Daîştî wek zihniyeteke kevnar, desthelatdarîperest û navguhêr

Mîrhem Yîgît

DAÎŞ yan jî IŞID, ji çêbûna xwe û ber bi îro de gelek nav guhertine. Destpêka wê heta bi Efgansitanê diçe, cihê lê lingên wê erd digre Iraq e û di qonaxa dawî de jî li Sûriye bilaş û gewd dibe. Bi rê de qonax bi qonax dibe rêxistina "Cemaat el-Tevhid vel-Cihad" û sala 2004 an di navekî bi navê "Tanzim Kaidat el-Cihad fi Bilad elRafidayn" de kincên xwe dughere ku bi navekî gulovertir dibe " El Qaîda Iraqê". Navguhêrî yek ji xisletên vê pêkhateyê ye. Du salên piştre vê carê bi çend gurûbên biçûk re dibe yek û di bin navê "Konseya Şûraya Micahîdînan" de xwe bi rê dixe. Ev di meha çile de dibe û di çiriya heman sala 2006 an de navê "Dewleta Îslamî ya Iraqê" li xwe dike. Nîsana 2013 an bi navê " Dewleta Iraq û Şam ya Îslamî" li navê îro nêzîk dibe û hinekî piştretir navê xwe kurtir û ji awira coxrafîk ve sînornasnekir dike û bi tenê dimîne ID, ango Dewleta Îslamî ( Hezîran 2014). DAİŞ, ev demeke ku ji awira dagîrkirina rojevê û wek diyardeyeke kêmnimûne bûye "pizika ser zimanan", bi qasî pêşbinî tê kirin, hêz û xofa xistiye dilan, serêşa ji gelên herêmê û cîhanê re çêdike, di nav serberjêrbûn û şikestinekê de be, ji şervanên gelê Kurd derbên giran xwaribe û li Kobanê pozfirkandî bûbe jî, wê hê demeke din jî cihê xwe di rojevê de bernede û raya giştî bi xwe mijûl bike. DAÎŞ -IŞID çi ye û ne çi ye ? DAÎŞ xwe wek tevgereke îslamî binav dike û li ser axa Iraq û Sûrî di nav hewla avakirina dewleteke Îslamî de ye. Ji awira îdeolojîk û cîhanbîniya xwe jî ji malbata El Qaîde ye û ew jî mîna El Nusra, Hizbulah û hwd. mezhebî û wehabî-selefî ye. DAÎŞ, li gora siyasetmedarên AKP, Dawidoglu û beşek mezin ji nivîskar û medya ser bi hikûmetê, rêxistineke ku ji aliyê misilmanên Ereb û sunî hatiye avakirin. Ereb û sunî ji ber zilma Malikî li ser sûniyên Iraqê û ya

Esed li Sûrî, rêxistineke mîna DAÎŞ avakirine û ev jî di esas û bingehê xwe de bertek û hêrseke kombûyî ye. Kesên kategorîzekirina DAÎŞê ne mikun dibînin, ev girûh ji xwe pêve naşibe tu pêkhateyeke din û di dîroka dirindeyî û xwînrêjiyê de, nimûneyeke mirov bikaribe DAÎS ê pê re miqayese bike û bi alîkariya wê DAÎŞ ê bide nasandin tune ye, dibêjin jî hene. Bi nerîna van kesan DAÎŞî ne mirov in. Ew kesên di şer de dîl digrin mîna tu pez û dewaran ser jêbikî, serê wan jêdikin, keç û jinan jî wek cariye û objeyên seksê bikar tînin. Ev nerîn Îşîdî û DAÎŞiyan dişibîne cinseke meymûnên şempanze û wan wek mexlûqat û bûnewerên tebayî, nîvmirovî binav dikin. Dema di nav qebîle û refên şempanzeyên cihê de şer derdikeve, aliyekî ji van qebîleyan giş meymûnên nêr ji qebîleyên din dikujin, jinên wan tevlî qebîleya xwe dikin û tecawizî wan dikin. Wa diyare ev mexlûqatên IŞÎDî-DAÎŞî hê di vê qonaxê de ne. Hin hê jî bi wirdetir de diçin û dibêjin miqayesekirina DAÎŞîyan bi lawir û sewalan re, bi xwe jî neheqî û heqareteke li lawiran. Lewra DAÎŞî bi hest, wîjdan, mirwet û bi fikirkirina xwe li ser encamên kirinên xwe gelekî di bin heywanan re ne. Wek nimûne mirov di televizyonan de dibîne ku dema dayikek li zaroka xwe dixe segê malê nahêle, qijaka birîndar ku ketiye avê ji aliyê hirçekê ji avê tê derxistin. Pilingekî meymûnê dikuje, dema dibîne ku çêlîka wê heye wê digre ba xwe û pê şa dibe. Mirov dibîne ku ne hestê seg, ne yê hirçê û ne jî yê piling û meymûnan jî tune li ba IŞÎDî û DAÎŞîyan. Daîştî, guhertin û jihevdexistina usûlan, nasnekirina usûl û wacibên hene û ferzkirina yên nû û bi temamiye li ser xelkê. Daîştî coredirakulayîtiyeke serdema me ye Çawa ne bi tenê dixwaze xelk jê bitirse, belê bibizde, bi xwe de bimîze, ji ser hişê xwe bikeve, kezebqetandî bibe, ji desthilanîn bikeve, biricife, birehele, devê wî/wê têkeve hev, hew karibe biaxive, zimanê wî/wê negere û ew jî vê bi çavên xwe bibîne, dema ev giş dibin di çav xwe keve, zewqê jê bigre Li vir em li damar û meylên sadistî jî nêzîk dibin û rast tên. Di heman demê de di ber zewqên sadîstî re mirov pêjna lebtên psîkopatî jî dike, lewra mirov kêfxweşiya ji şikencê, bêwîjdanî û bêdiliyê jî di her qetlîam û kuştinên DAÎŞê de wek demareke xwur dibîne. Ev zihniyetek

e, divê ji hinek cîhan bi xwedî bibe, vala çênabe DAÎŞ- IŞÎD Dijminê Kurdan e . DAÎŞ di destpêkê de wek rêxistineke Erebên sunî, li dijê şiîyan, nîzama li Bexdê, dagîrkeriya Emerîka û dewletên mîna Israîl dihate naskirin, belê di encama pratîka wê de derket ku ew di esas û bingehê xwe de rêxistineke nîjadperest û li dijê Kurdan e. Xwiya bû û bê ku cîh ji şikê re bimîne zelal bû ku DAÎŞ siftbûn, tîrbûn û bilaşûgewdbûneke antîkurd, zêderewiyeke kilerîkal û li dijê jinan e. Ismeîl Beşikçî jî bi pirsên li jêr balê dikşîne ser vî aliyê DAÎŞê: Heger rast e, DAÎŞ mîna niwênerên hikûmeta AKP dibêjin "bertek e li dijê Emerîka û Malîkî" wî çaxî çima êrîşî Kobanê dike ku ne têkiliya wê bi zilma şiîyan re, ne jî bi ya Emerîka û dagîrkeriya Iraqê re heye ? Çima DAÎŞ davêje ser Kurdên ku rejîmê elewî-Ereb nasnameya wan xesp kiri ye, nade wan. Çima davêje ser Kurdên misilman û Êzdîyên mezlûm? IŞID-DAÎŞ, bi vê êrîşkariya xwe ya bi nakok, tiştekî îtîraf dike û dide dest. Ew jî ew e ku li dijê Kurdistanê li ser hesabê dagîrkerên Tirk şer dike. Dawî li gora pisporên mafê mirovan, DAÎŞ rêxistineke terorîst e û hevkariya pê re her core alîkariya wê, vekirî yan sergirtî, li gora hiqûqê navneteweyî sûc û tawan e. Bi gotinên rojnamevan Abdulkadir Gok, DAÎŞ “bêhna goştê şewitî, bêhna xwîna kizîrî û jiyana kuştî ye” Û nimûneyeke DAÎŞî di kirinên fermandar û milîtanên DAÎŞê de: Di nav tekbîran de DAÎŞî, êrîşê dibin ser pêşmergên Kurdistanê û di encama şer de 3 pêşmerge dikevin destên êrîşkaran. DAÎŞî kincên zer yên Guantanamoyî ku pirteqalî ne li dîlên di destên xwe de dikin û bi destên kincreşên ji çavên wan pêve tiştekî wan yê din nexwuyaye, serê wan jêdikin. Dema serê wan jê dikin jî milîtanekî DAÎŞê bi van gotinan ban Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî dike: " Ey Berzanî em miletekî wiha ne ku hez ji xwînê dikin. Ji bo me jî xwîna herî bedew ya pêşmergeyan e". Paşmêrê DAÎŞ - IŞID ê Tirkiye ye. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Dijminekî bênavcî, keysperest, bêbav û

