevra jiyana van xwedawendan jiyanê geş û xweş dike, û bervajî vêya jiyan xemgîn û mirûdayî dibe, bi zewaca pîroz ra sala nû destpêdike, li cem Babiliyan destpêka nîsanê cejina AKÎDO ye û ev cejin 12 rojan li derdora peristgeh û mezargehan tê pîrozkirin. Serê Sala Êzdiyan: Serê sala Êzdiyan li gorî salnameya rojhelatî dikeve çarşema yekemîn ji meha Nîsanê ( salnameya rojhelatî bi 13 rojan piştî salnameya rohjavayî –Zayinî- dest pê dike), Êzidî wekî miletên dîyên berî xwe û yên paşî xwe jî bi helkevta destpêkirina sala nû dilxweşî û kêfxweşiya derdibirin. Her miletek bi şêweyekî û bi rêwresmên li gorî baweriyên xwe yên dînî pêşewaziyê li hatina sala nû dike, dibe ev rêwresim paş derbasbûna çendîn sedsalan bi egerên pêşkevtinên civakî û kawdanên dîrokî guherîn bi serda hatibin, lê cewherê wan, ango mebesta helkeft û li darxistina wan heman wateye. Her çawa Babiliyan roja zewaca xwedawendan li yekemîn roja meha nîsanê destpêka salek nû destnîşnkiriye û weke yekemîn roja cejnê ragihandiye, di mîtolociya Ezdayetiyê da jî sersal li yekemîn roja Nîsanê tê pîrz kirin û bi roja Tawisî Melek tê binav kirin, Êzidî weke Sûmerî, Babilî û Asûriyan jin û jinxwaziyê di nîsanê da nakin û dibêjin ev meh meha zewaca mêr û milyaketên ber salê ye. Bûna Xwezayeke Nû: Ezdayetî dîneke ku bi hebûn mîtolociya xwe girêdayî xwezayê(sirûştiye), ev yek difelsefeya dînê wan da kifş û zelale, tevaya cejnên Êzdiyan di werçerxan û guherînên admosfera avûhewayê gerdûnê ve girêdayî tên lidarxistin, mînak:
-cejnên çilê havînê û çilê zivistanê ku şeş meh di navberê da ne, li van herdû cejnan seqa avûheyê gedûnê tê şikandin, wate ji havînê ber bi zivistan yan bervajî, ango ji nîvê salê bo nîva dî. Cejna bêlinde ev cejin li gorî salnameya rojhelatî li sêyemîn Îna maha kanûna yekem tê lidarxistin, ev cejin girêday werzê çandinê ye û ango yekser piştî binaxkirin û veşartina dendika dexl û daniye, di vê cejnê da, wate di roja seremoniya mirina dendikan da, Êzidî bigiranî miriyên xwe bibîrtînin nanê miriyan derdixin û goristanan ziyaret dikin. Wisa jî hemû cejnên dîyên Êzdiyan cîrokên xweyên bi xwezayê ra hene, çarşema Sor ku bi serê sala Êzdiyan tê binavkirin heman wateya xwe ya xwezayî heye:
guherîna seqa avûhewayê gedûnê bi xwe re tîne, admosfera hewayê beharê destpêdike.
dirêjaya roj û şevan dikeve asteke wekheviyê.
Avisbûna erdê digehe asta zanê, weke cejna bûna dendikên nû ji xwezayek nû tê naskirin.
