Hevpeyvîn bi Fevzî Ozmen re

Fevzî Ozmen

Alîşêr Sayan: Berî her tişhtî em dixwazin we binasin. Gelo „Fevzî Ozmen“ ji ku tê û diçe ku? Fevzî Ozmen: Li gor fêmkirina min, mirov dikane pirsa te ji du aliyan ve bibersivîne. Yek; ji aliyê jiyanê ve, û du; ji aliyê nivîsê ve. Ji aliyê jiyanê ve ez; di sala 1943´yan de li herêma Serhedê, bajarê Erzoromê, navçeya Qortiyê(Çatê) li gundê „Şorax“ê hatime dinê. Di wê demê de ne li gundê me, ne jî li gundên dora me dibistan hebûn. Min dibistana seretayî li gundekî deh kîlometer ji gundê me dûr, li cem meta xwe xwend. Pişt re dibistana navîn û dibistana amadeyî (lîse) li Erzoromê xwend. Pişt re min Peymangeha (fakûlte) Karsazî ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Min karmendiya dewletê nekir. Ez her tim bi serê xwe xebitîm. Ji sala 1993´an û vir de ez li Almanyayê dijîm. Ji aliyê nivîsê ve jî, ji sala 1975´an hetanî 1997an, min wek nivîskarekî amator helbest û çîrok nivîsîn, lê ji van helbest û çirokên min tenê çend heb di hin kovarên Kurdî de hatin weşandin. Min ji sala 1997´an vir ve dest ji helbestan berda û tenê li ser çirokan rawestiyam û ev hewla min hêj didome. Lê ez dikarim vê jî bibêjim, di heman demê de min proja romaneke ji sê bergan pêkhatî da ber xwe û ez li ser dixebitim. Ev proje hê jî neqediyaye, lê piraniya beşên wan qediyane. Eger tenduristî û temenê min têr bikin û dest bidin, ez ê vê pirojê bi serkeftî bidawî bikim.

Alîşêr Sayan: Em bawer dikin „Sîyên Şikestî“ berhema we ya yekemîn e. Berî vê pirtûkê gelo ti pirtûkên we yên din hatine weşandin? Fevzî Ozmen: Sîyên Şikestî, berhema min a yekemîn nîne. Beriya wê min gelek helbest û çîrok nivîsîbûn. Wek hûn jî dizanîn wê demê her tiştên kurdî li Tirkiyê qedexe bûn. Ferheng û rêzimana (giramera) kurdî tunebûn. Di destê me de tenê ferhengeke piçûk a kurdî û Tirki ku ji aliyê gorbihişt Musa Anter ve, di zîndanê de hatibû nivîsin û giramereke Kemal Badilli hebûn. Wan jî bersîva me nedidan. Lewma nivîsên me ji aliyê wêjeyî û ziman de gelekî jar bûn. Lê dîsan ji wê demê min deftereke mezin, ji 150 helbestan pêkhatî tije kir da ku ez bişînim Ewropayê û bidim weşandin. Lê mixabin piştî darbeya Artêşa Tirk ya 12 Îlona 1980´yî, ez bawer dikim di bihara 1981´an de, leşker diavêjin ser gundê me û dest bi sehkirina malan dikin. Ez wê demê li Çewlîgê bûm. Ew deftera ku ez dibêjim, li mala amojineke me ye jinebî de veşartî bû. Ji amojinê wetrê di defterê de tiştine pir xeter hene. Eger bikeve destê leşkeran, dê Fevzi bibin bi dar ve bikin. Ji ber vê tirsê defterê diavêje tendûrê û dişewitîne. Piştî şewitandina wê defterê, arîşena(morala) min gelekî xera bû. Demeke dirêj min tiştek nenivîsî. Di destpêka sala 1987´an de ez hatim Stenbolê. Wê demê rewşenbir û siyasetmedarên Kurd hêdî hêdî dihatin Stenbolê û li hev