xwedênenas e. DAÎŞ û Işida ku baskekî El Qaîdeyê ye, pişta xwe dide Tirkiye, Siûd û Qetarê. Li pey Işidê û bêperwayîya wê li himberê Kurdan rasterasta Tirkiye, hikûmeta Erdogan û Dawidoglu hene. Dewleta Erdogan bi du mebestan piştgirî da IŞID ê. Ya yekê ji bo xistina Bişar Esed û ya din jî ji bo rê li şoreşa Rojava bigre, ji re paşmêrî kir. Îspatek ji îspatên di vê derbarê de jî hejmara Tirkên di nav DAÎŞ ê de ne. Li dora 2000 hizbilahên destbixwîn û qatilên ji salên 90´î li Bakur, motorek ji çend motorên DAÎŞ´ê ne. Serokê neteweyî ev rêxistin wek Jîtema Rojhilata Navîn bi nav kir. Sebeba harbûn û çavsoriya li dijê Kurdan bi aliyekî xwe jî li vir vedigere, ji vir bixwedî dibe. Li gora hin çavkaniyên Rojavayî, nisbeta Tirkên di nav DAÎŞ´ê de li dora ji % 10 an e û bi gotinên nivîskarên mîna Cengîz Çandar pîrika jidayikbûna DAÎŞ´ê bi xwe jî Tirkiye ye. Bi gotineke din DAÎŞ - IŞÎD di himbêz û sînga Tirkiye û hikûmeta AKP de mezin bûye. Dîsa çavkanî radigihînin, ku di nava vî çeteyê navneteweyî û jiserxweçûyî de, kêm be jî jirêderketî û raxeritiyên Kurd jî hene, heta yek ji wan bi navê nizanim çi „Elkurdî“ ku wê ne dûr be ji Huda Parê yek ji bombeçêkerên vê şebekê ye. DAÎŞ Vekirî Ye ji Her Core Pêlîstin û Bikaranînê re? Ewil û berî herkesî hêzên navneteweyî ji bo ku li Sûriyê û li Iraqê meramên xwe bînin cîh û bighin hedefên xwe, DAÎŞ bikaranîn û bi kar tînin Rejîma Beesiyên Sûriyeyê ji bo mixalifên xwe lewaz bike û bi ihtîmala belkî xwe ji wan rizgar bike, çavên xwe li kirinên DAÎŞ ê girtin. Heta tê zanîn ku gelek qerargehên xwe dewrî DAÎŞ´ê kirin, ew bi hêz kir û di ser DAÎŞê re û bi alîkariya faktorê DAÎŞî deshelatdariya xwe da qebûlkirin. Emerîka jî hat cihê ku vê bibêje: tercîha me îro ne Esad belê IŞÎD e, û ev dîtin îspat kir. Esadê ku kesî nikarîbû wî rizgar bike, Tirkiye ew rizgar kir. Tirkiye û rejîmê behsîyê Sûrî ji heman amanca hevbeş re xizmet kirine. Niha Tirkiye û sûriye jî di ser DAÎŞ´ê re siyasetên xwe dimeşînin. Yek bi riya DAÎŞ´ê hebûna xwe li ser piyan radigre û yê din siyaseta xwe li Rojhilata Navîn dimeşîne. Siyaseta perçe bik û birêve bib di şertên nû de dewam dike, çember û xelekên ji şidetê têne avakirin. Ev xelek û çember jî di encamê de dikevin xizmeta sermayê, Emerîka û endûstriya

çekdarane ya yekîtiya Ewropa "Tu Çi di Beroşê Xî Tu dê Wî Derxî" DAÎŞ, ber û berhemeke beroşa Rojhilatanavînî ye, bi esil û feslê xwe zaroka vê herêma bi kirîz, nexweş û bi pirsgirêk e. Pirsgirêk û serêşên herêmê li qirikê ne, ketine ser hev û bûne zemîn ji derketina her core kom û çeteyên jiserxweçûyî. Ne îslama deshelatdar û ne jî netewdewletên li ser kar, ji vê kirîza mezin û kûr re; exlaqî, civakî û îdeolojîk re nabin çare , nikarin bibin çare û ev jî dibe zemîna pêdebûna rêxistinên mîna DAÎŞ´ê û her rêxistineke din ji vê malbatê û bi heman zihniyetê. Helbet di tenişta lewaziya dewletên herêmê de, nebûna îrade, mixalefeteke alternatîf û hewleke avakirina nîzameke demokratîk û di vê eniyê de, di têrnekiriyên navxweyî de, hesabên Rojava ji bo midaxelekirina di Rojhilata Navîn de û ji bo vê jîhewcedariya bi rêxistineke mîna DAÎŞ´ê jî pêwist e, bêne bibîranîn. Kurt û kin têkiliya vê kirîzê bi pirsgirêk û problemên cîhana îslamî, bêçaretiya îslama tiradisyonel, deshelatdar û gerdîşiyane re û ji cîhekî û pêde bi xitimîn û navnobûna El Qaîde re jî heye. Ne ecêb e ku DAÎŞ ne dûr nav û kincên xwe bughere û heman kadro bi navekî nû careke din Elqaîdetiya xwe dewam bikin. Nav Nû Ye, Belê Zihniyet Çend Hezar Sal Emirmende ye Zihniyeta DAÎŞ´î ne nû ye, di bin navên corecor de wek demareke berdewam hebû, di coxrafya îslamê de rêxistinên mîna DAÎŞ û bi amancên Panarabîzim û Panîslamîzmê tim hebûn. Doh BAAS´î bûn, Ixwanilmislimîn bûn, El Qaîde bûn, îro jî DAÎŞ in sibe jî navekî din in. Gotin jê re navê ku DAÎŞ - IŞÎD dirêjayî û dewama zihniyeteke emirmende bi navekî nû ye. Temenê wê du salan derbas nake. Taliban, El Qaîde, Hizbulah, El Nûsra, Huda Par, Boko Haram û IŞÎD çend navên jihevzayî, jihevveketî û ber û berhemên heman navçeya cîhana îslamî û Rojhilata Navîn în. Giş rêxistinên olî û mezhebî ne, bi navê îslamê kar dikin, hêrs û kefbidevketî, tije xezeb û devgerm in, ji desttêwerdanên derve re vekirî ne û ji awira zihnî sentezekî giş zêderewiyên neyênî, bêtoleransiyên herêmî û navneteweyî ne. Heger em binavkirinên li DAÎŞ´ê û dîtinên li ser faktorên li pey çêbûn û derketina wê careke din gilale bikin, wê di çend xalan de rêzkirineke wiha ne dûr be ji rastiyê:

