Wêjeya Kurmancî ji serdema Îslamê heta qonaxa Cizîrî

Jan Dost

Rawestandinek kurt û mêjûyî Herifîna mezin: Di sedsala heftan de Îslam wek dînekî nû li Erebistanê derket û belav bû. Zimanê vî dînê nû jî erebî bû. Bi saya kitêba pîroz ya Îslamê(ango Quran) zimanekî erebî standard hate meydanê û erebên ku bi sedan eşîr û êlên dijhev bûn, bûne milletekî yekdîn û yekziman û yekhêz. Bi gotineke din aliyekî netewî yê Îslamê jî hebû ku neteweya ereb ji nûve ava kir û berê dîrokê guherand. Piştî serkeftinên Îslamê di Erebistanê de êdî çavên erebên misilman li derve jî bû. Wan him dixwest qada imperatoriya xwe ferehtir bikin hem jî dixwestin dînê xwe yê nû û „peyva Xwedê“ (li gor ku eqîdeya Îslamê digot) bigihînin millet û neteweyên din. Di sala 636 an de di dema xelîfetiya Umer Ibnul Xettab de artêşa Îslamê berê xwe da rojhilat û di şerê dîrokî Elqadisiyye de artêşa Iranê şikesteke mezin xwar. Piştî wî şerî temamê imperatoriya sasaniyan kete bin destê erebên misilman. Rûyê Îranê hate guhertin. Him dînekî nû him jî çand û wêje û zimanekî nû wek lehiyekê ew imperatorî da ber xwe.

Bê guman Kurd jî yek ji neteweyên ku di bin siya ala imperatoriya Sasanî de dijîn. Şikestina ku sasaniyan xwar, bûbû barek li ser milên Kurdan jî. Kurdan li ber xwe da, zû bi zû dînê nû qebûl nekirin. Heta sed salekî jî liberxwe didan. Nimêjgehên êgir hatin vemirandin û kitêbên dînî wek Zendevista (ku bi nerîna ola Îslamê kufrî bûn û divabû tenê Qurana Erebî hebe) ji holê hatin rakirin. Bi gotineke din zimanê wê kitêbê jî xwe da paş û rê ji zimanê erebî re bi darê zorê û devê şûr vebû. Eger em bala xwe bidinê di wan guhertinên dîrokî de zimanekî wek yê pehlewî û farisiya kevn nikaribû xwe li ber erebî bigirta, îcar zimanên ku bêxwedî bûn yan jî ne zimanê dewletê bûn (wek Kurdî) ziyaneke mezintir dîtin. Kurd bi zorê û ji bêgavî Îslam wek dîn pejirandin. Erê berxwedanek mezin jî hebû û bi dehê salan dirêj kir, lê li ber pêlên erebên misilman nikaribûn xwe bigirtana. Piştî herifîna Împeratoriya Sasanî dused sal ji bêdengiyê (bêdengiya wêjeyê) derbas bûn. Ango nema tiştek bi farisî hate nivîsandin. Welatê îranê him zimanê xwe derda, him jî dewlet. Firdewsîyê mezin (935-1020) wan salên tarî tîne bîra xwe û di Şahnameyê de weha dibêje: Zi mûş û melex xorden û sosimar Ereb ra bi cayî resîd est kar Ki tacî Keyan ra kuned arizû Tifû bad ber çerxê gerdûn tifû ** piştî xwarina gumgumok û mişk û kuliyan Desthilatdarî kete destê ereban Wan taca Keyanî kirin armanca xwe Wey tif li te be ey çerxa gerdûnê!! Naskirina Kurdan: Kurd jî wek parçeyekî ji wê imperatoriyê, ku navê wan di

