Lêkolîner û xwendevanên hêja, wek tê zanîn Înstîtuta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist, demekê ji ber hin sedeman navber dabû weşana xwe ya Kovara Lêkolîn. Di dawiya sala 2007an de ji nûve dest bi weşana xwe kir û bernameya xwe ya ku dabû ber xwe anî cih. Di dawiya vê salê de hejmara 11. derket. Me di sala 2008an de jî, du hejmar kiribûn bernama xwe. Hejmarke me tam di dema xwe de hat weşandin, lê hejmara me ya duyem pişkekê bi derengî ket. Ji ber vê çendê em ji we hêjayan lêborînê dixwazin. Me di programa xwe ya demdirêj de, ji bo her navdarekî/e Kurd ên ku mora xwe li çand, wêje, huner û dîroka Kurd û Kurdistanê xistine, hejmareke Lêkolînê veqetandiye. Me bi hejmara 12. ku jiyan, huner, xebat û felsefa Ehmedê Xanî tê de cih girtibû, dest bi vê rêzehejmarên xwe kir û emê wiha bidomînin. Di vê hêjmara xwe ya 13. de, ku di dest we de ye, emê li ser jiyan, huner û felsefa Melayê Cizîrî rawestin. Di vê hêjmarê de hûn bi sê lêkolînerên heja yên wêje û dîroka Kurd re, bi hev re ne. Lêkolînerên hêja birêz; Celalettin Yöyler, Jan Dost û Seîd Dêreşî di hevpeyvînên xwe yên hêja de, dê we bibin ba Cizîrî û di her aliyî de wî bi we bidin nasîn. Hewce nîne ku em ji we lêkolîner û xwendevanên hêja re gotinên gotarvanan şîrove bikin. Em dixwazin vê çêjê ji we
hejayan re bihêlin. Hûn bixwînîn, bi vê çêja bêdawî bimijin û da ku tama wê bikeve rahên giyana we. Em dixwazin vê bibêjin: Me heman pirs ji hersê lêkolînerên hêja pisîne. Bersîvên wan curebicur in. Dema ku mirov bala xwe dide bersîvên hêjayan, dibîne ku bersîvên wan yên di derbarê jiyan, huner, felsefe û hostatiya Cizîrî de gelekî nêzîkî hevdu ne. Cudatiyên wan kêm in. Dîsa mirov di encama gotarên hersê hêjayan de xwe digihêjînê vê baweriyê ku hêj pêwîstî bi lêkolînên kûrtir û berfirehtir ji bo zelalkirina jiyan û xebatên navdarên Kurd ên ku mora xwe li çand, wêje, dîrok û hunera Kurd xistine, heye. Em bawer dikin lêkolînerên me yên hêja jî, di encama lêkolînên xwe de gihîstine vê baweriyê. Em dikarin vê jî bibêjin: Mafê her weşanxane, rojname, kovar û malperekê heye ku nivîsên nivîskarên xwe redekte û bi rêkûpêk bikin. Me jî bêyî ku em hevoksazî û peyvan biguherînin, di warê rêzimanî, nuqteşanî û îşaretan de, di nivîsên birêz Yöyler û Dost de hin sererastî pêk anîn. Lê, ji ber ku birêz Dêreşî bi israr nexwest em dest bidin nivîsa wî, me jî ew neşkand û dest neda nivîsa birêz Dêreşî. Ji ber vê hindê çi kêmasî û şaşî di warên rêzimanî, rastnivîs û nuqteşaniyê de hebin, yên birêz Dêreşî ne, ne yên redaksiyona me ne. Em ji bo ked û xebatên hersê lêkolînerên xwe yên hêja, Celalettin Yöyler, Jan Dost û Seîd Dêreşî pir spas dikin. Her bijî pênûs û mêjûyên wan. Hetanî hejmareke din bimînîn di xweşiyê de. Redaksiyona Lêkolînê