DAÎŞ, cenewarekî binhiş û di xew de bû ku destekî xwurt ew ji zîndanê berda. Hêzên midaxela Rojhilata Navîn dixwazin hewcedariya wan bi hêzeke wek DAÎŞ´ê hebû. Ew nexweşiyeke weba û kuleke serdema me ye, ew cenewareke binerdê û di şibhetê însên de ye, Decal û Frankeştaynek e. Barbariyeke bê nimûne ye DAÎŞ, di nav nimûneyên hovîtiyê de nimûneyeke vê rêxistinê bide nasandin û tarîfkirin tune, her şibandin gelekî kêm û sivik dimîne. Ew mîqrobeke, berhemeke laboratuwarî ye û ji kesên xwediyê pirsgirêkên rûhî, mirovên psîkopat, sadîst, şikencekar û ji zewqgirên ji wehşetê hatiye pê. Rêxistinek e ku dixwaze dewleteke îslamî ava bike ku elemanên wê ji şervanên Efganîstan, Çeçenistan û Bosna-Hersek têne pê ku profesyonel û di nav hereketeke berdewam de ne. Rêxistineke destkird e ku Emerîka ji bo ku Rojhilata Navîn ji nûve ava bike, çêkiriye. Bi çavên nîjdperest û deshelatdarên çar welatên dagîrker, Emerîka hem DAÎŞ´ê birêve dibe û hem jî dike mahneyek ji bo avakirina Kurdistana Mezin. Rojava ji bo xwe ji giş qirêj û gemara selefiyên li Ewropa rizgar bike, cîhadîstan li deşta Sûrî û Iraq dicivîne da ku wan îmha bike. DAÎŞ ji bo ewlekariya Israil hatiye çêkirin ew hespekî troya û lîstikeke emperyalîzma rojava ye. IŞÎD zaroka kirîza netewdewletên li Rojhilata Navîn e û ji nav valahiya îdeolojîk û siyasî ku di encama vê kirîzê de hatiye pê çêbûye. Li gora dijminên Kurdan û nîjadperestên Tirk û hwd. ji bo avakirina "Kurdistana Mezin" ji aliyê Emerîka tê bikaranîn. Û li gora pêşverûyên herêmê, ji bo hilweşandina alaternatîv û modelê Şoreşa Rojava bi sernekeve çêbûye. Medya civakî bikar tîne û li gora xwe îslameke kêfî tetbîq dike. Di çarçeweya pilanekî 6-7 qonaxî de behsa dewleteke Îslamî dike û ji bo vê dewletê jî Bihuştê garantî dike. Mîna Endulujansa qirnê navê. Bi vî aliyê xwe dişibe afarozkerên serdemên berî reform û ronesansê li Ewropa. IŞÎD- DAÎŞ, rêxistineke wiha ye ku herkesê mîna wê nafikire wek kafir îlan dike, ku kafir jî îlan kir qetla wî/wê, malê wî/wê, jin û zarokê wî/wê helal dibe. Ji her aliyên cîhanê heydûtan berhev dike, wek gurên devbixwîn tu berdî

nav keriyên pez berdide nav xelkê bê guneh, sifîl û bêçekan ketûber dikuje. DAÎŞ´a îro ku di sedsala dawî de serê mirovan li ber kameran jê dike, bi riya medya civakî li her aliyê cîhanê bela dike, bi saxî însên binerd dike, diçîne, diricimîne, bombeyan bi stuwê pîr û mezinan daldiqîne wan diteqîne, mêrên nexweş, zarokên berşîr û bêtaqet tî û birçî dihêle, di nav îşkenceyan de ola xwe bi dîl û esîrên di dest xwe dide qebûlkirin wan biçûk dixe, telef dike, ne mikun e, bi alîkariya çend binavkirinên wek psîkopat, sadîst û kesên dilkevir bête tarîfkirin. Tarîfkirineke wiha ne ku di xwe de rastiyê nagre. Di DAÎŞê de ev damar û ev xislet xwurt in û di asteke serdest de jî xwedîrol in. Belê bi bahweriya me wê rastir û bîcîhtir be ku mirov DAÎŞ´ê û Daîştiyê wek zihniyet û mentalîteyekê bigre dest û di çarçeweyeke wiha de li vê dilkevirî û dilzingariyê bikole. DAÎŞ xelekek ji xelekên zincîreke dûr û dirêj û ya herî dawî ye ji vê mentalîte û zihniyetê. Ji Doh Ber bi Îro vee Zihniyetên Daîştî û Yên Mîna Wê Her zihniyet xwediyê reh û rîşeyên xwe, derbasbûn û dîroka xwe ye. Di nav vê derbasbûn û dîrokê de ji diya xwe dibe, distewe, diqebile, dibe çand, rê û şêwazekî birêvebirina civakê û çareserkirina pirsgirêkan. DAÎŞ, encam û sentezeke wiha ye. Sentezeke ku ji zihniyetên neyênî, zêderewiyên mîna, dogmatîzim, sadîzim, psîkopatî û bêtoleransiyên çend hezar salên dawî hatiye pê. Ji hejmarek damarên olî, baviksalarî, deshelatatdarîperest, çandî û leşkerî bixwedî dibe, Di vê lêkolînê de em dê zêdetir têkevin pey şopên vê zihniyetê, em dê çavekî bavêjin dîroka têkiliya wê bi deshelatdariyê û çavsorî û zilma deshelatdariyê re. Ewil li ser Zihniyetê Çend Gotin û pê re Jî Çend Nimûne Zihniyet li derekê dikeve rê, tov û bizreke ku rasterasta têkiliya wê bi însên re, bi rewş û şertên civakî, çandî û eskerî re heye. Encam û berhemeke ku di nav sedsal û hezarsalên dirêj de çavên xwe vedike, dibe bahwerî, şêwenerîn, cîhanbînî û dawî exlaq û karekterek. Awe û şêweyekî hiskirin, pêjinkirin û pirr tiştên din e zihniyet, aliyên wê yên dînî, sosyolojîk, manewî û hwd. hene. Rengvedanek e unsur, damar û faktorên madî û manewî ye. Şêwefêmkirin, liberketin û tesewirkirinek e. Rêyeke fikirkirin û ramanê ye zihniyet. Corejiyaneke, têgihiştin û

tevahiyeke zewq, sitîl û hestên eskerî û sivîl e. Coreyê çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan û rengvedana wan di jiyanê de ye. Term û têgeheke sosyo-psîkolojîk e zihniyet. Avahî û saziyeke ku girêdayê civak û çandan dibe xwediyê xweseriyên xwe û li gora kulturan û zeman tê guhertin. Bi şax û perbûnek e zihniyet. Şetekî bifikirin ku bi sedan best, rûbar û avên hûr û mezin tên ser û giş bi hevre tiştekî komplîketir ava dikin, tînin pê. Zanyarî behsa zihniyetên destpêkî û seretayî, dayiksalarî û baviksalarî, dogmatîk û lîberal, erênî û pozîtîf, zihniyetên nûjen û hemdem, deshelatdarîperest û faşîst, demokratîk û hwd. dike. Ji bo naskirina zihniyetekê pêwist e, mirov têkeve pey damarên zihniyet ji wan bixwedî dibe, pêwist e, mirov referensên zihniyetê nas bike, bala xwe bide palik û piştekên wê. Li giş xislet û dirûvên wê binere û dawî yeko yeko li wan bikole. Wek nimûne recma jinan, çandin û binerdkirina jinan, firotin û tecawizkirina jinan, Jêkirina guh, poz, derxistin yan jî mîlkirina çavan /Koroglu/, zora li însên ji bo guhertina ol û mezhebên xwe, serjêkirina rojnamevanan û bi riya televizyonan belakirina wan li cîhanê, hûrkirina rojnamevan û siyasetmedarên Kurd li kolanên Amedê bi satoran, şewitandinên di zîndanên Tirkiye û di otêlên mîna Madimak de, kuştinên bi dar û qelasan, hêrtina bedenên sax di patozan de, ji guhên gerîlayên kuştî çêkirina tizbiyan, girtina wêneyên xwe li ser bedenên serjêkirî û pesnê xwe dayîna bi hovîtî û dirindeyîyê, kuştina Ozgecan Aslana Dêrsimî, her yekê bi serê xwe damarek ji damarên Daîştiyê ne. 1. Daîştî, di dîrokê de carna di sezarekî mîna Neron û Kalîgula de, carna di deshelatdarekî mîna Cengîz Xan de, di kuştina zarokên di nav lingên hespan de, di fermanên siltanên mîna Yawuz Siltan Selîm û Kuyucu Murad Paşayê bi hezaran jin, mêr û zarok bi saxî di bîr û çalan de dirizandin û hinek caran jî di nîjadperestî û şêtayetiyên ferdî de mîna yên cenewarê sedsalê Anders Breivikê Norweçî û qetlîama Timothy McVeighê Emerîkî ku wek " bombekarê Oklahoma" kete dîroka qetlîaman jiserxwe diçe. 2. Her wiha Daîştî, carna di dîroka deshelatdariya Ereb de, di bi sedan nimûneyên wek yên ji bin de birîn û vemrandina zarwên Hz. Elî û 12 ê Îmamên Ehlilbeytê de, di çavsoriya li Îmamên Mîna Ebû Henîfe de, her core wîjdan bin pê dike: Xelîfe Mensûr Îmam Ebû Henife, davêje zîndanê. Temenê wî 65 e. Xelîfê Îslamê Ferman dike ku rojê 10