wêjeya erebî de û di kitêbên tarîxî û cografîk yên erebî de bûbû (E`rab faris) koçerên Farisan, ji alî xwe de bêdeng mabûn (dîsa bêdengiyeke wêjeyî). Em nizanin ka gelo wêjeyeke Kurdî berî Îslamê hebû yan na. Kurdan çi berhem beriya Îslamê nivîsîbûn ev yek ne diyar e, lê ya ku mirov jê piştrast e, wêjeyeke Kurdî wê demê nebû. Piştî wan dused salên bêdengiyê hişê milletên herêmê li serê wan vegeriya û li zimanên xwe zîvirîn. Êdî erebî bûbû zimanekî hakim. Tesîreke mezin li farisî kiribû û ew zimanê kevn nema dihate bikaranîn. Zimanekî nû ku têkelî gelek peyvên erebî bûbû, derkete meydanê û elifbêya xwe ya pehlewî jî winda kiribû û bi ya erebî re guherî bû. Wêjeya farisî bi rengekî nû dest pê kir. Mêjûnûsên ereb ên misilman, erdnigarîzanên wan ji aliyê xwe de dest pê kirin û lêkolînên mezin li ser neteweyên imperatoriya Îslamî ya nû li darxistin. Ev encama sermayedariya erebî ya ku nû hatibû holê bû. Divabû serjimarî li temamê imperatoriya erebî biba û bac û xûkî bi rêkûpêkî bihatana stendin. Loma jî lêkolînên ku niha ji bo me gelekî sûdwer in hatin nivîsandin. Herçendî mebest jê bidestxitina bac û xûkiyan bû, lê sûdeke wan ji bo nijadnasan û etnologan jî hebû. Di kitêbên kevin de navê Kurdan derbas dibe lê Ethnologên erebî bêtir berê xwe didan nifûs û jimara neteweyan, qebîleyên wan û belavbûna wan li herêman û naskirina cih û warên wan û hijmara pez û dewar û hesp û hatina zeviyan jî. Etnologan gelekî guhdabûn tradisyon û çûn û hatinan û adetên wan. Ev yek jî weke me niha nivîsî wezîfeyeke bacstendînê bû. Loma jî ziman û wêje gelekî bala wan nedikişand yan jî wan bi qesdî perde diavêtin ser vê mijarê. Ji bo stendina bacê zimanê qebîleyekê ne girîng bû, lê jimara pez û nifûsa xelkê di ser her tiştî re bû. Di hin kitêbên nijadnasiya kevn de behsa Kurdan û qebîleyên wan tê kirin û bi lez di ser (zimanên) her qebîleyekê re derbas dibin. Di eslê Kurdan de jî nakokiyên gelekî seyr li ba wan nijadnasan hene, hinan Kurd ji farisan dihesibandin û hinan jî ji cinan û

hinan jî ji ereban! Li ser vê iddiayê hate gotin ku (Zimanê Kurdan erebî bû, lê dema li çol û çiyan bi demeke dirêj man zimanê xwe ji bîr kirin û têkelî zimanên cîranan kirin û ev zimanê Kurdî derkete meydanê! Binêre berhemên El Mes`ûdî. El Istexerî. Ibn Hewqel. Ibn Xurdazebe û yên din). Tiştê balkêş di wan berheman de ew e ku hemî nijadnas û cografîzanên misilman dibêjin Kurd milletekî koçer e. Ev bi xwe rastiyeke ku divê lêkolîn bêtir li ser çêbibin. Bi dîtina min eger em vê rastiyê wek rastiyeke dîrokî qebûl bikin, emê karibin gelek pirsên nezelal di dîroka xwe de fêm bikin û karibin niha jî gelek pirsan bibersivînin. Bingeha koçerî ya me Kurdan ji xwe ji sebebên ku hiştibû ew nivîskar bibêjin Kurd bi eslê xwe ereb in. Wan jiyana civakî ya ereban û Kurdan dabû ber hev û dîtibûn ku herdu millet di jiyana koçertîyê de nêzîkî hev in(helbet em nakokiyên qebîleyên erebî ji bîr nakin. Her qebîleyekê neteweyek ji xwe dihesibandin.). Koçerbûna Kurdan rastiya dûriya wan ji wêjeyeke nivîskî jî tîne ziman. Ango di nav koçeran de pirtûk û nivîsnadin û wêje nenas in. Heta roja îroj jî di nava koçerên Kurdan de ev yek diyar e. lê divê em vê yekê jî zanibin ku di civaka koçerî de urf û adetên Kurdan hatin parastin. Kilam û stran hebûn ku wêjeyeke devkî ya Kurdan bû. Dîroka cengan jî bi xêra dengbêjên di bin konan de û yên gerok heta roja îro ma. Ji konan ber bi kolanan ve: Li gor xwendina min a dîrokê, di serdema Îslamî de êdî Kurd hêdî hêdî daketin bajaran. Di bajaran de jî wêje rû dide. Ango wêjeya nivîskî encama bajarvaniyê ye. Em hinekî vegerin dîroka farisan. Me got zimanekî farisî yê nû piştî Îslamê hate meydanê. Zimanê ku dikira bi derbên giran yên zimanê (pîroz) ê erebî re bimira, careke din hate vejandin û li ser lingan sekinî, lê bi rûyekî nû.( Firdewsî dibêje: Ecem zinde kerdem bedîn parisî: yanî min Ecem bi vê farisiyê vejandin!). Li ser destê Samaniyan û Geznewiyan wêjeyeke farisîziman dest pê bû. Wê demê Kurd hîn jî li