diciviyan. Êdî ji nû ve damezirandina komel û weşandina kovaran dest pê dikirin. Wan qewimîn û pêşveketinan ji nû ve arîşeya me bi rêk û pêk kirin û me jî li gel van tiştên erênî careke din dest bi nivîsê kir û hêj didome. Alîşêr Sayan: Serpêhatiya destpêka nivîsandina „Sîyên Sikestî“ çawa bû û we bi çi hestan dest pê kir? Ew çîrokên ku min di pirtûka „Sîyên Şikestî“ de weşandine, di demên cûr be cûr de hatine nivîsîn. Pêşiyê di ramana min de weşana pirtûkek wiha tunebû. Ew Çîrok di dema xamiya min de hatibûn nivîsandin û ji aliyê wêje û ziman de jar bûn. Min hin ji wan li Stenbolê nivîsîbûn, hin jî li Ewropayê. Di

salên 2000´î de bêyî ku ez naveroka wan biguherînim, min ew di ber çavan re derbas kirin û hin ji wan di kovara „Amara“ û „Hîwa“ de weşandibûn. Pişt re li ser pêşniyazên hin hevalan me biryara weşanê da û em li ser navê wê ramiyan. Ji ber ku çîrokên min hilbijartibûn, dawiya wan bi mirinê qediyabûn, min dixwest ez navê pirtûkê „Mirin“ an jî „Mirina Tewratê“ lê bikim. Lê herdû nav jî pir sar bûn. Ji bo navekî lêhatî min ji çend hevalên ku tekstên çîrokan xwendibûn, pirsî. Ji wan gelek nav hatin. Di nav wan navên hatî de, min „Sîyên Şikestî“ ku ji aliyê Mamoste Mahmut Aydın ve hatibû pêşniyarkirin, eciband û pejirand. Piştre min bi alikariya hevalê xwe İsmail Goldaş, bi Ahmet Unal ku berpirsiyarê „Weşanên Pêrî“ ye, re tekilî danî, sêlika çirokan jê re şand. Wî jî çirok gelekî ecibandin û weşand. Alîşêr Sayan: Rastiya hemû çîrokan heye an jî yên xeyalî jî hene? Fevzî Ozmen: Cureya wê ci dibe bila bibe, eger mirov nivîsekê wek berhema wêjewî bipejirînê, berî her tiştî divê di wê nivîsê de fantazî hebe. Ji xwe afirandêriya nivîskar jî ji fantaziyê tê. Bê fantazî wêje nabe. Lê fantazî bi serê xwe tenê jî nikare bibe wêje. Mijara çîrokan ji rastiya jiyana Kurdan tê, lê nav xeyalî ne û bûyer bi fantaziyan hatine hûnandin. Alîşêr Sayan: Berî ku hûn pirtûka xwe binivîsînin we ji bo stîla wê ti lêkolîn kirin, di vê derbarê de rola azmûna we çend e ? Fevzî Ozmen: Min gava din jî gotibû, ji bo nivîsandina vê pirtûkê ti pirojeyeke min nînbû. Dem û cihên çîrokên di pirtûkê de cih girtine curbecur in. Li gor dîtina min ji bo şêweyê (stîlê) lêkolîn nayên kirin. Min lêkolîneke wiha nekiriye. Dibe ku mirov di bin bandora hin nivîskarên bi nav û deng de bimîne û şêweya wî/wan bi kar bîne. Lê divê ew rewş pir nedomîne û mirov stîla xwe bixwe biafirîne. Min berhemên gelek nivîskaran xwend, bi zimanê Tirkî û kurdî. Berhemên çîroknivîsên Tirkan pir bala min nedikişandin. Semedê vê yekê dibe ku psîkolojîk be. Di nav çiroknivîsan