qamçiyan li serê wî bidin û bi her roja derbas dibe re 10 qamçiyên din jî li yên roja berêtir zêde bikin. Roja 11 an ku hejmara qamçiyan derkete 110 an, Imam Henîfe nexweş dikeve, êdî hew kare biaxive. Ser û çavên wî di nav xwîn û birînan de dimînin. Çavên wî diwerimin, guhên wî bi derbeyên qamçiyan diçirin, lêvên wî diterişin, diteqin. Di zîndanê de tî û birçî maye, qirika wî ziwa bûye, hew kare xwêziya xwe daqurtîne. Li gora rîwayetekê di zîndanê de û li gora yeke din piştî ku ji zîndanê derdikeve, sala 767 an dimire 3. Daîştî, carna di Voyvodayê ku mixalifên xwe li qazoxê dixist, di kirinên paşayên Osmanî de ku serhildêrên Kurd bi saxî davêtin nav distên avên kelandî, yan jî di cînayetên milîtarîstên mîna Enwer Paşa de ku Kurd, Ermenî û Asûrî li Sariqamişan, li ser riyan bi komikî û bi pilan û proje dikuştin de, carna di kesayetiyeke mîna qatilên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Mereş, Sêwas û Roboskî, fermanên Kurdên Êzdî de û gelek caran jî di kesayetiyên siyasetmedarên mîna Sedam û enfalên wî, di kirinên Agar, Çiler, Gureş û Erdogan de û bi taybetî di îdamên bêrawestan ji aiyê rejîmê Îranê de birih dibe. 4. Carna di şewitandina metin û berhemên bi nivîskî yên mîna Awesta de dikeve ber qeydên dîrokê. Wek nimûne Avesta di sê qonaxên dîrokî de ji aliyê sê deshelatdariyan ve hatiye şewitandin. Du caran B.Z nê di zemanê Akamenidan û Skenderê Meqedonî de û yek jî P.Z ê di zemanê Xelîfê Ereban Omer Bin Xetab de. Emer wiha ferman kiriye : Ekrad zerdeştî ne, kafir in, kuştina wan, mal, milk, jin û keçên wan helal in. 5. Carna masakir û jenosaydeke Osmanî ye li girava CIHIOS sala 1822 an li dijê Yewnaniyan. 6. Carna barbarî û hovîtiyeke ku mîna sala buhurî berê xwe ketûber li Şingalê dide Kurdên Êzdî û jiyanê li komelanên bêsûc û bêguneh, bêçek û destvala bi hûr û mezinên xwe dike dojeh, dike qesabxane. Yên vê dikin ne bi tenê Daîşiyên milîtan û destbiçek in, belê Erebên cîran û kirîv bi xwe ne . Bala xwe bidin gotinên Kurdên Êzdî ku ji nav lep û pencên qetlîama DAÎŞ´ê filitî ne: "Yên herî zêde em kuştin û xwîna me rijandin, li hêsirên çavên me nenerîn, dilê wan bi me neşewitî kirîvên me bûn. Bepisiyarên herî mezin ev kes bûn ku me zarwên xwe di dawên wan de sinet kiribûn, cîranên me bûn. Kirîv û dostên me yên Ereb bi DAÎŞ´ê re bûn yek. Xayintiya mezin wan bi me kir. Me ev hêvî ji wan nedikir". Wiha behsa tirajediya xwe kirin. "Me ji çavên xwe bahwer nekir dema bi DAÎŞ´ê re êrîş kirin ser me. Me tiştekî wiha tehmîn nedikir, wan çogên me şikenandin. Malên me bi

ser me de hilweşandin, mal û milkê me di malên me de çi hebû talankirin, jin û zarokên me revandin, kuştin, şikence û tecawiz kirin. Dost û cîranên me yên kevin û sedsalan, Erebên em û ew bi salan di nav hev de, malên me nehîb kirin, xwîna me herikandin mîna ku me qet hev nasnekiribe, em ne dost û kirîvên hev bin, me nan û av bi hev re venexwaribe." 7. Carna Daîştî di rengê dijminayetiya çandan de derdikeve pêş wek hilweşandina peykerên Bûdhayên Bamiyan li Efganistanê, hilweşandina dêrên li Mûsilê û perçekirina peykerên çendhezarsalî bi balyozan, talankirina muzexaneya Bexdê, bêhurmetî û rêzdarî ji pîrozgehên mîna Laleş re û hwd. rû dide. - Li Himûsê keleheke ji kelehên serdema xaçparêzan, ji sedsala 12 an. - Cardî li heman bajarî û heman herêmê serobinhevkirina Kemera Dayika Meryem û Dêra Ümmü El Zünnar. - Îbadetgeha Bel Palmîra. - Li Helebê Mizgefta Bilind. - Li Şamê û li derdora wê Mizgefta Emewiyan, Keleha Şamê, Keleha Ibnî Maal û bajarê Entîk ji serdema Roma Busra. - Xerabkirina mizgeft û medreseyên li Xizna û li Tilmehrûf li Rojavayê Kurdistanê DAÎŞ Wek Xelekek ji Xelekên Zincîra Qetlîamên Berî Xwe Ev dîrok heta tu bêjî bes kevin e û di lêkolîna dawî û encama encamê de, têkiliya wê bi deshelatperestîyê, hewila bindestkirin û kolekirina qewm, ol, mezheb û cinsekî ji aliyê qewm, ol, mezheb û cinsê din e, ango nasnekirina qanûnên xwezayê bi ferq û cihêyîyên xwe û xwezaya xwe ye. Ev damara DAÎŞ´î ji vê awirê nasnekirina qanûnên xweza û Xwedê ye û heger kufrek hebe jî wê ev bi xwe be. Ji vê awirê kufra herî mezin e Daîştî. Dîroka encamên vê nexweşî û belaya hegemonîk dirêj e, tije tirajedî, nîjadkujî û xwênawî ye û heta vê bêhnikê DAÎŞ dûnde û ewladê wê yê dawî ye . Tiştên DAÎŞ dike û doh li Şingalê, li Tilhemîs, li Rojava li dijê eşîrên sûniyên ne bi xwe re û li Kobanê kir, ango kuştina kes û komên bêparastin, kuştinên bê dilrehmî û ji ber sebebên nîjadî, olî û ferq û cihêyîyên siyasî, dikeve kategoriya jenosayd û qetlîaman. Ji xwe kuştinek jî dema bi mebestên qelandina nîjad yan jî etnîsîte, mezheb yan jî

