Hevpeyvîna bi Jan Dost re

Jan Dost

Pirs: 1. Li gora hinek idîa, hinek dîtin û nirxandinan, ji % 70- 80 ê şair û nivîskarên Kurd di bin bandêra Melayê Cizîrî de mane. Ev çendî rast e, nisbeta wê çend e? Ku wuha be çine faktor û kerametên li pey vê angaştê? Ev hêz, hêza ewqas sedsal e, kêr û têhna xwe diparêze, cîhana nivîskar û helbestvanên me rapêçaye, kiriye bendewar û dilovanê xwe ji ku tê, ji ku av vedixwe? Bersîv: 1. Bi ya min dibe ku rêjeya kesên ketine bin bandora Melayê Cizîrî û helbstvaniya wî, bêtir be ji ya ku di pirsa we de hatiye. Hema ji seydayê Kurdayetiyê yê mezin Ehmedê Xanî de bigir û heta Cegerxwîn. Kî neçûye ser kaniya Cizîrî û ava zelal venexwariye? Kê teswîrên wî ji bo xwe nekirine nimûne û di helbestên xwe de nedaye ser şopa wî ya pîroz? Cegerxwîn digot: Cizîrî bêndera şairan e, her kesekî dawa xwe daye ber û têra xwe jê biriye. Ji roja roj de û hîn seydayê Cizîrî li jiyanê bû, rola wî û bandora wî ya mezin li ser her kesê bi wêjeyê re têkildar, hebû. Helbesteke wî bi xwe heye, rexneyên tûj li melayekî ji Finikê dike ku helbesta Cizîrî li ser navê xwe di civatan de xwendiye, ango qesîdeyên Cizîrî dizîne û birine li civatan gotine ev yên min in. Cizîrî li ser vî melayê ku navê wî ji

panzde tîpan e, dibêje: Qewî meşhûr e mela namê te ye xemse eşer Tu bi şiira ne te gotî, xwe dikî qend û şeker Ev yek dide xuyakirin ku heta kîjan radeyê helbesta Cizîrî xurt û bi hêz bû. Heta di jiyana wî de jê dihate dizîn û xelkê bi tevna wî helbestên xwe diristin. Cizîrî Xwedan hêzeke mezin e ku mirov dikare bibêje ewî bingeha ekola helbesta Irfanî(teswwufî û evîna Xwedayî) di nava Kurdan de damezirand. Ev hêz jî di baweriya min de ji kûraniya fikra Cizîrî tê. Ew ne hema şairekî gotinên xweşik û ciwan li hev anîne. Wisa jî bêyî fikr û felsefe dikaribû bibûya şairekî navdar ê Kurdan. Lê taybetiya wî di baweriya min de ew e ku di zanînên dema xwe de yekî mûqelêş û bêhempa û serkeftî bû. Yanî derbarê felsefeya Grîkî de ku piştî belavbûna Îslamê û bi bizava wergerandinê re, li rojhilatê belav bû, gelek agahiyên wî yên kûr hene. Ew di her qesîdeya xwe de fikreke felsefîk dide ber guhên me. Bi me dide naskirin û felsefeya ewqase zor di cumleyên gelekî rihet de bi cih dike. Eger dem hebe emê mînakinan ji helbestên wî bidin. Emê bibêjin ka tayê kîjan felsefeyê di wan de dibiriqîne. Ya din ku hêzeke mezin daye Cizîrî û helbesta Cizîrî tesewwufa Îslamî ye. Li gor dabeşkirina hin lêkolîneran tesewwuf sê beşên mezin in, yek jê Tesewwufa irfanî ye, ku girêdayî cîhana lahût û Xwedê ye ku nûnerê wê Ibnu Erebî ye. Ya din tesewwufa wijdanî yan jî evînbazî, ew jî girêdayî evîneke giran ku dawî dibe evîneke Xwedayî ye ku nûnerê wê di wêjeya tesewwufî erebî de Ibnul Fariz e. Cûreyê sêyem tesewwufa insanî yan civakî ye ku ew jî girêdayî xelkê ye û tesewwufeke li dijî zulma desthilatdariyê ye ku nûnerê wê yê berbiçav Mensûrê Hellac e. Cizîrî bi xwe bêtir di ekola tesewwufa wijdanî de ders wergirtin û paşê bûye mamosteyekî mezin tê de. Ji bilî tesewuf û felsefeyê, Cizîrî zanayekî dînî bû, zanayekî ku haya wî ji astronomiyê jî gelekî hebû, ji zimanê Erebî ku ew tê de gelekî serdest bû, hebû. Ji zanistên quranê û tefsîra wan ne

bêpar bû, her wisa ew diyar dike ku wî çavek li kitêbên bijişkiyê jî xistiye û navê çend kitêbên Ibn Sînayê navdar di helbestên wî de derbas dibin. Ew ne tenê şair bû lê alimekî mezin bû û ronakbîrekî dema xwe bû. Ji bilî vê, cesareta wî gihişt radeyekê ku bibêje: ez ji Hafizê Şîrazî jî şairtir im. Û ji wir her bang li gelê xwe dikir ku herin helbestên wî bixwînin. Wî bi xwe zanîbû ku ew gewherekî nirxdar e, li welatekî ku qîmetê gewheran lê kêm e, wî dizanîbû ku ew mûm û şemal û çiraya Kurdistanê ye: Gula baxê Iremê Bohtan im. Şebçiraxê şebê Kurdistan im. Lê mixabin qedrê wî gelekî nîn e, loma jî berê xwe dida piraniya xelkê û digot: Xaliba ehlê zemanê me, Mela Ademîyin? Venûmayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş! Ango: ey Mela, piraniya xelkên dema me ne ademîzad in, ferqa wan û kerê me yê reş û gayê te yê beş nîne. Ew mirovekî heta tu bibêjî ji xwe û bi xwe bawer bû. Bi zanîna xwe û zimanê xwe yê kurmancî bawer bû, û di seranserî helbestên dîwanê de wî pesnê xwe û hêza xwe ya hunerî kiriye. Helbet xwepesindana wî ne ji valahiyekê tê, ew bi xwe jî xwe qenc nas dike û dizane ku hakimê peyv û hunera helbestê ye, ew bi xwe dibêje: Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê de cîhangîr im. Yanî li welatê peyvê mîr im, û di helbestan de jî min dunya daye ber xwe!! Pirs: 2. Dibêjin ku Mîr Şerefxanê navdar, nirx û rûmeteke bêpayan daye Cizîrî, ew çendî ku di goristana malbata xwe de ew kiriye şirîkê xwe, yeke ji malê. Tê gotin ku ew kesê bi tenê ye, di goristana desthelatdarên Cizîrê de ku ne ji malbatê ye, ev hinekî rûtbe û nîşandayîna lordîtiyê li Ingilîstanê tîne bîra mirov, yan na? Di vê derbarê de çi delîl, gotin, hene?

Bersîv: 2. Ez bi xwe nizanim ka ev yek rast e yan na. Lê helbet qedrekî wî yê mezin li ba mîrên Cîzîrê hebû. Ez dikarim bibêjim ew şairê bargahê bû. Şairê mîran bû. Şairê desthiladariya Kurdî bû. Îcar ku mîna paye yeke bilind dabinê û ew di goristana mîranî de veşartibin, ne dûr e. Ew jî mîrek bû, lê wek min berî niha ji helbesteke wî mînak anî, mîrê peyvê bû, mîrê qesîdeyan û şiirê bû. Ne bes weha, wî digot: Ez di helbestê de sultan im! Ez bawer dikim, dê wî mîna her wêjevanekî piştî mirina xwe bêtir guhdan dîtibe. Yanî di jiyana xwe de ne gelekî bi kêf xuya dike. Em di helbestên wî de vê yekê bêhn dikin. Ew gelekî gazinan ji dem û xelkên demê dike, wan bi ker û ga dişibihîne û bi darên ji agirekî re rêzkirî bin, jî dişibihîne. Dibêje ku ez bê mal û milk im, spasiya Xwedê dike ku agirê evînê û iksîra wê kiriye para wî ne mal û milk. Di gel ku wî bi du helbestên giran û têrwate pesnê mîran jî daye, ez dibêjim ku qedrê wî dîsa baş nehatibû naskirin. Îca li pey mirinê wek ku dibêjin(gurrî gulîsor dibin) mîr xwestiye qedrekî zêde bide wî! Mumkin e. Dîsa jî li gor agahiyên min ew di zêrzemîneke Medresa Sor de defin bûye. Yanî tirba wî li wir ziyaretgeh e û belkî hinekan ji mîrên Botanê xwestibin li kêleka wî werin veşartin. Pirs: 3. Her kes kêm ya zêde, bi ferq û cihêyî be j,î ber û berhemê şert û mercên welat, kultur, dîrok û serdem û qonaxa xwe ye. Heger mirov ji vê awurê, ji pencereyeke wuha sosyodîrokî, xwe bi nav salên dema Cizîrî li jiyanê ye berde, hinekî noqî nav sedsala wî bibe, gelo wê encam çi bin? Bersîv: 3. Li vir em dikarin mîna ku lêkolînerê Kurd yê hêja Ebdurreqîb Yûsiv di kitêba xwe Dîwana Kurmancî de gotiye, dubarebikin û bibêjin ku Cizîrî û helbesta Cizîrî berhema aramiya piştî şerê Çaldêranê bû, aramiya ku li Kurdistana

bakur konê xwe vegirt û li cizîra Botan jî bêguman. Cizîra Botan cihê nakokiyan bû, cihê tevliheviyê bû û Osmaniyan û Sefewiyan nehiştin ew herêm rihetiyê bibîne. Hêzên Sefewiyan hertim êrîş dianîn ser Cizîrê û leşkerên giran dişandin ser wê mîrnuşîniyê. Xelkên wê û mîrên wê li ber xwe didan, xwîn dirijiya, em hinek agahî ji Mem û zînê dizanin, Xanî behsa şerê Qizilbaşan yê li Cizîrê dike. Lê dawiyê û li ser destê Mîr Şeref, piştî ku wî birayê xwe kuşt, Cizîr aram bû û xelk êdî li zanînê, li xwendinê zîvirîn. Cizîr bû navenda hilbûna wêjeyeke Kurdî û zeviyeke berhemdar. Em dikarin navê wê serdemê bikin (serdema pêşengan), Cizîrî, Feqîyê Teyran, Xanî ên wê serdemê ne. Helbet ew ne wisa mîna dobelanan şîn hatin û ne li ser tu kok û bingehê bûn. Gelek sebeb hebûn ku hişt ev pêşengên han werin meydanê û bibin nûnerên ziman, çand û wêjeyeke Kurdî ya nûzayî. Di serî de zeîfbûna hukumdariya Ssmanyian li wilayetên rojhilat û bidestxistina Kurdan ji cûreyek serxwebûna ku hişt wêje jî nefesê bistîne. Li Behdînan Qutbê Exlatî derket. Li Botan Cizîrî, li Serhedan û Hekariyê jî Xanî. Her yek jî ji van di siya mîrnuşîniyeke Kurdî de derketiye meydanê. Bêguman wan nikarîbû di bin siya Qereqoyunluyan, yan Aqquyunluyan yan jî di bin baskên Mîrmîranên Osmanî de zimanê kurdî bi pêşde bibirana. Bi her halî em dikarin li ser Cizîrî jî bibêjin ku wî xwe sipartiye ekola wêjeyê ya farisî, mamostayên wî jî Hafiz û Saadîyê Şîrazî û Camî ne, Cizîrî di hemêza şiira farisî de mezin bûye, lê taybetiyeke wî heye ku karîbû zimanê kurdî bilind bike û bihêle ku ew jî poşê xwe li farisî bixîne. Wî zimanê kurdî anî li rastî zimanê Firdewsî û Hafiz danî ku bi sedê salan bû xizmet jê re hatibû kirin û bi sedan û belkî bi hezaran berhem pê hatibûn afirandin. Cizîrî bi zimanekî nivîsîye ku mirov dibêje qey bûye hezar sal ev zimanekî serdest e. Tiştekî balkêş e ku serdestiya zimanê Kurdî di helbestên Cizîrî de kifş e! Pirs: 4. Mezinahiya Cizîrî bê gotin e, mohr û şeqla qebûla giştî, şareza û xwedîgotinên pispor ji zû de hildigre.

Dema gotin tê ser mezinahiyê, ser wezin û giraniya wêjeyî, hunerî, hostetî û hêza peyvê, tecrûbe çi dibêje, çi ne pîvan û kirîterên giştî? Bersîv: 4. Eger em têkevin hundurê helbesta Cizîrî gelo di serî de em bala xwe didin çi? Em bala xwe didinê ku em li ber bejneke mezin ji bejnên helbestê yên rojhilatê ne. Bi mijarên xwe, bi evîndariya zelal ya ku diherike nav helbestan mîna coyeke şêrîn û safî. Ferhenga wî ya zengî û çarzimanî ku bi hostetî û hunermendiyeke bêpayan bi kar aniye. Her weha zimanê wî yê kurdî gelekî heri û nazik e. Zimanekî ku ez bawer dikim di dema wî de piraniya xelkê jê fêm dikir. Qet peyvên hişk û kovî bi kar neanîne. Heta jê hatiye nerm nerm nivîsiye ku guhdarên xwe neêşîne. Lê helbet xurt in, kevirên ku pê helbesta xwe avakiriye. Ne hema çi gotin be aniye, na ew mirovekî gelekî haya wî ji hêza peyvan hebû. Yanî dizanîbû çi li ku datîne. Pirs: 5. Mamoste Celalettin Yoyler di lêkolîna xwe ya bi navê “ Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî” de / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Avrêl 2006/ girêdayê salên jidayikbûn û mirina Melayê Cizîrî de wuha dibêje:” Mijara herî girîng a ku heta niha ji hêla tu dîrokzan û lêkolîneran ve nehatiye zanîn dîroka jidayikbûna Mela ye. Di vê mijarê de em dibêjin, me bi lêkolîneke berfireh rastiya jidayikbûna Mela, ji bo raya giştî û xwendevanên pirtûka xwe ya şîroveyî derxiste holê”. Ev jî salên 1589- 1664 e. Hayê te ji vê lêkolînê çend e, çine dîtinên te li ser van herdû salan, di vê derbarê de çu nezelalî, nexwiyayîytî, bi gotinên xelkê heft û heyşt hê mane ? Bersîv: 5. Celaleddîn Yoyler li ser kîjan bingeheke zanistî ev bawerî avakiriye nizanim. Lê ew jî dikeve rêza bîr û baweriyên li ser jiyana Seydayê Cizîrî. Ku ferqeke mezin heye. Hin wî dibin

sedsala şeşan û hin jî wî heta sedsala 11an ya koçî tînin. Di baweriya min de dê Cizîrî ne dûrî wê tarîxa ku Yoyler aniye ziman be. Ji ber ku lêkolînerên din jî nêzîkî wê tarîxê ne . Mele Ehmedê Zivingî yê ku şiroveya erebî ya dîwanê li Qamişloyê sala 1959 an weşand jî tarîxeke nêzîkî wê tarîxê tîne. Li gor lêkolîna ku Tehsîn Ibrahîm Doskî di pêşgotina şiroveya dîwana Cizîrî de belav kiriye(kitêb sala 2004 an li Duhokê çap bûye, yanî berî Yoyler bi du salan!!) Cizîrî di sala 1567/1568 zayînî de ji dayik bûye. Her weha li gorî şîna Cizîrî ya ku dibêjin Feqiyê Teyran di helbesteke xwe de beyan kiriye Cizîrî sala 1050 yê koçî, beranberî 1640/1641 zayînî çûye rehmetê. Pirs: 6. Çi gava gotin bê ser jiyanê; jiyana navdar û hêjayekî me, kesayetî, xwedîprestîj û hezkiriyekî me, giriftek, serêş û dudiliyek derdikeve pêşberî me, dikeve pêxêr û pêsîra me. Ew jî ev mesala salên jidayikbûn û mirinê ne. Navdarekî wek Melayê Cizîrî ku di rêza navdar û xwedî bandêran de bi Ehmedê Xanî re tê miqayesekirin, ne ecêb e ku piştî çend qirnan hê jî em ji agehdarî û pêzanînên xwe ne piştrast in? Kî berpirsiyar e, dîroknas, biyografînas, siyasetmedar yan rewşenbîr bi giştî? Gelên din ne wuha ne, mirov vê çawa şîrove bike? Bersîbv: 6. Em tucarî nikarin gunehê vê yekê bixin stûyê kesekî, nifşekî an kategoriyekê bi tenê. Di vir de divê em ji bîr nekin ku civaka Kurdan bi zorê û bi kotekî xwe diparast. Bi sedan şer û cengên mezin li ser qada Kurdistanê diqewimîn. Sîstemeke pehn û dirêj bi serê xwe di vê pirsê de tawanbar e. Kurdan zêde guh nedane zanînê. Ev jî rastiyeke, divê em qebûl bikin. Lewra ew ji devê pêşengên me hatiye neqilkirin. Xanî û berî wî jî Şerefxanê Bedlîsî her diqêriyan û digotin ku bazara zanînê li ba Kurdan kesad e. Cizîrî jî weha digot: Qedrê gulan çi zanin?