de, berhemên ku bal û meraqa min pir dikişandin, nivîskarên Ûris Çexov û Şolohov bûn. Ez dikarim vê ji bêjim, ji çirokan bêtir min roman xwendine. Lê di nivîsên xwe de ti min nivîskarek ji xwe re nekiriye mînak. Ji xwe çîrok û romana kurdî hêj jar e û nikare bandorê li ser nivîskarên nû bike. Alîşêr Sayan: We çima xwest, hûn çîrokan bi zimanê Kurdi binivîsinin? Fevzî Ozmen: Berê her tiştî ez Kurd im, zimanê min kurdî ye û ew jî wek her tiştên kurdî bindest e. Divê her Kurdek ji bo ku ziman û nirxên kurdî yên din jî ji vê bindestiyê rizgarbin, têbikoşe. Ev têkoşîn erkeke neteweyî û dîrokî ye. Ez jî li hember vê erkê her tim xwe berpirsiyar dibînim. Ji ber vê hindê, ji bo min bi zimanekî din nivîsîn, tawan e. Min bi salan di dibistan û zanîngehên Tirkan de xwendiye. Bi sedan pirtûkên bi Tirkî hatine nivîsîn min serobin kirine. Wêjeya cihanê ez bi zimanê Tirkî hîn bûme. Di her warê rêzimanî û gencîneya bêjeyan de Tirkiya min ji kurdiya min xurtir e. Ez bi zimanê Tirkî, ji zimanê kurdî xurtir dikarim berheman biafirînim. Lê min hetanî îro qet meqaleyek jî bi zimanê Tirkî nenivîsiye. Ne ku ez dijminê zimanan im, an jî dijminê zimanê Tirkî me. Ji ber ku yên li wî zimanî xweyî derkevin pir in û zimanê kurdî jî qedexe ye û bê xwedî ye. Li aliyê din ez jiyana kurdî nikarim bi Tirkî binivîsînim û jê çêjê nagirim. Vegotina jiyana her giyanekê/î tenê bi zimanê wî biçêj e. Her sewalek li gor cinsê xwe dengan dertîne. Hîrina hespan, orinên dewar, vîçinên çivîkan, vizinên mêşan cihê cihê ne. Her sewalek ji dengê xwe fam dike û ji dengê xwe hez dike. Mirov jî wisa ye. Ji ber van hindan ez bi kurdî dinivîsîm. Alîşêr Sayan: Gelo we kîjan zehmetî di warê zimên de dîtin û we hîsê xwe bi hesanî anîn zimên? Fevzî Ozmen: Wek min gava din jî dîsa gotibû; di dema ku me xwest em bi kurdî binivîsin, di destên me de ti daringeke em jê alîkariyê bigrin tunebû. Her çi tiştên ku hatibûn nivîsin jî, ji aliyê rêziman û rastnivîsê de pir jar bûn. Kilasîkên kurdî bi tîpên erebî bûn. Kovar û rojname tunebûn. Alfabeya kurdî

ya di destê me de bû, ji 36-37 tîpan pêk hatibû. Ti kovarek wek „Hawar“(li derveyî welêt ji aliyê Mîr Celaldet Bedirxan û hevalên wî ve bi tîpên erebî û latinî hatibû weşandin) an jî rojnameyek tunebû. Me nizanibû çi rast e, çi çewt e. Me zimanê kurdî çawa ji devê dê û bavên xwe û ciran û xizmên xwe bihîstibû wisa dinivîsî. Ji xwe ew jî çewt dihat nivîsin. Wek tê zanîn zimanê nivîsê û yê devkî di ti zimanekî de hevdû nagire. Lê Kurdên li derveyî Tirkiyê ji me bişanstir bûn. Qet nebe di destên wan de, bikêmasî be jî, hin amûr hebûn. Alîşêr Sayan: Dema meriv çîrokên we dixwîne, meriv dikeve nava rastiya jiyanê. Hûn dikarin hinekî behsa terzê xwe bikin? Fevzî Ozmen: Tiştên ku min nivîsandine, yên di jiyanê de qewimîne an jî diqewimin, ew in. Ango mijarên nivîsên min realîst in. Navên lehengan her çiqas sembolîk bin jî, ne veşartî ne. Ez rasterast lehengan diajom nav bûyeran. Ji ber vê yekê dema xwendewan nivîsan dixwîne, hema xwe di nav