neteweyekî be dibe qetlîam. Cardî li gora heman daneyan DAÎŞ, li cihê kiristiyan, Êzdî, Tirkmen, şebek, Ehlil Heq, Saba û gurûbên Şîî dibîne avê li wan venaxwe û wan bi barkirin û kuştinê tehdît dike. Ji Mûsilê 500 hezar kes koçber bûn, bê ku bi xwe re bigihin tiştekî xwe bi xwe re birevînin. Ji Arşîv û Zihniyeta DAÎŞ´î Hejmarek Nimûneyên Îro Ketine Ber Qeydên Dîrokê: 1. Tê gotin ku Skenderê Meqedonî sala 334´an B.Z 250.000 hezar kes kuştiye ji ber ku li dijê wî derketine û jiyana wî xwestiye nepejirandine. 2. Sala 1099´an ewropayîyên kiristiyan piştî ketine Qudsê li dora 70.000 misilman û Yahûdî kuştine. 3. Cengiz Xan bi qetlîamên xwe navdar e û kesên avê li destê wî bikin di vê derbarê de kêm in. Sala 1220´an dema bajarê Semerkantê dagir kir 75.000 hezar û li bjarê Heratê jî li dora 600.000 hezar mêr, jin û zarok kuştine. 4. Sedsala salên 1400´î Draculayê III mîn ku bi navê /voyvodayê bi qazox/ ketiye dîrokî 10. Hezar mêr, jin û zarok li qazoxê xistine. Dîlên digirtin bi eziyet û bi şikenceyên gelekî bi êş dikuştin. Qetlîamên Emerîka û Ingilîstanê li Dijê Çermesor û Aborjînan Qetlîama ewil li dijê Çermsorên Bakurê Emerîka, li herêma Filorîda îro, sala 1539 an ji aliyê Spanyoliyan tê kirin. Lisêdarêxistin û şeniqandin bi 200 kesan dest pêkiriye, ev çerxa xwînrêj biger ketiye û sedsalên piştre ji awira hejmarê zêdetir û xwîna rijyaye jî bêhtir dewam kiriye. Hernando de Soto kesê ev herêm û dever keşif kiriye qatilê serekî ye. Hernandoyê carekê destên xwe xistiye xwîna ewqas kes vê carê sala bi dû de li herêma Alabama hejmara binecîhên kuştiye deh qat û nîvan zêdekiriye û çardî ji çerme sorên Çoktawî 2500 kesên din daye ber gule û agir. Di zikhev de û li ser hev ji sala Kiristof Kolomb Emerîka keşif kir û pê ve li dijê çermeSoran di ser 65 qetlîmên DAÎŞ´î hatine qeydkirin. Li ser axa Emerîka qetlîama dawî sala 1911 an hatiye pê û navê vê qetlîamê jî wek qetlîama dawî (Last Massacre) ketiye dîrokê. Qetlîam û qirkirinên ku Spanyolî û Emerîkiyan li Emerîka û Emerîka

Latînî kirine bêhesab in. Dema Kristof Kolomb dikeve Emerîka ku sala wê 1492 ye, nifûsa binecîhên Arawaksî 8 milyon e, di nav 22 salan de ev hejmar dadikeve 28 hezaran. Melektiya Ingilîstanê bi awayekî sîstematîk û bi proje salên di nav 17881938 an de 250 salan Aborjîn îmha kirine. Nexweşî xistine nav wan, jehir xistine nav xwarinên wan û ji 750 hezar aborjînên reşik bi tenê 31 hezar filitîne. Elman li Rojavayê Efrîka Sala 1891´ê Elman li Rojavayê Efrîka li Namibya qetlîam kirine. Ketine welatê wan ji bo madeyên xam, êrîşî ser xelkê kirine, bê ferq û cihêyîya di nav temen û cins de qetlîam kirine. Ma Erdogan jî berî bi çend salan di sedsala 21´ê de nabêje zarok be, jin be, kî dibe bila bibe wê li ber çav neye girtin. Li Namîbya, yên ji qirkirin û qetlîaman xelas dibûn jî, bi şikenceyan dikuştin. Ji 132 hezar xelkê binecî 15 hezar ma. Norweç Salên di Nav 1920-1930´an de Welatên îro ji awira demokrasî û toleransê di serê lîstê de tên wek nimûne welatekî wek Norweç bi xwe jî ne ji zûde hê doh pêr di nav salên 1920-1930´î de hin gurûbên etnîkî bi mebestên homojenkirinê, ne bi tenê kuştine, belê bi qanûnên derxistine keç û jinên wan bi zorê xesandine, stewir kirine. Ew wiha difikirîn ku bi vî awayî ew nîjadên xwe diparêzin. Ev di serdemên avakirina dewletneteweyan de li giş Ewropa û li welatên mîna Firensa, Ingilîstan û hwd. din hatine kirin. Daîşiyên Hîtlerî û Elmanya Salên di nav 1933-1945 an de Elmanan ji gurûbên etnîkî yên corecor bi dehhezaran kes bi komikî û bi rêz kuştin, di kempên corecore de şewitandin, di odeyên gazê de jehir dan. Rêveberiya Elmanya Hîtlerî giş nîjadên ku ji xwe nedihesibandin bi herfan îşaret dikirin û di encama vê kampanyê de ji %94 ên qereçiyan xesandin. Wek hedefa duhem cihû hatin hilbijartin. Li Elmanya û li welatên Elmanya dagir dikirin, bi milyonan cihû hatin gulebarankirin, dalqandin, şeniqandin, şewitandin û bi jehrê kuştin. Ev Qetlîam di Çend Qonaxan de Têne Naskirin: Ewil jidestgirtina giş mafên cihûyan ji wan û dûrxistina wan ji erk û meqamên berz, piştre Destdanîna ser mal û milkê wan û naçarkirina wan ji bo jiyana di getoyan de. Û çareseriya bi temamî û nîhayî jî komkirin û

civandina wan di kempên mirinê de û kuştina wan di odeyên gazê de yan jî kuştinên bi awayên din Di 15´ê Îlona 1935 an de dewleta Hitler "Qanûnên Nurnbergê" derxistin. Li gora vê qanûnê kesên ne ji nîjadê arî, mirovên ji sinif û polên jêrîn in û zewaca wan bi kesên ji nîjadê arî re qedexe kir. Di Teşrîna 1938´an de sînagogên cihûyan, dikanên wan, mal û milkên wan hatin şewitandin û êdî ji vê salê û pêde bi deh hezaran cihû xistin kempan. Heman tişt faşîstan li Mereşê kirin. Di van kempan de bi dehhezaran cihû di getoyên Polonyayê de ji nêza, ji ber sermê û nexweşiyan mirin. Dr, Yosef Mendelê navdar di febrikên mirinê de bi sedan ceribandin li ser bedenên cihûyan kirin. Doktorê Himmler Felix Karsten digot ku fermana Hitler e, gerek heta dawiya şer yek jî ji yahûdiyan nemîne. Li gora lêkolînerên Holokostê ango jenosayda li dijê Yahûdiyan, hejmara yahûdiyên hatine kuştin di reqemên cihê de bilaş û gewd dibin. Li gora dîroknasê Ingilîz Gerald Reitlinger hejmara yahûdiyên mirine di nav 4,24,7 milyonan de ye, belê bi kitêba dîroknasê Emerîkî Raul hilberd ku piştî 8 salan çap dibe û ji raya giştî re heşkere dibe, ev reqem derdikeve 5,1 milyonî, dîrokansekî din yê Ingilîz bi navê Martin Gilbert sala 1982 an vê hejmarê derdixe 5,7 milyonan. Sala 1990 î arşîva Sovyet ji bo dîroknasan hatiye vekirin. Bi alîkariya van belgeyan careke din ji nû ve hejmara kuştiyan hatiye hesabkirin. Ev hesab berdewam bi derketina belgeyên nû tê guhertin Jenosayda li Dresdenê. Emerîkî û Ingilîzên piştî şikestina Elmanya, welatê Elmanya dagîr dikin îca ew bi xwe qetlîaman dikin. Emerîkî û Ingilîzan 3 rojan bê navber bajarê Dresden ji ezmên û ji erdê bombebarkirin ku koçberên Elman xwe avêtibûn wir. Ev bombebaran bi hêrsa tolhildanê hatin kirin. 3 900 ton bombeyên hêza wan yan xerakirinê zêde û 200 hezar bombeyên napalm li bajêr barandin. Di encama vê herekata tunekirinê de 200 hezar kes ku bi piranî zarok û jin bûn hatin kuştin. Dema mirov dizane ku hejmara japoniyên di encama bombeyên atomî de li Hiroşîma û li Nagazakî hatin kuştin 135 hezar bû, mirov dikare bibe xwedîfikrek li ser meznahiya jenosayda Dresdenê. Danîmerqî Çi Tînin Serê Penaberên Elman. Dema Artêşa Sor, Artêşa Sovyetî dikeve Elmanya, 250 hezar Elman

