Peyva Medya geljimariya gotina Latînî Medium e û wateya wê navîn an jî navend e. Her weha weke navgîn jî tê bikaranîn. Mîna roja me, di dîrokê de jî ev gotin di wateya navgîna danûstandinê ango ragihandinê de hatiye bilêvkirin. Wateyên cûda yên vê gotinê hebin jî, ji ber mijara xwe emê bahsa gotina Medya di wateya navgîna ragihandinê de bikin. Ji bo ragihandinê navgînên tên bikaranîn televîzyon, radyo, rojname, kovar uhw. ne. Di dema dawî de facebook, twitter, youtube ûhw. jî bi navê Medya Civakî (Sosyal Medya) cîhekî girîng di warê ragihandinê de girtine. Di nava sîstema dewleteke demokratîk de hêza dewletê li sê beşên serbixwe tê parvekirin. Ev jî rêveberî ango hukûmet (Exekutive), Qanûndayîn ango Meclîs (Legislative) û Daraz ango Dadgeh (Judikative) in. Ji ber ku ev hêzên dewletê ne, Medya jî weke hêza raya gelemperî di rêza çaremîn de tê hesibandin. Bi gotineke din ew hêza gel e. Di sîstemeke demokratîk de nûnerê gel e. Bi navê gel çavdêriyê dike. Herweha ew dengê legal ên nêrîn û daxwazên siyasî ye. Lê belê di rastiyê de derdorên bi hêz weke hukûmet, kargehên mezin, partiyên siyasî ûhw. wê weke navgîneke ragihandinê bi awayekî profesyonel bi kar tînin û bi vî rengî bandora xwe li gel dikin. Çi bi dizî û çi eşkere bandorê li nûçeyên wê dikin û bi vî rengî nêrîna gel li gor daxwazên xwe diguherin, an jî çêdikin. Kes ango derdorên ku Medyaya wan xurt be, hêz û bandora wan jî xurttir e. Ew dikarin rastiyan li gorî daxwazên xwe berovajî bikin. Mînaka herî balkêş a di vî warî de nûçeyeke televîzyona Emerikî CNN´ê ye, ku di sala 1991´ê de di dema şerê Kendavê de weşand. Di vîdyoya nûçeyê de ordekek di nava petrolê de dihat nîşandan. Xwedêgiravî Serokdewletê Iraqê yê wê demê Saddam Husen Kuweyt bombebaran kiribû, petrol ketibû nava deryayê û Ordeka di nava Petrolê de ewordeka ``reben`` jî di navê de
mabû. Bi vî awayî şerê li dijî Saddam hat sorkirin gel ji bo. Paşê derket holê ku ev vîdyo li bajarê Kanada Halifax´ê di dema qezayeke tankera petrolê de hatiye tomarkirin. Heman Medya wexta ku Saddam Husen di 16´ê Adara198´an de gelê Helepçe bi gazên kîmyewî qetil kir, ji ber berjewendiyên welatê xwe demekê li ber vê karesata mirovahiyê bêdeng mabû. Mînakeke din a di vî warî de fîlmên Lîstikvan û komedyenê sînemaya Tirkiyê Kemal Sunal (Şaban) in. Hema hema her êvar di kanaleke cûda ya Tirkan de fîlmekî Şaban tê weşandin. Fîlmên herî zêde tên weşandin û temaşekirin ên wî ne. Ev fîlm bandoreke mezin li civakê dikin. Şaban bi xwe jî bandora fîlmên xwe Komedyên Kemal Sunal (Şaban ) ya li ser civakê baş dizane. Di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Tirkiyê Zaman re dibêje; ``îqtîdar (hukûmet) bi xêra min li ser lingan in. Ne wisa be mirovê biteqin. Ez îlaceke pîskolojîk im. Ew (kesên pirsgirêkên wan ên aborî hene) her êvar wê îlacê dixwin û rehet dibin. Roja din dîsa dikevin nava şerê jiyanê.