Tiwaf Berdewamiya Pîrozbahiyên Sersalê Ne: Êzidî mîna mehricanên Babilî û Asûriyan bi rêya lidarxistina tiwafên herêmî sala xwe ya nû pîroz dikin. Peyiva Tiwaf di zimanê aramî da wateya lidor zivirîn, li dor fitilîn yan li dor geriyan dide, ji ber ku hemû tiwafên Êzdiyan li derdora aramgehên pîroz tên li darxistin vêca nedûre ew peyiv ji Erebî hatibe wegirtin û ketibe nav ferhenga kultûrê kurdî, her çawabe ez di wê baweriyê da me ku Êzdiyan li jêr navek dî ev rêwresim digêran. Her yekser roja dûyem pîştî cejna sersalî ango roja Înê Êzidî Dest bi werzê Tiwafan dikin, herêm li dû herêmê û gund bi gund amadekariyên tiwafan tên kirin. Heke em li dû koka tiwafên Êzdiyan biçin û berawirdiyekê di gel şayî û mîhrecanên ku 2500 sal berî zayîna îsa, li serdema Babiliyan û Asûriyan û berî wan ya Sûmeriyan dihatin li darxistin da bikin, dê derkeve holê ku baweriyên bi xwezayê, jîngeh û cugrafiya hevbeş ve, yên miletên Mezopotamiya ku girêdayî babetê mehricanên bajaran ku niha Êzidî Tiwaf binav dikin gelek aliyên wek hev hene: 1. Roja Çarşemê li cem Babilî û Asûriyan roja Xudawend Nabo ye, li serdemê her dû Împeratoriyan çarşem roja bihinvadanê bû, li cem
Êzdiyan jî Çarşem roja Tawisî Meleke, rojeke pîroze, kar û bar, rê û rêbarî nayên kirin û encamcadan, 2. Sersala Babiliyan û Asûriya Akîdo û ya Sûmeriyan Zag mak li destpêka meha nîsanê ye û bi helkefta hatina sala nû mehrecan yan mehregan li dora mezargehan dihatin sazkirin, di eynî dem da sersala Êzdiyan Çarşema Sor li gorî salnama rojhelatî dikeve çarşema yekê ji nîsanê. 3. Di meha Nîsanê da zewac (jinanîn û mêrkirin) li cem Babilî û Asûryan qedexe û heram bû, ji ber ku meha zewaca milyaketa ye, berî wan baweriya sûmeriyan jî ew bû ku xwedawend Nencirso rojekê ji rojên meha nîsanê bi xwedawenda jin Baw ra li bajarê Cerso zewiciye, Êzidî heyanî roja îroyîn jî di nîsanê da jin û jinxwaziyê nakin û li dora mezargehan temamî meha nîsanê şahî û govendan lidardixin. Niha jî Êzidî dema bûkan vediguhêzin berî qesta mala zavayî bikin bo ziyaretbûnê (Tiwafkirinê) qesta mezargeha xwe dikin. 4. Di nîsanê da miletên Babilî û Asûrî avahiyên peristgehên xwe nûjen dikirin, di heman dem da Êzidî heya roja îroyîn jî van rêwresman berdewam dikin, bi darxistina çendîn rêwresmên taybet aqid û qubehên mezargehên xwe nûjen dikin. Wate ew jîngeh yan ew herêma ku miletên cihê têda bi hev ra jiyan dikin gelek caran rewişt, tîtal, dabûnerît, fikir û bîrwbaweran ji hev digirin carna zehmet dibe mirov tê derxe ka rastiya rewiştekê ji kîjan kokê hatiye. Li rasthatin û wekheviya çendîn Cejin û seremoniyên Êzdiyan digel yên miletên Sumerî, Babilî û Asûrî da ne li hevhatineke tesadufiye belkî eve tekuzkirina dêrînî û reseniya Êzidî û Ezdayetiyê dertêxe holê, eger na çawa dibe ku Cejna Ekîdo ya Sumriyan û sersala Babilî, Asûrî Êzdiyan di heman rojê da û bi heman wateyê be.
Meh: Nîsan, roj: yekemîn roja nîsanê, ji heftiyê: Çarşem.
Cejna Mêr û Miliyaketên ber salê, roja Tawisî Melekele li cem Êzdiyan û salroj yan salvegera Zwaca pîroz a Miliyaketaye di mîtolociya miletên Mezopotamiya da.
Bala xwe bidinê li ser demê Hemorabîyê Babilî gotina neviyên Ezîda yaxud Neviyên Ezda ketibû nav lîtratûra babiliyan. Xwedayê Îsakîla û Êzîda jî Merdoxe li bajarê Por sîpa dijiya, piştî Merdox jî Nabo tê heybetê dide ciyên pîroz li Porsîpa û peykerekî dide Îsakêla û navê wî peykerî dike Êzîda.