direvin Danîmerka, xwe davêjin bextê cîranê xwe li Bakur. Ji sisya yek ji wan koçber û xwêniyan zarokên di bin 15 salan de bûn. Gişan di kempên dorpêçkirî de kom dikin. Bi hezaran zarok û mezin di encama nexweşiyên tîfûsê, îltîhaba roviyan û zikêşê de jiyana xwe ji dest didin. Qetlîama Firensa li Cezayirê Di nav salên 1832-1839 an de bi hezaran mirî bûn xelata Firensa ji bo gelê Cezayir. Sedsalekê piştre sala 1945´an di serhildana Sedifê de 45 Hezar kes hatin kuştin. Tablo û encamên salên di nav 1954-1962 an de jenosaydek ji mestirîn jenosaydên serdemê bû. 1,5 milyon mirî, 2 milyon û 800 hezar esîr û girtî û piştî serbixwebûnê jî di şerê navxweyî de ku ew jî dirêjayî û dewama kolonyalîzma Firensî bûn 100.000 hezar cezayîriyên din ji mirin. Nîjadkujiyên Rûsya li Dijê Teter û Azeriyan ku Kurd jî Para Xwe Jê Digrin Di dema Şerê Cîhanî yê II. de, di serdema Stalîn de bi behaneya ku " bi Elmanan re hevkarî kirine" gelek azerî hatin kuştin, yan jî ji ax û erda xwe hatin qetandin û sorgonî Sibîrya hatin kirin. Qetlîama li Kirimê ne di bin çend milyonan de bû. Di van salan de gelek tehde li Kurdan jî hate kirin û hejmarek kesayetiyên Kurd mîna romanivîsê navdar Erebê Şemo jî bûn sorgoniyên li ser riya Sîbirya. Dewleta Bulgar, Tirk, Pomak û Qereçî Salên di nav 1970 î û 1989 an de hikûmeta Bulgar bi projeya bulgarîkirina etnîsîteyên cihê li dijê 1,5 milyon Tirk, Pomak û Qereçiyan kampanyake asimîlasyonê li dar xist. Dewletê navê 310 hezar Tirkên li Bulgarya bi zora polis bi navên kiristiyanî û bulgarî guhertin. Dibistanên dersên zimanê Tirkî didan, beşên Fîlolojiya Tirk li Zanîngehan, rojnameyên bi Tirkî derdiketin û mizgeft bi fermanên dewletê hatin girtin. Ji ber navên bi Tirkî li ser goran, gor hatin xerab kirin. Li xwekirina bi motîfên Tirkî hatin qedexekirin. Kesên ev qebûl nekirin sorgon kirin, girtin û di kempên mîna kempa Belen de kom kirin. Di encama van zext û zoran de zêdeyî 300 hezar Tirkî barkirin Tirkiye. Nîjadkujiya li Dijê Boşnaqan Di şerê di nav 1992´an û 1995´an de di nav 3 salan de 200.000 mirov hatin kuştin. Li gora danayên Xaça Sor ya Navneteweyî li Bosna û Hersekê 312 hezar mirov hatin kuştin û li dora 2 milyonan jî cîh û warên

xwe bicîh hiştin. Qetlîama Emerîka li Felluce Di dema şerê li Iraqê de Li felluce 1500 sifîl hatin kuştin, cesedên kuştiyan man li meydanan û li rastê genî bûn, segan goştê wan xwar û 250 hezar kes ji herêmê hatin dûrxistin. Di bin navê anîna azadiyê de Emerîka li Iraqê di ser 100 hezar kesî re kuşt. Çend nimûne jî ji etnîsîtekujiyên deshelatdarên Tirk di dema Osmanî û Komara Kemalîstî de. Qirkirina Ermenî û Suryanî-Asûriyan Salên di nav 1914-1920 an de li Bakurê Mezepotamya û li Başûrê Rojhilata Enedolê, yekîneyên Osmanî bi zorê xelkê Ermenî, Asûrî û Kurd koçber kirin, kuştin û li ser riyan di nav serme û berfê de telef kirin. Li gora hesabên sazî û rêxistinên, Ermenî, Asûrî- suryanî hejmara kuştiyên Ermenî li dora milyon û nîvekê û yên Asûrî-Suryanî jî di nav 270-300 hezaran de bû. Belê nîjadkujiya li dijê Suryaniyan ji ber ku bi nisbeta pêwist nebû dabaşa lêkolînan ev qetlîama çendsedhezarkesî di bin siya lêkolînên li ser qetlîamên Ermeniyan de ma. Sala 2007´an li gora Komela Navneteweyî ya alimên nîjadkujiyan, di nav van salên jor de harekatên li dijê mînorîteyên kiristiyan wek Ermenî, Asûrî, Pontusî û Rûmî hatin lidarxistin, di wateya temam de qetlîam û nîjadkujîyeke mezin bû. Li ser ku qetlîam û jenosayd bû giş alim gihiştin heman mitabeqatê. Her wiha sala 1990´î "Genocide Watch" ragihand ku ew reda hikûmeta Tirkiye ku qetlîamên li dijê Asûrî, Ermenî û Roman qebûl nake, tesdîq nekir û nasnekir. Çi hate serê Pontûsên Derya Reş li Bakurê Tirkiye Ji bîranînên Roman em dizanin ku hejmara Pontûsan bi gotineke din rûmên Derya reş, ji 90 hezaran dakete 1700 kesan. Di nav 18 mehan de her ji 3 Roman 2 wan Stenbol terk kir. Gelheya Roman dakete 30 hezarî û îro ev hejmar maye 1700. Ev rûm jî çendî mane rûm ew jî bi nîqaş e, ev nîjad li ber qelandinê ye. Fermanên Kurdên Êzdî kirine hedef bi serê xwe dîrokek e Yek ji qirkirin û fermanên herî mezin li dijê Kurdên Êzdî sala 1221´ê dema Moxol dikevin Kurdistanê dicire. Salên di nav 1257-1258´an de Moxol her aliyê Kurdistanê di nav agir û xwînê de dihêlin. Şêx Şerefedînê ji malbat û bavikê Şêx Adî ye di şerekî li dijê Moxolan de şehîd dikeve.

Belê sala 1415´an Kurdên Êzdî vê carê ne li dijê Moxolan belê li dijê artêşeke hevbeş ku ji misilmanên herêmê hatiye pê, naçar dibin xwe bi parêzin. Di vî şerî de gelek Kurdên Êzdî têne kuştin, mal û milkê wan talan dibe û gora Şêx Adî jî bi erdê re dibe yek. Wekî din bi awe û şêweyekî bênavber, Ji dawiya salên 1700´î û heta bi sala 1840´î li Kurdistanê Kurdên Êzdî têne kuştin. Di nav salên 1810 1840´î de ji Meletya heta bi Silêmaniyê xwîna bi sedhezaran Kurdên Êzdî hatiye rijandin. Di van salan de kesên têne kuştin ji asûrî û ermeniyan zêdetir Kurdên Êzdî ne. Di salên 1820´an de li Deşta Garzanê, heta bi Sêrtê li herêmên Qurtelan, Eruh, Beşîrî, Batman û Kozlukê 360 gundên Êzdiyan têne hilweşandin. Kurdên Êzdî çendî karîbûn û ji dest wan dihat ji leşkeriya Osmanî direviyan. Lewra ji bo Êzdiyan leşkeriya ji Osmaniyan re derketina ji ola xwe û xayintîbû. Her wiha tê zanîn ku dewletê bi alîkariya Alayên Hemîdiye jî gelek caran Şingal dane ber top û guleyan. Çend qetlîam û ferman jî wiha didin pey hev: Qetlîama Waliyê Amedê Ehmed Paşa (1640-1641), ya salên di nav 1647-48´an li Şêxanê, ya 1715´an, qetlîama Silêman Paşa salên 1752-1754 li Şingalê, ya Emîn Paşa salên di nav 1767-1768´an de û heta salên 1800´î bi sedhezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin. Belê qetlîama di zemanê Bedirxan Paşa de sala 1832´an mezin e û êşa wê çend qat e. Gelek ji van qetlîaman jî ji ber wê bû ku Kurdên Êzdî ola xwe nedughertin û çanda xwe terk nedikirin. Dawî jî li Şingalê Kurdên Êzdî ketin ber şapeya DAÎŞ´ê. Li Şingalê çiqas nirxên mirovatiyê hene tev hatin perçiqandin; biçûk, mezin, jin mêr, bi hezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin,bi sedhezaran mirov, tî, birçî ji warên wan hatin koçberkirin. Di riyan de zarokên li ber pêsîran fetisîn, dê nikarî li weledê xwe bibe xwedî, ji tirsa, keç û bûkan xwe di zinaran de avêtin. Welatek bi pîrozgehên xwe ve hat dagîrkirin û wêrankirin. Bi kurtayî DAÎŞiyan her tiştê Xwedê heram kiriye tev li xwe helal kirin û ev giş jî li ser navê Îslamê kirin. Şerên li dijê Ereban, êrişên Moxolan misilmankirina bi zorê, hejmara Êzdiyan sistematîk kêm kiriye. Bi pêşdarazên ku Êzdî tariqeteke îslamîmuawîyeyî ne û baweriya wan bi melekên xirab heye, Êzdiyan gelek neheqî dîtine û ev jî bûne sebebên bêtoleransî, dilkevirî û her core mubahî li himberê Êzdiyan. Ji bo şerê desthilatdariyê li Kurdistanê ji aliyê împeratoriya Osmaniyan û Farisan ve teqrîben 1.2 milyon Êzdî heta îro hatine kuştin û 1.8 milyon bi