(kenaran) bûn. Ango bi piraniya xwe mabûn koçer. Di çiyayên Zagros û Metîn û Hekarî û Cûdî û xeyrî wan de êlên mezin yên Kurdan hebûn. (Di kitêbên pêşî de navê Kurdistanê Iqlîm El Cebel yan El Cibal bû, yanî Herêma Çiyan!). Di kitêba (Suwer Eleqalîm = Wêneyên Herêman, ku Ibn Hewqel ew berî hezar salî bêtir nivîsandiye de) behsa penêrê Kurdan weha dibe: Penêrê wan heta her welatên dûr diçe! Yaqût El Hemwî di kitêba (Mu`cem El Buldan = Ferhenag Bajaran- 1240 zayînî) de dibêje ku li hêla welatê farisan pêncsed hezar konên reş(ji mûyê bizinan) yên Kurdan hene! Tiştê balkêş jî ew e ku di kitêbên destpêkê de behsa koçeriya Kurdan pir tê kirin, lê her ku em bi vir de tên û kitêbên nûtir dixwînin, êdî em behsa kelayên Kurdan jî dibînin. Ev guhertin ya ji (Kon) ber bi (Kelayê)de dide xuyakirin ku êdî Kurd jî rengê civaka xwe diguherin û nema tenê ew koçerên kon û zozan û germiyanan e. gelekî balkêş e ku di berhemên pêşîn de tenê behsa konan û zomeyan li ba Kurdan tê kirin, paşê êdî behsa kelayên Bejnewî û Buhtiyan û êlên mezin yên din jî tê kirin(yek ji kitêbên dîrokî yên kevn ku winda ye kitêba El Qilaa wel Ekrad yanî Kurd û Kela yan jî kelayên Kurdan). Em êdî navên bajarên ku Kurdî ne jî dixwînin. Ev işareteke mezin e ji guhertinên di civaka kurdî de qewimîbûn piştî serdema Îslamê. Yanî em dikarin guhertinan wisa bînin ziman: Di kitêbên ewwil de: Kurd koçer in, xwedî pez û zome û penêr û berhemên pez in. Di kitêbên rêza duyem de(sedsalên 11an û vir de): Kurd xwedî kela ne, mîrên wan hene. Zanayên wan hene ku di ilmê erebî de û Îslamiyat û ilahiyatan de jêhatî ne. Ev herdu rûyên Kurdan bêguman daketina Kurdan ya ji çiyê ber bi deştê ve û avakirina bajaran dide xuyakirin. Piştî têkçûna mezin di şerê El Qadisiyye de Faris dîsa li ser nigan sekinîn. Dewletên xwe avakirin û wêjeya wan bi rûyekî nû dest pê kir. Di salên pêşî de Farisan (qiral û mîren wan) alîkariyeke mezin bi wêjevan û şairan re dikirin. Mal û pere bi ser wan de rijandin. Lê qet guh li erebî nekirin. Heta