`` Medya helbet bi qasî vê rola negatîf dikare roleke posîtîf jî bilîze. Mînaka herî baş a di vî warî de fotografê derbarê şerê li Vîetnamê de ye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) demeke dirêj şerekî qirêj li vî welatî dimeşand. Raya giştî ya DYA û ya gelemperî ji vî şerê qirêj bê xeber bû. Lewma ev şer dikarîbû bi awayekî hov bihata meşandin. Lê belê mirov dikare bêje ku tenê fotografekî qedera vî şerî guhert. Roja 01.02.1968´an, di dema herî dijwar a vî şerê qirêj de rojnamevanê Emerîkî Eddie Adams ji bo ajansa nûçeya Associated Press fotografek kişand. Fotograf dema ku Fermandarê Polîsên Saigon (piştî şer navê vî bajêrî bû Bajarê Ho Chi Minh) Nguyen Ngoc Loan gerîlayê Vietkongê Nguyen Van Lem, ku dîl ketibû dest wan, li kolanê bi dabançeyê înfaz dike, hatiye kişandin Dema Fermandarê Polîsên Saigon gerîlayê Vietkong Înfaz dike
Vî fotografî û hovîtiya tê de tê dîtin, cîhan û bi taybet jî welatiyên DYA`yê rakir ser lingan. Herkes bi qirêjiya vî şerî agahdar bû û dengên
dijberiya şerê qirêj gurtir derketin. Her çiqas piştî vî fotografî şerê li Vietnamê çend salan dewam kiribe jî, lê vî fotografî gelek tişt guhert. Hîn jî dema bahsa şerê li Vîetnamê tê kirin, ev fotograf tê bîra piraniya mirovan. Ev mînakên hatin dayîn û gelek mînakên din, bi taybet jî mînakên ku mirov dikare di beşên fîlm, rêzefîlm ûhw. de tê dîtin ku Medya me tenê ragihandine. Ew her weha navgînê şer e jî. Her alî, çi dewlet, çi sîyaset, çi hêzên cûda, çi partî, çi karsazên mezin ji bo bandora xwe li raya giştî bikin, Medyayê bi kar tînin. Bi gotineke din her kes şer ango têkoşîna xwe bi riya Medyayê dike. Ev şer car caran eşkere, car caran jî veşartî û bêyî ku mirov pêbihise tên kirin. Di cîhaneke wisa de em çavekî jî bavêjin Medyaya Êzdiyan. Rewşa Medyaya Êzdiyan Girîngî û bandora ku Medya dikare li gel bike, Êzdiyan jî zû fêm kir. Dema mirov bahsa Medyaya Êzdiyan bike, li gor min divê bahsa Radyoya Dengê Êrîvanê, rojnameya Riya Teze û televîzyona Med TV jî were kirin. Bi taybetî Radyoya Dengê Êrîvanê, ku di 1´ê Çile 1955´an de vebû, bi qasî Êzdiyan bandoreke mezin li tevahiya gelê Kurd kir. Di demekê de ku Kurdistan parçe bûbû, sînor ketibûn nava Kurdan, asîmîlasyon li ser wan dihat meşandin, Radyoya Dengê Êrîvanê bû nefesek ji bo tevahiya gelê Kurd. Wê dengê Kurdan gîhand hevûdin û ji bo zimanê Kurdî zindî bimîne bû bingeh. Vê radyoyê hunera dengbêjiyê xurttir kir. Klamên dengbêjên weke Casimê Celîl, Karabetê Xaco, Eslîka Qadir, Aram Tîgran, Şeroyê Biro, Kawis Axa ûhw. gîhand her devera ku dikarîbû lê bihata guhdarîkirin û bû bingeha pêşxistina hunermendiya kurdî. Her weha ruhê netewebûnê di nava gel de bi pêş xist. Hejmara yekem a rojnameya Rıya Teze di sala 1930î de bi tîpên latînî hat çapkirin
Rojnameya Riya Teze jî, ku di Adara 1930´î de li sowyeta berê hat weşandin, yekem rojnameya Kurdan e ku bi alfabeya kurdî, bi tîpên latinî hatiye çapkirin. Ev rojname herçiqas weke organeke ideolojiya komunistiyê derketibe pêş jî, di warê pêşxistina çand, ziman û edebiyata gelê Kurd de bû çavkaniyeke berhemdar. Her weha di warê ola Êzdî de