zor û kotek kirine misilman. Ji ber van sedeman û sedemên din Êzdiyan xwe li gund û çiyayên Kurdistanê ji dinyayê heta sedsala 20´an îsole kirin ku di encama vê de jî dinya û di nav de gelek Kurd jî li ser bîr, bawerî û civaka Êzdiyan ne xwedîyê agahdariyan beş in. Ebû Siêrd El Îmadî : Miftiyê dijminê qewmê xwe Ebû Siêrd El Îmadî bi eslê xwe Kurd e. Navê wî yê eslî Ehmed bûye, lawê Mistefa, ji Kurdên Amediyê ye. Sala (1472) ji dayîk bûye, 86 salan jiyaye. Di nav hiyerarşiya dewleta Osmanî de derketiye cîhekî pir bilind. Ji Siltanên Osmanî re, ji Sultan Qanûnî û Sultan Slêmanê Duyemîn re miftîtî kiriye. Şaîrekî naskirî û ji navdarên serdema xwe ye. Bi fetwa xwe ya li dijê beşek ji qewmê xwe ketiye dîrokê. Di fetwa wî de ev rêzên li jêr jî hene. Ferqa wî ji Ebûbekir Bexdadî û emîrên DAÎŞê nîne. Ew jî niwêner û damareke zihniyeta DAÎŞî ye. Çend rêz ji fetwa vî xwedênenasê DAÎŞî: Yê wan (Êzdiyan) bikuje xazî ye, yê bi destê wan bê kuştin jî şehîd e. Şerkirin li dijê wan, cîhad e. Ji ber ku Êzdî kafir in, ji kafiran jî kafirtir in. Kuştina wan di her çar mezheban de jî helal e. Cîhada li dijê wan ji îbadetê jî xêrtir e. Ji hev qetandina wan, pirt û belavkirin û kuştina wan û serokên wan, ji erk û ferzên olî ne . Hakim û walî gerek piştgiriya şerê li dijê Êzdiyan bikin. Heq heye mêrên Êzdiyan bêne kuştin û jin û zarokên wan wek yên giş kafiran li sûk û bazaran bêne firotin û jinên wan helal in li misilmanan. /Eskerê Boyik/ DAÎŞtiyeke ku Siltan Fatihê Osmanî kir qanûn: qetla kur û biran wacib e Qetla kur û bira bi Yildirim dest pê kir, bi Fatîh bû qanûn û di serdema Yawuz Siltan Selîm de wergeriya qetlîama kur, bira, Elewî û Kurdan. Ev qanûn, ango qanûna kuştina kur û biran salên dawî li Tirkiye girêdayê filmê "Muhteşem Yuzyil" demeke dirêj bû dabaşa nîqaşan û ev nîqaş hê jî bi temamî bi dawî nebûye. Bi taybetî xeniqandina Şehzade Mistefa kurê Qanûnî Siltan Silêman li ber çavên bavê wî û bi fermana wî ji aliyê heft celadên kerr û lal, her mirovê hinekî xwedî dil, hejand û kêm zêde li cem bû sebeba hêrs û nerehetiyekê. Li gora dîtin û zihniyeta dîroknasên di bin bask û perên dewletê de kuştina kur û biran ji bo mayîndetî û jiyana dewletê pêwist bû. Li gora vê nerîn û mentalîteyê dewlet, berî her kesî û hertiştî tê, dewlet di ser her xelk, etnîsîte û koma civakî re ye. Zihniyeta dibêje "ewil dewlet û piştre însan" îro jî di nav piraniyeke mezin ji siyasetmedar,"rewşenbîrên" Tirk de zihniyeta serdest e.

Li gora vê zihnyetê ev fedekariyeke mezin bû ji aliyê siltan û paşayên Osmanî. Li tu welatên din yên cîhanê bi vê nisbet û hişkiyê kuştina kur û bira nehatiye dîtin ku xanedanek wiha ji bo berjewendên deshelatdarîyê, text û tacên xwe kur û birayên xwe feda bike. Ev "fedekarî "bi tenê siltanên Osmanî krine”. Bi gotineke din ev kuştin meşrû ye, aqlane ye, di cîhê xwe de ye û evên wiha difikirin hejmara dikevin ber qetla wacib zêde dikin. Li gora wan, lidijderketina dewletê guneh û qedexe ye. Ev qanûn ji aliyê deshelatdarên Ereb û Osmanî hatiye danîn. Dualî bi Piştgiriya hedîsên corecor û biryarên deshelatdaran hatiye teqwiyekirin û bûye mîna tabûyeke qirnê navê. Dewlet jiyan û mayindetiya dewletê di asteke zêderew û fenatîk de heye. Wezîfa bikaranîna zorê karê dewletê û mafê dewletê ye. Rîayetnekirina ji vî mafê dewletê re guneh e, serîrakirina li himberê Xwedê, quran û hedîsan e. Piştre ev zihiyet di sedsala XX an dibe faşîzm û li seranserê Ewropa bela dibe ku dibe sebeba 40 milyon kuştî û bi tirilyonan dolar xesara madî. Cardî li gora piştgirên vê qanûnê û niwênerên heman zihniyetê, ji ber ku berî Osmaniyan dewletên din yên Tirk erda dewletê di nav zarwên xwe de par vedikirin piştî demekê perçe dibûn û ji navê radibûn. Rewşa dewletên Selçûkî û yên din wiha bû. Wek nimûne ji ber ku piştî mirina Skenderê Mqedonî Selûkiyan erda xwe de di nav zarwên xwe de beşkiribûn împeretoriya wan zêdeyî 200 salan dirêj nekir. Belê bi alîkariya vê qanûnê Osmanî 621 salan man û sebeb jî ev biryarname û qanûnama birakuj û kurkuj bû. Li gora vê zihniyetê, Siltan ne ji ber kîneke şexsî, kur û birayên xwe dikuştin belê ev bicîhanîna erkekî olî û dewletî bû. Heger di dîroka Osmaniyan de mîna ku di dîroka miletên din de dihate dîtin şerên mezin yên navxweyî û şerên navxanedanî nehatine pê,bi saya vê qanûnê bûye. Di hiqûqê Osmaniyan de welîahtî û sîstemê werasetê tunebû. Kî wê bê şûna Siltan ne diyarbû, meseleyeke bi rîsk û şêwequmarek bû, girêdayê şens bû, her kesî xwe ji text re amade dikir. Li Ingilistanê û li Firensa weraset hebû. Beşek ji şerên li Ewropa jî şerên di nav malbatên xanedanan de li ser werasetê û text û tacê bû. Di dîroka îslamê de jî tiştên wiha hebûn. Ev mesela siyasetê ye, piştî pêxember jî nakokî derketin û xelîfe Ebûbekir ne tê de belê hersê xelîfeyên din ango Emer, Osman û Elî bi kuştin çûn. Yên herî baş ev pirsgirêk çareserkirin Osmanî ne li gora dîroknasên Tirk. Gelek ji zana, alim û dîroknasên îro bi vê qanûna qetla bira û kuran wacib kiribû serbilind in. Di esas û bingehê xwe de ev canîtî ye. Belê li vir guneh û sûcê aliman mezin û

