Dem baş xenedevanên hêja! Me di pêşgotina xwe ya hejmara 13. de gotibû, emê ji vir û pê ve her hejmareke xwe ji bo navdarekî/e Kurd î/e mohra xwe li çand, wêje, huner û dîroka Kurd û Kurdistanê xistine, vebiqetînin. Belê ew biryara me hê di rojevê de ye û rêzehejmarên me didomin. Lê em di vê hejmara xwe ya taybet de dixwazîn hin tiştên din bikin xizmeta xwendevanên xwe yên hêja û cih didin hin hevpeyvînên nirxdar. Em van hevpeyvînên nirxdar li gor naveroka wan di bin deh beşên ku ji serenavên curbecur pêkhatî, de pêşkêşî we xwendevanên heja dikin. Beşa duyem ku bi navê „Wêje û Helbest“ê tê pêşkêşkirin, ji pênc hevpeyvînên hêja pêk tê. Hûn di van hevpeyvînan de, bi wêjevanên Kurd Mamoste Jîr Dilovan, Hêja Jan Dost, Nemir Ahmed Arif, Ehmed Balayî û Fewzî Özmen re diaxivin, wan nas dikin û di derbarê wêje û helbesta Kurd de dibin xweyiyê ramanên nû. Di beşa sêyem de, bi du hevpeyvînên hêja hûnê li diyasporayê di derbarê rewşa ziman û perwerdeya kurdî de gelek agahdariyên giring ji Mamosteyên hêja Muharrem Ayalp û Abdulkadir Ulumaskan werbigirin. Di beşa çarem de ku bi navê „Dîrok û Koçberî“ tê pêşkêşkirin, birêz Dr. Huseynê Xelîqî û Şoreş Reşî me bi xwe re dibin kûrahiya dîroka Kurdên Rojhilat û Horesanê digerînin, dîrok jiyan, huner, kul, derd, keser û kederên wan bi me didin zanîn. Di vê beşa pêncem de ku bi navê „Ol û Civak“ê tê pêşkêşkirin, lêkolîner û dîroknasê hêja birêz Ethem Xemgîn, bîr û baweriya Kurdan ya panzdeh hezar salan vedijene û ji dema neolîtîk digre û hetanî roja îroyîn, bi şêweyeke zanîst û bi hişmendiyariyeke dîrokî tîne û digihêjîne me. Û nemaze li ser bîr û baweriya Elewîtî û Êzdayetiyê radiweste.
Dîsa birêz Gabar Çiyan (Zarathustra) rêzehevpeyvîneke ji 10 beşan pêkhatî pêşkêşî me dike. Di vê rêzehevpeyvînê de Gabar Çiyan bi birêzan; Mecîd Heso. Dr. İsmail Beşikci, Serhan Îsa, Derwêş Ferho, Arjen Arî, Loqman Bariş, Şermin Bozarslan, Serkan Brûsk, Prof. Dr. Ali Seedo, Salihê Omerî re sohbet dike û di derbarê rewş û dîroka bîr û baweriya Êzdayetiyê û mercên jiyana wan a îroyin de me agahdar dike, fikr û ramanê me ronî dike. Dîsa di xala 11. a vê beşê de, îcarê Lokman Bariş bi Gabar Çiyan re li ser vê mijarê hevpeyvîneke hêja pêk tîne û pêşkêşî me dike. Di Beşa şeşem de hevpeyvînek bi hunermend Fehmî Balayî re pêk hatiye û hunermend bi gelemperî di derbarê huner û nivîskariya hunerê de, bi taybet jî li ser hunera şêwekariyê gelek agahdariyên binirx anîne zimên. Di beşa heftem de bi Novîn Hersan re hevpeyvinek li ser „Pirsgirêkên Jinan û Komeleyên Mafên Jinan“ pêk hatiye. Birêz di vî warî de agahdariyên hêja û giranbiha dide xwendavanan. Di beşa heştem de bi Hozan Aydin re hevpeyvînek pêk hatiye û birêz Aydin di derbarê dengbêji û strana kurdî de gelek agahdariyên hêja dane û hest û hizrên xwe yên di derbarê stran û dengbêjiya Kurd de bi me re parve kiriye. Dîsa di vê beşa nehem de li ser dost û dostaniya Kurdan bi birêzan Beşîr Sebrî Botanî, Delco Balabanov û Prof. George Grigore re hevpeyvînên hêja pêk hatine û di derbarê dost û dostaniya Kurdan de fikr û ramanên wan ên hêja hatine girtin. Di beşa dehem de hevpeyvîneke bi Jan Beth-Şawoce re ji aliyê Gabar Çiyan ve, li ser pirs û pirsgirêkên (AsûrîSûryanî-Keldanî)yan pêkhatî, ji me re tê pêşkêşkirin. Hetanî hejmareke din bimînin di xweşiyê de Redaksiyona Lêkolînê