Babilî çarşema serê nîsanê jî dikin destpêka salê û her sal li ber peristgehan û bitaybet peristgeha Êzîda seremoniyên cejna sersalê dihatin sazkirin û bo maweyê 12 rojan şayî û xweşiyan berdewam dikirin. Heya roja îroyîn jî Êzidî vê cejnê bi coş û xiroş pîroz dikin û şayî û şadî ji mehekê dirêjtirin, Êzidî ji van şayî û seremoniyan ra dibêjin Tiwaf û bi vî rengîne. Cî
Navê Tiwafê
Roj
Berwar
Tiwafên Hevbeş
Başîka
Melkê Mêran
Çarşem
08.05
Başîka
Melik Şêx Sin (Şêx Mihemed)
În
10.05
Başîka
Nasirdîn
Yekşem
15.05
Başîka
Derb al Musil
Pêncşem
17.05
Behzan
sê´ad
În
29.04
Behzan
Şêxwbekir
În
06.05
Sîna
Kerecal
Çarşem
20.04
Sîna
Şemsê Pîra
În
27.05
Êsivin
Şêx Enzelût
Şemî
09.04
Êsivin
Şêxalê Şemsa
În
22.04
Êsivin
Şêx Hecî Alî
În
29.04
Êsivin
Şemsê Pîra
Çarşem
18.05
Li Sîna roja Înê 27.05
Xetar
Şexsê Badê
În
13.05
Di heman rojê da li Bapîrê
Xetar
Hekîm Fêris
În
22.04
Xetar
Êzî
Şemî
15.05
Xetar
Milik Fexredîn
Yekşem
17.04
Xetar
Babê Şehîdê nav gundî
Çarşm
18.05
Xetar
Babê zexam
În
17.06
Xetar
Babê Nebî Nûh
În
27.05
Baadir
Hecî Ali
Çarşem
13.04
Şehîdê
Li Daka - Pêncşem 19.05 Li Kerkê -Pêncşem 15.05
Li Êsivnê roja çarşem 18.05
li Doxata roja Şemî 25.05
Sirêçka
Şêx Badir
Çarşem
13.04
Li Xewşaba roja Çarşem 27.04
Xewşaba
Şêx Badir
Çarşem
27.04
Li Sirêçka roja Çarşem 13.04
Xanik
Bazîd
În
29.04
Kebertû
Babê Çawîş
În
29.04
Tilxiş
Pîrafat
Ji ber ku Êzidî li wê derê nemane, nayê kirin
Teftiya
Şêx Enzelût
Çarşem
04.05
Di heman rojê da li xerşeniya
Xerşeniya
Şêx Enzelut
Çarşem
04.05
Di heman rojê da li Teftiya
Nisêrî û Cerehî
Qedîb Al-Ban
Çarşm
11.05
Bêban
Şa Siwar
Pêncşem
12.05
Xanik
Şêx Mend
Pêncşem
12.05
Mem Şivan
Memê şiva
În
13.05
Bapîrê
Şexsê Badê
În
13.05
Di heman rojê da li Xetarê
Girêpan
Şêşims
În
13.05
Li Boza roja Înê 20.05
Şêxidir
Şêxidrê Şemsan
În
13.05
Daka
Şêxwbekir
Pêncşem
19.05
Li Behzanê roja Înê 06.05 Di heman rojê da li Kerkê
Keran (Kerkê)
Şêxwbekir
Pencşem
19.05
Li Behzanê roja Înê 06.05 Di heman rojê da li Daka
Bozan
Şêşims
În
20.05
Li Girêpanê roja În 13.05
Şêxka
Êzdîne Mîr
Sêşem
24.05
Doxata
Skêx mehmed
Çarşem
11.05
Doxata
Êzî
Çarşem
25.05
Êsiyan
Memê Êsiya
Çarşem
08.06
Xêrava
Şêx mamendê Cindar
Çarşem
08.06
Basik
Pîrê cerwa
În
24.06
Cerehî
Pîr Mend
În
24.06
Şengal
Şêbil qasim
Pêncşem
14.07
Mehetê
Mehmed Reşan
Çarşem
20.07
* Berwarê Tiwafan li gorî sala kite, û heke sersal li 13.04 be.