Kerbeş divêt kerê reş! Me dîroka xwe nenivîsî. Ji xwe xelkê jî dîroka me ya rast nenivîsîye. Me kesayetiyên xwe ji bîra windabûnê dernexistin. Eger yek dewleta Kurdan hebûya û rûniştibûya dê piştî sed salekî bê guman rêya arşîfkirinê jî vebûya. Dê nifşek bihata meydanê ku tiştekî veşartî di bin (ax û toza dîrokê) de nehiştiba. Li cem ereban tu çi cûre kitêb dixwazî heye. Çi tê bîra te? Ew kitêb heye û hatiye parastin. Tu kîjan helbestavnî dixwazî? Navê bavê wî, eşîra wî, li ku hatiye dinê, çûye ku, li ku geriyaye, çi xwendiye, qelew yan zeîf bû û hdw her tişt li ser jiyana wî heye. Ê me Kurdan mixabin ku zanîn kete nav me, tenê me berê xwe da diyanetê, yanî hedîs û ayet û fiqh û şerîet bû. Xwedê kir ku çend nimûneyên qedirbilind ji nav me, ji nav wê rêza meleyan derketin û bîra kurmancî û nivîsîna bi kurmancî birin. Tiştên wisa, yanî dokumentkirin, arşîfkirin û nivîsandina bi rêk û pêk, saziyên dewletê yên mezin li pê wan in. Yanî ereban eger ne guhdana xelîfeyan bûya dê wan jî zêde nenivîsnadibûya. Tirkan jî wisa. Osmaniyan dixwestin xwe bigihînin paya farisên Sefewî. Pêşbaziyek hebû, konkurensek hebû di navbera herdu Impertoriyan de, loma jî di baregahên sultanên wan de jî şair hebûn û kitêb bi guhdana wan hatin nivîsîn. Ez dikarim bibêjim ku ev hinekî girêdayî karekterê milletê Kurd e jî. Em bi koka xwe koçer in. Ku em hatin bajaran jî me koçeriya xwe ji bîr nekir. Di kitêbekê de ku ferhenga bajaran ya Yaqût Elhemwî ye, tê gotin ku Hewlêr bajarekî Kurdan e, lê ew bajar gundekî mezin were hesibandin rasttir e. Wisa dibêje Yaqût Elhemwî. Yanî bajar divê bi hemam û qeyseriye û sehhafiye û camiyên mezin û medrse û xaneqah û hdw bin. Lê xuyaye bajarên Kurdan jî wê demê hîn ji koçerî(neketibûn). Ne ku koçerî şermeke yan kêmaniyeke, lê jiyana koçeriyê dihêle hinekî kaos hebe, koçer pezê xwe, mast û penêrê xwe beranberî difroşin, yanî mal bi mal, ser bi ser! Nivîsandin û qeydkirina deynan û hesab, nîne. Di kitêbên erebî yên kevin de destnîşanî vî xusletê Kurdan dibe. Hişyarî û aqilmendiyeke mezin divê ku haya mirov ji arşîfkirin û

qeydkirinê hebe. Di erebî de gotinek hebû, rehmetiyê bavê min bi dehê caran û her ku pênûseke nû bi dest dixist ew dinivîsî: Zanîn nêçîr e, nivîsandin xefka ku wê nêçîrê digre. Rastî jî wisa ye em pirr dûrî nivîsînê man, loma jî her rewş û tiştên me nezelal man. Pirs 7. Xwendin û dersdariya Melayê Cizîrî? Bersîv: 7. Li vir dîsa em dê xwe bisipêrin texmînan û xwe biavêjin bextê xeyalê xwe ku alî me bike. Ji jêderên dîrokî yên pêbawer tiştek ji jiyana wî negihaye berdestê me. Lê li gor agahiyên ku Mihemed Elî Ewnî ji devê xelkê wergirtine, Cizîrî hêj zarok bû ketiye medreseyê. Bavê wî alimekî dînî bû û ders dane wî. Ew li pey ilim geriyaye û çûye Hekarî, Diyarbekir û Amîdiyê. Di 32 salîya xwe de icazeya ilmî(Icazename) ji destê Mele Taha li gundê Sitirbasê(?) wergirtiye. Pişt re li gundê Serba yê bi ser Diyarbekirê ve bûye mela û imam. Ji wir jî berê xwe daye Hesenkêfê û di medreseyên wê de bûye muderris(ku êdî wî bi xwe icazename dida meleyan). Ji wir vegeriyaye Cizîrê û meletî û imamtî di Medreseya Sor de kiriye heta di temenê heftê û pênc salî de miriye. Eger ev agahî devkî hatibin jî, û eger yek rabe bibêje: Ev ne rast in û em pê ewle nabin. Em dikarin mîna rastiyekê qebûl bikin. Ji ber ku şêweyê xwendinê û dersdayinê wisa bû. Ev sîstema xwendina li Kurdistanê bû û heta niha jî wisaye. Pirs: 8. Dema Cizîrî serê xwe datîne. Diçe rehmetê li gora texmînan Ehmedê Xanî 13-14 salî ye. Îmkan heye ku Xanî Cizîrî dîtibe, yan di zaroktiya xwe de, hê dema Cizîrî saxbû, dîwana wî xwendibe, yan jî bi riya malbata xwe bav û xizmên xwe li ser vê dîwanê hinek zanebûna wî çêbûbe? Bersîv:

8. Ez vêya gelekî dûr dibînim. Li gor lêkolînan Cizîrî berî ji dayikbûna Ehmedê Xanî çûye rehmetê. Yanî di derdora 1640 de wefat kiriye, Xanî di pey wefata wî bi 11 salan jidayik bûye. Eger ev tarîx ne rast bin jî, û Xanî wek di pirsa te de hatiye 13 yan 14 salî bûye, mumkin e. Hevdîtina wan ne dûre lê em nikarin vê yekê piştrast bikin bêyî delîlekî zanistî. Pirs: 9. Heger em di nav Cizîrî û Xanî de muqayese û berhevkirinekê bixwazin, çi mimkun e bê gotin? Mesele muqayeseyek ji awura têkiliya bi cîhanê û der û dora xwe re, têkiliya bi mîr û desthealtdarên Kurd re, ji awura naveroka berhemên wan, zimanê wan û Hwd. Bersîv. 9. Ev pirseke mezin e, bersiva wê jî bawerim hin lêkolînan dixwaze. Em nikarin bi du sê rûpelan du pêşengên mezin yên wêjeya Kurdî mîna Xanî û Cizîrî bidin ber hev. Lê di vê hevpeyvînê de mirov dikare destnîşanî hin xalên zêde girîng bike ku ew xal dê karekterên herdu pêşengan ji bo me bi gewde bikin û cudatiya herduyan bidin xuyakirin. Di serî de Xanî û Cizîrî herdu jî kezebşewitiyê wêje û zimanê Kurdî ne. Wefadarê lorîkên dayikên xwe ne. Wan herduyan jî bi zanebûn dev ji zimanê Farisî û Erebî û Tirkî berdaye, yan jî hîç meraqa wan ji bo van zimanan nebû, lê berê xwe dane zimanê dayika xwe û berhemin gelekî giranbuha ji bo gelê xwe li şûna xwe hêlane. Ehmedê Xanî derdê milletê wî bêtir ew li nivîsandinê germ dikir. Wî nivîsandin mîna çekekî didît. Mîna zengilekî, mîna defa hewarê. Li ba Cizîrî cuda ye, ew hinekî bi ser xwe ve dipûnije, li dora zatê xwe û derûnê xwe dizîvire, xwe li xwe digerîne û li dora xwe (tewafê) dike û çerx dibe. Xanî ne wisa ye, derdê wî tevaya milletê Kurd e. Evîndariyê nas dike, işqa rastîn zane, lê ew heta evîndariyê jî dixe xizmeta gelê xwe. Em li vir ne ku qedrê Cizîrî kêm dikin. Na, ew ne hedê me ye, ew dê her û her qedirbilind û mîrê şairên Kurd bimîne. Lê ev muqayesekirineke di navbera

herduyan de. Cizîrî ji cîhanê biskên yara xwe didît û digot: Te divê zêr û zeber kî me, du biskan bide ber ba Te divê qenc-i qiyamet li me rabit, bi xwe rabe lê Xanî digot: Ez mame di hikmeta Xwedê da Kurmanc-i di dewleta dinê da Aya bi çi wec hî mane mehrûm Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm? Felsefeya Xanî felsefeyeke bi civakê ve girêdayî bû, felsefeyeke ku mekanê wê erd û civak bû. Ji bo aramî û serdestîya gelê xwe difikirî. Lê ya Cizîrî felsefeyeke gerdûnî bû, bêtir ji erdê dûr bû û xemxwariya civakê nedikir û derdên xelkê zêde nedixwar. Em dikarin vê yekê vegerînin sebebeke bingehîn ew jî istiqrara ku li mîrnuşîniya Cizîra Botan peydabûbû. Li Bazîdê ne wisa bû, li Bazîdê şer û ceng gurmegurma pêlên herdu terefên şer(Osmanî û Sefewî) bû. Ji nav wê gurmegurmê helbet dê mejiyekî bi mêjûyê mijûl derkeve holê, helbet dê fikreke neteweyî derkeve. Lê li Cizîra Botan, ku rihetî hebû, aramî hebû, mîrîtiyeke ciwan li dar bû, helbet dê şairekî mîna Cizîrî were meydanê ku derdên wî ne mîna yên Xanî bin. Li ser pirsa têkiliya bi mîr re jî min berê di hin nivîsan de ev mijar zelal kiribû. Niha jî dixwazim bibêjim ku Cizîrî ji ber ku mîrnuşînî serbixwe xuya dikir û destê Osmaniyan jê dûr bû, alîgirê Mîr bû. Xanî bi çavê serê xwe têkiliyên mîrekên Bazîdê û Osmaniyan didît, loma jî xwe ji wan bi dûr dixist û rexne jî li wan dikir. Berovajî wî, Cizîrî pesnê mîrên Botanê dida. Di navbera pesindan û rexnekirinê de geliyekî kûr ji rastiyê heye. Rastiya mirovê rewşenbîr yê ku di navbera xwe û desthilatdariyê de mesafetekê dihêle û ji wê mesafetê desthilatdariyê kontrol dike. Eger îcab bike rexne dike û rêya rast dibêje. Cizîrî ev rol nelîst û ev barê giran neda ser milê xwe. Wî rexneyên mezin li xelkê kiriye, li amiyan û ew bi keran şibihandine. Helbet ev ji têkiliyên wî yên bi mîran re tê. Ew mirovekî gelekî bi nefs xuyaye. Bi qata Aristoqrat re

pariyan difirîne, yara wî jî di qesr û qonaxan de ye, di birc û serayan de ye û ew jî tim koleyê wê ye!! Di her devera ku keys dîtiye de Cizîrî pesnê xwe kiriye û dev avêtiye xelkê. Xanî ne wisa bû, dilê wî bi ser xelkê ve bû û xêra wan dixwset, ji bo wan kitêb çêdikirin û rêya ilm û zanînê ji wan re vedikir. Pirs: 10. Qonaxên afrêneriya Cizîrî, hejmara zimanên Cizîrî zanîbûn û têkiliya di nav wî û wêjeya farisî, erebî û Osmanî de. Bersîv: 10. Guman nîne ku wî çar zimanên herêmê zanîbû. Erebî ji ber ku zimanê quranê ye û diyanet bêyî wî zimanî nabe. Farisî ji ber ku zimanê wêjeyê bû û her şairekî wan deman divabû farisî zanibe. Tirkiya kevn ku zimanê dewletê bû. Û kurdî zimanê dayikê. Heta kîjan radeyê ew bi wêjeya osmanî re têkildar e, ez nizanim, ji ber ku ev yek lêkolînekê dixwaze û divê meriv li ser wêjeya Osmanî ya beriya Cizîrî û ya di dema wî de hinekî çavnas be, haya wî ji şêweyên wêjeyê li welatê osmaniyan hebe. Lê têkiliya Cizîrî bi wêjeya farisî re kifş e. Di helbestên wî de em dengvedana destanên farisî dibihîzin. Neynika Sikenderî û Cama Cemşîd, destanên mîna Yusif û Zuleyxa, Şêxê Senanî, Leyla û Mecnûn, Mehmûd û Eyaz. Navên şairên Faris mîna Camî, Seedî, Hafiz, Ferruxî di helbestên wî de derbas dibin. Ji şêweyê ristina wî ya helbestê jî mirov dizane ku ew gelekî di bin bandora farisî de maye, peyvên farisî jî têra xwe di qesîdeyên wî de hene. Em dikarin bibêjin, teşiya ku ew pê dirêse farisî ye, lê tayên wî Kurdî ne. Pirs: 11. Gelo ji dîwana xwe pê ve tu berhemên wî yên din çêbûne? Wek nimûne, Xanî fireh, çendalî û xwedî mijûlahî ye, navçeya enterese û pêdaketinên wî fireh e, dest avêtiye gelek tiştan. Ji vî milî mirov li wextdagirtin û dembuhurandina Cizîrî binere, rewş

çawa ye, ev bi çi nisbetê xwe di helbestên wî de dide dest? Bersîv: 11. Ciyê mixabinîyê ye ku berhemên me yên wêjeyî nehatine parastin, yanî bi wî rengê akademîk nehatine parastin. Hema bi kêmanî navên berheman mabûya wê gelekî qenc bûya. Ji bo Cizîrî nizanim ka gelo wî tu berhemin din afirandibûn yan na. Ji bo kesekî mîna wî payebilind ew dîwana wî bes e. Ji xwe di zemanê berê de wisa bû. Ku yekî dîwanek derdixist digiha dawiya rê. Ne mîna niha bû ku rojê helbestek du helbest bihatana nivîsandin. Şairê mezin Nalî ku dîwana xwe qedand weha got: Faris û Tirk û Ereb hersêm biedefter girtuwe Xawenî sê mulk e emro, Nalî dîwanî heye!! Yanî Nalî bi wê dîwana xwe bûye xwediyê sê memleketan!. Dîwana Cizîrî bes e ku bîr û baweriyên wî ji me re neqil bike. Ew baxeguleke û bes e ku em derbasî hundurê wê bibin û guldestan jê biçinin. Wî ji beriya 400 salî de gotiye: Wer şi`rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet? Dîsa mirov nikare bibêje, ku ev dîwan tek û tenê ye! Lê te ew di vî alî de jî bi Xanî re muqayese kir, Xanî xwedî proje bû. Cizîrî ne wisa bû, loma jî Xanî piralî bû û gelek kitêb nivîsîn, ji bo zarokan, ji bo ciwanên ku di medreseyên dînî de dixwînin û ji bo mîr û zanayên Kurdan jî Xanî berhem afirandine. Pirs: 13. Wek tê gotin û hate gotin hejmara zimanên biyanî ku Cizîrî zane û serdestê wan bû, ne kêm in. wî jî wek Xanî, lê pirr berî Xanî bi Kurdî nîvisand. Xanî ne mikun e dema biryara xwe ji bo nivîsandina bi Kurdî kiriye jiyan û pratîkê ji Melayê Cizîrî hêz negirtibe, ew bibîrneanîbe, ji bo xwe nekiribe nimûne. Belê Cizîrî kî ji bo xwe kiriye nimûne, wî şopa kê domandiye, gihandiye cîl û nifşên piştî xwe? Bersûv:

13. Rast e. Xanî di nivîsîna bi Kurdî de bûye peyrewê Cizîrî. Ji xwe navê wî jî di şahesera xwe (Mem û Zîn) de aniye wek yekî ku divê êdî were vejandin û careke din bi ruh bibe. Xanî çawa dixwest Cizîrî bi ruh bike? Bi rêya piştgiriya desthilatdariya Kurdî, di rêya mîrê Kurd re û di nivîsandina berhemên bi Kurdî re. Îca ez werim ser pirsa te û mijara dîwar û palpiştên ku Cizîrî di nivîsîna bi kurdî de xwe sipartiyê. Qet li ba min guman nîne ku Cizîrî ne yekem şairê ku bi kurmancî nivîsiye. Her di pêşiya wî de hebûn û her bi kurdî hatibû nivîsandin. Lê kî ne û li ku ne û çi nivîsîne? Mixabin tu bersiveke zanistî ku dilê mirovan lê rûne di destê min de nîne. Hema ez dikarim bibêjim ku di Şerefnameyê de îşaretin hene ku şairên Kurd beriya Cizîrî hebûn. Mesela Şerefxan destnîşanî mîrekî Kurd bi navê Yaqûb beg dike û dibêje: Wî bi Kurdî gelek helbest ristine û dibe ku dîwaneke wî jî hebe!!! Ji vê yekê em dikarin bibêjin ku pêşengên berî Cizîrî rêya wêjeyê rast û durust kirine, lê mixabin navê wan ketiye ber pencên jibîrbûnê. Hema ew pêşengê me ji Cizîrî re ne winda û nenas bûn. Bêguman Cizîrî helbestên wan xwendine û li ser bingehê ku wan daniye ava kiriye. Pirs: 14. Kesê ku Cizîrî, dîwana wî, şîroveyên li ser jiyan û berhema wî dixwîne, ne mimkun e bi pirseke wuha re veneciniqe: em giş payeya nivîsandina bi kurdî didin Xanî, ewçendî em vê dubare û bi dengê bilind dikin mîna ku destpêkerê tiradisyona nivîsandina bi zimanê kurdî di berhemên wuha biserûber, li ser hev û mezin ne Cizîrî, belê Xanî be. Ev ne neheqiyek li Cizîrî ye? Bersîv: 14. Eger mebest nivîsnadina bi kurdî be, rast e, neheqî ye, li Cizîrî. Ne cihê şik û gumanê ye ku Cizîrî mamosteyê Xanî ye di nivîsandina bi kurdî de. Di hunera helbestê de di ser re ye, bêguman. Cizîrî beriya Xanî dest pê kir û bi ser ket. Zimanê kurdî di nav destê xeyalê Cizîrî de hevîrekî nerm bû û karîbû

jê her tiştên ciwan saz bikira. Belê giraniya ku niha em didin Xanî ne ji ber nivîsandina bi kurdî ye, ji ber fikrên wî û bîr û baweriyên wî ne. Ji ber damezrandina wî ya ji fikra netewî re ye. Nirxên Xanî ji wê yekê tê ku wî nivîsîna bi kurdî xiste xizmeta Kurdan, Cizîrî jî nivîsandin bi xwe xiste xizmeta Kurdan. Bala xwe bidê ferqa (nivîsandinê), û (nivîsandina bi kurdî) gelekî heye! Yanî bi gotineke din, Cizîrî kurdî kir zimanê nivîsandinê yan jî nivîsandina bi kurdî gihande qonaxeke nû, lê Xanî hat û ew nivîsandina bi kurdî rûyekî din jê re peyda kir û hişt ku hêzeke mezintir tê de xuya bibe. Bi ya min neheqiya ku li wan pêşengên me dibe, nexwendina berhemên wan e. Divê em li wan vegerin û li wan xwedî derkevin, beşek ji şerê me yê hebûnê û berxwedana me ew e ku em boriyên xwe, damezrênerên fikra xwe ya netewî û rêberên xwe yên wêjeyî jî bidin ber ronahiya agirê şoreşê û wan di nav mij û moran û tariya dîrokê de nehêlin. Ew kok û binyata me ne, ku em wisa ne li ser koka xwe bilind bibin, dê gelekî bi jor de neçin. Dê şax û terhikên me bê sî bimînin û zû werin xwarê. Pirs: 15. Di mesela pesin û şabaşên ji bo mîrek û deselatdarên Kurdan ne ji bo Şah û Sultanên netewên serdest jî ji heman riwangê mimkune mirov binirxîne. Cizîrî jî xwe ji pesnê serdestên neteweyên biyanî û ne Kurd vedaye. Ev paye jî ji Xanî zêdetir ne ya Cizîrî be? Bersîv: 15. Eger em pesindana mîrekî Kurd weke tetmînkirina hestên netewî bihesibînin, emê bibêjin ku Cizîrî ji Xanî bi pêşdetir bû. Erê Cizîrî pesnê mîrê Kurd daye. Ji bo vê yekê jî min hin rexne li Cizîrî kirin, min got ku ew şairekî(ehlî irfan e) nabe ku pesnê mîran bide. Sofî wisa nakin. Sofî xwe ji mîran diparêzin û dûrî wan diçin û mesafetekê di navbera xwe û wan de ji bo kontrolkirina wan dihêlin. Lê mirov dikare tefsîrekê bidê. Mirov dikare bibêje ku agirê netewayetiyê di hundirê Cizîrî de jî gelekî gurr bûbû, loma jî ew gelekî bi

mîrê Kurd serbilind bû û zimanê wî bi wan pesnên mezin geriya. Bi rastî gava ez wan herdu helbestên Cizîrî yên pesindariyê dixwînim, dibêjim qey yekî medhiye ji sultanekî yan şahekî re, ne ji mîrekî re nivîsiye. Ewqas mîr firandiye ezmanan ku tu dibêjî ne mumkin e, ev yek ne sultan be. Lê di baweriya min de ev hêz û xurtiya qelema Cizîrî dide xuyakirin, bêtir ji mezinahiya mîr. Yanî dibe ku yekî qelemsist jî eynî wî mîrî bipesinanda, lê dê mîr di çavê me de ne ewqasî mezin xuya bikira. Hema bi qelema Cizîrî ya hêzdar mîr gihaye rutbeya sultanan. Li vir şairekî erebî gelekî navdar tê bîra min, navê wî Mutenebbî bû, ew jî klasîk e û di beriya Cizîrî de bû. Medhiyeyên wî yên ji bo mîran gelekî bi hêz û xurt in. Heta dibêjin ku her mîrekî dixwest Mutenebbî medhiyeya wî binivîsîne! Xanî mîr neparast û medhiye derheqê wî de nenivîsî. Li ser mîrê Bazîdê mîr Muhemedê Pirbela jî mersiyeyek(şîn) nivîsî ku tê de xemgîniya xwe dide xuyakirin bi bona mirina mîr. Hema Mem û Zîn mişt rexneya mîr e. Rexneyeke ku mirov tê derdixe Xanî ne dijminê mîr e, lê dilxwazê wî ye û rêyeke rast dide berê. Ew wezîfeya xwe mîna Intellektuelekî bi wijdan dilîze. Derdê millet ji bîr nake û xwe dike dengê gel. Ev cihêtiya Cizîrî û Xanî ye: girêdana bi derd û hêvî û doza tevaya gel re. Pirs: 16. Bikaranîna navê Kurdistan û hezkirina ji Kurdistanê, ax û ava welat û ne bikamilî, sitewyayî û bi dereceya ku li ba Xanî piştre çêdibe, ne siyasînebûyî be jî, bendewariya Cizîrî jî ne piştqewîniya esasî be ji bo Xanî ku di vî alî de zelaltir, bicesaretir û vekirîtir bibêje, binîvisîne û xwe formûle bike? Bersîv: 16. Helbet wisa ye. Xanî dareke ne li hewa şîn hat û bê reh û ax û av bû. Me got ku Cizîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî; Yaqûb Beg, Şemseddînê Exlatî û yên berî wan ku em wan

nas nakin, bingeha wêjeyeke Kurdîziman danîn. Te qala bikaranîna navê Kurdistanê di helbestên Cizîrî de kir, ev tiştekî balkêş e. Bi texmîn çar caran navê Kurdistanê di qesîdeyên Cizîrî de derbas dibe. Li ba Xanî ev nav nîn e! Yanî Xaniyê kezebşewitî ji bo welat û milletê xwe navê welatê xwe derbasî nav berhemên xwe nekiriye! Lê Cizîrî yê ku bêtir meyla wî bi ser işqeke ilahî ve bû û mijara welat û civakê li ba wî belkî di dereca sêyem de bû, gelek caran navê welatê xwe yê şêrîn û bi gelek payedarî û serbilindî bi kar anîye? Ez dibêjim ku Xanî milletê xwe kiribû doza xwe ya esasî, loma jî ne bi hewce bû ku navê welatê xwe bîne ziman. Lê Cizîrî di rêya bikaranîna navê Kurdistan re xwestiye milletperwerî û niştimanparêziya xwe bide xuyakirin. Em dizanin ku ziman firax û amana ku hizr û xeyal û bîr û bawerî û hafize û mêjûya milletekî di xwe de diguncîne û diparêze. Bêyî zimanê netewî milletek nikare hebûna xwe bîne cih. Bêyî zimanê netewî milletek nikare xwe ji windabûnê biparêze. Loma jî ez dibînim ku Cizîrî û hevalên xwe yên pêşeng bingeh ji fikreke netewî re danîn. Ziman esasî ye û tenê nivîsandina bi kurdî ji alîyê Cizîrî ve Kurdayetiya wî zelal dike. Yanî dema ez niha bi kurdî dinivîsim, tu bi kurdî dinivîsî û ew jî bi kurdî dinivîse, em kurdîtiya xwe tînin ziman û bi awayekî ji awayan zimanê xwe diparêzin. Ji nifşên pêşerojê re pak û delal pêşkêş dikin. Ev jî renge milletperwerî ye. Lê weke te got hêj li ba Cizîrî fikra netewî qenc nestewiyabû, nekemmilî bû. Sebebên vê jî min di cihekî din de şirove kiriye. Ez dibêjim ku Cizîrî di mîrnuşîniyeke aram, serbixwe û Kurdîziman de jiyan dikir loma ne hewce bû ku bi qasî Xanî biqîre û jankêşîyê bide xuyakirin. Bazara kurmancî li Cizîra Botan di rewacê de bû, lê di dema Xanî de û li Bazîdê ne wisa bû, nakokiyên di navbera mîrunşîniya Bazîdê û waliyên Osmaniyan de, hema bibêje ku Bazîdê bindestê Osmaniyan bû, loma jî fikra netewî zelaltir û tekûztir e, li ba Xanî. Pirs: 17. Evîndariya Melayê Cizîrî jî ji xalên binîqaş e. Behsa dostayetiya Cizîrî û Mîr Şerefxanê

duhem dibe ku di nav wan de evîneke niştîmanperwerane hebû, ji bo vê evîna çendşîroveyî ku behsa wê dibe tu çi dibêjî, ev evîn çendî konkiret û beşerî û çendî jî Xwedayî û esmanî ye? Bersîv: 17. Ji jiyana Cizîrî û Xanî mirov dibîne ku desthelatdarên zemanê xwe, em bêjin qirnê navê yên Kurd qîmetekî têra xwe mezin dane şair, alim û zanayên Kurd. Ji vê awurê heger mirov rewşa wê rojê û ya îro berhev bike, ev tiradisyon di nav desthelatdarên Kurd de çendî hatiye parastin û çendî li gora dem û qonaxê ye? Ez bi xwe ne wisa dibînim. Erê belkî desthiladarên Kurd yên li Cizîra Botan piştgirî dabin wêjeyê û şairan , Cizîrî mînakekek baş e, lê li Bazîdê ne wisa bû. Ma ew gilî û gazinên Xanî hemû çi bûn û ji ku hatin? Wî her gazinên mîr kiriye û gotiye ku wî guh nedaye min: Ew rehmetê xasse bo ewam e Lew xassê nezer ji dil neda me û di dirêjiya Mem û Zînê de û heta di piraniya helbestên Xanî de gazina mîran tê kirin: Mîrê meclis nekenit mutribê goya çi bikit? Xanî di helbesteke xwe de vê pirs dike, yanî ku mîr nekene dengbêjê çi karibe bike, bi gotineke din: ku mîr xwe nede ber min û projeya min, ez Xanî şairê reben çi karim bikim? Li ba Cizîrî ne wisa ye, gazinê ji xelkê dike Cizîrî!!!! Ji xelkên dema xwe nerazî ye. Ji têkiliya wan ya bi wêjeyê re nerazî ye. Ew dibêje: werin helbestên min bixwînin û dev ji Şîrazî berdin. Ango werin kurdî bixwînin, ev çi farisî ye we berê xwe hemûyan dayê?? Bi gotineke din Cizîrî ji mîrên dema xwe razî ye û mîr jî qusûrê naxinê û piştgiriyê didin wêje û wêjekarên Kurd. Lê civak bêsewad e û nezanî pirr e, loma jî Cizîrî dibêje: Xaliba ehlê zemanê me Mela Ademîyin?

Venumayin ji kerê mey reş û gayê te yî beş!! Eger em rabin rewşa îro û doh bidin ber hev. Em dibînin ku desthelatdariya Kurdî(Partî, Sazî, medya) weke ku divê bikin, nakin. Yanî ji dil tu piştgiriyê nadin zanînê. Desthilatdarî dikare guherînên mezin bike. Ev yek mîna zagonekê ye, ku desthilatdar çawa be, xelk jî wisa ne. Projeyên mezin ne bi destê kesekî du kesan naçe serî. Ezê mînakekê bidim, ji bo me Kurdan, ji bo zimanê me û wêjeya me gelekî pêwist e, em şaheserên cîhanî ji zimanên wan wergerînin kurdî, yanî berhemên Şekspîr, Tolstoy, Servantes, Markîz û nizanim hîn kî divê bi kurdî hebin û em wan ne di rêya zimanekî sêyem re bixwînin. Wisa mejiyê me yê Kurdî saxlem ava dibe. Bala xwe bidê çîrokên hezar û yekşevê kengî bi firensî wergerandin? Sala 1704 an!! Lê me hîn ew berhem bi kurdî wernegerandiye. Ez dikarim wergerînim lê divê kesek piştgiriyê bide min, yekî din jî dikare nizanim kîjanê berhemê wergerîne ew jî wisa! Ev li hêla wêjeyê, îca em werin beşên zanînê, tibbê, matematîk, fîzîk û felsefeyê, ji xwe em şerm dikin ku bibêjin me gavek avêtiye! Erê dikarî bibêjî ku imkan hindikin, rast e, lê dilxwazî hebe wê ne wisa be. Hema em gavên ewil bavêjin, bila ew gav kinik bin jî, lê me nêzîktirî rastiyê dikin, me nêzîktirî mukemmeliyê dikin. Niha li aliyekî welatê me mixabin desthilatdar bi civandina mal û milkê dunyayê biliyane, loma jî xelk mîna wan dikin. Ev guherîn û pêşketinên di wêjeyê de jî ne ku bi saya wan dibe, na lê dilxwazên ku agirê evîna zimanê kurdî di dilê wan de geş e û vêketiye hene, serbazên winda û nenas yên bi şev û roj xwe dane ber parastina ziman û kultur û wêjeya kurdî hene ku hayê wan ji tiştekî nîn e û ne li hêviya tu xelat û padaşê ne. Piştgiriya desthilatdarên Kurd ji wêjeyê re bi du gotinan û daxuyaniyekê nabe. Stratejiyeke mezin li ser her mijar û di her qadê de divê. Pîlan divên û divê ku (nan di destê nanpêj de be). Heta niha min nedîtiye ne bihîstiye ku saziyekê, partiyekê stratejiyeke wergerê daniye ber xwe. Wisa tek û tûk nab e. Çiqas imkan û derfetên min hebin jî nikarim mîna

saziyekê tev bigerim. Divê renesans dest pê bibe. Dereng e êdî. Divê şoreşa wêjeyê dest pê bibe û bazara xwendina bi kurdî were damezrandin, yan na di asoyan de tiştekî bi ronî nabînim. Pirs: 19. Fikreke wuha heye ku di zimanê Cizîrî de zêdetir erebî û di yê Xanî de jî bandora farisî bi nisbet erebî serdestir e. Egerên vê çi ne, gelo ji ber ku Cizîrî zêdetir di bin giraniya hestên melatiyê de nivîsiye û bervaja jî Xanî di bin bandêra felsefê, siyaset û niştîmanperweriyê de nivîsandiye. Rêje û jisediya zimanên farisî û erebî di berhemên herduwan de? Bersîv: 19. Li ba herduyan rêjeya peyvên biyanî (erebî, farisî) gelek e. Ez dikarim bibêjim ku ji sedî pêncî derbas dike, dibe ku li hinek deveran bigihê ji sedî heftê jî. Bi taybetî li ba Xanî ku mecbûrî bikaranîna peyvên biyanî bûye xasma dema ku mijar bûye mijareke tesewwufî yan felsefî yan jî dînî. Di kurdî de alternatîfên wan peyvan nehatibû dîtin. Ew mecbûr bû peyvên orîjînal bikar bîne, wek çawa niha em peyvên latînî û ji ferhenga ewropiyan bikar tînin. Hinek rexneyan li Cizîrî û Xanî û xeyrî wan dikin, ez ji bo wan dibêjim: ka we piştî 400 salî çi karibû li wan zêde bikira? ka we alternatîfên gotinên wan yên biyanî dîtine! We heta kîjan radeyê hewl daye ku ferhenga xwe zengîn bikin? Tenê rexneyên bêtam her kes dikare bike. Lê ew iddiaya ku dibêje li ba Xanî farisî û li ba Cizîrî jî erebî bêtir e, balkêş e, divê mirov lêkolînekê bike û peyvên biyanî li ba herduyan bihejmêre. Bêguman dê encamekê bidest bixîne. Hema ez dikarim bibêjim ku zimanê Cizîri bi piranî paktir xuya dike. Pirs:

20. Malbata Cizîrî, dê û bavên wî jî bi niqaş in. Gotin heye ku navê bavê wî Şêx Mihemed e. Belê kîjan Mihemed. Ev Mihemed ji binecîhên Cizîrê ye, ji dereke din hatiye, ku wuha be ev der ku ye, baş û zelal naye zanîn. Li gora dîtinekê bavê Cizîrî ji Xoşaba Wanê ye. Em van rewşên di nav heftûheyştiyê, wihayî û newihayîyê de karin hê jî zêde bikin. Wek nimûne ku Cizîrî berî serê xwe deyne û here ser dilovaniya xwe, ji Cizîrê çûye, çûbe, çûye ku û Hwd. Tu çi dibêjî ? Bersîv: 20. Hinek lêkolîner dibêjin ku navê bavê wî Mela Mihemmed e û ji êşîreta Buhtiyan e ku bi sedê salan li Cizîrê man e. Mela Mihemed jî alimekî Cizîrê bû. Navê bavê Cizîrî jî cara yekem li ba Elaeddînê Secadî wisa hatibû. Mixanbin Seccadî jî hîç jêderan ji bo agahiyên ku ew bi dest dixe yan jî belav dike û diweşîne nade, îcar mirov nizane ka ew tişt rastî ne yan jî ji xeyalê wî ne. Di nerîna min de û li gor pîvanên zanistî ewleyî bi agahiyên Seccadî nabe. Mixabin tu kesî jînnameya Cizîrî nenivîsîye. Wî bi xwe jî tu agahî li ser jiyana xwe û binemala xwe nedane. Jînenigarî li ba Kurdan nebûbû hunereke nivîsandinê. Di gel ku ew gelekî girîng e jî û vaye niha mîna te got em nikarin ji nav heftûheştan derkevin, lê dîsa jî Kurdan jînenigarî nikaribû bikirana hunereke serbixwe ku bi rêya wê jiyana navdarên me dihate parastin û rêya lêkolînan li ber me hêsan û bêkelem dibû. Ev girêdayî mejiyekî şaristanî ye ku em bi hacetî wî bûn. Ez bi xwe mesela hatina wan ji Xoşabê dûr dibînim. Ji ber ku leqeba Mela Cizîrî ye, berê jî wek em dizanin kesên zana û şairan xwe bi bajarên xwe didane naskirin. Eger bapîrê wî jî ji Xoşabê hatibûya wê navê wî Xoşabî bûya. Navê bajêr her mîna leqebekê dimîne ku ew dide xuyakirin binemal û koka yekî ji ku ye. Mesela Ibnul Esîr Elcezerî, ji navê xwe xuya dike ku ji Cizîrê ye û heta ew sax bû navê wî wisa ma di gel ku nema li Cizîrê dima jî. Yanî dikarim bibêjim ku Melayê Cizîrî ji bav û kalên xwe de Cizîrî ye. Cizîrî li gor agahiyên tevaya lêkolîneran her li Cizîra Botan maye heta roja dawî di

jiyana xwe de, ji xwe gora wî jî hîn li wir e û ziyareta evîndaran û xelkê ye. Ew dê li welatê kurmancan li pey zanînê geriyabe, dê meletî jî kiribe, lê li gor ku di helbestên wî de kifş e, wî piraniya jiyana xwe li cizîrê buhurandiye. Pirs: 21. Bi rastî dîtinên corecore û hevnegir di derbara Cizîrî de, ferq û cihêyîyên wuha mezin di nav van dîtinan de mirov dide fikirandin, hêrs dike û ne kêm caran jî, çend tiştan tîne bîra mirov: Rewşa lêkolîneriya me tirajîk e. Rewşenbîr û lêkolînerên me bêxem, tembel, tirale û zêde ne bimesûliyet in. Heger ne wuha bûya wê çawa bi salan qîma xwe bi tevlîhevî û kaoseke wuha bianîna, yan na, tu dibê em neheq in? Bersîv: 21. Pirseke bingehîn e û gelekî pêwist e. Lêkolînerî li ba xelkê ilmekî bi serê xwe ye, li ba me Kurdan amatorî ye. Lêkolînerî bi qaide û zagon e, her kes nikare were jiyana Cizîrî zelal bike. Sal û demeke pir û sebr û saman jê re divê. Berî her tiştî jî piştgirî û jiyaneke rihet ji bo kesê lêkolîner divê. Ez te qet neheq nabînim di vê pirsê de. Rast e em tirale ne û tenbel in. Me qîma xwe bi çend agahiyên çewt yên Eladdîn Seccadî anîye û em li ser wan agahiyan(razan) e û dicûn û hey dicûn. Xew bi me xweş hatiye. Seccadî dibêje: Cizîrî kesekî wiha bû ku rû û dêmên wî spî û sor bûn, bejin zirav bû, çavên wî geş û birqonekî bûn, birhên wî reş û kevanî bûn, pozê wî kurt bû!! Ne bes weha heta behsa cilên wî û rengê cilên wî jî dike!! Heyran ev lêkolînerîye!! Yan ev xewn û xeyal in. Ma çima em xwe li ser van nerastiyan bêdeng dikin û nabêjin ku lêkolîn ne wisa ne? Mamoste Hejar jî vê pirsa me dike û ecêb dimîne ku Eladîn Seccadî ev agahîyên wisa ecêb ji ku anîne?

Hejar dibêje: kes nebû ji Secadî re bibêje, qurban tu yê ku nizanî Cizîrî di sedsala şeşan yan ya nehan de jiyaye, tu çawa dizanî ku çox û ranikê wî çi reng bûn?? Heta niha ku em behsa kevnên xwe dikin, ku em lêkolînan li ser pêşengên xwe dinivîsin, em hema hema çîrokan dibêjin. Bi dehê caran û di gelek berheman de em rastî çîrokên mîna Cizîrî û pîra nanpêj, Feqê Teyran û ava Dîcle, Cizîrî û nameyên ji Selmayê re, tên. Em heta niha çîrokan û rastiyên dîrokê ji hev dernaxin. Helbet dê li ser kesekî mîna Cizîrî gelek çîrok û serpêhatî li ser zimanê xelkê geriyabin, lê ew nabin palpiştek ji bo lêkolîneke zanistî. Mixabin em di lêkolîneriya xwe de jî çîrokbêj in. Pirs: 22- Di derbara jiyana Melayê Cizîrî de Ferhad Şakelî sê kategoriyan destnîşan dike: 1. Beşê ewil ew kes in ku bi bahweriya wan Melayê Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye. Ji bo vê jî îspat bikin hewil didin û dixwazin kesekî bi navê Îmadedîn pêde bikin û bêjin ku Melayê Cizîrî hemzeman û hewtemenê wî bû. Ne şert e ev rast be. 2. Beşek jî ku Elaedîn Secadî li serê wan tê, dibêjin ku Melayê Cizîrî di zemanê şairê mezin yê Faris Evdirehmanê Camî de jiyaye. Ji ber ku Camî di kitêbeke xwe de behsa sefereke xwe dike ku ji Iran ber bi Hîcazê di ser Kurdistanê, di ser Cizîrê re bûye. Di beyteke helbesta xwe de behsa kalemêrekî bi navê Elcezîrî dike. Yanî kalemêrekî xelkê Cizîrê. Li gora Elaedîn Secadî ev kalemêrê behsa wî tê kirin Melayê Cizîrî ye. Û ji ber vê û di vê çarçewê de jî divê Cizîrî li dora salên 1400 î jiyabe. Dibe ku ev kalemêr hebe, ji bo ku hebe jî sebeb hene. Lê ev xwiyaye dibêje Şakelî ku ev kes ne ew Cizîrî ye ku em nas dikin û dîwana wî di destên me de ye. Dibe ku berî Cizîriyê navdar bi heman navî şaîrên din jî hebûbin ku ji bo ku hebin jî sebeb zehf in û ev jî maqûl e ku bi navê bajêr têne nas kirin. Tiradisyona xwe bi navê bajarê

xwe, herêm û navçeya xwe, ya jî gundê xwe binaskirin û ji xwe re wek paşnav bikaranîn adetek bû û di vê derbarê de jî bi dehan nimûne hene di destên me de. Mesele Seîdê Nûrsî, Şêx Evdirehmanê Axtepî. Mele Evdilahê Tîmoqî.. 3. Beşê sisyan Zivîngî û Mekenzî û kesên din in ku jiyana Cizîrî nivîsandine dibêjin: “ ez jî bi vê dîtinê re me “ dibêje Ferhad Şakelî. Li gora vê dîtinê ne mimkun e ku Cizîrî berî Hafiz û Berî Camî hatibe, Cizîrî gelekî piştî wan e. Em karin bêjin teqrîben 1570-1640 Bersîv: 22. Ez jî bi beşê sêyem re me. Ji xwe yên ku dibêjin Cizîrî li dora salên 1200 jiyaye gelekî dûrî rastiya dîrokê diçin. Hemû delîl dibêjin ku Cizîrî di navbera nîvê dawî ji sedsala 16an û nîvê yekem ji sedsala 17an de jiyaye. Mîr Emadînê ku ew lê digerin jî sedî sed piştî Şerefxanê Bedlîsî û kitêba wî Şerefname(1005 koçî) hukumdariya Cizîrê kiriye. Beşê duyem jî ku dibêjin Camî û Cizîrî hemzemanê hev bûn xwe disipêrin delîlekî gelekî qels û lawaz ew jî beytek ji helbesteke Evdirehman Camî ye ku dibêje: Pîremerdî bi dîdeem zi Cizîr Nîmemerdî bi dîdeem zi Herîr!! Ev beyta farisî dibêje: min kalemêrek ji Cizîrê dît û yekî navser jî ji Herîrê dît!! Îca nizanim ka çawa Secadî dizane ku ew kalemêr Melayê Cizîrî ye: Gelo li Kurdistanê wê demê tenê yek kalemêr hebû ku leqeba wî Cizîrî bû ? Û Camî di helbesta xwe de çima wisa xumamî dibêje û beyan nake ka ew çi kalemêr e!! ev iddia ya Seccadî li ba min pûç û bê bingeh e. Tarîxa ku te destnîşankiriye jî hinekî nêzîkî rastiyê ye. Cizîrî li gor lêkolîna Tehsîn Ibrahîmê Doskî di sala 1567/1568ê zayînî ji dayik bûye. Ew di vê iddiayê de xwe disipêre beyteke Cizîrî ku dibêje:

Ji Herfa Mah û Salê ma Nehat der Şeklê Falê ma Ew li gor hesabê ebcedê tîpên (Herf, Mah, Sal, Şekl, Fal) bi hev re û li gor elifbêya erebî kom dike û di encamê de hijmara 975 pê re derdikeve ku ev jî sala jidayikbûna wî li gor tarîxa koçî ye. Piars: 23- Di nav xelkê de li ser Cizîrî gelek çîrok û efsane çêbûne. Ev jî li gora nêzîkayî û dûraya ji erd û axa Cizîrî û coxrafya rabûn û rûniştina wî, cihê manewerya wî têne guhertin Hun dikarin behsa hinekan ji wan bikin? Bersîv: 23. Erê. Ezê hinek çîrokên li ser Cizîrî bibêjim, lê hêvî dikim ku ew ne mîna bingeheke zanistî werin pejirandin, ji bo naskirina Cizîrî. Ev tenê çîrok in û cihê wan di lêkolînan de divê nebin. Min ji rehmetiya diya xwe(ku bavê wê yanî kalkê min ji aliyê Cizîrê bû) gelek çîrok li ser Cizîrî, evîna wî feqetiya wî û dîwana wî bihîstine. Ezê li vir çendekan ji wan bînim ziman û li ber destê we raxînim. Li ser destpêka evîna Cizîrî û Selmayê diya min ev çîrok digot: Rojeke înê bû, hîn Melayê Cizîrî li Medresa sor feqetî dikir. Hemû feqe derketibûn geşt û seyranê, li rexê Dicleyê. Cizîrî nexweş bû, loma bi hevalên xwe re neçûbû û li hucreyê mabû. Di nav nivînan de bû û lihêfek kişandibû serê xwe. Xûşka mîr Selmayê û cêriyên koşkê çûne camiyê. Selmayê dixwest here ji xwe re li şûna feqeyan binêre û bibîne ka ew çawa dijîn. Rabûn û rûniştina wan çawaye? Wê ev yek gelekî meraq dikir. Dema ku çûne hucreyê dîtin vaye yek di nav nivînan de ye. Selma ber bi wî de çû û lihêf ji ser rakir. Cizîrî çavên xwe vekirin ku vaye keçeke gelekî ciwan û spehî di ser serê wî re ye. Dema li rûyê wê nihêrî roniyek di nav herdu birhan de dît. Selma bi lez ji hucreyê derket û ji wê gavê de agirê işqê di dilê Cizîrî de vêket. Hema wê rojê dest bi

helbestan kir û helbesta xwe: Di dest da yengiyek nûbare min dî ew keman ebrû Li bala cedwelek cebbare têda hemqiran ebrû. Çîrokeke din girêdayî vê çîrokê diya min tim ji min re digot: Piştî ku Cizîrî bûbû aşiqekî sewdanser, diçû rexê çem û name ji Selmayê re dinivîsandin. Piştî ku name diqedand, ew dikirin mîna lûleyan û dixist hundirê zil û qamîşan û bi ava çem de berdidan. Avê ew name digihandin nêzîkî koşkê û cariyeyên Selmayê ew ji wê re dianîn. Cizîrî ava çem kiribû posteçî û teterek (bi Erebî Berîd) loma jî di helbesteke xwe de ku nîv erebî ye weha dibêje: Biddua bellix tehiyyatî li Selma ya berîd Yanî: ey posteçî, bi duayan silavên min bigihîne Selmayê!! Her weha diya min behsa helbestvaniya wî dikir û digot: Lawo ma yekî wek Cizîrî tenê ev dîwan li pê xwe hiştiye? Na na wî pêncî dîwan nivîsîbûn, lê piştî ku bîn bi evîna wî û Selmayê ket û xelkên Cizîrê qala wê evînê kirin, Mîr lê hat xezebê û xwest her pêncî dîwanên wî bişewitîne. Melayek li wir hebû gelekî kêfa wî ji Cizîrî re dihat û li ber wan dîwanan diket. Rabû ji mîr re got: Ez xulam ka ez dîwanekê bibim mal û binêrim bê ka vî Cizîrî çi heqaret tê de kiriye! Mîr destûr dayê lê gotê berî banga sibê divê tu dîwanê vegerînî ku em wê jî bişewitînin. Mela radibe di wê şevê de dest pê dike dîwana Cizîrî nesix dike û bi xeta destê xwe dîwanekê ji ber digire û li mala xwe vedişêre. Berî banga sibê dîwana ku wî biribû dîsa vedigerîne û dibêje mîr: Mîrim bişewitîne tiştekî hêja tê de nîne. Û bi wî awayî ev dîwana ku niha di nav destê xelkê de ye, hate parastin. Hin jî dibêjin ku Cizîrî sed dîwan nivîsîne lê melaiketên Xwedê nod û neh dîwan ji erdê rakirin û yek tenê ji me re hiştin!! Ji xwe çîroka wî û wê pîra nanpêj jî navdar e. Dibêjin Cizîrî dihat beranberî koşka Dilbera xwe Selmayê rûdinişt û pala

xwe dida kevirekî û dest bi qesîdexwendinê dikir. Piştî demekê radibû diçû. Agirê evînê di hinavê wî de ew dîwar disincirand, pîrekê jî bala xwe dabûyê û dihat nanê xwe li ser wî dîwarî dipeht û dipêja. Ev çîrok bêguman bingehên wan hene. Ku di jiyana Cizîrî de nebin ew bingeh, di helbestên wî de hene. Mesela dîwarê sincirî bawer dikim ji vê beytê hatiye. Cizîrî di qesîdeyeke xwe de dibêje: Ji ber ahên mi dinê agir û dû bit ne eceb Min di dil de heye narek(arek) ku disojit seqerê! Yanî eger dunya hemî bibe dû û dûman ne tiştekî seyr e, ji ber ku di hinavê min de agirek heye, dojehê jî dişewitîne. Piras: 24- Tê gotin ku di helbestên Melê de muzîkeke wuha heye ku xelk kare zû ji ber bike. Belê ji bo Xanî û helbestên wî mirov nikare heman tiştî bêje. Bersîv: 24. Rast e. Mûzîkeke gelekî rewan û herikbar û ji guhan re minasib heye. Cizîrî wezn û kêşeyên erebî yên sivik û xweş bi kar anîne. Ji wan kêşeyan bêtir xuyaye ku kêfa Cizîrî ji Remel re(bi her cûre û rengên xwe) hatiye ku wezna wê ya bingehîn wisa ye: failatun failatun failat Her weha Cizîrî Hezec jî bi kar anîye. Hezec bi xwe wezneke gelekî mûzîkî ye. Hema dikarî bibêjî ku piraniya stranan pê têne ristin. Ew jî wisa ye: Mefa-îlun mefa-îlun Bi kurtî, Cizîrî mûzîkeke gelekî nerm û milayim bikar aniye. Loma jî qesîdeyên wî zû têne jiberkirin(ezberkirin) û di dil de dimînin. Ji bilî wê mûzîka derveyî, wî mûzîka di nava helbestê de jî bikaranîye, yanî harmoniya hundurîn ya peyvan û cumleyên helbestî. Mînak ev beyta gelekî ciwan: Nesîmê sinbil û sêvan seher da hebs û zindanê Vebû qufla me bê mifte, ziringînî ji quflê da