bûyeran de dibîne. Ez vê şêwazê bi zanayî bi kar tînim. Alîşêr Sayan: Kesayetiyên ku di çîrokan de, ne veşartî ne, tesvîr û bûyer li dora van keseyatiyan digere. Gelo ev kesayetî we bi tesadufî hilbijartiye an jî armanceke we hebû? Fevzî Ozmen: Jixwe kesayetî û leheng bi hev ve girêdayî ne. Rola wan a di şîrove û bûyeran de jî yek e. mirov nikare leheng û kesayetiyan ji bûyer û şîrovan dûr bixe. Eger mirov leheng û kesayetiyan ji bûyer û şîrovên çîrokan dûr bixe, wê çîrok ji hev bê belvakirin û wê bêwate bimînin. Li gor dîtina min ti nivîskarek kesayetî û lehengên xwe tesadûfî hilnabijêre û nivîs bê armanc nabin. Mijarên nivîsan çi dibin bila bibin, her nivîskar dixwaze di wê nivîsê de peyamekê(mesajekê) bide xwendewanên xwe. Ji ber vê yekê min jî hilbijartina kesayetiyan bi zanayî pêk anine. Alîşêr Sayan: Piştî meriv dest bi xwendina cîrokên “Siyen Sikestî” dike, çirok bi awayekê meriv dikşînin

nava xwe. Pirsa me jî ev e: gelo efsûn di kudera çîrokan de ye? Di realîtê de ye, di zimanê zelal de yan jî di mijarê de ye?. Di kîjanê ji van de ye? Fevzî Ozmen: Li welat çi encam heye ez pê nizanim, lê yên ku li Ewropayê „Sîyên Şikestî“ xwendine, hemû hestên xwe wek we tînin zimên. Bi rastî ez nizanim, ji „Sîyên Şikestî“ çiqas pirtûk gihîştine destê xwendewanan. Ez dikarim bi gelemperî vê tiştê bibêjîm; nivîsên yekalî bal û coşa xwendewanan nikarin bikişînin ser xwe. Ji bo ku nivîsek bala xwendewanan bikişîne ser xwe, divê hersê tiştên ku we di pirsa xwe de diyar kirin, tê de hebin. Ango, divê zimanê nivîsê zelal be, realîta wê xurt be û mijara wê balkêş be. Eger nivîs van hersê faktorên we diyar kirin û hin yên din di xwe de neguncîne, ti mirov nikare tê de efsûnê û mefsûnê bibîne. Alîşêr Sayan: Emê werin ser cîroka pêşin, kesên ku çiroka bi navê „Mirina Tewratê“ dixwînin dikevin nava êş û kedereke mezin. Pirsa me jî ewe ku we çima tewrat kuşt? Fevzî Ozmen: Min Tewrat nekuşt. Bindestiyê Tewrat kuşt. Xizaniyê Tewrat kuşt. Bê mecaliyê Tewrat kuşt. Nezanî û îhmalkariyê Tewrat kuşt. Bûyera Tewratê trajediya jina Kurd e. Her salê bi hezaran Tewrat tên kuştin. Bûyera Tewratê bêxêretî, belengazî û melûlbûna mêrê Kurd e. Bûyera tewratê, bîrîneke Kurdistanê ya kûr û tehl e, birîneke neteweyî û ciwakî ye. Birîneke mirowatiyê ye! Alîşêr Sayan: Di çîroka bi navê „Hewldana Lihevanîneke Encambixwîn“ de we gelek lêhengên cûr bi cûr anine cem hev û bi hev re xistine nav diyalogê. Kesayetiyên ku hatine hilbijartin, em hemû di jîyana xwe de wan nas dikin. We ew gelekî dewlemend tasvîr kirine û we xwastiye rastiya cîvakê hinekî bidin zanin. Gelo armanca we çi bû ji vê cîrokê? Fevzî Ozmen: Civaka me di kîjan pêvajoyan de derbas bûye, divê em pê bizanin. Piştî serhildan û raperînên Kurdên bakur,

