Dostaniya Kurd û Yahudiyan — Hevpeyvîna bi hunermend Beşîr Sebrî Botanî re

Beşîr Sebrî Botanî

Hunermend Botanî: "Ronakbîrên Îsraîlî azadiya Kurdistanê dixwazin" Gabar Çiyan: Çanda cuhuwan li Rojhilata Navîn yek ji wan çandên têra xwe kevnare, dewlemend û esîl e. Mîna çanda Kurdî, mafê parastin û pêşxistina çanda cuhuwa li ser xaka wan, mafekî pîroz e. Pir eşkereye, ku dewletên cînar bi cuhuwan re ne dost in. Helwêsta ereban û Îranê li dijî Îsraîlê diyar e. Têkiliyên Tirkiyê hinekî baştir xuyanî dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku, têkiliyên dewletî, hinek caran têr nakin ku bibin navgîn/pir di nav çandên cewaz de. Gelê Tirk jî, mîna Ereb û Farisan ne dostên îsraîliya ne. Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û welatên cînar jî bi Kurda re zêde ne dost in. Di bin navê îslamiyetê de zilmê li Kurdan dikin, Kurdan dikujin. Li rojhilata navîn, Kurd û îsraîlî du gelên dost, nêz û mutefîkên xwezayî ne. Lê mixabin e ku, dostanî û têkiliyên mutefîkî zêde berepêş neçûne. Rêveberiya Kurd li başurê welêt têkiliyên xwe yên dostanî bi Îsraîlê re hebû. Dikare ev têkilî îro xurtir bûbe. Li bakur, çepîtiyê, zêde rê nedaye qalkirina têkiliyên dostaniyê. Ji bo mutefîkiyê gav avêtin nehatiye rojeva me. Lê nivîskar û siyasetvanê nasdar Yaşar Kaya di rêzenivîsek xwe de bi dirêjahî qala dostanî û têkiliya herdu gelan dike. Ew, qala vexwendina xwe bo îsraîlê dike. Bi erênî nêzî pirsê dibe...

Ji bo têkiliya Kurd û cuhuwan, Ronakbîrê Hêja Dr. Ismail Beşikçî di xebata xwe ya li ser ronakbîrên Kurdan de wisa dibêje: "Li Rojhilata Navîn, ji bo avakirina dewleta cuhuwa, têkoşîna ku cihuwan ji bo rizgariyê pêşve xistibû, mijarek giring e û divê bê xwendin. Têkoşîna wan bi kowalîsyonekî pêş ketibû. Gelek fikrên cewaz mecal bidestxistibûn ku cihên xwe di tekoşînê de bigirin. Nasdarên mîna Weizmann, Ben Gruon, Golda Meir, Menahem Begin di gel xet û piştgirên xwe cihên xwe girtibûn. Dema 14 ê gulana 1948 an de, dewleta îsraîlê serxwebûna xwe bi dest xist, kesên hetin ser hikum ji vê kowalîsyonê hatibûn hilbijartin. Rola wan di avakirina dewletek demokratîk de û ji bo pêşxistina demokrasiya li îsraîlê pir mezin e (...) Çi fêde û sudên xwe tuneye ku, Gelê Kurd têkeve bin bandora şovenîzma ereban û bi hîsên neyartiyê nêzî yahudiyan bibin. Divê Kurd bi civata Yahudiyan re têkiliyên dostane/ germ deynin. Pêwîst e Kurd rastiya li îsraîlê, dezgehên wan yên demokratîk bibînin. Civata Yahudiyan li Rojhilata navîn mutefîkên xwezayî yên Kurda ne. Pêwîst e Kurd, li ser peyva welatên cînar (faris, turk, ereb) "biratiya îslamî" careke din bi şêweyekî cidî bifikirin û wê biratiyê bidin ber mêzênê, rastiya wê bipîvin." Dostaniya Kurd û cuhuwan pirsek giring e. Me pirs bi ronakbîrên Kurdan re kir mijara niqaşê. Me dîtina Kurdên cuhu, an jî cuhuwên Kurdistanê girt. Em ê wan dîtinên dewlemend yek bi yek bi we re pay bikin. Hunermend Beşîr Botanî ji bilî hunermendiya xwe, bi têkiliyên xwe yên dostanî bi hunermendên cuhuwan re tê nasîn. Em bi hêja Botanî re rûniştin. Me li ser pirsê pê re hevpeyvînek kir. Em wê pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. Gabar Çiyan: Beşîr Sebrî Botanî kî ye? Beşîr Sebrî Botanî: Ez li deşta Hesinan hatim cîhanê û mala me li Zaxo, Mûsil û Kerkûkê bû. Rast e ku ez kurrê rewşenbîr