Li Xetarê roja Şemî 15.05
Tiwafên Hevbeş: Şêxwbekir Cî
Roj
Berwar
Behzan
În
06.05
Daka
Pêncşem
19.05
Keranê (Kerkê)
Pêncşem
19.05
Şemsê Pîran: Cî
Roj
Berwar
Êsivin
Çarşem
18.05
Sîna
În
27.05
Êzî: Cî
Roj
Berwar
Xetar
Şemî
15.05
Doxata
Çarşem
25.05
Cî
Roj
Berwar
Sirêçka
Çarşem
13.04
Xewşaba
Çarşem
27.04
Şêx Badir:
Şêx Enzelût: Cî
Roj
Berwar
Teftiya
Çarşem
04.05
Xerşeniya
Çarşem
04.05
Şêşimis: Cî
Roj
Berwar
Girêpan
În
13.05
Boza
În
20.05
Tiwfên di heman rojê de tên kirin: Cî
Navê Xasî
Roj
Berwar
Teftiya
Şêx Enzelût
Çarşem
04.05
Xewrşeniya
Şêx Enzelut
Çarşem
04.05
Bapîrê
Şexsê Badê
În
13.05
Xetarê
Şexsê Badê
În
13.05
Daka
Şêxwbekir
Pêncşem
19.05
Keran
Şêxwbekir
Pêncşem
19.05
Berê tiwafa Êzî li Boza jî dihat kirin û rojekê berî ya şêşims wate li roja pêncşemê bû. Tiwafa Bozan li ber Şêşims tê li darxistin lê jê ra tiwafa Mêrên Bozan jî dibêjin. Bi baweriya min ji ber ku gelek mezargeh, qub û nîşangehên xas û bavçakan li Bozan hene vêca bona ev tiwaf (tiwafa Şêşims) gistî be, xelkê Bozan ev nav lêkiriye. Gelo çima Tiwafek xwe li ciyek dî dûbare dike? Bi baweriya gelek lêkolînvanan, di koka xwe da her Tiwafek tenê carekê dihat pîrozkirin, ji ber ku her xasekî di salê da tenê rojekê oxlema wî heye, ew roj ji hêla pîroziyek dînî, kultûrî û mîtolociya komelayetî ve wateya xwe heye, yaxud roja kirasguherîna bavçakek yan xasekî Êzidiyaye. Lê heye tiwafek pitir ji ciyekî û pitir ji carekê tê pîrozkirin eve jî cî guhorîn û koçberiya Êzdiyan a berdewam tekez dike, wate xwe parastin ji ferman û hêrişan malbata Êzidî tim di rewşeka neasayî da jiyan kiriye, dijwariya dîroka Êzdiyan kartêkirinek xirab li ser hemû biwarên jiyanê kiriye, serdem hatine Êzidiyên herêmekê take xêzan yan bi komel mecbûrmane koçberî herêmeke din bibin, mîna Şêxan û Şêxanbegiya, qayîdî û Nêrweyîyan, hewêriyan, serkend û binkendiyan û ….htd.
Tenanet li dehsala 1980án rejîma Îraqê piraniya Êzdiyan ji cî û warên wan dan barkirin û bi darê zorê di komelgehan da bine cî kirin. Bi veguhastina ciyê niştecêbûnê awareyan rêwresmên xwe yên herêmî jî bi xwe ra birin, ji ber vêya em dibînin bo nimûne tiwafa xasekî ji carekê û ji ciyekî zêdetir tê pîrozkirin. Mixabin pir caran rewş ber teng bûye awarebûyan dêv ji dînê bav û kalên xwe jî berdaye, wekî mînak tiwafa pîrafate li Tilxişê. Me li serî da zanîn ku van seremoniyan dîrokek dêrîn heye, wate li gorî çavkaniyên dîrokî reh û rîşeyên tiwafên Êzdiyan digihin 2500 sal berî zayînê, li vêder tiştê herî balkêş ewe ku her tiwafek li ser navê xasekî yan bawermendekî tê kirin ku ew hemû jî dinavbera 800 salên dawiyê da jiyane, li vêder pirsek tê pêş, gelo Êzdiyan berî hatina Şîxadî yan berî qonqxa bûn û mirina van bawermendan çawa û bi çî navî ev rêwresim digêran? Bersiva vê pirsê ji lahûtiyê û aliyê bawermendiyê zêdetir girêdayî dîrokê ye, gelo berî dema Şîxadî miletê ku îro jêre dibêjin Êzidî li jêr çî navî û bi çî awayî jiyan dikir. Mixabin ew mêjû ji ber kawdanên biser Êzdiyan da hatine zelal nayê kifişkirin, çespandina her rûdanek dîrokî bê piştbestin bi dekumentan dibe ciyê gumanê, belgeyên