dewleta Tirk vîna Kurdan radest kiribû. Ango dîl girtibû. Ji bo projeyên xwe yên pişavtinê(asîmîlasyonê) hêsantir tetbîq bike, ji xwe re hevkar diafirandin. Li gel navçeyên heyî, hin navçeyên nû ava dikirin. Dixwest hin malbat û qebîleyên di warên aborî de jar û lewaz, bi alî xwe bixe û ji wan girseyeke Kurdên bi dewletê ve girêdayî biafirîne û wan wek mînakên baş pêşkêşî civaka Kurd a nîvmirî bike. Ev bûyer bi taybetî di dema Partiya Demokrat de di salên 1950´yan de, li tevahiya Kurdistana Bakur belav bûbû û tebeqeyeke nû ya seyr pêk hatibû. Êsta, min di vê çîrokê de xwest ku ez dimenekî ji vê tebeqeya seyr biwênînim. Alîşêr Sayan: Di çîroka bi navê „Sixûrê Bibocik“ de we bûyerên di zarokatiya we de qewimîne anîne ber çavan? Fevzî Ozmen: Bûyerên wiha him di dema zarotiya me de, li her derê Kurdistana Bakur pir bi tundî pêk dihatin, him jî hetanî roja me ya îro didomin. Dewleta Tirk wek tê zanîn, zimanê kurdî li her qada jiyanê qedexe kiribû û yên bi kurdî diaxivîn tûşî curbecur cezayan dibûn. Wezareta Perwerdeyiya Neteweyî ya Dewleta Tirk jî, bi tundî tevlî vê çalekiyê dibû. Nemaze li gundan ji şagirtên Kurd ên dibistanan, sîxur hildibijartin û erk didan wan. Evên sîxurtî dipejirandin, li nava gund digeriyan û yên ku bi dê û bavên xwe, an ji bi xizmên xwe re bi kurdî diaxivîn tespît dikirin û radigihandin mamosteyê dibistanê. Dotira rojê mamoste ew kesên ku li nava gund bi kurdî axivibûn dianîn, li orta polê bi hevalên wan dida ber kotekan. Ev bûyerên wiha hetanî nava gund sîrayet dikirin û kîn û buxz dikirin nava malbatan. Êsta çîroka „Sîxurê bi Boçik“ dimenek ji van bûyerên wiha ye Alîşêr Sayan: Çîroka herî balkês „Kuştina Mihoyê Kurtêlxur“ e. Berê di gund û cemaatan de çîrokên wek „Kuştina Mihoyê Kutrêlxur“ dihatin gotin. Lê we ev taybetmendiya gelê Kurd ji wan standiye û bi xemilandineke gelek berfireh, modern aniye ziman. Taybetmendiya vê cîrokê ji bo we çi ye?

Fevzî Ozmen: Li Kurdistanê, di van demên dawiyê de, di jiyana bajarwaniyê de, bêkarî di mistewayeke pir bilind de bû. Vê rewşê jî gelek kesayetiyên bêsinc(bêexlaq), diz, delkbaz, birçî û sûtal diafirandin. Çîroka „Kuştina Mihoyê Kurtêlxur“ ya komeke ji van kesan pêkhatî û miroveke saf î durist e. Ev kes jî, ji beşek Kurdên bajarî ne. Di bûyerê de ji derî motîfên siyasî, motîfên etîk li pêş in. Bûyer bi tevahî bûyereke civakî ye û li Erzoromê û derdora wê qewimiye. Alîşêr Sayan: Her wiha her çiqas çîrokên we li ser jîyana Kurdîtiyê an jî li ser têkiliyên kevneşopiyê bin jî, di „Strana li ber Mirinê“ de nakokiya Kurdekî di nava jiyana bajerekî mezin de dide nişandan. Dîlawer lehengê cîrokê ye û pirsa me jî di vê xalê de ev e, Dîlawer mirin heq kir gelo? Fevzî Ozmen: Di vir de berî ku mirov bersîva pirsa, Dîlawer mirin heq kiriye an na, bide, divê mirov rastiyekê destnîşan bike. Dîlawer li vir ne tawanbar