xebatên hêja kir û danûstandina di nava civaka me de bi pêş xist. Bîrewariya gelê me di warê dîrokî de zindî hîşt û jiyana Êzdiyan li Ermenîstanê gîhand deverên din ên Kurd û bi taybet Êzdî lê dijiyan. Televîzyona Med TV jî (paşê bû Medya TV, MeTV, Roj TV ûhw.), her çiqas weke yekem televizyona Kurdî ya netewî dest bi weşana xwe kiribe jî, di weşanên xwe de cih da jiyan û ola Êzdiyan jî. Bi nûçe, dokûmenter û bernameyên xwe yên derbarê Êzdiyan de jiyan û ola me bi gelê Kurd da nasandin. Pîrozbahiyên cejnên Êzdiyan bi bernameyên zindî hatin weşandin, urf û edetên civaka me hatin nîşandan. Dua, qewl û beytên me hatin vegotin. Bi riya vê/van televîzyonê/an dijîtiya li hember gel, ol û civaka me hat şikandin û empatî û sempatiya ji bo ola me hat xurtkirin. Her weha girêdanek di navbera Êzdîyên li her devera cihanê çêkir. Ji bili van, Êzdiyan hewl da li gelek welatan bi riya rojname, kovar, malper, pirtûk û broşûran ol û jiyana civaka xwe, pirsgirêk û kêfxweşiyên xwe, dua û qewl û beytên ola xwe ragihînin. Lê belê gava herî bandor ya di vî warî de vekirina yekem televizyona Êzdiyan Çira TV bû. Ev televizyon di 14´ê Tebaxa sala 2012´an de, ku 7. salvegera komkujiya li Şengalê (Gir Izêr û Sîba Şêx Xidir) bû, dest bi weşana testê kir. Piştî salekê jî dest bi weşana asayî kir. Televîzyona ku niha çend saetan weşanê dike, ji bilî jiyan, urf û edetên Êzdiyan bahsa ola wan û vizyona wan ji bo pêşerojê jî dike. Vê televîzyonê di serî de dengên Êzdiyan gîhand hevûdin, her weha bû dengê Êzdiyan çi li qada neteweyî, çi jî li qada navnetewî. Televîzyona Çira Tv bi weşanên xwe yên di dema fermana li Şengalê de bêhtir derket pêş. Girîngiya wê zêdetir hat fêmkrin. Bi riya wêne û vîdyoyan, her weha bi roportajên li qadê ango yên bi Êzdîyên mexdûr re hatin kirin, êş û azara wan gîhand hemû cîhanê. Bi taybet jî, di serî de Êzdî, dengê wan gîhand hemû cîhanê. Bi vî awayî bala raya giştî ya navneteweyî kişand ser Êzdiyan û dilrehmiya ji bo wan zêdetir kir. Wêneyekî ku Çira Tv ji bo alîkariya Şengalê weşand
Eger mirov Medyayê tenê weke navgînê ragihandinê bigre dest wê demê
mirov dikare bahsa hebûna Medyaya Êzdiyan bike. Ji ber ku çi televizyon, çi radyo be, çi rojname, çi kovar be, çi malper, çi sosyal Medya be, Êzdî van alavan bi kar tîne. Mirov dikare gotûbêj bike, ka ev Medya bi fonksiyona xwe têr dike an na, bi kêr tê an na. Lê belê mirov dikare bibêje ji bo ragihandinê Medyayeke Êzdiyan heye. Ev Medya bahsa jiyan, çand, urf, edet, pirsgirêk û kêfxweşiya Êzdiyan dike. Ya herî girîng bahsa ola Êzdiyan dike. Lê belê eger mirov Medyayê weke qewet, weke hêz bigre dest, ewqas bi hêsanî nikare bahsa hebûna Medyaya Êzdiyan bike. Ji ber ku mîna me bi mînakên nûçeya CNN, fotografê ku înfazkirina gerîlayê Vîetnamî nîşan dide û hevpeyvîna Şaban dît, Medyaya Êzdiyan nikare rolekî wisa çalak bilîze. Ew nikare rojevê diyar bike, bêhtir li dû rojevê direve. Bûyeran radigihîne, lê nikare bi rêxistin bike. Di nava hewldanan de ye, lê nikare diyarker be. Dema mirov vê rastiya Medyaya Êzdiyan dibîne û rola Medyayê ji bo civakan li ber çavan digre, pêwîstiya xurtkirina vê yekê jî ji xwe ber derdikeve pêş. Ji bo civakeke weke ya me, ku her sê hêzên me ango hukûmet (Exekutive), Qanûndayîn (Legislative ) û Daraza (Judikative) me nînin, girîngiya Medyayê ji bo Êzdiyan ji ya hemû gelên din zêdetir diyar dibe. Medyaya Êzdiyan pêwîst e, bibe hêz. Ew bi wezîfeyeke dîrokî re rû bi rû ye. Ji bo karibe vê wezîfeya xwe ya dîrokî pêk bîne, pêwîstî bi kadroyên profesyonel, bi ezmûn, xwedî fikrên modern û karibin siyasetê ji bo civaka xwe bikin, heye.
Rê dûr be jî, rêveçûn bi wî alî ve ye. 05.10.2014