dîrokî yên wî serdemî gelek dikêmin, em mecbûr dimînin pir caran pişt bidin nivîsên nivîskarên miletên derdorê Êzdiyan yên piştî hatina Îslamê, mixabin ji ber nakokiyên civakî û dînî gelekan ji wan rastî negtine yan bervajîkirine. Tiwafên rastîn û yên senbolîk: Çaxê em basê tiwafan dikin pêwîste em wê jî bidin zanîn ku çend tiwaf hene bi rengek senbolîk tên lidarxistin, ango aramgeha wî xasî yan wî bavçakî li ciyek dine, tenê ew Tiwaf li ber nîşangeha wî tê gêran. Mînak: Şêx Mend li Şengalê kirasguheriye û li ser darbestê anîne Lalişê, aramgeh û mezargeha wî li Lalişê ye, lê tiwafa Şêx Mend li Êsivinê li ber nîşangeha wî tê pîrozkirin. Tiwafa Êzî ku bi şêweyek senbolîk li Doxata û Xetarê tê pîroz kirin berê li Boza jî dihat kirin, wate ne li Doxata û ne li Xetarê û Bozan xasek yan bavçakek bi vî navî jiyaye, tiwaf jî li ber nîşangehekê tê pîrozkirin, bi baweriya min ev tiwaf biserê xwe oxlema pîroziyek xudawendaneye, û berdewamiya seremoniyên miletê Babiliyaye ku li der dora peristgeha Êzîda dihat pîrozkirin.
Tiwafa Şêxalê Şemsan li Êsivinê ev tiwaf bona oxlema kesayetiyek dîndar tê li darxistin, Şêxalê Şemsan li Êsivinê hat kuştin û li wêder hat veşartin, wate aramgeha wî li Êsivinêye. vêca bona nişteciyên Êsivinê û derdoran dûbare dilsoziya xwe bi wî ra parvebikin, roja kirasguhrîna wî kiriye tiwaf, lê piştî çend nifşan vê tiwafê dû têgeh bi xwe ve girtin, yekem: zîndî hiştina rêwresmên kultûrîyên kevnareye û resen, dûyem: li roja kirasguhrîna Şêxalê Şmsan dubarekirina disoziyê. Hekîm Fêris Xelkê Xetarê bû û li Xetarê jiyaye û li wêderê kirasguheriye, Şaswar jî xelkê Bêbanê bû, ku jêre dibêjin şaswarê deşta Bêbanê, ev her dû jî li ser aramgeha xwe tên li bîranîn û em dikarin van tiwafan wekî mînaka tiwafên rastîn li qelem bidin. Rêwresmên Tiwafan: Çend rêwresim hene li hemû tiwafan hevpişk û wekhevin: 1. Li hêvariya tiwafê micêwrê gundî bangdidet, Êzidî dibêjne vî bangî dawetnevî yan dawetnebîya xasê gundî, bi vê hewla xwe micêwir (Nevîçirik yan xizmetkarê xasîye) bona roja dahatî (ayinde) daxwaza pişo û bihindanê li niştecîyên gundî diket. 2. Rûsipî û dîndarên Êzdiyan jî li ber wan zîyaretgehan qewl û beyt û duwa dibêjin û hinek caran jî qewal def û şibaban lê dixin wekî tiwafên Başîk û Behzanê, Micêwirê wan zîyaretgehan, di wan rojan (wate di rojên tiwafan da) da xwarineke teybet, ku dibêjinê „Simat“, bo tiwafîkeran çê dikin. 3. Hemû xûk wate mirîdên wî xasî tevlî tiwafêdibin. 4. Çend roj berî Tiwafê xelkê gundî xizim û kesûkarên xwe bo tevlîbûna tiwafa xudanê xwe vedixwînin, ku ew hatin û tevlî tiwafêbûn dibêjinê tiwafîk yan tiwafîker. 5. Her nişteciyekî/a gundî mecbûre wê rojê (roja tiwafê) here ber beristgehê wate quba xasê ku tiwafa wî, hem tiwaf bike û hemjî fitoyê xwe (xêra xwe) dane ber deriyê peristgehê. 6. Şahî û dîlan dihên gêran, bi her awayî xweşî û dilşadî li ber derê her malekê dibe mêvan, li ber dendê dahol û zirnê her kes kêfxweş dibe. 7. Her kesê/a derbasî hundirê peristgehê bibe hindek axê li eniya xwe dide. 8. Her malek bi xêra miryên xwe qurbanê dide.