e, ew li vir bê vîn e. Di eslê xwe de Dîlawer, rewşenbîr e û xwenda ye. Xweyî pîşe ye. Lê bê vîn û hiş e. Karekterê wî, kesayeta wî jar e. Xwe dide pelçiqandin. Ango qîmeta xwe nizane. Li pey tiştine piçûk digere. Bêyî ku tiştan binirxîne, diçe biryaran. Xwe bi xwe dixeyîde. Tiştên ku li dorê diqewimin, bi hîşê xwe nanirxîne, bi hestên xwe dinirxîne. Bêbal e. Tu bivê nevê ew taybetî mirovan dibe mirinê. Di vê çîrokê de min xwest ez bala xwendewanan bikişînim ser kesayetiyeke wiha û kesayetiyên wiha di nav me de gelek in. Alîşêr Sayan: Di çirokên wek „Qedera Tawanbar“ û „Milayîketê Xwedê“ de nakokiyên kevneşopiya civakê, hewldan û libendemayina guhertinan tên ber me. Hûn çima dixwazin vê nakokiye bidin xuyandin? Fevzî Ozmen: Ez şêst û pênc salî me. Her çiqas demeke dirêj e, ez dinivîsînim jî, dîsa ez xwe hêj wek nivîskarekê nabînim. Lê erka nivîskar û rewşenbirekê/î çi ye, divê mirov bizane. Bi dîtina min erka rewşenbir an jî nivîskar ev e ku divê li nakokiyên nav civakê bigere, li wan bikole û wan bibîne. Pişt

re, rê şanî civakê bide û wê biguherîne û bidirûvîne. Ango ji bo guherandin û dirûvandina cîvakê bixebite. Di eslê xwe de, min xwest ku ez di van çîrokan de nezanî û lipaşvemayîna cîvaka me piçkî bînim ziman. An jî dimenekî ji vê rewşa civaka me bînim ber çavên xwendewanan. Alîşêr Sayan: Di çîroka destgirtiyên rojekê de we gelek rewşenbîr û xweyî pîşeyên wek bijîjk, mamoste, parêzer, siyasetmedar û weşîner di pîrozbahiya nîşana Şevînê û Rênas de anîne cem hev û li dor maseyekê kom kiriye û wan didî axaftin. We xwest hûn çi encamê ji vê dimenê der bixin? Fevzî Ozmen: Birastî ew dimena ku min di vê çîrokê de xwestiye ez nîgar bikim, dimeneke balkêş ya rewşa hin rewşenbîr û siyasetmedarên me yên wê demê ye. Ango ya dema salên 1980´yan e. Hinên ku xwe di wê demê de rewşenbîr, rêber dihesibandin, di aliyê sinc û etîkî de pir lewaz bûn. Ji duristiyê diaxivîn lê ne durist bûn. Ji hemdemî û demokratbûnê dixivîn, lê ne hemdem bûn û nejî demokrat bûn. Ji welatparêziyê diaxivîn, lê ne welatparêz bûn. Xwe bêhnpak û dilpak dihesibandin, lê ji van erdeman pir dûr bûn. Pir diaxivîn lê tiştek nedikirin. Piştî avêtina çend qedehan, li ser maseya alkolê çend welat diafirandin, lê sibehê radibûn li, ser nexşeya cihanê cihên wan welatên ku wan şeva çûyî afirandibûn, nedidîtin. Êsta, dimena ku min xwest ez rexne bikim, dimeneke wiha ye. Alîşêr Sayan: Em dixwazin ji we pirs bikin. Gelo tevgera rizgariya netewa Kurd bandoreke cawa li ser we û li ser nivîsên we dike? Fevzî Ozmen: Tevgera Rizgariya Kurdistan, sî sal e, di herêma Rojhilata Navîn de têdikoşe û bandora xwe daye ser sazûmaniya hemû dinyayê. Bi taybetî bandoreke germ î kûr li cîvaka Kurd kiriye û ew him guhertiye hem jî serûbînî hev kiriye. Ji çaşan bigire hetanî xayinan, ji welatparêzan bigire hetanî ajanan, ji rewşenbîran bigire hetanî hunermendan, herkesî ji vê tevgerê tiştek girtiye û bibandor bûye. Êdî ti