giran e, kesên fetwa dane ew in. Zarokên di pêçek û dergûşan de jî di nav de dema hatine kuştin û xeniqandin pişta xwe dane fitû û destûrên Sêxulîslam û ulemayên li derdora wan. Dewleta Osmanî ji serpêhatî û perçebûnên împeretorî û dewletên berî xwe ders derxistine û di encama dîraset û lêkolîneke berfireh de gihiştiye biryara ku di zemanê Fatih Siltan Mehmet de kiriye qanûn. Ev qanûn pêwistbû bihata derxistin yana wê împeretoriya Osmanî ewqas qirn dewam nekiriba. Girêdayê mezinbûn û firehbûna deshelatdariyê, zihniyta Daîştî jî ewçendî bêperwa û sînornenas dibe Deshelatdarî çendî mezin û freh bûye, ewçendî jî hêrs, xezeb û nexweşiya deshelatdariyê jî mestir bûye û girêdayê vê jî bi heman nisbetê xwîna zarok û biran ku bi destê deshelatdarê li ser kar hatiye rijandin jî wiha zêde bûye, bûye mîna lehiyê. Qanûnî Siltan Silêman ku xwe mîna siha Xwedê li ser erdê binavkiriye ji bo xatirê deshelatdariya xwe zarokên xwe bi xwe yeko yeko dane kuştin. Ewil Mistefayê şehzade kurê Mahidevran , piştre bi fikara ku dibe ku rojekê tola xwe hilînin kurê Mistefa yê biçûk û jina wî jî kuştine. Bi dû wî de Cîhangîr kurê Hurem Siltan ji ber êşa birayê xwe Mistefayê ku hate xaniqandin û ji qehra wî re ew jî behecî ye. Vê carê di nav kurên wî Selim û Beyazit de li ser kî têkeve şûna bavê xwe şer derketiye. Di şer de zora Beyazit çûye û Beyazit reviyaye Iranê, xwe avêtiye bextê Şahê Iranê Tahmas. Qanûnî kurê xwe ji Iranê daye anîn û piştre dawî li jiyana wî aniye. Bi dû de jî neviyên xwe Orhan, Osman û Abdullah dane xeniqandin. Berî Qanûnî Jî qetlîamên navxweyî navmalbatî bûne. Osman Gazi damezrênerê împeretoriyê, apê xwe Dundar Beg, Muradê I ê Hudagenivar kurê xwe Savci û du birayên xwe, Yildirim Beyazit çar kurên xwe, Mehmet Çelebi birayên xwe, Muradê II. Ap û sê birayên xwe Beyazidê II. birayê xwe Cem Siltan û kurekî wî, Fatih Siltan Mehmedê ku Tirkiye ewçendî pesnê xwe pê dide birayê xwe yê dusalî bi navê Ehmed û herdû wezîrên xwe Çandarli Xelil Paşa û Mehmûd Paşa kuştin. Qanûnî kurê din yê Cem Siltan, Yawuz Siltan Selim bavê xwe, du birayên ji xwe mestir, 6 birazî û 3 wezîrên xwe kuştine. Muradê III. Derdikeve ser text û bi derketina xwe re 5 birayên xwe dide xeniqandin û fetisandin. 100 zarokên wî çêbûne 53 ji wan hê dema ew sax e mirine.

Ji xwe Mehmedê III. ( 1595 -1603) Naye hesêb bê çend bira kuştine. Dema tê ser text ji 47 xwuşk û birayên xwe 19 an ji wan dixeniqîne. Her wiha kurê wî Şehzade Mehmûdê 16 salî jî hatiye kuştin. Osmanê II. Birayê xwe, Mehmedê IV. pîrka xwe Kosem siltan û Osmanê III. jî biraziyê xwe kuştine. Encam û gotina dawî Ev bi tenê çend nimûne ne ji DAÎŞtiya deshelatdarên Osmanî û bapîrên Kemal, Evren û Erdogan. Zihniyeta ji bo deshelatdariya xwe, kuştina kur û biran jî di nav de her kuştinê wacib û mubah dibîne û vê dike qanûn, wê çi neyîne serê gel, etnîsîte, çand, ziman, mezheb û olên di bin destên xwe de!! Kesên, ji pêçekê heta bi mirinê di nav petaxeke wiha de û bi dîrokeke wiha perwerde bûbe, ne mikun e ji ferq û cihêyîyan re, ji deng û rengên cihê re rêzdar û bi tolerans be. Ne ecêb e ku Erdogan ji êzingên Iblîs naye xwarê û her "êzingên min " dibêje. Kesên dibe serwextê ewqas qetlîam û xwînrêjiya zarok, nevî, ap û birazî bivê nevê di serê wî/ wê de pirseke wiha çêdibe: Deshelatdarên împeretoriyeke 6 qirnan deshelatdarî kiriye li cîhanê, gelo siltanên wê li vê dinyayê ne qatîl û li dinyaya din jî ne cehenemî ne ? Ev pirs bila li bendeyî bersiva xwe be, lê yeke zelal û diyar heye ku hêrs û nexweşiya dewlet û deshelatdariyê dema bi hezkirina bira, ewlad û civakê re tê miayesekirin di mêzênê de fera giran deshelatperestîye. Kultura dirêjayî û dewama kultura siltanên Osmanî bi biryara rakirina wê bi dawî nebû. Wek çand û gerdîşek ma. Ji xwe Kultur tevahiya exlaq, hiqûq, huner, gerdîş û tiradisyonane û di nav zeman û qonaxên derbasbûyî û îro de zincîrek e, şêwe û awayekî çareseriya pirsgirêkane. Xelekek ji xelekên vê zincîrê jî Itîhad û teraqî ye ku dirêjayî û dewameke heman çandê ye. Paşayên bi navê Enwer,Talat û Cemal, zarwên biyolojîk nebin jî dûndeyên Fatîh, Qanûnî, Yawûz û hwd. din in. Ji xwe pesnê xwe bi wan didin. Jîtemî, Turk Intikam Birligi Teşkilatî, Hizbulahî û hwd. din jî , kujeên failên wan ne diyar jî neviyên heman zihniyetê ne. Kesên zarwên xwe dikujin wê çawa avê li ermenî û Kurdan, suryanî û pontûsan vexwin. Li welatên zihniyet û perwerde xwediyê dîrok û derbasbûneke wiha li dora 600 salan e, lidarketina qetlîamên Ermeniyan, Asûrî-suryaniyan, Kurdan li Dêrsimê, Geliyê Zîlan, Sêwas, Mereş, Gazî, Helebçe, Roboskî, Şingal û hwd.wê bûyerên ji rêzê bin.

Û qetlên wacib jî ne yek û dudo û bi tenê doh belê îro jî wê zehf bin. Li cihê qetla kur û biran wacib bûbe, kinêsa ehlilbeytê ji binî de hatibe birîn, vampîrên mîna Hindê kezebên xav xwaribin, enfalên çendsedhezarkesî hatibin pê, wê qetla mixalif û cihêfikran jî, elewî û Êzdiyan jî , ermenî û suryaniyan jî, kesên limêj nakin. Ji " dîn derdikevin", koletiya mêr qebûl nakin jî wacib û helal be. Wê eskerek jî li eskeriyê eskerekî din ji ber ku elewî ye bikuje, mamosteyek ji aliyê mamosteyên din bê hermolokirin û afarozkirin ji ber ne sunî ye, wê li ser deriyê hin malan jî îbareyên wiha bêne nivîsandin: "elewiyên kafir werin rê". Wê li Adiyemanê û Erzînganê mîna li Mereşê bû malên elewiyan bêne îşaretkirin û wiha wê bê nivîsandin:" elewiyên kafir werin ser rê, yana em dê we bişewitînin"