Eger bala xwe bidê, ew di para yekem de behsa hatina yarê di çaxê seherê de dike, ango piştî nîvê şevê yar hatiye serdana wî di zindanê de, de îca tîpên S di vê nîvmalikê de çend in? Pênc in û tu Z jî lê zêde bikî şeş tîpên ku bi serê xwe mûzîkeke wan ya taybet heye ku dibe nîşana qewimîna tiştekî di tariyê de û bi dizî, di beşê duyem de bala xwe bidê bê çi qewimî? Mifte li quflê ket, û deriyê hesin vebû! Eger yekî ne Kurd be jî bibihîze wê zanibe ku tiştekî bi deng û qerebalix diqewime(ziringînî ji quflê da). Dengê hesinan ji van gotinan nayê bihîstin? Ji ber vê jî helbestên wî ji guh re gelekî xweş hatine û ew zû bi zû xwe berdidin nava mirovan. Lê te qala mûzîka helbestên Xanî kir. Ez bi xwe yek ji hezkiriyên Xanî me û min lêkolînên berfireh di helbesta wî de çêkirne û nivîsîne. Xanî ne kêmî Cizîrî ye di bikaranîna mûzîkeke rewan de, lê tenê evîndariya wî ya di helbestan de ne mîna ya Cizîrî balkêş e. Ya Cizîrî evîneke pirr bi şewat ku ji tecrubeyeke rastîn û diltezîn hatiye ji xwendevanan ve xuya dibe. Li ba Cizîrî mûzîka derve û hundur hevdu dikemmilînin. Harmoniyek xurt ava dikin û mirov mecbûrî guhdarîkirinê dikin. Li ba me, pismamê bavê min Evdiyê Kurimî hebû, qesîdebêjekî mezin bû. Ku helbesteke Cizîrî di şevên zivistanê de dixwend hema bêje agir bi dîwaran diket û emên guhdar li ber dengê wî û xurtiya helbestên Cizîrî şêt û serxweş û teles dibûn. Bêhemdî me qêrîn bi me diket û bi rastî jî em bi cizbê diketin. Ev jî razeke ji razên helbesta Cizîrî. Ji kûraniya dil derketine û rasterast xwe li kûraniya dilan digirin. Pirs: 25. Ji awura naverok û tesewufê em helbestên Cizîrî û Xanî bidin ber hev. Ferq çawa ye? Em hinekî ji awura huner, ziman û metafor, dîmen û tabloyan wî û Xanî nîqaş bikin. Bersîv:

25. Ez bi xwe, di gel ku mirîdê Xanî me, Cizîrî şairtir dibînim. Peyvên Cizîrî, hûnandina hevokên wî, xeyalê wî, û fikreyên wî gelekî cuda ne. Zimanê Cizîrî jî zelaltir e. Qesîdeyên wî rihet in, ne mîna yên Xanî bi kompleks in. Heta peyvên erebî yên ku Cizîrî di şi`ra xwe de bi kar anîne, ji zû de derbasî ferhenga Kurdî bûne û kedî bûne û êdî nema biyanî xuya dikin. Ji rexê Tesewwufê ve herdu jî nêzîkî hev in, herduyan jî kûzikên xwe ji kaniya Wehdetulwucûdê dagirtine û ava wê ya çêjdar vexwarine, heta ku pê serxweş bûne. Tesewwufa herduyan jî wijdanî ye. Bi evîneke Xwedayî rengîn dibe. Tesewwufa wan ji tesewwufa Hafizê Şîrazî, Ibnulfarizê Misrî ye. Hin qesîdeyên herduyan hene ku di nav sînorê Tesewwufa xwerû de ne, yanî tenê tesewwufa irfanî ku mîna felsefeyeke serbixwe ye. Di vir de bandora Ibnu Erebî û Hellac heye. Mîna qesîdeya Xanî ku tê de dibêje: Ey ayîneyê dil bi cemala te mucella Sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella Û ya Cizîrî ku tê de dibêje: Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperesê nûr û tecellayim ez Eger mirov qenc bala xwe bidê, dibîne ku Cizîrî di tesewwufa irfanî de bi gelek gavan di pêşiya Xanî de ye, ango bi cesaret tir e. Û li ba wî Wehdetulwucûd wek felsefeyekê zelaltir e. Hema li ba Xanî Wehdetulşuhûd gelekî zelal e. Wehdetulwucûd ji xwe dibêje di hebûnê de tenê hebûna Xwedê heye, em jî û her tişt pareyek ji vê hebûnê ne. Ne ji derveyî wê ne. Wehdetulşuhûd dibêje, ku hebûn hemî neynik û mirêka hebûna Xwedê ye. Ew ne pareyek jê ne lê meziniya wî di wan re xuya dibe. Diyar e li ba herduyan di pirsa Iblîs de cudatî hene. Xanî dibêje ku vîn û iradeya Xwedê nehişt Iblîs here secdê ji Adem re û her weha ecêb dimîne ku çima Xwedê wisa lanet lê barandine, bêyî ku sûc û gunehê wî hebe. Lê Cizîrî vê yekê bi nezaniya Iblîs ve girê dide û dibêje; eger Iblîs sirrê ilmê Xwedayî di Adem de dîtibûya dê bêguman secde bûbûya!

Mesela dîmen û tabloyên hunerî ku Xanî û Cizîrî digihîne hev jî wisa dikarim şirove bikim: herdu kilasîkên me jî ji yek ekola helbestî derketine. Ekola belaxet û rewanbêjiya erebî ya ku di helbesta farisî de bi cih bûbû. Herdu jî sûretên wan dubarekirî ne ji sûret û wêneyên di helbesta farisî de. Yanî em bala xwe didinê ku eynî tabloyê li ser devê gelek şairan hatiye gerandin. Awirên çavan li ba Hafizê Şîrazî jî, li ba Firdewsî jî tîr in, û li ba Xanî û Cizîrî jî tîr in! Di vir de em dikarin bêtir Cizîrî û Hafizê Şîrazî bidin ber hev û gelek mînakan bînin û şopên bandora Hafiz li ser Cizîrî bipên. Pirs: 26. Ferhad Şakelî tê zanîn ku bi kêmanî 14-15 salan li ser Cizîrî xebitiye û bi awayekî kategorîk û bê virde û wêde “ Hîç şika min nîne ku Cizîrî di serdema Mîr Şerefxan de jiyaye ku desthelatdarê Cizîrê ye û Cizîrî helbestên pesindar ji bo wî nivîsandine, dibêje…… Bersîv: 26. Di dîwana Cizîrî de navê Mîr Şeref derbas dibe: Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref Lê ji vê malikê em nikarin wê rastiya ku Şakelî wê ya tesbît dike heta dawiyê qebûl bikin. Nav û dengê mîr Şeref li tevaya Kurdistanê belav bûbû. Ji xwe Şerefxanê Bedlîsî jî di Şerefnameya xwe de bi ferehî qala wî dike û bi pesindarî jî. Îca eger Cizîrî di helbestê de awirên yara xwe bişibîhne tîrên Xan Şeref nayê wê wateyê ku Cizîrî di dema wî de bû(em ji bîr nekin du mîr Şeref hebûn). Ev tabloyekî hunerî ye, wezîfeyeke wê ya helbestî heye. Lê di dîwanê de musaceleya(guftûgoya helbestî) Mîr Emadîn û Melayê Cizîrî heye. Di wê de Cizîrî dibêje: Xulamê mîr Emadîn im. Çima em vê nakin delîl û nabêjin ku Cizîrî di dema mîr Imdeddîn de bû. Mumkin e jî Cizîrî di dema du sê mîran de jiya be û ew herdu helbestên pesindariyê ne ji mîr Emadîn re

nivîsî bin. Lê ev hewceyî lêkolînekê ye. Wisa rihet û sivik bersiva wê nikarim bidim. Pirs: 27. Her nivîs û berhem bi aliyekî xwe jî şahidekî zeman û qonaxa xwe ye. Dema mirov dixwîne li ser heyam û serdema tê de ji dayik bûye mirov digihê hinek encaman. Ev jî bi kêrî dîroknasan, biyografînasan ji faktorên alîkar hesêb dibin. Ji vê eniyê dema mirov li Cizîrî û xebata wî bikole bûyerek, navek, destnîşankirinek bibe mûmek di reşayê de heye? Bersîv: 27. Bêguman gelek mûm hene. Ji xwe lêkolînerên ku dibêjin Cizîrî di navbera salên 1570/1640 de jiyaye, xwe disipêrin helbstên wî. Mesela di helbesteke xwe de sê navên dîrokî tîne ziman: Sef sef me dîn Hindî û Zeng, Cengizî hat Teymûrê Leng Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xan Şeref Ew li vir behsa Cengîzxanê meşhûr dike ku di navbera salên 1165 û 1227 de jiyaye. Her weha behsa Teymûrê leng jî dike ku ji sala 1336 heta 1405 an jiyaye. Ji xwe di dawiya vê malikê de jî navê Mîr Şerefê Kurd mîrê Cizîra Botan û temamê welatê Botan dike. Mîr Şeref jî li gor belgeyên dîrokî û di nav de Şerefname, dibe ku yek ji herdu mîr şerefan be, yek ji wan mîr Şeref kurê Bedir kurê Brahîm e ku ji sala 1498an heta sala 1509an hukumdariya Cizîrê dikir. Yê din jî mîr Şeref kurê Xan Evdal e ku di dema nivîsandina Şerefnameyê de hîn hukumdariya Cizîrê dikir û Şerefxan gelekî pesnê wî daye. Ew hevçaxê Cizîrî bû jî. Her weha min di bersiveke berê de jî qala lêkolîneke birêz Tehsîn Brahîm ê Doskî kiribû ku wî têde sala jidayikbûna Cizîrî eşkere kiriye. Gava em van belgeyan didin ber hev, hinekî mesele ronî dibe û bi gotina te mûm li dora me gelek dibin û reşayê jihev tar û mar dikin! Pirs: 28. Cizîrî sofî ye. Dîtineke wuha heye ku sofiyên

mezin li cîh û derekê zêde nedisekinîn, digeriyan? Em zanin ku sofiyên navdar di nav Xoresan, Iraq, Kurdistan, Şam û Konya de, di nav paytextên rojhilata Navîn de çûne û hatine. Nûmeyên Mewlana, Şemsê Tebrîzî û Hwd têne zanîn. Carna seferên wan bi rojan û bi mehan dewam dikir. Hin cîh hebûn ji wan re “Rikin” yan jî mîna îro jî li Kurdistanê ji wan re “Xaneqa” tê gotin, hebûn. Ev cîh cihên sekna mêvanan û şiklek otêlên îro bûn. Mirov li gerên wuha rast tê, di jiyana Cizîrî de? Bersîv: 28. Erê. Yek ji şêweyên (sulûka) sofiyan guhertina cih e. Ew nabe li cihekî bimînin. Di baweriya min de sofiyên mezin yên ku terîqet damezirandine, ji bo ku (irşadê=rêberiyê) bikin, diviyabû ji welatekî biçin yekî din. Mirîdan pirr bikin û (heqîqetê= rastiyê) belav bikin. Cizîrî, herçendî sofî bû jî, lê ne ew yekê ku evdal û dewrêş bû, sofîtiya wî sofîtiyeke teorîk bû, ew di pratîkê de sofî nexuyaye. Hin nakokî di jiyana wî de xuya dikin, li hev nakin kîtekîtên jiyana wî. Mesela yekcaran mîna Xeyyam xuya dike û dibêje ku ev dunya ne hêja ye, loma jî divê mirov xwe ji lezzeta tê de bêpar neke û zû bi zû meyweyên kêfxweşiyê biçine: Talih ku têt û firset, muhlet li nig heram e Min umrê Nûh-i nîne, wer saqîyo bi lez xweş!! Ev malik sedî sed ji bêrîka Xeyyam derketiye, û bêtir nêzîkî felsefeya Ebîqorî ya yewnanî ye ku dibêje mirov divê xweşiyan li xwe nebe. Ew weha jî dibêje: Ahî eyyemên wisalê, weh ku xweş borîn û çûn Ew şeraba êşî û noşî, ma li pêşber min serab. Ew di vir de li rojên xwe yên berê ku ew bi yarê re buhurandibûn re digirî, dibêje ew gelekî xweş buhurîn, lê çi heyf ku hemû çû û wek rewrek û leylanê êdî xuya dibe. Lê li cihekî din jî dibêje:

Minnet ji Xwedayê ku bi evdê xwe Melayê Îksîrê xemê işqê, ne dînar û drem da!! Li vir êdî yekî terkedunya ye, xwe disipêre evîna Xwedayî û ne xema wî ye, xweşiyên dunyayê. Pirs: 29. Ji gotinên têne gotin yeke din jî ev e ku Cizîrî şi`rên Hafiz ji bo xwe kirine bingeh û helbestên xwe avakirine. Helbestên Sadî jî wuha kirine. Cizîrî vê vekirî û heşkere dike û venaşêre. Girêdayê vî aliyê Cizîrî jî behsa “Texmîsê” dibe. Ev Texmîs çi ye? Bersîv: 29. Texmîs ji peyva erebî(Xemse) yanî hijmara Pênc hatiye. Texmîs yanî pênckirin. Ev jî şêweyek ji hunerên helbesta klasîk e, ku şairek helbesta yekî berî xwe yan hemdemê xwe diecibîne û li ser wê temam dike. Ango sê rêzan dinivîse û du rêzên dawî jî yên helbestvanê din in weke xwe dimînin. Mesela di qesîdeya pêşîn ya di dîwana Cizîrî de her paragrafek ji qesîdeyê pênc rêz in, sê rêzên pêşîn yên Cizîrî ne û du rêzên paşîn yên Hafizê Şîrazî ne. Min bi xwe helbesteke Cizîrî da pênckirin ew jî ev e: Bûye salek ez dinalim ji şevê ta sibehê Min berê xwe daye Botana di nava Diclehê Ez bi vê bangê meha xwe digihînim bi mehê: Ey nesîmê seherê ma di mecala sibehê Sed silavan bigihîne ji me wê padişehê! Di vir de hersê rêzên pêşîn min ristine, yên dawî jî ji qesîdeya Cizîrî ne. Di vir de helbestvanê ku helbesta yekî(texmîs) dike dixwaze çi bîne ziman û çi mesajê bide? Helbet ew dixwaze bibêje: binêrin, ez jî mîna vî helbestvanê mezin dikarim birêsim. Ez ne kêmî wî me, bi eynî muxeyyile û melzemeyên wî yên ziman, bi eynî ferhengê û bi eynî şêweyê rêzkirina peyvan û mûzîka derve helbestê çê dikim!!! De ka binêrin bê hûn karin malikên min û yên wî ji hev veqetînin û nas bikin, ka kîjan yên min in û kîjan yên wî ne?