9. Li gişt tiwafan şazek (awazek) taybet heye, jê ra dibêjin şaza Muhter ku bi def û şibaban yan bi dahol û zirnê tê jenîn, ev awaz tenê li rojên tiwafan tê bîstin. 10. Perî yan peroyê hilêlên bi serên quban ve tên nûkirin, dibe ev rewişt ne tam diroja tiwafê da bê encamdan, lê bi oxlema tiwafê çend roj berê yan jî hêvariya tiwafê bi rêwresimek girseyî tê encamdayîn. Çima tenê Tiwaf li Başûrê Kurdistanê hene: Êzidî Li Bakûr, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û dewletên sofiyeta berê dijîn ji bilî Êzidiyên li sofiyetê hersê perçeyên dîyên Êzdiyan xwe bi xwediyên axa ku ew li ser dijîn dizanin û wilo jî xwe nasdikin û hestpêdikin, ew ji destpêka tarîxê û ta niha li ser wê beşa gerdûnê, wate li Mezopotamiya jiyandikin, mebesta min ji vê pêşgotina sivik û kin ewe, bêjim ji bilî Êzidiyên nişteciyên Başûrê Kurdistanê ti beşên dîyên Êzdiyan tiwafan lidarnaxin, bi dîtina min du egerên sereke ji boy vê meselê hene. Yekemîn: her ji destpêkê navenda Êzîdxanê (êzidî û ezdayetiyê), wate navenda dîn û canda Êzdiyan wilayeta Musilêbûye, Musil jî ango Nînewa paytexta Împeratoriya Asûriyanbûye, vêca normale heke ji destpêka dîrokê da dû milet ewqas sal li kêlek hev û carna jî dinav hevda bijîn wê ji rewişt û tîtalan, zanîn û marîfetê, tiştên feleknasî û bawermendiyê ji hev hînbin û bidin hev. me di beşa dazanîna dîroka tiwafên Êzdiyan da bi kurtî basê paşmayên dabûnerîtên miletên Mezopotamiyan, yên mîna sûmeriyan, Babilyan û Asûriyan kir, ku çawa wan miletan jî bi vî terzî û bi helkefta hatina sala nû şahî seremonî lidardixistin. Mînak seremoniyên destpêka sala nû li ba miletê Asûrî û Kildanî 12 rojan dixayand û her rojekê programê xwe hebû bi kinî wisa bû:
roja yekemîn hayenî roja sêyemîn, jêre digotin heyama pakkirina derûnê mirovan, û divan rojan da Keşîş (kehene) yê Îsagêla wate keheneyê mala Merdox bi keşîşên dêrên dî ra duwa û dirozên xemgîn digotin, bona ku Merdox Babil û Imperatoriya Babilyan bi parêze. Roja çaremîn amadekariyên roja pêncemîn dihatinkirin, ji bilî duwa û dirozên bi roj, bi şêvê dastana afirandina gerdûnê (Ilîna Îliş), yekbûna hêza xwedawendan di Merdox da û çawaniya pêkhatina her çar werzên salê dihat vegotin. Roja pêncemîn roja kirnoşbirina padîşahê Babil bû li hember Xwedawenê mezin Merdox.