kesek, kesê berê nîne. Herkes kesekî/ê nû ye. Dijmin jî dijminê nû ye, dost jî dostê nû ye. Madem ku ez jî ferdekî ji vê cîvakê me, min jî biqasî xwe ji vê tevgerê kelk û sûd sitandiye. Bandora Tevgera Rizgariya Kurdistan, ne tenê li ser nivîsên min tesîr kiriye, di her warê jiyana min de guhertin pêk aniye. Alîşêr Sayan: Hûn gihîştin armanca xwe ji nivîsa çîrokan? Fevzî Ozmen: Naxêr. Çîrok ji bo min destpêkek e. Her ciqas salên min li jor bin û temenê min têr neke jî, armanca min a dawiyê, temamkirina romanên min in. Birastî armanc bêdawî ne. Ti caran dawî li armancan nayên. Yek diqede, ya din dest pê dike. Alîşêr Sayan: Zimanê çîrokan her ku kurdî be jî bi zimanekî nûjen û zelal hatiye nivîsandin. Wêje û nivîsandina kurdî her çiqas dewlemend nebe jî, we berhemeke bêhempa ava kiriye, gelo we kî ji xwe re wek mînak girtiye? Hûn ji xeyni Kurdan kîjan niviskaran diecibînin, roman û cîrokan bi kîjan zimanan dixwînin? Fevzî Ozmen: Wek min gava din jî gotibû, di çîrokan de min ti kesek mînak negirtiye. Di romannivîsê de jî min keseke berbiçav mînak negirtiye. Wek tê zanîn romana Kurdî hêj di wêjeya cihanê de cihê xwe negirtiye û nû ye. Gelek berhemên hêja hatine nivîsîn. Lê gelek ji wan pir jar in. Mirov nikare ji gelekan re bibêje roman e. Gelek ji teknîk û stîla romanê dûr in. Ji xwe ez xwe ji romannivîsan nahesibînim. Li aliyê din min bixwe, hê jî xwe negihandiye hemû romanên ku bi Kurdî hatine nivîsîn. Ez ji lîseyê vir de romanan dixwinim. Min romanên gelek nivîskaran xwendine. Ez bawer dikim hetanî îro nêzîkî hevsed heyştsed romanî min xwendine û hê jî dixwînim. Di nav nivîskarên cihanê de yên ku ez pir jê hez dikim; Tolstoy, Yeviskî, Hûgo, Balzak, Zola, Hemingway, London, Solohov, Çexov û hwd. Her çiqas min got ez bi Tirkî nanivîsîm, lê exleb ez bi Tirkî dixwînim.

Piçkekê jî di vê dawiyê de bi Almanî ez dixwînim. Nivîsên ku bi kurdî tên nivîsîn, ez di malperên Kurdî de dişopînim. Alîşêr Sayan: Niha hûn li ser çi dixebitin? Fevzî Ozmen: Ez di vê pêvajoyê de piçkekê li ser karên saziyan dixebitim. Di hefteyê de sê rojan jî ji bo debara xwe diçim kar. Ji bo nivîsê dema min kêm e, lê divê ez vê pirsgirêka demê çareser bikim. Alîşêr Sayan: Hûn di dawiyê de dixwazîn çi bibêjîn ji bo xwendevan û endamên Malpera me? Fevzî Ozmen: Beriya her tiştî ez dibêjîm em malpera xwe xurt bikin û pişt re ji xwendevanên Malpera xwe tiştan bixwazin. Ez bawer dikim ku wê xwendevan tiştine baş di malpera me de bibînin, ew dê her tim serî li malpera me bidin. Alîşêr Sayan: Spas ji bo hevpeyvîna we! Fevzî Ozmen: Ez jî ji we û ji hemû berpirsiyarê malperê re spas dikim ku we bi min re ev hevpeyivîn pêk anî.