dibêjin şairekî faris hatibû seraya mîrekî Samaniyan û di pesnê wî de helbesteke erebî xwendibû. Lê mîr guh nedabûyê û gotibû: bi farisî dijûnan ji min re bibêjin, çêtir e ku hûn pesnê min bi erebî bikin!! Li aliyê Kurdan, Kurdên ku êdî daketin bajaran û ji bo xwe bajarên mîna Amedê, Hewlêr, Dînewer, Bedlîs, Şehrezûr, ji nû ve ava kirin, di sedsalên dehan û yazdan û diwazdan de dewletin ava kirin(Şedadî, Enazî, Hesnewî, Merwanî = Dostikî). Berevajî dewletên Samanî û Geznawî em bala xwe didinê ku mesela ziman ne ew meseleya stratejîk bû li ba mîr û qiralên van dewletên Kurdî. Heta em di rûpelên mêjuya dewleta Merwanî de dixwînin ku şairê Kurd mîr Husên kurê Dawudê Bejnewî yê Finikî, helbesta xwe di şîna mîr Bad kurê Dostik de bi erebî nivîsandiye(sala 990 î). Bi qasî ku ew dewlet mezin bû jî û bi dehê salan dom jî kir lê nikaribû wêjeyeke Kurdî bianiya meydanê. Wêjeya Kurdî ji mizgeftê derket: Dixwazim li vir tiştekî din bibêjim. Ew jî ev e ku em fêr bûne bê bingeh û bêyî ku xwe bisipêrin tu dîarekî zanistî pêbawer ku bibêjin kitêbên me hebûn lê bi hatina Îslamê re hatin şewitandin! Erê em nikarin erebên misilman ji şewitandina kitêban bêsûc bikin. Wan kitêb(bi sebebekî olî) şewitandin û nimêjgehên êgir jî vemirandin. Lê kanîn ew kitêbên serdema Îslamî? Kanîn wêjeyên Kurdîziman yên Bejnewî, Merwanî, Hesnewî, Şedadî! Bo çi hema çend heb ji wan neman! Bersiv ew e ku wêje nebû, yan jî hebû lê ziman ne Kurdî bû. Helbet kitêb windabûne, di şeran de û di şewatan de û di dirêjiya dîrokê de jî, lê eger tevegera wêjeyî mezin bûya dê ji sedî hema deh bûya ji me re mabûya! Me got gelekan ji Kurdan êdî xwe berda bajaran. Li bajaran mizgeft hebûn û di mizgeftan de jî medrese hebûn. Destpêkê zimanê dersdayînê erebî bû, lê xuyaye ku paşê hewldanên mezin hebûn ku zimanê dersdayînan bibe Kurdî, ew hewldan jî heta radeyekê biserketibûn. (Mînak: Xanî ku kitêbên zarokan û feqiyan bi Kurdî amade kirin, Eliyê Teremaxî û

rêziman erebî bi Kurdî). Em dikarin bibêjin ku wêjeya Kurdî ji mizgeftan derket û li ser destê mela û feqiyan bi pêş de çû.(Em tekstên Êzdiyan ji bîr nakin, tekstên herî kevn in lê ew hem olî hem jî devkî bûn û neketibûn qalibê wêjeyeke nivîskî. Yek ji bextreşiyên mezin yên Kurdan ew bû ku Êzdayetiyê xwendin û ilim heram kiribû, yan na me yê niha wêjeyeke rengîn û zengîn ya êzdayetiyê dîtibûya!). Da ku em bi insaf bin divê em ne tenê şêweyê jiyana civakî bikin sebebê nebûna wêjeyeke Kurdîziman. Divê em ji bîr nekin ku zimanên ku kurdî (dorpêç) kiribûn zimanin gelekî xurt bûn. Erebî ku zimanê pîroz bû û tesîra xwe li her zimanî kiribû, farisî bi mîrasê hezaran sal efsane û çîrok û imperatoriyên mezin, û tirkîya ku ji sedsala 14 an de bû zimanê imperatoriyeke berfireh. Kurdî di nav van zimanan de dê nikaribû tiştekî mezin û ji nişkê ve li dar bixista. Mûcizeyek divabû ku kurdî biba zimanê wêjeyê. Padişahekî bi pîvanên Ehmedê Xanî jî divabû ku ew mûcize were pêkanîn. Wek me got li bajarên Kurdan êdî mizgeft û medrese ava bûn. Êdî têkilî bi zanîn û wêjeyên cîranan re çêbû. Bi insiatîva zanayên Kurd û rewşenbîrên wan deman ku mela û feqî û şêx bûn(li leqebên van pêşengan binêre: Şêx Ehmedê xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Tyeran, Şêxê Exlatî yan Qutbê Exlatî) wêjeyeke Kurdîziman hate meydanê. Ne ku stratejiyeke mîrekên Kurdan hebû. Li ba farisan ne wisa bû, li ba ereban jî ne wisa bû. Ango ji jorde ji desthilatdariyê bi xwe de alîkarî û piştgirîya wêjeyê hatibû kirin. Plan ji bo pêşxistina ziman û berhemên wêjeyî û zanistî hebû.(Kitêbeke ku werdigeriya zimanê erebî, bi giraniya xwe zêr bû ji werger re. Ev di dema xelîfeyê Eeb Al Mamûn de bû). Li ba Kurdan ji mizgeftê dest pê bû û her di mizgeftê de ma. Loma rengê wêjeya Kurdî ya klasîk olî ye jî. (Mîm metle`a Şemsa ehed ayînesifet kir, helbesteke Cizîrî ye. Ellah çi zatek ehsen e…...zêde letîf û qadirî. ya Feqiyê Teyran e û mijarên herdu helbestan jî dînî ne). Di bajaran de serwet û sermiyandarî tê serhev. Kom dibe û