Roja Şeşemîn saxkirina roja gehiştina Xwedawend Nabo ye, dema ew û hevalbendên xwe ji Nîbûr Ûrûk, Kîş û Erîdo li hawara Xwedawend Nabo hatibûn, ev roj bi roja rizgakirina kalê dîl tê binavkirin. Roja Heftemîn roja rizgarkirina Xwedawend Nabo ye, piştî ku ew sê rojan desteser û dîlmayî. Roja heştemîn peykerê gişt xwedawendan li ciyekî tên komkirin, ew jî tê wateya wê rojê, ya ku wan piştevanî li Xwedawend Merdox hatîkirin. Roja nehemîn meşa serkeftinê ber bi mala Akîtî ve dikeve rê, ew cîyê Xwedawend Merdox li destpêka cîhanê li hemberî Xwedawendê ava jêrîn Tenîn Tiyamat serkeftî. Roja dehemîn digehin Mala Akîtî û dinava bajar da Xwedawend Merdox bi amadebûna xwedawendên cîhana jor û jêrîn ahenga zewaca xwe bi Îştarê ra radgehîne, ew xweşewîstiyeye ya ku li gorî mîtolociya Asûrîyan ku beharê bixemil û xÊzdîke. Roja yazdehemîn Her dû xwedawend Merdox û Îştar verdigerin wê malê ya ku yekemîn car li roja heştemîn lê civiyayin, vê rojê çarenivîs û aqûbeta miletî tê destnîşankirin. Roja diwazdehemîn, roja dawiyêya cejna Akîdo ye xwedawend Îştar vedigere peristgeha Merdox, peykerê xwedawendên ku beşdarî Akîdo kiribûn şûnde digerînin û jiyan li Babil û Aşûr cardin normal dibe.
Pêwîste bêjîn ku Kiristiyanênên li parêzgehên Musil û Dihokê bi rengek cihê (cuda) ji kiristiyanên welatên dî, her sal li mehên nîsan û gulanê şahiyan li derdora dêr û mezargehên xwe lidardixin, ji van rêwresman ra dibêjin Şanedêr. ew jî bi seremoniyên dînî, bi derxistina xêra miriyan û bi şayî û govendê pêşewaziya nîsanê dikin. Asûrî roja azadbûna Xwedawendê mezin Merdox ji dozexê û zewaca wî Bi Xwedawend Îştar re, û Rabûna îsa ji aramgeha xwe li destpêka nîsanê bi hev ra girêdidin, ev sê bûyer li cem miletê Asûrî egerên kêf û xweşîyên beharê ne. Balkêşe her sal diheman dem da ji temamî parêzgehên Îraqê tenê parêzgeha Musilê, Mehrîcana Beharê lidardixe û bi awayek cihê pêşewaziyê li meha nîsanê dike. Bêguman dema mirov van tevaya dide ber hev wê ji dîroka 3000 salan bersivê derxe. Dûyemîn: li gorî baweriya min ji ber ku piraniya mezargehên xasû
bavçakên Êzdiyan li başûrê Kurdistanê ne, tiwaf jî pêwîste li der dora mezargehan bê lidarxistin dibe ku eve jî yek ji egeran be ku tiwaf tenê li başûr derdora lalişê hene, dema em dibêjin nêzîk Lalişê em Şengalê jî ji darxistina tiwafan dûr dixin û ew jî raste ji ber ku tiwaf bi giranî li welat Şêxin ango mîrgeha Şêxan, lihfa Qayidiyan û li herêmên Dinan tên kirin. Cêwaziya di rêwresimên tiwafan da: Heke mirov programê rêwresmên tiwafan bide ber hev wê cêwazî û cihê rengiya dabûnerîtan di şêwe û awayê pîrozkirina wan da bibîne, li gorî baweriya min her tiwafeke ku programê xwe yê dînî nebe ji bilî çavlêkirineke bê wate, ti bingeh û senga xwe ya dîrokî jî nîne. Hind tiwaf hene bi şêwe û awayê lidarxistina seremoniyên xwe, ji tiwafên dî cihêye, mînak:
Perîsiwarkirin: Perî ji qimaşî (peroyê) reng sipî, sor û kesik pêk tê milet beşek xêra xwe ya salane ku qimaşe, dibene ber xasê xwe, micêwrê xasî serperiştiya karûbarê birîn û dirwarê dike, pêwîste carekê di salê da qimaşê li ser gora xasan bê nûkirin û li rojên tiwafan ev kar tê encamdan. Roja tiwafê hijmareke rûsipî û extiyarên gundî qestdikine mala micêwrî û ew yekî jê dibijêre, carna bona xêrbexşînê diber hev da radibin ka kê zêde da, dê wê salê patê rengîn (Êzidî bona pîroziya wî dibêjn perî) datîne ser serê xwe (bi watayek dî micêwir dê wê periyê dane ser serê wî) ev seremonî ji mala micêwrî ber bi xasê gundî ve diçin û dema digehin ber xasî mêvanên amde bi rêz dibin, ber bi pêriyê ve diçin û ziyaretî dibin(maç dikin), piştî ku hemûyan ew tewafkirî derbasî aqidê dibin û periya kevin ji ser gora xasî hildidin û ya nû li şûna wî radixin, paşî micêwir periya kevin dibe mala xwe û li ciyek taybet ku jêre bibêjin stêrik diparêze, û piştî dû hefteyan dibe Lalişê, li wêder joreyek taybet bona gişt periyên xasan hatiye amadekirin. Bo nimûne perîsiwarkirin li van Tiwafan heye, Hekîm Fêris li Xetarê, Êzî li Doxata, Şah Siwar li Bêbanê, Pîr Mend li Cerahiyê, Şexsê Badê li Bapîrê. Li gorî lêkolînvanan berê perî li tiwafa Kerecal jî dihat siwarkirin, lêkolînvan dibêjin dibe ku dema milet yan êşîkkêş li dawiya êşîkê pişt û pitşt vedigerin gund xeleka winda ya vê rêwresmê ango ya periyê be.