û xebatkar Sebrî Botanî me, lê ji ber ku min xortaniya xwe li Kerkûkê derbaz kir, ez xwe bêhtir bi kerkûkî dijmêrim. Ez mirovekî asayî me (normal im) û di demên xwe yên vala bi çend karên hunerî û çandî radibim. Nimûne jî gelek in; Ez gelek li ser jiyan, çand û hunerên cuhuyên Kurdistanê, erebên felestînî û Kurdên derveyî welêt dinvîsim. Gabar Çiyan: Em dizanin ku têkiliya te û cihuyên Kurdistanê li Îsraîlê ji awira hunerî ve heye, hejmara wan li Îsraîlê çiqas e? Beşîr Sebrî Botanî: Têkeliya min bi Kurdên cuhû re pirr xurt e. Ez carcar ji bo çend karên hunerî diçim Îsraîlê; Ji bo tomarkirina CD-yan, li çend ahengên biçûk ”ne fermî” beşdar dibim, çanda wan ya folklorî û millî kom dikim, bi wan re hevpeyvînan berhev dikim û ta dawiyê. Û derbara hejmara wan, 200 000 dibe û ew li çend deveran dijîn, wek Tvêrye, Heyfa, Ûrşelîm, Tel-Evîv û Bêrşêva. Bi kurtî ewan bajarekî biçûk bi navê Kestel (Meoz Tsîyon) û 35 gund hene. Gabar Çiyan: Nêzîkbûna wan ji bo hunera Kurdî çawa ye? Di jiyana rojane de, çi adet û toreyên wan hatine guhertin? Çanda Kurdî ji çi aliyan bandora xwe li wan kiriye û hiştiye? Beşîr Sebrî Botanî: Kurdên cuhû bi Kurdî, aramî, erebî û îbranî taxivin. Ew bi giştî li pahîzê cejna Kepre Şînan pîroz dikin, ew hingê fêstîvaleke mezin bi navê Sehranê berhev dikin, her wesan li buharê jî Kurdên rojhelata Kurdistanê Cejna Buharê pîroz dikin, ya ku em dibêjnê Newroz. Bi kurtî kevneşopên wan Kurdî ne, xwarinên wan Kurdî ne, muzîka wan Kurdî ye, lê li Îsraîlê bikaranîna her du zimanên Kurdî û aramî sal bo salê kêmtir dibe. Rast e ku Cuhuyên Kurdistanê sal bo salê dibin îsraîlî û jiyaneka nûjen dijîn, lê di heman demê de kevneşopên xwe diparêzin, wek jinanîn û daweta Kurdî li Îsraîlê her wek berê bi dehol û zurrnê ye, lê bi awayekî nûjen e, her wesan ji bo sinetkirina kurrikan jî wek berê ahengên malbatî berhev dikin û bi Kurdî jî distirin. Gabar Çiyan: Rêya xurtkirina têkiliyên dostanî bi

cihuyên Kurdistanê re çawa dikare pêk were? Weke mîsal ji bo avakirina komeleyeke "Dostaniya Kurd û Cihuyan" mecal çiqas heye? Beşîr Sebrî Botanî: Bi rastî karekî hêja ye eger mirov bikarin komeleyeke wesan ava bikin. Her wesan min û çend komên hunerî yên Kurdên Îsraîlê par pêşniyazeke wesan hebû, ewan ez şandim Kurdistanê ku têkeliyeke wesan peyda bikim, yan karekî çandî û hunerî pêkve bikin. Êdî min bi wezîrê Rewşenbîrîyê re kak Felekedîn Kakeyî axift, ku em karekî çandî û hunerî ji bo dostaniya Kurd, cuhû û felestîniyan li Herêma Kurdistanê bikin. Hejî gotinê ye ku ewî jidil pejirand. Ez jî supasiya wezîrê hêja Felekedîn Kakeyî li ser pejirandina wî û hesta wî ya germ dikim. Gabar Çiyan: Rola çand û hunerê ji bo dostaniya Kurd û cihuyan çiqas mezin e? Beşîr Sebrî Botanî: Rola çand û hunerê pirr giring e û eger em û îsraîliyan bikarin pêkve karên çandî û hunerî bikin, bixwe karekî hêja ye û di vî warî de em her du aliyan dikarin bêhtir çand û hunerên xwe ji hev re bidin nasîn. Ez hêvîdar im ku ragehandinên Kurdî rê û bwaran jî bidne Kurdên cuhû, ku ew jî çand û hunerên xwe di ragehandinên Kurdî de pêşkêş bikin. Gabar Çiyan: Dostanî bi cihuyên Kurdistanê re pirsek giring e, an na? Çima? Beşîr Sebrî Botanî: Belê pirr giring e. Her wesan ji vê dostaniyê gelek kar û xebatên dî jî derdikevin, wek kar û barên siyasî, bazirganî, abûrî, geşt û guzarî û ta dawiyê. Gabar Çiyan: Xelkê îsraîlê çawan li Kurdan dinêrin û dîtina wan li ser Kurd û Kurdistanê çi ye? Beşîr Sebrî Botanî: Bi rastî mirovên asayî (normal) li îsraîlê bi çavekî bilind li Kurd û Kurdistanê dinêrrin. Pirraniya wan rewşenbîr in û bi hûrî li ser doza Kurd û Kurdistanê radiwestin. Di dûmahiyê de dixwazim bibêjim ku rizgarbûna Kurdistanê bixwe hêviya her rewşenbîrekî îsraîlî ye.