dibe neynika civakeke bajarî. Herweha dibe alîkarê pêşdebirina civakê jî. Bi avabûna bajaran re sermaye mezin dibe, têkiliyên bazirganî xurt dibin û bajar li ser hemû alîyan vedibe. Pencereyên têkiliyan dihêle civakek ji qaqilê xwe derkeve û bi wêje û civakên din re rû bi rû bibe. Li civaka bajarî jî wêje dikare zûtir û ciwantir pêş bikeve. Kaxet berhemek bajarvanî ye, ku ew jî matiryala herî girîng e ji bo wêjeya nivîskî. Di civaka koçeriyê de şop ji kaxetê re nîn e. (di kitêbeke zêde kevn ya Ereban de dibêjin ku koçerên Kurd qet li kaxetan ewle nabin!!). Em hemû dizanin ku Quran berhema civaka bajarîya bazirganiya Mekkeyê ye. Helbestên erebî yên beriya Îslamê di civakên bajarî de bûn. Herçendî di nav koçerên Ereb de jî ala helbestê bilind bû lê nebûbû ew diyardeya ku karibe bibe hilgira fikr û bîr û baweriyên civakê. Ew tenê hestên şairan bûn û serpêhatîyên eşîrê bûn. Li ba me Kurdan jî tiştekî wisa bû. Di serdema Cizîrî de ku mîrnuşîniyeke xurt û heta radeyekê azad û serbixwe hebû (mîrnuşîniya Azîzan li Cizîra Botanê) têkilî bi derdorê re xurt bûbû. Ji xwe faris bi artêşên xwe heta ber sûrên kela Cizîrê hatibûn. Tevgera bazirganiyê jî rê ji çûn û hatina heta bi Mûsilê, Bexdayê, Tebrîzê re vekiribû. Di wê tevgerê de kitêb jî mîna malekî dikete bazarê. Helbet Cizîrî neçûbû Şîrazê, lê wî dîwana Hafizê Şîrazî xwendibû. Farisî zimanekî naskirîbû. Êdî dem hatibû ku wêjeyeke Kurdî jî saz bibe. Dem hatibû ku zimanê Kurdî jî di bin tesîra wêjeya farisî de ekolek taybet ava bike. Mixabin em li dîwanên beriya serdema Cizîrî rast nehatine heta niha. Em dizanin ku hebûn, Şerefxan behsa mîr û şairekî Kurd dike(Yaqûb beg) û dibêje dîwaneke wî heye bi Kurdî! Kanî ew dîwan? Kanîn dîwanên din? Tu bersiv ku xwe bisipêre rastiyên dîrokî û bingehên lêkolînî niha li ba me nînin. Jan Dost Almanya 07-11-2008