Êşîk tenê li tiwafa Kerecal li gundê Sînaya devera qayîdiyan tê li darxistin ( Kerecal navê xasekî Êzidiyaye ku aramgeha wî li ser çiyayekî bilinde, serê sibê tiwafîker karê xwe dikin û dikevin ser rêya jêheliya besarê çiyayekî asê), êşîk jî ew rêwresmeye dema
tiwafîker ji çiyayî bilind dadikevin jêr piştî ku her yekî/ê tayek biçûk ji tayên darên ber mezargehê Kerecal jêkirî biserê xwe yan bi cilên xwe venayi û hindek axa ber derazînka mezargehî ku nîşana pîrozî, zodarî û wefadriyêye li eniya xwe dayî tê encamdan. Dema ku êşîk yan ew rêrewa miletî digehe binê geliyê kerecal li silavgehê şêlkeke guleyan ji bal çend xortan ve tê havêtin û li pêşewaziya tiwafîkeran miletê ku derfetê çûna serê çiyayî nebû heye û li pêşiya wan jinên bi taweyên tijî agir û bihna bixûrê hene, dinuqteya hevgirtinê da beşek ji êşîkkêşan piştûpişt vedigerin heyanî digihin navenda gundî. Êşîk berî 3000 salan li cem Sûmeriyan jî hebû, jêre Îşîş yan (Êşêş) digotin, wan jî ev seremonî di şayîyên serê sala xwe da lidardixist.
Hêvara tiwafa Bozan periyên hilêlên bi serê quban ve li ber dengê dahol û zirnê tên nûkirin, bi dor ya Êzî, şêşim, Melik şêx Sin, Xefûrê rêya û bilêle. Peryên kevin di bene mala Şêxê Wezîr ku di heman dem da ew micêwrê Şêşimse, paşî micêwir wan periyan dibe lalişê.
Dev û şibaban û semakêşan tenê li tiwafên Başîk û bahzanê tên encamdan.
Jêder:
Gundiyatî aliyekî Enthropolojî ji komkirina Xidirê Silêman 1985, Bexdad.
Dengê me, Kovareke toreyî û rewşenbîriye, jimara 3, 1987, Dihok, rûpel 90, nivîsa Mecîd Heso.
Hevpeyîvîn bi lêkolînvan Bavê Azad re. ٨٧٩١ ، بغداد، طە ب اق ر، م قدمة ف ي ت اري خ ال حظارات٨٧١٧ ، بغداد، ترجمة و تعليق عسين علوان حسين، جورج رو، العراق القديم8811 ، الطبعة االولی. المعتقدات الدينية في العراق القديم. سامي سعيد االحمد. االحمد جامعة، خليل جندي محاضرة الى مركز الدراسات اآلسيوية األفريقية. د، خليل جندي. دكيل 7008/6/ 72 في 8812 دمشق، فريديريك ديلليتش – ترجمة إيرينا داوود، بابل والكتاب المقدّس8861 ، طهران، كتيب احتفاالت االول من نيسان رأس السنة االشورية-
Lêkolîn di fîstîvala kultûrîya Mala Êzdiyan li Oldenburg 20.11.2011 hat pêşkêş kirin.