Hafiz û Sadî yên Şîrazî bûne bingeha sedan şairên piştî xwe. Hafiz ekolek bi serê xwe bû. Cizîrî jî yek ji şagirt û suxteyên zîrek yên vê ekolê bû ku di sefa yekemîn de cih girtibû. Gava em navekî yan leqebekê li Cizîrî bikin em dikarin bibêjin: Hafizê Kurd yan Şîrazî yê Kurdan! Min bi xwe bandora Hafiz di helbesta Cizîrî de şopandiye, û bala xwe dayê ku Cizîrî heta di hin wêneyên xwe yên helbestî de malikên Hafiz wergerandine û kirasekî kurmancî li wan kiriye. Hema wî ew wêne ji nava helbestên hafiz anîne û li nav yên xwe danîne. Pirs: 30- Belê carên ku wuha jî dibêje hene: Dev ji Hafiz û Sadî berdin, werin min bixwînin. Em li vê çawa binerin, hem tu di bin bandêra kesekî, çend kesan de mabî, di avûbayeke wuha de pênûsa xwe bikar anîbî û di ber re jî tu bêjî werin dev ji wan berdin, ez nêzîktir im, serketîtir im. Ya ku van rêzan bi Cizîrî dide gotin çi ye ? Bahweriya bi xwe ye, yan jî biçûk be jî tov û meyleke neteweyî ye ? Bersîv. 30. Ev jî pirseke gelekî girîng e. Divê em şopa neteweparêziya di civaka Kurdan de biajon da ku raza vê meyla li ba Cizîrî nas bikin. Di baweriya min de Cizîra Botan di deverekê de ye, Mîna Bazîdê, ku netewe lê gelek in. Pirbûna neteweyan li herêmekê yan cografiyayekê dihêle ku her neteweyek bêtir bi hebûna xwe bihese. Yanî li Bazîdê Tirk, Faris, Azerî, Gurcî, Ermen û Rûs jî hebûn, (mebest li wê herêmê ne li bajêr bi xwe) û helbet nakokî jî hebûn, vê yekê tovê neteweparêziya Ehmedê Xanî geştir kir û hişt ew tov zûtir şîn bibin. Li Botan jî wisa bû. Asûrî, Suryan û Ereb, Tirk û Kurd hebûn. Helbet Faris jî bi wêjeya xwe û carcaran bi artêşên xwe yên giran jî hazir bûn. Îca Cizîrî mîna temsîlker û nûnerê rewşenbîrên wê dema xwe dê berî her kesî bi xwe û neteweya xwe hest bibe. Wî dema ku digot dev ji

Hafiz berdin, û werin helbestên min bixwînin, dixwest bibêje werin li zimanê kurdî xwedî derkevin. Werin bi neteweya xwe di rêya zimanê xwe re bihesin. Ew gelekî bi xwe bawer bû, heta di helbesteke xwe de dibêje: Pîrê şe’aare di şi`rê, û Mela şalîfiroş Tu nîşan min mede Ferxî, ku li nik min bûye ferx Yanî: mela pîrê helbestê yê, Şalfiroş e, de ji min re behsa Ferxî neke, ji ber ku ew li ber min mîna fêrîkekî biçûk e. Eger em zanibin ku Ferxî(Ferruxî) yê helbestvan e û leqeba wî Melikulkelam e (yanî şahê gotinê) dê zanibin bi heta kîjan radeyê Cizîrî bi xwe û zimanê xwe û netewa xwe bawer bû. Te pirsa wê yekê jî kiriye ku ka gelo çima Cizîrî dixwaze (şopê ji ser mamosteyên xwe dagerîne) û winda bike? Çima naxwaze kesek êdî biçe ser wê kaniya ku wî bi xwe têra xwe ava zelal jê vexwariye? Ev yek di baweriya min de du sebebên wê hene. Yek jê: tiştekî ku di rexneyê de nav lê dibe: kuştina bav di wêjeyê de, ango tu naxwazî şopê ji serkaniyên xwe re bihêlî. Tu wan tunne dikî û tenê xwe berz dikî. Ev girêdayî psîkolojiya hunermend û afrêneran e. Her dixwazin xwe bidin pêş. Sebebê duyem ji vê yekê re ew e ku Cizîrî wê diyardeyê rexne dike, ew diyardeya xwendina wêjeya farisî û heta nivîsandina bi farisî jî ku Cizîrî jî bi xwe yek ji kesên ku di nav wêjeya farisî de mabû. Îcar ew dibêje werin em guh bidin zimanê xwe û ji xwe jî çêtir nabîne di vî warî de. Ew bi xwe jî dizane bê çi nivîsiye û çiqas helbestên wî xurt û bihêz in. Hinekî rastiya helbesta xwe jî dibêje. Ji her kesî bêtir dizane bê ka çendî helbesta wî xurt e. Pirs: 31. “Ez ewqas sal in li ser Cizîrî kar dikim ez heta niha neghiştime qeneetekê ku Cizîrî helbestek ji bo kesekî, ferdekî yan jî ji bo jinekê gotibe. Li cîhekî bi tenê tiştek heye ku hinekî îmkan dide ku mirov bêje ew dildarî, fizîkî ye, eşqeke ji bo însên e. Bi bahweriya min giş evîna Cizîrî Xwedayîye û pêwendiya wê bi eşqa fizîkî û însanî re tune ye.” dibêje Şakelî, tiştekî tu lê zêde û kêm bikî heye, yan jî

tu jî bi heman rengî difikirî? Bersîv 30. Na ez di vê baweriyê de ne bi Ferhad Şakelî re me. Şakelî dixwaze ku Cizîrî ne hissî be, di evîna xwe de, ne ku Cizîrî bi rastî ne hissî ye. Xwestin û rastî di lêkolînan de li hev nakin. Erê guman nîne ku Cizîrî şairekî mutesewwif bû û stûnek ji stûnên mezhebê işqa ilahî(evîna Xwedayî) bû, lê ev nabe bend li ber evîneke fîzîkî. Ji xwe heta di wêjeya tesewwufê de tê naskirin ku evînên fîzîkî bingehên evîna Xwedayî ne. Mesela Ibnu Erebî ku yek ji mezintirîn mutesewwifên Îslamê ye û mamosteyê ekola Wehdetulwucûd e, di destpêka xwe de dilketiyê keça Mamosteyê xwe yê li Hicazê ye. Bi xwe jî di pêşgotiona dîwana xwe de (Tercuman Eleşwaq) dibêje ku ew aşiqê keçekê bû û ewqase helbest di pesnê wê û evîndariya xwe û wê de ristine û hûnandine. Di helbesta Cizîrî de em şopa hissiyetê dipên mîna van hersê malikên ku tê de evîneke xwerû fîzîkî xuya dike: Veke lêvê û ji nîvê, biwerîn qend û nebat Ji lebê le'lê şeker bêj û, ji şekker meke behs ** Da binoşim mey ji lêvê, mawera reyhan û sêvê Luluyên şekkir di nîvê, abê heywan çeşme ye ** Sotin û derdê evînê, îlletê dax û birînê Xweş dibin ma ew bi dînê? Şerbeta lêvan mufa ye Ew qala lêvan û şekirê lêvan û şerbet û şêraniya wan dike. Ev gumanê nahêle ku Cizîrî li vir qala evîneke insanî dike. Ew dilketiyê keçekê ye. Keçeke ji goşt û hestî. Lê dibe ku ew keç tenê di xeyalê Cizîrî de hebûye. Ev ne qada me ya ku em têde lêkolîna xwe li dar dixin. Tiştê ku inkar nabe jî Cizîrî gelek helbestên ku bi zahirê xwe ve li ser evîneke fîzîkî xuyane ristine, lê ew bi derûn û batinê xwe ve li ser evîna Xwedayî ne. Dildar tê de Xwedê bi xwe ye. Yan na ma ew kîjan dilber e ku birhên wê mihrabê nimêjê ne û secde lazim e li ber

herdu birhên wê! Di ilmê tesewwufê de gelek caran min xwendiye ku şikestina di evîneke hissî de yekî bal bi evîna Xwedayî ve dikişîne, ev jî li ba Cizîrî tê qebûlkirin, dibe ku wî tu encam ji evîna xwe û yara xwe nedîtibe û berê xwe dabe evîna rûhanî. Pirs: 32. Di axaftinên li der û dora jiyana Cizîrî, yan jî em bêjin hinek tiştên ku di nav feqiyan û gel de digerin navê xanimekê bi navê Selma derbas dibe. Hinek dibêjin Selma xwuşka mîr yan jî keça wî ye. Li gora hinan jî Selma şêwesemboleke tesewifiyane ye. Li gora hizrekê jî ji xwe navekî wuha qet tune, ev jî bi tenê yek ji wan çîrokên bêesil e ku hina ji xwe re li hev aniye, navekî xeyalî ye. Çi rast e û çi na, rastî ji ba te çawa dixwiye? Bersîv: 32. Li ba min û li gor xwendina min ya ji helbestên farisî û erebî yên klasîk re, navên ku derbas dibin navin xeyalî ne. Yareke taybet nîn e ku şair navê wê bibêje. Şairên di ast û mertebeya Xanî, Cizîrî, Hafiz, Sadî û Ibnul Fariz û Ibn Erebî de xwe nizim nakin û navê yara xwe ya rastîn nabêjin. Ji ber ku ferqa evîna wan û ya yekî mîna Mecnûn ferqeke mezin e. Mecnûnê Amirî di helbestên xwe de bi dehan car navê Leylaya xwe dibêje. Ji xwe evîna wî ew e Leyla tenê ye. Lê evîna van kesên navborî evîneke rûhanî ye, Xwedayî ye. Erê ew mecbûr dibin navan bikar tînin. Mecbûr dibin ji ferhenga wêjeyê peyvên xwe bînin û bi kirasekî hissî bipêçin û li evîna xwe ya giyanî bikin. Em werin ser navê Selma. Ew ne navekî rastîn e, û ew iddiayên ku dibêjin Selma xûşka mîr bû û nizanim çi, hemû ji xeyalê xelkê hatiye. Selma di helbestên berê de yên ereb û farisan de jî derbas dibe. Hafizê Şîrazî dibêje: Suleyma munzû hellet bil iraqî Ulaqî min hewaha ma ulaqî! Suleyma nazikkirina navê Selma ye!

Ev navê Selma jî navê ku ereban ji beriya Îslamê de û heta di dema Îslamê de û piştî wê jî bêtir bikar aniye. Ew navê numre yek e di helbesta erebî de. Navekî sivik e û xweş e, loma jî her şairî navê yara xwe ya xeyalî kiriye Selma. Wateya Selma jî ew e keçika bêqusûr û bê eyb. Tiştê balkêş li ba Cizîrî ew e ku wî carekê tenê navê Selmayê bikar aniye, ew jî di nîvmailkeke bi erebî de, îcar ev nîvmalik ya wî be yan jî ya helbestvanekî din be? Ev jî cihê niqaşekê ye. Li ser vê jî em nikarin rastiyan ava bikin. Em nikarin bibêjin ku bêguman yareke wî hebû navê wê Selma bû û Mela dilketibûyê. Ji xwe hin dibêjin ku navê yara wî Sitiya Biskkesk bû! ev bêtir ji xeyalê xelkê hatine. Ne rastiyên ku encama lêkolînekek bi rêk û pêk in. Cizîrî navekî din jî bikaranyie wek navê yara xwe lê kesî bala xwe nedayê. Ew behsa Leylayê jî dike û dibêje: Lew heriftim ez ji meylê Şubhetê sehlê ji seylê Mehbet û işqa di Leylê Ez kirim yekser pilox! Li vir ez dikarim tefsîr û şiroveyekê ji van dîtinan re bidim. Yanî dikarim bibêjim ku çima li ba xelkê ev hizr û bawerî peyda bûye ku yara Cizîrî dotmîrek e û navê wê Selma ye. Cizîrî ku behsa yara xwe dike, wê ne mîna keçeke ji rêzê dibîne, ew tim wê li nav qesr û koşkan dibîne, dûrî wê ye, destê wî nagihê û wê mîna şahjinekê dibîne. Desthilatdar e yara wî, her kes nikare wê bibîne, di birc û qesrên bilind de ye. Bi nêrîneke kurt li van mînakan emê tê bigihin bê çima ev dîtin hatiye holê: Can û dilê min ew e, horîweşê min ew e Padîşehê min ew e, ez li derê wê geda ** Min dîlberek wek dur heye, mehbûbe şêrîn sur heye Husn û cemalek pir heye, Belqîs sifet mesken Seba

Belqîs şajina yemenî ye ku Suleymanê pêximber pêre zewicî bû. Li gor kitêbên pîroz wek Quran û Tewratê ew Xwedan desthilatdariyeke mezin bû!! ** Çi heddê sed hezar can bin, di fitraka hebîba min Ku sed Cimşîd û Keyxusro, xulam in ser di vê rê da Ev çi yar e ku Keyxwesrew û Cemşîd xulamê wê bin! ** Min divê ser li asîtanê, her wekî tûlan nihim Belkî carek keyl bipirsit, ev çi mehrûm tûle ye! Ango ew dixwaze serê xwe li ber asitanê wê deyne, dibe ku ew şaha mezin bipirse ev çi segê mehrûm e! Û bi sedan mînakên ji vî rengî hene ku nîşaneke eşkere tê de heye yara Cizîrî yareke ji malmezinan e û bi xwe jî yan şahjineke yan jî dotmîreke!! Lê rastiya vê çi ye? Em nizanin. Dibe ku ji xeyalên şairî bin kî çi zane! Şair dilê xwe dibijînin her kesî û her tiştî. Pirs. 33. Em hinekî din li ser vî navî bisekinin. Ev jî heye ku hinek şairên din jî heman nav, ango navê Selma bi kar anîne. Kî ne ev şair gelo, mimkune tu ji me re nimûneyekê duduwan bidî? Bersîv: 33. Erê. Dikarim hin nimûne bidim lê ji cîhana helbesta erebî. Beriya Îslamê şairek heye navê wî Imruul Qeys e, navdartirîn şairê Ereba ye heta niha. Helbestvanê serdema Îslamê Nabixayê Ce`dî, û yên dema piştî ku Îslam berfireh bû Cerîr, Beşar Bin Burd ê esilfarisî ku dibêje: ew zemanê ku min û Selmayê digihîne hev zemanekî qenciyê dike! Û bi dehan xeyrî wan jî. Ji xwe bala xwe bide vê helbestê ku yekî ereb beriya çend sed salan li ser Selmayekê nivîsiye!:

Min ji Xwedê xwest ku min û Selmayê bigihîne hev, ma ne Xwedê her tiştî dike!! Û min jê xwest wê li ser piştê bike û min bavêje ser, û çi bixwaze bixe ku bixwaze Û bila yek bê û min tev bide bi hêdîka mîna ku meşk tê tevdan Pişt re ewrekî bi baran were û barana wî me bişo. Pirs: 34. Xwendina Cizîrî jî bideng e, tê naskirin û têra xwe belabûye. Dibêjin dikete silûkê, dikete xewlê. Mesela “xewil” û “silûkê” îro jî heye. Li mizgeftên mezin mirov dikare lê rast bê. Pirsên me wuha ne: yek ev xewl û silûk çi ye, ya duhem hinek agehdarî li ser vî aliyê Cizîrî tu bidî me, wê bikêr be, ji ber ku têkiliya xewlê û hilbijartina murşidekî ji xwe re heye yan na? Bersîv: 34. Xewl yan jî bi erebî Xelwe/Xelwet: mana bi tenê û dûrî xelkê ye. Silûk jî buhurîna di rêyekê de ye. Lê ev herdu peyv li ser destên Mutesewwifan wateyin nû bi dest xistin. Ji qalibê xwe yê ferhengî û yê zimanî derketin û qalibekî din standin. Xelwe bû wek şêwe sporeke rûhanî ku divê kesê sofî tê de meşqan bistîne. Cegerxwîn dibêje: Di kuncê xelwet im yareb! Xanî dibêje: Zahidê xelwetnuşîn pabendê kirdarê xwe ye Tacirê rihletguzîn dildarê dînarê xwe ye Cizîrî dibêje: Sofiyê xelwenuşîn, bêne sicûd Her du birhên te ne, mihrabê dua Dîsa dibêje:

Seyyahê me dîn di xelwe îro Ellah ku çi xelwe û çi seyyah Û dibêje: Pê li ser dîdeyên Melê dayîn Xelweya sofiyan munewwer ke. Di van herçar mînakan de tim peyva Xelwe bi peyva Sofî ve hatiye girêdan, ango êdî sofî û xelwe bûne du peyvên hevrê ku bêyî hev nabin. Sofî bê xelwe nabe û xelwe jî bê sofî nabe. Peyva Sulûk yan jî Silûk wek min destnîşan kir buhurîna di rêyekê de ye, lê sofiyan ev peyv ji xwe re birin û navê rêya teswwufê kirin Silûk. Dibêjin filankes di silûkê de ye, yan jî silûkê dike, ango rêya sofîtiyê hilbijartiye û dest bi perestiyekê kiriye ku armanc jê paqijkirina ruhe û nêzîkbûna li Xwedê ye. Îca ji wî sofiyî re jî, yê ku di silûkê de ye. ´Salik´ tê gotin. Cizîrî di helbesteke xwe de wisa dibêje: Te pir cewr û cefa dîne, silûk û se`y û cehdê da Helbet silûk û xelwe dê gelek zehmetî tê de hebin, dê birçîbûn hebe, dê bêxewî û tenêtî hebe û dê gelek fikirandin û ramana di Xwedê û gerdûnê de hebe, heta ku kesê di silûkê de karibe hinekî nêzîkî rastiyê bibe. Lê em werin ser tecrubeya Cizîrî, gelo ew di tecrubeyeke tesewwufî re derbas bûye yan na? Em nizanin! Sedî sed belge li ba me nîn in, ji helbestên wî em dikarin bibêjin ku ekola wî tesewwuf bû û bi wehdetulwucûd bawer bû. Lê mumkin e, ketibe silûkê, silûka ku mirîd dikevinê. Yanî silûkek ji ya din ferq dike, silûkek heye ez bi xwe jî beşdarî wê bûme, hinek xwendina quranê ye, toba li ber destê şêxekî ye(şêxê min Xeznewî bû) û çavgirtinên piştî nimêja mexribê û zikrê Xwedê ye. Lê ne bi giraniya silûka mezin e ku ne her kes dikare bike. Pirs: 35. Em dê carcaran Xanî û Cizîrî bi hev re bipirsin. Xanî bi siyasetê xwurt û kûr daketiye. Tiştekî ku ji

bo pêdaketina Cizîrî bi siyasetê, em bêjin, dewlet, rêveberî, desthelatdarî û Hwd.bibe pêjnek, tê hiskirin? Bersîv: Eger jêderê me dîwana wî be, em tu pêjneke diyar nabînin. Lê em tê digihin ku Cizîrî ne dûrî desthilatdariya kurdî bû. Ne dûrî mîr bû. Û wa diyar e ku qedrekî wî yê bilind jî hebû. Lê wî qet di helbestên xwe de derdekî millet ne aniye zimên. Dibe ku di jiyana xwe de mijûlîya wî bi siyasetê re hebûye. Lê di wêjeya wî de tu şop nîne. Pirs: 36. Cîzîrînas dibêjin ku Mela li du yan jî sê cîhan behsa navê Kurdistan bi kar aniye. Duaya Cizîrî navdar e ku dixwaze ne bi tenê Cizîr belê Tebrîz û gelek cîhên din jî têkevin bin destên Mîr. Vê Fikrê jî mîna gelek fikrên din mîna ku Xanî ji Cizîrî girtibe û ew li gora zeman û qonaxê derxistibe asta hewcedariya bi yekîtî û tifaqê. Li vir jî bêhn û pêjneke neteweyî, em neteweyî nebêjin jî, etnîsîteyî tune gelo? Ev ne hestekî zelal û vekiriye ji bo niştîmaperweriy? Dixwaze Mîrê Kurdistan bibe şahê çar iklîman. Gelo Xanî gotina “Rom û Ereb û Ecem bi temamî…..hemyan ji me re dikir xulamî“hêza xwe ne ji vir girtibe, ne berê vî tovî be ku Cizîrî avêtiye erda welatparêziyê? Bersîv: 36. Cizîrî Kurd bû. Ne tenê bi etnîka xwe Kurd bû, lê ew bi fikra xwe û zimanê xwe jî Kurd bû. Tenê nivîsnadina bi kurdî nîşana kurdayetiyê ye. Yanî tercîha wî ji bo nivîsandinê zimanê wî yê kurdî bû. Wî bi rengekî zelal jî gotiye: Werin helbestên min bixwînin û hacet we bi Şîrazî nîne. Bi maneyeke din: werin bi kurdî bixwînin û dev ji farisî berdin. Helbet rola wî di vêxistin û geşkirina fikra netewî û kurdayetiyê de li ba Xanî mezin e. Wî rê dûz kir, derî li piştê vekir û bawerî bi zimanê kurdî çêkir. Kurdayetî ne tenê

slogan û helwesteke xuya ye. Ew berî her tiştî avakirina mejiyekî tevayî û giştî ye ji bo civakê tevî. Cizîrî jî binika mejiyekî ku bi kurdî difikire danî. Ew gelekî bi eşq jî navê Kurdistanê tîne ziman. Wî çar caran navê Kurdistanê aniye: Di cara yekem de dibêje: Tenha ne Kurdistan didin, Şîraz û Yeng û Wan didin Her yek li ser çehvan didin, ji Espehan têtin xerac Di cara duyem de dibêje: Ney tenê Tebrêz û Kurdistan li ber hukmê te bî Sed wekî Şahê Xurasanê di ferwarê te bî Di cara sêyem de dibêje: Bi tebilexaneê şahî were text Ku tu îro şehê Kurdistan î Di cara çarem de jî dibêje: Gulê Baxê Îremê Buhtan im Şebçiraxê şebê Kurdistan im Pirs: 37. Di nav helbestên Cizîrî de du helbest hene ku ji wan re “mukaleme” tê gotin, yanî bi hev re qisekirin, hevpeyvîn. Carekê bi Mîr Îmadedîn re û carekê jî bi Feqiyê Teyran re qise kiriye. Bi Ingilîzî dibêjin korespondens. Ev ne destpêka pexşanê be? Bersîv: 37. Na. Tu têkiliya wan herdu mukalemeyan bi pexşanê re nîne. Ew şêweyekî ji helbestê ye û li ser bingeha wezn û qafiye û sistema şiirî ava bûye. Piştî wê bi sed salî pexşanê nû dest pê kir, pexşan li ser destê Mele Mehmûdê Bayezîdî hate meydanê. Pirs: 38. Em hinekî li ser cîhê Cizîrî bisekinin. Cizîra kevn û kesk. Cizîra Botan kevnebajarekî Kurdistanê ye, paytextekî siyasî ye. Li dora 400-500 salan navenda rewşenbîrî û alimiya Kurdistan e. Medresên navdar li vir in. Şagirtên jîr û bikêrhatî berê xwe

didan vir û alimên navdar pirr tiştan qerzdarê Cizîra Botan in. Ev xweserî û taybetmendiya Cizîrê di aliyê dîrokî de çawa çêbû gelo? Bersîv: 38. Cizîra Botan di tarîxa erebî de jî navdar e. Li wir dîrokzanê herî navdar Ibnul Esîr ElCezerî yê ku di çaxê Selaheddînê Eyyûbî de bû hatiye dinê. Li wir medreseyên dînî hebûn. Mîrnuşîniyeke serbixwe hebû. Loma jî bazara zanînê di rewacê de bû. Piştî şerê Çaldêranê êdî Kurdistana Bakur hinek aramî dît û mecal ji danîna bingehên wêjeyê re vebû. Belgeyên dîrokî jî diyar dikin ku mîrên Cizîrê kesin edebdost bûn û guh didan wêjevan û şairan. Ji xwe em hemû dizanin ku neslê mîrên azîzan zarok û neviyên Bedirxan paşayê mezin çi ji bo ziman û wêje û tarîxa Kurdan pêşkêş kirine. Helbet ev yek ji tradisoynên malbata mîrên Cizîrê bû ku her û her piştgirên edeb û wêjeyê bûn û di baregahên wan de şair û edîb bi qedr û nirxdar bûn. Zaravayê Botan jî bi gumana min roleke xwe ya erênî lîst. Ew zaravayekî serketî bû û hezkirî xuya dikir. Zaravayekî medenî bû jî. Tesîra xwe li derdorê kir û êdî ew cih bû qibleya xwendevan û feqeyan. Pirs: 39. Em bi çend gotinan jî şairên hevdemên Cizîrî ne, binav bikin. Evdirehman Mizûrî du navan dide; yek Feqiyê Teyran, duhem jî Şemsedînê Exlatî, kesekî din heye, têkiliyên Cizîrî bi hemdemên xwe re? Bersîv: 39. Tiştê ku birêz Mizûrî dibêje rast in. Nikarim tu agahiyên nû lê zêde bikim. Dikarim bibêjim ku di navbera Feqî û Mela de têkilî hebû û hevdu dîtibûn. Lê Qutbê Exlatî û Cizîrî! Nizanim. Tu agahî nîn in ku wan hevdu dîtiye. Lê ez bawer im ku wan dê helbestên hev dîtibin û xwendibin. Şebekeya meletî û ilm û feqetiyê li Kurdistanê dişibihî ya internetê ya hemdem. Haya wan ji hev hebû. Hîn jî wisa ye. Melayekî li Qersê yekî li Nisêbînê jî nas dike. Bavê min gelek Melayên

Serxetî(ji Kurdistana bakur) nas dikirin û dostên wî bûn, heta melayên Serhedî jî nas dikirin! Pirs: 40. Rewşa helbestê di serdema Cizîrî de. Mizûrî bi van gotinan dîtinên xwe dibêje: “Di vê serdemê de helbesta kurdî li ser destê Cizîrî germ û gurr e. Vê sedsalê li ser destê M. Cizîrî hêzeke nû, vejîneke nû daye helbesta kurdî” dibêje. Bersîv: 40. Rast e. Helbesta kurdî ya ku Cizîrî nûnerê wê ye, helbesteke mukemmel e, bêqisur e. Û gihaya dawiya xwe. Lê ev pirsekê li ba mirov diafirîne: Gelo kanîn û kî ne yên berî wî! Ma hema wilo Cizîrî ji nişkê ve hilpekiya yan kesin berî wî hebûn û rê li ber wî û nifşên hevçaxê wî vekirin? J i ku ne ew gelo? Çima dîwanên wan winda bûn! Dema mirov bala xwe dide helbesta Cizîrî qenc tê digihîje ku ew li ser bingehekî xurt û piştî tecrubeyeke kûr û dûr û dirêj û sîqalkirineke mezin ji zimanê nivîsnadinê re peyda bûye. Ango Cizîrî û hevçaxên xwe ne kesên ewil bûn ku dest avêtine helbestê. Helbet beriya wan hene. Lê em bêagahî ne, ji vî alî de. Pirs: 41. Li gora Ferhad Şakelî li ba Kurdan hinek qalib çêbûne ku çi dema gotin tê ser xwendin û tehsîla navdarekî Kurd, gotineke ku pirr dubare dibe û ewqas jî ne ilmî ye, berçav dibe. Ew jî ew e ku “dersên ewil li ba bavê xwe xwendine”. Ev çima wuha ye, ji ber çi ev hesangirî? Bersîv: 41. Min jî dersên ewil li ba rehmetiyê bavê xwe xwendine. Serf û rêzimana erebî, Quran û Hedîs û Mentiq û Fiqih hemû min li ber destê bavê xwe yê mele xwendiye. Mesela ku dibêjin Xanî yan Melayê Cizîrî dersên ewil li ba bavê xwe xwendine, eger bê belge û delîl be jî, tiştekî mentiqî ye. Ne dûrî rastiyê ye, ji ber ku meletî hema hema bêje li Kurdistanê wiraset e, yanî kur ji bav wedigire. Bavê mele kurên wî jî

mele ne. Bi taybetî kesên meşhûr ku medrese ava dikirin û suxteyên wan bi sedan bûn. Îcar berî her kesî zarokên xwe bi xwendin dikirin, mînaka me ya berbiçav jî malbata Birîvkanî li başûr û malbata Axtepî li bakur in. Kalkê min ê mele şeş heb kurên wî mele bûn, tenê yek ji meletiyê(filitî)! Pirs: 42. Felsefeya Wehdetulwucûd di helbestên Cizîrî de. Çi ye ev felsefe, çend nimûne ji otorîteyên wê? Bersîv: 42. wehdetulwucûd peyveke erebî ye, wergera wê: Yekbûna hebûnê ye. Yanî hebûn yek e û ev piraniya ku em dibînin yanî piraniya mexlûqat û afrîdeyan piraniyeke bi hijmarê ye, lê di rastiyê de tenê Xwedê heye! Ji ber vê yekê kesên bi vê felsefeyê bawer in, dibêjin ku Xwedê di her kainat û afrîdeyên xwe de diyar e. Madem ku wilo ye mirov dikare perestiya Xwedê bi çi awayî be bike. Mesele misilman berê xwe didin qibleyê ku Kabeya pîroz li wir e, lê madem Xwedê li her derê ye û di her afrîdeyî de ye, ew dikarin berê xwe bidin kilîseyê û dêrê û heta laleşê jî. Dikarin berê xwe bidin rûyê mirovekî jî û perestiyê bikin. Gotineke wan heye, dibêjin dema ku Xwedê di zatê xwe de ramiya û bi ser xwe de ponijî, ev hebûna em dibînin çêbû. Felsefeyeke dûr û dirêj û kûr e û gelek parêzerên şerîeta Îslamî ev felsefe mîna kufr û derketina ji dîn hesibandine. Ibn Erebî imamê vê felsefeyê bû û di rojavayiyan de li ba Spînoza diyare ku ew di bin bandora wê felsefeyê de bû. Li ba Cizîrî jî di hin helbestên wî de xuya ye ku ew bi vê wehdetulwiucûd bawer e, mesela di vê helbestê de: Tûr im bi dil û peyrewê Mûsa yim ez Ateşperest û nûrê tecella yim ez Barî ji “we ellem" ku xeberdarî kirin Îro tu bizan Ademê esma yim ez Herfên reqemê lewhê wucûda me bixwîn Da qenc-i bibînî ku çi îmla yim ez!

Zahir tu perîşaniyê halê mi nebîn Mecmû`ê di zatê xwe û tuxra yim ez Alem çiye? i'rabû hurûf û kelîmat in Ew nuqte di nefsa xwe û me`na yim ez Sed Nîl û Ferat tên û derin, qelbê me Pê nahisihin qulzem û derya yim ez Tu j`nusxeyê tewhîd mexûn ayetê nefyê Bê aletê îsbatê ku îlla yim ez Di vir de Cizîrî sedî sed sofiyekî bi wehdetulwucûd bawer e, yanî ew him Adem e ku bavê mirovatiyê ye, him jî Mûsa ye ku di gel Xwedê axiviye, him jî bi xwe ew çiyayê Tûr e ku Mûsa li wir çav bi Xwedê û nûra wî ketiye. Ew dibêje ku dunya herf û peyv û gotin bin, ez bi xwe wateya wan im. Û bi rengî gelek mînakên din jî hene mirov dikare bi bêhnferehî li wan vegere û bişopîne. Pirs: 43. Em dê carcaran li pirsa “evînê jî vegerin”. Evdirehman Durre ku yek ji kesên xwedî gotine li ser kilasîkên Kurdî, girêdayê “evînê” piştî bi xwe dipirse evîn çi ye?” Bersiva pirsa xwe jî wuha dide: “Evîn ew e ku meriv ji tiştekî hez bike, hemû tiştên xwe bide wî tiştî. Doza meriv, bahweriya meriv, dîn û îmanê xwe û heta ruh û bedena xwe jê re feda bike”. Ev jî hinekî nîqaşê, lêhûrbûn û lêkolînê naxwaze? Bersîv: 43. Evîn bi xwe li ba mutesewufan merheleyek mezin e ji silûka tesewwufê. Beriya wê dibêjin Keşf heye, Muşahede yanî dîtin heye, Zewq(çêjkirin û tehmandin) heye û paşê evîn tê. Evîna sofiyan jî evîneke wijdanî ye ku armanca wê ne gihiştineke hissî û fîzîkî ya bi yarê re ye. Em di Mem û Zînê de jî dibînin bê çawa evîna Memo ji Zînê re rûyê xwe û rêya xwe diguhere, dema Memo di zindanê de dibe sofî. Ew êdî nema dixwaze dest bide rûyê Zînê, naxwaze zulfên wê bîn bike. Armanca wî êdî bi gelekî mezintir e, ji dîtin û gihiştina yarekê. Ew êdî ber bi Xwedê ve hildikişe. Evîna mecazî jî

heye, ew evîna ku em hemû wê nas dikin û tê re derbas bûne jî. Hezkirina keçekê ye. Yan xortekî. Û kişandina êş û azariyên wê û hestbûna bi xweşiyên wê jî. Leqeba Mensûrê Hellac ev e: Şehîdê işqa ilahî yanî: Kuştiyê evîna Xwedayî. Ev yek giraniya evîna tesewwufî dide xuyakirin. Rabia Edewî ku yek ji mezintirîn mutesewwufên jin e, di tarîxa Îslamê de dibêje, ji Xwedê re: „Ez li gor du cûre evînan ji te hez dikim, evîna weke ya xelkê û evînekê ku tu hêjayî wê yî. Evîna weke ya xelkê ew e ku tenê tu di bala min de yî û evîna ku tu hêjayî wê yî, ew e ku tu perdeyan ji ber xwe rakî da ku te bibînim.“ Hellac dibêje: Evîn sifetek ji sifetên Xwedê ye. Her weha mutesewwuf hemî dibêjin ku têkiliya di navbera Xwedê û evdê wî de evîn e! Cizîrî di helbesteke xwe de spasiya Xwedê dike ku wî tenê evîn kiriye para Cizîrî, ne malê dunyayê: Minnet ji Xwedayê ku bi ebdê xwe Melayê Iksîrê xemê işqê, ne dînar û direm da! Ibn Erebî dibêje: Evîn dîn û îmana min e! Pirs: 44- Çend tesbît ji Evdirehman Dure: “Ol li ba Cizîrî exlaq e. Dîwana Cizîrî gerdeneke manewî û neteweyî ya edebî ye ji bo Kurdan”. Bersîv: 44. Mesela olê li ba mutesewwufan hinekî cihê gumanê ye. Ew zêde zelal nakin ku olan qebûl nakin. Lê ji gotinên wan tê bêhnkirin ku zêde baweriya wan bi olekê nayê. Olekê li ser ya din nabînin. Loma jî dualiya Şerîet û heqîqetê li ba wana heye. Mutesewwuf dibêjin Şerîet heye, ew jî dîn û baweriyên bi Xwedê û kitêb û pêximberên Xwedê ye. Û Heqîqet heye, ew jî rêya tesewwufê ye ku her kes nikare bide ser. Di navbera herduyan de jî Terîqet heye. Sofî dibêjin: şerîet weke gemiyê ye, terîqet jî behr e û heqîqet jî gewherên binê behrê ne.

Li ba wan yek dikare bê gemî jî xwe berde binê behrê û gewheran derîne. Cizîrî jî dibêje: Sergeşte me ji dêrê, naçim kenişteê qet Mihrabe wê bi min ra, wer da biçîne Laleş her weha ew dibêje: Hin ji nik dêrê ve tên qesda kiniştê hin dikin Ney ji van im ney ji wan im, min derê xemmar-i bes Li vir Cizîrî guh nade Ol û dîn. Li ba wî meyxane ji dêr û kiniştê pêwisttir e (di rêyeke bi dizî re ji mizgeftê jî), helbet meyxane sembola tesewwufê û rêya wê ye. Yanî heqîqet e û dêr û kinişte jî temsîla şerîetê dikin. Pirs: 45. Hûnandina edebî xwurt e, berz e, li pêş e. Ev jî dîtina serdest e ji bo berhemên Cizîrî. Em vê hinekî vekin, ji hev veçirin, hinekî li ser kûr bibin, bi hinek nimûneyan biserûbertir, îknakiranetir bikin. Hûnandina xwurt, berzayî û lipêşbûn, yanî çi? Bersîv: 45. Eger em peyvên erebî û farisî bidin aliyekî, yanî hebûna wan nekin kêmasiyeke mezin. Dê bibînin ku helbesta Kurdî wek cûreyek ji cûreyên wêjeyê li ser destê Cizîrî gihaye kemalê. Ew êdî li ser bingehekî xurt rawestiyaye. Bûye wêjeyeke bixwe bawer, bihêz û çêjdar û têrwate. Ji ber vê yekê jî Cizîrî mîna helbestvanekî, ji zimanê xwe yê Kurdî gelekî razî ye û bi hunera xwe gelekî bawer e. Êdî xwebînekî mezin e û asta xwe ne kêmî ya mezinên cîranan dibîne. Qet xwe kêmî Hafizê Şîrazî nabîne, bi wateyeke din zimanê Kurdî kêmî zimanê farisî nabîne. Heta cesaret dike ku bibêje: Gotinên min, helbestên min mîna sihrê ne, mûcîze ne. Çawa Quran mûcizeya zimanê erebî ye, wisa jî helbestên min mûcizeya zimanê Kurdî ne. De ka em li wî bi xwe guhdarî bikin bê ew çi dibêje: Şi'ra te Mela sihrê şekerrêz e bi mû`cîz Zanim ji lebê le`lê, te ev lefz û eda girt

Yanî ey mela helbesta te sihrmendiyeke ku şekir jê dirije, ew mûcizeyeke. Ev sihr jî ji wan lêvên sor hatiye wergirtin. Di helbesteke din de jî dibêje: Husna edaya te Mela her kê dî Sehhe lehû enneke eynul fisah Yanî: Her kesê ku ciwaniya helbestên te guhdarî kiribe, bawerî aniye ku tu serdarê rewanbêjan î. Her weha di deverek din de dibêje: Di î`caza beyanê da suxen ger bête însafê Dizanit muxteser herkes, Melê sihre îbaret kir. Yanî eger bi insaf were gotin, bi kurtî her kes dizane ku Mela di warê rewanbêjî û helbestê de û bi wan gotinên xwe sihirbazeke! Em mînakeke din jî bînin: Çi fesahet bi melahet, weh di dêrî tu Mela, Ev edaya te di şi`rê weh şirîn û bi nemek Yanî wey Mela çendî ciwan û xweşik û lihevhatî ne helbestên te! Şiirbêjiya te jî çiqasî şêrîn û bi tam e! Ew vê jî dibêje: Di iqlîmê suxen mîr im, di şiirê da cîhangîr im Bêguman xurtiya Melê ne tenê ji peyv û gotinên wî tê. Her weha ji fikr û bîr û bawerî û ramanên wî jî tê, ji mûzîka helbestên wî jî tê. Li ba min Melayê Cizîrî bi çend qonaxan Hafizê Şîrazî jî derbas kiriye. Mûzîka Hafiz nagihê ya Melê. Bi rastî li ba Melê sihreke nepenî heye, û sihra mûzîkê ya diyar û eşkere jî heye. Ev jî girêdayî zewqa mirov e, ku yek karibe zewqê ji şiira Melê bistîne, bêguman li ber bihîstina helbestên wî serxweş dibe. Ez di kitêbeke helbestvanê Alman yê navdar Goethe de ku navê wê (West-östlicher Divan) e, li navê Nîşanî rast hatim.

Goethe bi gelek pesindarî behsa wî şairî dike û di helbesta xwe ya bi navê Xwendinname de dibêje: Ecêbtirtîn pirtûk pirtûka evînê bû ku min bi baldarî xwend Hinek rûpel li ser xweşî û kêfa evîndaran in Û gelek rûpel li ser jan û kula evînê ne Beşê dûriyê para mezin biriye Hevdîtina evîndaran beşê herî biçûk e Ey Nîşanî, dawî te karibû rêya rast nîşan bida Min wê demê pirtûka xwe ya yekem di lêkolînê de amade dikir(Şiir we Şueraa), lê min newêrîbû bigota ku Goethe behsa Cizîrî yê me dike. Niha gelek dibêjin ku mebesta Goethe ji Nîşanî Cizîrî yê Kurd bi xwe ye. Ji xwe em dizanin yek ji texellusên(leqebên şiirî) yên Melayê Cizîrî, Nîşanî ye jî. Lê heta niha em nikarin bibêjin ku sedî sed Nîşanîyê ku şairê Alman behsa wî dike, Cizîrî yê me ye. Min ev mînak anî li ser xurtiya Cizîrî, eger ew iddia rast be, dide xuyakirin ku nav û dengê Cizîrî sînorên Kurdistanê jî derbas kiribû. Pirs 46. Jiyan û serpêhatiya Dîwana Melayê Cizîrî jî bi serê xwe hêjayê lêkolînekê ye. Ev dîwan çawa gihişte serdema me. Ji bo vê em qerzdarê kê û ne kê ne? Li vir pişk û rola Kurd û ne Kurdan çi ye û di vê navê de kurt be jî em di çend gotinan de li ser wergerên Dîwanê dîtinên we bigrin. Bersîv: 46. Erê rast e. Divê em kêfxweş û serbilind bin ku dîwaneke bi vê tam û çêjê gihaye berdestê me. Divê wêjehezên din jî wekî me Kurdan kêfxweş bin ku berhemek bi vî rengî ji windabûnê filitî û bû para mirovayetiyê hemûyî. Li vir divê em spasdarê sîstema feqetiyê bin li Kurdistanê. Divê em spasdarê meleyan bin ku ew bûn pasvanên wêje û kultura me û ji windabûnê û qirkirin û şewatê parastin. Bi rastî ne ew bûna niha emê ji hêla wêjeyê ve gelekî xizan bûna. Ji Kurdan wek tê zanîn, Mela Yehyayê Mizûrî(1772-1836)

helbesteke Cizîrî bi farisî wergerandibû û şirove kiribû, her weha dibêjin ku Mele Xelîlê Sêrtî jî xwestibû dîwanê şirove bike lê ew mîna barekî zêde giran dîtibû. Mîrê Amîdiyê Mihemed Teyyar Paşa jî nusxeyeke destxet li ba wî hebû ku sala 1815 hatibû nivîsîn. Li ba kalkê min Şêx Salih jî nusxeyeke kevn hebû, li Qahire çap bûbû. Ji kesên di destpêka sedsala bîstan de xwedîtî li dîwanê kirine, Mele Eliyê Findikî ye(1892-1967) ku wî hin şirove li ser dîwanê danîne. Hejarê nemir, Mele Ehmedê Zivingî, û Mele Ebdusselamê Cizîrî jî ev berhema Hêja şirove kirine. Tê gotin ku destxeteke seydayê Cegerxwîn jî heye tê de dîwan şirove kiriye, Celaleddîn Yoyler jî beşdarê van xebatên hêja ye, Ebdurrehman Durre jî. Her weha ji biyaniyan û rojavayiyan navê Martin Hartmann(1851-1918) di serî de ye. Wî dîwana Cizîrî li Berlînê sala 1904 an çap kir. Bi navê: Der Kurdische Diwan des Sheich Ahmed von Geziret Ibn 'Omar genannt Mala'i Giziri. (dîwana Kurdî ya şex Ehmedê ji Cizîra Ibn Umer-Cizîra Botan- ku bi navê Melayê Cizîrî meşhûr e). Ji kesên ku li ser Cizîrî û dîwana wî xebitîne, Sadiq Behadîn Amîdî, Ferhad Şakelî, Melê Kurd, Xalid Mihemmed, her weha Jan Dost jî di kitêba xwe ya ewwil de (Şiir we Şueraa= bijarteyên ji helbesta Kurdî ya kevn û nû) ku sala 1991 an li Şamê çap bûye, beşekî taybet li ser Melayê Cizîrî û helbestvanyia wî veqetandibû. Di wê pirtûkê de çend helbestên wî jî wergerandibûn zimanê erebî. Her weha Mihemed Tewfîq El Husênî jî helbestên Cizîrî bi helbestî wergerandibûn zimanê erebî. Dibe ku hinek nav hebin min ji bîr kiribin, tu dikarî alîkariya min bikî. Pirs: 47. Pesnê helbestên Cizîrî, hûnandin û tevna wan û bi taybetî muzîka di wan de tê zanîn. Belê hin kesên ku helbestên Cizîrî rexne kirine jî hene. Mînak Zivingî ji ber ku sist in hinek helbestên Melayê Cizîrî rexne kirine. Çi ye ev sistiya ku Zivingî behs dike, di kîjan helbestan de ye û ev

aliyê ku wek sistî binav dike çi ye? Bersîv: 47. Erê. Zivingî jî û Hejar jî nivîsîbûn ku sistî di hin Helbestan de heye. Lê ya rast wan hin helbestên ku di baweriya wan de sist in, ji nav helbestên Cizîrî nehijmartibûn. Emê niha mînakekê bînin. Helbesta ku Cizîrî di serê wê de dibêje: Xelqo li min kin şîretê Ew dilbera zerrînkemer Min dî ji halê xefletê Hat der ji burcê wek qemer Cihê gumanê ye li ba Zivingî û ew dibêje ku dibe hinan ev helbest li dîwanê zêde kiribe. Helbesteke din jî wisa heye ku Zivingî dibêje ew ne ya Cizîrî ye, ji ber ku zimanê wê û ristin û hûnandin naşibihe ya Cizîrî!!!. Li ba Hejar jî wek me got, hin guman hene. Lê di baweriya min de ew helbestên Cizîrî bi xwe ne. Dibe ku hinekî qels bin yan jî ne di mertebeya helbstên wi yên din de bin lê li ba her helbestvanî wisa ye, hin berhem xurt in hin jî qels in. Pirs: 48. çîroka çapa Zivingî û Mela Ebdusselam jî heye, hin dibêjin ku Zivingî dest daniye ser şiroveya Mela Ebdusselam û ew piştî mirina wî bi navê xwe derxistiye, rastiya vê çiye gelo? Bersîv: 48. Erê. Tiştekî wisa mixabin heye. Mele Ehmedê Zivingî bi şiroveya xwe ya erebî li ser dîwana Cizîrî ku navê wê kiribû El `qed El Cewherî Fî şerh dîwan Elcezerî û sala 1959 an li Qamişloyê çap kir, navekî heta hetayê di wêjeyê de ji bo xwe hişt. Lê gelek guman hene ku wî dest danîbû ser şiroveya mamosteyê xwe mela Ebdusselamê Cizîrî û piştî mirina wî, şiroveyeke mîna ya wî nivîsî û bi navê xwe derxist. Di pêşgotina şiroveya xwe de tenê dibêje min hin alîkarî ji Mele Ebdusselam wergirtiye û bi tu awayî nabêje ku wî jî şiroveyek nivîsî bû. Di nerîna min de mele Ehmedê Zivingî

karekî nebaş kir, keda mamosteyê xwe xwest winda bike. Yanî ne xem bû ku bigota şiroveya mamosteyê min jî heye. Bi hezaran tefsîrên corbecor yên quranê hene, bi sedan kitêb di şirovekirina berhemên mezin de hene, her yek ji aliyê xwe de şirove dike û cîhana wêjeyê fereh e, cihê her kesî lê heye. Ez bi xwe Mele Ehmedê Zivingî tawanbar dikim û ew sûcdar e, di veşartina kitêba mele Ebdusselam de. Lê dîsa jî ew berhem derket û ronahiya çapê dît. Sala 2004an ji weşanxaneya Spîrêzê li Duhokê derket. Pirs: 49. Me behsa Dîwanê kir sala temambûna wê çend e, fikrek we heye li ser vê salê? Bersîv: 49. Ezê ji bo bersiva vê pirsa we, xwe bisipêrim dîwarê xurt yê lêkolîna hêja Tehsîn Brahîm Doskî ku di pêşgotina şiroveya Dîwana Cizîrî de ye, ew şiroveya ku seyda Mela Ebdusselamê Cizîrî beriya Zivingî nivîsî bû û nikaribû çap bike û me di bersiva buhurî de hinekî qala wê kiribû. Doskî dibêje ku Melayê Cizîrî tarîxa bidawîkirina nivîsnadina dîwanê xistiye helbesta xwe ya herî dawî di dîwanê de. Di rubaiyekê de Cizîrî dibêje: Demekê da biseyirin sedsalan Lew Elif tên me di herfên falan Ku li şiklê reqemê sersalan Tu murada me ji er`er balan. Hêja Doskî berdewam dike û dibêje ku eger em li gor hesabê Ebcedê herin(hesabê Ebcedê ew hesabê ku tarîx pê ji helbestan û tîpên wan derdixstin. Şêwehesabdariyeke kevne. J. Dost) ji vê rubaiyê diyar dibe ku Cizîrî dîwana xwe di 29 ê meha tîrmehê sala 1631 ê zayînî de bi dawî aniye. Wê demê temenê wî şêst û şeş sal bû. Ez bi xwe nikarim tiştekî lê zêde bikim. Pirs: 50. Mesela zewaca Mele jî di nav xalên meraqê de

ye. Ew jî û Xanî jî tê gotin ku nezewicîne. Ev balkêş e. Du mezinên me herdû jî nezewicîne, çi ye sir û kerameta di vê de? Bersîv: 50. Nezewicandina herdu şairên me yên mezin bi rastî jî cihê matmayinê ye. Him wek rastî him jî wek iddia! Yanî eger rast ew nezewicîbin, çima? Û eger ne rast be jî, ka çima ev nav bi dû wan ketiye! Ev yek bi hacetî lêkolîneke berfirehe e û heta em tesbît bikin em bi hacetî dokumentan in. Lêkolîn vê dibêje, bi lav û xwezî û xeyalê tiştek di lêlolînan de naçe serî. Pirs: 52. Di bernameyên televizyon û medya Kurdî de behsa helbesteke şînê dibe ku Feqiyê Teyran ji bo Melayê Cizîrî nivîsandiye. Hayê te ji vê helbestê heye? Bersîv: 52. Erê. Hayê min jê heye û min ew helbest xwendiye ku di serê we de dibêje: Îro werin lêzim werin Cran û xelkê hêşetê. Hinek dibêjin ku ew helbest şîna hevalê wî Cizîrî ye. Eger ev rast be tê wê maneyê ku Cizîrî sala 1640 î miriye. Pirs: 53. Kesên dîwana Cizîrî şîrove kirine ne kêm in. Di nav wan de Hejar û Seydayê Mele Ehmedê Zivîngî jî hene. Yeke sêhem jî ya birêz Celalettin Yoyler e. Di nav van şîrovegeran de hun kê dipesinînin. ? Bersîv: 53. Divê em şiroveya mela Ebdusselamê Cizîrî jî ji bîr nekin. Şiroveya Hejar bi kurmanciya başûr e û karekî mukemmel e, wek hemû karên Hejar. Gelekî bi hostetî şirove kiriye. Sûd ji şiroveyên beriya xwe girtiye. Bêtir ji Zivingî. Ya birêz Celalettin Yoyler jî bi kurmanciya jorîn û bi alfabeya latînî ye. Ya zivingî şiroveya bi zimanê erebî ye wek ya Mela Ebdusselam. Her yek ji van ya din temam dike. Lê wek min got, ya Hejar baştir e, ji ber ku ew ji wan kesên din ku dîwan

şirove kirine, bêtir farisî dizane û wek em dizanin dîwan tijî peyvên farisî ye. Bi dîtina min şiroveya Cizîrî li cem van birêzan naqede û bi dawî nabe. Cizîrî behreke mezin e û bi sedan kes noqî binî bibin jî, hêj durr û gewher yên nenas û bi hacetî naskirinê ne, dê di binî de bimînin.